Pîr RUSTEM CERG Û GOTIN – Gotar û Lêkolîn,- Mafê weşan kirina pirtokê Ezber kiriye ji nivîskar e, û çapa Elkitronî ya komcivîna Zanyarên Azad re ye

bo daxistina pirtokê li vir bidewsînin
https://www.4shared.com/web/preview/pdf/xOmAfM0Iba?

  • Navê Berhemê: CERG Û GOTIN
  • Navê daner: Pîr RUSTEM
  • Cûreyê Berhemê: Gotar û Lêkolîn
  • Çap: çapa Elkitroniya yekemîn 23-Sibatê.2017 S
  • Hijmara xelekirî: 4
  • Mafê weşan kirina pirtokê Ezber kiriye ji nivîskar e, û çapa Elkitronî ya komcivîna Zanyarên Azad re ye

https://reberhebun.wordpress.com/

bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin:

reber.hebun@gmail.com

 

 

 

Ji yaxiyê pêşîn re

           Ji LOSÎVIR re.

                  . . . . .

                    . . . . .

                       . . . . .

 

                        Ewê ku, cara pêşîn gote: “Na”.

 

Diyarî: ji rewanê herdu dahênan re

                Ji Cemîl HORO

                    Û Felat SIRÛÇÎ re.

                          

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

NIVÎSKAR

       DI BIN NEYNIKÊ DE

Pîr RUSTEM.. lawê pêşiye ji dê û bavê xwe re, ew di dîroka 4.3.1963 an de, cara pêşîn çavan vedike û heft salên xwe yên pêşîn li gundê Çeqela ji herêma Efrînê diborîne û ji bo jiyaneke çêtir, bavê wî mala xwe bar bajarokê Cindirêsê dike û Pîr tevlî heval û jiyaneke nuh dibe û ev yeka, dê bandoreke fireh bighîne pisîkolojiya wî ku, ew kesekî goşegîr be.

Ew li bajarokê Cindidrêsê xwendina xwe ya sereta û navçe jî kuta dike û da ku, xwendina xwe bibe serî û bibe xwendevanê Zanîngeha Helebê, ew bi tena xwe diçe û malekê ji xwe re li bajarê Helebê kirê dike, lê ji berî ku ew xwendina xwe kuta bike û di rêza çaran de û ji ber hin sedemên konevanî û guhdana wî ya bi çalakiyên çandî û rewşenbîriya kurdî, dev ji xwendina endezyariyê berdide û dêst bi çalakiyên xwe yên wêjeyî dike. Lê ew hîne xwendekarê zanîngehê bû, çalakiyên wî yên rêzanî û wêjeyî hebûn û ew bûbûn sedemên paşketina wî di xwendina wî ya li zanîngehê û di dawiyê de ew ji nuh ve vedigere bajarokê Cindirêsê û heya bi nuha jî li wir cîware.

Cara pêşî ku, ew çêrokeke xwe diweşîne, di Kovara Stêr de tête belavkirin, di sala 1990 î de – hejmara 17 e, çêroka bi navê “Bîrkirin” bû, têde êş û derdên lehengê xwe, çi ji rewşa civakî be yan jî ji aliyê rêjîm û destlatdaran be  û bi şêweyeke tinazî tîne zimên. Lê ji berî weşandina evê çêroka han jî, wî hineke çêrokên din û bi zimanê erebî nivîsandibûn, lê ew nedan weşandin.

Pîr RUSTEM evê şêweya çêroka çûye, qet ji xwe re nake pût û ne jî ti dibistanan dike rêbazeke xwe ya bi tenê; “.. dive nivîskar pûtên form û dibistanan bişkîne”(1). Ew di her çêrokeke xwe de bizavên xwe dike ku, karibe bi şêw û awayekî cudatir binivîse, lê tevî evê yekê jî ew dikeve bin akama du dibistanên hunerî; Realîzim û Siryalîzimê û eger em vegerin herdu pertûkên wî yên pêşîn; “Çivîkên Beravêtî, çêrok 1992 Bêrût” û “Pilindir, çêrok 1993 Bêrût”, emê evê yekê baş nasbikin; “.. çêroknivîs di herdu berhemên xwe de jî li pey rêbaza Sirealîzmê çûye. Nemaze di çêroka “Koçeriya Laşekî” de, dîsan di çêroka “Xwarina Dawî” de li pey rêbaza realîzma nû diçe”(2).

Di çêrokên Pîr de tayê di navbera “.. xewnê (kabûs) û rewşa jiyanî de, navbera bawerî û nebaweriyê de, navbera dîtî û nedîtî de.. mirin û jîne, winda dibe, eger ne windayî be..!”. “Bi vî awayî bûyerên jiyanî, di pergaleke berevajî de, bilind dike, pergaleke fantstîkî, sîberî, xewni, ji bo afirandina risteke çîrokî sax û xweşik. Xewnên beravêtî ji kesê çîrokan re dihêlin ku, jîna wan kesan berbavêje..”(3).

Di avahiya çêrokê de û weke me berê jî gotibû ku, ew di her çêrokeke xwe de şêweyekê bi kar tîne, lê hinek rûdêmên hevbeş di nav çêrokên Pîr RUSTEM de hene, wek:

  • Jiyana wî di bêhtirî çîrokan de xewne.
  • Lehengên wî pêdariyê nakişênin ta bi dawî, lê ne bêhêvî û armancin.. .
  • Bûyerek ku, kêlîka wî çav miç û bel be, bese ji Pîr RUSTEM re, ku çîroka xwe li ser avabike.. .
  • Raberizînek di navbera (taybetî û gelemperî, parçe û giştî) de heye. Dest bi parçe dike, li taybetiyên wî di giştî de digere, ta ku dighe giştiya lihevsiwarkirî, gelemper ji cîhana nivîskarî, çîrokî. Ji ber vê yekê, pesnê hûrtirîn tişt dide.
  • Babetên çîrokên Pîr RUSTEM mirovîne; evîn, mişextî, xwendin..”(4).

Ma ku em zimanê wî nasbikin, Pîr ji çêroka pêşî de paldaye ser zimanê gelêrî  û heya kariye ew ji zimanê ferhengî reviye, tevî ku, pircaran û piştî bêçaremayînê vegeriye û hinek gotin ji ferhengan derxistî û di çêrokên xwe de bi kar aniye. Tiştê din, wî di çêrokên xwe de û bi rengekî balkêş gotin û zaravê herêma Efrînê ku, şaxeke ji Kurmanciya rojava, bi kar aniye û “.. eger ku zimanê Pîr RUSTEM di pirtûka wî ya yekê û dudiyê de, zimanekî di navbera gotûbêja kilasîk السرد الكلاسيكي û dongiyê الشاعرية de bû, ew di çêrokên Pûtvan de ber bi dongiya çêrokî ve diçe bi paldana ku, ew dide ser teknîka gotebêjiya di çêrokên cîhanê yên nûjen de(5).

Lê û piştî çar pirtûkên çêrokî û demeke dirêj ji westandina di warê çêrokê de, ew hinekî ji evê celebê wêje bi dûrketî û ev bûye bêhtirî sê sal û nîvan wî qet çêrokek jî nenivîsandî; hinekî guhdana bi karên rojnemevaniyê û nivîsandina hin babetên li ser bîr û baweriyên Ola Islamê ew dûrî çêrokê kirine. Lê wî di evan deman de jî karîbû romana xwe ya ku, ji zûde nivîsandibû, careke din lê vegere û wê sipî bike.

Di dawiyê de ma ku em bînin bîra xwe ka pirtûkên wî yên ku, heya nuha hatine çapkirin, çine û li kuderê. Lê ji berî evê yekê jî wî gelek çêrok û gotar û lêkolînên xwe di kovar, rojname û  li evê dawiyê jî di malperên kurdî de belavkirine, mîna: Stêr, Zanîn, Pirs, Aso, Peyv, Azadiya Welat, Jiyana Rewşen, Armanc, Pênûs, Newroz, Avêsta, Deng û malperên mîna: Amûdê, Efrîn, Pena Kurd, Mehnane, Peyamnêr, Roja Nû, Qamişlo û Kobanî.. û hwd.

Pirtûkên wî jî evin:

  • Çivîkên Beravêtî, çêrok 1992 Bêrût, ji weşanên Kovara Aso.
  • Pilindir, çêrok 1993 Bêrût, ji weşanên Kovara Aso.
  • Pûtvan, çêrok 1998, ji weşanên Merx.
  • Tîrav, çêrok 2002 Duhok, ji weşanên Sipîrêz.

Û li evê dawiyê jî û piştî çûna wî ya bakurî KURDISTAN ê, ji bona beşdarbûna wî ya li Konferansa Wêje û Pirçandiyê ku, li Amedê hate lidarxistin, dê du pirtûkên wî yên nuh bêtin çapkirin; a pêşîn romane û ew di bin navê “Zarotiya Neynikekê û tiştin din” de ye, pirtûka din jî govreke ji gotar û lêkolînên wî yên ku, di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin û ew jî di bin navê “Cerg û Gotin” de ye. Û ji bilî weşandina evan herdu pirtûkên wî yên nuh, çend weşanxaneyên li bajarê Istenbûlê soz dan ku, pirtûkên wî yên berê jî, careke din, bidin weşandin. Lê ji bilî evan pirtûkên wî jî, hinek destnivîsên wî yên dîtir jî hene û li benda ku, rojekê wan bide çapkirin mane.

Pîr RUSTEM, anuha li bajarokê Cindirêsê dirûne û xebata xwe ya li ser tore û wêjeya kurdî didomîne û piştî çûna xwe ya başûrî KURDISTAN ê û dîtina bêtar û karîstên ku, bi seriyê Kurdên me yên ewî perçeyî de hatibûn dît û piştî bidestxistina hinek agehnameyan û xwendina ewana, ew nuha li ser romana xwe ya nuh dixebite. Û li evê dawiyê jî ew weke endamekî di Pena Kurd de hate pejirandin û ji bilî evê yekê jî ew weke endam û serokê Koma Xanî ya wêje û çanda kurdî ye.

 

Gîre û têbînî:

 

  • Pîr RUSTEM, Rojnameya A. Welat, hejmar 94, sal 1997.
  • Fener ROJBIYANÎ, Rojnameya Welat, hejmar 107.
  • Helîm YOSIF, Pêşgotina Çivîkên Beravêtî.
  • Tengezarê MARÎNÎ, Kovara Pirs, hejmar 1, Newroza 1993.

قلم نامه- دورية طلابية مستقلة. العدد 2 شباط 2000. 5-

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

GOTARÊN KONEVANÎ

 

 

 

 

 

 

 

 

JI HIN ZARAWÊN ME RE

LÊVEGERÎN DIVE

 

 

 

 

 

Ji berî ku, em nêzîkî ewan zarawan dibin û vedikolînin, em dixwezin hinek bîrwerî û helwestên xwe ji xwendevanan re bînin zimên. Li gor dîtin û baweriyên me, ti tişt di jiyanê de ku, nayê guhartin tine ye; ango pêgirt û yasa, sinc, vewînî û.. her tişt di jiyanê de weke xwe namîne û jiyan bi xwe jî weke berê namîne û ev guhartin yeke ji yasayên sirûştê ye.

Helwesta din; hertim jiyan ji ewê çêtir û bi hêztire ye, ewê dikare xwe li gor merc û heyama dinyayê biguhêre, da ku, çêroka Dînesoran bi seriyê wî / wê de jî neye. Bi gotineke din em dikarin bibêjin ku, ti tiştî pîroz di jiyanê de tine ye, lew re dive em bê tirs û dudilî guherînên nuh bi pejirînin û li gor ewan guhertinan sinc û konevaniyeke nuh deynin.

Vêca û li gor evan dîtinan yek dikare bibêje: em bi hewceyî guherîna pir tiştane di jiyana xwe de, da ku, em ne dûrî hevdema îro bin û li dervayî dîrokê nejîn û yek ji evan zaraw û têgihêştan, zarawa “welatparizî” ye; ewa ku yekî bi cigrafiyekê ve girê dide û dihêle, ew nîgar, bibe yek ji “pîrozî” yên me û em di ber wê de mirovan bikin qurban; bi melyonan xwîna xwe weke “martîr”, di ber de, rijandine û hîne jî dirjînin.

Em di ewê baweriyê de ne ku bi sedan, eger em ne bêjin: bi sed hezaran, dê li hember me derkevin û bi bêjin; ev çi bê hişî û hêçiye û nemaze di roja îro de ku, em li hêviya bidestxistina welatekî serbixwe ne û çima ew yeka ji hemû xelkên cîhanê re tiştkî pêwîst û sirûştiye û waye tu bi xwe jî dibêjî: xwîna xwe ji bo ewê yekê dirjînin û çima ewê ji me re ne tiştekî pîroz be.

Belê ji mafê her yekî ye ku, wilo bêje û pirsên xwe bîne zimên û em bi xwe jî ligel wî radiwestin û doza mafên xwe, di hundirê cigrafiyekê de dikin, da ku, weke mirovekî aza û xwedî rûmet bijîn û ne weke koleyekî tazî û birçî. Lê welatekî ku, ez newêribim têde serbest biramim û hertim ji sîka xwe bitirsim, ne gerekî min e û nave ku, di ber de ti xebat û çalakiyan bikim, ne hîne xwînê birjînim. Tevî ku çênabe, ti carî, xwîna mirovan bête rijandin û ne ji bo yek tiştî jî.

Ango çênabe em mirovan bikin qurban ji yek tiştî re û eger ku, tiştek bi navê pîroziyê, di jiyanê de, hebe jî, dê mirov be; lew re dive her tişt bibe qurbana wî û ne ew bibe qurbana her tiştî din. Û ev yeke dine, ji dîtin û bîreweriyên me, yên ku nêzîkî rasteqînan e; tevî ku ti tişt, di jiyanê, weke rasteqîn tine ye.

Me got: cigrafiyek ku bihêle ez wekî mirovekî aza û bi rûmet bijîm. Lê eger ku em li jiyana xwe, di evan welatan de, binirin û kiryarên evan rijîman bidin ber çavan, emê têbighên ku pir caran “jiyana” me ji ya koleyan zor û kambaxtir e û gihêştî pileya ji ya sewal û dewaran jî nizim û erzantir be.

Belkî yek bêje me: lê dive hûn ji bîr nekin ku, miletê me di rewşeke awarte de dijî; di rewş û heyama bindestiyê de, yek nikare cigrafiya ewî welatî, ji xwe re, weke welat bijmêre, da ku, di ber de xwîna xwe birjîne. Em jî bi ewê gotinê re ne, lê divê em ji bîr nekin ku, îro gotina “hemwelatî” gelekî tête gerandin û heya di nav partiyên me de jî û ji me dixwezin ku, em evan welatan weke yên xwe bibînin û ne weke welatin zorker.

Vêca welatekî ku, ev reng û nihadên xwe bin, dê çawa bihêle em di ber de “xwîna” xwe birjînin. Çawa, di welatekî wilo de, yek şerm û fedî nake û ji “leşkerên xwe” yên tazî û birçî, ewên ku di “jiyan” eke nizimtirî ya sewalan de dijîn; mîna yên Îraqê, dixweze ku ew ji bo rijîm û serokê komarê xwe bide kuştin. Û ev çi nemerdiye, ji aliyê evan rewabêjên evan rêjîman ve ku, her roj em ewana li ber xwe dibînin û ji me dixwezin; gereke em di riwê leşkerên dijmin, ên “Hêzên Hevben” ê de rawestin û li hember ewana şer bikin.

Di baweriya me de û dema ku, ewê yekê ji me dixwezin, ew û ji bilî yên me gotine pir tiştên din jî ji bîr dikin, an jî ya rast naxwezin bibînin. Tevî ku em dizanin, ew xwestekên wan, ne dîtin û baweriyên wanin û “camêran” li nanê bi rûn digerin; bi hezarê Dolaran dikete hesabê ewana ên bangên li der ve.

Tiştê herî pêşîn ku, ew naxwezin bibînin û xwe têde ji bîr ve dikin; guherîna konevaniya berê bi yeke nuhe ku, pir zaraw û li gor rewş û heyama îro gerke werin avêtin û bi hineke nuh bêtin guherîn û yek ji ewan zaraw û têgihêştan, zarawa “welatparzî” ye; ewa bi me dide fêmkirin ku, ji her dewletekê re xasmayên wê hene û çênabe ti kes destên xwe dirêjî hundirê wê bikin, ji ber ku, ew yeka, tiştekî wanî hundirîne. Û wilo ew xwe ji bîr ve dikin ku, di bin heyama şoreşa têknologiya de, ew xasmayî hatiye pişaftin û gerdûn ne tenê bûye gundekî elektironîk ê biçûk, lê ew bûye malek û heya em dikarin bibêjin ku, yek ode jî.

Lew re û eger ku, hinek bixwezin di hundirê evê odeyê de tiştekî xerap bikin, dê ziynê ne tenê bighînin xwe, lê akam û lekeya ewê pîsîtiyê, dê li hemûyan jî bikeve û em îro evê yekê di karên terorîzman de dibînin ku, çawa dikarin ziyan û wêraniya xwe bighînin hundir bajarê Waşontin bi xwe û evî tiştî hêşt ku, “Cîhana Yekemîn” xwe bide hev û hêzeke xwe di bin navê “Hêzên Hevbend” de bişîna Îraqê û daxwaza wan, guherîna me be, da ku, em jî derbasî jiyana îro bibin û ne li derveyî jiyanê “bijîn”.

Tiştê din ku, bang lê dikin û dixwezin guherîn ji hundir ve be, ew careke din xwe ji bîr ve dikin ku, bi “xêra” evan rêjîm û sinc û yasayên ku, ji sedê salan ve weke xwe mane û hêştine civaka me di heyama koletiyê de bête kuştin, dê banga guherîna ji hundir ve weke destavêtina zilekî be, ji ewê bi lehêyê re diçe. Bi gotineke din û piştî ku, evan rêjîman karîbû bi dehên salan li ser danîştok û sîngê xelkê rûnin û her serokek, ji yên evan rêjîman xwe weke “Xweda” yekî bibîne, dê ne tenê zor be ku, ew bête guartin, lê ewê xewnerojek be jî.

Ango û heya ku, yek ji me bi gotina “welatparizî” were xapandin jî, dê nikaribin bi me bidin bawerkirin ku, “evên din” dijminin û gereke ji bo welêt em xwîna xwe birjînin. Û tenê li dawiya evê gotara xwe em mînakeke jîndar, bi bîr wan tînin; gelo, dema laşê wan nesax dikeve û piştî ku, ew nesaxî demeke dirêj dajo û dighe pileya ku, nema laşê wan li ber xwe dide, ka ew çawa dikin. Ew xwe wilo bi dest veyros de berdidin û dibêjin: bila laş li hember ewî veyrosî derkeve û berxwedanê bike. Tevî ku me got: nema laş dikare bi tena xwe li ber xwe bide jî, yan ew kes alîkariya bijîşk û dermên dixweze; ango alîkariya derve bi hundir e dixweze. Erê ev tiştekî biyologiye, lê her tişt di jiyanê de û heya konevanî û zaraw û têgihêştinên me jî pareke ji evê yasaya sirûtê û gereke em li gor ewana xwe biguhêrin, ji ber ku jiyan hertim ji yê nuh û bi hêz û ewê ku, xwe li gor rewş û heyamên nuh diguhirê re ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

ZIMAN HEBÛN E

 

 

 

 

 

Em di ewê baweriyê de ne ku, xwendevanên xoşewîst, babeta quncikê “Bi Kurmanciya Pîr” û di navnîşana ewê re naskirin. Lê emê bizavên xwe bikin ku, em hinek xalên pêwîst bînin zimên, belkî em karibin hinek ronahî bidin  evan quncikên tarî, ya rast, ewên ku hatine tarîkirin û roj bi roj em bêtir ji pêwîstiyên hebûnê, weke miletekî, bi dûr dikevin û emê evê yekê di hin xalan de aşkere bikin.

Xala herî pêşîn, emê ji navnîşana mijara xwe dest pê bikin ku, me ziman bi hebûnê ve girêda; helbet ev girêdan ne ya me ye, weke ku, ew yeke ji dayînê ye û eger ku, em vegerin dîroka miletan emê evê yekê baş nasbikin û têbighên ku, miletên zimanê xwe windakirine, wan hebûna xwe jî windakirî û di hundir ziman û miletên din de, ewên serdest de, hatine pişaftin û em dikarin hemû miletên “Samî” ku, di hundir ziman û miletê Ereb de hatine pişaftin, weke nimûne bînin.

Xala din kelepûr û kultûra miletan û zengîniya her miletekî bi zengîniya wê ye ku, dihêle ew ziman bibe xwediyê dîrokeke kûr û fereh û bihêle ew ziman bijî û yê din jî bimre. Helbet, ew yeka ne di roj û şevekê de peydabû; zimanekî weke yê erebî û bi xêra  Îslamê, bi hezaran raja ewê kirine û pê nivîsandin û  hîne jî dinivîsin û ne tenê yên Ereb. Helbet, zimanekî wilo dê bihêle xwediyên ewî zimanî bi zengînbûnekê hest bibin û ne tenê di radeya zimên de, lê heya di asteyên pîskolocî û ramyarî de jî.

Xala sêyem jî ku, ziman weke pevgirêdanekê ji yên nijadperestiyê û miletan e ku, dihêle heya di derûn û pîskolocjiya mirovan de û nêzîkbûna ewan ji hev re şop û akamên kûr çêbike. Eger ku, çiqwas ên Ereb dibêjin: em birayên hevin jî, lê weke ku, yên bi zarava rojavayî welatên Ereban dipeyivin xwe nêzîkî hevdu dibînin yên perçê Şamê wilo ji xwe ve nêzîk nabînin. Vêca dê çawa karibin Asoriya an jî Cihoyan ji Ereban bêtir ji xwe ve nêzîk bibînin.

Ji evan sê xalên çûyî, ji me tête xwestin weke tevger û rewşenbîr ku, em li zimanê xwe xwedî derkevin û heya ji me tê, em raja zimanê xwe bikin û ewî biparêzin,  ji ber ku, di parastina zimên de, em heyîna xwe diparêzin. De ka û di bin ronahiya evê yekê de em werin û li rewşa xwe binerin, ka ji ewê yekê em li kuderê ne û me çikirî û em dikin.

Mixabin, eger ku em nebêjin rewşenbîrên me bi tevayî, lê emê karibin bêjin ku, piraniya ewan û heya nuh jî bi zimanê yê din, ewê serdest dinivisînin û eger ku, çendekan bi zimanê xwe jî nivîsandî, dê nikaribin bi ewan çend pirtûkan pirtûkxaneyeke kurdî damezrînin û careke din mixabin ku, di roja îro de, eger yek bibihîse ku, tu bi zimanê dê dinivîse, gotina wî ya herî pêşîn dê ev be: tu çima bi zimanê erebî nanivsîne, da ku, xwendevanên te bêtirbin û tuyê zû û bêtir bête naskirin. Ev gotin û eger ku, ji rewşenbîrekî Ereb derkeve, dê hinekî bête daqurtandin. Lê ya herî kambax, dema ku ew gotina rewşenbîrekî Kurd be ku, hatibe Ereb kirin.

Lê wêraniya herî mezin, dema ku ev yeka; dûrketina ji ziman û çanda xwe bibe bername û konevaniya tevgera ewî miletî bi xwe jî, çi bi zanebûn an jî bi nezanî û wilo ew tevger û bi destên xwe, gora miletê xwe dikole ; hebûn û heyîna xwe diherifînin.

Ev yeka ne derew û tenîtêdana di riwê tevgera kurdî de ye û bêbextiyeke ji aliyê me ve ku, em dixwazin riwên ewana li pêş xwendevanan reş bikin, weke ku, ew rastiyeke tevgera me be û eger ku, em vegerin hinek bûyer û kirînên me ; yên tevgerê, emê evê yekê baş nasbikin û tiştê herî pêşîn em dikarin ji siloganên ewan de destpêbikin ku, xebata rewşenbîr, yeke ji sê xebatên me yên bingehîn. De ka em bipirsin û binirin me çi xebatên girîng di ber rewşenbîriyê de kirî, ka ji kengî de rojnameyên me bi kurdî derdikevin û çend derketine û çima belavokên partiyan û ji destpêkê de bi zimanê erebî bûn û ne bi yê kurdî an jî bi kêmas, bi herdu zimanan bûn, ka tevgera me çend giropên zimên û ji kengî ve derxistine û hînî zimanê dê kirine, ka ewana bi destê çend nivîskarên Kurd ku, bi zimanê dê dinivîsin, girtiye û ewana çend pirtûkên bi evî zimanî dane çapê û belavkirine û.. . Lê pirsa dawî; ka çima ew tenê li ser wêrankirina çand û zimanê kurdî gihêştin hev û şeş-heft kovarên bi zimên dane rawestandin, da ku, ew yek kovarê û ne li gorî yek kovarên rawestandî, derînin û bihêlin  “Buhara” çanda kurdî biçilmise.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

REWŞA ÇANDA KURD

LI BAŞÛRÎ-ROJAVAYÎ KURDISTANÊ

 

 

 

 

 

Destpêk:

 

“Di pêşî de gotin bû û gotin jî li ba Xweda bû û gotin Xweda bû”(1). Yohena, evê hevokê, di pêşiya Encîla xwe de dinivîse û weke ku, em dibînin; ew gotinê heyîna herî pêşîn dibîne û ne tenê wilo, lê wê; gotinê, dixe şûna Xweda bi xwe jî. Û wilo em têdighên ku, zanyarên evan miletên derdora me û ji zû de, rola gotinê naskirine û ew di ber ewê yekê de baş xebitîne û gihêşte pileya ku, ew zorê li miletên din jî bikin, da ku, bihêlin raja ziman û wêjeya ewana bikin; çêroka Quranê û zimanê erebî, nimûneyeke balkêşe.

Vêca û piştî evê kurtebêja li ser girîngiya zimên ku, hêştiye zanyarên njadperest wê ne tenê weke regezeke bingehîn, ji yên avakirina nijad û miletan bibînin, lê heyîna miletekî bi ziman û çanda wî ve girêbidin, em dipirsin: ka rewşenbîrê Kurd çi xebat û çalakî di ber evê yekê de kirî.

Ji berî her tiştî dive em û bi rengekî zêde kurt, li ser rewşa Kurd û Kurdistanê rawestin û bi lez dîroka herêmê bidin ber çavan, da ku, em karibin merc û heyama ku, rewşenbîrê Kurd têde dixebite bidin naskirin. Tevî ku, em dizanin ew yeka, ji piraniya mêvanên rûniştî re, ne tiştekî veşartiye jî, lê ji her perçeyekî Kurdistanê re taybetiyên ewê hene û emê tenê li ser başûrî-rojavayî Kurdistanê rawestin û rewş û pirsgirêkên perçeyên din, ji hevalên ewan perçeyan re bihêlin.

Em tev dizanin ku, raj û kargerêna dewletên ewropî hêşt ku, Rojhilata Navîn bête perçekirin û di hundirê ewan peymanan de, Kurdistan jî dibe çar perçe û em ên li başûrî-rojavayî welêt, weke zincîrekê bi ser dewleta Sûryê ve têtin berdan. Û ji ewê rojê de û her diçe, ew bizavên xwe dikin ku, me ji welatê dê biqetînin û heyîna perçeyekî ji milet û welêt tine bikin, ne tenê wilo, ew gihêşt pileya ku, hin şovenîzmên evan miletên zorker, hebûn û heyîna Kurd û Kurdistanê, weke rewrewk û nexweşiyeke mejiyê hin “sîxor” û kolonyalîzman bibînin.

Û di evê derheqê de, serbazekî Sûrî dibêje: “em dikarin bibêjin ku, ti milet weke milet bi navê Kurda tineye û ne jî netew weke nteweke Kurd.. . Û eger ku, em vegerin dîroka zimanan û avakirina ewana di hudirê şaristaniyên kevin de, emê ti carî zimanekî bi navê zimanê kurdî nebînin.. . Û ewê ku, evê yekê înkar bike, xwe bi kolonyalîzmê ve girê dide û karên rasteqîn dikin ku, miletekî cuda bi afrînin.. . Û li gor evê yekê, em dikarin bibêjin: welatekî netewî ji Kurd a re nîne, û ew weke rûniştvanên çiya, sirûştê hinek rengdanên cuda daye wan.. û wilo.. miletê Kurd evê çarçewê derbas nake; ji ber ku, ne dîroka wan heye û ne jî şaristanî û ziman û ta bê nijadin jî”(2).

Di hundir heyameke wilo de ku, bihna şovenîzmê jê difore, helbet  kar û xebatên “Yê Din”; ewê bindest û kole, dê jar û bi dizîbin, lê tevî evê rastiyê jî, evî miletî karîbû xwe li ber pêlên lehiya şovenîzman bigirta. Û ew yeka jî, li gor nirîn û dîtinên me, vedigere hin sedeman û jê dudu yên herî berzin; çiya û asêbûna herêmên Kurda û dûrbûna ewana ji navendên şaristaniyê. Tevî ku, ev milet yeke ji kevintirîn miletên Mezobotamiya ye û şikeftên weke Du-derî li Efrînê û “.. Hezar Merd, ewa nêzîkî Silêmaniyê.. . Û şikefta Şanîder a nêzîkî Rewandozê ku, tê de cendekê mirovê herî pêşîn dîtin; ewê ji demên kevirî de 700 – 3500 B. Z. de, ji me re bi cih dike ku, ev welat ji hezarê salan ve rûniştvangehe”(3) jî, lê mixabin, ew kêm caran ji bin zordariya dijminan derketî û karîbû bibe xwediyê hin mîrîtiyên ku, ne digêşt radeya karibe bibe xwedî biryar û şaristaniyeke cuda. Ew her tim, ji “Yê Din” re xebitiye û nemaze di warê çand û wêjeyê de û em dikarin vegerin dîroka Îslamê û binasin ku, bi sedan ji Kurdan xwe xistin bin konê ewê din û raja ziman û çanda erebî kirine û hîne jî dikin.

Sedema din jî, zengînbûn û dewlemendiya toreya kurdî ya devkî ye ku, hêştiye ev ziman xwe li ber pêlên serdegirtin û tinekirinê bigre û di derheqa evê yekê de, rewşenbîrê Kurd ê bi nav û deng; Nori-dîn ZAZA dibêje: “dewlemendiya toreya kurdî ya gelêrî, ji berî her tiştî, di gotinên pêşiyan û pendan û tiştikan û sitran û efsaneyan de, xûya dibe”(4).

Piştî evê destpêkê, emê bizavên xwe bikin ku, em û li gor rêveçûna dîrokê û bi awayekî  bernameyî, nêzîkî mijara xwe bibin û emê ji her celebekî, ji yên wêje û toreya Kurd, li başûrî-rojavayî Kurdistanê, re deriyekî taybet vekin. Têbîniya din; emê tenê li cem nivîskarên ku, bi zimanê kurdî dinivsînin rawestin, ji ber û li gor dîtina me, ew tenê nimûneya wêjeya kurdî dikin û ewê bi zimanê “Yê Din”; zimanê erebî -ew jî ji ber tabetiya perçê me ye- dinivîse, nakeve bin evî konî. Tevî ku, pir navên mezin jî hene û em rûmeta dahênan û afrandinên ewana digrin û em dikarin, helbestvan û romanivîsê hêja Selîm BEREKET, weke nimûneya herî berz bînin zimên. Helbet pir navên din jî hene û ewana xwe, di gorepana çand û zimanê erebî de û bi xurtî, çespandine. Û pirek ji ewana bi kurdî jî dinvsînin û ewê ji bîr nebin; emê û li gor beşdarbûna ewana di çand û wêjeya kurdî de, li ber navên wan rawestin.

 

 

 Damezrandina A-B êya Kurdî û Nifşên Pêşîn:

 

Weke ku, me di despêkê de jî gotiye; ev sînorên ku, Kurdistanê perçe dikin, li gor kargerînên welatên ewropî û yên herêmê hatin danîn, lew re welatparêz û rewşenbîrên evan miletan û di nav de yên Kurd jî, bi ewê yekê ne razîbûn û ewana bizavên xwe kirin û xwe dane ber kuştinê ku, ew jî cihekî ji şûn pêya xwe re çêkin; milet û welatê xwe rizgar bikin. Lê mixabin û weke ji rûpelên dîrokê xûya dibe ku, em ên herî jar û qelsbûn, di evê pirsgirêkê de û ne tenê me nikarîbû xwe, di ewê çêrokê de, bikira jimarek, lê me pir destgir jî ji dest xwe berdan û gihêşt pileya qirkirin û koçkirina miletê me.

Û yek ji evan malbatên, bi nav û deng ku, hate perçekirin û li pir bajar û welatan hatin belavkirin, malbeta Bedir-Xan bû; mîrên Cezîra Botan û xwedî dîrokeke dûdirêj, di şer û serhildanên li hember dijmin. Lê tevî ewê yekê jî; dûrxistina wan a ji welêt, ewan hêzên reş nikarîbû rê li ber ronahiya evê malbetê bigirta û nehêlibin ku, ew rola herî girîng, di hişyarbûn û wêjeya miletê xwe de, nelîze; “.. û eger ku, şoreş û serhildanên di bin serokatiya Bedir-Xaniyan de, ji aliyê konevnî ve, têkçûne jî.. lê ew nayê ewê angoyê ku, Bedir-Xaniyan zemîneke girîng, ji pêşketina nivîsandina kurdî re, bi gelemperî û ji rojnamevaniya kurdî re, bi taybetî ne damezirandine”(5).

Û wilo “Rojnameya pêşî ya kurdî di 22 ê meha Nîsan a 1898 an, li paytexta Misirê; (Qahîra) û di çapxana (Elhîlal) de, çap bûbû. Xwedî û berpirsiyarê rojnamê, rewşenbîrê hêja û welat-hez; Miqdad Midhet Bedirxan bû”(6). Û evê rojnamê karîbû sînoran derbas bike û bighe destên pir rewşenbîran û nemaze yên başûrî-rojavayê Kurdistanê; “.. rojnameya Kurdistan, li Sûryê, bi nav û deng bû û nemaze li Şamê ku, jê re bû xala belavkirina wê ya li hemû deverên Kurdistanê”(7). Û wilo ew cara pêşî bû ku, Kurd û di riya “Kurdistan” re, derbasî gorepana rojnemevaniyê dibin.

Di dû re û li bajarê Helebê, rewşenbîrekî din; Husên Hiznî Mokiryanî 1886-1947, dest bi xebat û çalkiyên di ber zimên û çanda kurdî de dike; “.. û di sala 1915 an de, ew diçe Almanya û ji wir, dezgeheke çapkirinê ya biçûk û tîpin erebî yên ji bo çapê, bi 120 lîreyên turkî dikire û di dawiya 1915 an de tîne Helebê û sê nîşandanên nuh ji bo derbirina tîpên dengdar ên kurdî vediqetîne; ewên ku, di erebî de nînin û di farisî de, bi rengekî bingehîn, têtin bi kar anîn û ew ji nuh ve vegerî Almanya, da ku, ew ewan tîpan bikute û piştî ku, ew tîp tekûz bûn, Husên Hiznî vegerî Helebê û dest bi çapkirina pirtûkên kurdî kir”(8).

Evan herdu xebatên giranbiha û digel têkçûna şoreşên li bakurî Kurdistanê û koçkirina welathez û rewşebîrên ewî perçî, ber bi Sûrya ku, hîne di bin baskên Firanse de bû û ewana jî hinek azadî ji gelên bindest re vekiribû ku, ew di ber ziman û toreya xwe de bixebitin, dihêle ev rewşenbîrên me bighên hev, “… û hevbendiyekê digel Ermenan.. di bin navê Xûyabûn de, bi afrînin”(9). Da ku, ew piştgiriya şoreşên, li bakurî Kurdistanê radibûn, bikin. Lê piştî hin rewşenbîr dighên ewê baweriya ku, dibêje: miletekî birçî û nezan, dê nikaribe xwe ji merbendên koletiyê rizgar bike, ew berê xwe didin çalakiyên zimên û çanda kurdî û sertacê ewana jî Mîr Celadet Bedirxan bû. Lew re ewî di hejmara pêşî, ji Hawarê, nivîsand: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re riya felat û xweşiyê. vedike. Her kesê ko xwe nasdike; dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zmanê me dê bide naskirin. Lewma ko zman şerta heyînê a pêşîn e”(10).

Wî; Mîr Celadet, “.. di sala 1932 an de, kovara herî girîng, di dîroka zimên û nivîsandina kurdî ya nûjen de, derxist; ew jî kovara Hawar e, ewa ku, li Şamê derket. Weke tête zanîn ku, tîpên latînî û cara pêşîn, di riya evê kovarê re, derbasî zimanê kurdî -Zarawa Kurmancî- bûn.. . Û bi rastî, ew diya nivîsandin û rojnemevanî û wêjeya kurdî ya nûjen e”(11). Û bi evê yekê re, Mîr Celadet bingeha zimanê wêjeya kurdî datîne; dema ku, A-B êya kurdî di afrîne û bi ewan tîpên latînî kovara Hawarê weke ya pêşî, dide çapkirin û belavkirin.. Lew ra em dikarin, bê dudilî, bibêjin: Mîr Celadet Alî Bedirxan û bê berberî, mîrê ziman û çanda kurdî ya nûjen e.

Eger ku, em vegerin hejmarên Hewarê û nemaze yên pêşîn, emê bibînin ku, piraniya mijaran bê navin. Ev yeka bi me dide nasîn ku, ew hemû babet bi destê Mîr Celadet dihatin nivîsandin. Lê tevî evê rastiyê jî û piştî ku, kovar hinekî cihê xwe li ba rewşenbîran digre, em hin navên din digel ê Mîr Celadet dibînin, wek: Dr. Kamîran Alî Bedirxan, Qedrîcan, Osman Sebrî, Dr. Ehmed Nafiz, Hamid Ferec, Cegerxwîn, Reşîtê Kurd, Hacî Qadir Koyî, Ehmed Namî û pirên din. Û eger em bala xwe bidin evan navan, emê bibînin ku, piraniya wan ji bakurî Kurdistanê koç bûne, eger ku, em nebêjin tev.

Xala din ku, rûdêmê evê qonaxê nîgar dike, eve; ew hemû rewşenbîrên hêja, di gelek war û celebên wêjeyî de dinivsandin. Ango, ew ji çêrokê diçûn helbestê û ji wê ber bi gotrê dibezîn û divyabû bingeha rêzimanê kurdî jî deynin û ev tev jî di bin akam û bandoriya konevanî û welatpariziyê de. Lew re em dibînin ku, piraniya wan di nav evan pir-rengên nivîsandinê de winda bûn, ji bilî hejmareke pir hindik û di evê yekê de, em dikarin bibêjin: Cegerxwîn nimûneya herî berze, weke helbestvanekî navdar, tevî ku, wî jî hin caran têkiliyên xwe bi hin celebên wêjeyî yên din re dikir, lê ew bêtir ber bi helbestê ve çû û navê xwe bi xurtî hêşt.

Ev qonax û weke me dît bi Hawarê dest pê dike û dajo ta destpêka pêncî, ji sedsaliya çûye. Di hundirê evê qonaxê de û ji bilî Hawarê, hin kovar û rojnameyên din têtin weşandin û ew jî bi xêra mala Bedirxaniyan bû; “û herdu bira yên Bedirxanî, li Şamê kovara Hawarê, di salên 1932-1935 û 1941-1945  an de diweşînin, wan {57} hejmar jê weşandin û ji kovara Ronahî 1942-1945, {28} hejmar derxistin. Li Bêrûtê jî, ji kovara Roja Nû 1943-1946, {73}  hejmar derxistin”(12). Û em Stêr a 1943-1945 an jî ji bîr nakin. Û wilo em qonaxeke zêrîn, ji çand û wêjeya xwe, derbas dikin ku, evên pêşîn, dê rûpelên ewê qonaxê ji dîrok û nifşên me re bihêlin ku, vekolînin zanyarî li ser bêtin danîn.

 

 

 

 

Qonaxa Dagirkirina “Konevanî” ji Rewşenbîriyê re:

 

Weke ku, me ev qonax bi navkirî, emê bibînin ku, çand û wêjeya Kurd dibe qurbana “Partî” yetiyê. Me got: ya partiyetî û ne ya konevaniyê; ji ber ku, û li gor dîtin û naskirina me ji konevaniyê re ku, ew pareke ji tevayiya rewşenbîriyê û gereke têkeve raja wê. Lê mixabin, em di evê yekê de jî gelekî nezan û bilmez derketin û hêşt rewşenbîrekî di giraniya Dr. Nori-dîn Zaza de, demezrandina “Partî” û ne tiştekî din, weke xewnekê bibîne; “di dawiya sala 1957 an de xewn bi cih hat û Partiya Demoqrata Kurd li Sûryê, bû heyîneke rasteqîn.. û ewê hîngê û bi dizî, me hinek nivîsarên bi kurdî û erebî belavkirin”(13). Û yek dikare, weke ku, Helîm Yosif, di gotareke xwe de dibêje; evê qonaxê bi ya “mirin û tinebûnê” bide naskirin. Tevî ku, û weke me dît, hin bizav û çalakî jî têde hatine kirin, lê ew gelekî kêm û biçûkbûn û ti akamî li civak û derdora xwe ne dikir; lew re em ti navên wêjeyî, di evê qonaxê de, nabînin.

Lê tevî evê rastiyê jî, dive em pir tiştan ji bîr nekin; ji berî her tiştî, ew heyama ku bi xêra Firansa, hinek çirûskên azadî û ronahiyê têde dihatin dîtin û bi hatin evan hikumetên rojhilat ên nijadperest re, ew ji binî ve winda bûbûn û evan rijîman, bi carekê, nedixwest “Ewê Din” bibîne, ne bes wilo, lê ne dihêştin ku, ew bi xwe jî li xwe xwedî derkeve; me nirîna serbazekî Sûrî, di derheqa evê yekê de, dît û rewşa miletê me û konevaniya înkar kirina wî û welatê wî, ji aliyê evan rijîmên kolonyalîzim ve, evê yekê baş dide xûyakirin.

Tiştê din û ji ber têkçûna hemû şoreşên kurdî, derûniya evî miletî bûbû ya yekî kole û gerek bû ku, ew ji nuh ve bête vejandin. Û bi ser de jî û her diçû, dijmin karên xwe dikir û hîne jî dike ku, miletê me bêtir ber bi nezanî û birçîbûnê ve têve de. Sedema din jî, serketina evan miletên derdora me û avakirina wan, ji dezgeh û asayêşên ku, çanda tirsê di nav miltên hrêmê û nemaze yê me, de belavkirine û ew gihandine ku, di hundir mala xwe de û bi zaroyên xwe re, bi zimanê wî bipeyive. Evan sedeman û digel hinekên din, mîna dagirkirina ramyariya çînî û ji berî ewê jî ya mislimantiyê, ji mejiyê me re ku, dihêşt û hîne jî dihêle, em hemû şên û karînên xwe têxin raja “Yê Din” û miletê xwe têvedin nav evê agirşewatê û ji ewê din re bixebite. Û wilo, ev qonax dê bajo, ta ku, hejmara Gulîstan di sala 1968 an de û li ser destê Cegerxwîn, ronhiyê dibîne.

 

 

Piştî Herifîna Xewnan:

 

Ev qonax, weke me got; bi kovara Gulîstan sala 1968 an dest pêdike. Di ewê hîngê de û piştî ku, Cegerxwîn û hin rewşenbîrên dîtir, ji aliyê evê konevaniya xuloxe ve, têtin hejandin û dibînin ku, çawa hevalên duh dibin dijminên îro; (vegere rewş û dîroka Tevgera Kurd a li başûrî-rojavayî Kurdistanê), û wan şerê dijmin ji bîr kiriye û bi yê navxwe ketine û pirsgirêkên doz û milet, bi şerkirina bo danîştokê û “kî berxe, kî berane” guhartine, dê bihêle, Cegerxwîn û hin rewşenbîrên din li xwe vegerin û bidin ser riya Mîr Celadet û ji nuh ve kovar û çanda kurdî li evî perçî, vejînin.

Û wilo qonaxeke nuh, di çanda Kurdên başûrî-rojava de dest pêdike. Lê ev qonax jî ne xwedî yek-renge û em dikarin ewê weke du pirojeyên wêjeyî ku, ji her yekê re hinek şanên wê, yên cuda, hene bi nav bikin. Û weke em dizanin; kovara Gulîstan bi biryareke konevanî derket, lew re yek dikare bibêje ku, ew dengê partiya xwe bû û çi kovarên li pey ewê derhatine jî, dane ser ewê şopê bi xwe û her yek bûye dengê partiya li piş, mîna kovarên; Gelawêj 1979, Stêr 1983, Xunav 1986.. û ta roja îro jî hin kovarên me li ser ewê bernameyê dimeşin, wek; Pirs 1993, Bihar 1994.. û hinekên din. Ev ton kovar û rojnameyên partiyetiyê bêtir rê ji hevlên xwe re vedikin ku, ew berhemên xwe tê de belav bikin û pir caran li ser hesab û pelandina mijareke din û pileya wê ya çandî.

Evê yekê û digel hin tiştên din; dagirkirina konevaniyê ji rewşenbîriyê re û kêmtêgihêştin û ne pisporiya rêvbirên evan kovar û rojnameyan û kêm mizaxa peran li ewana hêşt ku, rewşa çand û çapemeniyê li başûrî-rojavayî Kurdistanê û heya roja îro, li şûn be. Lê tevî evan pirsgirêk û pirobleman jî, hin nivîskaran û di hudirê weşanên partiyan re, karîbû dengê xwe bigihanda miletê xwe û em dikarin bibêjin ku, ji bilî Cegerxwîn jî, pirên din û hinek ji wan hîne ji nifşên qonaxa pêşîn bûn, mîna: Osman Sebrî, Seydayê Tîrêj, Keleş û.. hwd, karîbûn riya xwe vedin. Û ne pir li pey wan, hin navên din karîbûn, bi xurtî, bidana ser riya ewên pêşîn û bibana xwedî nav û dengin berz, weke: Deham E. Fetah, Mehmûd Sebrî, Bêbihar, Salihê Heydo, Rezo û Berzo.. û hin navên din.

Weke me dît ku, piraniya evan navan di warê helbestê de têtin nasîn û ew jî ji sedema tirsa kotekiya dijmin û çalkiyên wan ên bi dizî dihat û hêsaniya lezberkirina helbestê. Û ev yeke, ji sedemên sereke ku, hêştiye toreya miletê me ya devkî dewlemend be; “çanda Kurd çandeke girabiha û ji yên kevintirîne, li evê herêmê û damarên wê ji dîroka kevin ta nuha, bi dema xwe re ne”(14). Lê tevî ewê yekê jî, hin nivîskaran û di ber helbestê re, bi hin celebên wêjeyî yên din mijûl bûn, mîna: Deham E. Fetah, Mehmûd Sebrî û Konê Reş.

Ev qonaxa sarûgermkirina di navbera konevanî û rewşenbîriyê de û ka kiyê zora yê din bistîne, dê heya salên heyştê û heft-heyşt an bajo. Di evan çaxan de û bicihkirin; di roja 14 eyê Avdara sala 1988 an û di şevbihêrkeke helbestî de ku, li bajarê Helebê hatibû lidarxistin, tête pêşniyaz kirin ku, kom û dezgehên çandî yên serbixwe bêtin afrandin. Bûyera din jî û li bajarê Qamişlo, hin rewşenbîr dighên hev û dixwezin kovareke serbixwe; kovara “Gurzeke Gul” ku, ne di bin konê ti partiyan de be, derînin.

Em dikarin evan herdu bûyeran weke bingehînên qonaxeke nuh, ji dahênan û afrandineke nûjen re bibînin ku, tenê şert û mercekî pîvanê, eger ku, em rê bidin xwe û şahînan ji afrandinê re bi pejirînin, heye û ew jî dahênan e; “dahênan (afrandin) – mêşaneke bi armance, ew dighîne raderxistina (afrandin, nuhnaskirina) tiştekî nuh ku, berê nehatiye naskirin”(15).

Di bin evan dîtin û baweriyan de, nifşê nuh nêzîkî çand û wêjeyê dibe û bi akamiya evê têgihêştinê û ragihandina îro; nemaze di riya Entirnêt re, karîbûn gavine xurt, di demeke kurt de, bavêjin. Û me di evan çend salên dawiyê de dît ku, hin nivîskaran, karîbû têlên sînoran bibirin û bibin xwedî navine berz û emê hinekî bi firehî li ber navên evê qonaxê rawestin û her celebeke wêjeyî bi tenê bidin venasîn.

 

Helbest:

 

Ji bilî ewên pêşîn ku, me navên ewana anîne zimên, wek: Tîrêj, Keleş û ewên din û di evan salên paşin de, pir navin girîng hatin naskirin û weke mînak em dikarin hin navan bînin zimên: Royarê Amedî, Ehmed Huseynî, M. Efîf Huseynî, Tengezarê Marînî, Fethela Huseynî, Jan Dost, Xemgînê Remo, Awaz Kalo, Can Bapîr û Nezîr Palo. Û dengê pîrekê jî, di evan salan de, bilind bû û çend navên nas derketine, mîna: Jana Seyda, Axîn Welat, Diya Ciwan, Anehîta, Şîlan Hemo, Dîlan û Bêwar Ibrahîm.

 

Çêrok û Roman:

 

Çêrok, weke celebekî wêjeyî, nuhe ji wêjeya cîhnê re û hîne ji me; Kurdên başûrî-rojava re nuhtire; tevî ku, çend çêrok di hundirê kovara pêşîn; Hawarê de jî hatine weşandin, lê dîsa jî ew rê ji me re venake ku, em bibêjin: Kurda ji zûde çêrok naskiriye, ji ber ku, ew çêrokên di Hawarê de hatine belavkirin, ne li gor “pîvanên” çêroka nûjenin. Lew re ev tenê çend salin ku, hinek nivîskarên me berê xwe dane wê û li gor dîtina min, ev celebê wêjeyî li ser destê çendekan cihekî bilind, di nav celebên toreyê yên din de, girt û nemaze, li ser destên: Bavê Nazê, Helîm Yosif, Ridwan Elî û Pîr Rustem. Lê em nikarin pir navên din jî ji bîr bikin, wek: Şahîn B. Siwêreklî, Fewaz Evdê, Salih Demîcer, Azad Elî, Bavê Helebçe, Qado Şêrîn, Nisrîn Têlo û Salih Bozan.

 

 

 

 

Gotar û Lêkolîn:

 

Mixabin em di evê alî de pir jar û qelsin û eger ku, hin pirtûk jî di evî alî de hatine weşandin jî, ew di naveroka xwe de ne têgihêştîne û ewan nivîskaran palnedaye ser zanyariya pisporî û pireka ew berhemên xwe weke bîranîn nivîsandine, mîna: Hesen Hişyar, Şahîn B. Siwêreklî, Mehmûdê Sebrî û em dikarin bibêjin ku, Heyder Omer û Deham E. Fetah, hinekî bi radeyeke bilind nivisandî. Lê di van du-sê salên dawiyê de hin navin nuh dertên û belkî ew karibin di pêşerojê de, pirojeyên xwe yên ramyarî pêşkêş bikin, wek: Nizar Agirî, Bavê Helebçe, Muhsên Seyda û Pîr Rustem.

 

Rêziman û Rastnivîs û.. Ferheng:

 

Helbet û weke me di pêşî de jî gotiye: mîr û xebatkarê herî balkêş, di evî warî de, Celadet Bedirxane; ewî ne tenê A-B êya kurdî û kovara Hawarê damezrand, lê digel nivîskarê firensî; Rojê Lîsko, “Rêzimana Zimanê Kurdî” jî danî. Û em evê konfiransa we weke derfetekê dibînin ku, têde hêviya xwe bînin zimên û bixwezin ku, em tiştekî li gor navê ewî pêkbînin; weke xelateke Kurda ya herî bi nirx. Û digel karên Mîr ên di ber zimên de, hin pirojeyên din jî hatin pêşkêşkirin, lê ne di pileya ya ewî de bûn, wek: A-B êya Osman Sebrî û di evan çend salên dawî de jî hin pirtûkên hînkirin û rastnivîsandina zimên û ferhengan  hatin belavkirin, mîna yên evan nivîskaran: Cemîl Seyda, Kamîran Bêkes, Siyamend Ibrahîm, Keça Kurd û Deham E. Fetah.

 

 

Wergerandin:

 

Weke ku, ji dîroka miletan tête naskirin; çi miletê bixweze bi serkeve û çand û wêjeya xwe vejîne, zengîn bike û xwîneke nuh bi gewdê ewê de berde, gereke tevgereke wergerandinê ya xurt pêk bînê û bi awayekî pisporî. Û du mînakên balkêş, di evê mijarê de, li ber çavên me ne; bizava ramyariya Îslamê û di dû re jî ya Ewropa. Lew re û eger em bixwezin ziman û çanda xwe vejînin û bikin ji yên jînî, gereke ev tevger li ba me bi rê keve û karîn li ba zimanê kurdî heye ku, bibe ji zimanên zindî; “ziman aferîdeyekî zindiye, dize û bi pêş dikeve û ziwa dibe û dimre, weke li ba aferîdeyan.. û eger ku, em li zimanê kurdî binirin.. emê binasin ku, ew di hundirê xwe de regezin zindî hildigre û wî hildide pileya zimanên zindî”(16). Lê mixabin, ev tevger li ba me hîne pir qels û laweze, tevî ku, di evan çend salên dawî de hin camêran ev al hilgirtî jî, wek: Keça Kurd, Jan Dost, Tewfîq Elhuseynî, Dr. Ebdil-Mecîd Şêxo, M. Efîf Huseynî, Rajal, Hejar Ibrahîm û Fewaz Evdê.

 

 

Kovar û Rojname:

 

Tenê ma ku, em navên kovar û rojnameyên ku, li başûrî-rojavayî Kurdistanê û di evê qonaxa dawî de derdihatin, bidin naskirin û helbet piraniya ewana, eger ku, em ne bêjin tev ên partiyan e û ewên bêtir têtin belavkirin evin:

Kovar: Stêr, Gelawêj, Zanîn, Pirs, Aso, Gulîstan, Zevî, Gurzek Gul, Xunav, Hogir,   Rê, Zengil, Helwest, Roja û Rojda. Lê piraniya wan, di roja îro de, hatine rawestandin.

Rojname: Newroz, Deng, Xwendevan û hin belavokên din ên xwendevana. Û ev tenê bese ku, em jarîtiya rewşa çanda kurdî li başûrî-rojavayî welêt binasin.

 

Hinek Têbînî:

 

  • Helbet pir navên din û ji herdu toxman, hene û belkî, hinek ji wan, ne ji evên çûne biçûktirin jî, lê mijara me gotir nake ku, em tevan bînin zimên. lê tenê em çendeka bi bîr dixin ku, rola ewên din jî ne kêmttirî evên me navên wan gotibûye, wek: Mihemed Şêxo, Ismaîl Kose, Ehmed Ismaîl, Arşevê Oskan, Rozad Elî, Ferhadê Çelebî, Dilawerê Zengî.. û bila li me biborin, nav pirin.
  • Pir kovar û rojnameyên kurdî ku, bi zimanê erebî têtin weşandin, lê li gor dîtinên me ew nakevin bin konê çand û wêjeya kurdî, lew ra me ew ne anîn zimên. Bê gûman mijara me ne tekûze, ne dûre me hin nav ji bîrkiribin, an jî me mafê ewana nedabêyê û nemaze ewên li Ewropa dixebitin, lê sedî-sed ti têvedan li piş evê yekê nînin.
  • Têbîniya jorîn bi me dide nasîn ku, mijara me nikare rewşa çanda Kurd li başûrî-rojavayî Kurdistanê, bi tevayî bide xwendin ji ber ku, pareka wê ya girîng li derveyî welate, ev ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî, me tenê rewşa nivîskariyê li evî perçî daye xwendin û hemû celebên çandî yên dîtir ranehiştiyê de, weke: mozîk û huner resim û wênekêşî û hwd.
  • Kêmjêderên vekolînên evan mijaran, dihêle babet jar û kêmsûde be.
  • Ev bervedana me ji ber ziman û çanda kurdî û ranewestîna li ser kovar, an jî li ber navên ku, bi zimanê erebî dinivîsin, ne ji nijadperestî, yan jî xwestina înkar û tinekirina yê din hatî; na, tenê daxwaz ewe ku, em jî şûna pêyeke xwe, di evê gerdûnê de, bibînin. Û tiştê din û li gor baweriyên me, eger ku, mirov bi çi zimanî binivsîne, dê di nav ewê çandê de bête jimartin û xwendin û mijara me jî li derdora çanda kurdî digere û ne li ser nivîskarên ku, bi nijad, mijar û ramanên xwe Kurdin, lew re pir navên berz hene, lê di hudir çanda erebî de ne û ev jî helewesteke me ye.

Û di dawiyê de, hêviya me ewe ku, me karîbû hinek ronahî bida ser “Rewşa Çanda Kurd li başûrî-rojavayî Kurdistanê”. Û digel hemû rêz û rûmetgirtina me ji karekî wilo giranbiha re.

 

*   Ev mijar li Konferansê Amedê; ya wêje û pirçandeyî hate pêşkêşkirin.

 

 

Cindirês-2003.

Gîre:

 

  • Encîla Yohena, Îshaha yekem.
  • Lêkolînek li ser Parêzgeha Cizîrê. 4-5.
  • Naskirina Kurdan. 14.
  • Jiyana min a kurdî. 206.
  • Kovara Ecras, H. 10, bihara 1999.
  •  “    Gelawêj, H. 4 – 1992.
  • Şiyarbûna Kurda ya Çandî û Netewî. R. 14.
  • Jêderê berê. R. 61.
  • Ji bilî Çiya Dost nînin. R. 168.
  • Kovara Hawar, H. 1, sal 1932.
  • Kovara Ecras, H. 10, bihara 1999.
  • Naskirina Kurda. R. 137.
  • Jiyana min a kurdî. R. 108-109.
  • Jêderê berê. R. 141-142.
  • Ferhenga Felsefî ya Kurt. R-6.
  • Pirsgirêka Kurd. R. 147-148.

 

 

 

 

 

 

 

المراجع والمصادر:

 

 1- الكتاب المقدس ، العهد الجديد. دار الكتاب المقدس في الشرق الأوسط، بيروت-لبنان .

2- دراسة عن محافظة الجزيرة من النواحي القومية ، الاجتماعية، السياسية . الملازم الأول محمد طلب هلال (رئيس الشعبة السياسية بالحسكة) .

3- معرفة الأكراد، الأب توماس بوا، ترجمة بافى آرام .

 4- حياتي الكوردية أو صرخة الشعب الكوردي، نور الدين زازا، ترجمة روني محمد دُملي. دار آراس للطباعة والنشر، اربيل 2001 .

5- مجلة أجراس العدد 10 _ ربيع 1999 . مقالة للكاتب عبد الحليم يوسف ، بعنوان (واقع وتاريخ الصحافة الكردية ، أكراد سوريا نموذجاً) .

6-   Kovara Gelawêj, hejmar 4 – hizêran 1992. Gotara S. Mîrşem, ewa li sernavê; {Li derdora “Rojnama Gerok”; “Kurdistan” 1898 – 1902}.

7- نهضة الأكراد الثقافية والقومية (نهاية القرن التاسع عشر و بداية القرن العشرين)، ، جليلي جليل . ترجمة بافى نازى ، د. ولاتو ، كدر، الطبعة الأولى 1984 .

  8- لا أصدقاء سوى الجبال ، تأليف: هارفي موريس وجون بلوج ، ترجمة: راج آل محمد ، مراجعة وتقديم: هادي العلوي . بيروت _ لبنان .

9- Kovara Hawar, hejmarên 1 – 9, veguhstina tîpan: Mihemed Bekir.

10- المعجم الفلسفي الختصر ، ترجمة توفيق سلوم . دار التقدم 1986 . طبع في الإتحاد السوفيتي .

 11- المسألة الكردية-الوهم والحقيقة ، مازن بلال . الطبعة الأولى 1993  الناشر: بيسان للنشر والتوزيع والإعلام ، بيروت-لبنان.   

 

 

 

 

 

 

 

RONAKBÎR Û

           TEVGERA KURD (1)

 

 

 

Belvoka Partiya Demokrata Pêşvwrû û di evan çend hejmarên xwe yên dawî de, zincîreke ji gotaran, di bin sernavê “Têkilî di navbera Ronakbîrê Kurd û Tevgera Konevanî ya Kurd de” weşandin.

Mixabin, mijara ku, dihate lêkolînkirin ji hemû aliyên xwe ve; çi ji aliyê naverok an nivîskar an jî rûpelên ku, ew mijar hembêzkirine hemû kurdî ne. Lê tenê zimanê nivîsandinê erebî bû. Lew re, dê baştir ba ku, me ev pirs kiriba: çima em ji konevaniyê dûrin û hîn firehtir; çima em ji çanda kurdî dûrin.

Ji berî ku, em derbazî mijara lêkolînê dibin, ka em binirin şirovekirina zanyarî ji herdu zarawan; çand û konevanî re çiye: “çand- (li hemer gotina kultûre) hemû rengên çalakiyên mirov û civakê ne û encûmanên evan çalakiyan û normale ku, çanda mewdan ji ya giyanî bête cudakirin. Di bin a yekemîn de hemû xêr û bêrên mewdanî tên rêzkirin, tevî alav û dezgehên wê. Lê ya duyemîn hemû çalakî û awayên zanyariya civakî hembêz dike: felsefe, zanyarî, sinc, maf, huner û.. hwd(1). Konevanî: meydaneke çalakiyêye, têkiliyên xwe bi milet û çînên civakê re heye.. stûnê konevaniyê ewe ku, serdestiya rijîma dewletê bi dest xwe ve bîne.. û konevanî bi angoyeke teng ji gotinê re, bervê çalakiyên dewletê (partiyên konevanî) ye, li vir an li wir, ji meydanên jîna civakî re (2).

Piştî şirovekirina çand û konevanî, dê ne tiştekî nuh be û ne jî em çireyeke nuh vêdixin, gava em bibêjin: par û perçe dikeve bin sî û bandûra tevayiyê û weke me dît ku, çand zaraweke tevayiye û konevanî pareke ji wê tevayiyê. Vêca em dipirsin: mijareke weke eva li ber me û weke me dît ku, bi zimanê erebî tête lêkolînkirin, ka me jî bi ewî zimanî vekolanda, me yê heya kîjan pileyê raja çanda miletê xwe bikira.

Di dû evê pêşgotinê re emê bên ser mijara xwe: çima ronabîrê Kurd dûrî tevgera konevaniye. Di nirîna me de ev pirs hinek dûman û gûman li derdora ewê heye; Ji ber:

  • kîjan ronakbîra, roja îro û li gor rewşa miletê me, heye ronakbîrê Kurd ku, tenê bi damarên xwe Kurde, lê mejî û hestên wî di raja çanda miletê serdest de ye û di nav ewan de heye ewê ku, xwe firotiye rijîma evan dewletên ku, zordariyê li ser miletê me dimeşînin û em di ewê baweriyê de ne ku, evên paşin, tikes hêviyê di ewana de nabîne, bi kêmanî di roja îro de û li gor heyam û berjewandiya wan a îro. Dimîne celeb an riwê din ji ronakbîrên Kurd, ewên xwe bi milet û doza wî ve girêdane; çi yên bi zimanê zikmakî dinivîsin an jî ewên bi bi zimanê miletên serdest.
  • B- Zarawa konevaniyê çiye; nirîn û dîtina me ji kar û barê tevgera konevanî re. Kiye ew kesê konevan, çine nirîn û dîtinên wî.. . Em naxwezin têkevin gerînoka pirsan û em hevdu wenda bikin û bi xwe jî wenda bibin. Me di dest pêkê de got ku, konevanî pareke ji tevayiya çandê, tiştê din ku, divê ji hev bête derxistin eve; konevanî û yên konevan ne tenê ew kesê ku, di hundir partiyan de kar dikê ye. Li gor evê nirînê, ji rewşenbîr re; ewê ku, bi miletê xwe ve girêdayî mayî, emê nasbikin ku, karê konevaniyê yeke ji tevayiya karên wî ne û bi evê awayî ew ne dûrî rewşa civaka xwe ye û di pêşvebirina ewê de bi roleke berz radibe. Gobêlz ne ji hçî got: dema ez seriyê ronakbîrekî dibînim ez şaşera xwe dipelînim. Û emê wilo bighên pirsa ku, cihê xwe digre û bêyî ku, dibin dûmên de bimîne: çima rewşenbîrên Kurd dûrî partiyên me ne, çima nakokiyeke tûj di nav bera herdwan de derketî di gel em tev jî dizanin ku, piraniya rewşenbîrên me, di demên çûyî de, hevalên evan partiyan bûn eger ku, em nebêjin tev.

Me got hevalên ewanbûn û ne ji dibistan an jî evan partiyan ev ronakbîr afrandine, weke ku, hin partiyên me dixwezin bibêjin. Erê, belkî hinek alîkarî di evê alî de kiribin, lê sedî-sed ne ewana ev ronakbîr afrandin û eger wilo be, ji berî hertiştî bi hezaran hevalên partiyan hene, vêca çima evqas nezanî û paşdamayî û di hemû waran de. Lê em ne di ewê babetê de ne ku, em bi ferehî li ser rawestin, belkî di pêşerojê de bibe naveroka mijareke nuh.

Lê em dibêjin bersiv, dê ne di hesaniya pirsê de be, eger ku, yek bibîne an bixweze ewê weke pirseke sivik binase û di mijareke weke evê de û di çend rûpelan de, dê neyê bersivandin, lê emê çend têbîn, xalan daxînin ser tejiya lêkolînê.

1- Çima berpisyarên rojhilatê “amînî”* ne; ew ewin, an ew bi mirin an jî bi kuştinê diçin û me nedîtî ku, bê zor kesî dest ji karê serokatiyê berdayî yan jî yekî nuh bi hilbijartinê cihê ewî girtî. Di vir de gotara li ser navê “Serokê Berê” ya di hijmara (23) ji belevoka Newrozê tête bîra me. Gelo eger ku, em vegerin û li kok û bingeha mêjiyê Îslamê binirin emê nesaxiya evê yekê di hundirê ewê de nebibînin?!

Em tev çêroka derxistina Iblîs ji bihuştê dinasin, ger em xweşik li evê çêrokê guhdarbikin, emê nesaxiya xwe yan jî yek ji şaxên nesaxiya mejiyê rojhilatî nasbikin. Ew hate bidûrxistin ne ji bo ku, ji Adem re neçû sejdê, weke ku misliman didin aşkerekirin; qet na, lê ji ber ku ewî jî zanîn naskir û bi Adem da naskirin, dema ew têveda û hêşt ji dara zanînê buxe û di ewê hîngê de ti cudayî di navbera wî û Xwedê de nema, ji bilî ku, here û ji dara “amînî” yê jî buxe û bê mirin jiyana xwe di buhuştê de bidomîne û wilo ew jî dikete pileya Xwedê û ti cudayî di navbera herduwan de nedima û qet çê nabe ku, du Xweda di buheştê de hebin, weke çawa çênabe du mirovên dîn di yek bajar de hebin.

Eve girêk a pêwendiya di navbera herdwan de ye; dive ronakbîr, di destê Xwedê, serokên partiyan de be û bes ku, ji destên ewan derkeve û bikeve nav yên yekî din; ji du riyan pêve li pêş wî tineye yan dive weke Adem dudilî bijî û bêje, mîna Dr. Sadiq C. Azim di pirtûka xwe ya li ser navê نقد الفكر الديني de dibêje: “Adem mîna Iblîs fermana Xwedê bikar ne anî, tevî ku, Xwedê bixwesta ew seriyê xwe bitewîne, dê wilo bikira, lê gava Xwedê loman jê dike, bi lêvegerîneke nêgetîv bersivê dide û dibêje: Xwedayê me, me zor û sitem li xwe kir û eger ku, tu me berat nekî û li me netê rihmê emê ji kesên ziyankarbin. An jî dive mîna Iblîs; lehengê serpêhatiyê, bi awayeke pozîtîv bibêje Xwedayê xwe: weke ku, te ez şimitandim ez jî yê wilo li erdê bikim”(3). Û bi evî rengî yan ewê dest ji partî berde û li “mala xwe” rûne, yan jî ewê çend kesan li dora xwe bicivîne û partiyeke nuh bide damezrandin.

2- Evqas partî çima û ji bo çi, miletekî hijmara xwe li gor du melyonan; “Kurdên Sûriyê” û bindest ma gerekî wiye ku, evqas partî hebin. Eger ku, em bixwezin bêne xapandin û bawer bikin ku, ev partî çepe û ya din nîv çepe û ya dawî.. . Lê dîsan jî, dê ne li gorî jimara partiyên hene be. Em di ewê baweriyê de ne ku, di Emerîka de jî ev jimar tineye.

3- Perwerdiya kesê rojhilat û nemaze mirovê misilman; di jiyana me de Xwedê yeke û em tev koleyên wî ne, di dû re serekên êlên Kurdan dihatin, roja îro partiyên me ketine şûna ewana, di dû wan re serekê malê; bav Xwedêyekî biçûke di hundirê mala xwe de. Perwerdeyeke li ser evê bingehê, dê di pisîkolociya me de şopeke kûr û fireh bihêle; gotina “ezbenî” ne ji valahiyekê hatî; kengî koletî û xwekirina kole, rûmetgirtin bû û evê tonperwerdiyê hêşt ku, em her yek li keysekê bigerin, da ku, em girêk û aloziyên xwe yên pisîkolocî têre derînin û ne dûre em hîne bi sedan ên wekî Sedam Husên bibînin. Gurên dev bi xwîn pirin û pir dibin, gava em tev mihîbin. Careke din em dikarin bipirsin: kanî serokê berê.

4- Di aliyên kar û barên partiyên Kurd de, aw û şêweyên ku, di xebata xwe de bi cih tînin, em dikarin çi bêjin. Di dawiya salên pêncî de, di ewê heyama ku, miletên Ereb hîne bi serkeftina xwe şadibûn û hino-hino mafên miletên din jî dihate bincilkirin û bi arîkirina P. D. Kurdên başûr, Partiya Demokrata Kurdên Sûriyê hate demizrandin. Lê li ser dema yekbûna Sûriyê û Misirê û di pişt re qetandina herdu dewletan ji hev, Partî ji bêçariyê ji nîvaşkeriya xwe ya berê vedigere karê xwe yê  bi dizî û ev çêrok dê bajo heya roja îro. Bi sedan bûyer û heyama dinê hatin guhartin, lê partiyên Sûriyê sûnd xwarine ku, ji kar, rêk û pêkên xwe yên berê venagerin û bi ser giştî de jî û belkî ne kêmtirî rijîm û dezgehên wê yên asayêşê hêştine ku, hevalin dilkevroşk, li dora wan bicivin; ango li şûna ku, Partî di avakirineke kesîtiyeke şoreşger de alîkar be, hêşt dost û hevalên Tevgera Kurd ji sîka xwe jî bitirsin.

5- Karê partiyên me di warê çanda kurdî û zimanê zikmakî de; ji sala 1957 an û ta roja îro çend hijmar ji kovar û rojnemeyên kurdî û çend pirtûk weşandine. Çend nivîskar di evê dema dirêj de derketin holê; kanî afrandina ewana ji nivîskaran re. Û eger ku, em pîvanekê çêbikin emê bibînin ku, ronakbîrekî mîna mîr Celadet Bedirxan û herdu kovarên wî Hawar û Ronahî bi qasî karê partiyan tev derdikeve. Herdu kovaran navê çend nivîskaran di ezmanê wêjeya kurdî de birûsandin mîna: Cegerxwîn, Qedrî Can, Celadet; “Xwediyê Kovaran” û birayê wî Dr. Kamîran û em Osman Sebrî ji bîr nakin û me dikarî hîne hinek navên din jî bijmartana. Lê ji sala 1957 an de û ta destpêka salên nodî, çima tevgera kurd, navin e nuh nedan û eger ku, roja îro em hinek liv û tevgereke çandeyî di nav Kurdên Sûriyê de dibînin, ew jî bi xêra hinek ronakbîrên Kurd de û rola kovarin e serbixwe ye; kovrên partiyan sî salî di durv û awayekê de bûn û piştî ku, Zanîn û Aso bi rengekî nuh derketin, ji nuh ve Stêr û Gelewêj û Gulîstan ramiyan ku, guhdanekê bidin durv û naveroka evan kovaran.

6- Têbîniya pêncan me dighîne xaleke pêwîst ku, rêvebirên partiyên Kurd, eger em nebêjin bi tevayî, lê ji sedî nod û neh nezanin, ne kesin e rewşenbîr û xwedî raman in û di nav ewana de hene ku, xwendina; çi bi zimanê erebî dibe yan jî yê zikmakî be nizanin, bêyî em ji wan bixwezin ku, bi zimanekî biyan mîna yê ingilîzî jî bixebitin.

7- Tenahî û tevayî “keriyatî”, ew du zarawin û erê bi hevdu ve girêdayîne, lê her yek li aliyekî rastiyê ye. Ji bingeha pêvajoya karên dezgehên civakî, komele û partiyan, dive ti xasmayî ji yekî re tinebe; ango kesayetiya mirov di nav kerî de tête vemirtin. Ev ton sinc, li dijî xurûya kesayetiya yê ronakbîre, bê gûman gava me got civak, em civaka rojhilat û nemaze ya Îslamê qesd dikin û dîroka wan bi evan şêretan dewlemende ku; “destê Xwedê li gel komelê ye” û “eger yek bixweze bihuştî be gereke tev komelê bimîne, Iblîs bi yê bi tenê re ye û ji dudiwan dûre”. Salixdanên bi evî ton-rengî ku, li ser zimanê pêximberê mislimanan hatine, pirin û tev me ber bi tevlêbûna “kerî” têvedidin.

Di dawiyê de em dixwezin gotineke kurt bibêjin û nemaze ji partîhezan re: ev têbînî û xalên ku, me xwestine li aser tejiya gotara xwe rêxin, ne ji dilreşiyeke me ji partiyên Kurd tê, weke ku, hinek dixwezin bawer bikin. Eger ku, em razîne yan na û di roja îro de ew; partiyên me nûnmeriya miletê me dikin, lê ev yeka, dê nehêlibe em seriyê xwe ji ewana re bitewînin, li pêş wan û kêmasiyên wan destên xwe têxin bin seriyê xwe û pişta xwe ji wan re xûz bikin û bibêjin: “ezbenî , eve stûyê me û vaye kêra we”. Lê em dikarin bi hezkirin evan xalan û yên ku, nuh derkevin, vekolînin.

 

Têbînî:

Du têbîniyên pêwîst hene û dive em ji bîr nekin, heya ku, gotara me ne kût û kulek be, ew jî evin:

A- Di evê gotarê de me kêmasî û nêgetîva Tevgera Kurd û li gor dîtinên xwe, berçav kirin; ji ber ku, pirsa me ew bû ku; “çima ronakbîrê Kurd dûrî tevgera konevane”, hêşt ku em ewana bînin zimên û nêzîkî pesin û xalên ronak nebin.

B- Careke din emê bêjin ku, me tenê nêgetîvên tevgerê anîne zimên û yên bi ronakbîr ve girêdayî berçav nekirin e û emê di mijareke din de nêzîkî ewan xalan bibin.

 

 

 

Cindirês-1999.

RONAKBÎR Û

         TEVGERA KURD (2)

 

 

 

 

 

Di xeleka çûyî de, em pirsîbûn: kiye ronakbîr û me ew xistibû bin hin nifşan de; çi yên ku, xwe bi rijîma dewletên serdest ve girêdane û me li ser ewana got ku, di roja îro de û li gor berjewandiyên ewana, ti hêvî ji ewan nayên kirin, mabû ku, em hêviyên xwe di nifşên ku, xwe bi doza milet û gelê xwe ve girêdayî kin; çi yên bi zimanê zikmakî yan jî bi zimanên din dinivîsin.

Eger ku em vegerin dîrokê, emê bibînin ku, perçê mezin ji ronakbîrên ku, raja çanda miletên serdest kirine û nemaze çanda erebî, helbet ev yeka jî bi akama çanda Îslamê û zimanê Quranê ye; ji ber ku “zimana pîroziyê” e, ew ne Ereb bûn û em yek ji ewan miletên ku, demeke dirêj di bin akama evê çandê de man û em pir dereng li ziman û çanda xwe xwedî derketin; em dizanin ku, cara pêşî bû gava rewşenbîrê gewre M. Bedirxan û birayê wî Ebdulrehman di 22.4.1898 an de, rojnemeya Kurdistan li bajarê Qahîra bi zimanê Kurdî weşandin, ango dîroka weşana rojnemevaniyê ya ku, dihêle rewşenbîr û cemawer bi hev e bête girêdan, sed sale.

Belê raste ji kevin de, ji sed sala panzdehan de, herdu pêl bi hev re dimeşin; yên ku, bi zimanê xwe yê zikmakî û ewên ku, bi zimanên serdestan dinivîsin û di demên ku, M. Cizîrî, F. Teyran, E. Herîrî û Ehmedê Xanê bi zimanê Kurdî berhemên xwe dinivîsandin, li rex ewana xwediyê berhema gewre; Şerefname, Şerefxan Bedlîsî û Idrîs H. Bedlîsî û helbestvanê mezin Fidolî û hîne ji berî ewana jî Ibin Esîr, Ibin Xelkan û Ebo Fîde û.. hwd, bi zimanê biyaniyan dinivîsandin, çi erebî dibe yan jî tirkî û farisî û di demên paşin de jî hin rewşenbîrên me yên li Ewrûpa dijîn, bi zimanê latînî berhemên xwe diweşînin, heya Kurdên me yên di Sovyetistana berê de jî, ji evê çarçewê derneketine û hinekan ji ewana bi ziman rûsî yan jî yê ermenî nivîsarên xwe belavkirine, lê heya ewên ku, bi zimnê zikmakî jî dinivîsandin û pirî caran, diketin bin bandora zimanê erebî û ferhenga ewana bi kar tanîn.

Di dû evê rêxistina dîrokî, ya bi lez, ji dûrketina rewşenbîrê me ji zimanê zikmakî, em naxwezin bête fêmkirin ku, banga me ji nijadperestiyê re ye yan jî ji pozbilindiya wê re ye; her mirovek di pejrandina dilxwezî û bîrweriyên xwe de aza ye û çênabe em bihêlin bi darê zorê yek kesayetî û ramanên xwe biguhêre, ev yek ji mafên mirov yên bingehîne. Lê pirsa me ewe: çima kesê Kurd ji bin konê xwe direve û diçe di bin konê biyaniyan de dîlanên xwe digerîne. Helbet sedem ê pir bin, lê em dikarin di evan çend têbîniyan de, ewan movikên mezin bidin ber çav.

  • Di pêşî de û ji berî hertiştî bi şikestin û hilweşandina dewleta Mîdye re kesê Kurd diherife û kesayetiya ewî berdavêje û tiştê hêştî ku, ev ton sinc, di derûna yê Kurd de ferehtir bibe, ev bindestiya dîrokî ya dûr û dirêje.
  • Tiştê din ku, hêştî em ji kurdiyetiya xwe şerm bikin, helbet ne xelkê tev, ew qirkirina “me” ji ol û Xwedayên Zaredeştiyê re û di bin siya şûrên ola Îslamê de. Ev wendakirin û ji desgirtina Ola Zaredeştiyê hêşt ku, damareke me ya stûr ziwa bibe.
  • Ev ton konevaniya li serê Kurdan, ji aliyê miletên serdest û bi navê biratî û îslametiyê, tête meşandin.
  • Cigrafiya Kurdistanê ku, nedihêşt zû-zû miletê me di nav hev keve; di her holeke cigrafî de taybetiyeke wan çêdibe.
  • Têbîniya çûyî dihêle em bighên mijara êlên Kurdan ku, hertim nakokî di navbera ewana de derdiket û di roja îro de, mixabin ku, partiyên me eynî bi ewê rolê radibin.

Raste, di pirbûn û newekhevbûnê de jiyan tête dîtin, mîna ku, Spînoza dibêje û dihêle riwekî demokrasiyê bide civakê, lê pirbûna êl û partiyên Kurdan ji derûna me ya pişifandî tête; em her yekî, her dewletekê ji xwe re dijmin dibînin û ji ber ku, em ne li gor hêzên ewan dewletan ne û da ku, em veşartiyên xwe yên derûnî û qelsiya xwe birjînin, me evqas êl û partî derxistin holê û me dijmintiya rasteqîn bi dijmantiyeke sîberî, rewrewkî guhartiye û vaye şerê partiyên me li dijî hev dikin, mînakeke balkêşe.

Evan sedeman digel hineke din ên kesayetî; çi hezkirina mirov ji peran û belavkirina berhem û navê ewî, dihêşt û dihêle ku, nivîskarê me bi zimanê miletên serdest binivîse. Helbet tinebûna dezgeh û dewleteke Kurdan serbixwe pir asteng datanîn û hîne jî datîne pêşiya rewşenbîrê Kurd ku, karibe raman û hestên xwe bîne zimên û mijarên xwe belavbike, lê di nrîna me de, ev yeka dê nehêle ku, em kiryarên wan tebrîr bikin û ne jî ewana gunehkar derînin. Ev ne durûtiye; ewana riya xwe pejirand û li gor ewê vebijartina ewan, em jî dikarin nirînên xwe ji wan bidin û bibêjin ku, ew tên jimartin weke nivîskarin bi nijada xwe Kurdin, lê ne nivîskarin e Kurdin.

Dê li ser evê yekê jî gelek ji rewşenbîr û nivîskarên me li xwe giran bînin, lê li gor dîtinên me, em nikarin bêjin ku, helbestvan û romannivîsê gewre Selîm Berekat nivîskarekî Kurd e, raste belkî ewî camêrî bêtirî her nivîskarekî û bi pênûsê xwe raja doza miletê xwe kiribe û hîne jî dike, lê di warê huner û çandê de, ew raja ziman û çanda erebî dike û em naxwezin ev yeka bi angoya ku, em dixwezin şerê evan nivîskaran bikin, bête fêmkirin. Em bi nivîskarên weke wî serbilindin û xweziya ku, hîne bi zimanê kurdî ew berhemên wî derketana, lê weke ku me dît, pir sedeman hêşt ku, nivîskarên weke E. Şewqî, M. Rosafî, Zehewî, Q. Emîn, M. û M.Teymor, R. Yesmî û civakzanê gernas E. Kewakibî û.. hwd, bi zimanên din binivîsin.

Hin nivîskaran jî rê didan xwe û digotin ku, zimanê kurdî li şûne û ew nikare rahêje hest û ramanên me, belkî heya bi hinekî ew di gotina xwe de rast çûne jî, lê eger ku, hin ranehêjin evî barî, ma emê li hêviya “mu’icîzakê” bimînin, da ku, ji xwe û berê ev ziman bibe zimanê çand û hunerê û em dizanin ku, ziman weke her afrîdeyeke zindiye; ew dibe û dimre. Lwe re û helbet kar û xebat jê re dive; zimanekî ku, ji sedê salan ve hatî qedexekirin û şerê wî bi her tonekî tête kirin, dê zimanekî qels û li şûn be, lê weke tête gotin: eger ez neşewitim, tu neşewitî, dê ronahî ji ku belav bibe û di her tiştî de gavên pêşîn zorin.

Piştî ku, me sedemên paşdamayîna çanda kurdî û revîna rewşenbîrên Kurd ji zimanê zikmakî naskirin, em dikarin bibêjin ku, sedema herî mezin ji evê yekê re, rol û tevdîrên Îslamê ne; ji ber ku, zimanê erebî yê Quranê bû û bi angoya zimanê pîroz lê dihate nirîn, weke me berê jî gotibû.

Di dawiyê de em dikarin çi bibêjin; belê raste huner bi gelemperî berhemeke mirovantiyê ye û hunermend eger ku, bi çi zimanî dinivsîne raja çanda mirovantiyê dike, lê ev yek dê nehêle ku, em hebû û xasmaya her ziman û çandekê ji bîr bikin û ev yeka, dê bihêle em bejna xwe ji lehengên xwe yên pêşîn re xwar bikin; ewên ku tîpên pêşîn ji me re nivîsandine.

Ma ku, em vegerin û bipirsin: çima rewşenbîrê me, di roja îro de, xwe dûrî Tevgera Kurd dike. Çima nakokî di nav bera çand û konevaniyê derketî û weke me dîtibû ku, têkiliya ewana ji hev re ya tevayî û hinekî ye. Çima piraniya rewşenbîrên Kurd, eger em nebêjin tev, li dervayî Tevgera Kurdin.

Helbet her yek para xwe hildigre, erê yê “siyasetmedar”, ya rast yê partîkar; ji ber ku, hîne konevaniyeke Kurdan açiq û sayî derneketiye holê û ne jî siyasetmedarên me çêbûne, ev kesê me got ku bi konevaniyê mijûl dibe, xwe hertim dibîne yê pêşiye û gereke çand di bin akama ewî de be û jê re bibe zurne û bi yek rengî xwe boyax bike, li gor dîtinên evê partiyê yan jî ewa din, digel zanîna ku, ew giş bi yek rengî ne û eger ku hinek cudayî hebin jî pir biçûkin.

Tevî evan sedeman û yên ku, me di xeleka çûyî de anîbûn zimên, dê nehêlibe ku, em şerê hebûna Tevgera  Kurd bikin, ev ne bangekeke ku, em ji ewana re bi çepikan din û kêmasiyên ewana nedin ber çavan, lê mixabin piraniya rewşenbîrên me û bi boneya ku, ev tevger ne li gor hêvî û stubariya ye, xwe jê bi dûr xistine û di hinava xwe de baş dizanin ku, ew ji tirsa hin tiştan û da ku, ti ziyan neghe kesîtiya ewana wan xwe bi dûrxistine.

Bi gotineke din em dibêjin: eger em bixwezin an na ev tevger dezgeha me ya bi tenê ye, di roja îro de û ji rewşenbîrê me tête xwestin xwe bide rex wê, lê bila neyê fêmkirin ku, em xwesteka endametiya partiyên ewana dikin û wilo, careke din, em dixwezin têkevin nav şerên “aşên bê”; na û weke ku piraniya dostên me dizanin; em ne endamên ti partiyan ne, lê xwestek û hêvî ewe ku, em dostaniya tevgera xwe bikin, da ku, em karibin kêmasî û rewşa xwe ya îro derbas bikin û em karibin asoyine nuh li pêş milet û doza xwe vekin.

Belkî bihna romantîkiyê ji evê gotina me tê, lê jiyan bê xewn û hêvî dojehe û.. bihuşt bi xwe jî ji sîberên hunermendekî ye.

 

 

Gîre:

 

  • Ferhenga Felsefî ya kurt, R. 155-156.
  • Jêderê berê, R. 260.
  • Rexnekirina Ramana Olî, R. 71-72.

 

 

Cindirês-2000.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

KURD Û

        GIRÊDANÊN YEKBÛNÊ

 

 

 

 

 

Naskirina miletan di hinek girêdanan de tê berçavkirin û li ser ewan girêdanan her miletek, gelek ji yên din tête cudakirin û xuriyên xwe yên gelî aşkere dike. Dîrok jî ji me re dide xûyanî ku, raman û dîtina gelî, yeke ji berhemên sermiyandariyê ye ku, di bablîska  nozdehan de û piştî ku, mal û pere li cem hin kesan, çînekê kom dibe û tevgera pêşketina alavî meşîna xwe, bi xurtî, bi rêdixe.

Ta ku, têghêştina gelî -ji hemû aliyan ve- di mejiyê me de bimeye, em dikarin vegerin “المعجم الفلسفي المختصر”; Ferhenga Felsefî ya kurt û naskirina zanyarî jê re bidin xûyanî: “milet (netew- nation: ji latîniya natio- êl, gel) şêweke dîrokî ye ji komik, civakeke yekîtiya kesan re.. . Nîşanên serane, balkêş ji miletan re girêdanên aborî û erd û zimane. Li ser evê bingehê yekîtiya jîniya giyane û xurûya gelî ya afrandina pisîkolocî û sincî, çand û gerdişên wî radibe. Lê di vir de dîtinyarên sermiyandar dibînin ku, yekîtiya afrandina pisîkolocî û çandê nîşana serkêşe, heya carna ya bi tenê ye jî.. . Û tevgerên rizgarîxwaz ên gelan roleke mezin di azadî û serkeftina gelan de dilîzin.. .” {Rûpel 62-63}.

Em dikarin, piştî evê şirovekirina zanyarî ji têghêştina milet û gelan re, rewşa miletê Kurd têxin bin neynikê û girêdanên yekbûna wî yên gelî yeko-yeko vekolin. Weke me li jor dît, çi di nirîn û dîtinên pisîkolocî de yan jî di yên sermiyandarî de ku, aborî û erd, çand û ziman, afrandina pisîkolocî, gerdiş û pêgirtên miletan û hin caran jî çêra girêdanin din jî dibin mîna: dîroka digelhev, ol û yek bawerî û.. hwd. Ev tev jî di bin konê rijîmekê, dewletekê de bi kar tên ku, dihêle civakeke sînorkirî û serûbin yek derkeve holê. De ka em evan girêdanan yeko-yeko şirovebikin û civaka xwe li gor ewana bipîvin:

  • Sereke û ji berî her tiştî, miletê Kurd ji dewleteke ser bi xwe bê pare û hîne ya kirêtir ku, ew di nav çar-pênc dewletên zorker de hatî parvekirin û her dewletek ji evan dewletan xasmayên ewê hene, bi ser de jî miletê me di bajar û welatên din de jî û li seranserî cîhanê mişext bûye. Evê yekê hêştî ku, em bi pir gavan ji hev bi dûr bikevin û li gor evan salên dûdirêj, ew gav herçûn firehtir bûn.
  • Rewşa Aborî; miletekî bê sînor û dewlet û bi ser de jî, di nav çend dewletan de hatiye perçekirin ku, ji her yekî re riyeke veqetî, di warê aborî-civakî de heye, dê çawa yekbûneke girêdayî di nav evî miletî de hebe û hîne tiştê wêrantir, meşandina ev ton konevaniya di herêmên kurdî de û ji aliyên rijîmên zorker de tête meşandin ku, hêştine ev herêm di heyameke paşmayî, nîvcotarî û kole de bijî, ew her û her bend û keleman datînin pêşiya bi destxistina alav û şêweyên pêşketina aborî-civakî, dê ev civak çawa karibe li ser piyan raweste.
  • Erd, xak; raste xaka Kurdistanê yeke, cih û warê miletekî ye, lê tenê di mejî û dîtinên me yên ramyarî de. Ango li ser zemîna riyalîzmê, ev herêm û cigrafiya bi navê Kurdistan; nayê pejrandin û nemaze ji aliyên evan rijîmên zorker de û heya ji ewan tê “sînorên xwe” diparêzin, da ku, nehêlibin mirîşkên me jî tevlîhevbin. Pir caran jî evan herêman ji cîhwarên Kurd vala dikin û hinekên Ereb an jî Tirk û.. . dixine şûna me, da ku, dûrxistina Kurdan ji hev kûrtir bikin.
  • Çand û ziman; zimanê kurdî bi damarên xwe girêdayî zimanê Hindo-ewrûpiya ye û nêzîkbûna wî ji yê farisî re bêtire. Dîrok jî bi me dide naskirin ku, di her herêmekê cigrafî de, civakekek serbixwe, xurî çêbûbû û zimanek, hinek nîşan û şêweyên bihevdenasînê ji xwe re afrandiye. Carna ev zimanê yek û di bin akama hin tiştan de ji hev şeliye û gelek ziman jê kişîne, weke zimanê Hindo-ewrûpiyan û carna jî gelek zarav û zimanên nêzîkî hev bûne yekziman, weke yên miletên Samî ku di bin zora dewleta Îslamê û Quranê de bûne yek û wilo pir ziman hatin windakirin; mînak zimanê aramî-asûrî. Belkî yek bibêje ku ev zimanên te gotine hîne jî hene û ev yeka bi xwe raste, lê bes ew ziman, di roja îro de, nemane zimanê gel û axaftinê, ew bûne mijarên vekolînên kesên erkiyolocî. Ziman û çanda kurdî jî ji nesaxiyê ne bê pare. Di roja îro de em dibînin çend zaravên kurdî hene, eger ku em nebêjin ji her herêmeke kurdî re zaraveke wê ye xurû çêbûye û ev bi xwe jî şêweyeke ji konevaniya ku, li ser me tête ajotin e û bi ser de jî em bi pir tîpan jî dinivsînin çi yên latînî bin, an jî erebî û.. . Û li gor evê heyamê û eger ku, em evê pirsgirêkê çareser nekin, ne dûre di pêşerojê de her zarawek bibe zimanekî serbixwe.
  • Afrandina pisîkolocî; hest û xwedîtina yek milet û gel. Ev girêdan li cem miletên bindest xorte, bihêze; ew pişbendiya xwe di evê yekê de dibînin. Miletê Kurd jî yekane miletên ku, ev hest naskirî û têde dijî. Ew ji roja ketina Medya û ta roja îro, ji bilî hinek bizav mîna komara Mehebadê û hinek mîrîtiyên Kurdan mîna yên Bedirxaniyan ku, di demin pir kin de hatin hilweşandin, ew bê dewlet û weke miletekî bin dest mayî. Evê yekê hêştî di bingeha xwe ya pisîkolocî de, xwe kesekî perîşan, xizan, jar û kêm bibîne û hertim bireve quncikên tarî. Evê dema dûdirêj ji bindestiyê hêştiye kesê Kurd bi nirîneke reş-rexneyî, nêgetîv li xwe binire û xwe hertim kêmtir û yê diwemîn bibîne. Û bi boneya evan sedeman em dibînin ku, mirovê Kurd dîtina xwe di pirbûna Malbeta xwe yan jî êl û di roja îro de, di partiya xwe de dibîne. Evê yekê jî hêştiye ku, xwedîtina ji malbetê, êl û partiya xwe re û ji berî xwedîtina kesekî Kurd e, nakokiyên me bêtir bibin. Û wilo û li şûna ev girêdan me ber bi hev bîne, pirî caran ew dibin sedemên ji sedemên dûrketina Kurdan ji hev û mînak pirin.
  • Pêgirt û gerdiş; her miletek bi gerdiş û filoklorê xwe tête nasîn û hinek xasmayan dide ewî miletî, ev tişt bi gelemperî ye. Di vir de miletên bindest taybetiyeke ewana heye; ji ber ku ziman û çanda wan qedexeye ew direvin kiltorê, da ku, hemû êş, hêvî û raman û dîtinên xwe têre derînin, lew ra em dibînin ku, kiltorê ewan miletan kultûreke zengîne. Miletê Kurd jî û weke me got: yekane miletê bindeste û xwedî kultûreke dewlemende, ji hezarê salan û vir de ew tête dagrtin. Û di nirîna me de ev girêdan, ji me Kurdan re ya yekemîne ku, me bi hev ve girêbide; xuriyekê bide me. Belkî di vir de yek bibêje ku, ev nirîneke paşdemayî ye, lê bila ew nelezîne. Weke em dizanin ji her miletekî, civatekê re xasmayên wê hene û erê di roja îro de bervê heyama cîhanê ber bi girêdanên aborî ye, bes divê em ji bîr nekin ku, cudabûneke şaristanî fireh di navbera civaka rojhilat bi gelemperî, di nav de ya Kurd jî û civaka Ewrûpiyan de heye. Eger ku em rojekê bixwezin tevlî komeke aborî û piştî bidestxistina dewleteke serbixwe, bibin, dive bi alîkariya destin ji derve be, da ku, em çenekê bidin civak û miletê xwe, yan jî emê di riya pêşketineke dîrokî û gav bi gav derbas bibin; vêca dive em li girêdanên xwe yên xurû vegerin û weke me berê jî gotibû ku, gerdiş û kultûrê me girêdaneke bi hêze.
  • Dîroka digel hev; ji berî her tiştî surûşta Kurdistanê û ji berî ku, agehên nûjeniyê bêne bidestxistin, dihêşt xelkên civakê dûrî hev bijîn, bandora ewana li hevdu kêm be, ew têkiliya xort tinebe û ji berî ku, civaka Kurd evan agehên nûjen nasbike û di peymana Qesra Şêrîn de, sala 1514 an de û piştî şerê Çaldîranê, ew tête perçekirin û wilo Kurdistan kirin du par, hinek di bin destê Osmaniyan û yê din kete nav lepên Şahên Sefewiyan, di dû re û di peymana Seykis-Pîko de, careke din, ew tête perçekirin û ewê bajo heya roja me ya îro. Miletek ku ji ketina Medya û heya bi roja îro di bin sîh û zora evan dewletên ku, Kurdistan bendkirine de be, ewên ku şerê tevlîbûna mirîşkên Kurdan jî dikin, dê nehêlibe ku, ev milet dîrokeke digel hev bijî, da ku, çûneserheveke civakî-çandî çênebe.
  • Ol û bawerî; ger em vegerin dîrokê, emê bibînin ku di demên çûyî de ol û baweriya zardeştiyê di civaka kurdî de girêdan û têkeliyeke xûrt bû, digel hinek miletên din mîna Pars û hinek ji Hindistanê û.. .hwd, ew xwedî civakeke têkil bûn. Lê piştî hatina Ola Îslamê û bendkirina wê ji Kurdistanê re ku, hêşt bi zora şûr û kuştinê, ew pêşiyên me dev ji ola zardeştiyê berdin. Kurd jî mîna hemû miletên din ketin bin baskên Împeretoriya Îslamê û bûne koleyên ziman û çanda miletê zordar, heya hêşt ku, ew xwe weke mislman berî keskî Kurd bibîne û mînaka Selahedîn Eyobî li ber çava ye. Bi vî rengî û şêweyê, Ola Îslamê bû xefkek ji miletê me re ku, ew bête pişaftin û gihêşt ku meleyên misilman ên Kurd û ji berî yên ereb, ji şagirt û feqeyên xwe re bibêjin: “eger ku hûn yekî êzdî bikujin, hûnê serrast herne bihuştê”. Em tev jî dizanin ku kesên ezdî ew ên ku, ziman û çanda Kurd bêhtirî hemûyan parastine. Û wilo ol û baweriya îslamê bû xefka pişadftinê û dijîtiya di navbera Kurdan de û xopandina wan ji aliyê paşmayên îslamî û miletên zordar; vegere bûyerên salên 1915 an û ta 1920 an.

Di dawiyê de em dikarin bibêjin û evan pirsan bikin: mirovê Kurd li dijî heyîn û serkeftina xwe ye û ev dema dûdirêj ji bindestiyê hêştiye kesayetiya wî vemire û xwe dûvik bibîne; nikare ji bilî rola yê kole bilîze, ewê ku hertim ji miletên din re bixbite.

Ev pirsên ku, me li jor kirine mînakin ji hin pirsên di evî tonrengî de û em dikarin zincîra ewana dirêj bikin. Lew re û li gor dîtina me, dive em li hember neynikê rawestin û tazîbûn, êş û kulên xwe aşkere bikin, da ku, em karibin li çare û dermên bigerin. Dive mirovê Kurd, Tevgera Kurd ji xwe bipirse: çima ez malbetî me, Êlî û Şêxî.. . û Şikakî me, Misilman û Ezdî, Sinî û Elewî, Kek û Mam, Kurmanc û Soran, çima ez Yekîtî û Hevgirtinî û..  Partî me, ji berî ku, ez mirovekî Kurd bim.

 

 

 

Cindirês-1999.

 

ZIMAN Û NETEWE

 

 

 

 

 

Eger ku, em bala xwe bidin navnîşana gotarê emê bibînin ku, “me” ziman xiste pêşiya netewê û helbet ev yeka ne ji dilxwezî yan jî ji valahiyekê hatiye û ne jî ewê bi evê gotara me re, weke rasteqîneke dîrokê ya nuh bête bi lêvkirin û nasîn. Qet na û eger ku, em li dîroka milet û netewan vegerin, emê evê rastiyê bi rengekî aşkere û beloq bibînin; ku di pêşiyê de û ji her civakekê re zimanekî cuda û taybet hate damezrandin û di dû re ew civak û li gor ewî zimanê taybet hate bi navkirin.

Bi gotineke din, em dikarin bibêjin ku, ziman weke heyîn û zaraw di pêşiya netewê de ye û wilo yek têdighe ku, ziman weke regez ji yên komele û netewan, ne tenê ji yên serekeye, lê em dikarin bibêjin ku, herdu zaraw; ziman û netew, dikarin şûna hevdu bigrin; ango yek dişêne bibêje: ziman netewe û netew jî zimane.

Lê em naxwezin ev dîtin û baweriyên me weke nijadperestî yan jî bi merema hişkbûn û nepejirandina “ewê din” bête fêmkirin. Em ti carî naxwezin ewê rolê bileyzin û weke hinek rewşnbîrên evan miletên derdora me ku, dixwezin “bi bêjinkê rokê veşêrin” û “bi şûrin textî şerê firfirokên aşên bê bikin”.

Têlên istirî yên evên sînorên ku, em di hundir evan cigrafiyan de bend û dorpêç kirine, dê nikaribin li hember bayê guhartin û gulobalîzmê rawestin; ne tenê ji ber ku, ew yasayeke sirûştiye û eger em bixwezin an na, dê bimeşe û tenê alîkirin an jî rawestandina me di pêşiyê de, dê di nêzîkbûn û derengiya ewê guhartinê de akamiya xwe bike. Lê ji ber ku, alikirina me digel evê guhartinê de karekî pêşverûye û wilo, helbet li gor dîtinên me, emê bi evê alîkirina xwe, zûtir ber bi gorepana şaristaniyê diçin û gaveke din ber bi komeleya mirovantiyê davêjin.

Çima ev bawerî û çi dihêle ku, em ji gulobalîzmê û guhartinên ku, di civaka îro de çêdibin netirsin, tevî ku, em weke civak, çand û netew ji yên bindest û lawezin, li gor evên derdora xwe û yên cîhan.. . Ev netirsiya me tenê ji sedemekê tête ku; jiyan hertim ji yê dikare li gor rewş û heyama nuh bijî re ye. Ango, eger ku tu nikaribî li gor şert û mercên nuh bijî, dê çarenûsa te weke ya Dînesoran be û tu yê di hundirê rûpelên dîrokê de winda û ji bîr bibe û nimûne pirin; bi sedan milet û imperetoriyên ku, rok ji ser wan winda nedibûn, windabûn û îro ji bilî hin kavilan li şûn xwe nehêştine û pirekan ew kavil jî nehêştine. Lew re emê bixwezin ku, em hevpişkê evê guhartinê bin û miletê xwe nexin bin dolabê destarê wê ku, ew careke din bête herifandin.

Tiştê din ku, dihêle em bi evê guhertinê re bin û alîkariya ewê bikin weke rewşebîr, milet û civak, ew baweriya ku, me di pêşî de gotibû û naskirina me ji dîroka demizrandina ziman û netewan re ye ku, ew golên komele û cigrafiya dûrî hev û tinebûna alavên ragihandinê yên ku, îro di dest me de, ne dihêşt ew civak û kesên wan komeleyan bighên hev û digel hev têkiliyan bi afrînin û wilo têbighên ka civaka din çi nîşan, nav û gotin li tiştên derdora xwe dike û wilo digel hev yek ziman û netewê bidin damezrandin.

Ango em çi dikarin bibêjin: ji ber ku, civakên kevin ên ji berî hezarên salan û piştî ew weke civakên mirovantiyê ên pêşîn ku, ji jiyana hovîtiyê û sewalan hatibûn birîn û divyabû ji xwe re nîşadeyina bidin afrandin, ev ziman û netewên me yên cuda-cuda hatin holê û eger ku, ev têkiliya me ya îro di dest wan de heba, dê evqas ziman û netew derneketana meydanê.

Lê îro û bi xêra evan alavên ragihandinê û têkiliyên digel hev ku, hêştiye gerdûn bibe malek û ne tenê gundek, dê bihêle careke din em li dor yek ziman û netew bicivin. Bi gotineke din em dikarin bibêjin: di pêşerojê de, dê di evê goga ku, bi navê gerdûn û zemînê tête naskirin, tenê yek netew û yek ziman bimîne û bijî û dilxweziya Resûl Hemzetof ku, naxweze hemû zimanên dinyayê di yek zimanî de kom bibin, weke çawa stêr tev di hundirê heyvekê de bicivin û nîvê ezmên bigrin, dê di nav rûpelên dîrokê de winda bibe; ji ber ku, ronahiya heyveke wilo ji ya ewan stêrên bela-wela bêtire û dema me, ya ronahî û zanyariyê ye.

Wilo em dikarin bibêjin: netew ji berî zimane û li dijî navnîşan û bervedaniya xwe ya pêşîn derkevin; ji ber ku, dema me ya îro dive ne tenê ya zanyariyê be, lê gereke digel wê em mirovantiya xwe fireh ê kûrtir bikin. Em her tiştî ji mirovantiya mirov re bikin qurban, ne ku, mirov bikin qurban ji ol û bawerî, netew û cigrafiya yan ji al û sirûdekê re. Eger ku, em nebêjin: ji xêzek erd an ji mirîşkekê re.

Û li dawiyê emê bersiva arêşeyên zimanê kurdî û pêşxistina wî ji zimanzanan re bihêlin ku, ew evan pirsgirêkan çareser bikin. Lê tenê em dikarin hin têbîniyên xwe bînin zimên; ji berî her tiştî û di pêşî de û da ku, em karibin zimanê xwe bi pêş bixin, dive em hin gerekiyan bi dest xwe ve bînin.

Li gor dîtina me û da ku, civak an jî dozek bi ser keve, hinek merc jê re divên û yên sereke, weke em têdighên evin: Aboriyeke xurt û zanyariyeke pispor, digel ewana jî dezgeheke durust û rewş û heyameke demokrsiyê, da ku, ew kar û xebat ne kût û kulek be û ew bi gavin li cih ber bi pêş ve biçe.

Mixabin, dema em li rewşa civak û tevgera xwe; çi ya konevanî yan jî ya rewşenbîrî demeyzînin, em dighên ewê baweriyê ku, em dûrî ewan şert û mercane. Lê ev nayê ewê wateyê ku, miletê me, dê hertim di rewşeke wilo kambax û wêran de bête kuştin; ji ber û weke me ji berî nuha jî gotiye: gerdûn bûye malek û ev bûyerên ku, li derdora me çêdibin, dê akamiya xwe li me jî bikin, lê dive ne her tim em li benda “ewê din” bimînin, da ku, ew her tiştî ji me re pêk bînin. Tevî ku em; civak rojhilat û weke ew kesê nesax û ketiya nivîna bercandanê, eger ku, ne bi xêra derzî û dermanên ji derve be, dê nikaribe li hember nesaxî û belavbûna veyros, di hundirê laşê têkçûye de, raweste û careke din rabe ser piyan. Û ba û “Bahoza Beyarê”, dê bighe hemû quncikan û yek ji evan quncikan jî, milet û zimanê me ye; lew re bi xêr bête ew guhertin û gulobalîzim.

 

 

Cindirês-2003.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

EWÊ DIN Û

MAFÊ ÇARENÛSIYÊ

 

 

 

 

 

Di yek vexwestinên hêzên asayêşî de, ewê muhqêq û piştî guftûgoyeke dûdirêj li ser evan herdu mijaran; rewş û çalakiyên miletê me yên Avdara sala 2004 an û bizava başûrê Kurdistanê, ewî ev pirs ji me kir û got: Em bibêjin ku, em weke rêjîma Sûryê gihêştin ewê baweriyê û me rê da we ku; hûn Kurdên evê derê hemû mafên xwe yên konevanî û rewşenbîrî û civakî bikarbînin, lê hoker û heyameke weke ya Îraqê ji we re jî derket holê, çiyê bihêle ku, hûn jî weke ewana; Kurdên Îraqê, destên xwe nexin ên Emerîka û li dij me dernekevin û şer nekin.

Helbet ev nerîn ne tenê ya serdarekî ji hêza asayêşê ye û li gor xwendin û dîtina me, ji pir kesên Ereb re, heya bighe rêzika herî hişmend; nivîskar û siyasetmedarên wan, ev bawerî û nerîn a wan e ku, Kurd sîxurên Emerîkane û Israîla dudiyêye. Law re divê şerê wan û bi hemû reng û çekan bête kirin. Û em dikarin bersiva berpirsyarekî Felestînî -ku bi sedan xortên me ji ber doza wan ve xwîna xwe rijandine- li ser pirsa: “Çima we hîşt Sedam Husên bi çekên kîmawî li Kurdan bixîne”, û ew bê şerim û fedî bibêje: ma we dixwest ava gulan li wan bireşîne, di evê tengê re fêm bikin ku, ew hertim me weke dijmin dibînin û qet baweriya xwe bi gotina birayetiya Kurd û Ereban neynin û ew ewê siloganê weke xopandineke me, ji wan re, dixwînin û ne weke hestekî dilovan ê rasteqîn û di nerîna me de ew dûrî rastiyê neçûne; ji ber ku, ti carî biratî li ser zor û êşkencî û tinekirina ewê din ava nabe.

Vêca çi ji tevgera me tête xwestin; her weke berê bibêje: ew tiştê hûn dibêjin ne raste û ew tenê nirîn û dîtina hinek şovenin û wilo weke “Neamê” seriyê xwe têxe qûmê û çavên xwe li ser evan bûyerên li kolana erebî ku, li dijî Kurdan têtin kirin damrîne û bi ser de me weke kesekî ku, reşnirînî û bedbîtî derîne, yan jî ewê karibe xwe ji evan baweriyên ku, tenê xwe pê dixopîne û ne yê din; Ereb, Pars û Tirkan rizgar bike û bi rengekî pir zelal bernameya xwe pêşkêş bike û li gor xwendin û dîtinên me, ji rewş û heyama dawî re, ji bilî evê riya dawî li pêş tevgerê nîne.

Lê ji berî ku, em li bersivên pirseke wilo mezin digerin, emê bizavên xwe bikin ku li bersivên pirsa çûyî; ka çiyê bihêle ku, Kurd destên xwe nexin ên Emerîkî û li evan miletên derdora xwe nedin, bigerin. Helbet ne tenê Emerîkî weke milet, lê weke rizgarkerekî ji derve hatiye, tevî ku ev rewayên derve û hundir û bi destxistina şoreşa ragihandinê hatiye hilweşandin û gerdûn kiriye odeyeke êlêktironîk.

Belê, eger ku em li rewşa Kurdan û ji sedê salan de vegerin, emê bibînin ku, bi sedan regez hene û wî berve “sîxuriyê” têve didin û dihêlin ew destê xwe têxe destê ewê ji “derve” de hatiye; weke nimûne û çawa ew serdarê asayêşê tiliya xwe berve bizava başûrê Kurdistanê dirêjkiribû, em jî yê ewê bizavê bikin nimûneya evê bersivdana xwe, ji ber ku, ji aliyekî ve, ew îro diyaroka miletê me ye û ji aliyê din ve jî, ew armanc evan hemû êrîşên şovene ku, tev bizavên xwe dikin, da ku, wê bidin rawestandin û careke din miletê me bê par bihêlin.

Lê tevî evan hoker û heyamên ku, me berve ewê “biyanî” û ji “derve” ve hatiye têve didin, ka em li gavên kartêgirtî, çi ji aliyê milet û tevgera me ve be û çi jî ji aliyê evan milet û dewletên wan ve be û weke nimûne, ewên xwe di evî şerê dawî de ku, di navbera “Hêzên Hevgirtî” û “Rijîma Beisa Îraqê” de derketibû. Ka em binirin çi gav ji aliyê me de hatin avêtin û ka ev bîst û du dewletên Ereban çikir û li gel wan jî pêncî dewletên misliman.

Pir caran ev xwediyên nirînên pozbilind û şoven me Kurdan gunehkar dikin; çima em li hember Emerîka û leşkerên wê ranewstîn û me şer nekir û me xwe da rex wan û em li hember Îraqê rawestîn û di dagirkirina wê de alîkar bûn û ev bi xwe jî, helbet li gor dîtinên wan, sîxuriye.

Weke em dibînin ku, di guftûgoya wan a gunehkariya me de, pir şaşî hene; Ji berî tiştî ew hoker û destpêkên ku, hêştine Kurd bi evan rêjîman re têkevin şer û dogişan ji bîr dikin, a rast ew xwe ji bîr ve dikin ku, bi dehê salan e evan rêjîmên şoven şerê kuştin û qirkirina Kurdan û bi hemû çekan ta jînosayd, sar nekiriye û ne jî zordariya xwe ji ser pişta wan kêmkiriye û ji berî wan jî, bi sedê salan, şûngirên mislimanan. Û evê ton konevaniyê hêştiye ku, miletê me hertim bi çavekî dijmantî li ewana binire.

Lê tevî evê rastiyê jî û eger ku, em li bûyer û helwestên hemû aliyan, ewên ku, xwe di nav evî şerî de dîtin vegerin, helbet yek ji wan jî Kurdin, emê bibînin ku, careke din miletê me “kenargirtî” û ewî xwe nekir aliyek; ango ne li hember “Hêzên Hevgirtî” şerkir û ne jî digel wan û li hember hêzên “Rêjîma Beis”, tevî ku, xwesteka cemawerê Kurd, eger em nebêjin sedî sed lê not û neh ji sedî, ku ew destên xwe têxin yên Emerîka bû. Lê çima serokatiya kurdî ew biryar nestand û li rex “Hêzên Hevgirtî” şer nekir, em dikarin bersivê di gotinên kek Mesiud BERZANÎ de bibînin; “Erê dewleteke kurdî ji mafê me ye, lê di roja îro de ew xwestek zor e”. Bi gotineke din, em dikarin bibêjin: ev helwesta Tevgera Kurd ji qelsbûn û lawiziyê hatiye û li me weke ewê ku, gurmist di zikê xwe de duxarin û wî hertim digot ax pişta min û hêştibû ewê ku, lêdida jê bipirsa: malxerab min zikê te qulkir û tu her tim dibêjî: ax pişta min, û hêştibû ew jî bi rola xwe bersiva wî bide û bêje: eger ku pişta min heba teyê li zikê min neda, hatiye.

Lê weke me dît û tevî evan hoker û mercan jî Kurdan helwesteke “welatparizî” wergirtin, lê ka em helwestên bîst û du dewletên Ereban, evên xwedî dezgeh û top û tiving û bi sedê hezaran leşker, bidin ber xwendinê, ka wan li hember Emerîka çikir û çi helwest girtin.

Emê ji Misirê; qubleta Ereban a konevanî de dest pê bikin, wê Pirava Siwês li pêş hilgirên balefiran û leşkerên Emerîkî vekir, da ku, derbasî herêmê bibin û Kuwêtê jî xaka xwe ji “Hêzên Hevgirtî” re vekir ku, ji hundirê wê derbasî Îraqê bibin û dewletên Kendavên Ereban jî balefirgehên xwe ji wan re vekirin, ji xeynî ku, li her dewleteka wan bingehên leşkerî yên Emerîka belavbûne û helbet ew bi kar hatin û evên din ku, lomeyan ji me Kurdan dikin, ka ewana çikir.

Eger ku ew dibêjin: bi kêmayî em di dezgehên xwe yên ragihandinê de li hember Emerîka rawestîn û me şerê wê li ser Îraqê tewanbar kir, ango tenê bi gotinê ye, vêca em jî dikarin bibêjin: birano eger ku we û bi hebûna evan dezgeh û leşkerên xwe, newêrêbû li hember Emerîka şer bikira û tenê we, bi gotinan, nerazîbûna xwe anî ziman, vêca û li gor hêza me her yekî, em jî dikarin bibêjin ku, em di dilê xwe de ne razîbûn; ma ne çanda we dibêje: nerazîbûn dive bi destan be; kesî ev helwest nestand û eger te nikarî, bi dev, weke helwesta Sûryê û Îranê û hinek dewletên din ên di stûna wan de û eger te bi dev jî nikarî, di dilê xwe de nerazîbûna xwe bide xûyan, Xwedê ewê jî dipejirîne û bila ev jî helwesta me be, eger ku konevanî tenê durûtiye, bila em jî ewê lîskê bilîzin, û li gor danberheva hêzên me her yekî, em dibêjin dê helwesta Kurdan ji ya tevan xortir be, vêca ew çima loman ji me dikin.

Lê ji berî evan xwestek û helwestan tev, em dipirsin: çima û çiyê bihêle ku, yek li rex rijîmeke weke ya Îraqê raweste û li hember guhertina wê bibe kelem, ji bilî ku guhertina ewê deriyeke ji guhertina evê din re û ew bi helwesteke wilo dixweze xwe bi parêze û ne liberketiyê ewê rêjîmêye ku, bi salan li hember hev rawestîbûn û pirê caran leşkerên xwe kişandibûn ber sînorên hev, da ku şerê hevdu bikin û ne tenê wilo, lê dewletekê ji ewana; Îranê heyşt salan bi ewê rêjîmê re şerkiribû.

Ji bilî evê tiştî û ewên din em dixwezin hinekî li dîrokê vegerin û ne dîroka kevin; hema sedsala çûyî û em bînin bîra rewşenbîrên Ereban ku, ew û Tirkan çarsid û pêncî salî birayê hevî yek olê bûn; mislimantî û di hundirê dewleteke îslamî de; Cîgiriya Osmanlî û roja ku, “dagirker” hatin; Ingilîz û Feransa ewana destên xwe xistin ên dagirkeran û li birayên xwe yên misliman xistin û Cîgiriya Osmanlî hilweşandin û bîs û du dewletên Ereban avakirin û me ne dît olperestekî ewana; mîna Mihemed S. Remedan ELBOTÎ miletê Ereb tewanbarkir, ne hîne nijada xwe bixe bin lingê xwe.

Vêca çima ewana rê ji xwe re dîtibû ku, çarsid û pênçî salî bi paş xwe de bavêjin û ji bîr bikin ku, ew birayên hev bûn û lomeyan ji me dikin, tevî ku, biratiya me di dewla Îraqê de negihêştiya çarîka ewê dîrokê; ew ji sala 1921 an de dikişe, roja ku Îraq weke dewlet hatiye pejirandin û tiştê din jî ev dewleteke “hişmendî” bûye û ne yeke olî bû. Lê tenê dixwezin me bi evê biratiyê bixopînin û ka kî dixweze ewê din bixopîne.

Piştî evan şirovekirina me ji hin tiştan re û anîna me ya ji hin baweriyan bo zimên, em jî bi rola xwe û weke di pêşî de jî em pirsîbûn, dipirsin: çi dihêle ku Kurd û weke ewê bi lehiyê de diçe, destên xwe ne avêje zil û istiriyan. Çima ev welat nikarin pirsa kurdî çareser bikin û eger ku Kurd, di wargeh û gund û welatên xwe de, bibin xwedî mafên xwe yên rewa ku, hemû yasayên dinyayê ji wan re bi cih dike, dê kes rê bibîne ku derbasî nav ewana bibe û ewan weke “rêza pêncan” bi kar bîne û wê hîngê dê ji binî ve ti xelekên qels hebin ku, yek têre bi destên teyî kul bigre û hundirê te li hev bixîne.

Lê ji berî evan pirs û pirsgirêkan tev jî, dê çima ne ji mafê Kurdan be ku, ew jî bibin xwedî dewlet û dezgehên serbixwe û çima ew hertim dixwezin ku, em koleyên ber destên wan bin, eger ku, ev rewşnbîr û weke destlatdarên xwe, bi şêw û rêbzeke şoven ne hatiye ber meseleya kurdî, û wilo yek dikare bibêje ku, qet cudayî di navbera destlatekî weke Sedam Husên û rewşenbîrekî ku, berevedaniya konevaniya ewî dike, tineye û evê bihêle ku, konevaniya nepejirandina “Ewê DIN” tûjtir bibe û em, weke milet û “şaristanî”, berve qirkirinê herin, ango ji bilî pejirandina ewê din, ti rêyên din, li pêş me nînin ta ku, em jî bijîn.

 

Cindirês-2004.           

 

 

 

 

 

 

 

 

PIRSGIRÊKÊN

            MEJIYÊ EREBÎ

                                                

                                 

                                                  

 

 

Yeke ji sinc û vewîniyên ramana tevayî, ku bihêle ewê din weke wî birame û kar û xebatên xwe li gor bername û pirojeyên wê bi rê ve bibe; ango weke “Birokrost” textekî wan ê pîvanê heye û gerke tu li gorî textê wan be û çi zêdebûn an jî kinbûna bejna te ji ewî textî hebe, dê bihêle seriyê te jê be yan jî tu bête vezîlandin, da ku, tu li gor pîvan û hizir û xwestekên wan bî.

Helbet ev hizir û ramyarî ne tenê ya rojhilatêye û weke em ji rûpelên dîrokê dizanin ku, miletên ewropî bi xwe jî ne dûrî evê ton ramyariyê bûn û ew şerên ku, di navbera Pirotistant û Kasolîk de nimûneyeke balkêşe; di yek rojê de ewana nêzîkî (100) sed hezar bawermend ji hev kuşt. Lê şerê cîhanê yê duyem ku, li hember ramyariya Nazî lidarket hêşt ku, ev ton fikir li welatên Ewropa ko bibe, pişgirên wê newêribin zû bi zû xwe aşkere bikin; heya bi roja îro nîşana Naziyan qedexeye û dadgeh yekî li ser hildana ewê nîşanê dad dike.

Lê eger ku, em vegerin rewş û çanda rojhilatê, emê bibînin ku, ew ne tenê weke sinc û vewîniyeke me ya ku xwe berdaye damaran e û bûye parek ji netêgihiştina me ya tevayî, lê ewê ramyariyê hêştiye ku, ew bibe yek ji kar û barên me yên rojane û em ewan mirovana; xwediyên hizrên yek bawerî, ji xwe re bikin simbol û serok. Bi gotineke din û li gor evan bûyerên terorîzmî yên dawîn, em dikarin bibêjin ku, mêjiyê mislimantiyê bi tevayî û yê erebî bi taybetî di pirsgirêkeke tûj re derbas dibe û du rê li pêşiya wan e; yan dive xwe ji pîroziya hizir û deqên kevin, di nav de û ji berî her tiştî  deqa Quranê, rizgar bike û bi rastî derbasî sedsaliya bîst û yekan bibe û tenê mêjî û zanyariyê ji xwe re weke pîvan bipejirîne, yan jî ewê çend salekî di evê rewşa terorîzmî de bimîne û li dawiyê dê tenê seriyê xwe jê bike, gava ku ji bilî xwe ti kesî din li ser evê xakê nebîne; ewên din dê tev li asûmanan bijîn.

Belkî em hinekî ji mijara xwe bi dûrketibin, lê dîsan jî ew di ewê çarçewê de digere. Me got ku ji xasmayên ramyariya tevayî ye ku, bihêle tu weke wî li tiştan binirî, ji ber ku, di bîr û baweriyên xwediyên evê ramyariyê de, ew tenê rastiyê dinasin û ewên din hemû li ser çewtiyên e. Di evê koşeyê re em dikarin têbighên ku, çima rewşenbîrê Ereb û ne tenê siyasetvanê wan ji mirovê Kurd dixweze ku, weke wî biramê û helwestine yekgirtî ji bo dozeyên wan bigre.

Di derheqa eva yekê de û nemaze li evê dawiyê, me gelek deng bihîstin ku, qîr-qîra wan bilindbûye û ew bang li kolanên erebî dikin ku, hajî Kurdan û anîna wan ji Israîlan bo başûrî Kurdistanê hebin. Ev ton bang ji aliyê rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb û bi evê tûjbûn û gurkirina ji aliyê dezgehên ragihandinên erebî de, helbet hinek meremên xwe yên sereke hene û di pêşî de, tûjkirin û gurkirina kolana erebî li ser Kurdan û yek ji encamên evê ton perwerdiyê, bûyerên meha avdarê bûn ku, hêştibû cemawerê Dêrê weke dijminekî bi ser bajarê Qamişlo de bête û ne weke cemawerekî gokê ku, tê cem hemwelatiyên weke xwe.

Lê ji berî ku, em çewtiya evê nirînê ji xwendevan re didin şirovekirin, em ji xwediyên ewê nirînê dixwezin ku, ew hinekî li dora xwe, li hundirê welatên Ereban binirin, ji berî ku, gef û guran ji Kurdan re dişînin û ji wan dixwezin; Bila ti têkiliyan bi Israîl re çênekin, ka çima ew ji evan dewletên Ereb ku, ala Israîl di hundir paytextên wan de li ba dibe naxwezin ew têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Israîl re bibirin. Weke em dizanin, bêtirî dewleteke Ereb bi hukumeta Israîl re peymanên aştiyê morkirine, weke Misir, tevî ku ew qubleta Ereban a konevaniyêye, û ewên ku îmze nekirine jî, ewana û bi rengekî kargirtî ewê peymanê bi cih tînin; ev sîh sal e û di sînorê me û Israîl de yek fişeng jî nehatiye teqandin.

Ji bilî evê yekê jî û eger ku em Kurd bi rengekî hişmendî û bê tirs biramin û helwestên xwe bistînin, emê bibînin ku ti rêdan ji evê dijmantiya ku, dixwezin em bi Israîl re bikşînin tinene; ji bilî ku ew di bin du heyaman de hatiye. Yek bi bandoriya ramyariya Markisizmî, û ji berî wê jî ya Mislimantiyê, ku em bûbûn qurbana hizreke îdyolocî ya nêzîkî bawermendiyê, bêtirî ku nêzîkî kartêgirtiyê be ku, ew bi xwe rengdana konevaniyê ya pêşîn û serekeye. Tiştê dinê ku, dihêle em Israîl weke dijminekî xwe bibînin, ev ton konevaniya evan rêjîmên ku, Kurdistan zeftkirine û hemû rengên êşkencî û pişaftinê li ser me bi kartînin û em; Tevgera Kurd gihandine ewê radeya ji tirsê ku, ew xwe weke tevgereke erebî, nemaze di dozeyên ku bi miletê Ereb ve girêdayî, û ne weke tevgera miletekî ku, du perçeyên Kurdistanê ji aliyê du dewletên erebî ve hatiye zeftkirin, bibîne.

Li dawiyê em dixwezin bi yek gotinê bibêjin ku, konevanî kartêgirtine û ne tenê helwest û baweriye, weke ku çawa me fêmkiribû û me ew, û hîne jî em, bi kar tînin; vegere dîrokê û li têkiliya me bi hersê miletên derdora me, Pars û Ereb û Tirkan re binire ku, em hertim ji ewê din re xebitîne û em hertim bûne qurbanên bawermendiyê û pê hatine xopandin; çi bawermendiya mislimantî dibe û çi jî ya markisizmî be. Lew re îro ji me tête xwestin ku, em di ber dozên xwe de bixebitin û hemû nirîn û baweriyan têxin raja doza miletê xwe û ne hertim milet û doza xwe bikin hilgirên dîtinên xelkê û li gor evê yekê û eger ku, kartêgirtina Kurdan bi Israîl re hebe, çima na ji têkiliyê re û ev dewletên derdora me, di nav wan de Sûryê bi xwe jî, li razîbûna Emerêka û Israîl digerin.

 

 

Cindirês-2004.       

 

ÎNA XWÎNÊ

 

 

 

 

Ji roja îna 12.3.2004 an de û ta roja îro miletê me û li seranserî başûrê-rojavayî Kurdistanê ranewestaye û her roj çalakiyên miletê me xortir dibin û bend û sînorên tirsê bêtir diherifîne û wilo bi rêjîm û zordestên ku, bûye evqas sal û ew xistî bin êşkenciyê de, dide fêmkirin ku, dê nema karibe rê li ber ewî bigre û nehêlibe serî hilde û ev miletê han jî û weke hemî gelên cîhanê, bibe xwedî maf û dewleteke serbixwe.

Ev bûyer û weke ku, me ji devên gelek heval û rewşenbîrên me yên li bajarê Qamişlo dirûnin girtiye; ji aliyê cemawerê Ereb ku, bi tîpa xwe ya gogê û ji bajarê Dêra-zorê de bi ser xelkên me yên Qamişlo de hatibûn, hate dadan û tûjkirin. Û ji bo ronîkirinê; ev bajarê Dêra-Zorê nêzîkî sînorên Îraqê ye û xwe bi ser wêderê ve dijmêrin û pirê caran û bi rengekî aşkere xûya dikin ku, ew li pişta Sedam Husênin û tevî evê rastiyê jî, rêjîma Sûryê çavên xwe li ser wan digre ji ber ku, ew ji aliyê din ve û bi rengekî hovane dixwezin şerê Kurda bikin û wilo ew dikevin raja konevaniya dewletê.

Belê ev cemawerê ku, amedeye di her kêlîkê de şerê Kurdan bike û nemaze piştî hilweşandina rêjîma Îraqê û girtina serok û simbola wan; xwînvexwarê Îraqê Sedam, ew bêtir harbûne û nemaze dema ewana dît ku, hêzên dewletê yên ewlekariyê rê li ber ewana vedike û zixtan li Kurdan dike. Wilo ewana rê li ber xwe vekirî dîtin ku, ewan siloganên xwe yên li dijî Kurdan bi otombêlên xwe ve daleqînin û hin siloganên ku, bijîtiya Sedam dixweze û wêneyên wî di hundirê bajarê Qamişlo û meydana wê ya gokê de hildin û gihîşt ku, ew êrîşên xwe bajon ser dikanên Kurdan û ewana talan bikin û xeber û sixêfan ji Kurdan re bidin û bêjin wan: kurên seyan derkevin, vaye em li kolanane û Emerêka jî ne li vêderê ye ku, pişta we bigre.

Evan hemû kar û qirêjiyên wan hîşt ku, hinek xortên me germ bibin û ew jî li wan vegerînin û dema ku, wan lê vegerand evên din û bi piştgiriya hêzên dewletê êrîşên xwe bi hev re birin ser Kurdan, weke ku ew berê hatibe danîn; ji ber ku ev cemawerê Ereb ku, bi tîpa xwe re hatibû, ew tevî çekên xwe derbasî hola siporê bûbûn, bêyî ku ti kes li bêriya wan binire tevî ku, xortên Kurd û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve dihatin lênerîn û li gor agahiyan, ewê herî pêşîn ku gule li xortan barandibû parêzerê bajarê Hesekê bû ku, ji wî dihate xwestin aramiyê têxe nav milet, ne ku, şer tûjtir bike.

Evan karên teror ji aliyê hêzên ewlekariyê û hin şovenîzmên Ereb hêşt ku, şer firehtir bibe û bighe hemû deverên Kurdistana başûrî-rojava û heya perçên Kurdistanê yên din û xelkên me yên Ewropa jî û ji sê rojan de û heya nivîsandia evê nûçeyê jî, xelkê me yê li herêma Efrînê li ser piyaye û li kolanên bajarê Efrînê hêzên Sûryê yên ewlekariyê û milet bi hevketî û bi hezarên guleyan bi ser seriyê milet de tête barandin û li gor agahiyên dighên me çend balefir jî di ser bajêr re digerin û weke xûyaye ku, hejmara birîndaran jî pire ji ber ku, nexweşxwanên Efrînê bang li milet dike ku, xwînê bidinê.

Ev firehbûn û çalakiyên bi hêz jî piştî hinek tiştên ku, di du rojên çûne li darketibûn û nemaze piştî ku, roja duh çend şehîd rakirin û hin wêneyên serok komarê qetandin û aramiya ji aliyê dewletê ve, lê vaye ew careke din bi hev dikeve û hêvî ewe ku, ev dewlet karibin bi hişmendî û riyên aştiyane pirsgirêkên miletan çareser bikin û ne bi riya tiving û balefiran û hêviya me ji miletê me, çi li hundir û yên li derve û heya ji ajans û televizyonên me û hemû hêzên Kurd ku, miletê me fêrî çalakiyên aştiyane bikin û li mafê xwe bipirsin û em bi hev re karibin dengê evî miletî bighînin hemî hêz û rêxistinên mafên mirovan û heya Rêkxirawa Netewên Yekgirtî û serokê wê birêz Kofî ENAN ku, destên xwe têxin meselê û evê komkujiya ku, tête ajotin bidin rawestandin û doza miletê me li evî perçeyî ji Kurdistanê bête çareserkirin û helbet ew jî bêyî rawestandina Yasna Awerte û demezrandin welatekî nuh û li gor têgihêştinên mafên mirovî yên rewa û welatekî demokrat dê zor be û gotinin di bê de bin.

 

Cindirês-18.3.2004   

 

 

 

 

 

SERHILDANA AVDARÊ

     XWENDIN Û TÊGIHÊŞTIN

 

 

 

 

 

Ji berî salekê û piştî demeke dirêj, ne tenê ji guhkerkirina li ser xwestekên wî, lê heya ne pejirandina wî weke nijad û miletekî cuda û xwedî doz û maf û bi ser de jî meşandina pir karên teror li ser pişta evî miletî; çi ji aliyê hin şovenîzmên Ereb ve û çi jî ji aliyê rêjîma Beis ve, hêşt ku ew li dawiya evê konevaniya pişaftin û windakirinê û bi rengekî jiberxweyî li hemberê derkeve û bi şêweyeke aştiyane nerazîbûna xwe ji dewletê re bide aşkere kirin û ewê yekê hêşt ku, bala dewletên derve bi ser meseleyên mafên mirovan û nemaze doza Kurd li Sûryê vebin.

Lê ka em binirin me weke rewşenbîr û tevgera konevanî karîbû çi sûde ji ewê liva cemawerî bigirta û me heya bi kîjan pileyê ew serhildana cemawerî kire raja doza kurdî û karîbû di dest xwe de weke pelekî zortêkirina li ser rêjîmê bida bikaranîn û bihêşta ew û bi kêmanî, hin xwestekên miletê me bi cih bîne û hinekî rewşa Kurda li Sûryê baştir bibe; çi ji aliyê konevanî û çi jî ji aliyê aborî û ew karibe mafên xwe yên çandî û bi rengekî fêrmî bi karbîne.

Bi gotineke din, ka me Kurdên Sûryê, heya bi kuderê karîbû li pêş rêjîma Beis û heya dezgehên navnetewî, xwe weke doz û pirsgirêkeke ku, gerke bi lez were çareserkirin bida xûyakirin û ka em weke tevgera konevanî û heya weke rewşenbîr li gor ewê pêla cemawerî bûn û me karîbû serokatiya wê bikira û ew berve dawiya ku, dihate xwestin bajota; ango em gihêştine ewê radeya ku, îro em serokatiya miletê xwe bikin û sûdeyê ji evê liva cemawerî û heyama cîhanî bigrin û bihêlin rêjîma Beis ji mafên miletê me yên xuristî re erê bike û em jî li gor birayên xwe derkevin, ne ewên ku îro ezmana xwestekên wan ên herî bilinde, lê bi kêmanî karibin xwe weke hejmareke rasteqîn di hundir welêt û konevaniya ku, tête meşandin, bidin nîşan û ew bêyî me nikaribin konevaniya xwe bidin nîgarkirin.

Piştî evan pirsan û eger ku, em li kar û tevgera xwe ya di rojên serhildanê û heya îro vegerin, emê karibin hin xalan sayî bikin û li ber hin rasteqînan rawestin ku, ew dihêlin em pir caran li xwe û konevaniya xwe vegerin; mixabina ku, îro û piştî nîvsedsalekî ji kar û xebata tevgerekê; Tevgera Konevaniya Kurd li Sûryê, yek ji me bipirse: ka em dikarin serokatiya miletê xwe bikin û ka Kurd dikarin sûdeyê ji heyama îro bigrin û doza xwe derxin hundir dezgehên navnetewî.

Mixabin û weke me dît û em dibînin ku, evqas sal ji temenê Tevgera Kurd borîne û ew hîne jî ne tenê mezin nebûye, lê her diçe ezmanê xwestekên xwe nizimtir dike, tersî meşîna surûştê û ew xêzên sor li pêş xwe pirtir û sitûrtir dike û ji berî ku, ev rêjîm xêzên sor ji wan re deyne, ew bi xwe ji xwe re datîne û belkî ji ezmana wan nizimtir be jî û me ev yeka di karên wan ên di hundir bûyerên serhildanê de dîtin ku, çawa xem û qisaweta wan tenê ewbû; çawa karibin xelkê bidin rawestandin û bi lez ew serhildan bête sekinandin û şax û xwestekên wê firehtir û bilindtir nebin û ew karibin xwe ji Rêjîma Beis re weke mirovin bêguneh bidin xûyakirin û ne ewbûn û ne jî ti rola wan heye di ewê derketina milet ya li hember leşker û hêzên asayêşê de.

Lê li hember evê rasteqîna ku, ji me re laweziya tevgera konevanî aşkere dike û dihêle em li ewê yekê vegerin û ji tevgera konevanî bixwezin ku, li bername û şêweyên kar û xebata xwe vegere û ew ji ewan şikeftên salên pêncî û şêstî derkeve ber ronahiya kamêrayên dezgehên ragihandinê û li gor roja îro û heyama cîhanê û mejiyê ciwnên îro, konevaniya xwe bide meşandin. Belê, em dikarin bibêjin ku, li hember evê yekê; lawiziya tevgera konevanî, me dît ku rola dengên kesên serbixwe û rola rewşenbîrên Kurd hinekî berz bû û hêşt ku, civandin û guhdanek bi meseleya kurdî li Sûryê çêbibe; çi ji aliyê rêjîmê bi xwe, lê bi rengekî asayêşî û veşartî weke hertim û çi jî ji aliyê dewlet û hêzên mafên mirovan û ev tiştekî nuh bû ji milet û doza me ya li evî perçeyî re.

Tiştê din ku bala mirov û bi rengekî beloq kişande ser xwe; ew kombûna hemû Kurdan li dor ewê serhildana Kurdên Sûryê; ango ne tenê Kurdên Kobanî û Efrînê û heya Kurdên Sûryê ku, li Ewropa bi cihbûne digel birayên xwe yên Cizîrê rabûn, lê heya Kurdên me yên li perçeyên din jî alîkariya xwe pêşkêşkirin. Bi gotineke din em dikarin bibêjin ku, ewê bizavê, cara pêşî, karîbû di dîroka Kurdan ya nûjen de dengê wan bike yek û bi hev re rabin ser piyan û hinekî nakokiyên xwe bidin şûn.

Helbet ev heyam bi xwe jî derfetek bû, eger ku Kurd weke tevger û dezgehên wê yên aborî, konevanî û rewşenbîrî amedebûna, dê bikarîbûna ezmanê xwestekên xwe bilindtir bikirana, lê mixabin tiştê ku çêbû me dît tersî ewê yekêbû û ev ji me dixweze ku, em li partî û dezgehên xwe vegerin û ewana li gor konevaniya îro bidin meşandin, weke berê jî me gotibû, da ku, em karibin serokatiya miletê xwe bikin û di nerîna me de, eger ku, Tevgera Kurd bi evê gavê ranebe, dê di navbera evan çend salan de, ewê bête pişaftin û civaka Kurd û di nav de ew partî bi xwe jî, dê hêzeke nuh û şûngirtî derxe meydanê, lê tirs ewe ku di heyameke wilo de, hêzeke zorbazî xwe bide pêş, nemaze di heyama baweriya rasteqîn tev li ba mine.

Vêca ji me tevan tête xwestin; çi em kesên xwe weke rewşenbîr ji evî miletî re pêşkêş dikin û çi jî ji siyasetmedarên Kurd û xwedî rol û bandor di hundir civaka Kurd de û bi alîkariya hêzên bira û heya yên dost, em bi hev re li ber yek maseyê bicivin û karibin li gor xwendineke nuh bername û konevaniya xwe nîgar bikin û ev gava bi xwe jî dive tevgera konevanî lêxwedî derkeve; ango ji tevgerê tête xwestin ku, bang li konferansekî netewî bike û çi hêzên civaka Kurd hene lê beşdar bike û eger ku, ew yeka li hundir welêt zore, derfeta biserxistina konferansekî wilo, îro li Kurdistana aza heye û em bihêlin ev rûniştin bibe lêvegerîna me ya herî li pêş.

Tenê bi komcivîn û konferansekî wilo ku, herkes weke xwedî nirîneke taybet û cuda cihê xwe têde bibîne û karibe dengê xwe bi rengekî aşkere derîne meydanê û piştî naskirina dîtinên her aliyekî û her hêz û partiyekê, emê karibin li ser ewan xalên bingehîn bighên bernameyekê ku, ji me tevan re lêvegerîna netewî be û li gor ewê bernameyê emê karibin gava nuh bavêjin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

XÊZÊN SOR

 

 

 

 

Miletê Kurd û bi xêra hinek rewşenbîrên xwe û nemaze ewên ku, piştî têkçûna şoreşên bakurî Kurdistanê daketibûn binxetê; “başûrî-rojavayî Kurdistanê” û karîbûn xwe bidana hev û hinek komeleyên xwe yên civakî û rewşenbîrî bidana damezrandin, çi li bajarên Kurdan bin; wek ên Cezîrê yan jî li Efrîn û Kobaniyê û çi jî li bajarên mîna Şam û Helebê.

Ev komele dê bibine bingeheke xûrt ji damezrandin û avakirina partiyeke konevanî; Partiya Demokrata Kurdistan li Sûryê “Partî”, ew li sala 1957 an tête damezrandin û ewê silogana “rizgarkirin û yek-kirina Kurdistanê” hildin û heya bi demekê, li ser evê bernameyê, karên xwe bikin, ta ku ew dikeve ezmûna xwe ya herî pêşîn di sala 1960 î de û heyştê heval tête girtin.

Ev ezmûna pêşîn, dê bihêle ku, ew cudatiyên hîne di rojên pêşîn de, di navbera du rewtekan de hebûn, evê carê bi xûrtî derkevin pêş hevalan û bihêlin perçebûneke kûr têkeve navbera ewana; rewtekek di bin serokatiya Osman SEBRÎ de û dixwezin li ser nav û bernameya “Partî” bimînin û rewteka din jî di bin serokatiya Dr. Nûrdîn ZAZA û li gor heyam û hokerên zîndanê, dixwezin hinek guhertin têxin nav û bernameya “Partî”.

Lê ji bilî evan herdu rewtekan û hîne di demên pêşîn de, hinek heval li dijî bernameya “Partî” rawestiyabûn û wan gotibû: ev nav û silogan û bernameya ku, em hildidin ji hêz û şênên me mezintire û wilo ev hokera nuh, dê ji wan re bibe derfet ku, ew evê carê bi xûrtî dengê xwe bilind bikin û daxwaza vegera ji ewa “bernameya bilind” bikin û hinekî “riyalîst” biramin.

Em dikarin bibêjin ku, ev kêlîk, bû mofirka di navbera du qonaxan de; qonaxa ji berî xêzên sor û bizav û ezmûna bi hêza ewlekarî ya dewleta yekbûyî di navbera Sûryê û Misirê de û qonaxa piştî girtina ewan hevalên “Partî” ku, ew ezmûnek bû ji wan re û hêşt bêtirî rewtekekê di nav “Partî” de derkeve.

Lê ev xêzên sor, dê di aste û ezmanekî de rawestin; ango ew asûman dê her û her nizimtir bibe, her ku, dewleta Sûryê xûrt bibe û hêzeke weke ya Beis destlatiyê bi dest xwe ve bîne û Sûryê tenê Ereb, weke dewlet û milet bibîne û li aliyê din jî “Partî” her û her ji hev bête cudakirin û lawazkirin.

Mixabin û weke ku, em di roja îro de, li nav û bernameyên partiyên xwe dinirin, em li ewê rastiyê rast tên ku, asûmanê wan her çûye nizimtir bûye. Lê hîne ji berî ewê yekê jî pirseke dîtir xwe dide pêş; gelo çima ew cudatî kûr bû û gihêşt ku, “Partî” perçe bibe û ne tenê carekê, lê bighe ku di roja îro de yek nikaribe navên partiyên xwe lezber bike, hin ji ber pirbûna wan û hin jî ji ber ku, navê her du-sê partiyên ji hev cuda bûne wek heve.

Lê pirsa biyantir ewe; gelo çima xwediyên cudatiyê windabûn û me ew di nav ewan partiyan de nedîtin, an jî weke di rojên îro de, ew nebûn serokên ewan partiyên ji hev cuda bûbûn, tenê hejmareke biçûk û ew jî yên li derve ku, dûrî cudatiya ewan hevalên girtî bûn û wilo yek dikare bipirse: ka ew cudatiya ku, di navbera hevalên girtî de, gihêşte evan hevalên li derve, yan jî hinekan xwest evên li derve rê li pêş pirojeyên ewên girtî bigre û evana weke şûngir ji wan re pêşkêş bike. Lê pirsa mezintir, li gor têgihêştinên me, eve; gelo çima piştî ew partî perçe dikin, em tu partiyan di bin navê Kurdistan de nabînin û ne jî ti partiyên nuh, ewê bernameya “Partî” ku, ji bo wê li hevnekiribûn, hilnagire û di bin konê wêde naxebite.

Û wilo zincîra perçebûnê dê bajo heya rojên me yên îro ku, weke me got: nema yek navên partiyan ji hev derdixe û ne jî ti cudatiyê di nav bernameyên wan de dibîne; eger ku em li ewan siloganên wan ên bi mijûdûman, weke bername, binirin û bibînin û karibin di roja îro de ji xwe re belge bijmêrin û li ser ewê yekê karibin li mafê gelê xwe xwedî derkevin.

Mixabin evan “bernameyên partiyan” û weke ku, me berê jî di gotareke xwe de gotibû: hêşt ku, ne tenê miletê me, lê heya serok û rêberên wî jî nizanibe ew çi dixweze û ne tenê wilo; lê bighe pileya ku, tu destê xwe têxe yê dewletê, ji bo ku tu serhildana miletê xwe bide rawestandin û piştî ku, ew yek bi cih bête, rabe ew dewlet hêzên xwe yên ewlekariyê bi ser tede bişîne û li berdestê sibeyê û li ber bêcemeyên xewê te ji nav zarok û mala te, bi pihîn û kulemistan, derîne û bêyî tu zanibî ji kuve û ji aliyê kêve; ji ber ku, ewana çavên te girêdane, dê wêneyeke zor wêran be ji tevgera neteweyekê re.

Lê hîne ya kambaxtir ku, piştî bîst rojan ji girtin û êşkenciyê û dema te berdin, ne tu û ne jî partiya te wêribe dazanekê bide belavkirin û têde ewê karê teror pirotesto bike yan jî daxwaza mafê te bike û hîne dewlet di evê yekê de ranewste; ew ji te bixwezin ku, ne tenê tu dengê xwe dernexî û nebêjî: ez dame ber lêdan û êşkenciyê, lê zimandirêjî bighe ewê asteya ku, ji te bixwezin tu ji wan re sîxor kar bikî û tu endamekî navenda partiyeke Kurd be ku, ji bo daxwaza mafê miletekî ve hatiye damezrandin.

Belê û weke di ewan nimûneyan de, ji me re, tête sayî kirin ku, asta xwestekên me pir û pir nizim bûbû û xêzên sor, her û her, sitûrtir dibûn û gihêşt ku, Tevgera Kurd xwe rût bibîne; çi ji aliyê dost û hevalan ve be û çi jî ji aliyê xwestek û bernameyên xwe ve be. Lê di rojên îro de û weke ku, em dibînin heyam û hokerên cîhanê tev têne guhertin û di nav de yên rojhilat û bi taybetî yên Kurda. Lew re û eger ku, em bixwezin xwe weke jimareke xûrt di Sûryê de bidin naskirin, hinek guherîn û xwestek ji me têtin xwestin.

Li gor dîtina me û ji berî her tiştî din, dive ev partiyên hene û di evan demên nêzîk de kongirên xwe çêbikin; hin partî bi evê gavê rabûn. Lê xwestek ne ewe ku, tenê heval bêne cem hev û kongirekî lidarbixin; dema em daxwaza kongirên partiyan dikin, em dixwezin ew evan kongiran ji xwe re bikin rawestgehine nuh, da ku, karibin careke din partiyên xwe bînin ser ewê riya pêşîn ku, ji bo çi, “Partî” hatibû damezrandin û wilo karibin bernameyên xwe li gor dem û rewşa cîhanê ya nuh bidin nivîsandin û birêvebirin.

Ev gav dê bihêle ku, hin miletê me, careke dîtir, li derdora partiyên xwe bicive û hin jî partiyên me hevdu bipejirînin û li “seriyên” hevdu kombibin; ji ber ku heyama îro ji me tevan dixweze ku, em hevdu bipejirînin û ewê ku, bixweze cudatiyên xwe bi “ewê din” re û ne di riya gotin û guftûgoyê re çareser bike, dê têkeve nav rêza teroristan. Bi gotineke din; em dikarin bibêjin ku, ewê hîngê û bi rengekî dînemîkî emê bibînin ku, careke din, “Partî” têtin damezrandin û du-sê rewtek di hundirê tevgera Kurd de derdikevin û ne du-sêzde partiyên îro ku, em dibînin û hejmara wan hîne jî zêde dibe; tevî ku li evan dawiyan du partiyên Kurd bûne yek jî û hinekî hêviya xelkê hate vejandin, lê ev gav dive bête berdewamkirin, da ku, weke me gotî: em du-sê rewteka; Partiyan di nav xweda bibînin û ne sêzdeyan.

Cindirês-31.5.2005.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

TEVGERA KURD

          Û

ASOYÊN PAŞEROJÊ

 

 

 

 

 

 

Ev deh salin û her diçe em dibînin Tevgera Kurd ber bi şûnve diçe û her roj hinek cihên xwe derdide û bêtir qelis û lawiz dikeve, ne tenê ji aliyê hijmara endamên xwe ve, lê heya ji aliyê helwest û kar û xebatên xwe ve jî. Helbet em naxwezin saloganên wan ên îro bidin ber ewa ku, di rojên pêşî de, ji damezrandina PARTÎ, hildabûn û têde daxwaza rizgarkirin û yekbûna Kurdistanê kiribûn, erê ew salogan weke helwest û xwesteka miletê me ya herî raste, lê ne di dem û heyama xwe de hatibû sitandin, lew re ew zû di dest me de; Tevgerê de, hate beravêtkirin.

Xala din ku, em dixwezin di evê pêşgotina mijara xwe de bibêjin ewe, ku me babeta xwe bi hevoka, Tevgera Kurd, bi nav kir û me peyva konevanî jê êxist, helbet ew jî ne ji kêmkirina nirx û qedrê Tevgera Konevanî hatiye, weke ku ew ji xwendin û helwesta me ya ji civak û pêşketina wê re hatiye; li gor dîtin û baweriyên me ku, ne tenê konevanî liv û tevgerê dixe hundirê civakê, çi civak dibe bila bibe jî, erê ew sitûneke ji yên avakirin û damezrandina civak û dezgeh û dewletan e, lê ne ya bi tenê ye û heya ne ya serekeye jî.

Bi gotineke din em dixwezin bibêjin ku, sê ling, pêlên civakê yên sereke hene û eger ku, ew hersê digel hev nebin û em bixwezin tenê bi ser yekê de pal vedin û dudiwên din jî ji bîr bikin an jî xwe di ser re bavêjin û li şûn xwe bihêlin, weke çawa civaka Kurd kiriye, dê rewş û encameke wilo destkewtiya wê be ku, hemû mofirkên jiyanê di dest de hilweşîbin û weke Don KÎXOT, emê ji bilî şûrekî textî di dest wî de nebînin û ewî li pêş aşekî avî rawestiye û şer bi bê re dike, tevî ku şerê tevgera me bi hêz û tang û konevaniya dewletin e kolonyalîzim re ye û ne bi bê re ye.

Belê û weke em têdighên ku, çi civak û dewlet an jî partî û dezgehên wê, li ser evan sê sitûnên sereke û pêşîn ava dibin; aboriyeke bi hêz, zanyriyeke bilind û piştî bi desxistina evan herdu mercan, ewê karibin dezgeheke xort peyda bikin ku, ew bi xwe jî merc û lingê sêyemîne ji civak û dewletê re. Helbet hinek mercên din ên alîkar hene û belkî li gor hinek heyaman, yek ji ewan mercan bi roleke pir girîng rabe, weke roja îro ku, alîkariya ji “derve” weke mercekî girînge, ji bo guhartina rojhilatê. Lê tevî ewê rastiyê jî, ew sê mercên me anîne zimên û li gor dîtinên me, yên sereke ne.

Li gor evê xwendina xwe, ka em civaka Kurd bidin ber lêkolînê, emê binirin ku, me herdu mercên pêşîn li şûn xwe hîştine û em bezîne mercê sêyemîn ku, qet bêyî herdu yên pêşîn, dê bi sernekeve, lew re û ta ku em karibin bihêlin civaka me li ser xwe raweste, gereke em li wan herdu mercan vegerin, ango em kar û xebatên xwe bikin, da ku, miletê me zanibe çawa xwediyê li hebûn û dewlemendiya Kurdistanê bike û di hundirê civaka Kurd de hinek dewlemendên mezin derkevin û pêre jî em karibin û di her şxekî de, zana û pisporên xwe peyda bikin, tevî ku, em dizanin ev dewletên kolonyalîzim rê li ber miletê me digrin û rola wan ya herî mezine di evê rewşa wêran de, lê tevî wê jî dive em bê hêvî nebin.

Li dawiyê em dixwezin bibêjin ku, ji berî em bi Tevgera Konevaniya Kurd û çareserkirina pirsgirêk û aloziyên wê diramin, dive em li civak û miletê xwe vegerin, ji ber ku, ev tevger berhema evê civakêye û ew nimûneya me ya herî açiq û beloqe û eger ku, em pirsgirêkên wê çaresernekin emê qet nikaribin tevgereke xort bidin damezrandin û emê her çend rojan bibhîsin ku, partiyeke nuh çêbûye û ew jî yê nikaribe gavekê, ji partiyên hene, zêdetir bavêje, ji ber ku astengiya me ne ya pirbûn an jî hindekbûna partiyan e, weke ku ew di guftûgoya rojane de tête gotin, lê ev pirsgirêkeke ramyarî û zanyariye.

Tiştê din ku em dixwezin li ser rawestin eve; Ku em tev, weke rewşenbîr, siyasetmedar û maldarên Kurd di ber evê rewşê de berpirsin, tevî ku em rola dezgehên evan dewletan û heya alîkariya dewletên derve jî ji bîr nakin. Lê digel ewê rastiyê jî, rola ewan hersê hêzên me gotine, di wêraniya roja îro de, mezine û ji wan tête xwestin ku, careke din li dayîn û bername û serkêşiyên karên xwe vegerin û wan li gor dem û heyama îro bidin nuhkirin, da ku karibin serkêşiya tevger û miletê xwe bikin û ji berî her tiştî dive em, û bi rengekî aşkere, helwesta xwe ji heyîna cigrafiya hersê herêmên kurdî li Sûryê bidin xûyanî; ka ev perçe pareke ji Kurdistanê û Sûryê ew kolonyalîzim kirî yan ew sê bêrîkin û di hundir Sûryê de ne û ew nikarin “iqlîmekî” cigrafî çêbikin û li gor evê helwestê emê karibin şêweya têkiliya bi navçeyê re nîgar bikin.

Di nerîna me de, ji berî bersivdana evan pirsan û piştî bi destxistina ewan merc û heyamên ku, me anîne zimên, dê zor û pir zor be ku, em karibin ti xebatên rasteqîn di ber doza miletê xwe de bikin û emê hertim kesîtiyeke revok bidin damezrandin; ku rewşenbîrên me revîne bircên xwe yên belek û ji wir de nifirên xwe bi ser seriyê siyasetmedaran de hildiweşînin û siyasetmedarê me jî hemû şikinandinên Kurdan dixin sukra rewşenbîrên revok û wilo emê têkevin ewê guftûgoya Bêzentî, ka hêk ji mirîşkêye yan mirîşk ji hêkêye, bêyî ku, em li çareserkirinan bigerin.

 

 

Cindirês-2004

XEWNÊN REVOK

 

 

 

 

 

Ji berî çar salan û piştî ku, serok Beşar EL-ESED li şûna bavê xwe rûnişt û destlatiya Sûryê bi dest wî xistin û ewî di hundirê xwendina sûnda xwe de hinek soz ji miletê Sûryê re berdabûn û ta roja îro ev gotin, çêrok tête guftûgokirin. Ew carina sar dibe û hema-hema yek dibêje hate vemrandin, lê tu yê bibînî û nemaze di piş derketina hinek bûyer û pirsgirêkan de ku, ew careke din hate beloqkirin û ev yeka bi xwe jî cihê lêpirsînê ye; gelo kî evê yekê di dest xwe de dilivîne û çi xwestekên wan jê heye û ka ew çi sûdeyan ji evê ton konevaniyê dibînin.

Cara pêşîn ku, ev nirîn li ber me hate dayîn, ew ji aliyê dostekî pispor ku, di Zanîngeha Helebê de weke mamosteyekî aboriyê dersan dide bû; ew bûbû demek ku serok Beşar cihê bavê xwe girtibû û ew sûnda wî jî, ji piraniya rewşenbîr û heya siyasetmedaran re, weke heyameke nuh bû û hêşt weke dibêjin, “Buhara Şamê” li pey xwe bîne. Ev dostê min jî yek ji ewan kesên ku, hemû hêvî-hêkên xwe xistibûn ewê selekê de û camêr kar û barên xwe dikirin ku, di ewan çend rojan de ewê berê xwe bidin Şamê, helbet weke zaneyekî Kurd di hundirê giropekî de û ewê çêroka pirsgirêka kurdî ne tenê bidin guftûgo kirin, lê dê bête çareserkirin jî.

Cara dudiwan jî ku, ev meseleya û bi reng û radeyeke bilindtir hate guftûgokirin, di rûniştineke şevbuhêrkî ya Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurd de bû, ewa ku ji bo rewşenbîr û siyasetmedarên bajarê Efrînê li darxistibûn. Di ewê hîngê de du sal di ser xwendina sûndê re borî bûn û “Buhara Şamê” jî bi xêra hin biryarên destlatên Sûrî hatibû rewisandin û çend hevalên çivaka sêvîl jî hatibûn binçavkirin û di nav wan de hin endamên perlemana Sûrî jî û evê yekê hêştibû ku, xwediyên evê nirînê hinek firk bidin xwe û dîtinên xwe careke din bînin zimên, lê bi şêw û tewriyeke nuh.

Di ewê rûniştina ku, me gotî de jî û careke din ev nirîn ji aliyê siyasetmedarekî Kurd ve hate dîtin û pejirandin; li gor nirîn û dîtinên wî, ku destlatên Sûrî bûne du pêl, yek bi guhartin û pêşxistina civakê bang dike û ew jî di bin serkêşiya serok BEŞAR de ne û pêle dudiwan jî xwediyên konevaniya kevin in û ew weke pasvanên kevin bi nav dikirin. Wî – wan digot ku, serokê nuh dixweze civaka Sûrî ber bi pêş ve bide û wê têxe hundir civaka hemdewletî û Sûryê bike yek ji dewletên modêrin, lê hertim evên bi navê pasvanên kevin têtin naskirin li pêş xwestek û pirojeyên guhertinê radiwestin, lew re ti kavên ber bi pêş ên girîng nehatine avêtin.

Cara sêyemîn jî li evê dawiyê bû û nemaze piştî bûyerên Qamişlo û hemû deverên Kurdan ên dîtir ku têde miletê me nerazîbûna xwe ya ji konevaniya dewletê anîbû zimên û hêştibû ku, em careke din li pir çêrok û mesleyan vegerin û yek ji ewana, mijara evê gotara me bû. Vê carê jî û mixabin ji sekretarekî partiyeke Kurd bû ku, em digel hev û di riya telefonê de ku, radiyoke kurdî xwest nirînên me li ser biryara rawestandina Partiyên Kurd û pejirandina Komeleyên Civakî û Rewşenbîrî ku ji aliyê deslata Sûrî ve hatibû sitandin, werbigre. Ewî hevalî jî û weke hemû xwediyên ewê dîtinê got: Partiya Beis du pêlan di hundirê xwe de hildigre û ewa bi serok BEŞAR re daxwaza guhartinan bike, lê pasvanên kevin weke kelem li pêş ewana derdikevin.

Helbet ev nirîn û çêroka pir carên din, li ber me, hatiye guftûgokirin, lê emê bi evan hersê caran tenê razîbibin û ew besin ku, bi xwendevan bide naskirin ka ev dîtin heya kuderê rehên xwe di nav me de berdaye û hatiye pejirandin û mixabin di mejiyê xelkê me yê di rêza pêşîn de, vêca miletê xizan û perîşan dê çi bêje û dîtina wî yê çibe.

Piştî evê şirovekirina ji tonheyameke ku, di nav civaka Sûrî de tête gurkirin, em dikarin pipirsin çima û ka xwediyên evan dîtinan li ser çi jipiyan dimînin û helwestên xwe li ser çi ava dikin. Weke ku di cara pêşîn de jî û ji aliyê ewî hevalê pispor de hatibû gotin, xwediyên evan nirîn û dîtinan hertim bi ser hinek tişt û kaniyan de pal ve didin û dibêjin: ew jêder û lêvegerîn dê bihêlin cudhiyek di navbera konevaniya law û bavê de derkeve û ewê li ser şopa berê neçê û dê bihêle ku, bayê guhertinê derbasî nav civaka Sûrî bibe û ew ewan sedem û bingehan jî di evan xelekan de digerînin:

  • Ew; serokê nuh, ji nifşê nuhe û hertim ewê nuh bi guhertin û pêşxistinê re ye.
  • Ew ne ji dibistaneke leşkerî weke bavê xwe derketî, law re dê pal ne de ser sazûmana leşkerî û ev yek dê bihêle ev cureyên pir ji hêzên awarte kêm bibin û bişkên.
  • Ew ne lawê raman û hizra Beis e, law re ewê dûrî ewan dîtin û nirînên şoven û nijadperest be.
  • Xwendina û derbaskirina hinek dem di nav civaka ewropî de, dê bihêle ew bizavên xwe bike ku, civaka Sûrî nêzîkî ya Ewropiyan bike.
  • Dem û heyama îro ne ya şerê sare ku, bihêle her serokek di “dewleta xwe” de weke ku, di bistanê xwe de be û tiştê ew bixwezê ew dikare bike.

Weke em dibînin bêtirî ewan bingehan, heyştê ji sedî, bi kesîtiya wî ve girêdayîne û ev bi xwe jî cihê lêpirsîn û guftûgoyê ye; bi gotineke din, ew bi me dide naskirin ku mejiyê me hîne li ser stûnê olîtiyê dizîvire û weke ku, çawa Xwedê di “gerdûna xwe” de dikare her tiştî bike, eynî serokên êlan, partiyan .. û heya serok komar jî dikare her tiştî di “kişwera xwe” de bike, ev ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî ewana ji bîr kir ku, ev kes li ser destê sazûmana kevin û di ewê heyamê de hatiye perwerdekirin û weke ku, pisporên pisîkolojî dibêjin: Pênc salên pêşîn di jiyana mirov de yên herî girîngin di perwerde û kesayetiya wî ya paşeroj de.

Ango ev kes dê heya pileyeke bilind bi konevaniya berê re be. Lê tiştê herî girîng ku, wan nedixwest bidîta, da ku xewnên wan weke rasteqînên jiyanê bimînin, ev hatin û girtina serokê nuh ji destlatiya Sûryê re; me tevan dît ku, di navbera şev û rojekê de qanûn û yasana Sûryê hate guhartin, da ku, li gor bejin û temenê serokê nuh be û ewê ku, bi qeşmeriyeke wilo razî bibe û li xwe bi pejrînê ku, bi evê ton pertavê bête ser daniştoka serokatiya komarê, dê qet bi pêşketin û guhartin û demokrasiyê ne bawer be, weke dibêjin: ewê ku tişt li ba wî tinebe, dê nikaribe tiştî bide te.

Tiştê din ku, em dixwezin bibêjin, ku roja îro û piştî destberdana evan hêzên awerte û asayêşî di hundirê civaka Sûrî de û rêdana ji wan re ku, tiştê ew dixwezin dê bikin, bêyî ku, ti sazûman karibin li pêş wan rawestin an jî wan bidin ber lêpirsînê û evê yekê hêşt ew weke kunêreke pençeşêrî bi werime, dê nehlibe zû-zû civaka Sûrî ji nav lepên wan derkeve, ta ku hin merc û dilxwez jî hebin, tevî ku, konevanî ne li ser hest û dilxweziyan ava dibe, weke ku li ser kêrtêgirtinan e, lê mixabin û weke ku, ji heyam û “konevaniya” partî û siyasetmedar û dîtin û vekolînên rewşenbîrên me xûya dibe, ku emê heya demeke dîtir di bin akama ewê mejiyê olî de bimînin û baweriyên xwe bi Xwedêyan bînin ku, ew dikarin bi gotinekê guhertinan pêk bînin û civaka me ya li şûn û paşmayî bighênin radeya ya Ewropî û wilo emê hertim bidin dû xewnên revok.

 

 

Cindirês-2004.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

BIHARÊN DEREWÎN

 

 

 

 

 

Gelo, çiqas ji me re divê ku, seriyê me li darheda keve, da   ku, em nasbikin ewê mirî em in û ne yekî din e. Kar û barên partiyên me weke yên ewî kesî ne; bi deh caran ji ewan  re dive ku, seriyê ewana li ewî kevirî bikeve, da ku, ew nasbikin ên xistine gorê ewe û ne yekî dîtire; ev “helbijartinên Parleman”ê yên dawî nimûneyeke balkêşe.

Ewana hîne bawer nekiriye ku, ew û tenê wek dîkorekî ji bo rindkirin û xweşikirina riwên xwe; riwê rêjîma desalet, bi kar tînin, hîne ya rast; rêjîm ewana dike xizmetê xwe, gava ku ew weke partî û rêxistin û tenê bi lêvkî, xwe di nav xelkê de didin naskirin ku, ewana jî dil heye, bi rola xwe di kar û bar û pêşeroja evî welatî de rabin û bêyî ku, rêjîma heye venasîna xwe bi ewana nîşan bide û bêyî ku, yasana partiyan li evî welatî hebe, ew bi hevalên xwe didin fêmkirin ku, partiya wan jî daketiye helbijartinan û wilo kirasê demokrasiyê bi ser rêjîmeke ku, ji ewê yekê dûre, berdidin; gava ku ev partî bi cemwerê xwe didin nasîn ku, ew jî dixwezin dakevin pêşbirîka helbijartinê, weke ku, di yasaya Sûryê de miletê me hatibe pejirandin û ewî hemû mafên xwe wergirtiye û vaye emê mafê xwe yî helbijardinê bi kar bînin.

Ev yeka me dajo babeta bingehîn ku, hêştibû pir kes ji me baweriyên xwe bi guhartin û nuhkirinên dawiyê bîne; ewên ku, serokê nuhatî soz pê dabûn. Helbet hinek tiştan hêşt ku, pirek ji me baweriyên xwe bi evan sozan bîne û mejiyê hişmendî û bîrwerî bide şûn û bi yekî “gundî” bijî û bêje vaye bihara me hat.

Di pêşî de û serkêşiya evan sedeman jî; perwerdekirin û pisîkolojiya me ya oliye, ewa ku, bi xelkê me daye naskirin ku, hertişt di jiyan û mirinê de bi destê “Xweda yê mezin” tête gerandin û bêyî ewî “pelên daran naweşin”. Ev ton perwerdekirin hiştiye ku, em her serokekî di ewî cihî û ewan baweriyan de bibînin; lew re me bawer nekir ku, yek du gotinên sozdar bêje û em tev bezîn, weke ku, kanî û riya serfiraziyê li wir e û bi serê me de, weke ewê li beyabûneke germ û tazî ku, dihêşt her leylanek ji ewî re bibe kaniya jiyanê, hat.

Belê, em tev ketin ewê xefkê û me ji bîr kir ku, ev jiyan e û ne çêrokên ol û efsanan e û da ku, welatek ber bi azadî û demokrasiyê biçe, pir yasan û rêdan jêre divên û ne bi çûn û hatina serokekiye ku, ew bi xwe jî bi riya helbijartin û demokrasiyê nehatiye û weke dibêjin; ewê ku, ti tişt li ba tine be, dê tiştî nede te.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

KONGIRÊ PARTIYA BEIS

                     Û

   HÊVIYÊN DEREWÎN

 

 

 

 

 

Ji berî lidarxistina kongirê Partiya Beis û ji çend mehan ve, ne tenê kolana Sûryê ya konevan û rewşenbîr pê mijûle, lê heya bighe dewlet û rêjîmên Ereb û Ewropa, digel guhdaneke taybet ji aliyê Emerêka ve. Helbet ev guhdana wan jî bi hinek sedem, heyam û hogirên ku, rojhilata navîn têre derbas dibe ve, girêdayîne. Û di pêşiya ewan hogiran de jî, rewşa Îraqê û Libnanê ye, digel hinek kartêgehên dîtir mîna; destkêşana Sûryê ji hin doseyan, wek destkêşana ji piştgiriya hin partiyên Felestînî ku, bi ser rêbaza terorîzmê ve têtin jimartin û ji berî wê jî destkêşana wan ji piştgêriya PKK ê.

Pir têrenirîn û xwendinên pêşde, ji kongir û encamdanên wê re, hatin kirin û bi dehan gotar û lêkolîn li ser hatin nivîsandin; çi ewên çakbîn ku, di kongir de hêviyên xwe didîtin û ew weke mofirkekê di navbera du qonaxan de didîtin û li ser ewê yekê pirojeyên guhertina Sûryê datanîn û çi jî ewên bi nirîneke bedbîn li kongir û dîroka Beis dinirîn û qet ti hêviyên guhertinê ji evî kongirî nedikirin. Û di navbera evan herdu rewtekan de hinekên din digotin; Partiya Beis dê li gor xwestekên Emerêka gavên xwe bavêje û ne li gor pêdiviyên hundir.

Û ew xwendinên wan jî li derdora hin xalan digeriyan û ji ewên herî balkêş jî ev bûn:

  • ka Partiya Beis dê ji serkêşiya civak û dewleta Sûryê dakeve yan na.
  • rewşa awarte ku, ev bû çel û sê salin Sûryê pê hatiye girêdan.
  • azadiya rojnamegeriyê û ragihandinê.
  • yaseya partiyan.
  • jihevcudakirina destlatiyên dadwerî û yasadarî û bichaniyê.
  • rewşa milet a aborî.
  • dizîtî û revandina pere û sermiyana dewletê ji aliyê hinek serok û destlatên Sûrî û nemaze yên malbetên Esed û Mexlof.
  • çareserkirina doza kurdî.
  • çareserkirina çêroka Îxwan Elmislumîn di Sûryê de û rakirina ewa benda ku, rê ji kuştina her ewê ji wan bête jimartin re û.. ligel hinek xalên dîtir, lê weke me di pêşiyê de jî gotibû, ev ên balkêşin.

Vaye kongir kuta bû û hinek gotin jê hatin revandin ku, ewana hinek temî û pêşniyaz sitandine û eger yek li ewana vegere, dê baş têbighe ku, Partiya Beis ji rêbaz û bernameya xwe venageriye û ne jî, zû bi zû, dê vegere. Helbet ew jî ji ber hinek sedem ve ye û bêtirî ewan sedeman jî bi rêbaza wan ve girêdayiye; ji berî hertiştî ev rêbaz li ser bingeha nijadperestiyê ava bûye û ev rêbaz, bi nepejirandina “ewê din” û meşandina zextan li ser wî, hatiye naskirin û bizava miletê Kurd di hundir dewleta Sûryê de mînakeke balkêşe. Bi gotineke din, em dikarin bibêjin ku, hebûna Partiya Beis bi evê rêbazê ve girêdayiye û çi dema ku, evê rêbazê tine bike, dê ew bi xwe jî tine bibe.

Lê em dikarin pirseke dîtir bikin; gelo bi rastî Partiya Beis civak û dewleta Sûryê bi rêve dibe, da ku, di kongirê xwe de biryara xweguhartin û civak û dewleta Sûryê bistîne û bihêle em kabikên xwe li ser ewê yekê bavêjin, an ev xwendina me ji rêjîmê re xwendineke çewte û wilo her tiştê ku, me li ser ewê xwendinê ava kiriye bi xwe dê çewt be. Di nirîna me de, em şaş çûne û hîne me xweşik nihada rêjîma Sûrî fêm nekiriyê, bi kêmayî, ewên ku kabika xwe li piş kongir davêtin; çi yên baweriya xwe bi guhertinan tanîn û çi jî yên pê ne bawer.

Evan herduyan jî, xwendineke şaş, ji rêjîm û nihada dewleta Sûrî re dikir; demê ew dibînin ku, Partiya Beis weke hêzeke konevanî û cemawerî, Sûryê bi rêve dibe û pêşeroja wê nîgar dike û ne hin kes ku, ew xwediyên biryarane û ewana ji xwe re xelekeyên mirûd û pêrewan li derdora xwe gerandin ku, her yek ji wan bi xwe bûye mîrek, “wezîrek” an jî serokê hêzeke awlekariyê ku, qet kes nikare nêzîkî wî û kişwera wî bibe, da ku, pirs jê werin kirin. Bi gotineke aşkere, em dikarin bibêjin: hin kesan; xwedî biryar û şên, ev welat ji xwe re kirine baxçeyek û ew xwe xwediyê wê dibînin û ne ji mafê ti kesiye ku, ewana bide ber pirsdariyê: dê çima ev welat gihêştiye evê radeya nizim di her alî de.

Lew re û eger ku, em bi guhertinekê biramin, dive guhertineke bingehîn be; guhertineke di rêbaz û bernameya evê rêjîmê de be. Bi gotineke din, hilweşndinek ji dezgehên evê rêjîmê re be, ewa ku xakeke kêse ji evê ton rêjîm û “konevaniyê” re û ev guhertin an hilweşandina han jî, li gor dîtinên me, du rê jêre hene; riya hêza rikbera Îraqê ku, destên xwe xistin yên derve û bi alîkariya ewana karîbûn ji rêjîma Sedam rizgar bibana û me dît, da ku, ew karibin welatê xwe, careke din, ava bikin û li ser bingeheke durist, divyabû ew her tiştên berê; çi dezgehên ku hebûn û dihêştin rêjîma berê xwe li ser bigre, bêtin hilweşandin, tevî ku hinek ziyanên ewê yekê jî hebûn, lê ji bilî wilo rê li pêş wan tinebû.

Riya din jî ku, hêzên rikber û guhartinê bighên hev; ango çi partî bin an jî komeleyên mafên mirovan û xwediyên vîna guhertinê bin, çi ewên li derve yan jî yên di hundir evê rêjîmê de ne, tevî gûmanên me di ewê yekê de hene; ka xwediyên guhertinê di hundir de mane, gelo! Belê, piştî ku ew li ser bernameyekê bighên hevdu û careke din, dive hin alîkarî ji derve hebe, da ku, ew karibin rêjîmeke ku, li ser tevliheviya dewlet û çeteyên mafiya hatiye “avakirin” hilweşînin û ji bilî evê yekê, bi konevaniya pîneyan û “şêrînkirina” riwê rêjîmeke weke ya Sûryê û weke em têdighên, xwepêkenîne; em ji xwe re bi xwe dikenin.

 

Cindirês-2005.           

  

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

XEBATÊN KAXIZÎ

 

 

 

 

 

Tevî ku, ev kar û xebat bi rewşenbîr û nivîskaran ve girêdayiye û ew yek ji karên herî “pîroze” di dinyayê de û gihêşt ku ji yek şêweyên wê re; ji karê rojnamegeriyê re bête gotin ku, ew “destlatdariya çaran” e û hêştiye ku, zorkerên herî hovane jî jê bi pelikînin, lê vaye û tevî evan nihadan tev jî, em dixwezin bi rengekî lêqirdî li ser evê xebata han binivîsin û ewê “biçûk bikin”.

Yek ji xalên ku, li ser hêzên rikbirî Sûryê, bi herdu aliyên xwe; çi yên erebî bin an jî yên kurdî, dûrketina ewana ji karên cemawerî û yên kolan û meydanan. Ango, ewana xwe xistibûn quncikên tarî û veşartî û tenê karên salon û nivîsandina hinek dazan ji xwe re pejirandibûn û heya berî demeke nêzîk; ji berî evan dezgehên ragihandinê yên nuh; setelayt û entirnêt, pir caran ewê dazanê sînorên wê partiyê derbas nedikirin.

Lê di evan çend salên dawî de û piştî guhertina hinek kartêgihan; çi yên bi derve ve girêdayî yan jî yên bi hundir ve, me dît ku Tevgera Kurd ya konevanî ji qaliqê xwe bi derket û karîbû xebateke cemawerî bide meşandin û serkêşiya ewan kar û xebatan jî, serhildana Avdara sala par bû ku, hêşt rêjîma Sûryê li xwendina xwe, ya ji pir meseleyan re, vegere û bi taybetî doseya kurdî û wilo pir pelandinan jê re bike.

Û ev liv û karê Tevgera Kurd karîbû bandoriyekê li kolana Sûryê ya erebî jî bike û me dît bi kêmayî bi dehan ji rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb derketin û xwe dane rex Partiyên Kurd û hinekan ji wan dengê xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurda bilind kir. Ne tenê wilo; evê xebata Kurdan û cara yekemîn, hêşt ku serokê dewleta Sûryê û li ber tilivizyonê Elcezîrê bibêje: “Kurd pareke bingehîne ji tevena netewa Sûrî”. Belê, evê xebata gewreyî zû ber da û karîbû xebata Kurdan ya ji pêncî salî ve ku, di riya kaxizan re dihate meşandin, di ewan çend rojan de nîşan bida.

Xala din ya herî girîng; me dît ku, Kurd bi yek dengî derketin û duwanzde partiyên me bi hev re dazanên xwe; karên kaxizî, dane belavkirin û heya miletê me jî û li seranserî Kurdistanê û heya li koçberiyê jî bi hev re derketin û li mafê xwe xwedî derketin û bang li cîhanê kirin ku, ew di bin çi zor û zehmetiyê de dijîn. Lê ji ber hinek sedem û di nav de yên ku, bi Tevgera Kurd û pisîkolociya me ve girêdayî ku, em hertim xwe biçûk dibînin û ji sîka xwe ditirsin, hêşt ku, serokên partiyan hemû hêz û şênên hevalên xwe bi kar bînin, da ku, ew xebata meydanî, cemawerî raweste û ew vegerin kar û xebatên xwe yên kaxizî ku, nahêle bifnên tikesî sor bibe.

Lê vaye ew xebatên gewreyî, cemawerî carek din geş dibin û nemaze piştî kuştina Şêx Meişoq Elxeznewî; me dît miletê me bi hezaran derkete kolanên bajarê Qamişlo û ji dewleta Sûryê xwest ku, ew kujyaran derxîne û mînekirineke baqij bête kirin ku, bê alîgirt be û gereke di nav ewana de parêzerên Kurd jî hebin. Ev xwestek ên tevan bû û dema ku, hinek partî xwestin evan xebatên xwe yên kaxizî bi karine piraktîkî nîşan bidin û dest bi hinek çalakiyên meydanî bikin, wek banga partiya Azadî ku, di roja dîtir de derkevin kolanên bajarê Qamişlo û careke din dengê xwe bilind bikin, mixabin û ji berî ku, rêjîma Beis li pêşiya wan raweste, Tevgera Kurd xwe derdixe meydanê û evî karî tewanbar dike.

Vêca em dikarin, di evê helwestê de, çi bixwînin; ji berî hertiştî û weke ku, me di riya dezgehên ragihandinê re bihîst ku, di bin konê Şêx Meişoq de Partiya Azadî banga xwepêşandanê hildabû û di cih de jî Partiya Yekîtî pêre erê kiribû û li gor pisîkolociya Kurda û sincên partiyên me, ev kar û banga evan herdu partiyan, bi angoya cilkişandina bin nigên evên dine. Bi gotineke din; çima ku ev bang, dê ji ewan bi derkeve û ev yeka dê bihêle ku, ew yekê li ser evan partiyên din tomar bikin, gereke ew li hemberî ewî karî rawestin. Ango divyabû ew herdu partiyên ku, xwediyên bangbûn, li tevgerê vegeriyana, da ku, para ewana jî têde heba heya ku pêra derketana. Û wilo li ser pirensîpa; “eger ku ez negihêştim te ma ezê te jî negihênim xwe” çûbûn.

Xala din ku, ev biryara tevgerê ji me re aşkere dike eve; ku partiyên me baş xêzên sor naskirine û ew zû bi zû nikarin ewan xêzan derbas bikin û eger ku, carina ewan xêzan, bi zora cemawerê xwe û xwestekên qonaxa nuh, derbas dikin jî, ew zû li ewê yekê vedigerin û rûpelên xwe yên sipî pêşkêşî rêjîmê dikin ku, vaye ew nasdikin heya bi kuderê, ji wan re, rê vekiriye û me ev yek di serhildana par de baş naskir. Lê tiştê herî biyan ewe ku, partiyeke weke ya PYD e xwe bide rex evan partiyên din û bibêje ku, “hinek partiyên ku xwe bi ser Kurdan ve dêjmêrin dixwezin karên xerap bikin û miletê me bidin ber wêranê”.

Weke ku em dizanin ev ti carî ne konevaniya evê partyêye û ne jî mîna berê di bin baskên rêjîma Sûryê de ye, vêca çi dihêle ku, partiyeke weke ya PYD e û di roja îro de ku, ew û dewleta Sûryê ne lihevin, were helewsteke wilo; li dijî xebata evan herdu partiyên dîtir bide, eger ku ne ew sedemên pêşîn ku, me anîbûn zimên, bin û bêtir jî ew sedema ku, kî yê pêşîn e û çima ewê ne xwediyê wê bangê bin, nemaze dema em zanibin ku, evê partiyê banga xwe derxistibû ku, ewê heftiyeke çalakiyan bidin meşandin. Camêran hingî bi lezbûn, ji bîrkirine ku, xwepêşandana van herdu partiyan di (5) mehê de bû, ewana di (4) mehê de daxûyaniya xwe daye nivîsandin.

Û wilo em dikarin bibêjin: şabaş ji Tevgera Kurd re ku, ew wilo bi lez gihêştin hev û li hemberî karekî wilo rawestiyan. Helbet, em naxwezin ku, ji evê gotara me bête fêmkirin ku, em dixwezin miletê xwe germbikin, tevî ku ew têra xwe hatiye sotin jî, lê em ne bi evê sistî û laweziya helwestên tevgerê re ne, ji mafê miletaye ku, bi riyên aştiyane û demokrasî li mafên xwe xwedî derkevin û eger ku, zaro negrî dê memikên xwe naxe dêv, da ku, şîr bide wî, vêca çawa “dijminê” te.

Ma ku em bêjin çima me ji Tevgera Kurd re û nemaze ji xwediyên ewan dazanan* re gote: şabaş. Li gor dîtina me, ewan xwest di riya evê dazana xwe re hinek tişt bi dewleta Sûryê bidin fêmkirin; yek ji wan û weke me got ku, ew xêzên sor dinasin. Tiştê din ku, vaye ev partiyên “lihevketî” û xwîn germ, me bi tenê hêştine û wilo ew yek dengiya ku, we di avdara çûyî de dîtibû, hate herfandin û wilo seriyê me ji girtin û zindanan bi dûr bixin û.. careke din şabaş ji Tevgera Kurd re û evan kar û xebatên wan ên bê hempa.

 

* Çi Enî û Hevbendî be û çi jî Partiya PYD e be ku, li dijî karê herdu partiyên Kurd; Azadî û Yekîtî dazan dabûn weşandin û têde karê xwepêşandinê pirotesto kiribûn û wilo rê dabûn hêzên ewlekariyê ku, ew bi ewan teroriyên xwe rabin.

Cindirês-2005.

 

KÎ DIKARE MIROVAN BIKUJE

 

 

 

 

 

Yeke ji paqijiyên nivîsandinê ku, mirovê pê mujûl dibe, qedir û nirxa mirovan dinase û mafê ewana didêyê, ta ku, ew ne ji yek dibistanê bin an jî ew di dîtin û bîr, baweriyên xwe de ne weke hevbin. Lê ewên ku, li pey penda ku dibêje: “şûr zane, zor zane, devê tivinga mor dizane”, dê tenê qedirê xwe zanibin û heya ji ewana tê, ewê berjewandiya xwe biparêzin, eger ku kî jî bibe qurbanên ewê parastinê û di kîjan riyê re be jî, ne xema wane û weke me got; tenê bêrîk û daniştokên ewana jê re piwîstin.

Ev bû demeke ku, çêroka revandin û kuştina Şêx Meişoq ELXEZNEWÎ bûye yek ji bûyer û pirsên pêşîn, ji dezgehên ragihandinê re û helbet û ji berî ewana jî, ji miletê me re; çi nivîskar û siyasetmedar dibin, çi jî cemawerê Kurd dibe, ewên ku bi hezaran derketin kolanên bajarên Kurdan û dengê xwe, bo Şêx MEIŞOQ, bilind kirin; ka kî li piş ewê kujyariyêye û xwesteka dadgeheke bê alîgir û paqij kirin ku, encûmena dadpirs, ne tenê ji aliyê dewletê ve be.

Em; weke kesekî ku xwe rewşenbîr dibîne û ji bo doz û mafê miletê xwe dixebite, dinivîse, me jî xwest em di evê bêtar û sebareta han de, bi nivîseke xwe, beşdar bibin, tevî ku, em dûrî hin dîtin û baweriyên Şêx MEIŞOQ in û nemaze ewên olî. Lê weke me got, dive ku yek mafê “camêran” bidêyê, ta ku ew ne xwedî yek nirîn bin jî, da ku em karibin hinekî ji mirovatiya xwe bidin derhênan û xwe ji kişwera sewal û cinawiran bidin cudakirin, tevî ku, civaka “mirovatiyê” di warên dilovanî û mirovatiyê de, pir caran, ji ya ewan sewalan hovantirbû jî.

Helbet çi bûyera li gerdûnê pêk tê û derdikeve holê, hinek sedem jê re hene û qet ti tişt ji ber xwe ve na qewime. Lê ji berî ku, em li ewan sedeman digerin, em dikarin bibêjin ku, ji her bûyerekê re jî ziyan û sûdegirtinên xwe jî hene û yek ji evan bûyeran, kujyariya Şêx XEZNEWÎ ye. Bêgûman di kuştina wî de herdu alî jî hene; ango bi kuştina wî re û dan-aliya deng û pênûsê wî, ziyaneke mezin gihêşte hinekan û eynî di evê çaxê de û bi tinekirina yekî weke wî, hinekan sûde wergirtin.

Vêca ka em li evan herdu aliyan bigerin; ewên ziyan dîtine û yên ku sûde, ji kuştina Şêx MEIŞOQ, wergirtine û pêre-pêre jî, emê ewan sedemên ku, hêştine ev bûyera han, bi hinekan, tehil û di rengê bêtaran de be, binasin û vêre jî bizavên xwe bikin ku, ewana bikolin û şirove bikin, da ku em karibin û di riya ewan xalan re, nêzîkî “rastiyê” bibin û li dawiyê jî, eger ku em negihêştin ewê nêzîkiyê, bi kêmasî, meyê bizavên xwe kiribin ku, em jî nirîn û dîtinên xwe bînin zimên û mîna Elî bin ebî TALIB gotî: “ji ewê ku, bighe rastiyê, re du parin û ji yê çalak re jî parek. Ango, her di çalakî, xebat û bizava mirov de, xweşkarî heye; eger ku têde bi ser bikeve yan na.

Helbet û li gor kar û xebtên Şêx MEIŞOQ, nemaze yên evê dawiyê; mîna derkrtina wî ya ser neynika hinek setelaytên kurdî û gera wî ya li Ewropa û hevdîtin û piştgiriya wî ji hin nûnerên Tevgera Kurd û yên rikbirên Sûrî re û bi taybetî rûniştina wî ya bi Elî S. BIYANONÎ re, hêşt çavên hêzên ewlekariyê li ser wî sor bibin. Ewana dît ku, Şêx ji aliyekî ve, xêzên sor derbas kirin û ji aliyê dîtir ve jî, ewî dibe hejmareke zordijwar ku, di demên nêzîk de, dê karibe ji milet û doza kurdî re, pir xalên girîng peyda bike û zû-zû, ewê nikaribin destên xwe deyin ser devê wî, nemaze ew ji paşvaniyeke mislimantiyê hatiye û heyama rojhilat, bi evê ramyariyê re, alîkare.

Lew re û di zûtir dem de gerekbû, ev deng bête rawestandin; ji berî ku, ew ji wan û şêweyên wan ên “çareserkirina” pirsgirêkan, mezintir dibe û dihêle damareke dîtir ji qurmê doza kurdî, ji Tevgera Kurd re şax dide. Lê û li gor dîtin û xwendina me, ji “çêroka” revandin û kuştina Şêx, ji aliyêkî ve û naskirin û hevjiyana me bi şêweyên hêzên ewlekariyê, ji aliyê din ve, em dikarin bibêjin ku, çêrok ji destê wan derket. Ango; yek dikare bibêje ku, evên xwestine dengê wî rawestînin, nikarîn xwendineke durust ji encamdana “çêrokê” re bixwendana.

Bi gotineke din, em dikarin bibêji ku, çend dîtin û divê, di kuştina Şêx MEIŞOQ de, hene; ji berî hertiştî û weke me got, hêzên ewlekariyê sûdeyê ji rawestandina dengekî wilo werdigrin; ji ber ku pirsgirêka kurdî di destê wa deye, ev ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî, ew xwediyên biryara Sûrî ne. Lê ka em biprsin: ewana ji pêşî de xistibû seriyê xwe, dê wî bikujin û wilo ewana her tişt; revandin û kuştina wî bi destên xwe kir, an û weke Mîtên Tirkan ewana hinek têvedan ku, wî bikujin; mîna ku çawa Kontir Gerîla bi ewan karan, li hember tevgera demokras û rizgarxwaz, radibû û di evê yekê de, em dikarin bibêjin ku, ewana sûde ji cîranên xwe dîtine.

An ewana tenê xwestibû ewî bidin tirsandin û çend rojan li ba xwe bihêlin, helbet ne tenê weke mêvan û çêrokên hêzên ewlekariya Sûrî û êşkenciyê ne tiştekî veşartiye; eger ku ewana yekî weke Dr. Arêf DELÎLÊ xiste bin ewê bizavê, dê Şêx XEZNEWÎ jê bidûrnexe û ne dûre di yek “rûniştinên” êşkenciyê de, ewî jiyana xwe ji dest dabe û wilo “çêrok di destê wan de ruhin bûbe”. Vêca divyabû ku, ew li şanoyekê bigerin û hinekan derînin ser neynika televzyona xwe û qeşmeriyeke xwe ji me re bînin zimên ku, ew bi xwe pê ne bawerin.

An jî û weke diveyeke dîtir û da ku, em ne xwedî dîtineke tenê bin; hin şanên xewkirî yên hêzên reş “Elqaîde”, li Sûryê hene û ewana dît ku, ev camêr û weke ramyariyekî misliman, ne tenê ji ser riya Elneqişbendiyê, lê heya ji ewê mislimantiya ku, ew dibînin bi dûrketî û ewî ziyanekê dighîne bingehîna wan a cemawerî, lew re divyabû wî bidin aliyekî û ew dengê rastgoyê bête rawestandin û ev bi xwe jî, wêrantirîn rewşe û li ser hêzên ewlekariyê tête jimartin.

Û ji bilî sîneryoya ku, hinekan di pêşî de dida belavkirin û digotin ku, bira û malbata wî li piş evê yekê ne; ji ber ku hinek nakokiyên li ser erdan di navbera ewana de heye, lê dema dîtin ku ev çîk vala derket û ti agir pê nexist, ewana ew çêrok li şûn xwe hîşt û li şanoyeke din gerîn û wilo û her çû xeleka gûmanan li seriyê xwe teng kirin, nemaze piştî evan bûyerên kuştin û windakirina ewan kesên ku, gunehbarin di “çêroka” kuştina Şêx de û wilo li dawiyê û bê dudilî, em dikarin bibêjin ku, ji berjewandiya hêzên reşbû; hêzên ewlekariyê bû ku, ev deng bête vemrandin.

 

Cindirês-2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

BERPIRSÊ KURD

 

 

 

 

 

Gotineke Ewropiyan li ser me heye û Jonathan RANDELL jî ewê gotinê di pirtûka xwe ya li ser navê “Miletek di Perçebûnê de” diçespîne, dema ku ew dinivîse: “Tiştên ku Kurd di şer û cengan de bi dest dixînin, di rûniştinên xwe yên li ber masên danûstandinan de didin der”.

Gelo em jî di vir de û piştî gotina wan bi cih dibînin, dipirsin: çima berpirsê Kurd ne li gor şerker û canfidayê miletê xwe ye, çima xebat û xwîna martîrên me “erzan” diçe û dijmin dikare hemî belgeyên me bi hêsanî ji dest me bigre û bişewtîne, bêyî ku ew hinek danîn an jî hinekî rewşa civakî û konevanî, ji miletê me re, çêtir bike û evan pirsgirêkan çareser bike.

Helbet ev rewş ne di evan bûyerên dawî de derket holê, lê ew di evan bûyerên dawî de bêtir hate tazî kirin û milet bêtir pê hest bû û ne tenê siyasetmedarê Kurd, ji ber ku ewana ji zûde ev rewşa xwe naskirî û ji hinekan re, bê dengî û lênepirsîna li çareyekê ji bo evan meseleyan, çêtire, da ku ew li cihên xwe bimînin û neyên bersivandin.

Û ta ku gotinên me ne tenê cûtina hevok û helwestên amede be; emê li tiştên di evan bûyerên dawî de çêbûne vegerin û li gor ewana û kar û helwestên ku, Tevgera Kurd  wergirtine binirin û bidin ber hev, da ku, gotin û helwestên me li ser Tevgera Kurd; çi ya konevanî dibe yan jî ya rewşenbîrî be, cihê xwe bigrin.

Eger ku em karibin hinekî ji rewşenbîran re, evan kêmasiyan û helwestên wan ên ne li gor xebat û çalakiyên milet, sivik bikin û ewan kêmkasiyan bi tinebûna dezgeh û sazûmanên ewan ên ku, bihêlin ew bi rengekî xortir û yekdeng bilivin, girê bidin; tevî ku ev rewşa bi xwe jî cihê kêmasiyêye û dive bête çareserkirin, da ku, em jî karibin bi hev re û weke dezgeheke sivîl di liv û destxistina rewşeke çêtir de xwedî roleke girîng bin.

Belê û eger ku, hinek sedem hene û gunehbariya rewşenbîr sivik dike, lê emê qet nikaribin ji Tevgera Konevanî re tebrîr bikin; eva ku ji sala 1957 an de weke dezgeheke Kurd hatiye damezrandin û ji wê dihate xwestin ku, rêvebiriya miletê xwe bike û li gor karînên xwe û rewşa hundir û derve konevaniya xwe bajota û bi destlatdariya evî welatî re têketa danûsitandinê, li gel û mafên gelê xwe xwedî derketa, ne ku piştî nîv-sedsalekî ji temenê tevgereke konevanî û li ser zimanê endamekî wê yî navçeyê werê pirskirin: “ka hûn; miletê ku derketibû kolanên bajaran û li dijî hêzên ewlekariyê serî hildabûn, çi dixwezin”.

Tevî ku gotina evî camêrî mejî û bernameyên partiyên me tazîkiriye û bi me tevan da naskirin ku, ev tevger bê bernameyeke aşkere û açiq û tenê bi siloganin tevayî cemawerê xwe mijûl dike û eger ku, hokereke navnetewî lêhat û ji wan hate xwestin ku, ew pelê kurdî pêşkêş bikin û bi evê rêjîmê re li ber maseya gyftûgoyê rûnin, ka ewê çawa karibin li doza xwe xwedî derkevin.

Bi gotineke sayî, dive Tevgera Kurd li xwe vegere û bi hev re li ser evan meseleyan rawestin, da ku, karibin bernameyeke li gor rewş û doza kurdî deynin û pirsgirêka kurdî ji nav destên hêzên asayêşê derînin û bihêlin destletdarên evî welatî bi meseleya me re weke doza netewa duyem ku, bi Ereban re hevpişkê evî welatiye û dive hevpişkiya wî di hertiştî de be û ne tenê di jêxwestinan de, belê dive ew bi mejiyekî wilo bi doza kurdî re bidin û bistînin.

Lê mixabin û tevî ku, tevgerê di belge û daxûyaniyên xwe de digot: doza me ne dozeke asayêşiye, da ku di riya asayêşê re çareser bibe, lê û weke me dît, hemî rûniştinên wan, ji bo aramîkirina kolênên Kurda, bi hêzên asayêşê re bûn û wilo ewana bi xwe û bêyî ku zanibin, eger ku em ti gûmanan ne avêjin ser kesî, doza me ji meseleyeke konevanî û hebûna kêm-netewk di hundirê evî welatî de, xistin xefka asayêşê û evê bihêle ku, tevger bêtir lawez û qels bibe û eger ku, roja îro çend heval li dora wê dicivin, tevî ku ew di laweztirîn qonaxên xwe re derbas dibe jî, dê rojek were, eger ku ev ton konevanî bajo heya dawî, û ewê evan çend camêran jî li dora xwe nebînin.

Helbet ev dîtin ne xwesteka me ye û ne jî em weke rewşenbîrekî Kurd evê yekê daxwaz dikin, tevî ku baweriyên me bi evê tevgerê nayên jî. Lê careke din em dibêjin: ev tevger û di roja îro de hîne nimûniya milet û doza kurdî dike, lew re ji me weke kesekî Kurd û rewşenbîrekî evî miletî tête xwestin ku, em tev lê xwedî derkevin û ev têbîniyên me jî di ewê çarçewê de digerin da ku, em bi hev re ji evê rewşa wêran derkevin û bibin xwedî dezgehin li gor rewşa îro û doza miletê me û helbet ev yeka jî alîkariya me tevan dixweze.

Lê ta ku bi rastî em bibin xwedî dezgeh û partiyin li pêş, dive ji berî hertiştî em ji hundir mejiyê xwe, mala xwe, partiya xwe destpêbikin. Ango dive em her yek ji cem xwe de dest bi guhertinê bikin û bingehtirîna evan guhertinan, li gor dîtinên me, dive em hevdu qebûl bikin, bipejirînin.

Bi gotineke din; eger ku em ramyariya pejirandinê; pejirandina yê din, ewê ne weke min, bi ya qirkirin û talankirin û kuştinê neguhêrin, emê hertim sêwî bin; çi sêwiyên Mislimanan bin an jî yên Markisiyan û.. hwd. Û wilo emê dawiyekê ji serpêhatiya Iblîs re deynin û ne ku, her du kes di hundirê partiyekê de li hev nekirin dive ji hev cuda bibin û her yek partiyeke xwe li dar bixe û xwe li seriyê me bike serokê êleke nuh; mixabin partiyên me ketine şûna êlên me yên berê û tenê navên xwe guhertine.

Li dawiya evê gotara xwe em jî û weke gelek dengên din, bang li hemî Partiyên Kurd dikin ku, ew di hundirê du girse-partiyan de rêz bibin, weke çawa di hemî welatan de du dezgehên mezin hene û ewên din; ên biçûktir xwe didin rex evê partiyê yan jî ya din û li gor kargerînên xwe û wilo li hember hev xebatên xwe dikin û her yek ji ewana bernameya xwe pêşkêşî cemawerê xwe dike û li gor ewan bernameyan an ev partî yan jî ya dîtir bi ser dikeve, tevî ku herdu partî û konevaniya wan pir ji hev ne dûrin jî, lê tenê di hin tiştan de li hev nakin û xwestekekê dixin pêşiya ya din, weke Partiya Cimhorî û ya Demokrasî li Emerêke; eger ku yek li bernameyên wan binire, dê cudayiyên pir mezin di navbera wan de nebîne û tenê ew di pêşintirîn xwestinên ji bo miletê xwe, hin caran, li hevdu nakin.

Bi gotineke kurt; dive em bi mejiyekî durist û hişmendiyeke li gor roja îro û kargerînên miletê xwe konevaniyên xwe bidin meşandin û ne li gor dil û hestên xwe û ka kêfa te ji min re te lê na û wilo hertim li ber maseyên goftûgoyê bi dijmin re, em xwe riswa bikin û hertiştî bi derdin û tenê bêjin: evqas şehîdên me hene û evqas ji miletê me bê nasnameye û zincîra erebî evqas hêktar ji xaka Kurdistanê daye Ereban; tevî ku ti partiyên me ne gotine: parek ji Kurdistanê di bin lepê Sûryê de ye jî û wilo em jî di rêcika ku, Felestînî tê re derbasdibin, em derbas bibin û piştî çel-pêncî salî ji xwînrijandinê û evan siloganan, em li kêmtirîn destkewtinan bigerin û ew bi dest me nekevin.

                                                                                         Cindirês-2004.       

اترك رد

إملأ الحقول أدناه بالمعلومات المناسبة أو إضغط على إحدى الأيقونات لتسجيل الدخول:

شعار وردبرس.كوم

أنت تعلق بإستخدام حساب WordPress.com. تسجيل خروج   /  تغيير )

Google photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Google. تسجيل خروج   /  تغيير )

صورة تويتر

أنت تعلق بإستخدام حساب Twitter. تسجيل خروج   /  تغيير )

Facebook photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Facebook. تسجيل خروج   /  تغيير )

Connecting to %s