PILINDIR Şahiyin Bejî di Jiyana Solekê de Kurte-Çêrok

bo daxistinê pirtokê bidewsîne li vir

https://www.4shared.com/web/preview/pdf/os6Rw4mhce?

  • Navê Berhemê: PILINDIR Şahiyin Bejî di Jiyana Solekê de
  • Navê daner: Pîr RUSTEM
  • Cûreyê Berhemê: Kurte-Çêrok
  • Çap: çapa Elkitroniya yekemîn 25 Sibatê.2017 S
  • Hijmara xelekirî: 7
  • Mafê weşan kirina pirtokê Ezber kiriye ji nivîskar e, û çapa Elkitronî ya komcivîna Zanyarên Azad re ye

https://reberhebun.wordpress.com/

bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin:

reber.hebun@gmail.com

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

  • Pilindir_Kurte çêrok.
  • Pîr RUSTEM.

–          Çapa Yekemîn_1993.

–          Tîpçinîn: Dîno.

–          Berg:

–          Derhênana hunerî:

–          Çapxaneya:

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Pîr RUSTEM

 

 

 

 

 

 

 

 
PILINDIR

Şahiyin Bejî di Jiyana Solekê de

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kurte-Çêrok

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Careke din…

 

Jê re.

 

 

                                

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 
Pîr RUSTEM

 

Di sala 1963 an de li gundê Çeqela; gundekî Efrînêye ji başûrê biçûk, ji dayîk dibe. Ew çend salên pêşîn li wir dimîne û di dû re mala xwe bar bajarokê Cindirêsê dikin û heya ku xwendina lîsê kuta dike li wir dimîne û ji bo xwendina bilind di zanîngeha Helebê de, ew çend salan li wir derbas dike, lê ji berî ku xwendina endezyariyê kuta bike û di rêza çaran de berdide.

Wî gelek çêrok û gotar di rojname û kovarên Kurdî de belavkirine wek: Stêr, Pirs, Zanîn, Aso, A. Welat, J. Rew\en, Armanc, Newroz.. hwd. û heya bi nuha çar berhemên wî yên çêrokan hatine weşîn, ew jî evin:

1- Çivîkên Beravêtî – Çêrok, ji weşanên kovara Aso ye, Bêrût-1992.

2- Pilindir – Çêrok, ji weşanên kovara Aso ye, Bêrût–1993.

3- Pûtvan – Çêrok, ji weşanên Merxê ye, Bêrût–1998.

4- Tîrav – çêrok, ji weşanên Merxê ye, Bêrût-2000, û çapa duyemîn Sipîrêz-2002, Duhok,


 

XWARINA DAWÎ

 

 

    

 

     – Hesoyê Elo.

     – Haaa.. aw, rê bidin me birano, Heso weke avjaniyekî dest pêşde têvedan, da ku riya xwe, di nav candekên karkeran re, biqelşîne. Ewî carekê ev têveda, carekê ewê din, li dawiya-dawî, ew gihişte ber belitikê.

     – Te navê xwe nebihîst, ev bû ketjmêreke ez bang li te dikim, eger her yek hewqasî bixweze, da ku bighe cem me, ji vir û heyvekê emê nikaribin mehiya we belav bikin.

     – Ezbenî, ma tu nabînî çawa li seriyê hev civîne, çawa dixwezî yek zû bighe we.

     – Bese.. bese, ew ne karê min e, ha ji te re pereyên te û pişta xwe pêş min ke. Ji dest wî girtin û ji nuh ve dest bi têvedanê kir.

     – “Sed du-sed.. hezar û sed û panzde dirav û heftê û pênc quriş. Maşelah heya quruşên me jî naxwin”. Pere dijmartin, bi wan mijûl bûbû, xwe jibîrve kir û li dîrakê telefonê vepekî, sixêfin gotin û meşî, raman û rewşa wî rabûne hev; şerekî dijwar di navbera wan de digere.

     Heso pere birin, ev raste, lê ji berî ku di dest xwe ke, ji beriyê firîne û nuha pê dirame ewê çawa bibe; rewşa wî jê dixwaze evan pereyan tev li xwe û zar-zîçên xwe bide, lê eger nuha kesî ji dêndarên xwe nebîne, sedî-sed, piştî çend katijmêran ewê bên deriyê wî bikutin. Zarok jî li mal li hêviya wî ne, mirov di xwestekên wan de dixeniqe, bi çavin şikestî li xwe meyzekir, dilê wî bi wî şewitî; cil ew ewin.. ên kar û cejna ne û hîne êşa ser êşan, gava pîreka wî tê bal û bîra wî; “çi gunehên wê hene ku, di xizanî û perîşaniyê de bijî. Eger min nikarîbû rewşek baş jê re peyda bikira, min çima ew ji mala bavê anî û..”.

     – Selam û elêkum, roj-baş birê Heso.

     – Ji yê gotî re jî. Lê ewî di hinava xwe de: “wey ne rûyê xêrê be”.

     – Tu çawayî, şalê bi xêrî.

     – “Wan daye dû min, heya li cihê kar jî ez ji wan xelas nabim”. Xêr ji ku heye bavê Misto.

     – Weke dibînim we mehiya xwe standiye.

     – Belê, mixabin.. min dênê te bi derengî xist. Du roj bi ser soza wan ketibûn.

     – Em birane, kesên hevin. Lê wek tu dizanî mehî heya nîvê heyvê naçe, eger ku destê min ne tengba min ne dixwestin.

     – “Seg-bav, ji min re peyva mehiyê dike, ma çiyê te jê heye”. Kesê bi Heso re ketî ser rê, yekî ji ewan kesên bi nav û denge ku, karên fayîzê dike; ew serekê sundoqa fabrîkeyekê ye û mehiya wî ji ya Heso ne zêdetire, lê bûye xwedî milyonan. Wek dibêjin: bi peran dilîze û yeke ji ewan kesên ku, evan nîşanan bi rûyê dîkanên xwe dixînin; “ev mal û mewal ji dayîna Xwedaye”, “Qîm û bawerî, kenzekî zêrîne”.

     – Bavê Misto, bigir ji te re pên-sed dirav û nîvê din, heyvê bê ezê bidime te.

     – Birayê Heso, min heysed bi hezarî da te û bi sozê mehekê, eger dixwezî perên mane mehê tê bidî, divê tu şe-sidî bidî, ne pênsidî.

     – Ez razîme; “gelo, ma ti rê dî li pêş min hene, dê tev wilo bixwezin, eger ku kesî bibînim û pera bi dên bide min”.

     Heso; kesekî nîv bajariye; salên wî di çelî de ne, rû-dêm hişk û sertin, candek dareke sindyanê ya ziwaye, por reş û simbêlan bi temamî dev girtî; teyr û çivîk dikarin li ser binên, awir û tîrêjên wan çavên hunguvîn, tirsê di dilê yekî de diweşînin.

     Piştî çend zukakên “Çayê SEYDO”, ewên bi geniya kehrîz û gemara malan, ku mîna cok û rûbaran di zukakên wê re diherikin, têtin nasîn, derbazkirin, wî derî vekir û bi qels û giranî kete hewşê. Dengê mirovekî ku, bi pîreka wî re diaxive, ji hundir ve hat û ewî zanî ku, ew jî ji dêndara ye. Li wan guhdarîkir, dît ku ewî bi pîrekê dide fêmkirin ku, wî pere bi derengî xistine. Heso dizanî ku, kesên pere dane wî, dê bên jê bixwazin, lê bawer ne dikir ku, ew wilo bilez bên; “xêre na.. nuha serê mehê ye û tev dizanin ku, ji bilî van rojan, pere li cem min ne tên dîtin”.

     – Êvara te xweş be Mihme.

     – Xweştir Heso. Mêvan vegerand û ew rabû ser xwe.

     – Keremke rûne.. rûne, tu çawayî, bi kêfî? Bi gotinên xwe re çayek ji pîreka xwe xwest, zaroyên te çawane.

     – Destên te maçî dikin. Birayê Heso, ma ji mirovê perîşan re kêf ji ku heye.

     – Raste; bi serê zaroyên min, ji sibê heye êvarê, weke tu dibînî, dixebitim û dîsan jî yek nikare pariyê nan peydake, kêmasiyên min biborîn cîran, ez gelkî ji we bi fedî me.. . Xecê kanî çayê. Heso ji babetekê hildipekî yeke din, nedizanî çi bigota; bi serîkî dive perên wî bidêyê û bi seriyê dî, dive ewan pereyan li mal xerc bike.

     – Na, naxwaze.. bi Xwedê ez bi lezim.

     – Çawa bê çayê ji cem min rabî, ev çê nabe; “ya te jî raste, ji peran pêve tiştekî din naxwazî”. Heso dizane ku, ew dixweze bilez pereyên xwe bibe û here. Lê da ku hinekî xwe ji bîr ve bikin, careke din, li pîreka xwe kire qêrîn û xwesteka xwe dubare kir; weke ku ewê bi evê derengiyê karibe evê pirsgirêka xwe çareser bike. Lê gava çavên wî bi ling û kabokên mêvên ketin, dît ku ew li ser hev ranawestin; bawer nake kengî pereyên xwe bistîne, ewî di hinava xwe de got.

     – “Ev lawê zindiya evqasî tirsiye ku, ez pereyên wî bixum”. Cîran tu razî dibî  ku, ez niha sê-sidî bidime te û du-sedî din meha bê.

     – Ez nikarim, bi Xwedê ku di dest min de heba min hew ji te bixwesta. Piştî ku, wî pereyên xwe birin rabû çû, bêyî ku li benda çayê bimîne û ne jî Heso ji wî dixweze ku, ew bimîne. Bi anîna çayê re çavên wî bi rûdêmê Xecê ketin, zer-miçiqîne û candek hiliyaye, ji bilî çerm û hestiyan nemaye.

     Roja şahiya wan hat bîrê; “ax.. ax ji wan rojan re keçê, tu çiqas xweşik û ciwan bû di wan rojan de, bi dêmê xweyî sorgulî te ez serxwoş dikirim, min ji bilî êş û perîşanî ti tişt bi te neda nasîn, me ti roj bi gewzî bi hev re neqedand.. û zarok, çima te evqas dev ji min re vekirin.. bi Xwedê ev cihê te ye, kê ji te re got evqas zaroyan bîne, ma te ew ji mala bavê xwe anîn, ew jî şaşiya min bû. Lê mafê min hebû, keçê min çawa xwe bigrta; demên ku te xwe li pêş min tazî dikir, te buhşt tanî ber lingên min.. çawa nekevimê”.

     Ewî çav ji pîreka xwe berdan û avêtin ser koma zarokan; zikên tazî û werimî û riwên bi hebên salê aşlekirî”. Xwedêyo, te çima ev êş tev kiriye para min, tu erzaqan belav dikî, çi gunehên min û van hene. Xwedayê erd û ezmanan, tu Xwedayê berberî.. wekhevî, dad û berberiya te kanî. Belê, ew bi derî û dîwarên dîkan û salonên berberan ve hatiye bidardakirin, mîxkirin û piştî vê tu dixwezî bawer bikim ku, tu dilovanî, bese.. . Hêdî-hêdî, çawa tu yê dilovan bî û tu Xwedayê erd û ezmanan. Ev gewc; bavê Misto û ji vî bajarî wek dibêjin: ji deve guh ne yê wî ye, bihina dilovaniyê jê nayê, dê çawa ji te bê û tu Xwedayê gerdûnê teve, hey to.. laa.. z. Na, eger çiqas tolazî û pîsîtî heye, ji te de dest pê dike û li cem bavê Misto dawiya xwe dibîne, rê nenir ku xivranê ji te bixwezim, piçekî din emê bi hemberî hevkevin.. di qirkên hev kevin û qîma min tê ku, tu ne tiştî.. belê ne tiştî û bi carekê derew û çewtebaweriya bi hebûna te, ji jîn-derewa me tê û baweriya bi te, serkêşiya derewên ku em pêketine ye. Belê.. belê, me tu afirand.. ji tirs û qelsiya me, tu hat û piştî wê, em ji tirsa xwe tirsîn, li pêş qelsiya xwe em qels ketin û bûn koleyên kesê ku, me bi destên xwe afirandibû û me nikarî çewt-baweriya xwe aşkere bikira. Lê na, ez ne koleyê te me û ezê anuha ji te re bidim xûyanî ku, ez ne koleyê te me”.

     – Leylê kanî çeto. Bi dengê pîreka xwe re, ji pêjin û xeyalan hate girtin.

     – Nizanim? Keçik ji nuh ve vegeriya lîskên xwe, wê dixwast bûkeke paçî ji xwe re çêbike, lê di dest wê de paçik di şeliyan, berve bavê xwe zîvirî û got: bavo.. bûkekê ji min re bîne.

     –  Ev ji min kêm bû. Bi gum-gumî wî vegerand.

     – Tu his nabî, bi wê bûkê xwe bilîze. Dayê jê re got; wê rewşa mêrê xwe dizanî, ewqas salin kulfetê hevin û demên êş û şahiyên mêrê xwe nasdike, bêyî ku ew jê re bi peyve.

     – Bûkekê ji min re bikirin? Bû ting-tinga wê.

     – Ezî hatim te, nuha dema bûk û giriyê te ye. Bi gotinên xwe re gihêşt nik keça xwe û yek şeqam lê şidandin. dema giriyê wê zêde bû. hêrsê wê jî rabû.. kulm û şeqam germkirin û qêrîna wan, mal û cihên vala tijî kirin.

     – Qîza kûçika, yek nikare ji dest te li mal rûne, eger ku tu wilo dikarî li zaroyan bidî, ez jî dikarim li te bidim. Ma ne bese, xwe li pêş segên fabrîkê di melisînim, li mal jî dixwazî wilobim? Kule-mistine pola vewşandin ser newqa Xecê û di pişt re, çend pan û şeqam jî gihandinê. Rû li Xecê zerbû û lêv li ser hev ranawestin, di çavan de tirsa dîrokiye; ewa ku ji bav û bira de mayî.. tirsa ji xwediyên simbêlên boq.

     Dema dît ku, lepên wî di xwînê de sorbûn, dev jê berda û bê ku, li wê vegere, dev da derî û derket. Bi rê de rastî zaroyekî xwe hat, şeqamek pêve da, ji ser riya xwe da alî û kete zukakê. Bê dost û heval, bê Xweda, xwe bi tena xwe di cîhanek vala de dît.

     Ba di êvarên zivistanê de û li aliyê bakur ji Sûryê mîna devên kêraye, dev û lêvên mirov diqusînin. Yek kêr ji ewî bayî xwarin; “ez çi mirovekî tolaz û gewcim, belê ne tiştim.. kêz û kurm jî dikarin pariyên nan bibînin. Ji xeynî wêranê ji min nayê.. dive yên weke min nemînin.. xelk ji wan xelas be, derman çiye.. . Mixabin Xecê, li min bibore, bes.. bes te hêşt ku, hêrsê min rabe. Belê, çima hûn min bi tenê nahêlin, dev ji min berdin, divê ez tola xwe ji jînê vedim, ji vê ser êşê derêm”. Ew dikeve dermangeha yekemîn ku, li pêşe xwe dibîne, dêst davêje beriyê û di nav tiliyên xwe de, ewan çend qurûşên ku ji mehiyê mane misdide.

     – Dermanî mişkan li cem te heye.

     – Ango zihêrê mişkan. Xwediyê dermangehê vegrand.

     – Zihêre.. dermane wek heve.

     – Ê reş heye, ew pir kêskine, divê tu hajî zarokan hebî.

     – Ne xeme.. dê pir baş be, ewê têra tevan bike. Kanî du tûran bide min.

     – Çima dudiwan, yek bese ku hemû mişkên Helebê bikuje.

     – Çiyê te jî heye, tu dikarî peryên xwe bixwezî.

     – Tu çima wilo tirş û sertî, nayê xwestin tu wilo dengê xwe li min bilind bikî.. bigire.

     Herdu tûr kirin dest xwe û ji hundirê dermangehê derket, baweriya wî hîne zêde bû ku, ev jiyan ne ji kesên wek wî re ye; “ew jî segekî wek xeynî xweye, dev ji hevkirî û didan tûjin, goşt jî kefnikiye. Pêpelokin û wilo ji Xwedê de pêpelok daketine, ax.. ax bes nuha bêjiyek di dest min keta û bihata ji min re wilo bigota, ku min fûte ji serî bavêta, biqopirandina. Pêpelokin.. ji qerezê te re ez kê yekê hilweşînim”. Wî serî hilda û li kûraniya ezmên meyzekir, tu yê bibêjî ku ew û Xweda li hember hev, weke du dîkan, du kesên rêzanyar û her yek ji partiyeke kurdî, rawstîne û rabûne ser çogan, her kes dixweze ya xwe bibe serî û bi serxîne. Lingê Heso bi ber kevirekî ket û vepekî, bi tijî dengê xwe bang li Xweda kir û bi sixêf û xeberan bi wî û pêximberan ket, kale-mêrekî xeberên wî bihîstin, destên xwe bi ezman de hilda û dilovanî ji yê jor xwest.

     – Tu hîne dike fix-fix. Xecê dengê xwe birî û dema wê bihîst ku, ew çêra xwarinê dike, ew rabû çû, da ku sifrê amede bike. Bi rêve deng li kurukê xwe kir ku, ji derve werê û xwarinê buxe. Lê dema ku şer di mal de hebe û dê digrî, dev bi xwîn û por li serî hinc û qij be, bav jî rû-tal û tirş, ma zaro dikarin xwarinê buxun. Çawa dê bi gewriya wanda here.. zu-qûme, zihêra reşe û ez hêsirên xwe jî didim ewan kesên ku, jiyana xwe wilo diqedînin. Gava Xecê çû. Heso jî da dû, da ku, herê zihêrê bihelîne.

     – Te çi xwarin ji me re çêkirî. Heso pirsî, lê bêyî bipirsê jî ewî dizanî ku, xwarina her roj e.

     – .. . Deng bi Xecê neket.

     – Tu kerî. Bi hêrs gotê.

     – Te nedîtiye, şorbe-nîske.

     – Çima zaro tev nehatine, bihêl û here deng li wan ke.

     – Kengî birçîbûn ewê werin buxun.

     – Vî serî hişk êkê nerm nebe, tu min nasnakî, min got here yanê here. Bi ustu-xwariya ku, ji dê û dêpîran girtî derket û Heso jî, “derman”ê xwe derxist û dest bi karê bijîjkiyê kir, piçek neçû, tev li dora sifrê. “Xwsrina Dawî” rû.. niş.. ti.. bûn.

 

 

                                                                                             Heleb-88.

 

 

TOL

 

 

     – Xelo, laaa.. aw Xelo. Ev Ibilîsa bi ku  ve çû. Dengê wê di ser xaniyên gund re difirî, lê kurê wê bi xwe û lîstika guleyan de ketî; ro hatiye nîvro û ew hîne birçîbû û dema dayîka wî dît banga wê bê sûdeye, ji mal bi derket, da ku here bi guhên wî bigire, çend şeqaman pêvede û bîne mal.

     – Tifî li vî ziblî; Yek nikare cihekî paqij bibîne û lê bilîze.

     – Tifî li vî gundî, evê wêran. Ji bilî keran yek nikare ti tiştî din lê bibîne. Demê ku ez mezin bibim ezê dev jê berdim û birevim bajêr.. rast tu jî bi min re naçî. Ax ji bajêr Xelo û ji wan keçên bi pantiron. Gava hevpeyvîna wan gihêşt sira keçikan, bi pis-pis, bi hev re dipeyvin û çend caran li heldora xwe dizîvirin. Xelo.. ax ji qelîştekên pantironên wan, yek dixweze wan bi gezan buxe û heya hestiyan jî ji segan re nehêle. Êho bi dil şewatî peyvên xwe davêje guhên Xelo.

     – Bi du bostan bilîze. Xelo got.

     – Na, bi du bost û çar tiliyan.

     – Ê di.. . Xelo sixêfek gote hevalê xwe. Ezê Piçekî guleyê xwe bi şûnde bidim û bi du bost û çar tiliyan bilîze? Wî gule bi şûnda da.

     – Hey min di.. . Êho xwe guvaşt, sixêfek got û gule avêt. Hat.. . Wî xwe li ber berda ser çogan, da ku bipîve û tiliyên xwe ji hev kişandin. Bostik, du-du.. hi.. hi.. . Ji nihve dipîve.

     – Hêy hê….y. tu yê tiliyên xwe daterşînî, lê tu yê nikaribî lê bînî. Êho bi fen û fûtan digel meziniya temenê xwe karîbû ya xwe bi ser xista û ji Xelo re bigota ku, pîvana wî lê hat.

     – Ha ji tera, ji vê sibê de tu ketî dû min, da ku ji min bistînî. Xelo dirava nazdar ji beriya xwe derxit û berve Êho dirêj kir û got: Bigre.

     – Kanî, kanî. Bi lez û weke roviyê seriyê mirîşkan dibîne, ji dest wî girt. Imm.. m. Dirav maçkir. Iff.. f, ev çi bihne; kî dizane te ew ji kengî ve di dest xwe de girtî û tu wê misdidî. Xelo reng da.

     – Xelo.. kero, ji kingî ve bang dikim, hey wêran bi te keto, tu hatiye û bi vî segî re dilîzî. Diya Xelo gihêştibû ba wan.

     –  Devê xwe bigire ha, ez zanim çi dibêjim. Êho got.

     – Quzul-qurt, ez şimikê deynim, ezê pêncî li na çavên te xînim, yela bicihenim here mal, Hîn diya Xelo gotinên xwe bi serî nekiribûn. Êho gihiştibû aliyê gund ê dî.

     – Tu jî jê nemayî, demê em dibên here kurmê zêtûna bi kuj, tu dimirî û dibêjî: “bi Xwedê ez nikarim, ez nexweşim û hezar derdî tu bi xwe dixî”. Lê ji lîskê re tu weke gurî. Bi gotinên xwe re şeqamek gihand kepira Xelo û bû qîr-qîra wî.

     – Ay, aa.. ay. Dengê girî bilind bû. Nuha bavê minê were, ku min jê re negot.

     – Hîn dixweze ji bav re bêje ku wî çikirî. Gotin û giriyê wî bê ber û sûde bûn; hîne lêdan zêdekir, dawiya dawî gihiştin mal.

     – Zû bilezîn û here ka û cihenî têxîn pêşiya kerê û wan karikan; ji vê sibê de te tişt ne dayî wî dewarî.

     – Ez narim, tu li min xînê û hîne herim ji te re kerê êmkim.

     – Te got çi, tu narî. Xelo naskir der bive ne, lewra pîs-pîs ling xuşandin, zembîl kir destê xwe û ber bi maxê çû.

     – Tu çi dikî cinawir, bi lez zembîlê deyne pêş kerê û here mala Îbiş û bêjingê bîne.

     – Uff.. fî. … . Piştî zembîl danî, xwest here mal Êho û ji nuh ve pêre bilîze, belkî dirava xwe vegerîne. Lê çûndina mala Îbiş hate bîra wî û ji tirsa lêdan û kulmistan re, pêle dilê xwe kir, hîne pişta wî gerim û sore; yek dibêje qey agir li ser piştê pêxistine. Ew bi ramanên xwe ve kete hewşa Îbiş.

     – Xalê Îbiş. Fat bi dengê wî re derket; hevsal û hevala wî ya lîskêye, nemaze di demên ku, bi hev re diçin ber dewêr.

     – Tu çi dixwezî. Bavê min ne li male.

     – Diya min got here bêjingê bîne.

     – Piçekê li vir raweste, da ku ji te re bînim. Ew bi dawiya gotina xwe re, di reşiya hundir de, winda bû. Xelo her roj bi Fatê re dilîze, lê ti caran weke nuha nedît ku, ew dixweze bi destên wê bigre. Ew di nav bera du gotinan de bûbû mêr; axavtina Êho pêre, hate bîrê.

     – Bigir bibe? Bêjing ber bi wî dirêj kir. Xelo dest avêtinê, lê nizanî ber bi kê dirêjkir û wî gotinên xwe jî ne bihîstin, lê piştî demekê jê re gotin ku, te jê re got bû: “tu nabî jina min”.

     – Yala ji vir, bila diyê te we bike? Ew bêjingê hiltîne, da ku ramanên Xelo di seriyê wî de biceliqîne. Lê ji berî ku, bêjing bi ser seriyê wî de bête xwar ew direve, bêyî ku bêjingê bibe û vegere mal; çawa ewê vegere û diya wî dê jê ne pirse: kanî bêjing, çima te nanî.

     Xelo di rê û zukakên gund re, di ber malên axî.. wêrankirî re dimeşe..  dilîze, carekê kevirekî radike û di segî cîranan werdike, dibe gewt-gewta wî, careke din şeqamekê li zarokî ji xwe bi çûktir dixîne, qêrîniyê pê dixîne û ji berî ku, diya zaro bibîne, ew direve: “uff.. fî çi germe”. Wî demeke dirêj bi lîskê Qedand, daxwaza wî ku dizê xwe; Êho bibîne. Ji dûr ve wî dibîne.

     – Êho were.. min tu girt; emkê lîskê xwe bi serî bikin.

     – Perê te hene lê, na.

     – Demê te vexwar mexaz perên xwe.

     – Ji ku, ez bi ê wek te re nalîzim.

     – Ji ku tînim, ne îşê te ye. Were em kê bilîzin. Xelo xwe hinekî  sert kir.

     – Ez ê xwe bi yekî miflis re nalîzim. Êho gotina xwe got û berê xwe guherî, xwest here çihekî din, belkî zarokekî bibîne û eger diya wî ew şandibe dikanê, ew keysa wî ye ku, ew awa xwe bike. Gava Xelo naskir ku, dirava wî bû xewne-roj, li Êho kir qêrîn.

     – Tê wek keran bilîze.

     – Çi.. çi, bi zorê û wek keran. Ber bi hev hatin, bi pan û kulmistan rabûn hev, di ser hev re tolbûn, di toz û axê de gevizîn û piştî ku, westiyan dev ji hev berdan. Dema wan şer dikir, şerekî din li gund, di nav bere diya Fatê û Xelo de, lidarketibû.

     – Tu hîne devî xwe jî ji hev dikî. eger tu yek bi namûs ba, teyê lawî xwe perwede kira, nema ji xeynî çêlkên bêjiyan şerên xwe di keçên comerdan bidin.

     – Cîran şerme, dengî xwe bilind neke, Diya Xelo li ber ewê digere.

     – Duxaze hîne husbim, bi Xwedê li ser vê yekê xewnakim.

     – Diya Fatê. Xelo hîne zaroye, tiştên wilo nizane, ka ji devê kê ev gotina bihîstî.

     – Zaro.. dibêje zaroye. Eger ev bêjiya zaroye, çima ji Fatê re dibêje: “tu nabî jina min”. Û ji te re nabêje. Dema cîrana ev hevpeyvîna di navbera herdu pîrekan de bîstin, him-him, kete nav wan de.

     – Sitar Xwedê ev çi zemane. Zaroyên me jî hene, bes em negînin ewê  roja ku, gotinin wilo di devê wan re derkeve û eger tiştekî wilo di wan de bibînim, ezê.. .

     –  Keko tê çi bikî, ne namûs û ne jî rûmet mayî.

     – Dibê şeref. bavo nemaze piştî van dibistan û tilvizyonan. dihêle yek bi riyên xwe bigre.

     – Gotina Miho di cî de ye; ev xwendevanên kafirbaz tiştekî ji dîn-diyanetê nizanin, yek ji wan bawer nake çawa keça miroekî xwe, di quncwkî de bigre û li ustiyê wê ne.

     –  Dema ne dibistan, ne jî xwendin hebû, şerefa gundiyan ya tevabû.

     – Çi heye, tu çima van sixêfan dibêjî û ji kê re. Îbiî deng li jina xwe kir û dengên cîranan birî; ew di nav gundiyên xwe de de, bi zirtî û teresiya xwe hatî nasîn. Pîrtekî mêraye, rûdêm hertim li qehire, enî qujmirî, serokê qeşmeran nikare ewî berkenî bike.

     – Ax ji min ser hevdê re, ez piçekê ji mal derketim û di dû min re ev bêjeya; kurê Qere hatî bêjingê û dema Fatê bi tenê li mal dibîne.. . Lê Îbiş xwe negirt û li wê kire qêrîn.

     – Qîz kûçka, tu yê nuha ji min re li ser gera xwe û çêroka malbata xwe bipeyvî, çi heye? Bi gotinên xwe re carekê seriyê çov kuta sînga pîreka xwe.

     – Wî dest avêtî Fatê û jê re gotî tu nabî jina min. Îbiş bi gotinên wê re weke ku, xwe di ava qestelê de bibîne, tevhev dilerize.

     – Te çi got, hey min di ser.. . Eger tu yek çêba, kesî nikarî ji keça te re gotinên wilo bigotana? Wî jink da ber çov û lêdanan.

     – Ax.. ax, gil-gûyî te duxum Îbiş, lo bi Xwedê ez ne li mal bûm, min bi te.. . Ji berî gotina xwe bibe serî, xwînê di dêv û bêvilan re avêt û seriyê wê bi du ciya şikand, bi ewî çovê ku, qet ji dest xwe danîne û heya demên ew radikeve jî ji pîrekê nêzîktir ji xwe ve datîne. Ax.. ax, anê min rebenê çikirî. Xwedê û yarebî xwaska ligên min bişkîna û ji mal derneketama.

     – Ji min re ya rast bibêje; wî bêjiyî çikirî, bi Xwedê ezê nuha te û wê dêlê.. ezê we herdiwa bigorim. Deng bi jinkê neket, wî panek vewşand newqa wê û borînî pêxist.

     –  Ez çi dibêjim, qîz kûçka çi çêbûye.

     –  Ev.. hif.. his.. hif. Firq-firqa wê ye. Xelo ewî ku, kes nizanê ji kê ye.. bavê wî kî ye.

     – Ez zanim.. ezim, ji xeynî min kî heye, bila herin ji diya wî bi pirsin. … … .

     – Dest avêtî Fatê.

     – Xelo.. Xelo! Ewî ku ji serî … min ketî, hatî namûsa min, ezî ku her roj diya wî di bin xwe de dipelixînim, hîn bav-kalên me jinên wan davêtin bin xwe. Bi gotinên xwe re jinek bi panekê re avêt. Ji ser riya min bi derkev û demê vegerîm, zanim çi tînim seriyê te û wê dêlkê.

     Dema ku pîreka Qere; diya Xelo gotinên Îbiş bihîstin, xwest tev keçên xwe ji mal bireve; ne ji tiresa kuştin û talanê re, lê ji ber tolazî û bênamûsiya Îbiş. Lê mixabin, malbata Îbiş heldora wan giritine, ew malbata herî mezine di gunde û mala Qere bi tena xwe ne, raste ev sîh salên wane ku, ew hatine evî gundî, lê bê xisimin û nikare hawarê ji tikesî bixwaze, ji bilî mêrê xwe, lê kanî Qere, ew ji berbanga sibê de li ber serê cote.

     – Hêy.. hêy kuva, tu yê ji ber Îbiş kuva birevî. Ezê nuha ji te û bêjiyê te re xûyakim çawa yek jinên xeynî xwe distîne.

     Malbeta Îbiş gustîlka tolaziyê li derdora wan vegiritne, ji pêş gur direve.. baz dide, zarên wê di quncekê hewşê de digrîn.. dikine hawar, lê kes dengê wan nake.. . Bi nava wê girt, avête erdê û dest avêtin paşila wê.. pêsîr jê re çirand û li ser siwar bû.

     – Me tu da aliyekî û nuha yên mayî, min sûnd xwerî.. bi sûnda giran ku, çi mê di vê malê de hebin, ez yekê bernadim. Ew bi gotinê re bezî ser zaroyan, dev bi gilîz, dest bi xwîn û çav sor.

     – Zorker vê yekê neke, ew hîne zarone û ti tiştî ji tolaziya te nizanin. Hawar gundîno, min bikujin. Qere bikujin, bes zarên min ji destê vî zorkerî derînin. Kesî bawer ne dikir ku, dengê jê derê, lê ti êşan nikarîbû dengê wê, di wan kêlîkan de, bixeniqîne? Dema dît hawarên wê bê sûde ne, hêz da xwe, lê ji nuh ve ket.

     Kesên gund didîtin, wan ev tişt didîtin, her kes li cihê xwe rawestiye, temaşa şerê wan dikin, kes naxwaze rola seg bibe. Îbiş jî guh nade temaşa wan. Bi gotinên wê re bezî ser keça deh salî, bi şeqên wê girt û xuşand bin xwe, qêrîn pêket.. fixtinî ji gewriyê de hat.. . Weke wî gotibû: ewî ant û soza xwe anî cih; ti mê ji mal nehiştin ku, hilnepekî ser. Kesên gund hîne temaşa wan dikin, lê yek rastiyê bibêje; mirovantiya wan livî, gilîz bi devên wanî jor û jêrîn ket û her yekî dixwest ku, ew Îbiş ba.

 

 

                                                                                           Şengêlê-88.

 

 

 

ZIMANEKÎ ZIWA…

JI GOTINAN, JI PELAN

 

 

   

 Derbasî hundurê xweringehê bû, lê çavên wî li şûnê mabûn; bi du keçikên ku di ber wî re borîbûn re, çûbûn û mîna du segan ketin nav lingên wan. Bi lêdana panekê ji sola keçekê-dûvên xwe xistin nav lingên xwe û vegeriyan seriyê B. Osî  û çend kêzik ji pêş wî revandin.

 

HIN RAMAN JI YÊN B. OSÎ

     – “Ji vê sibê de ez van kasêtan digerînim”. Wî kasêtê xweyî mozîkê yê yekem tomar kiribû, “Ez birçîme.. ! Ma te îro nan xistî devê xwe heya ku, tu bipirsî tu birçiyî yan na, ez birçîme”? Di ewê kêlîkê de çavên wî bûbûn du cewrik û dabûn dû ewan herdu keçikan. “Ax çima te wilokir, te çima zemîn di hatina YESOE de ranewestand, çavên xwe kuva digerînim, agir û dêpî ji wan dikişin û dil ziwa dibe”.

     Wî kuva dinirî didît ku, qeflên keçikan bi hev ketî, hin bi meş.. hin jî li pêş deriyên zukakan rûniştine? Taziya ku, bi bostekê di jorî kabokên wan re dibirûse, hişê B. Osî di pelixînin. “Birçîme.. û di beriya min de çend diravin, divê ez hesabê xwe û rê jî bikim, lê ji vê sibê de min titşt nexistî devê xwe û bi ser evê yekê de jî min yara xwe nedît, ma tê çawa bibînî û te yê ew bibra kuderê, kesên ku tu wan nas dikî eger fedî nekin ewê bêjin te: bes tu tê li ba me radizî, çawa hîne tu ji wan re bibêjî; “dixwezim yara xwe bînim ba we û ezê hinekî bi tenê pêre bimînim”. Eger ku ew razî bibin û ev dûre, ne dûre ku cîranekî wan, ji xwediyên rihên dirêj, xeberê bide polîsê şeref-parastinê û eger ku, hûn bi hev re, di odê de bêne girtin, ma xwediyên wê yê çi bi we bikin û.. ”.

     – Tu çi dixwezî. Dengekî hêrs kete guhên wî û çend pilindir di guhê nêvî de kizirandin, hêşt ji cihê xwe veciniqe. Dengê azanekê dihat, ji kûraniya mejî de dihat û çend gor-mezel di çavan de şînbûn û kefenekî sipî ku, hin lekeyên xwînê lê pijqîne vedirşe û bi vekirina devê şikefteke tijî kurmin zer, hinek dûpişk jê diweşin û bi wî ve didin.

     – Ez ji te re ne vala me, tu çi dixwezî. Xwediyê xwaringehê pirsa xwe dubare kir, ew avis bûbû ji evê sekenîna B. Osî ya bûdelî û ji ewê bêdengiya wî. Ji dema ku, ew kete hundirê xwaringehê de, hêştibû deh caran dêng lê bike, lê bala wî ne lêbû û mîna kesê benckirî, çavên wî, di pencera ku li hebmberî xwaringehê de, lûs bûbûn û bêyî ku, B. Osî çavan ji ewê pencerê derîne tiliyên xwe ber bi (qursên felafil) dirêjkirin. Tûrê kasêtan danî ser masê, kursiyek bi şûnda kişand û gezek li sendewûşê xist, lê gir-gira segê di pencerê de, parî di qirka wî de kir kulmeke qûmê, dest avêt piyala avê û gava hilda ser lêvan dît tiştekî hişk kete ser zimên û bi guvaştina didanan li ser naskir ku, kêzikek pelaxt.

     Bûyera ku, evê sibê bi B. Osî re çêbûye hêştiye ew hîne sergêjokî be; piştî ku ji cem xwediyê Stiryo Jîn derket û ewî ti kasêt ji dest ne girtin, li ser riya servîsê sekinî, da ku, ewana daxîne stiryoyên bajêr, di ewê hîngê de dît sê keçik ji paşiya taxa Eşrefiyê ve tên û hêştin ku, çend salon di ber wî re biborin, bêyî ku li ewana siwar be û çi ajovanê ku, jê re zemor dikir bi wî re dikenî, kenê xwe li pêş keçikan rêdixist, lê her ku ew nêzîk dibûn kenê wî zertir dibû û ji nav lêvan diweşiya.

     Bi lêdana şeqamekê ji aliyê keçika ku, dilê xwe jê re kiribû qeyêqek, çend gangilyin sor ji pozê wî weşîn û bi alafa zimanê wê re çelmisîn. Kesên nêzîk.. dûr li seriyê wan civîn, pir peyv herikîn, lê ti wêne di seriyê B. Osî de sayî nebûn, wêneya diya wî di nav dûmên û agirê (Sînemeya Amûdê) de winda dibe û gotinên Xweda li derdora wî belav dibin.. diherikin. B. Osî dan nav xwe û bi rê de yekî xort, xwedî dapanc, destên xwe xistin xirtika gewriya wî û çend kulm-daxmeyên parastinê di ruwê wî de çandin û gava ji keçikan re got: ez wî bibim û bihêlim bila şîrê diya xwe ji bîr bike? Hêşt ew bibe bokeyê ewê meydanê û çiyên ku, li derdora ewan keçkan re digerîn, xwe bidin şûn. Bi danasîna xwe bi wan û kenekê kûnde, ji alyê keçikan de, wî destên xwe ji B. Osî şûştin û ji teksiyekê re hildan, her çar ji nav kesên civiyayî kişîn, bi ken siwar bûn.. meşîn û B. Osî di nav nirîn û dilmayiyan de ji bîr bû; her yekî ji yên civiyayî çend dilopin girîz di bin zimanê xwe de veşartin, heya ku, dighên mal û dihêlin sîpeyiya avisiya wan berbavêje. Bi bîranîna evê bûyerê re çend stêr ji çavên wî weşîn.

 

XEWNA B. OSÎ

 

     Gulîstana fekûlta wêjeyî ye, ya Zanîngeha Helebê, ji bin tîna rokê direve ser çaterêkên nav daran de. Çi keçika di ba wî re dibore perçeykî ji kezeba wî dihelîne, pir naçe û ew mîna bablîsokan ber bi pirtûkxana merkezî derdikeve, lê bê meşîneke durust ji ketijmêrê, xwe li pêş pirtûkxanê, di nav komeke keçik de, dibîne û kemaca ku, di hembêza xwe de daniye, davêje ber lêngên kesên dertên û dikevin hundirê pirtûkxanê û.. di bin lingên kêzikekê de dişke.

  1. Osî digel keçikekê, ji yên li derdora wî, rûniştî û bê şerm cilên xwe datînin; bala kesî ne li wane, ne ji yên rûniştî û ne jî ji yên dimeşin, keçika tazî xwe li ser piştê dirêj dike. Ji vebriqîn û birûskên ku, ji gewdê keçikê diforin, gulîlkên çavên B. Osî diherikin, bi koranî wê bihin dike, dalêse.. ziman dibe marik û li gewdê keçika tazî di-ale û gava dighe seriyê kaniyê, ew volkana di hinava wî de diteqe, davêje û diya xwe di hemêza xwe de dibîne.

 

 

SEG Û MIROVEK DI ÇAVÊN PÎREKEKÊ DE

 

     Ji nuhve çavan hildide pencera li hemberî xwe, qêjînî bi dil dikeve; kesereke sar ji zimên diherike û çend caran çavan digre û vedike, ji tîn û ronahiya ku di pencerê de, dikele.. dipijqe, dil hejmara lêdanan ji bîr dike; gupik hîne bi temamî di bin xunavê de venebûne û di porê wê yî şil re ku, dilopên avê jê, hêdî-hêdî, di bin çena wê re û ber bi sîng.. herdu memikan ve diherikin, naskir ku, çavên baranê hertim li xakêye. Di ewê hîngê de, B. Osî xwest wênekêşek ba, da ku, karîba wêne û rawestîna wê ya di pencerê de û herikandina perdê bi ser herdû milên wê yî teze de û ew segê di nav tiliyan de, bigirta? Gava xwest seg jî têxîne hundir wêneya giştî, çavên wî li yên seg dikevin û dibe gir-gira wî û didan di nirînên wî de diçin xwarê çavên xwe ji yên seg dibire û ber bi yên keçikê dişîne, bi dîtina kenê zer li ser lêvên wê, keçika evê sibê ewa ku, dil jê re kiribû qeyêqek, di çavên wî de, şîn dibe û hin gol xwînê ji riwê masa li pêş derdibin.

     Rahişt tûrê kasêtan, pişt xûz ji devê xwaringehê derket, giraniya nirînên seg û keçikê li ser piştê ye, çend gav avêtin û gihişt kenîşta Mar Butros, hundir zikê wî şewitî û tûrê kasêtan ji nav tiliyan dişemite, her çendek li aliyekî dikevin û dengê terqiniya wan di bin solên rêwiyan de tê. Hunava wî dikele û kela verîşiyê di dêv û bêvlên wî re davêje, gol-gol belav dibe; golin tijî kenê lêv û dev, pozin reng-rengî, por û memikin bê şîr û hin çavin tijî kîn û dilxwazî, di nav wan de kêz di xil-xilin, li ser dijîn, diwerimin û dikevin nav zukakên bajêr, dikan û kenişt-mizkeftan. Dibin xwedî gotin, yek ji ewan kurmên ser reş ber bi B. Osî ve tê û ewî dike du par, yekî dixe devê xwe û parê din jî ber bi kêzika ku, pêra dimeşî dirêj dike û di hundir devê wê yî bi (mikyac) de winda dibe.

 

                                                                                        

                                                                                             Heleb-93.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

QE..!!

 

    

 

Xwe şilf-tazî rûniştî li bin darekê dît û bê ku, ji rewşa xwe şerm bike, radibe ser xwe; heya-heya nirînên wê difirin valahiyê. Beyabaneke rût û leylane, çend caran çavan misdide, da ku evê xewna kabûsî jê biweşîne, lê her ku li dor xwe dizîvire, çavên wê bi bablîsokên ji toz û qûmê, bi komên qoq-hestiyên mirovan dikevin. Ji nuh ve rûdinê û bêyî ku, tirs riya dilê wê nas bike, xwe li bin dara hişk û bê av, dirêj dike. Kore-marekî jî xwe li koka darê alandî û yek dilopên aveke zer ji ser zimanê wî dadirivin ser memikên wê, li şiqinên darê yên jor jî, çend kevokên sipî nîştine û di dev wan de tiliyên zaroyin teze dipirpitin.

     Û gava teq-req dikeve guhên Zêneba Beko, ew xwe rast dike, dibîne ku ji nav komekê, ji yên hestiyan, pût-hestiyê zarokekî radibe ser piyan û ber bi wê ve tête û bêyî ku, ew ji cihê xwe bilive xwêdaneke zelqyî wê dipêçe û helkişa wê bilind dibe; xewneke kevin û dûr tête bîra wê; ew û zaroyê cîrana di ser kayê de li ustûyê hev niştine, derpî datîne, ji nîvî û jêr de dibin av, şor û şêrînî tevlî hev dibin, mij û dûman di bêvilên wan re davêje.

     Zêneb heykelê ewî zaroyî dinasê; kurê cîranê wan e, ewê ku bi destê zaroyê wê hatiye kuştin. Ew tê û di ber lingên wê de rûdine, bi rûniştina wî re dilê wê lêdide û kaniyek di nîvê wê de derdibe. Lê heykelê zaro xwe li ber lêmiştê digre û bi avjenî xwe dighîne seriyê kaniyê, çala reş. Zêneb hest dibe ku, hestiyên destê wî bi hindir zikê wê de diçin û hunava wê diçirîne, kaniyek.. bahozek ji êşan di nîvê wê de der dibe û demê ku, heykelê zaro ji nav lingên wê radibe ser xwe û ber bi komên qoq û hestiyan ve bi rêdikeve, ew di dest wî de laşê zaroyekî ser jêkirî dibîne.

 

Bûyer

 

     – Bese, aa.. ax tu dêşînî. Bi gotinên xwe re. Beko destê xwe da sîngê Memo û ji piş xwe têveda. Herdu zaro di temenê hevda bûn, heroj sibê berbangê bi hev re dertên ber karikan û îro dema ku, çavên wan bi du karikên hildipekîn ser pişta hev, ketin, ewana ji hev xwestin ku ew jî wilo bikin. Destpêkê her yekî dixwest ew ê yekê be, da ku hilpekê ser pişta yê din, lê di dawiyê de Beko bi rola yê duduwan razî bû.

     – Dê bimeşe? Memo derpî hilkişand xwe.

     – Kanî hîne min we nekirî. Beko got û xwest bi zorê derpî ji Memo dîne, lê wî xwe ji nav lepên Beko derxist û revî. Ji kerba re Beko rahişt kevirekî û da dû, xwe nedît ku kevirê wî di bin guhê Memo de kaniyeke ji xwînê, ji tolê derdike û ew bi dev-geza diçe erdê û çend caran mîna çivîkeke ser jêkirî dipirpite û xirînî ji gewriyê ve tê.

     Piştî ku Memo vedipeke û li erdê dirêj dibe û Beko digeh ser, xwest derpî jê dakişîne. Lê dema çavên wî li golên xwînê dikevin û vemirtina laşê Memo di tiliyên wî re diherike, riwê wî berdavêje û ji ewan deran ber bi mal ve direve.

     Bîst roj di ser bûyerê re diborin, germbûna şevbêrkên civînên gundê Mitkê pê li dar dikevin û pir şax jê têne kişandin. Giropekî digot: “Beko kurê dêwekiye ku, ajdahakî kor di şevekê de û di riwê mêrê wê de, li diya wî dibe mêvan û Beko diçîne”. Lê giropekî din ku, di bin seroketya mele Ehmed de bûn, li hember ewana derdiketin û digotin: “Na, ev gotin ne raste, tiştê bûbû ji mele bibhîsin: weke hûn dizanin Zênebê; diya Beko, gelekî hez bavê xwe dikir, heya navê wî li zarê xwe kirî û roja Bekoyê Mezin mir, hiş di serê wê de nema; heroj di nîvê şevê de ew ji ser tirba bav digirtin û tanînin mal û di şeveke zivistanê de, guv-guva bayê Circim bû û tû di seriyê mirovan de qij dibû. Iblîsê -neletetula- bi bê re kete nefsa wê û gava ew anîn ba mele Ehmed, ew neletula boriya û ji nefsa wê weşiya. Lê bi ya mele nekir û ji bilî ewê carê bi ba mele da nehat û xwesteka mele ku, wê şeş mehan bi ava zemzemê misde berda û weha Iblîs ji nuh ve ket nefsa wê û ev kurikê mizeret; Beko ji ewî bayê reşe”.

     Giropekî jinan jî di nav xwe de çêrokek li ser zayîna Beko ristibû, digotin: “em pîrek bi evan tiştan dizanin, ya rast eve; Beko kurekî zînayetiye, zînayetiya di navbera Mele Ehmed û Zênebê de hêşt ku, ev bêjî bi zikê wê keve”. Û nîşandana wan ji rastgotinê re jî, neçûna Zênebê ba mele bû û gava peyva misdana bi ava zemzemê derdiket  holê, her yek bi xiz-xizî dikenî û tepek li pîreka di nik xwe de dida û pêre-pêre çav lûsdibûn.

     Di roja bîst û yekê de Beko winda dibe, helbet li ser windabûna wî jî pir gotin û şirovekirin çêbûn. Lê mixabin ti tişt negiha me, malbeta Beko ti dever û war nehîştin, lê Xwedê wî bide; Stêrek bû û ji ezmên rijiya û li dawiyê Zênebê xewneroja xwe got.

 

KÎN

 

     – Ez bi rûya ve çûme erdê. Bi evê gotinê, bavê Beko ji nav malbeta mala Memo vegerî û gote pîreka xwe. Heya ku, dilê me di cî keve, ewan camêran em teklif ba xwe kirin û dixwazin xwînekê jî birjînin, da ku dilê me ji hev re sayî bibe.

     Û li ser xwesteka wan, çend rî-sipî ji mala bavê Beko û digel wî û Zênebê, di ewê êvarê de çûn mala bavê Memo. Piştî ku şev kal bû û demeke dirêj bi çêrok û çîvanokên dêwan û diziya ewana ji zaroyan re, derbaskirin, ewana amediye xwe û xwerinê kirin û hûrik-hûrik sifre rêxistin. Li dawiyê, tepsiya qurbanê û bi hilgirtina du xortan ji malbata mala bavê Memo, kete hundirê mêvanan û di nîvê sifrê de danîn. Deng li mêvanên xwe kirin, ew ber bi sifrê de hatin, li dora wê gustîlek girtin û bi gotina: “Bi navê Xwedê” re. Kale-mêrekî nana sêlê ji ser laşê qurbanê; Beko… avêt.

 

                                                                                   Cindirês-93.

 

 

 

RIYA KOR

 

 

 

     Bi daketinê re serî li kenara derî ket, hin niç-niç ji kesên rûniştî hatin û bêyî ku, li ewana vegere, xwest bi lez çaterêkê bibire. Kete ser resîfê çepê û serî weke hertim bi ser sîng de lûskir, lingên wî rê lezberkirine; ew dizanin ku divê du-sed û bîst û sê gavan bavêjin heya bighin ber pêpelokên dertên taxa Çiyayê Seydo (Şêx Mqsûd)  û dema ku, ewî gava bîst û çaran piştî du sedî avêt, lingê xwe hinekî bilindkir, lê ew bi hêz hate xwar û hêşt ku, ew di jimartina gavên xwe de bigûman derkeve; çima lingê wî li ser pêpelokê daneket, lewre serî hildide.. taxa Ç. Seydo winda bûbû.

     Çav di seriyê H. Memo de ziwa bûn û hin çilpikên xûydanê di cinîkan re herikîn, ewî dizanî.. didît ku, pir tişt di jiyanê de tên guhertin.. windakirin û yekî dikarî hin nimûne banîna ber çavan, weke em bêjin windabûna çend kesên gundê wî di nav bêna şev û rojekê de û windabûna pozan ji rwên wan û hin tiştên din ên biçûk û veşartî; mîna ziman û çend gotinên zêde ku, xistibûn ferhenganê, weke gotinên azadiyê, mirovatî û serbilindiyê.. h.d. Belê H. Memo carekê ji devê Kale-mêrekî bihîst ku, welat jî winda dibin, lê wê ti piwîstî neda gotina kalemêr û got: evê han xerifiye, nizane çi dibêje.

     – “Wilo çênabe, ev li dijî newamîsê xuristê ye.. na ev xewne”. Xwe carekê-dudiwan qurmiçand, lê ji berî ewê yekê jî dizanî ne xewne, xweş tê bîrê ku, ew ji evê sibê de, di ku û kuderê re çûye û hatî, heya ji berî du katan ew li “Siryana kevin” bû û wî li ba hin dostan şevbihêrka xwe bi dawî kir. Û piştî ku piyala sisyan bi serî kir, ewî xatir xwest, derket ser riya Da-irî û li pêş “fabrîqa singan” ji salonê peyabû, heya seriyê wî jî li kenara derî ket û hin niç-niç jî li dû xwe hêştin. Ev bûyer bi temamî di mejî de vegerandin, bêyî ku gava bîst û çaran ji bîr bike û ya bîst û pêncan jî bavêje.

     – Piştî ku H. Memo ji nişkabûna bûyerê şiyar dibe, çend caran bi kerb çavan misdide; “ne dûre ku çav jî dixwazin lîskekê bînin seriyê min”. Lê bê sûde bû, du dîwarin û riyeke di navbêna wan de dixuşe, ew dike nake dawiya rê bibîne, lê bê çare dimîne û taxa “Çiyayê Seydo” windabûye. Bi naskirina evê yekê re wî pişt da dîwarê ku, di ber re dimeşe, ew dizane ev dîwar û yê hemberî wî yên du goristanane, yek ji yên xwedî poz re ye û yê din jî ji yên bê poz re hatiye avakirin.

  1. Memo van heru goristanan xweş dinese, heya rojekê ew di nîvê şevê de hat û xwe xist hundirê tirbeyeke vekirî ji yên bi poz, lê dema dît ku, goştê di navbêna dêv û çavan de diwerime, ji ewan deran revî û vegerî mal, lê her ku wî nêzîkî li mal dikir bihnek genî ew dipêça û ev cara yekemîne ku, tiştekî wilo pêre çêdibe. Di sibeya roja din de û gava ku, ji mal bi derket û her ku, yê çav bi rûdêmê wî diket xwe jê bidûrdixist; hevalên wî yên li kar û piştî ku, ew derbasî odê bû, bêyî ku silava wî vegerînin ji cem bazdan û çûn ba gerînende, jê re gotin ku; “pozekî hevalê wan çêbûye”. Di cih de wî rahişt telefûnê û hîne gotin di şirîtan de ziwa ne bûbûn, otombêleke reş li pêş deriyê kargeha ku, H. Memo têde kar dike diraweste.. û ji wê rojê de navê wî ji çi kaxizên ku, di bajarê wî de hebûn, winda dibe.

     – Te çi li ber dîwêr windakirî. Gotinin ziwa ku, di bihna kefnikê de hatin gevizandin, ketin guhên wî, lê dîsan jî ewana hinek hêvî di dilê wî de pişkuvandin û hêştin ew têkeve ewan baweriyan; eger ku ew nuha bizîvire û bervê wî ber ve riya Da-irî bibe, dê riwê mirovekî zer bibîne. Lê heya ku çav dibînin rê û dîwarên herdu goristana diherikin, ne riya Da-irî, ne jî “fabrîqa singan”, hemû windabûne û rê tazî maye, ne dar û ne jî dîrekên elektirîkê, her ew bi tena xwe bê dengiyê diçirîne. Çav bi jor de hildan dît ku, heyv bi devkenî li wî dinhêre û bi riwekî sar dibore.

     – Û.. te çi di heyvê de jî windakirî. Gotin û dengê berê dîsa dikevin guhên H. Memo û evê carê digel lêdana ser mil. Gava ew li wî kesî zîvirî çend didan ji dêv weşîn, bi dîtina ewî qoqê tazî ku, xwe di ser dîwêr re dirêkirî.

     – Ev bû du-sê carin ez dêng li te dikim û deng bi te nakevê, çi bi seriyê te hatî. Û bi gotinên xwe re ew derket ser dîwêr û dest ber bi wî dirêj kir. “Ka destê xwe bide min”. Û bêyî ku ew zanibe çi dibe, destên wî bi jor de dikişên, ew jî dikeve hundir goristana kesên bê poz.

     – Ka li vir rûne. Û hin istirî ji wî cihî hilkirin, da ku H. Memo lê rûne. “Ji berî her tiştî ti tişt bi te re heye, lê na”. Û gava H. Memo qutiya titûn ber bi qoqê tazî dirêj kir, ewî çixareyek ji xwe re pêça. “Ji kerema xwe ji min re pelê çixarê şil bike, belê av-ax qedexeye ji kesên evan deran re, her ew tenê qedexeye”. Û piştî ku, H. Memo çixare şilkir, ew da dest-hestiyên wî û bi kişandina wî ji çixarê re, dûmên di nav parsiwan re avêt. “Ez di çavên te de pirsa çêroka xwe dibînim”. Ew nefeseke nuh li çixarê dixe.. û H. Memo dibîne ku, dûman ji seriyê wî bilind dibe.

 

 

                                                                                       Şam-93.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

PÊVAJOKA TIRÊNÊ

 

 

 

                                                                                      “JI C. Orwêl re”

 

     – “Hîne zûye, ezê piçekê paldim, lê ji berî hemû tiştî divê bînim bîra xwe; ka min ti tişt ji bîrkirî.. dermanê Pîrê, cilên ji pîrekê re, lîstika Narînê, na min tiştek ji bîr nekirî”. Çavan li ser evan ramanan dide hev, xwestek yeko-yek ji ezmanê mejî difirin û di bîrên xewnan de winda dibin, perde li dû hev têne berdan û roniya çavan tête vemirandin.

     Rê teng dibe, şûna pêyên wî namîne ku, pêvajok û meşîna xwe bibe serî, herdu dîwarên li aliyên rê li wî têne hev, nema dikare di navbera wan re derbas bibe, bihin teng dibe.. tê girtin. xûydaneke zelqoyî wî digire.. dipêçe, lê ji berî ku biqîre, lingên wî ji erdê hildibin.. dibe perek û bi ber bê dikeve.. difire û tirseke goristanî dikeve dil. Daxwaza wî ku, ji nû ve dakeve, lê bê hemdî wî, ew her bi jor dikeve. Piştî bilindiyekê serast dibe û mîna başîqekî zikê aso diqelêşe. ber bi jêr ve dinire. çav ji serî diweşin; gundekî zere.. malên axî, ti dîwar û banî li ser hev nemane, bê dar.. tilûr û çivîk û deware, bê kes û mirove. Di nîvê gund de kaniyek xwînê diherike û di rex de goristanek avabûye, lê kurm û kêzikan ti hestî, qoq di ewan tirbeyan de nehêştine û li şûna ewan, hin gorên vekirî û vala mane. Dema çavên wî bi goristanê dikevin. mîna başîqê ku kevroşkekê bibîne. xwe berdide ser û bi lihevketina seriyê wî û kêla gorekê.. xwîn dipijiqe.

     Bi hêz serî hilda, çavên wî dikevin ên pîrekeke rûmirî, destên xwe dirêjî ser riwê wê dike.. sare, diqerimin û bi qêrîna xwe re bûka lestîkî, ji dest xwe davêje. Bi vegerîna hiş re, çend caran bi hêz hilma xwe kişand û berda û di cî de rûnişt.. cixareyek pêxist, ber bi lîstika avêtî de dinere ku, her piyek bi cihekî de firiye. Rabû ser xwe û li hev siwarkirin û dema çavên wî bi katjimêrê dikevin, hufînî jê tê û naskir ku, demeke dirêj di xew de maye, bi lez tişt birefkir, da ku, xwe bigihîne tirênê.

     – “Gereke min titişt li şûn xwe nehîştibe, keça min Narîn, dê ber min bê û biken bûka xwe, di hembêza xwe de, di xewê ke û pîrek.. ax, divê ji berî hemû kesan ez wê bi cilên nuh bibînim, lê ji berî ku ew li xwe dike, divê ew pêlêkê.. di ser re bimeşe û belkî ev derman jî yê paşin be ji bo pîrê”.

     – Tu kore.. pêşiya xwe binere. Kesekî jê re got, lê bêyî ku ew li wî vegere û zanibe bê çi bû, riya xwe ajot û hêviya wî ewe ku, xwe bigihîne tirêna ku, diçe Qamişlokê. Di nîvê rê de Bêkesê Selmo dest avête bêrîka xwe, kab sist û sarbûn û ji çûn û hatina kesan, virde-wêde hate avêtin.

     – “Ji vê sibê de xwe amede dikim, ji bo ku ti tiştî ji bîr nekim, lê nûha ezê li rawestgehê çawa xwe binasim û xwe bi polîs bidim nasîn; bê zanav û nasname ka ez kîme, kesî cûzdanî xwe ji bîr bike heye.. ez ji nuh ve vegerim.. tu yê kuva vegerî, tu nema dikarî.. tirên wê bimeşe.. bi meş”.

     Û bêyî ku, ew vegere mal û zanava xwe bîne û karibe xwe binase ka ew kiye, dev da rawestgeha tirênê û di kûraniya mejiyê xwe de pirsî; “gelo ew ti rojan bûbû xwedî nasname, da ku, ew vegere mal û wê bîne”. Ev jî keysa min e; nivîskarê evê çêrokê ku, ez wî; Bêkesê Selmo bi we bidim nasîn.

     Temenê B. Selmo di sîh û heftan de ye, wî ji berî çend salan xwendina bilind di zanîngeha Şamê de, beşê dîrokî kuta kiriye. Ew bê jin e.. lê demê ku, jê re digotin: “tu bê jinî û ti keçên te bi navê Narîn tine ne”, ew dikenî û ji kesên derdora xwe re digot: “hûn wilo dikin ji bo ez cihê wan ji we re bêjim û hûn herin wan bidizin.. bikujin, ne”.

      Kesî nedizanî bavê wî kiye, her tiştê ku gundiyên wî li ser dizanîbûn, ku ji berî sî salî pîrekek digel zarokekî poz kefnikî hatin gund û çiqwas xwestin zanibin; ka babeta wan çiye, lê pîrekê derî di riwê ti kesî de venedikir. Heya roja mirina wê û piştî ku, bihna genî bi ser gund ket, derî li ser şikandin, lê ji bihnê.. ji kurm û kêzan kesî di xwe re nedît ku, derbas cem wê bibe, lewra di nav xwe de gotin: “tiştê rast ewe ku, em xênî bi ser de bînin xwar û bila bibe tirba wê”. Di ewê demê de, Bêkes hîna li Şamê dixwend û kesî nekire seriyê xwe ku, xeberê bidin wî û heya roja xwendin kuta kir û vegerî gund, dît li şûna mal û dayikê kavileke û li ser kêlika wê qirikeke reş dixwîne.

     Ji ewê rojê de, B. Selmo ji gund derkrtiye û li piş xwe neneriye. heya bi roja îro û weke hûn dibînin ku. wî hemû tiştên xwe kom hevkirî. bes dibêje: “min zanava xwe ji bîrkirî” û ji ber evê yekê nema ew dikare xwe binase û ne jî xwe bide nasîn.

     – Hîna dê çi xweş be û bi ser evê yekê de ku, tirênê şaş bikim û herim li ya Şamê siwar bibim”. Bi ketina hundirê rawestgehê re, ev raman hilpekî mejiyê Bêkes û tirseke din xiste dilê wî. Derbasî hundirê fergûnê bû, bêyî ku bipirse ka ev tirên kuve diçe; ji ber ku ne tikes li ber xwe dît, da ku, ji wî bi pirse tu kiyî û ne jî ti tirênên dîtir dîtin. Di hundirê tirênê de ew, careke din, ji xwe pirs; “ez kî me”, lê pirsa wî bê bersiv dimîne.

     – Bi ketina deriyê fergûnê re deziyên pilindir; tevnên pîr-pîrê qetandin û her ku, ew ber bi çi danîştokê diçe, ji tozê, nikare rûne. Tiştên di dest xwe de danîn aliyekî û danîştokek ji xwe re paqij kir, piştî rûnişt dît lingên wî tên gezkirin û gava des avêt ber lingan, çend gêrik; mêrî ketin nav tiliyan, sixêfin gotin karkerên tirênê, ewên ku bi paqijiya tirênê radibin.. û gava xwest zanibe kesî gotinên wî bihîstin an na, li dor xwe zîvirî, lê çavên wî bi riwê ti kesî neketin; “min tirên şaşkirî!” û rûpelekî dî ji yên mejî bi pirsa han re kizirîn. Ew ti kesî li ber xwe nabîne ku, baweriyekê ji devê wî bigire.

     – “Tu mirovekî dil giz-gizî. Belê, ev tirên ya Qamişlokê ye.. ji bilî vê li ser rê tinebûn.. ne xeme, çima kes lê siwar nebûye.. ma tu xudanê çûn û hatinên xelkê ye, belkî îro kes bi rê de naçe.. nasêfire. Bes  ka tu yê bi vê re çi bibêjî; çima kurm û kêz di hundirê fergûnê de evqasî kom bûne!.. weke ku, min berî nuha jî got: xizmetkarên wê bi karên xwe ranabin, dilê te kete cih. Dê hinekî rakeve, rê dûre”. Bi dawiya ramanên xwe re, Bêkes çavan dide hev.

     Piştî kurte demekê ji damirandina çavan, dengin ketin guhên wî û pir neçû dît ku, çend xort derbasî cem bûn, li dû wan pîrjinek çav bi şelmût, digel wê çend zarokin kefnikî, li dû wan çend tivingin dev bi xwîn, li dû wan yekî zik mezin û di dest wî de dirûmek ku, yek çilpik nêm û xwîn, jê dadirivin û gava ku, lingek ji ewî dirûmî ket û çend kêzikan êrîşî ser kir, ewî kesî xwe xar kir û ji devê wan derxist, carekê-dudiwan pifî ser kir û avête devê xwe, bû çeq-çeqa hestiyên ling di nav diranan de, li dû wî segek derket fergûnê û gava çavên wî bi Bêkes ketin diran tûjkirin û bû giz-giza wî û li dû seg, perwenek ku riya keçeke teze; hîne di buhara xwe de ye, vedike û bi nîştina wan li ser danîştoka di nik wî de, dilê wî hate givaştin.. û şikest û.. li dû.. dû-man.

     Tirên “bi rêket” û Bêkes perçên dilê xwe birefkirin, dest avêt pirtûka di pêş xwe de, çend caran cildê wê vekir û dahev û bi ewê yekê re jî û di qurzîka çavan re li keçikê dinhêre; ka bala wê lêye, çavên xwe berdane pirtûkê yan na.

     – “1948”, ev çi navnîşane. Keçik bê pêşkêş, pirsî û hêşt ku, ew çend caran û ji berî dev ji hev bibe, xweziyê daqurtîne.

     – Romane. Piştî demeke dijwar lê vegerand.

     – Li ser çiye ev roman.

     – Dîrok û paşeroja hêza reş dide ber çavan? Bi gotinên xwe re wî çav berdan sîngê wê; du kevok têde hatine veşartin, lê nirînên wî û bi tîna mejî, di nîvê rê de çelmisîn.

     Daxwaza Bêkes ji romanê ew bû, lê piştî ku keçikê xwest wî binase, ewî nikarî bersiv bida û bi yek gotinê, navê “Mirkufikî” li Bêkes bû û li ser evê navî naskirin çêbû. Ji berî ku, ew bigihên dawiya rê, Mirkufikî jê xwest ku li aliyê din ji pêvajokê, li bajêr.. hevdu bibînin. Tirên dirawest û her kesên siwar, peya dibin û Mirkufikî mîna destpêkê bi tena xwe di fergûnê de rûniştiye.

     Îro ev sê rojin, ji hatina B. Selmo ya rawestgeha tirênê û di evê sibeya roja sêyemîn de, vaye karkerên tirênê li ser karên xwe belavbûne. Habîl û mîna hemû karkerên rawestgehê hîne çê çav venekirine; yek gol xewê têde miçiqîne, ew ketî ser rê û bi hundirê rawestgehê de diçe, Piştî ku, ew riyên hesinî yên nuh avakirine û bi kar tên derbas dike, dikeve nav yên kevin û li dawiya dawî digihê ewê riya dixwaze. Ji berî çend û çend salan ve, nema ew rê bi kar tê û her ku, hesin gerek dibûn jê hildikirin, li dawiyî ji bilî çend-sed mitiran ji rê nemabû, ew jî di bin hinek fergûnin avêtî de û bê serî, li ser riya ji bîrkirî, rawestiyabûn.   

     Gava Habîl nêzîkî li ewan fergûnên jibîrkirî dike, reşiya kesekî di hundir, di piş cama bi toz û di yek ciyan de şikestî, dike û bi gotina; “tu kiyî” ew dikeve deriyê fergûnê. Lê bi dîtina ewî kesê ku, di hundir fergûnê de rûniştî û rewşa wî hêşt ku, ew di kêlîkekê de rîh sipî bibe û bi qêrîna wî re hinek karker ber bi fergûna wî bezîn.

     Lê ti kesî, ewê bê za..na..av ku, di fergûnê de rûniştî û dev ji hevkirî û bi malika pilindir hatiye tijîkirin, girêdan û di qurzîkê re jî yek gêrkiên sipî ji hundirê boriyê dertên.. nasnekir.

  

 

                                                                                        Cindirês-93.

 

 

 

 

KOÇERIYA LAŞEKÎ

 

 

 

     Dareke sêwî û rûte, ji berî çend salan û bi lêdana birûskekê, agir pêket, lê ewê hîngê jî ti kes nehat, da ku, wê vemrîne û ji xwe re bike êzingên tifikê; di baweriya gundiyan de, ku canê gelek şehîdan li dora wê ketine xewê. Hatina kundekekî jî her şev ser şiqinê wê yê herî bilind û banga ewî, bêtir, tirs dixist dilê gundiyan. Lê tirsa wan a mezin ew bû; ku di nîvê şevan de, martîrê herî mezin ji nav mezelê gund dertê û diçe li bin darê nimêja xwe dike.

     Kesî ti caran ew bi çavan nedîtibû, bes hin gundiyan digotin: “me şûna kaboka wî li bin darê dîtiye”, lê hinek xortên gundê Dugurê; ewên xwendevan, digotin: “ev giş derw û xurafatin” û çend mirovên li ser riya mislimantiyê, ewana jî û bi dizî çêrokek xwe, di nav gund de, li ser darê ristibûn û çêroka wan jî; “ku her yek dimire û di mezelê gund de tête veşartin, dihêle ev dar reştir bibe û şirovekirina wan jî, ji ewê yekê re ku, dar rehên xwe ber bi gora nuh dişîne û xwîna kesê mirî dimije”. Û ev komik, îro du rojin, li benda reştirîbûna darê ne.

     Carekê dudiwan xwest xwe bilivîne, lê mîna mirovê ku pîrhebok li ustî nîştî, bihna wî çikiyaye û hilmeke nexweş, genî bêvlên wî dagirtine û laş jî kevirê êşe; qet nikare wî bigerîne. Termê Mihemedê Selmo duxre, bûye riya gêrikan û êş pir caran mîna birûska didanan, ji deverin laş dikişên. Dike nake ku pîrhebokê ji ser xwe bişo, lê ji nuh ve şikestî dikeve, M. Selmo di seranserî jiyana xwe de bi navê Direkola ne bihîstibî, lê ew anuh û bi diranê xwe yên tûj-xwînî li wî bûye mêvan û mêxekî zengarî kutaye qirka wî, hêştî ku, çav di seriyê wî de bikizirin. Ewî bawer dikir ku, hemî nexweşî pêre çêbibin, lê heya ku Hekîmê Luqman jî jê re bigota: “rojekê tu yê kor bimînî”, dê tiliyên xwe di çavên wî de biçikandana û ti carî jê bawer nekira.

  1. Selmo dike nake ku, dora xwe bibîne, lê perdeyeke reş li ber çavaye, xwest tiliyên xwe nêzîk ber çavan bike û çareyekê ji meşa gêrikan re bibîne, lê dest ne livîn û xwe mîna ewê mendalê ku, ji serî heya ber bi lingan û di nav caw de hatî pêçan, dît. Piştî çendekê ji berxwedana xwe û da ku, destan ji bin bendên caw azad bike, dît ku bê çareye û mîna ewê şerê aşên bayî dike ye, lew re û weke hercar, demên ku ew digihêşt bê çareyê, ew wilo ma sekinî û kûr ponijî.

     – “Xuya dike, pir tiştin nuh di jiyana min de çêbûne, divê ez li ser rawestim, lê ji berî ku bi bûyerên nuh diramim.. ka berî çendakê ez li kubûm.. min çi dikir.. çawa gihiştime vir û nuha li kuderê me, lê bêtir ev bihna genî û meşa evan kurmikan, dihêlin di serî de babilîsok der bibin.    

     – “Ma, ez di xwe de me, çima bihna min tenge”. M. Selmo di navbera xwe de dipirse. “A.. a belê.. raste, ji berî rojekê.. ji kuve tu dizanî ku, rojeke.. belkî bêtir be, du roja.. salek be jî, na hîne hêza mejî û ramanan li ciye; eger ku bêtirî rojekê ba, ewê çaxê pir hûrikên bûyerê dê ji bîr bibana û ji tihîna re.. ezê bimrama”. Gotina mirinê bi tirs di kûraniya wî de derdibe, ev cara yekmîne ku, ew bi hovîtiya gotina mirinê dihese.

     – “Belê.. hema ku, ne wilo be çênabe, ez û kê bûn, im.. im ez û kurik li nav erd bûn.. raste, min deziyê çêrokê bi dest xwe ve anî.. erê, bi Xwedê me cot dajot û piştî demekê ez westiyam, min ji kurik xwest ku, li şûna min cot bigre û ez hatim ber ewî hîmê, di nav taqimê me û Heso de, min got; piçekê xwe dirêjkim.. bihna xwe derînim. Lê mîna yek qamekê li zirava pişta min bide êşeke tûj û sar ez girtim, min dengek-dudu..”. Ji berî ku, ew bêranînên xwe bibe serî, xuşînî xûrtbû û mîna marekî nêzîkî qamçika wî bû, hêdî-hêdî, lê bi hêz û bê vegerîn di hinava wî de diçe xwarê “ka ev çiye, kesî din bi min re heye, çima dengê wî nakim, belkî ew jî mîna min kore.. pek, ma ev cihê kora ye.. çima ez deng lê nakim”. Tiştê din ê ku, dihêşt matmayiya wî bêtir bibe; ew ne hestiya wî ya bi êşê, tevî ku ew damar di qamçika wî de diçû xwar.

     Dema M. Selmo dev ji hev kir, pariyekî şil û nerm kete devê wî, diran li ser dane hev, vejînî jê hat û mîna nêma kunêran ber bi gewriyê de herikî, digel bihneke pîs. Ewê demê naskir ku kurmek, ji ewên ber bi laş kirine, ketibû dêv û ew di nav diranan de pelixandiye. Bi gihiştina evê yekê re hunava wî keliya û wek miya avis hilweşî, pêre-pêre, çend kurm din di dêv werbûn û bi lehiya verşiyê re, di ber qirika wî werbûn.

     Piştî verîşiyê, hiş ji nuh ve dest bi karê bîranîna kir; “min deng li wî kir.. kurik dûrbû, zû zû nebihîst, lê caxa ku min çavên xwe vekirin, min dît ez li ser nivînan dirêj kirîme.. û.. na.. na, ne raste. Ev ti carî.. kesî wilo negotiye.. ez û mele, em gelekî dost bûn.. ta ewê roja.. duh, îro li ber seriyê.. belê li ba min bû, pirtûka Qur.. a.. nê û tizbiya wî di dest de bûn, yek ayet.. na.. na”,

     Kê derî li ser min girtiye!.

 

 

                                                                                         Qamişlo-92.

 

 

 

NAMEYEK JI DÎROKÊ RE

 

 

 

     Dildar.. ez li benda tebûm.. . Ez rawestiyam li ser kavil û kevneşopan, bajar.. malên axî yên ku, dîrokê windakirine û ti tişt ji bilî şopa ken û pis-pisa me nemaye. Li ewan deran, li benda te me û tu tê û kabika penêr ji destê min digrê û direvî. Belê, ez di kenim.. kenekî bi dizî, min radihêşt nan û penêrê xwe û min dizanî ku, te kemend ji min re vegirtî. Lê dîsan jî ez bi ser kemenda te de dihatim ku, ez bi xefka te kevim û di dûv re bigrîm, xwe li erdê tol bikim, riwê xwe di erdê bidim û bi hêsran hevîrekî heriyê ji xanîkên me re bistrêm, yek caran ax dikete devê min û min dîroka Kotî û Kortiya jê dikir û di pişt re siya zarwên wan tê ber çavan. Zarokek li ber çavên min e, wî dest avête qopê goşt û ji dest keçikê; hevala xwe, revand.. hêşt ku, ew bigrî.. bi rondikên xwe ax-dem şûşt.. û dema ku, ez bihn dikim bihna diya min jê tê.

     Dema dengên çeq-çeqa dikevin guhê wê, çavan radike.. hildide, li kûraniya aso meyze dikim.. sîk û sîberin dûmanî tên ber çavan û dîrekên axî.. tozî bi asûman de radibin û dilerizin, ew nêzîk dibin.. û zarê ku, qopê goşt revandî ber bi ewana diçe.. destan ji wan re li badike; ew ji siwarên kuştin û talanê re destan dihejîne, rûdêm berkeniye, ken û şahiya zarokatiyê û di çavan de roniya Ehuremezda. Lê Ehrûman li hember wî bû, ew tîrê reş.. tîrê Sergonê Dudiwan ji kevanê dertê.. berkenî û roniya Ehoremezda dupar dike û ew dikeve.

     – “Dildarê min, me nedizanî ku, li bajarên mezin ji te re kemend vegirtine.. û li hêviya nêçîriya te ne. Ji min û te, pariyên nên û penêr.. newrozê, bidizin û ji nuh ve hêsirên xwînî bibarînim”.

     – “Ey pêlên di ser cendekê minî arî re diqulipin.. werdibin, ey derya dikele, kanî pêla min, viyan.. çi..! Masiyê mezin daqurtand”. Xwîna sor-dagirî dihrik.. siwarên kuştin û talanê têde digevizin, tevî axa Araratê bû û..  hestiyên ewî zaroyî hûrkirin, goştê telmeyî di bin pan û simên hespên xwe de kirin hevîr û li şûna xwe hîştin û siwarê dawiyê jî ruma xwe di heriya bi xwîn de vedine.. radike devê xweyî atûnî û dimije.

     Diçin.. dimeşîn, li ewan deveran talan dikirin, keçik temaşa wan dike.. şikeftên wan ên biçûk hilweşandin, seriyê bûka wê ya kevirî hûrkirin.. herifandin û guloverên sor yên bi mij û dûman, di çavên keçikê de, vedimirin.

     – “Dayê.. ey derya bahozî, bigre.. hembêzke.. nehêle pêla minî sor bikeve binî. Bel.. wilo jor de hildin.. rahêjin ser milan.. ez hîne li bendê me”.

     Wê dinirî.. temaşe dikir, temaşeya li ewan lekeyên sor; ew heriya xwînî.. ew hevalê pelixî û dema ku, erd hejiya.. teqiya û ji ûr û zikê xwe etûn avêt û.. ji deşta Mûşê.. ji nav pêlên LOLO û KAŞIYAN, ew pehlewan; Akîm-AKRÎM dertê.

     – “Derkevin.. bi rêkevin.. têvedin ey pêlên dojehî û.. siwarên kuştin û talanê daqirtînin, bila pinpinîk û gangiliyên sor, li deşt û çiyayên welêt serî hildin.. . Dildar, ez li benda te me, tu kanî û çima nayî, were.. were li cejin, di newrozê de.. na.. na, tu li cihê xwe bimîne, tev hevalên xwe, ezê bêm û li te bibim mêvan.. tevlî te bim.. bi te re Buhştê par vekim.. li benda min bimîne, vaye Newroz tê.. Newrozeke nuh.. deryayeke nuh.. deryake bahozî kûr û ferehtir.. û martîrin nuh.

 

 

                                                                        Dilbera te “YARA”

 

 

 

Têbînî:

 

     “Ev nama di kavilekî de û li ser çermê zarokekî hatibû nivîsîn û tiştê ku, em pê rabûne, me ew ji wir wergirt û ne tiştî din”.

 

 

                                                                                            Heleb-87.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

BÎRANÎNÊN Q. OMER

DI ŞEVEKE BEREVAJÎ DE

 

 

 

                                                                                                      “Stêrkek rijiya erşa

                                                                                                        Silav da ax û ferşa

                                                                                                     Ew tune şaristan

                                                                                                           Bû mêvanê goristan”.

 

     Sêserî… nivîn û sê kes li ser dipirpitin, Piştî kurte-demekê di xew ve diçe.. na, Qilîçê Omer hîne temaşa stêran dike, heyv dêwe; “masiyên mezin ên biçûk dixwin, rûdemê xweyî sipehî, ji daqirtandina stêran diziye.. ne weye Remo”. Dêng li hevalê xwe dike, lê ji zû ve xîz-xîza wî ye. Hersê westiyabûn, ji derketin û daketina tirên û riyên teng ewên di navbêna du geliyan de; birînên delavan û ta ku, ew bighên gundê Şengêlê û çend rojan li wir bi borînin. Ewana her yekî rahiştibû tiştekî û Q. Omer bi rola xwe, per û rengên xwe kiribûn tûrekî û ew avêtibûn ser pişta xwe.

     – “Kesek mir, xortek hate kuştin. Eger ku, ewî xortî jiyana xwe bibira serî, dê pir tiştên din jî bikirana.. ne dûre navê Bêkeso vemiranda. Lê mixabin mir.. mirin sare”. Hîne dawiya rijandina ewê stêrê nehatibû, Q. Omer mirin û pêşeroja xort ji bîr dike û bi mêvantiya wêneya dilberê re, di bîr û sirûşan de, winda dibe û raman û nirînên wê, mîna gêrikan ku di sibeyeke biharê de derên çêriyê, serî dikolin.

     – “Pêmpilûk.. anê pêmpilûk”. Ji diya xwe re got û da dû, du gav navêtin û ew li kêrsekekî dilukume û bi dev-geza dikeve, diranek dişke.. xwîn di dêv û bêvilan re davêje. Wî dest rakir ber lêvan, lê ne xwîn û ne jî perwen; xewna dîtibû, zarotiya wî anî bîrê.

     Kata sisyane, ber destê sibêye, ji ser pişta xênî dadikeve, gundê (Bêkê) derbas dike û ber bi gir ve diçe. Kurmikên şevê çireyên rêwiyane.. xwest yekê bigre, lê gava bervê diçe winda dibe; “Na.. ev ne kurmikên şevê ne; roniya wan bêtire.. girsin û ew ne pîlên leşkerên Tirkane jî; eger ku ew bana, ewana ezê ne gihandama evan raman û nêzîkiyan, leşker keysê nadin mirov ku bighe nêzîkî ewana, berikên tivingên wan leztirî ramanaye, ewana di zik û damarên mejî de vedimirînin”.

     Teneya tirsê, di rojhilat de, tête avdan û her diçe bi temenê mirov re şiqin dide.. tirseke dîrokî ye. Tû û pirça Q. Omer hîne qijtirbû, dema ku dengin, ji yên rojên mirovê Endirtiyal, di guhên wî re derbas dibin û ji berî ku, kale-pîrên wî, yên di xwîn û laşê wî de raketî, şiyar bibin, çend guran bi hev re êrîş wî kirin. Ew direve.. bazdide, lê ji cihê xwe nalive, dora wî tête girêdan, dengê, kuzotin sor.. diranine tûj û zengarî di goştê kefnikî de diçin xwar û nêm ji devê wan diherike.

     Perwena di nîvê guran de, di nav kuzotên êgir de, dipirpitê ye.. kesên li ber puxarê, ku li tîna êgir digerin, temaşa şerê wî û.. dikin û deng bi yekî dikeve: “Biner law, çawa dipirpite.. de tu dikarê xwe ji nav êgir derîne.. ha ha.. ha..”. Kenekî zer-nêmî, tijî kurm, bi vekirina devê ewê dikenê re diherike. Dayîk ji aliyekî puxarê difire yê din, hêsirên wê çend kuzot vemirandin, lê hilanîna destekî, wê ji ezmanê puxarê tîne xwar û dihêle ku, ew jî cih di nav kuzotan de bigre.

     Diya Q. Omer xwe ji şiqinekî davêje yê din, lê kes ji cih nalive, bi kûranî.. koranî temaşa şerê guran û zaroyê wê dikin, canê zaro di damarên guran re diherike û.. pirça wan diweşe, dev bi şûn de diçe, lingên pêş jî vedigerin û dibin du dest, zar û ziman dikeve devên wan, lê mezinê “gur-mirovan” demeke dirêj bê deng dimîne û li dawiyê deng bi wî dikeve: “me xwar, min jî xwar, serî û mêjiyê zaro hîne di ber diranên min deye.. ez gêj bûme”.

     Ji xew şiyar dibe, ew di xûydanê de hatiye şûştin û hîne tirsa xewnê venemirîbû.. dengê du segan dike û bi badana serî re û temaşekirina herdu nivînên hevalên ku, di nav de raketî, dît  du seg di nav ewana de dikûzin.

 

                                                                                           Heleb-91.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

SOL

                                                                 

                                                                           “Ji diya te.. min re” 

 

BÎRANÎNEKE DÛR

 

     “Di sala xelê de, tazî.. rûzerî nîşanên jiyana min bûn û di rojeke axî de, ji ewan rojan û weke her car, diya min ji min xwest ku, ez bi seriyê bizinê bigirim û wê bibim çêriyê.. . Bû ting-tinga min û min bablîskeke ji tozê û daxwzan li dora xwe gerand da ku, di zukakên gund de bilîzim, “Kevir-çivîkek” ji destê diya min difire û seriyê min bi taceke sor dixemilîne û kevir li ber lingê min cih digre. Wê satila şîr danî aliyekî û hat ku, ewê taca han ji min bidize.. ji pêş çavên mêrê xwe veşêre”.

 

HER LÎSTIKEK.. BI “.. .”

 

     Piştî ku, dayîk seriyê wî derman dike; bi ava pîvazan dikewîne, sicima bizinê dide dest û çend şeqaman li kepira wî dide û ber bi geliyê (Zompa) bi rê dike.

     Ehmedê EŞÊ seriyê bizinê dikşîne, di çend salên berê îsal de -temenê wî roja îro diwanzde salin- wî ev kar bê ramyarî û hezkirin dikir, eger ku, em nebêjin; wî yek caran jî bi hezkirin ev kar dikir, emê dûrî rastiyê herin, lê nema mîna berê; demên ku wî derpî ji xwe datanî û li piş bizinê disekinî, dil û hinavên wî bi evê yekê hûnik bibin û îroj dixwest li mal bimîne; belkî “Sînem”, keça cîrana bête mala wan û ew hinek keys bibînin, da ku, bi hev re bilîzin.

     Piştî kuştina çend çivîkan bi lêstîk, hevalê qirkirina teyr û çivîkan û lîstikên bi karikan re, digel dewarên xwe dighe cem wî û hîne ewî bihna xwe dernexistibû gotê.

     – Min cîkî çiwîkan li vir dîtî, hîne ji berî çend rojan hêkên wê sipî dikirin. Bi gotinên xwe re wî pençek mewîj li dêv bada û ji berî gotin û xwarina mewîjan bibe serî, ew ber bi hêlîna gotî bezî.

     – Ne beze.. ewê bifirin, E. EŞÊ gotê, lê tevî gotina xwe, ew jî bi bezeke pilnigî ber bi ewê hêlînê diçe; “ka ew li ku ma”. Hîna pirsa wî di dêv de ziwa nebûye, ew dighên ber çala xerafê.

     Di çûkaniya wî de, tiştê tewrî bi tirs ji E. EŞÊ re gotina xerafê bû, raste ti caran nehatibû ber wê.. lê diya wî wêneyeke dojehî di rûpelên mejî de çandibû û carên ku, ew ranediket, bi gotina dê ewî bibe û bavêje binê xirafê dilborî diket. Lê carên di xew de didît, ku ewî di çaleke kûr.. bê binî wer dibe û yek mar li wî têne alandin, bi qîrîn ji xew şiyar dibû.. û diya wî mîna marekî ji yên xewnên wî, xwe ji nav lingên mêrê xwe dikişand.. dihat nik wî, da ku, wî careke dî û bi tirsa ji xerafê di xewê ke û ew jî careke dîtir xwe têxe nav nigên mêrê xwe.

     Anuha û bê zanîneke berê, ew bi jorî devê çala xerafê dikeve, kulmeke ba xwe bi hêz li qirika wî bada û tevizînokek kete laş.. heya demekê ti tişt ne dît, ji bilî cergeke reş; devê çaleke fireh û evê yekê, xewnên wî anîn bîrê.

     Dema ji evê nişkabûnê şiyar bû, xefkeke tirsê ya din ew girt; bi dîtina ewî hevalê xwe û  xwe berdana ji nîvî û jor de bi hundir “xerafê” de û ew dihêle ku, ziman di dêv de bibe perçeyeke kulav.

     – Êho.. hêy.. Êho.. hêy.. . Deng bi hundur çala kûr û fireh dikeve, “were bi lingên min bigre; cihê wan kûre”. Careke dî deng ji hundur çala xerafê tê, lê E. EŞÊ ji cih nalive. Ew hevalê din, serî ji hundur dertîne û bi dengekî qêrîn ji wî re dibêje: “tu ditirsî”.

     Zerbûna lêmûnan di riwê E. EŞÊ de berdavêje û bi xwîna beravêtinê re, ew tête şûştin.. pelixandin. “Were li vir rûne, bi lingên min bigre”, E. EŞÊ dixweze jê re bêje: “ka em vegerin û çivîkên ku, min kuştine.. ên ezê bikujim, bila yên te bin, bes em ji vir bi dûrkevin.. bila çirt û mar seriyên hev buxun”. Lê gotina; “tu ditirsî”, kevirê êş e û wî dihêre.

SOLA LÎSTIKÊ

 

     Bi herdu lingan digre.. jê tête xwestin ku, ew hinekî din wî bi jêre de berdê.. ew dişimite û du mar ber bi jor de dikişin, xwe li tilyên E. EŞÊ dalînin, wî bi jêr de; bi kûrnaniya çalê de dikşînin û didanên yekî goşt diçirînin, jehr.. xwîn ji kefa dest û bi nav tiliyan de diherike. Devê “xerafê” fireh dibe.. bi çavekî tijî kîn li wî dinhêre, “Min bernede.. lingên min bigre û bernede”. Lê lingên ewî bûne du mar û xwe li wî alandine û bi jêr ve dikişînin û dihêlin ku ewwan ji nav destên xwe bişimtîne.. “min bernede, ez ke.. ayy”. Dengê ewî hevalî ji hundur xerafê tê û sola ku, di dest wî de mayî, bi devekî zengarî û tijî didanin mîxî dikene.

 

BÎRANÎNA ÎRO

 

     “Bîst sallin ku, di ser bûyaerê re derbas bûne, îro ez dûrî xerafê û bi çend gavan meşîm, lê bi bihîstina bulq-bulqa ji hundurê wê, min çav ber bi wê ve badan û.. mîxekî zengarî wan dikizirîne û.. ez direvim. Lê kenê ewê solê, ji pey min venagere”.

 

 

                                                                                          Heleb-92.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

SENEM

 

 

 

(1)

 

     – “Xwedê û ya elah, ez a  kût nikarim rabim ser xwe; çawa evî kalî, ji pîsîtiyê paqij bikim”. Senem navkuta dide dilê xwe, lê hêz û teqet nemaye; pîre-jineke ketiye, salên wê ne kêmtirî heftêne û êş û dijwariya jînê hêştî ku, heftê saliya wê gotina xwe bêje; hertim û tim li karê xelkê û îro û piştî evan salên dirêj ji kar û mezinkirina zariwan, kurên wê dev jê berdane. Dema baskên wan bi perbûn, her yekî zar-zîçên xwe revandin û ji bilî yê biçûk li cem nemaye; raste derî di derî de ye, lê ji tirsa pîreka xwe re, ewî newêrî ji dê û bav re bigota: “êvara we bi xêr be”.

     Senem di jiyana xwe de hatibû nasîn, weke jineke çeleng û bermalî. Lê gotinên sala jî hene û ev bûne deh roj û ew di nav nivînan de ye; bi velîstina ling re, ew kût dikeve; laşê kale-pîran weke dara kurmiye, bablîskeke sivik diqurifîne, Raste ew hîne ji berî di nav nivînan keve ketibû, lê bi kûnxuşa ewê bermaliya xwe radigirt. Lê evan deh rojên dawî, bi wan, gelekî dijwarbûn; pirê caran kesên gund xwarin ji wan re tanîn û carna jî ku, bûka wê ji mal bi derdiket, keça wê ya berwîl; Gulê û bi dizî, şîv û nan dida ber hembêza xwe û derbas cem wan dikir û ji ber evê yekê, wê pir êş û serpêhatî, ji diya xwe, didîtin.

     – Gulê.. uh.. uh.. . Senemê deng li keça kurê xwe kir, lê nexweşiya “rebo” ne hêşt ku, gotinên xwe bibe serî, ew kuxî û deng jê hate birîn.

     Bi zor û zehmetî, pişta xûz ji ser balîva hilanî, bihin bi qelesî berda, şal û desmala ber eniyê ji ser hev şelîne, porê reş û şin li ser eniyê belav bûye û bi tiliyên dilerizin û sed fûtî heya ku, karîbû li hevdu badana.

     – Lê Gulê.. uh.. uh.. . Banga dudiwan hildide.

     – Aman vê pîrê ji me xêre, namirin û em ji wan xelas nabin.. herduyên din çûn bajêr û ev telamina bi ser min de man. Bûkê dengê xwe bilind kir; nema ew ji kesî ditirse; piştî şanzde salan ji kulfetiya xwe, dît ku, mêrê wê ne ew kesê ku, kare dengê xwe lê bilind bikêye.

     – Lo gundo.. uh.. uh.. min gul-guyî, uh.. hi.. we xwero.. uh.. uh.. gundo. Pîra ketî diqîre.

     – Dêh.. dêh, te guh da vê ceziy.. bes mayî ku, gund li me kom bibe. Kuve.. tu bi kuva derî, veger hundir.. yala. Dema ku, dibîne Gulê ber bi deriyê kal-pîrê diçe, ew dêng lê dike û dihêle ew bi xemgînî vegere hundir û hêsiran hûrik-hûrik bi barîne.

     Senem ê hêvî ji hawar û amanan birî, lingên xwe kişandin, êşa giran hêşt ku, qêrîn pêkeve. Ewê dizanî ku, nikare rabe ser xwe, lew re dest dan erdê, da ku, xwe bi kûn-xuşkan bighîne misînê avê û herî nik kalê xwe û wî ji pîsîtiyê paqij bike. Serpêhatiyên wê îro zêdetir bûne; bi nexweşketina kalê wê re û pêsîbûna wî di bin xwe de.

     – Tu tima ji nav nivînan bi dertetî metê. Keça birayê Senem ê bi hundir dikeve; jineke navsal û biye. Di gund de bi “bûdele” yê tête nasîn.

     – Metê çi.. uh.. hi.. gûyî buxe.. uh.. kal bi xwe, uh.. hi.. hi.. de pîs bûye û kes tine.. hi.. bişo.. hi.. hi.

     – Û titê bişo, labe nav diyê hwe. Zimanê wê li ber gelek tîpan dimîne û ew nikare wan bi rengekî durist derîne. Wê, meta xwe xiste nav cih, rahişt legena avê û kal û cihê wî paqijkir û di ewê hîngê de dengê tirimbêlekê dikeve guhên wê û piçek naçe, ew li hewşê dirawestê û kurê meta wê yê mezin û pîreka wê jê peya dibin.

     – Selam û elêkum, têbê bênek nexwaş ji hundir tê.. çiye hev. Rûto dipirse.

     – Kalê we bi xwe de pîs bûbû. Dilê pîreka Rûto veciniqî û awirek da mêrê xwe, lê dema bihîst ku hatiye şûştin, dilê wê hinekî rûnişt.

      – Êvara we bi xêr. Bi riwekî tal û tirş mîna encûrên keran, Elo gotinên xwe pijiqandin.

     – Kîne hev.. uh hi.. . Pîr dipirse.

     – Anê ezim. Salên Rûto pêncî hene; por û simbêl gewr, rû qerimî û sare, nemaze piştî ewê bûyara ku, hêşt heyvekê di nexweşxanê de rakeve û ewê hertim seqet bimîne.

     – Halê me.. hi.. hi yî li ber çava ye.. hi wek tu.. uh.. dibînî, ka.. virde we.. hi.. uh.. re, ez lawî xwe.. hi.. uh.. maçkim. Û ew demeke dirêj kuxî, nefes û deng jê hatin birîn, hêştin ku Rûto biçe nik wê.

     – Kî bi te re ye.. hi.. ne Elo ye.

     – Er..ê erê ezim, tu rihetî.

     – Xwedê.. hi.. hevalê we be.. uh.. û ew amenetî.. hi.. xwe bibe.. hi.. ew ji giştî çêtire.. uh.. ji me re.

     – “Amîn”. Elo di ber xwe de got û di van deman de deng ji kalê nehat, ji bilî ax û nalînin kûr; ew dilborî ketibû.

     – Elo zû bilezîne, tu û vê bûdelê malê birevkin, heya ku, ez jî tenekeyên zêtê dikim tirabêlê, tiştekî li hundir nehêlin, bila ev seg bi ti tiştî şa nebe; evê ku, dê û bav di bin çengan de, di vê rewê, de bihêle. Dema çavên Elo li mal û zêta kal-pîrê ket, dilê wê germbû û bi lez destên xwe vemaltin û tişt birefkir.

     – Anê.. ezkê te û bavo bibim bajêr.. cem xwe, tu çi dibê; li wê derê em dikarin xizmet wekin û bijîjk.. yek dikare çi demê bê wan bîne.

     Pîra Senem û Elo ketin pêşiya pîk-abê û Rûto bavê xwe di sindoqê de, li ser cihekî, dirêj kir. Ji gund bi derketin, bêyî ku, xatir ji gundiyên xwe bixwazin, digel ku, carekê-dudwan pîrê xwest deng li cîranan bike jî, lê Elo ferman da ku, ew bi rêkevin.

     Gulê ji hundir bi derket; cara yekeme gotina dê dişkîne; dema ku, jê xwest dernekeve û tenê karî destên xwe ji ewana re bihehîne. Ew bi rêketin, hêsir hatin xwar û banga wê di bin dengê pîkavê de vemirt.

 

 

 

(2)

 

     “Rîng”, deng bi zengilê derî ket, Misto hêdî rabû çû derî vekir, lê hîne ji berî ku, ew derî veke jî dengê bavê xwe ji piş derî ve dike.

     – Zû bang li birayên xwe bike û em vî tiştî derînin jor. Rûto ji kurê xweyî biçûk xwest, Misto jî bi rola xwe deng li kesên hundir kir û tev daketin zukakê. Çiqina pîra Senem di paşela Elo de, ji gund heya bi Helebê, germ bûye.

     – Anê ka ji ber teva wê çiqinê hilgirim. Keça Elo jê xwest.

     – Na.. na, her alî birayên xwe, ev sivike.. ez karim hilgirim. Elo bi nerînekê re, hejmara wan derxit, weke dibêjin: ew “di çewêl de, kunciyan dêjmêre”.

     – Henê, we çi xwarin çêkirî. Elo pirsî.

     – Hûn birçîne.. zar. Keça wê dipirse.

     – Ê te nedîtî, em ji loqinta bavê te tên û ji goşt têrin.

     – Te xêre dîsa, devê te nakevê hev. Rûto ji pîreka xwe re got.

     – Uffî.. îî xwedêkê gotinên te ji min ne kêmin, hertim emê li we heyrîne.

     – Tu çi dixwazî, em wan çekin.

     – Û tu bi tena xwe ji wan.. ji pêşiyê de, em dikin û xeynî me jî duxun. Ma Memo û Heso jî ne jêne, ew milk-mewêl bibin, em jî derd û kula bikişînin.

     – Hele yek.. uh.. hi.. xêra bavê xwe.. uh.. hinek av ji min re.. uh bînin, bi Xwedê.. uh.. ji tîna re balmîşbûm.

     – Li cem kal-bavê min, ya paşin be. Elo di ber xwe de got.

     Êvar li wan dahat, Rûto salix da kurên xwe yên ji mal cihê û ew bi şev li hev kom dibin û hundir ji deng û qîrqira dixilxile; sê-çar nifş dighên hev û kes dengê hev nake.

     – Misto.. nuha dema te û tilivizyonêye, vemirîn. Rûto deng li kurê xwe yî biçûk dike.

     – Senem.. tu li kuyî, kes tineye ku, tu wî bişînî mala Hemo; bila ji min re kulmek şîr bîne, wele gewriya min ziwa bû. Di baweriya kalemêr de ye ku, ew hîne li gundin, lew re ji pîrejina xwe dixweze ku yekî bişîne mala cîrana.

     Te dengê bavê xwe bîst ku, çiqwas saxe, evê pir kul û derdan bi min xîne. Bi Xwedê wê salekê di nav nivînan de bikişîne û ji bilî min kes wê netê nik wan jî, me çi derd ji xwe re çêkir. Elo got û careke ew çiqina ku ji gund de xistibû paşela xwe û hîne dernexistibû peland.

     – Gotina te ye anê, dema me ji tirambêlê danî, min bawer nedikir ku, emê wî bi hundir gihînin û a nuha xwarinê dixwaze. Deng bi lawekî wê dikeve.

     – Kes tiştî nedinê, ne dûre bi xwe de pîs bibe, kesî wî bişo tine ye. Elo ewê bihna ku, li gund kiribû bi bîr tîne.

     – Çawa tiştî nedinê, bila ew ji nêza re bimire, me çima ew anîn. Rûto vegerand.

     – Eger ku di bin xwe de pîs bûn, tu yê bişo.

     – Çengê zêde negerekin. Rûto bi bihintengî li pîreka xwe vedigerîne.

     – Êdî şerme bav, diya me bi porê sipiye; ev ne li gor wê ye. Kurê Rûto yê mezin li bav vegerand; ew kesekî xwedan nimêj û misîne, lê dema ku mala wan li gund û wî li bajêr dixwend û li cem jinebiykê odeyek kirêkiribû, bi roj jê re digot: “anê” û bi şev jî dikete nav nivîna wê.

     – Eger ku tu ewê yekê zanî, gereke tu ya din jî zanibî; ma çêdibe ev kale-pîran birçî rakevin. Rûto gote kurê xwe.

     – Misto.. ha ji te re peran û here şîr û sêvina bîne. Lawê Rûto yê mezin hinek pere derxistin û dirêjî birayê xwe dike.

     – bila ew bide, ewî ku evqasî ji ber wan ve dixeyide. Elo got.

     – Ez kîme, ew kiye.. .. nuha we ev anîn, wînkê çawa derdî wan bikişînin. Ew pirs nişkabûnekê bi tevan re çêdike.

     – Ji bavê xwe bi pirse.. bi Xwedê ez vî kevçî ji vir nadim dest wan. Bi gotinê re destê xwe dirêj pêş xwe kir. Û kesî sibê-êvarê bêhnê dermên û ix-puxê wan bikşîne tineye, bila wan bibe mala Cimo.. ewê boşe û ew bi xwe jî kanê li cem xewke.

     – Bi Xwedê ev raste, bav diya min rast dipeyve.. wir valaye, eger ku mêvan bên an bijîjk  ti kes li wan nahyre. Cimo kurê Rûto, ewê hîne cahil malek ji xwe re kiriye.

 

 

 

(3)

     Piştî du rojan Memo bihîst ku birayê wî, dê û bav, tev mal û mewal aniye cem xwe û ewê yekê hêşt ku, pîreka wî jê re bibêje: “wan dê û bavê te anîn, lê çima malê rêşdikin”. Bi boneya evê yekê wî soz da ku, pêle cem wan nake, lê dema bihîst ku bavê wî li ber candanê ye, soza xwe xwar; kela wî ya dimisê ye.

     Mala Cimo li qata çara ne, dive mirov bi şêst û şeş pêpelokan bi banî bikeve; bi zor-xweşî dihêle yek ji Xwedê ve nîzîk bibe. Ew ji du odan û xizmetxanê wê hatiye avakirin. Cimo tiştên xwe xistine odeyekê û derî li ser girtî, cil û nivînek ji yên Senemê rêxistine û kal di nav de danîne.

     Piştî ku ew hinekî bihna xwe dertîne, destê xwe datîne ser bişkoka zengulê derî û piştî rawestandineke dirêj. Rûto derî vekir.

     – Êvara we bi xêr.

     – Bi xêr û silametî, keremke. Piştî li dem û rewşa hevdu pirsîn û Senem ê eniya kurê xweyî orte maçî kir, dest bi giriyê xwe kir.

     – Anê tu çima digrî. Xwedê heye xem tune ye, Memo got.

     – Şukir ji wî re.

     – Kulkê teyî bi xêr be, tu bi xêr hatî.. çima wilo bilez hatî. Rûto henekên xwe bi Memo dike.

     – Eger ku bira wek te bûn, ezê wilo zû bêm.

     – Ev jî ebra ser nîvkêlê ye.

     – Ma we kê salox da me ku, em werin, min ji devê xelkê bihîst. Dev tiştekî dibêje û dil titekî din; Rûto jî nas kir ku, ew derwan dike, qehra wî ji anîna mal û zeytê ye, ne ji derengiya gihandina saloxê ye.

     – Gişkî berde, we bijîjk anî ser, an.. na.

     – Tu çi dibêjî, ev bû du rojin ku ew li virin û hîne bijîşk ne tên ser. Ewê ku ew derman kiribûn jê re gotibû: “Divê hûn wî bibin cem yekî pispor”, lê Rûto xwe ji bîr ve kir û ew gotin avête pişt guhê xwe.

     – Bavo xew kirî, Memo pirsî û bi dengê wî re, ew şiyar dibe, çavan bi zor vedike; şelmût, ked û êşa heyştê salî jê diherike û ewan hêştiye ku, bijang hevdu bernedin. Kalemêr seriyê sipî, mîna çiyayên bi berf, ji ser balîvan radike, gewriya wî bûye guhanên pêz di demsala zivistanê de û gotin jê nayên.

     – Tu hat.. me ra li bavê xwe napirse, tema tu yî dibînî ku, ezî ketime doşeka mirinê.

     – Ê ne yekiyê salox bida min.. tu çawa yî.

     – Aman wek tu dibînî; lingekî min li vir e û yekî li axretê ye, Xwedê û pêxember ji Huso ne razî be; wî ez gihandim vî halî, eger ku wê rojê ez di bin baranê de ne çûma êş, ez ne diketim vî halî, lê tu yê çi bêjî mêrê tirsok, ewê di derpiyê jinekê de mexeliye.

     – Ê.. ê dîsa te ji.. uh.. wan xêre, tema tuyî li ber.. uh.. hi.. candanê ye. Ji berî evê rewşa dawî ya kalemêrê xwe, ev gotin û xwestina han, bi Senemê gelekî sivik bû, lê roja îro û piştî ku, dibîne ew ketiye ber candanê, gotin lê zor hat.

     – Dîsa vê caziyê xêre, aman çi dixweze, eger qiçik li porî teyî sipî birîn, dîsan jî tuyê bibê Xwedê ji wan razî be. Kalemêr her di nav peyv û peyvê de bihna xwe ber dide.

     – Tu tim li ceme. Memo ji Rûto pirsî.

     –  Tim, carna dirim mizgeftê û ew bi tenê dimînin.

     –  kilîtekê bide min, divê ez werim û tu ne li malbê.

     –  ji bilî yekê li cem min tune ye.

     Memo tê derdixist ku, ew naxwaze kilîta mala Cimo bide wî, heya ku, ew bi tena xwe bi wan re rûnenê û di pişt re xuya bû ku, xwesteka wî di cih de bû; gelek caran ew û zarwên wî dihatin derî dikutan lê kesî derî venedikir, bihîstina kal û pîrê ji dengan re qelse, toz û telaza bênderan û rêçikên pezan, di ewan salên dirêj de, xendekên guhên wan xetimandî, nema gotin û deng karin riya xwe, di hundirê wan re, bi qeliêşnin.

     Bîst û çar roj, ji hatina wan li Helebê qediyan, şeva bîst û pêncan, Rûto derî li ser wan digre û diçe mal; ew îro gelekî bi xeme, dive ew û Elo, digel kurê xwe Cimo û çend kesên din herin mala Biro ku, qelengê keça wî li ser Cimo bibirin.

     Bi hev ketin, bi şahî li hev rûniştin, heya Memo ji van tiştan tineye, tev kulfetê xwe, li ber deriy, Cimo ne. Zengil dikutin, ji berî ku ew li derî bidin bi piçekê, kal bi zorê çavan ji hev dike û dengekî li pîra xwe dike.

     – Senem.. Senem.

     – Him te xêre, çi ji min dixwazî.. uh.

     – Gewriya min ziwa bûye, gulmek av bide min. Dengekî qelse, ziman giran bûye, li gor jîna dirêj a ku, qedandine û dîtina gelek kesên di ber candanê de, herduwan dizanî belkî ev gulma dawî be. Senemê Xwest rabe ser xwe, lê kabkuliyan negirt, di cih de ket, bi kûn xweşa xwe gihand ber avê zerik bi avê xwist, lê dît xir-xira gewriya kalê tê, sêvika gewriyê bi zor hildide, ziman dirêj dibe, ji dil de deng li Xwedê kir ku, canê wî piçek din bihêle û zerika dawî bide dest wî, nên û xuwê li hev helal bikin, lê xwestekên wê bê guhdan têtin pelixandin. Seriyê kalemêr hate badan, diran dizimên de çûne xwar û bi ser balîvê xwe de diqulibe.

     Memo ji ber derî bi rê dikeve, Senemê dest avêt ruwê Kale-mêr çavên wî girtin, xwest diranan ji zimên derîne û têxîne dêv, çenê li ser bide hev, lê karekî zor dît, bihnek nexweş kete bêvilên wê, şûşeyê bihnê ji paşila xwe bi derxist û li ser rû û candikê wî reşand. Şûşeyê bihnê bîranîneke kevin anî ber çavan; dema ku kurê xalê wê jê dixwet ku, ew ewî şûşeyî bigihîne dilbera wî, lê ji qeşmeriyên jînê û li şûna hevala wê evê rojê bibîne, vaye îro ewê li ber seriyê wî rûniştiye.

     – “Gelo, rast ev çerm û hestiyên li pêşiya min, ên wî xortî ne, keçên gundê me tev li hêviya nerîneke wî bûn. Jîna tal te ji stûnê mal, ti tişt nehîşt; mîna kurman kete hundur hestiyên wî û ji êlekê ve xwar.. xefaret Xweda ji kufriya min. kêfxweşiy mala Biro bi derngî bi dawî tê, bi ken û çepik ji cem bi rê dikevin û Rûto û mazûvanên xwe riya mal digrin.

     – Ezê herim seriyekî li kal-pîran xim. Rûto got û xwest wan berde, lê Elo xwe da nik wî; şahiya îşev şevin xweş û bi gewz anîn bîra wê, xwest ku wek berê seriyên xwe bidin ser balîfekî. Raste ew ne ciwanin, lê damarên wê hîna ziwa nebûne, Rûto dev da nav nivînan.

     Tîrêjên rokê tariya şevê revand, xelkên bajêr şiyarbûn, ji nav nivînan, ji hembêzên pîrekên xwe dikişin. Rûto dev û lêv xistine nav memikan; belkî piçek gewzî ji jînê bidize, lê katijmêrê nehişt ew mêtina xwe bibe serî, zengilê wê mîna çakûçan di seriyê wî de diçe xwar, bi zor û zehmetî xwe ji ba pîrekê kişand. Derî vekir dît ku, dengê dê mîna nalînên birîndarê di benê werbûbû û mitê dara sindiyanê ku, dipiştê re serî hildabû, dengê wê ji kûraniyê ve tê.

 

 

 

(4)

     Salox gihişt hemû xisma, ew kom bûn, di nav xwe de gerandin, dê çawa bikin, ên pir bi neçûna gund re ne, raste temiya Kale-mêr ku, di nav bavkalên xwe de bê veşartin, lê demê çavên wan bi dereve dikevin, bi birûsk û baran û req-reqa ewran, temiyên wî cihê xwe di dilên kurên wî de nabîne, gelek ketijmêr borîn, heye ku, termê wî hate şûştin û li ser hat nimêjkirin.

     Kale-mêr li ser çar daran danîn, hêdî-hêdî bi rêketin, xwendina (fatîha) qêrîn û giriyê xisma bilindkir; pîreka Rûto ya Memo xwe qotkirin, hawar-hawara wane.

     Girî, qêrîn di gewriya Senemê de bûye çiqina maran, deng jê dernayê, rundikên zelal weke ava kaniyan di xendek û geliyan re diherikin, di riwê ku, bi xencerên salan hatine qelaştin û birînên kûr li şûn xwe hêştine re, diherkin û zû-zû ew têtin vemirtin; di axa ziwa de tavên biharê wenda dibin.

     Ji devê avahiyê bi derketin, kesekî gotinek got û tev di cih de rawestîn, lepên xwe bi jor de vegirtin, dev livîn û dest di ser riwê xwe re xuşandin, tabût li tirmbêlekê siwar kirin û dane dû hev, piştî demekê ew li Goristana Henên radiwestin. Xemgîn kurê Memo mat ma; wî naskir ku temiya kale-mêr, a dawî, li erdê ket û ew di bin kerikên solên xwe de perçiqandin.

     – Bav çima em naçin gund û em temiya bavkalê xwe bi cih neyinin, me salox nedayî amê min Hiso ku, emê wî li vir veşêrin, soza me ku em herin wî li gund veşêrin. Xemgîn dixwest ew biçin gund û çûna xwe weke keysekê didît, da ku, Gulê; keçama xwe bibîne.

     – Ev ne karê te ye, ma tu baranê nabînî û tu bi xwe riya gund nasdikî ku, ew çiqas pîse, ma tu dixwazî bûyerke din bi me re bibe. Xemgîn devê xwe girt, ew wilo zû-zû dêv nagire, lê dît gotinên wî, dê bê sûde bin.

     Gora kale-mêr amade kirin. Xemgîn ji ba bav bi dûr ket, xwe li şûna mêra girt, yek pîrek jê derbasbûn li hêviya diya xwe ya pîr; Senem e. Ew pişt xûz û bi gavine koseyî mîna ku, yek di xew de be û bimeşe. Ewî xwe lê girt, tîrêj û awirên pîrekan li wî ye, bi destên wê digire û dema ew çavan hildide dibîne ku, baweriya wê di cih de bû.

     Cendek bi lez ji tabûtê bi derxitin, cila mor ji ser avêtin, kefenê sipî firî û kete çavan, qêrîn bi bûkên Senemê ket û deng li hev kirin, dema wê dengê wan kir seriyê xwe hilda û bi dengekî bilind kenî.. kenekî bê reng, çavên hemûyan lê bû, lê ewê kenê xwe nebirî.

     Rûto bi çepilên wê girt û ber bi tirembêlan kişand, wê xwe bi erdê ve kir şima, xwest rakêşe, dît çavên tevan li wane. Hatina Xemgîn.. pîrejin ji nav lepên wî derxist û ewê serî xiste sîngê wî û azirî.

     Ew veşartin, mele dest bi telqînê kir û dîsa tevan destên xwe bi banî de vegirtin, di navbera her çend gotinên wî de, ewana peyvek digot, peyveke bi tirs û dilgermî û dema mele karê xwe qedand, her yek rabû ku, li termbêla xwe siwar be, lê hêsirên ezmên bileztir bûn; ew û gora kalê şilkirin.. qêrîn û req-reqa ewran, tirsê dixe dilê wan û gelî bi xeyd zikê xakê diqelişîne.

     Xemgîn ji diya xwe ya pîr dixwaze ku rabin, ew destmala ber eniyê rêdixe, lepek herî ji gora kale-mêr hiltîne û dixe navde. Ewana dev dane Helebê, her yek bi raman û rewşa xwe de mijûl ketiye.. dixwazin bilez vegerin ser karên xwe û pireka ev roja sar weke keysekê dîtin ku, vegerin hembêza pîrekên xwe yên gerim, bi tenê pîra Senem, hişê xwe li şûn xwe hêştiye.

 

 

 

(5)

 

     Yek meh di ser mirina kale-mêr re buhrîn, pîra Senem di navbera herdu malên kurên xwe de diçe û tê. Kanî bajar ji gund; di dawiya jîna xwe de ketiye zindanê, ew rojên gund ku, dema banga dîkan ferman dida sibehê ku, ew konê xwe verşîne û şeva koça xwe barke, dengê zengilên mirêh û berana, kalîna berxikan, xişt-xişta keyandina dêw û demê ew deng tevlî hev dibûn, gul di dilê wê de dipişkivandin. Tîrêjên rokê yek ramûsanan ji bijankan distîne û xewê ji wan direvîne.

     Pîra Senem nema dikare di navbera çar dîwarên bejî de bijî, nemaze piştî koçkirina kalê wê; lewre ewê ferman da ku, here gund, lê gelo kanî mal. Ev pirs û pirekên dîtir di seriyê wî de lêdidin, lê dil bersivan ji mejî didize. Dema ku, ewê çêra gund kir, jê re negotin na, lê kesî negot tu yê çawa bijî û bi çi û gava peyva tiştên xwe kir, erd û ezman bû yek, şemeta wan di gunhê cîranan re derbasbû.

     – Çi.. çi tiştî çi, ev sûcê me ye, bes loma ji Rûto dikin, dawiya dawî em diz derketin. Elo di riwê Pîrê de kire qêrîn.

     – Tiştî çi anê ku, tu dibêjî tiştî min bidin min.

     – Ewê we.. uh.. ji gund aniye.

     – Me çi an.. hi.. çend dest pirtiyên te hebûn, fere-fûlkê te çi hebûn. Elo dîsan qêriya.

     – Eger tiştî me.. uh.. tinebû, em çawa radibûn û rûdiniştin, we ji.. uh.. bilî pera û zêtê.. uh.. mal tev bir, ez nabêjim.. uh.. ka pera û zêtê, bes.. uh.. pirtiya û fere-fûlka bidin min.

     – Ne te hana kir, bi Xwedê rojek bi tenê jî te li ba xwe nahêlim, here.. kuva derî her û tiştî te li ba me tine ye.

     – Bese ji te re, eger diya min bixwaze dê li cem min bimîne, na ku, xwest here gund kêfa wê ye, ew jî kurê wê ye.

     Elo dît ku, mêrê wê gelekî zana derket û wilo dê du çiv,kan bi kevirekî re gêrbikin; hin tişt bibin û hin jî dê ji pîrê xelas bin, lewre dengê xwe nekir. Pîra Senem dît gotinên wê bê sûde ne, çiqina cilên Kale-mêr û lepa heriyê kirin bin milên xwe. Rûto rabû ser xwe, da ku herê wê bigihîne tirembêla gund, lê Pîrê dest da pêş wî û rê li ber girt.

     – Na, naxweze.. uh, ezê niha.. uh.. herim mala Memo û Xemgîn dê bi min.. uh.. re here gund.

     – “Ev jî başe, peryên rê ji min re man, ma Memo jî ne kurê wê ye”. Bêyî devê Rûto ji hev bibe wî gote xwe.

     – Pîr ji hundir bi derket, ewê ti gotin negotin û ji bilî Rûto û zarên wî yên biçûk kes nehat ber derî. Senem li kurê xwe zîvirî, xwest ewî hembêz bike, weke çwaw ku di çûkaniya wî de û dema ku, ew ji ber zarên cîrana direvî û dihat xwe di hembêza wê de vedişart, lê dît seriyê wî ji hembêza wê mezintir bûye û ewî xistiye ber xwe de, çavên xwe ji erdê nabire. Ji cem bi rê ket bêyî ku, tişkî jê re bibêje.

     Pêpelûk pirin.. kûrin, hilm li Pîra Senem birîn, bi gelek cih rûnişt û piştî demeke dirêj gihişte zukakê, bihna wê firh bû, xwest her tiştî di bin çavên xwe re derbaske, bibeze mîna kesên girtî û nûh ji zindanê hatibe berdan, lê di cih de dil derizî, nûha pîreka Memo dê gelek xeberan jê re bide, lê çi bike; ewê nehişt ku, Rûto wê bigihîne tirembêlê û nizane bi tena xwe jî li bajarê Helebê bigere, belê Mala herdu kurên wê li taxekê ye, lê dema ew ji malekê diçû ya din kurên wan ew bi xwe re dibirin.

     – “Min bûdelê çawa negot: yek min bigihînin wê derê, ezê çawa mala Memo derîninim” Senem bi evan ramanan de ketibû dema ku, Xemgîn den lê kir.

     – Tu bi tenê kuva diçî yadê.

     – Wey qurban seriyê lawê xwe.. uh.. bim, Xwedê tu ji min.. uh.. re şand, ez.. uh.. dihatim cem we. Çavên Xemgîn li çiqena bin milan ket, naskir ku, tiştekî nuh heye.

     – Dê meşe em herin, tu dizanî ev rê diçî kuderê.

     – Ji kuve zanim, çima.. uh.. mala we ne li vî alî maye, ne.. uh.. tu ji mal tê. Xemgîn berkenî bû.

     – Na ka çiqenê û hêdî-hêdî em herin.

     – Na kurê min, ez.. uh.. dihatim cem we.. uh.. ku, tu bi min re herî.. uh.. hi.. gund.

     – Tu dermên venaxwî; bala xwe didimê ku kux û bîhnberdana te weke berê vegeriya ye.

     – Derman ji yên weke min.. uh.. re bê sûde ye, kurê min.. uh.. uh.. here saloxê bide mal, bila zanibin tu bi.. uh.. min re çûyî gund û.. uh.. dakeve em herin.

     – Tuyê li cem me be. Xemgîn nasdike ku, xwesteka wî dijware û bi cih netê, lê nayê mêjiyan ku, ev here gund, ewê çawa bijî û bi çi, mala wê tev birine û ewê li gund jî dê jê re bêje: kê mala te bir bila te jî bibe.

     – Na.. na, here bêje û veger. Ew di hevpeyvîna xwe de bûn gava tirembêleke sipî wek pirûskê di ber wan re buhirî, hêşt dilê Pîra Senem ji sîng bikeve û ji Xemgîn xwest ku, xwe ji ser rê bide alî û careke jê re bêje: Bilezîne here saloxê bide mal. Ewî dît gotin bê çare ye, piştî katekê wan riya gund girtibû.

 

 

 

(6)

 

     Katjimêrê parek ji dîrokê şewitand û ji berî ro here ava; koça xwe bar bike, ew gihiştin gund. çavên wî û riya gewr ketine evîneke giran, lê hîna evîna gund û dil bêhtire, xaniyên axî û bi dîrek, kozên berxikan, mizgefta nazdar.. kesên gund, tevan xwe avêtin çavan.

     Tirmbêla bi tenê ya ku, gund bi bajêr ve girêdide li pêş mizgeftê rawestî, kesên gundê Çeqela jê peya bûn. Gava lingên wî gihiştin erdê xwest ax û keviran hembêz bike, lê fedîbûnê ew girt, kesên gund derketine ser ban û sewkiyan; temaşeya evên ku ji tirembêlê datên dikin, ka xismên wan di nav de hene yan na. Xemgîn çav gerandin, ezman reng rengî ye, rengê aravî cihekî mezin di rojava de girtî, kevokên ku anuha di ewî alî re difirin, pê hatine şuştin û di jorî wan re yek pariyên sipî, ji ewran, di riwê ezmên re dixuşin, di binde jî gundê Çeqela, bê deng di hembêza çiyan de raketî, lê hatina tirembêlê ew ji xew şiyar kir. Xemgîn dest di pişta pîrê re bir û ji milan de ew hembêz kir û hêdî-hêdî daketin mala amê biçûk, rê ji Pîra Senem re gelekî zore; malên gund di zikê gelî de belav bûne.

     Ji berî ku, Rûto mala Pîrê ji gund bibe, ew mişt bû û piştî çûna wan, Hiso gotinên pîreka xwe bi cih anîn; “Ma tu jî ne ji wane” û ewî jî çi tiştê ku, li şûna ewana mabû ji xwe re bir û ode jî ji zarên xwe re seyand û wilo derfet jê re çêbû ku, di çi demê de be ew li stûyê pîreka xwe ne û ne weke berê ku, divyabû heya zaro razin û pirê caran ew ji berî ewana dirazî û wilo ew şev bê ser şûştin derbas dibû. Û vaye Xemgîn û Pîra Senem li pêş derî rawestîne bêyî ku zanibin ewê çibkin.

     Xemgîn kurê Memo yê mezine, salên wî bîst û çarin, li zanîngeha Helebê dixwîne, kesekî jar û qelese; mîna tajiyê nêçîrê por û birih reş, evîndarê Gulê ye; keça amê xwe, hatina îro ji wî re ne ji bo dîtina Gulê ye, lê tevî ewê yek jî û her ku, gavên xwe ber bi mala amê xwe davêtin dil bêtir lêdide, destek daniye ser qefesa sîng; tirsa wî ewe ku, vemire.

     Piştî demek dijwar û bi jan ku, bi rê de dîtin, ew ketibûn hewşê, pîreka Hiso ya ku, li ser kale-mêr dikir hewar, girarê dên hildibjêre, çavên wê li wan dikeve, rû tirş û tal dibe û awirekê dide wan. Xemgîn naskir dê roja wan ne bixêr be, ramanên wê jî, jê re digotin: “hatina evana ne bixêre, tiştek bi wan re heye.. . Ev Pîra cazî û ne bixêr dîsa vegeriya, bi Xwedê ti tiştî nadimê, çima ewê mala xwe bide yê mezin û ezê rabim derdên wê bikişînin”. Ew ji cihê xwe nelivî, wek kesê hevdû nebîne, ewana silav lêkir, lê deng bi ewê neket.

     Di ewan çaxan de Hiso li hundir bi zariwan re dileyst, dema dengên wan kete guhên ewî, ew ji cihê xwe rabû û derket. Raste ew yê biçûke, lê gava yek kurên Senemê bide ber hev, dê bibêje ku ew ji teva mezintire; por li serî nema ye, ji bilî çend mûyan di guvişkan de, ew jî sipî bûne, didan di dêv de nemane, cilên wî kevin û bi pîne ne, ew li dijî birayê xwe Memo ye.

     – Ser seran, hatina we bixêr be.. Xemgîn keremke. Hiso bi nizmî dipeyiv, ewî dixwest bi hatina diya xwe şah bibe, lê ji gotinên pîreka xwe ditirse; erê gotinên wî bi tirsin, lê ji tîna dil têne der, ev bûye çend mehin ku,ewî diya xwe nedîtiye.

     Ew bezî destên Pîra Senem, tilî ji rondikan şil bûn û dema ku, ewê xwest wî têxîne hembêza xwe, pişta xûz nehişt. Bi destê Xemgîn girit û silaveke germ lê kir û di cih de deng li Gulê kir ku, cih û balîvan ji wan re deyne; şahiya wî hişt ku, tirsa pîrekê ji bîr bibe, bi bihîstina navê Gulê re û hatina wê ya bê pêjin, sîngê Xemgîn guvaşt û rû zer bû, mîna zarokê ku di diziya zêtûnan de bête girtin, lê rewşa Gulê xerabtire; dilê wê tezî ye, nikare xwe li pêş pêlên wî bigire.

     Gulê keça ciwan û perwîn, bi lez bezî nivîn û pirtiyan û ew avêtin erdê; gotnên bav dilê wê germ kiribû û tirs jê revandî, lê çiqwas rengên keskesorê hene, tevan xwest ku carekê li rûdêmê ewê bibin mêvan. Dema ew dikevin hudir, Gulê destê pîrka xwe diramûse û bi fedî ber ve Xemgîn çû, dest dirêj kir.. tev de diricifin, xunavên xwêdanê ew pêçane. Çavên ewana rastî hev hatin, keder û jana dil ji hev re gotin, bijng perda reş bi ser ewana de berdide û nema Xemgîn ti tiştî, ji bilî porê wê yî reş û mîna avşîtan ku, bi ser qirika wê yî zirav û xala nazdar de diherike û sîng bi du kaniyên çiya avdide, dibîne.

     Xewna ji berî demekê hate bîra ewî; gava dît ku Xweda û piştî şeş rojên avakirinê, rûnişt û li dora xwe nerî, bi ser xwe de ponijî û hest kir ku, tiştek ji bîr kiriye û nahêle ku, ronahî li ser evan afrandinên ewî, li gerdûnê belav bibe û dema çavên wî bi Adem dikevin ku, ew mîna sêwî û siwêlekan di kucekî reş de rûniştî, ewê hîngê Xweda giriya û naskir ku, ewî ji bîr kiriye pêrekê bi afirîne û gava hêsir di kefên destên ewî de kom dibin, Xweda ji ewan hêsran Hewa di afirîne.

     – Xemgîn keremke. Dengê amê wî hêşt ku, ew ji deriya çavên Gulê û xewnan derkeve, Xemgîn bi lez bersiva amê xwe da, tevî ku ewî nasnekir ka pirsa wî çibû, lê texmîn kir ku, ewî li rewşa wî dipirse. Ew rûnişt û bi hêviya ku, amê wî ti pirsên dîtir jê neke, da ku karibe tîna dil, bi nerîna çavan û dîtina dilbere xwe, vemrîne, lê dengê jinama wî, ev gewza han jê dizî, gava ku, ji Gulê xwest bê û alîkariya ewê bike.

 

 

 

(7)

 

     Cend roj ji hatina Xemgîn û Pîra Senem, ewa wan a gund, qediyan; tîna hevdîtinê sar bû, lê yaGulê û Xemgîn qet sar nabe û di nav evan rojan de, gotinên nexweş ji pîreka Huso û di aliyê guh yê dîtir re derbaz dibûn, nemaze piştî ku, ewê dît mêrê wê kela bîrîkiriya diya xwe, di navbera evan rojan de rijand û piştî naskirina ku, Rûto mal-mewal bi Pîrê nehiştî û şandiye ser wana.

     Reşî kete erdê, xelkên gund ji kar û şivantiyê vegeriyan malên xwe, tev zar-zîçên xwe li ber sifreyên xwe rûniştine. Mala Huso jî sifreya xwe û li bin qentereya di nîvê hundir de, legena kolikê, danîne û dew û pîvazeke bi girsiya kulmekê li ber ewana ye û zar hêdî-hêdî li heldorê civîn û yek parî jê dizîn, ji berî ku, ewên mezin cihên wan jê bistînin û evê yekê hêşt ku, bavê wan du-sê dengan li wan bike.

     –  Xemgîn.. anê, ma hûn mêvanin, naxwaze her tim ji were bêjim: kerembikin. Huso dengek li wan jî kir.

     Xemgîn di ber xwe de peyivî û li çavên pîrka xwe nihrî, dît ku yek hêsir de wn de ziwa bûne; ev dema êşa wan e, zor û kedera ewana di evan deman de; gava xwarin dadikeve bêhtir dibe û nemaze xwerina êvarê, gava ku rê namîne ew xwe bidin alî û di quncekî re xwe veşêrin û piçin cihekî din buxin an jî demeke dîtir.

     – Cima nayê bi me re naxwî. Huso deng li pîreka xwe kir û jê pirsî.

     – Hûn buxwin bese, bila ez kuratiyê reş bixum.

     – Ci heye dîsa, tu çi dimirî, çi ji te kême.

     – Xwedêkê, tu çima nezane bipeyivî, çi ji me ne kême! Ji sibê heya bi êvarê, em weke keran dipekin, we kesî cara gotiye em alî wê bikin, bes hûn gurê xwarinê ne.

          –  Tu çawa dixwazî alî te bikim, ma tu nabînê ku ez sibê zû ji mal dertêm û êvarê vedigerim. Huso gotê.

     – Ê bi Xwedê ez jî nikarim xizmeta malbatê tevî bikim, ez nikarim xizmetkim û xeynî min jî buxwin.

     Parî di gewriya wan de ziwa bû, bû ziqûm û çiqina maran, Gulê ji ser sifrê bazda; çû paşiya xênî û dengê giriyê wê bilind bû, Xemgîn jî nizane xwe di kuderê de veşêre, ew ne dikare berdewama xwarinê bike û ne jî dikare rabe ser xwe, ew wilo di cihê xwe de tevizî. Tevan naskir ku kêr gihîşte hestî, Xemgîn rabû ser xwe, xwest ji mala amê xwe.. ji gund, ji cîhanê.. ji jiyanê bireve, ewî xwest ji çermê xwe derê, lê diya pîr hate bîra wî, dê di destê kêde bihêle.

     – Xemgîn tu çima rabû ser xwe, çima tu naxwî. Dengê amê wî xeniqiye, nikare çavên xwe li yên wî rast bîne.

     – Min têr xwar.

     – Guh nede gotinên wê, ev mala amê te ye û wê ne ji mala bavê xwe aniye.

     – Eger mal ne ya mine, çima ez weke kera dipekim, bi Xwedê hema piçekê jî li evan deran nasekinim, bila hûn li hev pîrozbin, eger hûn evqasî li ber Pîrê ketine. Ew di vir de bervê xwe ber bi Xemgîn dike û dibêje wî: çima hûn pîrê nabin ba xwe.

     Xemgîn guhdarî nava xwe kir, gotinên ewê di cih de ne, lê mala wan ji ya amê wî ne çêtir e, diya ewî jî evan gotinên wê dibêje. Raste heya ewê şevê pîreka Huso dipeyivî, lê yan di ber xwe de yan jî di nav cihê mêrê xwe de digot: “Bila diya te vegere cem ewê ku, pere û zêt xwariye”. Lê ewê şevê ti tişt di bin cilê de nehêşt, tev verîşand û bi awayekî sayî ji ewana xwest ku, cihekî xwe yî din bibînin û ew lê razin û.. dengê giriyê Gulê hîna ji paşiya xênî ve tê. Şeveke reşe, ewî bi destê pîrê girt û derketin, dema Huso hat pêşiya wan û xwest ewana vegerîne, Senemê çavên avdayî hildan ruwê wî û ji nuh ve bi riya xwe de çûn, bi zor-zor ew gihiştin ber deriyê Mala Çîlik û piştî ku, çend caran birê ve rûniştin.

     Çîlik birayê Senemê ye, kalekî navsale, navê wî li gor nihadên ewî hatiye; dema mirov li ewî dinihêre, bi hûnikiya dil hest dibe, hertim tu dikarî di çavên ewî de Xweda bibîne, raste eyarê dêst û ruwên ewî qermiçiye û xendek jî bi qasî hejmara salên ewî hatine kolan, lê nehiştine ronahiya ruwê wî vemire. Dema derî ji wan re vekirin û ew ketine hundir, tev de mat man û piştî bihinvedankê û bihîstina çêrokê, Çîlik û bi ewê tîna xwe ya ku dikele, xwest here gevziyekê bide xwarziyê xwe, lê zarên ewî ew girtin û gotin: “heya sibe veyê, Xwedê vê re”  û ewê zanibin çawa hesaba wî bidinê, lê hesabê cotarî û bênderê li hev nehat.

     Bi şev û piştî çend katan ji rûniştin û hevpeyvîna ewana, kevoka canê Pîra Senem di hundir de diperpite, li ber seriyê wê kom dibin. Çîlik çend caran milên xwûşka xwe hejandin, dev xiste guhên wê û bang li navê Xweda kir, lê deng bi Pîra Senem neket, ewê tenê carekê çavên xwe vekirin û bi melûlî li dora xwe nirî û li ser wêneya rûdêmê Xemgîn rawestiya.

     Dengê girî bilind bû, Çîlik bezî pirtûka “Quranê” û çend ayet ji bo canê ewê xwendin, bi dengê girî re gundî li ewana civîn û piçek neçû çavên Xemgîn bi pîreka amê xwe ketin, xwest here bera wê bide, lê ceger nekir, lewre ji mal bi derket û di dest ewî de pirtûka ku, herdem bi xwe re digerîne.

     Sibeh li ewana dahat, her kes bi karê xwe radibe; hinekan gora pîrê amade kiriye, pîrekeke navsal û tevî çend jinan termê Senemê, di piş perdê de, dişon. Xismên ewa mirî jî girî û lorandinên xwe didomînin û hin kes jî xwerinê, ji mêvanan re amede dikin û meleyê gund, pêş de, ber diranên xwe yên kurmî vedide; belkî çend pariyên zêde ji xwarinê di nav ewana de cih bigirin, lê Xemgîn li ewan deran nayê xuyakirin.

     Li ser çar daran, bi selawet û girî gihandin goristanê, a.. ax bi ser kirin û mele telqîna xwe kuta kir, xisimên pîra Senem rêzgirtin û her kesê li wir seriyên wan xweş kirin, lê Xemgîn hîna xuya nebûye. Piştî tev vegerîn mal û ser karên xwe, ew gihişte ser gora wê, lê hinekan got: ku ewana bi çavên xwe dît ku, ew ji hundirê gora Pîra Senem bi derket. Ew bi neynûk û napirçekan bi gorê ket, ew veda.. heya ku, kefenê sipî jê ve xûya bû, dest avête paşila xwe û ew pirtûka ku, hertim pêre bû, danî ser sînga Pîra Senem û ji nuh ve ax bi ser de kir.

     Û Xemgîn ji ewê rojê de winda ye, li ser bextê hin kesên ku, li ser tirban mabûn, be ku, ew di dawiya karê xwe de bû kevokeke sipî û bi ezmên de firî.. winda bû”.

 

 

                                                              Heleb-1989.

  

  

 

 

 

 

اترك رد

إملأ الحقول أدناه بالمعلومات المناسبة أو إضغط على إحدى الأيقونات لتسجيل الدخول:

شعار ووردبريس.كوم

أنت تعلق بإستخدام حساب WordPress.com. تسجيل خروج   /  تغيير )

Google photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Google. تسجيل خروج   /  تغيير )

صورة تويتر

أنت تعلق بإستخدام حساب Twitter. تسجيل خروج   /  تغيير )

Facebook photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Facebook. تسجيل خروج   /  تغيير )

Connecting to %s