Pirtoka ,JI KANIYA çîROKê – HESEN XALID – Naverokên kurdî

18601334_1505383262857898_975599111_n
bo daxistina pirtokê ji vir;

https://www.4shared.com/web/preview/pdf/KiYoK9Urca

bo daxistinê pirtokên çapxana komcivîna zanyarên Azad
https://www.4shared.com/account/home.jsp#dir=h45exNMs

Navê Berhemê: JI KANIYA çîROKê

Navê Daner: HESEN XALID

cureyên Berhemê :Naverokên kurdî –

çap:çapa Elkitroniya yekemîn ,21 Gulanê.2017 S –
Hijmara xelekirî: 17 –

Hemo maf Ezber kirî ye ji daner re
Mafê weşan kirina Pirtokê Ezber kirî ye ji Nivîskar e û çapa Elkitronî Ya komcivîna zanyarên Azad re ye

https://reberhebun.wordpress.com/
;
bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin

reber.hebun@gmail.com

2

(diyarî)

ji diya min re

, yê koç kirî bê xatirxwazî,

bila giyanê te ,bi aşitî spartîbe

ji birayê minî mezin re, yê ,min fêrî zimanê kurdî kir

Hesen Xalid*

3

pêşgotin

di vê pirtokê de, hinek naverokên wergirandî hene, lêgerînerê kurdistanî Hesen Xalid, karibû bi vê kedê dilnizim, tiştên hatî gotin ji kevnî bide hev , û min jî ev xebat bi dilşadî dişopand, û bi vê awayî , mirov hizr û agehên xwe ,dikarê bi xweşî veguhêzînê di nav gotin û wateyê ev çîrokana , û evjî berhemê nivîsakar ya yekeme, ku dixwest bi van hevok û gotinên kevin bala mirovên hestyar û bîrnas bikşînê, lê em bi aweyekî zindî têkevin naverokê digel hev , ku em tiştin bav û kala digotî bi xwînin û derecaman bi hev re derxînin …

Rêber Hebûn

24-Gulanê, 2017

4

” Siwar û peya “


Tê gotin : kesek û kurê xwe bi Rêve di çûn – bev li kerê siwar di bû digotinê pa tu ji xwedê natirse ku ev lawik “zarok” bi rêve di çe
– û gava kur siwar di bû di gotin ,de qey romet û perwerde ne maye , pîremêr ser piya birêve di çê û evê weke kerekî swarê kerê ye …
Dema herdû swar bûn , di gotin : pa win ji xwedê na tirsin …
Dema herdû peya biRêve di çûn di gotin : hhhhhhh va do kesê bê hişin ji kerê bêtir …?!

****

( ku frbidê jî ew bizine )


tê gotin : du kes”2″ bûne hevalê rê di rêbwarekê de , ji aş û bajar vedan , ji dûr ve reşek dîtin …
– ew bi zineke yaho …
– na ew baze ” teyîr ” keko ..
– de na lo bizine …
her di çin ber bi wî reşî ve , nêzîk bûn , baz ” go fir ” bi asîmana ket û çû , bû tiqtiqa ye gotibû “teyîr e ” gote yê dî …

5

– pa min ji tere ne got teyre ..?!

yê dî lê vegerand :
– heme bi xwedê ku ew bizine ku ew bi frê jî …

” Jin û mêr û ajal “


tê gotin ku Jinek û mêrê xwe çûne serdana ajal gihekê , meymûnek dîtin bi hevjîna xwe re di leyîze
jinê ji mêrê xwe re got : ev çiqa çîrokeke hezkieinê gelekî xweşe
û dema çûn serdana rekiha şêra dîtin ku şêrê nêr mexeltiye bê deng û hevjîna wî “şêra mê” hinekî jê dûre …
jinê dîse ji mêrê xwe re got : çiqas ev çîrokeke hezkieinê bi kedere …?!!
rabû mêr jêre got : ka vê qotîka şûşe ya vale bavêje pêşya şêra mê û meyzeke wê şêrê mêr çibke ..?!!
dema jinê qotîka şûşe ya vale avêt , şêrê nêr dîn û har bû û qîj da de jina xwe bi parêze
dema çûne cem rekiha meymûna û qotikeke şûşe ya vale avêt pêşiya ya mê , yê nêr revî û ji dev hevjîna xwe berda de qotîka vale lê ne keve…?!
mêr ji hevjîna xwe re got : ne xape bi tişta tu bi çavê xwe di bîne ji derdora xwe , hene kesê mirovan di xapînin bi

6

hestên xwe , û hene kesê hestên xwe ji xwa re di hidirwê xwe de di hilînin , dilê wa bi hezkieinê pêçay ye …?!

****

” Dih kiras “


tê gotin : ku kesekî ne sazkar hebû li bajarekî , xwedî xêra qencî pê di kirin , rojekê di nîva bazarê de yekî ew dît ku ser dih”kirasa” li xwe kirine …
jêre got : çima te ewqas kiras li xwe kirine , di vê germê de …
ji wîre got : xwedan xêran di dine min ser canê dê û Bavê xwe …
û dema ez di bime malê ca min wan belav di ke û dide xelkê û ji min re di bêjê : lawo de bila xêra Bavê te yê mirî be …
lewre ez wan çekan “gelabî” ser hevde li xwe di Kim …?!!

****

” Çav derewîn “


tê gotin : ku kurte filmek (dih çarîk) xelata pêşbirka kurte filma wergirt û dema hate weşandin di holên sînemayê de gekek kes hatin da beşdarbin ,

7


film dest bi wêneya baniya odeyekê kir û betirî (şeş çarîka) ma bê guhartin , temaşevan dil giran bûn û gotin

ji xwezya re me dema xwe û perê xwe winda nekiriba …?
lê ji nişkêve kamîre (wêngerî) xwe ji banî berda xwarê…?

di wê kêlîkê de zarokekî kêm endam bi carekê re (seqet) ser pişta xwe dirêjkirye …
di dawiyê de ev hevok hate ” nivîsandin ” li ser ekranê sînemayê (me ji were tenê heşt 8 çarîk pêşkirin ji baniya odê “xanî” ya ku ev zarok di jiyana xwe tev de di bîne ) û hun tev de dil giran bûn û bû pitpita we û we nikarî derbaskin …!!
lewre bi buhayê her çarîkekê ji jiyana xwe bigrin…?!!

****

” Xwe Naske “


kesekî ji yekî kurd pirsî : pa çiye te di bînim bi zimanê kurdî ve girêdayî tu na axive ne bi wê tenê …
kurdo lê vegerand : ew zimanê dayîk û Bav û bapîr û pîrika mine …
dise jê pirsî : tim te di bînim tu dibêje ku ev “qad” kurdî ye ..

8


kurdo bessiv dayê : dayîka min ez anîm li vê derê weke ca wê ew anî û ca ca wê , û ca ca ca wê …

wî kesî pirsî : pa ev çiye ez we di bînim win (kurd) nav ne mat mayî li zarokê xwe dikin …

kurdo lê vegerand : bihna me (mirovê me ) jê tê bi kûrbûna dîrokê , wateya di de ku ez jê hîn dibim û gotarê ku ez jê hezdikim hildigre…
wî kesî matmayî pirsî …?
pa tu xwedî dîrokî …
kurdo bersiv da : dîroka min şûnwarin te ser wa ne xwendiye , û kêsên herî navdarin tu wan nasnakê , û şoreşên ku zemîn hejandine , û wêje karin parçek ji wa çem mine , û karwanê cangoriya xûîna wa di rayê min de dike beqe beq…
kesê dî got : ev tê wateya ku tu nijar perestî ..
yê kurd gotyê : “bi bihin ferehî” heger ez weke ku tu di bêje , minê bi zimanê te li te venegerandiba ne , di wê dema ku tu tîpekê ji zimanê min nizanê , wê hin ji dost û hogirê min Bavê te li zarokê xwe ne kiriba ne , û minê hebûna te di nav qada xwe de erê nekiriba, di dema tu hebûna mi erênî na kê ser qada me , û minê tiştek ji dîroka we ne zanîba ne di dema we xwes û hîn hewl di din û di xwazin dîroka min veşêrin û tune bikin …?!

9

****

“KEFEN DIZ “


Dilovaniya xwedê li kefen dizbe
dihat gotin – lideverekê çiqas yek dimir û gundiya û

binax dikirin û diveşartin êvarî mirovek ji wî gundî diçû gora wî divekir û kefen didizî û laş vedgerand gorê gundiya ew kes naskir û gelek caran gotnê ..
şerme û gunihe karê te lê bê encam bû…
sal çûn ew kes mir lê kesekî ji gundiya nego rehma xwedê lêbe .. kurê wî bixwe nexweş kir û likarê bavê xwe vegera lê kefen didizîn bê laş vegerênê gorê rabû gundiya go rehma xwedê likefen dizbe …?!

****

“Derewvan”


Tê gotin ku kesekî derewîn hebû , Şivanê gund bû , Jêre digotin( Hemo) kesekî ji Gund Bawerî bi gotinê wî netanîn , Rojekê ji rojan ( Hemo ) li çolê bû li ber pez bû ji nişkê ve rabû ser xwe û hawar kir gundiya ….
– Hawara gundîno werne bi min ve werin , rivdîk gur va Êrîşî keryê pêz dike …

10

– Hawara hawara gundîno…….
– Gundî tev bi hawara wî ve çûn yê rahişte doqmaqê dara …

yê rahiştî kêra …
yê rahiştî bista û demança …
– Piştî gihane cem ( Hemo ) tiştek ne dîtin û ti Gur jî ne dîtin ..
Jêre gotin : ( Hemo ) pa kanî gur … lawo , got : dibe ku

revîbin û çûbin ..
Jêre gotin : ( Hemo ) sed gur bûn …
got : dibe ku ( 80 ) ê gur bin
– ( Hemo ) 80 ê …
-na belkî (60) bin…
– ( Hemo ) 60 bûn …
-na belkî “40” bin
Her gotnê û her ( Hemo ) di hate xwarê , ta giha gurekî …
Gundiya jêre got :
( Hemo ) gurekbû …
Rabû ( hemo ) ji wanre got : heme bixudê mi dengê (xuş xuşekê) kir û ez ji
(xuşxuşê nehatim xwarê )

****

Cuha

.ji ” Cuha ” pirsîn : temenê te çende , go 40 sale, piştî 5 salan dîse jê pirsîn temenê te niha çende …

11

gote wan : 40 salî me gotnê : çawe çêbû berî 5 salan me pirs jî te kir te got : 40 sale û piştî 5 salan dîse tu dibêje 40 sale pa wisa çawe çêbû …
“Cuha” ji wanre got : û hun piştî 40 salê din jî ezê dîse wisa bêjim , gotna min yeke û ez jê nayêm xwar û gotnê

xwe na guharim …?!!

12

****

“Devih û Rovî “


Tê gotin: ku devihek û rovîyek bihevre diçûn , ji Aş û bajar gotin vedan li pêşiya wa çemek derket …
rovî go : gelo ev çem kûre …
devihê go : digihê kabokê…
rovî xwe li nav da û bin Avbû
devihê Ew bi devê xwe derxist ji nav Avê…
rovî go: te digote min dighê kabokê …?
devihê jêre go : erê lê kaboka min ne ya te …?!
( herkes naske pîvana xwe ji ya dî )

****

(( Hovê nezanînê))


-Tê gotin ku xortek bedew hebû çû seredana bajarekî xweş û bedew, her tiştê li bajêr gernijîn û dilşadî ûdilgeşî di da neşteciyê wê , lê ew matmay ma ku kesê liwî bajarî dilşikestî û dilgiran bûn …
Biryar da ku rastiyê bizanibe ku ti kesî ji neşteciya jêre negotin û ne di zanîn …

13


Go ezê herim cem hişmendê bajar bi xwe …
Hişmend bi xwe xwe dabûne rexekî di şkevtekêde di

hindirwê çiyayê derdora bajar , çû ji wa pirsî …
Çima kesê bajêr di giranin û bajarê wan gelekî xweş û bedewe ?!
Hişmendekî ji wa lê vegerand û got : di baniya vî çiyayî de yê dikeve di nîvê bajêr de, (hovek) heye ,çiqas kesek serê xwe dirakê ew hov wî kezeb qetandî dike …
Lewre tirsê ew dilşkandî kirne …
Xort biryar da ku herê cem wî hovî de jê bipirse …
lê hişmendekî şîret lêkir ku jiyana xwe nexe metirsiyêde …
xort lê vegerand : ji dilêriyê ye da li hember nasîbûna rastiyê û metirsiyê derkevin , û berê xwe da riya ku diçe çiyê û hov hewl dide wî bi tirsîne, çiqas xort bi çiyê dikeve her hov piçûkê dibe û her hov piçûkê dibe çiqas xort nêzîkî wî dibe ta giha qumtara çiyê , hovekî gelekî piçûk dît , ne biqasî lepelî wiye …?!
xort ew hov girt û jê pirsî : çawa te karî xelkê bixapîne û tu ev qasî… ?!
got : “nezanîbûna ku wa hişmenda di hundirwê wa kesan de çandî ” wisa kir ku ez bikaribim neşteciyê vî bajarî , van “hişmenda yekî bihêz û mezin ji min çêkirin ku kesek nikaribe min bişkîne tevî qam û qelefeta min ” û ez ji xelkêre dame xuyakirin ku ez ji herkesî xurtirim …?!

14

****

Pila hizran


Tê gotin : ku mirovekî , yekî “ereb” li cem avê dît , barê devha wî bala wî kişand , barekî mezin û giran bû …
Rabû ji yê “ereb ” pirsî ew bar çiye … ?!
Got : cemek “aliyek” pêdviyê xwarinê ye ji bo birêveçûna jiyanê û cemê dî ax e , de herdû cem hemberî hev nekevin û bibin weke pîvanê …?!
mirov jêre got : çima tu ji dev cemê ax ê bernade û navêje û cemê dî bike do beş û li herdû cemê têrê hevbeşke , de barê ser pişta deviha te siviktir be …?!
Xwedyê devihê got : tu rast dibêje û ax derxist û barê cemekî kire di herdû ceman de û sivik bû barê deviha wî û
ji mirovê rêbwar pirsî :
Pa tu meznê êla xwe yî ya jê tu oldarî …?!
Go : ne ev û ne ew lê ez mirovekî weke herkesî ji vî gelî me …
yê ” ereb” jêre got : xwedê ruyê te reşkirî , ne ev e û ne ew e , tu şîreta jî di ke …?!
dîse barê ax ê vegerand wek e berê û barekî giran û bê sûd û bê wate danî ser pişta deviha xwe…?!
( bihtirê mirovan hizir li cem wan ne girîngin , ger ku rast bin jî , weke li cem wan girînge pila mirovan xuyabûna wan jibo hizrên wan ger ku şaş bin jî ) …?!

15

****

(( Ez hatim xwarin Roja Gayê spî hat xwarin ))


tê gotin : ku şêrekî “şahê dehlê ” sisê ga dîtin , yek Reş bû û yek sor bû û yek spî bû …
xwest nêçîra yekî ji wa kê , hêdî hêdî rabû Êrîşî wa kir , lê hersê gaya bi hevre ew vegerand û berdanê ji wê deverê …
Şêr birçîbû , di hişê xwe de bir û Anî ku çawe nêçîra yek ji wan gaya bike û ji xwere got : dêmek ew bi hevre bi hêzin li hember wî , rabû biryar da ku herê li ba gayê sor û ye Reş û ji wanre got : ti pirsgirêkên min
bi were tuneye , wek win di zanin û hun herdû dostê minin tenê min di xwest ez gayê spî bigrim û bixum de ji birçîbûnê nemrim û hun dizanin ku ez dikarim we …?
lê mebesta min gayê spî ye ne winin
Herdû gaya bi hevre ketin mitala û hizran de demeke dirêj û gûman kete dilê wande û hundirê wande ji hevre gotin : şêr rast di bêje de emê bi hêlin nêçîra gayê spî bi kê de ku wî bixwê …
Herdû gaya naveroka biryara xwe gihandin ji şêr re ku ew dikarê êrîşê bi de ser gayê spî
” Şahê dehlê ” bi lez rabû çû xwe zerkire gayê spî û ew derneqotî qadê kir û kete ser kelaxê wî de ta jê têr xwar û bêtirî heftîkê ma zik têr û dil şad bivê pîlanê û vê nêçîrê …
Roj çûn û hatin , şêr birçî vegera û bû xurxura ûrê wî

16

xweşbûna goştê gayê spî û rengê wî bi bîrtanî û dema têrbûnê li herdû gaya vegera û xwest nêçira yekî ji wan bike lê herdû gaya bi hevre ew êrîş şikandin û poçê bi hêz lêxistin û ew êşandin , rabû vegera bi paş de dil şikestî û zik birçî ma …
weke cara gonê şêr vegera pîlana xwe ya berê û bakire gayê Reş û jêre got pa çima te êrîşî mi kir û mebesta min ji nêçîrê tenê gayê sor bû ne ti bû …?!
Gayê reş jêre got : te ev tişt gote me Roja te gayê spî kuşt û xwar…
Şêr lê vegerand : kuro lawo tu dizanê hêza min heye û ez di karim we herdûka zerkime qadê bi hevre , lê min ne xwest jêre bêjim , ku ez jê heznakim de nebe kelem di pêşiya mi de …

Guman careke dî kete dilê gayê me yê Reş de û piştî çend mitala erêniya xwe efirand jêre
Roja dî ” Şahê dehlê ” çû gayê sor nêçîrkir û kete ser kelaxê wîde û heftîkê ma zik têr û dil şad çed şevê xweş derbaskirin û dil şad bi wê pîlanê û wê nêçîrê ma …
Roj çûn û hatin û dîse şêr birçî bû û bû xurxura ûrê wî rasterast li gayê reş gera û çaxê ew dît xwe zerkiryê de û ew laş avête qadê berê were kuştin gayê Reş Qîrkir û got : ((ez hatim xwarin Roja Gayê Spî hat xwarin))
Şêr heyîrî (matmaî) ma û lepê xwe ser rakir û got : çima te negot roja gayê sor …?!
Ji ber tu ma bi tenê …

17

niha ne wê dema ku min gayê spî xwar …

Gayê sor jêre got : ji ber ji wê çaxê ve ez ji wê “rêdarê” hatim xwar ew rêdara me di parêzê bi hev re û yê carekê jê were xwarê wê li ber bibe Arzan û hesan û dema mi xwarina hevalê xwe gayê spî Erênî kir hingî min Erênî da te de tu mi je bixwê…?!

18

اترك رد

إملأ الحقول أدناه بالمعلومات المناسبة أو إضغط على إحدى الأيقونات لتسجيل الدخول:

شعار وردبرس.كوم

أنت تعلق بإستخدام حساب WordPress.com. تسجيل خروج   /  تغيير )

Google photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Google. تسجيل خروج   /  تغيير )

صورة تويتر

أنت تعلق بإستخدام حساب Twitter. تسجيل خروج   /  تغيير )

Facebook photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Facebook. تسجيل خروج   /  تغيير )

Connecting to %s