Dewran Mamanî,di hembêza çiya de,Helbest

bo daxistina pirtokê, ji vir

https://www.4shared.com/web/preview/pdf/kEMtYujdei

bo daxistina pirtokên çapxanê

https://www.4shared.com/account/home.jsp#dir=h45exNMs

Navê Berhemê: di hembêza çiya de-

Navê Daner: Dewran Mamanî-

cûreya Berhemê :Helbest-

çap:çapa Elkitroniya yekemîn ,28 Gulanê.2017 S-
Hijmara xelekirî: 19-

Hemo maf Ezber kirî ye ji daner re
Mafê weşan kirina Pirtokê Ezber kirî ye ji –

Nivîskar e û çapa Elkitronî Ya komcivîna zanyarên Azad re ye

https://reberhebun.wordpress.com/
bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin

reber.hebun@gmail.com

Gotinek..

ji mêj de min di xwest berhemên xwe bi weşînim, lê mixabin derfet bi dest min ne diket. Di gel ku min dîwana xwe ya yekemîn /şewqa azadîyê/ di mercên girande di sala 1997 an de li bajarê Laziqîyê da çapkirin.

Helbestên di nava van rûpelan de di naveroka xwede corbecorin..û bi dem nivîsana xwe jî, ji hev dûrin.

Bi hêvîme ev berhevoka min bibe dilopek bi bandor û rol di pêşxistina pirtûkxaneya wêjeya kurdî de.

Dortmund,10.06.2017

Dîyarî..

Ji bo her mirovekî ku van helbestan bi xwîne..û naveroka wan bibîne..û me li bîra xwe bîne.

Mihrecan

Silav li we komîta mihrecanê

Silav li we hozanên kurdistanê

Bi xêr hatin Mîrê rêzbend û xaman

Şeyd û şabin , noşî be Meya caman

Nameya me di jiyanê aşîtî

Bila bimre bindestiy û koletî

Di welatê xwe di firdin Kevokan

Lê mixabin ser me de tên firokan

Em dibêjin: em jî wek we mirovin

Xwedî çand û zimanin qet ne hovin

Di dîroka kevnar de gelek kûrin

Emin Mîtan û Mad û Lor û Hûrin

Simê Hespê me gihane kurdevan

Şûn û pêmayîyên me didin xuyan

Heya neha diyarin Girê Mozan

Li Orkêş û Hemoker, Kelha Sem’an

Efirandin me ew Sira û Eywan

Neqişandin me ew wêne û peyman

Me kolandin kevrê dîwarê Bircan

Nivîsandin ser wan dîroka cîhan

Me Sitirha heriya wan Kelpîçan

Bi hostayî , heya îro berxwedan

Ew Tac û Textê mene têne dîtin

Pîlik û Polê mene tên veşartin

Di xwazin j’ kokê rakin netewa min

Lê bila xweş bi zanin dem dema min

Bila Xanî , Cizîrî , Feqhê Teyran

Xema ne xun di gornê de ti caran

Vane tajon Hespê wana di qadan

Torinên wan Mûm û Findê wa dadan

Silav ji bo hest û ristê helbestvan

Pîroz be l’ we hezar carî Mehrecan

25/9/2010

Girê legê

Di himbêza çiya de

Rûpelên dîrokê …

Xwe nû vedikin …

Di himbêza çiya de …

Di lûla tifinga lawên rojê de …

Cangoriyên welat de …

Nevîyên guhderzan de …

* * *

Di teqîna pêşîn de ..

Vejînek nû xuyakir ..

Mîna stêrek windabûyî ..

Di tariya asîmanê bilinde ..

Ji nûve dertê û ronahî dide ..

Pijiqîna tîrêjên wê dide …

Asêgih û kopên çiyayên …

Zagros û Qendîl û Cûdî …

* * *

Kûrahiya niwalên …

Xakurk û heftenîn .. û ..

şikefta birîndaran …

Ji tariyê rizgar dike …

Di bizdîne hemû

hov û kedxwaran …

Û di qewtîne

ji ser xaka pîroz …

* * *

Lehiya zap û xabûr ..

Li ber xwe dibe

termên kuştiyan ..

Kendalên Berfê

werdibin …

Ser Qelsokên

Toraniyan de …

Rê li ber êrîşbazan digre …

Xwezaya welatê min …

Wan napejrîne .. û ..

bi lez …

Ji nav xwe wan

di qeştîne …

* * *

Bi ref bazên azadiyê re …

Di kene û di bêje …

Kesî nekarî bi zorê …

Di rêwbarê min re , derbasbibe ..

Ne Rom û Iskender …

Mexol û Teter …

Ne Firs û Pîxwas …

Tev de şikestin …

Ser sûrhên keşwer …

* * *

Bi ref bazên azadiyê re …

Di kene û dibêje …

Werin ,,de werin …

Lawên min …

Ji we pêve kesî ..

di hembêza xwede …

Na hewînim …

Ji we pêve kesî ..

di hembêza xwe de …

Na êwirînim …

Girê legê

8-3 -2008

Civîna 12 ê adarê

Di dozdehê adarê ..

Em kombûn binya tarê ..

Gelek heval hatin wir ..

Li siryanê nû kevir ..

Em ketin malek rengîn ..

Bê goman xudan zengîn ..

Hêvîya serok em man ..

Hêjî heval dikşiyan ..

Piştî civîn qedandin ..

Ji wî cî em hilandin ..

Bûne rêz em li dûv hev ..

Silav yek-yek daye tev ..

Silav tev de qediyan ..

Serok dengkir bo giyan ..

Go : binêrin hevalno ..

Guh bidêrin delalno..

Îro emê hatine ..

Ji bo we çend gotine ..

Emê bêjin ji were ..

De nasbe ev koçbere ..

Îro meha adarê ..

Newroz jî tê buharê ..

Ewe cejna kurda ye ..

Kurda serî hildaye ..

Di van salê pêş me de ..

Wê rizgar be ji derda ..

Gelek sixtekar hene ..

Kelemê rêça mene .

Ger ji bo me rojek hat ..

Emê wan derxin j’ welat ..

Sedema mezin evin ..

Ta kurd ji ber dikevin ..

Zîq heval lê dinêrin ..

Guh pêlin hem bidêrin ..

Çend gotinê tûj û kûr ..

Avêtin me mîna şûr ..

Win zû bi xwe dikenin ..

Pir hişkin zû dişkehin ..

Win neha tev berpirsyar ..

Di nav gel de dikin kar ..

Nabê hişkbûn û tengî ..

Ev gotin ji bo we gî ..

Piştî peyv û axavtin ..

Me wêne hev re girtin ..

Dawî kire ev gotin ..

Bo we teva serkeftin ..

12/3/1990

Heleb

Qêrîna qamişlo

Dilê me ser te dinale

Qamişloka evînê..

Ti care bîra me nare

karê dijminê jînê .

Leşkerê pîxwasê hovan

bê wijdan û rometin ..

Ti car nabin wek mirovan

ne yê ol û cinetin ..

Di kolanê te di kujin

kulîlkên azadiyê ..

Ewin xwîna me dimijin

Me dikin bê dadiyê ..

Bila dijmin bizane em

ranawestin ti caran ..

Li dûv doza xwene herdem

ta hene em di jiyan ..

Xortên qamişloka rengîn

silvên germ ji bo we ..

Pêşve herin fêr û zanîn

pîroz be ev meşa we ..

Dil û canê me bi were

ji Indîwer ta Efrîn ..

Gel ji bo dozê perwere

dest didê we bi evîn ..

11/4/2007

Girê legê

Şêxê min

Şêxê min rabe , ji xewa giran …

Li benda tene , tev mêr û ciwan …

Tijîbûn ji wan , sikak û kolan …

Li hêvya tene , di qad û meydan …

De rabe serxwe , tu veke çavan …

Bi nêre gel tev , li ba te mêvan …

Waye tev hatin , gelê teyê jar …

Herikîn wek çem , ji gund û bajar

Dil sozê tene , seydayê mezin …

De rabe vêce , bêje çend gotin …

Gelek hê zûye , ji bo te çiwin …

Bejna te nayê , ti care mirin …

De rabe ser xwe , ey şêxê delal …

Neviyê Hefîd , şêx Seîdê kal …

Xwediyê peyv û zimanê zelal …

Dengê te geha tev deşt û newal …

Li te di pirsin , tev mizgevt û dêr …

Civatên pîra , karên xêr û bêr …

Me tirse êdî , ey şêxê hêja …

Dara te çandî , bi deng û bêje …

Vaye ji îro , pêde xuya ye …

Gelê te tev de , li ser piya ye …

Ji bo doza xwe , hişyarin em tev…

Divê bi zanin , em hene bi hev …

Girê legê

3-6-2005

Li bajarê qamişlo di bin konê şêx de ev helbest ji layê min ve hat xwendin ..

Şoreşa sûrî

Ji der’a ta Amûda

Hims û Hema û Beyda

Ji Dêrê ta Qamişlo

Sûriyan …. serî hilda

Qêriyan bo azadî

Jiyaneke wek hevî

Dijî zorê raperîn

Pîr û ciwan tev hevî

Nemaye ji Neyron re

Ne Fer’ewn û ne Haman

Ber şekê linga ketin

Bûn para sorgê zeman

Ji tere jî namînê

Hey kurê hov û kera

Binêre li Qezafî

Reviya çol û dera

Cih û war jêre nema

Ji tere jî namînê

Dawiya te nêzîke

Tê wê rojê bibînê

Kujerên berî te jî

Serxweş dibûn bi xwînê

Loq –loqeyê bê mejî

Gel wê tolê hilînê

Çav soriya tê dikê

Bi serê zar û xortan

Hêtler û Mosolînî

Ne kirin di oropa

Lehî herikî ser te

Tewan barê lep bi xwîn

Bin lingê xwepêşdêran

Tê noq bibe bin zemîn

Ewrên tirsê çirandin

Dil tev bûne ji pola

Sing vekirî di meşin

Te jî gorna xwe kola

Pêla azadîyê tê

Zordar divê nemînin

Jiyana sitemkarî

Emê j’ welat hilînin

6/11/2011

Girê legê

Girkê legê

Girkê legê , girkê legê ..

Rabin ser xwe tev bibin yek ..

Şerme ji me re ev parçebûn ..

Di kolanê xwe bikin yek ..

Em tev xwedyê vê dozêne ..

Apoçîne ..Berzanîne ..

Rengê me kesk û sor û zer ..

Eve Ala mey rengîne ..

Girkê legê ,girkê legê ..

Rabin ser xwe tev bibin yek ..

Şerme ji me re ev parçebûn ..

Di kolanê xwe bikin yek ..

Hevre bêjin yek dûrişman ..

Tev de bakin hey kurdistan ..

Em keç û xortê te hatin ..

Te rizgarkin ji bin destan ..

Girkê legê , girkê legê ..

Rabin ser xwe tev bibin yek ..

Şerme ji me re ev parçebûn ..

Di kolanê xwe bikin yek ..

Buhara gel azadiye ..

Gelî bira dem hatiye ..

Daxwaza me xweseriye ..

Çarenos di yekîtiye ..

Girkê legê , girkê legê ..

Rabin ser xwe tev bibin yek ..

Şerme ji me re ev parçebûn ..

Di kolanê xwe bikin yek ..

15/4/2012

Meşa şevê

Şevek bi mij û dûmane ..

Derketin em li kolana ..

Cot di meşin , ez û heval ..

Mihvanim li mala wana ..

Şev derenge , kesek nîne ..

Ji me pêve , wan derane ..

Di meşin bi lez û hem bez ..

Heya dighin , deryê wana ..

Di xwazin , hêjî bi meşin ..

Ji şevê re , pir kat mane ..

Hema carek , ketin hundir ..

Min got , ev der ne çiyane ..

Ta serbestî herim –werim ..

Yek nedê me ti fermane ..

Azadiya lê dipirsin ..

Werê dîtin kurdistane ..

Hema pirsa , tê bîra min ..

Çawe em vê qayîl mane .. ?

Sedem kiye ..? kî em hiştin ..?

Em li kûne .. kî derane ..?

Dunya gihaye kî derê ..?!

Hê girtiyê , van derdane ..

Me çi kirye .. qey çi bûye ..?

Felek li me çi dewrane ..

Çil milyon kes hezar salin ..

Ser tê kirin ev talane ..

Ji ber ve yek nakê hawar ..

Ne di bêjin çi gelane ..

Hema çaxê , hember zorê ..

Rabûne em bi çekane ..

Ser me gotin ev rêgirin ..

Mîna gurê , li çolane ..

Eger çibin û çawebin ..

Bûne bela serê wana ..

Kû de herin di şopînin ..

Wek morîstan , di nav wane ..

Ji destê me çawe herin ..

Ma em kîne ..em belane ..

Êş û jana , dilê dijmin ..

Em dijminê , dijminane ..

12/12/1991

Qamişlo

Kalê seyda

/ mele Ebdull rehmanê timoqî /

1992 dirbêsî

Xudanê dilê mezin …

Seydayê welatê min ..

Hevalê şoreşgera …

Hem rêncber û karkera …

Xudanê hêvya giran …

Bavê piling û şêran …

Zimanê xweş û şêrîn ..

Dermanê êş û birîn …

Mezinî cem mezinan …

Biçûkî cem biçûkan …

Şagirtî hem rêzanî …

Bi her tiştî di zanî …

Dîroka niştîmanî …

Derya fêr û zimanî …

Yextyarî temen sed sal …

Hema dilê te ne kal …

Can sivik û pî rehwal …

Li bejnê şal û şerwal …

Lezandinek pir dijwar …

Te dikir bo cih û war …

Ew mereqa di dilan …

Dilê te de bibû jan …

Lewra diçû pir dever …

Da bibînê çareser …

Ji ber ve ketye zîndan …

Dane ber zor û lêdan ..

Hema doza pê meşî …

Ti ca serî ne weşî …

Hûrik –hûrik digerî …

Di nav kurdên dilerî …

Heya gihaye Berzan …

Li cem maye çend salan …

Wire çiwe Mehabat …

Piştre vegerê welat …

Dibêjê , ev ne kurdin …

Evin welat diberdin …

Seyda di vegerê gund …

Ne mîna Nehroyê hind …

Xwe jî dispêrê hoyan …

Di nalê mîna Goyan …

Kul û derdan dikşîne …

Hema hêvî di mîne…

Tîrêjên roja rabûn …

Deşt û çiya vedabûn …

Herder kirbûn ronahî …

Bi sed reng û awahî …

Rengê kesk û sor û zer …

Hem di rengê Qoze-qer …

Xeml û xêla niştîman …

Xweşikbû , bi wan rengan …

Ew rengên ku li esman …

Bibûn hesreta dilan …

Daketibûn ser zemîn …

Neyar ji ber di revîn …

Ewrên di reş û tarî …

Nemabûn ser vî warî …

Êdî her kes di zanî …

Bi doza partîzanî …

Gundê Timoqê û derdor …

Ne dûrbûn ji banga jor …

Lehenga dikirin ceng …

Lewra gihabû wa deng …

Seydayê welat perwer …

Lê derbûn kul û keder …

Di pirsê gelo kîne …

Dîse derkin birîna …

Ma we heye ev rabûn …

Me bighînê serxwebûn …

Yan jî mîna yên berê …

Dijmin şîyarkê û herê …

Devê van hove-guran …

Vebê dîse li uran …

Serpêhatiyên kevnar …

Vegerin mîna her car …

Bo bersiva van pirsan …

Seyda dighê pir kesan …

Heya xwe gihand serok …

Hingî jêre dibe rok ..

Jêre dibe ronahî …

Dilan de dike şahî …

Seyda temenê bûrî …

Poşman dibe , di kûrî …

Dibê heyf û mixabin …

Bûrîn li min rojê min …

Pîr û kalbûm rî sipî …

Arî m nakin , dest û pî …

Ne bawerim , ev giyan …

Min bighînê wan çiyan ..

Dîse wek xortek ciwan …

Dide biryara jiyan..

Dibêje îro û pêde …

Ezê herim vê rê de …

Bila bibim nimûne …

Da kes ji me ne rûne …

Heya ku bê rawestan …

Talana li kurdistan …

Divê pir xuhdan û xwîn …

Xebat û hem têkoşîn …

* * *

Seyda li şar û gundan …

Digerê tevlî xortan …

Dibestîne civînan …

Ji bona kal û pîran …

Mîna Omerê Muxtar …

Ew jî dibe serwerdar …

Ji bona Melê kurdan …

Yekîtî dameziran …

Navê seyda belabû …

Li herderî xuyabû …

Bû serdarê giyanî …

Çand dilan de viyanî …

* * *

Gaziyek ji dil

Dilo jaro heya kengî tê bi mînê …

Wekî jar û perîşana bi nalînê …

Hevalên te dikin cenga têkoşînê …

Te tijîkir dil û cergê xwe ji xwînê …

Besa rabe êdî ji vê xewa giran …

Rewşa belengazê kurda qe nabînê … ?!

Mane parçe , mane bindest , di cîhanê..

Penaberbûn mane bê war di vê jînê …

Hawar û gaziya Dewran j’ dilê birîn …

Xwe bi pirsin berî ku yek j me ne mînê

Girê legê

12/10/2009

Doz parêzim

Dozparêzim heya saxim ..

Ji soza xwe nayême xwar ..

Guh medin gotnê kolane ..

Dil kovanim kurdistan yar ..

Ger ne hilgirtiya sîlah ..

Lê va di dest min de pînos ..

Di nav malikên helbestan ..

Di çime Zagros û Toros ..

Nav refên şoreşgerande ..

Di şoreşînim cenga şer ..

Hîm û hêza Partîzanan ..

Radikim dawiya dever ..

Di parêzim yara Gewher ..

Ji neyaran û rêgiran ..

Dergevanê wême herdem ..

Ser serê qontarê çiyan ..

Sermisax 1992

Bê war

Hêz û zomê xwe bi yekin ,

Kurdên gernas û dilêr …

Da ku dijmin ji we bi tirse ,

Dest bavêjin şûr û kêr …

Qet mekin pakî , li wan …

Ked xawrên hov û dirinde …

Sed hezaran ji me kuştin ,

Kirin dîl û derbende …

Li ser warê me rûniştin ,

Tirk û firs û ev pîxwas …

Ji me standin ti ne hiştin ,

Mane bê çakûç û das …

Sed hezar heyf û mixabin ,

Îro bûne penaber …

Welatê bav û kalê me ,

Tê de mane dagîrker …

Rê li ber me tev de girtin ,

Da ku tev de bi revin …

Lew di bînin di kolana ,

Çawe mil lev di kevin …

10/10/2009/

girê legê

Biratî

ez di ramim bi cîhanek ..

tê de aramî , xweşî ..

bijîn tê de bi serbestî ..

bê qayîş û gengeşî ..

netew tev de wek birabin ..

xwedî ol û ayendar ..

bidin hev rêz û silava ..

bila bimre dil reşî ..

bila barkin ji Gerdûnê ..

koledar û sitemkar ..

dest bidin hev aştîxwazno ..

jiyanê bikin geşî ..

22/12/2008

Girkê legê

Dengê me

Dengê me pir bilinde

Kes nikare vebire

Dengê çiya û medye

Dijmin nikare bigre

Xweş bi zanin zordano

Win nikarin me kurdan

Wê li jor tim bi mîne

Bilind ala niştîman

Heyf û tola sed salan

Emê ji we bistînin

Deşt û çiya û zozan

Qet di dest we namînin

Emin şagirtên Apo

Nevyên Rustem û Kawan

Ta hene di vê jînê

Di mînin ser rêça wan

29. 3.1999

Dema Med.Tv. vebûyî piştî girtina wê demekî

Ev jiyan

Çima xuda ..?!

Ji bo çi ..?!

Ev efrandin ..

Ev jiyan ..

Ev zemîn ..û..

Ev esman ..

Çima xuda ..?!

Ji bo çi ..?!

Ev hebûn ..û..

Ev nebûn ..

Ev ketin ..û..

Ev rabûn ..

Çima xuda ..?!

Ji bo çi ..?!

Ev hejarî ..

Ev têrbûn ..

Ev bê dadî ..

Ev dûrbûn ..

Çima xuda ..?!

Ji bo çi ..?!

Ev mirov ..û..

Ev candar ..

Ev payîz ..û..

Ev buhar ..

Çima xuda ?!

Ji bo çi ?!

Ev xemgînî ..

Ev şahî ..

Ev nalîn ..û..

Ev ahî ..

Çima xuda ?!

Ji bo çi ?!

Ev dubendî ..

Ev talan ..

Ev girtin ..û..

Ev lêdan ..

Çima xuda ?!

Ji bo çi ?!

Ev hejîn ..û..

Ev tofan ..

Ev şewat ..û..

Ev volqan ..

Çima xuda ?!

Ji bo çi ?!

27/8/2010

Girê legê

Rûmeta me

Çiqa nirx û buhane ..

Pakrewanên kurdistan ..

Li cem yezdan hêjane ..

Bihtir li cem me kurdan ..

Belê her tişt ji bo we ..

Çemê şîr û hingivîn ..

Cem me nav û dengê we ..

Sermedî bo we evîn ..

Pîroz bin we ew Perî ..

Ew jiyana win ku lê ..

Doza weya perwerî ..

Em tev anîne ser rê ..

19 /1/1993

Heleb

Ez û ramanek

Ramanekî pir dirêj

Ez kirime ker û gêj ..

Xew ser çavê min birye

Demjimêr bû dido hêj ..

Çi ramanek tevlî hev

Bi birîn û dil guvêj ..

Min naghînê ti encam

Çi dixwazê ey qirêj ..?

Ger bighînê rastiyê

De fermo ji min re bêj ..

Ez şiyarim narazim

Ta derkevê Gelawêj ..

Heya banga sipêde

Piştî te’et û nimêj ..

Hema baş te nasdikim

Ey ramano pir ji mêj ..

Tu ramanek ne bo min

Belkî ji bo guh dirêj ..

Cihê te cem min nîne

Here cem yê xwe tavêj ..

Bawerbe ez bernadim

Çiqasî ji min re bêj ..

Ji bo jiyanek sixte

Doza xweya dem dirêj ..

Heleb

12/5/ 1992

Çîroka evînê

Bi pirse yarê

ser evîna min

Wê ji tere bêjin

Raste çîroka min

Bi pirse ji stêrên

Şevên reş û tarî

Ji rêka kadizan

Ji koma sêwiyan

Ji stêrên bê miradan

Bi pirse ji Gelawêjê

Ji heyva çarde şevî

Ji asîmanê bilind

Wê ji te re bêjin

Çîroka evîna min

Çawe min şev bûrandin

Bi wan stêran re û ..

Navê te li wan kir ye

Heya bêjim gera stêran

Tev bû bi navê te

Û tu mayî stêra min …

4. 6.2000 yekşem

Girêlegê

Yara min

Yara min keçek delale ..

Çavê wê çavê xezala ..

Dirêj pore , pêrtê xware ..

Bisk girêdan , rengê Mar ..

Lêv ji sorbûna şebeşan ..

Çav ji keskbûna kerbeşan ..

Dêm xweşik rengê Hinaran ..

Dil ji ber bû , tar û mar ..

Min û yarê soz dabû hev ..

Şev û rojan dighane hev ..

Digerihan nav şihara ..

Hev re di çûn , gund û şar ..

Bûn evîndarê roja sor ..

Bûne heval bendê Ahor ..

Dane hev dû me diyarî ..

Ji hev re bûn qinyat û ar ..

2/11/1995

Laziqîyê

yasemîn

sorgula baxa yasemîn …

kulîlka zozanê rengîn …

kevoka bermal û kedî …

şêrîna rûken û fedî …

nazika rind û delalî …

durista dost û hevalî …

yasemîn

şitl û gula nû buharê …

xunca şax û çiqlê darê …

nêrgiza ber kevya çema …

desmala govend û sema …

dilbera her dost û yara …

gula ber gulya nazdara …

yasemîn

mixabin xuşka yasemîn …

daweta te şîn û girîn …

dengê bilûreka xemgîn …

ne dengê zirneya zêrîn …

şîqe – şîqa Ayetan tê …

waye dengê pir Melan tê …

yasemîn

bextê te reşbû yasemîn …

wek yê Memê Alan û Zîn …

Siyamend û Xecê Şêrîn …

Di gornê de ser te digrîn ..

Hemû evîndar di karîn …

Hêstir ji çavan di barîn ..

Yasemîn

Bûka bihiştê yasemîn …

Firişta ezman û zemîn …

Perîzana çem û derya …

Xizala çiya û berya …

Şox û şengî nû ciwanî …

Kî bi derdê te di zanî …

Yasemîn

Kî di zanî bi vê şînê …

Ti jî wekî Xecê – Zînê …

Wê li ser te bigrîn dilber …

Dilan de bê kul û keder …

Hêstirên çavan bi barin …

Xoşk û dê ser te bi nalin …

Yasemîn

Wêran bibin xanîyên wan …

Xwe diyên awirên giran …

Gula rengîn çilmisandin …

mîna Mûmê şewitandin …

Dil reşan û xêr nexwazan …

Peritandin tu bi çavan …

Yasemîn

12/9/1999

Girê legê

Zivistan

Zivistanê , zivistanê

Rawestîne vê baranê

Da biçînin keda salê

Keç û xort , derkevin ji malê

Bi bînin hev li kolanan

Ber derî û li eywanan

Vekin çavan , bi bînin roj

Hew xwe bidin ber arê doj

Derkevin çol û bêlanan

Wek Tilûrên asîmanan

Hilkişênin hilme ya xweş

Ji kulîlk û nêrgizên geş

* * *

Zivistanê , te kir qehtî

Di nav gel de bû mişehtî

Kevne sala , dost û yar in

Em bi hev re , xwed yê bar in

Sûc û gunhê me qey çî ye ?

Heya te ev me kirî ye

Hiştin bê nan , wek sêwiyan

Man ber dîwarê xaniyan

Dilê neyar bi me geş kir

Roj û şevê me te reş kir

* * *

Çi bê bextî hey zivistan

Te dizanî em perîşan

Bê heval û dost û yar in

Vê cîhanê em bê par in

Tenê me di got : ti dosta me

Te jî ber da ye destê me

Li ber pêla xistin hemî

Çiqa bê fehêt û şermî

Gazinda me , zivistanê

Ne j te tenê baş bi zanê

Ji çerxên felek û dewran

Ji zemîn ta bighê ezman

30 . 11. 1994

Sermisax

Dara min

Ser çilpikê dara min …

Ji nûve şîndan …

Tirhikên taze jê vezîlehan …

Mîna bûka xemilandî …

Di nava govendê ..

Dara min …

Ji xunc û bişkojan di çirisî …

Ha ..ha çîçekên rengîn …

Vebin û berê xwe bigrin …

* * *

Dara min ..

Kevne dîroka min

li bîra min tîne …

Her peleka wê serpêhatiyekî …

Şanî min dide ..

Û ..çîrokên kerwanên ,

di bin siha wê de …

rûniştine û vehesiyane …

ji min re dibêje ..

* * *

Çiqlê dara min

bi paçik û terîşên …

Bê miradan hatine

xemlandin …

Dara min …

Bûye dayîka bê miradan …

Û car –caran bûye

hêlîna dar kutkan …

Bi nikilên xwe bejna …

Dara min

kun – kunî kirine …

* * *

Dara min …

Xwedî rayê qayîm

mîna firîzê …

Pencê rayê xwe

herderî berdane .

Bejna xwe ti carî

ne tewandiye …

Li ber sira

bayê payîzê …

Seqema zivistanê

hişk nekirye ..

Kel –kela havînê

ziwa nekirye ..

* * *

Dara min …

Bi xwîna pakrewanan …

Avdayî maye …

Lewma geşe …

Di her çax û dem salan de …

Dara min …

Hêdî …hêdî ji nûve …

Şîndibe û geş dibe …

1/7/2005

G.L.

Darvekirina Qeralê Bexdê

Seranserî sînorê welêt

Bi sûrhê pêçabû

Ji xwe re kiribû , qada leyîstikê

Mîna Gayê har ..

Ku ji koxa xwe , derdiket

Kesî xwe li ber , poça wî ne digirt

Çi kiryarên hovane ..

Bi destê wî dihatin

Bê dudilî hemen

Bi mirovan dikir

Ti zagon nebûn , wî tewan barbikin

Bibû qeralê Bexdê

Xudayê ser riwê erdê

Gelek hebûn jê re , didan ber tilîliyan

Lê îro hêstirên wan

Mîna tavê baran dibarin

Kire kir nav perê ,dilê wan di keve

Û hêdî hêdî di peritin ..

Bi arê dilê xwe .

Gayê har û çav sor

Vê carê min dît , dîl û girêdayî

Ti pêjin jê ne di hat

Te di go qey ne ew Gayê berê ye

Pir tirsonek û çav şikestî

Kirin di sukrê , kendîla sitûr

Serî di ber de , xilêr bû mîna derba Şûr

Da bi zane bê bav , dunya ne ma ye

Ji tu kesî re , dawiya te jî

weka ya Dehak .. Hêtler û Mosolînî

winê tim bi mînin , nav sorgihê dîrokê de

30. 12.2006

Girêlegê

Di xew de

Çima yarê ji min dûrî …

Qey ti car nayêm bîra te …

Dinalim ez mîna goyan …

Şev û roj ber evîna te …

Ji ber çavê min qet narê …

Sawîrê bejn û bala te …

Di xewna de te dibînim …

Hembêz dikim lêlana te …

Didim ber ramûs û gezan …

Dêm û lêv û gerdena te …

Di vexum ji her du singan …

Ser xweş dibim bi meya te..

Hiş û sewdan serê min çûn …

Di nava buxç û baxê te …

Lîloz û laleşîna min …

Tu dilber ez dildarê te …

29-11-2005

girê legê

Filestîn

Welatê bindest û jara …

Welatê dîl û bindara …

Dilê me ser te xemdare …

Filestîn …

Welatê pêxemberayî …

Qeral û ser leşkerayî …

Cihê ayîn û olayî …

Filestîn …

Welatê ku bûyî zîndan …

Nema têde dibe jîyan …

Bi bûrênin wek mirovan …

Filestîn …

Penaberbûn di cîhanê …

Şênê Heyfa û Esqelanê …

Bûne qurbana peymanê …

Filestîn …

Sikak û kolanê şaran …

Lê raxistin laş hezaran …

Dengê gazî û hawaran …

Filestîn …

Rewş û warê perîşana …

Ji demên dûr weha mane …

Va xuşka te kurdistane …

Filestîn …

Azadî nayê hesanî …

Cîhan tevde vê di zanî …

Qelen xwîne ne arzanî …

Filestîn …

Miletê bindest seranser …

Divê yekbin wek birader …

Li hember , sitem û zorker …

Filestîn …

Zordar ji hev cuda nabin …

Goşt û hestî ji hev nabin …

Divê bindest tev de rabin …

Filestîn …

Li Helepçe ûQana xistin …

Bi hezaran , can raxistin …

Kesî mûmek vênexistin …

Filestîn …

Agirê dojeha kedxwar …

Sotandin Xeza birîndar …

Hilweşandin , b’ top û teyar …

Filestîn …

Hey cîhana pîs û gemar …

Qey na b’ hîzê qîr û hawar …

Ji dayîk û pîr û mendal …

Filestîn …

Çawe laşê zar û zêçan …

Li kolan û xan û manan …

Parçe dibin ber firokan …

Filestîn …

Dayîkên kezeb şewitî …

Bang dikin , dilek peritî …

Kesek nîne , bi xebitî …

Filestîn…

Şerm û fihêtî , qet nema …

Biryar geha Mey û sema …

Doza me avêtin çema …

Filestîn …

Sûnc û gunhê me qey çiye ..

Em mirovin wek hemiya …

Hin li deştê hin li çiya …

Filestîn …

Tenê mane di bindestan …

Filestîn û wa kurdistan …

Qey ne şerme ji bo cîhan …

Filestîn …

Tenê çare di destê me …

Dermanê êş û derdê me …

Li dûv doza xwe û xudê me …

Filestîn …

Para serkeftinê ya me …

Dîrok û belge û xame …

Nîşana dewr û heyame …

Filestîn …

Besa xemgînî filestîn …

Roja azadî tê bibîn …

Emê hev re bikin şahî …

Filestîn …

Silavên neviyê Kawa …

Silahedîn û Xesrawa …

Di reşênim ser xaka we …

Filestîn …

Bi hêvîme ji yezdanî …

Emê hev re hildin banî …

Alên rengîn li esmanî …

Filestîn …

Bila cîhan xweş bi zane …

Em mirovin weke wana …

Doza me aştî , jiyane …

Filestîn …

5/1/2009

dişem – girkê legê

Ev helbest di pêşbirka Qeralê rêzbendan de ku li ordinê /omanê /hatibû amadekirin ji alyê min ve hat xwendin û di A1 TV de hate weşandin di 12/1/2009 an de

Girava Imralî

Berê xwe tev bidin Imralî …

Mîna pêlên derya bi hêz bi herikin …

Ranewestin , xwe bighînin derya Mermere …

Çêkin piran , ji mirovan …

Bila cîhan , bi behite û matmayî bi mîne …

Derya Mermere sor bikin ji xwînê …

Bila xwîn bi be benzîn , ar vêxin , bi şewtînin …

Bila bibe dojeh ji dagirkeran re …

Ne hêlin Tirkên Toranî serpêhatiyên …

Şêxê Pîran û Sêd Riza cardin pêkbînin …

Bila dilê wan , bi darvekirina me geş ne be …

Mirin , mirina me teva ye …

Hebûn , hebûna me hemiya ye …

Bila em tev ji bona yekî bin …

Da ew yek ji bo me tevan be …

Eve zagona jiyanê …

Zordar tenê bi darê zorê …

Ji ya xwe têne xwarê …

Roj , roja vê zagonê ye …

Bi lav-lav û gazindan ti dest nakevin …

Kes bi gazî û hawaran …

Ne giha ye ti daxwazan …

Pêdarî û berxwedan …

Tenê, rêya jiyanê …

Dide şanî mirovan …

30. 5. 1999 şemî

Girkê legê

Heydê rabin

Rabin ser xwe , hey birano …

Vêxin tev de , mûm û çira …

Şevên tarî , ronahîkin …

Berdine wan , hove dire …

Welatê xwe , bi xemlînin …

Di rengê wan , keske – zere …

Ala rengîn , bila pêl de …

Li Amed û li Çar-çira …

* * *

Miletê bakurê gernas …

Guh medin wan soz û vira …

Nabê xwedî kes ji tera …

Bilî dê û bav û bira …

Ger tu nejî , bi azadî …

Tê çi bikê ji wan pera …

Li ola xwe , em vegerin ..

Ji dêla mizgeft û dêra …

Vegerin laleşa Ahor …

Cihê bav û kal û pîra …

3/5/2008

Girê legê

Stêra esmana

Silavên gerim ji dewranê mamanî

Dirêkim bo felek Naza ciwanî

Dil û canê min gorî bin ji bo te

Ey keça kurd û mad û lor û mîtanî

Ji peyvên te hawar û gaziyên sala

Bo yekîtî dike qêrîn û fîxanî

Pîroz be li te felek nasê xatûna min

Sira û eywan û taca kurdistanî

Serbilindin keç û xortên kurda bite

Daxwaza zîlan û şîlan te pêk anî

Di pesnê te şaş û gêjim ne geleke

Dema bêjim ti wî stêra li esmanî

Girê legê 2.4.2007

Komara darvekirinan

hey xwedî şaşikên qirêj ..

xwedî Rihên tijî sipih ..

û Ebayên tîre varî ..

win bi çi agrî dileyîzin ..?

tirsonekên dîrokê ..

gemarên ser bi rişk ..

qeledizên pîse kar ..

win kengî bûne mêr …?

mîratxwerên mirovan ..

bê bextên istuxwar ..

peyayên mêtingeran ..

win bi çi hawî di ramin ..?

bênin bîra xwe rojên bihûrî ..

berxwedana Kelha Dimdim ..

û Xanoyê dest zêrîn ..

win ti car bi me nikarin …

bênin bîra xwe ,Qadîy û Simko ..

Şerefkendî û Qasimlo ..

Evin nevyên wane îro ..

Win nikarin me qelînin …

Girtin û kuştin û lêdan ..

Sêpîdarên Êvîn zîndan ..

Me ji rê qet nadin alî ..

Emê mirin kine jiyan ..

D.mamanî

12/5/2010

Roja yekê Gulanê

Roja yekê gulanê ..

Em derketin seyranê ..

Ji bo cejna karkeran ..

Şadîmaniyek giran ..

Li Efrîna ber bi bêr ..

Li ser çiya yê Gulzêr ..

Me girt govend û dîlan ..

Di gel karker û palan ..

Di bin ala niştîman ..

Dûrişme têne hildan ..

Tev keyf û şah û şadin ..

Ti dibê roja Madin ..

Dengê zarên keşrewan ..

Wek Şalûl û Bilbilan ..

Xweşî kirin di dilan ..

Tev pê mest bûn bê Meyan ..

Sirûdên hozanvanan ..

Mîna berikên Topan ..

Derdikevin ji devan ..

Radikin hêrsa tevan ..

1.gulanê.1990

Dîtina te dermane

Li min negre dilberamin ..

Dixwazim te bi himbêzim ..

Li noqa te ya ziravî ..

Dest û mila bi alênim ..

Li ser dêm û gerdena te ..

Bi lêvên xwe bi neqşênim ..

Li ser sing û memikê te ..

Çîroka xwe bi nivsênim ..

Were jana min dermanke ..

Dil li ser te bi kovane ..

Hevala min were ba min ..

Dîtina te xweş dermane ..

2/2/2005

Girê legê

Rojek ji rojên akadimiyê

Rêdkevin şoreşgerêt me ..

Ref bi rêz tên dersxanê ..

Da bi xwînin şoreşgeryê ..

Hem fêrbûnên cîhanê ..

Li jorim li wan dinêrim ..

Di kolika guhdarvan ..

Di dest min de çek û pirtûk ..

Ez jî bûme şoreşvan ..

Dinêrim ez pir kûr û dûr ..

Li hemû cihan û dor ..

Min dî j’ Qada Akadimyê ..

Derket serok hate jor ..

Guhdarvanên wî belabûn ..

Li derdorê yek –yekan ..

Yek jî hate cem min û got :

Heval deyne wan çekan ..

Min jî danîn ew çek û rext ..

Rawestiyam wek leşker ..

Ta serok gihaye hundir ..

Dîsa werkir di veger ..

Çi rojeke şêrîn û xweş ..

Tîrêjên rojê dijwar ..

Gih xwe didim ber vê tavê ..

Gih diçim ber siha dar ..

A.M.korkemaz-libnan

Cotmeh /1991

Musilman neman

Kanîn win hey musilman ..

Gotinên we li ku man ..

Kanîn yê ku di gotin :

Bawermend tev de biran ..

Radibin tev bi cîhad ..

Dijî gawir û bê dad ..

Rizgar dikin xizanan ..

Wan jî dikine azad ..

Li cîhanê binêrin ..

Ger win mirov û mêrin ..

Binêrin li zordaran ..

Çawe gelan dihêrin ..

Çarenosa bindestan ..

Wekir destê Faşistan ..

Win jî bûne ji bo wan ..

Wek gelekan ji dostan ..

Pêşweve dibe wêran ..

Felistîn û kurdistan ..

Hema ji bo dolaran ..

Nema dipirsin biran ..

Lewra win ne musilman ..

Belkî lêvdikin b’ ziman ..

Lê mejî û karê we ..

Ne kêmî yê gawiran ..

1991 / Heleb

Evîna min

Riwê te yê geş …

Mîna heyva çar de şevî …

Li asîmanê bilind …

Tîrêj û ronahiyê ..

Dide gerdûn …

* * * Stêran geşdike …

Rêka Ka dizan ronî dike …

Komika sêwiyan …

Arama xwe tîne …

Ber roniya te …

Çi gava te dibînim …

Xwîna min di kele …û ..

Damarê canê min dijenin …

Û dilê min lê dide …

* * *

Li hêvya te me …

Da ku te bibînim …

Di bin tava Heyvê de …

Te hembêz bikim …

Û maçek ji lêvên te …

Bi dizim …

12/8/2006

Girê legê

Pêjnên şevê

Çiqasî dilê min geş bû îro

Çiqasî bi xweş ya evînê hestiyar bûm

Çiqasî bi nirxê jiyanê giham

Dema min pêjna te kir

Jiyan bê evîn kavilek kevne ..vale ye

Darek kawî ye

Evîn xunava ser pelê dara jiyanê ye

Mirov tev pêdivî yê jiyaneke bi evînin

Ger evîn nebe, jiyan jî peyda ne dibû

Bê evîn ti wate ji jiyanê re nîne

Kesên evîndar tenê dikarin bêjin :

em dijîn .

3.6.2000

Ji derdê dilberê

Wey ji derdê te dilberê ..

Te şêrînê te gewherê ..

Sibh û êvar di xanî de ..

Te di nêrim ber pencerê ..

Li min ne xew ne jî razan ..

Ne vehesî mîna berê ..

Evîna te şewitandim ..

Her wekî fin û fenerê ..

Heya kengî bi domînê ..

Ne dadiya te dilberê ..

Li min bike pakî carek ..

Da ji dil kul werin derê ..

Bi wan lêvên Erxewanî ..

Bi axive gulîzerê ..

Yan bi wan çavê xezalî ..

Li min bide wê awirê ..

Yan ji dûr ve bike nîşan ..

Bi desmala sor û zerê ..

17/9/1994

Sermisax

SEFERBERÎ

Seferberiya lo ..

Êrîşe ..êrîş..şer û cenge lo ..

Xezwa peyayên Teymûr û Mexolan

Pîxwasên hovane ..

Li ser rojava ..

Hêzên olperest ..

Tazî û çepel ..

Ax û xwîna min li xwe helal kir

Fermane .. ferman

Fermane ..ferman

Li ser rojava

Kurdno..bi nêrin

Seferberiya lo ..

Destarên şer û ceng

Li ser xaka min..îro digerin

Hawêr me dûman ..

Kuştin û talan ..

Cenga girane ..îro li meydan

Fermane ..ferman

Fermane ..ferman..

Li ser kurdistan

Ji baxê Zeytûn ..

Ta çemê Decla..

Rihdirêjên wan ..bi me dan ferman

Gurandin bi sedan ..

Xort û mêrê kurd ..

Li Til Hasilê ..hem li Til Eran

Nevyên sefahan ..

Di ser me de tên..

Vane bê pakî ..

Fermane ..ferman

Fermane..ferman

Kurdno..de rabin ..

Rahêjin çekan ..

Hilînin heyfa,hezarên salan

Ji van xwînrêjan ..

Van wêrankaran ..

Bila bi revin li ber hêrsa we

Evên li xwe dikin ..

Navên Musilman ..

Girkêlegê

3/8/2013 şemî

 

 

اترك رد

إملأ الحقول أدناه بالمعلومات المناسبة أو إضغط على إحدى الأيقونات لتسجيل الدخول:

شعار ووردبريس.كوم

أنت تعلق بإستخدام حساب WordPress.com. تسجيل خروج   /  تغيير )

Google photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Google. تسجيل خروج   /  تغيير )

صورة تويتر

أنت تعلق بإستخدام حساب Twitter. تسجيل خروج   /  تغيير )

Facebook photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Facebook. تسجيل خروج   /  تغيير )

Connecting to %s