Elestek ji koçberî Bêçarê kurd Helbest

bo daxistina pirtûkê:
https://www.4shared.com/web/preview/pdf/U2N6JT0Xgm
an:
https://de.calameo.com/read/005270298e8dbf76761e9
bo xwendina pirtûkê dakeve jêr:

– Navê Berhemê: Elestek ji koçberî

– Navê Daner: Bêçarê kurd

– Cûreya Berhemê :Helbest

– çêkirina tablûyê,berhev kirin û rêxistin: Rêber Hebûn

çap: Malxana komcivîna Zanyarên Azad 052-2019

  • Hijmara xelekirî: 75

Hemo maf Ezber kirî ye ji nivîskarÊ re
Mafê weşan kirina Pirtokê Ezber kirî ye ji Nivîskar re û çapa Elkitronî Ya komcivîna zanyarên Azad re ye
/htps://reberhebun.wordpress.com
bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin;
reber.hebun@gmail.com

( tenê nivîskar berpirse ser naverokê berhemê xwe)

* Bêçarê kurd

Elestek ji koçberî

Helbest

  1. NAVEROKAN

  2. 1-Diyarî
    2-Pêşgotin
    3-Ta’in xweşê?
    4-Wêran bûm?
    5-Min dî?
    6-Min kir û xelkê xwar?
    7-Bang li gora we?
    8-Bazara eşqê?
    9-Zarokê cirîrê?
    10-Di navre girt?
    11-Xwe ji sozê banadim?
    12-Rû vekirin?
    13-Tu mekev?
    14-Vedlewirin?
    15-Nas bû?
    16-Newêrim?
    17-Dil verêje?
    18-Bê ûdin ew?
    19-Xizêma li pozim?
    20-Ferat bijî?
    21-Wextê?
    22-Dil ji wê naqete?
    23-Di torê werdam?
    24-Pêrgî min be?
    25-Para min?
    26-Dil şikandim?
    27-Yar pingijî?
    28-Bela serê min?
    29-Min ji bîr kir?
    30-Poşmanim ez?
    31-Xwe jê bîrî?
    32-Dil vexwarî?
    33-Dil tengezar dikî?
    34-Mi nedît ku bihurî?
    35-Rûmetin?
    36-Bê peyase?
    37-Min di dilda cih da te?
    38-Poşman bî?
    39-Çare li wê nedî?
    40-Min ji bîr kir?
    41-Xwezî?
    42-Xiniz ketin nav berê da?
    43-Ji dil veqete?
    44-Ji dil kuştim?
    45-Bê ûd kirim?
    46-Zû sist kirm?
    47-Rêça derda?
    48-Bi dil dikî laxa?
    49-Jîn kirim?
    50-Tu bazirganî?
    51-Havîna bakur?
    52-Eda kir?
    53-Meyrevan koletî nakin?
    54-Quran?
    55-Ne layiqim çima?
    56-Têr nebûm ji dîdarê?
    57-Bes hev bixin çala?
    58-Xwe bi me pak dikin?
    59-Ez ber li qubûrim?
    60-Em korê yûnisin?
    61-Bila hêsir neçin vala?
    62-Felek?
    63-Tu du alî?
    64-Kurdistanî çareser?
    65-Alanê kurdî?
    66-Teva bûne wek iblîsa?
    67-Dil meşkîne?
    68-Bibe xudî?
    69-Dam ber xwe lehî yê?
    70-Dil bişo?
    71-Şopa xwe ya ka dizê?
    72-Bejin ji xetê?
    73-Dil?
    74-Ziman xweşe?
    75-Ji bê bextên alima?
    76-Vîna kevnar jê namînê?
    77-Qelem bi denge bihtir ji cenge?
    78-Poz bilind kir
    79-Bi zimanê xwe biçe ciyê xwe,ta ji bîr nekî bav û diyê xwe?
    80-Ru û ez?
    81-Can bihêle?
    82-Tofana bê deng?
    83-Ger vîn bi êtûn be dil pare?
    84-Melayên sexte kar?
    85-De here?
    86-Ta serî ne ji te bî?
    87-Çi xweş bû şevek?
    88-Zimanê te?
    89-Kengê vejîn bim?
    90-Ji bo mi nîşan û tac?
    91-Bûm dergeh?
    92-Bayê cina bi min ket?
    93-Vîn riswakir?
    94-Di bangê were zû?
    95-Rastî li te tê?
    96-Warê min ev e?
    97-Warê min bi xêre?
    98-Mayide mane ji derda?
    99-Dil nizêzê?
    100-Bi zirtambozî têne min?
    101-Ji te pêve mi nîne dil?
    102-Me kir û xelkê xwar?
    103-Nîv kuştî kirim?
    104-Bibin yek ji bo dê ye?
    105-Loma neke va ez tême?
    106-Şabin carek?
    107-Heval?
    108-Sir berneda?
    109-Oxirbe delaliyê mino?
    110-Wexta ez dîm?
    111-Em ji hevre nabin?
    112-Dijmin yekin?
    113-Ji bo ziman?
    114-Afat bû tew?
    115-Şeva min kal bû?
    116-Rû reşiyên biharê li ber soban têne der?
    117-Vî serî çi dî?
    118-Bela te kursî?
    119-Ew kî bû?
    120-Weka tu hatî rût vegerî?
    121-Xewn bû?
    122-Dil maye tî?
    123-Xwe nexapîn?
    124-Tew nate bîr?
    125-Ta ku dûvpiş hebe wê evîn bête dadan?
    126-Tika kirim?
    127-Bese ji xewa miri ya?
    128-Esmerê hîştim?
    129-Dil dijware?
    130-Çû bi aferimê?
    131-Kirasê xezebê li wan danî?
    132-Kul didoşim?
    133-Jîn bi vînê xweşe?
    134-Tu virtik?
    135-Dane min ev jîn?
    136-Şva min kal bû?
    137-Tirên va çû?
    138-Hinek ji me?
    139-Çira zordari yê zû vedmire?
    140-Ji hev ketin?
    141-Mirin li taxê tu qeste?
    142-Guşe guş mal wêrani ye?
    143-Bo te bête yek?
    144-Çibkim bi gewra?
    145-Dilo bese?
    146-Me çi kir?
    147-Tê neghîştim?
    148-Sir daye min?
    149-Xeçer bi dest?
    150-Bidin biryar?
    151-Bê qusûrim?
    152-Kire pilpil?
    153-Ka welatî?
    154-Kewandim wê?
    155-Bû para min?
    156-Çûka bê guneh?

  3. Diyarî?

    -Ji bo cengawerên mayîn û nemayîna xwe!

    -Ji ziman hezên gelê xwe?

    -Ji bo penaberên dil ji kestî..bi kesera axa xwe?

  4. Pêşgotin?
    Ev dîwana penaberî ya gele,li ser azarên gel vedbêje?
    Ku çawa penaberî dest pêdike û didûme ta bi îro ez bi xwe ji wan kesan yekim.
    Min bi xwe ji wê biyalê vexwarî ye û pê mendehoşim û derd kêşim bi kesera vegera ser axa pîroz dinalim?
    Lê mixabin derfet nabin ku berî mirinekê dîsa vegerim warê bav û kalan dîsa wekî berê lê bijîm di nav xesm û hem welatîyan de bi ser bilindî bila mala dijminan bişewite û xirab bibe nahêlin ku em bijîn?û rêberên me jî xizmetkarên berjewendîyanin bê temen ji dijmin re kar dikin!
    Ma gelo!ta kengê emê wisa bin,ji hev belav bin?û ji hev re wekî dîka bin?û ji bo xwe bê kêr bin?
    Sed heyf û mixabin ku yek serî di meda nîne bi mejî!
    Ta ku geştîya me bibe rawestgehê bi aşitîyane û bi aramî ta ku em bijîn wek gelên cîhanê?
    Serkeftin bo rêça serxwebûn û azadî yê?

  1. Te’in xweşê?

    Ez ji vîna te bê halim
    Ew çi şêrîne rû şepal

    Şev bi rojan pê dinalim
    Dil ji bihna te kir xeyal!

    Te’inê te xweş bûn bi min
    Wek di sirûşte bim behal

    Westa nebûm wek leylanê
    Jîn bi min wê kiri ye tal!

    Hîn nebûm bi şahî hinek
    Tîr vedanî wê li şengal

    Hîn me ewya çare nekir
    Dane ber xwe yara delal?!

    Çar destanî le pêç kirin
    Rapeçandin di qirşe qal

    Ew li min çi dirêj bû ye
    Lê bi wankî bû mah û sal!

    Kîne hatin wekî hevin
    Şahe nînin me wek her sal

    Bîr me naçî wa sitema
    Na ji min û ne ji mendal!

    Bese rabin di banga min
    Ta be rêz bim,ez ji vî hal

    Dev bernedin ji wê dozê
    Na xwe bidne enîşk û pal!

    Guh nedin gotinên vala
    Minde şakin lawên delal

    Da nebim bêçar wek berê
    Ta li pişta min be heval!

    18.10.2014

  2. Wêran bûm?

    Me koçberî nedî bû
    Te’imek jê wê min vexwar

    Bila qe li kesî neyê
    Bi wan em bûne tar û war!

    Hemû ji hev belavbûn
    Li wa pişta me da dîwar

    Hinek dergûşê xwe hîştin
    Bi kal û pîrên istuxwar!

    Besî giyan xelasbî ew
    Çi lomeye bê yasitar

    Tevan jî hev winda kirin
    Kesek nizanî çi bêtar?

    Li şengalê hîn diramîn
    Li me reşbû ezman hat xwar

    Me deng veda ye li cîhan
    Ji nişkave bû ye ev kar!

    Me dizanî wê bibore
    Gelê me tev bû ye bêçar

    Ketin wê rêça bê dawî
    Bi carda filitî l’me tar!

    Wekî bendê bêt ragirtin
    Ku pez li pê be gurê har

    De kerr li kulek nema ye
    De ev car jî ne wek her car!

    20.10.2014

  3. Min dî?

    Min di dil da biharek dît
    Di biharê da yarek dît
    Ji wê yarê min çarek dît
    Lê ew çara maye li dar!

    22.01.2015

  4. Min kir û xelkê xwar?

    Pir mal da hev pêra bezyam
    Tî û birçî wer radbezyam
    Lê îro min tev hîşt l’pêy xwe
    Min lê nerî û ez bezyam!

    Bûm pergende mam bê xudî
    Min li pêş xwe kesek nedî
    Şerpeze bûm l’vê biyanî
    Bêl ax û of dil lerziyam!

    Xudyan xwe li min dernexist
    Ne bi peytî;nejî bi sist
    Te digot:qey l’vir bê kesim
    Wekî zarok tim dinazyam!

    Wek tê gotin:ya berê ye
    Barê ketyan barê xwê ye
    Kes newêrê rahêjê ye
    Bêçare qey can ditezyam!

    Xudî mirî laş dikêşe
    Dinya eve l’paş û pêşe
    Digere wek dora êşe
    Geh sekinîm;û geh bezyam!

    Dîsa wê dewr qey vegerê
    Çerxa me helbet wê werê
    Em çêtir bin hîn ji berê
    Ne şerme ku hîro kizyam!
    Madem ku ez qandî xwe bim
    Van rojana ji bîr nebim
    Wê ez qurban axa xwe bim
    Şerm û fedî çaxê razyam!
    Divê rabin em pal nedin
    Çav li atyan pe’in nedin
    Dem nêzîke dest bi ser din
    Wê ez bankim;ji dil bizyam!

    23.11.2014
    Bang li gora we?

    Dîsa omîd li mi neman
    Ez vê banga xwe di kê kim
    Min ziyaretên te bi xwe,
    Îmdada xwe di xwedê kim!

    Kanî ew miştenûrê pak
    Giryan bo wan bike çalak
    Wê fatenûra ku weka xak
    Kengê wan ji xewe rakim!

    Ey kalê min tu temîdar
    Wekî li taybet daye dar
    Tev sirocî hûn bikin kar
    Ezjî bêlî we beng nakim!

    Ka xan mamedê xane dîn
    Ez bang dikim bûbe lawîn
    Qere bergel bide mizgîn
    Bêl wan bange di kê kim?

    Ma qîrîna gel ne ye we
    Va em ketin ber teya xwe
    Cîhan di kêr naye bo we
    Ta kengê ezê di bang kim!

    Ger hun di bangê nedane
    Wê kî d’gazî me weri ne
    Gotî:ker ket xudî medet
    Hêvî j’xweda qute nakim!

    08.12.2014

  5. Dayê megrî?

    Megrî megrî dayê megrî
    Va em bûne ax û herî
    Dayê heyran de tu negrî
    Welat va çû bese girî!
    Dikê herim serê çiya
    Nav karkera nav gundî ya
    Nav hevalan û xudî ya
    Dayê heyran bese girî!
    Em bin destin em erzanin
    Lewma em tim jî xizanin
    Lê rastî yê em gî zanin
    Çare nakin hêsr û girî!
    Zanim ku kezeb girane
    Parek cîger dil û cane
    Heger dixwazî jiyane
    Dayê divê tu tew negrî!
    Dayê divê tu me d’rêkî
    Ji çek û rextan xemil çêkî
    Min di riya wê cengê kî
    Ta hat xwestin tu jî herî!
    Ta ku mejî tev geş bibî
    Li civatan kêf xweş bibî
    Wekî dînan serxweş bibî
    Ta ku ser bilind bigerî!
    Ta ku dayik serxwe bijî
    Wek ên xelkê têr û tijî
    Poz bilindî be ya min jî
    Va em bûne wekî tirî!
    Tirî xweşe pir dijmine
    Dijminê te tev êmine
    Tu cudahî têda tine
    Bijî dayê taca serî!

    17.12.2014

  6. Bazara eşqê?…

    Da min deryak ji xema
    Kes bi minra qe nema

    Cîhan tev kir temaşe
    Da bi tenê binde ma!

    Ne ti bî;ne ew vîn be?
    Mi nedî ew bi sema

    Her çaxê wez binalim
    Li dûre dil pêde ma!

    Çûme temaşa eşqê,
    Sêwî yê kenê te ma?

    Ticaran bazar kirin
    Vîna min bêçare ma!

    Ji qestê kirin buha
    Cî ware qey lê dima.

    Gum gumê sîng digirtî
    Kil di çavê te de ma!

    Sîng û ber tev morîne
    Bilbil ji derdê te ma

    Awazên eşq û vînê
    Li ser wa herdu şema!

    Ger çiqas xwe dûr bidî
    Bihuşte qey li te ma

    Pir siltan çûn di rê da
    Bê wan qet pêrgî ne ma!

    Kî bigre bi wî derdî
    Rast werê li çarşema

    Wê kûr kûr binale ew
    Hêvî yên wî j”yezdane ma?!.

    08.01.2015

  7. Zarokê cizîrê?

    Ez zarokek dil şadim
    Jiyan li bendî mine

    Omîda bav û dîyan
    Rojek li hêvya mine!

    Ma gunehê min çî ye
    Te kuştin daye mine

    Qey ji ber ku ez kurdim
    Ev ne gunehê mine?!

    Bipirse ji wî xuda yî
    Wî kurdî daye mine

    Va hûnin qey misilman
    Bawerî ya we jê tine!

    Bêçarim ez ji derdan
    Spas ku wî daye mine

    Ew xwedayê cîhanî
    Her tim bawer ya mine!

    09.01.2015

  8. Di navre girt?

    Min tu girtî di nav ra
    Hilbijartî ji xwe ra
    Cîhan te ne razî bû
    Ser qerezî giyan ra!

    Li hemberî dinya yê
    Dilê wan bi me mayê
    Ev çi derd û bela yê
    Peyda bûne ji me ra!

    Ew bi xwe ji bêçarî
    Dikê rake nikarî
    Qey ji we da dil sarî
    Ta em bimrin bi hevra!

    Em bi hevre bibînin
    Wê çareyê bixwînin
    Ta mafê wê bistînin
    Ez û te tev bi hevra!

    Me bi hevre rêk vekir
    Gelek asteng jê çekir
    Qey vîn bi me bû şekir
    Rêzgar bin ji kesera!

    Ta kul û derd belav bin
    Hizrîng li mixela bin
    Tevî êş û azer bin
    Em bimeşin di sera!

    Di sera herin bircê
    Li serî deynin tacê
    Gulokê bizîn gacê
    Salê mayî ji mera!

    11.01.2015

  9. Xwe ji sozê bana dim?

    Salixdana te hildim
    Te bi dinya yê nadim
    Ger buhatir bî j’mirin
    Xwe ji sozê bana dim!

    Min carê daye te soz
    Da bikim pê da’iw û doz
    Bimirim bilinde poz
    Qe ji mafe rû nadim!

    Ji wê rêça diristî
    Dinya hemî bihîstî
    Kê narvîna te lîstî
    Bi wanra ez berna dim!

    Bi wanre tim lebatim
    Şev û rojan xebatim
    Serkeftî yê heyatim
    Ta hebim sirrê nadim!

    Ji berî sirr dim serî
    Tu perwîne tu horî
    Ji bo min ti serwerî
    Dev ji sicûdê nadim!

    Sicûda qey bê hempa
    Bê temene pir buha
    Ji berêda ne nuha
    Selmiyane dil nadim!

    Dil li ber te erzane
    Bêçarekî xizane
    Kes bi halê nizane
    Zend û benda lê badim!

    11.01.2015

  10. Rû vekirin?

    Me ne kir nejî dişişt
    Da’iş hat û tiştek nehîşt
    Mal û milke tev wêran bû
    Bav û bira ji me dikuşt!

    Ma me çikir?û em kîne?
    Gunhê me ku em kurdîne
    Zor û sitem lê barîne
    Dil û hinav li me birişt!

    Ev welatê me şewitî
    Wa cîgera me feritî
    Bi bernavê nelipitî
    Axa wê ji mera bihuşt!

    Wek bihuşta ku rengîne
    Awaza bilbil pê vîne
    Bêçare li ser dixwîne
    Ji xema wê dil bûye mişt!

    Ne xeme ku sirûştîne
    Hemû kul û kerb û jîne
    Ji xwe berê veşartîne
    Hewbûn hîroj dest tê gihîşt!

    Hîro ku wan bereder kir
    Rûçkê qirêj ser xwe vekir
    Pesna xwe da cîhan şeh kir
    Xuya kirin ku ne ti tişt!

    Xuya kirin ku gemarin
    Li dinya yê pîs dibarin
    Ji sirûştê ew tew narin
    Felek dîsa ji mera hîşt!

    Bi destê me wê pakbibin
    Ji cîhanê qey wêran bin
    Narvîn wê kurd pê şabibin
    Hîroj di maf kurd wa gihîşt!

    Kurd bi alê da berjorin
    Li cîhanê got û şorin
    Ser bilind li hawîr dorin
    Veşartî nema tew tu tişt!

    28.12.2014

  11. Tu mekev?

    Me dest hîn neghîştî dev
    Dijmin hat û go:derkev
    Em ji hev tev belav bûn
    Weka hev çûn roj û şev!

    Em hemû raweşî yan
    Hin revîn hin xuşi yan
    Wek pel j’darê weşî yan
    Perîşan bûn hemû tev!

    Gotin:herin deng mekin
    Axa welat ji bîr bikin
    Ji ber xwe fedî bikin
    Kirim konan got:rakev!

    Kirne xewa bêçarî
    Sar û seqem dibarî
    Ji vê dinyê dil sarî
    Va ez ketim,tu mekev!

    13.01.2015

  12. Vedlewirin?

    Welat dan ber agire
    Jê çûne keç û kure
    Bese serî hun rakin
    Li me piçikîn gure!

    Tevan li me hêwirîn
    Bi kenê berî girîn
    Xortno werin raperîn
    Dijmin wa vedlewire!

    Di wê xêrê de qut bûn
    Sere jêr û wek pit bûn
    Wek mişkê li ber mit bûn
    Ala me berjor fire!

    Vê carê ew natewê
    Kurd nema dikin xewê
    Dev berdin ji wê lewê
    Xwîn dan tev ji wêre!

    Kobanî xwîn meşî ya
    Ji çar parçan da xuşî ya
    Hefsed ciwan raweşî ya
    Tev hev bûn yek cîgere!

    Nema ew bêçar dibin
    Bi hêza xwe radibin
    Dijmin bila şa nebin
    Bi sondê girtin sirre!

    Ev sirr wê bi ser kevê
    Kurdistan li dar kevê
    Dijmin ser ber jêr kevê
    Li dinya bibin çira!

    27.01.2015

  13. Nas bû?..

    Îşê wan pîş û pas bû
    Dost ji dijmina nas bû
    Mizgîn li we bê gelo!
    Welatê me xelas bû?!

    Bajar va rêzgar kirin
    Ê bi namûs bang kirin
    Derî li wan vekirin
    Ê bi jehir derbas bû!

    Vaye îro meydane
    Ji bo keç û kurane
    Xortno werin dîlane
    Kobanî pir spas bû!

    Cejn û şahî û cenge
    Awaz û qîr û denge
    De rabin zû derenge
    Îro dinya gî nas bû!

    Dijmin wane direvin
    Radibin û dikevin
    De zû hûn bi pêykevin
    Ew li meydanan sas bû!

    Meydanê vala bikin
    Wan tolî çalan bikin
    Welat ji wan pak bikin
    Şeva me nûve yas bû!

    Ew şev hîna dest pêke
    Wî bigre serî jêke
    Gorna tu ji wî çêke
    Bêçar bi we rênas bû!

    29.01.2018

  14. Newêrim?

    Ez newêrim bêjim dil çi leme leme

    Wek lehî û bahoz dagitî ji xeme!

    Tirsim j’bira kujî lê li bendî te me

    Ev heft heyvên şer dîsa bêçare me?

    Koletî ya dijmin,lo qey te ne şer me!

    Bindestî ya biran va daket li ser me.

    Bi rastî bigirin dinya tev ne xeme

    03.05.2015

  15. Dil verêje?

    Keseran ji dil verêje
    Tu were derdê xwe bêje
    Min li te guhdarim her tim
    Damale tu vê qirêje!

    Ji leglegê derd girtî min
    Ta û têbet her têne min
    Tu bûye bela serê min
    Ber tewafê bi nimêje!

    Ber tewafê dîz çong kirim
    Ji dinya yê bê par kirim
    J’mejû hişda vala kirim
    Para min bû gelawêje!

    Ber bi bihuşt kaş kirim
    Dem nêzîke ta bimirim
    Li jiyanê bê kar kirim
    Li min dixwîne lavije!

    Pir bi hêrs û kîn û nefret
    Wê ji min bir hêz û taqet
    Bihuşta

  16. xwe kir bi minet
    Lê çibkim dil wê navêje!

    Dil ji wê rêzgar tew nabe
    Ji balê ew xafil nabe
    Hem ji bîrê jî ranabe
    Çitê maran min dikuje!

    Awirên ku istûrin tim
    Li sîng didan wek gurz û rim
    Weka lehî guj guj û him
    Wekî nanek min dipêje!

    Patim wê ez bi text û tîr
    Birîn li min wek çe’il û bîr
    Fena kirim wê bê tevdîr
    Hûrik hûrik min dibrêje!

    Piştî biraşt jê nexwarim
    J’derd û kula ne bê parim
    Li dinya yê her bêçarim
    Nizanim çima tavêje?!.

    13.05.2015

  17. Bê ûdin ew?

    Ey erdoxanê paşve rû
    Wa esedê gûyê xwe cû
    Xamîna yê pêda rîkî
    Kobanî va ji dest we çû!

    Va we kuştin am û tame
    Me got:qey rabû qîyame
    Serxweş ketin bê mey came
    Kurdistanek vaye çêbû!

    Ji ber biryan saxlem derket
    Pîrik şaş bû;lê bi xwe ket
    Pîrozbahî çi xweş pêket
    Ew b’xwe nîşana me bû!

    Nîşana serkeftinê ye
    Dijminî haj xwe tinê ye
    Rehma wana li me nê ye
    Kurdistan tev ji dest wan çû!

    Ewan bi xwe wekî kûçik
    Bê bawerin wekî dûvpişk
    Wê li holê bibin pûçik
    Hew bêjin wan oşt anjî dû?!
    Bi xweşî yê tew nizanin
    Wê me bixun lê nikanin
    Şaş bûne him jî poşmanin
    Wekî serxweş di xewve çû!
    Hola wan ya birc û keya
    Ew li serin pepûke ya
    Gîhan dawî ya sûkeya
    Ber bê kevin wek pirç û mû!

    Di ser mera tek holek hê
    Dem û çaxe sira te tê
    Îmdada me ji wî xwedê
    Dema me jî hatî ye zû!

    28.06.2015
    Xizêma li pozim?

    Ez xortekî bilind pozim
    Tim bi daw û bi dozim
    Welat giran buha ye
    Ji bo wê her dil sozim!

    Min carê ji dil da ye
    Sozek vêre berda ye
    Tu rûmet pê nema ye
    Wek lehî û bahozim!

    Wek afat û tofanim
    Bi hêrs têm tew danim
    Li pêş xwe tiştek zanim
    Bi cîhan re ser kûzim!

    Bi dinya ra lebatim
    Wekî hêrsa firatim
    Bi texmînê ez hatim
    Rengê cejna newrozim!

    Li ser min şer û cenge
    Li gerdûnê da renge
    Wexta min çû derenge
    Ez çakûç û takozim

    Agirê gurî bi tîn
    Bi alavê disotîn
    Terr û işk tev şewitîn
    Xemla zerdeşt pîrozim

    Ew xemla tim li dare
    Bû derman li bêçare
    Gelo bikin heware
    Ez xizêma li pozim?!.

    28.06.2015

  18. Ferat bijî?

    Ey firatê bi kul û xem
    Bi şev û rojan dihejî

    Kar û barê vê dinya yê
    Wer bi qehrî tu pingijî!

    Bi hêrs û kîna pir salan
    Arama dilê min dikujî

    Dijmine jê têr nabe tew
    Va wek xwînê te dimijî!

    Ji kûranî ya sînge tu tê,
    Wekî volqan dikelijî

    Didî ber xwe dajoyî tu
    Bi lem lem her diguj gujî!

    Di sicûda xweda yê xwe
    Her bi rojî û nimêjî
    Ji awirên teyîn dijwar
    Bi wê samê dil dikujî!
    Neyar zane çi dijwarî
    Di ber wan re ku dihejî
    Min ji awazê te hez kir
    Dil bi serda diqaqijî!
    Bêçar wekî te bi derde
    Bi ser teda dihonijî
    Ta kengê wê weha be
    Welatê me va dibrijî!
    Dema me jî tew nêzîke
    Di saya te da her bijî

    Kurdistanek wê ava bê
    Belê ew ji xwîn û mejî?!

    10.07.2015

  19. Wextê?

    Pate kûta vê dinya yê
    Gelo dawî tew jî netê

    Welatê me yek parçe bû
    Va bûn ser xet û bin xetê?

    Ma di umran de we bihîst
    Neynûk ji goşte vedqetê!

    Av vegerê şopa xwe ye
    Helbet bighên wê dewletê!

    Warê şêran çi xemgîne
    Bihna xwînê dîsa jê tê

    Kes nema qey di xewê da
    Gelo çima xewa te tê!

    Ev wêranî heta kengê
    Kur û bav ji hev biqetê?

    Ev qîr û deng ma ta kêrê
    Ji hêz û hinir taqetê

    Lê va dinya bi hev ketî
    Hew yek denge ji te netê!

    Bi tevdîr û hiş û raman
    Zû derbas kin vê ser wextê

    Li amedê şahî deyne
    Serok rûnê li paytextê?

    Ta ku bijîn em li dinê
    Dûr kevin ji vê bê bextê

    Bêçar nemînin li xakê
    Kar û bar gî ji mera tê!

    Kêf û seyran her li darxin
    Nema kesî jê minetê

    Welatê me pir rengîne
    Cîhan zanê wek cinetê!

    Wekî berê da bin jiyan
    Li hev binêrin j’xîretê!

    Warê şêr ku bi qorî be
    Rûvî nema lîska xwe tê

    Wê çaxê jî tew ne xeme
    Ku em bighên qiyametê!

    Bila biçim gora tarî
    Xem nîne bi silametê!

    Kefen çi dibe bila bibe
    Çaxa ku ji destên te tê

    Ew zordarî biteyise
    Ku li hev bikin hurmetê?!.

    27.07.2015

  20. Dil ji wê naqete?

    Bilbil ji qesrê daye rê
    Sond xwarî venagerê
    Gul çilmisî ma ye bê reng
    Nema hêdî bihn fedfû rê?

    Ew bihna xweş nişka lal bû
    Şevên bihar temam kal bû
    Ji mebê ku şaş dem sal bû
    Pel weşiyan ji wê darê!

    Wî çû li dûr da awazan
    Bi xweş deng û xweş sazan
    Ji gilî wî her digazan
    Ma kî zanê bi wê sirê!

    Wî sir bi tilisim kir ye
    Rêk li fen û fût birî ye
    Kulîstan deste ser kir ye
    Felek ji bextan daye rê!

    Bext daye gul vîndare pê
    Teyr û tilûr kîn dare jê
    Hemû hesret dikine lê
    Wek wan tine li ser pirê?

    Ew pir xwar bû da qembere
    Wek ji eşqa pêxembere
    Sirûd elah û ekbere
    Yek li yekî her digerê!

    Digere gul bêçare ye
    Ew dizane b’eşqa xwe ye
    Kurdistan tim vîna te ye
    Li dil nabîne tu çarê?!.

    24.07.2015

  21. Di torê wer dam?

    Ez di torê wer kirim
    Kirme dîlê du çava

    Ser ber jêr tê werdam wê
    Girtim bi bend û dava!

    Wek çûme ez ji dest xwe
    Kirim di parsa lava

    Nema ji wê digerim
    Armanca min ji bava?

    De ji wê bernadim ez
    Dil ji wan herdu çava?

    Girtî yê navê wê me
    Bişopînim bi gava

    Her ku ji wê bim xafil
    Her biçim bi silava!

    Ne bêçarê berê me
    Ku bixapim bi lava!

    25.10.2014

  22. Pêrgî min be?

    Lê dînê lava meke
    Der yê dilê xwe veke
    Belê ji te digazim
    Pêrgîn mîvanê xwe ke!

    Mîvan bêçarê te ye
    Kurdekî şerpeze ye
    Hêsîrê çavê te ye
    Derdê xwe pare veke?

    Ji xwe tew nebe guman
    Pêşberî min de ferman
    Ta wekî memê alan
    Zîndanê min tê werke!

    Ta têda ez bimirim
    Bi vîna te bigirim
    Li cîhanê bigerim
    Hêvîyan ji mi neke!

    Hêvî li ba vegerê
    Ta jîn li dil wergerê
    Xwezî ji te bimirê
    Vejînê para min ke!

    Vejîn ku em bi hevgên
    Di armancê xwe bighên
    Tirsa mine tê neghên
    Tu were ji min hezke!

    Hezke j’sembola jînê
    Di tewafê bighînê
    Çend lavijan bixwînê
    Bi dest min di gornê ke!

    Gora min sînga te bî
    Balgîv ji zendê te bî
    Telqîn ji lavên te bî
    Bihuştê li min veke!

    Ta têda razêm ferah
    Di sîka biskên siyah
    Biborînim sal û mah
    Qet ji wir min çeneke?

    Dixwazim wer tê da bim
    Ta(qafirê)rane bim
    Çav li wî kenê te bim
    Ger çi dikî min bike!

    Dixwazî min dikujî
    Yan jî tu min disojî
    Tîran li min tavêjî
    Çi ji te bê razî ke!

    Razîke bi awira
    Bizane xweş wan sira
    Terrî tu nede gura
    Xweşî yê tim tu bike!

    Qafirê-roja heşrê

    28.11.2015

  23. Para min?

    Te bi min çikir lê yarê
    Di bîra min da ta êvarê
    Bê te nabim tew li jiyanê
    Tu ji bo min xemla biharê!

    Gul û kulîlkên reng rengî ne
    Bilbilê jar li ser dixwîne
    Bêçare ew lê dil birîne
    Bi can û bêne ket bin barê!

    Hilgirtî wî ew giran bare
    Ne poşmane ku tu bû yare
    Te daye ber tîrên dijware
    Tu ji balê qey nema darê!

    Hiş û raman nêçîra te ne
    Dil û ceger hêsîrê te ne
    Şêwr û ramane li ser te ne
    Hatim dinê tu kirî parê!

    17.12.2014

  24. Dil şikandim?

    Madem ku te dil şikan dim
    Bê ar û fedî di’êşan dim
    Kul û derdan gî dane min
    Tûrik ser de daweşan dim!

    Bin bar kirim bi hêrs û kîn
    Bêçar kirim wek cegerxwîn
    Wê ez kirim şahê evîn
    Bi rêka dûr de meşandim!

    Rêka evîn vekir li min
    Tê werda bûm wê ser û bin
    Dost qey neman gî bûn dijmin
    Dîsa d’erdê re xuşandim!

    Vekşo vekşo kirim ez wê
    Xwe kir dijmin weka xewê
    Dinya bi min kir derewê
    Dîsa ji dil vereşan dim!

    Dîsa bi min reş bû dinya
    Narvîn dîsa bi min ken ya
    Felek kor kor li min gerya
    Kelha aram hilweşan dim!

    Hilweşîne ta tu kanî
    Qey bi halê min tu zanî
    Bi wê rengê kir nîşanî
    Ji xwere wer radkêşan dim!

    18.12.2014

  25. Yar pingijî?

    Yar ji meqam da ponijî
    Ji wê da hat di bînijî
    Wê dev digot:û guh nebhîst
    Bi ser min da dihirmijî!

    Weka dêwa ku nêçîr dî
    Bê tirs û sam lê bû xudî
    Diran qîç kir bê şerm fedî
    Çav sor kirin dipingijî!

    Ji tirsa wê ji sama wê
    Kuda herim ez ji dest wê
    Bê rehme ew qey bê xwedê
    Çaxê bighêm min dikujî!

    Bû wek da’iş bi tekbîrê
    Li min daye ber tevdîrê
    Wê çawa bike tedbîrê
    Da ku xwîna min bimijî!

    Dil bi mirinê nizanê
    Fedaye ew bi heyranê
    Ma kî bi wî derdî zanê
    Bêçare qey dil disojî!

    Dil qurbana lêvên te kir
    Ew higuvin an jî şekir
    Herdu kezyên xwe jî vekir
    Dest bi xwînê dil paqijî!

    21.12.2014

  26. Bela serê min?

    Gulê pesna tu nede min
    Bihar va te rêş kir b’min
    Bi wan dav û kemînên xwe
    Bûye bela li serê min!

    Terponeka bi wê vînê
    Dam ber tîran xwîn şêrînê
    Dîl kirim wê mi nabînê
    Hiş û raman neman li min!

    Piring piringî kirim ez
    Ji hev xistim wek gur û pez
    Êrîş dan min her wê bi lez
    Qe zik naşewite bi min!

    Bê wijdan û tirse qey ew
    Qurnaz û deng bê huse tew
    Ma kî zanê daxwaz û lew
    Derdê wê hun pirskin ji min!

    Werin ji min derde pirskin
    Ku çi bihîst hûnê huskin
    Pir giran bû lêvan gezkin
    Ev bar tenê bû barê min!

    Eze tenha wî hilgirim
    Bêçarim ez ta bimirim
    Hêvîme ku b’dest bigirim
    Baxê gula nedaye min!

    Hîştime qey bi hizrîngê
    Dil paqij kê ji wê zengê
    Kengî werê bê derengê
    Her tim ew li xeyalê min!

    23.12.2014

  27. Min ji bîr kirî?

    Dîlber bi naze ji bêçarî
    Xuya ye ku ji dil wê xwarî
    Pir jar û dîl bi xwe da ketî
    Mest û dîn kirim ji xem sarî!

    Çi siwar di qestê dihatin
    Sembola ber jîn û felatin
    Zerîyan arvan pê dibêtin
    Şêrîna wek horî û perî?

    Perî ya li ezman daye rê
    Xuş newaye zanim bi sirê
    Ji ber wê mame li ber birê
    Nizanim ku kengî wê werî!

    Kengê ew bihata b’yek temen
    Bidîta çarek li rû bi ken
    Ez bextreş û bêçar û reben
    Derbas bû li min wê nenerî!

    Qest kirim wê neda min silav
    Rojî girtim wek tî yê bê av
    Ma ta kengê ji wê bikin lav
    Dil pir êşand çaxa bihurî!

    Ku derbas bû dan min çend awir
    Li mi nerî wek şaha gawir
    Dil wê dizî bi xwere dibir
    Qeymaxe ji ser sîg difurî!

    Wê tev xwar û tiştek nehîştî
    Giyan û vîn li ba min kuştî
    Xembare tew da dil bi miştî
    Ger wabê vîn min ji bîr kirî!

    23.12.2014

  28. Poşmanim ez?

    Hatim jînek… Herî bi lez
    Lê poşmanim…Dîsa qey ez
    Çûm û hatim… Bi ger û fer
    Wer dijîyam… Derd û merez!

    Kengê derim… Ji van xemen
    Ah û keser… Li min heman
    Şaş û mestim…Her man û man
    Ta li min girt… Ev goşt û bez!

    Xwazî natam.. Vê dinya yê
    Tevan derdan…Hem bela yê
    Lê rengîne… Çi şêrîne
    Qe têr nebûm…J’çelengê ez!

    25.12.2015

  29. Xwe jê bîrî?

    Êrîş kir wê bi dangerî
    Bê pirs serî ji min birî

    Nehîşt ku bidim îfadê
    Te digot:qey xwîn

  30. jî kirî!

    Min got:dînê bê gunehim
    Lê bawer ji min nebirî?

    Çiqas lalijîm li ber wê
    Dîsa bi ya mi nekirî!

    Biryar ku berê standî ye
    Bê dadgeh wê li min birî

    Ferman ku daye li min jî
    Dil û ceger talan kirî!

    Dixwazim li ber xwe bidim
    Hêz û hinir tev jê kirî

    Bêçarim qey tu nizanî
    Wê ji nişka xwe jê birî?!.

    25.12.2014

  31. Dil vexwarî?

    Kuro loma neke tu ji min
    Va ji te re dikim diyarî

    Xumame girtî li wa biskan
    Dêman bidim te ji neçarî!

    Herdu kezî li hev wek maran
    Biyalek ji jehra vexwarî

    Bê tirs derkev tu li wê banê
    Em têkevin şeva reş tarî?

    Kerem ke wan bircan hilweşîn
    Ji lêvên tenik hinguv barî

    Ew şeva reş ku xweş bû bi me
    Me qet nexwest sibe li karî!

    Derbaske tu wa heft qorî yan
    Ta te derxim ji wê bêçarî

    Tev pîroz bin li te bê temen
    Çibkim dil te ji min vexwarî?!.

    26.12.2014

  32. Dil tengezar dikî?

    Bêyî ku min sûcdar bikî
    Zanibe tu çi kar dikî
    Dîroka min baş bixwîne
    Hingê wê tu mi nas bikî!

    Hîna te ez qey nedîme
    Ji dest te wez bê xudîme
    Çinkî ji te bê fedî me
    Xwedêwo tu sitar bikî!

    Xweda em ji hev par kirin
    Bi vî hawî peyda kirin
    Çima hîroj dil sar kirin
    Narvîn dibê ku şah bikî!

    Felek bese nelîz bi me
    Çiqas giran bar kir li me
    Qey xweşîyek tu nedî me
    Divê me ji hevre parkî!

    Dûr neçe ji min tu dostê
    Te firot qey ji min postê
    Te lêva xwe jî digestê
    Vî dilî tengezar dikî!

    04.01.2015

  33. Mi nedît ku bihurî?

    Yar min dî têt….Hew bi gava
    Ez li rê mam…. Pêş silava
    Roj bû qey ew….Li ber ava
    Ew bihurî …. Zû da dava
    Hêvîme ez… Jê kim lava
    Mi nedî çû…. Wekî tava
    Ji bîr nakim… Her du çava
    Şêrîn tir bû…. Ji dê bava
    Bêçarim ez… Ji bê nava
    Min got:bûkbî.Ez bim zava
    Lê wê hîştim…Li nêvnava
    Wez xapan dim.Bi axava!

    11.01.2015

  34. Rûmetin?

    Ew buha bê temen
    Bi te nayê lîstin

    Tu rûmeta me yî
    Divê te nefroşin?!

    Lîstokan tevahî
    Girînge pûç bikin

    Welatê tu nebî
    Ew najîn welatin!

    Bêyî te nabin al
    Welat xwe çênakin

    Şênahî avahî
    Tev bi te nîşanin?

    Te daye xwîn û al
    Nîşan û xelatin?

    07.01.2015

  35. Bê peyasê?

    Dil neke piyasê yar
    Xemgîn neke wî bê par
    Bê rûmet wî daye rê
    Çiqasî lê kirin bazar!

    Her ku zerî anîn pêş
    Sire girtin wek li êş
    Nava sînga da qelêş
    Wî kes nedî bû bêtar?

    Dil carekê eşq dibe
    Bi yarekê peşk dibe
    Zik ji kena meşk dibe
    Bê lome bê ya sitar!

    Wî soz daye yar yeke
    Ji dinya yê par veke
    Pesna bi xwe tew meke
    Her ji bo wê dike kar!

    Her ji bo wê bû feda
    Can û ceger çû b’ser da
    Derd û kulan gî tev da
    Jiyan qey maye bê par?

    Çaxê ku yar dil işk kir
    Dostek xwe dît tenişt kir
    Kanî rûbar tev mişt kir
    Wê çaxê wek gurê har!
    Wê demê ew dîn dibe
    Li evîn girgîn dibe
    Ji nûve vejîn dibe
    Bê xem dikê ew her kar!
    Yên wî hewe didune
    Yek yare yek mirine
    Destê yar pê girtine
    Qey wî ji demê dixwar!

    15.01.2015
    Min di dilda cih da te?

    Were dîlber bide tu,
    Bê destûr ew vekirî

    Wî agirê xweyî gur
    Bi maçekê temirî?

    Deryê sînga bişkîne
    Wê tu xwe zû bikirî!

    Berê tu pir buha ye
    Nabê ku tu bimirî.

    Buhayê te ji xwînê
    Divêt ku tu bigerî!

    Cîhan bikî temaşe
    Ji xwere lê binerî

    Min ji bêçarî derîn
    Li şahî yê wergerî!

    02.05.2015

  36. Poşman bî?

    Ta ku tu bi coş nebî
    Di dor hevre doş nebî
    Bi ser min da nekevî
    Ma tê kengê hoş bibî!

    Wê kengê tu bifirî
    Di dor min re bigerî
    Wek perperink binêrî
    Wê çaxê dil xweş bibî!

    Wê çaxê dil mendale
    Ji tere wek evdale
    Nebêj bêçarî kale
    Bê meyger serxweş bibî!

    Meygerî cam bi deste
    Wî dil kirî ye qeste
    Tu were jê vebeste
    Çend came jê noş bibî!

    Binoşim ta mirinê
    Xatir li ba dil tinê
    Çi dikê ew bê gunê
    Da ji fingur boş bibî?

    Fingur qey nema li ser
    Tu zûbe li dil veger
    Ta em li hev nekin şer
    Li meydanê qoş bibî!

    Qoşa te bi tevgere
    Li dîlan here were
    Ne ji bo ceng û şere
    Ji kêfa tim doş bibî!

    16.01.2015

  37. Çare li wê nedî?

    Yar tu maye di dil da
    Di wê dera bi kul da
    Min tu çare lê nedî
    Ta fîxanên bilbil da!

    Tevî awazên şêrîn
    Bi wî dilê ku xemgîn
    Wek seydayê cegerxwîn
    Ji wa çavên bi kil da?

    Ewên ku mêran kujin
    Tîrên agir tavêjin
    Bi saxî min dibrêjin
    Du kezîyên ser mil da!

    Herdu wekî du mara
    Kê jehra wan vexwara
    Nema dibîne çara
    Her du bijangên şil da!

    Her du bijang çûn û tên
    Her yek ji wan çi dibên
    Kesek qe di wan naghên
    Weka zevî simil da?

    Similî çaxê zer bû
    Bala cotyar li ser bû
    Derd û kulên wî hew bû
    Mixabin lê qimil da!

    Qimilî bê bereket
    Deynê cotyar derneket
    Hiş û raman li hev ket
    Axîna min ji dil da?!.

    22.01.2015

  38. Min ji bîr kir?

    Ma ku te ji min fedî kir
    Te ji bo kê dil xudî kir
    Ev çelengî û bedewî
    Ka bêje ji kê hêvî kir?

    Qey ez ne kenê te bûma
    Hewqas li bendî te bûma
    Bi ciwanî şa ne bûma
    Ka te ew sozê xwe çikir!

    Xapînoka bê dengî tu
    Kuştî ya pir bedewî tu
    Xortan pir dikî xewî tu
    Ta bêçare dil sêwî kir!

    Ta ez kirme vî reng halî
    Dame ser dar vî kopalî
    Ev dil ji bo te dinalî
    Ta di dil da te xwe b’cî kir!

    Tu ketî nav reh damara
    Selmîyan bû li biryara
    Zêwarî li min kir para
    Heta ku çû min ji bîr kir!

    22.01.2015

  39. Xwezî?

    Xwezî tim li dar bûma
    Ji bo te bê kar bûma
    Wek perperînk d’şeva reş
    Dor çira te ar bûma!

    Lê te ez dam alîkî
    Te dîtim wek palîkî
    Bê fayde galgalîkî
    Mexabin bêçar bûma?

    Çare ji buhara te
    Bûm bilbilê dara te
    Min xwe dît wek yarê te
    Nizanî dil sar bûma!

    Wek çawa tê û darî
    Di ber min re dibhûrî
    L’min dinêrî dijwarî
    Istu li ser xwar bûma!

    Wekku li min bikê şer
    Bê hawildan bê tevger
    Ne tu here ne jî wer
    Wek tava bihar bûma!

    Bi birûsk û şipe şip
    Bi zîpik û lipe lip
    Parsî şikandin bi qirp
    Jêra ez cebar bûma?!

    Cebarekî bi xûîdan
    Ser balgîv li ser cîyan
    Camek bidî şûn yaxan
    Ji tere qurban bûma!!!

    29.01.2015

  40. Xiniz ketin nav berê da?

    Dîlber pir nazîk û rindî
    Min tu dîtbû di xewê da

    Tu delala li nav gundî
    Min kes nedî ji te wêda!

    Bi evînê perwer bûm ez
    Ta tu ketî di todê da?

    Ji nişkêve xuya bû ku;
    Xiniz ketine navberê da

    Destê min jî ji wê kirin
    Wek avêtim di kortê da!

    Çare nema li vî dilî
    Hew dîn kirin nîvê rê da

    Min dev berda ji wê vînê
    Nema bigrim yar dinê da!

    27.03.2015

  41. Ji dil veqete?

    Were yar dil natebite
    L’ber vîna te nalipite
    Were biner li lehî yê
    Çi guj guje bê firqete!

    Şev û rojan di lim limê
    Bi pêlan dike lebate
    Sere jêr wer diherike
    Her li ser te ma qebhete!

    Wek kevoka nêçîrê da
    Di bin mehreba yarê da
    Di nava feq û dehfê da
    Dezyê zirav jê naqete!

    Wî ji wirde mîme kirî
    Omdiya xwe jê nebirî
    Tiştek tê da bi cih kirî
    Ewa yare ewa doste!

    Ta li ser bê qiyamete
    Qezentera wê ket poste
    Bêyî ku ji wî bixweste
    Ne xaltîke nejî mete!

    Ji min wednê ku vîne yar
    Nîvê temen wê bi ken xwar
    Bi xeyalên xweyî dijwar
    Mi nizanî siyasete?

    Poletîka derewane
    Wek dijmina merovane
    Ew dijî ya bi hîlane
    Ji wê da bê mixenete!

    Kî li bendê bê hêvî ma
    Wek sêwî yê bê xudî ma
    Li nav kerî wer li pê ma
    Tew jê nedî selamete!

    Bila bimrî tu di dil da
    Ta nebe bar tu ser mil da
    Bêçar maye dil di gul da
    Bes mirinê jê minete!

    29.05.2015

  42. Ji dil kuştim?

    Ket me tora wê dîlberê
    Kuştim bi derba xecerê
    Dame ber tîr û xeşman ez
    Kengê wê li sozê werê!

    Kengê rabê dîsa ji xew
    Lê bixwînê ew weka kew
    Bê ken û vir û bê derew
    Bê xem ku bimrim bêçarê!

    Ji xeyalan dil feda kim
    Vî canî jêre qurban kim
    Ku bêt bi ken jêr feda kim
    Çûm tewafa lêv şekerê!

    Çûm tewafê heya berbang
    Wek berx û mî dibine dang
    Mela qîrîn wî kirî bang
    Gur û mî ji hev bûn derê!

    Ji bin guharan tewaf kir
    Li sîng û beran silav kir
    Herdu lêvan jê derbas kir
    Agirê dil natemirê!

    Pêt û pizote qey ji dil
    Were bikuj bi çavên kil
    Bi herdu kezyên li ser mil
    Dîsa rûne li pencerê!

    Nêçîr bike tu bê sera
    Gî temenekin ji tera
    Bila biçim ez di bera
    Dil serxuşe ku tu werê?!.

    10.06.2015

  1. Bê ûd kirim?

    Min êşandî te êşandî
    Dilê xwe l’ser şewitandî

    Ew xeyidî rabû û çû
    Ûda min jî tew nekşandî!

    Êlçî şandin ber bî şandin
    Bav gawirê vegeran dî

    Nêçîr kirim kirme sirê
    Wê dêm dûrê tê neghan dî!

    Wê fenakir xortên ciwan
    Li pêy hev çûn dil kişan dî

    Her çi kesê wê bibînê
    Dil ji sîng da vereşan dî!

    Ketme torê deste zorê
    Lê por sorê diqewtan dî

    Ma kî zanê bi wî derdî
    Dil ji nişkav hilweşan dî!

    Kanya xwînê di canê min
    Tev işk kir û miçiqan dî

    Bêçarim ez ji derdê wê,
    Dara vînê hilkişan dî?!.

    16.06.2015
    [
    ٣:٥١ م، ٢٠١٩/١/٢٩] Bêçarê Kurd: Zû sist bûm?

    Yar di vîna te da mest bûm
    Şerbet ji lêvan bi qest bûm

    Wer zanibe ku mirî me
    Kelha dilê te da hest bûm!

    Bi cejna bûyîna te yar
    Baxê gulan wer li dest bûm!

    Çûm û hatim wekî dînan
    Bê cam û ave sermest bûm

    Şev û rojan bi cengim ez
    Bi vî dilî ra pir west bûm!

    Her awaze min xwendin lê
    Wekî bilbil pê helbest bûm

    Çare nema li vî umrî
    Pîr kirim ez!pir sist bûm?

    21.04.2015

  2. Rêça derda?

    Ez ketme rêça der da
    Dil dar û jîr û xwenda
    Min dît keç delal û rind
    Di rêçê da ma winda!

    Pêda bihurîm gelek
    Ta nêzîk bûm por xelek
    Hew birim çerxa felek
    Min xwe dît di torêda!

    Çerxê ez kirme teker
    Wekî ajok û cercer
    Çûm û hatim der bi der
    Wek min dît di xewnê da!

    Wek xeyalên zindî bûn
    Mat mayî bê xudî bûn
    Kê ku berê ew dîbûn
    Ji xwe ber silav lê da!

    Ji pesta dipeyî vî
    Bi xwere di’axi vî
    Wekî dîn û heşaşan
    Nizane here kuda?

    Rêk li ber wî winda bû
    Dinya tev reş pê mabû
    Qasî ku ew gerya bû
    Berê wê qet ne b’mida!

    27.12.2014

  3. Bi dil dikî laxe?

    Yar tê ye ew çi deylaxe
    Gul bişkuvîn li nav baxe
    Were dilê min dermanke
    Bi wan lêvan key û daxe!
    Şûna daxan dane awir
    Min got:dilo here bimir
    Yar siteme weka gawir
    Bese bi te dikî laxe!
    Bese bi te ku dikenê
    Teslîm nebe ji rebenê
    Ma kî wê bêje te gunê
    Kanî hekîma nesaxe!
    Kanî bijîjka wî derdî
    Ma çê nabe dev jê berdî
    Tu ji sozê xwe ne badî
    Qey ji miryanin ê saxe

    02.01.2015

  4. Jîn kirim?

    Te ez dame yek ji beşer
    Bi hev xistim ez

  5. bê xeber!

    Da min dilek çûkî mezin
    Bi navê xwe,lê kir eser?

    Barê jînê giran li min
    Wextê ku hat,wek bê mefer?

    Vedan davik li dora min
    Qey te danî li min qeder

    Tew ji te nebûm bi guman
    Ku te çikir,kol bûm li ber!

    Qet cih nema li xul xulî
    Çûm û hatim dîsa li ser

    Çare nema dem bihurî
    Tu zû rabe li hol veger!

    Deryê toba tim vekirî
    Berî ku li te bin çeper?

    Pîştre nabe ku poşmanî
    Wa li pêş xwe bibîn mezer!

    Ev gerdûna kê çêkirî
    Bi yek rêçê dest daye ser

    Ba û baran tev dar û ber
    Dikin sicûdê bi yek ser

    Bawermend be tu ji dil be
    Here bê tirs tu lê biger?!.

    01.08.2015

  6. Tu bazirganî?

    Parîzgeha dil têkev
    Yarê bi bazirganî

    Ne ku bibî tu ji min
    Hew belê bi erzanî?

    Ger çi bikî tu dînê
    Bi serbestî tu kanî!

    Sermiyadar î dîsa
    Ti bejn û bal û canî

    Lê dibînim li mine
    Piyase ketî zanî?

    Me difroşin bê temen
    Hinka birî hin anî

    Wêran kirin gund bajar
    Koç ber kirin şêranî!

    Ger bigerî li dinê
    Wekî min tine’kanî?

    Buhayê te ku çibe
    Were rûne sêranî!

    Biger li baxê dile
    Tu serbest;li vî canî

    Ne keleş û qilêşî,
    Tu çi bikî fermanî!

    Dadgehê deyne bê tirs
    Dozger bi xweş zimanî

    Bêçar nebe lê kurdê
    Qey nîvîya mîtanî?!.

    31.07.2015

  7. Havîna bakur?

    Havîna bakure
    Agirî pir gurre

    Germeka bi tîne
    Alav jê difire!

    Şewate li der dor
    Cîhan girtî kore

    Dimeşe deste zor
    Dema me axire?

    Li her derê şere
    Li ser me tevgere

    Roja me hat dere
    Kew bi ref difire?

    Dijmin pir bi same
    Bernedin eyame!

    Da derkevin dame
    Dangî yê bigire?

    Vê yarê bigi re
    Ji bo wê bimire!

    Bi hiş lê bigere
    Çare yê bistire

    Çareyek hem demî
    Wek kelek û gemî!

    Derkevin j’bê xemî
    Bûke li ser gire?

    Bûka me kurdistan
    Dermanê vê jiyan

    Me dikî wek însan
    Rêk li wan bibire!

    Rêk bir bi yeketî
    Dijmin va ta girtî?

    Ala me vegirtî
    Dirûd kin ji wêre!

    Temen bid bi xûnê
    Wekî wê istûnê

    Çêkin wîn hêlûnê
    Rêkê zû bibire?!

    01.07.2014

  8. Eda kir?

    Zanim te dil fena kir
    Te ferzek pê eda kir
    Çaxa perde te rakir
    Belê tu dil gawirî!!
    Va dilî pê pêwîste
    Bi narvîna mi lîste
    Wî denge tew nebhîste
    Zanibe wê bimirî?
    Wek her tişt wê dawî bê
    Çawa şev li pey sibê
    Helbet wê rojek qey bê
    Her tişte wê bibhurî!
    Roja me çû axire
    Dinya wekî naxire
    Lê çibkim dil namire
    Bi xwe te poşman kirî!
    Lê çibkim dem derbas bû
    Rind ji ne rindê nas bû
    Dil ji tîran xelas bû
    Tu here wer bê serî?!
    Tu here bi wî derdî
    Dawî têt bin vî erdî
    Dev ji dinya yê berdî
    Li jiyanê wek perî!
    Wek tu hatî weha çû
    Ku çi hebû vêre çû
    Tişta xirab bîr nebû
    Qenc û ne qenc tev mirî!
    Belê te bi ya xwe kir
    Te ev dil çare nekir
    Te xulî bi serê xwe kir
    Ji pesna xwe difirî!!

    02.08.2015

  9. Meyrevan koletî nakê?

    Mizgeft cî yê îbadetê
    Qebûl nakê vê koletê
    Têda dijîn tev wekî hev
    Li jiyanê wek serbestê?!

    Bila koleyê xweda bî
    Ta ku li dinya yê şabî
    Li axretê poşman nabî
    Ji bîra nekin her wextê!

    Wexta xwe pê vala nebin
    Xwedayê xwe ji bîr nebin
    Ta çe’ilê da hun wer nebin
    Her bighêjin wê paytextê?

    Ne bi fen û ne jî fûta
    Nekevi ne çerxa rûta
    Mebin wekî wayên sûta
    Guh medne wê siyasetê!

    02.08.2015

  10. Quran?

    Ew sandiqa nuxamtî
    Reş belekên veşartî
    Wa çînikên hûr û rêz
    Pê dijiyam her wextî!

    Bi wê ez hatim dinê
    Pê nasî ku çi gunê
    Laqirdî tê da tinê
    Meqledize naqetî!

    Her ku min xwend pêda bûm
    Dest ji dinê vala bûm
    Ez aşiqê wêna bûm
    Dil nema pê raketî?!

    Ew çîne çiqas hûre
    Me’ine daye pir kûre
    Ji destekî sitûre
    Wî danî ye sebitî!!!

    Danî ye bi me’ine tê
    Li xudî yê şefa’etê
    Pê nasin wê axretê
    Ji bo dil neşewitî??

    Her xwe pê berwedeke
    Wê di nav mejyê xwe ke
    Derd û kulan çare ke
    Ta ku tu neşemitî?!

    08.08.2015

  11. Ne layiqim çima?

    Min pê ristî….Qey hevokek
    Serî danî …..Li ser çongek
    Tov reşandî…Bi destên xwe
    Dijmin neda…Min jê çengek
    Lê min stira…Ax bi xwînê
    Dikim qêrîn….kes nabînê
    Min rê girtî…..Mem û zînê
    Ta ku werê…..Jê rondîkek!
    Felek bese….Pişt nede min
    Bila neyar…..şa nebe min
    Ma ta kengê..Ew şahê min
    Tew nabêjin..Min xelekek!
    Tu poşmanî..Li dayinê
    Ne razî yî……Bi zayinê
    Heta kengî…Tu xayinê
    Qedexe ye….Şahînokek!

    10.08.2015

  12. Têr nebûm ji dîdarê?

    Tu bi xêr hatî lê yarê
    Roj çû kete ber êvarê

    Nebêje lê va ez diçim
    Ez têr nebûm ji dîdarê!

    Tuwî sira berî seher
    Bi dest nayê wek vê carê

    Min girtî ta berî çûnê
    Xwatir nexwaz lê bê zarê!

    Bila çûna te ne çûne bê
    Bizan çiqas te soz xwarê

    Me li hev nerî bi çava
    Du’ayên min ji sitarê!

    Qemîş nakim hilavêjim
    Çiku ji balê tew narê!

    Ew li ba min sor nimandî
    Erxewane ji hinarê

    Li derdê min dermane ew
    Ji destê wê bûm bêçarê!

    Lê min daye pê vî dilî
    Nizanim tew kuda darê!

    Wekî bilbil dîn kirim ez
    Li dil nake tew ti çarê

    Dikê bimrim d’riya wê da
    Xwedê bikê qey vê carê!

  13. Bes hev bixin çala?

    Em mezin bûn bi xeyala
    Heyfe ku xwîn biçe vala
    Em ji hevre gur û şêrin
    Hev gêr dikin kort û çala!

    De win bigrin benê xweda
    Bê tirs herin win bi kuda
    Ta mizgîn bin di nav gel da
    Tew guh nedin wan gal gala!

    Bi navê yezdan xwe jîr kin
    Bi yek dengî li hev qîr kin
    Dijmin li hev bê tevdîr kin
    T’bipeyivin kerr û lala!

    Ez bi çûk bûm va bûme pîr
    Min barandin pir xeşm û tîr
    Bêçar ketim ji bê tedbîr
    Hêdî ketim hukmê sala!

    12.08.2018

  14. Xwe bi me pak dikin?

    Çima min bê pergal dikin
    Li civatan min lal dikin
    Hêsîrê ap û bira me
    Her tiştî tewenbar dikin!

    Tiştên dikin şeytan nakê
    Destek bi şûr quran rakê
    Xwe digrînê serî l’ba dikê
    Me ji hevre bi neyar kin!

    Me bi hevxin hev bikujin
    Ji hev dûrxin xwîn bimijin
    Em jî li hev çi dibêjin
    Di eyne xwe tew dernakin!

    Ji barbarî ya xwe namînin
    Bêçarî ya xwe nabînin
    Her timî xwe dixapînin
    Em ji demê texmîn nakin!

    Dem derbas bû va hat axir
    Kuro bese hew tu bimir
    Xelkê bi te war ava kir
    Ta kengê ji xwere nakin!

    12.08.2015

  15. Ez ber li qubûrim?

    Ez di der heqê te da,bi qusûrim
    Lê wekî ku her sazê bi tembûrim

    Ez ketim lê tu loma nek tew ji min
    Ser li halê bi ramanim ji dûrim!

    Ez nizanim ji tirsa canê şêrîn
    Yan jî ji rastî yê wek devê şûrim

    Bin hola te da digerim bi dava
    Kemîn ketim bi bar bare lahûrim?!

    Hesreta min hewe ku werim bînim
    Eşq û vînê xuya ye ku pir gûrrim

    Gale gala dev berde bigir rastî
    Bawer ke belengazim ne stûrim!

    Ber li dergahê te koleme bêçar
    Aram be dil da ta jê nebhûrim

    Tew qe tiştek bi te nabê ey canî
    Lê her tim û tim ji te bi destûrim!

    Roja ku hatim mi nizan çi l’pêşim
    Lê baş dizanim ku ber li qubûrim

    Dev ber de ji dinya yê lê meke şer
    Belê bi rastî ez ji te lê bûrim!

    Misilmanim bi riya eşqa xwedê
    Bawermendim lê belê ne kefûrim

    Cîhan zane ku merovim bi rastî
    Dostanîye didim her kesî ne sûrim!

    18.08.2015

  16. Em korê yûnisin?

    Yûnis ku ji hûtê derket
    Bi kenarê derya yê ket
    Serî rakir û nihêrî
    Korek bi ber çavan diket!

    Korê reben dilikumî
    Bi ser xwe da dilihumî
    Dil ji dinya diqerimî
    Yûnis xombû serî daket!

    Got:ey xweda tu çav bikî
    Dilê wî jî tu şa bikî
    Vê tewşî yê ji ser rakî
    Dengê wî çû,bi banê ket!

    Kor ku çavên xwe vekirî
    Li dinê temaşe kirî
    Wî dît yekî tazî û rût
    Bi ber nîşana wî diket?

    Yûnis bang kir bi poşmanî
    Got:xwedêwo!qey tu zanî
    Tu vî bikî weka berê
    Axîn ji dil da bi derket!

    Ey gelê min!wek wî nekin
    Çavên xwe li rindî vekin
    Yûnis ji xwere armanc kin
    Çaxê ku çira we vêket!

    02.09.2015

  17. Bila hêsir neçin vala?

    Ey şêrê min elî qazî
    Zanim ku tu ne razî

    Heyfa wan hêsirên temam
    Tola baba tu dixwazî!

    Lê çibkim wan rêberane
    Ji siyaset mane tazî

    Fen û fûte ji berê da
    Em kirine belengazî!

    Ku me bi hev bawer heba
    Em ned ketin vê tolazî

    Bila bêçarî barke lo!
    Em jî bijîn b’ser firazî?

    Hun rêberê me li başûr
    Dev berdin win ji qurnazî!

    20.08.2015

  18. Felek?

    Felek te revandim îro
    Di sînor geran dim îro
    Toz û kulxan û dûmane
    Li min bû mehşere îro!

    Serê sibê dest pê dikir
    Danê nîvro qamet çêkir
    Destê bav û kur ji hev kir
    Bûm temaşe ro li nîro!

    Bûm temaşa vê cîhanê
    Ma kî bi halê kê zanê
    Va em ketin imtîhanê
    Qîz firot li sêra pîro?!

    Em kirin himbêz bi yek ser
    Ew bûn ticarê beşer
    Dewran li me bûye cercer
    Erzan ketim ez bê mîro!

    Halê min û vê mihnetê
    Wêran kirin bo cinetê
    Ka xudî yê edaletê
    Bese bigrî ay lo jîro!

    Bi girî qet lav pêk nayê
    Dilo!çima bêçar mayê
    Bawer bibe ji xweda yê
    Ewe yê ku jê tevdîro!

    Ewe ê ku te di rêkê
    Şahî di şûna hiznê kê
    Kî jê pêve kanê bikê
    Te rêzgarkê lo esîro!

    Dilo!bese pesin mede
    Xulî yê ji ser xwe vede
    Tu guh bi der dorê xwe de
    Bese ezî lo feqîro!

    Mala eza berê tinê
    Ku bikevê kî bê gunê
    Ji mala xwere dijminê
    Dawî ya wî binê bîro!

    Meriv bi hev mezin dibê
    Sama meriv dijmin dibê
    Xatir ji meriv çê dibê
    Ne dike nalîn ne qîro?!

    Wek hev bijîn piştî veger
    Li hev biner tev lal û ker
    Ta poşman nebî bi yek ser
    Hev nedne ber xeşm û tîro!

    24.08.2015

  19. Tu du alî?

    Ha li vî milî,ji wî milî
    Bes bikene tu bi vî dilî
    Heta kengê ji te bigazim
    Tew fayde nakin ah û gilî!

    Di ser mera lê xwedak heye
    Dinya ne wek gustîla teye
    Wek tu dixwazî wêda badî
    Te bar giran kir li vî milî!

    Ji wî barê te cefa kêşim
    Ji derd û kulan dil pir dêşim
    Dil vekirî sîng diqelêşim
    Eşqa min hewe çavên kilî!

    Çavên di reş wek ên horî ya
    Rondîkên zelal jê barî ya
    Kes nizanê ku meqsed çî ye
    Tîr avêtin bijangên şilî!

    Şil bûne ku tev ji xwînê ne
    Tên avêtin ji sekvanê ne
    Derbê xwe gî li kezebê ne
    Çara nema ji çavên şilî!

    Hawar dikim tew di kêr nayê
    Kî wê rakê vê reş bela yê
    Ez ji ber ketim giran ta yê
    Ew bûye gula bê bilbilî!

    27.08.2015

  20. Kurdistanî çareser?

    Ketme tora nezanan
    Pê da çûm ez bê veger

    Bûme şora cîranan
    Sere jêr bûm bi yek ser!

    Bûm benîştê bêvaca
    Wer gerandim wek qeder

    Kengê bi xwe bihisim
    Bi

  21. dest xwe xim te esmer?

    Hamber pê biqijilin
    Arê xweda bin pêger

    Ji tere amede me
    Ji bo te tim bi tevger!

    Ne şerme ku bêm kuştin
    Li ser dîna kezî zer

    Wek masî yê zerrî yan
    Ajnîvanim li her der!

    Min ji hûta ne xeme
    Da min bikin zîr zeber

    Me her yekî dilek hê
    Tu ji min pir muhteber!

    Bêçarê te me dînê
    Kurdistanî çare ser

    Ger wê rojê bibînim
    Can û dil gorîkim ber!

    15.092015

  22. Alanê kurdî?

    Tu ji şam û helebê
    Bi cî nebû kobanê

    Li tirkî ya gerî ya
    Nekir debra jiyanê?

    Awropa te kir hedef
    Berê xwe da yûnanê

    Lê çiqasî kêf xweş bû
    Weku çûye seyranê!

    Li geştî yê siwar bû
    Tu ketî imtîhanê

    Ku bi nîva îcê ket
    Te bang dikir lê anê?!

    Ev jiyana gî nekir
    Bawermendî quranê

    Li nîva rê vegerî
    Ketî xewna vîyanê!

    Li kenarê derya yê
    Qûna xwe da cîhanê

    Va tu bûye ibretek
    Ji bernavê însanê!

    Bêçar kirin ji nûve
    Kirne fikr û ramanê

    Dûrî welat tu neçû
    Te ez kirim amanê?

    Mirina li ser xakê
    Weku biçim dîlanê

    Î ku li welat nejî
    Li ewropa almanê?

    Wê herî bê rûmet bê
    Bersiva xwe nikanê!

    Bila bimrim li welat
    Ger ku bikim şivanê

    Ez naçime dûrî wê
    Narvîn bi mi nikanê!

    Tu ji bo min bûye ders
    Teyrikê kurd alanê
    Rev ji mirinê nabe
    Çare bi wê nedanê?

    16.09.2015

  23. Teva bûne wek iblîsa?

    Ber bayê te ketim dîsa
    Vîn ne dijware qey wîsa
    Wek vîna mûsa û îsa
    Bi tûrê ket wek qesîsa!

    Wekî şelpe yê cinan bû
    Pizota di argûnan bû
    Çipîska li ber taqan bû
    Muşterî hatin ji pîsa!

    Aşiq bê heq jê par man
    Her yekî ji xwe kir guman
    Lê civîn yên bê wîjdan
    Dergah mizgeft û kilîsa!

    Par par kirin bûn bazirgan
    Hinka li gor xwe dan ferman
    Nehîştin ku şabe jiyan
    Girtin leheng bi werîsa!

    Bê deng mane tar û ware
    Xweda temaş li her kare
    Dibhîze her qîr heware
    Teva bûne wek iblîsa!

    B.K.16.11.2018

  24. Dil meşkîne?

    Dil meşkîne bi wî derdî
    Te zad kedî kir li vî erdî
    Civat belav kir yek nema
    Dûr nêzik bû ji bê merdî!

    Kevan çêbûn rû qermiçî
    Pişte xûz bûm wek qalûçî
    Rêk bûne tev kaş û qûçî
    Kengê çare bêt bi mendî!

    Kengê tu bêt min keremê
    Bilbil li baxê îremê
    Hêvî j’xweda yê alemê
    Berî ku jîn xwe bi serdî!

    Pişt re girî bê watene
    Ah û keser tev gunene
    Xweşi yê dil li ba tene
    Kemîn ku bi saxî vedî?

    Wek te girtim bi ciwanî
    Zû pîr kirim qey tu zanî
    Mal wêranim bê qurbanî
    Ketim rêça tu bê fedî!

    B.K.12.11.2018

  25. Bibe xudî?

    Kurdo!tu baldar be carek
    Da ji baxan gul bî parek
    Yara te waye dinale
    Bibe xudî ka debarek!

    Bese tu ji hev piringî
    Li serê xwe tim bi jengî
    Wexta te çû bi derengî
    Her sibe çû tê êvarek!

    Bi belika xwe nexapîn
    Welat nayê dest bi lavîn
    Kanî soza te da evîn
    Dev l’kenin kore marek!

    Gel perîşan ji hev bela
    Derd û kulan bûne kela
    Derfet nayên qal û bela
    Bila xwîn bêt ji damarek!

    Ta ku ser û pê ne yekin
    Virt û vala û çilekin
    Wê hev di çala tim werkin
    Kurtan emin ew siwarek!

    B.K.13.11.2018

  26. Dam ber xwe lehîyê?

    Jehra di weqamê te da
    Pir pê xweşim ez bi kînê

    Naza di meqamê te da
    Kirme dava wê evînê!

    Girtî wê şûxê ji dil da
    Xwarû kirim bê zemînê

    Ger bida min ew sozê da
    Ser û bin çûn ji bo dînê!

    Xebîneta herî mezin
    Ku firotin wê ji xwînê

    Bi navê wê bazirganin
    Bin pê kirin taca şînê!

    Cehaleta me bû dane
    Me nizanî bi gulvînê

    Xeml û taca te rewanê
    Paytone çû ji nesrînê!

    Rengê jiyan reş bû yarê
    Dijmin şabûn bi dest şînê

    Bilbila xew berdane can
    Gul çilmisîn bi xemgînê?

    Çare nema têt li derdan
    Wekî çeman xim ximînê

    Tavek reş bû barîn li me
    Neman lehî bêt kemînê!

    Xuşxuşa ava diherkî
    Hûme hûma bi girgînê

    Sere jêr çû bê xatir bû
    Tiştek li pêş xwe nabînê!

    B.K.14.11.2018

  27. Dil bişo?

    Yek hebû hat ku dil bişo
    Wê ez kirim vekşo vekşo
    Şûn birekê dam ber tefşo
    Ew ya dosta min bû qaşo!

    Kirt kirt kirim şûn xwe hîştim
    Wê ne şiştim ne veşirtim
    Baş dizane ku ez kuştim
    Lê dil ji wê tew naqeşo!

    Dil ma pê de wer qemitî
    Di vînê de her şemitî
    Eyar gura çerm şeqitî
    Heya kengê pilo pişo?!

    Bi piş pişan yar çê nabin
    Dilê mirî tew sax nabin
    Heger mirî ji gor rabin
    Wê li tenişt tu bimeşo!

    B.K.11.11.2018

  28. Şopa xwe ya ka dizê?

    Girtim bi wê miz mizê
    Şopa xwe ya ka dizê
    Dil ji şopê winda ye
    Wek mêşa bi piz pizê!

    Dil guvişt wê b’mengemê
    Ji vînek xweş û germê
    Xapandim wê dev nermê
    D’jîna min de vedgevizê!

    Kirme tapan li dûzê
    Bi ciwanî bûm xûzê
    Bi min xweş kir wek gûzê
    Rû geşê lêv qirmizê!

    Min!got:qey tu ya mine
    Di dil da kesek tine
    Mixabin b’min dikene
    Qurnazê rû gevezê!

    B.K.09.11.2018

  29. Bejin ji xetê?

    Min dît têye bejin j’xetê
    Wêne xîzkir li kaxetê
    Her çi kesê wê bibînê
    Bê hemd dilê wî diketê!

    Bejin ji tayek reyhane
    Dermana dilê gîyane
    Hem arame hem viyane
    Teva digrin tarîqetê!

    Tarîqeta vê muhibê
    Ka ew kesê qandî xwe bê
    Ta di rêda winda nebê
    Ta tê bighê wê hicretê!

    Ew hicre ya tek meqame
    Serî dagre ji medame
    Parast wek beytulherame
    Ta nêzîk bûm li axretê?!

    Ta nêzîk bûm ser berwerê
    Lazim ewya ji vir nerê
    Ger kuda çû dîsa werê
    Ta parêze kerametê!

    Biparêzim xweş evînê
    Wek bilbilê baxê jînê
    Ne wek roja vê havînê
    Qendî germe di şewitê!

    Şewata wê dil honik kir
    Şeva tarî min ronî kir
    Bi her şêwe yê min hokir
    Axret li min kir soxetê?

    Bi soxetê kir wê rezan
    Kirim mewzî bûs û derzan
    Dame ber wa tîr û gurzan
    Bê fedî bû ji hişmetê!

    20.08.2014

  30. Dil..

    Dil xweş bike bi wan çava
    Bese awir bese lava
    Hêdî pîr bûm ez ji tava
    Çarek tenê bik silava!

    Carek tenê rû li ken be
    Bê dolab û fût û fen be
    Bila jiyan hemî ji tebe
    Virda çeke tu çend gava!

    Hêdî hêdî were ser dil
    Zivik bike bar ji ser mil
    Zevî zerbû daye simil
    Tu şêrîne wek dê û bava!

    B.K.21.08.2014

  31. Ziman xweşe?

    Bi çi hatin,û çi kirin.
    Tu ji devê min hilkirin?
    B’her awa yî tune kirin
    Lê nikar bûn ku rakirin!

    Dayin xweda qedexe ye
    Ev alozî li ser me ye
    Hemû derfet nedan te ye
    Hebûna me b’navê te ye!

    Tu nîşan û tu hebûne
    Wekku bi te em nasbûne
    Tu sembola sexwebûne
    Yê ku nezan j’te dûr bûne!

    Ger tu neba li vî devî
    Wê dil di eşqa kê kevî
    Tu wek heyva ku yek şevî
    Her ku pîr bûm tu xweş levî!

    Tu amnetê bav û diya
    Bi te banim li xudî ya
    Gelek ji te kin fedî ya
    Ew tev ji refên gidî ya!

    B.K.02.10.2018

  32. Ji bê bextên alima?

    Ji tuxmê wan zalima
    Ji bê bextên alima
    Li min kirin îxima
    Ez nizanim ku çima!

    Bûne yek û ol berdan
    Dinya axret tev derdan
    Piş piş kirin di hev dan
    Pir bûn ji wan tîxuma?

    Pîsî zû b’hev dikevê
    Wek arê bi pûş kevê
    Serî di bin dikevê
    Yek nîşan da ber rima!

    Ez û ziman bûn amanc
    Ji pit pita wanî kanc
    Ji bav kalan de bêvac
    Ez li ku,tu li ku ma?!

    B.K.01.09.2018

  33. Vîna kevnar jê namînê?

    Wê girtim ez bi şeva tarî
    Xapan dim wê bi dil sarî
    Nezan kirim li vî warî
    Tenha kirim bendewarî!

    Tenha hîştim bi lav û lav
    Vedan li min feqik û dav
    Jiyan bi min hîştî wek xav
    Heyfa rondîk ku tên ji çav!

    Heyfa wa hêsirê narîn
    Dil dikêşe sed azerîn
    Temen bi ax û of borîn
    Kanî ew yar biskê zêrîn!

    Sîha biskan şorlaqiye
    Ber jêr diçe simaqiye
    Yê ket torê ehmaqiye
    Bi hêvî meya baqiye?

    Bi hêvî ku bête saqî
    Her tim bi dil ew dişaqî
    Li benda wê ji dil raqî
    Halet va girt bi mistaqî!

    Zevî ajot dor bi dore
    Tene hil kir da ber jore
    Li cêcê hat tene sore
    Li yûrt reşma mije kore!

    Heyfe keda salê ku kir
    Keser kişand milêv rakir
    Deyin dar ma ked wêran kir
    Zarokan çav li jîn vekir!

    Zar û zêçik çav bişkivîn
    Di balê de lêv hinguvîn
    Hestên evîn ji dil livîn
    Vîna kevnar j’dil nakevîn!

    Vîna kevnar ta mirinê
    Li serecê jê namînê
    Ta ku lê dikin telqînê
    Diçe gorê tev wê jînê!

    B.K.28.09.2018

  34. Qelem bi denge bihtir ji cenge?

    Pênûse pê kêr namûse
    Qeleme bi derd û xeme
    Bibin xudî lê ew bûse
    Ji bê qelemî kolê te me!!

    Hûn bidnê kê gelek qîmet
    Bêyî wê tew nabin dewlet
    Ji bo we tîne ûd rûmet
    Kê girt pênûs man eleme!

    Pêşîyan gotî:tang bê tirs
    Pênûsek cîhan dikî hus
    Piştî xwedan ji wê bitirs
    Ma ne nalîn li ser te me!

    Qelem dibarrîn kurd bê zar
    Gelek wêran bûn ketin ar
    Tu hîn bê mixenet xewar
    Şahidê derd bêçare me?

    Tu baş guhdar be derdê te
    Xweda ku da wan bir ji te
    Bûne siwar her l’mila te
    Bargêr êşa ziman heme!

    Hatin ji dûr bûne siwar
    Tu ma kole her li bin bar
    Te tim dikir û wan jî xwar
    Loma neke jan bi xwe me!

    Ziman ku çû tu fena bû
    Ti wek dijminê xweda bû
    Helbet wê xelk te siwar bû
    Şûr bê qelem nake leme?

    Lem û lûce bi hevre bin
    Serkeftin bi dest te bin
    Heger dinya li te rabin
    Bîrawerî û zan qeleme?!

    B.K.23.09.2018

  35. Poz bilind kir?

    Min elend kir te elend kir
    Bi çûna xwe te pir rind kir
    Dil westî ya ma li bendê
    Bi qurnazî xwe bilind kir!

    Te dinasim keça kê ye
    Baş binêre li rewşê ye
    Tu wek dara di hewşê ye
    Çima te poz l’min bilind kir!

    Rondîkê min her dibarin
    Hestê te li ber bê zarin
    Dil xweşî tu bê azarin
    Bawerî te li xwe kund kir!

    Ez dizanim keça kê ye
    Tu ne misre ne hindê ye
    Ne fireng û ne romê ye
    Ji bo çi te xwe pir pind kir!

    Kî te birî wî pir pirî
    Para min bû şîn û girî
    Xem û xiyal l’min hêwirî
    Te ez wekî arî pind kir!

    Arî kirim dam bindînê
    Ma kî wê bêt min bixwînê
    Barane dil xim ximînê
    Te xwe pêş da min bi şind kir?

    Kirim tarî di şevên reş
    Hîştime wê ji dil nexweş
    Ez û sitêrk bûne hev beş
    Bi min kenî xwe wek find kir!

    Bi min kenî li nîvê rê
    Temen borî dil maye pê
    Zanim ku bê bextî ji dê
    Dîsa bi min wê xwe cind kir!

    B.K.22.09.2018

  36. Bi zimanê xwe biçe ciyê xwe;ta ji bîr nekî bav û dîyê xwe?.

    Çaxa dinya di xewda bû
    Tu lê şah û padîşah bû
    Ku dinya rabû zana bû
    Tu siltanê xewaran bû!

    Ku li zemîn kes nemîne
    Wê tu hingê xwe bibîne
    Ma tê çikî bi wê tacê
    Bilbil bi yek awazan bû!

    Ku li baxan gul bi yek reng
    Bilbilan tev lê kirin ceng
    Li hev neket awaz û deng
    Kor wê çibkin ku ne şa bû!

    Reng reng nebin hilma gula
    Tev xweş nekin vîna dila
    Bihar jîn be deng bilbila
    Elesta zivistan çi bû!

    Biharek bê wate ye ew
    Qisir najîn bê marî kew
    Dinya va çû wekî derew
    Kurdo!tu bê serî mabû?

    Nebe zerzûl jîn bê ziman
    Da tu neçe gor bê îman
    Tu her dijî niha erzan
    Zimanê

  37. te’y pêxember bû!

    B.K.22.09.2018

  38. Tu û ez?

    Yê ku dil dizî tu yî
    Yê ku xapan dim tu yî
    Nîv kuştî kirim tu yî
    Ya li soz mayî ezim!

    Yê çav şilkirî tu yî
    Yê dil jê birî tu yî
    Jiyan reş kirî tu yî
    Ya ku bi hêvî ezim!

    Yê şev dirêjkir tu yî
    Xiyal bi bêrkir tu yî
    Di xewnan çêrkir tu yî
    Sitêr jimartin ezim!

    Yûsifê d’kenan tu yî
    Memê di zîndan tu yî
    Keçelê l’sîpan tu yî
    Xeca bi nalîn ezim!

    B.K.21.09.2018

  39. : Can bihêle?

    Giyan bibe can bihêle
    Min bi tenê tu nehêle
    Derd û kulan l’min civiyan
    Bûne derya dam ber pêle!

    Hêsrên çavan tu kêf xweşî
    Bizan ku ew xwîna reşî
    Tu ji dil tew na vekêşî
    Heyfa temen te kir kêle?

    Helbet rojek tu poşman bî
    Li vî dilî bi mîvan bî
    Çawa li xewna şevan bî
    Te firotim tevî xêle!

    Te firotim bi erzanî
    Bi ça’min tu baş dizanî
    Ji derdê eşqê xizanî
    Min ji bo te berda êle!

    Dil ji bo te min kir kulav
    Min guh neda bira û bav
    Te jiyan bi min kirî xav
    Ti bû tembûr ezim têle!

    B.K.20.09.2018

  40. Tofana bê deng?

    Ji wê hicra bê bexta
    Bê par nebûm ez benî

    Ji wan tuxmên rû reşa
    Dane ber xwe ez xwînî!

    Ji vî derdî dikêşim
    Ev bû pênc sal rebenî

    Min helalke lê dayê
    Li mi nema rû kenî!

    Bi ahû keser dijîm
    Wek derya ku bê binî

    Pêlên derdan li min dan,
    Di nav de bê avjenî!

    Mebest zimanê te ye
    Eşqa te b’vî temenî

    Vîna te giran bû yar
    Li min bû wek xanî!

    Ta kengê tê bimîne
    Xweş navê te kobanî

    Ez wê rojê bîrnakim
    Seyik girtin ta binî!

    Tev gemirîn li taxa
    Kûçik xwarin ser binî

    Piştgirê wan rezîl bûn
    Ketin tora b’gerdenî!

    Çavê me li vegerê
    Da ku nebin poşmanî

    Lê bigerin bi xweşî
    Bûka ji bo qurbanî!

    B.K.20.09.2018

  41. Ger vîn bi êtûn be dil pare?

    Vaye ew çû nema tê yar
    Xatir nexwest wê bav dijwar
    Kukum kirim pişt da dîwar
    Nizam çima?kirim bêçar!

    Ji bo çi?wê tenha hîştim
    Zane ku bi saxî kuştim
    Bi agirê çav biriştim
    Barek li min kirî hejar!

    Zane ku wê dax kir û çû
    Mirî ji gorê saxkir l’dû
    Wê kir benîşt got:de biçû
    Çikir lome man bê sitar!

    Nema hêdî dil radgire
    Zanê ku rojek bimire
    Vîn wisaye pêt agire
    Êtûn be jî dil kirî par!

    B.K.18.09.2018

  42. Melayên sexte kar?

    Bi çi ti hoşî mela
    Bê mey serxweşî mela
    Rastî nabêjî mela
    Wek tu ker doşî mela!

    Wek kerê bibî aşa
    Bikevit dest qeraşa
    Li pêş bar,paş rapaşa
    Bihuşt firoşî mela!

    Rastiyê tu bibêje
    Ayetan xweş vebêje
    Milet kir kerr û gêje
    Ta xwe nedoşî mela!

    Ev ji tere namîne
    Xweda dizan dibîne
    Wê ji te jî bistîne
    Çi fingur boşî mela!

    Dawî li te yek çale
    Ne zarok û ne male
    Tê biçî deste vala
    Li dojeh pûşî mela!

    B.K.11.07.2018
    De here?

    Ji minre tayê de here
    Berf û sermayê wer here
    Eşq kir belayê tu mere
    Dil ma li bayê zû dere!

    Ferfûra di nav refayê
    Li min bû derd û belayê
    Kaniya kul û xemayê
    Ji wê biryarê vegere!

    Te kirme benîşt di deva
    Vînêda ketim j’kunniva?
    Dil bi kalî kir di liva
    Nêçîrê davim ji tera!

    Dîl girtim wê ji giyanî
    Ma pêşkim ez bi vî canî
    Derman bi destê tu kanî
    Zû rabe ser xwe tu were!
    Çarekî bikî tu karî
    Li mi nekî tu zirarî
    Dermanê dilê bêçarî
    Ber bayê xistim ji xwere?!
    Ber bayê xistim wek kayê
    Pişt da dîwar û kenyayê
    Got:de werne vê semayê
    Dûr xistim ji nav bêndere!

    B.K.13.07.2018
    Ta serî ne ji te bî?

    Ger ilm û zanîn te nevê
    Ger hez û evîn te nevê
    Ta war bi te şêrîn nevê
    Ma tê bi wê dozê çi kî!

    Ol û bawerî ya te be
    Di destê xwîn xarê te be
    Lavij û lav para te be
    Ma tê ji bihuştê çi kî?

    An şivanê te ji gur bî
    Tu bi xwe tevlî rêk bir bî
    Ji xelkê ra peza kurr bî
    Meşk û hîzan wê tu çi kî!

    Te rom hanî ji mengolê
    Ereb hanî j’girav çolê
    Te hilweşand li xwe holê
    Ma tê bi war şînê çi kî!

    Xelk daye pêş li xwe kir şah
    Bûye kole ew padîşah
    Xwe kemişand li ber dergah
    Ma tê bi mêranî çi kî!

    Ta serî te ne ji te bî
    Jana wî ji êşa te bî
    Tevî lingan bi hev re bî
    Wê çaxê tî derî vekî!

    B.k.15.07.2018

  43. Çi xweş bû şevek?

    Yaro veke derî carek
    Soz bi ci hat l’te bimbarek

    Rabûm ser xwe wekî dînan
    Lê geriyam wek reş marek

    Mizgîn li te evîndaro
    Xwedê da te xibş û karek!

    Min dev berda ser sîga wê
    Û jê dizî sor henarek

    Bibe wek gur,dev berde sîng
    Ta berbangê bixwe parek!

    Qîl berdane nava sîng da
    Bi minve hat tîre jehrek

    J’îro pêve bi dest nayê
    Xwedê zanê wek vê yarek!

    Xwedê nekê sibeh werê
    Çiqas xweş çû şev bihurek

    Kuro!bese beyan lê da
    Wextê rabin xesm û karek

    Lê wê şevê ez dîn kirim
    Lê roj zû hat di hewarek!

    Bêçar bese va ez diçim
    Nebêj kesî ev bêtarek

    Yarê here sirr veşartî
    Kes nedî soz ma sitarek!

    B.k.19.07.2018

  44. Zimanê te?

    Zimanê te bi min xweşe
    Jiyan bê te li min reşe
    Dayê bo te dijîm geşe
    Zimanê te zimanê te!

    Bo vî ziman bûme bêçar
    Min ji bo te ew girtî yar
    Pê xweş dikim jîna dijwar
    Zimanê te zimanê te!

    Kesê jê dûr ew xav diçe
    Li ba xweda bê lav diçe
    Wek hêsira ji çav diçe
    Zimanê te zimanê te!

    B’kincên xelkê neçe dawet
    Bê ziman te nîne rûmet
    Tê her bijî bê mixenet
    Zimanê te zimanê te!

    Ew zimanê şêrîn zelal
    Kanî ewên ku şîr helal
    Wê pênûsê ti zû vemal
    Zimanê te zimanê te!

    Kuro dayik ma bi tenê
    Ka de bêje wê çi gunê
    Dijmin bi te tim dikenê
    Zimanê te zimanê te!
    Baxçê gulan ew zimane
    Bilbil li nav pê giyane
    Ma kî j’bil te dê nizane
    Zimanê te zimanê te!
    Vî zimanî xweş bizane
    Dil şad bike xuşk diyane
    Sexwebûn bête meydane
    Zimanê te zimanê te!

    B.K.13.09.2018
    Kengê vejîn bim?

    Şebnem wan çavan şil dike
    Şip şip tête ji şimike
    Dinasim wê ji şe’inike
    Dil daye ber daxa vînê!

    Dil bi daxan kewandim wê
    Bi awira hewandim wê
    Wekî don ez!hilandim wê
    Ta girtim her ji vê jînê!

    Ta û têbet her ji sirê
    Nizam çawa ew bête rê
    Nayê girtin wek soz pirê
    Reşkir bi min wek narvînê!

    Wek hev kirin çi roj û şev
    Ziman xweşe;ku soz ji dev
    Dilo bese carek bikev
    Qey halê min tu nabînê!

    Bêçar kirim wê bi lava
    Ne razîne dê û bava
    Bira ketin feq û dava
    Wek mi neman kes li jînê!

    Wek mi nîne bin pê kirî
    Ji zindîyan saxê mirî
    Keryê seyan lê hêwirî
    Kengê bidî min vejînê?

    B.K.12.09.2018

  45. Ji bo mi nîşan û tac?

    Gerden dibrûse ji ac
    Qirik zelal wek zucac
    Xazgînî tên dixazin
    Tev bê bextin ew bêvac?!

    Ez te nadim tu kesî
    Ji bo min her tim besî
    Qebûl nakim teresî
    Ji bo mi nîşan û tac!

    Tu guh nede kesî dîn
    Were halê min bibîn
    Vê helbestê tu bixwîn
    Dor me pirin yên gelac!

    Ew bê bextin bê bawer
    Ji bo qencî bê tevger
    Li nav bera me diger
    Gotinên wan wek hilac!

    Min dil da te b’xizanî
    Jiyan kire erzanî
    Vê rewşê tu baş zanî
    Nebe wek nanê l’ser sac!

    Bila bo tebe yek rûk
    Ta nebînim te bi çûk
    Lê tu nejî wek pepûk
    Ji gustîla minre qac!

    B.k.20.07.2018

  46. Bûm dergeha?

    Wê hat û dil kire mest
    Gorgîn kirin li min hest
    Jiyan nişka çû ji dest
    Min ji wê girt yek elest!

    Ji wê birim tînek bû
    Bo min ew sor xwînek bû
    Yek hêrs û xweş kînek bû
    Jana wê reş vînek bû!

    Ew reş vîna hêsanî
    Jiyan dibêje kanî
    Teva çûye bi fanî
    Temen kir bi erzanî!

    Temen da wê bê buha
    Qelen da ji xwîne ha
    Kes nedî wek wê niha
    Kelender,bûm dergeha!

    B.K.22.07.2018

  47. Bayê cina bi min ket?

    Ev çi ta û têbete
    Ew çi sam û hêbete
    Bi miv nema taqete
    Wek tîrek li min kete!

    Tîra ji du bijanga
    Wek ji zihêr û zenga
    Dil kire sed pirenga
    Wek bayê cina kete!

    Derdekî bêçare bû
    Birînek dev ji hev bû
    Derman ji destên te bû
    Jiyan bi min reş kete!

    B.k.24.07.2018

  48. Vîn riswakir?

    Yar tu neçe tu dikarî
    Te bi min kir ji neyarî
    Navê vînê te riswakir
    Wê girtim ez!bi dildarî!
    Çi toreke bê bextane
    Daxistim ez!ji textane
    Çax û dem çûn tev wextane
    Hêdî hêdî pişik xwarî!
    Bû wek merxur kete xwînê
    Nisûbet kir bi min vînê
    Bar kirim ez!ji hêlînê
    Pir hêvî kir axa sarî!

    B.K.06.08.2018

  49. Di bangê were zû?

    Sîka daran çi honike
    Zor û sitem karî neke
    Ev dinya xweş û ronike
    Carek bi qencî çav veke!

    Te bav û dê teva kuştin
    Zar û zêçik sêwî hîştin
    Dil û hinav tev biriştin
    De tu xwe di şûna minke!

    Ta bizanî çi xweş hale
    Li ber dîwaran çi l’bale
    Ta bizanî çi helale
    Piştre xulî l’serê xweke!

    Rewşa me ev kesek nema
    Ji xeynî xuda bang nema
    Pîroz be kursî bi te ma
    Warê xirab di çav xweke?

    Ji balenda tu bû ye bûm
    Hitler tibî an şahê rûm
    Te xwe kir ax û herî qûm
    Xweda dilovanî li meke!!

    Berhîm rabe nemrût firî
    Pûtan bişkîn serî birî
    Yûnis veşêr ji wî korî
    Lavan tu zû qebûl bike!

    Meyrevanî daxe werîn
    Gur û mîha tev biçêrîn
    Zor û sitem j’ser me hilîn
    Çi bixwazî pirsek dike?!

    B.k.07.08.2018

  50. Rastî li te tê?

    Li ser rasti yê bijî
    Ne xeme ger ti jin bî

    Maf û dadmendî bêje
    Dixwazî bila cin bî!

    Wek vê bike nimûne
    Çi dirêj û çi kin bî

    Ji bo gel bi xizmetbe
    Ne sîtila ar l’bin bî!

    Bila tu hezkirî bî
    Helbet wê pir dijmin bî!

    Comerdî j’xwe ber nayê
    Temen da ku bi find bî!

    Her kes ji vê hezdike
    Weku ji xwîna min bî!

    B.K.09.08.2018

  51. Warê min ev e?

    Ji te dûr im warê min
    Tu hesreta dilê min
    Bi şev û roj xewna min
    Te ji bîr nakim tu car!

    Çi xweşe deyşt û qerac
    Tev durre mircan û ac
    Bi te şa nebûn bêvac
    Bo zimanê xwe li kar!

    Tu pêk tê ji du mêlan
    Ji çend eşîr û êlan
    Te di cenga de lêlan
    Her bi hevre dost û yar?

    Alîk kêtik yek beraz
    Keç û xortên ber miraz
    Kal û pîrên pir daxwaz
    Bûye kelem li neyar!

    Kêtik bi xwe du beşin
    Her yek ji wan jî şeşin
    Yek qerîş yek merkîşin
    Bi yek destin ber neyar!

    Beraz jî heft tomaxin
    B’max û kulhûçk qonaxin
    Di banga de her saxin
    Weka şêrê bi biryar!

    Mezar gehe lê pirin
    Ew navdarin bi sirin
    Ji bo dostî şêx kirin
    Ji dest wan tên bêtar!

    Bi şikeftên dîrokî
    Qûç û qirme çîrokî
    Li dîrokê mîxokî
    Kes lê nîne ew bêkar!

    Ji sêsed û heyştê çar
    Gund û gundik bi êjmar
    Hemî kurdin dil hejar
    Neyar gelek ji wan sar!

    Ji berêda lehengin
    Her li meydanê cengin
    Keçê xwe pir çelengin
    Li evînê dibin ar!

    Xortên xwe pir karkirin
    Di karan de wek gurin
    Çi kar

  52. be j’venagerin
    Li jiyanê weke dar!

    B.k.11.08.2018

  53. Warê min bi xêre?

    Warê min tev xêr û bêre
    Çavê me ji nabin têre

    Axa wê sore û boze
    Ji bo wê me her da soze

    Li payîza dile’ipijin
    Di bihara xêr dimijin

    Bi zarê xwe kurmancîne
    Li ser axê tim alicîne

    Ji nîsk û genim û kemûn
    Bi ceh û nok û yanesûn

    Hebhêsan û tev meyane
    Ev xêr û bêr ji giyane

    Peqle û pemî û şekir
    Rengê jiyanê sipî kir!

    Encûr û xiyar û becan
    Firing û kundir bamyan

    Fasûlî iwên balmexatûn
    Zebeş û kelek û zeytûn

    Hinar û tû û hejîrin
    Fistiq û peyam û tîrin

    Aş û arvan û qeraşin
    Kebanî jêhatî başin

    Canik û camêr û cindî
    Nan dar û bikêr û xwendî

    Bi hevre tev bûn mitaliq
    Qey ev jî dayîna xaliq!

    B.K.12.08.2018

  54. Mayin de mane ji derda?

    Mayin de mane ji derda
    Di qurzîka vî dilî da
    Me ji êşan çû dev berda
    Lê her dil man di gilî da!

    Ji wê sirra ku xefel da
    Min hilgirtî ji bilî da
    Kes nabêje min tu çawa
    Wek masî yê di qelî da!

    Wekî şêrê ku bilam kî
    Mişk û rûvî l’selmiyan kî
    Çeqel lê xudî ferman kî
    Her bi ir ir di kelî da!

    Kes guh nade wê himînê
    Ger ku çiyan tev hejînê
    Çi diravên bê bextî yê
    Holka jînê xemilî da!

    Bax û bistan heriman din
    Gul û kulîlk çilmisan din
    Dest ji jînê qeriman din
    Keser man d’vî bibilî da?!

    B.K.13.08.2018

  55. Dil nizêzê?

    Lê dînê dil bi nizêzê
    Te vîn kirye wek mizêzê
    Xwe werde û pir jêhatî
    Lê şopa te wek ka dizê!

    Bi fen û çiv û dolfîta
    Deryê vînê tê kilîta
    Evîn bi xwe wek mamîta
    Biharan xweş bêhin dizê!

    16.08.2018 B.K

  56. Bi zirtam bozî têne min?

    Min tenê heye zimanek
    We çi jê kirt tirs û janek
    Ew dayîna ya xwedanek
    Hûn ji devê min hil dikin!

    Win hatin bi ol dijî min
    We xwest hilkin zimanê min
    Biratiya we kir dijmin
    Şaşiya xwe li min dikin?

    Gotinên xweda l’min ferzin
    Di guhda mîx û wek derzin
    Lê ku tê maf hûn jê berzin
    Tifû li we xwe rast nakin!

    Bi zitam bozî têne min
    Ji rûva ken binva dijmin
    Bûne bela li serê min
    Gemara xwe kelepû kin!

    B.K.19.08.2018

  57. Ji te pêve mi nîne dil?

    Min hilgirtin ev derd û kul
    Wek li ser gul bûme bibil
    Bi hezaran min dîtine yar
    Ji te pêve mi nîne dil!

    Dil bi teda bû mitaliq
    Çav li rêkê mane maliq
    Li hêvîya rehma xaliq
    Da vebjêre ji bo min dil?

    Ew roj ku bêt,şenazim ez
    Dil geş û perwazim ez
    Bê aramî xwest bêt bi lez
    Dîsa ji çavanre bûm kil!

    Lê xiniz û ewan ketin
    Ser û binî li hev ketin
    Simil xwarin pûş derketin
    Li zeviyê min bûn qimil!

    Min das rakir bûme palî
    Min şel kişand bi çar milî
    Cercer guta nekir gilî
    Milêv da bin korik gilgil!

    Tûrik vala avête mil
    Zarî zêçik çav mane şil
    Saleka din çû jiyan bil
    Xweşî nema werî li gul!

    B.K.17.08.2018

  58. Me kir û xelkê xwar?

    Ket bi dest min yek eyam
    Nêzîk ma ku biçim dam
    Bê guneh û bê heram
    Dîsa di cî de wer mam!

    Dîsa mame wek berê
    Xelk siwarin li kerê
    Ez mam li şûn bênderê
    Kiras kin bê derpe mam!

    Min xwîn rijand xelk bû şah
    Bi dest bira paşda mah
    Em li hev bûn wek tîmsah
    Yek çû bexda yek li şam!

    14.08.2018 B.K

  59. Nîv kuştî kirim?

    Vînek da min qurço mirç
    Dil di navde vezelî..

    Xwîn kir wekî volqanê
    Di damaran de kelî!..

    Hesret kirim dîdarê
    Par kir li min wê gilî..

    Şerme ku min tu nasî
    Janê xwe daye milî!

    Nîvê bîrê da hîştim
    Çima?tu bê emelî

    Te kirim wek nîv kuştî
    Hîştim bi çavê şilî?

    B.K.22.08.2018

  60. Bibin yek ji bo dê ye?

    Ji bo me tevan yek dê ye
    Ev ahû azer j’bo kê ye
    Ma dilê we ji hesine
    Nalîn ji dil li ser kê ye!

    Bi yek raman û yek dest bin
    Bi yek alaz û yek hest bin
    Ta kengê hunê bin dest bin
    Ferman û talan ya kê ye!

    Te xwe perast dayikek din
    Wê tu biçî ser ta bi bin
    Helal nakî tu şîrê min
    Bikin bo hev karê çê ye!

    Kes ji ber teve namirî
    Piştgîr nîne bi lav girî
    Ta ku li dangî negerî
    Tu naghêje miradê ye?

    Bila xwîna te nebî av
    Wek pez ji gur nebî belav
    Xweda daye me hiş û çav
    Her kes bikê ji bo xwe ye!

    Bese!ji vê ez ezî yê
    Wê em hîştin bê xudî yê
    Kes nakê me bawerî yê
    Ka me çikir bi wê rê ye!

    B.K.26.08.2018

  61. Loma neke va ez tême?

    Yar dibêje min zû were
    Ji zîndanê bête dere
    Were li sîng tu bigere
    Min helalke tu ji xwere!

    Dixwazim bi lez vegerim
    Bol bol li te xweş bigerim
    L’bedewî ya te binerim
    Te tîmar kim her ji xwere!

    Yar dûrî ne tu çare ye
    Ev der şûna serê te ye
    Xelk û alem bi lome ye
    Bedewî ya min ji te re!

    Yarê mirin bo te xweşe
    Sirgûnim zimanê geşe
    Her ji bo te bûm serxweşe
    Ta ku bijîn em bi hevre!

    B.K.01.09.2018

  62. Şabin carek?

    Were holê bê quretî
    Dil ji kîna te feritî
    Ez û teva weka hevin
    Çima tu wer bê hurmetî!

    Hewqas digrîm û dinalim
    Ji derdê te tim bê halim
    Her ku nav tê pê dinalim
    Dil ji kerba natebitî!

    Dil bê denge tew nabhîze
    Bi serbestî min dilîze
    Tu jina bîye hem qîze
    Wekî korê d’sîng lipitî!

    Kengî şabin em bi carek
    Felek em kirin l’hev parek
    Wê em dane bo hev yarek
    Bila dinya veliqitî!

    B.K.04.09.2018

  63. Heval?

    Navê heval girane
    Buhaye ne erzane
    Ji bo heval têm kuştin
    Şêrîn wek bav diyane!
    Heval di rojê teng de
    Di mewzîyên nav ceng de
    Rê ziman û ferheng de
    Bi hev xweşkin jiyane!
    Hev beşin bi her tiştî
    Wek lehî têne miştî
    Didin ber xwe her tiştî
    Kes newêre pêş wane!

    B.K.05.09.2018

  64. Sir berneda?

    Yek cana şeker di qenda
    Seher xweşa dil li benda
    Min daye pê her diçim ez
    Wek gewr û naz û lewenda!

    Wek vîn kirim pîn pînekê
    Ez dame ber hicranekê
    Xapandim bi vîxanekê
    Dil bir ji min tew guh neda.

    Dil bir ji min kirim winda
    Hîştim li xirabê kunda
    Min xwest herim,wê got:şinda?
    Bace çi xwest û mi neda!

    Dil û mejî feda kir min
    Ta li min pir kirin dijmin
    Fena kirim ez ser û bin
    Hilmek ji te min berneda!

    Min berneda hilm buhiştê
    Keç û kuran têtin kuştê
    Tu li cîhan wek feriştê
    Bê bextan girt û berneda!

    Gur û hirça nav lep kirin
    Çeqel rûvî vedlewirin
    Şêr têda man bê hogirin
    Serî dan û sir berneda!

    B.K.06.09.2018

  65. Oxir be delalî yê mino?

    Min bi darxin va ez yekim
    Eze deryan li we vekim
    Bi hezaran ji xew rakim
    Vê zorê ji ser xwe çekim!

    Min bi darxin tew namirim
    Ez volqanim û agirim
    Bi bawerya we namirim
    Dilê keç û kuran şakim!

    Govde ku mir giyan saxe
    Bilbil bi dengin li baxe
    Hacero dim dem û çaxe
    Wê şopa te ez na berdim!

    B.K.08.09.2018

  66. Wexta ez dîm?

    Wexta ez dîm,rû li min bada
    Awir bi keseran wê berda

    Nizanim biçim ez bi kuda
    Jiyan reşkir ca wê bi serda!

    Min deftera xwe nihêrî lê
    Çi kiryar borîn tew di hevda?

    Ji min çêtir ku te dîtî ye
    Pîrozbahî dikim hun l’hevda!

    Min banê kir dil bi kesere
    Çima?te xwe ji rêkê bada

    Ez pir mat mam ji dil gawirê
    Jiyan ji bo wê min bi derda!

    B.K.02.09.2018

  67. Em ji hevre nabin?

    Ger çiqasî em zana bin
    Jîr û pêşketî xwenda bin
    Li serê hev bi bela bin
    Da her bijîn bela wela!

    Ta bi qurretî ber li hev bin
    Wekî dîkan li ber hev bin
    Li hev wekî beranan bin
    Dijmin li me şêx û mela?

    Tu dizanî bi tişte kî
    Te xwe kir wek nivişte kî
    Rewan kir ji bihuşte kî
    Her dem ezo kirim xela!

    Her dem ezî paşda kirin
    Milet li nav çi şaş kirin
    Pez ji gur re pêşda birin
    Dev bernedan ji teşxela!

    B.K.26.10.2018

  68. Dijmin yekin?

    Her yekin ewin dijmin
    Dev li kenin dil bi kîn
    Çave şilin qîl bi xwîn
    Kurdo!bes xwe bixapîn!

    Çavan veke li dinê
    Çi li te bêt bê gunê
    Ûjdana wan tew tinê
    Her timî pîsin nêrîn!

    Mehrevanî b’te nakin
    Ku ketî te rana kin
    Bawerî tew b’te nakin
    Ta kengî d’xew de bimîn?

    Ta kenkî tu çav şil bî
    Xwîne li şûna kil bî
    Bê war û cî û cil bî
    Va em çûne bi evîn!

    Evîna me dijware
    Tev ji pête ji are
    Derdekî bê hedare
    Lavan dirêjin ji xwîn!

    B.K.09.09.2018

  69. Ji bo ziman?

    Siwar û sirdan û sire
    Serwan û zana sir pire
    Sê daran ser ji sîkire
    Serî ser govde sik sire!

    Sar kirim ji sar sirûdê
    Serdana sama barûdê
    Sineta saman û sûdê
    Sembola senda si’ûdê!

    B.K.11.09.2018

  70. Afat bû tew?

    Yar bi delalî şerbetê ji lêva bimeşîn

    Were bi hola dilê mi bigre û hilweşîn

    Xwezî ku ez bibûma,wek perwînek firfirî

    Da bi qestê bikî tu kanî wer bî daweşîn!

    Tu zani be ku di canda her timî fena bûm

    Wê çaxê tu dikarî d’xwînê da bimeşîn

    Dil parsekê vînê ye;maye ew li bendî te

    De zû were tu wê darê;bi ser da daweşîn!

    Meqsed hewe ku maçek jê bistînim hey yarê

    Wek vî kore marî di bejayê re bixuşîn!

    Zanim ku çav birçî yê wî kenê tene canê

    Wek şêrê ku xwe dayî ber nêçîrê kemişîn

    Çare nema li wê rebenê ne jî rev bû ye

    Ku bê hemd xwe bi ser mirinê da tê bi meşîn!

    Bê rehme qey narvîna min û te yarê maye

    Afat bû tew,min û te li pêyî em raweşîn?!.

    01.04.2015

  71. Şeva min kal bû?

    Şeva min kal bû,de zû veke derî
    Rûkê min şil bûn rondîk dibarî
    Pir bendewar bûm ma ne bes girî
    Tirsim ez bimrim tu venegerî!

    Tirsim ez bim rim yarê nebînim
    Ta biçim gorê her dem bixwînim
    L’nîvê gornê lavij jê nebînim
    Piştî buyerê gul bax nastînim!

    Piştî ku mirim tu nede lava
    Fêrmisk nebarîn ji her du çava
    Ber gorê neçe bi meş û gava
    Nema dixwazim fathe silava!

    Bêçarî ya min ma nej bo te bû
    Bêwarî ya min”ûsa”ji te bû
    Fermana mirin da tu bi xwe bû
    Qurnazî bese kalî ji te bû?!

    B.K.08.10.2018

  72. Rû reşî yên biharê li ber soban têne der?

    Yar tu bes palê bide ber pencer
    Dil ji kulan dagirtî wek defter
    Nehêle ku bibêje wî ezber
    Ger b’qest kî ji vîna te biçî der

    Ji vîna te dagirtî weka çem
    Pêlan dide d’ser hevre derd û xem
    Ew nêrîna te lê şifa melhem
    Nehêle ku derfet ji dest te her!

    Bi dest nayêt her dem û çax xweşî
    Wek dizanî carna têtin nexweşî
    Lo bîstan cî parî bûn ser teşî
    Rû reşî li ber sobê têne der?!

    B.K.02.10.2018

  73. Vî serî çi dî?

    Yek sar û serma bi ser medî
    Payîz va li me hat bû kedî
    Pel weşîyan ji dar te nedî
    Ma ta kengê tu kor bî gidî!

    Agir bi daran ket

  74. çendî car
    Ta xweş nebite bi me bihar
    Dîsa xemgînî wekî her car
    Lê vî serî çi dî,çi nedî?

    Xilxal ji lingan bi derxistin
    Agir bi cerg û dilan xistin
    Xortên bedew bi darxistin
    Gerden ji morîk çûne fedî!

    Hil kir jiyan çûme vir û wir
    Zengil bi tacê pisîk da kir
    Mişk bûye siltan li serê gur
    Gerdûn bi hev ket lê xerqe dî!

    B.K.30.09.2018

  75. Bela te kursî?

    Tu hatî bi berger bi teresî
    Te xwe kire mişmişa helisî
    Lo dev genî yo tu çi bê arî
    Ew pis pisa te tev ji bo kursî!

    Lê îro tu bû dûvpişk doç li pişt
    Te li kê rast hatî lê dane xişt
    Yan te qîrandin an jî te dikuşt
    Koka dar ku pîsbe meywe j’pîsî!

    Kî jê bixwe wê bi jehrî bikev
    Lê ku nemre wê çav li zo derkev
    Çi poşmanî be bê wate dikev
    Têr naxwê yê ku bijît b’miqrisî!

    De tu hilgir xwe dolar û peran
    Da tu biçe di binde wek keran
    Tu bûye xwîn mijê dost û biran
    Te nanê xwarî her bi vî dimsî?

    Ku çi têt gotin:tu her bê arî
    Tu dev ber de lo ji wî pîs karî
    Dawîya te têt biçî b’dijwarî
    Bese ji te têt ew bihna sasî!

    Pir di xwe nere tu ne bilindî
    Ger tu dirust bî hingê tu rindî
    An tu nemrûd bî biçî wek kundî
    Wê rabe berhîm û tu biqelsî!

    Li pêş te heye rojek pir giran
    Pêşe roja te wekî ya guran
    Ku bikevî dav pirin qîl diran
    Wê çaxê tê birînê be’ilêsî!

    B.K.27.09.2018

  76. Ew kî bû?

    Ew ken û xweşî û çav kildan ji te bû
    Ew qerez û meraq tev ji şanê te bû
    Zik dirî û zik reşî bi qestên te bû
    Dil bi êş û derd kêş bi azeran ew kî bû!

    Ya pir gewr û çeleng bi biskan kirî ceng
    Ya qurnaz û heft reng dil pir kirin pereng
    Kuştin gelek leheng awir tûj nej te bû
    Yê dil da ber xedeng bû mertal ew kî bû!

    Ya ku ne rist û ne bada ma ne ti bû
    Hat û nig li ber rada zanim ku tu bû
    Xudî derbê bi xwe zanê ma ne tu bû
    Qîrîn bê vedeng kes guh neda ew kî bû!

    B.K.27.09.2018

  77. Weka tu hatî rût vegerî?

    De rast bêje û tew metirse
    Ji bêl xweda tu kes nepirse
    Dil û wijdan da tu vehese
    Kuro!mirin va li pêş te ye?

    Yezdan tu da bi xweş sîfetê
    Ji tebaban da te qîmetê
    Tu kêm neke ji xwer rûmetê
    Bizan şev reş li benda te ye!

    Baş bizane ku temen bidî
    Hey bê hişo!wey la bê fedî
    Çaxê bikev kes nabe xudî
    Mar û mişkan li benda te ye!

    Ax û aman kuda tu herî
    Li ser te hildan girê herî
    Weka tu hatî rût vegerî
    Mizgîn be ku ev dawya te ye!

    Tu memûr bûyî kibîr nebe
    Tu kibîr bû xweda j’bîr nebe
    Dadgeh ne milkê bavê te be
    Bihêl ronî li mala te ye!

    B.K.25.09.2018

  78. Xewn bû?

    Maçek ji min bir bi du lêva
    Biyalek da min ji du sêva
    Min xweştir nedît jê wê pêva
    Bihara min bû ew hat û çû!

    Bû wek xewn ku rabûm;mi nedî
    Por li min sipî kir bû kedî
    Lê gava ku çû;mam bê xudî
    Berbange rabûm hîna zûbû!

    Serê sibê xêr û şer ne der
    Çiqas diqîrim qey digot:kerr
    Kêf xweş kirin bi min wê hember
    Nizam cine anjî pêrî bû!

    B.K.19.09.2018

  79. Dil maye tî?

    Şevek dirêj ez mame bi seher
    Sîya tenik ta bi şefeq hat der
    Awazên têlan birin xewa min
    Mi nedît çawa sitêrk çûn ji der!

    Tu carî xew dirêjnake temen
    Bi şev buhêkan kin nabe hemen
    Ji xew rabe û bi xwe tu neken
    Dil xweş bike û li xwe tu veger!

    Agir ji vî dilî vemrîn bi lêv
    Mendehoş bike tu bi bihna sêv
    Ez nexweşim ji elesta hinguv
    Va roj dibeyirin wek ewr li ser!

    Piştî rojê çendî şev dirêjin
    Vîndar li bendê wer dimîn gêjin
    B’sitêrkan re kulan vedbirêjin
    Ku soz nayêt cih roj nahête der!

    B.K.16.09.2018

  80. Xwe nexapîn?

    Dilê min hîro pir xemgîne
    Wek lokê sê salî girgîne
    Pênûsa min jî dilobîne
    Xwel qetabê zordar dixîne!

    Bi kurmancî dilûbe lûbe
    Kuro hiş bide xwe de zûbe
    Hîcar li pêş be ne li dûbe
    Ta bablîsek din tu nemîne!

    Saykis pîko pûç bû yek car çû
    Cardin tu neke vejîn ji nû
    Bes ji dest û lingan bike ti hû
    Em nemînin dîsa bi xapîn!

    B.K.16.09.2018

  81. Tew nate bîr?

    Ma tew carek di bîrê nehat
    Halê min jî lê kir dapirsî
    Ev dilê min jî ji azeran
    Dil xawî ya wek nanê tisî!

    Ey dilê min guh nedî heya,
    Xapan dî wê şûme bargeya
    Vîna wê ya derbe kareya
    Dil dakev banî ji miqrasî!

    Ma kî bêtin ba ku dapirsim
    Hew dana min yek bi wî dasim
    Xeşmên wî dijwar bi dahisim
    Ma hatin tîr ji dil tayisî!

    Bê sînor bûn ew ji dil dijî
    Lê bê zanîbûn xudî kujî
    Her tim vînê wek ji şîr mijî
    Hal namînim yar ji her kesî!

    B.K.14.09.2018

  82. Ta ku dûpişk hebe wê evîn bête dadan!
    Û bi şewite..
    Ew gemara ku ma li wir
    Bû wek tevşo weka bivir
    Ew wek rovî çila di gur
    Zû wan bavêje cî j’stikur!
    Heyfa bajar evîn bide
    Her dem bêjin eva cide
    Ta wan najon weka kide
    Her tim çêbin ji wan nemir!

    Kurdo!rabin bi hiş were
    Wek hev nabin bi qirş pere
    Dijmin parkir wekî xwere
    Dan ber hev şûr bi kêr tevir!

    B.K.09.09.2018

  83. Tika kirim?

    Ji kevçika dil rûxandim qut qutî kirim destên wê

    Wekî kelha hilweşandim tenha hîştim li ber darê

    Diçin rêwî û vedgerin,kes nizane bi wê sarê

    Kesî negot:ev gunhê lê paş guh kirim li wê arê!

    Belê bi hemda wek tetara bo belat bûn ji çêrê

    Ketin bi pêy wê bûn bazirgan kir bazara dildarê

    Bilbilan çiqas diqîrin lê bê bextê guh nedarê

    Bi bêçarî ez!ji destên bê bavê û wê kiryarê!

    Çi bela bû pê ketim ez tika kirim li kewsarê

    Mi xwest elende kim rojên tarî xweş bikim l’hembarê

    Cîhan ta ku veçeriqe dev ji xwîna wê vîndarê

    Bila dîlan di holê da fer fereh biger li darê!

    B.K.16.11.2018

  84. Bese ji xewa mirî ya?

    Ji xew rabe lo kuro bese tu ji miriya

    Heta kengî razayî çavê min hew giriya

    Dilê min hew dinale hest bûne wek beriya

    Dest û pîyan rawestîn êşê xwe da jêniya!

    Xeyale tev temirîn xewne çep vegeriya

    Ma ji kê ez bigazim ketim halê rêwiya

    Mi xerîbî nedixwest biyanî l’min geriya!

    Mi kap avêt şeş û bêş dor çar l’min vegeriya

    Bi ciwanî şanebûm por li min bû hiriya

    Temen çû hîro sibe bexte li me çiriya

    Feleka me pitolbû jiyane pir piriya!

    B.K.10.09.2018

  85. Esmerê hîştim?

    Ez bi gewra nizanim esmerek ez kuştime

    Wek pîrê dil ciwanim bi tîran biriştime

    Va di konê zerya da bê tirs ez rûniştime

    Lê çiqas çav digerin awiran ez şiştime!

    Lêkolîna vî dilî bê hemd wê guviştime

    Bi kerba lê digerim wek çûkan biriştime

    Kirim paçê bîsofî li şûna xwe hîştime

    Bê rehim bû bê bavê ji xwere hêviştime!

    B.K.09.09.2018

  86. Dil dijware?

    Ma çi bêjim ez!ku bi vî dilî tew nikarim

    Êş û azar dikêşim,her bi qîr û hewarim

    Çav li rê şil kirîme,qey li bendî te yarim

    Wek bilbilê heyibî bi kesera gulzarim!

    Her bi ahîn dinalim li benda wê biharim

    Carek tu min lav bike bi derdê pir dijwarim

    Dîl girtî yê vîna te ji ber ku ez bêçarim

    Temen borî hat payîz hîn bi hestên şiyarim!

    Qelema mi nawestî her bi soz û biryarim

    Bilama dil qe nîne wek hespê bê hefsarim

    Pêlên ava guj gujî bê sikne û qirarim

    Ger çi bête di pêşî ajovanek siwarim!

    B.K.25.10.2018

  87. Çû bi aferimê?

    Bi aferimê min dest berda ji rimê

    Hical min da lê çav berdane carcimê

    Diçûm ji taxê dûr ketim ji xanimê

    Li min dan derba bi êş man ji orimê!

    Işk bû dara min hate xwar ji qurimê

    Li min wêran bû mal çû bi eferimê

    Bi serva nebûm dîsa dil dilihimê

    Dijminê biran bûm ketim bi wê kurmê!

    Li meydanan hop hop kir ji bê gum gumê

    Zevî çû tev ekûre min girt b’taximê

    Dilê westî li kêrsekan dilikumê

    Dibînim ku çale bi çav,j’xwe darimê!

    B.K.28.08.2018

  88. Kirasê xezebê li wan danî?

    Me hîştî govde bê ziman bû genî
    Ku qalib vala bû çikî bi binî
    Didî xwe wek forsan bi xwe dikenî
    Bi geldim û guldim xwe dipesinî!

    Bi xubiz û ekmeg nabî xûdî nan
    Te giyan fişirand qey ji berî can
    Te ol firotî bawerî jî neman
    Tu hîn dibêjî:ku ez kurdim wanî!

    Kurdê ku bê ziman bi xwe pûçike
    Li herdu dinyan jî ew reş rûçike
    Di nav civatan de weka pirçike
    Ji her du alîyan te’in tên gumanî!

    Çi guh pêlin ew gotinê wek serad
    Qe şa nabin tew carekî bi mirad
    Mirin çi xweşe lê nayê bê mîad
    Xweda kir xezeb li wan kiras danî!

    B.K.29.08.2018

  89. Kul didoşim?

    Bi dûr ketim ji yarê ez bê hoşim
    Zerî neman bi esmeran serxoşim
    Weku bilbil ji gulê mey dinoşim
    Di cejna de bi ahîn kul didoşim!

    Ji şahî ya te dûrim ez bi carek
    Di cîhan de mi nedîn wek te yarek
    Bi vîna te dil de bû jehre marek
    Di jînê da bijîm ez bê te parek!

    Kesî nakim di şûna te vî dilî
    Ti him baxî ji bo min hem jî gulî
    Te kengî bêt bihar bi tekim gilî
    Firan bidim j’vî milî ta wî milî!

    Bi vîxanê xwe geş kim te lê canê
    Yeke can min qurban ke li cîhanê
    Bibe berhîmê duyem bo gerdanê
    Tu rêzgar bike dil bi wê ramanê!

    21.08.2018 B.K

  90. Jîn bi vînê xweşe?

    Mere!bigrîn li ser yar di malê da
    De negerin paşê di xeyalê da
    Bila hilgîr ew dil be di meylê da
    Mi nehê le rêwî!di bin dalê da?

    Lêkolînke li dil ka çi hêsane
    Pêwîst çîye?ji bo çav çi dermane
    Ger gul wisa bijî çima?vîxane
    Bilbilan bê behar navêt jiyane!

    Piştî çûnê min ji xewnan par neke
    Têrek ji xem yek ji derdan bar neke
    Wê volqana ku nuxamtî der neke
    Ta nepije gund bajar fena neke!

    Ger wisa be kes ji vînê nabe par
    Ma wê çikin bi eşqê ew berx û kar
    Wek nezanê ku rûnê li sîka dar
    Her ew dijî li jiyanê wek zirar!

    B.K.18.08.2018

  91. Tu virtik?

    Da tu here biteyîse ji xwe wê da
    Ev welata te kir agir mame tê da
    Hezar sale te hîştim ez di xewê da
    Mi neman omîd ji xeynî xwedê da!

    De ji nava min here lê tu virtik
    Ji tole lawê bav û kalan da sirtik
    Birînê min nema digrine hew qirtik
    Te şeqandim bi daxwazî di odê da!

    Tu kolebûyî hatî nav min wek çîvir
    Tu qelew bûyî nema diçî tew ji vir
    Tu li serê min bûyî tevşo û bivir
    Te xapandim bûk ji min bir di todê da!

    B.k.13.08.2018

  92. Dane min ev jîne?

    Dane min parîk tev jehr û ziqûm e

    Wek benîştê nebalixan ez dicûm e

    Rêçek xwar dan ber min wek dîn pê çûm e

    Pîneyên kul û derdan her didrûm e!

    Şêx û melan kirim dest û pa b’hûm e

    Beg û axan firotim d’xewve çûm e

    Partiyên belengaz hîştin li dûm e

    Welatê şêrîn ji kurîşk vedpûm e!

    Vaye kalî hat çû dest û qidûm e

    Kêr bi dostanî

  93. dane ser zelûm e

    Qîre bê vedenge bang j’heyûl qeyûm e

    Dijminî dijware ereb firs rûm e?!

    B.k.11.10.2018

  94. Şeva min kal bû?

    Şeva min kal bû,de zû veke derî
    Rûkê min şil bûn rondîk dibarî
    Pir bendewar bûm ma ne bes girî
    Tirsim ez bim rim tu venegerî!

    Tirsim ez bimrim yarê nebînim
    Ta biçim gorê her dem bixwînim
    L’nîvê gornê lavij jê nebînim
    Piştî buyerê gul bax nastînim!

    Piştî ku mirim tu nede lava
    Fêrmisk nebarîn ji her du çava
    Ber gorê neçe bi meş û gava
    Nema dixwazim fathe silava!

    Bêçarî ya min ma nej bo te bû
    Bêwarî ya min”ûsa”ji te bû
    Fermana mirin da tu bi xwe bû
    Qurnazî bese kalî ji te bû?!

    B.K.08.10.2018

  95. Tirên va çû?

    Bê hişo!bi tenê li stasiyonê ma
    Bê sero!dîsa kes li dora te nema
    Her kesî bûn siwar rawestgeh bi te ma
    Têrr tije bû cih nema ye ji bo şerma!

    Ma qe seryakî bi mêjî te nexwarî
    Ta kengê,kurtanê nezanî siwarî
    Bo xelkê jîr û zana bo xwe neçarî
    Carek tenê bi hiş bin bo xwe li karî!

    Bandikim ez!keç û kurên me yî zana
    Qencî bikin bo hev hûn guh nedin wana
    Wan gel firotin bi erzanî tev jana
    Tirênê çû qaptan bigrin ji dest wana!

    B.k.01.08.2018

  96. Hinek ji me?!

    Hinek ji me xwe dibînin tijî
    Xelkê goşt xwar par wan ma rijî
    Bê xem bin,wek te li min kirî
    Baş zanim wê bê der riya tejî!

    Hinka ji min xwe dibînin zana
    Xwe tavêjin ber ligên dijmina
    Ew çûne peran gel firotana
    Nimêj nabe bi destmêja wan jî!

    Guh nedin wan bilbilê xelkê ne
    Xwe firoşin ji gemar ne çê ne
    Pûştê dê û xûşkê qûn l’xelkêne
    Zanîbe ku ew dijîn bê mejî!

    B.K.07.08.2018

  97. Çira zordari yê zû vedmirê?

    Zalim bi daxa zilmê dax dibin
    Wek wan kirî wê li wan jî bibin

    Xweda li banê ew gî dibîne
    Ahê reben ji zordar distîne!

    Zore dîroka naxwîne yek car
    Milet qelandin wekî berx û kar

    Nemrûd û firewn şedad û haman
    Dehak hitler mosolînî l’ku man

    Tev çûne sergo ew bûne fişqî
    Lanet bû pare li wan wê eşqî!

    Pirçik bi te hat xwe gijgij neke
    Wekî bûm,bi çêlê xwed fis neke!

    Zanibî ku dest ser destre hene
    Erd pir ferehe ezman mezine

    Zordare pirin zemîn tije ye
    Îskembe ne milkê diya te ye!

    B.k.10.08.2018

  98. Ji hev ketin?

    Ji hev ketin lo!li hev bûn bela
    Li dil piçikîn tev derd û kula
    Çi xwîn bû ye av ma ji bilbila
    Bese hilçine çav man bê kila!

    Dibarin hêsir çav bûn çobar
    Tena maye yar gelek xembar
    Bilbil heyibîn mane tev bê zar
    Zivistan va çû fermo de bihar!

    Çima win dûrin ji hev bê hezin
    Bi gotinên işk wek hev digezin
    Qey ne mirovin ji xelkê pezin
    Li ku ma rûmet hewqas dibezin!

    B.k.30.07.2018

  99. Mirin li taxê tu qeste?

    Bi ta û têbetim ji ber sawira
    Bi dil girt û guvişt bi du awira
    Du xeşmên ji çavan tên wek gawira
    Nema kes bêjim gelo!ev ji çirra?

    Tu kema bikî tew li min guhdarî
    Dijîme ez lê belê ji bêçarî
    Felekê!bi ken jiyan ji min xwarî
    Çiqas bibêjim dil nake guhdarî!

    Çikim bi vî dil kirim koz dame ser
    Ji ber wê vînê va bûme penaber
    Ji wê yarê dûr çûm gelo bi yek ser
    Bi ah û hizrîngan mame bê veger!

    Ciwanî çû bi ahîn va hat kalî
    Civat belav bû tev ode ma xalî
    Dûrî nêzik kir dil bes tu binalî
    Neman watene gotin û gal galî!

    Ku roj çû ava nema hiltê ye tew
    Ku şev daketî xweşî têne ji xew
    Dilê ku pîr bû ji pesta bi lew lew
    Bi wê mêranî te li xwe kir derew!

    Ciwanî xweşe lê pir bi eleste
    Ku pê nizan bî tu wer lêv bigeste
    Mirin li taxê wê tu kirî qeste
    Bike zû qencî ta neçî sermeste!

    B.K.29.07.2018

  100. Guşe guş mal wêranî ye?

    Ji guşe guşa te dil reş kir li min
    Ji bê hişa te vîn bi min kir dijmin
    Heger evîn ku wisa ye tu dûrkev,
    Bese tîran bireşînî tu bi min!

    Xweda hezkirin pesinand ji bo xwe
    Wî xwe xweş kir bi vînê bi serê xwe
    Tu kes nedî li jor û jêr hamber xwe
    Ji guş guşan şeytan jêre bû dijmin!

    Di wê holê de b’hezaran ketin rê
    Teva çûn ji wan kes neghîşt wê sirrê
    Hemî gazîn û b’lome ji dêm dûrê
    Bi dev ez jî dicûm bi sarî hêsin!

    Ne ji bo tê ye bêje ka ji bo kê
    Hişê min çûn ev dil ne bi serê xwê
    Nekir bawer min ku qîz li şopa dê
    Te reşkir jiyan dîsa wekku bi min!

    B.K.07.09.2018

  101. Bo te bête yek?

    Heye ji bo te yek bî ser kêşî
    Heye ji bo te yek ar û pêşî
    De çêkin bo wê xemlek bi xweşî
    Ku her li meydan herî li pêşî!

    Çi ah û naze bi wî derdê te
    Negişt merazê ji wê vîna te
    Nema çav razên ji wê xwîna te
    Çi dûrim ji te!lê dil pir dêşî!

    Wekî bilbil dil ketî sepetê
    Çiqas vîxane aram bi te tê
    Bi wê aramê li benda wextê
    Ne pir dûre ku sîng biqelêşî!

    Çi perwazan ez!didim vî dilî
    Nebînim çare l’vî derd û kulî
    Bese bêçaro tu pir dinalî
    Te yara çûye;bi wê nexwêşî!

    Beko û ewan pirin ji nav me
    Perîşan kirin her tim vîna me
    Wekî kurmin ew ketin dara me
    Bi toda te da xiniz hilkêşî!!!

    B.K.18.07.2018

  102. Çibkim bi gewra?

    Dilo çima ji ber tavê çû bin ewra
    Te dest berda ji avisa çû istewra
    Li dora te hemî yarin ji her rengî
    Ji bedewa ji zeriya çi ji gewra!

    Çikim ez bi wan tev ji minve bê xuya
    Çikim bi gulistan ku gulam ne xuya
    Li her yekê bilbilek hê ya min duya
    Li min neke loma,pêşkim bi van pewra!

    B.K.25.07.2018

  103. Dilo bes e?

    Dilo bese!derde li min qelew in
    Çeqel û rovî li dor min direw in
    Li êşên min tev man bê dax bê kewin
    Dilo bes e!ji forsan tev derewin!

    Temen va çû du pare pê bihurîn
    Di arî de agirê min temirîn
    Xweşî nedî çavê min her digirîn
    Melext nema;li birînê tên hewin!

    Te yar hîşt bê miraz bûye pîre
    Teva şaşin berbî man bê tevdîre
    Kesek nema ji bo wê ku bi jîre
    Hemî çûne di gêjgerînk da lewin!

    Ji ez ezî ew çû ye ber bi bayê
    Ji bêçarî va ez ketim ber tayê
    Weka ji bênderê çû maye kayê
    Dinalim ez milêv hew li dar dixin!

    B.K.21.07.2018

  104. Me çi kir?

    Ka min çi got?
    Ha te çi got?
    Wa min kirî
    Va te firot!

    Me pez çêrand
    Li hev gerand
    Bêrî gîhand
    Lê kê didot?!

    Bi me ma ked
    Lê wan kir red
    Em xudî erd
    Man tim serqot!

    Ew li çar dax
    Nav gul û bax
    Em tim nesax
    Para me cot!

    Ked dane me
    Hus para me
    Ka yara me
    Ket zikê hût!

    Hût birçî ye
    Ne cazî ye
    Ew xudî ye
    Ya min got got?

    Têrim ji bar
    Bes bikim qar
    Min divê kar
    Ta bim pîlot!

    Nav dergehê
    Li parîzgehê
    Bi aramî
    Tim dil disot?

    Min ser jê kir
    Qurban çêkir
    Xêra dê kir
    Lê wan dikot!

    Kengê rabim
    Wek zana bim
    Dil çare bim
    Bê fen û fot.

    Ta bilîzin
    Hev bibhîzin
    Dê û qîzin
    Bi çimk û lot?!

    Li gogê din
    Armanc bidin
    Dil bi hevdin
    Lê bidin şût!

    Şût bê bi çî
    Ji dilê min
    Şahî lê bin
    Dema paş qot?

    Qot bilin de
    Dor bi gun de
    Were vir de
    Ser pête rot!

    25.07.2015

  105. Tê neghîştim?

    Rû perwerê
    Dêm gewherê
    Lêv şekerê
    De zû werê?

    Te nabînim
    Dihebînim
    Wez dixwînim
    Kuda herê!

    Ger bifirî
    Yan jî herî
    Wê vegerî
    Weka berê?

    Dil bi qest kî
    Serî mest kî
    Can helbest kî
    Wek perwerê.

    Lê veger bî
    Bi xwe ser bî
    Tu ezber bî
    Taca serê!

    Tac ji zêre
    Xêr û bêre
    Çû ji kêre
    Ez ketme rê!

    Rêk pir dûre
    Şewq û nûre
    Dil istûre
    Bê qusûrê?

    Qusûr nîne
    Kî dibî ne
    Berdê dîne
    Wek fenerê.

    Wek sema ye
    Ser pê ma ye
    Zem zem b’xwe ye
    Kol bûm serê!

    Dîz cong kirim
    Ser jê kirim
    Wê tewan dim
    Dîsa l’berê!

    Kirme kole
    Bê sembole
    Birme hole
    Li ber birê?

    Dam ber maça
    Li şûn xaça
    Berûvaca
    Qey dimirê!

    Pir işke ew
    Çav nakin xew
    Wê bi derew
    Ew ket sirê?

    Li nav qeter
    Bûye rêber
    Dor kete ber
    Wê dêm dûrê!

    Kî li holê
    Li ber polê
    Wek daholê
    Deng jê derê!

    Ji dûr xweşe
    Pê serxweşe
    Dil nexweşe
    Bê kemberê?

    Kember zîvê
    Pêça li nîvê
    Dem dipîvê
    Hor û perê!

    Ezber bikim
    Çare dikim
    Dil şad bikim
    Bê meferê!

    Bê hempa bû
    Pir bihabû
    Temen dabû
    Wek dîlberê?

    Mela xanî
    Feqî danî
    Tîrêj anî
    Ji qederê?!

    Narvîn zîbû
    Jê dizî bû
    Ma ew kî bû
    Ji cîgerê?

    Cegerxwîne
    Şahê vîne
    Kî dixwîne
    Ji ser darê!

    Aqil nema
    Ji wan xema
    Bêçare ma
    Ji wê kerrê!

    Ew nabhî ze
    Bi xwe qîze
    Min dilîze
    Xudan sirê?!.

    29.11.2014
    Sir daye min?

    Çav reşa min
    Ken xweşa min
    Nexweşim ez
    Were ser min!

    Lê şêrînê
    Dev kenînê
    Dil bi xwînê
    Tim li rex min.

    Awazî tu
    Rênasî tu
    Daxwazî tu
    Dil bir ji min?

    Tev hev kirim
    Ji hiş birim
    Winda kirim
    Bû derd li min.

    Bêçare bûm
    Bêzare bûm
    Bê pare bûm
    Bû yara min!

    Jiyane ew
    Viyane tew
    Çav nakin xew
    Zor daye min?

    Zora min bir
    Talane kir
    Wê par dikir
    Dîsa li min!

    Ketme sirê
    Li ser pirê
    Dil gawirê
    Sir daye min.

    Wê soz vir kir
    Bi min çikir
    Tev winda kir
    Dîsa li min!

    Ev çi kare
    Qey sitare
    Bû neyare
    Ew ji bo min.

    Min parastî
    Vîn bi rastî
    Wek wê xwestî
    Hêrs daye min?

    Hêrsa dile
    Pirsa bile
    Derd û kule
    Qamet da min.

    Kir saxetî
    Aram ne tî
    Siyasetî
    Bang kire min.

    Banga şefeq
    Kir teqe req
    Şahê leqleq
    Dangî li min!

    08.05.2015

  106. Xençer bi dest?

    Yar hate der
    Dest bi xeçer
    Tîr dane min
    Dil kir eser?

    Tîrên ji agir
    Kirim nemir
    Wê bi tevir
    Kuştim li ber!

    Kuştim çirra
    Wek gawira
    Bi awira
    Bayê pencer!

    Bayê vîne
    Xwîn şêrîne
    Mi nabîne
    Dest daye ser.

    Dest ser kirim
    Bin dest kirim
    Pir mest kirim
    Kirim der der?

    Koç ber kirim
    Pena berim
    Lê vegerim
    Dîsa qeter!

    Qeter da rêz
    Min kir hembêz
    Dîsa bi hêz
    Ez ketme ber!

    Li min piştî
    Kê ew kuştî
    Wî dil hîştî
    Wekî qeder?

    Wek narvîne
    Bi xwe jîne
    Kî dibîne
    Hiş têne der!

    Hiş çûn j’serî
    Gur ket kerî
    Jê vegerî
    Şivan li ber?

    Wî qar qar kir
    Pê wel wel kir
    Fayde nekir
    Dest daye ser.

    Dest li birîn
    Tev kêm û xwîn
    Derman bibîn
    Ji wê fener!

    Fener jare
    Qey sitare
    Bû bêçare
    Wê bi yek ser?

    Wê bi hala
    Ji gal gala
    Deste vala
    Kete nav şer!

    Şer girane
    Yê însane
    Sofî b’xwene
    Ew wekî ker?

    Tên dimirin
    Cîhad kirin
    Lanet barin
    Tema li ser?!

    Bihuşt xwazin
    Ji xwer azin
    Li hev digazin
    Wek lal û kerr!

    Bûne işid
    Bûne nusre
    Ehlê kufre
    J’dîn hatin der.

    Bê dîn mirin
    Dojeh kirin
    Ser şaş kirin
    Çûn bi yek ser!

    Çûn bê veger
    Ew bi yek ser
    Ji warê min
    Hatine der?!.

    08.12.2014

  107. Bidin biryar?

    Ev çi bêtare
    Li me heware
    Dijmin qelewe
    Wek kûçkê hare!

    Agir dibarî
    Ji vî neyarî
    Lê bi biryarî
    Nema sitare?

    Qey ew di rûye
    Dîsa har bû ye
    Wek pêda çûye
    Me nedî çare!

    Çare didune
    Yeketî ewe
    Yan jî mirine
    Dil neke jare?

    Agir gur kirin
    Welat bir kirin
    Em

  108. bê sir kirin
    Kurdistan yare?!

    Yare delale
    Wek nûn û dale
    Belê bê hale
    Nakin debare..

    Şewat li gerdûn
    Keç û xort tev çûn
    Dayik digirîn
    Bav bi heware!

    Pîlane mezin
    Me ji hev dizin
    Koletî xwazin
    Bidin birya re?

    Ne bi tewşî bê
    Yan şaşitî bê
    Ne jî pûştî bê
    Bi yek biryare!!!

    Wîn hev bizanin
    Wek dil û canin
    Çi bikin kanin
    Kember neyare?

    Neyarî zore
    Ji xwe ber kore
    Çavan birjînin
    Wî bîne xware?

    Bila derkevê
    Ji me dûrkevê
    Şahî d’mekevê
    Em bêne dare?!.

    08.08.2015

  109. Bê qusûrim?

    Ji te dûrim
    Bê qusûrim
    Ez nikanim
    Jê bibhûrim!

    Penaberim
    Der bi derim
    Lê vegerim
    Ez bê şûrim!

    Deste vala
    Bê gal gala
    Hildim ala
    Bê hûr hûrim.

    Feqîrim ez
    Herîrim ez
    Bê ga û pez
    Li ser sûrim!

    Sûr bilinde
    Ber li gunde
    Ezim kurde
    Marê tûrim!

    Çi xêr xwazim
    Belengazim
    Ez negazim
    Dijmin kûrim?

    Bêçareme
    Lawê te me
    Jiyan heme
    Birîn kûrim!

    16.09.2015

  110. Kire pilpil?

    Min got:bilbil
    Çi derd û kul
    Kire pil pil
    Ji vîna gul?

    Bar daye mil
    Tîr dane dil
    Li çav bû kil
    Rondik kir şil!

    Bû wek qimil
    Li zevî dil
    Arvan gilgil
    Hîştim bê cil!
    Merez û sil
    Li sîng bû bil
    Kurmê qilqil
    Jê ma hilhil?!

    B.K.26.09.2018

  111. Ka welatî?

    Min dil pişaft
    Min hest guvaşt
    Min kîn hêngavt
    Got:yeketî?

    Çav zerzilîn
    Hiş bertilîn
    Xwîn tertilîn
    Got:biratî!

    Raman çûn dûr
    Birîn bûn kûr
    Rewş ma bê nûr
    Got:felatî!

    Heyv tarî bû
    Tav karî bû
    Tev neçarî bû
    Kir xebatî!

    Yar girtî ma
    Kur sêwî ma
    Dê girî ma
    Ka welatî!

    B.K.27.08.2018

  112. Kewandim wê?

    Dil bizave
    Vegirt dave
    Bi du çave
    Girti me wê?

    Ez bi lave
    Ket hinave
    Wek delave
    Ji mê kewê!

    Hat bi gave
    Kir silave
    Benê xave
    Ji derewê!

    Ketim nave
    Jan hinave
    Tîra çave
    Pê dikewê!

    B.K.25.08.2018

  113. Bû para min?

    Wê bi nazî
    Hem qurnazî
    Dil kir gazî
    Dûr çû ji min!

    Çi fêrbazî
    Bê daxwazî
    Deng û sazî
    Dil bir ji min?

    Hîştim tazî
    Bû wek bazî
    Hêlan sazî
    Ser bana min.

    B’belengazî
    Tew ne razî
    Dara mazî
    Ber çavê min.

    Serfirazî
    Qirik qazî
    Ber mirazî
    Bû para min!

    B.K.11.08.2018

  114. Çûka bê guneh?

    Ez çûm nav dara
    Gerîm li yara
    Çaxê bihara
    Çûk dî xewara

    Min girt bi çûkê
    Qîj qîj di bûkê
    Te nabim sûkê
    Reben pepûkê.

    Wê li mi nêrî
    Çav dane girî
    Bi tirsa kirî
    Got:ka bawerî!

    Min got:netirse
    Ji mi nepirse
    Tu neke huse
    Ji xwe vehese!

    Wek min giyanî
    Guneh dizanî
    Neke hîlanî
    Çinkî însanî.

    Ez pê honijîm
    Li ser ponijîm
    Ji dil pingijîm
    B’xwe vehirmijîm!

    Min got:tujî can
    Wekî min giyan
    Li ser terazû
    Wê biçe îman!

    Tu tev parîke
    Xwîn jê kevçîke
    Guneh xanîke
    Here çivîke..

    Here ser banê
    Xweda dizanê
    Ez naxum canê
    Xweşke seyranê!

    Wê bask li xwe dan
    Çû ber bi xwedan
    Hêlan li dor min
    Wek govend vedan!

    Çûka bê guneh
    Va çûn sal û meh
    Çîroka te geş
    Şahî tê digeh?

    Sirûştê xweşke
    Jiyanê geşke
    Lavan tu bike
    Viyan xweş bike.

    Lê wane merov
    Li hev bûne hov
    Hev dixun bi dov
    Li hev kêra kov?!

    Bawerî nema
    Şermahî nema
    Danzilî xema
    Çiv û piv dima!

    Xwîn bûye av
    Namûs bû kulav
    Raçandin dav
    Bê watene lav!

    Digrîn ser pera
    Dijîn wek kera
    Nagrî li bira
    Vemirîn çira!

    B.K.23.07.2018

اترك رد

إملأ الحقول أدناه بالمعلومات المناسبة أو إضغط على إحدى الأيقونات لتسجيل الدخول:

شعار وردبرس.كوم

أنت تعلق بإستخدام حساب WordPress.com. تسجيل خروج   /  تغيير )

Google photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Google. تسجيل خروج   /  تغيير )

صورة تويتر

أنت تعلق بإستخدام حساب Twitter. تسجيل خروج   /  تغيير )

Facebook photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Facebook. تسجيل خروج   /  تغيير )

Connecting to %s