çanda tirsê û Imperetoriya Xwînê,Pîr RUSTEM

bo daxistina pirtokê ji vir:

https://www.4shared.com/web/preview/pdf/qFqJTUeTce?

  • Navê Berhemê: çanda tirsê û Imperetoriya Xwînê
  • Navê daner: Pîr RUSTEM
  • Cûreyê Berhemê: Gotar û Lêkolîn
  • Çap: çapa Elkitroniya yekemîn 19-Sibatê.2017 S
  • Hijmara xelekirî: 3
  • Mafê weşan kirina pirtokê Ezber kiriye ji nivîskar e, û çapa Elkitronî ya komcivîna Zanyarên Azad re ye

https://reberhebun.wordpress.com/

bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin:

reber.hebun@gmail.com

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Pîr RUSTEM

 

 

 

 

 

 

 

 

ÇANDA TIRSÊ

Û

IMPERETORIYA XWÎNÊ

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Gotar û Lêkolîn                                                                                                        

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji ewa ku, rengê sipî daye

                    dara yasmînê.

            Ji..

                        SOZAN ê re.

                                 

                                           Pîr..

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nivîskar di bin neynikê de.

 

 

 

 

Pîr RUSTEM.. lawê pêşiye ji dê û bavê xwe re, ew di dîroka 4.3.1963 an de cara pêşîn çavan vedike û heft salên xwe yên pêşîn li gundê Çeqela ji herêma Efrînê diborîne û ji bo jiyaneke çêtir, bavê wî mala xwe bar bajarokê Cindirêsê dike û Pîr tevlî heval û jiyaneke nuh dibe û ev yeka dê bandoreke fireh bighîne pisîkolojiya wî ku, ew kesekî goşegîr be.

Ew li bajarokê Cindidrêsê xwendina xwe ya sereta û nîvî jî kuta dike û da ku xwendina xwe bibe serî û bibe xwendevanê Zanîngeha Helebê, ew bi tena xwe diçe û malekê ji xwe re kirê dike, lê ji berî ku ew xwendina xwe kuta bike û di rêza çaran de û ji ber hin sedemên konevanî û guhdana wî bi çalakiyên çandî û rewşenbîriya Kurdî, dev ji xwendina endezyariyê berdide û dêst bi çalakiyên xwe yên wêjeyî dike. Lê ew hîne xwendekarê zanîngehê bû, çalakiyên wî yên rêzanî û wêjeyî hebûn û ew bûbûn sedemên paşketina wî di xwendina wî ya li zanîngehê û di dawiyê de ew ji nuh ve vedigere bajarokê Cindirêsê û heya bi nuha jî li wir cîware.

Cara pêşî ku, ew çêrokeke xwe diweşîne, di Kovara Stêr de tête belavkirin, di sala 1990 î de – hejmara 17 e, çêroka bi navê “Bîrkirin” bû, têde êş û derdên lehengê xwe, çi ji rewşa civakî be yan jî ji aliyê rêjîm û destlatdaran be,  û bi şêweyeke tinazî tîne zimên. Lê ji berî weşandina evê çêroka han jî, wî hineke çêrokên din û bi zimanê Erebî nivîsandibûn, lê ew nedan weşandin.

Pîr RUSTEM evê şêweya çêroka çûye, qet ji xwe re nake pût û ne jî tidibistanan; “Dive nivîskar pûtên form û dibistanan bişkîne”[1]. Ew di her çêrokeke xwe de bizavên xwe dike ku, karibe bi şêw û awayekî cudatir binivîse, lê tevî evê yekê jî ew dikeve bin akama du dibistanên hunerî; Realîzim û Siryalîzimê û eger em vegerin herdu pertûkên wî yên pêşîn; “Çivîkên Beravêtî – çêrok 1992 Bêrût” û “Pilindir – çêrok 1993 Bêrût”, emê evê yekê baş nasbikin; “.. Çêroknivîs di herdu berhemên xwe de jî li pey rêbaza Sirealîzmê çûye. Nemaze di çêroka “Koçeriya Laşekî” de, dîsan di çêroka “Xwarina Dawî” de li pey rêbaza realîzma nû diçe”[2].

Di çêrokên Pîr de tayê di navbera “.. xewnê (kabûs) û rewşa jiyanî de, navbera bawerî û nebaweriyê de, navbera dîtî û nedîtî de.. mirin û jîne, winda dibe, eger ne windayî be..!”. “Bi vî awayî bûyerên jiyanî, di pergaleke berevajî de, bilind dike, pergaleke fantstîkî, sîberî, xewni, ji bo afirandina risteke çîrokî sax û xweşik. Xewnên beravêtî ji kesê çîrokan re dihêlin ku, jîna wan kesan berbavêje..”[3].

Di avahiya çêrokê de û weke me berê jî gotibû ku, ew di her çêrokeke xwe de şêweyekê bi kar tîne, lê hinek rûdêmên hevbeş di nav çêrokên Pîr RUSTEM de hene, wek: “1- Jiyana wî di bêhtirî çîrokan de xewne. 2- Lehengên wî pêdariyê nakişênin ta bi dawî, lê ne bêhêvî û armancin.. . 3- Bûyerek ku, kêlîka wî çav miç û bel be, bese ji Pîr RUSTEM re, ku çîroka xwe li ser avabike.. . 4- Raberizînek di navbera (taybetî û gelemperî, parçe û giştî) de heye. Dest bi parçe dike, li taybetiyên wî di giştî de digere, ta ku dighe giştiya lihevsiwarkirî, gelemper ji cîhana nivîskarî, çîrokî. Ji ber vê yekê, pesnê hûrtirîn tişt dide. 5- Babetên çîrokên Pîr RUSTEM mirovîne; Evîn, mişextî, xwendin..”[4].

Ma ku em zimanê wî nasbikin, Pîr ji çêroka pêşî de paldaye ser zimanê gelêrî  û heya kariye ew ji zimanê ferhengî reviye, tevî ku, pircaran û piştî bêçaremayînê vegeriye û hinek gotin ji ferhengan derxistî û di çêrokên xwe de bi kar aniye. Tiştê din, wî di çêrokên xwe de û bi rengekî balkêş gotin û zaravê herêma Efrînê ku, şaxeke ji Kurmanciya rojava, bi kar aniye û “.. eger ku zimanê Pîr RUSTEM di pirtûka wî ya yekê û dudiyê de, zimanekî di navbera gotûbêja kilasîk (السرد الكلاسيكي ) û dongiyê (الشاعرية ) de bû, ew di çêrokên Pûtvan de ber bi dongiya çêrokî ve diçe bi paldana ku ew dide ser teknîka gotebêjiya di çêrokên cîhanê yên nûjen de[5].

Lê û piştî çar pirtûkên çêrokî û demeke dirêj ji westandina di warê çêrokê de, ew hinekî ji evê celebê wêje bi dûrketî û ev bûye bêhtirî du sal û nîvan wî qet çêrokek jî nenivîsandî; hinekî guhdana bi karên rojnemevaniyê û nivîsandina hin babetên li ser bîr û baweriyên Ola Islamê ew dûrî çêrokê kirine. Lê wî di van deman de jî karîbû romana xwe ya ku, ji zûde nivîsandibû, careke din lê vegere û wê sipî bike.

Di dawiyê de ma ku em bînin bîra xwe ka pirtûkên wî yên ku, heya nuha hatine çapkirin, çine û li kuderê. Lê ji berî evê yekê jî wî gelek çêrok û gotarên xwe di kovar, rojname û  li vê dawiyê di malperên kurdî de belavkirine, mîna: Stêr, Zanîn, Pirs, Aso, Peyv, Azadiya Welat, Jiyana Rewşen, Armanc, Pênûs, Newroz, Avêsta, Deng û malperên mîna: Amûdê, Efrîn, Pena Kurd, Mehnane, Peyamnêr, Roja Nû, Qamişlo û Kobanî.. û hwd.

Pirtûkên wî jî evin:

  • Çivîkên Beravêtî – çêrok 1992 Bêrût, ji weşanên Kovara Aso.
  • Pilindir – çêrok 1993 Bêrût, ji weşanên Kovara Aso.
  • Pûtvan – çêrok 1998, ji weşanên Merx.
  • Tîrav – çêrok 2002 Duhok, ji weşanên Sipîrêz.

Û li vê dawiyê jî û piştî çûna wî ya Bakurî KURDISTANê û ji bona beşdarbûna wî ya li Konferansa Wêje û Pirçandiyê ku, li Amedê hate lidarxistin, dê du pirtûkên wî yên nuh bêtin çapkirin; A pêşîn romane û ew di bin navê “Zarotiya Neynikekê û tiştin din” de ye, pirtûka din jî govreke ji gotar û lêkolînên wî yên ku, di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin û ew jî di bin navê “Cerg û Gotin” de ye. Û ji bilî weşandina van herdu pirtûkên wî yên nuh, çend weşanxaneyên li bajarê Istenbûlê soz dan ku, pirtûkên wî yên berê jî, careke din, bidin weşandin. Lê ji bilî evan pirtûkên wî jî, hinek destnivîsên wî yên dîtir jî hene û li benda ku, rojekê wan bide çapkirin mane.

Pîr RUSTEM, anuha li bajarokê Cindirêsê dirûne û xebata xwe ya li ser tore û wêjeya kurdî didomîne û piştî çûna xwe ya başûrî KURDISTANê û dîtina bêtar û karîstên ku, bi seriyê Kurdên me yên ewî perçeyî de hatibûn dît û bi destxistina hinek agehnameyan û xwendina wan, ew nuha li ser romana xwe ya nuh dixebite. Û li evê dawiyê jî ew weke endamekî di Pena Kurd de hate pejirandin û ji bilî evê yekê jî ew weke endam û serokê Koma Xanî ya wêje û çanda kurdiye.

 

Gîre û têbînî:

  

   [1] Pîr RUSTEM, Rojnameya A. Welat – hejmar 94, sal 1997.

   [2] Fener ROJBIYANÎ, Rojnameya Welat – hejmar 107.

   [3] Helîm YOSIF, Pêşgotina Çivîkên Beravêtî.

   [4] Tengezarê MARÎNÎ, Kovara Pirs – hejmar 1, Newroza 1993.

   [5] قلم نامه- دورية طلابية مستقلة. العدد 2 شباط 2000.                

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

TENÊ EW

 

 

 

 

Em di van salên dawî de pir zarawine nuh ku, bi hin bûyer û nesaxiyên me yên civakî ve girêdayîne, dibihîsin û piraniya wan bûyer û nesaxiyan bi ol û civaka Îslamê ve tête   girêdan an jî ew weke dînemoye ji ewan kiryaran re. Vêca emê bizavên xwe, ji evê xelekê û pêva û  di va  koşeyê de, bikin da ku em hinek  ronahî bidin ser ewan  bûyeran û li damarên wan, di tore û ramana Îslamê de, bigerin.

Di evê xelekê de emê nêzîkî zarawa tenahî û yekaniya Xweda bibin û ka ewê yekê çi di pisîkolocî û dîtin û nirînên me de kolaye û heya bi kîjan pileyê akama xwe li ser ramanên kesê Musilman hêştiye û ji berî ku, em nêzîkî ewê yekê dibin, em tînin bîra xwendevanan ku Îslam ne ola pêşînbû ku, banga yekaniya Xweda hildaye. lê emê evan zarawan tenê di ramaniya Îslamê de vedkolînin ji ber ku, ew yeke ji kaniyên me yên perwerdiyê û bîr û baweriyên yên herî girînge ku, em jê vedixwin û nirîn û dîtinên xwe li ser avadikin, eger ku em nebêjin ew ya herî bi tenêye wek tekaniya hertiştî di evan civakên rojhilat de.

Eger ku em vegerin pirtûka Quranê û bi taybet çêroka tekaniya Xwedê ku, di ewan deman de çiqwas Xwedayên dê hebûn giş daqurtandine û bi derbasbûna Muhemed a dîrokî hundir “Kaibê” û şikandina wî ji hemû pûtên din; Xwedayên din re emê nasbikin ku ewî ji çi ramanê û dîtinan re kok û bingeh danî. Wî bi ewê yekê re hemû nihad û navên Xwedayên din ji xwe re birin, bi lixwenana Îslamê wî nod û neh nav ji xwe re wergirtin û wilo rûyekî nuh, ku gereke dengê min bi tenê bête bihîstin, ji dîrokê re hate nîgarkirin û eger ji bilî dengê xwe, ez dengekî din, bibhîsim, du rê li pêşiya wî hene; yan ew bibe pêrewekî min û ew hertim pesanên min bide, yan jî dive ew bê deng bimîne; çi bi tunekirina wî be yan jî bi dûrxistina wî ji kişwer û buhişta Xwedê. “Vegere çêroka Iblîs û Xweda”.

Û wilo ma Xwedayekî bi tenê û çênabe ku, titşt di dinê de çêbibe bêyî fermana wî; mêrî bêyî fermana wî nikare bimeşin. Evê ton raman û perwerdeyê hêşt ku, olek bi tenê ya rast be û hemû olên din pêhatibin lîstin û ji ser riyên rastiyê derxistibin û dîsa hêşt ku, êleke bi tenê hebe û tenê serokek hebe, partiyeke bi tenê rast dixebite û helbet ew jî partiya mine û tenê serokê ji partî dizane birame û eger ku, kesekî din serî li ber wî hilde, dê çêroka Iblîs li pêşiya wî be jî, yan jî dê ji partî bête avêtin û hezar dûvik dê pêkevin û ewê an biçe partiyeke xwe çêbike yan jî dive devê xwe bigre; çi bibe pêrewek ji yên serokê berê yan jî dê li mala xwe û bê deng rûne.

Lewre û eger ku, me hêvî heye û bixwezin ev bingeh û alava me ya ramyarî û sinc û civaka me ya rojhilat ku, ola Îslamê jê re kaniya herî bi hêze bête guhertin û em civakeke nuh, yeke sîvîl, şaristanî ku mafê her kesî têde parastiye, dive em ewan kaniyên teroriyê ziwa bikin. Bi gotineke din; em bi rengekî sayî û durust dibêjin: heya ku mislimantî pozê xwe dixe hemû warên jiyanê û heya ku, ew; ola mislimantiyê ji konevaniya dewletên rojhilatê neyê birîn, em qet ne bawerin ku, ti pêşketin di evan welatan de çêbibe. 

 

(*)   Têbîn : em ola Îslamê û çêrokên wê, weke afsaneyeke dîrokî, dixwînin û dibînin û ne weke bûyerên dîrokê yên rasteqîn.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

ÎSLAM Û ZIMAN

 

 

 

 

Emê di evê mijarê de jî nêzîkî akam û bandoriya ku, çanda û zimanê erebî û di riya îslamê re, li çand û zimanên miletên dîtir; ewên ku ketin bin zordariya imperotariya îslamê, bibin û bizavên xwe bikin ku, hinek ronahî bidin ser mijarê û hinek xalan şirove bikin û heya em karibin emê bê alîgirtin nêzîkî mijara xwe bibin.

Ji berî her tiştî ku, dive em zanibin; millet û nijad bi ziman û çanda xwe tête nasîn û eger ku, tu karibî ziman û çanda miletekî bipişifîne, ew tê ewê wateyê ku, te ew millet winda kir û eger ku, em vegerin dîroka herêmê, emê bi dehan ewan miletên ku, hatine pişaftin weke nimûne li ser evê yekê bibînin û di roja îro de tenê navê ewan di pirtûkên dîrokî de tête zimên, tevî ku, ew xwedî şaristaniyin gewre bûn jî, lê di hundirê milet û imperetoriyên nuh de, weke ya misilimantiyê, hatine helandin.

Tiştê din ku, gereke were aşkerekirin eve; ku millet û çanda erebî weke nijadeke taybet û cuda heya ji berî zayînê bi sed salî û weke ku, Dr. Wedîi BEŞOR di pirtûka xwe ya di bin navê “أساطير آرام” de dibêje; nehatibû nasîn û ne jî ti rola ewan di dîroka herêmê de hebû, ev ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî û weke ku, lêkolînên erkiyolocî ji me re salix didin ku, herêma rojhilat û di kûraniya dûreka herêmê de, pir şaristaniyên mezin naskiribûn û yek ji ewan şaristaniyan ya Aramiye.

Lê yek dikare bipirse; çima me ev şaristanî û bi rengekî taybet anî zimên. Helbet pir sedem li pey ewê yekê hene, lê ya herî girîng, ewa ku, bi mijara me ve girêdayiye û hêştiye em evê şaristaniyê bi nav bikin; ziman û tîpên ku îro miletên Ereb bi kar tînine weke ku, ew yên ewana bin û dihêle evan miletên din ku, ewan tîpan bi kar tînin, bikulînin û bibêjin: ev miletên han ne xwedî dîrok û şaristaniyên kevinin û vaye ew çanda xwe ya çêkirî bi tîpên me didin nivîsandin û helbet gotin ji miletên ku, ketibûn bin darê imperetoriya îslamê re ye; mîna Paris û Kurdan û heya ji berî demekê û ji berî ku, Kemal ETETÛRK bingeha dewleta Tirk ya nûjen deyne û tîpên erebî bi yên latînî biguhêre, digel hinek miletên dîtir.

 Û wilo ew; Ereb xwe ji bîr ve dikin ku, ev tîp bi xwe yên miletekî dine û ewan ev tîp jê girtine, ev ji aliyekî ve û ji aliyê din de jî û ji berî ku, ewan tîpan li ser evan miletan û bi darê zorê bidin meşandin, evan miletên ku me anîbûne zimên û yên ku, me ne anîbûn jî, xwedî tîp û çandeke cudabûn û me pir ziman û zarawên cuda-cuda didîtin û hîne jî em dibînin. Bi gotineke din; herêma rojhilatê û ji destpêka dîroka mirovantiyê ya nivîskî de, tîp û nivîsandinên cuda-cuda naskirine. Ne tenê wilo û weke ku, dîrok ji me re dibêje; herêma rojhilat xwediya naskirina tîp û nivîsandinê ye û ji berî ku, Ereb weke nijad xwe binase.

Û wilo em dibînin ku, akam û bandoriya pêşîn ku, îslamê li evan miletên dîtir kiriye, di aliyên çand û zimên de, ewê ji aliyekî ve hin şaristaniyê mezin weke ya Aram hilweşandin û bi ewê yekê tenê nekir, lê heya bû paşmakgirê çanda ewana jî; ango destê xwe danî ser çand û kultora ewan miletan û weke ya xwe be bi me dide nasîn û bi ser hemî tiştan de jî, ewê karîbû evan tîp û kultorê li ser evan miletên ku, ji aliyê imperetoriya îslamê ve hatibûn dagîrkirin, bidana ferzkirin.

Helbet ev yeka; guhertina tîp û zimanê dijmin bi yê zikmakî, dê bi serneketa eger ku, ew tenê bi darê zorê ba, lê tiştê ku, dihêşt ev miletên dîtir dev ji çand û zimanê xwe berdin, -pirî caran bi dlekê û bê zordariya dijmin-, û evê nuh; yê erebî têxin şûna yên xwe, bi “xêra pîroziyê” bû. Ola îslamê û weke hemû olên dîtir ku, di dema olên gir de, karîbû evê baweriyê bi pêrewên xwe bide înan kirin, çi bi riya gotina nerim û xweş, nemaze di destpêka bangê de, û çi jî bi riya talan û şûr be.

Û îro roj em bandora evê yekê dibînin ku, em miletên hatine dgirkirin, me nasnameya xwe ya ethnî-çandî hêştiye û bi yeke biyan girtiye; ji navên ku em li zaroyên xwe dikin bigre û bighe tîpên ku, em çand û kultora xwe pê dinivîsin, ta bighe ziman û zarawa me û eger ku, em li ferhengên zimanên evan miletan vegerin, emê talan û bêtara ku, ziman û çanda erebî-aramî li ser ewana binasin.

Vêca û weke ku, çawa di salên bîsta ji sedsaliya çûye, K. Etetûrk bi ewê gava xwe ya girîng rabû û tîpên latînî xistin şûna yên erebî-aramî, divê ev miletên dîtir jî bi ewê gavê rabin, da ku, karibin ji bin akamiya çand û zimanê erebî derkevin û ewê gava pêşîn be di pêvajoya rizgarkirin evan miletan de. Ji ber ku, gava pêşin di pişaftin an jî rizgarkirina miletekî de, ew ji rizgarkirina ziman û kultorê de dest pê dike.

Û em weke miletê Kurd û eger ku, em evê gavê pêknînin û li gor dîtinên me, emê di pêşerojê de û li gor heyamên îro, bêtirî milet û çandekê di nav Kurdan de bibûnin; ango ne dûre ku, em bibînin milet û çanda me bûye çend par û bi navên çand û miletên Soran, Zaza û Kurmanc bête bi navkirin û wilo ev ji me dixweze, weke rewşenbîr û ji berî ewan jî weke hêzên konevanî û dezgeh, hajî evê biveyê hebin, da ku, em vegerin ser yek tîpên nivîsandinê.

Cindirês-2006.    

 

 

ÎSLAM Û PÎROZÎ

 

 

 

 

Çima ramyariya îslamê nikare ji dîroka ku, ji berî (1500) sal e, derkeve û çi dihêle ku, mirovê misliman û di her tiştê xwe de bawkiya ewên pêşî bike. Ango, çi dihêle ku, ew ji dîroka îro bireve û bizavên xwe bike ku, ew li gor rabûn û rûniştinên dema “Pêximber” û jiyana ewê çaxê bijî? Û eger ku, karibe dê zorê li “ewê din” jî bike, da ku ew jî li gor ewê demê jiyana xwe nîgar bike.

Li gor dîtina me, bersiva pirsên çûne di gotin û têgihêştina “pîroziyê” de ne; ewa ku hêştiye deqa Quran ê û piştî şikandina pûtên hundir Kaibê, ew bi xwe bibe pût û li pêşiya her guherîn û pêşketineke nuh bibe kelem û rê li ber her zîrekiyekê bigre ku, ew di herî û kevza ewê golê de bête fetisandin.

Bi gotineke din; eger ku, tu banekî ji xwe re deyne, tu yê nikaribî stêran bibînî? Mixabin deqa Quran ê, ji fikir û ramyariya Îslamê re, banê herî bilinde û gihêştî pileya ku, em ewê weke jêdera her zanyariyekê, afrandinekê bibînin.

Ango û li gor ramyariya Îslamê, Deqa Quranê jêdera evê zanyariya me ya îro ye û her afrandinek û pêşketinên îro û di hemû waran de, ji ewê deqê hatine wergirtin û wilo ew gihêştine ewê baweriya ku, dibêje: Xweda bi her tiştî dizane û ewî ew zanyariya xwe xistiye hundirê ewê deqê û tiştê ku, ji me tête xwestin, em ewê şîfreyê vekin? Û wilo ew evqas çalakî û bizavên mejiyê zanyariyê ku, ji sedê salan de li Ewropa dest pêkirî, ji bîr dikin û hemû berhemên wê li piş guhê xwe dihêlin.

Mêjiyekî ji evî ton-rengî ku, her tiştî di “pûtê” xwe de dibîne. Ango, her tişt ji wî re amedeye û Xwedê ji pêşî de hemî zanyarî xistiye ewê deqê û bi ser de jî evên din; ewropî ji me re kirine kole û xizmekar ku, ew mejiyê xwe biwestînin û bi şev û roj çalakiyên xwe bikin da ku, afrandin û têknolociya nuh bi pêşxînin û ewana têxin raja me muslimanan, dê bihêle xewa me dirêjtir bibe û helbet kesên ku, ev baweriya wan be, dê ti carî mejiyê xwe newestîne ku, ew jî bibe xwedî fikir û zanyariya nuh û emê “Efsana Gilgamiş” weke rasteqîneke dîrokê bibînin.

 

 

 

 

 

ÎSLAM Û TEROR

 

 

 

 

Emê di evê xelekê de jî nêzîkî mijara rojane bibin ku, hemû welat û miletên dinyayê jê digazînin û bi hezaran xelkê jiyana xwe ji dest daye û bi milyarên dolaran jî li pêşketina civakê bûne ziyan, ji bin serî û akama  wan û ramanên ku, ew hildigrin û di ber de şer dikin û.. hîne jî ew bi teroriya xwe de diçin.

Belê, mijara me ya evê xelekê jî di ewê çarçewê de ye; çima terorî li welatên mislimanan û tenê ji hundir civaka wan derdikeve. Bi gotineke din, çi dihêle ku terorîzim li van welatan bête pejirandin û bihêle yek bombeyan li xwe bişdîne, yan jî berê balefirekê bide avahiyekê ku, bi hezaran sêvîl û ji hemû celeb û temen û bîreweriyan.. têde dixebitin, -tevî ku ev newkhevî û cudatiya kesan jî rê nade ku, yê din li ser bête kuştin- û wê di hundir wan de biteqîne û bihêle ew avahî û bi qatên xwe yên di jorî sedî re û bi hemû xelkên xwe ve, di navbera çend kêlîkan de, bibine kavil û toz.

Helbet tiştek û tiştekî gelekî kûr û “bi rûmet” dihêle ku, ewê teror, xwe di yê din de biteqîne û bihêle, ne tenê evê din jiyana xwe ji dest bide, lê ew bi xwe jî jiyana xwe bide ser û bi dilşadî û wilo jiyan ji herdiwan bête dizîn. Ango, eger ku qezenc û bidestkewtineke mezin, helbet li gor baweriyên ewî, li piş evî karê wî tineba, dê jiyana xwe û wilo bi hêsanî ji dest xwe berneda.

Lewra û gereke ku, em li bingeha evê çêrokê; karên terorî û xwe teqandina ji bo kuştina “yê din”, di dîtin û baweriyên xwe de bigerin û wê vekolînin, da ku, em karibin nêzîkî mijara xwe bibin.

Ji berî  hertiştî û eger ku, em li deqa Quranê û paşmayîna toreya Îslamê binirin; çi ji gotinên Mihemed an jî zîrekiyên feqeyên mislimanan, emê têbighên ku bi sedan, eger ku em nebêjin bi hezaran mînak hene ku, bawermend û pêrewên wan ber bi karên teror ve têve dide. Û ji ber ku, ev quncikê me nahêle em bi firehî mijarê vekolînin, emê bi kurtayî baweriyên xwe bînin zimên.

Di raman û baweriyên mislimanan de, ewê din “Gawir” e; kî bi Xwedê û roja din û pêximberan û.. bawer neke, ew kesana di êgir de ne û dê hertim di Dojehê de bin. Bi vê dîtinê, “ewê din”, dê dijmin be û ewê ji aliyê pêrewê misliman ve neyê pejirandin, nemaze gava ku, tu pêrewê xwe bihevoje û bighîne ewê baweriyê ku, ewê bi kuştina evê “Gawir” deskewtina herî bilind, li ba wî, bi destbixîne; dema tu bi kuştina “ewê din” wî dike ji yên Bihuştî.

Bi gotineke din; ewê “gawir” dijminê wî û Xwedê ye û gereke ew bête kuştin û eger ku, bawemendê misliman di şerê xwe bi wî re; çi ew kuşt û qezenc, “sewab” û radeyeke bilind li ba Xwedê sitand, çi jî ku hate kuştin û weke martîrekî “şehîdekî” derbasî Bihuştê bû, dê di herdu riyan de jî serkewtî be. Û helbet ev tonperwerdî, dê bihêle ku, treoriya me; teroriya civaka mislimantiyê, her biçe fireh bibe û gola wê, me tevan daqurtîne.

Lewra û da ku, em rê li ber evê yekê bigrin, divê em “ewê din” bipejirînin. Ev jî ji me dixweze ku, em pir baweriyên xwe yên kevin bi hineke nuh biguhêrin û wilo gereke, em pir çêrok û dîtinên ku, roja îro ew derbas kirine û nema bi kêrî dema me tên, ji dîroka berê re bihêlin û wan li roja îro bar nekin. Lê ev yeka û weke çêroka îslambûna Iblîs li ba T. ElHekîm, dê bihêle ku, em Ola Îslamê ji jiyan û civakê bi dûrxin û tenê wê di mizgeftan de bihêlin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

ÎSLAM Û AFRET

 

 

 

 

Eger ku, em bixwezin cihê pîrekê di civaka berî Îslamê de binasin, dive ne tenê em vegerin pirtûka Quranê û nivîsandinên mislimanan li ser evê mijarê, ji ber ku, ewê bihêle tenê em nirîn û dîtinên pêrewên Ola Îslamê bixwînin û da ku, em di têgihêştina xwe de şebkorî dernekevin û tenê bi çavekî li çêrokê nenirin, gereke em vegerin û li rewşa wê ya ji berî mislimantiyê jî binrin. Lê mixabin û ji ber ku, kêmjêderên ewê çaxê dihêle pêrewên Ola Îslamê dengê xwe bilind bikin û bibêjin ku, di ewan deman de Qureyşiyan keçên xwe; zaroyên nuh ji dayîk dibûn, binax dikirin û ew ji bîr dikin ku, yeke weke Xedîce; jina Mihemed a pêşîn jî yeke ji yên ewê civakêye û ewê hêşt ku, Mihemed bibe Mihemed.

Ev dîtina mislimanan a di derheqa demêm berî berî mislimantiyê de, çêroka Taha Huseyn bi bîra mirov tîne ku, çawa pir ramyarên Ereb û ji bo ku, cihê Ola Îslamê bêtir berz bikin, ew li qonaxa berî mislimantiyê divegerin, wê reûreş dikin û di bin navê “dema nezaniyê” de didin naskirin. Tevî ku, helbestvanên Ereban, ên herî bi nav û deng, ên ewê qonaxê ne û ew ji bîr dikin ku, çandeke bilind û rewşeke aborî xûrt weke ya Mekê, li ser nezaniyê ava nabe.

Vêca û eger ku, em vegerin ewan xal û nimûneyên di derheqa evê mijara me de ku, ji qonaxa berî mislimantiyê ji me re ma ne û ewana bidin xwendin û vekolîn, emê binasin ku, pîrekê û bi hatine ola nuh re, hinek tişt bi dest xistin, lê pir tişt jî winda kirin; erê ewê karîbû û bi xêra ola nuh û di aliyê aborî-civakî de hinek destkewtinan bigre, lê di warê azadî û serbestiya jinê de, civaka nuh pir sînor û xêzên sor danîn pêş wê û nemaze di têkiliyên toxmî de û civaka nuh bêtir ber bi nêrîtiyê ve ajot.

Bi gotineke din; Ola Îslamê û bi yek car, civaka mêyîtiyê xiste gorê û eger ku, tenê em li guhertina Xwedayekî nêr bi ewqas Xwedayên din û nemaze yên mê weke; Lat û Munat û.. binirin û bi ser de jî, ne pejirandina guftûgoya Quranê ji ewan pêrewên mê re û pir bendên ku, bi xwendevan dide naskirin; jin parsiwa kême û ew nikare weke mêran be. Eger ku, em evan xalan di ber çavên xwe re, bi hişmendiyeke rexneyî, derbas bikin, dê bi me bide naskirin ku, nirîna Îslamê ji afretê re çawa ye.

Û eger ku, em evan hemû tiştan jî bidin alî û yek bibêje; ew ji netêgihiştina we hatiye û Ola Îslamê wekheviyek di navbera jin û mêran de çêkiriye, em wî divegerînin rewşa pîrekê di serdema îro de ku, çawa ew weke koleyekê, di civaka mislimantiyê de, tête danasîn û dihêle em li ser ewê bingehê pêre bidin û bistînin û me ew ji her tiştî bê par kirî û ne tenê wilo, lê û ji roja pêşî de me ew kiriye yek ji sermiyanên xwe û wê didin kirîn û firotin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

ÎSLAM Û KOLETÎ

 

 

 

 

Eger ku, em bixwezin vegerin dîroka koletiyê, helbet emê bibînin ku, damarên wê dirêjî dîroka kevintirî misilmantiyê dibe; ew û weke ku, Incilêz di pirtûka أصل العائلة والملكية الخاصة والدولة   de dibêje: Ji roja zêdebûna sermiyanê di destê destlatê pêşîn de kom bûbû, çêroka koletiya mirov, ji mirov re, dest pêkir? her ku,  sermiyana wan mezin dibû dihêşt belengazî û jarîtiya yên bindest jî kûrtir bibe û ew bêtir azadiya xwe winda bike, heya bighe ku, ev koletî bibe xwesteka wî ya herî pêşîn û bi rûmet? Di nirîna me de, bivetiya herî mezin ev bû; dema ku, me koletî ji heyîneke aborî-civakî veguhast yeke olî, sincî û bû sîmeyeke me ya derûnî.

Belê, tiştê herî bive û wêran ew bû ku; evan olan û nemaze Ola Îslamê ev ton sinc, di pêrewên xwe de çand û hîne jî li ser berdewame? Ew gihêştine ku, navê xwe û bi bawermendiyeke kûr, bi gotina koletiyê ve girêbidin; “عبد الله.. عبد الرحمن”. Bi gotineke din; Ola Îslamê û piştî dîrokeke dirêj ji evê ton perwerdiyê re, karîbû evê sinciyê hilde pileya heyîna derûnî, ji mirovê misliman re. Ango hêşt ku, ew bibe yek ji piraniya têgihêştin û bingehîna ramyariya me.

Piştî evan çend gotinên pêşîn, ka em binirin evê ton siciyê çi akamên xwe li ser kesîtiya mirovê misliman, bi gelemperî û yê Kurd, bi taybetî, hêştiye? Emê bizavên xwe bikin ku, em dûrî helwestên amede, nêzîkî mijara xwe bibin.

Li gor dîtin û baweriyên me û hevjiyana me ya bi xelkê re û li gor evan ton têkiliyên civaka rojhilat, em dikarin bibêjin ku, mirov û civaka mislimantiyê di gola koletiyê de tête kuştin; Mirovê ku, li ser xwe koletiyê ji yekî re, zarawekê re, Xwedayekî re bi pejirîne, dê ji kesekî din, serokekî din re jî bi pejirîne; çi serokê êlekê, partiyekê yan jî ji serokê dewletekê re be. Ango, ewê ti carî nikaribe seriyê xwe li pêş ê “mezin” hilde û ne tenê wilo; eger ku, rojekê yekî weke Iblîs xwest ji wî re bibêje: na, dê cihê xwe di nav me de nebîne û ewê hertim bête kevirkirin.

De ka em koletiya netewî û bindestiyê ku, bi hezarê salan  miletê me di bin de dijî û akama wê gihîştî ku, di zargotina me de cih bigre; demên em bixwezin rûmeta yekî bigrin, em jê re dibêjin: “ez benî”. Ka em evê koletiyê jî bidin ser yên berê, dê çiqaws ji me re gerek be ku, careke din, em kesîtiya mirovê Kurd û li ser bingehînin nuh; dûrî koletiyê û kesîtiya revok, ava bikin.

Vêca û li gor xwendin û têgihêştinên me, eger ku mirovê Kurd xwe ji Ola Îslamê; Ola koletiyê rizgar neke, dê zû-zû nikaribe xwe ji bindestiya netewî jî rizgar bike û helbet çare dê ne di  lêvegera li Ola Zeredeştiyê de be, weke ku hin deng di evê dawiyê de derketine û rizgariya me di ewê yekê de dibînin; ji ber ku tu nikarî “çerxa felekê” bi şûn ve vegerîne? Îro roja zanebûn û zanyariyê  ye; eger ku xwedî pispor û di hemû waran de, di nav miletê me de dernekevin, dê riya koletiyê dirêjtir be.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

ÎSLAM Û DEMOKRASÎ

 

 

 

 

Weke ku me di xeleka çîyî de got: îslam dijî dengê yê dine û ew şerê  ewê ku, ji nav rêza kerî derkeve, dike û  hertim bang li gotina yekgirtiyê û obetiya pêrewên xwe dike ku, ti kes ji nav dernekeve û gotineke cuda, mêjî û ramaneke dîtir nenas.

Û di evê derheqê de pir ayet û gotinên Mihemed hatine da ku, pêrewên xwe ji piş xwe bernede; “Destê Xwedê li ser obêye û Şeytan li dijî yê bi obê re ye”. “Rawestina li ser şopa yên pêşî, çaktire ji çalakiya di afrandinê de”. “Ewê ku rûmeta xwediyê aferînan bigre, alîkare di herifandina Îslamê de” û.. hwd.

Ev ton perwerde helbet dê rê nade yê din ku, dengê xwe derîne û pirbûn û zengîniyekê têxe nav civakê û ewê bihêle ku, rê li pêş ên weke S. Husên û hemû diktatorên rojhilata navîn vebe ku, li pê şopa nimûneya herî balkêş. li pey Xewda û pêximberê wî herin û nehêlibin ti dengên dîtir, di keşwara wan de, derbikevin. Lewre û li gor evê baweriya Îslamê û konevaniya ku, li ser tête avakirin, dê ev welatên me, ji demokrasiyê re, bibin goristanên rasteqîn ku ticarî kes newêribe nêzîkî ewan “xêzên sor” bibe.

Û eger ku yek bipirse û bêje: ka ev konseya pirsdariyê “مجلس الشورى” , hûn bi çi merem û agahiyê lê dinerin û ma ew ne rengeke ji yên demokrasiyê ye? Heya gihêşt ku, hin berevanên Îslamê derkevin û bê dudilî bibêjin ku, demokrasiya îro li Ewropayê tête meşandin, bingeha wê ji cem me ye, weke her tiştekî din û di pêşî de, me demokrasî naskiribû.

Li gor dîtin û baweriyên me, ev çewtiyeke ji yên ramyariya Îslamê, weke pirekên din, ku tiştan berevajî dixînin. Ji berî hertiştî, zarawa demokrasiyê bi civakeke nuh ve û ew ji berhema civaka sîvîle û ew ji berhema hizir û şoreşa miletên ewropiye û ti tişt wê nakşîna civaka eşîrtiyê. Xala din jî, gotina wan li ewana vedgerîne; ji ber ku, bingeh û rengê ku pirsdarî « الشورى» pê hatibû damezrandin û weke ku, di destpêka evê gotara xwe de gotibû: qet çênabe kes ji nav obeyê derkeve û dengekî cuda hebe û ev bi xwe jî dijî zarawa demokrasiyê ye û ewê yekê ji binî ve hilweşîne.

Lê xala herî girîng di evê meslê de ewe; ku mayîn û dîrok hertim ji ewê durist û çaktir û pêşketîtire ye û vaye em dibînin ku, di roja îro de, demokrasî cihê xwe di civak û hizra miletan de digre û gihêştiye ku, goftûgoya mislimantiyê û ramyarên wan ewê zarawê bi kar bînin û heya têxin şûna pirsdariya xwe. Bi gotineke din; vaye emê berhema wan ya çak dixin şûna ewa xwe ya sexte û ne ew ya me werdigrin û ev yeka bi xwe bersiva xwediyên ramyariya olî dide.

Lewra û eger ku, em weke kes û civak, bixwezin ji evê nesaxiya petriyarkî û rêjîmên diktator, rizgar bibin û rê li ber evên ku, di hundirên xwe de pir nexweşiyên derûnî hildigrin, bibirin, gereke ev bingeha me ya ramyarî, ku Ola Îslamê stûn û kaniya herî mezin -eger ku, em nebêjin a herî bi tenê ye- dibînin, bête guhartin û gereke weke ku, çawa Şaristaniya Ewropî karîbû cudahiyekê têxe navbera ol û civakê, dive cîhana Îslamê jî bide ser ewê şopê û eger ku, em bi evê gavê ranebin, emê hertim koleyên evan zaraw û diktatoran û.. Xwedaya bin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

ÎSLAM Û NIJAD

 

 

 

 

Eger ku, em hinekî paşde vegerin û li dîrokê binrin û wê bidin vekolîn, emê li pir rasteqînên veşartî, ewên ku, di bin toz û dûseyên gotûbêjên xapînok de hatine windakirin, rast werin û têbighên ku, em weke miletekî cuda û xwedî netew û çandeke başqe pir hatine xapandin û heya bi nuha jî têtin xapandin, lê her carê di bin navn û dîtneke cuda de û yek ji evan caran jî; di bin navê Ola Îslamê de ye.

Erê, evê ola nuh û nemaze di destpêkê de; dema ku, ew hîne qels û lawez bû, bang li biratî û wekheviyê kiribû û gotibû: “ti berztirîn ji yê Ereb di ser yê Ecem re tineye, tenê bi ayîntiyê”. Lê ewê di demên dûtir re; di rojên ku, evên serdest dibin xwedî hêzeke aborî, leşkerî û dewleteke xûrt, evan soz û durûşmeyan ji bîr bikin û tenê du riyan ji “ewê din” re dihêlin; an dev ji ola xwe ya berê berde û were ser riya wan û ji wan re weke kole; “mewalî” bixebite, yan jî kuştin li pêşiya wî ye û heya riya sêyemîn jî ku, ew li ser ola xwe ya berê bimîne û vêrgê; “ciziyê” bide wan û bi fermana Omer bin XETAB re, nema bû.

Û eger ku, em li gotûbêja çûyî;  “ti berztirîn ji yê Ereb di ser yê Ecem re tineye, tenê bi ayîntiyê”, vegerin û ewê şirove bikin, emê têbighên ku, ew di hundirê xwe de bi xwe jî cudatiyekê dixe navbera nijadan; gava kesên Ereb weke nijadeke tekane bi nav dike û bi ser de jî li pêşiya guftûgoya xwe datîne û evan hemû milet û nijadên din di bin gotineke nenas de; “Ecem”, bi nav dike. Û hîne bêtir, ev ola nuh; Îslam, ji ba wan derketî û wilo ewin xwediyên ayîntiyê û her ewên weke nijada herî bi nirx û berztirîn be.

Lê em dikarin dêst ji evan şirovekirn û “lîstikên” bi zimên û gotinan bikşînin, tevî ku, ew “muicîzeta” Quranê bi xwe ye jî û gereke ew evan nîşandeyên ji evan tonrengan û bê dudilî bipejirînin, an jî dive ew jî dêv ji evê çêroka zimanê Quranê û “îicaza” wê berdin. Me got: emê ji lîstina bi gotinan bi dûrkevin û pal bidin ser bûyer û kiryarên di derheqê mirovên ku, bi nijada xwe ne Ereb bûn û tenê hinek nimûneyan bînin zimên, ji ber ku, ev quncikê me têra ewan rûdan û komkujiyan tevan nakin.

Ji berî hertiştî û heya di demên pêşî ji evê ola nuh, riya koletiyê û tenê ji yên ne Ereb re dihate pejirandin; ji ber ku, çênedibû yê Ereb bibe ji “mewaliya” û tenê du rê li pêşiya wî bûn; an kuştin, da ku ew nebe kole, yan jî dive bibe misliman û wilo ewê bibe yê serdest, lê ji Eceman re riya sêyemîn jî vekirîbû. Tiştê din û weke di xelekên çûyî de jî me dît ku, mêrê Ereb dikarî bi jineke ji “mewaliyan” re bizewiciya, lê çênedibû ku, yekî ji “mewaliyan” jineke Ereb ji xwe re bîne, tevî ku, herdu jî mislimanin û birayên hev ên yek olê ne jî.

Bi ser evan ferman û cudatiyan de jî û eger ku, em li nameya Omer bin XETAB“*”; ewa ji Ebo Mûse ELEŞEIRÎ, waliyê Besra re bi rêkirî û têde rê dide wî ku, evên din; Eceman bide ber devê şûrê xwe û… hwd, binirin. Û di dû re jî, ne pejirandina mislimantiya yên ne Ereb, da ku, vêrgê ji wan bigrin û genciyên xwe bêtir zengîn bikin û serdestiya yên Ereb jî bilindtir bibe û… nimûne pirin.

Û emê robarên xwînê û komên seriyên jêkirî ku, mislimanan li welatên Eceman meşandibû û dabûn ser hev, ji mijareke din re bihêlin. Bi ser de jî, rewşa miletê me yî KURD û asîmlekirina ziman û çanda wî, ji bal a erebî ve, evê çêroka serkeftina nijada erebî û bê perde aşkere dike. Ne tenê wilo û mixabin, heya kesîtiya me ya netewî jî hatiye asîmlekirin û eger ku, me karîbû ji Selah D. EYOBÎ re, kar û xebatên wî, bipejiranda û bigota: ew li gor dema xwe çûbû, lê ji yekî weke Dr. M. S. Remedan ELBOTÎ re û di roja îro de ku, ti kes nemaye û li xwe xwedî dernakeve, ew were û ji bo “ewê pêşîn”; Ereban, nijad û netewa xwe têxe bin sola xwe, dê bihêle yek bipirse: eger ku, ev ne asîmlekirine dê çibe.

Lê tirsa mezin ewe ku, di roja îro de û di bin nav û durûşmeyin nuh de; weke hemwelatî û cigrafiya de, em careke din werin xapandin û bi sedê salan bi xwe bikenin û bibêjin: em û we birayên hevin û ji bîr bikin ku, di jiyanê de du zarawên din jî hene; bindestî û serdestî û rewş û heyama îro derfeteke mezin ji me re, weke miletekî bindest, vekirî ku, em jî hilkişn radeya evan miletên derdora xwe.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

ÎSLAM Û ZORDARÎ

 

 

 

 

Me ji zû de dixwest ku, em nêzîkî evê mijara xwe bibin, lê pir tişt û sedeman em didan şûn û belkî ji yên beloqtir ev bûn; zor û dijwarbûna lêkolîneke ku, bivetiyên xwe pirin û dihêle yek bi tirs nêzîkî ewê bibe, çi tirsa di hundirê mejiyê ewî yê veşirtî de û çi jî tirsa ji derdor û hêzên civakê û nemaze ji olperestan, tevî ku, “Dazana Cîhanî ya Mafê Mirovan” dibêje: “Mafê her mirovekî heye ku, aza birame û ola xwe hilbijêre û ji mafê ewî ye, ola xwe biguhêre.. û bi rengekî aşkere pê rabe, çi bi tenê yan jî digel hinên din.. .”{1}. Lê da ku, ev konevaniya nîv-perwerî, nîv-rasteqîniya ji miletan re tête pêşkêşkirin ne ya bi tenê be û hertim em bi mejiyê şivan û kerî neramin û ji bilî xwe jî weke nîv-mirov, nîv-rewşenbîr nebînin, me ev kar da ber xwe.

Erê ew “Dazan” rê dide yekî ku, ew di warê olî de aza ye, weke di her tiştekî din de, lê xwediyên ramana kevneperest, ewê yekê li piş guhê xwe dihêlin û bi navê “Pîroziyê” şerê ramana pêşverû dikin; “îdyologiya olî.. di destê kevneperestên Ereb de çekeke “dîtiye” ku, pê şerê hêzên pêşverû dikin”{2}. Û em di roja îro de karên wan ên teror dibînin. Sedema din ku, dihêle yek zû-zû nêzîkî karekî wilo nebe; kêmjêderên di dest me de, helbet ên bi erebî, ji ber ku, bi zimanê kurdî tiştek nîne û ewên ku, têne wergerandin bal zimanê erebî jî, ev rêjîmên zordar rê nadin ku, derbasî hundir civakê bibin.

Helbet hinek sedemên din jî hene; çi zor û zehmetiya wergerandina her tiştî ji zimanekî din û kêmdîtina zarawên ku, tu pê karibî ramana xwe bighînî xwendevan û çi netêgihêştina ewê bi zimanê kurdî dixwîne, ji ber ku hîne xwendevanê me, helbet ne tev, di pileya elfabê de ye. Û tiştê din jî, pir caran kovar û dezgehên me newêrin mijarên wilo belav bikin.. û hwd. Evan tiştan dihêşt ku, em zû-zû nêzîkî evê mijarê nebin, lê piştî bizava “Rojnameya Deng”, em têgihêştin ku, civak û xwendevanê Kurd dikare digel evan babetan bide û bistîne, lewre me wêrîbû xwe nêzîkî evê çêrokê bikira.

Bê gûman, dê sitûna yekem ji mijarê re, “Pirtûka Quran” ê be û emê bendên ewê li gor “daketin”, nivîsandina ewana bixwînin û ne weke ku, di pirtûkê de hatine, tevî ku, li ser ewê yekê jî negihêştine hev; “.. û li ser rêzkirina bendan negihêştin hev, ew lihevhatine yan jî zîrekiya hevlên pêximbere.. “{3}.

Helbet mebesteke me, ji ewê yekê, heye; ku em karibin, sertî û hişkbûna ewan bendan, li gor çûyîna demê û avakirin û xortbûna dewleta îslamî, nasbikin. Û di baweriya me de ev jî tiştekî girînge, ji ber ku, di bendên pêşîn de; di dema ku hîne ola îslamê qels bû, emê bibînin guftûgoya ewan bi yê din re nerim e, lê her ku, hêza wan xortir dibe, deng û guftûgoya ewan jî bi “Yê Din” re sertir dibe û ewan dixin bin darê zorê.

Mijarên olî ji zû de bala mirov kişandiye ser xwe û hêştiye ku, ew gewreyeka fireh, ji bîr û ramanên xwe, bide ewê yekê. Ango ew yeke ji babetên herî girîng ku, hêştiye mejiyê mirov pê mijûl bibe û di derheqa ewê yekê de, K. G. Yong dibêje: “Ol ji kevintirîn çalakiyên mejiyên mirovane û ya herî firehtire”{4}. Û em dikarin bibêjin ku, ew dihêle jiyan; çi ya mirov be yan jî ya civakê be, li dora ewê yekê, bizîvire. Ango, sitûnê liv û tevgera jiyanê yê herî pêwîst, ole, tevî ku di evan sedsalên dawî de, zanyarî roleke girîng dilîze û li gor dîtinên me; ewê di rojên pêşîn de zora olê bist,ne û cihê wê bigre.

Û ji ber ku mijara me li ser ola îslamê ye, emê xwendineke, bi lez, li civaka Qureyş bikin û nemaze di warê olî de; bê gûman civakeke weke ya ewan ku, bingehiya xwe li ser êl û malbetan hatiye avakirin, dê cudayî û ne lihevkirin, navnîşana herî berz be û em dikarin di vir de “şerê el Dahês wel Xebra” bi bîr bînin. Tiştê din; civaka koçeriyê û ji cih hilbûna hertim û gera li cihekî nuh ku, av û şînkayê lê hebe, dê nehêle tu bibî xwedan bajar û şaristaniyê, lewra û weke ku, Dr. W. Beşor dibêje: “heya ji berî zayînê û bi sed salî navê Ereban neketibû nav navên gelan, kesî bi wan ne bihîstibû”{5}.

Lê piştî damezrandina hin Imperetoriyên mezin, weke ya Pars û Roman û bi xêra wan, hin xan û rûniştgeh li beyara Ereban têtin avakirin, da ku wan Imperetoriyên ji hev dûr bi heve bêtin girêdan û bazirgan li ewan deran şevên xwe biqedînin. Ev cih û bi dirêjiya salan re, dibin bajarên weke Mekê û jiyana bazirganiyê dihêle ew şaristaniyê,  ol û Xwedêyên miletên din nasbikin û hin pûtên ewan ji xwe re bînin. “El Kelbî dibêje: Emro bin Lihe kahin bû û.. cina xwe pêşe wî dikir, wan jê re got; Bilezîn û ji Tuhame derê.. were Sefa Cedê, tu yê li wir pûtin amede bibînî, wan bîne Tuhame û netirse û bang li Ereban bike ku, nimêjê ji wan re bikin.. “{6}. Û eger ku em vegerin jêdera evê xalê û bi zimanê erebî bixwînin, emê nasbikin ku, zimanê Quranê û wê, heya bi ku, ji hev ve nêzîkin û yek dibêje; belkî herdu ji bal yekî ve hatibin nivîsandin.

Lew re di civakeke wilo de û piştî ku, Qureyş ji civaka koçeriyê derbasî ya bajartiyê bûn û bingeheke aborî xort hate danîn û naskirina ewan ji hin olên dîtir re, weke yên Ciho û Zerdeştiyan divyabû ku, ew jî rengekî bilindtir ji bîr û ramanê nasbikin. Û ewê evê yekê di riya Mihemed re ku, yek bû ji serekên bazirganan, nasbikin û ewê bihêle civaka Qureyş rengekî nuh ji têkiliyan binase.

Ewî; Mihemed û hîne ji berî ku, ew bibe xwediyê karwanekê û dema ku bi amê xwe; Ebî Talib re tête Şam ê, ew li ba Rahêb Behîra hînî hin baweriyên olî dibe. Lê hînbûna ewî ya bingehîn û berztir, ewa ku, di civaka xwe de, li ser hatibû perwerdekirin e. Bi gotineke din; civaka Qureyş û weke ku em dixwînin, pir Xwedê naskirin, ango ew ne civakeke rijbû weke ku, olperestên muslman dibêjin. Di hundirê Keibê de sêsid û şêst pût hebûn û yek ji ewana, bi navê “Elah” dihate naskirin, bavê Mihemed; Ebd-elah jî, nimêj ji wî re dikir û bi ewî  Xwedayî ve hatibû girêdan.

Civakeke wilo pir Pût-Xweda, helbet dê pir zor be ku, tu ewan Xwedêyan û bi carekê re bavêje. Lew re divyabû ew bi hişmendî û riyeke nerim, nemaze di destpêka banga xwe de, nêzîkî ewan bibe û pir caran zor û kotekiya wan jî daqurtîne û emê evê yekê, bi rengekî berz, di bendên pêşî de bibînin, weke ku ew di evê bendê, dibêje: “Bila arama te ji gotinên wan re hebe û bi rindî ji wan bi dûrkeve”{7}. Ev bend ji yên pêşîne ku, li Mekê daketine ye û em baş dibînin ku, dengê ewî di vir de pir nizme.

Û hîne mînakeke ji ya berê berztir û balkêştir, ewa ku têkiliyê bi “Yê Din” re nîgar dikê ye, di wir de dinivîse: “Bêje, ey gawirbazino, ewên ku hûn wan diparêzin ez naparêzim û hûn jî yê ku, ez diparêzim naparêzin û ezê neparêzim ên ku, we parastine û hûn jî naparêzin ê ku, ez diparêzim, ola we ya we ye û ola min a min e”{8}. Li gor evî sûretî, ola muslmantiyê, zorê li ti kesî nake, da ku, dev ji ola xwe berde.

Û eger ku, em ji destpêkê de û heya bi dawiyê bala xwe bidin evan bendan, emê baş têbighên ku, Mihemed û di rojên pêşî de ji ola xwe, dema ew hîne di pêçekê de bû, ewî bi helwesteke nerim, bi “Yê Din”; Gawirbazên Qureyş, re di axive û ne tenê ewan bi zora şûr û xwînê nîne ser ola xwe, lê heya rê dide ewan ku, her yek li ser ola xwe bimîne. Û ne weke ku, el Celalên dixwezin bibêjin; “ku tenê ev yeka di ewê demê de, di dema daketina evî sûretî de, rast bû”{9}.

Eger ku wilo be, gereke em pîroziya “Pirtûkê” ji seriyê xwe bavêjin, tevî ew û bi gotina ku, “ayetina ayetin pişaftin”, rê didin xwe ku, ewan bendan li şûna xwe bihêlin, lê ev bi xwe jî kêmasiyeke berze ji yên Quran ê. Û emê di pêvajoya mijarê de bibînin ku, Xwedê jî gotinên xwe diguhêre û li wan poşman dibe û wilo yek dikare bibêje ku, ti cudayî di navbera wî û mirovan de tine ye.

Helbet ev guhartina gotinên “Xwedê” û yên Quran ê, dê ji alî me ve bihatana pejirandin eger ku, ew weke tiştekî pîroz bi me nehata danasîn. Ango me yê ev ton guhartin bi pejiranda, eger ku ewana li pirtûka Quran ê biniriya û ew weke her pirtûk û berhema dema wê bidîta ku, li gor civak û şert û mercên ewê demê, ew dihate nivîsandin û guhartin û bendekê ya din û li gor pêşveçûna demê, dipişifand.

Ew di devereke din de jî dibêje; “ji Xwedê re navên wî û ewan bîne zimên û ewên ku, baweriya xwe pê neynin bihêle û di dawiyê de, ewê seza xwe bibînin”{10}. Em di vir de jî dibînin ku, axaftina wî bi yê din re nerim e, tevî ku dibêje; Ewên gawir, dê di roja din de, seza nepêbaweriya xwe bibînin jî, lê dîsa jî negotiye wan bi darê zorê bînin ser ola mislimantiyê. Û ew evê yekê di benda (190) î de, bêtir, bi cih dike gava ku, dibêje; “Tiştên hêsan ji sincên mirovan bibe û bi rindî bang li ewan bike û dûrî nezana biçe”{11}. Gotina nezanan bi merema yê gawir tête şirovekirin û wilo em tê dighên ku, heya ewî karîbû, gotina xwe bi ewan re xweş dikir. Û ev jî, di nirîna me de, tiştekî normale ji ber ku, ev bendên me anîne zimên, ew yên ku, di destpêka mislimantiyê de “daketibûne” û da ku, ewan nêzîkî xwe bike gerek bû ew bi evî zimanî bi wan re bi axiviya.

Di bendeke din de jî dibêje; “Koleyên Xwedê.. . Û eger ku, nezanan deng li wan kir, gotin silav”{12}. Ango heya ku, bi nerindî û gotinên pîs avêtin ser wan jî, ew bi rindî ji wan re dibêjin aştî û silavên Xwedê li we bin. Ev yeka dihêle, em têbighên ku, mislimantî di pêşî de ola aştî û silavê bû, lê piştî avakirina dewlet û aboriyeke xurt û bidestxistina hêzên leşkerî û di bin serokatiya yên weke Omer de ku, ew gihêştin cihê biryaran, ewana rû û bervê evê olê guhartin.

Û eger ku, em derkevin sûretê el Şiira, emê bibînin ku, ew ne tenê bi zimanekî nerim bi ewan re di axive, lê ew rê ji xwe û pêrewên xwe re vedike û qelsiya xwe û nermiya gotina xwe bi kotekiya Xwedê bincil dike; “Belkî tu xwe, ji bo ku ew nebûne misliman, bikujî. Eger ku em bixwezin, em dikarin ayetekê ji ezmên daxînin ku, bihêle ustûyê ewan jê re xûz be”{13}. Ew wilo bi pêrewên xwe dide fêmkirin ku, ev kesên gawir ne xwediyê vîna xwe ne û eger ku, Xwedê bixweze dikare ewana bi gotinekê bîne ser riya wî. Helbet ev tiştekî pêwîst bû, ji pêrewan re, da ku baweriyên ewan neyên hejandin.

Tevî evê yekê jî û weke ku, em di pêvajoya evî sûretî de dibînin ku, guhartinek di helwesta Mihemed de çêbûye; ewî di sûretê pêşîn, el Kafîron de, rê dabû “Yê Din” ku, li ser ola xwe bimîne û ew gunehbar dernexistibûn. Lê di vir de û di ber dîtinên xwe de, bervedaniyeke fedyok dike, demê dibêje; “We ew derewîn derdixistin, lê salixin ê ji we re bên û bihêlin ku, hûn zanibin we tinaziyên xwe bi çi dikirin”{14}.

Ev bervedanî, ji aliyê Mihemed ve, tiştekî rewaye; ji ber ku, ew di pêşî de bi awayekî pir tûj dihate civlandin, heya gihêştibû pileya ku, ew ji pêrewên xwe bixweze, bi dizî û di bin perda şevê de nimêjên xwe bikin û Xwedê bi bîra xwe bînin. (Vegere ayeta 199 an, ji sûretê elEeraf). Qureyşiyan, nemaze serokên ewan, didîtin ku, ola nuh bivetiyeke mezine li ser kargîrên ewan, lew re ewan şerekî xort bi wî û ola wî ya nuh re vekiribûn.

Lê tevî evê yekê jî û di ayeta nehan de û weke ku, bixweze rê û têkiliya di navbera xwe û ewan de nebire, dibêje; ”Xwedayê te yekî dilovane”{15}. Û yek têdighe ku, wateya gotinê eve; tevî şerê we li dijî min û ola nuh, lê dîsan jî Xwedayê min we berat dike. Helwesteke wilo, du têvedanên wê hene; an ew kesekî gelekî dilovan bû, an jî ew di rewşeke teng û qels dabû û emê têvedanên evê helwestê, di pêvajo û pêşerojan de, bibînin ku, çawa ew; Mihemed li wê vedigere û bi carekê dilovaniyê dide alî û wilo yek têdighe ku, ew helewst girêdayî rewşeke qelsiyê bû û ne weke ewî dixwest bigota ku, ji dilovaniya Xwedayê ewî bû.

Eger ku em sûretê elEnaam, bi rengekî hûr, bixwînin emê binasin ku, ew di du qonaxan re derbas dibe; di pêşî û di bendên (68-69-70) de ku, li Mekê “daketine”, ew dibêje; Gereke hûn bi yên ku, bi tinazî li ser ayetan di axivin re, rûnenin û dev ji civatên ewan berdin. Helbet bêyî jê bixweze ku, ew şerê wan bike û ne tenê wilo, ew dibêje; Ez hatime da ku, berevaniya “Xwediyên Pirtûkan” bikim. Ango, ew weke pişgir ji ewan re hatî. Û dema ew di benda (91) ê de, ayeteke Midînê ye, şerê wan dike ku, çima ew jî baweriya xwe bi wî nakin, ne ji ber ku, ewana tine bike yan jî ew ne li ser ola rastin, na. Şerê ewî bi wan re tête fêmkirin di angoya ku, dibêje; ez hatim da ku, ez ola we tekûz bikim vêca çima hûn şerê min dikin.

Tevî ku, ew bendeke Midînê ye û piştî demeke dûdirêj daketî û Mihemed pir êş û zor ji Cihoyan dîtibû, em dibînin ku, ew dîsa jî bi zimanekî nerim, bi ewan re, di axive û dighe ku, li devereke din binivîse; “.. me tu li ser ewana nekirî çavdêr û ne jî tu li ser wan pêşkare”{16}. Ango, ew di kar û baweriyên xwe de serbestin, heya ji wî; Mihemed tê xwestin ku, sixêfa ji “Pûtên Qureyşiyan” re nede, da ku, ew jî bi Xwedêyê ewî re nebêjin. (Vegere bendên 108 û 109 an ji sûretê elEnaam).

Digel ku, guftûgoya ewî heya bi evêderê û weke me dît, pir nerim hatiye, lê dîsan jî yek dikare bibêje ku, ev sûret weke firkeke dîrokiye di bawerî, têkilî û guftûgoya ewî bi “Yê Din” re ye. Ew di bendên (124-125-128) an de, ji evî sûretî û piştî ew careke din dide xûyanî ku, bi ya Xwedê ye, ka kiyê baweriyên xwe pê bîne û kî pê nîne, ew vedigere û sezayê ji ewan re dide nîşan. Û ev weke guhartineke nuh bû, di guftûgoya ewî de ku, çawa ew gefûguran dide gawiran û dibêje: “.. got; agir dê êwira we be, ta ku, Xweda dixweze.. “{17}. Em dibînin ku, ev seza ne hertime û dawiya wê yê bê, lê ta ku, Xwedê bixweze. Tevî wê jî û weke ku, ji guftûgoya Quran ê xûya dibe ku, ewî; Mihemed, daketiye gorepana şer û li hember hevbeşan rawestiye û seriyê xwe xistiye yê wan.

Di sûretê elZumer de jî û piştî ku, Mihemed dide xûyan; çawa ferman ji wî re hatiye ku, ew li pey Xwedê biçe û bibe yê herî pêşîn ku, xwe dispêre Xweda û xûyakirina tirsa ji roja gir; “Roja Dawiyê” û salixdana, dê her kes li ser riya ola xwe bimeşe û têderxistina ka kî rastbû û kî jî li ser riya şaşbû, ew vedigere û evê carê bi awayekî xortir sezayê ji ewan re dide nîşan, dema ew dibêje: “Di jorî ewan re qadên êgir û di jêrî ewan re jî, wilo Xweda olperestên xwe pê ditirsîne, olperestên min xwe ji min bi parêzin”{18}.

Tiştekî din ê pêwîst di vir de heye; gereke em baş bala xwe bidinê ku, gotina olperest bi merema xwe ya fireh hatiye, ango guftûgoya wî ji hemû kesan re ye û ne tenê ji yên ku, li pey wî dimeşin, weke ku Elcelalên dixwezin bi me bidin bawerkirin; ji ber ku, û eger wilo ba, dê ti merem, ji binî ve, ji ewê gotinê-bendê re tinebe û pêvajoya deqê jî evê yekê bi cih dike.

Di sûretê Elnehil û piştî ku, Xweda pesnên xwe dide û tiştên ku, wî afirandine, dide dû hev, ew dibêje: “Xwedayê we Xwedayeke û ewên ku, bi roja din bawer nakin dilê wan hişke û ew bêvildirêjin”{19}. Biner çawa û careke din, bi nermî bi ewan; gawiran re di axive, tevî ku ew dide xûyan û dibêje: Xweda, ji wan heznake û ewên sezaya xwe bibînin; “.. têkevin dergehên dojehê heya bi heya, cihê herî wêran ji bêvildirêjan re”{20}. Em li vir guhertineke nuh dibînin, ew jî; sezaya “heya bi heya” ku, ew bi ya “heya Xweda dixweze” hatiye guhartin. ? li gor dîtinên me, ev yeka weke pileyekê bû, da ku, ew derbasî pileya şerkariya li hember yê gawir bibe û ewan bi darê zorê bike misliman.

Ev guhartina dad û bendan bi hineke nuh, pir alozî û pirsgirêk derdixistin pêşiya Mihemed û gihêşt pileya ku, ewî weke kesekî derewîn bibînin; “eger ku me ayetek bi yeke din guhart û Xweda bi tiştên ku dadixe dizane, gotin: tu derewan dikî..”{21}. Ne tenê wilo, lê gihêşt ku, hinek dengê xwe bilind bikin û bibêjin: hineke din ji wî; Mihemed re, bendên Quran ê dinivsînin û ev yeka dihêle ew di hin bendan de berevaniya xwe bike; “bibêje wan ku, Cebraîl ji ba Xweda daxistî, ta ku dilê bawermendan rûne û ji mislimanan re mizgînî be. Em dizanin ku, ew dibêjin; ewê li ber wî dixwîne miroveke, lê zimanê yê ku, bi ser de ditewînin Eceme û ev zimanekî erebî rewaye”{22}. Û ev bi xwe jî cihê pirsêye; gelo kîbû ew xwediyê zimanê Ecem û çi ziman bû û ka em karin bêjin ku, Selman bû.

Herdu ayetên çûne, çêroka Mihemed û mamosteyên wî tîne bîra yekî û nemaze mamosteyê herî gewre; Wirqa bin Newfel ku, çawa Mihemed û bi xêra wî, pirtûka xwe ji Encîla Nesara wergerandî zimanê erebî. {23}.

Piştî evan herdu bendan û tazîkirina wî li pêş pêrewan, gerek bû ku, ew bizavên xwe bike û ewan bi êş û tirsa ji roja din, li dora xwe, kom bike û nemaze dema dibîne ku, hin pêrew jê bi dûr dikevin; “ewên ku, piştî baweriyê ji ser rê vegerin, tenê ewên ku, bi darê zorê vegerîbin û dilê ewan hîne bibawere, lê yên ku, sîngê wan bi nebaweriyê fireh bûbe, li ser wan xûrijiya Xweda û ji wan re êşeke gire”{24}.

Weke em dibînin, ev yeka, firkeke tûje di rêveçûna ola nuh de, ku çawa rê li ber mirov û hilbijartina ewî, ji ol û baweriyên xwe re, digre û gereke wî, bi darê zorê, têxe bin konê xwe. Ango û bi evan bendan re, zordariya olî derdikeve holê û mislimantî dikeve qonaxeke nuh; ewa dezgehên destlatdariyê û wilo, dengê cuda tête fetisandin. Lê tevî evê yekê jî, ew ne bi awayekî serast hate meşandin; ango ne bi zora şûr û xwînê, ew bi sezaya  “Roja Din” dihatin tirsandin, nemaze di pêşî de. (Vegere bendên 125-126-127 an, ji sûretê Elnehil).

Şerê Uhid û kuştina amê wî; Hemze, mofirka navbera du qonxa ye, qonaxa gotinên xweş û nerim; “bi gotinên nerim û ayetan bang li wan ke, da ku bên ser riya Xwedayê te û bi guftûgoyeke, ji ya wan xweşiktir, bi wan re bi axêf..” {25}. Ev qonax dê bi carekê bête ji bîrkirin, dema Mihemed candekê Hemze û şûna cihê lêdanên şûr û riman lê dibîne, ewê wê hîngê bibêje: “ezê, li şûna te, bi heftê kesî ji wan temsîl bikim”. Ne tenê wilo, lê ewê ji vir û pêve êrîşiyên giran bajo ser “Yê Din” û bighe ku, ew rê bide pêrewên xwe ku, her tiştî têxin raja konvaniya şer; heya gihîşt ku, ew darên wan ên xurmê jî qut bikin; dema ku ew “Benî Nedîr” dorpêç dikin. (Vegere Ibin Hîşam, R. 180-183).

Ev yeka jî bêtir di sûretê Elbeqera de aşkere ye, ew di evî sûretî de û li gor dîtinên me, bingehîna dewletekê datîne; “.. û tê de sinc û pirnsîp û gerdişin nuh têne danîn û yên kevin têtin pişaftin”{26}. Û ne dûre ku, ji ber evê yekê, ev sûret xistine pêşiya pirtûkê. Ji ber ku, emê ji vir û pêva bibînin ku, ew û bi dengekî bilind daxwaza şerê “Yê Din” dike; “bi yên ku, ji bo riya Xwedê, bi we re şer dikin şer bikin, lê bi serde negrin, Xwedê ji radanseran hez nake. We ew li ku dîtin wan bikujin û ewan ji cihên ku, hûn jê bi derxistine bi derînin û agirdadan ji kuştinê wêrantire û bi ewan re li cem Mizgefta Elheram şer nekin, ta ku, ew şerê we dikin, eger ku şerê we kirin, ewan bikujin, ewe sezaya bêbaweran”{27}.

Ji evan bendan tête fêmkirin ku, Mihemed û ola nuh derbasî çalakiyên şer bûne û ewan qonaxa xebata konevanî li şûn xwe hêştibû. Û ne weke  ravekirina Elcelalên, ewa dibêje ku; Quran ji mislimanan dixweze, ew ti carî dêst bi şêr nekin û ne jî sitemê li ewan; bêbaweran bikin û tenê yên ku, fêl û fûtan davêjin nav wan û ewên ku, êrîşên xwe dajon ser cîwarên mislimanan, yan jî nehêlibin ku, ew jî mîna hemû Qureyşiyan, di dora “Kevirê Reş” re bigerin û karnimêjên, “menasikên” xwe bikin.

Û eger ku, em li sedem.n daketina van bendan binirin, em. binasin ku, bi helkefta hatina Mihemed tevî pêrewên xwe, da ku têkevin bajarê Mekê û ew jî “Heca” xwe bikin. Lê Qureyş razî nabe û piştî ku bi hev re “Peymana Elhudeybiyê” îmze dikin, ewan vedigerînin Midînê, da ku, di sala din de vegerin. Û dema di sala din de, ew vedigerin û ditirsin ku, Qureyş careke din rê ji ewan re veneke, Mihemed bersiva pêrewên xwe bi evan bedên çûne dide û ji ewan re riya şer, di mehên qedexe, “heram” de jî, vedike. “Ji te dipirsin; ka di heyva qedexe de şer çêdibe. Bibêjee wan: şer têde mezin e, yan rêgirtina riya Xwedê û Mizgefta Heram?. Bêbaweriya bi wî û derxistina xelkê, ji wir, li ba Xwedê mezine û agirdadan ji kuştinê mezintire û ew hîne li we dixin, da ku, we ji ola we vegerînin, eger ku karibin û kî ji we ji ser ola xwe vegere ewê bêbawerî bimre, karên wî dê li evê dinê û li ewê dinê li boêiyê here, ew xwediyên êgirin, dê hertim têde bimînin”{28}.

Tiştê din ku, yek dikare bibêje; ev bend, rê nade ewê misliman ku, ola xwe biguhêre û ewê ku biguhêrê; “dê karên wî li evê dinê û li ewê dinê li boşiyê herin”. Ev yeka û bi rengekî aşkere, bi me dide naskirin; ka ola îslamê heya bi kîjan radeyê dûrî azadiya baweriyê ye û ew ewê yekê qet napejirîne. (Vegere pirtûka Dr. N. H. Ebo Zêd – Cergeyên Tirsê). Û ji aliyekî din ve jî; yek têdighe ku, tirseke wî ya Mihemed ji bawermedên xwe û vegerîna ewana ji ser ola nuh heye, nemaze dema ew derbasî Mekê bibin û dewlemendiyan ewana bibînin.

Lew re ew pêrewên xwe, ji aliyekî ve ditirsîne û ji aliyê din ve jî ewana bi hin tiştan dixapîne; weke çêroka jinanînê, ewî destê xwe xistibûyê de û rê ji pêrewên xwe re venedikir ku, bi ewên bêbawer re bizewicin; “jinên bêbawer mehir nekin.. koleyeke bi bawer ji yeka bê bawer çêtire.. ew bang dikin ku, we bibin êgir û Xwedê bang dike ku, we bibe bihuştê..”{29}.

Di evê bendê de jî, careke din û bi rengekî veşartî şerê azadiya baweriyê tête kirin, dema dibêje: jinanîna yeke bi bawer eger ku, kole be jî, ji yeka bê bawer, ger ku, ji kebaniyên civakê be jî, çêtire. Ev bend dîtina îslamê, ji qatên civakê û miletên dîtir re, bi me dide naskirin, ka ew çiqwasî “Yê Din” kêm û kole dibîne; ji ber ku, çênedibû yê Ereb li ser ola xwe ya berê; “pûtperestiyê”  bimîne û cizyê bide, ev rê tenê ji “Yên Din” re; ewên ne Ereb re çêdibû û dihêşt ku, xelk û di bin darê zorê de dev ji ola xwe ya berê berde û em ewê yekê heya bi roja îro jî dibînin û vaye li evan çend salên dawî, bi dehan gundên Ezdayiya û tenê li Efrînê bûn misliman û dev ji ola xwe ya berê berdane.

Belê, tevî evê yekê jî ewî rê nedayî pêrewê xwe ku, bi ya Ereb; ewa bê bawer re bizewice. Û ev bi xwe û bi rengekî berz, ji me re xûya dike ku, ola îslamê ji azadiya baweriyê dûre û ti carî rê ji pêrewê xwe re venake ku, ew bi xwe riya xwe hilbijêre, tevî ku, di bendeke din de dibêje: “na ji kotekiya olî re, têgihîştin ji windabûnê hate naskirin, ewê ku baweriya xwe bi Xwedê bîne wî bi girêka hêztir girtî ew netê birîn û Xwedê bihîstyar û zanyare”{30}.

Erê û weke em dibînin ku, ev bend bi rengekî aşkere bang li ne zordariya olî dike jî, lê eger ku, em li sedemên daketina wê vegerin emê bibînin ku, ew bi boneya herdu lawên Elhesîn; pêrewekî Mihemed e ku, ewî xwestibû wan û bi darê zorê bîne ser ola mislimantiyê, lê Mihemed jê dixweze ku, wan li ser “dilê” wan bihêle. Belê, tevî evê yekê jî û eger ku, em li ewê bendê bi xwe jî binirin, emê têbighên ku, ew zorê li “Yê Din” dike; gava tu riya xwe bike ya herî çêtir û gefûgura bidî yê din. (Vegere pirtûka Cergeyên Tirsê).

Ev tev û ji bilî êş û kotekiya ku, ewana; yên ne Ereb, ji serane yê didîtin û dighîşt ku, ew ji welatên xwe; ewên ku mislimanan zeft kirine baz bidin, da ku, ew ji ser ola xwe venegerin; “Elezdî dibêje: Yihiya Elhereşî, ji kesên Mûsilê xwest ku, ew seraneya salên çûne jî bidin.. tevaya pereyên ku, tenê di sala 181K. – 797Z. de komkiribûn gihîşt.. şeş hezar hezar dirhem“{31}. Ango tenê pere gihîşte şeş milyon dirhem, di demeke ku, du kesan mehekê û li Hecyê, xwe bi (17) e dirheman debar dikir. Ev pere tev birin û ji bilî xwarin û zad û.. sewalên ji wan distandin û di bin darê zor û êşkinciyê de. Vêca, dê çawa yek ji ber ewê yekê baz nede, yan jî ji ser ola xwe ya berê venegere.

Bi gotineke din; ev nerimbûna wî, tenê bi olên mezin re bû û ewên ku, baweriya xwe bi Xwedayekî tenê tanîn; “Pêximber bi tiştê ku jê re daketî bawerkir û bawermend ewên ku, baweriya xwe bi Xwedê û ferîştan û pirtûkan û pêximberên wî dikin û ti cudatiyê naxin navbera..” {32}. Û wî; Mihemed bizavên xwe dikir ku, ewên dora xwe ji xwe razîbike û hejmarên dijminên xwe pirtir neke, em dikarin evê yekê di çêroka daketina benda (62) an, ji sûretê Elbeqera, de bibînin; çawa Selman ji wî dipirse: ka nirîna ewî di Magos û agirperestan de çiye û gava ew bi lez bersiva wî dide û dibêje: ew di êgir de ne û dibîne ku, li zora Selman tê, ew di roja din de bang li wî dike û dibêjêyê: mizgînî ji te re; vaye Xweda xwediyên te jî ji bawermendan dêjmêre. Ango em dikarin evê konevaniya ewî û mislimantiyê, di çarçewa tektîka şer û dijmantiyê de fêmbikin; ku ewî carê hinek ji pêş xwe didan alî û dostanî bi hinekan re dikir, ta ku, rola ewana jî be û ewan tine bike. Bi gotineke din; ne dijmantiya hertim û ne jî dostaniya ta dawî. (Ji bo ferehkirina evê mijarê, em xwendevan vedigerînin “şirovekirina Elcelalên” û benda  (62) an ji sûretê Elbeqera û pirtûka Selman Elfarisî, ya M. C. Elfeqîh).

Belê, ev merc li ser “pûtperestan” nedihat meşandin û tenê du rê li pêşiya ewana bû; yan ji ser ola xwe ya berê vegerin û ew bibin misliman; ev jî li dijî azadiya baweriyê ye, yan jî divybû ku, ew şer bikin û ev yeka ne tenê li dijî azadî û serbestiya yekiye, lê ew li dijî jiyan û hebûna, “Yê Din”, bi xwe ye. Û vaye sûretê Elenfal dibêje: “bawermendino eger we dît gawir êrîşî we dikin, pişta xwe nedin ewan û nerevin”{33}.

Ew di evê bendê de bang li bawermendan dike ku, ew li hember gawiran rawestin û ev jî nîşana hin tiştaye; bi hêzbûna civaka mislimanan û guhartina rê û şêwaza berê, bi yeke nuh û derketina ji cihê bervedaniyê, bo cihê êrîşiyê û emê evê yekê di bendên pişt re û bi rengekî beloq û aşkere bibînin, nemaze dema dibêje: “şerê ewan bike, da ku, doxmanî nebe û ta ku, hemû ol ji Xwedê re be.. “{34}. Em ji evê bendê têdighin ku, Mihemed ji hemû olên din dixweze ku, ew baweriya xwe bi Xweda; xwedayê bavê ewî bînin û dev ji Xwedayên xwe berdin. Me gote baweriya xwe bi Xwedayê bavê ewî bînin; ji ber ku, ev Xwedayê ku roja îro di nava mislimanan de tête pîrozkirin, ew li ser dema bavê Mihemed, yek ji Xwedayê Keibê bû û bavê ewî pê bawer bû.

Lê ew di benda (65) an de û bi carekê, dev ji konevaniya bervedaniyê ber dide û dizîvire cihê êrîşiyê, gava deng li pêrewên xwe dike û dibêje ewana: “Pêximbero, bawermendan bihirhutîn, ta ku, şer bikin..”{35}. Şer û şer, yek dighe ewê baweriyê ku, evan camêran, ji bilî şer ti tiştî din nasnekirî. Lê di ewan deman de û di civaka beyariyê de, weke ya Ereban ku, li ser şer û ceng û êrîşên bi ser hev de, dijîtin û ta ku, ew karibe birçiyên koçer têr bike û hinekî barê ser milê pêrewên xwe yên bajarê Midînê sivik bike, gerek bû ku, ew bang li rêgirêdan û talankirina karwanên bazirganan bike û ew bibe karekî ewana yê rojane, helbet ev jî piştî ku, hêzeke ewan a leşkerî çêdibe.

Lê tevî ewê yekê jî, ew bi rêzaniyeke nerim, bi çêroka şerê xwe bi êl û dijberan re, dide û distîne, rê li ber gotinê nagire û ewê weke şêweyekê ji yên xebat û çalakiyan dibîne, da ku bi ziyaneke hindik, ewê din bîne ser riya xwe; “.. bibêje: min riwê xwe siparte Xwedê û yên li dû min jî û ji yên ku pirtûk jê re hatiye û ji yên nexwenda re jî bibêje: we xwe sipart?. Eger ku xwe sipartin, ew hatin ser rê û eger ku riwê xwe guhartin, ji te gotine.. “{36}. Wî bi evê yekê xwe ji şerê “Xwediyên Pirtûkan”, heya bi demekê, parast.

Û ewê temiya pêrewekî xwe; Seraq bin Midlec, bigre û li dijî êlên ku, bi hev re peyman danîbûn, şer neke. Tevî ku, hinek ji ewana û piştî şikestina mislimanan di Şerê Uhid de, ji ser ola îslamê vegerîbûn û evê yekê ji Mihemed dixwest ku, ewana bi darê zorê vegerîne ser riya xwe û wilo ew hineke din dide alî, lê tenê heya bi demekê. Ango ew ne ji baweriya ewî bi hebûna ewê din hatiye, qet na; ew ji qelsî û şikestina ewana ya di Uhidê de hatibû. ( Ewê bixweze bi awayekî fireh evê mijarê bixwîne, em ewî vedigerînin sûretê Elnîsai, bendên 88 û bi şûn ve û şirovekirina Elcelalên).

Lê ew û di bin re, karûbarên xwe dike ku, careke din, hêza xwe bîne ser hev, da ku, karibe ji nuh ve li ser xwe raweste. Lew re ew bang li pêrewên xwe; ewên ku hîne ji Mekê derneketibûn û nemaze yên xort, dike ku, ew jî wek birayên xwe yên pêşî koçeber bibin û ew bêne Midînê. (Vegere bendên 97– 98 – 99 ji sûretê Elnîsai).

Helbet ew bi evê yekê; bi hatine hineke nuh ji pêrewan û nemze ji nifşên xortan, dê du-sê xalan bi destbixîne; ewa herî pêşîn, ewê bihêle arîşeniya pêrewên ewî bilind bibe û ya dijmin jî jar bikeve. Tiştê din dê hêza xwe û dijminê xwe nasbike û li gor ewê yekê konevaniya xwe nîgar bike. Xala din jî û piştî ku, ewan xortan; hêzên kar û xebatê, ji civaka Qureyş bidize û kal û pîran; ewên xwarin û vexwarinê, bi ser wan de bihêle, dê ziyaneke mezin bighîne aboriya wan. Û wilo, ewî karîbû baş rewşa civaka xwe bixwenda û li gor wê pêre bida û bistanda.

Mihemed digel evê tevdîra xwe jî, tirseke mezin dixe zikê pêrewên xwe, gava dibêje ewan: “bawermendino; kî, ji we, ji ser ola xwe vegere, dê Xwedêyê miletekî bîne ku, jê hezdike û ew jî ji wî hezdikin, ew.. ji bo riya Xwedê, bê tirsa ji tikesî, dixebitin..” {37}. Ew ne tenê ewana weke kesekî ditirsîne, lê weke êl, civak û milet jî, da ku, ewan bêtir bi ola nuh ve girê bide û ji aliyê din ve jî, ew ji me re diçespîne ku, ev ola nuh; a mislimantiyê ji bo bi serxistina Ereban hatiye, bi kêmanî ewên di Cezîra Ereban de.

Û ta ku ewana bihevoje û dilê wan bêtir li ser ola nuh û bervedaniya ji ber ve, gerim bike, ew di bendeke din de dibêje: “di xwestin û dûketina ewana de jar nebin, eger ku, hûn têşin ew jî, weke we,  di-êşin û hêviyên hûn ji Xwedê dikin, ew nakin..”{38}.

Belê û piştî ku ewî hêza xwe, ji nuh ve, anî ser hev û pêrewên xwe bi perwerdeyeke derûn xwedî kirin, ewî evê carê û bi rengekî berz û dengekî bilind, bang li şêr dike. Û eger ku, em li sûretê Eltewbê; yê herî dawî ji Quran ê, binirin emê bibînin ku, ew di destpêkê de, xwe ji hemû soz û peymanên ku, bi ewên din re berdabûn dişo û çar heyvan, weke derfeteke dawî, dide ewan ku, ew ji ola pûtperestiyê vegerin û bibin misliman, an jî ji bilî şer ti rê din li pêşiya ewana, dê tinebe; “Xweda û Pêximber ji ewan peymanên ku, bi pûtperestan re berdane beratin”{39}.

Ew ji despêkê de rê ji xwe re vedike ku, şerê ewan bikin, heya dighe ku ew evê benda dawî, bê “navê Xwedê” daxîne û Elcelalên ewê yekê bi angoya ku, gawir sûdê ji dilovaniya Xwedê nebînin şirove dike û ta ku, ew ji şêr neyên parastin. Û tenê eger ku, em li navê evê bendê binirin; Eltewbê, “Berai” û hinekan jî navê ewê kiriye “Benda Êşê”, emê têbighên ku, ewî bi carekê dest ji konevaniya vexwendina bi gotinê kişandî; “şerê ewên ku, bi Xweda û roja din bawer nakin, bikin; ewên ku.. ne li ser ola rastin, ewên ku, pirtûk jê re daketine ta ku.. “{40}. Em dibînin ku, ew ne tenê bang li şerê bi “pûtperestan” re dike, lê bang li şerê “xwediyên pirtûkan” jî dike. 

Ev bend û weke Elcelalên dibêje: di sala nehan, piştî koçkirinê, daketiye. Di ewan salan de Mihemed cihê xwe girtibû û hêza wî ya leşkerî xurt bûbû, lê tevî ewê yekê jî nedixwest şêr li ser hemû eniyan veke, lew re ewî bi hinekan re peymana xwe dişkand û bi hineke din re jî rûmeta ewan peymanan digirt, ta ku roja wan jî tê û yek bi yek ji pêş xwe bide alî.

Di evê demê de jî, du tişt bêtir gerek wî dibûn; zêdekirina hejmara leşkerên xwe, lew re me dît banga ewî ji ewên ku, dikarin zehmetiya rê bikşînin re bû. Û ya dudiwan jî; bi destxistina bingeheke aborî xort ku, karibe li ser lingan bimîne; “Leşker li ser zikên xwe dixuşin” û ev yeka jî, dê bi riya serane û êrîşên ser hin êl û karwanan, bihata bidestxistn. Lew re ewî rê ji yên ne Ereb û “xwedî pirtûk” re hêştibû ku, ew li ser ola xwe ya ne rast jî bimînin, bes di bin merca dandina seraneyê de. (Veger benda 29 ji sûretê Eltewbê).

Ew bi evî sûretî, dawiya çêroka azadiya baweriyê datîne û rê li ber “Ewê Din” digre; ji bilî baweriya bi Mihemed û ola wî ya nuh, ti riyên din namînin, bi rengekî taybet ji yê Ereb re, ta ku ew ne be ji yên kole, “ji Mewaliyan” û ew evê riya koletiyê tenê ji “Yê Din” re dihêle û wilo ewî miletê xwe ji koletiyê parast û ew qada civakê ya nizim ji miletên dîtir re hîşt ku, bighe ewê pileya ku, Omer bin Xetab û di nameyeke xwe ji Ebî Mûse Eleşerî; waliyê Omer li Kofê, de bêje: ku çênabe Ecem serokatiyê bi dest xwe ve bînin ta ku, Erebek hebe û hûn dikarin jinên ewan bistînin lê çênabe yekî Ecem jineke Ereb bigre û.. hwd. (ji bo ferehkirina mijarê em xwedevanê hêja vedigerînin pirtûka (مؤتمر علماء بغداد) Lê û ji berî ku, em mijara xwe bi evê nirînê kuta dikin, emê hinek têbîniyên xwe bînin zimên.

Ji berî her tiştî û weke ku, me ji berî evê kêlîkê jî gotiye ku, riya koletiyê tenê ji “Yê Din” re dihate pejirandin û ev jî sinceke ewê civakê bû ku, ewê din û dema welatê ewî dihate dagirkirin, dibû yek ji koleyan ji yên serketî re û ola îslamê jî ev sinc weke yasayeke civakî-konevanî bi kar aniye. Ji ber evê yekê û tevî ku, di sûretê Elberai de, nirîna xwe bi ewên din; “xwedî pirtûkan” dide ku, ew ne li ser riya rastin jî, lê dîsa jî ew li wan zor nake, weke ku, li Erebên “pûtperest” zordike, da ku, ew bibin misliman.

Tiştê din; dema ku tu gef û guran bidî “Yê Din” û tu ewî bi êş û “Roja Din” bitirsînî, ev bi xwe dikeve bin konê kotekî û zordariya ku, li ser ewê din tête meşandin û wilo tu azadiya baweriya ewî vala dike û ewî mecbûrî hinek rê û baweriyên din dikî. Û gotina; “bibêje em bi.. çi tiştê ji me û Ibrahîm û Îsmaîl û.. û çi ji Mûsa û Îsa û.. daketî, bawerin.. “{41}, pûç dikî. Belê, tuyê bihêlî ku ew gotin û bendeke bê merem be. Lê û li gor dîtina me; eger ku Mihemed û bi derbasbûna hnndir Kaibê re, ew pût neşikinandana; “bi serê kevana xwe, li çav û riwên ewan dida“{42}. Belê û eger wilo nekira, dê nikarîba ola xwe ya nuh ava bikira.

Tiştê din jî, gereke em sinc û bûyerên ewan deman, li gor mercên ewê çaxê bixwînin; ku kuştin û talankirina welat û miletan, yek bû ji mercên hebûn û avakirina Imperetoriyan û ola îslamê jî ne dikarî xwe, ji bin akama evê mercê bi parasta; “.. û piştî ku, Rom û Pars, di riwê vexwendina Mihemed û ewên di dû re hatine de, rawestiyan, mislimanan şerê ewana kir”{43}. Belê, dive em ewan ferman û kiryaran li gor ewê demê bixînin û ne li gor roja îro û “Dazana Mafê Mirovan” weke ku, hinek ramyarên mislimanan dixwezin bixwînin û bi me bidin fêm kirin ku, ola îslamê, bi “baweriya azadiyê” re bû û ew mercên avakirina Imperetoriyan û nemaze yên ewan deman, ji bîr dikin, ku ew li ser kuştin û tinekirina “Ewê Din”, radibû.

Lê tevî evê yekê jî, yek rastî pir bendan tê ku, ew bang li “azadiya baweriyê” dike; “.. ji were ola we û ji wan re ola wan”. Û yek nikare evê dijberî û cudatiya di navbera bendên Quran ê de fêm bike, eger ku, em gotina îslam bi angoya sipartinê fêm nekin. Û wilo Mihemed û nemaze di destpêka vexwendina xwe de,  ola xwe ya nuh, weke xeleka dawî ji ewan olên ku, ji berî ewî hatibûn, didît. Tiştekî din dihêle ev dijberiya evan bendan bête pejirandin; ew jî ku, ev bend ne li gor demên nivîsandina wan û heya di hundirê sûretekî bi xwe de jî, hatine rêzkirin. Yan jî, ew di bin akama yekî şerker de; weke Omer bin Xetab, hatibin nivîsandin û ew dijberî xistiya navbera du bendên ku, li dû hev hatine û yek yekî dipişifîne.

Lew re û ji ber evê têbîniya çûye em dikarin bipirsin: eger ku ev olên din, di demên pêşî de dihatin pejirandin û hêştiye Mihemed nameyan ji serekên ewan re bişîne û bibêje; “.. kê bi Xwedê û pêximber bawer kir, dê li ewê dinê, xelata wî ji yên serketî be û yê li ser ola xwe bimîne, em ewî dihêlin û kotekî di olê de nîne û ev pirtûk “name” ji xwediyên mala Selman re ye.. “{44}. Û Ibin Hezim jî dibêje: “.. ew rastiya tenê bese ku, pêximberê Xwedê (S.) serane ji wan; Magos dibir”{45}. Belê, çi hêştiye ew gotina xwe biguhêre, eger ku ew yeka ne weke tektîkeke ewî ya konevanî bû û çêrok ne çêrok ol û baweriyê bû weke ku, ya serdestiyê û seraneyê û zêr û zîvên Kîsre û Qeyser bûn.

Têbîniyeke din; ew jî di bin navnîşaniya tewşiya karê mirov de tête nasîn. Ango hemû karên me valane û eger ku, Xweda nexweze yek baweriya xwe bi ola nuh bîne ti kes, heya bighe Mihemed jî nikare ewî bîne ser ewê riyê; “ji te netê xwestin ku, tu ewan bînî ser rê, lê yê ku Xwedê bixweze dê bîne ser rê.. “{46}. Vêca çima ewê; Xweda, dê di “Roja Din” de bê û hesabê ewî bike û piştî kir çima ew careke din ewî bi-afrîne, da ku, careke din di Dojehê bişwetîne; ma ev ne “Sadiyeke” nayê bawerkirin. Lê ev yeka jî dê were pejirandin, tenê ku, em li hemû karên Xwedê, li jiyanê, weke hebûneke tewş binirin.

Lê ev hemû kar û tevdîrên di pêşiya mislimantiyê de û di bin siya Mihemed de; weke komkujiya ku, anîbû seriyê Benî Qureyza û Benî Nedîr; “û pêximber gawiriya wan naskir û xwe ji şer re amede kir û bi şevan ew dorpêçkirin û.. dîtin mislimanên darên ewana ên xurmê dibirin”{47}. Û heya guftûgoya ewî ya nuh ku, bang li şer dike; “.. û zanibin ku, Buhişt di bin siya şêran de ye”{48}. Dê li ber kar û komkujiyên ku, mislimanên paşin aniye seriyê “Ewê Din”, tiştine biçûk bin; Bilazirî dibêje: “dema ku, Ebdelah bin Amêr ji vekirina Cor vala bû, ewî êrîş bir ser Istexir û ew piştî şerekî giran û lêdana menceniqan vekir û ewî tê de 40 000 Ecem kuşt.. Û pir kes ji Kereman revîn.. Ereban jî, mal û erdên ewan ji xwe re birin”{49}. Û li devereke din jî dinivîse; “Eiyad bin Xenemê dê bibêje: xak ji me re ye.. û me daye dest we, lê hûnê serane yê bidin me”{50}. Û dîrok ji me re dibêje ku, ewê Kurdistan vekiriye, Eiyad bû.    

Ne tenê wilo, lê dighêşt ku, ew “peristgehên” olên ji berî xwe hilweşînin û yên xwe li şûnê ava bikin û em dikarin “Mizgefta Elimewî”, li bajarê Şamê weke nimûne bînin; “û li Entakiyê keniştek.. ku, kevirên ewê yên pir biyan hebûn û Welîd bin E. bin Merwan hin sitûnên ji mermer û.. ji bo mizgefta Şamê, hilkirin”{51}. Tevî ku, em dizanin destpêka evê mizgeftê peristgeheke kevine û bi navê Beil dihate naskirin û di pişt re û bi dagirkirina Şamê, ji aliyê Roman ve, ewê dikin kenişteke xaçeperestan û di dû re ewê bibe “Mizgefta Elimewî”.

Û me çêroka ne lihevkirina kêşeyên mislimanan û şerên di navbera ewan de jî, ne anî zimên; “Xalêd bin Elwelîd, Malêk bin Niweyra, dikuje û jina wî dibe”{52}. Û me ew yeka weke ne lihevkirina ji bo mal û pere û destlatiyê jimart, tevî ku, hemû şer û cengên çûne û yên bên, dê ji bo ewê yekê bin jî. Lê tenê û eger ku, em şerê di navbera herdu kêşeyan de; Sine û Şîe,  bi bîr bînin; “tenê di Sifîn de heftê hezar hate kuştin”{53}, emê zanibin ku, evan camêran çiqwas xwîn rijandî û hêştine bi sedê hezaran bêne kuştin û dighe ku, yekî weke Dr. Ferec Fodê, bibêje: “demokrasî li ba mislimanan nayê pejirandin”{54}. Û eger ku, tenê em banga Elsefah, di roja ew destlatiyê bi dest dixîne, bînin bîra xwe, emê zanibin ku, mislimantî ta ku, dûrî azdaiya baweriyê ye; “ez kuştyar lawê kuştiyara me”, û wilo yek têdighe ku, Dr. heya bi ku rast çûye.

Helbet ne tenê misliman, di evê riya kuştin û tinekirina “Yê Din” de çûne, ew yek bû, ji sinc û rewşa ewê civakê û heya civaka me ya îro jî. Û eger ku, em li Tewrat û Incîlê jî vegerin, emê evê yekê, bi rengekî yan jî yê din, têde bibînin; “biçin hemû deveran û mizgîniya Incîlê ji hemûyan re bibin, ewên baweriya xwe pê anîn, hatin parastin û ewên ku, pê neynin, dê werin gunehbarkirin”{55}.

Û di dawiyê de û weke ku, Muhsên Elemîn dibêje: “.. û wilo yek têdighe ku, ti rojan û ne ti kesî di raman û kar û belavkirina gotinê de azad bû, hertim xwendin û lêkolînê û di hemû deman de, dihêşt ku, yek li ser xwe bitirse”{56}. Û hêştiye, bi hezaran zanyar û ronakbîr, jiyana xwe bi ser din. Lê eger ku, Galîlê seriyê xwe ji keniştê re bi tewan da, da ku, ewî ji “Meqselê” biparêzin; dê îro roj zariwên me, di dibistanan de, nexwenda ku “zemîn gokiye û li dor rokê digere”.

Gotina dawiyê ku, em dikarin bibêjin; Mihemed karîbû nîgara civakê û sincên ewê demê bixwenda û li gor ewê yekê hevbendiyên xwe avakirana, ta ku dem û heyameke din derdikeve û li gor mercên nuh kovaniyeke nuh bimeşîne. Helbet ewî yê nikarîba di demên pêşî de ku, ew nuh ji Mekê hatibû Midînê û li ber Cihoyan; xwediyên bajêr û oleke dîrokî, şer bikira. Lew re ewî, di pêşî de, bi gotina nerim bang li vexwendina xwe ya nuh dikir; “.. û pêximber nivîsek di navbera koçer û pêrewiyan de nivîsand û têde soz da Cihoyan û li ser ol û pereyên ewan erêkir”{57}.

Û piştî ku dijminên biçûk dixe bin baskên xwe û dikare hêzeke leşkerî xurt komî ser hev bike, ew li evên din; “xwedî pirtûk” jî dizîvire û ewan dixe bin darê zorê û ewê wilo karibin Imperetoriyeke nuh ava bikin ku, heya roja îro û tevî ku “Dazana Mafê Mirovan” ewî mafî dide te jî, lê tu yê newêribî, di çêroka “azadiya baweriyê” de, bi-axiv û ne hîne tu bi rengekî azad ola xwe biguhirî, dê tenê kuştin li pêş te be.

Lê tevî evê rastiyê jî û weke ku, jiyana me ya rojane bi me dide naskirin ku, her-roj ramana olî û li pêş zanyariyê bi şûn ve diçe û hol û meydanê jê re dihêle û dê rojekê bê ku, ew; zanyarî bibe sitûna jiyan û tevgerê û emê û weke ku, me Mîtologiya ji rûpelên dîrokê re hêştiye, emê ramana olî jî ji ewan rûpelan re bihêlin. Lê û mixabin, ti tişt bê dayîna qurbanan nayê holê û dive hinek xwe bişewtînin, ta ku, hineke din di ronhiyê de bijîn û hêviya me ew ku, me karîbû mûmeke nuh di evê riyê de pêxistibe.

 

 

Têbînî:

     Dive, xwendevanê evê mijarê têbighe ku, demên em tên û evan çêrokên îslamê û daketina Quran ê û Cibraîl.. û hebûna Iblîs, didin xwendin. Em ewan weke çêrokên efsaneyan dixwînin û ne weke bûyerin dîrokê, yên rasteqîn.

           

 

 

 

 

 

Gîre:

 

  • Dazana cîhanî ya mafê Mirovan. Mada {18}.
  • Rexnekirina Ramana Olî – Dr. Ferec Fodê. R – 7.
  • Xwediyê du ronahiyan, Osman bin Efan. R – 87.
  • Ol di bin ronhiya zanyariya derûnî de, K. Yong. R – 9.
  • Efsaneya Aram, Dr. W. Beşor. R –
  • Rexnekirina zanyarî û zanyaran, Ibin elCozî. R – 53.
  • Pirtûka Quran ê. Sûretê Elmuzemêl, benda -10.
  • “           “             “    Elkafîron, bendên (1-6).
  • Şirovekirina Elcelalên. R – 649.
  • Pirtûka Quran ê. Sûretê Eleeraf, benda -180.
  • “ “            “            “         “      
  • “ “            “     Elfurqan, benda – 63.
  • “ “            “     ElŞiira, bend.n (3-4).
  • “ “            “           “     benda – 6.
  • “    “            “           “         “      
  • “ “            “      Elenaam   “    – 107.
  • “ “            “             “        “     
  • “ “            “      Elzumra    “     
  • “ “            “      Elnehil      “     
  • “ “            “            “         “     
  • “ “            “            “         “   
  • “ “            “             “    bendên (102-103).
  • Keşe û Pêximber
  • Pirtûka Quran ê. Sûretê Elnehil, benda – 106.
  • “ “            “           “         “      
  • Reşîd Elxeyon. R- 20.
  • Pirtûka Quran ê. Sûretê Elbeqera, bendên (190-191).
  • “ “            “            “      benda – 217.
  • “ “            “            “          “      
  • “ “            “            “          “      
  • Elxîrac, Dr. X. Katibî. R (250-255).
  • Pirtûka Quran ê. Sûretê Elbeqera, “
  • “    “            “     Elenfal        “      
  • “ “            “          “            “       
  • “ “            “          “            “       
  • “ “            “     Al Omran     “       
  • “ “            “     Elmaîde       “       
  • “ “            “     Elnîsai         “       
  • “ “            “     Elberai        “       
  • “ “            “          “            “        
  • “ “            “      Elbeqra      “        
  • Elmîlel Welnîhel, Ibin Hezim. Cildê 1, R – 59.
  • C. Elfeqîh. R – 103.
  • Çêroka Ol an, S. Mezher. R – 499.
  • Ibin Hezim. Cildê 1, R- 114.
  • Pirtûka Quran ê. Sûretê Elbeqera, benda – 272.
  • Çêrokên Quran ê, M. Elmewle. R – 306.
  • Riyad Elsalihîn, Elniwewî. R – 328.
  • Osman bin E’fan. R (94-95).
  • Elbilazirî. R – 275.
  • Elmesodî. Cildê 2- R. 199.
  • Şibil Eldewlê. R (123-125).
  • Elmesodî. R – 361.
  • Ferec Fodê. R – 92.
  • Pirtûka Incîlê, Incîla Murqus, îshaha 16.
  • Muhsên Elemîn. R. (204-205).
  • Ibin Hîşam. R- 123.

 

 

المراجع والمصادر:

    

1- الإعلان العالمي لحقوق الإنسان .

2-  نقد الفكر الديني _ د. صادق جلال العظم. دار الطليعة للطباعة والنشر _ بيروت، لبنان _ الطبعة السادسة _ مارس 1988.

 3- ذي النورين عثمان بن عفان _ محمد رضا _ بيروت ط2: 1402_1982 .

4- الدين في ضوء علم النفس _ ك. غ. يونغ _ العربي للطباعة والنشر والتوزيع _ دمشق ط1: 1988 .

 5- أساطير آرام

6-  نقد العلم والعلماء أو تلبيس إبليس _ للإمام أبي الفرج عبد الرحمن بن الجوزي القرشي البغدادي _ دمشق 1396هجري-1976ميلادي .

 7- كتاب القرآن. مطبعة ومكتبة الملاح _ دمشق1379هجري-1960ميلادي.

8-  تفسير الجلالين. العلامة جلال الدين بن احمد المحلي والعلامة جلال الدين بن أبي بكر السيوطي. دار شوكت _ دمشق الطبعة الأولى 1410هجري.

9- قس ونبي

10- د. رشيد الخيون _ جدل التنزيل. منشورات الجمل _ الطبعة الأولى، كولونيا_ألمانيا2000.

11- د. نصر حامد أبو زيد _ دوائر الخوف (قراءة في خطاب المرأة).

12- د. غيداء خزنة كاتبي، الخراج (الممارسات والنظرية) _ مركز دراسات الوحدة العربية _ سلسلة اطروحات الدكتوراة _ بيروت، ط1 _ 1994م.

 سلسلة اركان الأربعة – 13- سلمان سابق فارس (سلمان الفارسي). تأليف: الشيخ محمد جواد آل الفقيه _ دار الفنون للطباعة والنشر والتوزيع، الطبعة الثانية 1401 _ 1981 بيروت.

14- الفصل في الملل والأهواء والنحل للإمام أبي محمد علي بن أحمد بن حزم الظاهري وبهامشه الملل والنحل للإمام أبي الفتح محمد بن عبد الكريم الشهرستاني. دار المعرفة، بيروت 1403 هجري _ 1983 ميلادي.

15- قصة الديانات _ سليمان مظهر. الطبعة الثانية 1418 هجري _ 1998 ميلادي.

16- تهذيب سيرة ابن هشام _ عبد السلام هارون. الطبعة الثانية، بيروت 1402_1982.

17- الكتاب المقدس، العهد الجديد. دار الكتاب المقدس _ بيروت، لبنان.

18- رياض الصالحين _ للإمام أبي زكريا يحيى بن شرف النووي الدمشقي.

19-  فتوح البلدان _ للبلاذري (أحمد بن يحيى بن جابر بن داود). منشورات وزارة الثقافة _ دمشق 1997.

20- مروج الذهب ومعادن الجوهر _ للمسعودي. دار المعرفة _ بيروت، لبنان.

21- قصص القرآن _ محمد أحمد جاد المولى. منشورات دار القلم العربي _ حلب، الطبعة الثانية 1414 هجري_ 1993 ميلادي.

22- مؤتمر علماء بغداد _ حوارات عقائدية بين الأشاعرة والإمامية. تأليف شبل الدولة مقاتل بن عطية الحجازي. الطبعة الثانية 1424 هجري_2003ميلادي. مؤسسة التبليغ العالمية _ بيروت.

23- الحقيقة الغائبة _ د. فرج فودة. الهيئة المصرية العامة للكتاب 1992.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

ÇANDA TIRSÊ

Û

IMPERETORIYA XWÎNÊ

 

 

 

Zanyarên Entirbiyologiya ji me re didin nasîn ku, mirov weke heyîn û aferîde vedigere ji berî nuha bi (100) sed hezar sal; ango em ji berî sed hezar sal, ji kişwera sewalan qetiyane û me xwestiye kişwereke xwe ya cuda û taybet bidin damezrandin û helbet tu cudayiyên mezin, di wan deman de, di navbera mirov û sewalan de tinebûn û ne jî di navbera herdu kişweran de. Bi gotineke din, em dikarin bibêjin ku, mirov jî di hovîtiya cinawiran de bûn û belkî hin caran hovîtiya wan dida ser a cinawiran jî, ji ber ku, cinawer dikuje tenê ji bo berdewamiya di jiyanê de. Lê evê din; mirov dixwest û hîne jî dixweze ku, xuristê bi hemû reng û warên wê têxe bin destlatiya xwe.

Ev heyîna veqetiyayî nêzîkî (80) heyştê hezar sal dajo û têde hinek guhertinên mezin çêdibin; naskirina êgir şoreşekê di ewê civakê de çêdike. Lê ev civak, di meseleyên ramyarî û hizrî de, ewan guhartinên mezin, li gor pîvanên îro, nasnakê da ku, bihêlin rûyê civak û heyînê û bi rengekî tûj bête guhertin û ev dîroka, ku nerm dimeşe, dê bajo heya ji berî zayînê bi (10) deh hezar sal, ji berî ku, mirov nivîsandinê nasbike bi (6) şeş hezar sal; dema ku dikare ayîn û baweriyên xwe û di riya afrandina pût û pêkeran re, derîne holê û ji bo nimêj û pûtperestina wan hin dîtin û baweriyên din derketin pêşiya civaka nuh, weke dayîna qurbanan bo Xwedayan.

Û eger ku, em li evê pêgirta kevin; dayîna qurbanên mirovî bo Xwedayan, vegerin û li wê yekê ne tenê weke heyameke olî binirin, emê bibînin ku, ev gerdiş û bi tonrengên ku, ew qurban dihatin pêşkêşkirin, ji me re û bi rengekî tûj aşkere dike ku, ew rengê jiyan û çanda ji berî sed hezar sal, ku mirov bi hovan re dijî, hîne ne miriye û careke din û di bin hin bawerî û navnîşanan de derdikeve çarçewê, lê evê carê ne ji bo ku, ew dixweze di jiyanê de bijî weke heyînekî, lê da ku ewê din têxe bin destlatiya xwe û ta ku, ewê armanca xwe bi cih bîne, divyabû bi darê zorê û riya êşkenciyê be.

Li gor xwendin û vekolînên ku, me di dayîkên pirtûkên dîrokî de kirine û weke ku, emê di evê lêkolînê de bibînin ku, kuştina ewê din; ewê ne li gor dîtin û baweriyên te û weke “gawir” li cem mislimanan tête bi navkirin, ne tenê tiştekî rojane û suriştî bû, lê ew ji bingehiya çanda wan e û ew li pêşiya nimêjkariyê bi xwe ye jî û eger ku, em li gotinên pêximberê mislimanan vegerin, emê evê yekê di gotinên wî de û bi rengekî aşkere bibînin; “… yek hate cem pêximber (S.) û got: kîjan mirova çêtire? Got: bawermendek bi can û pereyên xwe ji bo XEWDÊ şer dike, got: û di dû re? Got: bawermendek ku, di geliyekî de ji geliyan, nimêj dike û …” ,1..

Û eger ku, em li dîrokê vegerin û nemaze ya mislimantiyê, emê bi sedan, eger ku, em nebêjin bi hezaran, li çêrokên ku evê gotina me bi cih dike rast werin û bi taybetî piştî ku, ew dibin xwedî hêzeke xurt û leşker û dikarin imperetoriyeke fireh bidin damezrandin. Lê ji berî ku, em ewê dîrokê didin vekolîn, em dixwezin bibêjin ku, ev yeka ne bi mislimatiyê re hate holê; ango çanda kuştina “ewê din” ji Ola Îslamê kevintire û ew weke çanda hovîtiya mirovane ku, di qonaxên pêşî de ji jiyana wî, gerkiyeke heyîna wî bû, da ku, karîba di jiyana hovane de li berxwe bide û bimîne.

Helbet ev jiyana hovane di hizir û ramyariya wan mirovan de cihekî berfireh girtiye û hêştiya bibe yek ji sitûnên hizrên wan ên olî jî; “gerdişa dayîna qurbanên mirovî di cîhana pûtperestiyê de tiştekî rojane û normal bû” ,2.. Û evê yekê hêşt ku, IBRAHÎM jî kurê xwe ÎSHAQ weke qurban ji XWEDAyê xwe re pêşkêş bike, ango ew çanda herêmêye; “di Quranê de û weke ku, di Tewrat û Telmod û Enacîlan de, pir navên Dojehê bi kar têtin. Û gotina Dojehê ewa ku, 77 caran di Quranê de tête vegerandin, ew bi xwe geliyê Bin Henome ku, pûtê Xweda MOLK li wire û dihêşt pûtperest qurbanên mirovî li ber bişewitînin û wilo geliyê Bin Henom bû geliyê kuştinê” ,3..

Lê hatina evan olên ku, bi nirîna tevayî têtin naskirin, ev çand kûrtir kirin; ji ber ku, ji nihadên evan olên tevayî ye ku, ew tenê li ser rastiyêne û dive ew ji bo gotina XWEDAyê xwe bê aramî kar bikin; çi bi gotinê an jî bi şûr, lew re me dît ku, ev olên tevayî hertim bi yên din re di şer û dogişan de bûn. Fîras SEWAH dibêje: “ew nimêjkariya ku, berve radeya ola tevayî diçe, bi evan nihadan tête naskirin:

  • Ew bizava kesekî bi xwe ye ku, dixweze şoreşekê li dar bixe.
  • Ew damezerê ku, dixweze oleke tevayî damezrîne, xwe tenê xwediyê rastiyê dibîne.
  • Ev nimêjkariya; ola tevayî, nikare bi xeynî xwe re, bi aştiyane, bijî … û ne dûre, ev nerazîbûn, rengê şer û cengan bistîne.
  • Hertim bang li mirûdan dike …” ,4..

 

Tevî evê rastiyê jî, lê di nirîn û dîtinên me de, ev çanda kuştinê bi zarawaya sermiyandariya xasma re derket holê û em ewê yekê di çêroka kuştina Qayîn ji Habîl re dibînin, dema ku XWEDÊ dayîn û sermeyedariya yekî dipejirîne û ya ewê din jî vedigerîne; “Ji karên wan weke ku, XWEDÊ di pirtûka xwe ya zîz de gotî ku, QAYÎN HABÎL kuşt û dibêjin: ew li beyara Qai kuşt… li xaka Şamê” ,5.. Û ev kuştiyarî, dê bibe mercek ji mercên berxwedanê û zordariyê û nemaze ji xwediyên ramiyariyên tevayî; “… hema xwediyên xendekê, ewên ku, di wê demê de li bajarê Nicran li Yêmenê bûn, li ser dema mîr Zî NEWAS… ewê ku, li ser Ola Cihoyan bû, gihêşte wî ku, miletek li Nicrane û ew li ser Ola Xaçeperestiyêne, ewî bi ser wan de girt û ji wan re xendek kolan û tijî kuzotên êgir kir û Cihotî ji wan re pêşniyaz kir, ewê ku kete pey berda û yê ku, nepejirand ew avête nav êgir” ,6..

Ev ton çand dê derbasî Îslamê jî bibe û ji ber hinek taybetiyên Beyara Ereban û ziwabûna wê û digel merceke din ku, bi pisîkolojiya bindestiyê ve girêdayî ye, ewa ku êlên Ereban jê têşiyan û xwe weke dûvik ji herdu Imperetoriyên mezin; Pars û Roman re didîtin, hêşte ku, ew bi rengekî tûjtir û hovanetir evê çanda kuştinê bi rê ve bibin û weke ku, ew bixwezin tola xwe ji dîrokê vedin û helbet, pir caran, ewan bi hev jî kiriye û ne tenê bi “ewê din”.

Di şerê Uhud de û piştî ku, misliman dişkên û pûtperes bi serdikevin û ji bo ku, ew kînên xwe li wan sax bikin, keç û jinên pûtperestan bi ser cendekên mislimanan ketin û bi wan lîstin; “jinên wan guh û bifn jêdikirin û ji xwe re dikirin gerden, û HIND zikê HEMZE qelaşt û kezeba wî derxist û ew cût, lê dema çêj jê nedît ew velûkir” ,7..

Û eger ku em li pirtûka Quranê vegerin, emê binirin ku, ewana ev çanda kuştinê xistiye pileya “pîroziyê” û “ewê din” hertim di bin zor û gefûguran de ye û êşkencî û kuştin ji wî re ye û dê ne tenê carekê yan jî demekê têde bimînin; “kî bi ya XWEDÊ û pêximber neke, jê re agirê Dojehêye, ewê heya bi heya têde bimînin” (72/23) ,8.. “XXWEDA nifir li gawiran kiriye û ji wan re agirek peyda kiriye, ewê hertim têde bimînin” (33/65) ,9.. “xwediyên êgir ewê hertim têde bimînin” (2/39) ,10.. Û emê evê dîtinê li ba xaçeperestan jî bibînin, tevî ku, YESOI bi diltenikî û dilovaniyê tête nasîn, lê dîsan jî ew nikare xwe ji evê çanda hovane rizgar bike; ji ber ku, ew jî law û berhema evê herêmêye û dê bihêle ew di Encîlê de bibêje ku, Dojeh “agirekî venamrêye” (Metî 18/8, 25/41) ,11. û “agirekî heya bi heya ye” (Metî 25/46) ,12..

Lê emê kuştiyariyên mezin ku, em îro dikarin wan di bin navê jînosaydê de bi nav bikin, di talan û girtinên wan ser milet û imperetoriyên din de bibînin ku, bi cendekên mirovan pire ava dikirin, weke şerê Tirk û Romanan ji bo Qistentînê; “ji Rom û Nesara dor şêst hezarî hate kuştin, gihêşt ku bi pêlêkirina cendekên wan yek bighe ser sûra bajêr. Bajar vekirin û şûr heya bi çend rojan hate bi kar anîn û xelkên wê kirin kole û Tirk piştî sê rojan, ku li Qistentîniyê digeriyan, bi derketin û ketin nav şar û merc û gundan, wan xelk digirt, dikuşt û weke koleyan dibirin, ta hatin û li ber sûra Qistentîniyê cih girtin û wekî çel rojî li wir, pîrek û zaroyan, bi paçekî û cilkeke ji dîbac û hevrîşim difrotin… û mêr tev kuştin û belkî jin û zaro jî ,13..

Lê emê evan komkujî û bêtarên han hîne di rojên pêşîn de, ji damezrandina dewleta îslamê û li ser destên pêximberê wan; Mihemed bi xwe jî bibînin û yek dikare, evan karên wan ên hovane, di bin navê kuştin û jînosaydkirina “ewê din” de bide xwendin.

 

KUŞTINA EWÊ DIN:

 

Ne tenê ji bo hêsankirina xwendin û vekolînê, dê bihêle ku, em evê movikê bi xwe jî bi bêtirî navnîşanekê bidin naskirin, lê ji ber ku, “ewê din” bi bêtirî cureyekê hatiye naskirin û jînosaydkirina wî jî bi pir şêweyan hatiye meşandin; ango “ewê din” carina weke yekî “gawir” hatiye nasîn û pir carên din jî weke ewê ji ser riya ola xwe ya rasteqîn daketiye, yan jî ew ne li gor pêşiyan e. Bi gotineke din, emê pir rengên kuştiyariyê bibînin; çi kuştina serokên êl û miletan û herifandina dewlet û serhildanên wan û çi jî kuştiyariyên wan ên li hember hev û ka kiyê destlatiyê bi dest xwe ve bîne û ev yeka hîne di roja pêşîn, ji mirina “pêximber” derdikeve holê; dema ku ew dibin sê alîgir û ji bo cîgiriyê du rojan cendekê pêximberê xwe li erdê dihêlin.   

 

1- PALÎNKIRINA SEROKATIYAN:

 

Emê Babik ELXUREMÎ, weke nimûneyeke balkêş, li ser evî mejiyê mislimantiyê û nepejirandina dengekî nuh; dengê perîşanan ku, bang li guhertinan dikir, bînin ku çawa ew bi destê dezgeha îslamê tête kuştin û bi çi şêweyê ku, qet yek nikare bawer bike; “Di hin çiyan de li aliyê Ezrebêcanê, di salên dused û yekan de, yek bi navê Babik ELXUREMÎ derket û pir xelk bi pey wî ket û… wî pir leşker şikandin, heya ku ELMUITESÊM di salên dused û pîst û sisiyan de leşkerên xwe bi ser wî de şandin, di bin serokatiya EFSÎN de. Wan şer kir û wî BABIK û birayê wî girtin û anîn û dema ku dikevin hundir, bira dibêjêyê: BABIK, tiştê ku te kir ti kesî nekirî û anuha aramiyekê bikêşe ku ti kesî nekêşaye, wî jê re got: tu yê anuha aramiya min bibînî.

Û ELMUITESÊM fermanê dide ku, herdu dest û lingên wî jê bikin, û dema wan dibirin, ew riwê xwe bi xwînê paş dike û dihêlê ELMUITESÊM jê re bibêje: tu di mêrxwaziyê de wilo û wiloye, vêca çima te riwê xwe paşkir, gelo ew ji ber tirsa ji mirinê bû, wî got: na, lê dema pê û destên min hatin birîn û xwîn çû, ez tirsiyam ku bibêjin ew ji tirsa re zer bûye û wilo gûman bikin, lew re min riwê xwe bi xwînê veşart, da ku, ewê tiştî li ser nebînin. Û piştî wê yekê seriyê wî jêdikin û yê birayê wî jî û li ser laşê wan êgir dadidin, bêyî ku deng ji wan derkeve ,14.. Lê dê pir neçe û di rex wî de textekî din dê bête venandin û MAZYAR, dê li ser bête xaçkirin, lê piştî ku, ew bi xêzeranan bête kuştin. (vegere Miroc Elzeheb, C.4, R.61). Û wilo zincîra mirovên ku, li ser textan dihatin xaçkirin, dê her û her dirêj bibe.

 

2- QIRKIRINA HEVBENDIYAN:

 

Emê di evê movikê de jî bibînin ku, çawa piştî Dewleta Îslamê dibe xwedî hêz û dezgeh û leşker, ew vedigerin hevbendiyên duh û wan didin ber kuştinê; piştî ku, leşkerên Qureyş ji dorpêçkirina bajarê Midînê vedigerin Mekê û benî Qureyza bi tena xwe di nav lepên MIHEMED û hevalên wî de dimînin, ew wana (25) pîst û pênc rojan di heşargehê de dihêlin û piştî ku, ew omîdiyên xwe dibirin, radibin şandeyekî xwe; Şas bin QEYS dişîni ba MIHEMED û obeya wî, da ku, ew rê bidin wan, weke ku çawa ji berî wê dabûn benî Nedîr û ew rahêjin mal-mewal û zariwên xwe û ji Midîne koç bibin. Lê piştî danûsitandinê, ŞAS têdighe ku, ewê nikaribin seriyên xwe ji ber lêdana şûr bi parêzin, nemaze gava ew dizane ku, MIHEMED biryar û fermana wan daye dest Seid bin MUAZ; serokê êla Ews ku kîneke wî ya kesîtî bi Cihoyan re hebû û wilo SEID fermana wan dide û dibêje: “dada min ji wan re ku, mêr bêtin kuştin û pere bêtin parvekirin û jin û zaro jî bibine kole. Pêximerê XWEDA (S.) ji SEID re dibêje: dadkirina te ji wan re ji ya XWEDÊ ye, ewa ji jorî heft ezmana.

Û ew zelîl bûn û pêximberê XWEDÊ (S.) ew li Midînê di mala bint ELHARIS de girtin û di pişt re pêximberê XWEDÊ (S.) derket çarşiya Midînê –ewa ku îro çarşiya wê ye– û xendek tê de kolan û şandin pey wan, ew ref bi ref tanîn û li ustiyê wan didan û di nav wan de dijminê XWEDÊ, Huyî bin EXTEB û Keib bin ESED, serekên milet, û ew dora şesid-hefsidî bûn û ewên pirdikin jî dibêjin dora heysid-nehsidî bûn… pêximberê XWEDÊ (S.) ferman dabû ku, her ewê simbêlên wî derketibin gereke were kuştin ,15..

Û ewê bighên radeyekê ku, aşkere bang li kuştinê bikin û wê weke silogana germkirin û tûjkirina mirûdên xwe bi kar bînin û emê ewê yekê di pir şer û dogişên wî; MIHEMED de bibînin û nemaze di şerê li dijî Benî Mustelîq; Ibin Hîşam dibêje ku, “silogana Mislimanan di roja Benî Mustelîq de: Mensor, bimir, bimir bû” ,16..

 

3- HOVÎTIYA TALANAN (XEZEWATAN):

 

Lê hovîtiyên mislimanan ên aşkere û rasteqîn yek dikare di girtin û talanên wan de, ewên ku bi navê xezewatan têtin bi nav kirin, bibîne û nemaze yên li ser miletên din; “mewaliyan” û yek dikare wan bê dudilî bi jînosaydê bi nav bike; “ELBILAZIRÎ di Fituh Elbildan de dibêje: piştî ku Ebdelah bin AMÊR ji vekirina Cor vekişiya, êrîş bir ser xelkên Istexir û ew bi zorê vekir, piştî şerekî dijwar ku, mencenîq bi kar anîn û têde 40 000 ji Eceman hatin kuştin” ,17.. “… û –Elrebîi bin Ziyad ELHARISΖ bajarê Zirbix, ji Sicistanê dorpêç kir, piştî ku bi xelkê wê re şer kir, vêca EPERWÎZ rabû Merzebanê xwe weke şandek bo wî bi rêkir, da ku, bi wî re peymanekê lidar bixe. Wî –ELREBÎI– candekek ji yên kuştiyan xwest û li ser rûnişt û bi ser yekî din de jî pal veda û hevalên xwe jî, her yek, li ser cendekekî bi rûniştin da… û peyman bi wan re îmze kir ,18..

Û li ser dema ELMUITESÊM jî pir talanên li ser miletên din çêdibin û bêtirê wan jî li ser Imperetoriya Roman û bi hezaran kes têne kuştin û di yek şerî de ji sedê şeran  “sî hezar ji wan kuşt û MUITESÊM çar rojan têde rûdine; (di bajarê Zebitre de) û wê dişewitîne û huldişîne” ,19.. Lê ewên pêşîn û komkujiyên wan ne kêmtirî evên paşin bûn û pirê caran evana ew, ji xwe re, weke simbol dîtine û li pey wan çûne. 

 

 4- OMER Û KOMKUJIYÊN WÎ:

 

Belê, eger ku em li kar û biryarên cîgirê duyemîn; Omer bin XETAB vegerin û wan hêdî hêdî bidin ber xwendin û vekolînan, emê bibînin ku, ew jî lipey hostekarê xwe; MIHEMED çû ye, lê wî bêtir û bi şêweyeke bernameyî ev çanda kuştin û jînosaydkirina “ewê din” bi rêve biriye; “Omer bin ElXETAB nameyek ji kargerê xwe yê li Besra, Ebo Mûse ELEŞEIRÎ re şand û têde got: xelkên Besra di ber çavên xwe re ke û te kî ji mewaliyan; (mislimanên ji xeynî Ereb an) û ewên ku, ji Eceman misliman bûne û gihîştî pênc bostan dît, li kepira wî bide… hd” ,20..  

Lê Ebo MÛSE bi Ziyad bin EBÎH şêwirî; ka ew çawa bike. ZIYAD jê xwest ku, ew wilo neke û careke din li OMER vegere, Ebo MÛSE bi gotina wî dike û eynî ZIYAD digel nameyekê dişîne ba OMER. Ew dikevin danûsitandinê û li dawiyê dikare OMER bighîne ewê baweriyê ku, ev yeka dê bihêle rêza piştgirên wî ji ser hev hilweşe û ev karê ZIYAD dê bihêle ku, piştî demeke derng, MUAWIYA di nameyeke xwe de loman jê bike û bibêje: “Bira eger ku te OMER ji wê yekê venegeranda ba, dê bibûya rêdanek û ewê bimeşiya û XWEDÊ yê ew pakbikirana û damar û rêşalên wan hilkirana û cîgir tev dê li ser ewê riyê biçûna, ta ku, ne por û ne nênûkek û ne jî ewê pife êgir dike bimana…” ta dibêje: “Li mewaliya û Ecemên ku misliman bûne binir û wan bi sinet û rêdana Omer bin ELXETAB bibe û di wê de şikinandin û pûçkirina wane” ,21..

Û OMER bi rengekî fireh û sayî fermanên xwe ji Ebî Mûse re bi rêkiribûn ku, nahêlin ti gûman bighên baweriyên yekî ku, ewî ji bo qirkirin û jînosayd kirina “ewê din” kar dikir û ev yeka, di nirîna me de, rê ji evan miletên din re vedike ku, ew îro dadkirina dîroka mislimantiyê vekin û serdar û serokên wan weke gunehbarên şer bidin dadkirin û ji bo çespandina eva dîtina xwe, em dikarin biryar û fermanên ku, OMER ji kargêrê xwe Ebî MÛSE re bi rê kiribûn, bînin zimên; “De ka em binirin çiye sinet û rêdana OMER di evan Ecemên ku, welatên wan hatibû vekirin:

  • Ereb jinên wan bistînin, lê jinên xwe nedin wan.
  • Ereb bibin beşbirên wan, lê ew nikarin beşbiriya Ereban bikin.
  • Di riziq û dayînên bo wan de destê xwe bigir.
  • Di şer û cengan de wan têxe pêş û rêkan bi wan dûz bike û daran pê bibire.
  • Çênabe kes ji wan, di nimêjê de, pêşrewiya Ereban bike û ne jî têkeve rêza pêşîn, ta ku, Ereb tev cihên xwe distînin û rêz temam dikin.
  • Ti derî ji deriyan û ne ti welat û dûgelan bide dest wan û ne jî kesî ji wan bike dadwer û xwedî fermanan.

Û ewî got: Birayê min, eger ku OMER seraneya yên mewalî nekira nîviya yên Ereb –û ew ji bawermendiyê ve nêzîke– dê çawa Ereb di ser Eceman re bana” ,22..

 

 

ŞERÊN MISLIMANAN DIGEL HEV:

 

Em di movika çûyî de li ser hinek bûyer û çêrokên ku, mislimana bi seriyên “ewê din” kirine rawestiyan û me dît ku, wan çi bêtar tanîn seriyên wan û ew dighêşt pileya jînosaydkirina ewan miletan, lê emê di evê movikê de bibînin ku, qirkirina wan ji hev re; ya mislimana xwe bi xwe, ne kêmtirî ewên ku tanîn seriyên “ewên din” e û belkî hin caran bi rengekî hovanetir hatine meşandin, nemaze û piştî aşkere dibe ku, çêroka mislimantiyê û sirûş û pêximberîtiya MIHEMED, derew bi derewe û ew tenê ji bo sermiyan û destlatiyê bû û vaye cîgirekî mislimana; Elwelîd bin Yezîd bin EBDULMELÊK û piştî bi tîrkevanê pirtûka Quranê qul dike, nirîna xwe di derbarê evê meseleyê de tîne zimên û bi rengekî ristî; “Haşimiyek bi cîgiriyê lîst      bêyî ku, sirûş jê re bê û ne jî pirtûk” ,23..

Helbet û li gor bawerî û xwendin û karên mislimanan bi xwe, yek dighe ewê encamê ku, ev dîtina han ne tenê ya WELÎD bû û ewana ji pêşî de fêmkiribû ku, çêrok çêroka sermiyan û destlatiyê ye û ji ber ewê yekê ve xebatên xwe ajotine; ji ber ku, eger mirov wilo lê nenire dê çawa karibe têbighe, ji berî ku bi pejirîne, ku du mirov, kêşeyên digel hev şerdikin û hevdu dikujin, weke di şerê Elcemel de, ewa di navbera pêrewên ELÎ ji aliyekî ve û li aliyê din jî AÎŞE û ZUBÊR û TALHA û li dawiyê herdu jî dê buheştî bin; evan tevan soza buhiştê sitandiye, belê dê çawa bawermendek karibe evê yekê bi pejirîne û bi destên evana, bi hezaran hatine kuştin; “… û di dû re şerê Elcemel ku, xwestin tola cîgir (OSMAN) hildin û ji aliyê kêve; kuştarên wî bi xwe. Û çi ferman ji şerê Elcemel gird û bêtartir bû; têde bi hezaran ji mislimanan hate kuştin û têde rih û simbêl û birh û bijang hatin hilkirin û peyayên Ebdil QÊS weke seyan dixuşandin û ew bê guneh dikuştin” ,24.. “Û li ser rîşmê deve heftê dest, ji yên benî Debi, hate jêkirin” ,25.. Belê, her ku destek dihate birîn, yekî din dibezî û rişmê deveyê ku, AÎŞE li ser piştê rûniştibû, digirt û pir nediçû û ew jî dihate birîn. 

Lê ev şer û kuştinên mislimanan digel hev jî, pir şêw û reng sitandine û emê ji bo firehkirin û hêsankirina mijar û têgihêştina wê, wan di bin hinek movikan de, bidin şirovekirin. 

 

 

 

KUŞTINA MALBATA ELÎ:

 

Me di pêşî de ew anîn ne ji ber ku, ew ên pêşînin ku bi destên mislimanan hatine kuştin, dayîkên pirtûkan ji me re salix didin û weke me berê jî gotibû ku, ewana hîne di roja pêşîn de li hev nekir û du rojan cendekê pêximberê xwe li erdê hêştin, ta ku, Ebo BEKIR û bi piştgirî û zordariya OMER karîbû cîgiriyê bi dest xwe ve bîne û emê bibînin ku karê wî; Ebo BEKIR, yê herî pêşî, wî leşkerên xwe bi ser hinek êlên Ereb ên mislimana de şandiye û ew dane ber kuştin û qirkirinê, tenê çima wan gotibû; nema ji îro û bi şûn ve em pereyên seraneyê “zikatê” didin mal-pereya mislimanan û emê wan li belengaz û perîşanên xwe belav bikin, heya gihêşt pileya ku, nivîskarên mislimanan bi xwe li ser ewê yekê rawestin; “ew sedsala ku di piş –di dû MIHEMED– re, bi pêncî salî hatiye, sedsala herî kuştiyariyê ye; têde HUSÊN hate kuştin û Midînê hate dagirkirin û Mekê hate dorpêçkirin û Kevirê Reş jî hate herifandin û cîgiran mey vexwar û pûştî kirin, weke ku, bi Yezîd lawê MUAWIYA û Yezîd lawê ATIKÊ û… re bûye û têde xwînên gunehbar hate rijandin û misliman hatin kuştin û lawên piştgir û koçberan kirin kole û nîşan li ser destên wan hatin kişandin weke ku, çawa li ser destên ên Romanan ,26..    

Belê, me malbeta ELÎ di pêşî de anî û ew jî ji ber sê sedemên girîng; ewa pêşîn ku, ELÎ û hîne di roja pêşîn de nerazîbûna xwe ji cîgiriya Ebo BEKIR re da xûyan, dema ku, ew naçe rûniştina Siqîfê, da ku, ew jî dengê xwe bide wî û ew yeka dê bihêle ku, OMER êrîşê bîne mala wî û ji ber ku, FATÎME; keça pêximber û jina ELÎ bi xwe jî ne bi ewê dengdanê re bû û nedixwest derî ji wî re veke, OMER ew di piş derî de guvaşt “û şopên evê guvaştina sert û hişk dê di hundir cendekê FATÎME (S.) de bikolin û ewê nesax û şînayî bikeve, ta ku, di dû bavê xwe re, bi çend rojan, koç bike” ,27.. Sedema duyemîn jî, ku evê malbetê bi kerwanan “şehîd” dane û li ser destê herdu dewletên Umewî û Ebasî; “… û çiqwas dîwar li serElewiyan girtine û ew bi saxî xistine bin bingehên avahiyan û ew … ta bi ta jî di zîndanan de hêştine û ew xistine hundirê qutîkan jî” (xwendevan dikare vegere pirtûka Elşîa beyn Elheqaêq Welewham, R.393/394).

Sedema sêyemîn jî ji bo girîngî û “pîroziya” evê malbetê û da ku, em ji xwendevanan re bibêjin ku, ewên karibin evan bêtaran bînin seriyê malbeta herî “pîroz” li cem xwe, dê jê re tiştekî pir normal be ku, jînosaydê bînin seriyê “ewê din”; “Ji rasteqîna hezkirina vê netewê; (Imeta Mislimana) ji serekê mala Xwedê; Elî bin ebî TALIB re, wî zarên xwe agahdar kirin ku, wî bi dizî veşêrin, ji ber ku ew li ser xwe, piştî mirinê û veşartinê, ditirsî. Û ji rasteqîna hezkirina… temiya ELZEHRA ku, wê bi şev û dizî veşêrin û ta nuha kes gora wê nizane û ji rasteqîna hezkirina vê netwê, ji xwediyên malbatê re, şerê wan bi HESEN; rihana pêximber re, ta hêştin ku… û bi vexwerdandina jehirê ew tête kuştin… û ji rasteqîna hezkirina… kuştina wan ji HUSÊN; law û rihana pêximber bi ewê şêweya hovane û bêtarên dîtir ên di piş re, ku netew di nav dudiwan de par ve bû; yên kuştiyar û yên nexemxwar… û ji rasteqîna hezkirina… tiştên ku wan bi zarên HESEN kirine; Derxitina wan ji Midînê ta bi Îraqê û ew girêdayî û zîndankirina wan li Haşimiyê ku, şev û rojê ji hev dernedixistin û eger ku, yek bimira ew wilo bê şûştin û veşartin dihîştin… ta ku zindan bi ser wan de hilweşiya û ev netew di nav dudiwan de par ve bû; yên kuştiyar û yên nexemxwar ,28..

Lê rijandina xwîna evê malê, dê di ELÎ û zaroyên wî de raneweste; ELMESÛDÎ dibêje: “şer û dogişên di navbera xelkên ÎRAQ û ŞAMÊ de heftê bûyere”. (Miroc Elzeheb, C.2, R.360). Ewê di her demekê de, ku tenê hinek derfet ji wan re çêbdibûn, li hember rikbirên xwe derkevin û doza tolhildanê bikin û yek ji wan, “Zeyd bin Elî bin ELHUSÊN li hember Hîşam bin Ebid ELMELÊK derket û ew di şêr de hate kuştin, rabû hevalên wî ew di cokeke avê de veşartin û ax û şînkayî bi ser gora wî de kirin, da ku veşêrin, lê serkêşê leşkerê HÎŞAM cihê wî dinase û seriyê wî ji HÎŞAM re dişîne û HÎŞAM jî jê re dinivîse ku, wî tazî xaç bike… û di dû re jî dişewitîne ,29..

Yolyos VELHOZIN jî di derheqa evê çêrokê dinivîse: “Û bi fermana cîgir, lawê Iraqê (Yhya bin Zeyd bin ELÎ) hate şewitandin û xaliya wî jî avêtin avê” ,30.. Lê Zeyd bin ELÎ bi xwe jî li hember cîger şer kiribû û di şêr de “tîrek wî birîndar dike û dema derdixînin, ew li malekê, di cada Elberîd de, dimre û di cokeke avê de, piştî ku avê ji ser dibirin, vedişêrin û ji nuh ve avê berdidin. Lê di dû re ew cih tête naskirin û lêşe derdixin, di pişt re dibin Kofê û li wir xaç dikin û li wir xaçkirî dimîne, ta ku HÎŞAM dimre, hema serî, ji Şamê re dişînin û di dû re jî ji Midînê re ,31..

Û ELMESÛDÎ jî evê çêrokê tîne zimên ku, çawa li ser dema Hîşam bin Ebdulmelêk bin MERWAN û careke din, şîa û di bin serokatiya Zeyd bin Elî bin ELHUSÊN de serî hildidin û weke hertim, ew jî dixweze ji bajarên Îraqê, ji Kofê de dest bi serhildana xwe bike; “êvar dahat… û ZEYD tev de bi birîne, û tîrek jî li eniya wî ketibû… tîr kişandin û ew di ewê katê de mir û ew di cokeke avê de veşartin, û li ser gora wî ax û çawîr dane hev, û av di ser re berdan…” ,32.. Lê YOSÊF ew derxist û seriyê wî ji HÎŞAM re şand û di dû re jî û bi fermana HÎŞAM wî tazî bi darve dikin û ta pêncî mehî wilo dihêlin û di piş re jî dişewtînin û xaliya wî bi bê re berdidin.

Emê di dû re bibînin ku, seriyê kurê wî jî; Yehya bin Zeyd bin ELÎ di nav destên Elwelîd bin Yezîd bin Ebdulmelêk bin MERWAN de ye û ew jî dê bi darvekirî bimîne, ta ku Ebo Muslêm ELXERESANÎ cendekê wî dadixîne, dema ku, li ser destên wî dewleta Umewiyan dişke û ya Ebasiyan ava dibe. (ji bo lênirîneke bi firehî xwendevan dikare veger Miroc Elzeheb, C.3, R.225).

Lê Ebî MISLIM bi xwe jî dê nikaribe seriyê xwe bi parêze û piştî ku, ew dihêle Ebasiyîn bi ser kevin, ewê li ser destê Ebî Ceifer ELMENSÛR were kuştin û ji berî wî bikuje û piştî ku, Ebî MISLIM jê re dibêje: “mîrê bawermendan min ji dijminê xwe re bihêle”, dê lêvegerîne û bibêje wî: “XWEDÊ min nehêle eger ku, min tu hîşt! Ma dijmin ji te dijmintir ji min re hene” ,33.. Lê bila Ebî MISLIM ewqasî li xwe negre û zor nebîne, vaye wî amê xwe jî, Ebdulah bin ELÎ; mirovê duyemîn, piştî Ebî MISLIM ku hêştibûn dewleta Ebasiyan bi ser keve, da kuştin. Û ji bo kuştina Ebî MISLIM xelkê Xeresanê û yên Çiya û Teberistanê, di bin serokatiya kesekî bi navê BESINFAD de kom dibin, ta ku tola wî hildin, lê nêzîka şêst hezar kes ji wan tête kuştin û ew direvin. (vegere Miroc Elzeheb, C.3, R.306).

Ne tenê wilo, lê dighe ewê pileya ku, ew zarziçên ELÎ bi tevayî didin ber kuştinê û ev yeka dê bihêle neviyekî ELÎ; Ebdulah bin ELHESEN ji Ebî Ceifer ELMENSÛR re bibêje: “Eba CEIFER me di Bedir de ne wilo li we kir” ,34.. Û wilo em têdighên ku, çêrok çêroka tolvedan û destlatiyê ye û ne ya ayîn û baweriyê ye û eger ku, em li gotina ELMENSÛR, ewa ku ji kurê xwe re dibêje; “heya ew sax ba dê, destlatî ne ya te bûya”,  piştî ku ew Ebî MISLIM dikuje û lawê wî bi bîra wî tîne ku, ew dostekî wan bû û çima ew kuşt, vegerin, emê evê rastiyê bi rengekî beloq bibînin.

Ev kîn dihêle ku, ew dîwarên zindanan bi ser girtiyan de biherifînin û ji bihna laşeyên ku, di nik yên birîndar de mane, ew hinek pixûr ku, bi dizî derbasî cem wan kiribûn, pêdixînin, da ku, hinekî bihna ewan laşan kêm bibe, lê birînên wan yên ku, her diçû û ew diwerimîn, dê bihêlin kezebên wan jî biwerime û pê bimrin û ewana bi evê yekê tenê nekir, lê wî; ELMENSÛR seriyê kur ji bav re weke xelat jî şandiye. (Vegere Miroc Elzeheb, C.3, R.310).

Ev tev li aliyekî û eger ku, em li çêroka ELHUSÊN û şêweya ku, ew û heval û malbeta wî pê hatiye kuştin vegerin, emê ne tenê kîna evan ji hev re nasbikin, lê yek dighe ewê baweriyê ku, piştî dewlet û dezgehên mislimantiye xurt bûne, ewana karîbû çiqasî dîrokê sexte bikin û ewê hovîtiya xwe veşêrin; “di dehê Elmuherem, roja çarşemê, dehê Oktober sala 680 Z. û piştî nimêja sibê her komek ji bo şêr rêz girt… û ji berî şêr jî HUSÊN hin gotin û gotûbêj ji dijminên xwe re gotin… û piştî avêtina tîran, şerê bi şûran dest pê kir û hevalên HUSÊN xatir jê xwestin… ew tev hatin kuştin. Lê neviyê pêximber (ELHUSÊN), kesî newîrî ew bikuşta, ta ku, ŞEMIR çû û karîbû ev dudiliya bişkanda… di pêşî de ELHUSÊN ji danişgeha zaro û pîrekan bi dûr xist û… li wir gelekan bi ser de girt û xistin bin derb û lêdanan, ta ku, sî û sê kêr û sî û çar derbên şûr lê kirin û çi tiştên li HUSÊN bûn jê dizîn… û xelkê bi ser mal û mewal û deveyan de girt û ew dizîn… û xelkê bi ser jin û xawrin û pirtikên ELHUSÊN de girt, ta dest avêtin cilên li bejna pîrekan jî.. .

Û şehîdên Kerbela li Xadiriyê veşartin, lê seriyên wan jêkirin û ew birin, heftê û du serî digel Şemir bin zî ELCEWŞEN û… birin ba Ebdulah bin ZIYAD û wî jî bo cîgir (YEZÎD), li Şamê, bi rêkirin. Ew pir şabû û kêfkir û hêşt ku, çovekî têxe dest xwe û pê devê ELHUSÊN bikole ,35.. Lê ewê bi evê yekê tenê nekin û dê bighe ku, ELMITEWEKÊL fermanekê derîne û ji berdestên xwe bixweze ku, gora ELHUSÊN vedin, da ku dûz bikin û ne dûre ku, hestî jî bişewtandana, weke ku çawa bi yên cîgirên Imewiyan kiribûn. (li  Miroc Elzeheb binire, C.4, R.135).

Ev kuştin û tolvedana ji hevdu, dê tenê li cem malbeta ELÎ raneweste û ewê dirêjî pêrewên wî jî bibe û dê bihêle ku, cîhana mislimantiyê par ve bibe û du riyên sereke û ji hev cuda peyda bibin û pir caran yek gûman dike ku, qet ew ne yek ole û ewê li nivîsên herdu kêşeyan vegerê evê rasteqîna han û bi rengekî beloq têde dibîne, vêca û di movika bête de, emê li ber hinek şerên ku, di navbera van herdu kêşeyan; “sinê û şîa” de derketne, rawestin.

 

ŞERÊ KÊŞEYAN:

 

Piştî kuştina Osman bin EFAN rê kete Elî bin ebî TALIB ku, ew cîgiriya mislimanan bi dest xwe ve bîne, lê li hember wî du pêl konevanî, du kêşeyên cuda derketin ku, her yek ji wan li cihê pêlava xwe digeriya û da ku, deslatiyê ji xwe re sar bike û di serokatiya yekê ji wan, dayîka bawermendan; AÎŞE bû û digel wê TELHA û ELZUBÊR bûn û me dît ku, çiqas misliman di ewî şerê, ku tenê rojekê li ber xwe dabû, hatin kuştin; “ewên ku ji hevalên ELÎ di ewê rojê de hatin kuştin pênc hezar ,kes. bûn û ji hevalê deve ,û bilî wan. ji xelkên Besra û xeynî wan sêzde hezar bûn û xeynî wê jî hate gotin” ,36..

Lê ev komkujî, dê li hember tiştên ku, di dû re hatin li darxistin, çêrokeke pir sivik û hêsan be, nemaze piştî ku, ELÎ di şerê Sifîn de dişke û hinek ji hevalên wî; ji şîa wî li hemberê derdikevin û dihêlin hêza wî ya leşkerî li hember leşkerên Şamê ku, di bin serokatiya MUAWIYA de derketibûn û doza tolhidana cîgirê sêyemîn; Osman bin EFAN dikirin, lawez bibe. Û eger tenê em li jimara kuştiyan binirin, dê bihêle yek hezarê nifiran li oleke wilo bîne ku, hêştiye “di sed û deh rojan de sed û deh hezar kes were kuştin” ,37.. ELÎ bi tena xwe û tenê di rojekê de komek mirov dikuje; “ewên ku ELÎ bi destê xwe û di rojekê de kuştine, pêncsid û bîst û sê mêr in”. (Miroc Elzeheb, C.2, R.399).

Ev cobar û çemên xwînê dê di evê yekê de ranewstin û her biçe gola xwînê dê firehtir bibe û ewên ku, seriyên xwe wenda bikin dê bi qasî evan kelayên tirsê, ku ji me re avakirine, bin; “… mirov û komeleyên ku, ji bo şîetiyê hatine kuştin an jî hatine êşkencekirin, di her çerxekê de, nayên jimartin. Bes bû, eger ku, te bixwesta mirovek, di dewleta Benî Umeye de, bête êşandin û koçkirin û bêparkirin, heya kuştin jî ku, tenê te bigota ewî “tirabiye”*… mirov di dewleta Benî Umeye de xwe ji jin û xizmekarê xwe xwe diparast… çiqas pereyên xelkê jê sitandin û malên wan hilweşandin û dest û ling jêkirin û xirnikên gewriyan birîn û xelk li ser kokên darên xurmê xaçkirin… wan Hecer bin UDEY û çarde hevalên wî ji Kofa anîn Şamê… û nîvê wan li Merc Ezra hatin kuştin… ew ji ZIYAD re vegerand û jê xwest wî bi rengekî pir xerap bikuje, rabû wî ew bi saxî xiste gorê… piştî ku, dest û ling û zimanê wî jêkirin, ew.. . Û HECAC, karmendê Benî Umeye ji bo şîiyetê, seriyê Kemîl bin Ziyad ELNEXIÎ jêkir û QENBER, xizmekarê ELÎ… jî serjêkir.

Û serdema Ebasiyan jî ji ya wan ne kêmtir bû, wan çiqwas helbestvan ji bo pesindana wan ji malbeta ELÎ re kuştine û zimanê hinekan jêkirine û pirtûkên hinekan şewitandine û gorên hinekan ji nuh ve vekirine û ew şewitandine… Elî bin Mihemed bin Emar ELBERQÎ pirtûka wî şewitandin û zimanê wî jêkirin û Ebo Elhesen Elî bin WESÎF… şewitandin… û ji komelên ji bo şîiyetê ku bi hezaran kuştine, şîiyên Efrîqa… û şîiyên Heleb jî ku, bi komîne, di sedsalên şesidî de hatin kuştin û… . Û di serdema me de jî rêzdarekî Îranî û li ser dema Wehabiyan, di navbera Sefa û Merwe de weke berxekî tête serjêkirin piştî ku dadwer rê dide û bi boneya ku, wî bi lêvên xwe yên ku Ezra li ser danîbûn, Kevirê Reş “Keibê” qirêj kiribû” ,38..

Ango dewleta Ebasiyan û tevî ku, pismamên Elewiyanin e, ji evana re, ji dewleta Umewiyan ne çêtire û weke yek ji rûpelên dîrokê dinase ku, carina şerê wan dijwartir bû; “Û dewleta Ebasiya di karên xwe yên pîs de ku, bi Elewiyan û bilî wan re kirine, ji dewleta Umewiyan ne çêtire, ta gihîşt ku bi jîndarî dîwaran li ser wan bigrin û banên girtîgehan bi ser wan de hilweşînin û bilî wan pir tiştên din… . Û SEFAH birayê xwe YIHYA weke şûngirekî xwe şande Mûsilê, wî yazde hezar ji Ereban kuşt û ji xeynî wan jî xelkekî pir di hundir mizgeftan de, piştî ku eman dabû wan. Û dema bi şev dengê giriyê pîrek û zariwan dike, fermanê dide ku wan bikujin tevî zariwa û bi wî re çar hezar reşikên Efrîka hebûn, wan bi zorê jin dibirin, weke ku, dîroka Ibin ELESÎR dibêje û… sixêf ji mîrê mislimanan; Elî bin ebî TALIB re digotin û gora HUSÊN ajotin û nedihêştin ti kes biçe serdana wî” ,39..

 

ŞERÊN ŞÎA HUSÊN:

 

Zarên ELÎ, dê ji ser evê riya bav venegerin û ew jî yê bizav û çalakiyên xwe bikin ku, tola bav û hevalan vedin û vaye ELHUSÊN pêrewekî xwe; Muslêm bin EQÎL dişîne Îraqê, da ku, binire ka derfetên serhildan û tolvedanê hene yan na, lê ew tête girtin û derbasî cem Ubeydelah bin ZIYAD; kargêrê Yezîd bin MUAWIYE dikin û piştî ku, ew gotinên pir xerap ji hev re dibêjin, Ibin ZIYAD dêng li leşkerên xwe dike ku, wî derxin jorî koşka mîrîtiyê û… “bang li ELEHMERÎ dike… da ku, tola xwe jê vede, ew derxistin jorî koşkê û Bukîr ELEHMERÎ li ustiyê wî dixe, seriyê wî di jêr wer dibe û laşê wî jî dikin dû seriyê wî û Hanêi bin UIRWE jî derxistin çarşiyê û seriyê wî jêkirin, tevî banga wî û ew kalekî ketî bû…” ,40.. “Û ji 16000 peyayên ku soz dabûn dê biçin tenê 4000 kombûn… û roja çarşemê bîst û duduwê cemadiya pêşîn sala 65 a K. (roja çarşemê 4 Yinayêr sal 685) an şer dest pê kir û ta roja înê dirêj kir. Û şîa weke şêran şer kir, lê barandina tîran ew kuştin û ji bilî hinekan kes ji wan nema” ,41..

“Û dema leşker li seriyê ELHUSÊN pir dibin û têgihişt ku, rê li ber neman, got: XWEDA dadvaniyê di navbera me û miletê bang li me kir, da ku piştgiriya me bikin û nuha me dikujin, bike. Wî şer kir ta ku hate kuştin û ewê ku, ew kuşt mêrekî ji Mizhec bû û seriyê wî jêkir û pê bezî cem Ibin ZIYAD… -da ku, zêr û zîvan bistîne-, cendekê wî jî bi derb û lêdanên şûr û xenceran ji hev êxistibûn û digel wî ev jî hatin kuştin, ji lawên birayê wî, Elhesen bin ELÎ: Ebdulah bin ELHESEN, û Elqasim bin ELHESEN, û Ebo Bekir bin ELHESEN, û ji birayên wî: Eleibas bin ELÎ, û Ebdulah bin ELÎ, û Ceifer bin ELÎ, û Osman bin ELÎ, û Muhemed bin ELÎ; û ji lawên Ceifer bin ebî TALIB: Muhemed bin Ebdulah bin CEIFER, û Iewin bin Ebdulah bin CEIFER û ji zarên Eiqîl bin ebî TALIB: Ebdulah bin EIQÎL, û Ebdulah bin Muslêm bin EIQÎL” ,42.. Eger ku, ev tev ji malbata herî “pîroz” bin; ji malbeta ELÎ, dê ji xelkên din çiqwas bin û evên ku dikarin tenê di cendekê HUSÊN de, roja ew tête kuştin, şopên (33) sî û sê lêdanên xenceran û (34) sî û çar derbên şûran bihêlin, dê çi û cî bînin seriyê “ewê din”.

Û em dikarin hîne bi sedan bûyer û serpêhatiyên weke evên me anîne zimên, di dîroka Islametiyê de, bibînin mîna Bûyera Eyn Elwerde û Benî Elnedîr û bilî wan pirên dîtir. Piştî şerê Elsifîn û derketina hinekan ji nav rêza leşkerên ELÎ, ewê çend carên dî li hember wî derkevin û ji ewên ku, li hember ELÎ derketibûn, Ebdulah bin Weheb ELRASIBÎ û “di 9 sefer sal 37 k. (17 yolyo sal 658 zayînî) herdu leşker li hev rast tên. Û digel ELRASBÎ ji bilî 2800 peya ji koka 4000 an nemabû û yên pir hatin kuştin, weke ku cîgirê wan -Ebdulah ibin Weheb ELRASIBÎ- hate kuştin û…” ,43..

Û “Ibin ELESÎR hinek bûyerên dîtir ku, piştî şerê Sifîn li darketibûn… bi bîr tîne, ew dibêje ku, Eşres bin Uif ELŞÊBANÎ, ewê tevî dused leşker li Deskera daketibû, di bihara duyemîn sal 38 K. de, hate kuştin û Hîlal bin UILFE û birayê wî MICALÊD… ku, wan serokatiya bêtirî dused peya dikir, di sala 38 an de hatin kuştin û Eleşheb bin Bişir ELBICLÎ ku, 180 peyayên wî hebû li Circiraya, nêzîkî Dicla, hate kuştin û Ebo MERYEM… hd” ,44.. “… û Xewarêcên Kofa aramî girtin, ta ku cîgirek ji xwe re bijartin… û ew derketin, bi ser wan de obeyek leşkeran şandin û ew tev hatin kuştin ,45..

 

ŞERÊN XWE BI XWE:

 

Weke me dît ku, piştî mirina “pêximber”, misliman bûne çend alîgir û her yekî ji wan dixwest cîgiriyê bi dest xwe ve bîne û evê yekê hêşt ku, pir şer û dogiş di navbera wan de derkevin, lê hinek misliman jî derketin û gotin: nema ji vir û şûnda em pereyan didin gencîneya mislimanan û emê wan li belengaz û perîşanên xwe belav bikin û yek ji evên ku, wilo dixwestin, Malik bin NUWEYRA bû; hevalê MIHEMED û ewê ku, jê re hatibû gotibin: “tu yeke ji ewan diheyên Bihuştî”.

Evê xwestek û baweriya wan hêşt ku, destlatên mislimanan û nemaze OMER û Ebo BEKIR, ewê yekê weke jêvegerîna ji ser riya misilmantiyê bijmêrin û leşkerên xwe di bin serkêşiya Xalid bin ELWELÎD de bi ser wan de bişînin, da ku, wan vegerîne yan jî MALIK û miletê wî bikujin û dema wan dît ku, “XALID digel obeyeke leşkeran bi ser wan de tê, MALIK ji miletê xwe xwest ku, rahêjin şûrên xwe, lê dema ku XALID dighe ba wan, ew bi XWEDÊ sûnd duxe ku, ti ne rindiyê ji wan re naxweze û got: em nehatine da ku şerê we bikin, lê em mêvanên we ne û hêşt dilê MALIK rûne… û dema çaxa nimêjê bû, MALIK û miletê xwe rabûn ser nimêjê û XALID û obeya xwe jî êrîşî wan kirin û MALIK û miletê wî girêdan û di dû re jî kuştin… û gava çavên wî; XALID bi pîreka MALIK û bedewbûna wê dikevin dilê wî diponijêyê û ew gandariyê digel wê dike, di ewê şeva ku, mêrê wê kuştiye de û seriyê MALIK û miletê wî jî, weke kuçik, xistibûn bin beroşên xwarinê û xwarina ganeyê li ser çêkirin û wî û obeya xwe xwarin” ,46..

 

 

BÛYERA ELHERA Û ZORDARIYA DEWLETA UMEWÎ:

 

Ji ewan şerên ku, ji bo cîgiriyê li darketine, em dikarin Bûyera Elhera, weke nimûneyeke balkêş bidin xwendevan. Helbet ewên din jî; weke Şerê Sifîn û Elcemel û yên di navbera şîa HUSÊN û MUAWIYA de, ne kêmtirî evê bûyerê ne, lê yek dikare ji ewana re hinek rêdan bibîne û bibêje ku, “kurtikê OSMÊN” di wê ortê de hebû. Hema Bûyera Elhera tenê ji bo cîgiriyê hate li darxistin û da ku, destlatî ji Yezîd lawê MUAWIYA re bimîne û bi çi şêwe û zordariyê; “Leşkerên YEZÎD êrîş birin ser Midînê, gava wan got em wî naxwezin, wan hinekî şer kir û ew revîn di bûyera ku, jê re dibêjin Elhera, rabû serleşker fermana bajêr ku, ew sê rojan seybe, derxist. Dibêjin ku di encamê de çar hezar û pênsid kes hate kuştin û hezar keçik ji keçkaniyê kirin û ev hemû tişt jî bi fermana ku, YEZÎD ji serleşkerê xwe Mislim bin EQBE re şandibû bû” ,47.. ELMESÛDÎ jî evê yekê dibêje û ji bo firehtirîna lênirînê, yek dikare, vegere pirtûka wî; Miroc Elzeheb, cildê sêyemîn, rûpelên 78, 79, 80 ê.

Helbet ev yeka ne tenê li bajarê Midînê pêkhatiye, yek dikare bibêje ku, ti bajar ji “bajarên mislimanan” nemane ku, bi dehan bûyerên weke ya Elhera ku, pê nehatine û di encamê de bi hezaran xelkê can û şeref û malên xwe wenda nekirine; “… û xwediyê Şamê, Bisir bin ERTAT bi ser welatên mislimanan; Mekê û Midînê, cihwarên XWEDÊ û Pêximber de şand, mêran dikujin û zariwan serjêdikin û peran didizin û jinan direvînin û di dû re bûyera Kerbela bû û di dû re ya Elhera bû ku, têde koçber û piştgir û lawên wan hatin kuştin û bjarê pêximber (S.) sê rojan hate seybkirin û gihêşt ku, bi sedan zaro bibin, bêyî bavê wan bête naskirin û eger ku, yekî bixwesta keça xwe bide, wî li xwe ne digirt ku keçaniya wê li cih be û digot: ne dûre ku, di roja Elhere de tiştek gihêştibe wê. Û koçber û piştgir û lawên wan weke koleyan, ji Yezîd bin MUAWIYA re, hatin pêşkêşkirin, eger xwest dê wan bike kole yan berde yan jî seriyê wan jêke” ,48.. 

Nivîskarên şîa bi rengekî firehtir li ser evê bûyerê radiwestin û ew hejmara kuştiyan û bêtarên dîtir pirtir û firehtir dikin; “… di bûyera Elhera sala 63 K. de, Yezîd bin MUAWIYE ferman da Musrêf bin EIQEBE ku, têkeve Midînê… û sê rojan bi şevên wê ve ew seyb kir, piştî yê kuşt kuşt û yê dizî dizî û li seran serî wê demê jî agir pêketiye û yên mane jî ew bernedan, ta ku, wan xwe weke kole ji YEZÎD re xelat kirin. Û di encama dawî de hefsid kuştî ji rûçikên koçber û piştgiran û deh hezar jî ji ewên din” ,49..

Û bi evê sebaretê, cîgirê mislimanan; Yezîd bin MUAWIYE helbestekê dirêsê û ji dîroka mislimantiyê re dihêle, weke belgenameyeke dîrokî ku, ji me re sayî dike, ka evên pêşîn heya kîjan radeyê baweriya xwe bi çêrokên sirûş û daketina Quranê û pêximberîtiya MIHEMED tanîn, û vaye em hinek beytan, ji helbesta YEZÎD, pêşkêşî xwendevanan dikin.

“Xweska bapîrên min ên di Bedir de bidîtana    tirsa Xezrec ji lêdana şûran

Ewana yê bi şahî bi hêl-hêla û bi lîlanda            û bigotina: Yezîd destên te pûçnebin

Me kokên kevnar ji serekên wan kuştin             û me dagerandina Bedir vegerand

Bila ez ne ji Xendef bim, eger ku tola xwe        ji benî Ehmed û kiryarên wan venedim

Haşim bi sermiyaniyê lîst, ne                             salixek hat û ne jî sirûş daket” ,50..

Eger ku, helbesteke weke eva YEZÎD di roja îro de û piştî (1423) ê salan, ji aliyê “gawirekî” de û ne mislimanekî û hîne cîgirê mislimanan bi xwe, bête nivîsandin, dê helwesta evan hêz û “zanyarên” mislimanan jê çibe û ewê çi fetwe û fermanan di dermafê wî de derînin; zincîra ewên ku, jiyana xwe ji bo evê yekê winda kirine, dirêje. Lê ev bûyer û komkujiyên ku, di destpêka demezrandina Dewleta Umewî de pêkhatine, dê li ber kar û bêtarên ELHECAC dilopek ji dengizê be; ewê ku, di roja pêşîn de ji destlatiya xwe ya li bajarê Kofa ku, derketibû ser diyarokê, gote cemawerê nimêjyaran: “bi XWEDÊ ez nirînin dilxwez dibînim, û ustûyin dirêj û seriyin ku gihêştine û dema jêkirina wan hatiye û ,ez. xwediyê wê me, weke ku ez li xwînê dinirim û ewê di navbera fûtê û rihan de diherike” ,51..

  Em ewqasî nakevin dû çêrokên HECAC, ji ber ku, dê bihêlin bi sedan rûpel bêtin dagirtin û dawî li wan nayê, lê emê tenê hin karên wî weke nimûne bînin zimên û ewê bihêlin em têbighên ku, ev dewlet tenê li ser xwînê ava bûye û eger ku, hinek aliyên wê yên ronahî û zanyariyê hene jî, ew bi xêra “ewên din” hatine holê û rola Ereban di ewê yekê de pir hindike; ew bi xwe û şer û cengan û destlatyê de ketibûn û ji zanyariyê re ne valabûn: “… û di piş re dewleta Benî Merwan hat… Merwan Ebid ELMELÊK, HECAC kir waliyê Hîcazê û di dû re yê Îraqê, wî Kevirê Reş (Keibê) hilweşand û dest û ustiyên koçeber û piştgiran bi nîşanan muhir kir, weke yên Romanan û jin û mêr bi hev re dixistin yek zindanên bê banî û di zindana wî de, piştî mirina wî, bi hezaran xelk hate dîtin bêyî ti kes zanibe gunehê wan çiye”,52..

ELHECAC bi xwe li ser xwe salix dida ku, tiştê herî kêfxweşiyê li ba wî peyda dike; “rijandina xwînê ye” ,53.. Û li ser destên wî ne tenê bi hezarên hezaran hatine girtin, kuştin û şewitandin û ta jin û zarok jî ji bêtarên wî xelas nebûne, lê weke me dît ewî bi kuştinê re kêfxweşî didît; dema Şebîb ELXARICÎ dişke û piştî ku, dê û jina wî dikujin, ew jî di avê wer dibe û dimre, lê cendekê wî ji HECAC re tînin, ew zikê ŞEBÎB diqelêşe û dilê wî derdixe û hîne dil jî daditerişîne. (vegere Miroc Elzeheb, C.3, R.147).

ELMESÛDÎ jî pir rûpelan ji komkujiyên HECAC re vedike û dihêle tu bê dudilî bighî ewê baweriya ku dibêje: ew mirovekî sadî bû û tenê bi êşkencekirina “ewê din” re kêfxweş dibû; “HECAC di sala pêncî û nehan de mir û ew lawê pêncî û çar salaye, di nîvê Îraqê de. Destlatiya wî li ser xelkê bîst salan ajot, û tête jimartin ku, tenê ewên seriyên wan jêkirine sed û bîst hezarin, ji bilî yên ku di şer û leşkergehên wî de hatine kuştin, û di zindana wî de pêncî hezar mêr mir, û sî hezar jin…” ,54..

 

DEWLETA EBASÎ Û TOLHILDAN:

 

Dewleta Ebasî jî ne bi hewceyî ku, em wê pêşkêş bikin, ewê xwe bi xwe li ser destê damezerê wê, ELSEFAH; cîgirê pêşîn ji benî Ebas re, pêşkêş kir, gava ku li ser diyarokê û di roja bijartina wî de, xelkê agahdar dike û dibêje: “ezim ewê xwînê dirjîne û seriyan jî difrîne”. Û tenê eger ku, em li herdu fermanên wî yên herî pêşîn vegerin, emê bibînin ku, ew ol û dewlet li ser çi bingehê avabûye û çiqwas ji me re dive ta ku, em karibin ji evê pisîkolociya kuştin, serjêkirin û herikandina xwînê rizgar bibin; “biryara wî; (ELSEFAH) ya pêşîn… ku, cendekên cîgirên Benî Umeye ji gorên wan derînin û wan xizêrankin (celdkin) û bi daran ve xaç bikin û di dû re bişewitînin û ariya wan jî li ba kin… û ket pey Benî Umeye, ji zariwên cîgira, ew kuştin û ji bilî mendal û ewên ku, revîn Endelusê kes nefilitî” ,55.. 

Eger ku fermana pêşîn a dewleta Ebasî di dermafê miriyan de bû, weke me dît û ew ji gorên wan derxistin û careke din ew kuştin, weke ku çawa XWEDÊ, “ewê din” hertim vedijîne, da ku, careke din, wî di dojehê de bişewtîne û wilo em dikarin bibêjin ku, SEFAH karê XWEDÊ meşandiye û gereke ew ji aliyê mislimanan ve qet neyê pirotestokirin. Belê, eger ku biryara wan a pêşîn ew bû, lê ya duyemîn di dermafê jîndaran de bû; “û nuha biryar an bûyer an jî filîmê ku, ELSEFAH pê rabûye… Şibil bin EBDULAH, koleyê benî HAŞIM û di çêrokeke din de SEDÎF, derbasî cem Elî Ebdulah bin ELÎ û di çêrokeke din de ELSEFAH, dibe, ku nêzîkî nod kesî ji benî Umeye li ba wî nên dixun û ta ku, ew bihêle sinaryoya filîmê bi meraqtir bibe, ew helbestekê bo ewê sibaretê dibêje û tîne bîra cîgir, ku bav-kalên evên nanê wî dixun çi û çi anîn seriyên bapîrên wî û wilo jê dixweze û weke ku, XWEDÊ ew şikinandine, dive ew jî wan daxîne pileya herî nizim û ne wan teklif bike û rûpelekî nuh bi wan re veke… û EBDULAH (û gotin ELSEFAH), fermanê dide ku, bi daran li wan bidin ta ku, wan dikujin û sifre jî di ser cendekê wan re rêxistin û li ser nalînên wan nanê xwe xwar, ta ku, tev mirin” ,56..  

Lê ewê ne tenê dijminên xwe bidin ber şûr û kuştinê û ew yeka bi xwe ji sinc û gerdişên ewan qonaxan bû û belkî li cem mislimanan hinekî bi rengekî hovanetir hatibe meşandin, lê hema tu rabî û hevalên xwe jî bide ber kuştinê, da ku, destlatî bi te tenê bimînî, dê ev yeka dûrî sinc û nihadên siwartî û mirovantiyê bin, heya bi pîvan û sincên ewê demê jî; “dîroka dewleta Ebasiya, li ser dema ELSEFAH, ji bilî rindiya dudiwan nizane, yê pêşî Ebo MISLIM e, ewê ku dewlet li Xeresan da damezrandin û şûngirî da dest ELSEFAH û yê dudiwan jî Ebdulah bin ELÎ ye; amê ELSEFAH û serokê leşkerên Ebasiyan, di… û dibêjin, ku ELSEFAH dixwest herdiwan bikuje… . Lê Eba Ceifer ELMENSÛR, cîgirê Ebasiyan ê duyemîn û damezerê rasteqîn ji dewleta Ebasiyan re… bi wî karî rabû, di pêşî de hêşt ku, Ebo Mislim ELXERESANÎ, Ebdulah bin ELÎ bikuje û di dû re jî ew bi xwe Ebî MISLIM dikuje” ,57.. 

Helbet kuştina Ebî MISLIM dê dawiyê li kuştyariyên ELMENSÛR neyne û her û her ev gola xwînê dê firehtir bibe û pir mirovên din daqurtîne û bihêle çandeka li ser tinekirina “ewê din” ava bibe; “Elqadî bin ebî CERADÊ… dibêje: gava ELMENSÛR xwest biçe Hecê, di sala ku têde mirî; sala 158 an, wî deng li RÎTA kir; keça birayê xwe û jina lawê wî MIHEMED û hinek kilît dane wê û ew bi sûndên giran sûndkirin da, ku ew deriyê hin zerzemînên wî ji ti kesî re veneke ta ji lawê wî re jî, ta ku, biçespînin ew mir, wê hîngê ew herdu tenê (û) bêyî yekî sêyemîn bi wan re be, (ew dikarin vekin). Û dema lawê wî bihîst bavê wî mir, ew digel RÎTA çû û ew derî vekirin, dîtina ewan komên kuştiyan ku, nav û nîşanên wan bi guhên wan ve daleqandî û jê dixûyan ku, tev ji benî Talibin, tirsek mezin xist dilê ELMIHDÎ û di cih de ferman da ku, kortekê ji wan re bikolin û wan têde veşêrin” ,58..

Bi mirin û veşartina komkujiyên wî di ewê kortê de, dê dawî li çêrokên kuştin û talanakirina “ewê din” neyê û vaye Haron ELREŞÎD jî dide ser riya bapîrê xwe; di serdema wî de û weke di her destlatiyeke zorker de, hinek li hember wî, di bin serokatiya Rafêi bin ELLEYS de, derketibûn û piştî ku wan dişkîne, ew bi wê yekê tenê nake û wan tîne û dike perçe perçe; “… û birayê RAFÊI xwest û (haron ELREŞÎD) got: we ez bihin teng kirim heya hêştin ku, ez êşa evê riyê hilgirim, tevî ku nesaxim jî… ezê kuştinekê te bikujim ku, cara ji berî te kes wilo nehatiye kuştin û wî ferman da ku, regez bi regez wî ji hev parvekin”. (Miroc Elzeheb, C.3, R.375). Û dighe ku, ew ên herî nêzîk, ji wî re, weke Ceifer ELBERMEKÎ jî bide ser riya dijminên xwe û seriyê wan jêbike, nemaze dema ku, bidîta navûdengê yekî belav bûye û ewê karibe seriyê wî bi êşîne û bi kuştina wî tenê nakin, lê ew li êl û civaka Bermekiya vedigerin û wan didin ber talan û komkujiyên tevayî û heya gorandina mirovan jî. (vegere Miroc Elzeheb, C.3, R.384 û şûnde).

Lê emê evan komkujiyan tiştekî normal bibînin gava ku, em bibînin bira seriyê birayê xwe jê dike, ji bo destlatî û cîgiriya mislimanan; seriyê EMÎN ji MEIMON re diçe. (vegere Miroc Elzeheb C.3, R.422 û şûnde). Û ev çêrok dê ne cara paşin be û “… seriyê ELMUSTEÎN dê ji birayê wî ELMUITEZ re here”. (vegere Miroc Elzeheb C.4, R.164). Û ELMUITEZ bi xwe jî dê were kuştin û bi çi, “… hinek dibêjin ku, ew bi ava gerim hate derzîkirin”. (Miroc Elzeheb, C.4, R. 184)

Ango, evana qet rûmeta mirovan negirtî; ne gotine ev pîrejine yan jî zaroye û ji bo bi destxistina destlatiyê, wan her tişt bi kar aniye û bi sedê hezaran jî xelk dane ber kuştinê; “û rojên wî; (yên ELMUITEMED ku, têde destlatî kiriye) çarde sal û çar meh bûn, wî yên bi çûk û mezin dikuştin, û mêr û jin, û dişewitand û hildiweşand, û ew hate Besrayê û di yek şerî de wî sêsed hezar kes kuşt” ,59.. Lê piştî bi destxistina destlatiyê jî, careke din, destên xwe ji rijandina xwînê ne şûştine û li ewên ku, ji cîgiriya ji berî wan mane, vegerîne û ew dane ber kuştin û qirkirinê û wan qet rûmeta ti tiştî negirtî; “.. û ewê ku, jê re digotin ELQAHÊR, diya cîgirê ji berî xwe bi lingekî bi darvekir, tevî nesaxiya wê jî û…” ,60.. Ev hinek tiştên ku di dîroka Îslamê de pêkhatine û pir tiştên din hene, bi sedan û hezaran ku, yek nikare wan bijmêr.

 

KUŞTINA HEVAL Û ZANYARAN:

 

Di evê movikê de jî, emê nêzîkî mijareke taybet bibin; kuştina xwediyên yek ayînet û baweriyê. Li gor dîtin û têgihêştinên me, bûyerên di evê movikê de û tevî ku, ji yên çûne ne hovantirin jî, lê ew bi şêweyeke tûjtir hizir û mejiyê kesê misliman ji me re xûya dikin; ji ber ku, kuştina “ewê din”, ewê ne li gor dîtin û bawerî û kartêkirinên te, çanda herêm û wan qonaxan bû, lê hema ew bighe pileya ku, tu heval û xwedî yek dîtinê jî bikuje, dê ev hinek pirs li cem mirov peyda bike û bihêle em gûman bikin ku, ew bi derûn û pisîkolojiyeke ne sax ve girêdayiye û ta ku, em mijarê ronî bikin, emê hinek nimûneyên balkêş bînin zimên.

 

1- KUŞTINA EBDURIHMAN BIN MILCÊM:

 

Weke me dît ku, hîne di rojên pêşî de ewana li hev nekir û nakokî kete navbera wan, lê dijberî û şerên giran dê di navbera şîa ELÎ û dewleta Umewî de derkevin holê û ji wan şeran, şerê Sifîn bû û belkî ew ê herî giran bû ku, di encamê de, sed û deh hezarî jiyana xwe wenda kir û evê bêtar û koma hestiyan hêşt ku, hinek ji mislimanan li hember evan kêşeyan derkevin û wan tev wek gunehkar bibînin û ew biryarekê bistînin, ku ev hersê kes; Elî bin ebî TALIB û Muawiye bin ebî SIFYAN û Emro bin ELAAS, gereke werin kuştin, da ku, misliman ji ewê (fitnê) derkevin.

Û wilo sê kes ji evê yekê re têtin amedekirin û her yek ji wan berê xwe dide welatê ku, ev hersiyên me bi nav kirine, lê destlatiyê dikin, da ku, her yek ji wan ewî bi destê xwe bikuje. Lê tenê Ebdurihman bin MILCÊM dikare bi hilpesariya xwe rabe û ew Elî bin ebî TALIB dikuje, lê rê nakeve wî ku, ew bireve û şîa ELÎ wî dîl dikin; “piştî mirina Elî bin ebî TALIB bi lêdana hinek derb ji aliyê Ebdirhman bin MILCÊM ve, Ebdelah bin CEIFER rabû Ibin MILCÊM anî û dest û lingên wî jêkirin û çavên wî jî korkirin –ew bi hesinê sorkirî kildan– û… fermana jêkirina zimanê wî jî da…” ,61..

ELMESÛDÎ jî li ser evê bûyerê radiwestê û yek ji xwendina çêroka wî têdighe ku, evên misliman çi kîn li ser hev hilgirtine, heya ku, ew karibin bi evê hovîtiyê bawermendekî weke Ibin MILCÊM bidin ber kuştinê; “… û dema xwestin Ibin MILCÊM… bikujin, Ebdulah bin CEIFER got: wî ji min re bihêlin, ta ku, dilê xwe hûnik bikim, wî dest û lingên wî jêkirin û mîxek germkir, ta ku bû kuzot û çavên wî pê kildan… û di dû re xelkê ew bir û di beyaran re xuşandin û di pişt re ew bi petrol şûştin û agir pêxistin” ,62..

 

2- KUŞTINA MIHEMED BIN EBÎ BEKIR:

 

Eger ku, mînaka yekemîn ewqasî di nav mislimanan de ne bi nav û denge, lê mînaka me ya duyemîn, kesekî nasdare, eger ku, ne ji aliyê xwe ve be jî, lê bi kêmanî ew lawê ewê yekemînbû ku, li pey MIHEMED çû û baweriya xwe bi ola nuh anî û ji aliyê din ve jî, ew birayê AÎŞE ye; dayîka bawermendan a herî zîz li ber dilê MIHEMED ku, hêştibû ew ji mislimanan bixweze; ew nîvê ayîneya xwe ji wê werbigrin û tevî evê yekê jî, dê nikaribe xwe ji ewê çarenûsa ku, qet yek nikare bawer bike, bi parêze; “û di sala sî û heyştan de MUAWIYA, EMRO bin ELAAS bi ser MISIRÊ de şand… ew û Mihemed bin ebî BEKIR li hev rast hatin –ew kargêrê ELÎ bû– li cihekî jê re dibêjin MISNAT, wan şer kir û MIHEMED dişke… ew şer dikin ta ku, MIHEMED tête kuştin… wî dibin û dixin hundir eyarê kerekî û êgir pêdixin” ,63..

 

3- KUŞTINA OSMAN BIN EFAN:

 

Qet ne gereke ku, em li ser kesîtî û navdariya nimûneya xwe ya sêyemîn bi peyivin û bi xwendevanan bidin nasîn, ew ji dijmin û ji berî dostan re kesekî xwedî nav û denge û ew, bi hebûn û sermiyandariya xwe, roleke pir girîng, di destpêka mislimantiyê de lîst û hêşt ku, MIHEMED bibe xwedî pişt. Lê tevî evan nihad û karên wî û salên wî yên di heyştê de jî, dê nikaribin wî ji ber kuştinê bidin alî û “eger ku Omer bin XETAB bi destê xortekî Mecosî hat kuştin û êşek di dilê mislimanan de hîşt” ,64.. Lê Elî bin ebî TALIB û Osman bin EIFAN bi destên hevlên MIHEMED bi xwe hatin kuştin û çi kuştin.

Weke ku dayîkên pirtûkan ji me re salix didin ku, di roja înê 8 zî elhice sal 35 K. 17 yonyo sal 656 Z. cemawerekî mezin ji mislimanan derdora mala cîgirê sêyemîn girêdan û jê xwestin dev ji cîgiriyê berde yan jî dê wî bikujin, “hinek hevalên MIHEMED û lawên xwe bi şorişgeran re civîn, ewên derdora mala Osman bin EIFAN girêdan** û ew kuştin, di nav wan de Mihemed bin ebî BEKIR… û ji yên ku xelk li ser evê çêrokê dihevot, Telhe bin UBEYDULAH û AÎŞE dayîka bawermendan û xeynî wan” ,65.. Helbet ev yeka jî piştî nakokiyin dûdirêj hatibû û ew ne mijara me ye.

Lê gotina Osman bin EFAN a hertim ji wan re ku, “kirasê XWEDÊ lêkiriye ti kes, ji bilî wî, nikare jê bike” û wilo pir şandek di navbera cemawerê serî hildayî û cîgir de çûn û hatin, lê bêyî ku, ew bighên ti çareseriyan û wilo wan êrîşî ser deriyê kilît kirî kirin û agir pêxistin û hinek jî di ser dîwarên cîrana re ketin hundir; “Mihemed bin ebî BEKIR di ser dîwarê mala Emro bin HEZIM re ket cem OSMÊN û digel wî jî Bişir bin UTAB û Sodan bin HEMRAN û Emro bin ELHEMIQ. Wan OSMAN li ba pîreka wî NAÎLE dîtin ku, ewî di pirtûkê de sûretê Elbeqera dixwîne, Mihemed bin ebî BEKIR ket pêşiya wan û bi rihên OSMÊN girt û got: XWEDÊ dest ji te berda ey NEISEL, -hinekan ev nav li Osman bin EFAN kiribûn û pireka ji wan û bi rengekî fêrmî bang li kuştina wî dikirin-; û gihîşt ku aşkere bang li kuştina wî bikin. Li ser zimanê AÎŞE tê gotin: NEISEL bikujin, neileta XWEDÊ li NEISEL*** be” ,66.. Û vaye “Ebdirhman bin OIF jî, li ser doşeka mirinê, ji hin hevalên xwe re dibêje: Wî bikujin ji berî ku zordariya wî bêtir dibe” ,67..

Û piştî ku ew çedikin ber hev û Mihemed lawê ebo BEKIR tûkên wî dide ber çavan û jê re dibêje: ka çima MUAWIYA û xeynî wî nayên alîkariya te û hîne wî riyê OSMÊN bernedane, ew jê re dibêje: “lawê birayê min rihê min berde, bavê te dê ti caran wilo nekira”, lê MIHEMED vedigerîne û dibêje: “tiştê ku em dixwezin bi te bikin ji evê yekê bi pirî mezintire û… bi tîrekî ku di dest wî de bû eniya wî diqelêşe û Kînana bin Bişir bin ÎTAB destê ku, ji nişkava hinek tîr têde dîtibûn, radike û li bin guhê OSMÊN dide û wan têvedide, ta ku, di gewriya wî re çedike û di piş re şûrê xwe hiltîne û wî dikuje. Û dibêjin: Kînana bin BIŞIR bi bastûnekî li eniya wî da û ew bi aliyekî de qulabt û di dû re Sodan bin Hemran ELMIRADÎ ew bi şûr kuşt. Hema Eimro bin ELHEMIQ jî hulpekî ser sîngê wî, û hîne hinek nefes di wî de ma bû, û neh derb lêdan û got: Sisê ji wan min ji bo XWEDÊ lêdan, hema şeşên din min ji bo tiştên ku, di sîngê min de, li ser wî” ,68..

Û dibêjin dema wan bi tîr û şûran li wî dida, wî hîne Quran dixwend û evê yekê hêşt ku pirtûk di xwînê de bimîne û hinekan jî xwest seriyê wî jêkin, lê hinekên din rê neda, nemaze piştî ku NAÎLA xwe avête ser cendekê wî, lê dîsan jî nikarî rê li ber Uimeyr bin DABI bigre ku, hilnepeke ser sîngê wî û hin parswên wî neşkîne tevî ku, ew miriye jî û bi derketina xwe re ti tiştî li hundirê wî nahêlin, tevî rêşdikin û dibin, ta bighe xeftanê NAÎLE û pîrekên din û hinek jî gotin û destan davêjin wan, ji bilî kuştina çend kole û xizmekarên mala OSMÊN… û wilo perde bi ser çêrokeke din ji yên mislimanan tête berdan. (ji bo ku xwendevan bi ferehî li ser evê mijarê raweste, em wî vedigerînin pirtûka “Zî Elnoreyn Osman bin EFAN”, ji rûpelê 187 ta rûpelê 224 an). Û rojek dê were ku, kurê Osman bin EFAN û li ser destê cîgirekî mislimanan; Ebî Ceifer ELMENSÛR hezar qayîşî buxe.

 

ÊŞKENCEKIRINA ZANYARAN:

 

Carina ev pirs ji rewşnbîrê Ereb tête kirin; çima dengê wî li ber destlatan nizime û ew weke rewşenbîrên miletên din nikare li hember evê destlatiya kor raweste û bihêle weke ku, li ser rojnamegeriyê tête gotin ku, ew destlatiya çaran e, ew rola xwe bistîne û evan serok û fermandaran tazî bike û bihêle miletê Ereb li hember wan û nîrên wan rabe. Belê, em pir caran evê pisê di ragihandinên erebî de dibhîsin, lê li gor dîtinên me hîne bersivên rasteqîn nehatine dayîn û ew jî ne ji ber ku, rewşenbîrên wan ên zîrek tinene ku evê bersivê bidin, qet na, lê em dikarin ewê bersivê di hundirê evan çêrok û bûyerên çûne û yên bên de bibînin.

Milet û imperetoriyek, “şaristaniyek” weke ya mislimantiyê ku, ji pêşî de, li ser tirs û xwînê rabe, dê helbet çand û kesîtiyeke revok weke ya “me” peyda bike. Weke me dît ewana ne tenê “ewê din” dane ber kuştin û talanê, lê heya heval û hogir jî. Û wan bi ewê yekê tenê nekirine jî, lê heya zanyarên xwe jî dûrî evê cergeya tirsê nehêştine û bi sedan çêrok û bûyerên êşkencekirin û kuştiyariyê, ewên di dermafê zanyaran de, ji me re hîştine; “OSMAN li Ebdulah bin MESÛD, hevalê bi rûmet, xist ta ku ew fitiqî kir û hêşt têkeve nivîna mirinê û mir û Ebo Zir ELXEFARÎ… jî ji Midînê koçkir û hêşt li beyabaneke rût; Elrebze ji tî û birçîbûna re, bimre” ,69..

Helbet ne tenê OSMAN, di evê çêrokê de gunehkare; “Elzubêr bin ELEWAM… li hember ELÎ, di bûyera Elcemel de, şer kir û gava ji cengê direve Omer bin CERMOZ rastî wî tê, seriyê wî jê dike û ji pêşew ELÎ re tîne (S.) di sala 36 a koçî de” ,70.. “Û MÛTESÊM jî sî û heyşt xizêranan li Ehmed bin HENBEL dide, da ku, bêje Quran çêkiriye” ,71.. Û yekî din; ELXERCÎ ku ji nivîskarên bilind bû, dê di jiyana xwe de şeş hezar sîle ji cîgirekî pûşt weke ELMITEWEKÊL buxe. (vegere Miroc Elzeheb, C. 4, R. 102). Û êşkenciya ELMENSÛR ji Ebî HENÎFE re û zindankirina wî û lêdana ji wî re û li dawiyê pê vexwerdina jehrê… û lêdana ELMENSÛR ji MALÊK re û ew tazî bêyî ku, ti tişt şermîniyên wî veşêrin, da ku, wî riswa bike” ,72..

Lê ev bûyer tev li aliyekî ne û bêtara ku Ibin ELMUQEFEI pê hatiye kuştin li aliyekî dine û ji bo sedemekê ku, dihêle rewşenbîrên Ereb qet newêribe yek gotinê li ber destlatên xwe bêje û ev çêrok, digel ên çûne û bi şêweyeke beloq bersiva newêrekiya rewşenbîrên Ereb dide; “û… Ibin ELMUQEFEI jî pirtûkeke biçûk, lê bi sûdeyeke pir mezin û bi navê “Rîsalit Elsehabe” ji MENSÛR re şand, têde temiyan li cîgir dike ku, çawa alîkar û berdestên xwe vebjêre û bi konevaniyeke durist, bi cemawer re, bide û bistîne û ew di temiyên xwe de pir bi zimanekî nerim û diltenik axivî bû û ne dûre ku, dayîna xelat û hin pereyan ji MENSÛR tika dikir, û belkî qet bawer ne dikir ku, tenê dayîna hin temiyan, gunehekî mezine li ba ELMENSÛR û… seza ewê ku, rola xwe derbas bike, dê weke ya Ibin ELMUQEFEI be, ewê ku, dest û lingên wî, parî bi parî, jêkirin û li ber çavên wî li ser êgir bijartin û bi zorê hêştin ew, parî bi parî, buxe ta ku… dimre û ne dûre, û ewî laşê xwe bi fermana mîrê bawermendan duxe, ku pirsî be; çi mîr û çi bawermend” ,73..

Û ne dûre ku pirsî be, çi bawermendî û çi mislimantî û çi surûş û… ta çi XWEDÊ jî, vêca em jî dipirsin û piştî evê bûyerê, dê ti kes wêribe li ber cîgir û destlatan dengê xwe bilind bike û ji wan re bêje: na. Eger ku, hinekên din ên serhişk hebin jî, dê çarenûsa wan ji ya Ibin ELMUQEFEI ne çêtir be; “… û li ser ELWASÊQ jî tê gotin ku, wî Ehmed bin Nesir ELXUZAÎI, yek ji mezintirîn gotûbêjên gotinan, di dîroka Îslamê de, ku di bendan de girêdayî (û) ji Bexdayê anî Samura û li ser Quranê jê pirsî, wî got: ne çêkiriye… hêşt hêrsê ELWASÊQ rabe û şûr xwest û got: Eger ku ez rabûm kes bi min re ranebin… derbek li kepira wî da û ferman da, ku seriyê wî vegerînin Bexdayê û li wir bi dar vekirin û laşê wî jî li Samura, ta şeş salan xaçkirî ma” ,74..

Emê bi çêroka kuştina Ibin ELMUQEFEI dawiyê li evê movikê bînin, ne ku di dest me de ji bilî wan tinene, lê ji ber ku em, ji aliyekî ve, naxwazin pir dirêj bikin û ji aliyê din de jî, ev bûyerên ku me anîne zimên, wêneyeke sayî dane xwendevan ku, çanda mislimantiyê ta çiqwasî di pêvajoya tirs û xwînê de çûye; “li vir emê rawestin… lê tenê bese ku, çavên sê cîgirên, di pevdemekê de, hatin korkirin û perçiqandin û ew jî, ELQAHÊR û ELMUTEQÎ û ELMUSTEKFΔ ,75..

 

KUŞTINA DÎLAN Û LÎSTINA BI CENDEKAN: 

 

Weke em dizanin ku, di hemû deman de, hinek mafên dîlan hebûn û heya çiqwasî dijmantî heba jî, ewana rûmeta dîlan digirtin û ev yeka sinc û pêgirteke civakî bû û rêzgirtina ewê, di navbera şerkaran de, dihate girtin. Lê heya ev jî, li ba mislimanan, ne hatiye rêzgirtin û ji aliyê nimûneyê wan ê herî pêş, MIHEMED bi xwe; “Nedir bin HARÊS tête kuştin, Elî bin ebî TALIB wî dikuje. Û ji wir derket, ta gihêşt Eirq Elzebiye, wî Eiqbe bin ebî MEÎT kuşt û gava EIQBE ji pêximberê XWEDÊ (S.), demê ku ew fermana kuştina wî dide, dipirse: MIHEMED kiyê ji zaroyan re bimîne? Ew dibêje: agir…” ,76.. Ango dilovniya wî; “pêximber” ji zaroyan re jî nîne.

Li aliyê din û piştî ku misliman dibin du kêşeyên rikbir, ev çanda han û sinca kuştina dîlan bi rengekî bernameyî tête bi karanîn; “û ELMUXTAR bang kir… û rê li pêş şîa vebû ku, ewên ELHUSÊN kuştine bikujin û di pêşî de dest bi kuştina dîlan bû û di dû re jî bi serekên ku, di ber Kerbela yê de berpirsiyarin, ew ji cihveşarên wan bi derxistin û kuştin…” ,77.. Û “MUSIEB –bin ELZUBÊR– hemûyên ku, xwe dane dest, kuştin û weke dibêjin; hejmara wan di navbera şeş û heyşt hezaran de bû… û wilo navê serbir ku, lêbûbû di cihê xwe de hat… lê tiştê ku, bêtir hêşt xeyd li ser MUSIEB çêbibe, kuştina wî ji jina ELMUXTAR re… û MUSIEB bi ser de jî ferman da û destê ELMUXTAR jêkirin û di rex mizgeftê de hate mîxkirin” ,78..

Û ji berî ku şerê ELCEMEL dest pê bike jî, hinek ji hevalên MIHEMED, û di bin serkêşiya AÎŞE de, diçin BESRA, lê kargêrên ElÎ wan digrin û rihên wan jê dikin û dema ew dixwezin gencîneya mislimanan bidizin û parêzerên wê nahêlin, ew şer dikin û “heftê mêr tête kuştin, ji bilî birîndaran, û pêncî ji ewan heftiyî piştî ku, ew hatibûn dîlkirin, hatin serjêkirin” ,79..

Dîl û ew di şer de hatiye girtin û belkî yek riyê ji xwe re bibîne û wî bikuje, lê hema tu rabî û şandekan jî bikujî; dema ku, Ebeydulah bin ZIYAD ji şandekê Elhusên bin ELÎ dixweze ku, li ser diyarokê sixêfan ji ELÎ û kurê wî ELHUSÊN re bide û ew ne tenê wilo nake, lê bi ser de jî pesna wan dide û sixêfan ji wî û bavê wî re dibêje, ew wî digre û tîne koçka xwe “û Ubeydulah bin ZIYAD fermanê dide ku, ew ji jorî koçka wî de bête avêtin, ew avêtin, ew hûr dibe û dimre” ,80..

Lê evana ne tenê rûmeta dîl û şandekan negirtiye û gihîştiye radeya ku, ew bi cendekê ewê mirî jî bilîzin; “Hind bint UTBE û jinên pêre gihêştin wir û dest bi lîstina bi cendekê hevalên pêximber (S.) kirin, poz û guhan jêdikin; gihêşt ku HIND, ji poz û guhên mêran, gerden û xilxalan çêbike û… sîngê HEMZE diqelêşe û cîgerê wî dicû…” ,81.. Û evê yekê hêşt ku MIHEMED bibêje: “eger ku XWEDA hêşt ez li deverekê ji deveran bi ser Qureyş kevim, ezê bi sî mêrî bilîzim” ,82.. Ango, eger ku ew di şerekî xwe yê digel Qureyş bi ser bikeve, ewê bi cendekê sî mêrî ji ewên wan bilîze û ev ji me re dide nasîn ku, MIHEMED bi xwe jî, dûrî ewê sinciya ku rûmeta dîlan û cendekên kuştiyan digirte.

 

SERJÊKIRIN Û ÇANDA MISLIMANTIYÊ:

 

Weke di hemû çêrok û bûyerên ku, bi me re derbasbûne, me dît ku, sinc û pêgirta serjêkirinê li ba mislimanan karekî rojaneye û yek dikare bibêje ku, ew zaroyên xwe li ser ewê sinciyê perwerde dikin û em nikarin yek kêşeyê weke yeke awerte û dûrî evî karî bibînin; “… û wilo Ibin XUBAB birin ber avekê û ew û jina wî ya pêre serjêkirin û pir kes bi vê rengî kuştin” ,83.. “… ketin pey Qitrî bin ELFUCAE ta ku, li Teberistanê gihêştin wî, şer bi wî re kirin û… ji ser hespê xwe de kete devê geliyekî… û hinekan ew dît û kevirek bi ser wî de berdan… ew kuştin û Ebo Elcehim bin Kînane ELKELBÎ seriyê wî ji HECAC re dibe û di pişt re jî ji Ebdul Melêk bin MERWAN re tîne” ,84..

Û yek ji cîgirên ku, pir serî jêkirine Ebdulmelêk bin MERWAN e û kargêrê wî Elhecac bin Yosêf ELSEQEFÎ ku, li ser dema wan pirekan seriyên xwe wenda kirin, weke: Emro bin SEÎD û Ibrahîm ELEŞTER û Îsa bin MUSEB û dighêje ku, ELMESÛDÎ binivîse; “… ji Ebî Muslêm ELNEXEÎ, wî got: Min dît ku seriyê ELHUSÊN anîn û li mala Elkofê di nav destên Ubeydelah bin ZIYAD e danîn, û paşê min dît seriyê Ubeydelah bin ZIYAD anîn û li ewê cihî di nav destên ELMUXTAR de danîn û di piş re min dît seriyê ELMUXTAR anîn û di nav destên Museb bin ELZUBÊR de danîn û di dû re min dît seriyê Museb bin ELZUBÊR anîn û di nav destên EBDULMELÊK de danîn” ,85.. Û ji bo firehkirina mijarê, xwendevan dikare vegere (Miroc Elzeheb, cildê sêyemîn, rûpelên ji 99 ta 117) e. Ne tenê wilo lê xweştirîn kêfxweşiya wan bi rijandina xûnê û serjêkirinê dihate cih.

 

PISÎKOLOJIYA KUJYARIYÊ:

 

Piştî evan çêrok û bûyeran, em dikarin çanda mislimantiyê weke çanda tirsê bi nav bikin, ewa ku mirovê misliman li ser derûn û pisîkolojiya kuştin û wêrankirinê perwerde dike û eger ku, yek li çêroka jiyana Busir bin ERTAT vegere, dê pisîkolojiya yê misliman nasbike: “Di salên çel û şeşan de MUAWIYE, Busir bin ERTAT digel sê hezar leşker bi ser Midînê de dişîne… û li ser diyarokê, wan bi kuştinê azar dike, eger ku, ew MUAWIYE weke cîgir nepejirînin û… ji wir diçe Mekê û di dû re jî Yimenê û li wir Ubeydelah bin ELEBAS hebû, ew jê derdikeve û… herdu lawên xwe EBDURIHMAN û QESEM li ba diya wan Ciweyriye bint Qariz ELKÎNANÎ dihêle, BUSIR wan û xalekî wan dikuje… û BUSIR li Midînê û di navbera herdu mizgeftan de pir xelkên ji Xuzaa û xeynî wan kuştibûn, û dîsa li Cirif pir xelk ji mêrên Hemedanê kuştibûn, û li Senaayê xelkin pir kuştibûn, wî bes dibhîst ku yek piştgirê ELÎ ye ew dikuşt” ,86..

Belê, eger ku, tenê em li çêroka jiyana Busir bin ERTAT vegerin û binirin, ka ew çawa mir, emê pisîkolociya mislimanan nasbikin. “… kalemêr li dawiyê dixerife û mêjiyê xwe winda dike û ew bi şûr tête nasîn, wî, ji xwe bi dûr nedixist, jê re şûrekî textî çêkirin û eyarek (meşkeke eyarî) jê re werimandin, wî lêdida û her ku, ew diqetiya bi yeke nuh diguhartin. Wî bi ewî şûrî li ewê meşkê dida ta ku, ji binî mejiyê xwe wenda kir û gûyê xwe dixwar …” ,87.. Hezkirin û pêvegirêdana BUSIR bi ewî şûrî ve derûn û kesîtiya yê misliman ji me re aşkere dike ku, ev çanda mislimantiyê çiqwasî yekî ber bi xwînê têve dide û ev bi xwe jî ji me re şirove dike ku, çima ev hêzên teror tev bi Ola Mislimantiyê ve girêdayîne û em îro karên wan dibînin.

 

ŞÊWEYÊN KUŞTIN Û ÊŞKENCIYÊ:

 

Eger ku tenê em li rê û şêweyên ku, mirov pê dihatin kuştin vegerin, emê nasbikin ku ev çand; çanda mislimantiyê li ser çi ava bûye û çi dihêle ew di roja îro de û bê pirs û dadkirin “ewê din” bidin kuştin û bi evan riyên hovane. Û em li jêr hinek rê û şêweyên ku, wan û heya nuha jî bi kar tînin, bînin zimên:

  • Kuştina bi derbên şûr û xenceran, ev rê jî di şer û cengan de bi kar tête.
  • Serjêkirina bi şûr û ev a bêtir bi kar tê.
  • Guvaştina gunên mirov ta ew dimre.
  • Xistina mirov navbera du dar, textan û guvaştina wî, ta ku ew tête pelixandin.
  • Bihingirtina yekî; çi bi danîna destan ser devê wî yan jî bi riya balîv û cilikan.
  • Derzîkirina bi ava gerim; kuştina cîgir ELMUITEZ.
  • Werimandina bi berdana bê di damaran re û kêrkirina wan da ku, xwînê bi xortî birjîne.
  • Xistina jehrê hundir xarinê; kuştina Hesen lawê ELÎ.
  • Lêdana bi çov û xizêranan ta ew dimre; kuştina Beşar bin BURD.
  • Jêkirin û hûrkirina mirov û hilkirina regezên wî yek bi yek.
  • Xistina mirov hundir laşeyekî gemirî, ta ku kurimên ewî laşî bere wî jî bikin.
  • Bijartina mirov, weke dewarekê, li ser êgir.
  • Xistina mirov li ser seriyê wî hundir kortekê de da ku, “canê wî di paşiya wî re derkeve”.
  • Girêdana yekî li ser koşka mîr û berdana tîran ser wî ta ew tête kuştin.
  • Avêtina yekî û ew hîna nemiriye ji ser koşka mîr de.
  • Hêştina yekî tî û birçî di hundirê zindanan de û hilweşandina dîwaran bi ser wan de.
  • Xistina yekî hundir sindoq û metmûran de; mîna bi Elewiyan dikirin.
  • Xazûqkirin; xistina dar an jî hesinekî di paşiya wî de û derxistina di dêv re.
  • Gurandina mirov weke qurbanan û jêkirina koştê wî.
  • Nehêştina ewê dîl û girtî ku, raze.
  • Korkirin û kildana çavan bi şîşeke sorkirî bi êgir.
  • Bi darvekirin û xaçkirina “ewê din”, piştî serjêkirinê.

 

GOTINA DAWÎ:

 

Li dawiya evê vekolîna xwe, em dixwezin hinek pirs derxînin holê; gelo, evê ku li ser çandeke wilo hatiye perwerdekirin û hêştiye ew ji sîka xwe bitirse, dê wêribe li pêş evan rêjîman derkeve û serî hilde; ango dê hêz li ba wî hebe ku, hinek guhertin derbasî hundir civaka misilimantiyê bike û rê li pêş evan hêzên teror û pêla kevneşop bibire.

Piştî me dît ku, çiqwas bêtar û komkujî bi navê evî XWEDA yî hatine li darxistin, gelo ka pêdiviyên me bi yekî wilo dê çibin û ka ev mislimanên ku, bang li hişmendiyê dikin ewê karibin xwe ji şûnmayiya Îslamê rizgar bike û wan çêrokan weke efsaneyên bapîran bixûnin û ne weke rasteqînên jiyanê yên “pîroz”.

Ev cemawerê bawermend, dê çawa karibin piştî hezar û çarsed sal û wilo bi hêsanî, dev ji XWEDA û çêrokên wî berdin û ka çi derfet dê ji evan pêlên misliman ên nîv-nîv re hebin ku, nehêlibin ev cemawer, pariyekî hêsane be, ji pêlên kevneşop re û ew karibin li şûna YEHO yê Tewratê; ew Xwedayê şer û cengan, Xwedayekî dilovan, yekî bê kîn û kuştin û dojeh bidin afrandin.

Pirseke din xwe bi hêz derdixe pêş her ewê ku, li ser dîroka dewleta Îslamî radiweste; gelo ka “Pêximber”, di pêşî de, xwedî pirojeyeke şaristanî bû û ew piştî xwendin û têgihêştineke kûr, ji hemû kartêkirên serkeftina şoreşekê re, gihêştibû ewê baweriyê ku, dem gihêştiye û gereke ew ji aboriya êlî derbasî ya bajarvaniyê bibin, an ew weke xwedî xwenerojekan, ji ewan pêrûtan, ku dixwestin hinek dadvanî di civakeke nifşî de pêk bînin. Û pirs li ba yekî kom dibin, lê em di ewê baweriyê de ne ku, bersiva evan pirs û pirsgirêkan û çareserkirina piroblêmên me, tenê di yasan û qanûna ku, dihêle ol û dewlet ji hevdu cuda bibin de ye û weke em dibînin, dem hatiye ku, hêzên pêşverû û komeleyên civaka sivîl bilivin, da ku, em karibin bingeha civakeke bê kuştin û zordarî bidin damezrandin.  

 

 

…………………………………………………………………………

 

Gîre:

 

  • Riyad Elsalihîn, R. 320.
  • Ellah wel Însan, R. 31.
  • Qis û Nebî, R. 164.
  • Dîn Elînsan, R. 91.
  • Miroc Elzeheb C. 1, R. 36.
  • Miroc Elzeheb C. 1, R. 67.
  • Quses Elquran, R. 302.
  • Pirtûka Quranê
  • jêdera berê
  • “ “
  • Pirtûka Enecîlan
  • Jêdera berê.
  • Miroc Elzeheb, C. 1, R. 202.
  • Telbîs Iblîs, R. 102/106.
  • Tehzîb Sîrit bin Hîşam, R. 198/207.
  • Tehzîb Sîrit bin Hîşam, R. 212.
  • Zî Elnoreyin, Osman bin EFAN, R. 94.
  • jêderê berê, R. 96.
  • Miroc Elzeheb, C. 4, R. 60.
  • Muitemer Ulemai BEXDAD, R. 113.
  • jêderê berê, R. 114.
  • jêderê berê, R. 114.
  • Elheqîqa Elxaîbe, R. 87.
  • Elşîe beyn Elheqaêq Welewham, R. 89.
  • Miroc Elzeheb, C. 2, R. 375.
  • Elşîe beyn Elheqaêq Welewham, R. 57.
  • U. BEXDAD, R. 134
  • Elşîe beyn Elheqaêq Welewham, R. 34/35.
  • FODÊ, R. 96.
  • Elxewarêc Welşîa, R. 261.
  • Elxewarêc Welşîa, R. 260.
  • Miroc Elzeheb, C. 3, R. 218/219.
  • Elxewarêc Welşîa, R. 175/177.
  • Miroc Elzeheb, R. 380.
  • “ “        404.
  • Elşîe beyn Elheqaêq Welewham, R. 205/208.
  • Miroc Elzeheb, C. 3, R. 69.
  • Elxewarêc welşîa, R. 194/195.
  • Eşîa beyn Elheqaêq Welewham, R. 90.
  • Miroc Elzeheb, C. 3, R. 70/71.
  • jêderê berê, C. 3, R. 304.
  • “ “   , C. 3, R. 310.
  • Elxewarêc Welşîa, R. 41.
  • “ “      42.
  • jêderê berê, R. 57/59.
  • U. Bexdad, R. 123/124.
  • Eheqîqa Elxaîbe, R. 80.
  • Elşîa beyn Elheqaêq Welewham, R. 89/90.
  • U. Bexdad, R. 92.
  • Elşîa beyn Elheqaêq Welewham, R. 104.
  • Miroc Elzeheb, C. 3, R. 134.
  • Elşîa beyn Elheqaêq Welewham, R. 90.
  • Miroc Elzeheb, C. 3, R. 132.
  • jêderê berê, R. 175.
  • Elheqîqa Elxaîbe, R. 95.
  • “ “      98.
  • “ “      103.
  • Elşîa beyn Elheqaêq Welewham, R. 199/200.
  • Miroc Elzeheb, C. 4, R. 209.
  • Elşîa beyn Elheqaêq Welewham, R. 90/91.
  • Elheqîqa Elxaîbe, R. 68.
  • Miroc Elzeheb, C. 2, R. 426.
  • “ “     , C. 2, R. 420.
  • Elheqîqa Elxaîbe, R. 25.
  • Muitemer Uilemai Baxdad, R. 74.
  • Elheqîqa Elxaîbe, R. 24.
  • “ “     , R. 41.

68- Zî Elnoreyin Osman bin EFAN, R. 187/194.

69- M. U. BAXDAD, R. 77/78. 

70- M. U. BEXDAD, R. 85.

71- Miroc Elzeheb, C. 4, R. 52.

72- Elheqîqa Elxaîbe, R. 107.

73-       “             “     , R. 108.

74-       “             “     , R. 127.

 75-       “             “     , R. 132.

76- Tehzîb Sîrit bin Hîşam, R. 149.

     77- Elxewarêc Welşîa, R. 222.

     78- Elxewarêc Welşîa, R. 231.

     79- Miroc Elzeheb, C. 2, R. 367.

     80- Elxewarêc Welşîa, R. 170.

     81- Tehzîb Sîrit Ibin HÎŞAM, R. 166/167.

     82- jêderê berê, R. 168.

     83- Elxewarêc Welşîa, R. 40.

     84- Elxewarêc Welşîa, R. 108).      85- Miroc Elzeheb, C.3, R.117.

86- Miroc Elzeheb, C. 3, R. 30.

87- Miroc Elzeheb, C. 3, R. 172.

 

………………………………………………………………………………………

 

المراجع والمصادر:

 

  • الإمام أبي زكريا يحيى بن شرف النووي الدمشقي، رياض الصالحين.
  • كارين آرمسترونغ، الله و الإنسان، دار الحصاد للنشر و التوزيع – الطبعة الأولى، دمشق 1996م.
  • فراس السواح، دين الإنسان، منشورات دار علاء الدين – الطبعة الأولى، دمشق 1994م.
  • أبي الحسن علي بن الحسين بن علي المسعودي، مروج الذهب ومعادن الجوهر، دار المعرفة – بيروت.
  • أبو موسى الحريري، قس و نبي – بحث في نشأة الإسلام 1997م.
  • محمد أحمد جاد المولى، قصص القرآن، دار القلم العربي بحلب – الطبعة الثانية 1993م.
  • كتاب القرآن، مكتبة الملاح – دمشق 1960م.
  • الكتاب المقدس, كتاب الحياة – الطبعة الثالثة 1988م.
  • الإمام أبي الفرج عبد الرحمن بن الجوزي القرشي البغدادي، نقد العلم والعلماء أو تلبيس إبليس، عني بنشره و قدم له و خرج أحاديثه محمود مهدي أستانبولي، دمشق 1976م.
  • عبد السلام هارون، تهذيب سيرة ابن هشام، الطبعة الثامنة – بيروت 1981م.
  • محمد رضا، ذي النورين عثمان بن عفان، الخليفة الثالثة، دار الكتب العلمية – الطبعة الثانية، بيروت 1982م.
  • شبل الدولة مقاتل بن عطية الحجازي، مؤتمر علماء بغداد، لجنة سيد الشهداء الخيرية – الطبعة الثانية، الكويت 2003م.
  • د. فرج فودة، الحقيقة الغائبة، الهيئة المصرية العامة للكتاب 1992م.
  • محسن الأمين، الشيعة بين الحقائق و الأوهام، منشورات مؤسسة الأعلمي للمطبوعات – الطبعة الثالثة، بيروت 1977م.
  • يوليوس فلهوزن، الخوارج و الشيعة، ترجمة: عبد الرحمن بدوي، مكتبة النهضة المصرية – القاهرة 1958م.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

XWENDINEK ..

         DI CERGEYÊN TIRSÊ DE

 

 

                                

 

Emê di evê xwendina xwe de, ji pirtûka Dr. Nesir Hamêd Ebo Zêd ya ku, di bin navê “Cergeyên Tirsê; Xwendinek di guftûgoya pîrekê” de hatî, bizavên xwe bikin ku, em nêzîkî deqa wî bibin û karibin nav xêzên wî bixwînin. Lê ji berî ku, em bi ewê yekê radibin, emê pirtûkê bi xwendevanan bidin nasîn; pirtûk ji weşanên navenda çandî ya erebî ye. Bêrût çapa duyemîn 2000 î û ew du perçeyan hembêz dike, perçê pêşîn; “pîrek di guftûgoya astengiyê de” û yê dudiyan jî li ser; “destlatî û mafe” û ew ji {310} rûpelan kom ser hev dibe.

Pirtûka Dr. Nesir li ser bingeha guftûgoya “yê din” ava bûye û ew li gor rêbaza  guftûgoya pêşverû meşiye. Piştî pêşgotina xwe û danasînek bi zimên û îdiylociya wê, ew hevpeyvîna nûnerekî guftûgoya paşverû digire û weke bingeh ji xwendina xwe re datîne; “Di hevpeyvîneke xwe de, Mustefa Meşhûr; yeke ji yên binav û denge, li cem Ixwan Misilimîn, dibêje: Eger ku, Ixwan bigihên û destlatiyê li Misirê bikin.. dê -Eqibat; Xweçeperestên Misirê- ji Ehil elzimê bin. Musliman, dê siya xwe di ser wan re bigirin û ji wan re tiştên ku, ji Musilimana re ye û li ser wan tiştên ku, li ser Muslimana ne, tenê çênabe ku, em wan têxin nav laşkerên Mislimanan, ta ku, em wan di ezmûna balvedaniya welatparêziyê re derbaz nekin, demên ku, em bi dewleteke xweçeperest re ketin şer? Ji ber evê sedema dawî.. gereke Eqbat  ciziyê bidin” {1}.

Dr. Nesir pir nerîn û lêvegerînan bi bîr me tîne ku, çawa heya bigihe şêxê Elezher lê vegerand û got: “.. ciziyê tiştekî bi dîroka kevin ve girêdayiye û çê nabe em îro li ser bi axivin” {R.10}. Helbet em dikarin helwesta şêxê Elezher fêm bikin ku, camêr baş dizane ev yeka, bi xwe, xaleke qelsiyê ye di deq û fiqha mislmantiyê de û ew naxweze ewan deriyan li ser xwe veke, digl ku, ew dengê rijîm û serdestên Misirê dinimûne û ew naxwezin evan deriyan li xwe vekin, da ku, yekîtiya welatê xwe berve sînorên bivetiyê ve têve nedin. Lê demên ku, yekî weke Dr. Nesir bê û rahêje helwesteke wilo û binivîse: “dema ku, fermana ciziyê fermaneke Quranê ya aşikere bû, sûretê Eltewbê, benda 21, tê fêmkirin ku, ev fermana di civakên mislimanan de û nemaze li Misirê, ta dawiya sedsala nozdehan û despêka sedslên bîstan, dihate meşandin, lê muslimanên îro mecibûr nake ku, wê pêk bînin“ {2}.

Ew hîne pê de diçe û ji mera xûya dike ku, di ewan deman de gerekiyên evê fermanê hebûn û dibêje: ew yeka weke “rêçajotinekêbû, ji pêgirteke kûr, di têkeliyên welaten de û ne ji ba misilimanan derket” {3}. Em ne dijî evan dîtinên wî ne û ne tiştekî veşartiye dema ku, em bêjin; di ewan demên ku, pir miletan qonaxên şaristaniyê birî bûn. Ereb hîne di qûm û tariya beyara ereban de dijiyan û gerek dibû ku, ew ji şaristaniyên dora xwe fêr bibin. Lê pirsa me ji Dr. û şêxê Elezher û hevalên wan; xwediyên helwesta ku, dibêje: “ciziyê fermaneka berêye”. Çawa ew dikarin evê yekê bibêjin û em tev dizanin ku, gotûbêja; “na ji zêrekiyê re, demê ku, deq hebe”, yeke ji bingehînên fiqha îslamê ye.

Lê Dr. Nesir dixweze di dora evê yekê re bigere, demê ew dinivîse; “ciziyê çêrokeke dîrokiye û tiştê ku, di Quranê de li ser hatine, gereke em lê binirin û pêre bistînin weke ku, dadeke terzandîbe, ew ji dîrokê be” {4}. Û wilo em dibînin ku, ew xwe jibîrve dike  ku, di pir ciyan de, ji Quranê, hatiye: “gotina Xwedayê te bicih hat.. ti kes nikare gotinên wî bigihêre û ew dibîse, dizane” {5}. Û di benda {162} an ji sûretê Eleraf, dibêje: “ewên zorker, gotina ku ji wan re hatibû gotin, bi yeke din gihartin, me ji ezimên de êşek bi ser wande şand bo zorkeriya wan”{6}. Û di sûretê Elkehif, benda{27} an de jî dibêje: “tiştê ku, ji pirtûka Xwedayê te, ji te re, daketî bixwîne, ti kes nikare gotinên wî bigihure..” {7}.

Bi ser evan bendan de jî, ew di bêjin: eger ku, cin û mirov li hev kom bibin, dê nikaribin tîpekê ji gotinên Xwedê bughêrin. Vêca çawa Dr. Nesir dibêje ku, ew fermana; ciziyê ji demên berê re bû û îro negerekî me ye. Helbet em naxwezin bête fêmkirin ku, em ne li dijî fermaneke wilo ne, çi di demên çûyî de û çi jî di roja îro de û gereke ew û pir tiştên din, di îslamê de bi gelemperî û di Quranê de bi taybetî, bêtin rawestandin, guhartin. Lê tiştê ku, em li ser Dr. Nesir digirin ku, ew dixweze bi du rûçikan bi deqa Quranê re bide û bistîne; ew ji aliyekî ve bi daketina Quranê, ji ba Xwedayekî bilind, bawere û ji aliyê din de jî, bang li guhartin û pêşketina bend û fermanên Xwedê dike û ew xwe ji bîr ve dike ku, ev yeka çênabe bêyî ku, bendeke din daketibe û ya berê pişaftibe û wilo gerekbû ku, ew helwesta xwe aşkere bibêje; yan bi daketina Quranê re ye û ew deqeke pîroze, çênabe ti guhartin têde çêbibin, an jî ew deq bi destê hin kes, mirovan û li gor rewşa civaka ewê demê hatiye nivîsandin, lew re dema îro, ev dad û fermanên wê derbas kirine û gereke ew nuh bibin, bêne guhartin.

Lê û weke ku, ew bi xwe jî di rûpelê {11} an de dinivîse: “pêgirtina bi nûjeniyê, di radeya jiyana mewdanî de û xwestina ramyariyeke weke ku, çawa yên paşverû diramên, di eynî çax de, rewşa cudatiya kesîtî dinimûne” {8}. Eve rastiya me; em di jiyana xwe de bi hemû alavên nuh re didin û distînin, lê bi mejiyekî paşdamayî û ev yeka merceke ji mercên mirina me ye û eger ku, em bixwezin, careke din, vegerin jiyanê gereke berî hertiştî em çareyekê ji evê durûçikiya xwe re bibînin; ango dive, ne tenê, em alav û makanîzma ewrupiyan bînin, dive em mejî û şêwyên ewana jî bipejirînin û bi karbînin.

Di çêroka bidûrxistina Adem û Hewa, ji buhiştê û piştî ku, ew çêrokê tînê zimên, vedigere û hinek têbîniyên xwe li ser wê çêrokê datîne û ew di pêşî de dinivîse: “Ew Xwedêyê ku, ji me re tê nîgarkirin, Xwedêyê Tewratê ye û ne yê ku, di Ola Îslamê de tête nasîn û ev, ji koşka dîrokê ve, tiştekî normale.. . Lê gereke mejiyê Muslimanan evê yekê weke rastiyeke teqez nebe, tenê ku, ew di pirtûka şirovekirinê ya herî girîng de hatiye; hatina wê li ba Teberî yan xeynî wî, ne pîvaneke. Gereke pîvan, dijberiyê bi yasayên mejî re neke. Çêrok weke tevnûbestekê dixûye, da ku, Adem gêrkin. Tevnûbesteke ku, Ibilîs û  Hewa û Mar pişkdarên wê ne û di piş guhê Xwedê de -ew ji netêgihêştinê bilind be- tê gerandin, dighe ku, ew dêng li Adem ke û jê bipirse ka wî, ji fediya re, xwe li ku veşartî. Ev ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî xûya dibe ku, saza wî ya li ser seriyê kesên pişkdar, di ewê tevneûbestê de, sazeke zordariye, ji ber hişkbûna wê ji aliyekî ve û tevayiya ewê li ser hemû dol û neviyên ewana, ji aliyê din ve û herdu jî li dijî nihadên ku, îslamê ji Xwedê re sazkirine ne, ji aliyê ve û li dijî têkeliya wî bi mirovan re ye, ji aliykî din ve”{9}.

Li ser têbîniya Dr. Nesir çend têbîniyên me hene; ji berî hertiştî û weke ku, em dibînin, ew dixweze îslamê û deqa Quranê ji akama Tewrat û Cihoyan bi dûrxe û ew yeka ne tenê rastiyeke ku, bandoreke Tewratê, ya mezin û girîng, li ser îslam û Quranê heye. Lê li gor dîtina me û weke ku, çawa Incîl bi navê “Soza Nuh” tête naskirin, yek dikare bibêje û bi nav bike ku, Quran jî weke “Soza Dawiyê” ye, ev ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî, ev akama han, di navbera milet û çand û şaristaniyên ewan deman de, tiştekî pir normale. Vêca çima Dr. Nesir ji evê yekê bi tirse û dixweze ewê yekê bincil bike, tevî ku, em tev jî dizanin; bandora pir     çand û şaristaniyan li ser îslamê heye û tirsa me ew ku, ev yeka ne tenê ji rêbaza wî hatibe, lê ew berhema mejiykî girtî û şovenîzim be.

Tiştê din ku, ew têde dikeve çewtiyan û rastiya dîrokê berevajî dike, dema ku, ew dixweze bi  xwendevanan bide fêmkirin ku, ev çêrok weke ku, tenê di pirtûkên şirovekirin ê de hatibê ye û kok û damarên wê jî, di deqa Quranê de, ji bîr dike yan xwe ji bîr ve dike. Sêyemîn tişt jî dema ku, dijberiyên Xwedê, bi xwe re û ya di navbera dadên wî de, weke tiştekî ne li gor yaseyê mejî dibîne û ew ji bîr dike ku, bi dehan, eger ku, em nebênjin bi sedan, dijberî û nelihevkirinên kûrtirîn di nav yasa û dadên Xwedê de hene û tenê eger ku, em “karîn û kotekiya” wî bi bîra xwe bînin, emê dêst ji şirovekirina evê çêrokê bikşînin.

Têbîniya me ya çaran jî li ser hişkbûn û sitama ku, Xwedê, dê li niviyên Adem û Hewa bikê ye. Dr. Nesir nikare evê yeka han înan bike; dê çawa ev Xwedêyê ku, îslamê bi me dayî nasîn -tevî ku, îslama em dizanin eynî Xwedyekî wilo; hişk û sitimkar li hember yekî dilovan, bi me dide naskirin û ev bi xwe jî, careke din, dijîtiya wî derdixe holê- dê karibe karekî wilo bike. Û da ku, xwediyên ewan raman û şiroveyan pûç bike, ew bi matmayî dipirse; çawa emê evê çêrokê bawer bikin, ewa ku, li piş guhê Xwedê tête gerandin. Helbet ew evê yekê napejirîne; çawa Xwedêyekî wilo ku bi hertiştî dizane û ti tişt bêyî fermana wî çênabe; heya bighe gêrikên ku, li erdê dimeşin bi fermana wî ye, dê haje tiştekî wilo tunebe û ewê li piş guhê wî bête gerandin û li gor rêbaza ku ewî, dîtin û helwestên xwe li ser avakirine, dê nikaribe weke Dr. Sadêq C. Eleizim ku, di pirtûka xwe ya bi navê “Rexnekirina Ramana Olî” de gotiye: “ev yeka han dek û lêpoyeke, ji yên Xwedê ne û ji nihada wî ye“ {10}, belê dê nikaribe wilo bêje, lew re ew dinivîse; “ev çêrok weke tevnûbestekê ye” {11}. 

Ev jî û careke din dihêle ku, em têkevin perçebûn û demdemiyê; ango bi şêw û rehên nuh karên xwe şirove bikin, lê bi raman û dîtinin paşdamayî derkevin û ta ku, Dr. Nesir ji rawestandina li hember xwe û pirsên girîng bireve û li bersivên evan pirsan; çima evqas zor û sitem, çima ev Xwedê hej kuştin û zor û.. dojehê dike, negere û bi wêrekî bersivên ewan nede, ew careke din demdemiya xwe bi kar tîne. Lê eger ku, ev tişt giş bi destên ên din; Ciho û nijadperestan, li deqa Qiranê, hatiye barkirin, vêca çima Dr. Nesir înkar dike û aşkere napirse; ka bi Qiranê hatiye lîstin an na.

Lê pirsa herî girîng ewe; ka rasteqîn Pêximber û daketina sirûş heya bi kîjan pileyê duriste û çima weke ku, Buxarî di “Durista” xwe de û Ibin Îshaq di “kirdara” xwe de; “mirina Wirqe bi birîna sirûşê ve girêdidin” {12}, ma ev yeka û weke ku, Ebo Mûse Elherîrî  di pirtûka xwe ya li ser navê “Keşe û Pêxember”, bi me nade fêmkirin ku, Quran wergerandina erebiye ji pirtûka; “Incîla”, keşe re ye? Ka dem nehatiye ku, em dev ji evan çêrok û efsaneyan berdin û weke miletên derdora xwe ku, bi yasa û nirînên nuh, pisgirêkên xwe çareser dikin, em jî wilo biramin û.. bijîn.

Di derheqa mijara bingehîn de, ji evê xwendina me re, ew dinivîse: “.. û gereke di evê ajotinê de, em hinek sîberên rêzanî di kêmrweşa pîrekê de ku, di guftûgoya Quranê de ye, rakin..” {13}. Helbet ew gotinên xwe bi rewşa ku, pîrek têde bû, ji berî ku, Quran “dakeve”, girêdide û dibîne ku, ew yeka nuh; banga ji pîrekê re ku, di Quranê de û bi rengekî cuda û serbest ji mêr hatiye, hişmendiyeke nuhe, tevî ku, ew bi xwe jî dibêje: yek dikare ewê yekê; hişmendiya nuh, weke hin tîrêj di helbestên Ebebozan de bibîne.       

Tiştê balkêş, di vir de ewe; ku Dr. Nesir bizavên xwe dike, da ku, deqa pêşîn ji kêmasiyan biparêze û wê, mîna ku, misliman dixwezin; weke deqeke pîroz û ji ezmên de daketî berepêş meke. Lew re ew xwe dike pir şaşiyan demê ku, bi carekê wê, weke bê kêmasî dibîne yan jî ku, hebin hineke biçûk û li gor dema îro ne; “Tu paşmakê jinekê bike nîvê yê mêr” { 14}. An jî demê dibêje; ku deqa Quranê hişmendiyeke nuh, bo mafên pîrekan, afrandiye. Û tu wilo dîrokê, bi xêza pênûsê xwe, bighuêre dê gunehbariya herî mezin be û di vir de em tenê pirsekê ji Dr. Nesir dikin; Gelo  miletên Ereb weke xenyî xwe di qonaxa dayikbûnê re derbas nebû û çima navên hersê Xwediyên Qureyşiyan ên mezin; “Lat, Munat û Elize” mê ne û yê ku, Muhemed aniye “Elah” nêre, eger ku, ola nuh û bi rêbaz û şêweyeke kartir rola nêran bi ser nexistibe.

Pirseke din ji Dr. Nesir tê kirin; çima wî kêmrewşa pîrekê û li ser zimanê xwediyên dengên din, tenê di çêroka paşmakê de dît û bi dehan tiştên weke wê û jê jî wêran û genîtir bincilkirine, weke hinek mînak ku, yek dikare bêje; dengê du pîrekan di rastbêjê de bi yê mêrekî ye, mêr di ser seriyê jinan de ne û ji mafê mêraye ku, heya bi darê zorê jî, ewana bînin ser riya rast. { Li ayetên 34- 35 an ji sûretê Elnîsa, binire} û zewaca mêran bi komeke jin re û bi pir şêweyan, nimûneyeke balkêşe di evê yekê de.

Heya di çêroka derxistina Adem û Hewa de, yek dibîne ku, gunehê mezin yê pîrekê ye û dema ku, Dr. Nesir dibêje: “Xweda ew herdu weke hev girtine.. dema got: Iblîs ew herdu şimitandin” { 15}, ew tenê nîvê rastiyê dibêje û li me weke çêroka ku, dibêje; “neçe mizgeftê” dike, bêyî ku, nîvê ayeta ku, wê şirove dike bi serî bike. Erê ayeta {36} an ji sûretê çêlekê wilo dibêje, lê çima ew ayeta {37} an jî neyne zimên ku, di tobekirinê de, tenê navê Adem tê gotin û yekî aguhdar dike ku, Hewa ji tobekirin û wilo jî ji beratkirina ewî gunehiya ku, “herdu şimitîne” nav de, dûre. Û da ku, meydana mislimanetiyê, bi carekê, ji evan çêrokan paqij bike, ew dinivîse; “Guftûgoya heye ji şêw û neqşa Tewratê werdigre” {16}. Bi evê yekê re ew, weke piraniya rewşenbîrên Ereban, nikare xwe ji îdyolociya nijadparestiyê rizgarbike û bi rola xwe ew jî di ewê xefkê werdibe, dema ku, hemû şaşî û paşmayîna Ereban û derketina pir hêzên teror di evan demên paşin de, dixe sukra yê biyan, ewê din: “Hilweşandina yekîtiya Sovyet û vegera cîhanê ser yek cemser û.. dilxweziya Emrêka û hin Ewrupiyan ku, mislimanetiyê bikin dijminekî îdyolocî şûngir û.. lîstika wê; ya Emrêka bi hin hêzên konevan, çi yên.. hêşt ku, bibin sedemên derketina tevgerên zorbaz”{17}.

Helbet yek dikare pir tiştên din bîne zimên ku, Quran û Muslimanetiyê bi çavekî biçûk li pîrekê niriye û ew di pileya dudiwan de hêştiye. Lê bi tenê hin nimûne û li gor evê lêkolîna me besbûn, tevî ku, emê careke din li evê mijarê vegerin û eger tenê yek vegere û Quranê bi mêjiyekî vekirî bixwîne, dê evê rastiyê û bi rengekî beloq têde bibîne.

Di warê şirovekirina guftûgoya nuhavayiyê “elnehde” de, ew, Muhemed Ebdê û şagirtê wî Qasêm Emîn weke pêşendeyan dibîne û li ser zimanê wan dibêje: “Dijberî guftûgoya olî ya ku, “şûnketinê” bi dûrbûna ji sincên Îslamê şirovedike, Qasim EMÎN dibîne ku, dûrketina ji sincên Îslamê, sedema ewê şûnketinê û paşdamayînê ye û ew rewşa dihêle ku, em Îslamê bi rengekî çewt û şûndemayî fêmbikin. Û ji şûndaketinê re, di rewş û dîroka civaka Îslamê de, hinek sedem hene, Qasim EMÎN di kotekî û zordariyê de komdike” {18}.

Raste ev gotin li ser zimanê Dr. Nesir nehatine gotin û ewî xistiye ser milên wan pêşendeyan, lê weke ku, di ajotina guftûgoya wî de hatiye û di evan hevokan de nivîsiye: “pir regez, niştimanê dilivînin; an ewê ber bi pêşketin û bajarvaniyê ve têvedidin, an jî ewê ber bi şûnketin û hovîtiyê dikşînin. Ev regez, bi xwe jî, eynî di ewê “olê” de jî kar dikin, ango di çêroka têghêştin û şirovekirina ewê de {19}.

Em têdighên ku, Dr. Nesir jî û weke Muhemed Ebdê û şagirtê wî Qasim Emîn, bi ewê çewtiyê ve diçe û dixweze li me weke çêroka, hêk ji mirîşkê ye yan mirîşk ji hêkê ye, bike, gava ku, dûrketina ji olê û paşketina civakê berevajî dike û dibêje; şûnketin sedema dûrketinê ye û evê şûnketina me jî, bi kotekî û zordariyê ve girêdide, weke ku, ti rola Îslametiyê di evê yekê de tinebe û ew ji bîr dike ku, bi dehan çêrok, li ser zimanê Pêximber, hene û ew bang li sertewandina ji şûngir re dikin, weke; “ destên Xwedê li ser civatê ye û Iblîs bi yê dijî civatê re ye” { 20} û dîsa; “şûngir siya Xwedê ye li ser riwê zemînê” û eger ku, ne ji evan sinc û yasa û baweriyan ba, yên ku, bi hatina ola musilmantiyê re rehên xwe di civakê de kûr berdane, dê kotekî û zordariya ku, bi destê rêvebirên evê olê hatine meşandin, tuneba û ewana jî dê rê ji xwe re nedîta. Wan hêşt ku, civak bi gavin pir dereng bimeşe û nirîna ku, deqa Quranê deqeke tekûz û herî bilind dinimûnê û kirasê pîroziyê bi ser de berdide, nahêle yeke din; deqeke din, helbet di mêjiyê îslamî de, şûnê bigre û hêştiye ku, ew mêjî li cem dema sirûşê raweste û nikaribe ewê derbas bike û ne jî deqeke dîtir ji ewê bilindtir bibîne, vêca emê çawa ji dîroka dernekevin.

Xala din a girîng ku, Dr. Nesir û mamosteyên wî yên pêşende dixwezin xwe têde jibîrvekin ewe; weke ku, em dizanin “ol” bi xwe jî berhemeka ramyariye, ji rewşeke aborî_civakî taybet reye û ew rêbaz û îdyolociya dema xwe hildigre û ne ramyariyeke di valahiyê deye, da ku, ew bizavên xwe bikin û ewê rêbaz û îdyolociya ji berî {1500} sal, ji dema me ya îro re jî durust bibînin û bêjin ku, tenê şirovekirina me ji deqên ewê demê re çewtin û wilo ew jî dighên encama ku, guftûgoya olî dighêyê ku, çewtî di têghêştina me de ye û ne di deqa “pîroz” de ye; ji ber ku, ew gotinên Xwedê ne û ji her demekê re rast û durustin. Tevî ku, weke me di pêşî de gotibû; ew di evê xalê de jî bi xwe re dikeve rikberiyê, dema ku, Quranê weke deqeke “pîroz”, ji aliyekî ve dibîne û ji aliyê din ve jî, bang li guhartin û hin tiştan dike ku, em li dijî Quranê biçin; çêroka Eqbata û ka em cizyê ji wan bistînin an na.

Û wilo Dr. Nesir û weke ku, ew bi xwe jî li ser guftûgoya nuhavayiyê dibêje; ku ew ji durûçikiyê dikeve derewîtiyê, ew bi xwe jî di ewê xefkê wer dibe û dighe pileya ku, Îslamê bê guneh derîne û binivîse, helbet bêyî ku, ewan helwestan seranser weke yên xwe pêşkêş bike û ewan dixe sukira guftûgoya nuhavayiyê û ev bi xwe jî, careke din, helwesteke durûçikiyêye. Ew dinivîse: “mafên ku, Îslamê daye pîrekê, di hin ciyan de, dikeve pêş mafên ku, pîreka Ewropî piştî dema nuhavayiyê, bi dest  xistiye. Lê mixabin hin sincin kirêt ku, ji hin miletên din _nîşanî ji Turkan re ye_ gihiştine wê.. hêştine hukumetin zorkar bi ser me de bigerin” {20} û wilo ew xwe û miletê Ereb bê guneh derdixe.

Tiştê herî hêsan ewe ku, tu goga berfê; gunehkariyê bavêje hebêza yê din, an jî weke ew dibêjin; tu şaşî û gunehên xwe, bi carikê, bi yê din ve daleqînî. Dr. Nesir ji bîr dike ku, Ewropa ji şûndamayiya xwe rizgar nebû, ta ku cudebûnek xist navbera “ol” û “civakê”; “ol ji Xwedê re ye û welat ê tevaye”. Û tevî ku, Dr. Nesir di rûpelê {66} an de dixweze û weke ku, hemû cureyên zanyariyê dikevin bin alav û şêwaziyên têgihêştin û şirovekirinê, gereke “ol” jî wilo be û eynî bi rêbaza zanyariyên bête vekolîn. Lê careke din ew dikeve venêrandina deqê û rêbaza xwe li ser bingeha ewan nirîn û dîtinan ava dike û ji bîr dike, eger ku, weke ew dixweze em rêbaza zanyriyê li ser “ol”ê bimeşînin, dê û weke ku, Dr. S. C. Elezim di pirtûka xwe ya li ser navê “Rexneya Ramana Olî” de dibêje: emê pir tiştan ji Îslamê û ji “deqa pîroz” bavêjin.

Ew careke din vedigere çêroka bendên Quranê û dibêje: gereke yek wan weke heye û “tîp bi tîp” nexwîne û li şûna ewê xwendinê, gereke em li gor “nîşandeyên wê yên dîrokî bixwînin, da ku, em tiştê cewherî û bi cih, ji piş ên demkî û tên guhartin, derînin” {22}. Helbet ev pirsgirêka ya rêbaza ku, Dr. Nesir ji xwe re vebijartiye û ne ji kêmtêgihêştinan hatiye; belê ev pirsgirêk a rêbaza li  hevkirinêye, ya ku, ew dixweze di navbera şûndamayîna “deqa pîroz” û gerekiyên pêşketina ku, civaka îroyîn tête xwendin, de çêbike.

Di çêroka dadweriya Îslamê de jî ew pir dûr diçe, dema ku, dadweriya li gor ewê demê weke ya herî bilind û tekûz dibîne û tenê çêrokên wekî koletiya di Îslamê de û piranîna jinan û kirîn û firotane wan; “navmalî, diya zaro û yên destê rastê û.. hwd.” û sitandina cizyê ji Ecem û “Mewaliya” û nirîna Îslamê li wan ku, ew weke civaka ji pileya duyemîn e û.. hwd. dê bi me bide naskirin ku, dadwerî û dadvaniya Îslamê heye kîjan pileyê bilinde û eger Dr. Nesir evan tiştan bi pêgirtên civaka nezaniyê ve girêdide, yek dikare û di hundirê deqa pêşîn de -helbet em gotina deqa pêşîn û deqa pîroz, weke zaraweyeke zimên bi kar tînin û ne weke wateya jê tête xwestin_ bersîva evê yekê bibîne ku, xwediyê ewê deqê ti carî li razîbûna bê olên weke Ebo Cehil û Ebo Leheb û.. hwd. nedigerî, da ku, li gor dilê wan bendên xwe binivîse.

Lê ewî û hemû xwediyên rêbaza lihevkirinê dikarîn xwe ji evê pirsgirêkê û durûçikiya xwe rizgar bikirana, li gor baweriyên me, eger ku, bi dilêrî û aşkere bi  gotina ku Îslam û weke hemû şaristan û imperetoriyan, di du qonaxan re derbasbûye; ya pêşî qonaxa demizrandin û qelsiyê ye û ya din jî dema ku, ew dighe û leşkerên wê êrîşê dibin ser mîrîtî û imperetoriyên ku, roja wan ber bi ava diçû. Lê ji berî evê rastiyê jî gerekbû û bê tirs, ewî bigota ku, deqa pêşîn berhem û pirtûka ewê demê ye û rengê pîroziyê ji ser hilaniya; ango ew jî û weke her pirtûkeke dîtir, nivîskar, nivîskarên ewê hene û wilo dê rê ji xwe re û ji gotina ku, ayetekê yeke din sîrkiriye yan jî dema îro ew derbaskiriye û gereke em bi ewê nekin, vekira. Lê û ji ber rêbaza ku, ewî ji xwe re vebijartî nedihêşt û nahêle ku, ew evê xwendinê bike, ewî xwe xistiye pir şaşiyan, xefkan.

Di dawiya evê perçeyî, ji evê nerîna li pirtûka Dr. N. H. Ebo Zêd, de em gihêştinê ewê baweriyê ku, ew ê herî bi hişmendî piştvedaniya Ola Îslamê kiriye û weke ku, ewî bi xwe jî nivîsandî; “Hişmendiyeke zanyarî bi olê û nîşandanên deqên wê”{23}. Lê em ne dizanin bêjin mixabin, ji ber ku, ew pir hate gunehbarkirin û riswakirin û ne jî em bibêjin başe ku, komele û civatên îslamê ew rind fêm nekirin, da ku, pûtekî din ji me re ne afrînin.

Tenê ma ku, em ewî vegerînin rûpelê {113} e ku, têde nivîsandî: “dema ku, Zekî N. Mehmûd bi ewê erêkirin û agahkirinê re, ewî çekeke tûj da dest berpozên xwe ku, ewî serjêbikin” {24}. Dr. Nesir di vir de li çavê rastiyê dixe û weke ku, ewî li ser xwe nivîsandibe û belkî ev yeka jî di mejiyê wî yê veşartî de meyîbû, dema ku, ewî deqa pêşîn weke “deqeke pîroz” pejirand û got: “Xwedê yê min û wan e”{25}.

 

                                     *               *              *

Di perçê dudiwan de, ji pirtûka Dr. Nasir, ew nêzîkî meseleya “destlatî û maf” dibe û di rûpelê pêşîn de dinvîse: “Lê divê ku, em ji bîr nekin “mirovê” ku, ol rêzgirtina wî digre û mafên wî tevan didêyê, ewê ku, li ser riya evê olê ye yan a dine.. . Lê ewê ku, li derveyî çarçewa ewê olê be, di nêrîna wan de, yekî “miriye”, ti mafên wî tinene.. . Û ne tenê gefûgura wî, bi êşa li roja din tête kirin, lê ew “kêmdîtina” rojane, ji wî re, bese ku mirovatiya mirov jê bistîne, ewa ku, bêyî wê her gotinek li ser mafan tiştekî bê angoye” {26}.

Em heya bi vir bi gotina wî re ne ku, ne tenê ol; çi yên kevin an jî yên nuh û heya bighe çi bîr û baweriyên ku, derketine û çi civak û komeleyên ku, li ser bingeha çi ramyariyê rabûne, eger ku, nijad û xwîn be; êl û netew an jî fikir û raman be; ol û partî. Eger ku çi dibê be, ewê hêştiye ku, têkilî û piştgirek di nav endamên ewê komelê de derkeve û bi awayekî pîroz li ewê têkiliyê bête nêrîn û yên dervayî civaka xwe weke dijmin, an jî bi kêmanî, rikbir bibînin. Û li gor dîtin û baweriya me, ev serhatiyeke dîrokiye û dê jê re, ji bilî hişmendiyeke bilind, ti dermanên dîtir tinebe.

Lê eger ku, yekî weke Dr. Nesir bê û binvîse: “Bêguman ji mafê musilmanaye ku, li dijî evê dadeya giştî rawestin, ji ber ku, Îslam baweriyê bi hemû olên ji berî xwe dike û ew ola herî dawiye.. {27}. Bervedaniya xwe di ber Îslamê de dajo û di evê angoyê de dibêje: ku ola Îslamê mafê herkesî diparêze û rûmeta wî digre, tenê dema ku ew; “mirovê” destê xwe dike yê dijmin û şerê Îslamê dike, ewê hîngê ti mafên ewî tunene. Û di çêroka “cizyê” de jî dibêje: yek dikare bêje ku, ew rewaya dema berêye û îro em dikarin wê berdin digel ku, ew yeka ji bo parestina yê din, ên ne musilman, derketibû.

Helbet ev nerîn weke ku, tu di neynikê re li tiştan binirêye û tenê aliyekî bibîne; ango tu tiştan pan û dûz bike. Ji berî hertiştî ew ji bîr dike ku, hêzên muslimanan, yên leşker, bi ser bajar û welatê “ewê din” de girtibû û ew dagîrker kiribûn û weke koleyan li wan dinirîn û ev tenê; ango dagirkirina yê din, dihêle ku, gotina: “mafên wî dihatin parastin”, guftûgoyeke di bê de be. Vêca hîne tu werî û di welatê wî de cizyê jê bistîne û weke ku, Dr. Nesir bi xwejî dibêje: ew yeka; “cizyê, parek bû ji bikaranîna dîrokî yên wan deman”. Û em jî dibêjin ku, ew rastiyeke wê demêbû ku; yê serdest ê din ji xwe re dikir kole û welatên wan jî talandikir û Îslam jî ji evê sincê ne dûre û belkî, di evê yekê de, ew şaristaniya hovanetir bû.

Ya herî kirêt di nivîsandin û lêkolînê de ewe ku, tu rastiyên dîrokê bervajî bikî, weke ku, di pir rûpelan de kirî û vaye di yên {131-132} yan de ku, li ser kesîtî û karên pêximberê muslimanan nivîsandî, dibêje: “pir nîşan di kar û berên pêxember de hene, çi yên kesîtî yan jî yên civakî û konevanî ku, wî rûmetgirtina mafên mirovan, weke ew mirove, digirt. Bêyî ku, ew li ol û reng û nejada wî binire û kuştina hinek cihoyên Yesrêb; “bajarê Midînê” ku, ewana peymana di nav muslimanan û gawirên Mekê de şikandibûn û alîgirtina wan bi gawiran re li dijî pêxember û hevalên wî, sedembû. Ew weke bûyer, “doxmaniyeke netewiye” di têghêştina dema îro de û rê nade lêkolînvanê paqij ku, ewê yekê weke dijmanetiyekê li hember cihoyatiyê, weke ew ole, nîşan bide” {28}.

Tenê li hevoka dawî binirin emê baş têbighên ku, camêr heya bi kîjan pileyê bi guftûgo û bihîstina dengê yê din re ye; eger tenê tu bi gûmanî an jî tu ne weke ewî nêzîkî ewê bûyerê bibî, tu paqijiya xwe winda dikî. Gereke û ji pêşî de, tu karê cihoyan weke “doxmaniyeke netewî” binirxînî û di dû re rê ji te re vedibe ku, tu nirîn û dîtinên xwe di ewê çêrokê de bînî zimên. Weke dema yê musliman ji yê din; “gawir” dixweze ku, ew di pêşî de baweriya xwe bi Xwedê û Pêxember û Quranê û.. bîne û di dû re têkevin axaftinan. Lê emê bi ya wî nekin û ne xeme nirîna wî li ser me çibe û em naxwezin ku, weke tê gotin bibêjin: ka gotinên kê dê di ser goyên dîrokê de cih bigrin, tevî ku, titişt nema û di evî sergoyî de cih negirtî.

Ji berî her tiştî û weke ku, wî ji me xwestibû ku, em vegerin “Ibin Hîşam” û bi rola xwe em jî xwendevanan vedigerînin ewê jêderê û em wê ji xwe û wî re dikin dadvan ka ew çi dibêje: piştî ku, leşkerên Qureyşiyan ji dorpêçkirina “Yesribê” vekşî, rabû Muhemed û hevalên xwe “Benî Qureyza”; ji cihoyên Medînê, dorpêçkirin û evê yekê {25} rojan ajot û dema Cihoyên dorpêçkirî dîtin ku, rewşa wan her diçe xerabtir dibe, ewana şandekekî xwe bo Muhemed bi rêkirin; “Şas bin Qeys”, lê tevî ewê yekê jî wan nikarîbûn seriyên xwe biparistana û têderxistin ku, her ewê bêne kuştin, di gel ku, ew razîbibûn her tiştî li şûn xwe bihêlin û ji bajêr biderkevin.

Lê hezkirina hin muslimanan ji xwînrijandinê re rê neda dengên xêrxwez û ta ku, Muhemed karibe destên xwe ji evê yekê bişo, eger ku, rojekê dem li ser seriyê wî wergeriya û ew hate dadkirin, lewre gote Seid bin Muaz; serokê Ews ku, di navbera wan û “benî Qoreyza” peymana piştgiriyê hebû û ew ji wan tijî bibû: “rê ji te re ye ku, tu li doza wan binirî”, tevî ku, wî baş dizanî dê çi dadê bide wan û Seid gûmana wî li erdê naxe, lewre wî bê dudilî got: “Ez dadê didim ku, mêr bêne kuştin, pere bêne parvekirin û jin û zaro jî bibin kole. Pêxemberê Xwedê jî gote Seid: Te bi dada Xwedê, ji jorî heft ezmanan, ew dadkirin {29}.

Piştî dadkirina Seid ji wan re, wan kom bi kom dibin nîvê bajêr ku, hazir û ji bo wan “di nîvê çarşiya bajêr de” xendek kolabûn û seriyên wan jêdikin û di wan xendekan wer dikin; hema ji yên ku, ber defna wî mordike û heya bighe kalên ketî, pere û milkên wan jî li xwe parve dikin û jin û keçên wan jî li çarşiyên “Yemenê” bi şûrekî yan jî hespekî û ne dûre ku, bi kirasekî jî diguhêrtin; her ku, tişt li bazarê pir bû dê nirxê wê kêmtir be û ev yeka ne derhînaneke ji ba me ye, “Ibin Hîşam” bi xwe dibêje: “şesid an hefsid û yên pir dikin jî dibêjin di nav bera heysid û nehsidî de bûn” {30}. Ango yek ji sisyan ji rûniştvanên bajêr hatin windakirin, ev jî gotina “Ibin Hîşame” û ne ya meye û bi ser evê yekê de jî Xwedê jî û di sûretê partiyan “elEhzab” de, ev karê Pêxember pejirand û pîrozbahiya wê kir. Ewê ku dixweze di evê çêrokê de baş têbighe, em wî vedigerînin تهذيب سيرة أبن هشام ji rûpelên {198} ta {207} an.

Vêca tenê em dixwezin, ji Dr. Nesir bipirsin: kanî gotina wî ku: “çend Ciho kuştin” li kuderê ma û xûya dike ku, ew hîne têr ne bûye û gerekbû ku, Muhemed û bapîrên Dr. Nesir, zaroyên wan jî bikuştana, da ku, Dr.  kîn û şovenista xwe ya îro, li ser Cihoya, têr bikira.

Dema ku, Ibin Hîşam dibêje: “ew çend sed bûn”, ew li gora bajarên ewê demê; ji berî {1500} sal ku, ne bi melyonanbûn û bajarê herî mezin ji çend hezaran çêdibûn, yek têdighe ku, mêjiyê Dr. Nesir heya bi kîjan radeyê xwe xapandî. Vêca em dipirsin: kanî ew dadvaniya li ser Pêxember, ewa ku, Dr. dixweze jê re bike al û li bake.

Em dibêjin ev çêrok, tevî ku, me bi hemû qirêjiya wê jî ne anî zimên, dê tenê bes be û ne gereke ku, em çêrokên di şerê “Benî Nedîr” de ku, gihêşt heya darên xurmê jî ji kok de bibre û bi şewtîne û rê bide hevalên xwe eger ku, yekî gawir girtin bi wî “temsîl” bikin, nemaze piştî kuştina apê wî Hemze, di şerê Uhud de û dîtina eşareta bi wî kirine, dîsa rêdana wî ji kuştina bi dizî re, ji yên ku, li rikberî wî radiwestîn weke “Keib bin Eleşref” û hilweşandina pûtên Qureyşiyan; “.. û dema ku, Pêxemberê Xwedê {R.} bi ser Mekê de hat, ew kete hundir mizgeftê ku, hîne li dora kevirê reş, pût jipiyane, wî bi kevana xwe, geh li çav û geh jî li devê wan da, digel gotina; maf hat û derewîn pelixî.. û ew fermana şikandina wan “pûtan” dide”. {Rexnekirina zanîn û zanyaran, Ibn elCewzî (R.59) {31}.

Evan karê Muhemed hêştiye ku, di roja îro de, yên weke tevgera Talban li Avganistanê û hemû tevgerên olî yên teror, wan kar û bûyeran ji xwe re bikin nimûne û pîvan û bi sedan bi destên wan bêne kuştin û.. hwd. Belê negereke ku em evan çêrokan û yên din bînin zimên da ku, em “dadvaniya” Pêxember nasbikin û em bibînin ew heya bi kîjan pileyê diltenik û hezkirê mirovantiyê bû. Me çêrokên wan ên li ser xaka Kurdistanê jî negotin, ji ber du sedeman; a pêşîn ku, ew ne di demên pêxember de bûn û ya dudiwan jî da ku, nebêje; em ji jêdereke nijadperestî êrîş kelepûra Ereb û îslamê dikin.

Û ta ku pelikê Pêxember bêtir sipî bike, ew vedigere roja îro û hin qulkirinên ji mafên mirovan re ku, li welatên Ewropa dertên {R.133}, dide pêşiya xwendevanan da ku, jêre bibêje: binêr em ji berî {1500}sal, ji evên ku, dengê xwe ji bo mafên mirovan bilind dikin, dadvan û mirovanîtirbûn û ta ku, bêtir weke guftûgoya paşdemayî ku, ew bi xwe jî li hember wê rawestiye, lê tenê bi tewrî, bixweze yê din; “Ewropa” riswa û rûreş derîne, tevî ku, em venaşêrin ku, hinek tiştên li dijî mafên mirovan li wir jî têne kirin, lê pirsa me ewe; çima Dr. Nesir evan tiştan û di dema îro de ku, li ser tê gotin; dema demokrasiyê û mafên mirovane, ew evan kêmkasiyan dibîne û nikarîbû hovîtiya muslimanan û hemû kiryarên wan bidîta, eger ku, xwendina wî jî ne weke ya paşdemayî yeke vebijartiye.

Tiştê ku, yek dikare ji evê bervedaniya Dr. Nesir, ji ber Ereb û Îslametiyê ve dike, fêm bike ewe; mejiyê me hîne li ser stûna nijadperestiyê dimeşe û em, di demên ku, bivetî nêzîkî nijad û kesîtiya me dibe, em bi {1500} sal bi şûn de vedigerin û weke ku, guftûgoya paşdemayî, ewa ku, Dr. Nesir bi xwe jî li ser gotibû: ew hinek tiştên biçûk û gîre, helbet ên pîs, ji rewş û jiyana Ewropa dide pêşiya me û dixweze wan bike wêneya şaristaniya Ewropa û ew hemû alav û têknîk û nirîn û dîtinên wan; ango bi gotinekê hemû bidestxistinên wan tevî ku, em bi xwe jî wan bi kar tînin, ji bîr dikin. Heya bighe mijara ku, em têde, Dr. Nesir ji bîr dike ku, “Agehnama Mafê Mirovan” û çi tiştên bi vê çêrokê ve girêdayî ne, giş ji Ewropa derket û em dikarin bînin bîra wî ku, welatên muslimanan, helbet ên Ereban jî di nav de, heya bi demên nêzîk yasaya koletiyê bi kar tanîn{*} û tevî ku, di roja îro de ji destûrên welatên xwe hilanîne, lê hîne jî ew sinc û pirensîpên ku, reh kûr di civaka Îslamê de berdane û weke ku wî bi xwe jî li ser yekî ji yên ku guftûgoya pêşverû dinimûnand; “Zekî N. Mehmûd”, gotibû: “Piştî ku, wî got: Quran pirtûka min û we ye, wî xwe weke nêçîreke hesan dabû destê paşdemayî, da ku, wî karmendkin {32}. Dr. Nesir jî eynî wilo dike, demê ku, dibêje: Xwedê yê min û wane.

Piştî ku, Dr. Nesir û li gor înana xwe, dighe ewê bawerî û encamê ku wî, Pêxember û dema pêşî ji Îslamê, berat û sipîkir, ew vedigere demên dawiyê û bizavên xwe dike ku, ewan deman jî bê lekên xwînê û kuştarên tevayî û hilweşandina pir civak û şaristaniyan derîne, lewre dinivîse: “Feqehên dawiyê ber bi tevlîkirin û ne ji hev cudakirina di navbera tiştên “civakî” û “olî” ve çûn, tiştê ku, hêşt “cudabûnek” di navbera mirovan, bi sedema olê, çêbibe. Û di encamê de ew dadeyên sert ku, di derheqê yên ne musliman de derketibû, ewên ku.. . Lê tenê ew weke dîtin man, muslimanan bi wan nekir, berketvêrsin û ji bextê sipiye ku, di dîroka Îslamê de, di vekirinên ewan de, ti bûyerên komkujiyê an jî paqijkirina olî derneketine” {33}.

Em jî dê bizavên xwe bikin ku, bi rola xwe, çêrokên wî înan bikin ku, ti carî destên muslimanan di dagirkirinên wan de, ji bajar û welatên ên din re, bi xwîn nebûye û ne jî ewana, bi zora şûr, talanan û komkujiyan, ev miletên derdora xwe kirine bin darê zorê û destlatiya xwe û wan bi dilê xwe û bi gotinên nerim dev ji ol û perestên xwe berdan û xwe ji wan; muslimanan re kirin kole “mewalî” û ewan bi dilê xwe jî vêrge û cizyê dane wan.

Belê emê evan çêrokan tev “bawer” bikin, lê tenê em çend pirsan ji wî dikin; gelo ew komkujên ku, muslimanan bi hevkirine, ji bilî yên anîne seriyê yê din; rikbir, çine û ji bo çibûn û ka Dr. Nesir ewana weke komkujî dibîne yan na û eger ku, ew dipirse û xwe xeşîm û bilmez dike, ka em li ser çi di axivin, em wî û xwendevanan vedigerînin pirtûkên keltûra Îslamê; “diyên pirtûkan” û weke nimûne; Dîroka Teberî, Ibn kesîr, Ibn xalkan, Ibn Esîr, Mesudî û.. hwd ku, çêrok li dû çêrokê, ji me re, diçespîne ku, ji roja pêşî de, Îslam bi zora şûr û li ser xwîn û koma qoqên kuştiyan avabûye û em tenê û weke nimûne dikarin çend şer û bûyerên ku di nav muslimanan, bi xwe, de derketine bînin zimên.

Di şerê “Elcemel” de ku, piştî kuştina Osman bin Efan di navbera leşkerên Elî ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî Aaîşe; jina pêxember û dayika bawermendan û Telhe û Zibêr de derketibû  û di encamê de û weke ku, Muhsên el Emîn di pirtûka xwe de ya di bin navê “الشيعة بين الحقائق و الاوهام”de nivîsandiye: “.. bi hezaran ji muslimanan hatin kuştin û mervên Ebid el Qês mîna sehan li dû xwe kişandin û rih û simbêl û birûhên wan hildikirin û ew bê guneh dihatin kuştin.. {34}. Di cihekî din de; “Bûyera Elhera” ku, Dr. Ferec Fodê jî di pirtûka xwe ya di bin navê”الحقيقة الغائبة” de dibêje û hêştibû ku, ew seriyê xwe jî bi ser rastebêjê de û rêxistinên teror ên Îslamê wî bikujin ku, “Leşkerên Yezîd {bin Muawiye} êrîş Midînê kirin, dema ku, rûniştvanên wê serokatiya wî nepejirandin.. û serleşker fermanan dide ku, bajar heya bi sê rojan ji wan re berdayî ye, dibêjin: çar hezar û pênsid kes têde hate kuştin û hezar keçik ji keçikaniyê xistin û ev giş bi fermana Yezîd ji serleşkerê xwe {Muslim bin Eqebe} re bû”{35}.

Ev giş tenê ji bo ku, ewana gotibû: em serokatiya Yezîd napejrînin, ne hîne Îslamê qebûl nakin, tevî ku mesele ya destlatiyêye û ne ya ol û mislamantiyêye û ji roja pêşî de û eger ku, Dr. Nesir çêroka cizyê weke merceke sivik dibîne û wê yekê rê ji yê din re hêştibû ku, ew li ser ola xwe ya kevin bimîne, ev jî yeke ji çewtiyên dîrokê yên ku, bi xêra şirovekirinên berevajî gihêştiye me, bi rastî û piştî Ereb bûne musliman û dest bi dagirkirinên welatên ên din kiribûn û dîtin ku, çi kuştina wan an jî îslambûna wan dê ji wan re, bê sûde be, ewana ev merca sêyemîn ku ji yê din re pejirandibûn û tenê ji wan re; ji ber ku, çênabe yê Ereb jî evê mercê ji xwe re bipejrîne û ew nebe musliman û wilo dê karibin genciyên xwe bi zêr û pereyan dagrin û wan jî weke kole ji xwe re bi kar bînin û çêroka “şerê Elredê” di dîroka Îslamê de li ber çavaye ku, tenê ewana gotibû û piştî mirina pêxember: “Ji vir û pêve nema em pereyan didin genciya Îslamê” {36} û ne weke tê gotin ku, ew ji ola Îslamê vegerîbûn.

Heya gihêşt ewê pileyê ku, nehêlibin kesekî din derbasî nav ola Îslamê bibin, da ku, ziyan neghe genciyên wan, lewre olperestên muslimanan fetweyek bi derwîna baweriya yê din; ku ew ne Erebe û nuh bibûn musliman, derxistin: “Ew bi derewîn ketine Îslamê, da ku, karibin cizyê ji wan bistînin, tevî ku, ew Îslam bûbû jî û wilo dê nehêlibin ku, kaniyên pere û dewlemendiyê li ser wan ziwabibin û.. {37}. Evê yekê hêşt ku, pir xelk ji welatên xwe û ji ber zor û sitema mîrên muslimana û giraniya seraneya li ser pişta wan, bireve deverên dûr û tenê em weke nimûne çêroka Yihya bin Seîd Elhereşî bi bîr Dr. Nesir tînin ku, Elezdî dibêje: “Wî; Yihya Elhereşî, ji kesên Mûsilê xwest ku seraneya salên çûne jî bidin, hêşt ku, pir kes jê bazdin û biçin Azirbîcanê û tevaya pereyên ku, tenê di sala 181 K._ 797 Z. de komkiribûn gihêşt.. şeş hezar hezar dirhem. Û êş û zordarî di komkirina seraneyan de berdewambû.. bi pir şêweyan mîna berdana keftar û mêşesoran û.. ser wan de.. û lêdana bi danîna keviran ser milên wan” {38}.

Û ew pere li kê û li çi dihatin belavkirin; li kêf û navmaliya û.. ev tenê ji  Mûsilê û eger ku, em vegerin rojên şûngirê dudiwan; Omer bin Xetab ku, ew û lawê xwe bi {16} dînaran mehekê li Hecyê dimînin û wilo eger ku, em jimara seraneya ku, wan ji tevayî Îraqê komkiribû, emê bibînin ku, çi zor û sitema seraneyê hebû; hinek dibêjin sed hezar–hezar bû û hin jî dighênin {128,000,000} an {39}. Û Eger ku, Dr. Nesir nizane evan hejmaran bi  zimanê îro bixwîne, emê jê re bêjin ku, Omer û tenê ji Îraqê bi kêmayî sed milyon dirhem distand, helbet ji xeynî kole û navmaliyan û hunguv û.. hwd û ewê bihêlin ku; ”Qêrîna şûngir; Omer bin Ebid Elezîz ku, bankiribû: Xwedê em kirin pêşkar ne bacbir, piştî mirina wî, valabe” {40}.

Eger ku, ev nebesbin em dikarin pêde biçin û bînin bîra wî ku, Elî û herdu kurên wî bi destên musilmanan hatin kuştin, heya gihêşt ku, Husên û bê serî, bête xaçkirin û li bajarên musilmanan bigerînin. Û emê şerê ku, di navbera Elî û Muawiya de derketibû; “Şerê Sifîn” ku, di encamê de sed û bîst hezar ji muslimanan tête kuştin, ji wî re bihêlin. Ji bilî karên ku, Hecac û serokên wî tanîn seriyê belengazên musilman û weke ku, Mesudî di Miroc Elzeheb de nivîsandî; “Hecac bi xwe li ser xwe digot: tiştê herî xweş û bi mirês, ji min re, ewe ku ez xwînê birjînim û ez bi karna rabim ku, hîne ti kes pê ranebûne û ne jî pê ramiya ye {41}.

Tenê em vê çêrokê ji pirtûka “ الشيعة بين الحقائق والاوهام” digrin, ewa li ser Hecac salix dide ku; “.. piştî mirina wî, di zîndana wî de, bi hezarê hezaran kes derketin, bêyî ku, yek zanibe ka gunehên wan çibû {42}.

Û bi sedan çêrok û çêrokên xwînrijandin û komkujiyê hene; “Elsefah birayê xwe Yihya, weke şûngirekî xwe şande ser Mûsilê. Wî yanzde hezar ji wan kuştin; piştî soza jînperestiyê dabû wan, pir kes di mizgeftê de kuştin û dema bi şev dengê giriyê jin û zaroyên wan bihîst, ferman da ku, wan jî bikujin, tevî zaroyan û çar hezar reşikên Efrîkayê bi wî re bûn, wan bi zorê jin distandin..” { jêderê berê R. 90-91}.

Çêrok û çêrok, heya yek dighê ewê baweriyê ku, Îslamê ji bilî evê yekê ti tuştî din nizanibû û dîroka rasteqîn hîne, ji wê re nehatiye nivîsandin. Vêca û piştî evê dîroka ku, xwîn jê dadireve, yekî weke Dr. Nesir bê û bêje me; “Bereketvêrsin ew dîtin tenê weke gotin man û musilmanan bi ya wan nekir.. {43}. Dê ne tenê bervajî dîrokê be, lê tu yê rê bidî hemû tevgerên teror ku, ew bi hemî karên xwe yên qirêj rabin, bêyî ku, nihad û mejiyê wan biheje an jî sibe dîrok ewana seza bike, ji ber ku, û bi xwendinek wilo bervajî ji dîrokê re, tu bi wî didê fêmkirin ku, mejiyê me, zû bi zû, tiştan ji bîr dike, ya rast em xwe ji bîr ve dikin.

Di warê ku, Îslamê hêştiye, di cîhana wê de, yek raman û dîtin.. yek serok û Xwedê derkeve, Dr. Nesir wê yekê vedigerîne derdora sedsala pêncan ku; “Hêdî_Hêdî ramana Îslamê û li şûna ku, rewşê nîgarbike û jê re bibe rêçber, wê rewş “tebrîr” dikir û kirasê îdyolociya û rewatiyeke olî bi ser de berdida” {44}. Belê em jî bi ramana wî re ne, lê tenê di dîroka wê de emê li hevdu nekin, ewa ku, vedigerîne sedsala pêncan û wê weke destpêka paşverûyê dibîne.

Li gor dîtinên me, ev yeka, ji roja roj de û piştî ku, mirov karîbû bermayiya; zêdebûna ji gerkiyên xwarina ji wî re, di dest xwe de bidîta û hêştibû ku, hêdî-hêdî, hinekên din ji xwe re bikar bîne û berhema wan ji wan bidize û ew; “Mêr” karibe û di bin navê famîleya xwe de, zordariyê li wan bike. Di derheqa evê yekê de Encilês di pirtûka    xwe  “ اصل العائلة و الملكية الخاصة والدولة “  de dibêje: “Tiştê ku, hêştî destlatiya mêra xort bibe ewe ku, wî.. çend kes.. xistin hundirê sîstema famîla bin destê xwe.. û gerekiya evê sîstemê tev jî ji bo ku, bi çêriya keriyan, di perçeyekî de, rabin” {45}. Belê, ev yeka; ji wan rojan de tête meşandin û ne weke ku, Dr. Nesir tîne û li sed sala pêncan radiwestîne.

Lê em ne di ewê dîrokê de ne ka çima û çawa ev destlatî ji dest pîrekê bi derket û kete destê mêran û wan çi û çi dianîn seriyên rikbir û dijminên xwe û weke me gotibû; em di ewê baweriyê de ne ku, Îslam jî xelekeke ji ewê zincîra dûdirêj ji destlatiyê û zordariya ku, li ser seriyê yê din tête meşandin.

Ji roja ku, Xwedê û tenê ji ber ku, Iblîs ji Adem re neçûbû rêxistinê “secdê”, ew ji buhuştê derxistiye. Wî bi me da fêmkirin ku, çêroka devgirtina yê rikbir di cîhan û bingeha mejiyê yê  musliman de heya bi kuderê rehên xwe berdane û emê zanibin rêbazên tevgerên teror ên roja îro ku, di nav muslimanan de derdikevin, ji kîjan kaniyê vedixun û ne weke ku, ew dinivîse ku, Îslama pêşîn û “.. deqa Quranê, gotin û karên pêxember.. nimûne û mîsalin” {46}. Ango ew dûrî hemû evan xalên reşin û wan ti carî zordarî nepejrandî.

Û dema ku, di rûpelê {173} an de dinivîse ku; “şêwaziyên dûrxistin û zordariyê, eger ku, ji yê li dijî olê an jî ji musilimanê rikbirî îdyolociya Îslama konevanî re, ne ji regdanên ol û baweriyê ne, weke ku, ji yên ramanê ne..” {47}. Û wilo ew dixweze bi me bide fêkirin ku, derd û nexweşiyên me ji mejiyê me tê; ango nesaxî di ramyariya me de ye û ne ji ewan deqên ku, bang dikin; “ewên ku, baweriya xwe pê anîn û bi karê rind rabûn buheşt ji wan re ye..” {48}, dê ji yê gawir re jî dojeh be. Lê ne tenê wilo, ew bang li şerê wan jî dike, ango tenê bi seza wan a roja din razî nabe: “We ew li ku, dîtin şerê wan bikin..” {49}.

Di sûretê Tobekriyê {eltewbê}, benda {39} an, de jî dibêje: “şerê wan bikin da ku, finaz tinebin û ol tev ji Xwedê re be..” {50}. Û li dawiyê em wî vedigerînin pirtûka Sadêq C. Elezim ku, dinivîse û li ser zimanê T. Elhekîm dibêje ku, çawa şêxê Elezher û piştî ku, Iblîs dixweze Îslam bibe dibêjêyê; “Ez nikarim bi evê yekê rabim û ew ji destê min naye; di jorî karîna min re ye. Eger ku, ez bihêlim tu Îslam bibî, gereke em pir tiştan ji Quran û ola xwe bavêjin” {51}.

Tenê mabû ku, ew bêje; hemû feqeh û dîrokvan û şirovekarên ku, nêzîkî deqên Îslamê bûne giş û bê awarte, xwedê mejiyên nexweşin û şîzofiraniya bi wan re hebû; ji ber ku, ew û li gor mejiyên xwe yên nesax, nêzîkî evan deqan bûne û li gor ewê mejiyê  nexweş, şirove kirine. Û ji bîr dike ku, ew bi xwe jî û weke ku, ewê ketiye çala dûpişkan û şerê wan dike, dê ew jî eynî li ser rêbaza wan bimeşe û ji wê jehrê vexwe. Lewre tu dibînî ew di yek rûpel de dinivîse ku, “Dûrxistin û zordarî, eger ji yê li dijî olê an jî.. ne ji rengdanên ol û baweriyê ne” {52}. Û piştî çend xêzan ew dinivîse; “Îslama ku,.. bihêle tenê bawerî rêbijartina yekî be û wê weke azadiyekê jê re nîşande.. dê ne ti azadî be.. {53}. Helbet, dê ne ti azadî be, lê emê bêjin; ew ol jî, dê ne ti ol be.

Erê ewî wilo gotiye, lê û careke din, diber Îslama pêşî de bervedanî kiriye ku; “Îslamê rê bi temamî daye ku, yek riya xwe di navbera musilmantiyê û gawirbûnê de rabijêre.. û ti gunehkariya  cîhanî  ji yê ku, ji ola Îslamê vegere tine ye {54}. Emê titiştî din di şerê ku, Ebo Bekir bi ewan re kiribû û weke me dît ku, wî bi xwe jî nivîsandibû, zêde nekin. Lê tenê em wî vedigerînin eynî benda ku, wî jê vexwariye ka çi dibêje: “.. û kesê ji we ku, ji ser ola xwe vegere –helbet tenê ola Îslamê û ev bi xwe jî zordarî û tinekirina yê dine, dema tu ji bilî ola xwe; ya Îslamê ti olên din nepejirîne_ û ew gawir bimre, dê karên wan kesan ên evê dinê û ewê dinê vala biçin û ewê ji yên ku, hertim di dojehê de bin” {55}.

Emê vegerin şirovekirina Elcelalên ku, dibêje: “Girêdana bi mirinê ve merem jê ewe; eger ku, ew vegerî ola Îslamê, dê sûdê ji karên xwe bibîne” {56}. Û ne jî emê şirovekirina xeynî wan bigrin, lê tenê em ji Dr. Nesir dixwezin ku, ew weke yekî pispor evê  ayetê bixwîne, ka ew bend çi ji mere dibêje; ji berî her tiştî ew rê nade yekî ku, ji ser ol û baweriya Îslamê vegerê û yê vegere seza wî di bendê de xuyaye, tiştê din, erê ayetê negotî wî bikojin, lê kuştina wî jî gunehkar nekiriye û li gor seza ji yê ku, ji ser ola xwe vegerê re xûya kirî, rê dide rewabêj ku, bibêje; Ya çêtir ewe ku, ew bête kuştin{**}. Û ew bi xwe jî evan çêrokan dizane ku, pir zanyar û ramyaran seriyên xwe di evê yekê de winda kirine; ji Ibin Elmuqefe de bigre û di Helac re bibore, ta tu dighî Ferec Fodê û Mihdî Aamêl û zincîr dirêje. Û bi ser giştîde jî, hemû karên wî, dê vala biçin. Vêca çawa ti seza ji yê ku, ji ser ola Îslamê vegerê tine ye.

   

                                     *                  *                    *

Weke ku, Dr. bi xwe jî tilî daniye ser birînê ku, reva Ereban di hizêrana 1967 an de,  ji ewana re bûye mofirkeke dîrokî ku, li xwe vegerin û her tiştên xwe yên berê ku, kirasê pîroziyê bi ser de berdabûn, tazî bikin. Lê û li gor rewş û xwendinên weke ya Dr. Nesir, me dighînin ewê baweriyê ku, reva ewan a di hizêranê de û weke mirovê ku, lêdanek li piş guhê xwe de xwaribe, erê ew pê nehatiye kuştin, lê ewê lêdanê ew gêj û korkiriye.

Emê, di evê xelekê de jî, nêzîkî mijara pîrekê bibin ku, çawa û weke berê jî me gutibû; Dr. Nesir xwe di çala dûpişkan de veşartî û şerê ewî dike. Lê ji berî ku, em dikevin mijara xwe ya sereke, emê li ber dîtina ewî ya ku, çêroka girêdana di navbera olê û şûngira konevanî de ku, ewê vedigerîne; “dawiya çarîna pêşîn ji sedsala bîstan ku, çawa Kemalîstên Tirk di despêkê de cudabûn xistin navbera “destlatgirê” û “şûngiriyê” û di dûre jî şûngirî, bi carekê, rakirin {57}.

Em dikarin evê dîtinê rast bibînin dema ku, ew bi zarawaya dewleta netewî ve bête girêdan; ango Kemalîstên Tirkan xwestin welatê xwe têxin qonaxeke nuh û ev yeka jî bi akama dîtin û tevgerên ewropî bû û nemaze piştî ku, ew di şerê cîhanê yê yekemîn de weke “mêrê nesax” derketibû û tê de dişke, dihêle ku, ew evê paşdamayîn û şikestina xwe weke encamekê ji ewê girêdana çûyî re; ya di navbera şûngirî û destlatgirê de, bibînin. Lê hema û weke ku, Dr. Nesir dixweze bi me bide fêmkirin ku, ev girêdana han û piştî ku, Kemalîstên Tirk bi ewê cudakirinê rabûbûn, kete nav welatên muslimanan, dê bihêle ku, baweriya me kûrtir bibe ku, hîne demeke dirêj gerekî “me” ye ku, em ji sergêjokiya  “Hizêran” ê şiyarbibin.

Tenê emê ewî vegerînin roja mirina “pêxember” û çêrok û bûyerên ewan du-sê rojan, ka ew çi ji me re dibêjin:  Di roja ku, pêxember dimrê de dijberiya li ser “danîştokê” destpêdike; dema ku, “Ensar“ cihwarên Midînê yên resen, di “Sivdera Benî Saîde” de li hev dicivin û dixwezin şûngirê Mihemed, “Seid bin Ubede” be û gava ku, Omer evê yekê dibhîse, ew bi destên Ebo Bekir digre û digel hinek penaberan êrîşî civata ewana dike û bi dek û fûtan cidatiyê dixe nav civatvanan; li ser bingeha dijmantiya êlîtî di nav bera herdu êlên sereke “ Ews” û “Xezrec” de dilîze û bi evê yekê, ew dikare rêza ewan perçe bike û Ebo Bekir li şûna Seid bike şûngir û ne tenê wilo, lê dihêle ku, Seid di bin lingan de bête pelixandin û helbet ewê vê yekê jibîr neke û heya roja ew mir ewî şûngirya Ebo bekir nepejrand.

Li aliyê din “Elî bin ebî Talib” jî seriyek kişand û got gereke şûngirî jî, weke ku, çawa peyanberî ji me bû, ew jî di “kesên malê” de be û ew naçe cihê civînê, da ku, ew jî dengê xwe bide Ebo Bekir û dihêle ku, Omer êrîşî mala ewî bike û derî li ser def de û bihêle keça pêximber di pişt de bête kuvaştin û zikê ewê ji ber bibe ku, li dawiyê ew bi xwe jî jiyana xwe ji dest bide û eger ku, ne ji Elî ba, dê şerek di navbera Omer û piştgirên El, de derketa holê.

Ev rikberiya, dê seriyê sê şûngiran buxe û dê bi hezaran musilman, bi sedema evê yekê, di şerên wek “Elcemel”  û “Sifîn” û “Elhera”  û.. hwd. ku, musilman xwe bi xwe radibûn hev, bêne kuştin. Tenê em gotina Osman bin Efan, dema rikberên ewî û piştî ku demekê mala ewî dorpêç dikin û dighên ku, derî li ser bişkînin û jê bixwezin ku, tenê ew derkeve û bêje; min dev ji şûngiryê berda û ewê hîngê ewê ti tiştî neynin seriyê ewî, tînin bîra Dr. Nesir ku, ewî çi bersiv da ewan rikbiran; “Ez kurtikê ku, Xweda li min kiriye danaynim û ezê li cihê xwe bim ta ku, Xweda ..” {58}. Vêca em jê dipirsin; ka ev têkiliya di nav bera şûngir û destlatiyê de vedigere kîjan dîrokê û dîtina ewî, ya ku, dixweze evê yekê bi “Kemalîştan” ve girêde li ku dimîne .

Tiştê din ê balkêş û dihêle gûmana me bêtir bimeye ku, ji destpêka damezrandina dewleta îslamê de, ev girêdana di navbera şûngir û destlatdariyê de, yeke ji stûnê herî bingehîn ku, ew li ser ava bûye, dûrxistina xwediyên olên din ji ewê pêşbaziya di navbera rikberan de ku, li ser “ şûngiriyê” derketibûye. Ev yeka xûya dike ku, yê din heya bi kîjan pileyê hatiye altkirin.

Helbet em şûngiriyê weke “destlatiyeke dinyewî” dibînin,  ji ber ku, piştî mirina “pêxember” ti kesî;  ji şûngiran cihê ewî yê olî negirt, da ku, em şûngiriyê bi merema olî fêmbikin. Vêca eger ku, ew girêdan ji ewê hîngê de tune ye, çima me nedît olên din jî; weke Cihoya yan jî Nesara, yekî xwe dernexistin nav ewê pêşbaziya ku, li ser danîştokê; “şûngiriyê” çêbibû.

Û emê anuha bêne ser mijara xwe ya sereke; pîrek di têghîştina îslam û musilmanan de. Dr. Nesir ji destpêkê de û weke hertim, xwe dixe şûna parêzer ji ber îslamê ve, lew re û dema ku, ajansa Ferensî fetweyeke serokê sazûmana lêkolîn û fetweyan li Siudiya Erebistanê; E. Elezîz Baz  ku, di bin nav nîşana, “karê pîrekê ji şêweyên herî girde di kûndetiyê de”, diweşîne. Ev yeka li zora Dr. Nesir tê û ewê weke dijberiyekê bi cîhana îslamê re dibîne; “bê gûman ev guhdana ajansa Ferensî bi  belavkirina evê fetwê ku, ji helwesteke îdyolocî tête, di hundirê çarçewa pîskirina îslamê û muslimanan di ajansên rojava de bi gelemperî, tête fêkirin” {59}.

Di pêşî de em nizanin çima Dr. Nesir ji yê din dixweze ku, heya ji kar û fetweyên me yên suryalîzmî re jî li çepikan bide. Gelo ev yeka ji perwerdiya ku, di rojhilat de, em li ser mezinbûne tê; ewa hêştiye ku, em ji derbasbûn û derketina serokên me hundirên avrêjan re jî li çepikan bidin, an ji bawerî û berevedaniyeke koranî, ji ber hrtiştên musilmanan ve ye û di bin akama meteloka erebî ku, dibêje: “pişgirê birê xwe be, çi sitimkar an jî sitimbar be”. Tiştê din ê ku, em dikarin li ser evê xalê bibêjin; li gor dîtin û baweriyên me, tiştê ku, berê çirkîn be, dê negerek be ku kesekî din bê, da ku, wêneya ewê pîs bikê û tenê weke ew heye ewê şanî xelkê bide, dê xelk nasbikin ku, heya bi kîjan pileyê, riwê wî/ê çirkîn û nexweş e.

Benda ku, hêştiye rikberî di navbera şirovekarên musilman de derkeve, eve; “.. û di malê xwe de rûnin û weke ên berî îslamê xwe fodil nekin û bi nimêja xwe rabin û ..” {60} ku, gihêştiye hinek bêjin: ev ayet tenê ji bo “Dayîkên bawermendan” ye û ew li dû sedema ku, ayet pê daketî dimeşin. Lê xwediyên ku, bi tevayiya gotûbêjê digrin, dibêjin: na ew bi mebesteke tevayî daket û ji herdemekê re raste û evê yekê hêştiye ku, Dr. Nesir di rûpelê {198} an de binivîse: “û di herdu rûçikan de tengasiya şirovekirinê û şirovekirina rikber dertê û jêdera ewê tengasiyê jî ewe ku, .. herdu bi Quranê re didin û distînin weke ku, ew ji dîrok û rewşa ku, ew bi derxistî, bi carekê, cuda be” {61}.

Em jî bi gotina ewî re ne ku, deqa Quranê berhema dem û civaka xwe ye û gereke em ewê û weke ku, çawa her çêrokeke dîrokî-efsaneyî ya kevin dixînin, ew jî bixwînin; ew bi regezên afsaneyî dagirtiye. Ango, gereke em ewê ne weke deqeke pîroz bixwînin ku, kes newêribe tîpekê jê biguhêre, tevî ku, yên kevin ne tenê tîpek an jî ayetek, lê weke ku, ew li ser zimanê Aîşe hatiye ku, bêtir, ayetan wendabûye û evên mane pareke ji pirtûka rasteqîne û bi ser evê yekê de jî û li gor jêderên kevin, dibêjin ku, pir bend û ayetên Quranê hatine guhartin.

Lê hema tu evê gotinê bibêjî; ku ew bi dîrok û civaka xwe ve girêdayiye û di dû re jî tu bêjî: ev bend gotinên Xwedê ne û tu bi pîroziya ewan înan bikî, helbet tu yê xwe weke niçîreke hesan têxe nav lepê ewana de ku, ew te seriyê te jêkin. Lê emê bizavên xwe bikin ku, em dûrî ewê rêbaza durûçikî herin.

Ji berî hertiştî em dixwezin li çewtiyeke dîrokê ku, roja îro weke rasteqînekê lê tête nirîn, vegerin; ewa ku bi me dide fêmkirin ku, Muhemed ji despêkê de, weke civatzanekî têkoşer li ber civaka xwe rawestiya û ewî bi zanyarî dad û şîretên xwe gotine. Helbet û li gor xwendina me ji kesayetiya ewî û karûberên wî û rewş û çêrokên ewê demê re, em gihêştin ewê baweriyê ku, bi sedema pir tiêtan, çi yên bi ewî; “Muhemed” ve girêdayî yan jî yên ku, bi rewş û civaka dora wî ve girêdayîbûn, hêştin ku, ew jî li lehengî û serfiraziyeke kesayetî bigere. Lwe ra û li gor evê rêbazê û piştî ku, em evan çêrokên efsane ku, dibêjin: ev bend û ayet bi riya Cibraîl daketine bidin aliyekî, emê xwendina xwe bibin serî.

Li gor evê yeka çûye, em ewan gotinên ku, ji pîrekên Muhemed dixwezin; ew di mal de rûnin {Elehzab–33}, weke tirsekê ji aliyê ewî de, li ser mal û milkên xwe, fêm dikin û eger ku, yek dipirse; ger ku wilo bû çima ew li ser “navmaliyan û ewên di destê rastê û diyên zaroya” jî ne bi tirsbû, tevî ku, “jinên asê” ne dihatin firotin û kole û navmalî dibûn pere, lew ra gerekbû tirsa ewî li ser ewan bêtir ba û bihîşta ku, ewana û ji berî jinên asê, di paş perde û şarikan de veşêre.

Lê em dibêjin; têgihêştina rasteqîn ji ewê yekê re ku, dihêle baweriyên me bêtir bi cih bibin, dijî şirovekirina çûyiye; ji ber ku, yên kole û navmalî, zû-zû, dihatin kirîn û firotan; ango ew zû dibûn pere “Denenîr”, lew ra tirsa yekî ji ewana tinebû û eger ku, yek neketa seriyê xwediyê wê/î, ewî dikarî ew bi hesanî bifrota û bi yeke din biguharta û ne weke “jina asê”; ku, girêdan û berdana ewê, pir dûvkên xwe hene û hîne bi ser de gereke, malîna ewê jî bidêyê û çêrokên zaroya û paşmakê û.. . Ango serêşa xwe pire, lew ra dê bihêle ku, yek li ser ewana bi tirs be û çêroka rûbendiyê ku, ew tenê ji bo jinên pêximber daketiye; “û pêşewa dibîne ku, fermana rûbendiyê, fermaneke xasmaye bi pîrekên pêximber..” {62}.

Û eger ku, pîrekên din bixwestana li dû şopa ewan biçûyana, dîsan jî rûbendî dê nbûya yasaneke civakî; ji ber ku ev yeka tenê ji jinên “azad” re gerekbû, lê ji yên kole re, na; “şermgeha pîrekê laşê ewê bi tevayiye, ji bilî rû û herdu destên ewê, eger ku, azad be. Lê ya navmalî; “kole” şermgeha ewê weke ya mêra ye; ji jorî kabokê ta navika ewê ye” {63}.

Li gor evê dîtinê, dê Muhemed ne tenê nikaribe wekheiyê di navbera jin û mêran de bide meşandin; “Deqên Quranê.. wekheviyê di navbera mêr û jinê de diçespîne” {64}, lê û li gor dem û sincên ewê hîngê, dê ew jî bi koletiya jinan re be û belkî û li gor hinek sincên ewî yên kesîtî, ewî hinekî ji mêren ewê demê dihate cudakirin û ew hinekî di têkeliyên xwe yên bi pîrekê re nerm bû û li gor dîtinên me; ew jî yek ji tevdîrên ewî bû, ku pîrek, weke nimûne ji civaka bindest re, bi ser xwe ve bîne û em dizanin; hertim şoreş li ser milên civaka bindest radibe û em eynî evê bizavê li cem şoreşên îro roj jî dibînin, nimûne; têkiliya E. Ocelan bi pîrekê re. Û ev yeka jî rê nade ewana ku, nirînên xwe û li gor roja îro û aguhnama mafên mirovan, têxin dev û seriyê Muhemed yan jî ewan têkiliyan li gor yasayên mafên mirov yên îro şirove bikin; dema ku, F. Howeydî gotina: “hûn hinek ji hinekane” {65}, weke wekheviyekê di navbera herduwan; jin û mêran de dibîne, ew careke din xwe dixapînin û xwendineke bervajî ji ewê bendê re dikin, ewa ku, bi mebesta; Hewa ji parsiwa Adem a xwar e, hatiye. Û pişt re ev çi wekheviye û ew yê “çêtir û bilintire” û ji mafên ewî ye ku, wê perwerde jî bike.

Tiştê din ku, bêtir evê dîtina me bi reh dike, ew bizavên pîrekan e, çi di jiyana Muhemed de; “.. û hinek jinên ewî, raza wî derxistin û dilê dudiwan qels ket û ji ser riya bihîstyariyê derketin.. û karên tobekirinê pêşkêş kirin, lê tenê bi rûçikî.. . Û Teberî di şirovekirina xwe de.. û Buxarî jî dibêje: ew herdu pîrek Aîşe û Hefse bûn” {66}. Û yê ku, dixweze bi firehî li evê çêrokê binire, ew dikare vegere sûretê Elehzab, bendên (28) ta (34).

Piştî mirina ewî jî û tevî ewê zordariya li ser pişta ewana, ew kar û bizav berdewam bûn, da ku, ew; pîrekên ewî, karibin rewşa xwe çêtir bikin û derketina Aîşe di şerê “Elcemel” de, li hember Elî nimûneyeke balkêşe û benda Elehzab–33 bi xwe jî bi me dide fêmkirin ku, “dayîkên bawermendan” jî dixwestin û weke hemû jinên din, bi xwe şabibin. Lew re ew ayet ji ewana dixweze ku, bila ew di malên xwe de rûnin, eger ku, ew li razîbûna Xwedê digerin; ango soz û seza Xwedê ku, ew li ewê dinê buheştî bin, bi koletiya ewana ve; rûniştina di piş perdan de, girêdayiye û ji bo çi; da ku, mêrek ji ewana razî bibe. Bi gotineke din; em dikarin bibêjin ku, ta pêximber ji jinên xwe razîbibe, gereke ewana têxe zindanan û eger em vegerin dîroka evê ayetê emê zanibin ewî çima wilo kir; ew gihêştibû payîza temenê xwe û piraniya pîrekên ewî hîne di buhara temenên xwe de bûn.

Û ta ku, deqa Quranê bêtir biparêze û perda pîroziyê bi ser de berde, ew Quran û Tewratê dide ber hev û dinivîse: “Quran dijî Tewratê ye, nimûne; ew Hewa nake nimûneya nijada pîreka ku, Şeytên ew kiribe şêweyeke xwe, da ku, Adem pê bixapîne û bihêle ku, ew û dijî fermana Xwedê, ji dara qedexe buxe”{67}. Û dibêje ku, şirovekarên îslamê çêroka Tewratê li ser Quranê barkirine, bêyî ku, Quran ewê yekê bêje û wilo hêştine ku, pîrek di herdemê de û heya bi heya, gunehkar be. Û da ku, bêtir dîtinên xwe bi me bide înan kirin, ew xwendineke bervajî û bi rengekî veqetandî, ji hin ayetan re dike, nimûne: “ewî hûn ji yekrewa  afirandin û jina ewî jê kişand, da ku, lê bihêwire” {68}. Û “.. û kî ji nêr an jî ji mêyan karekî rind bike û ew bawermende, ewê têkeve buheştê..” {69}. Û “.. û bawermend û bawermendê, hinek destên xwe di ser ên din re digrin..”{70}.

Dr. Nesir evan ayetan weke nimûne, di wekheviya di navbera jin û mêran de ku, îslam pê bang dike, dibîne û ne tenê wilo, ew bi xwendineke çewt mebestên evan bendan bi hin angoyên ku, ew pê bawere û tenê di seriyê ewî de ne, diguhêre; “wekhevbûna  di navbera jin û mêran de mebesteke ji mebestên Qurana bi rûmete, ji du aliya ve: aliyê yekê ku, herdu ji “yekrewa” çêbûne û careke din, li rikberî Tewrata ku, dibêje: Hewa pareke ji Ademe.. derdikeve. Û ji aliyê din ve jî, ew wekheviya di karûbarên olî de û çi li ser, ji xelat an jî sezayê, tê dayîn” {71}.

Li gor dîtin û baweriyên me, ew du caran dikeve şaşiyan; cara pêşin dema ku, ew benda; “ewî, hûn ji yek rewa afirandin e” bi mebesta wekheviyê dinimûne û ewê pevokê ji pêvajoya deqê û zeviya nîşanyariya ewê derdixe û dixweze bi me bide fêmkirin ku, Xwedê jin û mêr ji “yek tiştî” afirandine. Ew dîtin û şirovekirina çûyî ti carî ne li gor pêvajoya deqêye û li gor xwendin û têgihêştina me; ew bend û ewê pêşîn ji sûretê Elnîsai, herdu ji bo mêran hatin e; ango guftûgoya ewana ji mêrên Qureyşiyan re ye û ne weke Dr. Nesir pêde çûyiye û eger ku, weke ew dibêje be, dê ti merem ji hevoka “û jina ewî jê kişand”, tinebe.

Tiştê din ku, Dr. Nesir xwestiye xwe têde têxe çewtiyan; dema wekhevbûna di seza û xelatkirinê de, ya herî girîng û bingehîn dibîn e; ango wekheviya li ewê dinê û ev bi xwe jî bi me dide naskirin ku, ne Dr. Nesir û ne jî mamosteyên; “pêşewayên” ewî, ta bigihe pêxember, karîbûn ev wekheviya, di jiyanê de, bi pejirandana, ne hîne bixwestana. Lewe ra ew avêtibûn cîhana din û ev dîtin û şirovekirina bi me dide naskirin ku, ew heya bi kuderê bi wekheviya di navbera jin û mêran re ne û ne jî ewan dikarî xwe di ser yasayên civaka û qonaxa xwe re gav bikirana.

Bi ser evê yekê de jî ew tê û bendên ku, bi şêweyeke aşkere “çêtirî û berzbûna” mêran û serdestiya ewan xûya dike, bervaja dixwîne; ewana dijberî mebestên ku, pê hatine şirovedike, nimûne: “ewên ku, hûn bi ewan bawerin, tenê mê ne û ew ne ji bilî Şeytanekî bêbawere”  {72}. Û  “ewên ku, bi roja din ne bawerin feriştan bi navên mêyan bang lê dikin” {73}. Û “.. ji Xwedayê te re keçik û ji ewan re law.. ew ji derewên xwe dibêjin.. ewî keçik di ser lawan re girt”?”.. nayê bîra we” {74}. Û.. hwd.

Ji evan bendên çûne û pirên ku, me ne gotine, xûya dibe ku, çêtirîn û pileya bilind ji mêran re ye û ev yeka li gor dema xwe hatiye û ne weke ku, Dr. Nesir dibêje: ew li gor çêr û axaftina bi gawiran re hatine û eger ku, weke ew dibêje be: “Quranê dît ku, ev dalyana Ereban ji bo ku, mêyan bikin ên Xwedê û li gor sincên civakî yên ewê demê, ew tiştekî nêzîkî kotîtiyêye” {75}. Ev yeka û weke ku, ew bi xwe jî dibêje: dê tiştekî dijî hişmendiyê be û ew; “dijberiya hişmendiyê”, rastiyeke ewê demê ye. Ji aliyekî de û weke me dît ku,  sê Xwedayên mezin ên evê civakê mê ne; Ellat, Ellize û Munat û ola îslamê ew hersê bi (Xweda)yekî nêr guhartin, digel ku, hin pîrek jî rolin ewan ên girîng di ewê civakê de hebûn, weke Xedîce jina pêxember a pêşîn û jina Ebî Leheb û Hind bint Utbe ku, Dr. Nesir bi xwe jî ewê weke nimûneke balkêş ji bo bi cihkirina ku, pîrekan hin maf ji berî îslamê bidestxwexistibûn tîne; “.. hin pîrek, di demên berê de, li ser seriyên mêran bûn. Û bila yê paşverû vegere helwesta Hind bint Utbe ..” {76}. Û ji aliyê din ve jî, ew keçên xwe bin ax dikin.

Li gor dîtina me, ev dijberiya bi hişmendiyê re, yeke ji sedemên herî girîng -digel ewên civakî û aborî û olî- ku hîştin Muhemed bi şoreşeke olî, çandî rabe. Lê da ku ew; Dr. Nesir bêtir ronahiyê bide rûyê îslamê, evan bûyer û çirûskan vedişêre û wêneyeke reş ku, bi mêrantiyeke sert boyaxkirî, dide civaka berî îslamê, da ku, pir kiryarên musilmanan, di derheqa jin û koletiya ewê de, sivik bike.

Tenê em dixwezin tiştekî ji şirovekirina ewî ku, di pêşiya pirtûka xwe de li ser nîşandeyên zimên kiribû, bi bîr ewî bînin; “îdyolociya zimên li cem sînorên ewê cudebûna ku, me nîşankirine raneweste, ew dirêj dibe, da ku, cîhanê bi hemû tiştên xwe di hundirê zoyîtiya nêr û mê re ava bike. Çiqas nav hene an nêrin an jî mê ne û rê, di zimanê erebî de, ji navên nêrmê re tune ye.. . Di hinek civakên nûjen de ku, bi ingilîzî di-axivin.. hişmendiyeke, hinekî bilind, bi îdyolociya zimên û bivetiya mildana ewê heye û ew bizavên xwe dikin ku, di aliyê bikaranîna zimên de, evê hişmendiyê bi yeke cuda biguhêrin. Nimûne; ew bizavên xwe dikin, da ku, hertim bi pironava nêr; “he” nisanî mirov nebe û li şûnê, herdu pironavan weke ku, guhartin be “he or she“, bi kar tînin.. {77}.

Vêca û piştî gotinên ewî em jê dipirsin: çima ji pêşiya Quranê û heya bighe benda herî dawiyê, Xwedê xwe bi pironavê nêr dide naskirin û ne bi ya mê, eger ku, ew mêran di ser jinan re nagire. Lê û weke ku, Dr. Nesir dibêje: “ewê ku, li sedemên daketinên evan ayetan bimeyzîne.. dê nasbike ku, heya bi kuderê Cibraîl li gor dilê guhdaran diçû” {78}. Û wilo guhdarên ewê hîngê jî dixwestin Xweda nêr be û dema yên mê çêbû; ango civak a nêritiyê bû û îslam jî û weke her pisporiyeke din, a dema xwe ye.

An jî ya rast ewe ku, bend û ayetên Quranê dûrî evan dîtin û şiroveyên me ne û ti carî ew; deqa Quranê bi evê hişmendiyê nehatibû ber evan çêrok û bûyeran û tenê me, ew deq, bi dîtin û baweriyên xwe barkiriye û her diçe em şax û rêçikan jê dikşînin, ta gihêşt ku, hinek şirovekarên demên îro dengên xwe û bê şerm, bilindkin û bibêjin ku, ev hemû alav û destkewtinên îro; ji telefonê de bigre ta tu dighê intirnêt, ew tev ji Quranê bi derxistine û ev yeka bi me dide fêmkirin ku, şêwên şirovekirinê dikarin, heya kîjan pileyê, deqê biguhêrin û berevajî bikin. Bi dîtina me, eve girêka herî mezin û aloze di derûn û pisîkolociya mirovê musilman de ku, ew nikare xwe ji tekûzî û tevayiya Quranê rizgar bikê ye.

Di çêroka jinanînê de jî, Dr. Nesir dengê xwe dide nik ê pêşew Muhemed Ebdê ku, gereke rewa rê nede yekî ku, ew bêtirî jinekê bîne û ne jî cariyan di malên xwe ke; “.. lê ne dadweriye ku, tu nehêlibî yek jineke din bîne ser kebaniya xwe ya berê, demê ku, ew nikaribe zarowan bîne” {79}. Di vir de em jî pirsekê ji Dr. Nesir û pêşew dikin; gelo demê ku, ev yeka ji mêrik de be, ka ewê rê bidin jinikê ku, dev ji mêrê xwe berde û biçe yekî xwe din bike : “ji ber ku, mebesta zewaciyê anîna zaroka ye” {80}. Û em nabêjin bila ew mêrekî din bîne ser ê xwe yê berê, da ku, wekheviyeke tekûz derkeve holê û pirsa din; ka ew çi dibêjin di derheqê pêximber de ku, ew mir û neh jinên ewî hebûn û me ne got di derheqê yekî wekî Elmitewekêl; şûngirekî mislimanaye ku, çar hezar jin di koşkên xwe de kom kiribûn.

Û da ku, ew riwê îslamê di evê yekê de sipî bike, tevî ku, ti ol û baweriyan di evê çêrokê de; mildana jinan ji mêran re û nirîna li ewan ku, ew jî ji sermiyana ewî ne, weke îslamê nekiriye û jin pûç û zîvar nekirine; “ji xelkê re hezkirina ji jinan û lawan û qentarên zêr û zîv û hespên rind û sewal û çandin, hatiye bedew kirin, ew tiştikên jîna evê dinê ne û li ba Xwedê xweştirîn cîhwar heye” {81}. Binir ku, çawa Quranê jin xistiye nav sermiyanê mêran û ew daxistiye pileya dewêr û sewalan û wilo nirxê ewê li gor çarşiyê û têdana pereyan e. Ji bilî rêdana ku, yek dikare çarên asê bîne, tu dikarî bi hezaran pîrekan di hundir û nav nivîna xwe kî; çi bi riya navmaliyê an jî dîlkerên şer û cengan: “di ewê hîngê de; demên berê, netew li ser êrîşên çekdarî ava dibû.. hemû şaristananî ji Girîk û Romanan de bigre, sermiyana xwe li ser koletiyê ava kirine” {82}. Û çi bi kirîna ewan ji çarşiyan, weke her pertaleke din ku, yek dikire yan jî bi riya “jinanîna kêfê” ku, heya roja îro hin kêşeyên îslamê pê digrin û weke me got: gihîşt ku, şûngirekî musilmanan; ElMotewekêl li çar hezar pîrek keve, mîna ku Dr. Ferec Fodê dibêje.

Piştî evê dîrok û xwendinê, dê pir şerm be ku, yek bêje: îslam bi wekheviya jin û mêran re ye û ta ku ew, bi “êlekê riwê rokê veşêre”, tevî ku, nayê veşartin jî, ew tê û hin nimûneyin beloq ji dîroka îslamê dibe û li kuderê û kengî; “filan lawê filanî.. soz da jina xwe, dê li ser nezewice û ne jî ji bo kêfê -diya zarok- bîne ser ewê û eger ku, tiştekî wilo kir, ferman di destê ewê de ye ku, xwe yan jî pîrekên din ji mêr berde.. û gereke ew bêtirî şeş mehan ji mal dûrnekeve û ewê, bê dilê ewê, ji mala wê der nexe..” {83}.

Belê, bes em dipirsin ev çêrok li ku derê û kengî bû; ew piştî demeke dirêj ji îslamê û li welatê Ispan “Elendelus” û di bin heyameke rewşenbîrî cuda de û tenê di hin mehirnameyan de; ango heya li wir jî ne pêgirt û sinceke civakî bû. Vêca tu evê yekê bikî nimûne ku, îslam di çêroka wekheviya jin û mêran de, gihîştibû pileyeke bilind, dê ne tenê ji dîrokê re xewş be, lê tu yê bihêlî ku, ustiyê rastiyê jî bête badan û temenê dîroka nezaniya me jî dirêjtir bikî.

Tiştê din ku, me di riya evê nimûneyê re li cem Dr. Nesir, naskir eve; ku camêr di pêşî de helwesta xwe digre û di dû re li xal û bûyerên ku, ewê helwestê bicih dikin digere. Lew re em dibînin ku ew, çirûskên awirte, ji xwe re dike nimûne û li gor  helwesta xwe, ewan  şirove dike û em dikarin şirovekirina pêşew M. Ebdê ku, Dr. Nesir pêre erê dike, weke nimûne bînin: “ji yê nêr re weke ku, du caran ji ya mê re be” {84}. Ew evê ayetê weke deqeke girîng di çêroka weheviyê de dibîne û dihêle ku, M. Ebdê binvîse û Dr. Nesir jî pêre erê bike; “weke ku, paşmaka mêyan kiribe biryareke venasînê.. an jî ew kiribe bingeh di yasdanînê de.. . Û eger ne wilo be, dê bigota: Ji mêyan re nîvê yê ku, ji nêran re ye..” {85}.

Bêyî ku, em ti dûvikan lê zêde bikin, yek baş têdighe ku, herdu camêran mebesta ewê bendê berevajî kirine. Eger ku, em bibêjin “filan” ji “bêvanê” bi du caran xweşiktire, Dr. Nesir, dê çi jê fêm bike; gelo ewê gotina me bi merama ku, “bêvan”, di xweşikbûnê de, kok û bingeh, bibîne yan ewê fêm bike ku, ew di xweşikbûnê de ya kêm û lare.

Û di çêroka zorkirina li yê din û da ku, ewî bikin musilman û bihêlin ew dev ji ola xwe ya berê berde yan bernede; “azadiya baweriyê“, ew dinivîse: “damezrandina azadî û kesatiyê, di Quranê de dozeke aşkereye ku, ne gereke yek li ser biaxife, ji ber pirbûna ewan deqan, ayetan..” {86}. Lê camêr ewan ayetên ku, bang li zorê dikin ji bîr dike û ew ji me re xûya nake ka çima leşkerên musilmana û bi hezarên kîlomitra, ji cîhwarên xwe bi dûrketin û êrîş dibirin ser gelên din, eger ku, ne ji bo belavkirina ola xwe û talankirina ewan welatan be, dê ji bo çibe. Û gelo ka muslimanan çima şerê ewan gelan kir û bi çi şêweyan; eger ku, ne bi zora şûr û xwînê û birçîkirina ewan miletan bi riya talan û xîrac û pirekên din re bû, ka bi çi dibû. Û em di rûpelên çûyî de bi ferehî li ser evê mijarê rawestiyan, lew re emê dubare nekin.

Nimûneyeke din, ew jî ji jiyana pêximbere ku, dibêjin: ewî bêtirî çar jinan, li cem xwe, gihandin hev; “ew li ser nihan mir” {87}. Û hêştiye ku, Dr. Nesir ewê yekê weke tengkirinekê ji jiyana toxmî ya berdayî re bibîne,  -li rûpelê 288 an binire, ji pirtûka Cergeyên Tirsê- û ti carî gûman nake ku, ew jî û li gor dema  xwe, li dû nêrîtiya xwe û têghêştinên civaka ewê çaxê çû be û ne bes wilo, ewî di evê yekê de jî serbariyek daye xwe û ne hêşt ti kesî din bêtirî çaran ji “yên asê” li cem xwe kom bike û ta ku, nêrîtiya ewî bêtir têr bibe, nehêşt jinên ewî; “dayikên bawermendan”, di dû ewî re ti mêran bikin. Tevî ku, hinek ji ewana hîne di ciwantirîn temenê xwe de bûn, weke Aîşe.

Di dawiyê de, em dixwezin mijara xwe bi çend têbîniyan kuta bikin; ji berî hertiştî, em hêvîdarin ku, guftûgoya me bi mebesta êrîşeke koranî û tenê ji bo êrîşiyê, li ser îslamê û musilmantan neyê fêmkirin; ev sayîkirina me jî ne ji tirs, an jî ji bo dilsarkirina ewana, tê û em bi baweriyeke bilind û kûr dibêjin; dema cîlaw û boyaxkirinê çu ye; ango bi pîneyan tu nikarî kirasekî kevin nuh bikî û wilo jî îslam bi şirovekirinên nuh, ji yên weke Dr. Nesir H. Ebo Zêd, dê venegere hêz û jiyana xwe ya berê, tevî ku, ew dixweze û weke hemû musilmanên ronakbîr, xwîneke nuh bi candekê ewê de berde û li gor dîtina me, eger ku, musilmanan ew baş fêmkiriba –weke me berê jî gotibû- dê pûtek ji ewî re çêkirana û ne dûre ku, ew bi xwe jî, ji xwe re, bikirana pût. Têbîniya dudiwan jî eve. Lê tenê ew yeka; xwîna nuh, dê bihêle ku, çêroka pîroziyê, di çav û mejiyê pêşrewan de, biheje û kiras bête çirandin.

Têbîniya din ku, em dixwezin di guhê Dr. Nesir de bibêjin eve: îslam qurşîn û bireka dawiyê bû; “Bireka dilovaniyê” bû ku, di seriyê nêçîrê; “civaka dayîkiyê” de hate teqandin û hêştiye ku, yê nêr serdestiyeke fereh û sedî sed bi dest xwe ve bîne. Û di dawiyê de em evê pirsê ji ewî dikin: ka îslam, di dema semax û hêza xwe de, ne weke Emerêka û welatên bakur, di roja îro de, bû ku, weke ew li ser dibêje: “ew nikarin û weke hemû dewlemendên.. bi ustubariya xwe ya dîrokî rabin“ {88}. Û çima ew nimûneya îslamê weke awerteyekê ji evê bingehê re dibîne. Evin pirs û têbîniyên me yên dawiyê û em bi hêvîne ku, rojekê ew bersiva evan pirsan bidin. Gotina dawiyê ku, em dixwezin ji Dr. Nesir û xwendevanan re jî bêjin eve: Rewşa pîreekê di roja îro de û piştî {1432} sal  ji “daketina Cibraîl”, evan hemû venirînên di wekheviya jin û mêran de li erdê dixin.

 

                                                                                                                 

Gîre:

 

  • Nesir Hamid Ebozêd, Cergeyên Tirsê (Xwendinek di Goftûgoya Jinê de), R. 9-10.
  • Jêderê berê, R. 10.
  • Jêderê berê, R. 10.
  • Jêderê berê, R. 11.
  • Pirtûka Quranê, Elenam-penda 115.
  • “             “       Eleraf-     “    
  • “              “       Elkehif-   “     
  • N. H. Ebozêd, Cergeyên Tirsê, R. 11.
  • Jêderê berê, R. 21/22.
  • Sadêq Celal Elezim, Rexnekirina Ramyariya Olî.
  • N. H. Ebozêd, Cergeyên Tirsê.
  • Jêderê berê, R. 262.
  • Jêderê berê, R. 36.
  • Jêderê berê, R. 36.
  • Jêderê berê, R. 48.
  • Jêderê berê, R. 48.
  • Jêderê berê, R. 55.
  • Jêderê berê, R. 63.
  • Jêderê berê, R. 63.
  • Ibin Elcozî, Rexnekirina Zanîn û Zanyaran, R. 6.
  • N. H. Ebozêd, Cergeyên Tirsê, R. 21.
  • Jêderê berê, R. 68.
  • Jêderê berê, R. 71.
  • Jêderê berê, R. 113.
  • Jêderê berê.
  • Jêderê berê _ R. 129-130.
  • Jêderê berê _ R. 130.
  • Jêderê berê _ R. 131-132.

29- عبد السلام هارون . تهذيب سيرة ابن هشام . راجع الصفحات 198-207 .

    30- Jêderê berê _ R

31- ابن الجوزي . نقد العلم والعلماء . ص59 .                                        

( * )   Suidiyê ta sala 1936 an yasaya qedexekirina bazirganiya koletiyê dernexistibû, tevê ku Feransa di sala 1794 an de qedexe kiribû. Ji bo baştirîn naskirina ji evê mijarê re, vegere:  فاطمة المرنيسي، هل انتم محصنون ضد الحريم ؟ ص145

32- د . نصر حامد . دوائر الخوف .                                                      

   33- Jêderê berê _ R. 165.

 

34- محسن الأمين . الشيعة بين الحقائق والأوهام . ص89 .                            

35- د . فرج فودة . الحقيقة الغائبة . ص80 .                                           

   36- Rojnemeya” أخبار الأدب  “ hejmara: 348, yekşem 12 avdara 2000.

37- د . نصر حامد . دوائر الخوف . ص167 .                                        

38- د . غيداء خزنة كاتبي، الخراج- الممارسات و النظرية . ص250-255 .      

   39- Jêderê berê _ R. 274.

 40- د . نصر حامد ابو زيد . دوائر الخوف-قراءة في خطاب المرأة . ص167 .     

 41- المسعودي . مروج الذهب و معادن الجوهر-ج3 ص132 .                     

 42- محسن الأمين . الشيعة بين الحقائق و الأوهام . ص90 .                           

 43- د . نصر حامد . دوائر الخوف . ص165 .                                         

   44- Jêderê berê _ R. 168.

45- فريدريك انجلس . أصل العائلة و الملكية الخاصة و الدولة. ص71 .              

46- د . نصر حامد . دوائر الخوف . ص171 .                                         

   47- Jêderê berê _ R. 173.

48- القرآن . سورة البقرة . الآية 82 .                                                   

49- القرآن . سورة البقرة . الآية 191 .                                                 

50- القرآن . سورة التوبة . الآية 39 .                                                     

 51- د . صادق جلال العظم . نقد الفكر الديني .                                         

52- د . نصر حامد . دوائر الخوف . ص173 .                                          

   53- Jêderê berê _ R.

   54- Jêderê berê _ R. 173.

55- القرآن . سورة البقرة . الآية 217 .                                                  

56- تفسير الجلالين ، ص36 .                                                               

( ** )    Em tev dizanin ku, misilman rê didin ku, mirov ji bo sê tiştan bête kuştin; Yek ji ewan, eger ku ew ji ser ola Îslamê vegere.

 

57- د . نصر حامد ابو زيد . دوائر الخوف . ص189 .                                 

58- محمد رضا . ذي النورين عثمان بن عفان . ص187 .                               

59- د . نصر حامد . دوائر الخوف . ص195 .                                            

60- القرآن . سورة الأحزاب . الآية 33 .                                                  

61- د . نصر حامد . دوائر الخوف . ص198 .                                            

62- Jêderê berê _ R . 240 .

63- Jêderê berê _ R . 239 .

64- Jêderê berê _ R . 189 .

65- القرآن . سورة آل عمران . الآية 195 .                                               

66- الشيعة بين الحقائق و الأوهام . ص59 .                                                 

67- د . نصر حامد . دوائر الخوف . ص207 .                                             

68- القرآن . سورة الأعراف . الآية 189 .                                                  

69- القرآن . سورة النساء . الأية 124 .                                                     

70- القرآن . سورة التوبة . الآية 71 .                                                         

71- د . نصر حامد ابو زيد . دوائر الخوف، ص208 .                                       

72- القرآن . سورة النساء . الآية 117 .                                                      

73- القرآن . سورة النجم . الآية 27 .                                                         

74- القرآن . سورة الصافات . الآية 149-155 .                                           

75- د . نصر حامد ابو زيد . دوائر الخوف، ص210 .                                         

76- Jêderê berê _ R . 295 .

77- Jêderê berê _ R . 31_32 .

78- Jêderê berê _ R . 212 .

79- Jêderê berê _ R . 220 .

80- Jêderê berê _ R . 220.

81- القرآن . سورة آل عمران . الآية 14 .                                                     

82- فاطمة المرنيسي . هل أنتم محصنون ضد الحريم ، ص10-11 .                            

83- د . نصر حامد . دوائر الخوف ، ص224-225 .                                         

84- القرآن . سورة النساء . الآية 11 .                                                            

85- د . نصر حامد ابو زيد . دوائر الخوف ، ص232 .                                         

86- Jêderê berê _ R .266 .

87- تهذيب سيرة ابن هشام، ص334 .                                                           

88- د . نصر حامد ابو زيد . دوائر الخوف، ص286 .

 

                                         

 

المراجع و المصادر :

                                                                                              

1- نصر حامد ابو زيد. دوائر الخوف، قراءة في خطاب المرأة . الطبعةالثانية-2000 ، المركز الثقافي العربي .

2- د . فرج فودة . الحقيقة الغائبة . الهيئة المصرية العامة للكتاب-1992.                                      

3- عبد السلام هارون. تهذيب سيرة ابن هشام. الطبعة الثانية.بيروت-1981.                                

 4- جريدة أخبار الادب. العدد 348 . الاحد 12 من مارس 2000- ص 32.   (سلسلة مقالات عن كتاب” الاسلام و أصول الحكم” للدكتور نصر حامد).                                  

5- المسعودي . مروج الذهب و معادن الجوهر.تحقيق محمد محي الدين عبد الحميد.دار المعرفة-بيروت .        

6- محسن الامين .الشيعة بين الحقائق والاوهام-منشورات مؤسسة الاعلميللمطبوعات-الطبعةالثالثة.بيروت1977  .

7- كتاب القرآن – مطبعة الملاح- دمشق 1960 .

8- فريدريك انجلس- أصل العائلة و الملكية الخاصة و الدولة- دار التقدم، موسكو .

9- د . صادق جلال العظم- نقد الفكر الديني .

10- تفسير الجلالين- دار شوكت- الطبعة الأولى- دمشق 1410هجري .

11- محمد رضا- ذي النورين عثمان بن عفان- الكتب العلمية- الطبعة الثانية 2000- المركز الثقافي العربي .

12- ابو موسى الحريري- قس و نبي ( بحث في نشأة الإسلام )-1979 .

13- ابن الجوزي، ابي الفرج بن عبدالرحمن- نقد العلم و العلماء أو تلبيس إبليس- دمشق1976 .

14- فاطمة المرنيسي- هل أنتم محصنون ضد الحريم- ترجمة: نهلة بيضون- نشر الفنك و المركز الثقافي العربي- بيروت ط1\2000 .

15- د . غيداء خزنة كاتبي- الخراج( الممارسات و النظرية )- مركزدراسات الوحدة العربية- سلسلة اطروحات الدكتوراة- بيروت\ابريل1994-ط1 .

                                                                                                

 

 

 

 

 

 

أضف تعليق