BO DAXISTINA PIRTOKê JI VIR:
http://de.calameo.com/read/005270298f82d09496264
https://www.4shared.com/web/preview/pdf/fryssK5Jei
Navê Berhemê:Xewnên Elendê
-Navê Daner:Vejîna Kurd
-cûreya Berhemê:Helbest
-çap: Malxana komcivîna Zanyarên Azad
-Hijmara xelekirî:37
Hemo maf Ezber kirî ye ji daner re
Mafê weşan kirina Pirtokê Ezber kirî ye ji Nivîskar e û çapa Elkitronî Ya komcivîna zanyarên Azad re ye
/htps://reberhebun.wordpress.com
bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin;
reber.hebun@gmail.com
BO XWENDINA PIRTOKê DAKEV XWARê;
Vejîna Kurd
XEWNÊN ELENDÊ
Helbest
– XEWNÊN ELENDÊ – Helbest.
– Vejîna Kurd.
– Çapa yekê 2016z. 2628k.
– Amadekirina qabê: Yasêr Emîr
– Mafê çapê parastî ye.
Diyarî:
– Ji kevokên ku
hêlûna xwe li paş sînoran ava kirine..
– Ji gelê ku
azaran ji pêsîrên demê dinoşe, û hêviyên kesk li
her berbangekê azad difirîne..
– Ji pênûsên ku tovên evînê li ser dêmên rûpelan
diçînin, û bi ava dilsoziyê wan av didin..
– Ji her kesê ku ez fêrî semaya helbestvaniyê
kirime re..
XEWNÊN ELENDÊ diyarî dikim.
Vejîna Kurd
Efrîn
15.8.2016z
Pêşgotin
Helbest pelandina kemalê ye, kemala, ku qet bi dawî nabe, û pêk nayê, lêgerîna herheyî ye, peyvan derbas dike, an jî bi gotineke din, kirasê peyvan fireh dike, gelek wateyan ji peyvekê dizeyîne, pêre jî zimanekî nû dafirîne, ev ziman zimanê afrînê ye, û afrîn kirike mirovanî ye, realîteya nasbûyî hildiweşîne, û yekeke nenasbûyî dizeyîne.
Aferîn, bi vê wateya xwe, boҫûna kilasîkan, ku digotin divê gotin bi qasî wateyê bin, hildiweşîne. Ҫima? Ji ber ku peyv pirêcaran li hember derbirîna hestan, ji hal dikevin, lal dibin, û nikarin delameta xwe pêk bînin. Pevy bi wateya xwe ya ferhengî sînorbûyî ye, û wate fireh e, ne sînorbûyî ye, dê ҫawa tiştekî sînorbûyî bikaribe yê nesînorbûyî biderbirîne? Ev yeka tenê bi awayekî pêk tê, ew jî ew e, ku em peyvê jî, wek wateyê bê sînor bikin, em wê ji sînoran rizgar bikin; ango wê jî mezin û fireh bikin. Dê ҫawa peyv fireh bibe?
Ev boҫûna me nakeve pey ҫêkirina peyvine nû, ku di ferhengan de nîn in, belê em weha diҫin, ku awayê xebitandina peyvan biguhêrin, peyvan bi awayekî din bixebitînin, ku ji xwener ve were xuyan, ku gelek peyv ji peyvekê diherikin, da were xuyan, ku zimanekî din ji yê pêşîn peyda bûye. Ev yeka tenê bi riya mecazê pêk tê, pêre jî zimanê helbestê dibe zimanekî mecazî. Ka em bi awayê piratîk van boҫûnan binerin. Vejîn di helbesta (Dildar im) de dibêje:
Bi ramûsanên berbangê
çavên sibehê kil didim
Ji keziyên tavê
hêviyan dihûnim
Û bi wan
porê şevê şeh dikim…
Belê…
ez hêvîdar im.
Berî pêşî, tê xuyan, ku ew rengdêrên (sîfat) mirov davêje ser hestan û tiştan, ser nezindiyan; ango tişên bê giyan bi giyan dike, nezindiyan zindî dike; berbang dikare ramûse, sibehê ҫav hene, û tên kilkirin, tavê (roj) kezî hene,hêvî têne hûnandin, şevê por heye, û bi hêviyan tê şehkirin, ango hevî dibin şeh..
Berbang destpêka sibehê ye, ҫavkilkirin sîmbola xweşikirin û nûkirinê ye, tav jî sîmbola ronahî û sipehîtiyê, (ciwaniyê) ye, tevî ku ev sîmbol (tav) bi şevê nîne jî, lê hêviyên ji keziyên wê hatine hûnandin, porê şevê şeh dikin, pêre şev jî bi ronî dibe, ango tariya şevê jî nikare ciwaniya hêviyan veşêre, nikare hêviyan biҫelmisîne.
Dêmek hemî peyvên vê nimûneya jorîn wateyên ferhengî bi paş xwe de hêştine, û hineke nû hilgiritine, ango ev peyv hemî ber bi wateyine nû de şimitîne, pêre jî pergala derûnî ya helbestvanê diyar kirine, ku ew her tim geşbîn û hêvîdar e, û rê li ber hevoka dawî “Belê… ez hêvîdar im” girtine, û cih nedane wê; ango ew hevok li qulafeta helbestê û li derbirîna pergala derûnî zêde bûye.
Zimanê helbesta nû, nemaze ya pexşane, zimanekî guvaştî ye, peyvên zede napejirîne. Eger em careke din vegerin ba mînaka jorîn, ev boҫûna me dê rastiya xwe diyar bike. Ev mînak geşbîna helbestvanê zor numa dide xuyan, ma ҫi hewce bi hevoka dawî heye? Ҫi hewce heye, ku helbestvan bibêje “Ez hêvîdar im”?.
Gelek helbestvanan li gel (şev)ê têkilî ristine, û hestên xwe derbirine. Helbestvanê Îraqê Bedir Şakir Esseyyab peyva (şev) bi sedên caran di helbestên xwe de xebitandiye, lê şev her tim li ba wî sîmbola tarîtî, azarî û sitemê bû. Lê helbestvanê navdar Cibran Xelîl Cibran baş di raza şevê gihêştibû, û mîna hemî romantîkan xwe avêtibû hembêza wê:
“Şev aram bû, xewn xwe di cilên aramiyê de vedişêrin. Heyv şiyar e, û wê ҫav hene, ҫavdêrên rojan in. Were keҫa ahengê, em serdana zeviya evîndaran bikin, heye em bi wê şerbetê şewata bîriyan vemirînin. Dîlbera min! Netirse dîlbera min. Stêrk razan vedişêrin”.
Wusa jî helbestvana me li gel şevê, wek romantîkan, têkiliyan girêdide, ew û şevê delaliyên hevdu ne. Pirên helbestvanên romantîk berê xwe didan şevê, hêminiya şevê baskên xwe dida ser wan, wan jî şev mîna dostekî wefadar didîtin, pêre daxifîn, hem êş û kovanên xwe jê re digotin, û hem jî şahiyên xwe pê re parve dikirin. Şev dibû evîndara wan, di hembêza wê de xewnên xwe dijiyan.
Peyva (şev) di vê kom helbestên Vejînê de 39 caran dubare bûye, ev yeka dide xuyan, ku ew hewesdara şevê ye, û bi piranî dostaniyê li gel şevê girê dide. Şev bi hêminiyê tê naskirin, derdor ker û lal dibin, gerdûn hêmin dibe, û lîstikgeha xewnan fireh dibe, û derûnên romantîk xwe davêjin hembêza wê, û tevna hêviyan dirêsin.
Vejîn jî di helbesta (Di Nîvê Şevê De) şiyar e, dosta şevê ye, di hêminiya bajêr de, heyv pêre dikene, û hêvî nû dibin, û semayê girêdidin, û şevê li wê pîroz dikin.
“Gava heyv
bi min re dikene
û bajar hêmin dibe..
hêviyên nûbişkuvî
semayê dikin
û şevê li min pîroz dikin”.
Xuya ye Vejîn hewl dide, ku helbestvaneke, ku nezindiyan zindî dike, were naskirin, vê lomê jî ev taybetî di pirên helbestên wê de diyar e. Di nimûneya jorîn de, heyv dikene, hêvî dibişkuvin, û govendê girêdidin. Bi ser de jî ev nimûne dide xuyan, ku ew her tim hêvîdar û geşbîn e.
Helbest bi vî awayî zimanê xwe yê taybet, zimanê ku ji yê normal cuda ye, dafirîne, zimanê wêneyan e. Helbestvan bi wêneyan raman û hestên xwe diderbirînin. Wêneyên Vejînê hevedudanîn in, yek ji yê din peyda dibe. Hêminiya bajêr li gel kenê heyvê hevbest e, û pîrozkirina şevê li gel dîlana hêviyan hevbest e. Her weha ev tablowê jêrîn, ku di helbesta “Xewnerojk” de, jî wêneyekê ji yê din dizeyîne:
” Hilma tenahiyê..
û vedenga axîneke kûr
bedena Çiyayê Lêlûn
dilerizînin…
Tajanên sibehê
robarên xema çemê Efrînê
gurgîn dikin… ”
Tenahî (tenêtî) dikare hulmê bide û bikşîne, ev hulm jî dikare Ҫiyayê Lêlûn bihejîne, ҫem xemgîn e, û xem jî gurgîn dibe, pêre jî tê xuyan, ku dem di helbestên Vejînê de bi piranî mande û duwaroj tê xebitandin, “kil didim, dihûnim, şeh dikim, dikene, hêmin dibe, semayê dikin, pîroz dikin, birjîne, bipelîne, bila…ji te bê… HWD”, her tim jî geşbînî tê de reng vedide.
Vejîn bi vî awayî balê ber bi cîgeh de jî dikşîne. Cîgeh di helbestên wê de bi qasî bajêr û welêt fireh e, pêre jî cîgeh bi gelemperî tê xuyan. Cîgeh di nimûneyê pêşî de bajar e, lê kîjan bajara ye, ne diyare, pêre ҫarҫewa bûyeran jî fireh dibe, dikare ser welatekî bi tevayî bigre. Lê cîgeh her tim bi vî awayê gelemper namîne, belê di hin helbestên wê de tê sînorkirin, wek ku di nimûneyê jorîn de ҫemê Efrînê ye, û di vî nimûneyê jêrîn de Efrîn bi xwe ye:
“Loooo kurdo..
Xunava kenê xwe
bi ser rûyê
Efrînê de birjîne
Bi tiliya peyvên xwe
giyanê wê bipelîne
Bila
bihna vî bajarî
hertim ji te bê ».
Cîgeh şûna, ku bûyer lê digerin û diqewimin e, pêre jî di helbestê de hêmanekî giring e, ew kilîteke deqê helbestî ye, rê li ber xwener vedike, da derbas hindurê helbestê bibe, û wateyên wê bimeyzîne.
Pirên wêneyên vê koma helbestan ciwaniya xwe ji xebitandina dijberan werdigirin, ” di guhên kêlîkan de tenê bêdengî diaxife”. Ev wêne ne tenê demê zindî dike, û qulafê mirovan bi ser de dike, lê wê dike guhdar û hewesdarê bihîstinê, ta ku dikare bêdengiyê jî bibihîse, û li hêla din bêdengî jî wek mirov hatiye gewdekirin, û diaxife jî.
Di vê koma helbestan de, helbesta “Rûpelek Ji Lênûsa Jînê” zêde bala min kişand. Dem sar e, seqa ye, şahî ber bi mirinê de ne, welat birîndar e, lehiya mirovan ber bi koҫberiyê de diherike, sînor di bin piyan de diwestin. Ev tablowa şîndar û şînkêş, giyanên bê guneh ber bi diwaroja miҫiqî û ҫelmisî de dibezîne, û li ser sînoran ji xewê bê par dihêle.
Karwanê koҫeberiyê kolanên welêt bê deng hêştine, mirin û kuştin li ber her goşeyekê ҫavdêr in, darbestê li pey darbestê bi rê dikin, erd û ezman şîndar in, û goristan hîna jî têr nebûne.
Hemî xeml û xêzên buharê hatine wendakirin, pîrejin û pîremêran piştên xwe dane dîwarên sar, ҫîrokên azaran dirêsin, û destan li ber Xweda vedigrin, ku riya felatê li pêş wan durist bike.
Keҫ û xort li ҫeperên şer geşbîn in û giyanên xwe diyarî welêt dikin, dayikan piştên xwe dane kavilan, hem karwanên şehîdan dilorînin, û hem jî nameyên serkeftinan dilîlînin, pêre jî omîdên felatê her zindî dimînin.
Di beşê dawî de, tevayê jiyana gelê kurd wêne dike, ku ev gel di seranserî dîroka xwe de her tim êş û azaran diguvêşe, û şahiyan jê didoşe, û bi carekê jî reşbîn nebû ye, belê her tim geşbîn e, û pandiyê serkeftinê û rizgariyê ye.
Ev helbest tiragîdiya tevayê welatê Sûriyê, di van şeş salên dawî de, dide xuyan, û ji ҫar beşan pêk hatiye, her beşek xwener radestî beşê din dike. Beşê yekem belaya ku bi ser welêt de hatiye, diderbirîne, ew jî tev kuştin û xwîn û kavilkirin û koҫeberî ye.
Helbet ev tablowê xwînî dê di beşê duwem de xwînê biherikîne, karwanê darbestan li pey hevdu rêz bike, buharê biҫelmisîne, bergeh û penava êş û şînê û koҫberiyê fireh bike, û hesreta zar û zîҫan di dil û derûnên pîrejin û pîremêran de gur bike.
Lê li hember vê realîteya, ku tev de kuştin û xwîn û êş û şîn, û kavilkirin e,berxwedan jî divê. Beşê sêyem terxanî vê berxwedanê û baweriya serketinê ye, û beşê ҫarem geşbîniya serkeftinê ye. ” ҫav her tim ber bi aso ne, her tim ber bi aso ne”. bi vî awayî ev helbest yekîtiya zindî (biyologî) pêk tîne, her beşekî wê delametek heye, wê bi cih tîne, û hemî vêkra avahiya helbestê bi vî şêweyê ciwan pêk tînin.
Heyder Omer
Elmanya / Langenhagen
01.07.2016
BÛM ŞIVAN
Li ser…
danişteke westiyayî rûniştime
li şerê…
roj û şevên seqagirtî
temaşe dikim
û tayên
porê demê dijmêrim.
Bi tiliyên şevê
çavdêrên vî bajarî
dikim xewê
û bedena riya kadizê
li pêş xewnên buharî
dûz dikim..
Belê.. .
di vê kêlîkê de
ez bûm
şivana keriyê xewnan.
MIZGÎNIYA SIBEROJÊ
Li welatê min
Ewrên ducanî
Baraneke dilşad dibarînin
Serê xwe radikim
Silaveke germ li dîrokê dikim
Destana Şêx Seîd
Û Qasimlo dixwînim
Sirûda Ferînaz û Arînan
Li zimanê demê digerînim…
Çîrokên payîzan
Li bahozan sîwar dikim
Nema sozên mijdar
Guhên min hişyar dikin
Pêlên azadîxwazan
Mizgîniya siberoja welêt in.
RÊWÎTÎ
Ji demekê ve
pênûsa rûbadayî
li mergên rûpela sipî
bêje nemêjandine
Li geliyê bîranînan
raman..
bi derziya jibîrkirinê
bangekê nîgar dike
Fîncana qederê
bêdengiyê dinoşe
de were..
em destana xwe
bi hev re jiber bikin
bila rêwîtiya me
di siha
demine bextewar de
bi dawî bibe.
03. 06. 2015.
KURD IM
Kefecana şahiyê
Ji gewriya salan
Diherike ser zendên rojê
Di gemiya demê de
Rastî dibe leylan
Û kêlîk tîîîr.. tîr dibin.
Erêêê.. erê
Kurd im..
Govenda ah û azaran
Ji zû de digerînim
Hêviyên sêwî
Di nav lepên jiyanê de dilorînim
Milên xwe didim axînên welêt
Striyên êşan..
Giyanê mirovahiyê naxurînin
Lê..
Gupikên vînê
Di buxçika hestên min de dibişkuvînin.
Kurd im..
Bi zolikên coşê..
Zilfên meraqan..
Û pêlên lehengiyê..
Kefenê tariyê didrûm.
Zîpikên janan
Û hevcarê xeman
Bi taverojên hêviyan ko dikim.
Li şikefta tenahiyê
Xewê di rondikên qederê de difetisînim
Û hêlûna coşê
Li ser pişta xwe digerînim
Kurd im..
Bi malîkên hêsayî
Di helbestine şevînî de
Xewnên qaçax rewa dikim.
Ronahiyê..
Ji pêsîrên heyvê dinoşim
Û bi dengvedana xumxuma Ferêt
Awaza azadiyê
Li her çar demsalan dilîlînim.
DIYARIYA RONAHIYÊ
Şev bi hestên min
ez jî
bi tevleheviya wê
mijûl dibûn
û di çavên ezmên de
ronahiyekê…
li me dipa
hêdî.. hêdî
şevê xwe vedizî
û ronahiyê
siha gulekê
diyarî dêmên min kir.
24. 01. 2015
DEMSALINE ÇAVLIXEW
Demine rûzer
Bi gopala hebûnî
Li dahola jînê dixistin.
Coşa Havînê
Di nav hilma kovanan de miçiqî bû
Buharine tîxunav
Li ber sêbera kavilan hilketî bûn
Ne bilûra şivanan
Ne jî..
Hêviyên semazan
Dikarîn ew ji buxaza
Demsaline çavlixew rizgar bikirana
Tenê..
Xewnine çavşil
Di bin mitêla şevan de
Hêze xwe dikirin
Lê wan jî nikanîbûn
Tîbûna giyanan avdana…
DARA ZÊTÛNÊ PÊDAR E
Çiqas..
Pel
Di sepeta payîzê de
Fêrî semaya mirinê bibin
Û Tîrmeh û Gelawêj
Ji tîna Havînê xuh bidin
Dara zêtûnê
Her pêdar e.
Çiqas…
Top û tiving
Dawa Qamişlo û Efrînê
Qulqulî bikin
Û çiqas..
Nalînên tîbûnê
Gewriya demê zuha bikin
Û kenê rojê bidizin
Xumxuma Fetêt
Her bawernameya şahiyê ye.
Belê..
Aniha..
Nexşeya Kurdistanê
Tinazan
Bi meqesa Saykis Bîko ya zingarî dike
Di dêmên aso de
Şahiyekê dibişkuvîne
Û bi me re dikeneeee
û dikene.
WELATO
Gava pênûsa min
Li nêçîrekê digerî…
Hiş û ramanên wî
Di zimanekî de meyîn
Zimanê ku…
Di dilan de zîl daye
Ji evîna te ye…
Welato!!!
Gava
Evîndarê bêmiraz
Li yara xwe mêze dikir…
Axînên dilê xwe
Bi helbestekê hûnandin…
Kizotên sor
Û kela eşqa xwe
Tê de herikandin…
Ew helbest
Navê te ye… welato!!!
Gava
Bilbilên xeydok
Hînî awaza şahiyê dibûn…
Gul…
Dar…
Çiya û newalan
Sema dikirin
Ew awaz…
Ji xumxuma çemê te ye…
Welato!!!
Gava
Zarokên sêwî
Bi wênekêşê mijûl dibûn…
Reng
Ji keskesorê distandin…
Û wêneyê ala te
Bilind radikirin…
welato!!!
DI NÎVÊ ŞEVÊ DE
Gava heyv
bi min re dikene
û bajar hêmin dibe..
hêviyên nûbişkuvî
semayê dikin
û şevê li min pîroz dikin.
Gava bayê sibê
li deriyê min dixe
bangên dil..
li ber xêzên sor
radiwestin.
PERIYÊN HÊVIYAN
Stêrk…
Bi kovan diçirisîn
Tariya şevê
Bê fedî xwe li bajarokê
dilê min pêça bû
Û di çola hişê min de
hêvî raketî bûn.
Bi lêdana derî re..
Periyên hêviyan serxweş bûn
Û bi xunava buharê
Pirtûka temenê min
Xêz bi xêz geş kirin.
Bi dengvedana dengê te re..
Soz û peyman veciniqîn
Stêrk berkenî bûn
Û kirasê nûjiyanê
Bi ser bejna min de berdan.
Bi awirên dilgerm re..
Pênûsa çavlixew hişyar bû
Û di lênûseke bê nav de
Semînera bîranînan li dar xist
Hîngê…
Bêhna şevê teng bû
Û di paş rojê de…
xwe veşart.
NAVEK
Li ser stêrkan
min navek nivîsand
ew vebrûsî
û nema
miltanê rengeşevî
li xwe kir.
Li ser dêmên rojê
min ew nivîsand
ba û bager jê hilhat.
Di pirtûka dîrokê de
min ew veşart
bi strana jînê re
wek keçeke çeleng
serî hilda.
Min ew xist dilê xwe
û bi tîna evînê dorpêç kir
bi gupgupên dilê min re
awazeke xweş herikî..
KURDISTAN.
DI BÊDENGIYA ŞEVÊ DE
Li çoleke bê kes
gulistanekê hawar dikir
gulan….
xwe ji rengan şuştibûn
Nêrgizan….
bîra bîna xweş kiribûn
û sûsinan…
bêzarî diçêrand.
Di çavên bilbilekî de
baranek digerî
lê..
wî dareke tazî….
hêsayî dikir
Pênûsa min
pirsin dicûtin
bi serhildana rojê re
zimanê wê lerizî
û di guhên axê de
bersivên razayî
hişyar kirin.
HEYVA DILSOZ
Buharê xatir xwast
pelên min weşîn
dem kete xewê
û bêdengî
bû hevala min
Li asîmanê zelal
heyva rûliken
şîna min girt
û stiwê xwe xwar kir
Ji bo wê
min dil fireh kir
û sêdara bêdengiyê
li dar xist.
VEMEKE WÎ DERÎ
Rêwiyo…!
Min ji te re
buhara temenê xwe anî
pê agirê evînê gur bike
jîna rûreş têxe xewê
û ji min re xewnan bişîne..
Lo delalo…!
Ji bo şopa te rast bikim
di zeviyên
kulîlkên dilê xwe de
perperîkên eşqa te biçêrînim
û li ber tava hêviyan
wan serxweş bikim
deriyê wê dûrbûnê vemeke….
Li paş wî derî
tenêbûn..
nêçîra xeyalên min dike
zarokên tavê
xemgîniyê dihûnin
û tenê hêviyên beravêtî
bermayiyên çîroka me ne..
Looo rêwiyo..!
Zivistan çelmisî
buharê gul dan
tu bi kû de diçî?!
Carekê vegere
bila..
nêrgizên xulmaş
berken bibin
û bi kenê wan re
dilê min germ bibe
Carekê were
nama li rûyê min bixwîne
bi awirên xwe
hevdîtinekê bi deng bike..
Rêwiyo… vegere..
dûrî te
dareke bê sî me
min bike stêrk
û bi xwe re bimeşîne
yan jî…
xwe ji min re bihêle.
01. 09. 2014.
PÊNÛSA MIN
Bi pir zimanan binale
û bi dengê xwe
gora birînên kûr bikole
Ji rengê vê axê
gulên rengsipî biçîne
bila ezman
geş sema bike
Hingên perîşan
li peyvan sîwar bike
li pêş wan
riyên welatê şîlavê
dûz û serast bike
û di çavên min de
jînê vejîne
tu azad î…
pênûsa min.
DELALA MIN
Ji bo te..
ezê..
berî ava çem biherikim
gul û nêrgizan biçînim
û şûşeyê çarsaliya te
ji bihna wan mişt bikim..
Berî tîrêjên rojê
ezê rengan
ji keskesorê bistînim
û di paşeroja te de
wan raxînim…
Ezê..
dilê nazik
bi evîna dayikê
têr bikim
mûm û findan
di riya te de vêxînim….
Kenê te…
Temenê te…
Û nazdariya te
ezê bikim sirûda dayikekê
û li ser
lêvên çemê Efrînê
şîn rêkim.
07. 11. 2014.
NAME
Li ser lêvên ewran
min nameke azad berda
Li ew sibeha baranî
keskesorê..
dilopên baranê…
pelên darên zêtûnê…
û solînên rûliken
wan jî
wek min gotin:
Min bîre te kiriye…
23.11. 2014.
JÎN
Rûyê xwe yê reş veşêre
eger
hin rûpelên te dixwînim..
çirûsk vedimrin
stêrk diçelmisin
û li ser xaka xemgîn
kevir û zinar jî
dinalin..
Jînê..!
Ji pêt û pêlên te
em pir derdan
û piyalên taliyê
dinoşin..
Çima
tu xemsar î
ker û lal î
bi tariyê re dost û yar î?!
Ҫima hêviyên me diҫelmisînî ?
Heyv û ronahiyê
di zîndanan de
girtî û dîl dikî
Çima
di siha mijangên xwe de
aştî û azadiyê
nacivînî
û buhara me
nêzîk nakî?!!
Çima
giyanê me
bi bêhna rizgariyê
av nadî
û nexşeya Kurdistanê nakenînî?!!
XWEZÎ
Xwezî
stêrkek dûr û nêzîk
yan heyv bama
û tenê
li şevên zarokan
dîn û devliken vebrusîma.
Xwezî
dilopên baranê….
yan jî
hilma sibehan bama
û tenê
li gulistanên zarokan
bi mîvan bama.
Xwezî
gulistaneke mezin..
mezin bama
û hemû zarokên cîhanê
hembêz bikirana.
Xwezî
vokaneke herkandî
yan jî
lehiyeke bê sînor bama
minê
kelehên zorê..
dilbikîn..
û kujerên zarokan..
bikirana kulxaneke bê reng
û li şûnê
lîstgehên zarokan
ava bikirana.
ÇIVÎKEK
Çivîkek
ji refê xwe veqetî
biyaniyê….
birînên wê dinikilandin
dem…
dibûn beyaban
û kovan diçêrandin
Dûr…
nêzîk….
carina bi şewat
û pir kêm bi hêvî
bihna welêt
û bîranîna baskên azad
keriyê xeman…
ji ser deşta giyanê wê
vedigerandin
Eger rengê sor..
bîna kuzûrê..
û giriyê zarokan..
di bejna welatekî de darivin
çivîk jî dibin penaber.
EY DERYA
Her ku
di dînbûna te de radigerim
pêlên dilgerm
mîna bayekî westiyayî
di kolanên rojên min de dibezin…
Her ku
Awirên zîz
dibin dengê te
tu dibî
şivanê xeyalên min
û di newqa rojan de
em li melevaniya
bêdengiyê temaşe dikin.
Her ku
Lêdanên dilê te
dibin
awazên bilûra demên min
tabloya xewnan
di ekrana çavên min de
hêviyan temaşe dike
û simfoniya mandinê
sermest dibe
Ey deryayê...!
Pûtên felekê..
û demên seqagirtî
di hinava xwe de
noq bike.
Bila carekê
ahenga bextewariyê
di ekrana…
çavên min de
bihuştî li darkeve.
NAMA TE
Bêjeyên nama te xeydok in
Çima
derfeteke jibîrkirî
pênekê em ji bîr kirin?
Nama te
xunavî herikî bû
û bêjeyên nazik
ji bîna sibehê bûn
çima
kenê nêrgizan
dereng maye?
Di nameya te de
rengê sozekî
tîbûna dilê te
û şahiyek digerîn
loma
min riyên hatina te
ji lêpandinê westandin….
Xewna min dirêj bû
çavlirêbûnê reş girêda
lê
bi helbesteke evînî
min şev
û peyalên bêzar
nîvkenî kirin.
GAVA TU DIÇÎ
Gava tu diçî
awirên te
di giyanê min de
meyandî dimînin
Deng..
û tîna çav û lêvên te
di landika
dilê min de dimînin
û şevên qeflok
bi wan dilgerm dibin
Dema tu xatir dixwezî
nêrîn û hêvî
stuxwar dibin
û baraneke tirsok
solînên tî şil dike
Çûna te
xulmaşiya demê ye
zor e…
helbestên min
ji bo bangewaziyê bin
tu helbesta jiyana min î.
24. 05. 2015.
BI XEM MEBE
Eger te dît
stêrkên asîmên
stranên payîzê li ezber kirin
û di nav pêlên şevê de
destanên koçberiyê
hembêz kirin
bi xem mebe
Eger te bihîst
xewnên nûgihiştî
miltanê reş li xwe kirin
û di bin giraniya
mitêla jiyanê de
hêvî xulmaş in…
bi xem mebe
Eger
Rondikan..
sînorên bêdawî
teşe kirin
bê xem be
Ji bîr meke
şîlava jiyanê
dilooop… dilop
ji dînbûna awiran diherike
û li ser riya sozekî
dibin derya….
MEYA JÎNÊ
Di bin sîwana
rojên xwînzê de
xewnek hişyar bû
piştî…
pir lukmandinên kelemî
wê
ji meya jînê
têêêêr.. têr vexwer..
02. 01. 2015.
PÊLÊN ŞAHIYÊ
Li sibeheke avdarî
sîmfoniya şadîmaniyê
û awazine lihevhatî
di nav lêvên aso de
kenok herikîn
Dêmê sibehê…
û tîrêjên rojê…
çîroka berên buharê
hembêz kirin
Li zeviyên dilê min
xemla hêviyekê…
rengê berbangekê
û karwanê evînê
destana çavlirêbûnê ristin
evîndarooo.
JIYAN Î… TU
Birûska ewrên min î
di şevên min de
mûm û find î.. tu
Berbang î…
gelawêja te me… ez
leylan e jiyan
eger dûrî min bî… tu.
ZÎLDANA EVÎNÊ
Zîldaneke pîroz
Ji bo te
Belê.. tenê ji bo te
Di dilê min de mezin dibe
Ew…
Evîna te ye.
Ev bax
Ev sorgul
Ev xunava tî
Û peyalên kewserî
Li benda
Pelandina pinpinîkên te ne
Çivîkên lêvan
Azad bifirîne… azad
Bila
Destana wê bêdengiyê
Bi tîna evînê
Bişewite.
RAMÛSANEK
Da ser lêvan
Şûşeyê meya jînê
Zelal herikîn
Solavên hestan
Derd… kovan û nalîn
Ji şaxên roj û şevan hatin xar
Min got:
Bes e…. dilo
Meke gazî
Guh neda min
Da min ramûsanek diyarî
Hechecûkên evînperest
Gerandin govend û dîlan
Hîn serxweş in
Dil û giyan.
Dilê min…
di nav lêvên payîzî de
hawar dike
tu li kû mayî
azadîxwezooo..?
DÎLBERA TE ME
Hevok..
ji bêjeyên tengijî
zîl nadin…
Sarbûna bêjeyan
helbestan nahûne
Tîna hestan…
Hevok û bêje û helbest e
Li her sibehê
pênûs.. hawar e..
û xewnên baranê
helbestên bejî dilorînin
Bibe
roja sînorên dirêj
yan gerdenê çiyakî bilind
li nava demsalên te
keskesor û xunav im.
Bibe buharek
di berbangên serxoş de
min bike reng
li gul..
û kulîkên xwe bipexşîne
Dîlbera te
welatekî bê sînor im
çima deryayên te
ne azad in?
05. 07. 2015.
EVÎNA TE
Xama pênûsa min
Ji eşqa te ye…
Xwîna damarên min
Ji evîna te diherike
Ev dil
Bi te pêdar e
Dûrî te….
Jiyan xew ve diçe
Bê te
Tune me… ez
Tenê….
Bi evîna te heme.
BAWER BIKE
Tenê
hechecûkên eşqa te
kanin
di asîmanê dilê min de
bi dilşadî bifirin..
Tenê
li ser sîngê te
baskên çavên min
giran dibin
û xewn bê sînor dibin.
Tenê
li ser lêvên te
tîp û bêje
karin can
bi evînê de berdin..
Dûrî te
naxwezim
ji xewa mirinê
şiyar bibim.
05. 11. 2014.
HEYA KENGÎ
Dipirsim..
ta kîngê?!!
Çima
payîza xemsar
mil hilda
û bersiva min neda?
Çima
buhara rengîn
rûyê xwe guhart
û got:
Li hevdîtina
gul û bilbilan mêze bike?
Çima
şeva xeydok
xwe li heyvê pêça
ronahî guvaşt
tarî barand
û bersiv rêwindayî ma?
Bi baskên matmayînê
pirsa min
li cîhanê geriya
bersiva xwe
di nikilê pênûsekê re dadirivî:
Heya tu..
Ji bo min
Bibî..
Çav û dil!!
ŞANOYA ŞEVÊ
Eger
hêminiya şevê
bajarê dilsoz dike xewê
xewn û xeyal
sîngê min didin ber pêlan
dîmen dubare dibin
û tîpên navê te
dibin çîroka şanoya şevê
tenê
dil..
hest..
canê min..
û kenê te..
dibin temaşevan.
SOLÎN
Gava
bi xunava sibehê re
awaz nazik dibe
û nêrînên tî
giyanan dipelînin
dem….
dibe ramûsaneke dîn…..
Dema ku
Ba..
Helbestekê
ji pirtûka çavan dixwîne
buharek…..
di siha kêlîkan de
kenê bextewariyê şeh dike.
Lê..
eger sibehek
payîzî reng vedide
melûlî…
kenê solînan didize.
LI TE DIGERIM
Di hevpeyvîna
heyv û stêrkan de
li awazên dengê te
guhdar im
Di tabloya
çiyayên serbilind
û deştên sîngfireh de
li bedewiya bejna te
dimeyzînim
Di peyala
xewna şevên vala de
bi xunava lêvên te
sermest im
Di helbesteke
bê sernav de
nasnama te dixwînim
Li ser
pelên darên zêtûnê
di nav lêvên solînan
û di awirvedana
dîwarên zîndanan de
li te digerim welato….
li te digerim.
10. 07. 2015.
ŞEVEKE SAR
Hêvî..
di hembêza şevê de
bê ken in
Heyv û stêrk
bê peyv..
dîlan û awir in
Lorandin…
rondikên çemê Efrînê…
û bêzariya kolanan…
nexşeya deman in.
.
31. 07. 2015.
LI BENDA YASEMÎNÊ
Meqesokên nîgaşan
dûûûr dûr firiyan
Şev kal bû
û gelawêjê
bermayên xewnan
di paşela berbangê de
dikirin xewê
lê…
ez û heyvê…
hîn
li benda yasemînê ne.
20. 08. 2015.
JI ZÛ VE
Ji zû ve
bi kenê awirekê
û peyvên heyvê distirêm
Pêlên payîzê
bi awazên bilûra hevdîtinekê
tep dikim
Kerbûna kolanên birçî
bi biskên rojê diçirînim
û bi ahînên helbestê
çîroka…
Efrînê dirêsim.
05. 08. 2015.
LEYLAN
Li keştiya şevê
Sîwar dibim
Ji kenê heyvê
Keziyên hêviyan dihûnim
Kerwanê xewnan
Li asoyekî bêdeng rêdikim
Bi agirê coşê
Kaxeza dûrbûnê
Û sînorên dirêj dişewitînim
Bi dengê dîkê sibehê re
Ji pêsîrên leylana xapînok
Kovanan dinoşim….
20. 08. 2015.
KOÇBERO
Li kolanên vala
guvguva bê
giyanê min diqefilîne…
û nalîna rê
li benda
gavên pîroz e
Qêrîna zarokan
di helbesteke bêdeng de
xewnan dinikilîne…
De were koçbero
êş û kovanan
ji dawa
demsalên sêwî derxîne
Kevokên hêviyan
bi baskên coşê bifirîne
eger tu nehatî
awazên eşq û bêriyê
ji noteya
sîmfoniya xwe biqetîne
û li ser Efrîna min
melorîne…
02. 09. 2015.
LI VÎ WELATÎ
Pir dixwazim
bi keskesorê şa bibim
lê…….
ew jî yekrengî maye..!
Dixwazim
bi stêrkan re
şevbuhêrkekê li dar xînim
lê…….
şev sêwîbûnê diborînin
Hêvîdar im
demên sar
bi barana şahiyê bişom
lê….
ewrên vî bajarî
ziwa dibezin.
Li demsalan digerim
lê….
Tenê ya aştî
û xunavê koçber in.
29. 09. 2015.
XEWNA WELÊT
Ji hembêza bêzariyê
Xewnan kom dikim
Li bedena helbestekê dalînim
Kilê ji çavên şevê didizim
Nexşeya welatekî birîndar
Bi tiliyên xemxweriyê
Li ser sîngê zemînê radixînim
Rondikên helbestê
Axa şewitî şil nakin
Ne jî..
Gurbûna êgir
Di hinavan de vedimrînin
Ew..
Di hembêza koçberiyê de dilolijin
Û bi dawî nabin..
ÇAVKILDAN
Li ber mûmên nîgaşan
jidayîkbûna helbestekê
di ekrana şevê de
tazî berdidim
û mijangên hêviyan
ji lavêjan
kil didim
de ka bibêje
pîroz be.
10. 10. 2015.
AWAZÊN PÊDARIYÊ
Hîn..
pelên darên zêtûnê
sirûda mayînê
di guhên vê xakê de dixwînin
û di bin
neynûkên jiyanê de
tava omîdan dirêsin
Hîn…
Kenê berbangê
û xunava sibehê
li ser tayên porê demê
kulavê eşqê radixînin
Hîn…
guvguva bê
awazên pêdariyê
li bilûra şivanan
tomar dike
û kirasê sêwîtiyê
li bedena kolanan diçirîne
Hîîîîn… û hîn..
xama pênûsê
hêviyên li ser pişta leylanê
di helbesteke hêsayî de noq dike
û qermûçekên roj û şevan
bi kenê xwe
dûûûûz… dûz dike.
21. 10. 2015.
KELA RAMANAN
Di dawa roj û şevan de
Axînek dilolije
Mûmên peymanan vedimrîne
Û bi dasa kovanan
Pala kêlîkan dibe.
Di bin kelema demê de
Reşbeleka çîrokekê
Ji lêvên helbestê
Kovanan dimije
Li meyxaneya jînê
Kela ramanan
Di ser hev werdibe
Berbang dikuxe
Û di navbera mirin û jînê de
Tenê gavek dimîne.
PÎROZBAHIYA ROJÊ
Li vê sibehê
ne wek hercar
roj zû ji xew rabû..
min pirsî: Çima?
Got:
Ta ku ramûsanên pêdariyê
diyarî lêvên Şengalê
û rengên….
ala azadiyê bikim
Pertewên wê
semaya
şanaziyê dikirin
Û..
di dîlana
spasiya Pêşmergan de cûm.
DÎDEVANIYA HEYVÊ
Li welatê min
tenê heyv dîdevan e
û ji hişkbûna
gewriya zaroktiyê
kovandar e.. ew
Di ezmanekî bi tirs de
tenê heyv..
li ser termê solînan
nimêja dawiyê dike…
li her şevekê
heyv xemxwer e
birînên xaka welêt…
û rengê hawaran
di çavên ezmanan de
tomar dike
Li sînorên kîndar
û li çeperên lehengiyê jî
dîdevan e.. heyv
20. 11. 2015.
GAVA LI MIN DIBÎ MÊVAN
Gava li min dibî mêvan
peyv…
miltanê xeydê
ji xwe dikin
Berve
rodanka kenê te dibezin
kul û keser dimiçiqin
tenê tu..
di çavên min de dimînî..
Gava li min dibî mêvan
ken û girî tevlehev dibin
pêlên şahiyê
bin guhên demê dikevin
ji çîrokekê re
dibin sernav….
Gava dibî şivanê kêlîkan
bi awazên bilûra te re
dem hêsayî dibe
û ez…dibim bêrîvan.
KURDO
Kenê te..
baskên seqema
vî bajarî diperçiqîne..
û şîlavê
diyarî mêşên perîşan dike..
Peyvên te…
alafa agirê hêviyan
di tenûra dilan de
bilind dike
û awazine cuda
li bilûra çemê Efrînê
tomar dike
Loooo kurdo..
xunava kenê xwe
bi ser rûyê
Efrînê de birjîne
Bi tiliya peyvên xwe
giyanê wê bipelîne
bila
bihna vî bajarî
hertim ji te bê.
10. 12. 2015.
SALA 2015ê
Rast e…
cilên te
ji derd û kovanan
pînekirî bûn
Li bîra min e
destpêka awirên te
bêzariyek nîşan dida
lê şahiyek jî
di gewriya te de hebû
Erêêêêê…erê
te temenê min dihêra
lê di tûrikê te de
meraqek jî
berkenî dibû
Nasnameya te
hem birîn…
û hem şahî bû
Rast e
di goristana demê de
tu hatî oxirkirin
lê ji bo bîranînan
ezê li ser kêlika te
spasiyekê nîgar bikim
belê
destpêka Buhara te
gul û bilbilek
li hev civandin.
31. 12. 2015.
XEWNEROJK
Hilma tenahiyê..
û vedenga axîneke kûr
bedena çiyayê Lêlûn
dilerizînin…
Tajanên sibehê
robarên xema çemê Efrînê
gurgîn dikin…
û çateriyên hêsankirinê
di bin mij û dûmên de
binax dikin.
Tîpên dilteng
li ser lênûsa
dîwarekî nîvhilweşî dimeyin
Êş li ser êşan pal didin
di perestgeha xewnan de
tenê tûtî û tawis
radigerin.
Li asoyekî rengîn
pûtên ezîtiyê
bi dilsoziya peyvan
hildiweşînim
Hemû stranên rojê
li ser
dêmên nêrgizên tî
dinivisînim.
Carina
di guhên vî bajarî de
helbestên lehengiyê dixwînim
û carina jî..
xewnerojkên pelandî
dixim govenda azadiyê.
EY FELEK
Kêlîk…
derd û kul
û çîrokdirêj in
Çend roj in
di deryaya jînê de
melevaniyê dikim
û pêl
min radestî pêlan dikin
Parsa demên kenok dikim.
Kî tê jê dipirsim:
Çima
di newqa bêzariyê de
helbest zîndankirî ne?!!
Çima di hembêza şevan de
stêrkeyar dinalin?!!
Çima perestgehên şahiyê
kilîtkirî ne?!!
Ey felek
çima bêbext î?!
te tîrek li min da
birîn kirin dil û hest.
TABLOYEKE BÊDENG
Kêlîkan
kayîka bêdengiyê kirin
derbûn li min
derd û êş û kul
Ewrên pîr
li mijangên min civiyan
barana şor barî
û tu..
ji çavên min
hatî xwar.
BÛKA AVDARÊ
Bilûra Rêbendanê
stranên biskên baranê
jiber kirin..
Di gewriya
guldanka hêviyan de
awazên gurmîniya ewran
tomar kirin..
û bakî saaaar… sar
newqa kolanan
pêçabû…
Hestên koçber
û sîmfoniya dudiyê Avdarê
evîndariyek hene kirin.
19. 01.2016.
ZOR E
Pir zor e
ku kulîlkên meraqan
li çateyên aramiyê veşêrim
Pir giran e
ku keriyê gazinan
di gewriya bêdengiyê de
kedî bikim
û tereza dûrbûnê
ji ser delavên dilan
bi alî dim.
Dijwar e
ku kulîlkên mêst
rojiya eşqê bigrin
û pinpinîkên tî
ji hembêza nêrgizan bifirin
Belê…
Baran..
peyalên xwe
ji çavdêriya
hevdîtinekê dadigre
Zor dijwar e
ku çikçika diranên sibehê
di guhê Havînê re
derbas bibe
û tavên rojê
bê stran bimînin
Çênabe
ku pênûs
li helbestê bibane
û pêlên coşê
li ser awir….
û kenê berbangê nehûne.
EZ Û ELENDÊ
Berbangê
çavên asoyekî bişkuvandin
û li beyabanên dil
tavek meraq barand….
Vebrûsandina gelewêjê
awirine dîn
û awazên zîz
diyarî sibeha min kirin
Min soz da elendê
ku bere
dîlana şahiyê
em bazdin………..
02. 11. 2015.
JI QÊRÎNÊN TABLOYEKÊ
Ji bihna guleke qirmizî
min pir şûşe mişt kirin
li ser sîngê bê rijandin
ma qey rodanka mala te
ne vekirî bû?!!
Ji vedenga axînekê
min pir û pir name
li ser baskên hingan
siwar kirin
û bere
demên te rê kirin
ma ew negihîştin gulistana te?!!
Ji lorandina çar dîwarên sêwî
min gurzek awaz
li bilûra şevê tomar kir
ma tu li ahenga heyv û stêrkan
ne beşdar bû?!!
Bi derziya coşê
û deziyê bêriyê
min çîroka vê evînê rist
ma te
ew nexistiye pirtûkxaneya xwe?!!
3.2.2016
ŞEHREYARO
Her rondikek
ji çavên zarokan..
her lorandinek
li ser zimanê dayikan…
her dîwarek
li vî welatî…
hezar çîrokên bêzar jiber kirine.
Na… na…
ne Şehrezad in…ew
ku çavên te
radestî xewê bikin…
xewê ji çavên mirovatiyê
difirînin… ew
Her bostek ji vê xakê
bi çîrokan avis e..
çîrokên bi terez in..
xwînzê ne…
li ser dilan
fîşek û tîr in..
çiyayê bejinbilind dilerizînin…
volkanên xewkirî
dîn û har dikin..
çavên zemînê qul dikin..
Şehreyaro..
pênc sal in
dar û kevir û zinar
çîrokbêj in
lê çi bikim
guh ker in
kes nabihîse…
tenê li çîrokên Şehrezadê
guhdar in… ew.
DILDAR IM
Bi xewnên kenok
Heyvê oxir dikim
Bi ramûsanên berbangê
Çavên sibehê kil didim
Ji keziyên tavê
Hêviyan dihûnim
Û bi wan
Porê şevê şeh dikim…
Belê… ez hêvîdar im.
Ji ewrên payîzê
Barana şahiyê didoşim
Bi coşa hestan
Beyabanên bêzar cot dikim
Û di bin neynokên xakê de
Tovên evînê diçînim…
Di perestgeha jînê de
Nimêjvana evîndariyê me
Û li dawiya helbestê
Tîpeke kenok im.
Ji ewrên sipî dadirivim
Bi awirên fedok
Lêvên asîmên dikenînim
Li ser pelên zêtûnê xunav im.
Bi ava çeman re diherikim
li pêlên deryayê sîwar dibim
Ji rûbarên hestan pêldidim
Bi nêrgizên tî re diçelmisim
Bi solînên Buharê re dibişkuvim.
Belê…
Vejîn im… ez
6.2.2016
XEWNA ASÊMAYÎ
Tajanên sibehê
Û tiliyên tavê
pir xewn hişyar kirin..
tenê xewnek
di reşika çavên min de asê ma..
Û hîn..
bi tîna peyvên zîndankirî
keziyên helbestekê dihûne….
15.2.2016
NASNAMA EVÎNÊ
Avdarê..
navika du rojan birî..
min jî
ji buxçika demê
kenek revand
û nasnama evînê
mor kir…
2.3.2015
AVDASA DIL
Sanciyên şevên zivistanî
Demê ditevizînin
Û tenûra meraqên yeksalî sar dikin.
De were buharê
Bila yasemînên şahiyê
Li zeviyê kêlîkan bihinê bidin
Bila dil…
Bi xunava sibehên kelogirî
Avdasa hêsayîbûnê bike.
11.3.2016
BUHARA WELATÊ MIN
Vedenga lîliyên diya pakrewanekî
Pişta berbanga azadiyê duxrîne
Kenê ala rengîn
Di destê zarokekî birçî de
Meşka sêdara sêwîtiyê dihejîne
Berevaniya şervanekî Kurd
Diranên şevên dirêj ko dike
Û baskên bindestiyê vedirûçiqîne
Sirûda pêdariya gelê min
Tiriyê serhildanê
Li ser lêvan datîne
Û aso berkenî dike
Erêêêê.. erê
Gelawêja buharê vedibrûse
Li ser sînorên welatê birîndar
Gul û nêrgizan dibişkuvîne
Û di damarên demê de
Şahiyekê dirêse
Va ye..
Buhara welatê min li ber derî ye
Bila sîwarên peyvan
Li ber argûnê ezeziyê
Xewnên xwe germ nekin
Rengên buharan netên dizîn.
18.3.2016
XEWNÊN ELENDÊ
Katjimêra axî
Bi ser xwe de diponije
Bi dilekî sar..
Ji tiliyên demê dadirive
Û temenê şahiyê ji bîr dike
Carina..
Ji demsalên xwînî diqefile
Çavan
Li pey hêviyan melûl dike
Û…
Di dergûşa bêzariyê de
Dilan dilolijîne.
Carina..
Baraneke bê coş
Bi ser giyanên westiyayî de dibarîne
Bi xewnên elendê
Gîsnekî kûr
Li govdê tariyê dixîne
Di damarên demê de
Birînên devqîç
Û zincîra xeman dihelîne.
Rêwiyo…!
Welat pir xweş e
Were
Bi hev re
Em ronahiyê
Ji memikên elendê binoşin
Bihuşta welêt
Bi solînên şahiyê
Û xewnên azadiyê
Bixemilînin.
RÛPELEK JI LÊNÛSA JÎNÊ
-
1 –
Azarî mîna solînên berfê
Bi aramî
Bi ser govenda demê de dibare..
Sekeratên şahiyê
Yên ji gewriya welatekî birîndar
Diherikin ser dêmên rojê
Û sirûdên koçberiyê
Yên her kêlîkekê
Li ser lêvên sînorên westiyayî dubare dibin
Giyanan
Berve beyabanên bêzariyê dibezînin
Û çavên şevê nîvgirtî dihêlin.
-2 –
Belê..
Li welatê min
Kolanan stranên bêdengiyê jiber kirine
Deşt, gund û bajarokên me
Bûne darebest û mirin
Aso..
Kirasekî reş bi ser bejna xwe de berdaye
Û goristan jî hîn birçî ne
Buharê..
Xwe ji çîvçîva tilûran
Û kenê nêrgizan şuştiye
Û bi xemgîniyê ducan bûye.
Kal û pîran..
Milên xwe dane axînên payîzê
Kevirên çîrokên kovanbar
Di mistên xwe de dişon
Ayet û sifre-tekwînên mayînê dixwînin
Û li mizgeftan
Nimêja xelasiyê dikin.
-3 –
Keç û xortên ku ji pelandina zaroktiyê têr nebûne
Ji welatê şîrîn re canfîda ne
Keziyên xakê bi xwîna xwe hene dikin
govenda azadiyê gumreh dikin
Dayikan..
Piştên xwe dane dîwarên nîvhilweşî
Hêviyên sêwî
Di nav lepên jînê de dilorînin
Nameyên zarên sînor sotandine
Û zemîn guwaştine dixwînin
Malên wêran bûne
Malbatên pijiqîne
Karwanê pakrewanan ku her sibehê oxir dibe
Lehiya rondikan diherikînin
Lê çavên pandiyan li aso ne.
-4 –
Xwedêyo…!
Gelê min
Xewn û hêviyan di nav êgir de dipêçe
Keziyên gund û bajarên min
Bi tîrêjên eşqê şeh dike
Û bi vîna mayînê dihûne..
Bi ser çiyayên dilsoz de pal dide
Û li ber awaza xumxuma Ferêt û Dîcleyê û Efrînê
Bê jimar
Dîlana kul û derdan digerîne
Û çav her tim ber bi aso ne
Her tim ber bi aso ne.
TABLOYEK JI JÎNÊ
Dem..
Kesereke kûr dikişîne
Doşeka rojê
Û palgeha şevê
Di xaliya bendewariyê de digevizîne.
Xem..
Bi me tesele dibe
Û kizotên sor
Ji lingên demê re dike xilxal.
Giyan jî..
Di navbera dem û xemê de
Bi mestî dilolije.
DEM DEWRAN E
Berî demekê
Li çol û beyarên temenê vala
Tîrêjên rojê yên dawî
Tûrikê janan
Di Bîra Qederê werkirin
Şahî li me hilhat
Dem..
Bû kûpê kenê binefşan
Û hechecûkan
Nênûkên buharê xidad kirin
Meraq…
Û rengên coşê
Li ser mizgefta jînê kenîn
Û meqesokên xewnan
Hêvî nazik.. nazik nikilandin
Me jî..
Hestên xwe
Di çemê hêsayîbûnê de
Tazî berdan
Lê…
Dibêjin: “Dem dewran e
Geh ba…
Geh jî baran e”
Me nizanîbû
Ku baca kenê rojê
Tarîtiya şevê ye
***
SEMAYA BÊZARIYÊ
Li ser bêdera bendewariyê
Temenê bêzar
Rûpelên xwe li ba dike
Di gewriya giyanên miçiqî de
Kaniya tîbûnê diherike
Û di guhên kêlîkan de
Tenê bêdengî daxive
Li ber lingên demê
Hest….
Semaya azariyê dikin
Jîn….
Wek aveke zelal
Têde xuya dibin
Pir xem û xeyal
Şev
Miltanê xwe li rojê dike
Gerdûn teeeng… teng dibe
Ardê tenahiyê
Dibe nanê roj û şevan
Û semaya bêzariyê dawî nabe…
19. 04.2016.
NAVEROK
– PÊŞGOTIN ……………………………………………………. 4
– BÛM ŞIVAN ……………………………………………………. 12
– MIZGÎNIYA SIBEROJÊ ………………………………….. 13
– RÊWÎTÎ ……………………………………………………… 14
-KURD IM ………………………………………………………… 15
– DIYARIYA RONAHIYÊ …………………………………… 17
– DEMSALINE ÇAVLIXEW …………………………………… 18
– DARA ZÊTÛNÊ PÊDAR E …………………………………. 19
– WELATO ………………………………………………………… 21
– DI NÎVÊ ŞEVÊ DE ………………………………………… 23
– PERIYÊN HÊVIYAN ………………………………………. 24
– NAVEK ………………………………………………..…………. 26
– DI BÊDENGIYA ŞEVÊ DE ………………………………. 27
– HEYVA DILSOZ …………………………………………… 28
– VEMEKE WÎ DERÎ ……………………………………….. 29
– PÊNÛSA MIN …………………………………………….. 31
– DELALA MIN ……………………………………………… 32
– NAME ………………………………………………………. 34
– JÎN ……………………………………………………………. 35
– XWEZÎ ………………………………………………………. 37
– ÇIVÎKEK …………………………………………………….. 39
– EY DERYA ………………………………………………….. 40
– NAMA TE ………………………………………………………. 42
– GAVA TU DIÇÎ ………………………………..………………. 44
– BI XEM MEBE …………………………………………….. 45
– MEYA JÎNÊ ………………………………………………… 47
– PÊLÊN ŞAHIYÊ ……………………………………………. 48
– JIYAN Î… TU ………………………………………………. 49
– ZÎLDANA EVÎNÊ ………………………………………….. 50
– RAMÛSANEK …………………………………………….. 51
– DÎLBERA TE ME ……………………………………..………. 53
– EVÎNA TE ……………………………………..…………….….. 55
– BAWER BIKE ………………………………………………….. 56
– HEYA KENGÎ ………………………………………………. 57
– ŞANOYA ŞEVÊ ……………………………………………. 59
– SOLÎN …………………………………………………………….. 60
– LI TE DIGERIM ……………………………………………. 61
– ŞEVEKE SAR …………………………………………..………. 63
– LI BENDA YASEMÎNÊ …………………………………… 64
– JI ZÛ VE ………………………………………………….………. 65
– LEYLAN ……………………………………………….…………. 66
– KOÇBERO ………………………………………………………. 67
– LI VÎ WELATÎ ……………………………………..…………… 68
– XEWNA WELÊT ………………………………………….. 69
– ÇAVKILDAN ……………………………………..…………….. 70
– AWAZÊN PÊDARIYÊ ………………………..…………….. 71
– KELA RAMANAN ………………………………….…………. 73
– PÎROZBAHIYA ROJÊ …………………………………….. 74
– DÎDEVANIYA HEYVÊ ………………………………………. 75
– GAVA LI MIN DIBÎ MÊVAN …………………………… 76
– KURDO ……………………………………………………… 77
– SALA 2015ê ………………………………………..……….. 78
– XEWNEROJK ………………………………………..………… 80
– EY FELEK …………………………………………………… 82
– TABLOYEKE BÊDENG ………………………………….. 83
– BÛKA AVDARÊ …………………………………………… 84
– ZOR E ……………………………………………………….. 85
– EZ Û ELENDÊ ………………………………………..………… 87
– JI QÊRÎNÊN TABLOYEKÊ…………………………………. 88
– ŞEHREYARO…………………………………….……………..… 90
– DILDAR IM ………………………………………..…………… 92
– XEWNA ASÊMAYÎ …………………………………………… 94
– NASNAMA EVÎNÊ ………………………………………… 95
– AVDASA DIL ………………………………………………. 96
– BUHARA WELATÊ MIN ………………………………… 97
– XEWNÊN ELENDÊ …………………………………..……… 99
– RÛPELEK JI LÊNÛSA JÎNÊ ……………………………….. 101
– TABLOYEK JI JÎNÊ …………………………………..……… 104
– DEM DEWRAN E ……………………………………….…… 105
– SEMAYA BÊZARIYÊ …………………………………….. 107
– NAVEROK ………………………………………………… 108