NAWESTIM . BêçARê KURD , HLEBEST

bo daxistina pirtokê:
https://www.4shared.com/web/preview/pdf/bVamziW3ee
an:


bo xwendina pirtokê dakeve jêr:

– Navê Berhemê: NAWESTIM

– Navê Daner: BêçARê KURD

– Cûreya Berhemê :Helbest

– çêkirina tablûyê,berhev kirin û rêxistin: Rêber Hebûn

çap: Malxana komcivîna Zanyarên Azad 11 -7-2018

  • Hijmara xelekirî: 46

Hemo maf Ezber kirî ye ji nivîskar re
Mafê weşan kirina Pirtokê Ezber kirî ye ji Nivîskar re û çapa Elkitronî Ya komcivîna zanyarên Azad re ye
/htps://reberhebun.wordpress.com
bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin;
reber.hebun@gmail.com

2

Diyarî

-Ji bo çavên payi..

-Ji bo dilên dagirtî..

-Ji bo hestên kel girgîn.

-ji bo pênûsên bi reşbelekan re şer dikin!

3

Tev çûn…
Feryad nema ku şad bim ez
Jiyana min çû;wer lez û bez
Xelk di kêfa da;jiyane!
Her bi axim derd û merez!!
Jiyan va çû;hat pê derew
Kund bûye şah baz kete xew
Kew rebene tim nêçîr ew
Rabe serxwe hêzke bi lez!!
Pak rewanan rêk dan ber te
Can goriyan jîn dane te
Bi xwe dikenî sozê te
Tu nabînî,gur kete pez?!
Nabînî tu mij û moran
Bese li hev bidin tîran
Bela gîha ta ber deryan
Bin pê kirin va tu û ez!!!

30/11/2017

4

Bi hêviyan dijîm ez!

Çi tê gulya vereşîne porê alazî
Herdu biskan daweşîne li dêman gazî

Çav bibînin li dil bidî perwaz û fortan
De were ser bilindê guh nede wan gotan

Ser bilindim bi wan forsan tu difroşî min
Çi zebûnim li ber te,awir pizota min!

Wek afat bû ket hinavan şikand l’min jênî
Bê ser û ber kir talan,bê kuştin kir xwînî?

Li min şaş nehat ew kiryarên teyî ne baş
Li jiyanê gerandim ez!wek xwe çep û şaş

Wek min hilgirtî ew bar bi dil giranî lê
Ne çêtirim ku bikêşim ez her wê belê!

Ez!dîl girtiyê vî dilê xweme bê navber
Her dijîm ji bo wî bi bêçarî lal û kerr!

Berxwedidim dileipijim bi şev û rojan
Hêvîdarim ku ew bêt rex min rojek j’rojan!

20.06.2018

5

Ji kurdê tê….

Ev ax û kovan..ji kê tê
Ev qîr û alan..ji kê tê
Hizrînga giran..ji kê tê
Zanim hemû..ji kurdê tê?!

Bi çar felek..Bi çar nervîn
Bi çar dijmin..Tev har û dîn
Bi çar gurên..Ku dev bi xwin
Ji çar biran ..jî xiniz tê!!!

Bi çar yarên ..Ku bê tevdîr
Wek evîndarin..Ji xwe bîr
Çar aşiqên..Zû bûne pîr
Çare nema..Li yarê tê?!!

Bihna xwinê..Ji vînê tê
Dengê bilbil..Jê mirin tê
Pir hêsanî..Ji biskê tê
Mirin bi xweşî..J’bo wê tê?!

06/05/2017z

6

Yar..

Ez bûme aşiqekî dîn
Lê yara mi ne xuya ye
Va dilê min dêşê hîro
Kesera te li min ma ye

Tirsim herim bi wî derdî
Ev dinya tev bû bela ye
Wek li pêş min bi pirî çûn
Her kes bi derdê xwe ma ye!

Çima ji xelkêra edet
Ji minre tuhmet dima ye?!
Ez bêçarim ji wî derdî
Li te dinyayê qedya ye?!

20/05/2017z

7

Roj dageriya,bazar vegeriya?

Roj çû ji bircê dageriya
Bê xatir nema vegeriya
Bê hiş di cihde ma giriya
Xulî li sero tev heriya!

Te!bi dil pakî xwe fenakir?
Koça xwe li pişta keran kir
Ji xelkêre welat avakir
Ji bo xwe jî dil pirpiriya!

Dil xemgîn bû kul da bi serda
Te!warê xwe bi dest xwe derda
Tevî ziman jî çû te berda
Ma!ta kengê kince çiriya!

Dijmin soz da, bi te keniya?
Rabû gotin:tu ji geniya
Piştî ku derbê cî xwe diya
Bi baskên j’kestî kî firiya!

Bazê basko kirî parte pat
Bûm nêçîra wî ji ber hilat
Şêrê kulek;rovîk jêre hat
Ma kî bêje tu ji miriya!

Te!ji bê hişî xwe kire piş
Te!berê xwe her dida hoqiş
Çav ji girî bûne wek mişmiş
Bi berjewendî l’te geriya!

Tu xapan dî,tu kirî xewê
Bi xweş lava û bi derewê
Ta dûr xistî ji wê mê kewê
Nêçîrvan tewenbar kiriya!

22.06.2018

8

Girtim wê..

Fen û fûtan girtim wê
Hiş û aqil bir û çû

Weka benc bûm di xewê
Mest û gêjim daye dû!

Li min dirêj gelek rê
Serî nema pirç û mû

Wekî dînan ketim pê
Wê dil bir û winda bû!!

Wekî sêwî mam ji dê
Gelo nizam ev çi bû

Hew dikêşim derdê wê
Çare mikûn,lê nebû?!

Bi vîxanim li dinê
Nervîna min şanebû

Roja min bû wek şevê
Heyv jî nema xuya bû!

30/12/2017

9

Ev çibû?

Ev çi derd bû bi min ket
Rû geşek para min ket
Nervîn bi me keniya
Alawî bi dor min ket!

Misilman li dijî min
Kurd dibînin wek dijmin
Lebata wan l’dijî min
Agirê hov bi min ket!

10

Ma ne bese?…

Dayika te bin pê ye
Te çi barbare kurdo
Serî rak ji xewê ye
Ma ne bese lo derdo!

Welatê te wêrane
Ser û binî talane
Te bi ol û îmane
Xapandiye lo merdo!

Ji bo xwe bê dengî
Çi bedew û çelengî
Tu ne serî;lê lingî
Hawar dikim dev berdo..

Kerkûkê bê dengî
Efrînê bê vedengî
Bo qudis tu lehengî
Çi bê selmiyan cerdo!

Ji xwere tu bê kêrî
Ji xelkêre çi mêrî
Xelk dixwê tu dinêrî
Ta kengê,bê serî kurdo!

Xwîna te kirne ave
Li te reş kirin tave
Tuj hev kirin belave
Kengê bi hişbî serdo?!

11/12/2017

11

Kî bû ew?

Kî bû ew yê ku gotî:wî ez da?
Kî bû ew yê ku nev kire xweda!
Piştî sal û demên borî û çûn?
Ji nûhve gote:te hewremezda!

Lê mixabin ji pir zanînê bû
Dinya hemû vêre dijmin dabû
Lê çi qencî kir li cîhan vebû
Tenê hîşt ew bin barê van derda!

Zanebûn bû li zemîn daye rê
Lê ta hîro kes negihîşt sirê
Wek bûn pêlepûçk ji xelkê dirê
Nizanim ji çi hat serê kurda?!

08.07.2018

12

Werne hewarê?

Ketme tora vê yarê
De werne vê hewarê
Bilbil nema dixwînê
Xwîn ketiye ser darê?

Dijmin tev bi bar bare
Şîn daniye ser yare
Parasvanî bêzare
Reşî kete êvarê?!

Wê kengî ew sibe bê
Rengê gulan wê vebê
Bilbilê şareza bê
Yeketî çêbê b vê carê?!!

13

Kî hat û kî çû?

Qero het û çomer çû?
Tiro hat û viro çû?
Repo hat û kiro dû?
Kesî tiştek me nekir!

Hemû hatin vire vir
Li dora me tire tir
Çûn û hatin gire gir
Me qûna wan vacî kir!

Kirasê wan hilmala
Dûvik li wan vemala
Bûne wekî tirala
Lê wan çû?fedî nekir!

Em!man li ser warê xwe
Me her dikir karê xwe
Bûn aşiqê yara xwe
Dew û doza xwe vekir!

Doza me her ma zindî
Ew tev çûn bi ne rindî
Wan xwe li nav pîsan dî
Me bi rûmet ser rakir!

Em xudiyê rûmetin
Xudyê roja xîretin
Xwîn rêjin bê minetin
Kurdan dîrok bi nav kir!

Kurd li her der hebûne
Ji meydana fêr bûne
Hêviya serxwebûne
Me ji xwere pesin kir!

21.06.2018

14

Wek xwe mam?

Ez di deyşta çavê teda
Bûme ribçî
Di beriya hestên teda
Bûm cotarî
Ez li ber hêsirên teda
Bûm avdançî
Lê ez dîsa wekî xwe mam!

Nawestim?
Cana westim çol û berya
Tîrêja mar li min gerya
Qîrînek xwe ji min berda
Lê derbas kir serê derya?!

Cejna newroz xurt û bijî
Mezlûm daye can û serya
Pir xurt û jîn nav karkerin
Bi wê rojê li cîhan gerya?

Şebanestim şûx û sîna
Dilovanek li min vegerya
Karker gundî vane têne
Bi xwîn avdan çol û berya!

Bêçar bide dil û can tev
Bibe dostê mal û merya
Sed mehrebe li wê gorêbe
Li nemirî û tev wa mirya!!!

25/03/1984z şam

16

Girtim?

Ez hatme war
Girtim bi dava
Ji hirç û gur
Kes nîne pêva!

Çima li min wabû
Kesek nemaye
Ne ji xûşk û bira
Ne ji dê û bava!

17

Daxwaza dil?

Dil bi xwînê av dayi
Biskan xwe bera dayi
Keziyên l’hev badayi
Herdu çavan dilop jê!

Herdu çavên şil kirî
Dilê min vêre mirî
Bi nêrînên awirî
Ji kor çêtir şilop bê!

Heye omîd bibînê
Rênasa min bixwînê
Di rastiyê bighînê
Ne kinik û ne top bê!

Li gora dilê min bê
Biçekî guhe qul bê
Birî bijange kil bê
Ne poz bilind û qop bê!

15.06.2018

18

Enfal?

Hîro ji min derbûn xeyal
Di bîrê hat roja enfal

Ew ayetên herî pîroz
Kuştina me pê kir helal?!

Kurdo bese rabe ji xew
Vê qirêjê ser xwe vemal

Heta kengê nuxamtî bî
Bese bigir rêça zelal?

Kesek nema wek te mirî
Li cîhanê bê dost heval

Roja me va hilatiye
Bes tu bikî her nale nal!!

Bêçarim va ji derdê te
Tu dev berde ji qîl û qal

Xebata te bi rastî bê
Wê biherke ava zelal?!!!

14/04/2017 z

19

Veger?

Malû pere tev hîştin ji tera
Kuro bese tu dev ji min biger
Gotinên xweş her dikim ji bo te
Tu ji ser rêka min jî tew dager!

20

Dil çima…

Dil tu çima dilikumî
Bi ser yarêda dilihimî
Piştî te girtim bi dava
Xêre tu hîro wehimî?!!!

Ma ne te kirim belayê
Te gîhandim vê tayê
Lê hîro deng ji te nayê
Tu wek kevirê simsimî!!!

Te li nava gund dîn kirim
Te bi ciwanî pîr kirim
Te bi eşqê ez jîr kirim
Hîro tu qe nakêlimî?!

Bêçarim ez ji dest te
Bûm helbestvan li ser te
Evîna min ji navê te
Lê hîro tu nahim himî?!

07/05/2017z

21

Can?

Serî rake ji xewê ser balgiyan
Çavan veke bibarîn çend rondîkan
Li min mêzke tu bibîn li halê min
Piştre here bibîn nimêjke heyran

Dest nimêjke û bisekin li qabê
Serî deyne bi ser û pê biçe xarê
Ji minra bike çend duan pêre lavan
Yan min bibe anjî bi para yara can

28/07/2017

22

Dilo?

Dilo de rabe vê sibê
Rêka te dirêj û dûre

Berê xwe bide cî ware
Here kaşê mişte nûre

Di sera girtî bûs û leylan
Ez nizam jî xwîn bi nûre

Birîna deyştê ne hindike
Dijware û gelek kûre?!

Dilo ku şêr dakevin deng
Çeqel û rûvî nazûre

Dijminê bê bext li vir bû
Serî kete ber dikûre

Dilo de rabe rêk dirêje
Kes namîne ta dawi stûre!!!!

23

Ax…

Ma ta kengê ax û ax
Va rûxandin tam û max
Cî nema li dil ji key û dax
Piştî ku çû wer bike wax

Pişt kurmî bû ji baran
Bes ji wanre bik karan
Em dijîn wek dewaran
Winda bûne şop û şax..?!

Winda bûne şop û rê
Karê dikî ji bo kê
Şewitand kezeb li dê
Di welat de kî ma sax..!!

Bêçarim ez dinalim
Ji derdê we ez kalim
Wekî gel pir bê halim
Gotin l dil nema deyax!!!

22/05/2017

24

Îro?

Îro li min veke derî
Me hev nedî sî roj berî
Va ez hatim bibim mêvan
Wekî gurê têkv kerî!
Hîro li min neke mirdal
Sî roj xebat!bike helal
Ez binoşim avek zelal
Ta pê bişom ked û girî!
Ev sî rojin tî û birçî
Tu nabêjî!ev ji bo çî
Bê derew û bê gelacî
Yareb qencî ji min bigrî!
Ez aşiqê dîtna teme
Li dergahê te koleme
Ez bêçarê rewşa xweme
Ji me dûrkî wî agirî!!!
Bila sicûd l’sînga te be
Dûrî kerbû awiran be
Wê çaxê ked di cîh dabe
Dilovan be li vî mirî!
Sibê emê çawa şabin
Ji hev dûrin lê nêz nabin
Jiyan di rewşên xerabin
Çira nervîn lê vemirî!

24/06/2017

25

Kîne ew..

Ê ku evîna te helisan din
Kîne ew
Ewên ku gula te çilmisandin
Kîne ew
Ê ku bibilê te heyiban din
Kîne ew..
Yên

ku hêsirên te qurçifan din
Kîne ew
Ewên ku dibêjin em birane!
Kîne ew
Yên ku di rengê guran dane
Kîne ew
Ên ku me dixwun wekî berxane
Kîne ew
Ên ku çav li derlingê diyane
Kîne ew
Ên ku em kirine nav kuştiya
Kîne ew
Mîvanê ku li malê bû xudî
Kîne ew
Ê ku ez kirim ji qereçiye!
Kîne ew
Kîne….kîne……kîne?
23/07/2017

26

De rabin bê xem bin?

Dil birîn bû hest bi dûda
Kul vepikîn;şerm di rûda
Gotna quran waye pêk hat
Kurdan hîro da sirûda!

Kurdan hîro hildane al
Dijmin wer bûn di kort û çal
Pişt dane hev;tev am û xal
Bûne ser kêş!xort lê hûda

Keçan kezî li hev badan
Bi ser xortan de lîlîn dan
Darê zeytûn bi xwîn avdan
Hêsir nema tên ser rûda?!

Darê zeytûn bûn netekî
Ji her yekê şêr hilpekî
Dijmin revî çekan çekî
Ramanê wan tên ji gûda?!

22/01/2018

27

Roja rûmetê?

Bîst û çarê haziran
Tu guh nede pizêran
Merov b’saxî kuziran
Bikin ku wî fiziran!

Bese li xwe binerin
Carek li xwe vegerin
Ev cara we dawiye
Berî ku tew bimirin!

Ew roj roja xîretê
Derfet nedin bê bextê
Amed li benda weye
Hûn şa bikin paytextê!

Bi hev du hûn bawer bin
Ne ku dîsa hun ker bin
Ne kole û rêncber bin
Ji bo xwe bi tevger bin!

Hîro roja rûmetê
Kar bikin bo umetê
Ta bighêjin dewletê
Mirna gel bi dest we tê!

28

Ji serda kofî..

Di binda biskin..
Û kezî li ser mil..
Li ber qemçike..
Çav û ebrûne..
Qews û bijang kil!
Ji wan tên xeşme
Nêçîrvanin hew..
Du kaniyên şil!!
Sewda kirim wê
Bi qama bilind
Bûme wek bilbil!

29

Derman ziman?

Textê minî bi naze
Ziman jêre awaze
Ger tu tîpek zêdekî
Wêna ji te dixwaze!

Fêdake hiş û raman
Ta bibînî kurdistan
Bi gotinê xwey şêrîn
Welat ji te digaze!

Ne bi ceng û şerê ye
Zimanê te yê kêye
Zimanê me zelale
Em pê bin serfiraze!

Em bi wî têne nasîn
Wekî quran û yasîn
Bila bidin min telqîn
Bêçar ji we bi naze!

16/07/2017

30

Toy tolê..

Lê toy tolê li te wêran
Çima ji min birin qurban
Te nehîştin keç û kuran
Dîsa li te cangorî dan!

Qere toto em dixarin
Kezeb şewat çi dijwarin
Nifir dîsa li me barin
Gaziya me li te xudan!

Gemar hatin ji cîhanê
De win negrîn xûşk û anê
Xudî derbê bi xwe zanê
Pak bûna wan bi dest kurdan!

Toy tol germe tev bi qûme
Kurdo hîro j’dest xwe çûme
Wek hiriya ku vepûme
Felek şewat para me dan!

War wêrane ber avêra
Xêr û bêre ji xelkêra
Şîn û girî hew ji minra
Kurdo bese tu bê serdan!

Vê biratî talankirin
Te pez çû tev guran kirin
Rojane va em dimirin
Geştî va çû!qaptan kudan!

09/08/2017

31

Yek dest?

Bi yek destî û bi yek dil
Bi hevre biçin ber bi gul
Jêre bihûnin wek bilbil
Da xweş bikin çavên bi kil!

Zevî zerbû!simbil li der
Kurm û kêzik hatne li ser
Hun amedebin bo roja zer
Çare bibînin li qimil!

Cotyarî gelek pê xweşe
Kebanî li mal kêf xweşe
Bilbilî çi pê ser xweşe
Hûn bi hevdin bi dest û dil!

23/06/2017

32

Ta ji mirî ditir sin?

Min ji dil nexweşim ez
Her bi kut kut wer bi lez
Ewin hov û ne merov
Bûne merxur bûn merez!

Ez ji war bi dûr xistim
Li biyanî derxistim
Bi nav derd û kul xistim
Hatin peykeran bi gez!

28/06/2017

33

Bîr anîna şengalê?

Havîn bi germe çi tîne
Canê meriv dişewtîne
Li çûna xwe pir xemgîne
Lê ji mera ah û kîne!
Meha dawî tim tebaxe
Wê teimê da rezû baxe
Vê sibengê dil nesaxe
Bihna xwînê vedforîne!
Dado ji germa nakê xew
Dil delîle nakê derew
Xeyal û raman tevin ew
Lê ji nişka xwe hilçîne!
Xatê gote:dado xêre
Emir li jor hilpesêre
Ew xudayê jor û jêre
Wê carak li me bibîne.
Dado got:xatê bawerim
Ez li xewna xwe vedgerim
Wek nêzîke ku bimirim
Xatê!li min meke şîne!
Xatê got:dado xewne şev
Tişta ne xêr tûke ji dev
Kûçik li dor me dev ji hev
Tu serê xwe pê mêşîne.
Xatê!xwedê me sitar kê
Dilê min viran tew nakê
Bayê tofan pêlan radkê
Nêr namînin wê bi xwîne!
Dado!taştê çêkim qurban
Di bangê bê mal feqîran
Tu belavke wan tevdîran
Îmdad ji gola heşîne!
Hîn wer dibên gurmîn çêbû
Dûmana reş li deyştê bû
Milet hemî ber bi çiyê bû
Hatin hovê dil bi kîne!
Mêr nehîştin hemû kuştin
Hinek zarok sax veşartin
Keç û jinan tev dîl girtin
Çi fermane wek basqûne!
Bûn ticarê gulî mora
Bûn siwarê perî sora

34

Natirsin ji xwedê jora
Tev gemar û îslamîne!

Ewna hovin ji nav beşer
Rengê merov lê lawê ker
Li dêka xwe siwarin ger
Ji kûndetiyê dernexwîne!

Hink nezanê mej war dûvik
Bi wan rêz kirin mûvik
Ew kemêlin û qûn reşik
Kurdan meriv tew nabîne!

Ji berêda em xapîne
Bi şûrê ol ser jê bîne
Kurdo bese xwe nexapîne
Kurdistan sore tev ji xwîne!!
31/07/2017

35

Dil…

Dil xweş bike bi wan çava
Bese awir bese tava
Hêdî pîr bûm ez ji lava
Çarek tenê bik silava!
Carek tenê rû li ken be
Bê dolab û fût û fen be
Bibe jiyan hemî li tebe
Virda çeke tu çend gava!

Hêdî hêdî were ser dil
Sivik bike bar ji ser mil
Zevî zerbû daye simil
Tu şêrîne wek dê u bava!

36

Bi lav im
Ez ji yezdan bi lav im
Ber bi dergah gav dav im
Efrîn wek dil u çav im
Parastîbe silav im

Parastî be ji hovan
Li wa bişkîne dûvan
Bela wan di rûyê wan
Ez bi te her dixavim

Tu cêwiya kobanî
Ma kî kore nizanî
Qamişlo dil hilanî
Li cîhan te b’navim!

31/06/2017

37

Rabû..

Ji xew rabû can tevizî
Ji nişka wê dil jê dizî
Wekî dînan min daye pê
Bervê diçûm lez bi lezî!

Got:mirine min guh neda
Wê dil girt û tew berneda
Lavê min çûn ta bi xwuda
Got:dijware! min got:xwezî!

Dinya reşkir bi min carê
Lê wê xibşê nizam karê
Wê dev dostê dil neyarê
Weka jehrê minda bezî?!

Ev bû çel sal pê dinalim
Ciwanî çû va ez kalim
Bêçarekî pir bê halim
Mala min çû ji ez ezî!!

30/07/2017

38

Rabe..
Rabe serxwe miştenûr
Bangê dike nebî hûr
Li tenişt te temîdar
Biqîrîn bike hewar!

Rake xidir û lawîn
Qere berkel bi lavîn
Sirûcîyê himet bîn
Tar û war kin vanê har!

07/07/2017

39

Yar tê..

Yar min dî tê bi çavên şil
Hêsir têne ji kanya kil
Janê xwe avête ser dil
Derd giran bûn wekî bilbil!

Yar te çikir bi min dilê
Te li min kir derd û kulê
Vîndar dûr çûn ji maselê
Peran bada li eşqa dil!

Yar nenaze tu negirî
Hov dihatin te hêwirîn
Hinka firot,hin çûn mirîn
Va ji tere dikim pilpil!

Can û jiyan fêda tekir
Diran weşîn por sipî kir
Jênî westyan dûr nêzî kir
Bûme bêçar bar da ser mil!

09/08/2017

Dil bigre?

Dil ji kurve tê girtin tu bigre
Wî bikudîn l”qut qutê ber nede
Ger dixazê eşqê bila were
An jî biçe bi ser riya xwede!

Dilê ku ji min bê hez wî nagrim
Bila bê yar bim!ta ku bimirim
Ku poz bilind bû;tew yar nagirim
Dil bes tu dinalî ber bi kude!

Ji xefla te dilûqim wer bê rê
Ji te pêve kes nizan bi sirrê
Va tu ketî tora vê bihûrê
Rû gerandî bêçarê ber mide!

20/08/2017

Ma ne ti bû?

Ma ne tibû ya ku diçû bê destûr
Ma ne tibû ya ku birîn kirin kûr
Ma ne tibû ya ku kirim bêçare
Ma ne tibû ya ku hîştim ez li dûr!

Dîsa ezim bilbilê ku war winda
Yê ku dûre ji şar û mal û gunda
Di pê tera reşbû jiyan mam winda
Min dagirtin ji derdê te têr û tûr!

08/08/2017

42

Bira..

Em ji dê ú bavekîne bira!
Li pey hevdu hatine bi sira
Kêfa bav û diya me xweş dibûn
Lê mezin bûn li hev bûn wek gura!

Lawo!ku mirim tu mê megirî
Ku ez saxbûm te li min nenerî
Hîro zik şewitî bi xwe tê girî
Berê bi xweşî ne wabû çirra!

Çima tu werî istu xar vegerî
Pir teng bibî wekku ez mirî
Ev ne qenciya te ji min kirî
Hîro mirin ji mayinê çêtirî!

43

Kî bû ew?
Kî bû ew ya ku ji bircê dal dikir
Kî bû ew ya ku derî li min vekir
Kî bû ew ya çavê çepê qurç dikir
Kî bû ew ya navê vîndar li min kir!

Ezim ew ê ku pişta xwe li dîwar
Ezim ew ê ku dil ji xeman bû bar
Ezim ew ê çav li rê ma bendewar
Ezim ew ê li ser te bûyê bêçar!!

10/08/2017

44

Welato..

Tu wek sipîçka di çavê minda
Wek çipîska di gerdûna dilda
Tu pîska di pixûrka hestanda
Weka hingiv li ziman hibirda!!

07/08/2017

45

Tahir dînarî?

Tahir ji tuhra dînarî
Mensûbe ji neslê arî

Bibilê baxê nisêbîn
Ji eşqê maye bêçarî!

Lawkê mîtanî çi xurte
Dimjinan lê gef dixarî

Bilama devê neyaran
Xuda te bike sitarî!

Şîwan û şeydên di narîn
Ji eşqa gula çar parî

Hilgirê barê evînê
Te’ima biyanî vexarî?!

Derdê me teva bû yeke
Nalîn û keys û hewarî

Şêweya ji rengê dûrî
Dikêşin em vê mirarî!

09/07/2017

46

Ez im..?

Ezim hespê beradayi
Ku kes lê nebî siwar

Bê hefsar û bê ser koş
Lotik didim tême xar!

Ezim miryê veşartî
Vejîn dibim tême war

Wekî tovê jiyanê
Der dikevim dibim dar!

Ezim kaniya miçiqî
Li benda tavê bihar

Ku lê bidim bahoza
Biherikim li rûbar!

1987 şam

47

Nemirim?

We ez kuştim
Lê nemiri..
We ea şiştim
Lê nemirim..
We veşirtim
Lê nemirim..
Min hajeroj da
Ez jiyam..ez jiyam
15/10/2017

48

Kengê tê were?..

Min di hez û vîna teda
Dil dame te bi yek carî

Ger bixazî jîn û jiyan
Were bibe bê hev parî!..

Te!nîvço hîştim delalê
Tu çi bikî bi min karî

Min ji tirsa evîna te
Soz neda kesî tu carî?

Va dijîm ez!li sozê te
Li dinyayê bi bêçarî!

Ta kengî guh darbim li te
Derînî min ji hejarî

Veweşînî bi ser min da
Ba ji wa biskên xumarî!

Ez dixwazim bi te şabim
Ne ku bijîm bi dil sarî

Ger mi nedî li vê dinê
Li wê dinê bibe parî..

03/12/2017

49

Ji nişka wê avêt?

Yar xeyidî,nizanim kê ew hilavêt
Ji nişka wê!rabû di rûda sirr avêt
Şerpezebûm ez!ji biryara te dînê
Nizam çibû,ku wê vîna xwe beravêt!

Li min bû derd bi wî dilî min kir qerez
Ta peyda kir li min,j’çar alîda merez
Dilo!bese l’dinê ji bo yarê bibez
Bi dil girtim wê ji nişka ez!dûravêt!

Bi yek lavê min xwest ku deynim j’paytûnê
Ez dibînim b’herdu çavan wek xatûnê
Da di birca dilê min da her di rûnê
Lê minxabin ber bi min da gav ne avêt

07.07.2018

50

Xweş evîne?

Ew welatê ku nebe vîn
Ew pir zû tête firotin

Wek warê bimîne bê jîn
Her biwêje lê tên gotin!

Wer beyare bê xudiye
Her kes lê xwîn dirêtin

Ger zimanek ne rewa bî
Bê pişte ew biyan lê tên?

Qaz û quling jê difirin
Kund û bûme lê dijîtin

Baz û şêran jê koçberin
Pepûk rûvî hildibêtin!

Meqsed ezim ku bizanin

Bêçarî yê jê dirêtin

Kengî bihar werîn vejîn
Gul bizane bilbil bêtin?!

Ez qasidê wê rojê me
Çaxê ji gul bêhin bêtin

Bila xweş bî li her dever
Merovahî rast girêtin!!

09/12/2017

51

Dîroka min dev jê ber de?

Hêdî bese bar barî
vir û derew bê karî
Kirasê bê tûtê rak
Ger tu mêrî tu karî!!

Di bin hola xweda da
Dîroroka m.cih kirî
Bişopîne hey teres
Dev ber de ji gir girî!!

13/10/2017

52

Bêtût-mala xwedê ye
Kê xema kê?

Bi diyaran ketim li te yarî
Salê çûnî biharî
Dikim nakim tew tu ji balê nabî
Ji wa biskên tey tarî!
Ez ketme dav û benda du lêvan
Wek kulîlkên hinarî
Xeman dikêşim wer ji derdan ax
B’wa salên ku tu zarî!
Di jiyanê wer bûm ez!bi kovan
Lê dijîm wek bêçarî?
Pir ah û nalim dil ji êşa bûm
Meqsed çiye vê carî!
Ji biskan te umarek daye min
J’bîr dikim dil nikarî
Xeman ji bircê da bû aferîn
Lê mi nizanî ku parî!
Ji wê dûrim:lê giyan ma pêda
Ev bû çel sal b’min karî
Tenha kêşim ji derda bê nav ber
Ji min dûr çû,b’yek carî?
Kê xema kêye ku dêşê bi azer
Dûman rabû ji arî!

05.07.2018

53

Dîlber hate der..

Dîlber daket ji bircê da hate der
Ebrû kevan çav bi tîran wek xençer
Li

sîng berdan dil derbas kir can li ser
Pêrgî çûme dîz çong kirim ez li ber!!

Bê fitwe mam ji boxçeyê pir hûne
Were rewşê bi ramanî bixwîne
Herdu kezyan bi kurmancî bihûne
Birêse tu ramanê rast bik ezber!!

Ji te dûrim va te kirim penaber
Şev û rojan bi kovanim jan keder
Ji bîr nakim wê jiyana ku bi şer
Basko kirim li cîhanê mam bê per?!

30/12/2017

54

Natebite?

Dil bi kul kule natebite
Hest razaye û nalipite
Ji xeyalan ah diliqite
Koçerî ji koçeriya te!

Gotin ji gewrî diziqite
Nervîn razaye nalipite
Vîna te ewrek naşiqite
Va xwîn ji dilda diniqute!!

20/08/2017

55

Em kurd yekin?..

Em kurd tev yekin wek canek
Di serî da heye janek

Ne ku em ji hev belane
Wek nema li dev diranek!

Kê mesele xwendiye pê
Rast daye ber pîvanek

Wê bizane ku çi derde
Xweş birêse da xuyanek?!

Em li bendî rastiyê ne
Ku bête destê rêzanek

Em koçerê bê seranin
Ji bo me nîne peymanek!

Me divê qey zeradeştek
Ku nû jenkê rast îmanek

Ta giyanek bête cemşîd
Ji risteman bêt fermanek!!!

14/12/2017

56

Hat…

Min dest dirêj kir wê hate min bi sema
Kêf û xweşî da vedenge xem jê nema

Min ji todê kir hesabek bêyi xema
Lê mixabin,ku nêzîk bû jine bî ma?!.

Va siwaran dan jirîtê bi carcima
Gotin:bûkê!li paş binêre ka li ku ma!

Wek sîtila li ser kuçka bin arrî ma
Ew mîvane bê xirêfin bûk li ku ma!!!

Bendewarî gelek zore bênahî ma
Zuha nabin du reş xelek wekî çema

Dîsa nervîn da lotikan û lîlema
Lîle mora felekê da tena xwe ma!!!

18/12/2017

57

Min berda?

Min welatek berda kuro
De ka bêje te çikirî

Ez war wêran bûm bi serda
Te xwe li min mezin kirî!

Ez hîn li ser koka xweme
Te ziman jî winda kirî

Ma tê kengê rabî ji xew
Va bê mey tu ser xweş kirî!

Çima li min dikî lome
Teb xwe xulî li xwe kirî

Bihna te çû li dinya yê
Şermê bike tu gemirî!

Welatê ku ma mixela
Tovê seyan lê hêwirî

Ma ev qey ne warê tebû
Hîro neçê l’min dinêrî!

Nêzîke ku ez vegerim
Paşê li destan binerî

Wan gotinên teyi ne baş
Helbet wê li te vegerî?!

Wê çaxê wê mirin bib zêr
Tê bixwazî!lê namirî

Bêçar waye dibêje te
Lê mixabin;ne guh dêrî!!!

18/12/2017

58

Ez û yarê..

Ez û yarê ji hev dûrin
Istu xarin birîn kûrin
Dema kul me têtin behar
Li ber tavê çave kûrin!

Gurê min û wê raketî
Gurên xelkê tev dizûrin
Ma ta kengê bêjim nervîn
Felek li me tew nanerin?!

Bav û bira li hev nakin
Roj wek salan l’me dibhûrin
Hinek dikin,hinek dixun
Ez û gewrê vedlewirin?!

24/12/2017

59

Ax welat..

Welat girtin dan ber dizî
Têde neman mêrî mîzî
Jê reviyan;xal û xarzî
Hîna diçim bi ez ezî!

Heta kengî em bê hiş bin
Li bazaran wek ga mêş bin
Dil vekirî sîng qelêş bin
Bêne dirûn bi yek dezî?

Em dizanin gî dibînin
Koranî xwe l’diqelbînin
Her tim dijîn bi axînin
Diçin lêvên xwe bi gezî!

Carek tenê guh bi hevdin
Lêkolîn kin û win tevdin
Winê dinya bi ser hev din
Kes namîne birçî teizî!!

27/12/2017

60

Aşiq im ez..

Dil ji min çû,hew bi lez
Çûme lêvan wer bi gez
Wek pîrê torîme ez
Bi eşqê bûm ez û ez!

Dil tebatê nagire
Bi lebatê dimire
Yar tev pêt û agire
Pê girtim derd û merez?

Bêçareme bê hedan
Banga min çûye xudan
Perîşanim bar giran
Ber bi gorê çûm bi bez!

Eşqa te pir hêsane
Qelenê te girane
Nav xweşe kurdistane
Temen dayê te bim ez!

22/12/2017

61

Evîna te…

Bi evînek hêsanî
Tu min têde dikujî

Ji mejiyek nezanî
Bi ser minde dibêjî.

Te,ez girtim b’ciwanî
Wer xwînê jê dirêjî

Bi wî sozî dizanî
Ji destekî qirêjî!

Te!ez hîştim xizanî
Bi rojî û nimêjî

Welatê rojê danî
Çi bêbextî dibêjî?

Ji hev çûn bi dûranî
Her yek ji xwer dibêjî

Çep û rast veweşînî
Xiniziyê bikujî?!!

Va em mane qey wanî
Bê serî û bê mêjî?

Bi zimanek hêsanî
Bi ser minde dirêjî!

Bêçar kirim ciwanî
Ji ber toz û qirêjî

Min vîn girt wî zimanî
Keko tu kerr û gêjî!!

23/12/2017

62

Bizane tu..

Dijmin tu baş bizane lo
Ji zîndanê natirsim
Heger tu min bisojî
Nabe ku ez bê husim!

Welat di dilê min da
Tu carî nafetisim
Ezê ya xwe bibêjim
Ca bila bireqisim!!!

Ma we dengê min bihîst
Ez ne werqasî pîsim
Ez kurdim ji kurdistan
Bi wê her tim dibrûsim?!

15/12/2017

63

Pêşe roj…

Pêşeroj li me dijware
Kurdên me hîn xeware
Çavên payî dil hejare
Kurdo li te dikim gazî!

Mal wêrano dijmin fene
Wekî her car bi te kene
Tu tim hejar û rebene
Nizanî ku çi dixazî!

Çaq reş û bê bave hatin
Tev bûne yek bi lebatin
Li ser te tev bi xebatin
Çima ji hev hûn berazî!

Xwîna me çû ta bi kapê
Mirna birazî şakir apê
Term reşiyan wekî sapê
Nizam bi çi tu bî razî!

Gelê ku xwîn kire wek av
Cî û war çûn jê bûn belav
Zimanê birijî dît xav
Ma wê ji çi ew bibazî!

Bese guştê hevdu bixun
Xwîna hev jî ku ew vexun
Rastî li xwe dît dernexun
Ew nizane xal û xwarzî!

26.06.2018

64

Kurdo!bese?..

Kurdo!carek hilpeke
Wê dijmin zû bipeke
Lîska zarok tepeke
Bes tu çavê xwe veke!

Sê xûşke çav li tene
Sê bira l’benda tene
Ger tu bi xwe nekene
Hîro xwe bipesine!

Ger tu çûyî em tev çûn
Dijmin her dirêje xwîn
Hîro hebûn û nebûn
Ev dest pêka serxwebûn!

24.06.2018

65

Hev dîtin..

Bervê diçûm bi gava
Hêsir weşîn ji çava
Biraştim wekî tava
Tirsim ji dê û bava?!

Tirsim ku wê nebînim
Hêviyan hilweşînim
Xewnan jê birevînim
Wek kewê dû delava!

Şevek xweş bû bê fen
Me borandî wer bi ken
Şeker ji lêv ta bi çen
Ber jor diçûn bi lava?!

07/01/2018

66

Mest kirim wê?

Ji dîlana mest kirim wê
Nema dizanim bi xewê
Şev li min bûne wek sal
Di xeyalên minda kewê!

Çûn sal û meh bûne derew
Çava nedîn gul şena hew
Wê şaş kirim her bi lew lew
Li dil vedan dax û kewê?

Xewnê şevan tev li wê bûn
Wek ajokan li min çêbûn
Gî ji dest bavê û dê bûn
Mejî li min kir wek dewê!

Aqilê min kir tirone
Dinya bi min kire kone
Kirme devan parî done
Daqurtan dim weka dêwê!

30/12/2017

67

Çûn yeko yek?

Bilbilên te çûn ji baxan yeko bi yek
Hîn li ber çûn pir zerî bûn û por xelek
Nemiçiqîn ew du kaniyên reş belek
Man li benda zeriya horî û melek!

Hew digeryan di çerxa te!bê bext felek
Derd û kulan diciviyan wer bûn gelek
Ji çar çiran ta bi berzan tim bûn kulek
Gelyê zîlan şêxê pîran yek çûn bi yek!

Hatin ji dûr bê bavin ew hem ciwêlek
Bûn padîşeh,bûne wezîr, kirin melek
Me hev ber da û hev firot tev çûn bi lek
Hîro ziman hil kirin ji dev mam lalek!!

19/12/2017

68

Li min û te..

Li min û te bi yek zagûnê
Wan em xistin di yek fargûnê

Ya ku dibêm û hêvî dikim
Di wan werdê dêli virxûnê?!!

Ên ku xweşî ji mer naxazin
Tew nebînin ew ti şabûnê

Mala bê bextan wêran be qey
Pêkeve agirê êtûnê!!

Dijminê me ew çel çiçikin
Ji makan da bi dernexûnê

Bi qurnazî di xapînin lo
Wek dîroka bi derewînê?!

28/12/2017

69

Girtin derî..

Hov dihatin dor min kerî
Wana reşkir li min derî

Dor pêç kirim ji çar alî
Li ber min ma hew yek derî?

Pêde va çûm bê dilî xwe
Dûr ketim ez!bi yek carî

Li welatê gû firoşan
Va dijîm ez wek bê serî?!

Ne nasê xudane tew lo
Pere li wan wek bawerî

Ka mervantî;kanî rûmet
Li vir nîne tew bi carî!

Kengê veger çêbe li war
Mirin xweşbe li wî warî

Bila bimre xinizî qey
Wan hîştim ez bi bêçarî?!

28/12/2019

70

Min pirsî?

Min ji rojê pirsî tu çiye ji bo min?
Got:ez li pişta te!
Min ji heyvê pirsî tu li min çiye?
Got:ez li enya te!
Min ji şevê pirsî tu çi ya min?
Got:ez hev para te!
Min ji axê pisî tu ji minra çi ye?
Go:tu ji minî! Û ez ji bo te!

01/07/2017

71

Ez im..

Yê li xwe digerê ezim
Yê ku yekbûna xweda nasîn ezim
Yê ku meyr li roj hilatê da nasîn ezim
Yê ku mirovahî pêş wan kir ezim
Yê ku hîrojî bi tenha dijî ezim!
Yê ga pirî cot eware ezim..
Ezim…Ezim…Ezim?
01/08/2017

72

Sala nû..

Biskên qemer
Dêmên di geş
Lêvên şeker
Teim jê tê xweş!
Kezî wek mar
Li min qentar
Hanîme xwar
Ew çi kêf xweş?
Wê xapan dim
Pir geran dim
Veweşan dim
Dil kir du beş!
Ya çû xemgîn
Xweda wê nîn
Bêjin amîn
Ew rojên reş
Deh bi dehan
Kirin qurban
Kurd perîşan
Kerkûk nexweş!
Tev xormato
Bi dest zoto
Wî firoto
Diz û geleş?
Tu tê xweş be
Bin dest geş be
Bilbil heş be
Kurdistan merş!
Va çû hevde
Ya tê heyjde
Li pê nuzde
Dawî di geş!
Reş namîne
Pîs namîne
Yê bibîne
Bijî hev beş!
Li we pîroz
Her kes bi doz
De bidin soz
Biçin ta erş!!
Bêçare me
Bê war xwe me
Dûrî we me
Dil xwîn vedreş!

73

Bese ji ez
Tilîk bigez
Tev çûn bi lez
War ma bi qeş!
War ma tarî
Bes şîn girî
Gengî veger
Li warê xweş!

31/10/2017

74

Ez hatim?

Hatim cizîr
Li qesra mîr
Lê kir tevdîr
Wez bûm esîr!

Çûm rex mela
Min rist kula
Derdê dila
Ta bûme pîr!

Kesek nema
Ji bil xema
Wek kavil ma
Dil da ber tîr!

Rom bûne şah
Vîn bûn bela
Beko kela
Jîn kirne qîrr!

Çûm rex xanî!
Bilbil kanî
Gul çû wanî
Nekir ji bîr!

Ez qîrîyam
Lê giriyam
Vegeriyam
Kes nama jîr!

Tev bûn xulam
Jîn bûn kelam
Dev bi bilam
Bes tê hîr hîr!

18/06/2017

75

Wê..

Wê dîlberê
Kezî zerê
Dêm gewherê
Lêv sor kirî!

Du reş kevan
Wek tîr kivan
Dam ber davan
Nêçîr kirî?

Nêçîr ezim
Girtî ezim
Ber bi lezim
Bin ax kirî?

Ber xwe didim
Pê can didim
Wek dil didim
Ezim!mirî?!

Şînger ewe
Marrî ewe
Karrî ewe
Min jehr kirî..

Min da qêrîn
Şîn û girîn
Te nenerîn
Got:bimirî!

Mal wêran bûm
Tev talan bûm
Ber pêlan bûm
Çav kil kirî!

Çavên di reş
Biskên serxweş
Dêmên dibeş
Çûm vî nîrî!

Nîr bi kenêr
Çûn jine mêr
Destar bihêr
Cotyar birî..

76

Mam bê pale
Das betale
Sal çû sale
Şîn û girî?!

Ne bê parim
Wez bêçarim
Jêre

yarim
Dil namirî!

Dil bi daxe
Qurf û laxe
Bê deyaxe
Tew tew kirî!

24/12/2017

77

Çûm..

Ez çûme sûr
Bi şewq û nûr
Meşyam hûr hûr
Çav sor istûr!

Wî kûre kûr
Maye wek pûr
Rûmî bi şûr
Kanî lahûr?!

Xwîn çû li bûr
Pir bûn qusûr
Wekî xabûr
Derd bûne kûr!

18/06/2017

78

Ku min kaniba!

Ku min kaniba
Minê tu bi’ebranda yi..
Ku min kaniba
Mine tu biseridan dayi..
Ku ji min bihata
Mine tu werbêj kira yi..
Ku min hîlle heba
Mine tu li êlegê xista yi..
Wê!min tu hilpifanda yi!
Û tu vebjarta yî..
Ta ku bi destarekî destan
An bi aşekî avirrî?!
Tu bihêra yî..
Û bi destê canikekê tu bistira yi.
Û bi textekî ji kûzê
Bi tîreke ji kêrizê..
Tu bipata yi..
Li ser sêleke hesinî..
Û sê kuçkan..
Bi agirê daran tu bibraşta yi..
Û li sîka konekî çar istûnî
Li dewekî mêşnî?!
Bikira taşte kî mîr û paşan
Ji keç û kurên welatê rojê re pêşkêş kira
Ev zimanê dayikê!
Li we pîroz kira
Lê mixabin..ku min kaniba?!
Ziman şêrîne..zêrîne
Zimanê xwe ber nedin.

26/12/2017

79

Ma nizanin.

Ku di fêrmiskên te da
Wê lanet li wan bibarin
Ku wê rondikên te!
Li wan bibin gurzê risteman.
Wê tar û mar bibin
Bi destên lehengên te!!
Yên bi qîret..
Ji çar halîda
Li wan bibarê
Xezeba çarşema sor?
Ma nizanin!
Ku tevî em misilmanin jî
Sonda me bi çarşema sore
Bi agirê pîroze..
Bila ji wanre bibe nimûne
Da jiyan berdewam be.
Wê tu li wan bibî xewn!

06/07/2017

80

Şeva qedrê?

Ji bîr nakim,wê şevê
Ku xêrtire ji hezar şevî
Firîşte û giyan..
Tadkevin ta berbangî!
Lê di berbangî de li te daketin zabanî?!
Li şûna mehrebaniya xweda
Li te barandin agirê dujehê
Êtûn..qelandin..biraştin.
Qey zihar lavên te ne ji dil bûn
Ne ji xweda bûn..
Ezrahîlê me bû elahûekber
Kulfet wêran bûn!
Li şûnê nav man.
Lê îz û berate neman.
Sed heyf û mixabin
Ji biratiya olî re!
Ku em kirin vî halî
Dilovanî li giyana we ya pîroz be
Û le’inet bibare li sexte karan.

25.06.2018

81

Dayika me?…

Dayê ji te bi lavim..
Dil teng neke..
Çêlikên te ji hêlînê heyibîn!
Cih li wan herimî..
Û sînga te qerimî..
Xema nexwe dayê?
Ta ku tu hebe..
Wê hêlîn şên be!
Wê war ava be..
Em bi te dipesinin!
Ti bi me ser bilidî..
Omîd namrin..
Hêvî bi ber bayê nakevin.
Çavên bi xîret ranakevin.
Emê vegerin..
Ku bimrin jî emê vegerinn
Ku bimînin jî emê vegerin.
Ev ne cî yê meye.
Dayikê xelkê me namêjînin!

25.06.2018

82

De were?

De were di xaniyê dilê minî bê sibîkda rûne.
Û di deriyê hestê xweyi bê serederk ra derbas be.
Li texterewana evîna min siwar be!
Û here bibe fermanda ra ramanên min
Rûne li çar daxa hêviyên min
Daweşîne ji fêkiyê bîr hanîna min!
Bê tirs bike çerez!!
Û biborîne demên xwe..
Belav ke xemên xwe!
Ta nemire vîn..

22/07/2017

83

Çend hêsir bariyan..

Bi çend he êsrên veşartî ku di çavên biyaniyê da..
Bi çend hestên pêçayi di der gûşa koç beriyê da..
Bi lavên şermok ji te digazînim?
Bi evîneke bê rawestandin
Pêrgînî te têm..
Ji hêvîyeke pê xas..
Bi omîdeke serqot!!
Te hembêz dikim
Di kolanên tenêtiyê da..
Geşbîniyeke qurmiçî diafirînim
Di nava rewşeke awerte da dijîm
Bi tirs dibêjim..
Ji te hez dikim..dilê?!..

02/12/2017

84

Dîsa bi tenê dibînim?

Di ber lehiyên fêrmiskên teda
Ez hestên xwe digvêşim
Di ber tenêtiya keserên teda
Ez xeyalên xwe dadiwrêvim!
Tîpên xwe ji qîrînên te..
Dizeyînînim!!!
Li ber sanciyên te
Wek lehiyan diherkînim?
Bi wê xwîdana tere
Destana diafirînim!
Hizrînga dikşînim
Volqana dipecirînim!
Lê..lê..lê?
Bi mine ku yeketiyê peyda dikim
Lê mixabin..
Wek xwe dîsa bi tenê dibînim!

21/07/2017

85

Dojeha bi saxî?

Li amûdê sotin zarok
Me ev dî?
Li hesîça biraştin hebsî
Me ew dî?
Li şengalê qijilandin jinik
Dîsa me dî!!!!
Ma ev qîrîn û azer kê nedî
Ey xwedan?
Hewqas talan û ferman kê dan
Ey yezdan?!
Te em çi dan û ji kê dan bibêje
Tameşevan!!!
Ma ne bes heta kengî tim qurban
De bêje..de bêje..rastî bêje?!!!!

02/08/2017

86

Di şevek bê deng da
Li ber heyveke kelo girî!
Li ber histêrkên melûl
Kela dilê min
Xwe dilotikand!
Bê destûr bû..
Bêhna hovan dihat.
Bi ser warê feqîran da
Bê bav girgîn dibûn.
Li hemberî neçariyê!
Û hestên min..
Şax şaxî bûn
Mirin bêhin dikirin?
Bê bextî danzilî bû
Wekî hîro bû..
Namûs digriya!
Dîsa nervînê çiv kir!

03/08/2017

Neçe yar?

Yar tu neçe
Min av bide û biçe
Ji hingivê lêvan
Bila li ser ziman hebir bide!
Neçe yar?
Dil ji xwe veneçereqîne!
Ger tu çû
Bêje û biçe
Ta ku zanibim tu çû!
Xinafse neçe!!
Bêje û biçe
Lê bi hêvîme ku tu neçe!

09/08/2017

Tu were..

Di hola dilê min da.
Dîlanekê bigerîn..
Ma ne ti bû..
Ku evîn da min!
Bi ser minda vereşîne
Wan hestên xweyi hûnandî!
Bila şerpeze bibin bisk
Alaz alazî bibin..
Porê tenik!
Şebnem bibarin bi ser minda
Weku xunavî..
Geş bike..
Bihara dilê min.
Av bide zeviyê dilê min!
Bi fêrmiskên..
Xweyi narîn!!

07/08/2017

89

Li te geriyam.

Ez li siya xwe geriyam
Bi roniya heyvê dor pêç kirîbû
Ez li xeyalên xwe geriyam
Di hestên te da razayibûn
Min hestên xwe di hêviyên te da meyan din
Va ez bûm penaberê eşqa te…
Hêviyê min mane kurrisî
Di kela evîna te da!
Dergûşê evîna min
Di hêlik hana dilê teda xwe ji bîr bû?!
Bi bedewiya te
Ez xapiyam bihuşta min.

90

De were?

Di bin sîka ewrên hestê minde razê..
Û bila barana fêrmiskên min..
Li te bibare..
Û tu têde vegevize..
Wekî hedbanê delêl!
Ta ku sayi dibin li te..
Xeyalên min?.
De were?
Min bibîne…
Di ev rewşêde..
Belkî zikê te bişewite..
Û tu xatir ji min bixwaze!
Û biçe dûr…
Lê tu ji ramanê min
Ji çavê min..
Bi dûr nakevî..
Xewna min?!.

23.06.2018

91

Dara min….

Dara min li payiza şîn bû!
Di zivistan da sî kir..
Ku bû bihar pel weşand..
Li havînê ber avêt..
Hizrîng mane qurq..
Her tişt ma wek berê
Kê kir jêre ma!!!!.

03/05/2017z

92

Diyarîya dayikê?

Rêça dirêj bi ahû azar.
Min girte ber xwe dayê!
Li min biborîn…
Zanim ku dil kul kir
Çav şil kir..
Ser bilinbe dayê?!
Va hatim girtin.
Lêdan xeber sixêf..
Ne xeme dayê..
Min helal ke tu..
Bê dadgeh fermana mirinê
Li min dan dayê..
Ez pir kêf xweşim bi wê.
Va ez birim ber sê darê..
Kûçik li dora min kemişîne.
Li benda laşê minin dayê..?!
Û hanîn melakî sexte kar
Dixwîne gunehê min..
Va dibînim hevalan serî daxistine
Li dora min zelûlin..
Min bi dengekî bang kir..
Û got hevalno serî rakin.
Ser bilind bin li ber dijmin
Va ji wera dem êjmara min
Diyarî dayika min bikin.
Bila negrî ku dît cendekê min
Bila bike lîlîn..?!
Ji bo netirsin zarokên cîranên min
Ser bilind bin..
Bigrin bi şopa min dayê..!!!
Eve temba min?û min helal ke dayê?!

14/05/2017

93

Min binixue?

Di hêlûna dilê xwede
Min binixumîne..
Wekî hêkeke qitiyan
Di bin baskên xwe ke
Û min veşêre..
Ta neilet nekim hatina xwe
Û poşman nebim li çûyina xwe!
Naxwazim bême vê jiyanê
Di nav hovanda bijîm
Bextereşim..
Kukumim..
Feqîrim..
Bê warim..
Bê çarim..
Rebenim..
Bê malim..
Newêrim bême nav hovan?
Min bihêle
Li ciyekî ku kes lê tinebê!
Bila bijîm bi tenê!
Min veşêre!

10/06/2017

94

Îşev pîrozkim?

Min hembêz ke di nav xewnên xwede!
Bi ser minda vereşîne keziyan?
Û daweşîne wan giriyên dayikan.
Bila bes bilorînin
Ji bîr kirin bide wê şeva dijwar
Hîşev?
Bikewîne wan hêviyên ku ji bo cejnê
Hatin çilmisan din!
Ji minra veke sêwana hestên xwe
Ta têda palbidin keserên min
De veweşîne bernavê xwe..
Wek gorzê risteman!
Bila bibe meyrevaniya anûşirwan?
Bike nimûne ji cîhana bê bextra!
Hîşev!
Min bixapîne..
Ew kul ji bîr nabe..
Ew hêsrên ku çilmisîn
Li deyşta pirsûsê!
Pê avdan bernavên tewşo mewşo
Li bilaniya kaşê miştenûr!
Wê bimînin azera me ta jiyan berdewam be!
De bihêle ku razêm
Di bin dilopên çavê teda!
De bihêle şahiyeke bi xwîn li dar xim
Cejna we hemuyan tevî êş û azeran pîroz be?
25/06/2017

95

Nameyek ji dil?

Nameyek ji dil dinivisînim
Ji bo te..
Raste ji te dûrim
Lê bernav li ba teye!
Bawer ke ji min.
Sonda min bi horiyê te.
Bi lêlûnê te
Bi zeytûnê te
Bi hinarê basûta te!
Ew gurleyên ku li sînga te dikevin
Wek mîrkutê dehakan
Di serê minda lê dikevin.
Ew qîrîna zarokên te
Wek zengilê şivanan
Di guh min da di lîng lîngin
Di demên berbangê de,
Çaxê berdana keryan de!
Tu ji balê naçî
Tu jî weka kobanî şêrînî
Û ez bibêjim bihtir..
Dibe tu bawer nekî ji min
Lê bawer ke bawer ke
Delala min çav şîna min.

04/07/2017

96

Serê sibê?

Di xelbe xelba sibê da
Di xweş bûna xewê da
Di nav hêlûnên xewnan de
Te ez şiyar kirim!
Bi bayê evîna xwe
Bi dûr xistim ji xeyalan
Te da ber min rêçek dirêj
Kengê ezê vegerim
Ma ji demêra!
Bi guminiya meşkêra
Bi pite pita pîrê re
Xew li min teyirî!
De were li pile pila kalê guhdarke.
Te çikir delalê!

01/07/2017

97

Min bi darxin?

Min bi darxin
Wê termê min bimire
Lê giyana min di xewnên şevada wê bibe kabûs
Li niviyên we!
Wê rabin niviyê min
Li pişta we siwar bin
Wê çaxê lanet bibarin li we
Bi devê we..
Û ezê bimînim wekî firişteyan
Giyana min bijî
Bi demêre!
Min bi darxin
Ev roj bibe cejin ji were?
Lê helbet wê bê ev roj li we bibe roja lanet kirinê!
Ji bîr mekin
Ez mafdarim
Hun sitem karin
Ez kurdim
Hun bê bavin!
Ez şehîdim
Hun xwîn mijin.

29/06/2017

98

Şevek ma?

Şevek ma di xatir xwestina teda..
Şevek ma ku koçkî
Kel û pelên xwe bipêçî
Bi qencî û rindiya xwe herî
Û emjî li benda hatina tebin
Bi balek dirêj!
Şevek ma?
Di

hilbijartinên tede!
Ku ji hev bikî der..
Kê çi kir..
Û kê çi nekir?
Te ji kê rakir..
Û te ji kêre hîşt!
Û di rûyê wan wer kir!
Şevek ma?
Her kes li bendî xilata xweye
Kî bi ser ket..
Û kî têk çû..
Tu bi xêr hatî..
Û bi xêr herî..
Bi xêr û xweşî jî vegerî!
Em çave rêne..
Li benda mizgînên tene!
Şevek ma..şevek ma?!

24/06/2017

99

Dûrim..?

Ji te dûrim
Ax û girî her têne min.
Lê wek bazê bask ji kestî
Û wek şêrê qîl hilkişî!
Dihonijim..
Dikelijim..
Bi ser xwede
Û bêçare mam dîsa
Wekî marê di tîre mehêda
Ku birîn bimîne
Û bi xwe dade!
Rêk neman li ber min
Ma ta kengê
Wê çemê te sor biherikin!
Û bilbilê te ahîna bikêşin.
Û dayikên te wê lolok û dîloka bibêjin
Kulîkên te di biharan de biçilmisin
Û dijmin bigrin seyrana kêf xweşi yê
Li ser bazara biskên teyi hevirmêşî
De bilîlîne..
Bajarê berxwedanê
Di nav kavlên wêran de
Bi gerîne seyrana bûk zavan!

19/06/2017

100

Naverok.
1-Pêşgotin
2-Diyarî
3-Tev çûn
4-Bi hêviyan dijîm ez
5-Ji kurdê tê
6-Yar..
7-Roj dagerya,bazar vegerya
8-Girtim wê..
9-Ev çibû
10-Ma ne bese
11-Kî bû ew
12-Werne hewarê
13-Wek xwe mam
14-Nawestim
15-Girtim
16-Daxaza dil
17-Enfal
18-Veger
19-Dil çima
20-Can
21-Dilo
22-Ax..
23-Îro
24-Kîne ew..
25-De rabin bê xem bin
26-Roja rûmetê
27-Ji serda kofî
28-Derman ezim
29-Toy tol=Reqa
30-Yek dest
31-Ta ji mirî ditirsin
32-Bîr anîna şengalê
33-Dil..
34-Bi lavim
35-Rabû..
36-Rabe..
37-Yar tê..
38-Dil bigre
39-Ma ne ti bû
40-Bira..
41-Kî bû ew
42-Welato..
43-Tahir Dinari
44-Ezim..
45-Nemirim
46-Kengê tê were
47-Ji nişka wê avêt
48-Xweş evîne
49-Dîroka min dev jê berde
50-Kê xema kê
51-Dîlber hete der..
51-Natebite
52-Em kurd yekin
53-Hat..
54-Min berda
55-Ez û yarê..
56-Ax welat..
57-Aşiqim ez..
58-Evîna te..
59-Bizane tu..
60-Pêşe roj..
61-Kurdo!bese
62-Hev dîtin
63-Mest kirim wê
64-Çûn yeko yek
65-Li min û te
67-Girtin derî
68-Min pirsî
69-Ezim..
70-sala nû
71-Ez hatim
72-Wê..
73-Çûm..
74-Ku min kaniba
75-Ma nizanin
76-Şeva qedrê
77-Dayika me
78-De were
79-çend hêsir bariyan
80-Dîsa bi tenê dibînim
81-Dojeha bi saxî
82-Di..
83-Neçe yar
84-Tu were
85-Li te geryam
86-De were
87-Dara min
88-Diyarî dayikê
89-Min binixume
90-Îşev pîrozkin
91-Nameyek ji dil
92-Serê sibê
93-Min bi darxin
94-Şevek ma
95-Dûrim

 

 

أضف تعليق