Pîr RUSTEM ÇIVÎKÊN BERAVÊTΠKurte-Çîrok

bo daxistina pirtok; ji vir

https://www.4shared.com/web/preview/pdf/4oDPe4fcba?

  • Navê berhemê: ÇIVÎKÊN BERAVÊTÎ
  • Navê daner: Pîr RUSTEM
  • Cûreyê Berhemê: Kurte-Çîrok
  • Çap: çapa Elkitroniya yekemîn 1,Avdarê .2017 S
  • Hijmara xelekirî: 12

Hemo maf ezber kirî ye ji daner re

  • Mafê weşan kirina pirtokê Ezber kiriye ji nivîskar e, û çapa Elkitronî ya komcivîna Zanyarên Azad re ye

https://reberhebun.wordpress.com/

bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin:

reber.hebun@gmail.com

 

 

                                                                                     

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji..

 

           YARA  re.

 

                    

 

         

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

KILÎT

 

 

 

     Eger em bi nirîneke panoram, li rewşa çêroka nûjen, di cîhanê de, binirin tê diyarkirin ku, ev celebê toreyê yê xweşik; çêrok li hember serhildana celebên toreyê yên din, nemaze helbest, tim di bin barê zor û setemê de dimîne.

     Toreya me jî ji vê rewşa han ne dûre, lê belê ne tiştekî veşartiye ku, toreya paxşana (nesir) kurdî –bi zaravê Kurmancî- bigelemperî qelse û bi taybet, di warê çêroka nûjen de. Tevî ku, çêroka nûjen di cîhanê de ciyekî bilind û  li ser destê çend “Bavên” hêja û bi deng wek: Çîxov – Rûsiya, Mopasan – Feransa, Alan Bo – Emerêka, sitandiye. Dahênan û afirandinên wan bûn bingeh ji her çêroknivîsar re.

     Li her derê, roj bi roj, nifşên bi dû wan re li ser pêvajoka çêrokê berdewam kirin. Li cem me kurdan jî, digel vê bingehê re, zargotina me jî di warê avakirina çêroka kurdî de – ya nûjen – stûneke din girtiye, tev ku çend nav dihatin nas kirin -Bavê Nazê- mînakeke hêjaye, lê bingeheke çêrokî serbixwe nehat meydanê. Ji ber vê yekê jî riya çêroknivîsên me yên nû çetin û dijwartir bû.

     Pîr RUSTEM jî di evê pirtûka xwe ya pêşîn de bi hêz dide ser vê riya bi rûmet û berhemên “Çivîkên Beravêtî” navê xwediyê xwe dixe rêza çêroknivîsan û wî dajon ser rê, pênûseke din a nû, bi hiner û nûjenî li ezmanê toreya me diçirisûne, cîhana çêrokê, di vê pirtûkê de, bi zimanekî nerm û jiyanî saz dibe, bi ketinheva navbera xewnê (kabûs) û rewşa jiyanê de, navbera bawerî û ne baweriyê de, navbera dîtî û ne dîtiyê de. Bi evê  awayî bûyarên jiyanê di pergaleke beravajî de bilind dike, pergaleke fantastîkî, sîberî, xewnî, ji bo afrandina risteke çêrokî sax û xweşik.

     Xewnên beravêtî ji kesên çêrokan re dihêle ku, jîna wan kesan berbavêje. Bi sedema hişkbûna kevir û hîmên zor û reşiya ku, têde dijîn, li ber siya hilweşandina daxwaz û hêviyên wan di riya rizgariya mirovayetiya wan ya ku, hatiye dizîn û talankirin. ji ber wilo em matmayî namînin li ber bilindiya bejna dêwên mirinê, di ezmanê çêrokan de. Mirin ji her hêlên ezman dibare; Bi saweke giran, xwekuştin-mirina erzan, “bi trimbêlê”, mirina dev bixwîn “bi kuştinê”, mirina bi çekên qedexe “bi xerdel”.. mirina bi awayakî Kafkawî, ji ber ku, tayê navbera mirin û jînê winda dibe, eger ne windayî be..!

Bi vî rengî nivîskar dest datîne ser giringiyê, ser (cewherê) bi sazkirineke hinerî jê re. Ev tişt ciyekî girîng dide van çêrokan di rêça çêrok û toreya kurdî de ya ku, demeke dûdirêj di bin qamçiya “îdyolociya” û rola wê ya wêran de hejar û bê can ma. Em dizanin ku, gotina hinerî dikare îdyolociyekê hilgire, lê girînge em venasin bi westandin û bêçarebûna gotina îdyolocê ya ku, ti carî nikare rahêje gotina hinerî û eve ya girîng ji me re, di evê ajotiyê de. Her mirov li babetên nû digere, lê babet çibe ne zirareke mezine. Belê.. bi çawatiya nivîsandina wê babetê, buha û nerxa nivîsara toreyê tê naskirin. Pêwîste îro û ne siba, em ala “hierê”, bi merama wê ya durust, hildin jor, di gerdûna toreya xwe de. Bi rastî, nizimbûn an bilindbûna evê alê nîşana nizimbûn an bilindbûna gelê me ye.

     Ma ku, em bêjin çêroknivîs “Pîr RUSTEM” sala 1963 an ji daykê bû û hat vê “dojehê”, li hêla gundê Çeqela û anuha li “Cindirês” ê, ji herêma “ Efrên” ê dijî. Ev pirtûk mîna kilîta xaniyekî di nav mij û dûmanê de hatiye çandin, gelo ev xanî çawaye, xweş û xweşike, yan na. Bersiv di hembêza çêrokên “ÇIVÎKÊN BERAVÊTΔ de ye. Ka.. em bi hev re, bi du çavên şiyar, bixwînin.

 

                                             Ebdul Helîm Yûsiv

                                       Amûdê-sibat 1992.

 

 

 

 

 

DÎWAR

 

 

 

 

– “Lêdim.. nedim. Derî girtiye, lê dengê keçan, di nav dengan de nake. Lêdim.. belê, ew dikarin ji min re bêjin: Piçeke din bê cem me, bawer nakim ku; derî di riwê min de.. bigrin”. Bi lêdana derî re, ji rewş û ramanên xwe şiyar dibe, ewî dudiliya xwe birîbû, lê bi dîtina riwê xwediyê malê re, hunava wî ya dikelî, vedimire.

–  Êvar xweşbe bavê Memo. Gotinin mirî dertên.

– Xwedê xêra te bide. Bes tişt tinebe ku, wilo bihêle di nîvê şevê de, li derî bide. Eyaz di nav gotinên wî de; “Tu ji ku ve hatiye vegere wir”, bihin dike û serî bi ser milan de xûz dibe.

– Netirse.. tişt tineye. Kenekî zer di kûraniya mejî de şîn dibe. Cixarên min neman û min dît.. hîne elektirîka we pêketiye û min got: ew hîne şiyarin.

– Nexeme.. sê-çar cixare besin. Ji berî Eyaz gotina xwe bibe serî, bavê Mamo rê li pêş birî û çend cixare xistin destên wî.

Ji sê-çar salan ve, Eyaz ê Kendoş hatiye bajarê Helebê, bi sedema xwendina bilind. Lê mejiyê zanînî û canê Eyaz yê mozîkî, şererkî giran, di nav evan du salên dawî de, bi hev re dikirin û li dawiyê xwandina zanîngehê berdide; ew dibe şagirtek ji yên ûnstûda mozîkê û bi sedema evê yekê, têkeliya wî bi mal re, tête birîn.

– “Tu yê nuha bi kuve biçî, sê-çar cixare.. dirav di beriya te de ne, ne mal.. mirov, dost. Sipasiya te dikim bavê Memo.. sê-çar cixare, ewê piçek hiş bi mejî de berdin”.

Dûyê cixarê, şop û ramanên Eyaz, di tariya şevê de winda dibin. Pireya “Şeşê Çiriya pêşîn” dihêle ku, dengê tirambêlan, weke bombeyan di serî de biteqin û jîna ewan çar salan çûyî û wêneyên perîşaniyê.. mişextiyê ji çavan biweşînin. Dengê ewî xortê ku, di şevbêrkê de bervedaniyeke bijartî, di ber qelsî û kêmaniyên sazbend û torevanên kurd dikir ku,ewî ew yeka bi rewşa wan û ya milet ye girêdida, lêdide.

– “Belê.. ji bîr neke ku, miletê te ji evqas sal de di bin nîrê dijmin de ye. Tu çawa dixwazî ku, torevanê Kurd li gor ê firansî be. Xort bi dilşewatî ji Eyaz re dibêje.

– Bes li gor roja îro û alavên agahdariyê yên di nav bera miletan de, dihêle ku, mîna te gotî; Zemîn bibe gundekî biçûk û mejî.. raman û nirînên xwe bi zelalî û asteke bilind derîne. Eyaz gote xort.

– Ev alavên tu dibêjî, ka di destên kê de ne. Ma rê li pêş yê Kurd vekiriye; çi ji xwendin.. zanîn û weşandinê, lê şerê wî tête kirin.

– Ev giş jî rê nadin yekî ku, nezan be û ez karim ji te re çend nimûneyan bînim; ka ji min re sedememekê bîne, çima M.E. kerîm û S. yosêf, dê ne li gor hevbin û ji kevin de, em xwedî awaz û sazin. Dibêjim: eger yek xwe bi êşîne, ne bes wê di pêş yê Ereb da be, heya dê di pêş yê Ewripî de be jî. Lê em, tim û tim, xwediyê gotina; “Her tiştî, ji xwe û berê, dizanim”im.

– Tu xwe di ser pir bendan re davêjî û ji bîr dikî ku, pêşketina miletan, gav bi ga .. .

– Bes e.. me ji evan gotinan têr xwar û tim jî birçî û xizanin, cîhan li kûye û em li.. . Lêdan, reqîn û roniya birûskê di çavan de, dihêle wêneya Dilşan ê, di devê derî de, bide xûyakirin. Eyaz du-sê caran çav misdan da ku, ramaneke rasteqîn ji mejî bistîne û leylana Dilşan ê vegerîne kûraniya dil û hunavan, lê mixabin.. ew bi bhîstina navê xwe re, dengê wê dinase û hejandina destan jî dibîne.

– “Çima.. tu li bin baranê sekiniye, çima.. nayê hundir, tu yê vê şevê biçî ku.. were li vir.. raze..”. Eyaz bi qelsî gav avêtin, lê dema dît wêneya wê, ji ber çavan winda nabe, xwe lê girt û bi hemû hêza yar û dilovanan, rê û şop, birçîbûn û perîşanî, ol û edetan dibire, berve Dilşan ê dibeze û deng û roniya birûskê, di çavên Eyaz ê Kendoş de ne, dilopên baran û xwîna ku, ji eniya wî tête xwar, mîna cobarekê di qirika wî re diherike û.. wêneyê Dilşan ê, hêdî-hêdî, di çavên wî de vedimre.

 

 

Heleb-91.

 

 

 

 

 

 

SILAVA

 

 

 

 

     Bi teq-teqa pêpelokan re, Xemgîn serî ji rûpelên pirtûka li pêş xwe radike; çav reşantiyekê digirin û berkeniya Silava ji pişt bi dertê, silav da û ber bi hundir verêbû. Xemgîn xortekî xwendeye, îsal di sefê xwe de mayî û ew anha karê nivîskariyê li xweringehê dike.

– “Xweda.. ez di çi agirî de me, ti kes weke min hej evê keçê nake, lê kesin din meyweya rezê wê dixun.. ev bê rûmetê.. ”. Hîne ew ji dîtina Silava şiyar nebûye û ramanên wî mîna dûpişkan ji çalê dkişin, dengê wê ji hundir ve hat û gupikine nuh di dilê Xemgîn de pişkufandin.

– Tu çawayî Xemgîn.

– Ser lêv.. ser çava. Çav dîsa bi xala ser rû-dêm dikevin, bawere ger çiqwas şox û şengî, li ba Xwedê hebû, ewî nîvî da xwîn û rû-dêmê Silava û nîvê din xala wê.

– Xemgîn tu ji bîra nekî, min hîne duh hûn teklifî xwerina nîvro kiribûn. Bi gotinên wê re, hevalê wê jî dighe ba wan. Şeva  berê û dema ew bi telêfonê bi Silava re axifî û henekên xwe dikirin û kenê  wî dilê Xemgîn kêr dikir, di nav gotinên xwe de jê xwest ku, sibehê li xwaringehê hevdu bibînin û jê re got: dive xwarin li ser wê be. Gotin, gotinan tîne û mazovanan jî hevdu anî, bê soz Xemgîn jî bû yek ji mazovanan.

– Merheba Silava, weke min got: ji duhunî ve min xwarin ne xwariye. Ji berî hevalê wê bê, Xemgîn di navbera xwe de ge got:  “Ev keyseke ku, bi tena xwe li xala wê binerim, bêyî ku, kes çavên xwe di min de bebeloq bike”. Lê hêviya wî bi cih nehat. Merheba Xemgîn, tu dizanî Silava wê me teklifî xwarina  selete û humsa ke”.

– Hema çibe ne xeme, gotina Silava, bê teklif, li ba min buhaye. Silava li çavên hevalê xwe nerî û berkenî bû, wî jî guhê xwe xist ber yê wê, ka di telêfonê de çi di-axife. Di dema ku, hevalê wê bi Xemgîn re ketibû ewê axaftinê, wê jî têlefonek vekiribû.

Xemgîn dît ku, hilmên wan dikeve devê hev, xwest bilive.. bike qêrîn, lê wek kesê dest û lingên wî hatibin bendkirin û dev tijî pembo kirine, deng jê nehat.

Vebiriqandina hesinê kêrê, hêdî-hêdî nêzîk sîng dibe, xwe berdide dil; xew û xewneke giran li ustû nîştî, nikare têde bilive. Bi kenê wan re ew şiyar dibe û siya wan di hundirê xwaringehê de vedimre.

Xemgîn çav damrandin, siya wan mezin bû û bû, cîhan tev girt; ewrekî reş, rokê wenda dike, lê birûskek hilat û baranê qad û asûman şûşt. Ewrên reş jî ji asûman windabûn û rengê şîn-sayî belavbû, bihna axê hilkelî û ji dûr ve, Silava ber bi wî dibeze. Xunava ser sosinan xwe bi rehên wê ve girtine, da ku, yek ramûsanan jê bistînin, tîrêjên rokê jî dane pey wê.

Xemgîn per û balêt bi banî de davêje, zendan dihejîne û ber bi hev dibezin. Lê deşt nayê birîn, ji dema (Lolo û Kaşiyon) de, heya roja Yara û.. ew dibezin, lê ev dûrîtî nayê birîn û ji nişkava, weke ku tişt li cem çêrokvanan dibin, ew dighên hev.

Zendên Xemgîn kembera nava Silava ye, ew jî û bi danîna tiliyên xwe ser milên wî,  êşa salan dirjîne û mîna gergeroka li dora hev digerin, da ku, kaniyan derkin û tîna xakê vemrînin. Guv-guva cilên wê, bayê şeveke zivistanêye û li hember wan, gera zemîn û stêran radiweste.

– Xemgîn, hilm û bihn ji me hate birîn. Silava got û serî danî ser sîngê wî. Por sûlave, bi ser rû-dêm û milên wî de diherike û Xemgîn bihnek kûr dikşîne, bêvlên wî tijî bihna baran.. evîn û salan dibe.

– Silava.. xwe bide ser evî kevirî.

– Çima!

– Dixwezim wêneyekê ji te re bigrim. Bê deng û mîna kevokeke sipî li kêvir dine, Xemgîn jî li per û rengan digere û hûrik-hûrik dest bi wêneya wê dike.

– Wêneya te çawa bigrim.

– Nizanim, tu min çawa dibînî.

– Dengizekê çêbikim û te bikim horî, yan li ezmana û di nav ewrine şîn de te mîna perwenekê deynim, yan wêneya te wilo mîna rûniştina te ya li ser kêvir bigrim û pêrî û melayîkan li ber lingên te deynim.

– Ez ne Vînosa didwame.

– Tu Vînosa yekemînî, ji bilî yekê nehat jînê û ewê her bijî, heya ku, di jiyanê de evîndarek hebe.

– Ango ez Vînosa bablîsoka bîstame. Bi henek, got û serî bi ser milan de qulabt, Xemgîn da pey nirînên wê; Dît ku, di rûyê ezmên de başîqek difire û çavên ewî li wane û bêyî ku, ew çavên xwe ji wî bi bire got.

– Û heya bi ya bîst û.. yekan jî û tu yê hertim Vinosa min bî. Çivîkek bi ber çavên başîq ket, xwe berdide ser û di devê wî de, çivîk berdavêje.

Xemgîn ji nuh ve vegeriya wêneya wê; li kenara dengizê kevirekî reşe û bi pêlên dengizê re, binê wî hatiye kolan. Li ser piştê Vînos rûniştiye, li ber lingan pêrî û horî çûne secdê. Xemgîn çav kûrik kirin û li depreşê nerî, carekê-dudiwan pêşde-şûnde diçe û bi hêrs perê xwe dişkîne; evê ku, nikare xala Silava nîgar bike, di cih de rûdine û dûyê cixarê ewrekî reşe, ser seriyê ewana digre.

Tilî dikizirin û bîna çerm tê, ji cih vediciniqe; xizmekarê xwaringehê dêng lê dike ku, here bi Silava û dostên wê re xwarinê buxe.

Lingan dixuşîne û berê xwe dide ber masa wan, hîne dest bi xwarinê nekiribû, deng bi xwediyê xwaringehê dikeve û li wî dipirse. Xwest rabe biçe, lê jê xwastin bimîne û ger tiştî jê dixweze, ewê bê. Piçek naçe û ew bi jorî ewana dikeve, çav bi Xemgîn dikevin, di cih de mat dimîne û tijî dengê xwe dike qêrîn.

– Rabe ji ber masê, law.. tu kere; çawa te rê ji xwe re dît ku, tu bi zibûnan re rûne. Û bi gotinên xwe re şeqamekê dighîne wî.

Xemgîn ji cih nalve, ewî nedizanî mîna yê ku, xwest qad veqelişe û ew tê de winda bibe be û ne jî wek yê ku, xwastibû bibe teneyek xwê û di dengizê de bihelê be. Tenê dibîne ku, birûskek di serî de dibrûse.. lêdixe, laş dilerize û xwêdaneke agirî, li ser çermê wî belav dibe.

Dema xwediyê Xwaringehê dît ku, ew ji cihê xwe nelivî, bi sukra wî digre û bi jorde dikşîne, lê hîne ew ber nedayî û mîna kêlka tirban, bi dirêjî tête xarê. Di cih de qêrîn bi Silava dikeve, kesên li xwaringhê dicivin, damarên mirovatiyê bi yekî re lêdixin û xwe bi ser Xemgîn de xar dike.

– Netirsin.. ew dilborî ketî, dema gotinê dibhîsin, liv dikeve nav wan û du xort, Xemgîn dikin nav xwe ku, ewî bighînin nexweşxanê.

Çend roj di ser bûyerê re diçin, Xemgîn çavan vedike, ew li ser textekî dirêj kiriye û Silava jî li ser keviyê têxt rûniştî. Rondik tavên buharê ne û ji şerma re, ew riwê xwe vedişêre, tiliyên Silava jî rondikên wî yeko-yek vedimrînin û dema çavên wan, cara dudiwan bi hev dikevin, dibîne ku, hunarîkên riwê wê jî hatine avadan û ji nişkave sîkeke reş bi ser ewana dikeve, çavan hildide; riwê xwediyê xwaringehê, êrîş wan dike.

Xemgîn xwast bike qêrîn, lê qêrîn ji Silava kişî. Piştî nirîn û tehlîlan, bijîşkan raporta xwe derxistin ku, Xemgîn wê her bimîne lal. Ew du-sê rojên dî di nexweşxanê de radikeve, lê Silava xûya nabe; Bavê wê û bi tûjbûna gotinê re, rê li ber wê û hatina ba wî birîbû. Lê di roja din de, wêneya wê û hevalê wê li ser rûpelê civakî, ji rojnameya bajêr, dibîne û taca wêya sipî şewateke kûr dixe çavan û kaniya janan di dil de der dibe.

Roja çaran ji nexweşxanê dertê û bi ketina hundir re, per û rengan dike dest xwe, da ku, xwîna Silava bi laşê Vînos de berde. Lê ji nuh ve ewana ji dest xwe davêje, birînekê li kefa destê xwe vedike û bi xwîna xwe wêneya Silava vedijîne û xalekê ji yên xwe hildike û bi bin çavê wê yê çepê dixe. Bi dawiya xistina xalê re, tête xwar û gola xwînê, li hundirê odê fireh û fireh dibe.

 

 

 

Heleb-1989

 

 

 

 

 

 

QURBANIN NÛ BO EXÎLOS

 

 

 

 

– “Belê ev dar ji rûniştinê re xweşe, pir bûyarên şêrîn tîne bîra mirov; çi ji zarokan û çi jî ji keçan”. Dema ew gihîştibû ber çem, ewî ji xwe re got û çiqina xwerin û vexwerinê, ji dest xwe, danî ser zinarê qurbanan; pariyeke nan, çend gezên pênêr, pîvazeke girs û piyala meyê li pêş xwe rêxistin.

– “Bi xweşiya te be, bi qurbanin nuh û lîska ewana û avê..”. Û piyala mey hilda ser lêvin reş û sutûr, bi vekirina dêv re, diranin kurmî têtin xûyan û çaxa mey, di boriya gewriyê re herikî, ewî çavên ku bi şûjinê qulkirî dane hev.

Temenê Êho di sîh deye, lewendiya wî dilê mirov digre; simbêl, birîh û bijangin reş-qalin, yek qijmorek li ber çavan û li ser eniyê belav bûne. Çavine reş û dîke, ti caran kesî nedîtiye ku, ewana dikute, yan ew di riwan de dikene. Zendên destan mîna kokên daran di sîngekî fireh de hatin çikandin; tê gotin ku, demê diçe êzinga ji tifikê re bîne, ew li nav çiyê nagere, na; hema bi çend darên sindiyanê, keleman digre û ewana ji kok ve hildikşîne û li dû xwe dixuşîne tîne mal.

Gava Êho piyala dudiyan hilda ser lêvan, di jorî ewê re dît ku, tirambêlek li kenara çemê ya din rawestî û hin kes jê peya bûn. Çavên ewî du reşantî girtin.

Herdu keçik bê aramî bûn; ew berve çem bezîn, ba bi porê wan dileyzê, carekê bi banî dixe û carina jî rûdêmê şox û şeng vedişêre, lê ew bi zîzî ji ser çavan didin alî. Herdu keç di bihara xwe de ne; hinarên sîng bi bazdana ewana re di pirpitin; mîna çar kevokan dixwezin ji qefesa sîngê ewan birevin, bi felek û dilên xortan bilîzin. Lê hîne lîska bê û bermalka kirasê ewan naztire, bi alandina ku li rehên ewan di-ale, tijî û guloveriya qalçan dixûye û yek carên ku, bi banî dikeve jî, govdeyekî sipehî û fulûs, ji seriyê tiliyan û heya derpiyê nav lingan dikute çavan û çavên Êho dikizirînin.

Êho nema dizanî, piyala çendan hildaye ser lêvan, nema gewriya ewî dişewite.. . Çavan misdide, ger wilo çavên kesekî misde, ne dûre ku, gulîlkan birjîne. Ewî nedizanî çi bi ewan mêratan hatiye; çima ronahî jê reviye.. mîna ku, di şeveke buharê de, ewrekî reş heyvê bigre û  yek perispanin sipî, di nav de, hebin. Li ber çavên ewî aso sayî dibe û dibhîne ku, herdu keç cilên xwe bê şermî datînin, lê wêneya ewana, ji nuh ve winde dibe. Bi rabûna ser xwe ew vepekî û bi lêxistina birûskê, di serî de, hêşt ji bûnişa xwe şerm bike ku, ewî di kenara tenik de û mîna zarokan di pirpite; avjeniyê dike. Ken û henekên keçikan bi guh ve diçe.

Cilên xwe danîn, dest di ser por re xuşand û ji nuh ve li ber piyala mey rûnişt, dest avêt şûşeya dudiwan. Ewrê reşiyê ji ber çavan winda bûye û dema ewî çav gerandin, dît ku herdu di nîvê çem de, bi gokê dileyzin û hêdî-hêdî berve ewî tên; mêranî û nêrîtiya ewî û mîna pola ewan dikişîne. Deng bi xweşî tê, bi zimanekî biyanî di axifin û Êho naskir ku, ew kesine bajarîne; avjaniya ewan ya gol û avgîraye, ewê nikaribin xwe ji devê çalê derînin û ewî dizanî; ger ku çend gavên dî bavêjin, dê nema karibin xwe ji nav lepên çem derînin, lê dîsan jî ewî deng li wan nekir.

Gok ji keçekê diçe ya din û cara dawî, ewa ku di hemberî Êho de, bi hêz lêda, li Zinarê Qurbanan ket û di devê çalê werbû. Di cih de keça dî xwe avête cihê gokê, Êho jêrî xwe nihirî ku, şerê wê û çalê ye. Pî-basikên ewê şikestin; bi binketin û serketina ser avê re. Pir neçû û ew dighên nêzîkî çalê, ji tirsan re ketin sukra hev û Exîlos bi ya dawiyê şabû. Ji veçerpandina destan, tiliyên yekê bi mitikî, ji yên zinêr, ketin û li hember tiliyên Êho ew rundikan dibarînin. Ew çavan dikute çavên ewana, wêneya girtin û kuştina xûşka xwe, li bêriyê, bi destê toreyekî ku, xwast kêf û muhbeta xwe, vê re bibîne, bi bîr tîne. Wêneyek di hundirê wêneyekê de; dîlbera ewî ji xênî derdixin, herdu bira li rexin û bi zorê rakaş ber tirambêlê dikin, Êho dibeze, daxwaza ewiye ku, wê ji nav destan derîne. Lê xisim û rihspiyên gund, rê dibirin, li seriyê ewî dicivin û zemîn teng dibe û dibe, dilopên xwînê jî teneyeke ax nabihînin ku, gangiliyeke sor bidin buharê û tirambêl bi rê dikeve û qêrîneke reş ji Êho dikişe.

Herdu keç bi rê dikevin, di devê çalê de winda dibin û li şûna xwe ji bilî şûna pêla mirovekî û çend hevde ji çerm û goştê ku, bi mit ve mabûn û gokeya dileyzê, ti tiştî din nahêlin. Û ji ewê rojê û vir de, ti caran, çavên kesî bi Êho neketine.

 

                                                                  Cindirês-1990.

 

 

 

 

 

HELEBÇE Û XORMAL

 

 

 

Diyarî:

“ji serokê Îraqê Sedam bin Husên re

Ji ajovanên balefirên ku, bombeyên kîmawî bi ser Helepçe û.. de barandine.

 

Diyarî.. ji hemû seyên Cîhanê re”.

 

Dibêjin:

    

Li bajarê Hîroşîma, gulîstanek avakirine û li ber deriyê ewê hatiye nivîsandin: “Bi rehetî rakevin martîrên bajarê Hîroşîma, ti car din ev şewtandin û bêtara han dê li Cîhanê çê nebe”.

Xormal, Helebçe.. dê çi bêjin!. Cîhan a nuha dê çi bibêje.. gulîstaneke nuh, derewin nuh.. . Bes hûn bi miletê min dikenin. Helebçe… tifî riwê hemû kesên, ev soz negirtin dike û banga xwe li Cîhanê belav dike û dibêje: we li min derew kirin. Bajarê Hîroşîma jî, nameya xwe ji bajarê Helebçe û.. bi rêkir û sutûyê xwe ji gunehên ewana parast û got: “Gotinên ku li ber deriyê gulîstana min hatine nivîsandin, ew ne bi destên zarên minin, lewre ez barê ewan gotinan hilnagrim û xwesteka min ji we eve; ku hûn jî gunehên bajarên din hilnegrin, weke ku, gunehên we xistin sutûyê min”.

 

 

Dîlana Perwenan

di Dojehê de.

 

– Mir! Hawar gundo.. Miho kuştin.. hawar. Dengê Xeco di xirtika gewriyê de tevlî girîbû û herdiwan hevdu qirkirin, nema ne girî û ne jî deng jê tê, bi direskan bi ser riwê xwe ket, xwîna wê û Miho tevhevbûn, serî qot û por hinc, sîngê xwe jî çirand, lê deng jê nehat der.

Cîran bi dengê qurşînan re derketin û dema dengê wê kirin, bi ser mala wan de xuşiyan. Lê her kesê ku, digihêşt ber derî, ew di cih de zuqdibû; bi dîtina Miho û gevzandina wî di golên xwînê de. Gustîlka wan mezin bû û bû, deng ji kesî nayê, her yek ji xwe dipirse: “Gelo, çima Miho hate kuştin.. ji bo namûsê! Na.. Miho ne ji ewan kesên ku, çavaên xwe berdide.. na û ew ne zengîn û dewlemende, da ku, yek bibêje: Ji bo peran hate kuştin, ji bo.. ”.

Miho şûştin.. veşartin, bê girî û qêrîn ji goristanê vegerîn û bê ku, xismên Miho rêz bigrin, da ku, xelk seriyên wan xweş bikin, sûnda giran xarine ku, heya tola wî venedin, dê nehêlin ti kes seriyê ewana xweş bikin. Ew di roja 16 yê avdarê de, sala 1988 an, bi destê Hemo hate kuştin, şeva 17 e malbeta Miho, li mala serekê malbetê civîn, rê û biryar piribûn û ewa herî dijwartir vebjartin û li ber destê sibê, civîna wan parvebû û her kesî devê xwe da mal.

Xeco ewê şevê raneket, li hêviya kurê xwe ye ku, ew ji civîna malbetê vegere û zanibe çi biryar girtin, lê Welat venegerî mal; dema civîn parvebû û ewî naskir ku, roja din nîvro, amên wî dê êrîşê bajon ser mala Hemo û ewê bişewtînin û kesên malbeta wî jî qirbikin, ewî xwest bi lez dêv bide mala hevalê xwe Mizgîn; berpirsê şana wan, belkî ew karibin çareyekê bibînin û zar-zîçên Hemo bidin aliyekî. Raste Welat gelkî hej bavê xwe dikir, lê bawere ku ti sûc, di kuştina bavê wî de, li sutûyê kurên Hemo nakeve.

Mixabin; dema ewî dabû ser riya mala Mizgîn, amê wî yê mezin, rê li pêş girt. Ewî di gotin û peyvên Welat re, nemaze dema ku ew di civîna îşev de di axifî, naskir ku ew ne bi kuştin û şewtandina mala Hemo re ye, lawre ew kete dû wî, dê ewê biçe cem hinekan, da ku salixe bide ewana yan na.

– Kuva diçî Welat, çima bervê te ne li male. Welat di cih de vecinqî, ewî dengê amê xwe naskir.

– Karekî min bi hevalekî heye, min got: ji berî biçim mal, ez riya xwe pêxînim.

– Anuha dema karê te ye, hîne xwîna bavê te sar nebûye. Amê wî bi riwekî tal û nirînine pîs gotê û bi destên ewî girt ku, bi hev re vegerin mal, lê Welat destên xwe kişandin û xwast riya xwe berdewam bike.

– Min bawer ne dikir ku, tu evqasî bê xwûn û olî, lê nuha bi çavên xwe dibînim; tu dixwezî biçî saloxê bidî mala Hemo, da ku, ew birevin. Welat li ber xwe ket û zanî rê li pêş ewî neman, bi zor.. xweşî divê ew digel amê xwe vegere mal.

Tîrêjên rokê tariya şevê şûştibû, gava diya Welêt seriyên wan dît, ew di cih de rabû, toza sewkiyê jî, cilên wê yên reş gewr kirine û bi xîrtiniya derî re, hundir reş dibe. Çavên Hêvînê bi Welêt ketin û weke mirovekî ku, di saweke giran debe û ji nişkava cihekî parastinê bibîne, ew ji nav nivînan bezî û xwe xiste hembêza wî. Hêvîn; keça çar salî, ji duh nîvro ve, ji dema bavê wê hatiye kuştin de, tiştine nuh li mal dibîne; ev hatina amên wê bi riwên tirş, bêyî ku, bi wê re bileyzin, giriyê diya wê û ev cilên reş, lê tiştê tewrî biyan, windabûna bavê wê ye: “Dayê çima bavê min, bi şev venagerî mal, nehat û ez bi banîka de navêtim, her roj bi şev ew vedigerî mal”. Lê diya wê ti tişt lê venedigerand û ew di hembêza Welêt de kete xewê, pir naçe û bi giriyê dê re şiyar dibe.

Mala Miho amedekariya kar û barê xwe dikin, dora panzde xortên wan di hewşa Miho de kombûne, Hêvîn bi bûka xwe ya paçî dileyze, carekê cilên zer jê dike û bi yên sipî diguhêre û dawiya-dawî yên sor li bejina wê kirin; weke kesa ku xewna xwe dîtibe. Lê çaxa dît hundir ji dûyê cixaran xetimî û sînga ewê teng bû, bi derve de bazda, çav bi mirîşka reş ketin, liva lingan sivik bû, lê hîne nêzîkî li ewê nekiriye ew ket û pirtînî bi baskên mirîşkê ketin, ew bi bez û firîn bi dûr ket, giryê Hêvînê jî da dû û dema dît ti kes, weke hercar, nehat û ew ji erdê ranekir.. tifî kêvir nekir, ji berxwe rabû û dev da gedûkê, pir neçû dît ku Niştiman; keça Hemo û hevleke wan a din, bi xanîkên axî dilîzin, ewê dev da cem ewana.

Demek bi lîska xanîkan derbaskirin, pisîkekê bi dizî serî di ser sivîlekan re dirêjkir û dema dît ku bala ewana ji wê tineye, li ser lingên paşin rûnişt, lê gewtiniya seg hêşt ku, herçar di hembêza hevdu kevin, seg xwe tijî li ewana girt û bezî, dil di sîngan de vemirtin, hersê keçan deng li hevkirin, lê seg bi rewan, ji ewana derbaz dibe û bi borandina xwe re, nirîneke pîs li wan dike; ewî da dû pisîka ku xwe ji ser sivîlekan ve avêtibû.

Hîn ew li hev xurcilîbûn û çavên xwe bi ewan pepilên ku, bi toz, misdidan û rondik jê direvandin, xuminiyeke bi hêz kete guhên wan û hêşt ku, hersê bi heve bibin şima, ew li hawîrdora xwe zîvirîn, ti tişt nedîtin, lê her ku çû deng zêde bû û reqiniyek bi cihekî ket. Niştimanê çav bi asûman de rakirin, dît ku, balefireke mezin di jorî ewana re difire, ewê yekê hêşt ku, saweke giran têkeve dilê ewê, lê gava dît ewê balefirê agir bi ti deveran nexist, weke her ku ew dihatin, di cih de hilpekî û dest leqandin. Dema Hêvînê û hevala wan a sêyemîn, ev tişt ji Niştimanê dîtin, ewana jî bi rola xwe, destên xwe di ajovan de hejandin û di zuqaqê re bezîn, çav û destên wan, nikarin xwe ji riwê asûman bi birin, ew dikevin, lê bê girî radibin ser xwe û bi ken û çepik didin dû balefirê û dema ji pêş çavên ewana winda dibe, dil sardibe, lê piçek neçû dengekî mîna yê yekemîn kete guhên wan, ew bi hev re çavan berdidin riwê asûmanê şîn û sayî û bi ewî ajovanî re jî lîstin. Lê hîne ew winda nebûbû, çend balefirin din jî ji aliyê başûr de derketin, hersê keçan destên hev girtin û govenda xwe gerandin.

Gava kesên bajarê Helebçe dîtin, hatina balefiran li ser bajêr bêtirbûn, her kesî bi destên zarên xwe girt û bi lez revîn şikeft û berqefan. Xeco di nav ewê hêlhûşiyê de, Hêvîn ji bîrkiribû, lê çaxa balefiran şerê kuştinê anîn ser bajêr, li hawîrdora xwe zîvirî, da ku, Hêvînê birevîne hundir û dema ew nedît, li kabên xwe xist û deng li kesên malkir, da ku li ewê bigerin. Her yek bi cihekî de pijiqî, nema dengê kesî diçe yê din; ji xum-xuma balefiran û qêrîna dayîkan û.. ji kal-kala dewaran, serî ditengijîn. Xeco jî zuqaqek girtî û ew dibeze.

Şal ji serî şimitiye; por li ber bê hêldibe, lê ji tirs û dilşewatî nizanê ku, ewê dev daye mala Hemo. Bi rê ve, ew û pîreka Hemo rastî hev tên û bi yek dengî ji hev dipirsin: “Ma te keça min nedît”; ew dizanin ku keçên wan hertim li ba hevin û dema ku, têdighên herdwan keçên xwe winda kirine, ji nuh ve bezîn û her yek di dilê xwe de dibêje: “Xweda, eger keça xwe yan jî ya wê bibînim, ezê bibime mal”. Hêvîn û hevalên xwe, bi çepik û lîlandin, govenda xwe digerandin, ew di nav lîskên xwe de bûn, dema dîtin ku, tiştek vebriqî û ji balefirê hate xwar, evê yekê ew hinekî tirsandin, lê gava dîtin ku piştî teqiniyeke lawez bihneke xweş bi ser ewana de hat, di cih de deng li hevkirin.

– Em dîtin, wan jî em dîtin. Bi gotinên xwe re, hersê keç ber bi diyariya ajovan bezîn û ewê gavê çavên kesekî navsal bi ewana dikeve û ewî naskir ku, ew ji mal bi dûrketine, ew tijî “bezî”, da ku, here bi destên ewana bigre û bibe mal, lê bihna wî ya ji ber xwe tenge sîng êşand û zemîn li dor serî digere, kab jî sist bûn û di nîvê rê de ket, çend caran pirpitî mîna dîkê serî jê bibe û çav sorbûn, kef û kopik bi dêv ket û.. ket.

Dema Hêvînê û hevalên xwe dibezîn, di jorî ewana re çivîk û kevokên bajêr, bi dengê balefiran re, ji hêlînên xwe hilbûbûn û li riwê asûmanê tazî li cihekî digerîn, da ku, xwe bi parêzin, lê fira ewana her çû sistbû û nema basik dikarin laşên ewana hilgirin; yek û yek ji riwê asûman têtine xar. Sîngê Hêvînê teng dibe: “kî çixaran veduxe”. Ew di navbera xwe de dipirse û kab sistbûn.. lerizîn, nema kare gavên xwe pêşde bavêje, jan kete dil, hêsrên germ.. xwîn, ji çavan herikîn, laşê xwe duxrîne, çavên ewê bi destan dikevin, ew tijî kunêr û hebin, hêz da xwe ku, girî û riya diyariyên serokê welêt bidomîne. Lê laşê wê hate xwar, hevalên Hêvînê xwestin wê ji erdê rakin, lê rewşa wan, ji ya Hêvênê, wêrantire û ew jî hatin xware.

Hersê keç li nik hev ketin, xwe ber bi hev xuşandin, seriyên xwe xistin sîngê hev; belkî cilên hevalan ba ji “dûyê cixaran” paqij bike, lê gava dîtin hîne zêde bû û bihna ewana tengtir dibe, hersê keçan xwe li ser piştê gêr kirin û bi çavine zelal, li ezmanekî rût, temaşe dikin.

Dengê balefiran hîne tê, lê evê carê qelse, xwestin binirin ka ajovan hîne tiştên vebriqoyî diyrî ewana dikin, lê ti tişt nayê xûyan; perdeyeke reş riwê asûman veşart. Hêvînê cara dawî hêz da xwe ku, here diyariyên serok, di hembêza xwe de kom bike, lê pepilên wê ji cih nelivîn. Riwê hersê keçan li kene, ew bawerin ku, hîne ajovan bûk û lîstikan diyarî ewana dikin û bes ew ji xew şiyar bibin, dê herin diyariyên xwe biref bikin.

Helebçe û Xormalê. . çavên te ne di hev de ne, çima.. çawa di xew dayî.. çima zarên te ketine xewê û bêyî ku, çavan bidin hev. Ma pembo xistine guhên te; çima deng ji te nayê.. qey devê te girtine. Xormal.. Helebçe ketî xewê, bê deng.. ker û lal ketî. Di evê bêdengiya goristanî de, dengek: “teeeeep” bilind hat û mîna ewrekî reş, ser bajêr, girt, lê kesî ne dît.. ne bihîst ku, ew ketina kevokeke sipî bû ku, ji riwê ezmên hate xwar û cihê xwe di navbera hersê keçikan de girt.

Kesî ew ne dît.. ne bihîst, ji bilî min; ez ajovanê balefira ku, bombeyên kîmawî bi ser ewana de dibarandin û li bez û reva ewana, di zukakên gund re, temaşe dikir û dihêştin ez bi dengekî bilin bikenim û bikenim: “he… heheheheeeeee”. Dengê kenê ewî, her tiştî din winda dike û di û.. naaaaaaaaaaaaa.

 

Heleb-89.

 

 

 

 

XEWN

 

 

     “Qurşîna Seybê” li qirikê ket; laş û serî ji hevdu birîn û pêre jî vepelikî î serî bi çend gavan ji ser milan pekî..  reqinî bi qoqê wî ket û jiyan li ber çavan reş bû.. bijang kutan û çav ji nuh ve rakirin.. bejna xwe bi xakê re dûz dît. Ji rewşa xwe ya nuh mat ma: “gelo, ka ew bejin û bala min a dirêj, ka mil û pepil, ling û ..”.

Hîne ramanên xwe bi serî nekirine, çav di serî de beloq bûn; dema ku, laşekî bê serî dît. Temenê wî gihêştî sî salî, lê ti carî mirovên bê serî nedîtine û bi naskirina ewî laşî re, beloqbûna çavan zêdetir bû: “gelo, ev.. erê, ev.. ev laşê min e”. Gava wilo dît, di cih de dilê ewî borî, lê serî bi ser milan de ne qulibî û.. xunava buharê hêşt ku, hişyar bibe.

Cara yekemîne mejiyê xwe bê êş dibîne, serî di hundirê xwe de gerand; ev bû sîh sale hertim bi êşim, çima piştî laş hate birîn, êş ji min revîn. Lê ew zû gihêşt çareya evê yekê: “çima dê êş di mejiyê min de hebin; dema ez û laş yekbûn, bi hev re bûn, êşên min tev ji wî bûn, xwestekên dil, ên nav-zik, ên.. ên. Lê anuha bi ya xwe me, kes ti tiştî ji min naxwaze”.

Ew bi ramanên xwe re mijûl dibe, lê carina çavên xwe davêje ser ewê ku, jê re digotin: “candekê te ye”. Xwîn ji sukra ewî diherikî û anuha, dema çav pê ketin, dît destên ewî bi jor ve kişîn; “ew dixweze min bimelisîne”. Lê weke hercar serî bi dest ne ket, çend carên din dest lebitîn, lê hertim ba kete nav ewana û pir neçû, ew weke vizvizokê li derdora xwe geriya û ket. Devê serî ji hebû û kenekî bê deng jê hat, digel hinek bêjeyên ker û lal; “hêy.. tu li çi digerî, ez li evê derê me.. bes, tu yê ji kuve zanibî; ne çavên te hene û ne jî mejî ku, tu pê bi ramî, bi pîvî û cihê min nas bikî”.

Laşê bê serî ji nuh ve rabû ser xwe, kabokên xwe ji tozê dawşandin û çend gav avêtin, lê ew ji bin zikê kevirekî vepekî. Kenê serî, ewê bê deng, bilind bû û anuha naskir ku, çi qedir û qîmeta ewî hebû; “ev laşê pan û dirêj bûye ker, bêyî min”. Laş jî, cara dudiyan, dîsa xwe dawşand û ji ewî kevirî vedipeke û li bin ewê din dikeve, carina ji serî ve nêzîk dibe, lê ji bê hişiya xwe ji nuh ve bi dûr dikeve.

Dawiya-dawî serî dît ku, ewî nêzîk dibe û.. dibe. Ew tengijî, nema dikare sukra wî, ewa bi xwîn, bibîne, piçeke din milên ewî jî wenda bûn.. di pişt re nava wî, li dawiyê ew bû dêwek; çav nema dikarin ji bilî tiliyên lingan ti tiştî din daqurtînin, bibînin û di cih de ew hejiya û li ser xakê loq bû. Laş xwe xwarkir û dest li hawîrdora ewî gerandin,  guh ketin nav tilyan û deşt û çiya, çivîk û asûman jî ketin çavan, lê piçik neçû, dît guvgiva bê tê û reqinî pê ket; mejî bi teqandina qoq re belav bû.. û erê guh man dudiyên berê, lê dev jî bûne dudu û çavek bi ken, li laşe, lê çavê din li aso ye û bi girî.

Ez di cih de veciniqîm û min dît ku, ji ser textê xewê ketime ser çemento û canê min ji serma re dilerize û dema hiş hate seriyê min, destan ji xwe û berê, serî melisand.

 

                                                            Efrîn- 6.2.1990.

 

 

                                                                              

 

 

 

XWÊYA ZENGARÎ

 

 

 

Gotin:

       “bîrkirin serekê heft dermanaye”, lê piştî evan bûyeran dibînim ku, li min derew kirin.

 

 

 

Sifra xwe amedekir, hilgirt anî derve û dema xwast buxe, dît nan ji bîrkiriye, bi xeber û sixêfan bi xwe û eva bîrkirina xwe ket, rabû ser xwe û dev da hundir, lê reşîbû û bi rêve eniya wî li kevirê koşê ket, axîn pê ket û ew şikest, xwîn jê xilxilî, morîka elektirîkê guvaşt, lê şaşkir, ne ewbû ya dîtirbû, hundir ronak bû û li dermên gerî, hinek jê ket erdê û piştî demekê dermanê kewandinê dît û birîn pê kewand û ber bi selekê ve çû û nan jê derxist.

Vegrî sifra xwe, li ber rûnişt, lê ji cihê xwe gewz-xweşî nedît, cih gewirî, çay berda piyalê û dest avêt nên, dît hişke, sixêf û xeber gotin: “Ev çi rewşe, ne tu bî û ne va jiyana te bî. Dema yek bixweze nên buxe, dive pêncî kar û xebatan bike û digel birîn û tolaziyê”. Ev gotin û peyv di ser dîwêr re firîn, cîranê wî; çavadarê polîsan guhdar dikir, seriyê xwe hejand û lêva xwe gezkir: “him.. xûyaye cîranê min ji rewşa xwe ne raziye, lewra xeberan ji rijîma welêt re dide, dibîne ew sedema evê yekê ye, bi Xwedê mirov nikare li ser evî tiştî raweste, divê ez saloxê bidim mezinê polîsan”. Aramî ne hate ewî, bi şev çû û salox da wan.

Xwarin dixwer, lê ramanên ewî ne bi xwarinê re bûn, mejiyê wî bi gotina bîrkirinê re westiya bû: “gelo, dema mirov ji karekî mezin tiştekî biçûk ji bîr bike, wek ku, tu ji dezgehekê perçakî biçûk ji bîr bikî, dezgeh dê bigere”.

Di bin hêza ramanên xwe de, ji bîrkir û dest li piyalê ket; ça bi ser de rijî û dema ling şewitî, hufinî pêket û zeiter hilfirî gewriyê, bû uh-uha wî û bezî, da ku, here avê vexe, lê şerbik valbû, ber bi henefiyê çû, ew jî hişkbû; av jê nehat. Deriyê derve vekir û xwest bi lez kolanê bi bire, ji bo ku avê ji cem cîranan bîne, lê mêrata ewê tirombêlê nehişt bighe daxwaza xwe, ew lê qelibû û kete bin. Rebenê ajovan di cihê xwe de zerbû, bi qêrîna wî re, cîran civîn û dema dîtin cîranekî ewana di xwînê de geviziye, ew wilo hîştin û tev bezîn ajovan, bi qirika ewî girtin, ji tirombêlê xuşandin û bi kulm-panan bi ser ketin, ew jî xistin rewşa cîrên û piştî demeke dirêj çû, yek pirsî:

– We salox da nexweşxanê. Tevan li çavên hevdu niherî û bi yek dengî gotin: “na”. Xwediyê pirsê, ber bi telêfona mal bezî, da ku, saloxê bide nexweşxanê. Lê bersiva ewana jêre: “ew nikarin werin, ji ber ku, tekerên tirombêlekê fişbûne û ya dî benzîn têde nîne, tirombêlek ne li wire; nizanin kuva çûye û ya din jî ajovanê wê ne li wire”. ewî telêfon danî û bezî cihê bûyerê û bi dengekî bilind got:

– Dive em cîranê xwe bi xwe bibin, ji ber ku, tirombêlên nexweşxanê tev li riya nexweşane. Her ku, ew gotinekê dibêje, carekê li çavên çavdêrê polîs dinir, dît ku, wî guhên xwe pelkirine û daye ser gotinên wî. Bi gotina ewî cîranî re, tev li hev xurcilîn, nedizanîn dê çi bikin û nekin, kesina got: “em tenê cîranê xwe rakin; çi îşê me ji ajovan heye”. Lê çavdêrê polîs poz bilindkir û got:

– Cîranno! Ev bûyere û em nikarin tiştekî bikin, bêyî fermana hukumetê, ez dibînim em saloxê bidin polîs, ji bo seriyê me ne êşe.

Tevan li çavên hevdu nihêrîn, seriyên xwe hejandin û gotin: “raste”. Salox dane polîs, ew bi lez hatin û bi gihêştina wir re ewana des bi lêdan û pirsên xwe kirin. Bûyer ji ewana re sayî bû, ji despêkê heya bi dawî, lê bersiva nexweşxanê ku, çi gotibû ewana, ji polîsan re ne gotin. Ew hîne di nav peyvên xwe dabûn, dema xîz-xîza cîranê ewana, di bin tiromêlê de, bilind dibe. Hinekan xwe xûzkir ku, binirin çi pê hat, dîtin ewî bi hêz seriyê xwe hilda; teq.. li biniyê tirombêlê xist û argûşka ewî ji hev qelişî.

Fixtînî pêket.. û ket erdê, bû lem-lema wan, hina got: “mir” û hinekên din jî got: “ew têşe”. Li seriyê hevdu kombûn, xurcilîn. Polîsekî xizêrana xwe bi dest xwe kir û bi laşan ket, ji ser hev belav kirin û bi qirika yekî girt; ew ber bi tirambêlê kişad, da ku, ewî kesî ji bin derîne û dema ew bi destên wî digre û ji binê tirambêlê dixuşîne dibîne ku, candekê ewî sare; tamarên xwînê lênadin.

Polîsan bi qirika ajovan û cîranên kesê mirî girtin, tev xistin cîbê. Ew siwarbûn û dev dane mexferê, piştî dan û sitandinê û nasîna ewana ji kesê mirî re ku, ewe yê sixêf û xeber digotin, deftera xwe vekirin û fermanên xwe nivîsandin.

* Ji ber ku, ajovan bi evê bûyerê kesekî siyasetmedar kuştî û me dikarî di riya wî re gelek dijmin û sîxorên ewana bigirtana û meyê naskira ka armancên wan çine û wan çi nîşan li pêş xwe danîne û me karîbû, ewê demê, rê li ber ewana bigirta û welat û miletê xwe ji ewana biparêza. Lê anuha û piştî ku, ew kes bi destê evî ajovanî hate kuştin, nema em dikarin evan agehan bi dest bixînin, lewre em ji dergevanê girtîgeha mezin dixwezin ku, hûn ewî bavêjin binê zîndanê.

* Û ji ber ku, cîranên kesê mirî li ajovan dane û lêdana ewana, ew birîndar kirî, dive em cîranan tevî zarok û pîrekên wan têxînin girtîgehê, ji bre ku, em nizanin malxûyên malê bi tena xwe li ajovan dane yan tevî malbeta xwe û em nikarin evî tiştî biçespînin heya ku, ajovan ji dilboriya xwe şiyar nebe. Lê ji mirovatiya xwe, em û ji her malekê yekî berdidin, ta ku, here cem mirov û xismên xwe û saloxê bide wan, ji bo ew serokê malbeta xwe bînin.. û dive ew xema xarin û vexarina mirovên xwe yên girtî bikin û.. xema û pereyan jî bikin.

*  Û ji ber evê “mirî” jî kesekî siyasetmedar bû û ewî sixêf û xeber ji serokê dewletê re gotine; dive em laşê ewî li ba xwe bigrin, da ku, em nasbikin kî li piş wî ye û çi hêştiye mejiyê evî kesî wilo bighe evan bêtirsiyan.

Ev ferman ji her kesê ku, ji ewana tête xwestin ku wan bi cih bînin re ye, dive hemû şênên xwe bikin ku, ewana bi derengî nexin û.. patekî leşkerî.

 

Heleb-89.

 

 

 

 

NAMEYA QOQÊ

HEMÊ REŞ

 

 

 

– Tu çi dixwezî. Carekê-dudiwan Xelîlê Simo serî çelqand, bihin bi hêz kişand û berda, digel xir-xîza gewriyê. Lê bi qasî ku, dixweze zîperek di wî de bilive, ewqasî tête qerimandin; giraniya zemîn li ser dil mîna toliya ser baskên mêşa hunguve. Û seriykî bê laş ku, yek hêsrin reş dibarîne, li ewî dibe mêvan.

Laşê X. Simo di golên xwêdanê de tête şuştin, serî nêzîk dibe; çavek hatiye perçiqandin û kurmine reş jê diweşin û dema dêv ji hev dike, qirikin tarî difirin.

– Rabe ser xwe û canê min ji qefesê berde. Bi ketina qirikekê di ber wî de, ji xew şiyar dibe. Çend ayetên Quranê dixwîne, tifî sîng û derdora xwe dike, lê heya ber destê sibê jî xew neket çavan.

– Min çi gote te. Vê carê kurmên reş ji hemû qulikên serî dikişin û ber bi ewî ve tên.

– Ez rabim.. min tu nebirî.. girtî, tu çi ji min dixwezî.. ez namirim. Matmyiya Xelîl ne tenê ji evan ton peyvên ku ji ewî derdikevin dihat, lê ew bêtir li devê xwe yê ku, ji hevdu nabe û gotin ji qirika ewî diweşin seyir maye.

– Bes tu di xew de mayî, rabe were gundê Donxiz, ser gora Hemê REŞ û canê min ji zîndanê berde. Bi ketina serî di hembêza Xelîlê Simo de, kurmên reş ber candekê wî dikin û bi çerpîna destan re, da ku, ewî serî ji hembêza xwe bavêje, ji xew şiyar dibe. Dîsa çend ayetan dixwîne, lê xew bi ewî bûye jehra marê kor.

Di evan çend rojên dawî de hertim ev xewna Xelîlê Simo ye, li pir mele û şêxan gerî, lê ti çare nedîtin. Çav bûne kizotên êgir, her ku, ewana dide hev serî digel kurmên xwe yên reş ber bi wî tên. Xelîl ti ziyaret, niviştên meleyan nehêştin ku, hêviya xwe nekir wan, heya hertim pirtûka Quranê di destan de ye, lê bê çarebûn. Nemaze û di evan rojên dawîtir de, nema seriyê bi kurm bi xewnan tenê dike, çav du dojehin, mejî pelûle.. û serî digel kurmên xwe li ewî dibe mêvan.

Dema xismên Xelîl dîtin ku, ew bi xweşî di dojehê de ye, çendekan gotina xwe kirin yek û bi ya xewna wî kirin; dev dane ser riya gundê Donxiz, ka gora Hemê REŞ çi dixweze.

Girekî kevnare; di sed-salên berê de ava bûye, şop û hilma Kîkiyan jê diherike û ji bin bask û siya wî, gondekî nuh dikşe. Kesên gund, ew gir û hersê gorên li ser, ji xwe re, kirine ziyaret.

Gora Hemê REŞ ya nîviye, bi paçik û benikên reng-rengî yên kevin û nuh hatine veşartin, bûne zaroyên di pêçekê de. Dirêjiya ewan goran ne li gor kesên îro ye, ji çel gazî û hîne bêtir e. Bi deng û hêlbertiya xismên Xelîl re çend mişk û dûpişkan, xwe di çalên gir de veşartin.

Û bi vedana gora Hemê REŞ re, seriyê bi kêz û kurm ji çavên Xelîlê SIMO dikeve û hestiyin dirêj, qalin dertên. Li dawiya-dawî qoqê wî dîtin ku, bi çend pêyan xwe dûrî term kiriye, bi tirs û şêt dest avêtin ewan çend pelên ku, di yek cihan de kizirîne û bi kişandina ewan pelan ji hundirê qoqê kevnar, bû zîrk-zîrka diranên Xelîl û çend kurm reş ji laşê ewî weşîn. Xismên Xelîl ew destnivîsa qoq li ber xwe verşandin û xwestin ewê reşbelika têde ji verşînin.

– Tu bi xêr hatî Xelîlê SIMO.. raste te hatina xwe bi derengî xist, lê ne xeme û ger ku, tu dipirsî: çima min tu ji nav xelkên evî warî xastî, ewê pirsê ji canê xwe bike û ewê demê tu yê zanibî ku, ew ji berî bikeve termê te û di sed salên berî zayînê de, ew yê min bû. Lê xastina min ji te re ne ji bo evê yekê ye; pirseke min ji te heye, lê ji berî pirsa xwe dikim, ka gudarî çêroka min bike û di pişt re tu yê zanibî pirs çiye.

Rojekê ji rojan û di nîvê şeveke har û dijwar de, deriyê min hate kutan û dema ku, min ew vekir, çend kevokin sipî digel perspanin berfê ketin hindir û li dû ewana kalemêrek ku, bi rengê sipî hatibû şûştin, dikeve hundir.

Agirê pixwerê, dilopên baran û berfê ji ezmanê rûdêmê kalemêr dibarîne û ji min nepirse kanî xwerina li pêş ewî, ne ji gerdişên miletê me ye ku, li ser camêriya xwe bipeyvin. Û piştî ku, nan-xoyê di navbera me de çêbû, kalemêr gote min: “ezê niha çêrokeke dîrokî ku, ewê di pêşerojan de bibe, ji tera bêjim”. De ka em bi hev re, li çêroka wî, guhdar bikin.

–  “Di sed-saliyên di dû zayînê de, dê çêrokek di nav Kurdan de bi navê Siymend û Xecê Peyda bibe; evîna ewana dê bibe al û nîşana evîndara û di rojeke buharê de herduyê bi hev re derên nêçîr û seyranê”. Agirê pixarê geş dibe. “Belê.. hespine rewan di bin wan de ne; ew bê û aso diçirînin, çîk ji bin simên wan difirin û di ewê lez-bezê de, çavên Xecê bi şêre-xortekî dikevin ku, ew jî derketiye niçîra xezalan û ew dihêle qêjînî bi dilê wê bikeve û hevsarê hespê xwe bikşîne.

Xezalek jî kete pêş Siyamend, bala wî ne li Xecêye ku, ew û xorte-şêr di bin diriyên kelemê de ketine xewnin şêrîn. Siyamend xezala kovî digore, çend par ji goşt di ser kizotên êgir de diqij-qijin û bêhna wan, şopa wî ji Xecê û xorte-şêr re, nîşan dide. Ew li jorî benê rûniştibû, pişta xwe dayî bayê felekê û.. bi kutana darê rumê di pişta Siyamed de, ji aliyê xorte-şêr ve, kevir ji bin lingan di herifin û di kûraiya benê de diçe xwar, mitekî kevnar jî.. dar-hestiyek sîng û dil diçirîne û serî di piştê re, di nav herdu milan re, hildide.

Ew bi dawiya çêrokê re seriyê xwe hildide, dilopin xwînî ji çavan dibarîn, rengê kevokan sor dibe, pirt-pirta ewana li ber deriye û bi derketina kalemêr re, ew ji xênî difirin.. Xelîlê SIMO”. Bi evê banga Hemê REŞ re çend kurmên dîtir ji laşê Xelîl dikevin. “Piştî ku, te guhdariya çêroka kalemêr kir, ka bêje min: çêroka wî bi cih hat, lê na û bêje min çêrok.n îro çine”. Bi pirsa ewî re, kenekî zer li ser rûdêmê Xelîlê SIMO belav dibe.

Bi ronahiya ku, bi ser gir dikeve, xismên Xelîl ber bi ewî ve dinhêrin; ronahiyeke germ.. tûj ji ewî dikişe, serî bi ser mil de dikeve û tava kurmên reş ji wî dibare, ji ewana golek bi hev dikeve û lehiyek diherike. Termê Xelîlê SIMO bi ser lehiya kurm û kêzan ketî û ber bi gora Hemê REŞ dimeşe û di şûna wî de cih digirin.

Û îro Xelîlê SIMO li kesê ku, bi canê ewî dijî digere, da ku, çêroka xwe jê bipirse.

 

 

Heleb-91.

 

 

 

 

 

 

XUNAV

 

 

 

 

     Pirs, pirs .. tu ji ku yî, navê te çiye.. yê bavê te, diya te.. gundê we li kuderê ye, tu çi karî dikî, nav.. . Mirovê îro di gol û derya evan pirsan de diçe xwar û hertim di hundirê ewan xelekên pirs û avgerînokan de dizîvire. Serî hilda, bisk mîna sûlava tîrêjên rokê bi ser eniya kale-gewr de herikî.

– Tu ji min hezdikî. Ew jî dipirse.

– Çi bêjim: erê yan na, ka em ji pelên çîçeka mêst bipirsin. Dîsa pirs; hezdikim, nakim, dikim.. dikim, nakim. Pelê dawî got.

– Te dît; tu ji min hez nakî, çîçeka mêst, ne çê û ne jî xerapî dizane.

– Belê.. ne çê û ne xerapî. Ji ber ewê yekê, ew derewan dike. “çima ez derewan nakim; ne ji ber çê û xerapiyê dizanim, divê ez derewan bikim.” Lê ka pelên dil bi qurçimîne, ewê çi bêjin, mijangên min, yeko-yek, biçine û jê bipirse: hej te dikim, an na. Keserên min bijmêre, diranêên minî kurmî û hevdeyên por, yên sipî, bijmêre ka ew çi dibêjin.

– Min bihîstî ku, te li ser xwe gotiye: ez mîna perwana me û bi guleke tenê nakim, ji yekê difirim ya dî. Hevalên te dibêjin: duh Silav bû, îro Perwîn û siba Xunav e.

– Gotin gotina ewana ye; perwanbûm; ji gulekê difirîm a dî û carina bêyî ku binîştama, ez di ba hin gulan re difirîm. Lê di şeveke tarî de, kuzotên sor, dojeha te çavên min girtin û bi rêberiya te firîm û di tîna dil de kizirîm.

– Bawer nakim; ez ji evîna te bawer nakim. Perwîn ê dît lêvên wî lerizîn û ew têgihêşt ku, gotinên wê ne di cihê xwe de hatine.

– Peyv, şor.. ger ez gihiştibama ewê yekem ku, gotin afirandiye, minê di qirikê de bi xeniqanda. Ev gotin, tîp û pevekên bê can, kê jê re got: ewê karibin tîna dil, nirînên evîndara, hejandina serî û gezkirina lêvan wergerînin; ev çi wergerandine, qey ew hest têtin wergerandin û ji te ye jî ew peyvin û kengî tîp û şoran, can bi evîn û hestan de berdaye. Perwîn ê nedizanî ew bi xwe re dipeyive yan bersiva ewê dide, lê tevî ewê tênegihêştina xwe jî lêvegerand û got.

–  Lê ev tiştên te gotine, tev şorin.

– Lewre xwîna dilê te ne herikî, damarên te ne çirîn, por û mijangên te ne qijilîn, pelê daran ne weşîn, ava çem û kaniyan ne kelî; ji ber ku, yên min gotine şorbûn û ne tîna dil bû, ewa ku kezaba min dikole û dikole û goleke fireh û fireh lêvekiriye û hêştiye ku, dar û çem, jîn û felek û heya nirînên te û.. Xwedê jî, têde winda bibin.

– Lê ne ji gotinan ba, me yê çawa derdên hev binasiya. Perwîn bi tirs pirsî.

– Gotin.. gotin, çima ji min re nabêjin kîjan bavsegî peyv afirandin. Pirs, dîsa gotin.. tufî; binihêre li gul û kevokan, hov û keran, ew di piçekê de dighên hevdu, bi nirîn û gezan dikarin êşên dil derînin.

Destên xwe ji nav porê Perwînê kişandin, ji nik wê rabû û ber bi kaniyê çû; aveke sar û zelale; zebeşan diteqîne, xwe li ser çîm dirêjkir, tîna rokê çavên ewî li ser wêneya Perwînê dane hev. Wê jî û bi rûniştina xwe re, bi zîzî, seriyê wî danî ser kaboka xwe.

Piştî demekê Şemdîn çav vekirin, dît hinarîkên riwê Perwînê, bi xunava buharê hatine avdan û ewî ji nuh ve mijang dane hev.

– “Çi dibêjim; çi ji devê minî zingarî dertê, heya bi çend kîlomitran, ev bihna genî, pelên daran zer dike, diweşîne. Ew ji bihna laşa genîtire, na û sed hezar car na; ev ne sûcê mine, dê û bav, dost û heval, hûn tev.. belê, belê; ewana tevan, ev laş, pîsîtî û gotin di min de çandin. Lê na, xwe bi dest we de bernadim, nabim sola lingên we. Divê hûn bihayê evê gunehî bidin; kêr, tevşo û tiving dê çibikin, çavekî biperçiqînim, zikekî bi du cana hilweşînim. Çareyek divê, alavek, şêweyek ku felekê paqij bike; agir dişewtîne, ji kevin de, ji rojên Zardeşt û Pîran de, agir şêweya kewandinêye. Lê na.. dilê min pê dişewite; di gola jînê de, gola req û beqan, kêz û kurmikan, dûpişk û maran de, çê nabe ez agir derbasî ewê derê bikim”. Bi mirqiniya ramûsan ku, Perwîn ê ji nav biriyan biribû re, Şemdîn çav vekirin û rûdêmê wê sorgolî dibe.

– Te xew nekiribû. Bi fedî pirsî, Şemdîn destên wê kirin nav ên xwe û guvaştin, xwest ewê feya dîrokî jê birjîne, lê hîne ewî destên hevala xwe têr neguvaştibûn, ewê pirseke din jê kir: “Tu gihêşte kuderê”.

– Ji ba te nelivîme. Şemdîn bi gotinê re rabû ser xwe û careke din gotê: guhên xwe bide min; dipirsim.. tufî, vê carê ez dipirsim. Eger ku, jiyan ji ber evan gotinan ve neyê teqandin, dê ji ber çi bête şewtandin. Bi gotinên wî re yek xêz, di rûpelê rûdêmê Perwînê de, hatin kişandin û taveke biharê ji ezmanê çavan hate xwerê Lê pir neçû wê destek danî ser eniya Şemdîn û berkenî bû.

– Hîne dîn nebûme, belê.. . Piçekê rawestî, du cixare pêxistin û kesera wî perdeyeke zer xiste ber çavan. Demê ku, ez û dilbera xwe.. çi dilber; ma ne ev jî gotine, nizanim çi bêjimê, ji ber ku, wê ti gotin tine bin ku, wêne, qedir û qîmet, şox û şegiya te bidin naskirin. Dêm, ebrû û mijang.. çav.. dev.. poz.. por, rengê por.. hilim û bihn.. dest û ling. Demê em evan tiştan, bi gotinan, girê didin.. nîgar dikin, ew têne kuştin. Çaxê ez nikaribim, bi gotinan, şevên dirêj û êşên dil, xemgîniya çavan û lerizandina tiliyan vejînim, dive hûn û gotinên xwe bêtin perçiqandin.  Perwîn ê xwest lêmişt û kela dil rawestîne, lê mişkên xerap, sedê Meirib ê qulkiribûn.

– Ax.. ax, ger di dest min de çend û çend bombeyên kîmawî, nitronî hebana min ê ev jîn, felek û gola pîs û qirêjiya we bişewitanda; belkî jiyaneke nuh peyda biba, jiyaneke bê mirov, mirovin bê peyv. Lê ger ku, ti tişt jî li şûna we emîne, bila li cem bav-kalên min peyda nebe û bi xwe tiştekî hêja li ba we tine ye ku, yek bi ser de bigrî.

Ew rabûna ba, hejandina zemînê û xur-xura keviran hêşt ku, Perwîn bi milên Şemdîn ve bibe şima. “Ev nîşan, ne ya xêrê ye”. Ewê got û devê kaniyê ji hev dibe; Dêwekî kevnar, ew kirin bin tepa xwe û bi milên Perwîn ê girt.

– Ev bûye çend sal ku, li benda qurbana me; kanî bihayê xêr û bêra didime we û çima ti kes ji we nedipirsîn: kanî xwediyê evê ava kaniyê, ew li kuderê ye û çi ji wî re gereke.. . Ew jiyana xwe çawa derbas dike û.. . Şemdîn nahêle ew lehiya xwe birjîne û bi hemû hêza xwe êriş ser dike, lê bi lêdana ewê panê re,  ew ji xew şiyar dibe.

Dengê daholê tîne bîra wî ku, çendekî din, dê Perwîn ê derînin û.. ew derxistin, lê du laş bûn; yek birin ser tirbeyên gund û bê şûştin û selace, ji ber ku, mele di fetwa xwe de got:

– Li gor pêgirt û sincên ola me mislimanan, kesê ku xwe bi xwe bikuje çênabe ew bête şûştin û ne jî nimêj li ser dibe; hertim ewê di agirê Dojehê de bête kuştin.

.. . Laşê din jî birin mala zêve.

 

 

Heleb-90.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

YARA

 

 

 

 

Xaniyên  axî, malên bê keskayî û dar. Babilîsoka kor jî û di zuqaqên teng de, Cengoyê Hemo û rêberê wî dorpêç dike û bêvilên wan, bi bihna tozê, mişt dike û nav rih û porên wan jî, bi tozê û yek perçîmên pişkulan, têtin dagirtin. Piştî babilîsok ji ewana derbas dibe, bi temîzkirina xwe de dikevin, Cengo bi kuzûr, dirame; “ez çima bi vir ketime; mala Yara ji ku ve gihişt evê gundê ku, ji rûpelên dîrokê, ji bîrkiriye, heya berî çend rojan em cîranbûn, ew çawa bi vir ketin..!”.

– Em gihêştin. Dengê Henîf ramanên wî didize. Kutana derî û gotina fermo û ketina hewşê dibin yek; têvedana derî, ew xistin gulistana hevzoyên gul û rihanan, baxçeyên meyweyê.

– kîne ew, keremkin. Dengê kepaniya malê, ji hundir ve tê û gava çav li Cengo dikevin, berkeniya wê şerpeze dimîne; nema dizane riya belavbûna li ser rûdêm li kuderê maye û regezên can û hestan, ji dûzana xwe dikevin. Rondik barîn, dûman û ewrekî baranê, ji ewana bi hev ket û bi ser seryê Cengo de, teneyên toliya barîn.

Bahoza toz û telazê jî ji ewrekî zer ku, bi Memo re hatibû; perdeyeke reş dixîne nava wan de û tev dikevin hundir. Cengo barê silavan, ji ser milên xwe danî nîvê hundir, da ku, silavên yeko-yek derîne û belav bike. Ji demekê bi şûnda û piştî ew li hal û rewşa hevdu dipirsin, Memo bi ewê mêvanê xwe, yê ku ji berî Cengo û Henîf bêne cem, re derdikeve, lê ew sozê dide ku, dê zû vegere mal.

Dem dibe benîşt û ji şevê naqetê; Henîf keysê neda wan ku, ew yek mistan ji kaniya evînê vexin; ew bûyê dêwê di devê kaniyê de rûniştî, lê çaxa bi (tawilê) dilîzin, xwe ji bîrve dikin û Cengo carekê dît ku, kat li sisê û nîvaye, ber destê sibêye û Memo hîna venegeriye mal.

– Henîf.. tu dizanî kat çendin. Ev gotin fermana çûyîna wî dide.

Cengo ji xaniyê ku, ew û Henîf lê dilîstin derdikeve û berve ewê ku, Yara û zaroyên xwe lê raketîne tê, xwe li ser nivînan dirêj dike, kalê malê; bavê Memo çavan vedike.. tiştekî nabêje, cilek paçî dikeve nqv destan de û bi ser seriyê xwe de dikşîne.

“Yara çireyeke vemirtiye”, ev gotin di guhê wî re diherike. Roniyeke sivik ji cihekî tê; wêneya Yara di çavan de derdibe, ew xwe dixe nav nivînan û tiliyên Cengo xwe tajon nav agirê pîran ku, çîk û gurzên agir belav bikin.

– Kalê xew nekirî. Yara du caran jê re got, lê nema ne kal û ne jî ew xortê teze, ewê ku mîna cinan, di ber pozê ewana re derdikeve û ne jî bayê sur-sur, dikare ewana ji hembêza hevdu derîne û çaxa ewî xwst, yek mistên avê ji kaniya ku, di kabokên Yara de derbûbû vexwe, kalmêr dîsa serî hildide, lê perdeyek li ber çava ye.

– Ji bo min, ger tu hej min dikî, divêt tu bixwînî; cara paşin ku, hatibûm ba we mal, tevan ji min xwest ku, xwendinê di seriyê te de biçînim. Gotin di devê Yara de têne guvaştin, bi kela hinavên wê.

– Nema ez xwendinê bi serî dikim. Cengo bi gotina xwe re, ramosanek ji nav birihan bir; segê ku, hertim hestî distandin, ji nişkave qopeke goşt li pêş xwe dibîne, êrîşê dibe ser û.. kişandina kale-mêr ji orxanê re dihêle ku, Yara bi temamî bibhîne; kirasê xewê heya bi navikê kişiye, derpiyekî aravî ji çar tiliyan di nav linga de ye, lê bala kale-mêr ne li wane û ne jî ya ewana ji wî heye. Seg qopê goşt xiste devê xwe, diran têde cûmkirin. Lê bi bihin û daxwazên kaniyan û bi dîtina kenarên delavên kûr, bi kûrbûna bîranînan, ku ew bi zorê di bin ezmanekî aravî de, hatine veşarartin, seg har bû û.. derziya bencê wî gêj û sersend dêxîne.

Bi vekirina çavan re, Cengo dibîne ku, ew û ewî xortî di kavilekî da ne: “te ez bi dûr xistim”. Ew bêrîk û bernava xwe tevdide; kêrdûskekê ji paşila ewî bi dertê. “Ji berî çend salan û li Efrîn ê, mirovekî min yekî Ereb bi kêrdûskeke wilo kuşt”, Cengo dibêje xwe. Ew xort û çend caran, ewê kêrdûsê di dest xwe de dilîskîne, da ku, bi pê bide nasîn ew hostekare û herdu seg rabûn hev, dêl jî temaşa wan dike, diran tamaran diçrînin, xwîn dixul-xule û yek diweste û bi kêmanî ji dêlê bi dûr dikeve.

Ji hundirê kavil bi dertê û berê xwe dide mala Yara, da ku, tîna dil, agirê jînê li ber kaniyê vemirîne, lê bi rê ve ji xwe dipirse: “Eger Memo bi mebest derketibe, da ku, me bi hev re bibîne”.

Gundê Yara di evê çûn û vegerînê de hatiye guhartin; ew mezin bûye, mîna ku, Cindirês di navbêna du xewnan de mezinbû. Çavên Cengo bi tiştekî nakevin, ne mala Yara, ne kale-mêr û ne jî zaro. Nependiya Yara hêşt ew hêç bibe û ewrin şeydayî li serî bêne pêçan û ew gêj bi keve.

– “Qamişlo.. belê bajarê min e, ev riya du piraye, ev sînema Remsîs e; di navbera sînemê û sînemê de, sînemeyek heye.. . Kanî riya mal”. Cengo çawa dilive, kuve diçe, bala xelkê lêye, lê ew tiştekî biyan di xwe de nabîne. Her yek teneya dînitiyê, di kirasê civakî de, vedişre. Ew jî tevlî ewan çend kesên ku, li benda pasê mabûn dibe, yekî nav-sal berve Cengo tê û dipirse.

–  Tu çi karî dikî.

– Ne karê te ye. Bi hêrs vedigerîne, nema pozê xwe ji kesekî re datîne û bi bersiva wî re dînekî din, dêng li civatê dike.

– Belkî ew dîne.. tu çi karî dikî..  law. Û mîna yek bixwaze zarokekî bitirsîne, ew zimanê xwe dertîne û dilopin girîz bi ser çena wî de diherikin. Çavên xwe beloq dike, destan dide ber guhên xwe û dihejîne. Cengo xwest wî bifetisîne, lê cendirmeyan ew ji nav lepên ewî derxist.

Girîz, kef û kopik, porhincî û kenê bûdele, baweriya Cengo bi cih anî ku, ev kesekî dîne. Xistina ewî kesî hundirê tirambêleke leşkerî, ji aliyê polîsan ve û çav pêketina ewî bi Yara dihêle ew biqîre: “Çima.. ez di şûna bûdele de nebirim.. ey leşkerên seg-bav, min şerê xwe tê da, çima we ez berdam”.

Kab sistin, sabûna ewana derxistine û her carê ku, dixwaze rabe ser xwe, ling bi pêş û şûn de dişelin û her ku, ew dilive, bêtir di qûmê de, di dem û zemînê de diçe xwar. Jiyan girîzokî bûye û ew gêrika ku, di gola pelûsanan werbûye, çendî dilive nikare xwe ji girîzê derîne, lê piştî cara sedî, ewê gêrikê barê xwe gihande serê zinêr û..  Napilyon çû şêr.

Ew dibeze ser pireya ku, bajêr û zindanê bi heve girêdide, çavên wî bi Yara dikevin, dev kilît dibe û ziman direwise, çav jî pir êşan dadirivînin. Lê tirambêla leşkerî bi rêdikeve û bi qulaptina ewê re, qêrîn careke din bi Cengo dikeve; “kişandina evrîşmê ji kelemê zore”. Ew dît ku, Yara digel Silava biçûk di kenara pirê de çûne xwar û di nav ber ewî û wan de, perdeyeke ji bê û avê, ji xewnan tête danîn.

Cengo xwe bi ser hesinê pirê de xwar dike, di bin de kaniyên zelal, axa sor, baxçeyên meywe û hinaran, çemên ji mey û hingiv diherikin û leylana dengekî, ji kûraniya xewnan de dikeve guhên wî; “navê te jî gihişte me.. dema êşkenceya te ya di Dojehê de kuta bû û divêt tu vegerî Buhiştê.. îro roja hevdîtina, Adem û Hewa ye. Xweda ji peymana xwe vegeriya û rê da candarên xwe ku, di Buhiştê de hevdu bi bînin.. dê were, Yara li benda teye”. Cengo piçekê rawestiya, hest û mêranya xwe da hev û.. .

Heleb-91.

 

 

NALÎNA GIRTÎGEHAN

 

 

 

 

 

 

Hing li deşt û çiyayên welêt firî û gerî, nedît ne dar û ne jî ber, ne gul û ne sosin; ew birçî vedigerê mal û bi rê ve ewê “kelehê” di pêşiya xwe de dibîne, di navbera xwe de dibêje: “ev mala mezin bê şîv nabe, ka nirînekê li hundirê ewê bikim, belkî min hinek şîre dît”. Ew digere û ving-vinga wê bilind tê, ti derî û deltik lê ne dîtin û piştî mejî çeliqiya, quleke biçûk di binê ban de dît.

Ew kete hundir, çend caran çav girt û vekirin, ew matmayî maye; ev tiştê dibîne xewne lê rastiyeke suryalîzmêye, ji şana hingan miştire. Kesin derin û hinek jî tên, ref bi ref û dengê solên hin kesan bilinde, wek pozê wan û çovên wan li ser pişta mirovine din nîşanan dihêle; xwîn ji birînan diherke û viz-viza mêşin reş û qirêj, li ser laşên wan e. Bala xwe dide ewana ku pêxasin, çerm û goşt qetiyaye û heya hestiyên wanî sipî xûya dike. Ew bê cil û tazî, serî rût, bê por û bi birîn daleqandîne.

Kut-kuta dil hêşt bireve hundirekî din, lê çi bibîne; ew jî bi xwînê mişte, ti tişt ne maye ku, di xwînê de ne hatî gevizandin. Ew çovê xeyzeranî, nal-nala wî ye, reng ji xwînê sor bûye, robareka din a xwînê ji ser danîştokê jî herikiye erdê û gol-gol miçiqiye. Hinek jê pijiqiye û digel çermên seriyan, mîna xalan li riwê dîwêr belavbûne, heya tivingên çav sor jî, bê lekên xwînê nemane.

Mêşa me digere, daxwaza wê ku cihekî bê xwîn bibîne û lê binê, bihneke xwe derîne. Lê cihên bê lekeyên xwînê li evê welatî nemane û di ewê demê de danîştokê deng lê kir û gotê.

– Ey dost, ma te çi windakiriye.. tu yê li evan deran, ti caran, gul û sosinên ku, li çiyayên Bîngol û Sîpanê dipişkuvin nebîne, da ku, hungovinî şêrîn çêbikî û ne jî rez û tiriyên Amed û Efrînê. Lê weke tu dibînî, ji bilî rijandina xwîna keç û xortên me, ti tişt li vir nîne û.. vaye xwîn.

– Birayê nazdar, heya “Pîrkê-Milikdas” ji eslê xwe danagere. Ez di ewê baweriyê de bûm ku, ezê şêrîniyê li evê mala mezin û dewlemend bibînim. Lê piştî evê dîtinen, dipirsim: ev çiye.

– Ev ne weke te gotî ku, maleke dewlemend û zengîn e; ev zîndane û cihê niha em têde, oda êşkenciyê ye; li evan deran, keç û xortên me davêjin hembêza min û hevalê min; çovê sîndanê bi ser laşê ewana de tînin xar. Heya ewê demê, ço ti tişt negotibû, bes nale-nala wî ye, lê dema ku ewî navê xwe bihîst, ew rabû ser xwe û got:

– Hevalê nazdar, lingên te diramûsim ku, tu riwê min reş nekî, li ber çavên mêvanê meyî aza; tirsa min ji ewê tirsê ku, ew biçe çiyayên welêt û ji dar û berên wan re, karê ku, pê radibim bide xûyan û ew rabin diya min a pîr, ji nav xwe derînin.

– Bira, kok û bingeha me yeke û em ji warekîne û heya li evan deran jî, em bi karekî radibin. Lê ti caran em ne bi ya xane, ma ez û te êş û nalînên hevdu nizanin; demê dibe qêrîn û şîp-şîpa te û çîr-çîra min di bin zarên me de û em tev giriyên ewana dibhîsin û bi derd û êşên xwe, em kabokên cîhanê dilerizînin.

Di ewê demê de herdu tivingan pozên xwe bervehev anîn û ji hev re gotin: “me hemû gotinên evan bîstin û divê em wan bighînin serokên xwe”. Û devê ewana ji hev dibe û bi hezaran gangiliyên sor dipişkivin.

– Çima ev giş dibe. Hing pirsî.

– Ji ber ku, ew jî dixwezin bijîn; ew mafên gelê xwe dixwezin û ji ber ve dixebitin.

– Hevalino, em bi tena xwe wilo di cîhanê de bindestin, xizan û perîşanin, ma dost û hogirên me tine ne.

– Na miletin din weke me bindest û perîşan hene, dost û hevalên me jî hene. Kenekî zer bi çov dikeve û dihêle ku, ew herdu çavan bavêjin ser û dilopên xwîna ku, jê dadirivin bibînin. Weke min got: dostên me jî hene, lê çibkim; sed mixabin, ji Kurdên teres re, ewên ku welat firotine û difiroşin re; em di bin lepên neyar de hêştine. Lê baweriya me bi evan xort û keçên ciwan tête ku, ewê welêt ji bin lepên bi gemar û qirêj derînin. Danîştok gotina xwe dibe serî.

– Hey lo.. ooo, hûn dizanin bi evê hatinê, we çavên min li ser pir tiştan vekirin û ez ji reşiyê derxistim û min birçîbûna xwe jî bi carekê ji bîrkir.

– Hinga nazdar, anuha te rewşa me naskir, lê divê tu evê hînbûna xwe bixwe re derînî û li cîhanê belav bikî, divê miletên cîhanê tev zanibin em dijî zor û sitimkariyê ne. Em jî, mîna miletê xwe, mafên xwe di jiyaneke sipî û xweş de dixwezin û bila ti caran ji darên çiya û rêlên welatê me û ên cîhanê, çov û danîştokên zîndanan çênekin, bila ji ewana tembûr û kemanceyan bi afrînin û bidin dest keç û xortên hêja. Bi rabûna ser xwe, çavên hev diramûsin û xatir ji hev xwestin. Hingê dev da şanên xwe û bi rê ve zanî ku, seroka wan; şaha şanê dê jê bi pirse, ka îro çi aniye û gava ew bersiva wê bide, dê mêşên-soran lê bihevoje, lê ew netirsiya û dev da mal.

Dema ew gihîşte mal û zanîn çi pêre çêbûye, rabûn ew xistin zîndanê û ferman “Melîkê”; eger ku, sibe dahat, gereke basikên wê bişkînin û laşê wê jî bidin mêşe-soran.

Êvar dahat ser riwê erdê û tîrêjên rokê koça xwe barkirin, Hing jî bi rewşa xwe diponije. Çend hingin ciwan hatin nik wê, temiya mezina xwe negirtin ku, kes neyê nik wê û xwasteka ewana ewe ku, zanibin çi bi hevala wan hatiye û çima ew avêtine binê zindanê. Piştî guhdariya ewana, li çêroka wê, tevdîrek danîn û tevan ji hevre sûnd xwar ku, ewê di azadiya wê de bi dost û heval bin û ewên hinek hunguv, ji kesên girtî re, jî bi rêkin û jê re gotin: tu yê silavan li wan keç û xortan kî û her yên bi êşên ewana di êşe û bila kêmasiyên me bi borin.

Hing derket û firî û.. di berbanga sibê de; dema “Melîke” rabû, da ku, nimêja sibê bike, bihîst ku, hinga girtî reviye û miletê wê seriyê xwe hildaye. Wê di cih de şandekekî xwe bi rêkir ku, ew biçe û saloxê bide serokê mêşe-soran û gotê: tu yê bibêjî wî ku “Melîkeya” me, gelek silav li te dike şahê-şahan û ew miletê ku, heya roja îro û bi xêra hevaltî û dostaniya we, di bin destên min de bû, ewî îro serî hildaye û ew li hêviya ku, hûn bên alîkariya wê. Lê ji berî her tiştî, divê ordiyek ji leşkerên wî biçin û hinga reviye bikujin.

Leşkerên mêşe-soran bi rê ketin, hinek ketin dû hinga reviye û hinek jî hatin welatê wê tar û mar bikin. Ji berî ku, ew bighe zîndanê rê li pêşiyê birîn û bi gihîştina ku, ew gihiştinê re, avêtin ser xakê û çendek ji mêşe-soran, çogên xwe xistin sînga wê û destên wan li dor sukra wê xelekek çêkirin, lê ji berî Hing can bibe gote wan.

– Raste ezê nûha bimirim, lê yên weke min pirbûne; lewre tevger wê raneweste. Û.. ew mir, leşkerên mêşe-soran jî, dest bi talanê kirin û “Melîke” ya ewana jî, hinguv li pêş mîrê mêşe-soran rêdixe.

 

 

 

Heleb-88.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

BIRÎNA KEFNIKÎ

 

 

 

 

 

Di taqê re xwe avête hundir, bi qirika Heso girt û bi kulma yekemîn re xwînê di dêv û bêvilan re avêt. Bi ewê yek nekir; şeşareyek ji ber nava xwe derxist, pê qoqê wî kuta û mîna cebeşek were pelxandin, xwînê xendekên rû kolan û çendeke nûh, di riwê Heso de vekirin û kesekî mêrxaz, di ber xwe de, got:

– Yek destên xwe bavêjin evî zaroyî û ji ser sîngê Hesenîko bidin alî. Hêrsê zaro, mîna ku ewî kesî gotibû, dahat. Ewî dev ji Heso berda, cilên xwe dûzkirin, temriya li ser eniyê belavbûye hilda, nan kire dest xwe, deriyê tirambêleke sipî-dirêj vekir û vîzînî bi tekeran xist, sîngê bajêr, dem û dêlan qelaşt.

Kesên ku, dixwestin nên bibin û yên bi dengê lêdanê re kombûbûn, li dora Heso civîn; ewê dixweze bi gotinekê dilê ewî hûnik bike, yan jî birînên wî bibîne, tev gihêştin hev. Bi evê bûyarê re, min Heso naskir û dibêjim belkî nûha verîşiya piraniyên we, ji min tê, lê ne xeme hûn tev li wir bûn û kesekî ji we alîkariya wî nekir, çima loman ji min dikin û nayê xwestin ku, ez ji were bêjim: çawa gihêştim Heso; zanîna we, ji hevnaskirina me re, bê sûdeye û karên bê sûde, bi taybetî, di qehwa û meyxanan de têtin firotan, bi devê zana û rêzanan û ez ne ji wan im.

– Heso.. . Eger ku, tu çayekê çêbike, emê digel cixareyekê û bi helez, li ser evê pakêta li pêş nangehê, “firnê” vexwin. Bi bihistina navê Heso re, ew bê deng ma, çav jî tijî hêsir û pêlên bîranînan bûn û di ser hev re hatin û herkîn.

– Çima tu digrî? Çavên min bi tiliyên ewî ketin, min nedît ku, di ewê bûyarê de ti movikên wî firîbûn û xûyabû ku ewî ramanên min naskirin, lewre û ji nişkave destê xwe veşart û bi hêrs li min nihirî, weke ku bibêje min: “tu çima dixwezî rûpelên pizrîne ji ser hev rakî”.

–  Çima bala te li destê min e. Ewî gote min.

– Ez nizanim çi bêjim, bes bawerim ku ev birîna te kevine û ne ji ber bûyear ewê rojêye.

– Ew ji te nayê xwestin ku, tu zanibî birîna min kevine yan nûye. Û ew bi gotinên xwe re, di hundirê nangehê de winda bû û piştî demekê dêwek serî dirêj dike, hilmeke germ ji bêvilên ewî dikişe û.. siya Heso dirêj dibe û dibe, riwê wî û çaydanê çayê, di derî re derdikevin, lê kesekî dine; eger ku min nizanîba ez û ewî, di nîvê evê şevê de, bi tena xwe ne û ya bêtir, eger ne ji ewan tiliyên wî bana, min ê bigota kesekî din ji min re derketiye; ew hêsir, riwê dilovan, dil-hênikiya ewî, bi carekê hatine şewtandin û arî, hovîtî û dilreşî li şûna xwe hêştine. Tirsê ez hilanîm û dema ewî ev yeka li ser riwê min xwend, ew berkenî dibe û belkî ev cara yekmîne ku, ew berkenî dibe û dibîne ku hîne piçek, ji hovîtiya teban bi ewî re jî maye û dikare kesekî bitirsîne û wilo ew hinekî bi mêraniya xwe hest bibe.

– Tu dixwezî zanibî çima movikin, ji tiliyên min firîne..  ne wilo? Piştî hinekî got.

– Ger tu bi ewan bûyeran di êşî, ez naxwezim bibhîsim. “Tif li du-rûya xwe dikim, çima tu nizanî ew pê di êşe, hey bê rûmet, çima tu derewan dikî û dibêjî: eger ku, tu pê di êşî, ez naxwazim bi bhîsim, tu ji qumsiyê Beko derwîntirî; ma ne ev hatinên te yên ba wî û ev pirsên te jê re, da ku, tu ewan çêrokan bibhîsî”.

– Na, ez dixwezim ewan çêrokan derînim. Dengê wî, ramanên min dizîn, lê hîne min guhên xwe xweşik venekiribûn, deng careke din pêket. Ev bû bîst û pênc salin ku, ewana ser dil girtiye û weke tu dibînî; temenê min gihiştiye çel û tiştekî, bê zanav, pîrek û mal.. heya bê nivîn û balîvim jî. Nangeh jîn û warê min e; xwarin,   xew û.. . Ew hinekî rawestiya, cixareyek pêxist û dûyê wê golên bîranînan, bûyarên kevin vegerandin.

Fît-fîta Hesoye di zuqaqên gund de, berê xwe daye mala birê xwe. Dema ku, ew li hemberî gund rûniştibû û temaşa malan dikir, belkî keçekê di deverekê de bigre, dît kesek derbazî mala bira yê ewî dibe, ji cihê xwe hilbû û daket.

Ji berî ku, bi bêdengî xwe li hundir badê, ew hinekî li ber derî rawestiya û ji xwe pirsî: “gelo, çima evana di evê germê de derî nîv girtîkirin e”. Lê gêra ber dilê wî nekir; “dibe ku, ji bo toza bênderan wilo kiribin”. Lê bi ketina hundir re, çav di serî de sordibin. Gotin, hêsir û xwîn di laş de silbûn û zemîn li ber çavan reş bû. Bi rabûna ewî kesî re, ji hembêza pîreka birê, ewî xwe li derî bada, lê Heso pêş lê birî.

Qêrîn bi pîrekê ket; çawa wî rê ji xwe re dît û ew bê ferman dikeve hundir û bi dengê wê re, ew kes gihêşte ber derî û gava Heso xwest riya revê li pêş bi bire, destek hilat û kêra di dest de, hin movik ji tiliyên, wî firandin. Pîreka birê jî gihêşte gedûkê û hawara xwe kire xelkên gund. Cîranên dûr û nêzîk kombûn, ew ji nav lepên Heso derxistin û çaxa ew pirsîn; ka çi heye û çi hêştî ew wilo rabine hev, deng bi Heso neket û li hemberê, devê jinikê nakeve hev, hawara xwe dike xelkê gund ku, ewê ji nav lepên evî teresî derînin; evê dixwaze rûmet û seriyê birayê xwe berdê erdê, bi anîna şerê xwe bi ser ewê de.

Dema xelkên gund ev gotina bihîstin, xwastin Heso bi perçiqînin, lê li dawiyê ji xwe re gotin: “çiyê me jê heye, ma ne tolazî û rûmet ya wî ye”. Û her yekî devê xwe tijî xwazî kir û tifî riwê Heso kirin.

Ro çû ava, kesên malbatê tev civîn. Heso di civatê de, devê xwe vekir, lê piraniya wan, ji bilî diya ewî, jê bawer nekirin û nemaze mêrê jinikê, ew qêriya û çend şeqam gihandin ewî. Ji wê rojê û bi vir de û vaye ev bû bîst û pênc salin, ew venegeriye gund û heya nema dihêle laşê ewî jî vegerînin wir. Bi dawiya çêrokê re, ew hinekî bê deng ma û pir neçû ew rabû ser xwe û bi hêrs bi qirika min girt, ez têvedam û ew kete hundirê nagehê û banga dawî li minkir.

– Nuha te çêroka min naskir, eger careke din, tu bi ber çavên min kevî, tu yê deynê gundê me bidî. Dengê Heso dê di koşeyên xaniyan de bipelixe û ewê negihe min; “kîne evên alavan digerînin”. Ewî serî ji ser balîv rakir û ber bi alavên firnê çû, dît ewî bi xwe li ber tûrin sipî rawestiye û devên ewana yeko-yek vedike û li şûna êrd cndekên zarokan berdide hundirê hevîradanê, “ecanê”.  Morîk guvaşt, serî, mil û pepil li hev hatin alandin, hevîrekî ji xwînê û goşt, bir ber tengikdanê, “reqaqê” û.. pel-pel ji ewana derxist, li ser têxit rêxistin û her çar-çar bi hev re xistin mala êgir; hin zaro çîl-sipî, hineke sor û hin jî reş-şewitî dertên.

– Hesenîko, çar kîlo ya bide min. Seriyê xwe bi aliyê taqê de bada, da ku, peran ji ewî kesî bistîne; lê dît ku, dêwa pêşiya nangehê,  zuqaq û bajar tijî kirine.

–  Ne lezînin, têra we tevan heye. Heso got.

– Ev bû deh salin, ez li benda sitandinê me, lê her tu nasên xwe dixînî pêşiya min. Dêwekî vegerand û hêşt Heso berkenî bibe û bêje xwe; “ma kengî dêw û kole bûne dost”. Dêw ji kenê wî zirtbû û diranên xwe di zendê Heso de çikandin; kêreke koye, mîxine zingarî û di paniya yekî de biçin xwar. Bi ewê girtina dêw re, êşeke tûj kete dilê wî û hêşt ku, nêm ji birînan biherike.

Bi girîz û xwêdanê hatiye şûştin, ber bi alavan bi rêket, ne xwîn û ne jî seriyê zaroyan; xewneke ji evên dawî bû û baraneke mîxî di seriyê xwe de dibîne, dêv dide mala êgir û henefiyê mazotê vedike û bi avêtina zilê şixatê re, devê “Dojehê” vedibe.

– Ev çiye?! Xweşe.. pir xweşe, min ji evî seg-bavî re hotêl vekiriye, ne bese duxe.. veduxe.. xew bê pere.. hîne bi ser de êgir berdide mala min. Hesenîko, çima mala êgir pêketiye. Lê xwediyê nangehê ti dengan nake û dema ku, ew ber bi mala êgir ve diçe, çavên wî bi komeka arî ya mirovekî dikevin ku, ewî û mîna zaroyekî di pêçekê de, xwe di hundirê mala êgir de kom ser hev kiriye û ewî bûye.. .

 

 

 

Heleb-90.  

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

أضف تعليق