:bo daxistina Pirtokê ji vir
https://www.4shared.com/web/preview/pdf/iSlzoJhLda
an:
bo xwendina Pirtokê:
jêr
Navê Daner: Rêber Hebûn-
Cûreya Berhemê :Helbest-
çêkirina tablûyê,berhev kirin û rêxistin: Rêber Hebûn-
çap: Malxana komcivîna Zanyarên Azad 25 -7-2018
-
Hijmara xelekirî: 47–
Hemo maf Ezber kirî ye ji nivîskar re
Mafê weşan kirina Pirtokê Ezber kirî ye ji Nivîskar re û çapa Elkitronî Ya komcivîna zanyarên Azad re ye
/htps://reberhebun.wordpress.com
bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin-
reber.hebun@gmail.com
2
Naverok
3 |
Naverok |
8 |
Diyarî |
10 |
Hebûna min |
12 |
Berbanga Giyan |
13 |
Baxê min |
15 |
Bendewar im |
16 |
Evîna pîroz |
17 |
Cejna min |
19 |
Vîna nemir |
21 |
Demsal |
22 |
Welatê nûbuhar |
24 |
Xewna min tu |
26 |
Destana Avdar |
29 |
Apê Efsanî |
31 |
Bendewarên hêviyê |
33 |
Ber sincê Mirinê |
35 |
Bo vê Jînê |
37 |
Serhildana Bakûr |
39 |
Jiyana sîdar kirî |
40 |
Xewn |
41 |
Buhara Kurdî |
42 |
Çîroka zarokekî penaber |
45 |
Coşa Şevê |
47 |
Deryayê bê dengiyê |
48 |
Destana sirûcê |
52 |
Doza Berxwedanê |
53 |
Evîna birîndar |
56 |
Giyana Jiyan |
57 |
Gulên Berbangê |
58 |
Pêlê zanînê |
59 |
Vejîn |
60 |
Ji mîra peyvên min re |
61 |
Ji zimînê komkûjiyê |
63 |
Jiyana ne diyar |
64 |
Li benda dawiyê ne |
65 |
Werin perperîkno |
66 |
Lorîn Evîn |
68 |
Mamê Sermedî |
71 |
Kanî |
74 |
Qêrînên Agir |
78 |
Peyamên mîtanî |
82 |
Qamişlo |
84 |
Çîrokeke beravêtî |
85 |
Evîn û Ceng |
88 |
Rêza xwînê |
90 |
Rojbûna birînê |
92 |
Şagirtên Sirûştê |
97 |
Serwerên Azadîxwaz |
99 |
Şifa ya Mîdî |
101 |
Sirûda lehengî |
102 |
Şoreşa tîrêjê |
106 |
Vejîna Rez û Werz |
107 |
Zemawenda Ronahî |
110 |
Efrîn |
112 |
Hêrsa Zeytûnê |
117 |
Barîn birîna giran |
119 |
Newroz |
120 |
Find û Heyv |
123 |
Sirûda Gulên biyan |
125 |
Navê min |
127 |
Di dema min de twî |
129 |
Bayê Helbest |
131 |
Li vir im |
133 |
Sînga te |
135 |
Domana peyvekî parçe kirî |
137 |
Şagirta min |
139 |
Awaza xewneke buharî |
142 |
Kurdistan |
144 |
Kenê te |
147 |
15Nîsanê |
149 |
Dêma Evîneke sirûştî |
153 |
Evîna sipî |
155 |
Tênûsên rêwî |
157 |
Hêsrên te |
158 |
Dil her tiye |
159 |
Viyana bê Dawî |
161 |
Paş qûrzîka Cejnê |
163 |
Rêber Hebûn |
Ji- Hebûn- re
Rastiya Bedew û bi romet
di jiyana min de
bingeha yekbar
di giyan û hizrê min de
8
9
Hebûna min
Di jiyana herî winda û bê yase
tu bûyî hizr û peyvê min
di nav Ezmanê çavê te
dibim ew hêsr û ew viyan
di nav damar û hestê te
li ser sînga te gerden bûm
dibûm ew hîv û ew Lîlan
di warê Kuştin û Ferman
bi ramanê xwe yî dilzar
dirêxînim dilên Ewran
di meyxana Gulên Berbang
di noşîn im sîtava te
dişopînim xemên yekbar
di warê nêrgiz û çiyan
dibînim te di her Êvar
di gurzên gul
Li ser Rûbar
di Ewrên sipî û Zinar
di Heyv û Roj
10
Xunav û Dar
bi hêvî me bi dilşadî
Evîna me bijî her dem
Evîna me bibe Efsan
11
Berbanga giyan
Ji Ronahî,, ji dor hatî
ez û tu bûne wek cotek Kevok
em çûne nav Daran
.di Agir de
di hejînim Şeva xemsar
di Daristana Dildaran
penaber bûm di çavê te
di girtîgeh de ez dijîm
ji ber dûrbûn goristane
kovana êş û ahînê
ji ber te dîl bû valahî
diweşî hêsra hayînê
jina min xanima Agir
tu dengê hêsirên çavan
dil û cergên Gulîzaran
tîrmeh/2013
12
Baxê min
Min bi tenê ezber kir tevgera Kul
di dilê te de
birûskên awirên te
germav kirin hêsrên min
di giravê biyaniyê de
yekbar im di sîng û berên te de
potek Berf im di kolanê windabûnê
zemawendî di nav Cengan
giyanê te tênûsa Payîzê ye
giyanê min Pênûsa wî ye
daristana min her tu bendewarî
bihêle bi maçeke xemgîn
ez têkevim dîroka Evîn
hew dilê xwe perwerde bike bi bê dengî
hêsrên te ez bişaftim
ser mêza birînê
Helbestên omîdiyê her weşan dikim bi axdarî
nav sûlava porê te
êşa Şahiyê dikşînim
ber şoxê bejna te perî min
mame Findeke helyayî
di Kolana Şermînê
13
di bajarên Birînê
li te digerim
rondikên herdû Çavên te
çira dikin tariya Riya min e bê dawî
14
Bendewar im
Her awirek ji herdû çavên te
di gindirînin dilê min ser girê deştê
em ber çûkaniyê de du nîgaşin
demsoza min
bi cergbûn sêwirên me
xwe ne veşartin ji hêsrên Gerim
der bi der bûn gotûbêjên sar
hevdîtinên bê deng
distirin Şevên Tenahiyê
ser milê Demboriyê
15
Evîna pîroz
Gula sora serê Çiyan
Ji ber te ez birîndar im
Birîn bû kaniyek Zêrîn
nivîsand axînê Baran
Zivistan ket di çavê te
evîndar bû bi bejna te
dinalê ser riya te yar
qedex kir dorbûnek dijwar
de zo barke Şeva Axîn
bihêle vî dilî Xemgîn
Dibistan im ji Awazan
bi tembûr distirim Mizgîn
Zivistan im ne Payîz im
bi rengê Perwînên Hêvî
di firyam nav Gulîzaran
xwe berde Agirek ser min
Felek digrî bi hêsrên te
diwxînê Dem bi Çavê te
Şeva min sêwiye bê te
16
Cejna min
Ser tiliyên te dibarê
berfa Havîna Birîn
lêvê Ezmanê Bilind
maç dikir te mîna Dîn
hilma canê te ji baxê
Zeyzefûna dil birîn
xewna min bir A
wirên çavê te yarê
Ava Jîn
çû bi bayê payîzê me
her Kovan û Êş û kîn
ber Dîwarê xemgîniyê
her dinale Dara Şîn
bariya Agir di Giyan
mîna hêsrên dil bi xwîn
Heyiv xwe hilda ser Çiyayê sînga te
keça Evîn
ser keziyên te kulîlkên xemrevînê çilmisîn
nalînek ket nav Şeva dorbûna te
Sûrgûna min
17
destnîşana Kamîranî
Xewşecanî
jîna min
tu Hebûnî
Zanebûnî
tu Evînî
Cejna min
18
Vîna nemir
Distirim dengê Birînek raketî
ket di Ageh
Hizr û Giyan û Serî
bûm ji ber te mîna Warek bê xewdî
dil bi sotî
herdû çavê min Girî
dûrbûna te rastiya zora Felek
tev bû Axîn
ser dilê min gindirî
ser kenarê Sînga te pir tîme ez
herdû Memikê te dinoşim
wek Tirî
herdû Lêvê te ji Hingiv derketin
lê Ziravê Xemrevînê
Sorperî
te dibînim mîna Berfa ser Çiyan
–Sorgula –Sîpan – û –Cûdî – û- Agirî
Efyûna min lê Vîyana Baxê min
çêke Şahî Bilbila min
tu Perî
19
gulya Berfê ser Zemînê Sîng û ber
mîna gulrengê Buharê tirvirî
nazikê bejina ziravê
tu dilî
nû jîna ser salê min
tu dîlberî
jîna min tu
mîra Hayîna Bedew
Zîna min tu
Soza me qet nemirî
20
Demsal
Ez im Payîz
li ser Deştan siya Heyv im
pelê Daran
bi Romanê Jînê geşin
ez im Baran
Zivistana Evînek nû
ez im Avdar
Dîroka Gellê Ronahî
Buharên Azadî Gellan
gelek geşin
ez im Havîn
Gulîzara Welatê Roj
li dûr min
Çok û Perwînên sibê mestin
21
Welatê nû Buhar
Nûbedara Xewn û aşop û sîtav
der bi der em bazdidin
nava Beyar
bin siya Jîna bi Xap û Vir û Hov
nav kelpçên Tariyê
em bûne Dar
ber Kulîlkan
Deşt û Zozan ez diçim
zingezingê Bilbil û Çok û Kenar
nav ziravî sînga te
Yara Ciwan
Zirbinfş û Lêlûz û bihna te yar
her Bedewbûn
afirandiye Sirûşt
Payiza xem
her di keniya ber Êvar
ez nimêj karê Evîn im
yara min
Tu nimêj geh
Xanima Berbanga sar
nik û nala min ji bû te
22
bûn nimêj
bûn dirûşma Destana vîna diyar
ber Domana
Xem û Agir û Birîn
çêdikim warê Welatê nûbuhar
23
Xewna min tu
Xewna min tu
Dîlbera min
sorgula Rûbar û Deştan
xwşevîna min tu Yarê
Şahiya Aheng û Cejnan
tu Dîrokek tê di xwendin
lê Hebûna jîna Gellan
tu dîlana Azadiyê
tu tîrêja Paşerojan
distirê Bilbil li ber min
dengê wî Awaza Cengan
Kurdistan Xewna te kanî
kete bin lingê Pepûkan
ev Buhara Azadiyê
bû Goristana Zarokan
Yarê Sorgûnê tu kanî
mayî koçber dîla Konan
24
awirên te Awaza Vîn
rûndikên çavê te Baran
warê hevdîtin pîroze
ber dilê Kanî û Zozan
sînga te Ala Hayinê
Aşitî danî di Cîhan
gerdenek ser wî dikenya
radikir wêneya Ezman
herdû memikên te dû Sêvin
şîn kirin perwer di Jiyan
herdû kaniyên Hebûnê
ser zemînê Lêv û Destan
em ji hev re bûne Demsal
bûne Havîn û Zivistan
tu giyana Rojavayî
Efrîn – û –Dêrik – û –Koban –
tu zemînê dildariyê
Asîmana Ewir û Çokan
25
Destana Avdar
Ji êşên hezar Salên bindestiyê
peyda bû Destana Avdar
her dibe Agirek li ser Riyên sar
me reweştên Neyaran hilweşand
Giyanên Welat Perweran vegerand
–heta-1 Qasmilo- û-2 Pîran
-Qaziy3– û- 4 Barzan-
binyad kirin binghê Niştiman
her tu buyî Avdar
nîşana hestên Şiyar
di naverokê te de
giriyên Sedsalan civîn
bo bibin Mizgîn
dengê Azadîxwazan
di qadên Kolanan çêkirên Raperîn
……………………………………………………………………………
1Qasimlo:siyasetmedarekî Kurde ji Rojhilatê Kurdistanê ye, serokê PDK di îranê–
Pîran:şoreşgerekî Kurde ji Bakûrê Kurdistanê ye 1908-1923, ew Saîd kurê mele -2
.Elî Pîran
3-Qazî :Qazî Mehemed,1893-1947 serokê Komara Kurdistanê ,(Mehabadê)
di Rojhilata Kurdistanê .Îran
4-, Barzan:Mele Mustefa Barzanî şoreşgerekî Kurde ji Başûrê Kurdistanê ye , îraq 1903-1979
26
ji bîr ne kirin Helpçe ya dil bixwîn
an Zîndanê Amedê ê kû te de Kawa yê Serdemê
Zîndan kir Dibistan
Gewdehê xwe da Agir
pêşgotina Waneyan
-Waneya Dîroka –Mîtan
..Avdar
di Rojava Welatê min
her bibe Volkan
qet ne be Mîvan
her bibe Jiyan
di Avdar de di bîr tîn im
şehîdên Kurd û Kurdistan
di nivîs im Lehiyê Hêrs
Sirûda Peyv û Helbastan
ji Qamişlo silavên dil
dişînim Warê Mêrxwasan
27
ewên rakirne Şoreşê
di kolanan bi Darbestan
Buhara me bû Rojbûnek
ji Azadiya Bindestan
tu Sersala Hebûna me
ji gel re her buyî Efsan
28
Apê Efsanî
ji -Mehmûd Ehmed – re
Em û bêrî kirin çîrokên
ser riwê vê Zemînê ne
Mirin xêzên xwe
ser Eniyên me de dibê û tîne
di Bablîsokekê de em dişbihên axê
bê hevsarên Hestên me ber Mirinê
bê wate ne Hêsrên me ber Kavilan
ti mîna Sîdarekî Zuha Qirkê Mirinê badidî
ejî mîna Matmayekî , Kenê te yî dilzîz dişopîn im
bi Peyvên Pepok dorpêç dikim
Jiyan Xewneke
û ti jî kurte Xewnekî di bîrê min de
ey Apê Kevnar
were çêke ji gotinên xwe
tevneke nû ji Dîrokê re
hemo alî jê Mirin tên
!gelo te parkir ji me
lê em her gav bardikin
mîna Sewêleka gotinên Pûç dicûn
ku derxînin ji Xuhdanê Dergehan
Hêviyên sersar
bê Şahî barke
paş xwe nenêr e
em piçek Domanên di warê paşguh kirî
29
mirin Rastiya Rasteqîn e
Felek ji roj de dilbirîne
dergehê Kenê xwe ji me re veke
ku girî binkevê
Çok û Pezkovî ji Zîndanê dilê te derkevê
ey Apê Efsanî
30
Bendewarên Hêviyê
Xwhdan û Kevir dibêjin ji me re
çiqas –Sêzîf –*5 hewlda ji nifiran xelas be
Zinar ji ber giranî Rondikên me gazind dikin jî
Kerwanên Ewrên sipî
derbas dibin mîna Biyanan
wisa jî diçê Evîn
wisa jî bang dide her Sibeh ew Birîn
xeman dagirin mîna Mey di Peyalan
. û vexwin
tiştekî wekî Mestbûnê
beranberî şkestinê xweştir nîne
Riya zirav û dirêj , pirsên kedên Lingan dikin
di nalin hemî Lîlan ber Pencerê Hêvî
Jiyan hatiye windakirin di Zîndanê Gomaniyê
Û Dem di gewriyê Cîgehê de Asê ma ye
ber Tozê
5
Sêzîf:kesayeteke Efsaniye Yûnaniye, nîşana Azarbûna Sermedî
31
ji derveyî Bîr û Bawerî
ji bilî wêranî tiştek ne diyare
bi hêvî me her Vîn baş be
bi hêvî me giyan geş be
çima Gengazî û Niyazî
di Jiyanê her tên Kuştin
dîle ev Hêvî
dîle ew Şahî
di Jiyanê me
bi tev bû Şênî
Evîn û Hêvî û Ahîn
dişopînin hestên Peyva
dafirînin Helbestan
di henasên Evîndaran
32
ber sincê Mirinê
Birîndar in hemo Bilbil û Çokên me
ev Mirina bê ser û ber , Girane
– welatê perispankirî , yê bi navê –Sûriya
tev Kiras û Cilkê wê şewitîn bi Îxanetê
, maskê xwe rakirin ser Riwê xwe yê qirêj Çeqelên Tariyê
gefên xwe pêkanîn ser Zarok û bê Kesa
yê hêdî hêdî nav Dîwara dimeşin
li nanê Jiyanê dipirsin
Marê reş jehrê xwe avêt
bi carekê wêran kir cihê Ewra
cihê yê ku jê Roj derdikevê
Ken û Şahî xwe têde Mest dike
tev bûn Kavil
tev bûn yadîgarên Mirineke bêbext
di 6 –Şêx meqsûd –1 fermane
di warê belengaza Mij û Domane
6Şêx meqsûd:Taxeke piranî wê ji xelkê kurdê ojavayê Kurdistanê ne ser bi parizgeha Helebê dikevê li sûrî
33
Azadiyê kuştin
rengê Sipî bişaftin
tenê Roreşiyê hîştin
bê şermiyê hîştin
Evîn dinale
dilê vî zarokî dipirsê di xirênê de û dibêjê
gelo çima hestê Mirova ket di Geravê
?raste Xweda me navê
34
bo vê Jînê
Di dil de tu mayî
mîna Hest û Damar
di Gewdehê min
tu Ferhenga Jîna bi Jar û Pepok di Bajarê min
belê her Gulek Sor di buxçeyê bejna te digrî bo min
di Lêvên te de ew Xunava reben
her dixwînê Sirûd
bi Maçên revok
li ser Sînga te ez diçînim Evîn
ji bo Paşeroja hemî Bilbila
ku werin Warê min
ji bo bar bikê ew Neyarên qirêj
di Rojava min
ji bo her bijî Ken û Şahî û Dîlan
ez e mîna Tembur
bidim Awaza xwe
li her Şax û Şar
ez ê şêwekim
Kenê Zîz û Niyaz
di Lêvên Zûha
nema berdidim
35
ev Viyana Bedew
di bin Kavilan
di nav Dêma te yarê
raman dibim kûr
Jiyana Mirov
dibînim Welatek
bi Nirx û bi Bîr
her dinoşînê Tirs
ez û tu digel hev
nivîsên Evînî
dikin Mêrg û Bax
ji bo her bimînê
Sirûd û Huner
Ji bo Afrêner
36
Serhildana Bakûr
Fêr bibin ji Pehlewaniya Zarokekî
ku li hember Tankekî xwe dike Sinc
û ji nifşên no re xwe dike Find
-di- Amedê
her namirê
qêrîn û dengê Şoreşê
-di –Amedê
Evîna Dil
dibe Xelat ji doza Gellê ronedî
bi te wê çêbibê Dîrok
dîroka Mîdiyên Resen
bi te wê çêbibe Evîn
Vejîn bibê Jiyana nû
–di -Amedê -,-Nisîbînê
–di- Agirî- ,di- Şernexê
bi tev civîn Xwîn û Hesin
bo derxînin bindestiyê ji warê me
di Bakûrê Kurdistanê
37
wê her bijî Şoreşa sor
wê serkevê Viyana kûr
wê binkevê Birîna zor
bi Serhldanê te Bakûr
38
Jiyana Sîdar kirî
Dibe ku em Jiyan kin ji derveyî Jiyanê
rewşa Mirinê bişopînin
wekî ku em nûçeya Zayina Zarokekî belav bikin
ji ber Ken û Girî yeksan bûne
bûn pêghurtî hev
di Welatê Rojê de
bi çi Peyvî matmayibûn tê şîrove kirin
Giyan Awirek veda
di nîvê Şevê de
ne ma ew Hizr
weşan dikê dilovanî
di vê Gerdonê Qelew de
her wê gotinê Êvarê werê daleqandin di Singê Dîwarê
wê nekevê di qulika mîna her carê
Desthilatek diçê
Û yek tê
Darbest ew Darbeste
Sîdar ma di cihê xwe de
39
Di nav pirsên tenik de
dixwazim bistînim cesareta Bahozê
bidizim Kevokên Sînga te
di Cîhaneke Serbest de
di navendeke sereke di bilindî memikê te de
?!ji ber vê jî Sînor çi ye
?Welat çi ye
Dîrok xapandin e
Şoreşa sor wêran kirin e
Pirtoka perwerd virnasiy e
Sînor nezaniyê
kelem Gunehiye
ser bilindî Memikên te
Wêneyên Bedewbûnê digrim
li ber şîrovên Mij û gengeşiyên Bayê Zer
pirsên Gula winda dibin
Seqem Tovê Zuhabûnê diçînê
lê her Germ bûna lêvê te
çalakî li dardixînê
ser riwê Gewdehê min
40
Buhara kurdî
Îro Xewna Kurdî ji nav Teht û Kavil
dîsa Jîn dibê
di Başûrê Şehnaz vaye Serxebûnê
ji dil gur dibê
ji bo Paşerojek
ji Gellê Kurdistan
bi Coş berz dibê
belê bo vê Rojê
ji bo me Welatek
bi Xwîn Geş dibê
niha careke din
Roja me hilat di Rojava me
di gel Başûrek Serfiraz û bi Hêz
yek dibê gavê me
eve Heyva Eylûl
Payiz têde barkir
qêrîn kir Buhar
ku nasname Kurdî
vejîn be bi Coşî
di rûknê Cîhan
41
Çîroka zarokekî penaber
Ber Newalên girêdayî bi Çiyayên Hêrsdar
Ser Sînorê Koçberiyê
Zarokên di nav hembêzê Sermê
Şer dikin hember êrîşê Seqemê
bi Sîngên Tazî
Pêşwaz dikin Gulleyên Baranê
Û çavên wan her timî li paş xeta Tirênê ye
ber pilçikên Baranê û xêzên Domanê
sekinîne
Ava Lehiyê li dûr Konên Tenik û bişkiftî
Dîlanên Mişextiyê digerînin
Zarokekî pêxwas derket ji konê xwe
Dilerizî
mîna Çokekî di nav Berfê de
Hêsirên wî di gindirîn
ser riyên Şermiyê
di sîngê xwe de Bahozên Sedsalan vedişêrê
di Kenê xwe de Darbestên nemiran dikê Find
rojên serkeftî Hêvan dikê ji Berbangê Paşerojê re
42
:Go
diho xedanê rih ketin gundê min
di destê wan de Kêrên Mirinê şewq dan
ji xewnan me veqetandin
Gul û Buxçeyên me çilmisandin
Dil û Kezebên me qelandin
Birayê min Gurandin
Serê wî li nav me gerandin
Ayatên terorê ser Laşê wî xwendin
Tirsên giran di me de çandin
Û me dane li ber Riyên tirsdar
bin sihê xwdakî Tewanbar
ev Zemîna şîn , di çavên me de
bûn Beyar
min nizanî wê ez dîlê tirsê bim
nûbedara Hêrsên Giran bim
Mişext bûm li Bakûr
rastî leşgerên lawên Osmaniya bûm
di Dêmên wan de diyar bû Efsanên Rovî û Guran
min rahijt di bîrê xwe de
Dîrokên Penaberên Kurdistan
ev dilê Gengaz wê sirûda Tolê bêjê
wê ez çawa werim ji bîr kirin
43
min xewna Welatekî Azad rahijtiye
Û bê deng bû ev Zarok
Serê xwe rakir
li Ezmanê
ket bi derbekê
di Deryayê Ramanan
44
Coşa Şevê
Rêwîne mîna Şevên Cejnan
diçin ber Çemê Bîranînan
ber sihên Darên Birînê
bi Stranên windabûnê Demê xwe diqedînin
diçirvirin bi Xemên Xapînok
ev Serdema tengezariyê ye
me Pêxwas dikê
digerînê ser Axê Şil
li ber bêdengiyê
peyvên min Lal dibin
di Meyê lêvên te de Perî min Gêj dibim
di naveroka Wateyan de
tu mayî Pirseke Ase
de were bidrû Kêlên Birînê
bixebite ser rizgariya min
min derîne ji Zîndanê Demê
ku bibim li ser kokê Sînga te Perperîkek
ji ber gavê me di demê Lezgîniyê de Kurtin
temenê me Efsaneke derwîne
Ahînê reş mîna Qertelên Tazî
di Ezmana tev Mij
Sirûdên Reşbîniyê dibêjin
45
sînor kirî ne Awazên dila beranberî Mişextiyê
mame ber Çira ya şoxê te
Hespeke Sipî
bin solavê Newala
xwe dişo
Buxçeyeke ne avdayî me
bê hevdîtina te
dijmêrim dengê dilê xwe
bi nêzik hatina te li ba min
tevnê Bêriyê dirêsîn im
. heta tu werî
46
Deryayê bêdengiyê
Di şêrîn lêvê te de
jiyaneke serdemî dibe kanî
bi maçên germ tên xemilandin
di bejna te de awazên dilan
digerînin dîlan
li ber siha gul û daran
mîna çîroka dikevî xewna dîrok de
bi awirên xwe yî revok
dilê min direvînî
her te dibînim di kolanê Bîranînê
razayî ser eniya riyên teng de
mame bi tenê li ber kenara Evîna te
mîna rêwiyekî xewnên xwe digerînê
ber peyalên Şevan
47
Destana Sirûcê
Ey Dîroka xapînok
mayî ser neqşê zemînê mîna Mar
her Vir û Xap
cilkê rastiyê te lêkir car bi car
lê bawer ke Ronahî tê piştî Tarî
wê çira kê deşt û war
meyzîne şêrên Sirûcê
her vejandin Azadiyê
bûne Lat û ew zinar
ew parastin Gund û Şar
Ku bixînin zordariyê, koletiyê
ew birînê kor û jar
ew neviyên- Dabanê – jîr,yê şikand baskê neyar
dijî-* 7* paşeyê Milan – rabû û rahijete nirx û bar
ew paşeyê cardevan
her di xwest dagir bikê
wêran bikê şax û bajar
Destihelata êş û zorê
her bi destê van Egîtan hate xwar
48
her çiqas dîtin gurandin
wan serê xwe danexist
mane mîna Şor û Riman
ew parastin nirx û bîr
mîna- Hesê – lawê Daban
bû nîşana merdiyê
nirxê mêvanê xwe girt
bo wî hate qir kirin
du birayên wî jî ketne xefkê wan Tirk û Ereb
bûn nîşana Baweriyê
û hevjiyana aştîxwaz
lê di nav komê neyar de
namînin Sozên niyaz
ew bi tundî dijî kurda şer kirin
her ji bo Kurda ne bin yek,bûne yek
Agirê şoreşê her dem geşdibû di hizrê( 8miho)
radikir tolê birayên xwe
,mezin kir coşa şer
ew civandin mêr û leşger
tev bi yek bûn Êl û mak
rêveberiya wî bû mînak
nav Dîroka bê ser û ber ew bû Ronak
49
ew şikand ruknê neyarên kevneperest
mîna Serbazek leheng
ew demezrand Xanedanê
bû nîşana Berxewdanê
bû metirsiyek giran
ser rêbaza Dabanê bave
ew şopandî doza wan
lê çi bêjim her neyare ew Felek
lê –Miho – her çû bilindî
pêş diço mîna Sîper
bawer e bi nirxên gelê xwe
bîr dibir xewna Bavê xwe
geş dikir hêrsa giran
radikir tola biran
leşgerên osmanî hatin
wî şikandin
hêza wan bûne gelek
tev gelek Êlên Ereb
dîl kirin Miho û şandin
cîgehek dor û Biyan
lê çiqas çû dem û dewran
50
rêza wî her tê xwyan
ew niviyên -keru – û –Hem -ê û –Hes – ê Daban
her vejandin Berxwedana çerxa bîstan
ketine doza(9* Şîlan û Zîlan, û Dicle û Bêrîtan
piştî wê şervanê perwer
ketine dîroka resen
mîna Haçim, şêx nebî,
ew her di çandin tovê vîn
ew tîrêjên Azadiyê
şîn kirin jîna mirovan
hilweşandin avahiyên olperestan
Îro Roja şehnaziyê
her gazî kir Kobanî
bandikê her gav dipêjê
nana Jiyana nûjen
—————————————————————————————————–
-7
1908-Paşayê Millan:1834
Ibrahîm paşa :serokê êla millan di bakûrê kurdistanê
-8
Miho: Mihoyê Elî daban,Serokê êla Kêtikan, dijî paşayê Millan şoreşek rakiribû –
piştî bavê xwe ELî daban, wekî konfedrasyonekî ji hinek êlan li deşta sirûcê
.demezrandibû bo hember êrîşa paşayê millan rawestê
-9
Şîlan ,Dicle , Bêrîtan , Zîlan , Haçim , Şêx nebî, Şehêdên doza Azadiyê di Şoreşa PKK de,
51
doza Berxwdanê
Di Kobanî
hemo Şehîd û Şervanên Azadiyê
bûne Lehî di bîra me
Zevî û Çem kirin qêrîn
Ji bo ne Gellê Kobanî
Penaberin li ber Sînor
hemo kesên Zarok û Jin û Kalemêr
mişext dibûn
bê war dibûn
di kerwanê Birînê zor
Ciwanê tolê daketin
di her çeper xwe kirne sinc
ji wan tê hêviyên mezin
bixînin ala Tariyê
werin bi tev bibin kelem
dijî pîlanê xwînmijan
yekîtiyê pîroz bikin
di Berxwdana Kobanî
52
Evîna birîndar
Ber straneke xemgîn
êşa welatê xwe bîr tînim
parçên xwe yî windayî li hev tînim
Tênosên xwe rêdixînim
Pêlên hestê min diêşin
hêsrên min xwe difroşin Baranê
di nivîs im çîroka Dojehê
dema welatekî dibrêjê
bi nezaniyê
bi dirûtiyê
bi nexweşiyê
dema ku milletekî xwe dixapînê
bi çepik û tilîliyê
bin siha Baranekî
hêsrên Dayika tên di bîrê min
Dîwar û Zemboq tev di sêwirê min de
cihê xwe dughêrin
belav dibê Axîn di nav Gul û Gîha
bihna hembêza dayika xwe dikim
di hevpeyvînê Ax û şerpîna Baranê
li der dora Felekê
Helbestên me
53
tolê bedengiyê hiltînin
di welatê ku Gur û Eftar
bûn tê de xewdî regez û nîşan
de bistire ey Birîn
çêka welatekî Azad
bi Xwezî û Hêvîn
bikire peyvên me
nefroşa dilên me
ji van riyên tev bi axîn
Ku newe Mizgîn
nebêj wê ji hişmendê neçara
bi afire Raperîn
Bê xwdîne peyvên me
li ser pirê Dîrokê pêxaws dimeşin
Pirsa siwara dikin
yên bi xwîna wan
dergehên Gulistana vebûn
Gazind dimînin di cihê xwe de
birçî , tazî , girêdayî
Evîn dibe Leşgerekî seqet
di welatê me de tev digerê
Xebatê dike
alîkariyê hevdidê
54
di nav kolanekî ne diyar de
hinek kesên ne diyar
cil û çekên wî jê dikin
dihêlin birîndar
Stranê şagirtên xwe dibêjê bi
dilekî tengezar
li ber Dîwarekî de
55
Giyana Jiyan
Ji bo binkevê têgeha koletî
eve bûn çira dildarên Azadî
bo rizgar bikin hizr û vîna mirov
dijî zordariya Neyar û çi Hov
di- Munbic – wêran bo pîlana dagirker
bi destê parizvanê Jîna nûjen
ji bo paşeroja Buharên ku bê
ji bo hevjiyana gelên Rojhilat
ji bo me xwîna xwe kirin xweş Xelat
ewên lawê mîtan tîrêja Welat
îro tola –Mîrkan – kirin destê xwe
bi zendên dilêr bi hêrsên giran
ava bû di her der , xebatên Ciwan
vejandin bi hevre giyana Jiyan
56
Gulên Berbangê
Di nav deryayê Ramanan
di xwînim te
di nîvîs im Evîna te
di noşîn im lehiya vîn
wekî Sîper difiryam jorî asîman
di şopînim sirûda pistepistên te
mîna dergûşekî di xew de
di lorîn im Nîgaşa te
di nav Ceng û metirsîyan
li ber kolanê nalînê
tenê dengê te ya bi awaz
Giyanê min di nirxînê
tenê pora te ya zêrîn
Buhara min di xemlînê
tenê dorbûna te yar
Birîna min di xapînê
di nav deryayê Hêvînê
çiqas digrî Pênosa min
li ser peyvên girêdayî bi Axînê
57
Pêla Zanînê
Bi baxê Evînê ,bi xemla Hebûn
emê çêbikin bingha Zanebûn
dijî tariyê ,Olperestên qirêj
bi her awayî bişkînin Asebûn
cîvaka ronavêj, xwedî nirx û bîr
Li ser milê we peywira Dayînê
Ji malbatê bigrin riya Avahî
bi xwendin û ked xweşbikin vê jînê
çiqas barê windabûnê zihmete
dema em ji bîr kin riya Zagonê
eve rista min rêça hesta bi hizr
Ji êşek kevin tê, ji Xemgîniyê
Eve hêza Zanyariyê ger hebê
wê her şîn bibin buxçeyên Hayînê
58
Vejîn
Ber êşega sal û deman
ez hatim e bînim ziman
Peyvên bedew , Hestên qelew
her tên di bîr, têne Giyan
her gavê ez Baxê te me
ey bihna nêrgiz û çeman
nav ceng û volkan û mirin
her mayî tu vîna Jiyan
hevjîna dil , Şoreşa min
Gola evîn ,Heyva Şevan
Demsala min , Gerdona min
Bê te Buhar Mij û Doman
xemla Sirûşt, bejna te ye
Deşt û Newal , berfa çiyan
xewena welatek serfiraz
doza vejîna Niştiman
59
Ji Mîra peyvên min re
Ji te her tên hemo Şahî
dilê min bo te Gurgane
Ji nav Nalîn û Bîranî
hemo Sozên spî mane
bawerke bê te ev Jiyan
bê Nirx û Vac û Pîvane
bawerke yarê ev Adar
bi dorbûna te Erzane
bi te ez çêdikim Hêvî
bi te jiyan Gulistane
giyanê min Dibistane
Ji çok û Perwîn û Bilbil
rewanê min Zivistane
Zivistana Evîna min
bi Reng û Nav û Nîşane
weke bejn û Sîtava te
mîna te yarê Gulxane
tu Ronahiya hestê min
Jiyan bê te ne Jiyane
60
Ji zimînê Komkûjiyê
Ev ola Xwînmij û Hov
xwe ji her Maskî derxistî
lê gelên jar û bê hiş
hîn vî Olî Parastî
Hesekê – tu cergê Helbest.-
ew fîxana dilsotî
ew Bahoza girs û dîn..
hember hêzên Faşistî
ew hêrsa dijwar û kûr
ber pîlanên Zordestî
ev Derd û Êş û Azar..
ket nav Damar û Hestî
bindestiya hişmendî
bû bingeha bindestî
di Serdema Serbestî
Rojava kurdistan im
.doza min her Serkeftî
ser rêça nirxên zikmak
61
ser rêbaza Zerdeştî
em Ax û Av û Agir
Bayê pêlên Zanistî
Kurdistan ser her tiştî
jorî astê Partîtî
4-10-2016
62
Jiyana ne diyar
Di nav Hinavê Bayê de
çirûskên Rondikan li ser riwa de
Dibêjin Lavên xemgîn
li ber Roja rijî ser Riyên sar de
û rêwiyên kalemêr, dipêjin Nanê aramiyê
bi dilekî germ
Şehîdên hêvî dispêrin di axê de
dixwînin Sirûdên dil gerim
beranberî van Çiyayên ker
kesên Belengaz, li ber sînorê Kobanî
dîmenên Mirinê digrin
bi Çavên xwe
li ber Heyv dilerizin
Şeveke tiji Sitêr
mijê Berfê hembêz dike
û Xewnên vegera Kobaniyan
her car paş dixe
mîna Xewnên jibîrbûyî
ne me bîr dibin Evîn
63
Li benda Dawiyê ne
Di riyên dirêj de
çi raman û qêrîn
têne ber guhê min
dibhîsim dengê topên Balafiran
nalenalên Birîndaran
laşê Zarokên birçî li ser çiyayê Şengalê
cîgehê Fermanan
vaye Lehiya destpêkê bê denge
li ber çiyayê- Codî -miçiqî
hevokên bê wate şilî bûn
ber qêrînên Keçên Melak Tawos
çîrokên fermanan xêz dikin
dara Mirinê ser sîngê me dirêje
Dîrokê tewanbar tenê dişopînê
rêzên Xwînê
xaza Xerdelê
holên Cengan
û dihêlê Ronahiyê
bi tenê di Zîndanê
64
Werin perperîkno
Werin Perperîkno
em gav bi gav bişopînin
nûçeyên hevşabûna Stêrkan ber Pencerên Evîndaran
dengê daholên Cenga paşguh bikin
tenê pêlavên şervanan
Ronahî ne ji pêşerojê welaten
Birîn mezin dibê ber Helbestan
xak tenê dibînê
Gulên buharê ser laşê wê Padîşahin
û Evîndaran ser gewdehê wê Beyreq û Alin
65
Lorîna Evîn
Evîn coşe di Eywana Birîna nû
dibe hêrsek di devê Ba û Bahozê
dişopînê nîgaşa Ken û Dengê te
di her helkefteke bê Reng
Evîn jîna dilên bê War
di lorînê Şeva xemsar
di nav deryayê Bîranîn
dinalê mîna Payîzê
di weşînê xemê Dara
dibê Romana Dildara
dibê Ferhenga mêrxasa
dibe ku rojeke dijwar
me fêrkê vîn bi çêj û êş
wekî –Nêtşe – emê bêjin
Jiyan Latek ji Azaran
di vê em bikşînin Êşan
heta em carekê bijîn
bi Azadî
bi Mêranî
bibin peyvek di devê Paşeroja bê
66
biyanin em di nav Pirsan
belê ey dil tu bûyî Çoleke winda
ji te dorin hemo Hêvî
bûne gotin di Ropel de
gemî me ez li ser derayê Ronahî
sîtava te dişopînê çiroska Şev
li ser singa te jîna xwe dinivîs im
di nav deşta kezî û mil
dixwîn im paşeroja xwe
dibînim wêneyên Avan
dirêxînim li ser gustîlka bîranî
xemên maçên ji bîr bûyî
li ser tênosê payîzê
dilorînim Evîna te
67
Mamê Sermedî
ji mam Celal Talbanî re *
Li ber bejnê te Peyv mestin bi xemgîniyê
Mamê kurda
te rê dabû ji Xewnên me re
ku ser Çiyayan
bibin lehiyên Azadiyeke bê hampa
te zengilê Mizgîniyê rakirbû
ser milê xwe û di her şaxên Rojhilata bixwîn
meşiyayî wekî pêxemberekî xembar û kevnar
ku newîrekî û bindestî
bi yek kevanî an kevirî bixînî di cî de
ku nemîne virnasî
serwerê me heta Rojên ne diyar
yê wekî te mirin bin ax kirin
û hemo Rovî û Eftar paş neqşê me
mişext û ber ba kirin
û di giyan û hizrê me de ti mayî mamo
ku em nameyên te ji xwe re bikin Find û Çira
û di van Çiyan de
di her sengerî de
68
te bînin di bîrê xwe de
baxê Dîrokeke mîdî
ti car nayê winda kirin
zêrîne , bi çêje , gurmijin kenê te
Hêviyên bîzdonek gernasiyê didêkî
bi Axîne îro Çiya , ku şopê te jê barkir
Efsanî
Çîrokî
Destanî
hemo gotarbêjî bo te sîdar kirî ne
siloganê pûç diçêrin
bo ne te
dîrok ji hêsra
bihna xwe çikand
di dêmê te de
neqşê welatekî gîrok dibîne
Mamê serdema me ya pepok û bê war
ti ji me re her bûyî Çare û Nasîn
di nav şanoya Feleka bi Derew û kîn
arame be di cihê xwe yî nû de
di dilê hezarên Pakrewan
69
û nifşên rengîn
aram be
nama te gîha serî
ket laş û hestî
bû ji me re regez û nîşan û bawerî
di welatekî serbixwe
ku tê de Azadî
dîlaneke bi dawî tê de pêşkêş dike
70
Kanî
Li ber kanîkên berfê
dibînim hêsrên te ser çavên Gulan
ser eniyên Riyan
dibînim tevna wendayî ser milê Tariyê
xew ji hevdikê
rengên xwe dispêrê axînên Axê
di cemedê de
dilopên gerim xewdî dikê
Hêsrên te û tevna Rengîn
Buhara min dîl dikin
!!!welato
dikelim ber Seqemê
dibim Sirûdeke winda
bandikim Aliyên ku jê dengên Balafira tên
xewna welatekî wêrankirî
Bajarekî kavilkirî Vedigerînim
dorî guhên koleyên Partiyan
hewesdarên Siloganan
evîndarên tevîlheviyan
banga nifşên Nêrgiz û Şîlanan dikim
71
dorî çavên çavdêran
lêkolîn dikim Ewrên sipî û gerim
di Welatê çandiniyê
Bi Bavlîsok û Bahoz re
dikevim şer
di gindir im ser Axê şil
mîna Bahozekî xemgîn
têm berçav kirin ji stêrkin dîl ve
Sêwirên te amar dikim
giriyê te ser zemînê bêdengiyê xwe ava dikim
Kenê te di kovara asîman de rave dikim
di sibeheke Rengîn de
nîgaşa te dixemilînim
di hindirê xwe ve
ev Jiyan tenê ne bese
ji Azadiya te re
ne Avdar dikarê hembêzkê
xewna Çiyayan
Û ne Zemîn karê
rengên xwe vegerînê bi me
lêdana dil ne diyare ji guh re
eger çiqas tu guhê xew bi ser dil dî
72
bixwazî bibhêsî
ne watebûn bû diroşma Hayinê me
lê bandikim ji del û hiş
?!şervano
nasnama serkeftinê bistîne û were carek din
şehnaziyê vejîn ke
rastiyê Serxebûnê binyad bike
Di çavîn te de
Xemla jiyaneke şehnaz dibîn im
Peyalê Ronahiyê bi hestên te digerînim
vegerîne Serdema sîpîbûnê
Sorbûna Birînê
hilweşîne bi hêrsa xwe
avahiyên Tarîbûnê
vegerîne dîroka Mîdiyan
destpêka Vejînê
73
Qêrînên Agir
Nizam yarê
çima Hêvî dinalê ber guhê bêzar
çima dimrê Ken û Şahî
di nav Axîn û Peyvê sar
di nav pirsa de ez dijîm
dixwîn im ropelê Rûbar
di weşînim xunava gul
mîna Helbest, dirajim bar
Ne be narvîneke rûreş
ne be xemgîn
ne be xemsar
bibe gerdoneke serxweş
ji Jîna min re lo Avdar
nizam yarê çima jiyan
dişopînê birînê jar
çima nalîn û ev kovan
me dişkînê dikê Hawar
çima her tên Birînê germ
dibin Axîn û tev Azar
çirûska xewna min berde
Jiyana xemgîn û xembar
74
bibe Hêvîn û Ronahî
dijî Ahîn
bibe Zinnar
biweşîne pelê Payîz
di çavê min de her tê xwar
di nav Cîhan
ez û tu ne
ji hev dorin
wekî her car
tu cih nîne ji germahî
dibe sêwir
dibe bê war
were çêka ji bihnê xwe
Sirûda Maç
di her Êvar
bi xemlîne du sêvên xwe
bi baxê bihna maçên min
çi bihna Beybûnê xweşe
di singa te
heta kengî emê ser pencerê Reşbîn
bikin Fîxan
bi derbasbûnê Demsala
75
were em hev bikin Guldank
di nav gulxanê Axînê
di nav hembêzê vê Darê
Ji bo na te dikim gazî
dibînim bejna te yarê
Wekî neqşê welatê min
tu bûyî lê birîndarê
digel te ez dibînim Roj
dixwînim dêmê Êvarê
te ez xistim di Zîndana
evîna te sitemkarê
lê jîna min
Mîra Hêvî
Vîna Ezman
Finda Tarî
tu Jîna nû
Deşt û kanî
stêrka Adar
dengê Qumrî
Roniya çava
bejndara
bihna Beybûn
Nêrgiz û lala
76
çêke Şahî
berde Ahîn
bibe Mizgîn
avake Hêvîn
Bê te Giyan
cîgeha Birîn
rake ew bask
ser Singa Berfîn
çendî xweşbû
ew maçên şêrîn
çendî zore
Jîna bê Evîn
77
Peyamên Mîtanî
Li vir ser riyê Xewnan
kêlê xwînên xwe vedikin
ku bidin Ezman
rondikên xwe
ku bibe ser welatê me Barana hêrsên giran
awaza Giyan
ku nemînin ser Xaka xwe
Mêvanê êş û keseran
nekevin carek din di Goristana Sêwir û Lîlan
nemînin di herserta Germahî
di nav Zîndanên deman
digrîn digevzin di bin dilovaniya Seqem û Serman
nebn bê Xwedî
bê hêvî
wateyekî ji xwe re çêkên
di zorenga Jiyan
bibin Dibistaneke ji Berxwedaniyê
78
qet nemînin sêwiyê Cîhana nûjen wekî her car
Çiqas bilinde ew çiyayên tev Berf
, ji êşên Şehîdên me dikin qêrîn
,tev Agirî û Cudî û Sîpan
Û di jorî bejna Azadiyê
nîşan didn şîretên Nêrgiz û Şîlan
raman dibin bi hemo alavên hestê xwe
ku her demê vejîn bikin xewenên Şoreşvan
ku em nemînin çîrokeke jibîr bû yî ser lêvê Şevan
an tozeke belav bû yî li ser çepelê Daran
bi tev digerin ,dengê xwe hildidin li seranserê Cîhan
Ku derxînin ji Dil
ji deng û reng û hêrsên Kurdistan
di xaka Mîtaniya
her tişt diaxivin Ji serdemê Dîrokê
ji serdemê Çandiniyê
– ji demê- Someriya
her tişt dibêjin
79
li vir bû şaristanî
li vir rojbûn bû mirovê hişmend
, li vir vejîn bû xwedayên Jiyanê
li vir- Zerdeşt – dest bi ramanê xwe kir
di wa Deman de
çi digeriyan -tirk – nalbendê Ker û Hespan
dizên Şaristaniyê
her tişt dibe yadîgara Azadiyeke derng mayî
di meydana man û nemanê
evîndarin tindirewin di warê xuristî de
Nûşîn dikin bi tevgerê Jiyanê
ropelên şewitî
Peyamên rojê weşan dkin
di Zîndanên bêbextî
Şewq didin wek hêsreke bi Agir
li ser Çiyayên me yên dîrokî
Evîna sor
vejîn kin bi qurşîn û xwînê
ku hêja bin bi rastî xemla vê jînê
bo ne kene carek din li ber me
80
ev Birîn
Û venegere pergalê kavila
di welatê bi Axîn
Digel hev çira kin
Find û Mumên Azadî
Tenê şer dinasê êşa kûr
tenê ew dikarê
derxînê Ronahî di Zîndana tarî
Tenê dikarê ji me re bibe hembêzeke bê dawî
û ji mere bêjê çi hîşt Gur veşêre şopê şêrê mîtanî
Binyad dibê di bakurê welê
Şoreş û Raperîn
ne dûmahiye
berdewamiye
81
Qamişlo
Wêrane ev war di hawîr dorê cihê bîr û ramanan de
birîndare ew Huner
bê denge mîna Zarokên
bin kavil û tehta
Dîrok perdê guhê xwe qetand bi dengê giriyê
Û herikandinê xwînê li ser riwê zarok û dayika
eve serdema kurdî
hembêz dikê kerwanê Mirinê
pêşwaz dikê Darbestên Kevokên xwe
Xwe dixemilînê bi aramî û hatinê ronahî
dorî dengê gotarbêja
û belavokên şermezar kirinê
li qamişlo girî tevnê xwe dirêsînê
Evîn zarokên xwe yî kuştî digerê
Wê çi were gotin
dema ku dilopên hêsra ji çava meztir be
û gotin dîlê lêva bê
.wêneya dibêjin
Çîrokên ne hatî gotin weşan dikin
daholê Dil lêdikevê
yamaj Avahiyên wêran kirî
82
Ji Heyvê ku daliqandî
di Ezmanê de
mîna Potekî bê rehnî
di şeva Qamişlo
her tişt bê nasname ye
her tişt tê rûxandin
dimeşê kerwanê Helbest
li ser xêzên birç de
hedara Hest nayê
bajarê gul û Awaz digrî
Ser sînga nanên tev bi Xwîn
29-7-2016
83
Çîrokeke beravêtî
Jiyan te dixwînê bi çavê min de , te dibê û tînê bi pirsa de , jiyan me lêkolîn dikê bi Evîn , em di kerwanê Xeman de diçin û dor diçin , û rastî sihên xwe nabin , dengê te yê zîz, xemgînî kir dergûşek di hembêzê min de, dişopînê nivîsê min , bi te ez kor raman dibim , xemên Adamîzadê yek xelekin bi hev girêdayî ne , û em jî Çîrokeke kurtin di vê xelekê tev derbas bû yî bi hev, Mêr û jin di nav jiyana biyan de Azadiyê digerin , û di Zorenga jiyanê de şerê Dem dikin , ku bibînin ew Xewna , lê her tişt Sêwir û Nîgaşe, Azadî Straneke, nalîneke , li ber guhê mirovan de deng didê
Jiyan tev baskin, tev Koletiye û Ezîtiye û hinek Ken û Hêviye
tu mîna stranî Keça xewna , em bindestê xwenên xwe ne , li ku ve herin , Sêwir û Nîgaş ji me naqetin , eger çiqas paş perdê Meznayî xwe veşêrin , nikarin berdewam xwe dorî kela dilê xwe bikin , em hatin di vê jiyanê û Xwzî û hêvî û mereq ji me naqetin , were bibe ji min re bersivek ji van pirsên Kûr û dirêj , em têkçûn mîna xewnên xwe , di vê bavlîsokê de , parçên xwe digerin lê bê Encam, mebe ber dilê min Sêwireke beredayî, were binyad bike Sozê xwe , nekeve xefkê jibîr kirinê , em tev dikiarin jibîr kin lê gelo kî dikarê wînê bîrê xwe tiştin yê bi hêsan tên winda kirin
were keça xewna bibe Dîrokek ji qêrîna di Zengelorê min de
nekeve , bila xem û nalîn biteqin beranberî gurmijin lêvê te û Kenê herdu çavê te, em di Cîhanê xwe de dilgeşin bi Birînê xwe , perwerde dikin Hêvî digel rondikên xwe re, divê vê carê tu ji min re dawiyê vê koçberiyê bînî, bibî xaleke diyar kirî di
.xêzên hevokên min de
84
“Evîn û Ceng”
Hevok û Peyv ji me direvin
di serdema Gurandinê hest matmayîne
Heyv bê hêvî jiyan dikê bi derbasbûnê Şevan de
di te de Hevala siha mine birîndar
tevnekî ji Xewnên mest dirêsînim
di te de Welatekî dilsotî
qêrîn dikê ber guhê ker
ber Kerwanê koç kirî
dixwazê Stonê Penaberiyê bixînê
Şîretên gengaziyê vejîn bikê
di Hizr û Bîrê me de
di te de Kevokên mest dibînim
çawa baskên xwe rêdixînin di nav
Bayê de
dor diçin
dihejînin baskên xwe li ber Dara de
dilê xwe radestî Ewrê sipî dikin
Jiyana rengîn digerin
wêneyê nû şêwe dikin
bi dilşadî li nîvê Ezman de
tênosên Eles weşan dikim
85
bejn û bala Aşîtiyê çêdikim
mîna Sêwirekî nazik û bê deng
hestê xwe Hêvan dikim
bi bi bihna Gula
bilind difirim
bîranîna Welatek Aram tînim hizrê xwe
dema em Zarok bûn
wekî Kevoka , berî Berbangê
me şîrove kir Wateyê têgehên zikmak
bi rojê re
berî di nav Ezmanê ber bi Rojava birjê
me şopand hemo Parçên Ronahiyê
me hest kir bi niyazî wateyê Cejnan
Sêwireke balkêş di Eywanê sihê dêmê te dibînim
hestê xwe di Eynikê çevê te şêwe dikim
digel te jiyan xwe ji gunehan dişo
û derdikevê li ser dilê me
bi xemlê Evîniyê
bibe Sorgul
ku Çiya ji bilindiyê xwe hezbikê
86
û welat ji tabloyê xwena were veguhistin
û Azad bibe bi derbasbûnê Deman de
ji devê Kaniya Sirûdên Gerdonê dibhîsim
û bi vê Gomaniyê de me
ku naveroka Bîrnasan tên afirandin pir caran
ji niviştê bejna Jineke tazî sekinî ye li ber sulavê
bi kar tînim Cûreyên ji bîr kirinê
ku bi aramî bijîm
di sirê Cenga de
Evîn tev bixwîne di Qada de
Dîrok ezber dikê virên Niviştkara û Oldara
û tenê Evîndara, mişextin
di Kolanên biyan de
87
(rêza Xwînê)
Di kavilan de
Mirov carne li xwe digerê
û rastî parçên xwe na be
ji nûva jî dikevê di hembêzê pirsa de
zimînî ji wateyên xeman tên
xatir xwazan xirecirê dikin bê sedem
bejnê rêwitiyê li xwe dikin
derbasî qiraxê dibin
gavên çûyî , amar dikin
bi Mirinê re dibin Heval
û Mirin wan bi xwe re nakê Dost û Yar
gorên sipî matmayî dibin
digerin di nav Qerbalixan
pêşgotinan li ser kevirên goran ezber dikin
em wekî çi jindar
Piçek gotinên virnas in
û çend lib Xurme ne
û çend ahînin û agir pêjin
li ber derî Felekê ne
mîna nîgaşên ji bîr bûyî
88
dikivin di devê Bayê de
mîna Benîştê qereçiyan
û Sîperên bilindahiyê gewdehên me bihn dikin
lawazin ber Baweriyê
Helbestên winda ne li ber Dawiyê
gotarên bê watene di bîrê Demasalan de
pelên zerin ,melolin ber Rokê
pêlên westiyayî ne
diçin û tên ber Gemiyê
di neqşê Welatan de em Ax û Agir in
Soza me bi Azadî re heye
û em bê ser û ber in
gotin: Welat Sinore ,Zimane, Evîne
lê derket, riwê Dagirkere
maskê Mîtingere
rêza xwînê nayê Dawî
89
Rojbûna birînê
Xilmaş dibin hevokên xuhdanê
hember kerwanên sêwiran
dibezin ser pencerên demê
diaxivin , bi dengên xemsariyê
tevnên Axînan digerînin
dijmêrin tîpên Dil
sitonên parkirinê diçînin
çavên bendewar, hêvî azadiyeke bê xwîndayîne
di sibehê heta dawiyê şevan ser Mêza hevdîtinan
guftogûyên derewîn dafirînên
dorî holên Berxwedaniyê
ev raman wergirandiye terzên newêrekan eger bi çi zimanî be
daxwaziyên bê fihêt rotin
xwe dinxumînên bi diroşman
ji nû ve dengê wê jinê di bîr tînim
Kenê wê yî sist
Noqê wê yî çiyayî
memikên wê yî şidehayî
gurmijên lêvên wê
pistepistên wê nîvê şevê de
tev xewnan dixê giyanê Beyar bi maçekî bê hiş
di ser her bostekî di gewdehê wê de
destanên Rojhilatî xwe bi cih kirine
90
di nav Sîng û berên wê
meyên hezar salan veşartîne
de her xalek mor an sor di memikên wê
Evînekî bê sînor
nû tê vejîndan
eve peyvên nûbedar
di ber keleha textê wê destana giyan dixwînê
şevên buharê ji singê wê dimêtin
stêrkan le nav mil û gerdena wê de
şevdaniyê dikin
û di ser wê jina rojhilatî helbestên Maçan diafirîn im
di nivîsîn im rojbûna Birînê
bi baxê Beybûnê
xemên Evînî rêdixim nav kolanan
di bajarên tev Mij û Girî
xwe tevlî bayê toj dikim
bi coşa Dil û Mêjî
91
Şagirtên Sirûştê
Ji terzên nezanên Jiyanê
. têgeha xwîn rijandin afirî
.Em difirin dorî hêlînên xwe, û fêrî ji bîr kirinê dibin
. ji bo derbas be Dem
nekevin em di nav gengeşiyên ramanên tevlîhev
em ji cîgehên germ tên dorxistin
Jiyan ji nû ve me rêxistin dikê
, Daner dikê
û me fêrî wanyên Pak û ne Pak dikê , û em pîvanin
sînorê sipî û reş çêdikin
. gûr Berjewendiyê
Em û Qertel û Kund û Çeqel
cîhaneke hevbeş bo xwe ava dikin
.Geh bi ser dikevin û geh di bin dikevin
Kewê gozel dikevin qirkê hev
ji hev tolê felekê dixwazin
kevokên sipî jiyana xwe ji dest didin
difirin li bajarê Mirinê
Di hembêzê Payizê de em şerê sihên xwe dikin
beranberê dîwarên bi Tenî
banga Aşîtiyê dikin
dinalin ber sitonê Kavila
92
Tazî digerin
dişopînin Xewnan
dilopin hêsrê xwe dibarînin di nav peyalê Mey de
û diforin mîna lehî ber stêrkên Lal û bê Hiş de
Hêsir birçîne bi darê zorê ji çavê me derdikevin
di koletiyê zik û bin zik de
dimeşin di kolanê biyaniyê
tev digerin di çarçovê Mirineke bê bext
Turê Hiş vala dikin
dinalin ji rewşê xwe
Tenahî Narvîne
Tenahî Zîndane
lê di nav dîwarê wê de pencerê tîrêjê diyar dibê
Wekî darên tazî , em dimînin
Kurdistanekê bo jîyana nû çêdikin
xewnekî bê hempa dişopînin
çandeke binpêkirî vejîn dikin
pirtokê narvînê diqetînin
Dev û diranê Rovî û Gur dişkînin
bi çakoçê kaweyên nû
mîna darên tazî em difroşin gefên bahozê
xwe ji barê berfê çiyan didin alîkî
93
û dinêrin dawiyê xwe bi çavekî hişmend
pelên zer ji porê rokê diweşin
li jor asîmana Bedew, evînek zayin dibe
hesreta welatekî saxlem ezber dikim
azadî dimrê di meydanê şoreşan
Rûsû) poşman dibê )
û zîndanê- pastêlê – her û her deriyên xwe vedikê
ji azadî xwazan re
.û zorkên xwe dixwê
Mîna kaniyên welata
xemên me derdikevin çalakiyê
û der bi der dikolin çeperên ronakbîriyê
bo Evîneke sirûştî
têde nirxê bapîrên evîndar were parastin
em û jiyan cêwîne , beranberî felekê xapînok tev digerin
bo hêviyeke hevbeş û dadmend
ji bo spartinê tariyê , em nobedarê Ronahiyê ne
ji ber coşa Evîn sar nebê di dilê dagirtî Birîn ,
û hîşê dagirtî Zanîn
bilind dibê moralê Berbangê
beranberî xemgîniyê
lê buhar qêrîn dikê
di çavên kûr meyze dikê
94
dibe keskesoreke gengaz
derdikevê yamaj Ewerekî tarî
ku em jîndarin bi rastî
bila em ronakbîra di kavilên wêran kirî derxin
ji mêjiyên nezana durxin
û çepika piştî
gotarbêja de qedexe bikin
Evîn hêjaye ku em ji bo wê werin bişaftin
mîna pergalên buzê
dimînin hêviyên me di hembêza Êşan de
paşguh kirî
werin em dibistana li bilindî ava kin
li wir Stran bi wate ne
wê xwîn û hêsrên me ciheke bi hurmet di eywanê hîvê de bistînin
di ser Heyvê de em bê pîvanin
li ser zemînê de em bê nirxin
Jiyana me şaş digerê
em ji derveyê gerdonê nojen Jiyan dikin
alavin me kevin û tev zengin
tevnê pilindir hatî gerandin di ser guhê me de
em qet nabhîsin
mêrin Olî mîna fusonkarên virnas
tev derewên xwe dane Desthilatdara
95
em jî temaşevanin
carne piçek pîzot û aşin
di rojhlat de em sêwîne
bila em ji nû ve ji xwe dayik bibin
nirxên cergbûnê derxînên beraberê tayê sar
li darbixînin hevokên birîndar
weşan bikin hevpeymanên Evîn û Buharê
di şevên Avdarê
96
Serwerên Azadîxwaz
.Çêdikê rewşa Welat
.Her xwîn û ked û lebat
.Derdixê êşa neyar
.Şah dike deşt û rûbar
.Bihna te yarê bihişta çêdikê
.Rengê rû te geş dikê xemla Buhar
.Durbûna te xemgîniyê saz dikê
.Her xweşî xemsar dikir
.Payîza me konê ahînê vegirt
.Ser welatê koçberiyê
Tozê xwe baran dikir
.Ev zemînê çok û perwîn
.Bingha Azadiyê
.Nahilin herdem û gav
ber îrîşên tariyê
.ev welatê cor bi cor
.Dergûşa ronahiyê
.Omîdiya me eve
.Serxebûna serferaz
.Ser riya xwîna şehîdên aştîxwaz
97
.Namirin her tim şiyarin
.Afirandin jîna me
.Zîndîne di giyanê nifşan
Ew nivîsandin dîrok
.bûne kerwanê Evîn
.Xemilandin ev Hebûn
.Geh bi Xwîn û Tang û Top
Geh bi Hiş û Zanebûn
98
Şifa ya Mîdî
diyare li giyanê Peyamêra kenala Rodaw Şifa Gerdî
.Li vir ser riya Rastiyê
Tu ketî dîrokê ji dergehê hêrsên me de
.çavên me li te digerin
.Şopê ropelên te
tiştên te
ew gula sora zuha
ew pirtokên te yê di ber cihê razana te
.êşa cihê te rondikên me dikşînin
Di kurahiya çavên te de çîrokên Mîdî diaxivin
Xwîna te ya sor giyanên me yê sîwî Parvedikin digel Mirinê
Kî wê bigrî ser xewnên me yê sîdar kirî
.Yan kî wê birînên me bidrû ,an wîne li ser lêvan
Evînên me dorpêç kirî ne ji Mayînan
.ji êş û axînan
-Biçe cem –Leyla Qasim
Kêlek xwşka xwe –Arîn – rûne
wê ji te re bêjin çiqas Azadî , çêja wî
.mîna xewn xemgîn û şîrîne
bi navê xwdakî tundirew te kuştin
99
bi navê ew xwdayî te şiştin
dêmê te yî xwdayî veşartin
.di serdema me de hindek dikûjin û hindek digrîn
û yê weke te qey diçin
.lê tu diyarî mîna xwenên me yê tengezar
.Findeke hêrsdar
.Şifaya bedew , buhistin di bejnê te de
ne ji xwînmija re ye
.ew çêgehên ji qazindên me re ne
.Ew hêviyên me yê şehîdbûyî ne
.Xwenên Mîdî ne
.Bila em ji dêmê te şîretên Bilbil û Qumriya bibhîsin
.Yan piçek felsefe bigrin ji xîzxîzên pore te li ber Bayê de
.Wê tu carî
.Tu nemînî pirseke winda li ser lêvên zuha
.Lê keça mîdî
100
Sirûda lehengî
Gelê Arî îro ji bona hemo kes
.dikin Berxwedan
Di her navçeyên me
li her Şar û Bajar di nava Cîhan
Ji bo Kobanî bûn
nîşnana hemî Nirx û hestên giyan
Gelê Rojava îro ser milê we
radibê Niştiman
li deşta Sirûcê ,sirûdên lehengî
Vejîn kir Jiyan
ewên behlewanên bi Bîr û bi Ageh
di man û neman
Şiyarin ,lehengin
. dijî dijminê Ronahî û Viyan
Hûnê fêr bikin her kesên razayîne
.bi xwîn û bi can
Hûnê nû bikin hêviyên Mîdiyan
bilind kin Ala me bi Şerên giran
heta hilweşê ev dîroka qirêj
bi cergên dilêran
bi zendên ciwan
101
şoreşa Tîrêjê
Jiyan pêkenokeke girane
dem qe derbas nabê
Evîn girêdayî ye bi keziyê Mirinê
û cîvaka virnas
xwe di zîndanên valahiyê de parastiye
watebûn xwe rût dikê ji Vac
Ken mîna girî bûyê
û dem qe naçê
şer û vir bi hev re parve dikin jiyana neçara
welat bûye Goristana gengazan
û pîlan du pîlan li ser me tê pêkanîn
û em ji dervayê sînora
. bihnê xwe vedikin
Di welatek ku têde qurbanî tiştekî normale
mirin tê de xwedakî desthilatdare.
Reng melolin
pelên Daran
berhemên xwe weşan dikin
di payizê de
102
û em neçarin bimînin
bo bixwînin şîretên pelên zer
di vê biyaniyê de
Pêşeroş gernase ,lehenge
gewdehê xwe nadê gelên razayî yên revok
Ezman xwe diparêzê ji çavên derya
Çok û Kenar xwe dispêrin baskên Ewran
Dil terzê zaroktiyê dişopînê
dengê Şalol û qumirya dibhîsê
hest ji agirpêjî rometire
wisa xwe dibînê
Sirûdên jiyana xwzayî daner dikê
ev cîhana nûjen tenê penaberan hevdidê
yên ji daqurtandinê deryayan xelas bûne
ji lêdeçûnê Zarokekî
hestê mirovahî tê firotin bi riyê nûçeyan
Dil dibe qepal
Ker dibe şepal
Bizin dibe xezal
.Evîndar dibe ji zora Evîn mîna kal
.Di serdema valahiyê
Dîsa winda dibin şopê lingê- Xandî- di nav vê tariyê tindirew de
103
.Stran xwe daliqand ber guhên Lal
di nav lehiyê xwîn û hêsran de em nirxên gulên sorin
di gel kaniyan diforin
Şevdanê pezê hêviyê ne
lê her di me de dilşad dibê hêvî
şêwe dikin şopê perwînan
dirêxînin bilaşê zeviyan
dibin zayinek nû ji welatê Rojê re
ji ber bê Welat
Helbest û Awaz sêwîne
di kolanê welatên biyan pêxwas digerin
dibin parsekê Hêviyê
di nav xwe de şermiyê xwedî dikin
lêvên tenik zuha dibin bi gotinên zer
bê Welat Huner bê ware
dîlan nê xemilandin bi Awaz
Sêwir û Sîtav û Lîlan û Viyan
dikolin dilê min
li ber şîrovin dagirkere dinalin
em lîstokin di destê wan de
ne hizr ne hiş ji me re dibe Heval
Evîna welatan nayê parastin bi Sondan
104
di çarçovê yekrêziya Dil û Hiş
em dikarin bibin guldank ji gulên xwe re
rê vekin ji Hunermend û ronakbîra heta bistirin û bêjin
binvîsin pirtokên Bedewbûnê
riya tîrêjê em bi wê xwe girêdidin
Ne bi perestiyê kesa
105
Vejîna Rez û Werz
Ji ber Jiyan bûye tenê dîmenek ji Hêsr û xweziyan
pêwîst ji me bû ku em bi kerwanê bê hijmar re biçin
xewnê xwe bidin riyan
cejnên xwe bikin qurban
ji avê şîrtetên melleyên xwe vexiwn
em û nezaniyê bûne bingeheke çewt
li ser riyê gul û kulîlka , bacê distînin
virnasa neqşê nezaniyê kirine Beyreq ji me re
.rêvebirên me jî şivanin ji avqas Kerî û Garan re
Di wêneyê te de lo felek , ew rengê melol dibînim
Kerî kerî diçin bê deng, stîxwar, bê ku şivan rêvebibê me
Hevdu digezin bi kûretiyê
destê xwe didin parazvanê koletiyî
Kurd û riya xwar û narvîna gemar
ketin di rojeva sedsalan
em banga ava kirina welatekî dikin
bo Jin û Mêr û nifşên winda
lê nizanim wê ew dever bibe cîgeha diz û kera
lê wê bimîne warê Egît û Mêra
106
Zemawenda Ronahî
Namînin dîmenên efsanî
di peyamên Deman
her diçin pêxwas
ser bilaşê riyan
dewestin mîna hêsirên me
ber qiraxê bîriyê
direvin ser tîrên awiran
mîna tirs ser eniyê leşgerekî bîzdonek
di nav şevên buharê tenê sîngên sipî û zîz û germ
naperêzin me ji metirsiyên ramanên reş
paşeroj xwdakî serwer û xewsere
gevên me di bin siha wî de
dişopînê tirsdaryê
ber bi mirinê bê deng diçin
dîmînin hêviyên tengezar
diçînin tovên qêrînan
ser dîwarên hawar
û çîroskên hêsran beranberî stêrkan
dibin ker û lal
Konên xwe vegirtin di zemînê hizran
107
ev Raman çi gewre ye
dema Azad dibe ji qirêjin virnasan
û dirajê gerdonên xeman bi destekî
welatê bê Şev û Roj
dijî bi gelê xwe ji derve xêzên demê
xwe dixemilînê bi pepokî
bi cilk û bergên xizaniyê
nezaniyê
û nifşên xwe dişo bi avên tilîliyê
û xawrin didê wan
bi sirûdên bijî Serokatiyê
û yek Xwda û yek Al
û yek nexweşî di seriyê
Zanyarên wê xwe dixemilînin bi hêrsên bîrnasan
dorî gengeşiyên winda
û hêviyên sîdar kirî
welatê rojê xwe tazî dikê ber darbestên Evîndaran
temaşe dikê bi Kel û Girî
kuştinê Perweran
çi êş ji nûve peykerên xwe di deverên biyan
bi cih dikê
Awirên narvînê disojê min
qeyrana Evînê dikê zengilê dêra li ber guhê min
108
di şopînê peyvên tev Bêrî
ew xema yekbar
di hinvê awaz de dişewitê
Leşgerên kundîtiyê rêxistin dikê
ew xema desthilatdar
Rojhilat şil dikê bi dilopên tengezar
firyad dikê bangewaziyên pepokan
di meyxanê Riyan
xew xwe berneda çavê yê hemo tişta dibînê
ezber dikê şîretên tarîbûnê
dihêrê Destara ramanê Dîl
di warên mirnê
şêwe dikê çavên Zanyar
gazindin salan
neqşên Gulên çilmisî di ber pencerên Hêvî
vejîn dikê zemawendê tîrêjê
di pêlên Ronahiyê
109
Efrîn
Te veşartî ye di hêrsa xwe de
Dîrokên gernasên tev bixîn
Evîndarên dilbirîn
xwînên li ser çavê te de
bûne findeke agirî
di tariya me ya bê dawî
bûka Rojava
dergûşa Arîn
tev pênos û çekên me li dor te Sinc û Sor in
.beranberî laşên winda matmayî ye Henas û Cerg
Mirovatî wateyê xwe digerê di serdemê me de
em jî bi xebatên zeytûnî fêrî têgehên bilindiyê dibin
ku bixînin dîwarê dijminan
Rojê ji devê gur derxînin
bo rizgar bibe di Ezmanê welatê me de
binyad bibe mîna çiyayên me
Hêrsdar bibe bi coşa ciwanên mîdî
di warê te yî xwzayî
rojbûn bû Maf û Azadî
di nav hembêzên Deşt û Girên te de kanyên lehengiyê difûrin
her Zeytûnek dibe qurşînek
110
her Darek dibe kelehek
vaye bawerî Cil û Bergên şer xwedikê
vaye cangoriyên kevnar
ji Gor û cihê xwe têne eniyê
wê kurd nebin tu carî miriyê kavilên bombe kirî
çiqas riya dor dortir be jî
eme bighînin seriyê
111
Hêrsa Zeytûnê
li zemîna Zeytûnê
cihê ku têde bilindî dibêje va ez im
li vir ji dayik bûm
min bilindî wek nav û nasname ji xwe re pejirand
ji bihnê barodên birçî
min Ronahiyek ji welatek binpêkirî re afirand
lewra Avrîn bû
ji berhemên mirovê hişmend bû
berî jîndarên Beyarên zûha bên
ev welat tenê şalol û qimriya heband
berî hovên kevn
rûyê dagirkeriyê weşan bikin
ser neqşên Rojhilata naverast
em hebûn, pirtokên yaseyan , şîretên xwdaya Jin ,
ji mere pîvan û regez bûn
Şaristanî nav nîşan bû
bîraweran afirêner bûn
bipirsên xwedî Xak , çendî cîgeh pîroze
bo wê xwîn dibin Kanî
berfên çiyayan sor dibin
112
libên Zeytonên nûgîhayî Mor dibin
zindî ne em ji dîrokê birînê re
kevnarin
bervajî domanên wêranbûnê pêşve dimeşin
çêdikin lehnegiyê di kargehê Berxwedaniyê
nifşên Evînadara ref du ref rêve dibin
bo Maf û Bêr û Bedewbûnê
ji mêjde em li vir in ..
xunavên li ser gul û çepelên Darên xwe ne
nûbedarên ser Xewn û dengê Bilbil û Çokên xwe ne
kelehên Berxwedaniyê tim û tim berzên ser laşê min de
bilindî wisa xwe bi nav dike
Hêrsa xwe bi lêv dike
wisa Dîrok bi wî xwe
bi wate dike
dorî derewên Padîşahên zordar
dizên Hêviyê
maskên rûreşiyê
yê dîrok ji xewa giran diparêze
ew tenê evîndarê xake
wisa şehîd dibêjin
dengê wanî dawî berî mirinê ,rastirîn gotin dipêjin
113
di warê bilindî yê ..
hêrsa Axê Azad nasekine
mîna xwînê birîndarekê dijwar
nasekine
terzê kînê xwe birêve dibe ser xaka Efrînê
cîgeha ku têde roj ranaze
Çiya şehnaze
tu kurdistanî , ji roj de xwedî barekî giranî
ew dadweriya qedexe kirî , di rojhilatekî ronedî
di her dem di rojeve dîrokê
tu mîna zinnarekî girs
Agirê hezar salan dîsa ji nû ve vêdixî
ku şermî bişewitînî
ku bê dengî ji welatên me derînî
Efrînê , di te de vejîn bû qêrînên birînê
di lehngiyê şervanan ava bû
kelehên Raperînê
wisa neviyên mîdiyan Di qêryan
ko tovê meznayê li her Gir û Deşt biçînin
ku bibin gor ji hovên osmaniya
nêçîrvanên Roviyan
lawên Mîtaniyan
114
spartin tirsên bê regez
di nav axa Zeytûnê
bo carek din
lehiya mirovatî bi dijwarî were
ev zemîna reş ji tariya tundrew bişo
pîvanên nû ji sirûşta jehir kirî re deynê
Kurdistan im ji Tirkên faşist re xewş goristanim
ji binkeftiyên sedsalên reş re lehî me
ji şagirtê xwe re Bax û Gulîstan im
ji pirsên felekên bê ziman re ,Xal û Nîşan im
hêrseke bê hempa me
bi destê şervanên Rojê de
mizgîniya Jiyanek niştiman im
deqeyên ji Agir derbas dibin bi giranî
ser çiyayê kurmênc de
zorenga man û nemanê ye
çiyayên kesk
ti car ji xwînên neyarên hêviyê têr nabin
de bidin wan ew xwîn
bo were qelaştin ser Axa zêrîn
di bajark ku tê de Darên wê şervanin
Newal û Çiyayên wî parizvanin
115
Senger û Çeperên wî şiyarin
her bostek ji Axa wî bi qîr û hawarin
çi şêrîne ew Dever û War
eger çiqas giran bibe ev Bar
tenê xwedî maf ,ew kesên perwer û kevnar
yên li ser zemînê xwe buharên azadî yê kedî dikin
baweriyê ji çûkaniya wî xwedî dikin
ne bumbebaran , ne kîmya baran
ne top û tang , ne gef ji lawên Toran
dikarin şêrin Çiyayan
lawên Stêran
tune bikin
di Efrînê
derfetek heye bo ku Jiyan
rengê xwe ya nû bênê
ronahiyek rasteqîn vejîn dibe
wê sihwana xwe ser gerdonê deynê
28,1,2018
116
Barîn Birîna giran
Destana me her bi xwîna
cangoriyên şêr û gernas
tê nivîsandin ji Dil
destana Efrîna zêrîn
hêrsa Hîm û Latê şil
Berxwedaniya Sirûştê tê vejîndan mil bi mil
ez li vir qet naçime dor
nobedarê Efrînê me
ez pelê Hejîr û Zeyton yê ti carî nê weşandin
her wisa anîn ziman
ew Keç û Kal û Ciwan
ew lehnegan derbekê gotin bi coşî
qîr kirin Bahoz û Tav
em evîndarê zevî ne , niştiman in ser bilindî
Azadî digel me mezin bû
ew dîroka bê regez , jê bibe Şervan bi lez
çêke ferhengek ji Agir
naveroka wî tenê
ew viyan û Berxwedan
warê- Barîn – û -Evista -, cîgeha Balindeyan
117
dojeha dagirkeran , têkçûna ew roviyan
ey şahîda şêre jin , laşê te laşê me ye
laşê ew Axa pîroz , cîgeha Cangoriyan
tu tîrî di çavê bêbextan, qîr û volakana me yî
nêritiya wan qirêjan kete bin lingê te Barîn
laşê te yê pê dilîstin gora Cehş û Çeteyan
laşê te digrî mirovahî ya hatî qir kirin
reş dikir helwesta cîhan ,serdema bêdengiyê
şermezar kir şermîyê rûreşîyê û dirûtî yê
tozê pêlava te Barîn
ji dêmê wan hêja tire
pêlava te ji Olê wanî tev qirêj pîroz tire
pêlava te ji hovê Tirka û Ala wan rometire
lê şehîda perwer û hêja tu qêrîna me yî
tu lehiya Azadî yê nav Xwîn û Hizr û Goman
navê te wê her bimîne nav dilan û ser ziman
tu her bimînî ber deman
ew Birîna pir giran
nav Hiş û Nîr û Giyan
118
NEWROZ
Di roja te de em hemî derketin
di nav Deşt û Çiyan, bi tev derketin
di giyanê Arî vejîn bû Evîn
belav bû hemo rengê Jîyana nû
di newrozê Kurdên Leheng û Dilêr
nema tirsa Tarî dikarê bi me
Viyana bi coşî tu car nakevê
bijî ew Welat û gelê Berxwedêr
bijî ew Şehêdên Buharên Bedew
Xwîna me li ser her Gir û ew Çiya , dibûn wek Çira
bûne ew tîrêj di rojên bikevz
buhara Azadîya dilzar û dîl
di nav dêmê Avdar , xeman şêwe bûn
di giyanê Kurdan ,ketin Hizr û Bîr
119
Find û Heyv
Di welatê kavil kirî de
Hêvî di çarçovê wê de li gorê xwe digere pêxwas
û gelê wî bi Stranan
û geh bi xweziyan
cil û bergê serkeftinan didrûn
û helbestvanê wê peyvan dicûn
bê ku dev bi weste
yan bipirse
çima em dibezin pey hevokan dema neçariyê û bê omîdiyê
? ma peyv çi ne
beranberî çewtiyên kiryarên Seqet
wisa jî em wek xewndarên belengaz
xwe ber Agirê helbest û stranan germ dikin
heta em binêrin wê Felek bêje çi
hespên giyanên me nawestin
natirsin
dikevin şopên riyan
ku bibin Çivîk û Baz
ava bikin sitûn û pencer û derî ji Ronahî re
120
ber derbasbûnê Deman
emin ew bîrnas, dinasin çendî Birîn kûre
Dem jî têrî Hêsr û giriyên me naken
tiştek jî têrî hêrsên me naken
ser dirêjî riyan em radikin kurdistan
carekê di kesayetên Şehîdan
em radikin wî bi Darbestan
û geh bi pergalê Helbestekê, an Romanekê
laşê wî rêdixînin ser Ropelan
dihejînin pê dil û hestê demsalan
Zivistanên dirêj pê jibîr dikin
Tariyê bêbext pê bin ax dikin
belê em xewindarin
dişewitin bê doman
difirin bê bask di nav Deşt û Gir û Zozan
li dardixînin Şîretên xwe ji demê re
ji nifşan re
di welatê me de sînor dinalin
Mayîn digrîn di bin Baran û Lehiyê de
Evîndar jî tî dibin
ji tîbûnê Avê çêdikin
ji rondikan Baranan diafriînin
di nav xewn û sêwir û nîgaşên gêj û mest de ,
121
em avjeniyê dikin
xwe dibin û tînin
bi gemîyê pirs û êşa de
tenê bi hêvî ne , di sîbera welatekî parçe kirî
ma Helbest dikarin beranberî balafiran rikberiyê bikin
gelo çi dikarin bikin beranberî bê dengiya Cîvaka tevlîhevî
stran û Helbest tenê, birînan tev didin
binkeftiyan dişûn
kovanan dikin şîv
hêsran mezin dikin
beranberî şewqên Find û Heyv
122
Sirûda Gulên biyan
Ez û tu
du pêlên di deryaya Felekê
diafirînin strana Azadiyê
ez û tu ew qirîna hêrsdar
ji devê dîrokê evîndaran de
perdê guhê Tariyê diqetîne
ropeleke ji Gula û dengê Çoka diafrîne
Kobanê û Ferat ez û tu ne
Meştenûr- û kaniya miçiqî singa min û te ye –
bi hev re serdemeke evînî dafirînin
ji Hêsr û Kenê Zarokên Sêwî
şêwe dikin bi hev re xewnên sermedî
em xwe dibînin welatekî nû
Xewn di sîbera wî de li hevhatiye
Maf di hembêza wî de parastî ye
evîna te pirtoka – Zerdeştê – nojen
gurmijên lêvê te ew roka di nav Çiyayan derketî
bi hev re dicivilîn mîna Gulên Çiyayan
Buharên bedew ser dilê hevdû Kedî dikin
123
welatekî Azad bi evîna xwe xwedî dikin
Barana vê welatî ji hêsrên min û te ne
Ezmana wî ji Dêmê min û te ne
Deşt û Zozanê wî ji bihnê gewdehê me ne
Yasaya wî ji sozên me ne
di te de Jiyan
bihna Azadiya bilind hest dikim
Şêrîne,,
Xemrevîne ,
Dilrevîne
Çiqas jê hez dikim
di te de nifşên gulên biyan diçînim
bo bibin ji me re Buxçe û Gulxan
bo kû bibe Evîn û viyan..
30-11-2017
124
Navê min
Navê min li ser lêvê te de
riyeke zirav û dore
tê de Azadî siwarên xwe bi rêve dibe
navê min li ser dilê te
Hespeke bi baske
mizgîniya serfiraziyê dişîne
ji axên binpêkirî re
navê min di hembêza navê te de
xwe dixemilîne bi avên wateyan
di hinavê bayê porê te de dibe Stêrkeke sibehî
li ser çiyayê singa te dibe Sîper
di hizrê te de dibe Padîşeh û Serwer
-li ser lêvê te dibe nasnama min -Rêber
û Payîz dibe mîna Buharekî bextewer
bi hestên xwe û bi pelên Zer
dibe Mij cîgeha Ronahî
dibe Beybûn yara wî
dibe Zivistaneke rêwî
125
Cîhaneke sipî
ji kenê Zarokên Birçî
ji hêviyên Tazî û Tî..
navê min mîna çirûskek şîn û bi girî
xwe tevlî Kenê te dike
ku nemîne bê xwedî
navê min eve
Aştiyeke hember Şer
xewneke aram
di cîhaneke bê ser û ber
126
Di dema min de twî
Di dema min de twî
di serdema min de Evîna te ye
Dîrok tenê vê rastiyê hez dikê
xwe pê dil geş dibîne
bo ku tiştekî ezber bike ji Evînê
dorî Ceng û teqîna Mayînê
serdema min gotinên te yên sipî ne
welatekî ji Perwîn û Çoka re diafirînê
di rojeva Helbestê de, tu yî
a pirsan dihejînî
bo ku şaxên xwe dirêj bikin di Ageh de
tenê awirên herdû çavên te
dikarin cihê stêrkan bigrin
zemînê ronî bikin
sînga te dikare germbûnê bide rojê
ku di cîhanê de
bi dil xweşî her roj derkve
di te de demsoza min
Sirûşt bîre jîndarên xwe dibe
di te de nivîsê min
sihwana xwe ser hestên niyaz digre
bo hêvî qet raneze nav Kavilên reşbîniyê
127
banga paşerojeke buharî dikim
heta Aşitî raze
di hembêza kevokên kedî
128
Bayê Helbest
Bayê Helbestê bi min girt
ku bi Evîna te rajim Zemîn û Ezman
ku derxîn im bi êşa xwe hemo Êşên evîndarên giran
ji doza Evîna min û te re
wateyekî nû daner bikim ji Xak û Niştiman
tenê Helbest bo te pirtokekî perwerde
şewatekî bi Çêj û Derde
hêrseke sore ser riwê gulên çiyayî
mîna Zarokekî ji malzarokê derdikeve Helbest
dema bihna te bi min digre
ji jiyanê re pênase dike nirxên di gerdonê heyî
Wêje qirîneke kevnare
ji dilopên hêsrên gir
xemgîniyê dirêsînê
kovanên dilan
hêviyên hizran dirêxînin
?ji ber çi
?! bo çi
di kargeha narvînê
stran û sirûdên me dilorînê
129
di dêmê te de
Ken û hêsrên xwe dibînim
bi maçên xwe dişûm
bi hêviyên xwe dixemilînim
dema Berf xwe tevlî Porê te dike
xweziyên min di te de bi cih dike
herdu memikên te yî gihayî
dîlanan bo lêvê min digerînin
tolên min ji xemgîniyê hiltînin
di te de meznayî Hestyare
Watedare
di te de ez welatekî kevnar im
Gellên wî bi Êş û Azar in
çiyayî wî hêrsdar in
kevokên wî tengezar in
di te de banga xwdakî nazik dikim
ku were fêrî gengaziya te bibe
dev ji serweriya xwe berde
bibe tenê ew Evîn
bibe ji min û te re
Xelat û Hêvîn
130
Li vir im
di damarên dilê te de dimeşim
di endamên gewdehê te de ez belav dibim
di sîngê te de diçim û têm
mîna xwînên Evîndar û Mest
bi dilgeşî dilivim di tixûbên canê te de
car ne dibim ew xalên xwînê yê
di lêvê te de sor dikin
di gewriyê te de
straneke dilsotî me
di Porê te de
bihna Buharekî rêwî me
di Hêsrên te de zivistanekî çiyayî me
ji kenê te
xwe fêrî hêviyê dikim
Bi gav û demê te re
binyad dibim
bi Tenahiya te re
tev derbas dibim
narvîna Evîna rojhilatî digel te dughêrim
131
demê xwe bi dorbûna te
di Destara dilê xwe dihêrim
xemgîniya xwe bi hatina te
di paş xwe dispêrim
132
Sînga te
Sînga te cihê Stêra ne
û hez dikim li bilindî wê
bifirim
tevneke ji hêsrên Sîper û Balindeya ne
û dinav de
dilop dilop rondikên xwe dibarîn im
di buxçeyên wê de
kevokên peyvên xwe ji Asîmanan re dişînim
bi tariyê re di axive heta nemîne bi tenê
Jiyana çirayên melol vejîn dike
nav dêmê min
sipîbûna memikên te
xemgîniya berfan dişo
bi kaniyên maçên min
ku ne mîne çiya
dilşikestî ber Seqeman
tenê germbûna laşê te
Roman dinvîsê di giyanê min de
neqşên biyaniyê li ser eniyê min radike
min têxe di singê xwe
133
bo tiştekî ji wateyên Hebûna xwe fêr bibim
rastiyek jî di gerdûnê de ne xwya ye
û xewnên min parçe kirî ne û bela ne
û mizgînî winda ne
tenê Evîn arame
di gavên ku ez di meyxana hembêza te bim
ji Mirinê natirsim
bê deng dimînim
û qet tiştekî napirsim
134
min di te de xweşiya Hêvî nas kir
dema ku stonên ronahiyê saz kir
ser pirê hêsrên min de
Dema ez kor mijol dibim
bi tariyê dorbûna te
min pirsî qêrînên xwe
çima ti pêş xewnên min bê deng dimînî
Çima ti ber awirên xema melolî
Di Şevan de
awirên te rastî ya xewnên min şîrove kirin
di nav de Çivîkên bi çûk firandin
bi derbekê sihwana Şevê hejand
min ji Êşa efsanî revand
Dinalin ropelê min di bin pênosê
bi axdarî diçirvirin
wisa ez diçim di newalên ji bîr kirinê
tola xwe ji bêdengiya zordar hilînim
dema ez bi Hêrsa hêsrên xwe
Sêwirê te ava dikim
Xwe radestî sînga te dikim
dorî gengeşiyên penaberî yê
Raman dibim bi te
135
li xwe digerim û rastî xwe têm
!demekê li xwe dipirsim: tu li ku mayî
Çendî bi windabûna te xemgînim
bersiv dide ..bi riya hêsreke Niyaz
cihê xwe fereh dike
ser riwê min
bersiv winda ne di devê pirsan de
eger min xwe dît carekê di te de
xwe radestî min bike
ji ber ku ewa ez im û yê beranberî te niha
Domana peyvekî parçe kirî ye
136
tu viyana Hêviyên min
tu giyana Xewna min
tu Lehiya hestê min tu Mizgînî jiyana min
tu Ronahiya şevanî,lê zemîna peyvê min
min bi te dît Şahiya dor
yê diçû dorî ji min
her ez û tu ne bi hev re
ta dawiya hêsrê min
her emê jîna xwe bijîn bo ava be ew Evîn
bo bibe taca giyanên
dil bi xwîn û bê buhar
ey- Ferata – Nazik û Gewre û Şêrîn deng bike
Peyv û Awaz her melolin
Çokû Bilbil, dor diçin
giyanê dilzar û axdar
her dinale ber Payîz
ev viyanê ,dil niyaz
ew Birînên nerm û zîz
derdixê êşên sedî salên buhirtî
yara min
ava- Dicle – hidirê min
Zap- û – Xabur – têne min –
137
bê te ev Dil tim dinale
bê te Şahî naye min
tu dibistana Evînê
lê Jiyan û Xewna min
Baranî tu
germa Hevîn
hest û bîranîna min
hevjîna giyanê min
tu tenê Şagirta min
ku ne we xemgînî dîsa
ku ne be mîvanê min
ez te têxim nav kenê xwe
bo mirin bin ax bibe
ez te têxim nav dilê xwe
bo Axîn bimrê di min
her tu yî Helbest û Awaz
Kobanî û kaniya wê
Kolan û Tax û Zozan û ew Gir û Newroza wê
Eywan û taca mîdî û Desthilat û Burca min
138
Awaza xewneke buharî
Ser awaza dengê te
xewnên buharî dimeşin
navbera min û te de
di hinavê Helbestê de
birînên ji bîr bûyî dişewitin
tenê du lêvên te yên hingivî
gunehên Felekan dişon
ser eniyên du lêvên min de
bo Evîn were ava kirin
ser dêma Hîvaronê de
Bo rojên xemgînî werin sîdar kirin
beranberî maçeke agirî
Evîna min e Bilind û Bedew
di çarçova Felekeke tindrew
eme rastiyê bikin gerdenî di istiyê Hêvî
di cîhaneke tev Ceng û Êş û Derew
tenê di dil pakiya kenê te de
ez ava bkim hêlîna Çok û Bilbil û Kew
çavkaniya buharên Kurdistanî tuwî
mîra Xezalên kevnar
139
nobedara Dara Xweziyê di girê – Meştenûrê- de
rizgar bike hêsrên min e dîlgirtî
di çavê min de
bo ku xemgînî ji min barke
bo ku Baran Zemîna zuha şil bike
li te digerim di xwe de
Ramaneke bê sînor
Evîneke kor û kûr
lehiyeke ji hestên pepokên nêzik û dor
.hemo alî tev derbas dibin bi hev
pêş min û te
were bo min bibe ew Sibeh û Êvar
were bo min bibe Volkaneke dijwar
ez na westim ji Evînê
natirsim ji teqîna Mayînê
were bo min finda héviyê vêxe
were ku em ava bikin kelehên dildariyê
– rawestînin giriya- Şêrîn – û- zînê
eze ji lêvên te vexwim ji kaniyên Axînê
bo maçên me belav bibin mîna stêrkan
di şevên Buhar û Havînê
veke ew riya girtî
140
bo Ronahî
cihê xwe bi aramê bigre
ser riwê Av û Zemînê
141
Kurdistan
Evîna te cîgeha ku Aşitî
tovên xwe diçîne ser zemîna Azadîxwazan
diyar dibe di gava ku ez dikevim
di hinavê Erwr û Roj û Tavê
ew xewa Şêrîn e di hembêza Kevok
û Bilbil û Bayê
baskên xwe dirêxînim li her çar aliyên winda
xwe dinxûmînim bi şalê Avê
di sirê ku qurşîn bi Xwîn û Hestî re dibe yek
tenê di çiyayên te de
bombebaranê Felekê radiweste
ji Evîn û Helbest re dibim Xwebexş
dibim rêwiya vê Gerdona Nexweş
dirjim ser Sîng û berê te wek Stêrkeke Serxweş
di bêdengî te de
dirêxînim baskê dilê xwe
mîna pelên Darên Tazî
dibim ji kenê te re
Keskesoreke rizî
ser Hêviyên ku têr bûyî
ji xwziyên beravêtî
xatirxazî ber deriyên min xwe daliqand
bîr şîretên xwe ji bêrîkirnê re raghand
sêwîne xewnên min
142
dorî te
bi hêsran xwe dixemilînim
bi evîna te
wek dema baran Zeviya şil dike
bi te raman dibim
dirêxînim giyanê xwe
li ser riyan
dikevim deşt û geliyên te
.yên Azadî afirandin
bo tu bibe ji me re Gulistan
û cih nemîne ji Cengan
lewre tu bûyî Asîman
û navê te bû Kurdistan
143
? Ma peyv nawestin
dema dirajin hestên me
digrîn ser xêzên ropelan
ma Heyv naweste dema dimîne daliqandî
di ezmanê welatê min de
welatek ku têde Evîn tê sîdar kirin
mîna pakrewanekî sîdar kirî
Hêvî tê wêran kirin
mîna- Efrîna – kavil kirî
ma Jiyan pira êşan ne
yê em ser de bi temenên xwe ya kurt de dimeşin
ser pîzotên keleman
pirsên min matmayî ne ber bêdengî te
Jiyana mine dîlgirtî
di te de hezar xewn dibînim
hewldidin xwe ji Mirinê rizgar bikin
di dêmê te ya tîrêj kirî de
kenê xwe ya jibîr bûyî dibînim
kenên yê dijî xemgîniya sersar
şoreşa ava dikin
binefşan kedî dikin
ber pencerên şikestî
ser dilê te
144
dilê min dinale
ji roja ku Axîn hat Cîhanê
di hinavê Awaz de
hemo peyvê min digrîn
xwe radestî gengziya
dengê te dikin
bardikin cem te
Buhar rengê xwe vedughêzê hembêzê te de
ku xwe ji xatirxwazî dor bixê
çi xweşe Dawî wekî destpêkê be
dema tu beranberî min bisekinî
wekî tablûyên Sirûştan
wê gavê , Mirin dimre
tenê Evîn saatê disekinînê
Dem jî dibe Evîndar
dagirdike Cîgeh û War
germ dike Êvar
şad dike dilê Berbanga sar ..
dixwazim fêrî evînê bibim
ji derveyî yasayên Mirinê
û pîlanên jibîr kirinê digel te
ber guhê te stran bikim peyvên xwe
ku rabe ew Bask û Sînor
navbera Sibeh û Êvar
Baran û Erdên beyar
145
dengê te tê ji çiqlên darên şîn
ji livandinê Kanî di nav taristanên girs
dengê te rêdixînê şînkayî
şêwe dike cergbûnê ser zemîna bîzdonek
di welatên ku dixuin û vedixwin Girî û Mirin û Tirs
pisporên bi dûrxistinê Evîndaran ji hev
û spartina Cangoriyan
bin axê siloganên yên zuha kirine dev
dicivin wek keriyê pez li dor tabûtan
ew çêkerê xemgînî
danerên Êş û Kovanan
di zîndanê de ez û tu ne , pencerê xwe hewl didin vekin
bo ku em ji wê de tîrêjê rojê bînin cem xwe
kenê te wê bi serkevê . ew tenê wêrekiye
ew tenê Hêvî ye …
ji bilî wê her tişt Toz û Teniye.
146
15Nîsanê
Hêrsa min jî
ji te hez dike
li germbûna sînga te digere
bo bibe Awaz
li nermbûne dengê te digere
bo ku di hembêza wê de bibe hêrseke niyaz
hêrsa min jî xemgîn dibe
beranberî sarbûna gavên ku ez bi te re
di cîhaneke ku agahiyên Cengan
belav dike
lê rengên xewnên mine ne hatî
min têxe di nav Eywana kenê te ya jêhatî
Ronahî gote min
Tîrêj tenê xwe di hembêza te de bi cih dikê
ji derveyî te hemo riyên me diçin berve Mirinê
xwda jî ji ber tenhiya xwe ya dem dirêj
cilê xwe diqetînê
kursiya xwe jî dişkînê
zîndî ne hestên min beranberî siha te
dem soza min
werin Çokno
Bilbilno
li ber hêrsên min rawestin
bo binasin çendî Birîn
147
daxwazê dengên we dike
yara min îro
bi bihayî çi nirxiye
di Ezman û Zemînê
yara min ew Xwdaya yekeme
ji berî nivîsandina pirtokên Ezmanî
pêxemberan û xwdayê nêr
ew tev Bêr û Xêre
beranberî wê Zêr ne Zêr e
ew cîgeha Nesrîn û Beybûnê
bi rojbûna wê di 15 nîsanê de
dil geş dibûn hêviyên Xemsar
di hinavê dînbûnê
li her çar aliyên Gerdonê
148
Dêma Evîneke sirûştî
Bê wate ye Cîhan ku tiştekî ji evîna me fêr ne be
dorî têgehên Hovan
bê wijdane ev Soz ,dema şerm neke
ji rêbazên gengaziyê û regezên Dildaran
ez im ew Kavil yê bernaberî Eywanên zêrîn
stranê Bedewbûnê dibêje
were bo ku em ji lawazbûna xwe
rizgar bibin
bi maçekê ezber dikê dîrokê birînan
ji berî Zayinê û piştî wê
bi maçên xwe Jiyan bikin
bi dilê xwe avahiyên Sêwir û nîgaşan Saz bikin
neqşên xwe şêwe bikin
rengên xwe bidin Gulan
dilên xwe têxin hembêzê Dar û guldankên Buharan
bihêlên Evîn narvînê vê carê bixapîne
bihêlên Ronahî xwe ji lepê Tariyê derxîne
bê warin hestên min
dema ji dor ve , bendewarê te dimînin
dema hêsr ji çavên yên ku jê derketî digere
ew tenê li te digere
weke min
birîndarin hemo Peyv , ji dema Êşa destpêkê
lê tenê li pencemora çavê te digerin
149
ku bibin Helbest
ji gewriyê Bilûrê derdikevim
wekî Awazekî sêwî
bo ji te re bêjin
çi bi serê peyvê min tê
dema tu jê dor dikevî
ser şanoya Evînê
ez bang didim
beranberî navê te
Mirin digrî
xwe bi werîsê hêsrên min
qirka xwe girêdide
û hewl dide xwe sîdar bike
lê Mirin nikarê xwe bimrînê
nikare, ber dilê min û te
piştê xwe xûz bike
ez e bo te xwe bidim Kevokan
bo min bixemilînin bi dengê xwe
berî çavê te bi min keve
lêvên te stonên maçan
ser lêvên min biçîne
ez e lehiyê hêsrê xwe hilînim
heta te bibînim
û bendavan biafirînim
bo tu bi giriyê min
dilşad bibî
150
ji aliyên dor
dengê te tê
di şevan de siha te
nêzikê laşê min dibe
giriyê te
nav damarê dilê min derbas dibe
Birînên te
nav dengê min e yê tev derbasbûyê bi dengê te
zêde Êş dibe
were min bispêre axê xweziyên te
bû bibim taristaneke ji Agir
bo bibim tembûr
ber guhên peykeran
derxînim hestên Çok û Qumriya ji kenê xwe
te bi hêlîna Çivîkan dorpêç bikim
tenê dilê min ji te re finde
berê xwe bide Stêrkan
wê tu rastî Kenê min bibî
wê tu rastî hêrsrên mine daliqandî bibî
ku bûne Stêrk di Ezmanê gundê te
sor xwîna min
peyv jî cilê xwe qetandin ber bîr
Xewn ji henasên min jî
Kew û Kevokan dikin ji te re
Name û Ropel
tenê di te de
151
Welatim
ji her tiştî
wêne me
152
Bêrî kirin nanê evîna me ye
yê ku em parve dikin bi demên xwe re
pê Feleka zordar kedî dikin
û stêrkên yên derbas dibin
di nav maçên lêvan
xwedî dikin
li ber deriyê bîr de
Evîn xwe tazî dikê ji xemgînî
sipî bûne laşê te li xwe dikê
û ji awirên te ya şermûk
fêrî niyaziyê dibê
sînga te ,rojbûna rengî sipî ye
di berfan de
peyvê min şevdaniyê dikin
di nav giyanê te de
bihêle bibin yek bi maçên min e hingivî
.ser zemînê gewdehê
Gewdeha te germ dike
. bayê ku ji bakûr tê
Berî cihê xwe bigre di henasên min de
ew serwera Ewrê sipiye
di welatê Tenî û Tozê de
serkêşê xewnên mine winda ne
153
li aliyên bazdayî ji xwe.
çavê min pencera te ye .
di çarçovê wê de
Awazên bê deng. diaxivin bi hêsrê te re
bê te xewnên min
ti hêviyê nakin ji dadmendiya Xwedê
tenê Evîna te min didize
ji Demê û Felekê û Çerxê
xemgîniya min dibrêje
kesera min duxê
bi me re ye Evîn
jiyaneke ji Kevok û Bilbil û Kanî
û rêbereke diafirînê germî
di hinavê Seqem û Tayê.
154
Tênûsên Rêwî
Di çavê te de
Aşîtiyeke şiyar dibînim
kaniyek Evîn di nav de diherikê
Awazek ji Dar û gîha tê de dixemile bi rengê Kenê min.
ew awirên bê Dawî
derbas dibin di hindirê bayê gewrî
dişkînî ev peyvê tî
di hinavê tênosên rêwî
ew bejna te ye yarê
dixapînê Feleka rizî
dirêxînê Ewran ser henasê Sirûştê.
lehî me ez ser neqşê gewdeha te de
di serdema koç kirinê
di ber te de
li dor te de
ez dengekî ne nasim
ji nav dîwar û qeyserî û kolanan der têm
mîna awazekî li zimînê xwe digerê
Ji dengê te gemiyê hestên agirî çêdikim
li deştên xewnên me de
hespên mereqan dişopînim
dema difirin nav Gir û newalan
Evîna te agireke bê domane di peyvên min de
dixînê Narvînê
155
dişewtînê Axînê
Di hindirê awazekê de dihelim
ber hestê te têm bişaftin
belav dibim li her çar aliyan
diweşim ser Dar û Zeviyan
Ku bigêhim bilindî hêsreke te
di nav Memik û kenarê noq
dirêxînim henasê xwe
dibînim xwe li Sîngê te
diforim mîna Agirpêj
di havînê
dinalim ber du lêvên te
mîna nêrgiz û Beybûnê
disotînim xemên bêbext
di Hayînê
digel te çêdikim Şahî
bo parke Ceng ji Gerdûnê
156
Hêsrên te
Hêsrên te ew dengê dil
ber salên derbas bû yî
Ew tîpên dil mest û Gêj
nav peyvên helbestên dîn
her berde ew hêsrên dîl
derxe ji Hest û Çavê şil
birjîne ew ava ku ji her Êş û Azar çêbû
bigrîne tembûra tî
ew Pênos û pelgê min
Azadî tu ji her tiştî
Ji her Bask û bendên birçî
Ber baranê dimeşim
Hêsrê te di nav çavê min
hêdî hêdî dimeşe
Xemgîne ew dar û war
ber hestê min ew baran
Ji agir pêktê
ji ew doman
ew hêsra ji çavê Ezman
dertê ji ku
Ji ber çi ew ez kirme Nav
Cengê hiş hember Giyan
157
Dil her tiye
Bê te sibeh hîn tariye
bê te Kenê min bo çi ye
gerdona Helbest û Huner
dîdara te ew Şahiye
sînga te ew Ewra sipî
ew hişbire geh rastiye
ser Memikê te raman dibim
geh mest dibim dil her tiye
Ferhenga jiyana bi çêj
ew gewdeha dildarîye
zîndî dibe xewna Bedew
bo min vîn û Azadiye
her ku diçin Sal û deman
Ber min dêmê te Roniye
ez bê te qey helbet nînim
bê te Evîn tev şêniye
158
Vîyana bê dawî
Evîndarî di warê Zîn û Şêrînê
çiqas zore
dirêxînim dilê Peyvan
li ser pêlên demên bê hiş
li ser bayê henasên tî
dixwînim te
di hêrsa ba û bahozê
dilorîn im Sirûdên xav
li ber Lîlan û nîgaşan
dimînim carekê bê Deng
di sînga te Xemên yekbar disotînim
heta berbang bike Fîxan
bixapînê Henasê min
bi ronahiya dêmê te
di nav Hêsran
xwe dispêrim ji êşa te
dinalim mîna payizê di çavên te
nexweşim mîna Gerdona dîn û serxweş
dinalim mîna Aşîtî , di nav cengan
dişopînim kevoka nav pelên Daran
qêrînê axînan digrîn ji bo ne min
zimînê xwe disekinê ber xwîn û damarê peyvê min
were ji dor ve , ji nêzik ve
heta tiştek ji hestê xwe bijîm carek
temen kurte
jiyan xewne
Birîn germe
159
were em bişkînên ew bask
sînor û neqş û ev reftar
bi hev re jê bibin dilber
digel hev azadiya xwe bikin zengil di vî warî
bibin rojbûneke Rastî ji dildarî
bibin ew Xewn û ew rastî
bijîn carek bi dilşadî
welatî tu ji Hêviyê, Jiyanî tu ji tev xewn û xweziyên min
bilûrî tu di nav giyan û hêsrê min
birînê tu di neqşê Rojhilata dîl
mirin ber vîna te yarê
Jiyanek nû ye , pîroze
di bajerên biyan û dor
dibînim xwe mîna darên li ber bayan
dihejînim peyalê mey bi gavê xwe li ser riyan
bi xemgîniya xwe dijîm
li ser pir
ser çemê bêbext
dişopînim sîtava te
bi min tê xemginî bo te
ji ber dorbûne te zore
tenê viyana bê dawî
digel hêvî û dilsozî
dikarê şahiyê çêke
di Jiyanê bibe bo me
Evîn û Hêz û Ronahî
160
Paş qurzîka cejnê
Cejn hêsran çira dikê ber pencerên Hêvîdar
di warê dor û biyan de
dibe Awaza agirekî di hinavê Tembûr de
digrînê bi hatinê xwe xweziyên gêj
di navbera Sibeh û Êvar
hevokê lal qêrîn dikin
gulên zuha radikin Seran
di gulxanên sorgûn kirî.
di hizrê min de xwe rêdixînin ser Ropelan
tenê..ew wêne hene
di giyanê min de
Cejin jî ew birîna eşkere ye ser eniyê Dembûriyê
her roj parçak ji me diweşe
mîna pelên darên payizê
min çiqas bîre seknandina li ber Dara Mişmişê ya gulgulî kirî
di buharê de
vedeng dibêje û ejî
min bîre ewrê sipî kirî dema rokê vedişêre di havînê de
Vedeng hejî
min bîre Danî kirî dema rêdixînin ser Banî
bo zuha bin
tiştê buhirtî ranabin
tenê Kenê te
kêlîkek bihnvedan didê min
min dirêxînê kulavek ber gulên Nêrgiz û Beybûnan
ber dîwarên kevin û kavilên tev bi xwîn de
161
Baranê vedişêrim di hindirê xwe de
Ezmanê dorpêç dikim bi awirên çavê xwe
ber sêwirê te .
berve teva Şahî kenê min tîne
berve hêsrê te ve ,,, dilê min dixuşe
berve dengê dilê te . bihnê min tê
tenê xwe radestî sîngê bayê bike
wê tu min bibînî
162
Rêber Hebûn
(Rêber Hebûn (Rêber Adil Ehmed
nivîskarekî kurdistaniye
Rojbûn: Munbic 2,11,1987
:Pirtokên wiye weşan bûyî bi zimanê Erebî
(Qêrînên Roniyê , Helbest)
(Lîlan û nerîn , Xwendin û wêje)
Wateyên di paş nivîsê di cîhanên nivîskarê sûrî )
(Mehmûd El-Weheb, Rexne
(Zanyaran , Diyalog)
(Ramanên Qirecir, Guftûgo)
:hin berhemên wî bi zimanê Erebî hene ,ne çap kirî hene
(Sirûdên Kurdistanî ,pirtokeke Hevbeş digel pinar kobanê)
(Evîn hebûne û Hebûn Zanebûne, Raman)
(dixebitî ser weşandina Rojnama (Evîn hebûne û Hebûn zanîne ya Elkitronî
Serokê malxane ya- Komcivîna Zanyarên Azad- ya Elkitronî
https://reberhebun.wordpress.com/
cem wî bi sedan gotar û xwendinên ramanî û wêje yî hene
Email :reber.hebun@gmail.com
https://reberhebun.blogspot.com/