Rêzimanê kurdî, Şerîf Ibrahîm Rêziman

ji bo daxistina pirtûkê
https://www.4shared.com/web/preview/pdf/aFX1p6xeiq?
an:
https://en.calameo.com/read/0052702986919af0a52a1
ji bo xwendinê online

Şerîf Ibrahîm

Rêzimanê kurdî

Rêziman

Rêzimanê kurdî

-Daner :Şerîf Ibrahîm

– Cureya berhemê : Rêziman

– Hijmara rêzê : 87

– Çapa yekem: Mijdar– 2020

– çêkirina bergê : Rêber Hebûn

Malxaneya Kombûna Zanyarên Azad

-WHATS APP : 004915750867809

-EMAIL: reber.hebun@gmail.com

reber1987@hotmail.com

Hemî mafê çapkirinê ji daner re parastiye

Rêzimanê kurdî

Şerîf Ibrahîm

1

Alfabeya kurdî

……………………………………………………………………………………………………………………………………………………………………………………………………………………..

Alfabeya kurdî : 31 Tîp in .

Tîpên Kurdî :


Aa

Bb

Cc

Çç

Dd

Ee

Êê

Ff

Gg

Hh

Ii

Îî

Jj

Kk

Ll

Mm

Nn

Oo

Pp

Qq

Rr

Ss

Şş

Tt

Uu

Ûû
Vv
Ww

Xx

Yy
Zz


MÎNAK : Li ser tîpan :

A : Av – Dar- Çiya
B : Baran – Îbrû – Zab
C : Can – Cîgerxwîn
Ç : Çar – Çav
D : Dar – Dev
E : Ewr – Ezmûn
Ê : Êvar – Kêr
F : Ferheng – Fîl
G : Gul – Guh
H : Heyv – Hindarî
I : Tivir – bizin
Î : Îsot – Şîr
J : Jin – Jiyan
K : kar – Ker
L : Leheng – lewaz
M : Mamoste – Malbat
N : Nehing – Niştîman
O : Por – Poz
P : palik – Palî
Q : Qelen – Qirik
R : Rênas – Rêzan
S : Serwan – Serdar
Ş : Şagirt – Şervan
T : Taybet – Tarî
U : Gul – Gur
Û : Kûr – Dûr
V : Evîn – Veger
W : were – Welat 2
X : Xelat – Xemgîn
Y : Yar – Neyar
Z : Zave – Zîrek
  1. Tîpên dengdêr
☆ (( 8 )) Tîpên dengdêr hene .
● Aa– Ee – Êê – Ii – Îî – Oo – Uu – Ûû
☆ Tîpên dengdêr ên kurt (( 3 )) tîp in
● Ii – Ee – Uu
☆ Tîpên dengdêr ên dirêj(( 5 ))tîp in
● Aa – Êê – Îî – Oo – Ûû
  1. Tîpên dengdar

(( 23 )) tîp in:


B

C

Ç
D
F
GHJ
K

L
MN
P
Q
R

S

Ş

T
VW
X

Y

Z

Tîpên

dengdêr çend taybetmendiyên wan hene :

  1. Tîpên dengdêr di peyvekê da li pey hev nayên nivîsandin .

Mînak : ( Sêv – Hinar – Yek )

  1. An jî hindek caran di peyvekê de li pey hev tên, lê ew peyv di bingeha xwe da ne yek peyve ..

Mînak :

– Serê min diêşe – Ew gelek diaxive

  1. Di peyvên zimanê Kurdî da divê herî kêm tîpeke dengdêr hebe …

Mînak : Dil – bir – Ez

Mînakli ser tîpên dengdêr

Ee : Dem – Ewr

Ii : Tivir – Bizin

Îî : Îsot – Hîndarî

O : Por – Roj

U : Gul – Gur

Û : Kûr – dûr

3

Pevdeng

Pevdeng ji tîpa X û W çêdibe, dema ev herdu tîp tên gel hev dengekî derdixin Xw ji wan re tê gotin pevdeng , li pişt pevdeng ev tîp tên .

(a . E . Ê . Î ).

Mînak : Xwaringeh , Xwe , Xwê , Xwandingeh , Xweda , xwîn .

Tîpên cêwî

Tîpên cêwî di zimanê Kurdî de dudengan derdixingorî hereman a .

Wateyên tîpên cêwî :

KKer 🦄Ker 👂
ÇÇar 4Çav👁
TTa 🌡Ta
PPalPal

Kîte

Kîte di zimanê Kurdî de dibe ku ji yek deng heya pênc dengan be , û yek kîte dikare navekî peyvekê , daçekekê, qertafekê pêg bîne .

Mînak:

Yek deng : A , e , ê , i, î

Du deng : ji , bi , di

Sê deng : Dar, Mat , Ast

Çar deng : merd, gewr, tirs , pirs

Pênc deng stand, Şkeft , Stran, şkest .

Dibe ku di peyvekê de gelek kîte be .

Mînak : Da/ris/tan , Di bis tan

4

Tîpên alîkar

  • Di zimanê Kurdî de sê tîpên alîkar hene . ( H – W – Y )
  • Nîvdengdêr bi navê tîpên alîkar têne naskirin kirin .
    • Ji bo Şirovekirina van tîpan .
  1. Mînak : Liser . H : Avahî – Ronahî
  • Dema ku du tîpên dengdêr li pey hev tên em tîpeke alîkar dixin navbera wan ji bo sivikkirina bilêvkirinê.

Teybinî : Tîpa W kêm peyvan re tê bikaranîn .

  1. Mînak: Liser. W Rûwê min , Xwasûwa min.
  2. Minak : Liser. Y ♻ Xwezayî – keskayî
  • Tîpa dengdêr ya berî tîpa Y wek

xwe dimîne , tenê tîpa Îî tê guhartin.

4 Mînak : Rîya min ♻ Riya min.

Lerzok & Bişid

Tîpa R di hin peyvan de lerzoke û tîpa L di hin peyvan de bişide .

Mînak :

Rpirrpir
Rgurrgur
RşerrŞer
L gellekgelek
L Gêrîllagêrîla

5

Qertaf

Qertafên nebinavkirinê:

Pênase:

Dema ku navdêr bi tena serê xwe bin ,

binavkirî ne, lê bizanin alîkariya Qertafên ek / Û / In dibin nebinavkirî .

ek : Yekjimare .

In : Pirjimare.

Mînak:

Hevalek / Xortek / gelek / Pênûsek

Hevalin / Xortin / gulin / Pênûsin.

Têbînî :

Qertafa ek ji cinavka yek a nebinavkirî hatiye .

Qertafa in cinavika hina nebinavkirî hatiye .

Mînak:

ek Yek heval = hevalek

Yek dar = darek

In Hin heval = hevalin

Hin dar = darin

Qertafên Bangkirinê

Ji bo gazî û bangkirina kesan , em qertafên bangkirinê bi kar tînin û bi dawiya peyvan ve dikin

Qertafên Bangkirinê :

  • O : Ji bo yekjimar û nêr

Mînak : Hevalo , Kuro , Delalo , Belengazo

6

  • Ê : Ji bo yekjimar û mê

Mînak : Hevalê , keçê , delalê , belengazê

  • Ino : Ji bo pirjimar

Mînak : Hevalino , keçino , xortino , delalino

PeyvêHemWate

Pênas : Wateya ku bi gellek Peyvan tê destnîşankirin jê re Hem Wate tê gotin .

Pirbûna peyvên Hem Wate ji bo kurdî dewlemendî ye .

Mînak : Heftreng, keskesor , bûka baranê , kevana dawûd.

Soberî, ajnî , melevanî

Peyv , beje , gotin

Bişirîn, mizcîn , beşişîn , girnijîn

Bedew, çeleng , xweşik, şepal, spehî

Sînor , tixûb , taxim , bend

Pirsgirêk , arîşe , krîz , bela , kelemşe

Hem wate, hev wate

Yar , berdil , dilber, dilistan.

Xoşewîst, delalî

7

şeraştî
çûnhatin
jiyanmirin
paşpêş
jorjêr
kirînfirotan
serbin
bilindnizim
kindirêj
……………………….……………………….

Peyvên (Dijwate)

Pênase : Peyvên ku wateya wan li dijî hev in jê re Dijwate tê gotin.

Mînak

8

Peyvên Hevreng

Pênase: Peyvên ku nivîsandina wan yek e deng û wateyên wan ne yek in jê re – Hevreng tê gotin.

Mînak :

Ker / ker ( kesê ku nabihîze)

Gur / gur( ajelê ku em nas dikin )

Kar / kar ( ajela ku em nas dikin )

Çil / çil ( 40 )

Kêm / kêm ( di wateya zêde )

Kanî / kanî ( çaviya avê )

Peyvên Hevdengûreng

Pênase: Peyvên wek ku hev tên nivîsandin û xwandin wateyên wan cuda ne jê re Hevdengûreng tê gotin .

Mînak :

Hûr ( Pirbiçûk ) hûr ( beşek ji laşê Mirovane )

Rovî ( ajel ) rovî ( beşek ji laşê Mirovane )

9

Şîn ( renê hêşîn ) şîn ( xemgîn )

Ron ( dijwateya tarî ) ron ( dijwateya tîr )

Tîr ( rim) tîr ( şileya ne zelal )

Çek ( Cil / Kinc ) Çek ( Sileh )

xal ( niqte ) Xal ( Birayê Dayîkê, Şanik)

Nav ( Nasname ) nav ( newq )

Têbinî :

Peyvên Hevreng û yên Hevdengûreng

bi rêya Veqetandekan û li gorî cihên wan di hevokê de ji hev cuda dibin.

Mînak :

  1. Navê min   nava min
  2. Xalê min    xala rûyê min
  3. Karê me    Kara me
  4. Tîrê kevanê    Şorbeya tîr
  5. Gurê har    ar gur
  6. Mirovekî çil    çil hezar

10

HelbestaLeyla

Tu bedewî Tu nazikî

Leyla Leyla

Keça Kurdan çiqas rindî

Leyla Leyla

Leyla Leyla Leyla

Leyla Leyla bihare

Delê min zarezare

Leyla Leyla Êvara

Hêviya te me de were

Leyla Leyla bihare

Dilê min zarezare

Tu kulîlka çiyayê Kurdan

Leyla Leyla

Tu dermanê dilê Xortan

Leyla Leyla

Leyla Leyla Leyla

Leyla Leyla bihare

Dilê min zarezare

Leyla Leyla Êvara

Hêviya te me de were

Leyla Leyla bihare

11

Dilê min zarezare

Hunermend : Aram Tîgran

TEWANG

Pênase: Peyva Tewangê Mirov dikare bibêje ku wateya xwarkirinê lê tenê li ser Tewanga navxweyî tê pejirandin, dema kû dengên / a û e / dibin /ê / Tewang di rastiya xwe de .

Qertafên Tewangê :

Ê: Peyvên mê yên yekjimar diyar dike .

Î : Peyvên nêr ên yekjimar diyar dike

An : Peyvên pirjimar diyar dikin .

12

Awayên Tewandinê :

1 : Tewanga qertafî;

Peyv qertafên Tewangê digirin û bi vî awayî ditewin.

Mînak:

  1. Hêsrînê av vexwar .
  2. Diyarî nan kirî .
  3. Jinan şoreş geş kir .

2 : Tewanga navxweyî ;

Heger di navdêrên nêr de dengên ( a û e ) hebin , kîteya dawî ya wan navdêran bi (ê) ditewe yan jî ( a û e ) dibin ( ê ) û bi vî awayî tewandina peyvê tê.

Mînak:

  1. Bozên agir dada .
  2. Cotkar gênim diçîne.
  3. Ez çûm ser xênî.

Têbînî :

Tewanga navdêrên nêr ên ku di wan de dengên ( e û a ) yên, em dikarin ji wan her du awayên tewandina yekê bi kar bînin.

Mînak:

  1. Şivên nan xwar .
  2. Şivanî nan xwar .
  3. Şivan nên dixwe.
  4. Şivan nanî dixwe.

13

Erkên Tewangê

  1. Diyarkirina zayendê
    • Şîrînê gul çend.
    • Şîrînê darbirî.
    • Xanyî Lêke .
    • Hevalekî got .
    • Hevalekê got .
  2. Diyarkirina mêjerê.
    • Gulê bide min .
    • Gulan bide min .
    • Deriyê xêni veke.
    • Deriyên xaniyan vekin.
  1. Diyarkirina kirde û bireserê.
  2. Di dema borî de kirde ditewe

( diyar dibe ) û bireser welîd

xwe dimîne .

Mînak:

  1. Keçikê gul çend .
  2. Cotkêr genim çend .
  1. Di dema niha û bê de , bireser ditewe (diyar dibe) û kirde wekî xwe dimîne .

Mînak:

  1. Keçik gulê diçîne .
  2. Keçik dê gulan biçîne .
  3. Cotkar gênim diçîne.
  4. Cotkar dê gênim biçîne.

14

Peyvên Tewangbar

Ji cureyên peyvan , qertafên nebinavkirinê, navdêr û cînavk ditewin.

  1. Qertafên nebinavkirnê ek û in .

ek  ekî in  inan

ekê

Mînak: ek

  • Hevalekî ji min re got .
  • Dostekê Pênûs ji min xwast .

Mînak: in

  • Hevalinan îşev gellekî xebat kirin.
  • Carinan em diçin, carinan em tên .
  • Ew darinan ji min re bîne .

Karîgeriya peyvên Tewangbar

  1. Dem : Di dema borî de kirde ditewe û bireser wekî xwe dimîne lê di dema niha û dema bê de , bireser ditewe û kirde wekî xwe dimîne.

Mînak:

  1. Şîrînê Ard hêrand.
  2. Şîrîn Ardî dihêre.
  3. Şîrîn kê Ardî bihêre.
  1. Daçek: Peyvên Tewangbar piştîdaçkan ditewin .

Mînak:

  1. Di Çiyê de Hesp hindek mabûn.
  2. Em ji Peymangehê derketin .
  3. Ez bi diya xwe re çûm gulistanê.
  4. Gulên sor di nav gulistanê de derketine .
  5. Min Pênûsek li ser Masê dî .
  1. Veqetandek:
  1. Hingê ji bo parastina Sînorê Çiyê
  2. Mala leylê li Kobanê ye .
  3. Porê Cîhanê dirêje.
  4. Hêsirên çavan .
  5. Gava Rom bizane ku torinekî Hesenî.

15

  1. Birayekî Şivên hate vir .
  2. Xwişkeke Dîlanê bû bûk .
  3. Hevaline Ciwên ev Kara kirin .
  1. Giganekaû : Peyvên Tewangbar piştî

gihaneke û ditewin .

Mînak:

  1. Ez û şagirtan bi vî karî rabûn.
  2. Kal û Pîran , Jin û Zarikan hatine dawetê.
  3. Gulistan û Hêvî hevalê hevin.

16

Helbesta: Dayê tu megrî

1 –

Rom û Ecem tev Welat vegirtin
bindest dijîn em, ji ber ku Kurdin
çira û rewşen li me vemirtin
ger bêne kuştin, dayê tu megrî !


xwendin nehiştin li nav me kurdan
ne hiş, ne bîr man ji êş û derdan
ev bax û bostan, ji dest xwe berdan
ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

şêx û began tev em kirne kola
bê maf û bê cî berdane çola
dan ser milên me darên dehola
ger bêne kuştin, dayê tu megrî !


mizgîn! tu şabe va em dixwênin
azadîxwazên cîhan dibînin
Divê ku dijmin bi zor derênin
ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

2-
va em şiyarbûn, xwende û zana
me rê tev girtin ji ber nezana
zû, zû me naskir ev reng dizana
ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

dijmin du nifşin: hundur û derve
hinek di binve, hinek di serve
kurdên nezan jî tên me bi serde
ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

17


divê ji bo te em rast bibêjin
bindest û kola tim jîndirêjin
nabin xwedî maf, xwînê nerêjin
ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

em tev diçin tên, dolab û çerxin
mebîne ku em ciwan û ferxin
divê ku dijmin ji nav xwe derxin
ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

divêt bi leşker herin zinaran
konê xwe vegrin li pêş neyaran
êrîş bikin em bi gullebaran
ger bêne kuştin, dayê tu megrî !


3-

reşa xwe bavêj, dayna cilên xwe
kelaşînkofê bavêj milên xwe
xeman em derxin ji nav dilên xwe
ger bêne kuştin, dayê tu megrî !



sûndê dixun em bi pût û late
heta ku negrin zab û ferate
serbest nekarin em bêne ba te
ger bêne kuştin, dayê tu megrî !


rabe bi hev re em herne şaxan
derman bikin jin: lash û kelaxan
ronî bidin xweş rengê çiraxan

ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

milên xwe bidne milên me şêran
di şevreşan bin rengê sitêran

18

şêr tevde şêrin, çi jin çi mêran
ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

dayê em xortin xwîna me germ e
bindest bimênin ji bo me şerm e
ta kengî dijmin paşa li ser me ?
ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

4-
îdî me nabên ev reng û ev jîn
em tev shiyarbûn ferhad û şêrîn
em guh didêrin dengê cigerxwîn
ger bêne kuştin, dayê tu megrî

Helbest van : Cîgerxwîn

19

VEQETANDEK

Pênase: Yek ji cureyên peyvên watedar e; wek morfêmên serbixwe tên pejirandin. Bi rêya veqetandekê ( bi kêmanî ) du peyv dighêjin hev û têkiliya di navbera wan de diyar dike anku girêdaneke wateyî ji rêzbûna peyvan re çêdike. Bi gotineke din, veqetandek tiştekî ji çand tiştên din vediqetînin; zayend û mêjerê jî diyar dikin û xwedîtiyê çêdikin.

Li gorî peyvsaziyê veqetandek:

Peyva veqetandek ji çar hêmanan (morfêman ) pêk hatiye:

Veqetandek.

Bingeha vê peyvê li ser peyva “qetih” a Erebî ava bûye, lê erka ku “veqetandek” di zimanê Kurdî de pê radibe, ne bi tam di vê wateya Erebî de ye. Wateya peyva “qetih” bi Kurdî “jêkirin” e lê belê bi pêşgir û paşgira.

Kurmancî, vê peyva Erebî wateyeke nû li xwe bar dike .

Cureyên veqetandekê:

  1. Veqetandekên binavkirî “a, ê, ên
  2. Veqetandekên nebinavkirî “eke, ekî, ine
  1. Veqetandekên Binavkirî:

Veqetandekên binavkirî sê heb in; a, ê, ên bi rêya veqetandekan peyv bi hev ve tên girêdan û mêjer, zayend û wate dibin. Bê veqetandek ravek pêk nayê, bê ravek, komek û hevok pêk nayên. Rêzbûna peyvan, bi piranî, bi veqetandek û tewangê dibin hevokeke watedar. Wekî me li jor diyar kir; veqedandekêk binavkirî sisê ne:

A: û yekjimar e.

Ê: Nêr û yekjimar e.

Ên: pirjimar e.

20

Mînak:

  1. Mirina min, li bervajiyaya we, yeke bi êş û janê dagirtiye.
  2. Hestiyên wan li ber bayêbakur qefilîn.
  3. Mirî ji gorên xwe derketin.
  4. Li jor ewrên ezmên li hev diketin.
  5. Şêrgoyê rêwî di şûnaxwe de ji tirsan hişk bû.
  6. Çongên wî sist bûn û nema dikaribû gavên xwe ber bi pêş biavêje.
  7. Barana sar.
  1. Veqetandekên nebinavkirî:

Berî her tiştî divê em bizanibin ku di Kurdî de du qertaf hene ji wan re qertafên nenaskirinê tê gotin, ew jî ev in “-ek, -in”. Navdêr dema ku bi tena serê xwe bin binavkirî (nas) ne lê bi rêya van du qertafan dibin nebinavkirî (nenas). Divê bê gotin ku ev her du qertaf (ek_in) kurtahiyên her du cînavkên nebinavkirî; (yek_ hin) in.

Mînak:

  • Jin —> jinek, jinin (yek jin), (hin jin).
  • Mêr —> mêrek, mêrin (yek mêr), (hin mêr).
  • Xort—>xortek, xortin, (yek xort), (hin xort).

Mînak:

  • Ger gotina pêxemberan rast derkeve û rojek were…

Li vir, ev her du qertaf; (ek, in ) dema ku veqetandekên binavkirî ( ê, a, ên ) digirin wê demê dibin veqetandekên nebinavkirî:

Ek + a  eka

Ek + ê  ekê

In + ên  inên

Lê ev dirûva resen “eka, ekê, inên” bi domana demê re bi vê şêweyê gihêşte me:

Eka  eke ( û yekjimar)

Ekê  ekî (nêr û yekjimar)

Inên  ine ( pirjimar)

21

Mînak:

  • Ji bo juyaneke nû em dijîn.
  • Ji bo neteweyeke azad em dixebitin.
  • Şoreşa me ya ji bo mafine demokratîk berdewam e.
  • Hevalekî min hat.
  • Hevaleke min çû.
  • Hevaline min hatin.
  • Çavekî min pir nabînê.
  • Li Kobanê gundine pir xweş hene.

NAVDÊR

Pênase: Navdêr cureyek ji cureyên peyvan ên guherbar e. Navdêr navên tiştan in; dibe ku ew tişt razber be yan jî şênber be, ev tişt dibe ku serenav (taybet) be yan jî hevenav (giştî) be. Her wiha dibe ku komenav be jî. Navdêr yek ji cureyên peyvên watedar e.

Mînak:

Heval, agir, evîn, masî.

  1. Li Gorî Hestpêkirinê Navdêr.
  2. Li Gorî Taybetiya Heyberan Navdêr.
  3. Li Gorî Zayendê Navdêr.
  4. Li Gorî Mêjerê Navdêr.
  5. Li Gorî Sazkirinê Navdêr.
  1. Li Gorî Hestpêkirinê Navdêr:
    1. Navdêrên şênber: Navên heyberên ku mirov dikare bi pênc lebatên sehekê (dîtin, bihîstin, çêştin, bihnkirin û pelandin) bi wan hest bike, şênber in.

Mînak: Dar, pênûs, derî, çem….

22

  1. Navdêrên razber: Tiştên ku mirov bi pênc lebatên sehekê nikare bi wan hest bike lê ji hebûna wan tê bawerkirin, jê re navdêrên razber tê gotin; ji ber ku tiştine hundirîn û hestî ne.

Mînak: xem, tirs, aramî, hêvî, aramî

  1. Li Gorî Taybetiya Heyberan Navdêr:

Li gorî taybetiya heyberan navdêr dibin du cure:

  1. Navdêrên hevena ( giştî ): Ji navê wê xuya ye ku çêrî navên gelemperî dike.Hevenav navên tiştên giştî ne û her navek ji wan tiştên giştî, navekî taybet di nav xwe de dihewîne. Bo nimûne: Dema ku mirov dibêje “dar” heyberek tê ber çavên wî/wê. Ev nav’dar” navekî giştî ye, lê gelek cureyên “dar”ê hene û her cureyek bi navekî tê destnîşankirin.

Mînak: Gul, hesp, mirov..

  1. Navdêrên serenav (taybet): a

Ev cure navdêr, li ser rûyê cîhanê jê yek heye û her navekî serenav di bin sîwana navekî hevenav de ye.

Mînak: Şîrîn, ferat, zîlan…

Neteweyên Yekbûyî, Kobanî, Efrîn, Helebçe…

  1. Li Gorî Zayendê Navdêr:

Di Kurdî de du cure zayend hene, cureyê yekem di hemû zimanan de heye, jê re “zayenda biyolojîk” tê gotin; ji ber ku ji mirov û ajelan ji xweber hinek nêr û mê ne; anku zayenda wan ji hebûna wan diyar e. Zayenda duyemîn jê re “zayenda rêzimanî/derewîn” tê gotin. Her wiha hin navdêr jî hene ne xwediyê tu zayendê ne û ji wan re”navdêrên nêtar” tê gotin. Em ê nuha bi hev re her sêyan destnîşan bikin.

  1. Zayenda biyolojîk: Wekî me li jor jî diyar kiribû; zayenda wan ji hebûna wan diyar e.

Mînak:

Nêr / Mê Kur / Keç

Mêr / Jin Hesp / Mehîn

Bira /Xwîşk Ap / Met

Bav / Dê Xal /Xaltî

Keleşêr / Mirîşk

23

  1. Zayenda rêzimanî( derewîn ):

Cureyê duyemîn ê navdêran di binyada xwe de ne xwediyê tu zayendê ne, Kurda hinek ji wan nêr û hinek ji wan mê bi kar anîne.

Mînak: Kevir, pirtûk, gul, al…

Têbînî:

Zayenda navdêrên ” biyolojîk ” û ya ” rêzimanî ” bi rêya tewang û veqetandekan tê zanîn.

  1. Zayend bi rêya tewangê:

Xênî bişo.

Dêrî veke.

Ez ê vî bextî çi bikim?.

Dara gûzêhişk bûye.

Gulan biçine.

  1. Zayend bi rêya veqetandekan:

Sêva sor ji gişan xweştir e.

Sêvên sor ji gişan xweştir e.

Sêvê zer ji gişan xweştir e.

  1. Navdêrên nêtar: Hinek navdêr jî hene ne xwediyê tu zayendê ne, ji wan re “nêtar” tê gotin. Ev navdêr bi rêya hin peyv, veqetandek û tewangê diyar dibin.
  2. Bi rêya hin peyvan:

“Dêl, mak, man, mê,nêr..”

Mînak: dêlegur, nêrekew, mêkew, manga, maker…

24

  1. Bi rêya tewang û veqetandekan:

Bo nimûne: “Şagirt, mamoste, heval, bijîşk”peyvênnêtar in, mirov di nava hevokê de bi rêya tewang û veqetandekê zayenda wan nas dike.

Mînak:

Hevalê got.

Hevalekê got.

Hevala min.

Hevaleke min.

Ji wan hevoka mirov têdigihêje ku ew heval jin ( mê ) e. Lê dema ku em bibêjin :

Hevalî ( hevêl ) got.

Hevalekî got.

Hevalê min got.

Hevalekî min got.

Wê gavê tê zanîn ku mirov qala hevalekî nêr dike.

  1. Li Gorî Mêjerê Navdêr:

Yekjimarî û pirjimariya navdêran:

Navdêr dema ku bi tena serê xwe bin yekjimar in lê bi rêya hin qertafan; “veqetandek, qertafên tewangê, qertafên cînavkên kesane û qertafên nebinavkirinê) yekjimarî û pirjimarî wan diyar dibe.

  1. Bi qertafên nebinavkirinê : Qertafên nebinavkirinê “_ek ” û ” _ in ” yekjimarî û pirjimariya navdêran diyar dikin.

Mînak:

Hevalek hate mala me. (Y.j)

Hevalin hatin mala me. (P.j)

Darek ket. (Y.j) / Darin ketin. ( p.j)

  1. Bi veqetandekê: Veqetandekên binavkirî û nebinavkirî jî ” a, ê, ên, eke, ekî, ine ” yekjimarî û pirjimarî navdêran diyar dikin.

Mînak:

Hevalê te çû./ Hevala te çû.

Hevalên te çû.

25

  1. Bi qertafên tewangê: Bi rêya qertafên tewangê ” ê, î, an ” her wiha bi rêya tewanga navxweyî jî yekjimarî û pirjimariya navdêran diyar dibe.

Mînak:

Hevalî ez dîtim.

Hevalan ez dîtim.

Mamosteyan wane şirov kir.

Mamosteyan wane şirov kir.

Yekî kevir avêt. / Yekê kevir avêt.

  1. Bi qertafên cînavkên kesane: Qertafên cînavkên kesane ” e, î, in/ne, im/me ” yekjimarî û pirjimariya navdêran diyar dikin.

Mînak:

Sêv xweş e. / Sêv sor in.

Ev mamoste ye. / Tu mamoste yî.

Hûn mamoste ne. / Şîrîn diçe dibistanê.

Zarok sêvan dixwin. / Zarok sêvan dixwe.

26

KOMENAV

Ev cure nevdêr bixwe pirjimar in lê wekî yekjimar tên pejirandin. Bi gotineke din, navdêreke pirjimar e lê qertafa yekjimariyê digire.

Mînak:

Gel, por, artêş, pez, naxir, kerî, şênî.

Gelê kurd.

Porê min.

Artêşa niştimanî.

Şivan pêz diçêrîne.

27

Helbesta Bilûra min

  1. Bilûra min, binêre û bibîse
  2. Roj çû ava,
  3. Stêra êvarê bû geş, …
  4. Û pêlên ava şevên reş
  5. Ketine deşt û newalan …
  6. Bilûra min!
  7. Dengê xwe berde!
  8. Dinya mîna zarokekî berşîr
  9. Ket dergûşa xewê
  10. Dengê xwe berde bilûra min
  11. Û jê ra bilorîne
  12. Xema wê birevîne

Mîr Celadet Bedirxan

28

DAÇEK

Daçek: Daçek ew jî beşekî peyvê yê erkî ye anku weke alav tê naskirin, bi tena serê xwe tu wateyê nade lê di hundirê hevokê de hevokê sergihayî dike û wateya hevokê temam dike.

*Daçek her wekî çawa dikarin bi serê xwe di nav hevokê de cih bigirin, dikarin digel hoker û gihanek û hwd, daçekên nû pêk bînin. Her wiha bi alîkariya daçekan jî hin cînav, hevalnav, hevalkar û lêkerên biwêjî tên pêkanîn.

Daçek dibin du cure:

  1. Daçekên xwerû: Piraniya wan ji hêmanekê pêk tên û berî navdêran tên wek:

Ii , bi , ji ,,, di , de
Jire
Jive
Dive
Dire
Bire
Bive

Mînak:

  • Bi bilindbûna dengê wî.
  • Giriyê bi şewat re, min nas kir ku êdî derbê cihê xwe girtiye.
  • Mirovin hene nû ji kuştinê diflitin, yan ji jerkirina xwînê rehet dibin.
  • Bav û kalan ji berê ve temîniya maran wilo kirine.
  • Ez jî di nava gumanên hebûn û tunebûnê de me.
  • Min serê xwe li kevirekî da.

29

Têbînî:

Her daçekek tevî ku bi tena serê xwe tê dikare li gel paşdaçekekê jî bê wek ( ve, re, de ) ji xeynî daçeka (li) ku paşdaçekan qebûl nake.

  1. Daçekên hevedudanî: Ev daçek piranî ji daçekekê û bêjeyke ku cih û pozîsyonê nîşan didin pêk tê, her daçekeke resen dikare komek daçekên hevedudanî çêke.

Wek: Li hember, li paş, li rex, bi pêş, bi dor, ji nav, ji kêlek, ji cem, di ber de, di nav de, di ber re û hwd.

Mînak:

  1. Ji paş ve bi wan vedidim.
  2. Li cem gelek mirovan, rûdanek heye ku mîna pêkenokekê ye.
  3. Carinan jî zivistan bi ser de tê, dicemide û bi ser hev de guvaştî û bêdeng dimîne.
  4. Masî di ber min re derket.
  5. Ez jî di nava gumanên hebûn û tunebûnê de me.

HINEK DAÇEKÊN DIN:

Daçekên şibandinê/mînahiyê: Ev daçek bi rêya şibandinê têkiliya di navbera du tiştan de pêk tînin, wek: “wekî, mîna, nola, fena

Mînak:

1_ Evîn mîna min e.

2_ Evîn nola gul e.

3_ Evîn wekî gul e.

4_ Evîn fena gul e.

30

  1. Daçekên sedemîn: Ev daçek hevokên sedemîn çêdikin, wek: ji ber, ji bo.

Mînak:

  1. Ji bo me dîtin bi serê xwe kambaxiyeke mezin e.
  2. Ji ber ku ez jê hezdikim
  1. Daçekên hevrûkirinê: Ev daçek bi rêya qiyas û hevrûkirinê têkiliyê di navbera du tiştan de pêk tînan, wek: bi qasî, li gorî, bi tenê.

Mînak:

  1. Ez bi qasî ku pirtûkan dixwînim, ez xwarinê naxwim.
  2. Li gorî min jiyan be evînê xweş dibe.
  3. Mirov dikare bi tenê karekî bike lê nikare bi tenê bijî.

31

Helbesta : Zimanê Kurdî

Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

Şêrîn û xweş e, zimanê kurdî

Bi xweş awaz e, letîf û naz e,

Letîf û naz e, zimanê kurdî

Beyta Feqiyê, kubra xanîye

Kubra xanîye, zimanê kurdî

Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

Şêrîn û xweş e, zimanê kurdî

Bi xweş awaz e, letîf û naz e,

Letîf û naz e, zimanê kurdî

Kewkeb çiyane, kubra teyran e

Kubra teyran e, zimanê kurdî

Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

Şêrîn û xweş e, zimanê kurdî

32

Bi xweş awaz e, letîf û naz e,

Letîf û naz e, zimanê kurdî

Hunermend : Aram Tîgran

33

CÎNAVK

Pênase: Her wekî ji wateya peyvê jî tê fêmkirin ku cînavk di nav hevokê de cihê navdêran digirin. Ji ber ku ew cihê navdêran digirin, taybetiyên navdêran derbasî wan jî dibin.

CUREYÊN CÎNAVKAN:

CÎNAVKÊN KESANE Û QERTAFÊN WAN
CÎNAVKÊN ŞANÎDANÊ
CÎNAVKA VEGEROK
CÎNAVKÊN GIRÊKÎ
CÎNAVKÊN BERBIHEVÎN
CÎNAVKÊN QERTAFÎ
CÎNAVKÊN XWEDÎTIYÊ
CÎNAVKÊN LIHEVXISTÎ
CÎNAVKÊN NEBINAVKIRÎ
CÎNAVKÊN PIRSYARÎ
CÎNAVKÊN JIMARÎN
  1. CÎNAVKÊN KESANE Û QERTAFÊN WAN: Cînavkên kesane cihên kesan an tiştan digirin û dabeşî du beşan dibin; ” xwerû ” û ” tewandî “.
    1. Cînavkên kesane yên xwerû: Ez, tu, ew, em, hûn, ew.
    2. Cînavkên kesane yên tewandî: Min, te, wî/wê, me, we, wan.

Ji van cînavkên kesane, yên xwerû cihê navdê û tiştên xwerû û yên din jî cihê yên tewandî digirin. Ji wan, “ez”, “tu”, û “ew” xwerû û yekjimar û”em”, “hûn” û “ew” xwerû û pirjimar in.

Her wiha, “min”, “te” û “wî/wê” tewandî û yekjimar û “me”, “we” û “wan” tewandî û pirjimar in.

34

Mînak:

  • ŞivênCiwan dît.
  • ew dît.
  • Şivan Ciwên/î dibîne.
  • Ew dibîne.
  • Dilo Sîpan hanî
  • ew hanî .
  • Serdar gênim dihêre.
  • Ew gênim dihêre.
  • Şîrînê Arîn dît.
  • ew dît.
  • Şîrîn Arînê dibîne.
  • Ew dibîne.
  1. Qertafên cînavkên kesane e,î,in/ne,im/meyekjimarî û pirjimariya navdêran diyar dikin.

Mînak:

  • Sêv xweş e. Sêv sor in.
  • Ev mamoste ye. Tu mamoste yî.
  • Hûn mamoste ne. Şîrîn diçe dibistanê.
  • Zarok Sêvan dixwin. Zarok sêvan dixwe.

Cînavkên kesane qertafên cînavkên kesane

Ez im- me

Tu î-yî

Ew e-ye

Em in-ne

Hûn in-ne

Ew in-ne

  1. Qertafên kesane bi lêkeran ve dibin û dûrî navdêr, cînavk û hevalnavan tên nivîsandin.

Mînak:

  • Ew xortekî baqil e.
  • Tu wekî gulekê yî.
  • Ew fûtbolê dilîze.
  • Em li jiyaneke aram digerin.
  • Em in, em kurd in”.

35

  1. CÎNVAKÊN ŞANÎDANÊ
Ev cure cînavk tiştekî yan jî kesekî nîşanî mirov didin, ev cînavk dûr û nêzikiya wan tiştan/kesan diyar dike.
Cînavkên şanîdanê yên ku bi “V” nêzik û yên ku bi “W” dûrbûnê nîşanî mirovan dide.
Cînavkên şanîdanê dabeşî du beşan dibin; “Xwerû” û “Tewandî“.
  1. Cînvakên şanîdanê yên xwerû:

Ev (nêzik).

Ew (dûr).

Ev cure cînavk ji aliyê zayendê ve nêtar in; zayenda wan bi qertafên cînavkên kesane diyar dibe.

Mînak:

  • Ev lawik mir!…
  • Ew baş e ——ew baş in
  • Ev baş e ———-ev baş in

Mînak:

Nêzîk (yekjimar) Nêzîk(pirjimar)

  • Ev kî ye? Ev kî ne?
  • Ev hevalê min e. Ev hevalên min in.

Dûr (yekjimar) Dûr(pirjimar)

  • Ew çi ye? Ew çi ne?
  • Ew dar e. Ew dar in.
  1. Cînavkên şanîdanê yên tewandî:

Cinavkên şanîdanê tewangbar in, wekî navdêran ditewin û li gorî mêjer û zayenda xwe qertafên tewangê digirin.

36

Nêzîk

Ev evî vî (yekjimar û nêr)

Ev evê vê (yekjimar û mê)

Ev evan van (pirjimar)

Dûr

Ew ewî wî (yekjimar û nêr)

Ew ewê wê (yekjimar û mê)

Ew ewan wan (pirjimar)

Mînak:

Nêzîk /// Dûr

  • Ez vî dibînim.
  • Ez wî nas nakim.☆
  • Ez vê dibînim.☆
  • Em wê nas dikin.☆
  • Tu van dibînî. ☆
  • Tu wan dibînî.☆

37

  1. CÎNAVK VEGEROKXWE
Pênase: Cînava vegerok ew cure cînavk e ku tê de du hêmanên hevokê li heman kesî yan heman tiştî vedigerin.

Mînak:

  • Min çavên xwe li dora xwe gerand.
  • Wî destê xwe dirêjî lêwik kir.
  • Ez xwe di Eynikê (Neynik) de dibînim.
  1. Di vê mînakê de kirde û birser heman kes in lewre cînavka vegerok li şûna bireserê hatiye bikaranîn. Hin Taybetmendî û Peywirên Cînavka Vegerok:
    1. Cînava vegerok ji aliyê zayendê ve nêtar e, hem cihê navdêrên mê û hem jî cihê navdêrên nêr digire.

Mînak:1

  • pîsîra xwe xiste dêv. Mê
  • wî qet devê xwe neda pêsîrê. Nêr
  1. Cînavka vegerok ji aliyê mêjerê ve bêlayan (Bêlayen) e, hem cihê navdêrên yekjimar û hem jî cihê navdêrên pirjimar digire.

Mînak:2

  • Wî/wê/wan di Eynikê de li xwe nihêrîn.
  1. Cînavka vegerok nayê tewandin ji ber vê yekê hem cihê navdêrên xwerû hem jî cihê navdêrên tewandî digire.

Mînak:3

  • Şivan xwe nas dike.
  • Şivan xwe nas kir.
  • Ez xwe dibînim.
  • Tu xwe dibînî.
  • Ew xwe dibîne/dibînin.
  • / xwe dît.
  • Min xwe dît.

38

  1. Dema ku di hevokê de kirde û bireser heman kes be, cînavka vegerok di cihê bireserê de tê bikaranîn.

Mînak:4

  • Ez di mirêkê de xwe dibînim.
  1. Dema ku di hevokê de kesê/a dipeyîve û kesê/a qalê dibe heman kes be, cînavka vegerok cihê bireserê digire.

Mînak:5

  • Min duh, xwe di xew(ê) de dît.
Têbîniyeke girîng:
Di hin devokan de, cînavka “xwe” di şûna kesê sêyemîn de jî tê bikaranîn. Lê ev yek di warê rastnivîs û watesaziyê de şaş e û gelek aloziyan bi xwe re tîne

Mînak:

  • Navê xwe çi ye?
  • Karî ku tu dikî, ne ti kar e .
  • Pêşî şîrîn e, paşiya xwe tim zirar e”
  • Bavê xwe mamoste ye?

Dibê hanî/wisa were nivîsandin:

  • Navê wî/wê çi ye?
  • Karî ku tu dikî, ne ti kar e
  • Pêşî şîrîn e, paşiya wî tim zirar e”.
  • Bavê wî/wê mamoste ye?
  1. CÎNAVKÊN GIRÊKÎ:
Cînavkên girêkî: Du hevokan bi hev ve girê didin. Ev cure cînavk ji veqetandekên binavkirî “a”, “ê”, “ên” û “ku” yê çêdibe .

A ku: yekjimar û mê

Ê ku: yekjimar û nêr.

Ên ku: pirjimar.

39

Mînak:

  1. Hêsirên ku ji çavan hatin…
  2. Birayê min ê ku li Kobaniyê dijî, xwendekar e.
  3. Çemê ku em li ber dijîn, pir xweşik e.
  4. Keçika ku te dît, dotmama min e.
  5. Xwendekara ku dixebite, bi ser dikeve.
  6. Darê ku we birîn, ên me bûn.
  1. CÎNAVKÊN BERBIHEVÎN:
Ev cînavk têkilî û danûstandina piralî û pirjimariyê diyar dike. Dema ku tê gotin xuya dibe ku li holê zêdetirî yek tişt an jî yek kes heye û ev cînavk têkiliya wan rave dike.

Cînavkên berbihevîn ev in: “hev”, êk”

Têbînî:

Her çi qas di bingeha van cînavkan de cînavkên hevedudanî jî hebin “hev du”, “hev û du”, hev û din”, û “êk du”, “êk û du”, “êk û din”, êdî “hev” û “êk” bi serê xwe têrî wateya giştî dikin.

Mînak:

  1. Em birayên hev in.
  2. Em birayên hev du ne.
  3. Em birayên hev û du ne.
  4. Em birayên hev û din in.
  5. Ew pismamên êk in.
  6. Ew pisamamên êk du ne.
  7. Ew pismamên êk û du ne.
  8. Ew pismamên êk û din in.
  9. Ew xwîşkên êk in.
  10. Wan li hev xistibû.

40

  1. CÎNAVKA QERTAFÎ:
Cînavka qertafî “ê” şûna kesê sêyemîn ê yekjimar (wî, wê) û hokerên cihî digire û wekû qertaf bi peyvê ve dibe. Ji aliyê zayendê ve nêtar e û ji aliyê mêjerê ve bêlayen e .
  1. Cînavka qertafî şûna kesê sêyemîn ê yekjimar.

Mînak:

  • Min pênûsek da wî = min pênûsek dayê.
  • Min malek firote wî/wê = min firotê.
  • Wî kevirek avêt wê = wî kevirek avêtê.
  1. Cînavka qertafî şûna hokerên cihî.

Mînak:

  • Ma ew hat malê? Erê, hatê.
  • Te nan xiste tûr? Belê min nan xistê.
  • Tu çûyî zanîngehê? Erê, ez çûmê.

Têbînî:

Cînavka qertafî her tim cihê bireserê digire û tu carî cihê kirdeyê nagire.

  1. CÎNAVKÊN XWEDÎTIYÊ:
Di kurdî de cînavkên xwedîtiyê bi tena serê xwe tune ne. Lê dema ku veqetandekên binavkirî û hin cînavkên din digihêjin hev, ji wan cînavkên xwedîtiyê çêdibin.
  1. Veqerandekên binavkirî:

{ a , ê , ên }

têne ber cînavkên kesane yên tewandî û bi vî awayî cînavkên xwedîtiyê pêk tên.

  • A min, a te, a wî/wê, a me, a we, a wan.

Mînak 1:

  1. Ev pirtûk a min e.
  2. Ev mase ya te ye.
  • Ê min, ê te, ê wî/wê, ê me, ê wan, ê we.

41

Mînak 2:

  1. Ev xanî yê te ye.
  2. Ev hesp ê wan e.
  • Ên min, ên te, ên wî/ wê, ên we, ên me, ên wan.

Mînak 3:

  1. Ev dest ên min in.
  2. Ev pirtûk ên te ne ?
  3. Ev pênûs ên wî ne ?
  4. veqetandekên binavkirî: “a”, “ê”, “ên”, têne ber cînavkên şanîdanê yên tewandî “vî”, “vê”,”van”,”wî”,”wê” û bi vî awayî cînavkên xwedîtiyê pêk tên.
  • A vî, a vê, a van, a wî, a wê, a wan.

Mînak 1:

  1. Dara sêvê ya vî ye.
  2. Pênûsa sor a vê ye.
  • Ê vî, ê vê, ê van, ê wî, ê wê, ê wan.

Mînak 2:

  1. Ev kinc ên vî ne.
  2. Ev gul ên vê ne.
  • Ên vî, ên vê, ên van, ên wî, ên wê, ên wan.

Mînak 3:

  1. Darên tirî yên min in.
  2. Pênûs ên we ne.

42

  1. CÎNAVKÊN LIHEVXISTÎ:
Ev cure cînavk ji du hêmanan pêk têji daçek û cînavkên berbihevîn û ji daçek û cînavka qertafî. Cînavkên lihevxistî bi du awayan pêk tê.
  1. Daçek + cînavkên berihevîn “hev, êk” cînavkên lihevxistî
  • Ji + hev jev

Mînak 1:

  1. Ev avahî jev ketiye.
  2. Piştî mirina dayîkan, malbet jev dikeve.
  3. Filan kes nikare qoçên du beranan jev bike.
  • Bi + hev Pev

Mînak 2 :

  • Ev çawa pev ketin?
  • Li + hev lev

Mînak3 :

  • Wan kaxezan lev bixe.
  • Dev û diranên wê çi qas lev hatine!
  • Xwarinê lev bixe!
  • Di + hev  tev

Mînak4:

  • Hûn tev hatin? Erê, em tev çûn û tev hatin.
  • Wêbxwarinê tev mede bila hêdî hêdî bikele.
  • Ji + ek jêk

Mînak5:

  • Evîndaran jêk mekin.
  • Em jêk sil bûn.

43

  • Bi + êk pêk

Mînak6 :

  • Ez ê vî karî pêk bînim.
  • Karê ku te pêk anî, ne tu kar bû.
  • Ez û şagirtan, em pêk ve çûne zanîngehê.
  • Li + êk lêk

Mînak7:

  • Hûn kengî lêk hatin?
  • Ew keçik, lêk hatî ye!
  • Di + êk  têk

Mînak8:

  • Gelekî têk çûne.
  • Me dijminên xwe têk birin.
  1. Daçek + Ê  Cînavka lihevxistî
  • Ji + ê 

Mînak9:

  • Te ji wê re çi got? Min re rastî got.
  • Jina wî (…) ber bi wî çû û bi stûxwarî re got…
  • Di + ê 

Mînak10:

  • Di malê de çend kes hebûn? de çar kes hebûn.
  • Te di zanîngehê de çend heval nas kirin? Min gelek de nas kirin.
  • Bi + ê 

Mînak11:

  • Te bi wî pereyî çi kirî? Min pênûsek kirî.
  • Ez re çûme mal.
  • Li + ê

Mînak12:

  • Tu kengî li hotêlê mayî? Ez sala çûyî mam.
  • Lawik bir ber lampê û nihêrî.

44

Têbînî:

Di daçekên bipaşdaçek de, paşdaçek wekî xwe dimîne û dîsa weke berê tê dawiya pêşdaçekê û cuda tê nivîsandin

Mînak:

  • Ez bi wê re çûm. Ez re çûm..
  • Ew ji wî re dibêje. Ew re dibêje.
  • Min li wî xist. Min xist.
  1. CÎNAVKÊN NEBINAVKIRÎ/ NENAS
Ev cînavk cihê kes û tiştên nenas digirin. Cînavkên nebinavkirî ev in:
Yek, hin, hinek, kesek, hemû, tu kes, her kes, hemû kes, filan, bêvan, piçek, çîk, ewk, tişt, her tişt, çend, tu caran, tu tişt…

Mînak:

  • Giriyê wî îşev ne wek giriyê tu şevan bû.
  • Bê hemdî xwe çend dilop hêsir ji çavan hatin.
  • Tu kes hat vir?
  • Ji roja ku wî bîr biribû heya îro tu caran negiriyabû.
  • Hemû çûn û rêya xwe bi min nexistin.
  • Ewkêmaka xwe ji vir bar kiriye.
  • Ewko ji min jî re got.
  • Hin dikin, hin jî dixwin.
  • Yekê ji yekî re got, meçe!

Tewanga Cînavkên Nebinavkirî

Mînak:

  • Yekî ji te re got.
  • Yekê ji min re got.
  • Hinekan ji min re got.
  • Guhê xwe mede gotinên filên û bêvên/filanan û bêvanan.
  • Tu kesî/tu kesan alîkariya min nekiriye.
  • Gelekan karê xwe nekiriye.

45

  1. CÎNAVKÊN PIRSYARIYÊ
Ev cure cînavk, di nav hevokê de, pirsa cînavkine din dikin û wan bi me didin nasîn.

Cînavkêk pirsyarî ev in: kî/kê, kîjan, çi, çend.

  1. kî/kê: pirsa kesan dikin. Ji van:

Kî: pirsa peyveke xwerû dike.

Kê: pirsa peyveke tewandî dike.

Mînak:

  • Ez ê xwe biavêjim kê ha!
  • Kî kê dibîne? Ew wê dibîne.
  • Kê kî dît? Wê ew dît.
  1. kîjan: pirsa cînavkên şanîdanê dike.

Cînavka ” kîjan” li gorî zayend û mêjerê tê tewandin.

Kîjanê: Yekjimar û mê ye.

Kîjanî: Yekjimar û nêr e.

Kîjanan: Pirjimar e.

Mînak:

  • Kîjanê got? Vê got.
  • Kîjanî got? Vî got.
  • Kîjanan got? Van got.
  1. Çend: pirsa cînavkên jimarîn dike.

Mînak:

  • Çend çûn, çend man? Heft çûn û şeş man.
  • Çendan çend dîtin? Şeşan sisê dîtin.
  • Çend çendan dibînin? Çar nehan dibînin.

46

  1. Çi: pirsa tiştan dike.

Mînak:

  • Şîrînê çi xwar? Şîrînê sêv xwar .
  • Çi firiya? Çûk firiya.
  1. CÎNAVKÊN JIMARÎN:
Dema ku jimarnav cihê navdêran (kes û tiştan) digirin, dibin cînavkên jimarîn; ji bilî hejmara yek/1.
Tewanga Cînavkên Jimarên:
  1. Ji hejmara 2’an heya 20’an bi qertaf (“an/”ê) ditewin.

Mînak:

  • Şeşan ji wî re got.
  • Çaran ev xanî lêkir.
  • Sisiyan xwar û hejdehan nexwar.
  1. Tewanga 30, 40, 50, 60, 70, 80, 90, 100, 500, 1000 bi (î) yê dibe.

Mînak:

  • Çilî kiriye, çaran xwariye.
  1. Di hejmarên duxaneyî de, hejmara dawîn ditewe.

Mînak:

  • Bîst û çaran kar kiriye û Cilî jî lê temaşe kiriye.

*Neyîniya Cînavkan

Neyîniya cînavkan wekî neyîniya navdêran e; daçeka “ne” tê pêşiya cînavkan û cuda tê nivîsandin.

Mînak:

  • Kesê binkeftî ne ez bûm.
  • Derdê min ne tu yî.
  • Birayên min ne çar in.

47

Helbesta Ez ranazim

Şev tev çûye îdî ma tu hew tê lo
Ez ranazim, kengî bê te xew tê lo
Xanî bûye zindan tê de ranazim
Ta sipîdê qîr û nal û tew tê lo
Te ji min dil bir carek mi ji ter nego na,
Te rû kul kir carek mi ji ter nego na
Ma ji bo çi, îro tu ji min xeyîdye?
Te ji min çidkir, carek mi j’ter nego na

Ay dil, ay dil, ma kes nîn e mîna wî?
Bo çi her dem wer dilxwazê dîna wî?
Ax dema destê wî li bin serê min!
Bi min xweş tê gelek hilm û bîna wî

Tenê hiştim ay dil îşev çima çû?
Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû?
Rabe peykev ay dil zû wî werîne
Tev biriştim ay dil îşev çima çû?”

Helbest van : Cîgerxwîn

48

HOKER

Hoker, di wateya xwe ya rêzimanî de, ew cure peyv in ku wateya lêker, hevalnav û hokerên wekî xwe; ji aliyê dem, cih, berek, rewş, rêje û mêjerê ve temam dikin.
Peyvsaziya Hokeran
Hoker dibin du cure: Xwerû û nexwerû.
  1. Xwerû: Ew cure hoker in ku ji hêmanekê tenê pêk hatine û qertaf negirtine.

Mînak:

Zû, hêdî, duh, niha, pêr, par, hîn, dereng, dor, pêş, paş, vir, wir, kêm, pir, zêde, wiha, hanî, wilo, wisa, rast, sibê, çep, jêr, jor, gelek, çi…

  1. Nexwerû: Ew jî di nav xwe de dibin du beş:
  2. Pêkhatî: Bi alîkariya pêşgir, paşgir û daçkan çêdibin.
  1. Bi pêşgir û paşgiran: Îşev, îro, êvarîn, hêdîka, berêvarkî, îsal, paşpêkî, zûzûka, serserkî..
  2. Bi alîkariya daçekan: Ji niha ve,/ ji zû ve,/ ji îro pê ve,/ di hundir de,/ ji niha û bi/di şûn de…
  3. Hevedudanî: Du bêje tên gel hev û hokereke nû çêdikin.

Mînak:

Piştî nîvro, berbanga sibê, kêm zêde, her tim, her gav…

Cureyên Hokeran

  1. Hokerên Rewşê/Çawaniyê.
  2. Hokerên Demê.
  3. Hokerên Cih û Berekê.
  4. Hokerê Şanîdanê.
  5. Hokerê Pirsyariyê.
  6. Hokerê Çendaniyê.

49

  1. Hokerên Rewşê/Çawaniyê:

Hokerên ku rewşa karê tê kirin nîşan didin, hokerên rewşa ne. Hokerên ku di bingeha xwe de yên rewşê ne, in: Zû, dereng, çarmêrkî, paşpêkî, çitikî, çarlepkî, zûzûka, hêdî/hêdîka, bi dizîka , tere pêş, ber vacî…

Mînak:

  • Ez zû diçime zanîngehê lê ew dereng tê.
  • Ew çarmêrkî nên dixwe.
  • Şivan paşpêkî li kerê siwar bû.
  • Kûsî hêdika dimeşin.
  • Dizek bi dizîka xwe berdidin malan.

Ji aliyekî din ve, hemû hevalnav dema ku karê tê kirin yan jî hevaltiya lêkerê dikin, wê çaxê dibin hokerên rewşê/çawaniyê.

Ji bo bidestxistina hokerên rewşê mirov pirsên “çawa” yan “şto” ji lêkerê dikin.

Mînak:

  • Li ser çiyayekî bilind bazek bilind firiya.
  • Zozana xweşik di gotûbêjê de xweşik diaxive.
  • Şto/çawa firiya?
  • Şto/çawa diaxive?
  1. Hokerên Demê:

Ev cure hoker wateya lêkerê aliyê demê ve nîşan didin.

Mînak:1

Îro, îşev, îsal, duh, pêr, pêrar, par, nîvro, sibê, piştî nîvro, serêvarkî, rava, her gav, her dem, berî kêliyekê, meha adarê, meha mijdarê (Hemû navên mehan), roja çarşemê (Hemû navên rojan)…

☆ Ji bo bidestxistina van hokeran pirsa “kengî” yan “çi çax” ji lêkerê tê kirin.

Mînak:2

  • Îsal baran pir bariya.
  • Ew her dem bêriya min dike.
  • Me mala xwe pêrar kirî.
  • Em sibehê taştê, nîvro navreyê û bi şev şîvê dixwin.
  • Min duh pirtûkek xwend.
  • Em ê rava vegerin malê.
  • Hûn sêşemê werin em ê jî çarşemê bên.

50

  1. Hokerên Cih û Berekê

Ev cure hoker cih û bergeha karê ku tê kirin nîşan didin. Heger cihê kar/lêkerê nîşan bide, hokera cih e û heger aliyê kar/lêkerê nîşan bide, hokera berekê ye.

  1. Hin hokerên berekê: Li vir, li wir, derve, hundir, li dûv, bi ser de, (Hemû navên cihan li gel daçekan)…
  2. Hin hokerên berekê: Jêr, jor, pêş, paş, çep, kêlek, rast, ber, bakur, başûr, rojhilat, rojava, (hemû navên aliyan li gel daçekan)…

☆Ji bo bidestxistina van hokeran pirsa “di ku de” yan “bi ku ve” ji lêkerê tê kirin.

Mînak:3

  • Zarok ji dibistanê hatin.
  • Li vir ramekeve, here li odeya xwe raze.
  • Ji aliyê rastê ve silavê bide.
  • Wê li jor dixwand, min jî li jêr xwarin amade dikir.
  • Li derve rûmene, tu jî were hundir.
  • Me li bakurê zanîngehê gulistanek çand û li başûrê wê pirtûkxaneyek vekir.
  1. Hokerên Şanîdanê:

Ev cure hoker awayê pêkanîna karê ku hatiye kirin; ji aliyê nêzikbûn û dûrbûn, diyarbûn û nediyarbûnê ve nîşan didin.

Hokerên şanîdanê dabeşî du beşan dibin:

  1. Hokerên şanîdanê yên dûr û nediyar: Wisa, wilo, welê…
  2. Hokerên şanîdanê yên nêzîk û diyar: Wiha, hanî, halo….

Mînak:

  1. Min çi qas jê re got, dîsa wilo dike.
  2. Ev dunya wiha hat, dê wiha jî here.
  3. Min hanî ji te dixwest.
  4. Dilê te şto ye, Xelk wisa ye.

Têbînî:

Hokerên şanîdanê yên herî zêde di zimanê nivîskî de tên bikaranîn “wiha” û “wisa” ye. Lê divê yên din jî bêne bikaranîn û bi taybet; “wilo” û “hanî/ana/ankî/hana/hankî” ji ber ku bi piranî li Rojavayê (Efrîn û Kobaniyê) têne bikaranîn.

Peyvsaziya “wiha, wisa, wilo”
Ew ê han  ewhan wha / wiha
Ew ê san  ewsan  wsa / wisa
Ew lewn / ew lon  ewlo  wlo wilo

51

  1. Hokerên Çendaniyê

Ev cure hoker, Mêjer û asta karê ku hatiyê kirin, nîşan didin.

Hin hokerên çendaniyê: Kêm, zêde, pir, gelek/î, hindik, bêtir, yek bi yek (Hemû hejmarên hokerîn), piçekî, heta , bi qasî, ew qas, qet…

☆Ji bo bidestxistina van hokeran pirsa “çi qas” an “qasî çi” ji lêkerê tê kirin.

Mînak:

  • Ev Şagirta kêm dipeyive, lê pir dixwîne.
  • Te gelekî ez êşandim.
  • Yek bi yek ji fêrgehê derketin.
  • Ew bi qasî min dirive .
  • Ez ew qasî ji te hez dikim.
  • Ez jî zêde alîkariya wan dikim.
  • Hûn qet naxebitin.
  • Ez piçekî ji te qelewtir im.
  1. Hokerên Pirsyariyê:

Ev cure hoker pirsa hokerên din dikin.

Hokerên pirsyariyê ev in: Çawa, şto, çi qas, çi demê, bi çi, kengî, li ku, ji ku derê, ka, bi ku ve, wekî/mîna/nola çi… ?

Mînak:

  • Tu ji ku têyî? Ez ji malê têm.
  • Ew kengî çû? Ew duh çû
  • Ehmedê Xanî li ku hatiye dunyayê? Li Bazîdê.
  • Tu bi çi dizanî? Bi gelek tiştan.
  • Siyabend mîna çi direve? Mîna Şêran.

Rastenivîs👇55

52

KURDISTANÊ KURDISTAN

Kurdistanê Kurdistan
Baxçê gulan, derdê dilan
Îro maye bin destan
Barê giran li ser milan

Kurdistana bilind e
Hemi bajar û gund e
Heçî kese tebixwaze
Divê canê xwe bitede

Kurdistanê Kurdistan
Baxçê gulan, derdê dilan
Îro maye bin destan
Barê giran li ser milan

Kurdistana pirr xweş e
Xweş Dicle û Nerdoş e
Namus di sere wî nine
Ê te erzan bifroşe

Kurdistanê Kurdistan
Baxçê gulan, derdê dilan
Îro maye bin destan
Barê giran li ser milan

Kurdistana hilmişt e
Ji zêr û gewher mişt e
Em li ber der dergevan
Dijmin têda runişt e.

Kurdistanê Kurdistan
Baxçê gulan, derdê dilan
Îro maye bin destan
Barê giran li ser milan

Miştî jî petrol û zêr
Dijmin dixwin xêr û bêr
Runiştî textê Kohreş
Li ser taca Erdê şêr

53



Kurdistanê Kurdistan
Baxçê gulan, derdê dilan
Îro maye bin destan
Barê giran li ser milan

Kürdistan a pirr zengin


Şax û baxên te rengin
Ne ez têne, le tev kurd
Ji derdê te Cigerxwîn


Helbest van: Cegerxwîn

54

RASTNIVÎS

  1. Hokerên hevedudanî, çendanî û pirsyariyê (ên ku ji hêmanekê zêdetir) divê cuda bên nivîsandin.

Mînak:

Piştî nîvro, berbanga sibê, çi qas, ew qas…

  1. Her wiha hokerên ku bi daçekan çêdibin dibê cuda bên nivîsandin.

Mînak:

  • Karker yên birêkûpêk li qadan bi rêk û pêk dixebite.
  • Em niha bê welat dijîn lê em ê rojekê bi welat bin.

HEVOKSAZÎ

Ji beşa ku awayên pêkhatina hevokan û rêzbûna peyvan şirove dike, hevoksazî tê gotin.

Di vê mijarê de em ê bala xwe bidin ser rêz û rêzikên pêkhatina hevokan, li gorî wan rêz û rêzikan em hevokan (vekolîn) dikin.

HÊMANÊN HEVOKÊ

Di hevoka Kurdî de çar hêman hene, du hêman ji wan bingehîn in û du jî alîkar in. Hêmanên bingehîn “kirde” û “pêveber” in û yên alîkar “bireser” û “têrker” in. Yan jî çar hêmanên hevoka Kurdî de hene; kirde, pêveber, bireser, û têrker.

KIRDE

Ji aliyê peyvsaziyê ve pêkhatî ye; ji koka dema borî ya lêkera “kirin” û ji paşgira {de} çêbûye.

Ji aliyê pênaseyê ve; çi kar ji aliyê kesekî yan jî tiştekî ve tê kirin, ew kes an tişt kirde ye. [ kesê/tiştê ku karê hatî kirin pêk tîne kirde ye]

Mînak:1

  • Şîrînê nan xwar.
  • Mamosteyan şagirt xelat kirin.

55

  • Şagirtekî pênûs kirî.
  • Kêvir/kevirî cama pencereyê şikand.
  • Êr/arî mala me şewitand.
  • Avê ar vemirand.
  • Mirîşkê hêk kir.
  • Rovî Mirîşkek xwar.

Li ser kirdeyê çend Têbînî

Kirde, ne tenê ji peyvekê pêk tê, hin caran ji ravekekê û ji kurtehevokekê pêk tê.

Mînak:2

  • Şîrîna delal nan xwar.
  • Şagirta fakulteya wêjeyê ya sala sêyemîn pênûs kirî.
  • Birayê min î mezin ê ku çend salin li Wanê dijî, duh hate gund.

Hin caran bi mebesta kurtkirinê, kirde veşartî ye, lê bi alîkariya qertafên cînavkên kesane yên yekjimar xwe aşkere dike.

Mînak:3

  • Çi dixwî?  Tu
  • Hatî û çûyî, disa rêya xwe bi me nexist !.  Tu

Lê divê em baş bizanibin ku qertafên cînavkên kesane yên pirjimar hemû yek in. Di vê rewşê de divê cînavkên kesane werin bikaranîn, ji bo tevlihevî dernkevin.

Mînak:4

  • Îro zû hatin.  Hûn

Kî hat? (Em hatin an ew hatin an jî hûn hatin!).

Di lêkerên negerguhêz de, ew tiştê ku bûyera diqewime destnîşan dike, ew tişt kirde ye.

56

Mînak:5

  • Baran bariya. (çi bariya?).
  • Gul çilmisîn. (çi çilmisîn?).

Di rewşa tebatî de, biresera ku di rewşa lebatî de, dikeve şûna kirdeyê.

Lebat: ( Zozanê gul çand ). Min bersiv da.

Tebatî: 😦 Gul hat çandin ). Bersiv hat dayîn.

PÊVEBER

Peyvsaziya wê ji cînavka lihevxistî “pê” (bi+ê) û ji paşdaçeka “ve” û ji paşgira “ber” çêbûye.

Ji aliyê pênaseyê ve, tiştên ku karekî yan jî rewşekê di hevokê de radigihîne, pêveber in. Bi gotineke din; ew hêmana ku bê wê hevok saz nabe.

Mînak:

  • Ezman şîn e.
  • Gula Sor.
  • Ehmed raket.
  • Şivan şagirtekî jîr e.
  • Leyla xweşik e wek gulekê .

Li Ser Pêveberê Çend Têbînî

Pêveber di hevokê de dibe ji çend peyvan an ji çend ravekan jî pêk were.

Mînak:

  • Şivan şagirtekî pir jîr û delal e.
  • Evîn keça apê min a biçûk e.
  • Kurdistan bi xwîna şehîdan xemiliye.
  • Li kurdistanê Gola Wanê, gola herî mezin e.
  • Kaniya Mirşidê taxeke bi ser bajarê Kobaniyê ve ye.
  • Şiyê şaredariyeke bajarê Efrînê ye .
  1. Hin caran bi mebesta kurtkirinê, pêveber veşartî ye lê belê ji aliyê bêjer û bihîzer ve aşkere ye.

Mînak:

  • Navê te bi xêr? (Navê te bi xêr çi ye?).
  • Tu kengî ji zanîngehê hatî?

57

  • Niha. (Ez niha hatim).
  • We karê xwe qedand?
  • Erê. (Erê, me karê xwe qedand).

BIRESER

Ew hêmana hevokê ye ku di hevokên lêkerên gerguhêz de, rasterast di bin bandora lêkerê de dimîne.

Mînak:

  • Şerfxanî dîroka kurdan nivîsî.
  • Zarokan kevir avêtin.
  • Te ez kêfxweş kirim.
  • Min Hîva dît.
  • Memo pirtûkê dixwîne.

TÊRKER

Ji aliyê peyvsaziyê ve pêkhatî ye, ji hevalnava “têr” û ji paşgira “-ker” pêk hatiye.

Têrker, hevokê û karê ku di hevokê debhatiye kirin, ji hemû aliyan ve (dem, cih, rewş, navgîn, rêjem û berek) temam dike. Yan jî têrker di binyata xwe de hoker û daçek in.

Mînak:

  • Şîlan li ser xênî nên dixwe.
  • Dayîka min a pîr sibê zû nanê tenûrê çêdike.
  • Ez îro gelekî westiyam.
  • Ew bi tenê hat.
  • Min bi tenbûrê ji hevalê xwe re stranek got.
  • Min duh berî nîvro li pirtûkxaneya zanîngehê pirtûka Rêzimana Kurdî dixwend.
  • Cejna Newrozê di 2lê meha adarê de tê pîrozkirin.
  • Min mîvan birin odeya mîvanan.
  • Ez ber bi hevalekî xwe ve meşiyam.
  • Kurê apê min hêdî nên dixwe.

58

Helbesta: Gula sor

Hay gula sor, hilbû jor, bîn da dor

gula sor, gula sor

li paş çiyayê kaf şîn bû

alem jêre evîn bû

bi me xweş, da me heş

em bi bîna wê sermest

emê pê şa bin serbest

hey gula sor, hilbû jor, bîn da dor

gula sor gula sor

hay gul, gula sor gul

gul gula sor, gula sor gula sor

nezanîn, xemrevîn, xemilîn

pê zemîn

gula bi kelemê di nav baxê îrema

hey gula sor, alem li dor

bicivin û bînbikin dor bi dor

hey gula sor, hilbû jor, bîn da dor

gula sor gula sor

hay gul, gula sor gul

gul gula sor, gula sor gula sor

59

XALBENDÎ

  1. DABIR()
Ev dabir di Kurdî de bi pênc peywiran radibe. Ew jî ev in:
  1. Qertafên tewangê ji kurtenivîsa peyvan vediqetîne.

Mînak:

  • SZK’ê
  1. Qertafên tewangê û veqetandekan ji (hejmaran) vediqetîne.

Mînak

  • Di roja 25’ê gulana 1999’an de bûyereke girîng pêk hat.
  • 8’ê Adarê rojeke taybet e ji bo jinan.
  • 21’ê meha 3’yan cejn e.
  1. Qertafên ku rêza hejmaran nîşan didin, ji (hejmaran) vetiqetîne.

Mînak

  • Di rolê de ez kesê 23’yemîn bûm.
  • Em deh xwîşk û bira ne, ez ê 7’emîn im.
  1. Dema ku di peyvekê de dengek ketibe yan jî bi taybetî hatibe xistin, li şûnê dabir tê bikaranîn.

Mînak

  • Rêka Midyatê teng e, paçê Zelê heftreng e, ramîsanekê bide min, Êvar e, l’min dereng e.
  1. Di helbestên Kurdî yên klasîk de, bi taybet di çapên kevin de li şûna dengê (eyn) hatiye bikaranîn.

Mînak:

  • Ji bêhna Gul û Bişkojan
  • Dinalin em di komê da
  • Sehergeh ‘endelîb mest in

60

  1. DUNIK ():
  1. Dema ku mirov gotinekê ji devê yekî din bigire, wê çaxê ev gotin dikeve nav dunikê.

Mînak:

  • Pêşiyên me gotine:”Aqilê sivik barê giran e.
  • Şîrînê got:”Ez qet dev ji Ferhad bernadim.
  1. Heger peyvek ji bilî wateya xwe ya bingehîn wekî nav hatibe nîşandan, wê çaxê dikeve nav dunikê.

Mînak:

  • Kovara “Zend” li Siwêdê derdikeve.
  • Dara azadiyê” bi xwîna şehîdan tê avdan.
  1. SÊXAI: ()
  2. Dema ku li dawiya hevokê tê, diyar dibe ku hevok bi dawî nebûye.

Mînak:

  • Ez ê werim û…
  • Xweziya min tu bidîtayî û…
  • Heger gotina Dilo rast derkeve û rojek were…
  1. Dema ku dikeve nava kevanekê, diyar dike ku hevok jêgirtin e û jêgirtin kêm e.

Mînak:

  • Cegerxwîn dibêje: Xwendin( … ) kes naçe pêş.
  • Peyda dibin pir … û êş”
  1. Dema ku mirov naxwaze peyvekê bi kar bîne, sêxalê datîne.

Mînak:

  • Ew bi nexwaşiya…ketiye?

61

  1. BÊHNOK (,):

Peyva bêhnok ji bêhnvedanê yan jî “nefes” hatiya. Bikaranîna vê Xalbenddiyê

  1. Dikeve nav du peyvên hempeywir ên ku li pey hev tên rêzkirin, yan jî li şûna gihaneka û cih digire.

Rêgez: Heger peyvên hempeywir ji dudiyan zêdetir be, bêhnok şûna gihanekê digire heya digihêje peyva hempeywir a berî dawî, piştre gihanek ji peyva dawî re tê danîn.

Mînak:

  • Li gundê me darên tû , xox û hinarê hene.
  • Lehengên destana Mem û Zînê; Mem , Zîn , Tajdîn , Beko û Sitî/Stî…ne.
  1. Di navbera hevokên serbixwe de tê bikaranîn.

Mînak:

  • Bêrîvanê çêlek didot , Şivên êzing kom dikirin , bavê wan cot dikir û diya wan jî cil/kinc pîne dikirin.
  • Hemû kes dikare xerab bike , lê hemû kes nikane çêbike.
  • Were li rex min rûne , ez dê çîrokekê bibêjim.
  • Jina fedok bi gundekî , mêrê fedok bi kundekî.
  1. Dikeve navbera hejmarên dabeşkirinê (şkestî).

Mînak:

  • 2,5 (du û nîv).
  • 5,5 (pênc û nîv).
  • 0,25 (çarek).
  1. Dema ku hêmaneke hevokê ji hêmanên din cudakirin, bêhnok tê danîn.

Mînak:

  • Belê, semînera me bi dawî bû.
  • Erê, ba li bêdera te hatiya.
  • Gihanek, cureyek ji cureyên peyvên kurmancî ye.
  • Kurê min, bila haya te ji xwendina te hebe.
  • Keçê, ew kê here mal!

62

  1. Berî gihanekên mîna “ji ber ku, lewre/loma, lê, lê belê, lê mixabin, nexwe, her wiha.

Mînak:

  • Mirov dikane derwan bike, lê nikare li dê û bavê xwe bike .
  • Ciwan bi kurdî dinivîse, ji ber ku ji zimanê xwe hez dike.
  • Tu cwarina cwe baş naxwî, loma/lewre tu nexweş dikevî.
  1. Piştî hevokên peyamî tê bikaranîn.

Mînak:

  • Ji ronahiya çav û dilê min re, silaveke evînî:
  • Şagirtên hêja, xwendekarên birûmet, nifşên siberojê, gotinek ji dil:
  1. Piştî gotinên erêkirin û vegerandin yên mîna “baş e”, “bila be”, “na bi xwadê” , dibe, bihnok tê bikaranîn.

Mînak:

  • Erê bi Xwadê, ev bêtar bi ser me de jî hat.
  • De baş e, bila bi gotina te be.
  • Na bi Xwadê, ez nikanin hember şaşitiyan bê deng bimînin.
  • Bila be/dibe/xem nîne, me li hev kir.
  1. Baneşan (!):
  2. Heger mirov bixwaze hesteke bilind; coş, xem, tirs, kêfxweşî û matmayîn nîşan bide, baneşanekê dide ber. Bi kurtasî; baneşan li ber her hevokeke baneşanê tê danîn û peyva piştî baneşanê bi tîpa girdek dest pê dike.

Mînak:

  • De rabe ha!
  • Ma ez ê bi vê pepûkiya xwe zanibim!
  • Ka ez ê xwe bavêjim kê ha!
  • Hawar!
  1. Baneşan carinan bi mebesteke cuda jî tê bikaranîn; dema ku di nav kevanekê de li ber peyvekê bê danîn, tê wê wateyê ku nivîser bi dijwateya wî tiştî bawer e.

Mînak:

  • Bozan mirovekî pir baqil(!) e.
  • Evîn keçeke wêrek(!) e, lewre bi şev dernakeve derve.

63

  1. Xal ( . )
  1. Ev nîşane bi dawîbûnahevokê nîşan dide. Dema ku hevok diqede mirov xalekê datîne dawiya hevokê û bi vî rengî jî dide zanîn ku dawî li hevokê hatiye. Peyva piştî xalê bi tîpa mezin dest pêdike.

Mînak :

  • Di sala 1929’an de şerê Agirî hêdî hêdî berve xurtbûnê diçû .
  • Şer bi awayekî birûskîn dest pêkir.

Di kurtenivîsan de li ber kurteyê xal tê danîn.

Mînak :

  • SZK. Bi boneya cejna zimên şahiyek li darxist.
  1. Ji bo ku xaneyên hejmaran ji hev bêne veqetandin, piştî sê xaneyan xal tê danîn.

Mînak :

  • 3.000.000 (sê milyon )
  • 657.386.555
  1. Di nivîsandina mêjûyê de di navbera roj, meh û salê de xal tê danîn.

Mînak :

  • 11.11.2011 (yanzdehê meha yanzdehan a sala duhezar û yanzdehan )
  1. Di matematîkê de wek nîşaneya carandinê tê bikaranîn.

Mînak :

  • 4.5 (çar tam ji dehan pênc)

64

GIHANEK

Cureyk ji cureyên peyvên ên erkdar e. Di navbera peyv û hevokan de tên bikaranîn û hevokê sergihayî û sererast dikin. Her wiha têkîliyekê ji aliyê wateyê ve, di navbera wan de pêk tîne.
Ji aliyê peyvsaziyê ve, peyveke pêkhatî ye; ji koka peyva “gihîştin/gihan” û paşgira “-ek” çêbûye.
Hin gihanek ji hêmanekê pêk tên hin jî du hêmanan û bîtir pêk tên. Ev gihanek, dibe peyvekê yan ravekekê yan hevokekê bigirin nav xwe.

Gihanekên Kurdî yên Berbelav

Û, lê, heger na, an…an jî, ne…ne, ka ku, geh…geh, ha…ha, jî, ku, ku, çi…çi, hem…hem, bes, di ser de.

Em ê niha hewil bidin li ser bikaranîna van gihanekan yeko yeko bisekinin.

Rol û Peywira Van Gihanekan

  1. “( Û )”: Peyv û hevokên hempeywir bi hev ve girê dide.

Mînak:

  • Zozan û Şîrînê çûn zanîngehê.
  • û dotê şer kirin, bêaqilan jî bawer kir.
  • Ez û te xwîşk û birayên hev in.
  • Rabe em herin keyf û seyranê.
  1. ( )”: Roleke neyînê di hevokê de dilîze û bi vê peywirê radibe; heger hevoka berî wê erînî be, hevoka piştî xwe dike neyînî lê belê, heke hevoka berî wê neyînî be, hevoka piştî xwe dike erênî.

Mînak:

  • Diz ji xwe re malan çênakin, lê malên xelkê xerab dikin.
  • Dîlanê pirtûkeke rêzimanî kirî, lê wê nexwend.
  • Em dê bi hev re biçûna şahiyê, lê ew nehat.
  1. ( Heger ): Di destpêka hevokê de tê û rewşa mercî nîşan dide.

Mînak:

  • Heger te soz da yekî, soza xwe bi cih bîne.
  • Heger mafê kurdan bi ser ket, ê mafê hemû mirovan bi ser bikeve.
  • Heger tu nizanî, pirs bike.
  • Heger hûn mêr in, dakevin meydanê.

65

  1. ( Heger na )”: Rewşa mercî bi awayekî mercî nîşan dide.

Mînak:

  • Divê tu îşev vê pirtûkê biqedînî, heger na ez ê bidim kesekî din.
  • Li mala xwe miqate be, heger na diz ê têkevinê.
  • Divê hûn bixwînin, heger na hûn bi ser nakevin.
  • Her tim mêweyan bidin zarokan, heger na ê nexweş bikevin.
  1. ( An…an jî )”: Ji bo ku di nava du tiştan de bijartin (ixtiyar, tercîh) were kirin, wê çaxê em vê gihanekê bi kar tînin. Her wiha ev gihanek pirsê jî çêdike.

Mînak:

  • An bi kurdî biaxive, yan jî nebêje ez kurd im.
  • An karekî birûmet bike, yan jî li mala xwe rûne.
  • An baş bixwîne, yan jî karekî din bibîne.

Têbînî:

  1. Dema ku peyva li berî vê gihanekê bi dengdêran biqede, vê dirûvê digire: “Yan…yan jî”; wek mînakê li jorîn.

Mînakeke din:

  • Min navê te ji bîr kiriye; yan Miço ye yan Oso ye!
  1. Carinan ji vê gihanekê, “an” bi tena serê xwe tê.

Mînak:

  • Ez nizanim hûn ji zanîngehê hez dikin an ji malê.
  • Bavê min heyiriye, dê îsal gênim biçîne yan kemûnê.
  • Kurdistan yan neman.
  • Ez nizanim gelo vê pênûsa min bir, an vî!
  1. Carinan ji vê gihanekê, “Jî” dikeve.

Mînak:

  • An mêrekî baş be yan bivir û das be yan bimire ji xwe xelas be.
  • An bibe mirov an ji vir here.
  • Danûstandinên pir meke; yan erê yan na!
  1. Dema ku pirsê çêdike;

çend mînak:

  • Tu pirtûkê dixwazî yan pênûsê?
  • Tu ji min dixwazî ex an kole bim an jî min bikujî?
  • An bizewicî, yan xwe bikujî?
  1. (Ne…ne ): Bi awayekî neyînî, vebijarkan bi hev ve girê dide.

Mînak:

  • Ez ne ji wan im û ne jî van im.
  • Ne wê xwast were, ne ez çûm.
  • Ez ne vê pênûsê dixwazim, ne vê pirtûkê dixwînim.

66

  1. ( da ku ): Wateya mebestê bi cih tîne.

Mînak:

  • Bixwîne da ku bi ser kevî.
  • Bigere da ku bibînî.
  • Hate malê da ku karê xwe bike.
  • Ji welatê xwe hez bikin da ku hûn wî biparêzin û ava bikin.
  • Bila haja te ji te hebe da ku tu nekevî.
  1. ( Geh…geh ): Du tevgerên ku bi hev re pêk tên an dor bi dor (bi dorê) pêk tên, diyar dike.

Mînak:

  • Çerxa felekê, geh ez birim jor geh ez daxistim jêr.
  • Geh ez pirtûkê dixwînim geh ew dixwîne.
  • Geh ez diçim geh ew tê.
  • Geh aştiyê dixwaze geh şûrê xwe radike.
  • Di cihekî de namîne, geh li vir e geh li wir e.
  1. ( Ha…ha )”: Dikeve nava du tiştan û wateya necidabûne nîşan dide.

Mînak:

  • Ku mirov xwe da nav avê, ha li çokê ha navê.
  • Ha keçel Heso ha Heso keçêl .
  • Ha te kedî kir ha te nekir, gur her gur e.
  1. ( Jî ): Têkildariya hevokan ji hêla hebûn û bûyeran ve, mînahiya hev dike.

Mînak:

  • Tu ji min hez dikî ez jî ji te hez dikim.
  • Em jî mirov in û mafê me jî heye ku welatekî me jî hebe.
  • Ez jî çûm.
  1. ( Ku )”: Hevokên alîkar û nerasterê bi hevokên bingehîn ve girê dide.

Mînak:

  • Mêr ne gulek e ku tu di ber guhê xwe re bikî.
  • Heger min zanibûya ku ev gotin te dêşîne, min ê zimanê xwe qut bikira.
  • Ez ne dijminê te me ku tu hanî li min bikî!
  • Karê ku ne yê te te , meke.
  1. (Çi…çi )”: Dikeve nav du tiştan û cudahita di navbera wan de radike.

Mînak:

  • Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e.
  • Jiyan çi bi reşî çi bi xweşî dê derbas be.

67

  1. ( Hem…hem )”: Karên ku têkildarî hev in û bi hev re tên kirin, wan bi hev ve girê dide.

Mînak:

  • Hem ji xwe re dixebite hem li belengazan dinêre.
  • Hem digirî hem dikene.
  • Tu hem karekî nakî hem jî pereyan deyn dikî.
  1. ( Bes )”: Bi piranî rewşa mercîniyê çêdike û wateya tenêtiyê dide hevokê.

Mînak:

  • Tu kengî têyî tu bi xwe yî, bes tu were.
  • Em ê rojekê azad bibin bes em bibin yek.
  • Em ê bi ser kevin bes em ber xwe bidin.
  1. ( Yanî )”: Girêdaneke şiroveyî/raveyî/ronahî di hevokê de pêk tîne û dibe ku yan jî were kar anîn ji bo ku cudahita nav bera du tiştan .

Mînak:

  • Dimilkî yanî zazakî zaravayeke kurdî ye.
  • Divê tu bi xelkê re xweş bî yanî zimanê te şîrîn be.
  • Navê xwe Egîde yanjî jê re dibêjin Akîl bi Almanî .
  • Yanî ser xwe bi eyîr dikê yanjî tu heneka dikî?
  1. ( Di ser de )”: Radeya bilindbûn û zêdebûnê di hevoka girêdayî de diyar dike.

Mînak:

  • Hûn kurdî nizanin , di ser de jî dibêjin em kurd in!
  • Tiştekî nizane, di ser de jî xwe mezin dibîne.
  • Nas xwar, di ser de aveke qerimî bi ser xwe ve kir.
  • Hûn naxwînin di ser de jî ditengijin.

Hin Gihanekên Din û Çend Mînak

“Dibe ku, lê belê, nema, lê mixabin, ji ber ku, loma, nexwe, carinan…carinan, her wiha, hey, dîsa, êdî ,wisa ,erê lê , bi vî rengî…..

Mînak:

  • Hûn herin, dibe ku ez jî li pey we werim.
  • Piştî ku hat, nema çû .
  • Ez nema li vir dimînim.
  • Ez ketim fêrgehê, lê belê tu kes tê de tune bû.
  • Min tu dîtî, lê mixabin te ez nedîtim.
  • Dayîka min ji ber ku, karê wê hebû?, nikanibû bihate.
  • Tu nehatî loma ez jî neçûm.
  • Tu kê ji vir herî, nexwe tu kê herî bajarekî din.
  • Carinan ew tê mala me carinan em diçin serdana wî.
  • Hey tu hatiye, îşev li vir bimîne.
  • Tu çi qas bigerî, tu yê dîsa li welatê xwe vegerî.
  • Ez êdî westiyam, divê ez rakevim.
  • Erê lê wisa ye lê çawa .
  • Bi vî rengî, em giştin dawiya Bername ya xwe .

68

LÊKER

Pênase: Cureyê bêjeyan ê herî girîng û guherbar, lêker e. Navlêka ” lêker ” bi xwe girîngiya wê li ber çavan radixe. Li gorî peyvsaziyê ” lêker ” ji ” lêkirin ” yan jî ji ” avakirin ” ê hatiye. Her wiha lêker li gorî dem, rawe, avanî û rewşê tê kişandin.

Di lêkeran de rader:

Lêkera raderîn ew lêkera ku nehatiye kişandin û bi qertafên raderîn(in-n) bi dawî dibin. Lêker, dema ku di forma raderîn de bin, wekî navdêr tên pejirandin yanjî hem tên tewandin hem jî veqetandekan digirin û ji aliyê zayendê ve mê ne.

Mînak:

  • Ez bi vê gotinê şa bûm.
  • Gotina te, min şa dike.
  • Tu ji xwarina Çîkîgoşt hez dikî?
  • Belê, ez ji vê xwarinê hez dikim.

Cureyên lêkeran:

  1. Lêkerên xwerû: Ew lêkerên ku di bingeha xwe de lêker in û ji hêmanekê pêk tên.

Mînak:

avêtin, axaftin, bijartin,
kirin, bihîstin, cûtin, ajotin,
alastin, bêjtin, birin, pişaftin,
biraştin, birûstin, çûn, mêştin/ mêtin,
dotin, dîtin, gotin, kuştin, bûn, birin …..

…………………………………………………………………………………….

  1. Lêkerên nexwerû: Dibin sê cure:
  2. Lêkerên pêkhatî: Ev lêker bi alîkariya qertafan ( pêşgir û paşgiran) pêk tên.
  3. Lêkerên ku bi pêşgiran pêk tên:

Pêşgirên lêkersaz ev in: ( çê, ve, wer, ra, rû, da, hil, ro, der, ber)

Mînak:

Çêkirin, vebûn, vedan, veketin, vegotin, vexwarin, vekirin, wergirtin, rabûn, rahiştin, raketin, rakirin, raxistin, rûdan, rûniştin, dadan, daketin, daxistin, dagirtin, hildan, hilgirtin, hilanîn, hilweşîn, derdan, derbûn, derketin, berdan, rokirin…
  1. Lêkerên ku bi paşgiran pêk tên:

Paşgirên lêkersaz ev in: ( în, an, andin )

69

Mînak: (în):

Barîn, bezîn, borîn, civîn, çirîn, êşîn, firîn, gerîn, guherîn, herikên, karîn, kelîn, kenîn, kirîn, meşîn, nasîn, nêrîn, nivisîn, peyivîn, qedîn, qetîn, revîn, şewitîn, weşîn, xebitîn, xeyidîn, zîvirîn, zanîn….

Mînak: (an):

Kolan, pêçan, westan, kêşan….

Mînak: (andin):

Barandin, bezandin, civandin, çirandin, gerandin, firandin, kelandin, kişandin, meşandin, qetandin, şewtandin, revandin, sotandin, weşandin…
  1. Lêkerên hevedudanî:

Ev cure lêker ji du hêmanên serbixwe ( morfêmên serbixwe ) pêk tên, her yek xwediyê wateyekê ye. Ev lêker ji nav an hevalnav û lêkereke xwerû pêk tên.

Mînak:

Diyarkirin, başbûn, avdan, hûrkirin, parkirin, sorkirin, biryardan, berxwedan, avakirin hezkirin, tamaşekirin.

Têbînî

1. Piranya lêkerên hevedudanî bi alîkariya ev her du lêkeran pêk tên: ( bûn_ kirin ).

. 2Dema ku lêkerên hevedudanî tên kişandin ji hev cuda tên nivîsîn.

  1. Lêkerên bidaçek:

Ev cure lêker bi alîkariya daçekan wateya xwe sergihayî dikin, bêyî daçek nayê kişandin û ji gelek hêmanan ( morfêman ) pêk tên.

Mînak

Têdan, bicihkirin, jêhezkirin, têhilatin, têwerdan, pêkanîn, pêzanîn, pêketin, pêvekirin, lênihartin, lêxistin, lêborîn, pêlîstin, destpêkirin, bidestxistin, jêkirin…

  • Tu ji gulan hez dikî? Belê, ez jê hez dikim .
  • Te dest bi kar kir? Belê, min dest pê kir .

Têbînî:

  1. Ev cure lêker dema ku tên kişandin, her hêmanek bi sere xwe tê nivîsîn.

70

Mînak:

  • ( destpêkirin): Şoreşê dest pê kir.
  • (bidestxistin): Ev oparesyon, me bi dest xist.
  • (têrekirin): Min dezî di derzê re kir.
  1. Di lêkerên bidaçek de biresera rasterast tune ye. Ji ber vê yekê di dema borî de hem kirde hem jê bireser tewandî ne, lewre lêker ne li gorî kirde, ne jî gorî bireserê tê kişandin.

Mînak:

  • Me li nûçeyan tamaşe kir.
  • Me ji wan hez kir.

Kêşana Lêkeran:

Di pênaseya lêkeran de jî hat gotin ku lêker cureyê peyvan ê herî guherbar e, li gorî kes, dem, rawe, û Av aniye tên kişandin. Lêker li gor kes, dem, rawe û avaniyê hinek qertaf digrin an jî di wan de hinek guhertin pêk tên. Dem û rawe li ser “rayekên lêkerê” ava dibin.

Di kurdî de du rayek hene;”rayeka dema borî rayeka dema niha.

  1. Rayeka dema borî:

Dema ku ji lêkeran qertafên raderîn “in” û”n” têne avêtin, rayeka dema borî tê bidestxistin.

  • Rayeka dema borî ya lêkerên xwerû:
Rader Rayek
Alastin alast
Avêtin avêt
Birin bir
Anîn anî
Bûn bû
Çûn çû…
  • Rayeka dema borî ya lêkerên pêkhatî:
  1. Lêkerên bi pêşgir:
Rader Rayek
Daketin daket
Raketin raket
Çêkirin çêkir
Rûniştin rûnişt
Rokirin rokir…

71

  1. Lêkerên bi paşgira “în” û “an”: Rader Rayek Firîn firî/firya Revîn revî/ya Êşîn êşî/ya Teqîn teqî/ya… Kêşan kêşa Kolan kola Pêçan pêça Stran stra..
  2. Lêkerên bi paşgira “andin”:
Rader Rayek
Êşandin êşand
Şewitandin şewitand
Gerandin gerand
Kelandin keland
Nivîsandin nivîsand…
  • Rayeka dema borî ya lêkerên hevedudanî: Rader Rayek Amadekirin amadekir Fêrbûn fêrbû Avdan avda…
  • Rayeka dema borî ya lêkerên bidaçek:
Rader Rayek
Bicihkirin bicihkir
Lêxistin lêxist
Têwerdan têwerda
Pêzanîn pêzan…
  1. Rayeka dema niha:
Rayeka dema niha li gorî her lêkerê xwe diguhere. Ew jî di dema niha de bi dest dikeve, piştî ku lêker li gorî dema niha hate kişandin û qertafên dem û kesan jê hat avêtin, tiştê ku li holê dimîne rayeka dema niha ye.
  • Rayeka dema niha ya lêkerên xwerû:
Rader Rayek
Alastin dialêse
Anîn dihîne
Avêtin diavêje
Axaftin diaxive
Bûn dibe
Çûn diçe
Kirin dike

72

  • Rayeka dema niha ya lêkerên pêkhatî:
  1. Lêkerên bi pêşgir: Rader Rayek Rûniştin rûdine Çêkirin çêdike Rokirin rodike Vexwarin vedixwe Hilgirtin hildigire
  2. Lêkerên bi paşgira ” în” û “an”:

Dema ku ji lêkerê paşgira ” în” û ” an” tê avêtin, rayeka dema niha tê bidestxistin.

Rader Rayek
Gerîn ger
Meşîn meş
Kenîn ken
Xeyidîn xeyid
Firîn fir
Kolan kol
Kêşan kêş
Kutan kut
  1. Lêkerên bi paşgira ” andin”:

Ji lêkerê paşgira andin tê avêtin û li şûnê paşgira în tê danîn, rayek tê bi dest xistin.

Rader Rayek
Şewitandin şewitîn
Gerandin gerîn
Nivîsandin nivîsîn
Kelandin kelîn
Xemilandin xemilîn…
  • Rayeka lêkerên hevedudanî: Rader Rayek Bilindkirin bilindike Beşdarbûn beşdardibe Avdan avdide
  • Rayeka lêkerên bidaçek:
Rader Rayek
Jêhezkirin jêhezdike
Bicihbûn bicihdibe
Lênihartin lêdinihêre
Lêxistin lêdixe

73

Pevguherîna dengan: Mijareke ku divê li ser were rawestandin, pevguherîna dengan e. Hin lêkerên xwerû dema ku tên kişandin, dengek di wan de bi dengekî din tê veguhestin.

Di hin lêkeran deŞdibeJ“.

Mînak:

Kuştin  dikuje

Biraştin  dibirêje

Gihaştin  dighêje

Miştin  dimije

FdibeV“.

Mînak:

Pişaftin  dipişêve

Pişkaftin  dipişkêve

Axaftin  diaxêve

SdibeZ“.

Mînak:

Guhastin  diguhêze

Lîstin  dilîze

Bihîstin  dibihîze

Xwestin  dixwaze

Parastin  diparêze

Adibeʓ.

Mînak:

Guhastin  diguhêze

Parastin  diparêze

Guvaştin  diguvêşe

Di lêkeran de avanî:

Avanî çawaniya pêkanîna kêr/karî nîşan didin. Bi rêya avaniyê em dizanin ka kar rasterast bi destê yekî/ê pêk hatiye yan jî bi awayekî nerasterast pêk hatiye.

Yanjî bireser tê de heye yan na, kirde kar bi xwe kiriye yan bi yekî/ê din daye kirin.

74

Lêker ji aliyê avaniyê ve dibin sê bir?

  1. Gerguhêzî û negerguhêzî.
  2. Lebatî û tebatî.
  3. Dançêker.
  1. Gerguhêzî û negerguhêzî:

Di Kurdî de gerguhêzî û negerguhêziya lêkeran gelekî girîng e; ji ber ku gelek mijarên din mîna ergativê pê ve girêdayî ne. Lêkerên gerguhêz di demên niha û bê de li gorî kirdeyê, di demên borî de li gorî bireserê têne kişandin. Ji ber vê yekê di lêkerên gerguhêz de di demên niha û bê de kirde xwerû ye, bireser tewandî ye; di demên borî de kirde tewandî ye, bireser xwerû ye.

Berî her tiştî em li rewşa lêkerê binêrin, heger lêker bi “bireser” be ew lêker gerguhêz e, lê heger bê bireser” be ew lêker negerguhêz e. Bi awayekî din, ku em ji lêker pirsa: “Çi” ( ji bo tiştan ) û “kî/kê” (ji bo kesan) bikin û bersiv ji kirdeyê cuda be ew lêker gereuhêze e, lê heger bersiv dîsa li kirdeyê vegere ew lêker negerguhêz e.

Mînak: Hevok:

Hevok: Me şêv xwar.
Pirs: kê çi xwar?
Bersiv: me sêv xwar.
Hevok: Dîlan peymangehê hat?
Pirs: kî ji peymangehê hat?
Bersiv: Dîlan hat.
Pirs: çi hat?
Birsiv: Dîsa Dîlan e.
Azêd pirtûkek xwend. Kê çi xwend? Azêd pirtûkek xwend
Kevokek firya. Çi firya? Kevokek firya. Kî firya? Bersiv dîsa kevok e.

Ji bo lêkerên nexwerû ( pêkhatî û hevedudanî) mirov dikare bi awene din jî gerguhêziya wan diyar bike.

  1. Çi lêker pêkhatî be û bi paşgira (în) biqede, ew lêker negerguhêz e.

Mînak1:

firîn, şewitîn, êşîn, gerîn, meşîn, revîn, pelixîn û hwd.

  • Ew êşî / kî êşî? Ew êşî
  • Çi êşî? Ew êşî.

Nîşe: Hin lêker hene tevî ku bi (în) diqedin jî gerguhêz in. Wek: (nivîsîn, kirîn, birîn, dizîn, pirsîn)

Mînak2:

  • Min mijarek pirsî. Kê pirsî? Min pirsî. Çi pirsî? Mijarek pirsî.

75

  1. Çi lêker pêkhatî be û bi paşgira (an, andin) biqede, ew lêker gerguhêz e.

Mînak:

firandin, êşandin, şewtandin, gerandin, meşandin, nivîsandin, pêçandin, pêçan…

  • Min ew gerand. Kê gerand? Min gerand. Kî gerand? Ew
  1. Çi lêker hevedudanî be û bi lêkera alîkar ( bûn) pêk hatibe, ew lêker negerguhêz e.

Mînak:

tîbûn, beşdarbû, şiyarbûn, bilindbûn û hwd.

  • Ez pir tî bûm. Kî tî bû? Ez . Çi tî bû? Ez.
  1. Çi lêker hevedudanî be û bi lêkera alîkar (kirin) pêk hatibe, ew lêker gerguhêz e.

Mînak:

avakirin, tamaşekirin, beşdarkirin, şiyarkirin, bilidkirin û hwd.

  • Wî ez şiyar kirim. Kê kî şiyar kir? Wî ez şiyar kirim.
  1. Lebatî û tebatî:

Dema ku yek karekî rasterst dike, avaniya wî karî lebatî ye. Lê dema ku karek ji aliyê kesekî/ê nediyar ve tê kirin, avaniya wî karî tebatî ye.

  1. Forma avaniya tebatî bi alîkariya lêkera “hatin”ê tê bidestxistin. Lêkera “hatin” li gorî kes û deman tê kişandin û lêker bingehîn jî di forma raderîn de ye.

Yanî: bireser + lêkera alîkar “hatin” + lêkera bingehîn di forma raderîn de.

Mînak:

  • Min sêv xwar. (lebatî).
  • Sêv hate xwarin. (tebatî).
  • Silava gulan av dide. ( lebatî).
  • Gul têne avadan. ( tebatî).
  • Ferhad kê avê vexwe. ( lebatî).
  • Av kê were vexwarin. ( tebatî).

76

Têbinî:

  1. Avaniya tebatî ji lêkerên gerguhêz çêdibe.
  2. Di avaniya tebatî de neyînî ji lêkera alîkar” hatin” diyar dibe anku” hatin” qertafa neyîniyê digire ji bo neyînîkirina avaniyê.
  3. Di bingehê avaniya tebatî de pêwîste kirde nediyar be lê carnan ji bo armancekê em kirdeyê diyar dikin, lê kirde bi alîkariya daçekê tê diyarkirin.

Mînak:

  • komara Mehabatê hat avakirin.
  • Komara Mehabatê ji aliyê Qazî Mihemed ve hat avakirin.
  1. Dançêker:

Dema ku yek karekî bi yekî/ê din bide kirin, avaniya dançêker pêk tê. Forma vê avaniyê bi alîkariya lêkera “dan” li gorî dem û kesan tê kişandin û lêkera bingehîn di forma raderîn de ye.

  1. Yanî: kirde + bireser + lêkera alîkar “dan” + lêkera bingehîn di forma raderîn de ye.

Mînak:

  • Zîlan cilên xwe dan şûştin.
  • Zîlan cilên xwe dide şûştin.
  • Ciwên xaniyên xwe da lêkirin.
  • Ciwên xaniyên xwe dide lêkirin.

Neyînî: qertafa “ne, na” tê berî lêkera “dan” neyîniya avaniyê bi dest dikeve.

Mînak:

  • Zîlan cilên xwe nedan şûştin.
  • Zîlan cilên xwe nade şûştin.
  • Zîlan dê cilên xwe nede şûştin.

Têbinî:

Avaniya dançêker ji lêkerên gerguhêz çêdibe.

77

Raweya çêbiwar:

Ev rawe bi rayeka dema borî û qertafa ( î ) pêk tê. Lêkera ku di forma çêbwar de ye di nav hevokê de dibe hevalnav.

Mînak:

elast  elastî, avêt  avêtî, bijart  bijartî, veşart  veşartî, firot  firotî, ket  ketî….
  1. Di lêkeran de rawe:

Rawe teşya lêkeran nîşan dide. Ji ber ku rawe bi kêşana lêkeran pêk tê, teşeya lêkerê li gorî her raweyê tê guhertin.

Di kurdî de rawe dabeşî sê beşan dibin:

  1. Raweyên pêşkerî.
  2. Raweyên fermanî.
  3. Raweyên daxwazî.

Têbinî:

  1. Hemû demên borî û hink raweyên xwestekî li ser bingeha rayeka dema borî ava dibin.
  2. Dema niha, dema bê, raweya fermanî û hinek raweyên xwestekî li ser bingeha rayeka dema niha ava dibin.
  3. Raweyên pêşkerî:

Raweyên pêşkerî dema ku karekî nîşan didin, em ji wan tê dighêjin ku tiştek pêk tê (dema niha), dê pêk were (dema bê) yan jî pêk hatiye (dema borî).

  1. Dema niha.

Dema ku karek di dema niha de anku di dema ku em tê de ne bê kirin, dema niha tê bikaranîn. Dema niha bi alîkariya qertafa dema niha”di” û rayeka dema niha tê sazkirin.

  1. Forma dema niha: kirde + qertafa dema niha”di” + rayeka dema niha + qertafa kesane.

Mînak:

  • Ez diçim peymangehê.
  • Tu dipeyivî.
  • Ew xwarinê çêdike.
  • Em/Hûn/Ew pirtûkan dixwîne.

78

  • Neyîniya Dema Niha:

Neyîniya dema niha bi alîkariya qertafa neyîniya dema niha”na” pêk tê. Ev qertaf tê şûna qertafa dema niha”di” wateya neyîniyê dide lêkerê.

Mînak:

  • Ez naçim Tu napeyivî.
  • Ew xwarinê çênake.

Têbinî:

Di lêkerên pêkhatî de yên bi pêşgir, qertafa dema niha”di” û qertafa neyniyê”na” piştî pêşgirê tên bikaranîn.

Mînak:

  • Ez radikevim. Ez ranakevim.
  • Tu dadikevî. Tu danakevî.

Têbinî

  1. Di dema niha de kirde her tim xwerû ye û bireser tewandî ye ku lêker gerguhêz be.
  2. Dema niha ya ku bi alîkariya hokerên mîna(her tim, her dem, her gav, carinan, pirî caran, hin caran, yekcaran, tim..) jê re Dema Niha Ya Fireh tê gotin.

Mînak:

  • Ez her tim diçim bajêr .
  • Carinan hevalên xwe dibînim.
  • Dema Niha Ya Domdar:

Dema ku bûyerek di dema niha de bi awayekî domdar pêk bê, ev dem tê bikaranîn. Ev dem bi qertafa domdariyê”e” pêk tê.

  1. Forma dema niha ya domdar: Kirde +qertafa dema niha “di”+ rayeka dema niha + qertafa kesane + qertafa domdariyê”e”.

Mînak:

  • Ez pirtûkê dixwînime.
  • Tu li çi digeriye?
  • Ew avê vedixweye.

79

Têbinî:

Ji bilî qertafa domdariyê “e” tu cudahî di navbara vê demê û dema niha de tune ye.

  1. Dema bê .

Dema ku karek pêk nehatibe û plansaziya pêkanîna wî karî di dema bê de be, ev dem tê bikaranîn. Bi amraza dema bê “dê” û “ê” û qertafa raweya fermanî “bi” tê sazkirin.

  1. Forma dema bê: Kirde + amraza dema bê (dê/ê) + qertafa raweya fermanî (bi) + rayeka dema niha + qertafa kesane.

Mînak:

  • Ez ê pirtûkê bixwînim.
  • Tu yê bi min re bigerî.
  • Ew dê hevalên xwe bibîne.
  • Em/Hûn/Ew dê biçin peymangehê.

Têbinî:

  1. Dema ku kirde navdêr be amraza “dê” tê bikaranîn.

Mînak:

  • Dîlber dê malê paqij bike.
  • Ferman dê li muzîkë guhdar bike.
  1. Dema ku lêkera pêkhatî bi pêşgir be qertafa raweya fermanî “bi” nayê bikaranîn.

Mînak:

  • Ew ê xwarinê çêke.
  • Tu yê rakevî.
  • Ez ê avê vexwim.

Neyîniya Dema Bê:

Neyîniya dema bê bi alîkariya qertafa neyînî “ne” pêk tê. Ev qertaf tê şûna qertafa raweya fermanî “bi” û bi vî awayî forma neyîniya dema bê çêdibe.

Mînak:

  • Ez ê neçim.
  • Tu yê nexwî.
  • Ew ê nemeşe.

80

Dema Bê Ya Nêzîk:

Dema ku kirde xwe ji bo karekî amade bike anku plankirina wî karî di demeke nêzîk de be, ev dem tê bikaranîn. Ev dem wekî dema bê ye, lê cudahiya wê ji “dema bê ew e ku lêkera alîkar kirin “li şûna amraza dema bê tê bikaranîn.

Lêkera alîkar “kirin” her tim di dema niha de û li gorî dem û kesan tê kişandin.

  1. Forma dema bê ya nêzîk: kirde + lêkera alîkar “kirin” + qertafa raweya fermanî “bi” + rayeka dema niha + qertafa kesane.

Mînak:

  • Ez dikim biçim.
  • Tu dikî rakevî.
  • Ew dike bimeşe.

Neyîniya dema bê ya nêzîk:

Neyîniya vê demê bi neyînîkirina lêkera bingehîn pêk tê anku qertafa neyîniyê “ne” li şûna qertafa raweya fermanî “bi” tê bikaranîn û lêkera alîkar “kirin” wekî xwe dimîne.

Mînak:

  • Ez dikim neçim.
  • Tu dikî neçî.
  • Ew dike neçe.
  1. Dema borî .
  2. Dema Boriya Têdeyî:

Dema ku bûyerek di demeke diyar de pêk hatibe û bi dawî bûbe, ev dem tê bikaranîn.

  1. Forma dema boriya têdeyî: kirde + rayeka dema borî + qertafa kesane.

Mînak:

  • Ez ketim.
  • Tu hatî.

Têbinî:

Di demên borî de ku lêker gerguhêz be kirde tewandî û bireser xwerû ye, lê dema ku lêker negerguhêz be kirde xwerû ye.

81

Mînak:

  • Min ew gerand (gerguhêz)
  • Ez geriyam (negerguhêz)

Lêkerên ku li gorî kesê sêyemîn ê yekjimar tên kişandin, qertafa wê ya kesane nagire, lê dema ku piştî lêkerên ku bi qertafa raderîn “in” pêk tê hevalkara cihî hebe qertafa kesane tê bikaranîn.

Mînak:

  • Ew hat Ew hate bajêr

Lêkera pêkhatî ya bi paşgira “în” di dema borî de bi du awayan tê kişandin.

Mînak:

  • (meşîn): Ez meşîm. Ez meşiyam.
  • (barîn): baran barî. Baran bariya.
  1. Dema Boriya Dûdar:

Dema ku bûyerek di demeke nediyar de pêk hatibe û encam an jî bandora wê bûyerê li dema niha hebe ev dem tê bikaranîn.

Ev dem bi alîkariya qertafa dûdariyê (e) û rayeka dema borî pêk tê.

  1. Forma dema boriya dûdar: Kirde + rayeka dema borî + qertafa kesane + qertafa dûdariyê (e).

Mînak:

  • Ez ketime.

Têbinî:

Dema ku lêker li gorî ev her du cînavan (tu_ew) were kişandin, qertafa dûdariyê (e) dibe (iye).

Mînak:

  • Tu ketiye. Ew ketiye.

82

Çîrokiya Dema Boriya Têdeyî (Dema Boriya Dûr):

Dema ku bûyerek di demeke borî dûr de pêk hatibe, ev dem tê bikaranîn.

Ev dem di hevokên hevedudanî de tê bikaranîn, dema ku du bûyer li pey hev qewimîbin ji bo bûyera pêşîn, çîrokiya dema boriya têdeyî tê bikaranîn.

Ev dem demeke hevedudanî ye, bi rayeka dema borî û lêkera alîkar (bûn)`ê pêk tê.

  1. Forme dema boriya têdeyî : kirde + rayeka dema borî + tîpa alîkar(i) + rayeka dema borî ya lêkera (bûn) + qertafa kesane.

Mînak:

  • Ez hatibûm.
  • Tu raketibûyî.
  • Wî gotibû.

Mînak li ser hevokên hevedûdanî:

  • Dema ku ez gihaştime malê, bavê min derketibû.
  • Pirtûka ku min ji te standibû, hinekan ji min dizîbû.
  1. Dema Boriya Berdest:

Dema ku bûyerek di dema borî de bi domdarî anku li ser hev hatibe kirin ev dem tê bikaranîn. Ev dem bi alîkariya qertafa dema niha (di) pêk tê.

  1. Forma dema boriya berdest: Kirde + qertafa dema niha (di) + rayeka dema borî + qertafa kesane.

Mînak:

  • Ez diçûm.
  • Ew dimeşiyan.
  • Wî gul av didan.

Neyîniya demên borî:

Neyîniya demên borî bi alîkariya qertafa neyîniyê (ne) pêk tê.

Mînak:

  • Dema boriya têdeyî: Min ew nedît. Tu raneketî.
  • Dema boriya dûdar: Min ew nedîtiye. Tu raneketiye.
  • Dema boriya berdest: Min ew nedidît. Tu raneketibûyî.

Têbînî:

lêkerên pêkhatî yên bi pêşgiran pêk tên, qertafa neyîniyê piştî pêşgirê tê nivîsandin.

83

Mînak:

  • Te derî venekir.
  • Xanî hilneweşiya.
  • Wî av venedixwar.
  1. Raweya Fermanî

Dema ku karek rasterast ji kesekî were xwestin, ev rawe tê bikaranîn. Raweya fermanî bi alîkariya rayeka dema niha û qertafa raweya fermanî “bi” tê bidestxtin. Ji ber ku ferman li kesê duyemîn ê yekjimar û pirjimar dibe, qertafa “e” ji bo yekjimar û qertafa “in” ji bo pirjimar tên bikaranîn.

  1. Forma raweya fermanî: Qertafa raweya fermanî “bi” + rayeka dema niha + qertafa kesane (e/in).

Mînak:

  • Biçe. Ji bo yekjimar
  • Biçin. Ji bo pirjimar.

Têbinî:

Di lêkerên pêkhatî yên bi pêşgir de, qertafa raweya fermanî “bi” nayê bikaranîn.

Mînak:

  • Hevokê wergerîne.
  • Hilkişin çiyê.
  • Pirtûkan derxin.
  1. Neyîniya raweya fermanî: Neyîniya vê raweyê bi alîkariya qertafa neyînî “me” tê bidestxistin.

Mînak:

  • Ciwan! zû meçe.
  • Li min megere.

Têbinî:

1. Di lêkerên pêkhatî yên bi pêşgir de, qertafa neyînî “me” piştî pêşgirê tê nivîsandin.

Mînak:

  • Bi darê ve hilmeperike.
  • Ji welatê xwe dermekeve.

84

2. Sê lêker hene raweya wan a fermanî bi du awayan pêk tên, ew jî ev in: (hatin, çûn, birin).

Awayê yekemîn wekî rêgezê ye û yê duyemîn jî cuda ye.

Yanî:

  1. Hatin bê(were), mê, neyê.
  2. Çûn biçe(here), meçe(mere).
  3. Birin bibe(bere), mebe.

Mînak:

  • were vir.
  • Mere bajêr.

85

Helbesta Miştenûr :

Derkeve li ser Miştenûr bila ez te bibînim û biqêrîn bêje ez ji te hezdikim bila ez bibihîsim, biqêrîn biqêrîn dengê te ez nabihîsim .

Hezkirina te ez hilandim wek ronê nivîşkî li ber royê, ez dînkirim kirim Qeyîsê dîno, biqêrîn biqêrîn dengê te ez nabihîsim .

Derkeve Miştenûr bixemilîne bi kenê xwe, bi rengê porê xwe yê xol xolî, biqêrîn biqêrîn ez mirim bi evîna te .

Raste ez te dibînim bi van çavan û dengê te dibihîsim bi van guhan lê nagihe dilê min û sar nake, biqêrîn biqêrîn û hîn biqêrîn hîn .

Mamoste: Şerîf îbrahîm , Kobanê .

86

BANEŞAN

Baneşan, yek ji cureyên peyvan in ji bo derbirîna hest, daxwaz, gilî û gazinan tên bikaranîn. Baneşan bi gelemperî di destpêka hevokê de cih digirin.

Bi gotineke din, mirov hestên xwe yên germ û gur (Çi kîn û gir an jî çi kêfxweşî be) bi alîkariya baneşanan dide nîşan.

  1. Baneşanên Bingehîn:
Ax!, of!, de!, wax!, hey wax!, lo!, lê!, hey ey!, wî!, ha!, hoşt/dû!, ço!, hûş!, ha ho! …

Mînak:

  • Ax! Ji derdê te.
  • Of! Em dê kengî ji destên zaliman rizgar bibin?
  • De! Em vegerin gundê xwe. (De! Were li min û vî halî tamaşe bike).
  • Wax dayê wax!
  • Hey/wax! Feleka xayîn te çira li me hanî kir?!
  • Lo lo pismamo! Çima deng nakî!
  • Lê lê dotmamê! Ez bi heyranê.
  • Wî! Kurê min, ma hanî dibe?!
  • Ha ho! Em ji mêj ve hatine. (Ha ho! Werin li min û vê ecêba giran binêrin).
  • Hoşt/dû! Bişeqite ji vir here kûçikê heram!
  • Ço, ço! Bilezîne kera min, em dereng man.
  1. Bi Rêya Dêng/dengî Baneşan

Hinek peyv (Bi gelemperî peyvên fermanî û hişyarî ne), dema ku bi dengekî bilind û bi awayekî tund têne gotin, wê çaxê dibin baneşan.

Mînak:

  • Şîrîn! Rabe mîvan hatin.
  • Ciwan! Hanî nabe divê tu hêdî hêdî karê xwe bikî.
  • Ez! Ez çûme ser darê! Kê ji te re got?
  • Xwedê! Tu li me rehim bikî.
  • Mamê min! Vê yekê meke.
  1. Dengên Siruştî/Navên Dengan

Pir caran navên dengên siruştî yanjî navên lasayî (teqlîdkirî) jî weke baneşan têne pejirandin.

Mînak:

Teqereq, guregur, sîrkesîrk, xurxur, xurexur, zumezum, teeeq!, vizz!, pis!, zîng!, çirr!….

  • Guregur bi êr ket!
  • Ew çi teqereq bû ji gundê we dihat!?
  • Xurxura avê pir xweş e!
  • Bila sîrkesîrk bi diranên te nekeve!
  • Mêşa hingiv li dora gulê dike vizzz!
  1. Rewşa Banglêkirinê

Sê qertafên me yên banglêkirinê hene, dema ku navdêr ew qertafan digirin dibin baneşan. Qertafên banglêkirinê ev in:

87

  1. O: Yekjimar û nêr e.
  2. Ê: Yekjimar û mê ye.
  3. Ino: Pirjimar e.

Lê neke navdêr bi dengdêrê biqede, ev qertaf dibe:

  1. no”.

Mînak:

  • Xwîşkê were vir!
  • Kuro rabe ser xwe!
  • Hevalino bixebitin!
  • Mamosteno bila haya we ji şagirtan hebe!
  • Lê Nûrê! Lê Nûrê!
  • Biçûkê, bêqisurê!
  • Porsorê, gulîhûrê!”
  • Eman dilo, eman dilo!
  • Ji derdê yarê tu bikulo!
  • Janê eşqê avêt dilo!
  • Dil û kezeb tev bûn kulo!
  • Yar bû gul, ez bûm bilbilo!”
  • Keçê! Te xêr e, tu çi ji min dixwazî?!
  • Hevalê! Bê te jiyan nabe.
  • Zarokino! Hûn hêviyên me ne.
  • Birano! Dev ji xebatê bermedin.
  • Dengbêjo! Dengê xwe bilind bike.
  • Hêjano! Ji welatê xwe hez bikin.

Têbînî:

Afirandina baneşanên pirjimar bi alîkariya peyva “gelî” û qertafa tewangê ya pirjimar “_an” jî çêdibe.

Mînak:

  • Gelî hevalan! Gelî dostan! Hûn hemî bi xêr hatin.
  • Gelî şagirtan! Baş bixebitin.
  • Gelî mamosteyan! Hûn tovên nifşên kurdan diçînin.

88

Newroz

Deh û yek ê azarê cejna azadî

bîst û yekê wê newroz û şadî

bi xêr bê buhar newroz û avdar

xweş dibî bi wan dilê evîndar

agirê newroz li girê yare

hilbû bi şadî mangê avdare

mêzeke îro li guhê laleş

rûdêmê keça mîna gula geş

pêşmergê nebez dara azadî

avdan bi xweînê bi şad û merdî

silav her li wan gêrîla li deş û çiyan

xwîna xwe rihtin ji boyî jiyan

qîz û xortên kurd çeleng û çakin

bi awaz û dengê wan tim di bakin

zengilê jînê newroz vaye hat

rojek nû hilat pê xweşbû welat

89

JIMARNAV

Ji navê wê diyar e ku em dê çêrî navê hejmaran bikin. Ji aliyê peyvsaziyê ve “jimarnav” peyveke hevdudanî ye, ji du peyvan; “jimar” û “nav” pêk hatiye.

Cureyên Jimarnavan

Jimaranav dabeşî çar beşan dibin:

  1. Navên Hejmarên Bingehîn.
  2. Navên Hejmarên Dabeşkirinê.
  3. Navên Hejmarên Rêzkirinê.
  4. Navên Hejmarên Hevalkarîn/Hokerîn.
  5. Navên Hejmarên Bingehîn:
Yek, du, sê, çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh, deh, yanzdeh, danzdeh, sêzdeh, çardeh, panzdeh, şanzdeh, hevdeh, hejdeh, nozdeh, bîst, bîst û yek, bîst û neh, sih, sih û çar, sih û neh, çil, çil û çar, çil û neh, pêncî, pêncî û pênc, şêst, heftê, heştê, nod, sed, dused, dused û pêncî û heft, sêsed, çarsed, pêncsed, şeşsed, heftsed, nehsed, hezar û nehsed û nod û çar, du hezar, sê hezar, dehhezar , sedhezar , nehsedhezar, milyonek, du milyon, deh milyon, milyar...
1, 2, 3, 4, 5, 6, 7, 8, 9, 10, 11, 12, 13, 14, 15, 16, 17, 18, 19, 20, 21, 29, 30, 34, 39, 40, 44, 49, 50, 55, 60, 70, 80, 90, 100, 200, 257, 300, 400, 500, 600, 700, 800, 900, 1000, 1994, 2000, 3000, 10,000, 100,000, 1,000,000, 2,000,000, 10,000,000, 1000,000,000 …

Mînak:

  • Du hevalên min ên jêhatî hene .
  • Bîst û yek Dibistan li Hewlêrê ava kirin .
  • Di sala du hezar û hejdehan de, zanîngeha Kobanê vebû.
  • Temenê Şiyir bû panzdeh .
  1. Hejmarên Dabeşkirinê:
Nîv, çaryek, didu û nîv, yek û nîv, ji sisiyan yek, ji çaran sê, ji pêncan du, ji dehan şeş, ji sedî panzdeh, ji sedî bîst, ji hezarî pênc, ji deh milyonî yek, ji milyarekê milyonek…
0.5 , 0.25 , 2.5 , 1.5 , 3/1 , 4/3 , 5/2 , 10/6 , %15 , %20 , 1000 %5 , 10.000.000%1 , 1.000.000.000%1.000.000 …

Mînak:

  • Ez bi yek û nîvê têr naxwim.
  • Çaryek ji nîvê kêmtir e.
  • Ji sedî çil qediya ma ji sedî şêst.
  • Ji hezarî yek ev kar dê biçe serî.
  • Bîst û pênc ji şeşan pirtir e.
  • Nozdeh û pênc çi dikin?
  • Milyonek û nehsed hezar pir e lê hezar û çarsed û hejdeh?

90

  1. Navên Hejmarên Rêzkirinê:

Hejmarên rêzkirinê bi du awayan pêk tên; bi alîkariya tewangê û bi alîkariya qertafên ( em û _emîn )ê .

  1. Bi tewangî : Yekê, diduyan, sisiyan, çaran, pêncan, şeşan, heftan, heştan, nehan, dehan, yanzdehan, danzdehan, sêzdehan, çardehan, panzdehan, şanzdehan, hevdehan, hejdehan, nozdehan, bîstî, sihî, çilî, pêncîyî, şêştî, heftêyî, heştêyî, nodî, sedî, hezarî….

Mînak:

  • Kesê çaran birayê min bû.
  • Di rêza pêncan de ez hebûm.
  • Ew li ber deriyê dehan rawestiya .
  • Di hejmara çilî de xwe ji bîr kir.
  1. Bi qertafên ( em” û “_emîn )

Yekemîn/em, duyemîn/em, sêyemîn/em, çaremîn/em, pêncemîn/em, şeşemîn, heftemîn, heştemîn, nehemîn, dehemîn, yanzdehemîn/em, danzdehemîn/em, sêzdehemîn/em, çardehemîn/em, paczdehemîn/em, şanzdehemîn/em, hevdehemîn/em, hejdehemîn/em, nozdehemîn/em, bîstemîn/em….

Mînak:

  • Di dîlanê de kesê yekemîn/em ew bû.
  • Di rêza duyemîn/em de kesên nexweş hebûn.
  • Di dorê de li pêş wî bîst û sê kes hebûn, ew yê bîst û çaremîn/em bû.
  • Di vê kolanê de mala çaremîn/em a me ye.
  1. Hejmarên Hevalkarîn/Hokerîn:

Ev cure hejmar awayê pêkanîna karekî nîşan didin.

Awayên pêkanîna van hejmaran:

  1. Bi alîkariya daçeka “bi” û dubarekirina hejmarê pêk tên.

Mînak:

Yek bi yek, du bi du, deh bi deh, pênc bi pênc, sed bi sed….

  1. Bi alîkariya qertafa “o” û dubarekirina hejmarê pêk tên.

Mînak:

Yeko yeko, şeşo şeşo, bîsto bîsto….

  1. Bi alîkariya qertafa “e” û dubarekirina hejmarê pêk tên.

Mînak:

  • Yeke yek, dehe deh, çare çar, bîste bîst, sede sed…

Hin mînak li ser her sê awayan:

  • Kesên ku çûbûn bajêr yeko yeko vegeriyan.
  • Ew şeşo şeşo, em bîsto bîsto digeriyan.

91

  • Me gûz deh bi deh li hev parve kirin.
  • Ew çar bi çar, em şeş bi şeş dimeşiyan.
  • Mamoste, şagirt pênce pênc ji hev veqetandin.
  • Xwendekar çare çar ketin fêrgehê.

Tewanga Jimarnavan

Di zimanê nivîskî de tewanga jimaranavan bi vî rengî ye:

  1. Hejmara “yek” mê ye û bi “ê” ditewe.
  2. Hejmarên din; ji 2 heta 19’an bi “an” tên tewandin.
  3. Hejmarên “30, 40, 50, 60, 70, 80, 90, 100, 200, 1000….bi ( î ) yê ditewin.
  4. Di hejmarên pirxaneyî de; yanjî yên ku bi gihaneka “û”yê bi hev ve hatine girêdan hejmara dawîn ditewe.
  5. Hejmarên mîna “milyon” û “milyar” ên ku ji zimanên biyanî ketine zimanê Kurdî, li gorî hejmara berî wê têne tewandin.
  6. Hejmarên şikestî yanjî dabeşkirinê li gorî hejmara berî wê ditewin.

Hin mînak li ser van hemû hejmara:

  1. Di rêza yekê de ez hebûm.
  2. Dehan ev kar kiribe jî lê sêyan qayîl nekir.
  3. Di wê rêzê de mala çaran a me ye.
  4. Di dorê de ez ê bîstan bûm.
  5. Çilî bide min, sihî bibe.
  6. Ji sedî bîstan bide min. 20%
  7. Ji hezarî dehan bîne. 10%1000
  8. Milyonekî bide min, ez ê du milyonan li te vegerînim.
  9. Bi bîst milyarî bikire û sed milyarî bifiroşe .
  10. Nîvekê bide min.
  11. Du çaryekan jê bistîne.

Têbînî:

Di diyarkirina mêjûyê (dîrokê) de hejmara “yek” nêr e û veqetandeka “ê” yan jî “î” yê digire. Divê em vê yekê wekî tiştekî awarte yan jî şaşitiyeke bicihbûyî bipejirînin.

Mînak:

  1. Yekê/î adara sê salan berî niha pir xweş bû.
  2. Yekê/î gulanê.

92

Helbesta: Kurmê darê ji darê ye

Dilawerê Zengî

Ey bira tu binêre,

Şax û gulyên li darê

Serî hildan ber bi jor,

Bişkoj vebûn ji xarê

Li ber roja zêr reşan,

Pelzêr l’eniya yarê

Bisk û kezî tev berdan,

Zilfên li ser guharê

Li ber bayê sibayê,

Sema tê gulyên darê

Por li deşt û geliyan,

Çînçîna zilfên yarê

Hibrî bi ser xwe wer kir,

Ji kulîlkên hinarê

Bejin kada mirovan,

Wêne ji geh nîgarê

Dest û mil ezman hildan,

Hevpêçana serbarê

Çi zirav û çi sitûr,

Tev ji qurmê vê darê

Rehê lingê xwe berdan,

Di nêv xaka nêdarê

Li jor ezmanekî xav,

Ne baran û şehdarê

Pertewa tav û birûsk,

Da gelî û zinarê

93

Bager û toz û dûman,

Ji jor bi ser tê xwarê

Ziyakî marî çar ser,

Talan bi alîn yarê

Zor û zeber li şaxan,

Zingar bû qurmê darê

Gelek ramûsan wê dan,

Ji lêvên sor sûxarê

Kuştin, mirin, armanc e,

Ji destên siyehkarê

Pir weşîn pelê jînê,

Ji perçebûn ji parê

Kurmê darê ne jê be,

Zingar nabe kevnarê

Şan û rûmet nema hew,

Ne şîqîna hawarê

Ew kirasê li bejnê,

Her kes lixwe diparê

Girtî û berê te me,

Sêv ne,j dara hinarê

Zimanê lal bê gerîn,

Çavê kwîr vebî xarê

Reh tu bighîne derya,

Jê vexwî xwîn li karê

Kurmê gerdin bê kuştin,

Dûv e, şûr du rû zarê

Baran bi peşk bibarî,

Şebnem li dêm bên xwarê

Tişt xweş e, di çaxê xwe,

Zer bibî berê darê

94

Şax û terhên te geş bên,

L’ Mehabad û Qentarê

Agirî, Zozik û Zaxo,

Li Mûsil û Enberê

Li Cizîr û Efrînê,

Dêrsim û Şanbêcarê

Ava gola bela be,

Şîn bên terhên mişarê

Tovên zanînê nû kad,

Nifşên nû hoşiyarê

Riya jînê da biçin,

Berokaş û dijwarê

Ger serxwebûn bidîta,

Dê nema setembarê

Bi yekîtî û zanîn,

Liberxwedan li karê.

95

HEVALNAV

Hevalnav: Cureyek ji cureyên peyvên watedar e. Peyva (hevalnav) peyveke hevedudanî ye ji du hêmanên serbixwe pêk hatiye ( heval+nav ). Vê peyvê navê xwe ji karê ku pê radibe wergirtiye ji ber ku hevaltiya navdêrê dike û navdêrê ji gele aliyan ve ( reng _ dirûv _ teşe û mêjerê ) bi me dide nasîn.

Hin Taybetiyên Hevalnavan:

  1. Hevaltiya navdêran dikin û wan ji gelek aliyan ve bi me didin nasîn.
  2. Ji aliyê wateyê ve du beş in; hevalnavên çawaniyê û hevalnavên diyarkirinê.
  3. Hevalnavên çawaniyê bi tenê yên resen in lê yên diyarkirinê çendaniya tiştan bi me naskirin dide.
  4. Hevalnavên çawaniyê natewin lê yên diyarkirinê ditewin.
  5. Hevalnavên çawaniyê ji bilî qertafên payeyê tu qertafan nagirin.
  6. Hevalnavên çawaniyê veqetandekan nagirin.

Cureyên hevalnavan:

  1. Hevalnavên Çawaniyê:

Her wekî ji navê diyar e ku ev hevalnav çawaniya navdêrê dide nîşan. Ev cure, di binyeta xwe de hevalnav in û wekî hevalnavên resan tên pejirandin û ji bilî qertafên payeyê tu qertafan nagirin û nayên tewandin.

Mînak:

Reş, spî, sor, kesk, mor, dirêj, kin, xweş, baş, rind, bedew, çeleng, keşeng, şepal, çavreş, xemgîn, kêfxweş.

Bi rêya veqetandek û qertafên kesane têkildarî navdêran dibin.

Mînak:

  • Dara bilind _Keça hêja _ Mirovê qenc
  • Ev xanî mezin e _ Dayîka te şêrîn e _ Welatê min xweş e

96

Di hevanavên çawaniyê de pile/paye:

Pile/paye, asta navdêr û rewşa wan a li hember navdêrên din nîşan dide.

Di kurdî de sê payeyên bingehîn hene:

  1. Payeya Asayî: Hevalnav di vê astê de tu qertafan nagire, tenê rewş û çawaniya navdêrê diyar dike û hevalnav di rewşeke normal de ye.

Mînak:

  • Çiyayê bilind _Tu keçeke ciwanî _Ew mirovekî qornaz e.
  1. Payeya hevrûkirinê: Di vir de çend tişt bi hev re têne hevrûkirin û yek ji wan dê bi taybetiyeke xwe ji ya din kêm an jî zêdetir be; ev jî bi alîkariya qertafa(tir) pêk tê.

Mînak:

  • Zebeş ji sêvê xweştir e.
  • Hûn ji wî zanatir in.
  • Ken ji girî baştir e.
  1. Payeya Berztirîn: Bi alîkariya qertafa (_tirîn) ,), nvdêrek ji yên din berz dibe.

Her wiha di zimanê devkî de peyvên mîna “tewrî _ herî ” tên pêşiya hevalnavê û bi vî awayî payeya berztirîn pêk tê.

Mînak:

  • Di mala me de xweşiktirîn keç ez im.
  • Çiyayê Agirî çiyayê herî bilind e li Kurdistanê.
  1. Carinan bi qertafa (ip) payeya berzitirîn çêdibe: Tîpa pêşîn a hevalnavê tê pêş qertafa (ip) û wekî pêşgir bi hevalnavê ve dibe.

Mînak:

Sipsor _ Nipnû _ Kipkesk _ Ripreş.

  1. Hevalnavên Şanîdanê:

Cînavkên şanîdanê; ev û ew dema ku berî navdêran tên, dibin hevalnavên şanîdanê. Ji aliyê tewangê ve ev cure hevalnav ditewin û navên li pey xwe jî ditewînin.

Ew: Ew _ewê_ ewan(wî_wê_wan).

Ev: Ev_ evê_ evan(vî_vê_van).

97

Mînak:

  • Ew gund xweş e.
  • Ev keçik pir lawaz e.
  • Vê helbestê bixwîne.
  • Wê pirtûkê bide min.
  1. Hevalnavên Jimarîn:

Dema ku navdêr piştî jimarnavan tên, dibin hevalnavên jimarîn.

Mînak:

  • Deh bizinên me hene.
  • Ez dikarim şanzdeh semîneran di çar rojan de bixwînim.
  • Şeş hevalan ez dîtim.
  • Pênc birayên min hene.

Têbînî:

Di jimarnavên rêzkirinê de, dema ku ew jimarnav piştî navdêran werin dibin hevalnavên jimarîn.

Mînak:

  • Di pirsa pêncemîn/pêncan de min xwe şaş kir.
  • Di salnameya kurdî de meha yekê/yekemîn adar e.
  1. Hevalnavên Nebinavkirî:

Cînackên nebinavkirî dema ku berî navdêran tên dibin hevalnavên nebinavkirî: Hin _ gelek _ bêvan _ çend _ hemû, tu…

Mînak:

  • Hin şekir bide min.
  • Filan mêrî ji filan jinê re çîrokek got.
  • Çend gotin ji min re gotin û çû…
  1. Hevalnavên Pirsiyariyê:

(Çawa, Çito, Çilo),(Jîjan),(Çend),(Çi qas).

Ev cure hevalnav pirsa hevalnavên din dike.

98

  1. (Çawa, Çito, Çilo): Piştî navdêran tên û pirsa hevalnavên çawaniyê dikin.

Mînak:

  • Hîva çawa ye?
  • Zîlan çito ye?
  • Mala Ciwên çilo ye?
  1. (Kîjan): Berî navdêran tê û pirsa hevalnavên şanîdanê dike û navdêrên li pey xwe, li gorî rêgeza giştî ya navdêran ditewe. Yanî di dema borî de kirde ditewe û di dema niha û bê de bireser ditewe.

Mînak:

  • Kîjan keçikê nanê şivên xwar?
  1. Rêgeza giştî ya ji bo tewangê ji bo navdêrên ku piştî ( kîjan ) tên derbas dibe.

Yanî di lêkerên gerguhêz de di demên borî de kirde ditewe û di demên niha û bê de bireser ditewe.

Mînak:

  • Kîjan hevalî got?
  • Kîjan şagirtî rênûs nekir?
  • Kîjan mamoste semîner da?
  1. (Çend): Berî navdêran tê û pirsa hevalnavên jimarîn dike.

Mînak:

  • Hûn çend xwîşk û bira ne?
  • Çend gul çilmisîn?
  • Çend werz di salê de hene?
  1. (Çi qas): Berî navdêran tê û pirsa hevalnavên nebinavkirî yên ku mêjera wan ne xuya ye dike û carinan pirsa hevalnavên jimarîn û payeya hevalnavan dike.

Mînak:

  • Çi qas xwarin ma? Piçek xwarin ma.
  • Çi qas karê me hate kirin? Hinek karê me hate kirin.
  • Çi qas dar hatin birîn? Sed dar hatin birîn.
  • Çi qas mezin e? Pir mezin e.

99

☆ ☆ ☆

Sirûta ey reqîb

Ey reqîb her, maye qewmê Kurd ziman
Naşikê û danayê bi topê zeman

Naşikê û danayê bi topê zeman
Kes nebê Kurd dimirin, kes nebê Kurd dimirin

Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

Em xortên rengê sor û şoreşin
Seyr bike xwîna dîyan me da rijand

Seyr bike xwîna dîyan me da rijand
Kes nebê Kurd dimirin, kes nebê Kurd dimirin

Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

Lawê Kurd rabûye ser pê wek şêran
Ta bi xwîn nexshîn bike tacê jiyan

Ta bi xwîn nexshîn bike tacê jiyan

100


Kes nebê Kurd dimirin, kes nebê Kurd dimirin

Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

Jîn dibin qet nekeve ala Kurdan

Em xortên Mîdya û Keyxusrewîn
Dîn îman û ayînman, her Niştîman

Dîn îman û ayînman, her Niştîman

Kes nebê Kurd dimirin, kes nebê Kurd dimirin

Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

Jîn dibin qet nekeve ala Kurdan

Xortê Kurd tev hazir û amadene
Canfîdane, canfîdan her canfîda

Canfîdane ,Canfîdan her canfîda
Kes nebê Kurd dimirin, kes nebê Kurd dimirin

Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

Jîn dibin qet nekeve ala Kurdan

☆☆☆

101

NAVEROK

Xwendin …………………………………………………………..…..…..1

Alfabeya kurdî……………………………………………………………………………..2

Tîpên dengdêr……………………………………………………………………………..3

Tîpên dengdar……………………………………………………………………………..3

Pevdeng………………………………………………………………………………………4

Tîpên cêwî……………………………………………………………………………………4

Kîte……………………………………………………………………………………………..4

Tîpên alîkar………………………………………………………………………………….5

Lerzok & Bişid……………………………………………………………………………..5

Qertaf………………………………………………………………………………………….6

Peyvê Hem Wate………………………………………………………………………….7

Peyvên Dijwate……………………………………………………………………………8

Peyvên Hevreng………………………………………………………………………….9

Peyvên Hevdengûreng……………………………………………………………..9.10

Helbesta Leyla……………………………………………………………………………11

TEWANG……………………………………………………………………………….12.16

Helbesta: Dayê tu megrî…………………………………………………………17.19

VEQETANDEK……………………………………………………………………….20.22

NAVDÊR……………………………………………………………………………….22.26

KOMENAV…………………………………………………………………………………27

Helbesta: Bilûra min………………………………………………………………….28

DAÇEK……………………………………………………………………29.31

Helbesta zimanê Kurdî…………………………………………………32.33

CÎNAVK………………………………………………………………………………..34.47

Helbesta Ez ranazim………………………………………………………..48

HOKER…………………………………………………………………………….49.52.55

Helbesta Kurdistanê Kurdistan………………………….…………..53.54

HEVOKSAZÎ……………………………………………………………..55.58

Helbesta Gula sor…………………………………………………………..59

XALBENDÎ……………………………………………………………………………60.64

GIHANEK……………………………………………………………………………..65.68

LÊKER…………………………………………………………………………………69.85

Helbesta Miştenûr ………………………………………….………..…….86

BANEŞAN…………………………………………………………………………….87.88

Helbesta Newroz ………………………………………………….……….89

JIMARNAV……………………………………………………………………………90.91

Helbesta: Kurmê darê…………………………………………………………..92.95

HEVALNAV………………………………………………………………96.99

Sirûta Ey reqîb ……………………………………………………….100.101

Dawî ………………………………………………………………

Nivîskar

Mamoste : Şerîf îbrahîm .

Lêkolînyarî

Mamoste : Betal Efrîn .

أضف تعليق