Çîrokên Cîvakî . Hind Ebdelo , Çîrok

1_K8LVv4ouQpBXf64BfPBBBg

bo daxistina pirtokê :

https://www.4shared.com/web/preview/pdf/wYMjq9O2fi
an:
https://de.calameo.com/account/book
bo xwendina pirtokê ji vir:

– Navê Berhemê: ÇÎROKêN CîVAKÎ

– Navê Daner: HIND EBDELO

– Cûreya Berhemê :ÇîROK

– çêkirina tablûyê,berhev kirin û rêxistin: Rêber Hebûn

çap: Malxana komcivîna Zanyarên Azad 2511-2018

  • Hijmara xelekirî: 69

Hemo maf Ezber kirî ye ji nivîskarÊ re
Mafê weşan kirina Pirtokê Ezber kirî ye ji Nivîskar re û çapa Elkitronî Ya komcivîna zanyarên Azad re ye
/htps://reberhebun.wordpress.com
bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin;
reber.hebun@gmail.com

2

*HIND EBDELO

ÇÎROKÊN CÎVAKÎ

ÇîROK

3

  1. NAVEROKAN

  2. PÊŞGOTIN

  3. MEBE NEYARÊ WELATÊ XWE

  4. BIÇÛKÊ BIRAYAN

  5. DÎK Û MIRÎŞK

  6. MIŞK Û KONGIRE

  7. ZÊNO Û SAMO

  8. SIZA

  9. ŞERÊ DÊ Û KEÇÊ

  10. GOTINÊN ÊVARAN

  11. MÊRANÎ

  12. PIRSEK

  13. XWENDEKARÊ JÎR

  14. BIRA Û CÎRAN

  15. QIRÊ

  16. MALBAT Û WELAT

  17. LEZBÛNA STANDINA BIRYARAN

  18. BAVÊ KEÇAN

  19. XWESTINA KEÇAN

  20. ŞIVAN Û DEMOQRATÎ

  21. AXE Û BÎRÊ

  22. DÊ Û HEVJÎN

  23. GUNDÊ KEKECAN

  24. MÊRÊN BAJÊR

  25. BÛKA NÛ

  26. DANÎNA XWEDA

  27. BÊBEXTÎ

  28. XAPANDIN

  29. ŞERÊ ŞÊR Û KERAN

  30. ZEWCANDINA BERDÊL

  31. NAMÛS Û QADÛS

  32. EVÎNA VEŞARTÎ

  33. POZ LI EZMÊN E

  34. ENIYA ŞER

  35. 4

  36. TAZÎBÛN

  37. ZAGONÊN TERSÎ HEV

  38. PISÎK Û GOŞTFIROŞ

  39. HÊVÎ

  40. ŞÊXÊ DEREWFIROŞ

  41. KALEK, KEÇEK Û XORTEKÎ HEBÛN

  42. KER Û MAR

  43. BERDANA VEŞARTÎ

  44. RÊVEBERÊ DIZ

  45. BÛKA MAL LI GUND

  46. DOSTÊN HEV BÛN

  47. XWENDINA PIYALA QEHWÊ

  48. BAZARA DÎNAN

  49. HEZKERÊ ZIMANÊ XWE BE

  50. STÊRK DIRJÊN

  51. HELÎM MIR

  52. DIKAN Û TIRŞO

  53. ÇANDIN Û ÇINÎN

  54. WERÎSÊ MIRINÊ

  55. ÇÎROKEK JI EFRÎNA BIRÎNDAR

  56. ÇÎROKEK JI SER ZIMANÊ KALEKÎ EREB

  57. PÊKENOK/ PÎRA GUHGIRAN

  58. EVÎNEK DI HINDIR TENÛRÊ DE ÇÊDIBE

  59. HINGIVEKÎ XWÎNÎ

  60. GER ÇIYA NÊR E LÛTKE JÎ MÊ YE

  61. ODEYEK Û ÇAR DÎWAR

5

PÊŞGOTIN

Mîna perpûrên berfê diweşin, roj ji rojê bêtir ketijmêr diweşin û di jêrgeha jiyanê de mîna pelên darên Payîzê kom dibin. Ji her ketijmêreke weşî çîrokek diweşe.

Di jêrgeha jiyanê de ne tenê ketijmêr hene, lê belê pir çîrok jî hene. Van çîrokan xwe ji ketijmêran rizgar kirine û di jêrgeha jiyanê de li pênûsekê digerin ji bo ku xwe pê binivisînin.

Dema min jî gornek ji ramanên xwe re di jêrgeha jiyanê de bi pênûsa xwe dikola. Min ji van çîrokan re pênûsa xwe hîşt da ku xwe pê binivisînin û ji wê jêrgehê xwe rizgar bikin.

Her civakek bi çîrokan dagirtiye, ango her kesek ji vê civakê çîrokek bi xwe ye. Her çîrokek jî waneyekê dide, her waneyek jî şaşîtiyekê di civakê de kêm dike.

Çîrok ne tenê çend bûyer in bi hin kesan ve girêdayî ne, çîrok bi xwe dibistanek e şaşitiyan şanî mirov dike û riyên çareserkirina wan şaşîtiyan li pêş mirov eşkere dike.

Çîrok ne ew çîroka ku dê ji zarokê xwe re berî xewê dibêje ye da ku zarok pê xew ve here. Lê çîrok ew e, ya ku dê ji zarokê xwe re dibêje ye da ku pê zarokê xwe şiyar bike û pê wî bi civakê naskirin bide.

6

CIVAK DAR E

ÇÎROK JÎ BERHEM E

MEBE NEYARÊ WELATÊ XWE

Welat ne tenê wateya mal û milk, ne tenê wateya kevir û ax dide. Welat cihê kal û pîran e, cihê berxwedana şêran e û herweha cihê bîranînên zarokan e. Ne her mirovek wateya Welat dizane û ne jî her mirovek dikare mafê welatê xwe bide.

Neyar û parêzvanê welêt di demên teng de tên naskirin. Di şer de bêlî dike kî Mem e kî jî Qomsî Beko ye çimkî ba hezkerê welêt Welat Zîn e.

Di şerê ku hatî ser welatê Zeytûna Sêwî de her roj şervên tiving dida ser milê xwe û diçû ber sînorê sîngê Zîna xwe şerê dijmin dikir.

Zînê jî bi dar û berên xwe şervan di hembêza xwe de vedişart. Her ku dijmin ji şervên nêz dibû, Zînê sîngê xwe ji qurşînên dijmin re vedikir û hemû qurşîn li şûn şervên dixwarin.

Leqo jî li vê dîmena evînî dinêrî û ji evîna şervên û Zînê ditengijî. Çavên Leqo her tim li bejina Zînê bûn, wî Zîn ji xwe re hêvî dikir. Lê dilê Zînê her tim ba şervên bû çimkî şervên bi can û xwîna xwe parastina wê dikir.

Her ku Zînê ramûsanek li ser dêmên şervên nîgar dikir, çavên Leqo mîna navê wî di çavên wî de dileqîn. Wî nedixwest ku şervan û Zînê bigêhêjin mirazê xwe û Zîn bibe qismeta şervên. Lewma ew çû cem dijminê şervên û bi wî re got: Ezê alîkariya te bikim da ku tu Şervên bikujî, lê merceke min heye da ku ez alîkariya te bikim. Divê tu piştî kuştina şervên Zînê ji min re bihêlî.

Dijminê şervên bi merca Leqo razî bû. Leqo jî cihê ku şervan lê bû ji dijmin re diyar kir ku ew di hembêza Zînê de ye li ber darekê dibêjin ku ew serdangeha wan e, ew her roj li ber wê serdangehê evîna xwe bi peyivine evînî dirêsin û pê dilê xwe germ dikin. Dijmino serdangeha herdu evîndaran dara zeytûnê ye.

Li şevekê dema ku şervan û Zîn li ber serdangeha xwe bûn. Leqo riyek veşartî ji dijmin re diyar kir da ku ew tê re here û di pişt şervên re derkeve û wî bikuje. Ewê jî ji dûr ve li dijmin û şervên bipê û eger şervan bimire ewê bibeze Zînê bibe.

Herdu evîndar bi evîna xwe şad dibûn, dema ku dijmin di pişt wan re derket û şervan kuşt. Dema şervan hate kuştin, Zînê erdhejek di bedena xwe de çêkir. Sîngê xwe qelişand û li ber serdengeha wê û şervên wê şervan di sîngê xwe de veşart.

7

Dema Zînê sîngê xwe vekir, çavên dijmin li bedena wê ket ku çawa bi xêr û ber e. Dijmin bi destê Zînê girt û xwest ji xwe re bibe. Hîngê Leqo berve dijmin bezî û xwest Zînê ji dest wî derîne, lê dijmin Leqo bi paş de avêt û ji wî re got: Ma qey ez dîn im da ku rindekê ji te re bihêlim. Ji vir here Leqoyo neyarê welatê xwe yî. Ger ne ji xapandina te baya Zîn nedibû ya min, ne jî şervan dihat kuştin.

Leqo tiving derxist da ku li dijmin xe, lê tivinga dijmin ji ya wî leztir bû. Dijmin Leqo kuşt û laşê wî ji ser Zînê avêt û got: Rindên mîna Zînê ne layiqê Leqo ne, ew layiqê kesên mîna şervên in, lê hebûna Leqoyan di welatan de şervanan didin kuştin û Zînan jî radestî dijminan dikin.

Ji dest xapandin Leqo Zîn kete nav destên dijmin. Lê wê bi giyanê şervanê xwe sond xwar ku ewê bedena xwe ji dijminê şervên re bike gorn û goristan.

8

BIÇÛKÊ BIRAYAN

Dibêjin biçûkê malê xizmetkarê malê. Ez jî dibêjim çûkê birayan xalî li serê wî.

Dibêjin sê bira bûn; Dilovan, Şervan û Vîndar. Vîndar ji ber ku biçûkê birayên xwe bû, ew ba dê û bavê xwe pir delal bû. Dilovan û Şervan jî ji delaliya dê û bavê xwe ji Vîndar re pir dihesidîn. Wan tim bi hev re digotin ku em ne zarokên vê malbatê ne. Eger em zarokên vê malbatê bana wê helbet dê û bavê me mîna Vîndar em delal bikirina, lê bêlî ye em ne zarokên wan in. Her ku delaliya Vîndar zêde dibû, kîna Şervan û Dilovan li Vîndar pir dibû. Her sê bira mezin bûn. Kîna Şervan û Dilovan jî li Vîndar bi wan re mezin bû. Dê û bavê wan pîr û kal bûn, êdî hêz di wan de nema û di nav nivînan de dirêj bûn. Vîndar bi tena xwe baldarî dida wan da ku herdu di rojekê de çûn ber dilovaniya Xweda. Piştî mirina dê û bavê wan derfet bi Şervan û Dilovan ket da ku kîna xwe li Vîndar pêk wînin û nirxa delaliya ewqas sal ji wî bistînin. Lewma wan Vîndar bê par ji milkê bavê xwe hîştin û ew ji xwe re kirin wek xizmetkarekî. Şervan û Dilovan xwe zewicandin, lê Vîndar bê zewcandin hîştin. Vîndar pir ji birayên xwe hez dikirin û bi rêzdarî bi wan re têkildarî dikir. Lê birayên wî hezkirina wî berdêl nedikirin. Wan Vîndar ji mala bavê xwe bê par hîştin, tenê hîştin ku ew di axira dewêr de xew bike. Wan hemû karên xwe bi Vîndar dikirin, ango wan li Vîndar wek azepekî dinêrîn ne wek birayekî. Lê Vîndar dîsa di ber wan de nediçû û hemû karên wan jê re dikirin. Rojekê ji rojan jina Şervên malbata xwe vexwendin ba xwe û xwarin ji wan re çêkir. Di vê vexwendinê de Vîndar xizmeta mêvanan dikir. Dema Vîndar li pêjxaneyê firaq dişoştin, xwîşka hevjîna Şervên, Newroz derbasî pêjgehê bû û hin firaq dane Vîndar. Dema Vîndar firaq ji destên Newrozê girtin, çavên wî li çavên Newrozê ketin. Ji bedewiya çavên Newrozê dilê Vîndar lê da û destên wî lerizîn. Bi lerizîna destên wî firaq ji destên wî ketin û şikîn. Bi bihîstina dengê şikîna firaqan re Şervan ji odê hate pêjxaneyê, Vîndar ji bo şikandina firaqan li pêş Newrozê rezîl kir û jê re got: Divê tu nirxa van firaqên te şikandinî bidî yan tuyê ji vir bicehimî. Newrozê gotina Şervên birî û got: Berî ku tu diaxivî zanibe berê kê firaq şikandine. Ne Vîndar firaq şikandin lê min ew şikandin, ew ji destê min şimitîn û ketin. Gotina Newrozê hinekî hêrsa Şervên li Vîndêr ko kir. Şervan vegerî odê. Vîndar jî Newroz spas kir ji ber ku wê ew ji hêrsa Şervên parast. Newrozê ji Vîndêr re got: Da ku ez spasiya te bipejirînim, divê tu bihêlî ez li şûna te şûştina firaqan berdewam bikim. Vîndar li destpêkê razî nebû lê Newrozê li wî da zorê, wê Vîndar neçar kir ku şûştina firaqan ji wê re bihêle. Dema Newroz dereng li pêjxaneyê ma Şervan dîsa hate pêjxaneyê, bi dîtina ku Newroz firaqan dişo hêrsa wî îcar li Vîndêr gihîşte lûtkeyê. Wî Vîndar rezîl kir û li pêş Newrozê ji wî re got: Lawiro bêhişo bicehime axira xwe ev cih ne cihê te ye. Vîndar bi bêdengî vegerî axira pêz. Lê Newroz bêdeng nema wê jî ji Şervên re şer kir û jê re got: Şerm e ku tu wisa ji birayê xwe re bibêjî, eger çi be ew di rastiyê de birayê te ye. Eger tu wî lawir dibînî ango tu jî wisa xwe lawir dibînî. Şervên qet guh neda gotinên Newrozê û ew ji

9

pêjxaneyê derket. Newrozê şûştina firaqan bi dawî kir, sehnek xwarin kire destê xwe û ji Vîndêr re bire axira pêz. Dema ew derbasî axirê bû, wê dît ku axir ji mala Şervên paqijtir e. Wê bi rûkenî ji Vîndêr re got: Ma min xwe şaş kiriye, gotin tu di axira pêz de yî, lê ez dibînim ku mala Şervên axir e û axira tu lê yî koşk e çimkî axira tu lê yî ji mala Şervên paqijtir e. Vîndar sehn ji destê Newrozê girt û jê re got: Mirovê pak hertim cihê wî pak e, mirovê gemar jî di koşkan de be jî ew gemar e. Newrozê ji gotina Vîndêr hez kir û pê kenî. Her ku Newroz li çûndina li odê dereng dima, Şervên hîs dikir ku tiştekî ji evînê xwe li dilê wê û Vîndêr xistiye. Bi rastî jî bawariya Şervên di cih de bû Vîndar û Newrozê di dîtina yekê re ji hev hez kirin. Piştî çûyîna Newrozê û xwediyên wê. Hevjîna Şervên bi tena xwe li mal ma çimkî Şervan çûbû bi tirumpêla xwe xwediyên hevjîna xwe bigihîne mal. Hevjîna Şervên bangî Vîndêr kir û got: Vîndar were alîkariya min bike da ku em malê paqij bikin. Dema wan bi hev re karê malê dikirin, Vîndar bi hevjîna birayê xwe re got ku wî Newroz ecibandiye herweha wî ji hevjîna birayê xwe xwest ku bi Şervên re bibêje ku ew Newrozê ji wî re bixweze. Hevjîna Şervên bi xwesteka Vîndêr şad bû, wê mîna Şervên li Vîndar nedikir. Wê Vîndar mîna birayê xwe yê biçûk didît û di neamadebûna Şervên de wê qîmet dida Vîndêr. Çimkî di amadebûna Şervên de wê newêrî ku qîmeta Vîndar zanibaya, ji ber ku eger wê qîmet dida Vîndêr Şervên li wê dida. Şervên xwediyên hevjîna xwe gihandin mala wan û vegerî mala xwe. Vîndêr ji Şervên û hevjîna wî re du piyal qehwe çêkirin, ji wan re birine odê û dîsa vegerî axira pêz. Di ber vexwarina qehwê re hevjîna Şervên xwesteka Vîndêr bi Şervên re got. Şervên bi naskirina xwesteka Vîndêr şad bû. Wî piyala qehwê bi nîv xist û ji mal derket. Yekser berê xwe da mala birayê xwe Dilovan. Dilovan û hevjîna wî li mal rûniştibûn. Dema Şervan derbasî mala wan bû û kenekî bê wate li ser rûyê wî çêbûbû. Dilovan pêşwaziya birayê xwe kir û jê re got: Bira Xweda xêra te û kenê te bide. Ma çi heye? Bibêje çi heye û me jî bi xwe re bikenîne. Şervên ji hevjîna Dilovên xwest ku ji wan re çayê çêbike, ango bi vê xwestekê xwest ku jina birayê wî rabe û wî û birayê wî bi tenê bihêle. Dilovên hîs kir ku tiştekî mezin çêbûye û Şervan naxweze hevjîna wî pê agahdar bibe, lewma wî ça xwest. Şervên bi destên Dilovên girtin û jê re got: Bira derfeteke mezin ji me re hat da ku em kîna ewqas sal ji dilê xwe derxînin.

Dilovan: Kîna çi bira?

Şervan: Kîna li Vîndêr bira.

Dilovan: Bi lez bibêje bira, emê çawa wê kînê derxînin?

Şervan: Bêlî ye ku dilê Vîndêr ketiye Newrozê xwîşka hevjîna min û da ku em kîna xwe li Vîndêr derxînin divê em nehêlin Newroz bibe qismeta Vîndêr. Min pilanek hûnandiye lê divê tu bi pilana min razî bibî ji ber ku eger tu li ser pilana min razî nebî em nikarin kîna xwe li Vîndêr bi kar wînin. Divê em vê derfetê ji destê xwe bernedin çimkî ne her tim derfeteke wisa bi destê me dikeve.

Dilovan: Dê bibêje bira pilana xwe. Bêyî ez pilana te zanibim ez li ser wê razî me.

10

Şervan: Pilana min ew e divê tu Newrozê ji xwe re bixwezî û qerezî Vîndêr re wê bikî hevjîna xwe. Bi vî rengî kîna min û te wê bi tamamî ji dilê me derê û dilê me wê ji kîna li Vîndêr pak bibe.

Dilovan: Ez bi pilana te kêfxweş bûm bira û pê razî me. Tu kengî dixwezî em biçin mala bavê Newrozê da ku em Newrozê bixwezin?

Şervan: Eger niha tu kar ba te tune ye, em dikarin niha herin.

Dilovan: Temam dê rabe em herin.

Dema herdu ji hindir derketin, hejîna Dilovên ça anî. Dilovên ji wê re got: Here bi tena xwe vê çayê vexwe karekî min û birayê min çêbû û divê em herin wî karî bi lez bi serî bikin.

Herdu çûn mala bavê Newrozê û Newroz ji Dilovên re xwestin. Bavê Newrozê jî razî bû ku keça xwe bide Dilovên bi merca ku divê Dilovan berî zemawendê du rez zeytûn bi navê Newrozê tomar bike û piştre wê zemawend were kirin.

Dilovan razî bû ku li şûn du rezan sê rezan bi navê Newrozê tomar bike da ku zewmawend bi lez were kirin.

Şervan û Dilovan vegerîn malên xwe. Şervên bi hevjîna xwe re got: Jinê here mala bavê xwe da ku tu alîkariya wan di amadebûna gerekiyên Newrozê de bikî, çimkî piştî hefteyekê dê zemawenda Newrozê were kirin. Hevjîna Şervên pir şad bû ji bawariya wê ku Şervên Newroz ji Vîndêr re xwestiye. Lewma wê ji Şervên re got: Ez dizanim ku xwîn nabe av û bira çiqas ne li hev bin ew ji hev nabin. Min dizanî ku tuyê herî Newrozê ji Vîndêr re bixwezî.

Şervan: Ma te got çi jinê? Te kenê min anî. Ma Newroz laqî Vîndêr e da ku wê ji Vîndêr re bixwezim. Min çû Newroz ji Dilovên re xwest.

Hevjîna Şervan: Çi!!!!!

Ma ne min bi te re got ku Vîndêr û Newrozê ji hev hez kirine. Ma çawa tu diçî wê ji Dilovên re dixwezî? Ma ne berê hevjîna Dilovên heye. Bi Xweda ev ne karekî mafdar e di derheqa Vîndar de.

Şervan: Lê Jinê serê min mêşîne, here mala bavê xwe alîkariya wan bike berî ku ez kotekan li te dixim û mîna birayê xwe Dilovên yeke din ji xwe re dixwezim.

Hevjîna Şervên çû mala bavê xwe da ku alîkariya wan bike. Ama hevjîna Dilovên dema bi xwestina Dilovên ji Newrozê re bihîst wê baxçika xwe tev kir, berdana xwe ji Dilovên xwest û çû mala bavê xwe.

Vîndar jî bi bihîstina vê xwestinê nexweş bû û pir qeherî. Erê Vîndar nexweş bû lê giş bi zemawendê mijûl bûbûn û kesekî li Vîndarê nexwşbûyî nepirsîn. Ji dest kiryarên Şervên û Dilovên jiyan li pêş çavên Vîndêr reş bû, lewma wî di roja zemawendê de piyalek tijî av kir, jehira mişkan berda nav wê avê û bi ser xwe de kir. Berî ku giyanê Vindêr ji laşê wî bar bike wî gotineke xwe kir piştre kete erdê û nema rabû. Gotina wî ya dawiyê jî ev bû; BILA EZ ÇÛKÊ GURA BÛMA Û NE ÇÛKÊ BIRAYAN BÛMA. BIRAYO BILA LI TE PÎROZ BE YARA BIRAYÊ TE.

11

DÎK Û MIRÎŞK

Barê xiyanetê pir giran e, kî be jin be yan mêr be ew nikare vî barî rake. Lawir jî nikarin vî barî rakin lewma ew jî bi xiyanetê razî nabin.

Maleke biçûk li aliyekî gund hebû, di wê malê de pîra Beso bi tena xwe jiyan dikir. Pîra Beso wê li Biharê derbara jiyana xwe li ser çandin û çinîna pincar bû. Lê li demsalên din jî li ser firotina hêkan bû. Sê mirîşk û dîkekî wê hebûn. Dema ku nirxa mirîşkeke din bi pîra Beso re çêbû. Wê çû mirîşkeke din kirî û ew tev mirîşkên din kire pînê. Piştî kirîna vê mirîşkê her ku pîra Beso diçû pînê da ku hêkan jê derxe. Wê tu hêk di pînê de nedidîtin. Eger di pînê de jî hêk hebana ew şikandî bûn. Pîra Beso ji vê bûyerê matmayî ma ew pir li xwe heyirî. Çimkî demsal Havîn e û derbara jiyana wê di vê demsalê de li ser firotina hêkan e. Pîra Beso da ku zanibe sedema tunebûna hêkan çi ye, wê li rojekê dema mirîşk derxistin çêrê li mirîşkan pa. Dît ku tenê sê mirîşkên wê yên berê ji pînê derketin û berê xwe dan pîneke gund û di wir de hêk kirin. Pîra Beso bi dîtina vê dîmenê dîn bû û wê bi xwe re got: Mirîşk mirîşkên min in, xwarin û vexwarina wan ji cem min in, lê hêkên wan ên cîranên min in. Mirîşkan hêkên xwe kirin û li pîna mala pîrê vegerîn, dema ketin pînê hêkek di pînê de hebû, mirîşkan ew hêk bi nikilên xwe şikandin. Li roja din pîra Beso dîsa li mirîşkan pa û heman dîmen dît. Li roja sisiyê pîrê mirîşk berdan çêrê û berî wan çû li ser riya çûndina pîna li gund sekinî. Dema mirîşkan pîr li ser rê dîtin wan xwest birevin, lê pîra Beso bi lez bi stiwê wan girtin û ji wan pirsî: Çima hûn hêkan di pîna mala min de nakin? Çima hûn diçin di pîna maleke din de dikin?

Mirîşka mezin got: Ma çawa tu ji me dixwezî pîrê ku em hêkan di pîna mala te de bikin û di wê pînê de dîkê me bi mirîşkeke din re xiyanetê bi me dike. Ma çawa tu ji me dixwezî ku em xiyanetê bi çavên xwe bibînin û pê razî bibin. Em hêkan di pîna maleke din de dikin da ku çêlikên me yên di hêkan de xiyaneta dîk nebînin û ji wî xiyanetê fêr nebin.

Pîra Beso: Ger dîk xiyanetê bi we dike ma çi gunehê min e? Ma çawa ezê bê hêkên we xwe jiyan bikim?

Mirîşka ortê got: Pîrê guneh gunehê te ye, ma ne te mirîşkeke nû ji dîkê me re anî. Ma qey tu nizanî ku dîkê me tim çav li derve ne û her tim li mirîşkên biçûk digere. Ango ez dixwezim ji te re bibêjim ku dîkê me bi alîkariya te em xiyanet kirin.

Pîra Beso: Min sedema kirina hêkan li pîneke din naskir. Lê eger hûn hêkan li pîneke din dikin, ma ew hêka şikandî di pînê de ya kê ye?

Mirîşka biçûk got: Ew a mirîşka nû ye. Em hêkên wê dişkînin da ku ew mirîşka bi şewata dilê me hîs bike, da ku ji pîna me derkeve û li dîkekî din bigere. Ma qey pîrê tu dixwezî di ola mirîşkan de jî ji dîk re helal bibin çar mirîşk.

12

Pîra Beso bi gotina mirîşka biçûk kenî û ji hersê mirîşkan re got: Bê xem bin ezê ji we re wê mirîşkê ji pînê derxînim, lê bi merca ku divê dîsa hûn hêkan di pîna mala min de bikin.

Mirîşk bi merca pîrê razî bûn. Hîngê pîra Beso mirîşkên xwe anîn kirin pînê û mirîşka nû ji pînê derxist û firot. Bi derxistina mirîşka nû ji pînê mirîşk îcar ji pînê derneketin, hêkên xwe di pîna mala pîrê de kirin û çav li dîk girêdan.

13

MIŞK Û KONGIRE

Her tiştek her lawirek di xwezayê de xwe bi xwe diparêze û mafê xwe distîne, tenê mirov xwe bi xwe naparêze lê ew bi riya hin rêxistinan xwe diparêze û mafê xwe distînin.

Ji bo şerê li rojhilata navîn peyda bûyî. Rêxistina mafê mirovan li navenda xwe kongireyek li dar xist û di vê kongreyê de nûnerên hemû welatan amade bûbûn. Hemû nûnerên welatan di vê kongireyê de mêş kiş dikirin û bi rûpelên li pêş wan li ser masayê balafir çêdikirin. Ango ew tenê bi navê xwe rêxistina mafê mirovan bû çimkî vê rêxistinê qet sûdek li mirovan nedikir, lê belê wê zirarek mezin bi mirov kir ji ber ku her ku mirov dixwest mafê xwe bi xwe bistîne hîngê rêxistinê xwe dida pêş mirov û jê re digot: Em hene emê mafê te bistînin. Lê gotinên wan tim gotin bûn ne kar bûn. Mişkekî ku ew serokê mişkan bû diwarê hola ku kongire lê peyda bûbû qul kir û bi diranên xwe kongire êrîş kir. Dema mişk bi pola kongireyê ket hemû nûnerên welatan ji mişk veciniqîn ji tirsa re giş hilkişîn ser masaya ku nûner li dor wê re kom bûbûn. Hemû li ser masê bûn mişk jî li hember wan sekinî bû û diranên xwe yên tûj şanî wan dikirin. Rêveberê kongirê ji mişk re got: Çima te kongireya me qut kir? Ma tu nizanî kongiraya me ji bo mafê mirovan e û diviya ku te ev kongireya me êrîş nekira.

Mişk got: Hey wax binêre kî diaxive ma kesê ji mişkekî bitirse ma ewê çawa mafê mirovan bistîne. Li min bibore tirsoneko ku min kongireya te êrîş kir lê min dît ku hûn mêşan kiş dikin min bi xwe re got: Ez jî werim li kongireya we amade bibim da ku tev we mêşan kiş bikim. Ma hûn li kongireya xwe min pêşwaz nakin?

Rêveberê kongireyê: Bicehime ji vir mişko ma qey ev kongireya mirovan e lê ya mişkan e da ku tu lê peyda bibî.

Mişk har bû û ji rêveberê kongireyê re got: Ma te got çi? Ma tu bi min nerazî yî? Madam tu bi min nerazî yî binêre dê mişkek wê çi bike. Mişk diranên xwe tûj kirin û lingekî masê bi diranên xwe hûr kir. Mase xar bû, rêveber tev nûnerên welatan ji ser masê şimitîn û ketin nav lepên mişk. Mişk bi nav lingên wan gişkan ket û lingên wan gez kir. Gişkan qêrî kirin, lingên xwe dan ser serên xwe û ji kongireyê derketin. Rojnamevanên ku li derveyî hola kongireyê li benda encama kongireyê sekinî bûn bi dîmena lingên nûneran li ser seriyan ji kena re piyên wan li wan sist bûn û li ser pişt qulibîn. Piştî ku giş ji hola kongireyê derketin mişk çû ber dîwarê ku wî bi diranên xwe qul kiribû û bangî miletê xwe mişkan kir. Piştî mişk giş hatin hola kongireyê wan civîna xwe dest pê kirin û biryar dan ku ev hola bibe hola kongireya mişkan çimkî kongireya rêxistina mafê mirovan pêwîstiya wan bi holan nîne lê pêwîstiya wan bi geniyê heye ji ber ku karê wan ew e ku mêşan kiş bikin, mêş jî li ser geniyê pir in lewra divê rêxistin bi hemû endamên xwe ve biçe li wir kongireya xwe çêbike belkî wisa em sûdekê ji wan bînin ku ji me re mêşan kiş û kêm bikin.

14

ZÊNO Û SAMO

Navnîşan ne hertim mafê naverokê dide. Ne her darek bi talbûna xwe navdar e, lê carinan bi berê xwe jî navdar e.

Zêno!!!!!! Ev nav li ser zimanên gund tim bi rindî û qencî belavkirî bû. Kesên Zêno nas nedikirin, tim pirsa kî ye Zêno??? Li ser zimanê wan bû. Gelek dixwestin Zêno nas bikin, gelek dixwestin zanibin keça kê ye?? Dixwestin zanibin ger ew zewicî ye yan nezecî ye? Dema ku dizanîn ew hîn keç e pir şad dibûn, lê dema dibihîstin ku ew keça Samo ye, ew di cihê xwe de sar dibûn. Pir xemgîn dibûn. Samo diya Zêno bû ew li gund û gundên derdorê pir naskirî bû. Ango navûdengê wê belavkirî bû.

Di maleke ku ji du odan pêk dihat û pir tişt lê tune bû. Tenê ku tiştine bi qasî sê kesan be yan ne bi qasê bê. Samo tev hevjîn û keça xwe tê de jiyan dikirin. Samo bi çavtengî û desgirtî naskirî bû. Hevjînê wê kesayetiya wî pir lawaz bû, ango tu dibêjî ku Samo mêr bû, hevjînê wê jî jin bû. Her tim Samo mêrê xwe riswa dikir, ango dixwest ji xelkê re bide nasîn ku kesayetiya wê bi hêz e û tu kes nikare kesayetiya xwe li ser wê feriz bike. Eger kesekî ji cîranan bihata tiştek ji Samo bixwesta wê heft top li xwe dixistin ku li cem wê ew tişt nîne, lê bi rastî ne wisa bû. Pereyên ku li cem Samo hebûn li ba tu kesî ji gund tune bûn, lê wê li xwe bêlî nedikir. Zêno tersî diya xwe bû, wê bi diziya diya xwe alîkariya cîranan dikir. Eger kesî pere ji Zêno bixwestana, Zêno ji pereyên xwe didan wan. Pereyên ba Zêno hebûn ew ji karê wê bûn, ew ji xwe re diçû kar li nav zeviyên gund dikir da ku ji xwe re xerciyekê çêbike. Ew neçar dibû ku here vî karî bike çimkî diya wê pere nedidan wê. Tevî ku hemû gund ji Zêno û kesayetiya wê ya dilovan hez dikirin, lê wan ji bo diya wê ew nedixwestin. Tu kesî nedixwest ku bibe ji mervên Samo. Rojekê ji rojan Samo nexweş bû, Zêno û bavê wê ew birin nexweşxaneya bajêr. Ji ber ku bajar ji gundê wan dûr bû, li ser rê rewşa Samo pir xirab bû û rûyê wê jî zer bû mîna leymûneke kemilî. Zêno serê diya xwe dabû ser lingê xwe û xuha ku mîna dilopên baranê li ser eniya wê dibarî paqij dikir. Berî ku bigihêjin nexweşxaneyê, Samo li xwe şiyar bû û serê xwe ji ser lingê keça xwe rakir. Bavê Zêno û ajokar li aliyê pêş ji tirimpêlê rûniştibûn û Zêno û diya xwe jî li aliyê paş rûniştibûn. Dema Samo li xwe şiyar bû dagirî û ji keça xwe re got: Keça min li pêş çavên min xuya dibe ku para min ji vê dinê nema, li vê dinê min pir xwe bi komkirina pereyên dinê mijûl kir û min te ji hezkirina xwe bêpar kir. Keça min ger ez mirim, pir lavan û xêran ji min re bike belkî wisa li jiyana din bi xêr û lavayên te barê gunehên min li min sivik bibin. Keça min doşekek di nav stêrê mala me de wêneya gulên şîn li ser wê hene, min pereyên xwe di wê de veşartine. Tuyê bi wan pereyan xêran ji min re bikî. Samo wisa got û dîsa rewşa wê xirab bû. Zêno dîsa serê diya xwe da ser lingê xwe, çavên xwe girtin û dest bi lavan kir. Dema tirimpêl sekinî Zêno çavên xwe vekirin, bi diya xwe ve nêrî dît ku

15

çavên diya wê beq bûne. Ajokar û bavê Zêno Samo ji tirimpêlê daxistin birin oda ambûlansê. Zêno jî bi diya xwe re kete odê. Bijîşk hat rewşa Samo fehis kir, wî bi Zêno ve nêrî û got: Dilovaniya Xweda lê be, we dereng gihande nexweşxaneyê. Zêno qêrî kir bi qêrîna xwe erdhejek di nexweşxaneyê de çêkir, Samo anîne gund û li goristana gund veşartin. Piştî du hefte li ser mirina Samo re derbas bû, Zêno doşeka li nav stêr daxist û vekir. Wê dît ku li sûn hiriyê diya wê ji pereyan doşek çêkiriye, Zêno çiqas matmayî ma ku çawa ewqas pere li ba diya wê hene û tim wê digot tune ne. Ma çi sûda komkirina pereyan heye, ger li dawiyê mirov dest vala diçe goristanê. Ma nizanin pereyên dinê yên dinê ne, ax diya min piştî ewqas pere tu tenê bi kefenekî spî çû gornê. Zêno pere derxistin û xistin hindir çend çenteyan. Piştî çend rojan xortekî gund ku li bajêr li zanîngehê di beşê endezyariya avahiyan de dixwend vegerî gund. Zêno û bavê wê çûn derçûna wî ji zanîngehê pîroz kirin û ji wî xwestin ku nexşeya nexweşxaneyekê ji wan re çêbike da ku wê li gund ava bikin. Di çend mehan de Zêno bi wan pereyan nexweşxaneyek li gund ava kir û pir nexweş bê pere derman kirin. Her ku wê nexweş li nexweşxaneyê bê pere derman dikirin wê ji wan dixwest ku lavan ji giyanê diya wê re bikin. Di vê demê de jî xortê endezyar bi kesayetiya Zêno ecibî, ew ji xwe re xwest û kire hevjîna xwe. Ango Zêno bi kesayetiya xwe ya ne mîna diya xwe gotina ku dibêje: (QABAQÊ DÎNE SER TENCERÊ, KEÇ LI DIYA XWE DERDIKEVÊ), çewit deranî û diyar kir ku DAR THEL E, LÊ BERÊ WÊ ŞÊRÎN E.

16

SIZA

Di nav nivîna xwe de dirêjkirî bû, bê hêz mabû û jiyana wî giş di nav nivîna wî de dorpêçkirî bû. Wî li rojeke xweş di nav nivîna xwe de digerî lê ji bilî nexweşiya xwe û bêhêzbûnê tiştek nedidît. Baniyê wê oda biçûk a ku tê de li ser nivîna xwe dirêjkirî bû ji wî re bûbû esman. Çira li nîvê wî banî jî bûbû mîna heyvê li ba wî şevên wî yên tarî ronî dikirin. Tu kes li ba wî tune bû, carinan cîranên wî ji wî re nan tanîn carinan cîranekî wî dihat serê wî jê re dişoşt û cilên wî ji hevjîna xwe dibirin ji bo jê re bişo. Li rojekê cîranê wî xwerin jê re anî lê dilê wî nexwest tu tiştî bixwe ji ber ku rojên tarî hatibûne bîra wî. Hevjîn û zarokên wî wêneyên wan oda wî dagir kiribûn, her yekî giliyek ji kalemêr dikirin û gişkan jê dipirsî çima te wisa kir? Çima te em ji xwe bi dûr xistin?

Kalê li bersivekê ji wan re digerî lê dema bersiv ji wan re didît wêneyên wan ji pêş çavên wan hinda dibûn. Kalê di cawaniya xwe de pir pere ji mirovan dên dikirin û bi wan pereyan jî diçû li meyxanê araqî vedixwar. Wî jiyan giş bi vexwarina araqiyê derbas dikir. Li şevekê dêndaran li deriyê mala wî xistin. Li wê şevê kal bûbû mîna laşekî ji vexwarina araqî di nav nivîna xwe de. Dema xortê wî derî ji dêndaran re vekir, wan xort di alîkî de têvedan. Hevjîna kal beziya xortê xwe ji ser erdê rakir û xort û keça xwe herdu hembêz kirin. Çavên dêndaran li keçika wî ketin, keç ecibandin û berve mirovê weke laşan di nav nivînê de bû çûn. Bi stiwê wî girtin, ji nav nivînê derxistin û jê re gotin: Eger tu siba ji me re pereyên me nînî emê werin li şûn wan keça te ya ciwan û qeşeng bibin. Dema kalê xwest wan ji mal derxîne, hêz li wî nema bû lewma wan ew paş de têvedan û gêre erdê kirin. Kalê gotinên dêndaran bihîst hişê ku di serê wî de ma bû jî ji serê wî derket. Wî di nav orxana sor a ku di nav stêr de rêzkirî bû çeka bavê xwe veşartibû. Piştî ku malbata wî giş bi xew ve çûn, wî çeka bavê xwe derxist û bi qurşînan tijî kir. Li şeva din dîsa dêndar hatin li deriyê mala wî xistin, kalê derî ji wan re vekir û bi çeka xwe ew kuştin. Xwediyên dêndaran bi vê bûyerê hîs kirin lewma wan bi çekan xwe ajotin mala kalê. Kalê berî ku xwediyên dêndaran bigihêjin mala wî, wî bi xwe hevjîn, keç û xortê xwe kuştin. Dema xwest xwe jî bikuje qurşîn di çeka wî de neman, hîngê xwediyên dêndaran gihîştin mala kalê û wan laşên malbata wî li erdê di nav xwînê de dîtin. Bi dîtina van laşan wan biryara tolhildanê ji hişê xwe avêtin û ji kalê re gotin: Te bi xwe, xwe siza kir, em te nakujin da ku tu ta dawiya jiyana xwe di gunehê kuştina malbata xwe de bijî. Wan pişta xwe dan kalê û ji mala wî derketin. Kalê ji dest vê bûyerê hişê xwe wind kir û bû mîna dînan. Cîranên kalê hatin hersê laşên malbata wî birin bin ax kirin. Ji wê rojê de jî kal bû dînekî bêhiş. Lê li wê şeva dawî hiş li kalê vegerî bû û berî bimire wî bi pirbûna gunehê xwe hîs kir. Xwest lêborînê bixweze, lê berî ku lêborînê ji wêneyên malbata xwe bixweze û ji Xweda bixweze ku ji wî re gunehê wî bibexşînin. Hîngê çira temenê wî vemirî û giyanê wî tev wî gunehî giran di tariyê de ma.

17

ŞERÊ DÊ Û KEÇÊ

Xedîce jineke temen çil salî bû, keçeke wê bi navê Fatîme hebû. Demsal Zivistan bû, mala wan li alîkî gund bû. Ji dest sarbûna heyamê Xedîce bi sermê ketibû, lewma cîranên wê dihatin saxiya wê dixwestin. Rojekê cîrana wan Xatûn hate mala wan ji bo saxiya Xedîce bixweze, li wê rojê berî ku Xatûn were mala wan Xedîcê û Fatîme bi hev re şer kiribûn û ji hev qeherî bûn. Xatûnê li deriyê mala wan xist, Xedîcê di nav nivîna xwe de xwe dirêj kiribû çendî Xedîcê bangî Fatîme kir û got rabe derî veke, lê Fatîme qet li diya xwe venegerand ne jî rabû derî vekir. Xedîce ji nav nivîna xwe rabû û çû derî vekir. Pêşwaziya Xatûnê kir û derbasî hindir kir. Li hindir Xatûn li rex nivîna Xedîcê rûnişt û Xedîce jî dîsa vegerî nav nivîna xwe. Xedîcê dît ku Xatûn cemidiye, lewma wê dîsa bangî Fatîme kir û got were sobê vêxîne. Fatîme li oda xwe bû û dengê muzîkê bilind kiribû ji bo ku banga diya xwe nebihîse. Dema Fatîme li banga diya xwe venegerand û ne jî hate ba wê. Xedîce pir tengijî û ji nav nivîna xwe derket çû oda Fatîmê. Deriyê oda wê bi zerb vekir. Fatîmê li ber muzîkê re samaya xwe dikir. Xedîcê muzîk vemirand û ji keça xwe re got: Ma tu ker bûyî çendî min bangî te dikir çima tu li min venagerînî? Fatîmê got: Ez qerezûçin li te venagerînim, ma te ji bîr kir ku li sibehê min pere ji te xwestin ji bû ez biçim bazarê ji xwe re cilinan bikirim, lê te tu pere nedan min û ne jî te ez hîştim ku ji mal derkevim. Here ba mêvanên xwe bi xwe xizmeta wan bike yan jî bi ya min bike û pereyan bide min. Dema Xedîcê ev gotinan ji keça xwe bihîstin kela hêrsbûna wê rabû, wê pûrê keça xwe kire nav destên xwe û li keça xwe lêda. Hîngê Xatûn ji oda din hat û kete navbera herdiyan. Keç û diya wê li hev dixistin û Xatûn jî di navbera herdiyan de bû herdu ji hev dikirin. Lê piraniya kutekan ji herdu aliyan ve li Xatûnê diketin, ango weke pêşiyên me dibêjin kesê ku di şerekî de têkeve navbera dudiyan ew ji herdu aliyan bêtir zirarê dibîne yanê yê li ortan pir zirarê dixwe. Xatûn bi qasî wê pir kutek ji herdu aliyan ve xwerin hêrsa wê jî rabû êdî wê jî kutek li Xedîcê û Fatîmê xistin. Hîngê Xedîcê û keça wê pişta hev girtin û herdiyan li Xatûnê xistin. Xatûn bi kutekan xiş kirin û ji mal qewitandin. Ango Xatûna ku xwest dê û keçê ji hev bike û herdiyan li hev wîne, dê û keçê herdu li ser wê bûne yek û li wê xistin. Mesleya Xedîcê û Fatîmê bû mîna mesleya Rejîmê û Artêşa Azad bi rastî wan ewqas sal bi hev re şer kirin lê dema Kurd mîna Xatûnê dixwezin wan li hev wînin û Demoqratiyekê di Suriyê de pêk wînin hîngê herdu li ser Kurdan dibin yek û şerê Kurdan dikin. Kurd ji herdu aliyan ve hem ji aliyê şer hem jî ji aliyê lihevhatinê de zirara pir dibînin. Ango ne dûr e jî dema herdu rast li hev hatin mîna Xatûnê Kurdan ji warên wan biqewtînin. Lewma divê em ji herdiyan şerê wan bawer nekin û em Kurd hemû bibin yek çimkî Rêjîm dê ye, Artêşa Azad jî dot e. lewma divê em bibin yek da ku em xwe ji şerê dê û dotê biparêzin çimkî gotinên pêşiyan ne ji vala hatine dema gotin DÊ Û DOTÊ ŞER KIRIN KÊMHIŞAN BAWAR KIRIN. Kêmhişên Kurdan jî partiyên ku bi van herdu aliyan ve xwe girêdidin e yên ku razînabin yekîtiyeke partiyên Kurdan çêbibe.

18

GOTINÊN ÊVARAN

Demsala Zivistanê ye, heyam li gundan pir sar e û şev pir dirêj in. Mirov nizane çawa şevên xwe yên dirêj derbas bike. Xalo di oda xwe ya axî de li ber soba qurman rûniştî bû, Fato jî av û ça dikirin hindir çaydên ji bo dîne ser sobê. Xalo bange Fato kir û got: Fato avê û çayê meke hindir çaydên, were emê herin mala Reşo çayê vexwin û şeva xwe li wir derbas bikin. Fato çaydan ji dest xwe danî û hat ba Xalo. Herdu ji mal derketin û çûn mala Reşo. Li deriyê mala Reşo xistin, Reşo derî ji wan re vekir û ew derbasî malê kirin. Herçar li oda axî li ber soba qurman rûniştin, Zêno jina Reşo çaydanê xwe hazir dabû ser sobê, hema av kelî wê ça kire nav wê ava kelî û ça ji mêvanên xwe re çêkir. Çar piyal bi çayê dagirtin û li pêş her yekî yek danî. Li ber vexwarina çayê û germahiya soba qurman re axaftin xweş bûbû lewma Reşo û Xalo dest bi çîrokên xwe kirin. Zêno û Fato jî guhdarî wan dikirin. Reşo ji Xalo re digot: Duh ez ecizî bûm lewma min got ji xwe re ez herim nêçîra roviyan bikim ji ber wan tu mirîşk bi me nehîştin, min tivinga xwe da ser milê xwe û ez berve geliyê kûr ve çûm. Dema ez gihîştim wir min dît ku roviyek li ber mala xwe bi ser mirîşkekê ketiye û dixwe. Min zanî ku ew mirîşk a me ye çimkî duh bi êvarê deng bi mirîşkên me diket, min hîşt ku ew xwerina mirîşkê bidawî bike piştre min qurşînek di serê wî de lêxist û ew di nav perê mirîşkê de kefen kir. Li ser min de çend dilopên baranê barîn wan ji min re nîşan kirin ku dê barîna baranê dê dest pê bike, lewma ez bi lez vegerîm mal ji bo ku ez bi baranê şil nebim çimkî bi min re nexweşiya rebo heye hema ez şil dibim ez bi kuxikê difetisim.

Xalo ji Reşo re got: Ma tenê te roviyek kuşt ma qey tu li cîranê xwe nehatiyî min duh bi şev sê rovî di nav mirîşkên xwe de bi xweşî girtin û bi destên xwe min fetisandin. Piştre min ew avêtin ser sergînê mala me.

Reşo got: Bi Xweda Xalo ez bi çîroka te bawer nebûm çimkî min tu rovî li ser sergînê we li sibehê nedîtin. Herweha qet duh jî dengê mirîşkên we nedihatin ma çawa tu ji min dixwezî ku ez çîroka te bawer bikim û min tu tişt bi çavên xwe nedîtiye.

Xalo got: Dêmek Reşo tu çîroka min bawer nakî dê here tu jî roviyê te kuştibû wîne ji bo ku çîroka te jî were bawerkirin.

Devê Reşo li hev gerî nizanîbû bigota çi. Zêno û Fato ji herdiyan re gotin: Eger siba hûn bi hev re herin nêçîra roviyan bikin hûnê hîngê çîrokên hev bawer bikin. Şev bi gotinên çîrokên Xalo û Reşo derbas bû, Xalo û Fato ji mala Reşo vegerîn mala xwe û xew kirin. Li sibehê Fato û Zêno hevjînê xwe şiyar kirin ji bo ku herin nêçîra roviyan bikin lê ne Xalo ne jî Reşo rabûn çûn. Herdu di nav nivînên xwe de man û ji jinên xwe re gotin: Ger rovî tên nav mirîşkên me em ji xew ranabin û em dibêjin bila mirîşkekê bixwin ma tu niha ji min re dibêjî ku kêfûçin ez herim wan bikujim dê here lê jinê ji ber serê min here kumekuma te li vê sibehê ji min ne kêm e. Herdu ji nûve vegerîn xew kirin. Zêno û Fato tepek li serê xwe xistin û gotin: Hey waxxxx, xalî li me be ku me çi mêr birine, bi rastî wek pêşiyên me dibêjine: GOTINÊN ÊVARAN DIKEVIN QULÊN DÎWARAN. Çîrokên mêrên me jî bi Xweda sedî sed mîna vê gotinê ne.

19

MÊRANÎ

Egîd xortek temen 26 salî bû, wî ji keçeke gundê xwe hez dikir û keçikê jî ji wî hez dikir. Lê birayên wê keçikê ji Egîd hez nedikirin. Bavê Şêrînê çûbû ber dilovaniya Xweda lewma ew ketibû bin serweriya birayên xwe, ji ber ku birayên wê ji Egîd hez nedikirin lewma ew razî nedibûn ku Şêrînê bidin Egîd. Egîd ji malbateke belengaz bû ji ber belengaziya wî û malbata wî birayên Şêrînê ji Egîd hez nedikirin, wan dixwest ku Şêrînê bidin lawê axayê gund.

Lawê axayê gund ji Şêrînê hez dikir lê Şêrînê ji Egîd hez dikir, Egîd çiqas li Şêrînê pêşniyar dikir ku bi hev re birevin, lê Şêrîn razî nedibû û ji Egîd re digot: Ez naxwezim ku malbata xwe rezîl bikim û dilên nexêrxwezan bi wan şad bikim. Xweda dê çi dawiyê ji evîna me re binivîse ez pê razî me, evîn ne rezîlkirin e, lê evîn xwe parastin e ji rezîlkirinê.

Carinan Egîd ji van gotinên Şêrînê dixeyidî û ji Şêrînê re digot: Tu ji min hez nakî eger te ji min hez bikira tuyê bi min re bireviya. Carinan jî bi gotinên Şêrînê bawer dibû. Li rojekê Ciwan birayê Şêrînê yê mezin Egîd vexwend mala wan. Egîd bi vê vexwendinê pir şad bû, ji baweriya wî bû ku Ciwan razî bûye ku Şêrînê bide wî lewma wî vedixîne cem xwe.

Egîd dilê xwe bi hêviyên geş xemiland, berve mala Şêrînê çû û li deriyê mala wan xist. Elî birayê Şêrînê yê orte derî bi rûyekî tijîjehir ji Egîd re vekir û ji Egîd re got: Fermo.

Rûyê Elî yê jehrî hêviyên dilê Egîd bi aveke herimî av dan. Elî û Egîd derbasî odekê bûn li wê odê civînek hebû di wê civînê de lawê axayê gund rûniştîbû. Egîd silav li gişkan kir, piştre Elî Egîd li ber îşîka odê rûnişkinda. Bi hatina Egîd civînê dest pê kir. Ciwên dest bi axaftinê kir û got: Em giş dizanin ku lawê axayê gund û Egîd herdu ji xwîşka min Şêrîn hez dikin, lê berî ku ez biryara danîna wê bidim yekî ji wan. Ez dixwezim mêraniya herdiyan nas bikim, ez dixwezim xwîşka xwe bidim mêrekî ne mêrikekî û ji bo vê jî emê sibe xortên gund giş herin daristana reş. Li wir şêrek heye eger Egîd an lawê êxe ew şêr kuştin, ezê xwîşka xwe bidim wî û zemawenda wan jî li roja din re bikim. Egîd û lawê êxe bi gotinên Ciwên razî bûn, lê piştre Egîd got: Tifinga min tune ye.

Şiyar xortek ji gund bû, ew jî di civînê de amade bûbû. Wî ji Egîd re got: Xem mexe ezê tifinga xwe sibe bidim te.

Civîn bi dawî bû û her kes vegerî mala xwe. Li sibehê hemû xort li meydana gund civiyan û berê xwe dan daristana reş. Li daristana reş Şiyêr tifinga xwe da Egîd. Lawê êxe û Egîd berve cihê şêr çûn û xortên din jî li wan temaşe dikirin. Egîd dema dengê şêr bihîst, ew bi coşekî bi hêz berve şêr çû. Lawê êxe jî li pey wî diçû. Dema xortan dîtin ku coşê Egîd bilind e û bêtirs berve şêr diçe gişkan bawer kirin ku dê Egîd şêr bikuje.

Egîd bi hêdî hêdî ji şêr nêzîk bû û tifinga xwe berve şêr kir lê tu qurşîn ji tifingê
20

derneketin. Şêr bi tevgera Egîd hîs kir û berve wî bezî. Hîngê lawê êxe tifinga xwe berve şêr kir, çend qurşîn di laşê wî şêrî de çandin û şêr li erdê xist. Hemû xort berve lawê êxe çûn û ew rakirin ser milên xwe.

Egîd pir tengijî û berve Şiyêr çû, bi stiwê Şiyêr girt û xwest ku wî bifetisîne. Hîngê Ciwên Egîd ji ser Şiyêr da alî û ji Egîd re got: Guneh ne gunehê Şiyêr e, lê guneh gunehê te ye. Te tifinga xwe li destpêkê neceriband, lewma lowman tenê ji xwe bike û ji tu kesî din meke.

Egîd serê xwe hejand û ji Ciwên re got: RAST E BI TIFINGA XELKÊ MÊRANÎ NABE. Pişta xwe da wan gişkan, bi dilekî şikestî vegerî gund û evîna xwe di dilê xwe de vetisand.

PIRSEK

Fero pîreke gundî bû, ramanên gundî hişê wê têr û tijî kiribûn. Lawekî wê bi navê Heso hebû, temenê Heso temenê zewcandinê bû. Lê pîra Fero tim xwe ji çîroka zewcandina wî dida alî. Hevjînê Fero jî zû çûbû ber dilovaniya Xweda, ango Fero pir bi ciwaniya xwe tev hevjînê xwe şad nebûbû. Xelkên gund tim ji Fero re digotin ku keç û jinên malbata we serê mêran dixwin, ango ew têkevin kîjan malê ew serê mêrên wê malê dixwin.

Xwesiya Fero tim ji Fero re digot: Te serê lawê min xwer, xwezî mirina lawê min a te baya. Gotinên xwesiya Fero, Fero pir ditengijandin. Fero ji gotinên xwesiya xwe yên sert tim ji xwesiya xwe xeyidî bû, wê tu carî nikarî ku ji xwesiya xwe bipirsiya çima tu wisa ji min re dibêjî û ma qey min lawê te kuştiye. Ta xwesiya Fero mir, Fero ev pirs jê nekir û ev pirs bi Fero re hesret ma. Heso lawê Fero ji keça xalê xwe Memo ya bi navê Mizgîn hez dikir. Lê Fero nedixwest ku Mizgînê ji Heso re bixweze, çimkî tim gotinên xelkê gund û xwesiya wê di serê wê de mexelî bûn. Wê rast bawer kiribû ku keçên malbata wê serê mêran dixwin, lewma ew razî nedibû ku Mizgînê ji Heso re bixweze.

Lê Heso jî serê xwe hişk kiribû û digot: Dayê yan tuyê Mizgînê ji min re bixwezî yan jî ez bi tu keçên din re nazewicim. Heso xortekî xwende bû, wî û Mizgînê li dibistana gund bi hev re zarok fêr dikirin. Heso gotinên xelkê yên vala bawer nedikirin lewma wî ji diya xwe re tim digot ku eger gotinên xelkê dê jiyana min li gor xwe çêbikin, ez jiyana ku ji gotinên xelkê çêdibe naxwezim. Ji dest nerazîbûna Fero temenê Heso gihîşte sih saliyê û hîn ew nezewcandî mabû. Fero pir meraq dikir ku lawê xwe bizewicîne û berî mirinekê zarokên wî bibîne, lê Heso bi ya wê nedikir û ji bilî Mizgînê bi tu keçên din razî nedibû. Li şevekê dilê Fero pir êşî û lêda, ji bawariya Fero ku ew li bercandanê ye û dê bimire. Ew bi çarlepan berve oda Heso çû û li deriyê oda wî xist.

Heso deriyê oda xwe vekir û diya xwe li erdê dirêjkirî dît. Bi lez wî diya xwe kire hembêza xwe û berve mala bijîşkê ku mala wî li kolana piştî mala wan bû bir. Dema Heso di rê de diçû û diya wî di hembêza wî de bû.

Fero ji Heso re got: Lawê min ez dimirim, lê mirina min dê bi min ne xweş be çimkî

21

min gunehê te û Mizgînê di stiwê xwe de hîştiye. Lawê min ger ez îro mirim an nemirim tuyê dîsa herî Mizgînê ji xwe re bixwezî.

Heso ji diya xwe re got: Dayê niha vê çîrokê bihêle û bi axaftinê xwe mewestîne. Dema gihîştin mala bijîşk, Heso bi zerp li deriyê mala bijîşk xist.

Bijîşk bi lez derî vekir û dema wî Fero di hembêza Heso de rû çelmisî dît. Wî ji Heso re got: Bi lez here Fero dîne ser textê nexweşan. Heso diya xwe li ser textê nexweşan dirêj kir. Bijîşk bi lez Fero fehis kir, piştre ji Heso re got: Metirse tu tiştê bi tirs li ser diya te tune ye, ama ji qehirê wisa bûye û dilê wê qehira pir tehmûl nekir, lewma wî zengilê xwe lêda û ji qehirê re got bes e. Niha tu dikarî wê bibî mal, li mal dilê wê bi agahiyeke xweş şad bike û ewê yekser rabe ser xwe da ku ji agahiya te re lîliyan bike.

Heso spasiya bijîşk kir û dîsa diya xwe rakir kire hembêza xwe û vegerîn mal. Li mal Heso diya xwe kire nav nivîna wê, dema ku Heso ji ber serê diya xwe dê rabûya û biçûya av jê re baniya. Diya wî bi destê wî girt û jê re got: Lawê min, min hîn axaftina xwe ya di ser riya çûndina ba bijîşk ji bîr nekiriye, ez dixwezim bê guneh bimirim. Lewma ger siba tenduristiya min baş bû, ez û tu emê herin ji te re Mizgînê keça xalê te Memo ji te re bixwezin. Li sibehê Heso hîs kir ku tenduristiya diya wî baş e, lewma ew çû dibistanê. Fero jî rabû karên mala xwe kirin û li benda vegera Heso ji dibistanê ma. Demê dibistanê derbas bû, Heso vegerî mal. Fero li ber derî li benda lawê xwe bû, wê nehîşt ku Heso derbasî mal bibe û hema Heso gihîşte ba wê, wê ji Heso re got: Dê mişe em herin mala xalê te, niha xalê te ji nav zeviyê xwe vegeriye û niha li mal e.

Heso nexwest ku ji diya xwe re bibêje na, ew herdu bi hev re çûn mala bavê Mizgînê. Dema gihîştin wir, deriyê mala xalê Memo vekirî bû û wan nan li bin dara tiwê dixwerin. Heso li derî xist. Memo ji wan re got: Fermo derbas bibin.

Fero û Heso herdu derbas bûn, Memo Fero û Heso vexwandin ser xwarinê. Fero û Heso vexwandina Memo red nekirin, gişkan nan bi hev re xwerin û piştre Mizgînê ji wan re ça çêkir. Tev vexwarina çayê, Fero ji birayê xwe Memo Mizgîn ji lawê xwe Heso re xwest.

Memo bi xwîşka xwe Fero re got: Xwîşka min keç keça te ye, te ewa li mala xwe tev Heso mezin kiriye û tu dibînî kîjan baş e bi wê bike. Heso û Mizgînê bi hev re destgirtî bûn, piştî mihekê ji destgirtîbûna wan zemawenda wan hate kirin.

Erê Fero bi xwe çû Mizgîn ji lawê xwe re xwest, lê hîn tirs ji dilê wê derneketibû û her tim vê tirsê rojên wê li pêş wê reş dikirin. Piştî ku salek li ser zewaca wan re derbas bû, keçeke Heso û Mizgînê çêbû û wan navê Fero lê kirin.

Lê Heso pir bi keça xwe şad nebû, piştî bûyîna wê bi du mehan, dema Heso ji bajêr vedigerî gund. Tirimpêleke mezin li tirimpêla gund a ku Heso tê de bû ket û Heso mir.

Fero li ser lawê xwe pir xemgîn bû û êdî wê jî mîna xwesiya xwe ji bûka xwe re digot: Te lawê min kuşt, xwezî mirina lawê min a te baya û tu li şûna wî bimiriya. Mizgîn li ber van gotinan bêdeng dima wê dizanî ew gotinan ne ji dilê wê derdikevin, lê ji dilşewitiya Fero li ser lawê wê derdikevin.

22

Li rojekê Mizgîn û Feroya biçûk çûbûn mala Memo. Fero bi tena xwe li mal mabû, Fero tiştên lawê xwe di nav destên xwe de rakiribûn û bêhina lawê xwe jê dimêjî. Wê tev mêjîna bêhina lawê xwe bi jiyana xwe dihizirî, di vê hizrandinê de pirsa ku bi wê re hesret mabû ku ji xwesiya xwe bipirse hate bîra wê. Hîngê wê bi xwe re got: Xwezî min ew pirsa ji xwesiya xwe bipirsiya û min bi xwe bersiva pirsa wê di jiyana xwe de nedîtiba. Fero wisa got û dîsa dest bi girî kir.

XWENDEKARÊ JÎR

Xwendin mijbûnê ji hiş derdixwe, lê eger xwendin ji hiş revî hiş bi mij û dûmên dagir dibe.

Li bajêr li kolanên dewlemendan dibistanên taybet hene û dewlemend zarokên xwe dişînin van dibistanan. Lê li kolanên belengazan dibistanên taybet nînin tenê dibistanên dewletê hene û belengaz zarokên xwe dişînin van dibistanan ji ber ku ew nikarin meserefa dibistanên taybet bidin.

Evîn keçek ji malbeteke dewlemend bû, wê xwendina xwe ya seretayî û navîn li dibistanên taybet kute kiribûn. Lê dema hilkişî asta xwendina amadahî wê ji xwediyên xwe re got: Ez dixwezim biçim li dibistaneke dewletê xwendina amadahiyê bikim, ez dixwezim herim cureya xwendinê li van dibistanan nas bikim.

Lê dê û bavê Evînê razî nebûn ku keça wan biçe li van dibistanan bixwîne ji ber ku wan nas kiribû ku zarokên çîneyên belengaz li van dibistanan dixwînin û sinciyên piraniyan ji wan zarokan ne baş in. Lewma wan bi şêwekî sert ji keça xwe re gotin: Êdî vê çîrokê ji me re vemeke.

Dê û bavê Evînê ji vê xwesteka keça xwe pir matmayî man, ma çi hîşt ku keçeke dewlemend dibistanên taybet bihêle û ew berê xwe bide dibistanên dewletê. Evînê ne ji vala ev biryar standibû. Çîroka standina biryara wê ev bû ku rojekê dema ew çûbû mala hevala xwe Berfîn, hîngê li mala Berfînê xortek bi qasî temenê Evîn û Berfînê rûniştibû û wî birayê Berfînê yê biçûk li oda mêvanan fêr dikir.

Evîn û Berfînê jî li oda Berfînê ya li hember oda mêvanan bû rûniştibûn. Berfîn pir dipeyivî, lê Evînê pir guhdarî peyivîna wê nedikir û bala wê li cem Dildar bû. Wê ji cureya fêrkirina Dildar pir matmayî mabû û pir şêwaya wî eciband. Lewma dema Dildar fêrkirina birayê Berfînê bi dawî kir, Evînê ji Berfînê re got: Ez dixwezim bi mamosteyê birayê te re biaxivim. Herdu keç ji oda Berfînê derketin û çûn oda mêvanan. Diya Berfînê jî li oda mêvanan ba Dildar rûniştibû, herdu keç derbasî oda mêvanan bûn û silav dane Dildar û diya Berfînê.

Piştre Evîn li hember Dildêr rûnişt, Berfîn jî li rex diya xwe rûnişt û piştî ku wan pirsên rewşê ji hev kirin. Evînê rûyê xwe berve Dildêr kir û jê pirsî: Mamoste bêlî ye ku hîn temenê te biçûk e, lê cureya fêrkirina te pir baş û bilind e. Ma tu li kîjan dibistanê fêr bûyî? Dildar li rûyê Evînê nêrî û got: Keça hêja erê hîn temenê min biçûk e, ez 15 salî me. Ez zarokên dewlemendan li malên wan fêr dikim ji bo ku ez

23

alîkariya malbata xwe bikim. Ez xortek belengaz im ji malbateke belengaz im. Bavê min di avahiya malan de kar dikir, lê rojekê dema wî qalibê malekê girêdida ew ji jor de kete xwar û lingên wî şikîn. Ji hîngê ve ez malbata xwe xwedî dikim, ez li malên dewlemendan zarokên wan fêr dikim û li ser her waneyekê malbetên zarokan pereyan didin min, ez pê xwediyên xwe xwedî dikim.

Bersiva pirsa te jî ya ku ez li kîjan dibistanê fêr bûme, ew e ku ez li dibistanên dewletê fêr bûme. Em belengaz in em mîna we nikarin li dibistanên taybet fêr bibin, lewma em tenê dikarin li dibistanên dewletê fêr bibin.

Evînê ji Dildêr re got: Ez dizanim ku li dibistanên dewletê şêweya xwendinê ne baş e, mamoste baş zarokan fêr nakin û herweha jî zarok guh nadin xwendinê.

Dildêr ji Evînê re got: Keça hêja, xwendekarê jîr li kîjan dibistanê bixwîne ew dîsa jîr e û xwendekarê ne jîr jî li kîjan dibistanê bixwîne ew dîsa ne jîr e. Ango têkiliya dibistanan bi jîrbûn û nejîrbûnê tune ye. Ma keçê te tu carî wane li dibistanên dewletê amade bûne, ta ku te ev nêrîna li ser dibistanên dewletê biriye.

Evînê ji Dildêr re got: Na tu carî min wane li dibistanên dewletê amade nebûne, çimkî xwediyên min ji min re dibêjin ku dibistanên dewletê ne layiqî zarokên dewlemendan e û ji ber ku ji wan dibistanan diz û derewçîn derdikevin.

Diya Berfînê û Berfînê bi bêdengî guhdarî wan herdiyan dikirin. Dildêr ji Evînê re got: Keçê eger te tiştek bi çavên xwe nedîtibe, tu carî li ser wî tiştî mepeyive. Ma ne îro cara yekem bû ku te guhdarî cureya fêrkirina min kir û yekser te cureya min a fêrkirinê eciband. Ma ne ez jî li wan dibistanan dixwînim, dê û bavê te wisa li ser dibistanên dewletê dibêjin ji ber ku ew xwe ji ser belengazan re dibînin. Lewma ew naxwezin zarokên wan tev zarokên belengazan fêr bibin, xwendin li her der xwendin e û têkiliya wê bi cureya dibistanan nîne.

Keçê niha ezê bi te re pêşbirkeke zanyarî çêbikim eger tu di vê pêşbirkê de bi ser ketî, hîngê ezê zanibim ku cureya fêrkirinê li dibistanên we ji ya dibistanên me baştir e û eger ez bi serketim hîngê tuyê xwendina xwe ya amadahî li dibistana min berdewam bikî.

Evîn bi şert û pêşbirka Dildêr razî bû. Herdiyan li pêş Berfînê û diya wê dest bi pêşbirka xwe kirin. Li dawiya pêşbirkê Dildar bi serket û Evîn têk çû. Ji wê rojê de Evînê biryar stand ku biçe li dibistaneke dewletê xwendina xwe berdewam bike, lê dê û bavê wê razî nebûn ku keça wan here dibistanên dewletê, lewma Evînê tev rêveberiya dibistana xwe ya taybet peyman çêkir.

Di peymanê de Evînê ji rêveberiya dibistana xwe re diyar kir ku ewê sê rojan ji heftê ji dibistanê amada nebe, lê divê dê û bavê wê bi vê peymanê hîs nekin. Rêveberiya dibistanê bi peymana Evînê razî bû û li gor vê peymanê Evîn sê rojan ji heftê li dibistana taybet amade nedibû. Di van sê rojan de diçû li dibistana Dildêr wane amade dibûn û bi alîkariya Dildêr asta xwendina xwe bilind dikir. Evîn û rêveberiya dibistanê ev peymana bikar anîn da ku Evînê xwendina xwe ya amadahî bi dawî kir. Bi vî awayî Evînê hem soza xwe bi Dildêr re nexwar hem jî cureya fêrkirinê li dibistanên dewletê nas kir û fêm kir ku cureya dibistanan bi jîrbûnê ve tune ye.

24

BIRA Û CÎRAN

Ne her kesek ji te re bibêje ez dostê te me tu jê bawer bikî. Ne her kesek ji te re bibêje ez birayê te me tu jê bawer bikî. Dema wan di tengasiyê de pişta xwe nedan te ne jî te berdan hîngê ji wan bawer bike.

Qaso û sê birayên xwe li gundekî dijiyan, rewşa Qaso ji ya hersê birayên xwe baştir bû û hersê birayan ji Qaso re hemû karên wî dikirin. Ango hersê birayan ji Qaso re xwe kiribûn xizmetkar.

Tiştê ku hîştî rewşa Qaso ji hersê birayan baştir be, ku wî tev du hevalên xwe li êvaran diçûn cihên ku jêmayînên kevnar lê hebûn û wan jêmayî ji bin erdê derdixistin. Li rojên din jî difrotin, ango bi vî karî Qaso bûbû şahê gund.

Li şevekê dîsa hersê heval bi hevre çûn, lê îcar hevalekî wan xiyanetî bi wan kir. Piştî ku wan jêmayînên kevnar ji bin erdê derxistin, Qaso û Cemo cihê ku jêmayîn jê derxistibûn bi axê diniximandin. Hîngê Memo jêmayîn kirin tirimpêlê, wî tirimpêl vêxist û ji wî cihî bi lez dûr ket.

Qaso û Cemo li şûn xwe hîştin. Memo piştî ji wî cihî bi dûr ket, wî ji asayîşê re telefon lêda û ji wan re got: Ku wî çirek li deşta zêrîn vêxistî dîtiye û ew bawer dike ku ew kesên ku jêmayînan ji erdê derdixînin e. Dema asayîş li wî vegerand û ji wî pirsî: Çima te telefone me kir? Ma çi karê te bi wan re heye da ku tu li wan didî?

Memo got: Ez naxwezim ku dîroka me were firotin, ango jêmayînên her welatekî dîroka wî diyar dike û ji bo vê min telefona we kir. Piştre wî telefona xwe girt û çû mala xwe.

Deşta zêrîn cihekî ji mirov, malan û tirimbêlan qut bû. Qaso û Cemo çiqas ji Memo re telefon lêdan, lê telefona Memo tim girtî derdiket. Piştî ku wan tu çare nedîtin, wan bi hev re got: Em bimeşin baştir e û wê helbet tirimpêlek li sibehê rastî me were.

Piştî ku ew demjimêrek û nîv meşiyan, çireke tirimpêlan li pêş wan diyar bû. Ew pir kêfxweş bûn, wan xwe li wê çirê girtin û bervê çûn. Wê çirê jî xwe li wan girt. Dema Qaso û Cemo gihîştin ba wê çirê, du leşkerên asayîşê ji wê tirimpêlê daketin û berve Qeso û Cemo ve hatin.

Cemo û Qaso hewil dan ku birevin, lê leşkeran bi wan herdiyan girtin û ew birin zîndanê. Malbata Qaso kete qisaweta wî, çiqas hevjîna wî li telefona wî lê dida, telefona wî girtî derdiket.

Li sibehê telefon ji asayîşê ji malbata Qaso re hat, ew agahdar kirin ku Qaso û Cemo hatine girtin û dê îro jî herin dadgehê ji bo werin sizakirin.

Hevjîna Qaso çû ba hersê birayên Qaso û ew agahdar kirin ku Qaso hatiye girtin û ji wan xwest ku bi wê re herin dadgehê da ku avokatekî ji wî re bigirin. Hersê birayan gotin: Ku pere li ba me tune ne da ku em jê re avokatekî bigirin, herweha jî gotin ku kar li ba me heye em nikarin tev te herin dadgehê.

Hevjîna Qaso bi destê lawê xwe yê biçûk girt û bi tena xwe çû dadgehê. Li dadgehê dadmend Qaso û Cemo bi sê salan di zîndanê de siza kirin. Memo jî jêmayînên ku dizînî firotin û li gundê xwe bû mîna paşan.

25

Li şeveke zivistanê zarokê Qaso yê biçûk germahiya wî bilind bû, malên hersê birayên Qaso ji mala Qaso ve nêzîk bûn. Hevjîna Qaso li wê şevê çû li deriyê mala wan xistin da ku ew zarok bibin ba bijîşk, lê wan ji hevjîna Qaso re gotin: Pere ba me tune ne da ku em zarok bibin ba bijîşk, ma ne pereyên Qaso mîna kaniyekê diherikîn ma ew pere giş di ku de çûn. Wan wisa ji hevjîna Qaso re digotin û deriyê mala xwe li ser çavên wê digirtin.

Hevjîna Qaso pir li ser zarokê xwe tirsiya lewma ew neçar bû li wê şevê çû li deriyê mala cîranê xwe Zako xist û ji wî xwest ku zarokê wê bibe ba bijîşk. Tevî ku Zako û Qaso ji dest bêbextiyên birayên Qaso bi hev re nediaxivîn, lê dîsa Zako û hevjîna xwe herdu li wê şevê hevjîn û zarokê Qaso bi tirimpêla xwe birin ba bijîşk.

Bijîşk yekser zarok kire nav destên xwe û avine sar li serê wî kir, dema hinekî germahiya zarok daket. Bijîşk derziyek li zarok xist û ji diya wî re got: Tu dikarî niha lawê xwe bibî mal.

Zako pere dan bijîşk û giş vegerîn mal. Li wê şevê hevjîna Zako li ba hevjîna Qaso xew kir, li sibehê dema rewşa zarok baş bû ew vegerî mala xwe. Dema birayên Qaso dîtin ku hevjîna Zeko ji mala Qaso derdikeve, ew pir tengijîn û çûn ba hevjîna Qaso şerê xwe bi wê de dan.

Hevjîna Qaso guh neda wan û deriyê xwe li ser çavên wan girt. Hevjîna Qaso tu tişt ji kiryarên birayên Qaso di dermafê wê de ji Qaso re nedigotin, wê nedixwest ku barê Qaso di zîndanê de lê zêde bike. Sê sal pir bi dijwarî li ser Qaso û malbata wî re derbas bûn.

Memo jî bi pereyan dilîst û hemû tiştên di dilê xwe de dikirîn. Sê sal derbas bûn Qaso û Cemo ji zîndanê derketin. Li roja ku Qaso ji zîndanê derketî, birayên wî nêzîkî wî nebûn. Wî ji hevjîna xwe pirsî ma çima birayên min nehatin derketina min ji zîndanê li min pîroz nekirin. Hîngê hevjîna wî jê re kiryarên birayên wî di dermafa wê de jê re vegotin û herweha jî li ser rindiyên cîranê wan Zako û hevjîna wî jî bi wê re ji Qaso re vegotin.

Qaso bi kiryarên birayên xwe pir qeherî û ji hevjîna xwe re got: Pir xemgîn mebe û ezê ji mafê wan derkevim, rast e bi Xweda birabûn ne tenê ku em ji dahîkekê bin, lê divê di xweşî û nexweşî di ferahî û tengasîyê de em li pişta hev bin.

Li roja didiyê ji derketina Qaso ji zîndanê, Qaso pereyên xwe yên veşartî derxistin pê sê berx kirîn û ser jêkirin. Wî hemû xelkê gund tekelif kirin. Dema birayên Qaso dîtin ku Qaso dest bi derxistina pereyên xwe dike. Ew bezîn çûn mala Qaso, li mala Qaso mîna xizmetkaran hemû kar li mala Qaso kirin. Xwerin hate danîn birayên Qaso xwestin ku li rex Qaso rûnin, lê Qaso ji wan re got: Ku ji vir rabin ev cih ne yê we ye, xwediyên vî cihî hene.

Qaso cîranê xwe Zako û lawê wî li rex xwe rûnişkandin dan, piştre wî xelk vexwende ser xwarinê û got: Fermo bixwin, min îro ji we re hersê birayên xwe ser jêkirin û ev xwarin ji we re çêkir. Xelkê mebest ji gotina Qaso fêm kirin ku ew dest ji hersê birayên xwe berdide çimkî birabûna wan tenê ji bo pereyan e.

Birayê Qaso yê navîn ji ser xwarinê rabû û ji Qaso re got: Ma tu me wek van berxan dibînî?

26

Qaso got: Erê min wisa got, lê bi Xweda ev berx ji we çêtir in, lewma xwezî berx qisûra min biborînin ku min ew bi we mînandin.

Birayê Qaso yê biçûk bi devê tijî goşt ji birayê navîn re got: Lo bira rûne lo rûne goşt bixwe, Qaso bi te re henekan dike ji bo em vî goştê xweş nexwin.

Birayê navîn dîsa li ser xwerinê rûnişt û hersiyan mîna hovan goşt xwerin.

Qaso li hersiyan nêrî serê xwe hejand û got: Rast e ku ne her birayek bira ye. Sedî sed rast e ku silav li beriyan e, ne li riyan e.

27

QIRÊ

Derziyê xelkê dibîne şûjina ber stiwê xwe re nabîne. Di vê civaka me de pir kes hene vê gotinê bi kar tînin Medo jî mîna van kesan e. Medo bi rih û can vê gotinê bi kar tîne, ew jineke temenê wê derdora 40 salî ye. Ew kin û pir lawaz e, çavê wê yê çapê qir e. Lê tevî vê kêmasiya wê, zimanê wê mîna gogê bi kêmasiyên xelkê digere.

Civatên jinan ên ku Medo amade dibû, jinên wê civatê bi dilên xwe digirtin ku Medo di wê civatê de bi kêmasiyên wan bipeyive. Jinên bajêr riwêşt û nerêta wan ew e ku her sibehê ji roja Înê li mala jinekê ji kolanê kom dibin û qehwê vedixwin.

Li sibeha Înekê jinên kolanê biryar standin ku careke din ew Medo li civatên xwe dewat nakin, ji ber ku ew nizane zimanê xwe biparêze û hemû jinan di civatan de riswa dike. Medo mîna her car li benda roja Înê bû, lê îcar xeber jê re nehat dê ku jin li kîjan malê bicivin û qehwê vexwin.

Dema sibeha Înê hat û tu jinên kolanê ew venexwendin vexwarina qehwê ew pir bi hêrs bû, li malên kolanê yek bi yek gerî ta gihîşt mala ku jinên kolanê lê civiya bûn. Li deriyê malê xist, Zelîxê xwediyê malê derî vekir dema wê Medo li ber derî dît ew di cihê xwe de mîna mîxan hate kutan ango nikarî ji cihê xwe biliviya û kekec bû nizanî ji Medo re bigota fermo derbas be.

Medo Zelîxe ji pêş xwe têve da û bê gotina peyva derbas be ji Zelîxê ew derbasî malê bû û got: Zelîxeya ku her tim dengê wê û hevjînê wê derdikeve û kolanê bi şerê xwe gêj dikin bûye jin e îcar bi xelkê jî qiyal nabe.

Zelîxe di xwe de sor û hişîn bû, wê nikarî li Medo gotinên wê vegerandana ji ber ku ew derbasî mala wê bûye û şerm e ku xwediyê malê mafê mêvanên xwe kêm bike. Medo hat di nav jinan de rûnişt, Zelîxê jî deriyê malê girt û hat ew jî cem mêvanên xwe rûnişt.

Dema Zelîxe rûnişt, Medo ji jinan re got: Ma cara mera tê cem vê miqrisê jî rûdine, dengê wê û hevjînê wê tim ji bo xwarin û vexwarinê ji mal derdikeve û li kolanê belav dibe. Bi Xwedê ez bawer dikim ku we hîn qehwe venexwariye, ma miqris dizanin camêriyan bikin. Medo wisa got û bi dengekî bilind kenî.

Zelîxe pir ber xwe ket stêr di çavên wê de kom bûn. Dema Jiyanê xwest pişta Zelîxê bigire û gotinan li Medo vegerîne. Hîngê Medo bi zimanekî tûj ji Jiyanê re got: Hele binêrin diaxive, jina ku nizane şêkir ji xwê derxîne, niha li serê min dibe Efleton. Ma tuyê bêdeng bî, lê ez ji jinan re bibêjim ku ji ber te şekir li şûn xwê kiribû şîvê hevjînê te, te şand mala xwediyên te û eger bavê te li ber hevjînê te negeriya tuyê bihata berdan.

Şêrînê bi dengekî bilind ji Medo re got: Ma tu li xwe şerm nakî ku tu çîrokên di malan de veşartîne li ser zimanê xwe dikî lîstok, bi Xweda şerm e ev tişt li gor temenê te û ta niha em bi te re neaxivîne ji ber ku em rêzgirtinê ji temenê te re digirin.

28

Medo got: Ez qurbana Xwedê bim, jina ku zarokan nîne û hevjînê wê bi hesretê zarokekî ye, li civatan bûye avokat e. Li şûn tu pişta kesî digirî here hevjînê xwe bizewicîne bila dilê wî bi zarokekî şad bibe, ji dest harbûna te hevjînê te newêre here jineke din bibe û bi zarokekî xwe şad bibe. Her ku jinan piştên hev digirtin Medo di ber gişkan re dikarî. Ango Medo hemû jinên li civatê li pêş hev cerisandin û çîrok û kêmasiyên wan eşkere kirin.

Li dawiyê hemû jin ji Medo tengijîn, lewma wan gişkan li Medo xistin û bi hev re jê re gotin: Medoya çavqir kêmasiyên hemû mirovan hene, mirov bê kêmasî nabe û mirovê rast jî ew e yê ku bi kêmasiyên xwe dipeyive ye, ne yê ku bi kêmasiyên xelkê dipeyive ye. Li xwe binêre kêmasiyên xwe zanibe, piştre were li ser kêmasiyên me bipeyive. Ango derziya me mebîne, lê tenê sûjina ber stiwê xwe re bibîne. Bi van gotinan civata jinên kolanê bi dawî bû û her jinek çû mala xwe. Medo jî ji dest lêdana jinan di nav ciyan de nexweş ket.

29

MALBAT Û WELAT

Ger malbat bi xwe parçekirî be, gel jî parçe dibe û welat jî parçeparçe dibe.

Li herêmeke biçûk ji herêmên kurdî, malbateke kurd ji pênc kesan hebû. Vê malbatê berê di bin zordariya rêjîmê de digotin: Tenê em Kurd in, çimkî wan tu tişt li ser partiyên Kurdî nizanîn û ta ku nizanîn çiqas partiyên Kurdan hene.

Lê dema şer li Suriyê dest pêkir, partiyên kurdî êdî yek bi yek mîna çawîrê ji bin kêvir derketin holê û her partiyekî jî bi hişê hejimarine mirovan lîstin.

Malbata ku ji pênc kesan pêk dihat, îcar bawariya ku tenê em Kurd in li ba wan hate guhartin û îcar her kes dibêje ez Kurd im lê tevî ez Kurdim navê partiyekê jî bi nasnameya xwe dixîne.

Dê û bav digotin em rêjîmê dixwezin çimkî me di dema rêjîmê de digot tenê em Kurd in, ango me dizanî Kurd giş yek in.

Lawê mezin êdî wî ji nêrîn û ramanên partiya PYD hez kiribû û wî xwe kiribû endamek ji vî partî. Lawê orte jî ji ramanên partiya Yekîtî hez kiribû û bûbû endamek ji vî partî. Lawê biçûk jî ji nêrîn û ramanên partiya Azadî hez kiribû û wî xwe kirbû endamek ji vî partî. Ango malbatek piştî ku hevgirtî û yek bû bi hebûna Partiyên Kurdî ew malbat parçe bû.

Dema ku ew bi şev kom dibûn her yekî ji wan piştgirtiya partiya xwe dikir, carinan di axaftinên wan de dengê wan bilind dibû û ji hev dixeyidîn cîranan dengê wan dibihîst. Cîranên ku xêrê wan dixwestin dihatin ew li hev tanîn, cîranên ku xêrê wan nedixwestin digotin şalê serê hev bixwin û xwe bi xwe hev bikujin.

Li rojekê hemû partiyan ragihand dê ku ew xwepêşandanekê çêbikin, li roja xwepêşandanê her yek ji hersê birayan çûn tevlî xwepêşandana partiya xwe bûn. Ango xwepêşandan bûbû sê parçe, her parçek ji xwepêşandanê girêdayî partiyekê bû. Li xwepêşandanê partiyan bi siloganan li dijî hev bang kirin, lewma dijmantî di nav şêniyên xwepêşandanê de çêbû.

Êdî xelkên xwepêşandanê li hev xistin, xortên ku di xwepêşandanê de bûn serçavên xwe bi dolaqan pêçan ji bo ku tu kes wan nas neke. Li pêş dukenekê sê xortan bi çovan hevdu bi lêdanan parçe kirin, dema wan li hev dixist dolaqa yekî ji ser serê wî ket û hîngê bêlî bû ku ew lawê mezin bû. Herdu birayên din jî ser çavên xwe vekirin, yek birayê navîn bû, yek jî yê biçûk bû. Ji lêdanên ku li hev xistibûn hersê birayan laşê wan bê hêz mabû li şûn ku ew xwe bavêjin hembêzên hev û lêborînê ji hev bixwezin. Wan pişta xwe dan hev û her yek bi tena serê xwe vegerî mal, li mal dapîra wan hatibû serdana wan bike û dema hersê xort di xwîn û xirarê de vegerîn mal hîngê dê û bavê wan ji wan re gotin: Xercê we ye, ma çi karê we di van partiyan de hebû, xwezî rêjîm vegere û partiyan ji nû ve bifetisîne ji bo serê me ji şer vehese.

Dêpîrê bi bêdengî guhdarî wan dikir, lê dema gişkan gotinên xwe bi dawî kirin, wê got: Ne seyr e ku ta niha welatekî me tune ye. Ne seyr e ku ta niha Kurdistan parçekirî ye, ji ber ku malbatên kurdî bi xwe parçekirî ne. Sed carî nalet li partiyên ku

30

hîştin bira bibin dijmin û li hev xînin were. Guhdar li min bikin û vê gotina min ezber bikin ta malbata kurdî di nav xwe de nebe yek, milet nabe yek û herweha Kurdistan jî nabe yek.

31

LEZBÛNA STANDINA BIRYARAN

Ne her tiştek hate gotin divê mirov bawer bike, pir tişt li ser zimanan tên gotin lê rastiya wan tiştan ji nerastiya wan ne diyar e.

Li gundekî ku cihê wî li ser çiyê bû, keçeke pir qeşeng û ciwan bi navê Zîlan li wî gundî hebû. Çiqas xwezgînciyên wê dihatin, lê ew bi kesî qiyal nedibû û wê digot eger kesek ku hişê min û wî ne li gor hev bin, ez bi wî razî nabim.

Li demsala Biharê keçên gund derdiketin dervayî gund û diçûn ji xwe re pincar û kerbeş berhev dikirin. Li rojekê Zîlanê jî xwest ku tev keçên gund here û pincêr berhev bike, wê rêdan ji dê û bavê xwe xwest û bi keçên gund re çû li derveyî gund pincêr berhev bikin. Hejmara keçan derdora 10 keçan bû, hemû keç bi berhevkirina pincêr mijûl bûn û bi mijûlbûna berhevkirina pincêr, Zîlan bêyî ku hîs bike ji koma keçan dûr ket. Wê serê xwe rakir li derdora xwe tu keç nedîtin, bang kir lê tu kesî banga wê nebihîst û piştî çend xulekan wê dengê nalînekê ku ji wê ve nêz tê bihîst.

Wê xwe li dengê nalînê ajot, li pişt kevirekî mezin xortek dinalî û wî xortî qemîsê xwe ji xwe danî bû pê lingê xwe girêda bû.

Dema Zîlanê ew xort dît, wê jê pirsî: Çi hatiye serê te?

Xort got: Min ji xwe re aw dikir, lê bêyî ku ez hîs bikim min pêle marekî kir û wî marî jî bi min de da. Hîngê Zîlanê tûrî pincêr ji dest xwe danî û berve xort çû. Wê bi kêra di dest xwe de cihê pêdedana mar birîn kir û bi devê xwe xwîna jehrî ji lingê xort dimêt û çedikir.

Piştre wê desmala serê xwe danî û pê birîna xort girêda. Ji dûr ve keçekê bi navê Dîlan li xort û Zîlanê dipa. Dîlan keçeke ne pir ciwan bû û ew ji Zîlanê pir dihesidî ji ber ku Zîlan pir ciwan bû. Dema wê Zîlan û xort dîtin, ew bi lez berve gund çû û bangî şêniyên gund û xwediyên Zîlanê kirin.

Wê bi wan re got: Ku Zîlan tev xortekî li pişt zinêr tiştên ne baş dike. Dema bavê Zîlanê ev gotin ji devê Dîlanê bihîstin, ew bû mîna arekî û ew bi lez çû hindir tifinga xwe derxwest.

Ji Dîlanê re got: Bi lez min bibe wî cihî ku Zîlan û xort li wir in. Bavê Zîlanê û diya wê tev şêniyên gund giş çûne wî cihî. Dema bavê Zîlanê dît ku xort ji jor ve tazî ye û desmala Zîlanê ne li ser serê wê ye. Wî bi lez tifinga xwe leqimand û du qurşîn ji pişt ve li keça xwe xistin.

Hîngê diya Zîlanê qêrî kir û berve keça xwe bezî. Dema ew gihîşte cem keça xwe, wê dît ku xort ling birîndar e û desmala Zîlanê û qemîsê xort pê lingê xort girêdayî ye. Wê qêrî kir û bi lez keça xwe kire hembêza xwe.

Zîlanê hîn nefes dikir, dema wê diya xwe dît wê ji diya xwe re got: Ku wê jehra mar ji lingê xort derdixist û wê tu karî nebaş nedikir. Zîlanê ev gotinên xwe kirin û mir.

Diya Zîlanê bangî hevjînê xwe kir û got: Were binêre keça te ne gunehkar e, lê wê jehir ji lingê xort derdixist.

32

Dema diya Zîlanê wisa got. Bavê Zîlanê û hemû şêniyên gund berve Zîlanê ve beziyan. Hîngê xort bi dengekî xemgîn ji gişkan re got: Ma ev sizaya mirovên ku alîkariyê ji mirovan re dikin e. Xwezî ez bi jehira mar li vê çolê bimirîma û keçeke mîna gulan bê guneh li pêş çavên min nehata kuştin.

Bavê Zîlanê xwe avêt ser termê keça xwe û pir li xwe poşmam bû. Lê poşmambûna wî nikare keça wî ya bê guneh hate kuştin ji nûve wê ji wî re vegerîne.

Dîlana fesad jî dema ev dîmen dît ew ji wir giş revî û nema kesî zanî ku ew bi kû de çû.

BAVÊ KEÇAN

Jina ku keçan tîne, ew dikare xortan jî wîne. Lê kesên nezan dibêjin ger jina te keç anîn, dev ji wê jinê berde û yeke din bibe. Ew nizanin ku zayenda zarokan li gor bavan e, ne li gor diyan e.

Dema temenê Cemîl bû 20 salî, ew bi keça apê xwe re ya bi navê Cemîle re zewicî. Her salekê Cemîlê keçek tanî, da ku hejmara wan keçan bûn deh e. Ango piştî ku deh sal li ser zewaca wan re derbas bû Cemîl bû bavê deh keçan. Dema ku Cemîlê tu xort ji Cemîl re nanîn hîngê diya Cemîl ji lawê xwe re got: Lawê min jina te tenê ji te re keçan tîne, lewra bi ya diya xwe bike û bi jineke din re bizewice.

Cemîl bi ya diya xwe kir û çû jineke din ji xwe re xwest. Piştî salekê jina duyem jî keçek anî. Dîsa diya Cemîl ji lawê xwe re got: Ku bêlî ye ku ev jina te jî dê tim ji te re keçan wîne, lewma bi ya diya xwe bike û bi jineke din re bizewice.

Dîsa Cemîl bi ya dîya xwe kir û jina sisiyê jî bir. Piştî salekê jina sisiyê jî keçek anî ango 12 keçên Cemîl çêbûn.

Rojekê dîsa Cemîl çû cem diya xwe û gunehê xwe kire ber diya xwe ku 12 keç û sê jinên wî çêbûn. Ma eger tiştek were serê min ma kî yê baldariyê li wan bike.

Diya Cemîl ji lawê xwe re got: Lawê min pir xemgîn mebe hejmara çar rûyê xwe li malbata me baş e, lewra bi ya diya xwe bike û jina çarê bibe. Helbet ewê ji te re xortan wîne.

Cemîlê tembel dîsa bi ya diya xwe kir û jina çarê jî bir, lê vê jî ji wî re keçek anî. Cemîl li xwe matmayî ma û ji diya xwe re got: Ku çawa çar jin nikarin ji min re xortekî wînin. Ma kêmasî ji wan e lê ji min e?

Dema wî ev gotin bi diya xwe re got diya wî bi celtê ket û mir. Wê nexwest ku xelik nas bike ku kêmasî ji lawê wê ye ne ji jinên wî ne.

Piştî diya Cemîl mir Cemîl rojekê çû cem bijîşk. Hîngê bijîşk ji Cemîl re got: Ku kêmasî ya te ye ne ya jinên te ye, çimkî zayendê zarokan li gor bavan e ne li gor diyan e.

Dema Cemîl gotina bijîşk bihîst wî bi xwe re got: Ji dest nezanîna xwe min li serê xwe çar jin kom kirin. Diya min mir çû vehesî, lê wê derdê çar jinan kire zikê min.

33

XWESTINA KEÇAN

Carinan hêviya me tiştek e, lê tiştekî din dibe para me.

Pir xort hene ne bi evîn dizewicin, lê bi awakî teqlîdî dizewicin. Xort tev dê û bavê xwe diçe mala keçê û eger wî ciwaniya keçikê eciband, ew razî dibe ku ew keç bibe hevjîna wî. Lê eger ciwaniya keçikê neciband, ew ji mala keçikê radibin û careke din li wê malê venagerin.

Rêber xortek têkiliya xwe bi keçan re tune bû, ango ji keçan tenê bi xwîşkên xwe re dipeyivî û ji jinan tenê bi diya xwe re.

Dema temenê wî bû bîst salî dê û bavê Rêber bi lawê xwe re gotin: Êdî temenê te bû ya zewcandinê lewra divê em ji te re li keçikekê bigerin û wê ji te re bixwezin.

Nisrîn xwîşka Rêber a 18 salî wê hevaleke xwe li xwediyên xwe pêşniyar kir û got: Herin hevala min Şîlan ji Rêber re bixwezin.

Xwediyên Rêber pêşniyara Nisrînê pejirandin û bi riya telefonê bi xwediyên Şîlanê re peyivîn û ji wan re gotin: Dê siba em tev lawê xwe Rêber werin ba we piyalek qehwe vexwin.

Xwediyên Şîlanê bi xwediyên Rêber re gotin: Mal mala we ye, hûn kengî hatin hatina we ser serî û çavan.

Bavê Şîlanê çûbû ber dilovaniya Xweda û diya wê mal xwedî dikir. Diya Şîlanê pir ji xwe xweş bû, bêlî dikir ku ew keça Şîlanê ye, ne Şîlan keça wê ye. Li roja hatina Rêber û xwediyên wî, diya Şîlanê keça xwe mîna bûkan xemiland û çêkir.

Diya Rêber jî berî ku herin mala Şîlanê, wê lawê xwe şîret kir û got: Lawê min pir li keçê menêre ji ber ku şerm e, carekê yan du caran tenê lê binêre. Eger tu dixwezî keçê nas bikî tim li diya wê binêre ji ber ku dê û keç mîna hev in.

Rêber şîreta diya xwe kire serê xwe û tev dê û bavê xwe çû mala Şîlanê. Diya Şîlanê derî ji wan re vekir û ew derbasî malê kirin.

Piştî çaryekekê Şîlanê temsiya qehwê anî û li mêvanan qehwe gerand. Piştre ew li rex diya xwe rûnişt. Diya Şîlanê xwe ji keça xwe rintir xemilandibû.

Rêber carekê tenê li Şîlanê nêrî, lê wî çavên xwe li ser diya Şîlanê ranekirin. Ango dilê wî li şûn têkeve Şîlanê kete diya wê. Dema bavê Rêber ji diya Şîlanê re got: Em hatine keça te bixwezin. Hîngê Rêber gotina bavê xwe birî û got: Bavo ez keçê naxwezim, lê ez diya wê dixwezim. Bav û diya Rêber bi gotina Rêber hiş ji serê wan çû û di xwe de sor û hişîn bûn.

Bavê Rêber û diya wî lêborîn ji diya Şîlanê xwestin û ew vegerîn mal. Li ser rê dê û bavê Rêber tim digotin: Eyba reşê vî lawî em cerisandin, ji xwe ve em çûn keçikê bixwezin. Lê dilê lawê me kete diya keçê û wî ji xwe re diya kêçê xwest.

Wan li Rêber nêrîn û jê re gotin: Eger te bi zimanê xwe karibûya helbet Şîlan wê bûbûya para te, lê bi nekarîna te bi zimanê xwe ne dê ne jî keç bûn para te.

Rêber li wan nêrî û got: Ma çi gunehê min e, ma ne we bi min re got li dê binêre û li keçikê menêre. Min bi ya we kir lê dê nêrî û li keçikê nenêrî lewma li şûn keçê dê kete dilê min. Ango loman ji min mekin lê ji xwe bikin ji ber ku min bi şîreta we kir û ev berteka min jî ji encama şîreta we ye.

34

ŞIVAN Û DEMOQRATÎ

Duh şivanê pêz bû, îro jî li serê me bûye paş e. Digotin li gundekî mixtar mir û çavê piraniyên gund li mixtariyê bûn lewma her zilamekî li gund xwe pêşniyar kir ku bibe mixtar.

Lê ji pirbûna hejmara kesên ku xwestin bibin mixtar, mezinên gund pêşniyar kirin ku hilbijartin werin çêkirin. Eger dengên kîjan zilamî pir bin, ewê bibe mixtar.

Şivanek li gund hebû, pezê wî ji yê gund gişkan pirtir bû. Lê tevî pirbûna pezê wî û dewlemendbûna wî hiş û zanîna wê kêm bû. Ji bilî gotina ey û hiş wî tu tişt nizanî.

Şêniyê gund tu kesî qedir û qîmet nedidane wî ne jî rêzgirtin jê re digirtin. Dema xeber gihîşte wî ku dê li gund ji bo hilbijartina mixtarekî ji gund re hilbijartin werin kirin. Ew jî çû ba mezinên gund û navê xwe da wan da ku ew jî tevlî hilbijartinan bibe.

Hîngê mezinên gund henekî bi şivên kirin û gotin: Mixtarî ne ji kesên mîna te re ye, kesên zane ji mixtariyê re gerek in. Tu ji bilî ey û hiş bi tu tiştî nizanî.

Şivên got: Ma ne hûn dîmoqratiyê bi kar tînin, ez jî kesek ji vî gundî me û ji mafê min e jî ku ez xwe tevlî van hilbijartinan bikim.

Mezinên gund bi hev re gotin ma ka em navê wî jî têxin nav kesên ku xwe ji mixtariyê re pêşniyar kirine. Ma qey gund bê hiş e da ku here vî bêhişî hilbijêre.

Wan ji şivên re gotin: Erê em dîmoqratiyê bi kar tînin lewra emê navê te jî têxin tevî kesên ku xwe ji mixtariyê re pêşniyar kirine.

Hejmarên belengazên gund ji dewlemendan pirtir bûn, lewma şivên hinekî hişê xwe bi kar anî û li ser malên belengazan geriya. Ji her malbeteke belengaz re got: Eger hûn di hilbijartinan de navê min hilbijêrin û eger ez di hilbijartinan de bi serkevim. Ezê berxekê bidim her malekê, hûnê wê berxê ji xwe re ser jêbikin û hûnê zikê xwe têr goşt bikin.

Li roja hilbijartinan hemû xelkê gund li meydana gund kom bûn û her yekî navê kesekî hilbijart. Li dawiya hilbijartinan dema mezinên gund sindoqên hilbijartinan vekirin. Wan dît ku piraniya navên hilbijartî yên şivên in. Ew pir matmayî man ku çawa gund bêhişekî mîna şivên hilbijartine. Wan pir şerm dîtin ku ji gund re ragihînin ku şivan dê bibe mixtarê wan.

Lê dema wan ragihand ku şivan dê bibe mixtar piraniya xelkê şad bûn berve mixtarê nû çûn û jê berx xwestin.

Hîngê şivên ji gişkan re got: Ey… ey ji vir biçin, berxên min ên min in û min ne ji we re mezin kirine. Piştre şivên berve mezinên gund ve çû û ji wan re got: Hîş… hîş, ne we digot ez tenê ey û hîş dizanim. Dê hîş li cihê xwe hîş, min bi dîmoqratî hûn giş xapandin. Ji îro pê de dê her tim çovê min di ser we re be û tim gotina ey û hîş navek ji we re be.

35

AXE Û BÎRÊ

Li gunekî belengaz ku ji bajêr dûr bû, hemû malbatên li wî gundî ji bilî malbata axe belangaz bûn. Li orta gund bîrek hebû û hemû şêniyên gund ava xwe ji wê bîrê peyda dikirin. Axe mirovekî pir pîs û nerind bû, wî pir setemkarî li şêniyên gund dikir.

Li mala êxe bîreke avê hebû. Rojekê axe di ber bîra li orta gund re çû û wî dît ku milet li dor wê bîrê pir e. Hemû kesan ava xwe ji wê bîrê dadigirtin. Dema êxe ev dîmen dît. Ramaneke ne rind mîna wî xwe avête hişê wî û wî bi xwe re got: Ma çima ez ava vê bîrê pîs nakim. Eger ava vê bîrê pîs bibe, milet wê neçar bibe ku werin avê ji bîra li mala min bibin. Hîngê jî ezê avê bi pereyan bifiroşim wan.

Axe berve bîrê çû û ji miletê li dor bîrê re got: Ji dor bîrê biçin, ez dixwezim ava vê bîrê tem bikim. Milet ji dor bîrê bi dûr ketin, axe nîzîkî bîrê bû û serê xwe di ser bîrê re xar kir. Wî sêçar caran tife bîrê kir û di ava wê de mîz kir.

Dema milet wisa dît medeyê gişkan li hev ket, çimkî kesayatiya êxe pir pîs bû û milet gişkan medeyê xwe ji wî hev diket. Piştî ku êxe tif û mîze bîrê kir, jinekê dengê xwe rakir û got: Axe te ava vê bîrê pîs kir, dê emê niha ava vexwarinê ji kû derê wînin?

Axe got: Xem mexwe jinê hûnê werin ji bîra li mala min avê bibin. Lê îcar av li cem min ne bi belaş e, lê hûnê bi pereyan avê ji bîra li mala min bibin.

Milet ji wê rojê de neçar bû ku ava xwe ji bîra li mala êxe bibin. Êxe nizanî ku rêjeya avê di bîra li mala wî de kêm e û têre hemû gund nake.

Piştî ku du meh derbas bûn, êdî av di bîra wî de hişk bû û êxe êdî nizanî ku avê ji ku peyda bike. Ew pir tî bû lewma ew çû ser bîra li orta gund, xwest ku avê ji wir vexwe. Lê dema wî wêneya xwe di avê re dît, medeyê wî jî ji xwe li hev ket û hate bîra wî ku wî sêçar caran tife nav ava vê bîrê kiribû û di ava wê de mîz kiribû. lewma wî av rijand erdê û venexwar.

Ji dor ve kalekî li êxe temaşe dikir, dema axe ji westîna tîbûnê re li ber bîrê rûnişt. Kal berve wî çû û jê re got: Axe ma tu niha li xwe poşmam bûyî piştî ku te av ji gund qut kir. Gerek bû ku te tif û mîze bîrê nekira ma te nizanî ku rojek wê were û pêwîstiya te bi ava vê bîrê çêbibe.

Axe bi zimanekî ku ji tîbûna re miçiqî bû got: Erê wele kalo ez pir poşmam bûme, lê ma poşmambûn dê niha avê ji min re wîne.

Kalo serê xwe hejand û got: Erê poşmambûn wê ji te re avê wîne. Kalo bangî xortekî gund kir û jê re got: Ka here piyalek av ji êxe re wîne bila tîbûna xwe bişkîne.

Xort bi ya kalê kir û piyalek av ji êxe re anî. Piştî êxe tîbûna xwe şikand, ew li xwe şiyar bû û ji kalê pirsî: We ev ava hênik ji ku aniye?

Kalê ji êxe re got: Ma qey em jî wek te ne. Dema milet dihat av ji bîra li mala te dibirin, wan hîs kir ku ava bîra li mala te kêm dibe. Lewma miletê gund bê agahiya te li derveyî gund bîreke nû kolan ji bo ku eger av di bîra li mala te de nema ku berdêl li şûnê hebe. Axe dinya gog e û digere ango tu çi wînî serê mirov dê rojek were mirov jî wî tiştî wîne serê te. Ev bîr niha ya miletê gund e, wan bi destê xwe ev bîra kolan. Lewma tu mafê te di vê bîrê de nîne, lewra tuyê îcar ava xwe ji bîra milet bi pereyan bibî.

36

Êxe serê xwe hejand û got: Rast e dinya gog e. Ji wê rojê de malbata êxe ava xwe bi pereyan ji bîra milet dibirin. Bi vî awayî milet pereyên xwe ji êxe vegerandin û waneyeke girîng pirwateyî dane wî.

DÊ Û HEVJÎN

Şêrîn jineke temen çil û du salî bû û wê li bajêr mêr kiribû. Mêrê wê bazirgan bû, ew her çend mehan rojekê dihate mal û Şêrînê mal di neamadebûna mêrê xwe de bi rê ve dibir. Xortekî wê tenê bi navê Şêrgo hebû, ew bîst û pênc salî bû, ew zewicî bû û navê jina wî Şîraz bû.

Şêrgo ji çûkaniya xwe de pir bi diya xwe ve girêdayî bû û wî ji diya xwe ji jina xwe bêtir hez dikir. Hevjîna Şêrgo ji hezkirina pir a Şêrgo ji diya xwe re ditengijî.

Şêrgo karên li dervayî malê bi rê ve dibirin û çi bi wî re li derveyî malê çêdibû, wî bi hevjîna xwe re digot. Hevjîna wî Şîraz jî hemû tiştên ku Şêrgo bi wê re digotin, wê jî yekser ew tişt bi diya xwe û malbata xwe re digotin.

Rojekê Şêrgo bazirganiyeke baş kir û pir pere ji wê bazirganiyê bi dest xistin. Ew hate mal yekser ev agahiya ji hevjîna xwe re got, herweha cihê pereyan jî ji wê re vegot û tevî ku wî ji diya xwe hez dikir lê wî ev agahiya ji diya xwe re venegot.

Şîrazê dîsa mîna her car ev agahiya jî gihand dê û malbata xwe û herweha cihê pereyan jî ji wan re vegot. Piştî ku hefteyek derbas bû Şêrgo dest bi bazirganiyeke nû kir, lewra pêwîstiya wî bi pereyan çêbû. Ew çû cihê ku pere wî lê veşartibûn, lê dema ku sandoqa pereyan vekir. Wî tu pere nedîtin, ew mîna dîna bû û bi lez vegerî mal. Derbasî oda xwe bû û ji hevjîna xwe re got: Pereyên min hatine dizîn û ji bilî wan herdiyan tu kes cihê pereyan nizane.

Jina wî ji bo ku xwe bê guneh derxîne ji Şêrgo re got: Dibe ku dema te ji min re cihê pereyan digot diya te guhdarî me dikir.

Şêrgo bêyî ku bihizire ku diya wî tu carî guhê xwe nade pişt deriyê tu kesî, wî ji jina xwe re got: Wele gotina te dibe rast be. Ew ji hindir derket û çû oda diya xwe. Ji diya xwe pirsî: Ma te pere birine ji sondiqa min.

Diya wî jê re got: Ma lawê min ev çi gotina te ye!! Ma sindoqa bavê te giş di destê min de ye ma çawa ezê destdirêjî li pereyên te bikim! Ma lawê min ezê çawa pereyên te bidizim û hîn ez nizanim ku cihê sondoqa te li kû derê ye?

Şêrgo hîngê li xwe şiyar bû û lêborîn ji diya xwe xwest.

Diya wî ji wî pirsî: Ma ji bilî te kî cihê pereyan zane?

Şêrgo got: Şîraz jî zane.

Diya Şêrgo bi destê lawê xwe girt û çûn ba Şîrazê. Şêrînê bi nêrînine bi tirs û sert li Şîrazê nêrî. Şîraz ji wan nêrînan tirsî bi dengekî nerm ji xwesiya xwe pirsî ku çi çêbûye?

Şêrînê dîsa ew nêrînên xwe li Şîrazê berdewam kirin û jê re got: Binêre ji bilî te tu kes cihê pereyan nizane eger tu niha nebêjî ku te pere ku de birine, ezê bikim ku Şêrgo te berde û navekî ne rind bi ser te xîne.

Şîrazê pir ji hevjînê xwe hez dikir da ku ji hezkirina Şêrgo ji diya xwe re dihesidî, lewma wê ji xwesiya xwe re sond xwer ku wê pere nebirine.

37

Şêrînê dîsa bi zimanekî sert ji Şîrazê re got: Ma qey şevbestan hatin ev pere birin, ji bilî te tu kes nizane cihê pereyan.

Hate bîra Şîrazê ku wê cihê pereyan ji diya xwe û malbata xwe re vegotibû. Yekeser ji xwesiya xwe re got: Malbata min jî cihê pereyan dizanin.

Şêrînê ji Şîrazê re got: Ma ew ji kû dizanin?

Şîrazê got: Min ji wan re gotibû.

Şêrînê ji Şîrazê re got: Dê here mala bavê xwe û eger te pere nanîn li vê malê vemegere.

Şîraz bi rûyekî reş ji mal derket û çû mala bavê xwe û ji dê û bavê xwe re çîrok vegot.

Diya wê ji wê re got: Bûye çend roj birayê te Silo yê pazdeh salî mezextina pereyan dike, eger em jê dipirsin te ev pere ji kû derê anîne? Ew dibêje ku wî di pêşbirka YA NESÎB de vexwarine. Li vir ew şik bûn ku Silo pere dizîne, hersê li benda hatina Silo man û dema Silo hate mal bavê wî li wî xist û jê cihê pereyan pirsî.

Di bin lêdanê de Silo li xwe mukir hat ku wî pere dizîne û di oda xwe de veşartine.

Şîraz çû oda birayê xwe û ji oda wî pereyên hevjînê xwe derxistin. Pereyên jê kêmbûnî jî bavê Şîrazê kirine ser û Şîraz şande mala hevjînê wê.

Li mal Şêrgo û Şêrînê li benda Şîrazê bûn, dema Şîraz derbasî mal bû û pere di destê wê de bûn. Şêrîn kenî û li lawê xwe Şêrgo nêrî û got: Lawê min bila ev bûyer ji te re wane be. Ji îro û pê de ve tuyê bi ya vê gotinê bikî ya ku dibêje HEZKIRINA XWE BIDE JINA XWE Û RAZA XWE JÎ BIDE DIYA XWE.

38

GUNDÊ KEKECAN

Li welatekî dûr gundek bi navê gundê kekecan hebû. Ev gund hemû şêniyên xwe kekec bûn, ango kekecanbûn bûbû mîna nexweşiyekê û di nav gund de belav bûbû.

Ev gundê kekecan gundekî pir dewlemend bû, ango tu kes li vî gundî ne belengaz bû. Lê tevî ku ev gund çiqas dewlemend bû, lê di nav hemû gundan de bûbû cihê tenazî û henekî. Hemû gundan henekiya xwe bi miletê gundê kekecan dikirin.

Rojekê agahî gihîşte şahê vî gundî ku gundên din henekiya xwe bi şêniyên gundê wî dikin, lewma wî name ji şahên gundên din re şandin ku divê sibe giş li koşka wî bicivin.

Hemû gund ji şahê vî gundî ditirsîn, çimkî xwedî hêz bû û herweha pir camêr bû jî. Wî alîkariya hemû gundan dikir, kêmasiya xwe tenê ku ew kekec bû.

Li sibehê hemû şah hatin ba şahê gundê kekecan. Di civînê de şahê kekec rabû ser xwe da ku bipeyive, lê kekecbûnê pir alîkariya wî di peyvînê de nedikir. Dema xwest ku bi gotinan hatina hemû şahan pêşwaz bike wî bi zimanekî kekec got: Hhaattiinnaa wwee sseerr sseerraann ûûû ççaavvaann.

Hîngê hemû şahên din bi axaftina wî kenîn û dengê kenê wan derket. Şahê kekecan pir ji reftara şahan û kenê wan tengijî, lewra wî ferman da hêzên xwe ku hemû şahan bibin gund û her şahekî li ba malbateke gund bi cih bikin.

Hemû şahan fermana şahê kekecan red kirin, lê hêzên şahê kekecan bi zorê ew birin û her yek li ba malbetekê bi cih kirin.

Piştî ku du roj derbas bûn şahê kekecan serdana şahan kir, wî dît ku hêdî hêdî zimanê wan şahan jî kekec dibe. Şahê kekecan kêfxweş bû dema ev dîmen dît. Hîn li ser şahan digerî agahî ji wî re hat ku xortên şahan hatine ba koşka wî û ew bavên xwe dixwezin.

Şah serdana xwe qut kir û berve koşka xwe çû, dema gihîşt koşka xwe dît ku hemû xort tengijîne û ew daxwaza bavê xwe dikin.

Şahê kekecan ji xortan re got: Ezê bavên we bidim we lê tenê bi mercekê ku her yek ji we divê bi keçeke gundê kekecan re bizewice hîngê ezê bavên we berdim.

Xortan ev merca red kirin, lê şahê kekecan got: Eger hûn bi vê mercê nekin hûnê qet bavên xwe nebînin. Hemû xort neçar bûn û her yekî ji wan keçek ji gundê kekecan xwest. Lê şah ferman kir ku zemawend divê ku piştî sî û heşt rojan be, ango piştî ku sî û heşt roj derbas bibin hîngê dibin şah çil roj li gundê kekecan hatine girtin.

Piştî sî û heşt roj derbas bûn zemawenda xortên şahan tev keçên gundê kekecan çêbû. Dema zemawend bi dawî bû, şahê kekecan şahên din berdan û berî ku wan bişîne gundên wan wî dîsa civînek ji wan re çêkir.

Şahê kekecan di civînê de ji şahan pirsî: Hhhhhhhhhûûûûnnnnnnn ççççaaawwwwaaaa nnnneeeee?

Hemû şahan bi hev re bi zimanekî kekec gotin: Eeeeeeemmmmm bbbbbbbaaaaşşşş iiiinnnn ssssppppaaaasssss.

39

Hîngê şahê kekecan kenî û ji wan re got: Cccaarrreeekkee ddiinn bbbbiiiii kkkkkeeeessssîîîî mmeekkeenniinnn, hheeyy hhûûnn bbii kkeekkeeccaann kkeennîînn ddaa kkuu hhûûnn jjîî bbûûnn kkeekkeecc.

Li dawiya civînê hemû şah vegerîn gundên xwe û piştî çel roj li ser azadbûna wan re derbas bû, êdî kekecbûn li gundên wan jî belav bû. Hemû şahan bi belavbûna kekecbûnê li gundên wan, xwe nalet kirin û gotin: XWEZÎ EM NE CÎRANÊ KEKECAN BANA, XWEZÎ KEKEC NE HEVALÊN ME BANA DA KU ME NE SERDANA WAN BIKIRA NE JÎ BI WAN BIKENIYA DA KU EM JÎ MÎNA WAN KEKEC NEBANA.

40

MÊRÊN BAJÊR

Divê her gotinek neyê bawerkirin û herwiha jî divê ne her nivîsek bê bawerkirin. Eger her tiştek bê gotin, xwendin û ji wan bê bawerkirin ev tê wateya ku me hîn jiyan tam nas nekiriye û hîn bi kesayetan fem nekiriye.

Şikrî zilamek xwende bû, ew li bajêr ji dahîk bûbû û mezin bûbû. Lê ne wek tê gotin ku her kesek li bajêr ji dahîk bûye tê wateya ku ew hişvekirî ye. Temenê Şikrî li derdora şêstî bû û sê keçên wî hebûn, lê xortên wî tune bûn. Hevjîna wî tev ku xwende bû, lê wê bi bawernameya xwe ya ku ji zanîngehê ji beşa erdnîgarî standibû kar nedikir ji ber ku hevjînê wê nedihîşt ku jina wî li derveyî malê kar bike û tev mêran rûne. Ji ber vê wê temenê xwe di karên malê de borand û baş keçên xwe perwerde dikirin.

Keçên Şikrî di hemû qunaxên xwendina xwe de li dibistanên keçan dixwendin, sedema vê jî ji ber ku Şikrî nedihîştin ku ew li dibistanên din tev xortan bixwînin.

Şikrî ji zanîngehê ji beşa zimanê erebî bawernameya xwe standibû û wî li heman zanîngeha ku bawernameya xwe jê standibû xwendin dida. Piraniya xwendekarên Şikrî bi kesayetiya wî bandor bûbûn û dixwestin ku di pêşerojê de bibin mîna wî. Sedema vê bandorê jî ji ber ku kesayetiya Şikrî ya li derve pir hişvekirî bû ango ne mîna kesayetiya wî ya li mal hîşgirtî bû.

Şikrî ne tenê li zanîngehê xwendin dida lê ew xwedî berhemine wêjeyî bû jî. Berhemên wî jî pir cihê serbilindiyê bûn, ango jinan û keçan ji mêran pirtir ji berhemên wî hez dikirin ji ber ku wî di piraniya berhemên xwe de piştgirtiya jinê dikir û daxwaza mafê wê di civakê de dixwest. Lê eger jina wî yan keçeke wî tiştek biçûk ji mafê xwe ji Şikrî bixwestina, wî dinê di serê wan de xirab dikir û ji wan re digot: Hûn bêhiş in, ma hûn jî dixwezin xwe bikin mîna keç û jinên vê demê. Ma hûn dixwezin serê min di erdê kin. Ma mervên min li ser min wê çi gotinan bikin dema bibînin ku keça min li dibistanan tev xortan rûniştine û dixwînin. Ma ezê çavên xwe ji şerma re çawa ji erdê rakim? Ma qey hûn dixwezin min di nav mervên min de rezîl bikin. Her ku wî ev gotinan ji hevjîn û keçên xwe re dikirin.

Hevjîn û keçên wî bi xwe re digotin: Ji xelkê re hişvekirî ye ji me re jî hişgirtî ye.

Dema ku Zîvê keça wî ya mezin xwendina xwe ya amadahî bi dawî kir, Şikrî li keça xwe ferz kir ku xwe di beşa ziman û wêjeya erebî de tomar bike da ku hertim li ber çavên wî be.

Zîvê tev ku wê ji vê beşê hez nedikir lê ew neçar bû ku bi ya bavê xwe bike û di vê beşê de xwe tomar bike. Dema ku roja yekem li zanîngehê dest pê kir Zîv tev bavê xwe çû zanîngehê û tev bavê xwe derbasî oda mamosteyan bû.

Li oda mamosteyan Zîvê dît ku çawa bavê wê tev mamosteyên jin rûniştiye û kenê wan dinê xirab dike. Mamosteyên jin li hember Şikrî rûniştibûn lingên xwe di ser hev re çekiribûn û çaxre di devê wan de bû. Eger çaxreya wan vedimirî Şikrî heste ji berîka xwe derdixist û ji wan re çaxreya wan vêdixist.

Zîvê ev dîmena dîtin hiş ji serê wê bar kir, wê xwest ku ne keça Şikrî ba lê keçeke kesekî din baya da ku bi wê re jî bi hişekîvekirî têkildar bibe.

41

Dema ku dê waneya Zîvê dest pê bike, Şikrî tev keça xwe çû polê û ji keça xwe xwest ku li rex keçan rûne.

Zîvê dîsa bi ya bavê xwe kir û li rex keçan rûnişt. Piştî ku waneya yekê bi dawî bû xwendekar derketin bênvedankê piştre bi demjimêrekê waneya duyem dest pê kir.

Waneya duyem a Şikrî bû, dema ku Şikrî derbasî polê bû di pişt wî re xwendekarekî xort rêdana ketina polê xwest.

Şikrî li zanîngehê bi kesayetiya dilovan jî xwe dabû naskirin lewra dihîşt ku xwendekar di pey wî re derbasî polê bibin.

Dema wî hîşt ku xort derbasî polê bibe xort ji lezbûna re li rûnişteka yekê de rûnişt ango li kêlek Zîvê rûnişt.

Şikrî ev dîmena dît bi dengekî bi hêz û sert di ser xort de qêrî kir û got: Ji wî cihî rabe.

Xort di xwe de sor bû ji baweriya wî ku wî tiştekî ne baş kiriye lewma Şikrî wisa bi wî re dipeyive. Xort ji berê de xwendekarê Şikirî bû. Ew li sala borî tê de mabû, lewra dîsa sal dubare dikir. Dema wî ev reftara ji Şikrî dît ew pir matmayî bû, ji ber wî dizanî ku Şikrî kesayetiyeke serdemî ye û tucarî wî li ser rûniştina keç û xortan li rex hev red nedikir. Herweha wî carinan di lêkolînan de dixwest ku keç û xort tev hev bi hev re lêkolînan bikin.

Vê bûyerê pir hişê xort mijûl kir, ji ber vê dema ku wane bi dawî bû û Zîv û Şikrî bi hev re ji polê derketin. Xort ji xwendekaran pirsî: Ew keç kî ye? Da ku Şikrî nehîşt ku ez li rex wê rûnim.

Xwendekaran jê re got: Ew keça Şikrî ye.

Xort ev bersiv ji xwendekaran bihîst ew pir kenî û wî li ser depê ji xwendekaran re gotinek nivisî ku ŞIKRÎ JI XELKÊ RE PISPOR E JI MALA XWE RE JÎ ÇAVGIRTÎ Û KOR E. JI XELKÊ RE HIŞVEKIRÎ YE JI MALBATA XWE RE JÎ HIŞGIRTÎ YE.

Wî ev gotin nivîsand û ji polê derket. Lê gotina wî pir bi nirx bû ba xwendekaran ji ber ku wî bi vê gotina xwe xwendekar bi kesayetiya Şikrî dan naskirin.

42

BÛKA NÛ

Ma Nede ez ji te re bibêjim çi? Ez bibêjim mala te bişewite, na ez wisa nabêjim ma çi gunehê malê bi zimanê te heye. Ezê ji te re bibêjim zimanê te qut bibe û hişê te bi qasî zimanê te bibe.

Nede bûka hefteyekê bû, mala wê bi tenê bû ango ew ji xwesiya xwe cuda bûbû. Piştî hefteyek li ser zemawenda wê re derbas bû, êdî jinên kolanê xwestin ku xwe bi Nede naskirin bidin.

Li danê îkîndî ango li nêzîkî danê hatina hevjînê Nede ji kar. Nede xwest ku şîvê ji hevjînê xwe re amade bike. Wê hin kartol qeşartin û hûr kirin. Zêta zeytûnê kire sêla qewrandinê û sêla xwe da ser agirê xazê.

Li vê demê deriyê mala Nede lêket. Nede çû derî vekir wê dît ku cîrana wan Şêrîn e. Nede ji cîrana xwe xwest ku derbasî malê bibe.

Lê Şêrînê got: Ku ne pêwîst e ku em derbasî mal bibin emê hinekî ji xwe re li pêş derî rûnin da ku hevjînên me ji kar tên.

Nede û Şêrînê li pêş derî rûniştin û dest bi vegotina mesle û çîrokan kirin. Ji ber ku mesle li kêfa Nede bûn wê şîva xwe ji bîr kir. Piştî ku nîv demjimêr derbas bû, bêhina şîveke şewitî hat. Hîngê Nede û Şêrînê bi hev re gotin: Ma ev kîjan jina ye ku nizane şîvan bike û şîva xwe dişewtîne? Ma ger niha hevjînê wê ji kar were ewê dinê di serê wê de hilweşîne, kolan jî dê hîngê bi dengê şerê wan gêj bibe. Ne dûr e jî ku hevjînê wê li wê xîne û ew bi porekî hinc derkeve kolanê. Eger ew jin derkete kolanê emê wê nas bikin û henekiya xwe bi wê bikin.

Herdu jinan wek nîv demjimêrê bi vê çîrokê diaxivîn. Hevjînê Nede ji kar hat dema wî nêzîkî mala xwe kir, wî dît ku dûman ji mala wî radibe. Ew tirsiya ku tiştek bi serê jina wî hatibe, lewma ew beziya dema gihîşt ber mala xwe wî dît ku Nede tev cîrana xwe li ber derî rûniştiye.

Abdo ji Nede re got: Çi çêbûye? Çima dûman ji mala me radibe?

Nede gotina hevjînê xwe bihîst wê got: Wax li min, min zêt li ser êgir hîştiye.

Abdo, Nede û Şêrînê berve pêjxaneyê ve bezîn. Ji dest êgir ew nikarîn derbasî pêjxaneyê bibana, ji ber ku agir bi pêjxaneyê giş ketibû.

Abdo yekser telefona numreya tirimpêla agirkujê kir berî ku agir belavî mal giş bibe, tirimpêla agirkujê gihîşte mala Abdo û agir vemirand.

Piştî ku agir vemirî, Abdo li rûyê Nede seh kir û jê re got: Ma hişê te li kû derê bû? Da ku te mal şewitand.

Nede ji şerma re nizanî ji hevjînê xwe û Şêrînê li kû derê xwe veşêre.

Şêrînê di dilê xwe de digot: Înşalah Nede sûc neke stiwê min û li pêş hevjînê xwe min rezîl û riswa neke. Dema wê dît ku hevjînê Nede pir bi hêrs bûye, wê xatirê xwe xwest û çû mala xwe. Ango çû çîroka Nede di nav jinên kolanê de belav bike.

Piştî çûndina Şêrînê, Abdo Ji Nede re got: Tiştên me bide hev divê em bare cem diya xwe bikin ji ber ku tu ne jineke jêhatî yî da ku tu bi tenê malekê bi rê ve bibî. Kengî

43

tu bû jineke jêhatî û karibî baş rêveberiya malan bikî hîngê emê vegerin mal.

Nede pîspîs çû tiştên xwe da hev. Abdo dîsa bangî wê kir û jê re got; Da ku jin dest ji gotin û çîrokên vala bernedin ewê hîn pir malan bişewitînin û hilweşînin.

44

DANÎNA XWEDA

Di her kêliyekê de ji jiyana mirov ezmûnek heye, hin mirov bi van ezmûnan hîs nakin ji ber ku dilê wan bi kîn û reşiyê pêçayî ye. Carinan belengazî jî mirov ji van ezmûnan xafil dike.

Binefiş û Seydo hevjînên hev bûn, sê zarokên wan hebûn. Du xort û keçekê bûn. Ew malbateke belengaz bû.

Binefiş ducanî bû, tevî ku jinan ji Binefişê re digotin: Zarokan pir meke çimkî hûn belengaz in û bi zorê hûn xwe xwerin dikin. Binefşê guh nedida gotinên jinan û wê tim bi vê gotinê jin bêdeng dikirin ku:{Zarok tê dine rizqê wî jî pê re tê}. Her tim ev gotina li ser devê Binefişê bû da jinan pê bêdeng bike.

Neh meh derbas bûn Binefişê zarokekî xort anî, lê zarokê wê îcar ne tam bû. Ew bi kêmasî bû û serê wî mezin bû.

Dema ku diya Binefişê pîra Xanim zarokê Binefişê kire hembêza Binefişê, wê qêrî kir û zarok yekser vegerande hembêza diya xwe. Wê got: Vî zarokî ji pêş çavên min bibin ev ne zarokê min e.

Herweha jî Seydo jî ji bijîşk re got: Derziyekê li vî zarokî xîne bila bimire û em jê vehesin.

Bijîşk dil negirt ku derziyekê li zarok xîne. Hîngê diya Binefişê got: Zarok bidin min ezê wî xwedî bikim.

Seydo û Binefişê bê zarok vegerîn mala xwe. Pîra Xanim zarok bi xwe re anî mal û gundê xwe. Wê nav li zarok kir Roj ji ber ku ew mîna rojê bû jiyana wê ronî kir.

Gundê diya Binefişê û gundê Seydo ji hev dûr bûn. Diya Binefişê pîrek bû, hevjînê wê mirî bû û zarokên wê giş zewicî bûn. Ew ji mal derketibûn û çûbûn bajêr jiyan dikirin.

Diya Binefişê bi tena xwe li mal dijiya, vî zarokî rojên tenêtiyê ji wê re kuştin. Wê bi hebûna zarok rojên zarokên xwe dema ku biçûk bûn anîn bîra xwe. Ken û giriyê zarok jê re bûbûn awazeke xweş û wê xwe pê kêfxweş dikir.

Seydo û Binefişê jî ji xelkê re digotin ku zarokê wan miriye.

Roj, meh û sal derbas bûn. Roj mezin bû temenê wî êdî bû sê salî. Lê di van sê salan de qet carekê Seydo û Binefişê serdana Roj nekirin û ne jî li wî pirsîn.

Li gundê Seydo nexweşiya sorikan belav bû, hersê zarokên Seydo jî bi vê nexweşiyê ketin. Rojekê ku Seydo ne li mal bû, Binefişê rabû serê zarokên xwe şoştin û ew kirine nav nivînên wan.

Binefişê cilên zarokên xwe şoştin û karê malê kir. Piştre dest bi amadekirina xwerinê kir. Dema wê xwerin bi dawî kir, Seydo vegerî mal û wî bangî Binefişê kir.

Binefiş ji pêjxaneyê derket û jê re got: Dengê xwe bilind meke zarokan xew kiriye, ser dest çavên xwe bişo da ku ez xwerinê datînim û piştre emê deng li zarokan bikin.

Binefişê xwerin li oda ku zarokan xew kiribû danî, bangî Seydo kir û got: Were nên bixwe.

45

Seydo hat li dora sifirê rûnişt. Binefiş jî çû zarokan şiyar bike, lê zarok qet nelivîn.

Binefişê bangî Seydo kir û got: Were binêre ku zarok çi bûne. Seydo bezî li ser zarokan, wî dît ku ji heft rihan rihek di zarokan de nemaye.

Binefişê qêrî kir û li xwe xist, bi qêrîna Binefişê re gund giş li mala wan kom bûn û zarok birin li goristanê bin ax kirin.

Gişkan lome ji Binefişê dikirin ku çawa wê serê zarokan şoştiye. Jê re digotin: Ma qey tu gêj î? Ma tu nizanî dema zarok bi sorikan dikevin nabe serê wan were şoştin da ku bi temamî sorik ji wan herin çimkî bi serşoştinê sorik dikevin zikê zarokan û pê dimirin.

Dema pîra Xanim bihîst ku zarokên Binefişê hersê bi hev re mirîne. Ew tev Roj hate mala keça xwe. Li mal Binefişê dilorand û bangî zarokên xwe yên mirî dikirin.

Diya Binefişê derbasî cem Binefişê bû û Roj jî bi destê wê girtibû. Binefiş beziya hembêza diya xwe û dagirî.

Pîra Xanim ji Binefişê re got: Keça min madigirî, min ji te re zarokê te aniye. Min dizanî ku wê rojekê Xweda we siza bike ji ber ku hûn bi danîna wî qayil nebûn. Xweda zarokên sax ji we birin xwest ji we re bibêje ku daneyên Xweda pîroz in, lewra divê hemû daneyên wî werin pejrandin. Keça min sebira dilê xwe bi vî lawê xwe wîne ewê hemû êşan ji dor te birevîne çimkî ew firişte ye û bê guneh e.

Hefteyek li ser mirina zarokan re derbas bû pîra Xanim vegerî gundê xwe, lê ew bê Roj vegerî çimkî wê Roj li cem dê û bavê wî hîşt.

Binefiş û Seydo bi hembêzkirina zarokê xwe Roj pir li xwe poşmam bûn ji ber ku dema ew ji dayîk bû wan li wî xwe xwedî nekirin. Wan xwe pir û pir nalet kirin ku çawa wan zarokek bê guneh ji hezkirina xwe bêpar kirin û ji xwîşk û birayên wî sêwî hîştin. Lê çiqas poşmam bibin ew nikarin zarokên xwe yên mirî vegerînin û rojên ku Roj bê dê û bav mezin bûyî ji hişê wî bavêjin.

46

Bêbextî

Dibêjin felek carekê hesp e mirov lê sîwar dibe û carekê jî mirov hesp e felek lê sîwar dibe. Ya baş ew e ku dema em li felekê sîwar dibin ku em nerindiyan bi kesî nekin, çimkî dema felek li me sîwar dibe ew heman nerindiyên me li me vedigerîne.

Mistefa temenê xwe li derdora 40 bû û hevjîna wî Roj pir rind bû ta ku diya wê ji bedewbûna wê dixeyidî. Herdiyan bi hezkirin hevdu biribûn, lê Mistefa mirovekî pir zikreş bû. Wî pir zikreşî li Rojê dikir da ku dema diçû karê xwe wî deriyê malê li ser hevjîna xwe kilît dikir û nedihîşt ku Roj bêyî wî here derekê.

Dema ku ew diçûne derkê, wî ji Rojê re digot xwe baş bipêçe bila rûyê te were veşartin da ku tu kes rûyê te nebîne.

Rojekê ji rojan keça apê Mistefê Şîlanê serdana wan kir, wê berê ji Mistefê hez dikir ji ber vê ew ta niha nezewicî bû ji ber ku hîn çavên wê li Mistefê bûn. Lê Mistefê ew nexwest lê wî çû Roj xwest, ji ber vê Şîlanê ji Rojê hez nedikir û pir kîn li wê dikir. Di vê serdanê de Şîlanê xwest ku li mala Mistefê û Rojê xew bike.

Dema ku li êvarê hersê rûniştibûn, Şîlanê ji Mistefê re got: Lawê apê jina te pir bedew e, ango dilê diya wê dikeve wê. Lawê apê bila tu şiyar bî li jina xwe, çimkî mezinên me digotin: HEVJÎNÊ JINA BEDEW DIVÊ XWEDÎ PIR ÇAVAN BE, DA KU ZANIBE ÇAVÊN ÇENDAN LI JINA WÎ NE Û ÇAVÊN JINA WÎ LI ÇENDA NE.

Roj ji gotinên Şîlanê tengijî û wê got: Jina bi namûs li kû derê be û çiqas bedew be ew her tim parastina xwe dike. Piştre çû oda xwe û Mistefa jî li pey wê çû.

Piştî ku herdu çûn oda xwe Şîlan şad bû ji ber ku wê dizanî ku lawê apê wê zikreş e û dê gotinên wê pirsgirêkekê di navbera herdiyan de çêbikin.

Şîlanê bi kêf çû xew bike. Ama Mistefê tevahî şevê bi gotinên Şîlanê dihizirî da ku sibeh lê hilat. Li sibehê Şîlan zû rabû û vegerî mala xwe. Piştre jî Mistefa çû karê xwe, lê îcar wî derî li ser Rojê kilît nekir.

Dema Rojê dît ku deriyê malê ne kilît e, wê telefonî hevjînê xwe kir û jê re got: Çima te derî kilît nekiriye?

Mistefê jê re got: Ez bi te bawer im û lewra min dest ji kilîtkirina derî berda.

Roj şad bû ku mêrê wê dest ji zikreşiyê berda. Lê ya rast wî dest jê bernedabû, lê ama wî dixwest Rojê ezmûn bike.

Li wê rojê Mistefa neçû karê xwe û wî ji dûr de li mala xwe dipa. Li danê nîvro serê Rojê pir êşî û bi qasî ku êş pir bû wê serê xwe li dîwêr dixist.

Dema wê çare nedît wê cilên xwe li xwe kirin û xwe baş pêça ango wek tim mêrê wê jê dixweze ku xwe bipêçe. Wê pêwîstî nedît ku telefonî hevjînê xwe bike û wî mijûl bike. Lewma ew ji mal derket û çû dermanxaneya ku li serê kolanê.

Mistefê dît ku hevjîna wî ji mal derdikeve bê rêdana wî hîngê çavên wî di serê wî de beq bûn û li pey jina xwe bi dizî çû da ku hevjîna wî derbasî dermanxaneyê bû.

Li dervayî dermanxaneyê Mistefa sekinî li jina xwe pa. Li dermanxaneyê zarokê xwediyê dermanxaneyê li rex bavê xwe rûniştibû.

47

Rojê dermanê serêşandinê xwest. Ji derve ve tenê Roj û xwediyê dermanxaneyê ji Mistefê ve dihatin xuyakirin. Da ku xwediyê demanxaneyê derman ji Rojê re anî Roj bi zarok şad dibû û bi wî re dikenî. Dengê kenê Rojê derket û gihîşte Mistefê.

Ji baweriya Mistefê ku kenîna Rojê giş ji xwediyê dermanxaneyê re, lewma ew bû mîna gayekî ku cilekî sor li hember wî ye û bezî hindir dermanxaneyê.

Mistefê du sîle li xwediyê dermanxaneyê xistin, bi serê jina xwe girt desmal ji serê wê kir bi porê wê girt û li pey xwe xişande mal.

Hemû xelkê kolanê derketin kolanê û li vê dîmenê temaşe kirin. Malê birayekî Rojê di heman kolanê de bû, dema wî qêrînek ji kolanê bihîst ew jî beziya kolanê. Dema dît ku porê xwîşka wî di nav destên Mistefê de ye û ew Rojê li pey xwe dixişîne. Ew berve Mistefê bi hêrs çû, bi defşekê re Mistefa li erdê xist û xwîşka xwe ji nav destên wî xelas kir. Tife ser Mistefê kir û bi destê xwîşka xwe girt da ku bibe mala xwe.

Hîngê Mistefa rabû ser xwe û got: Li şûn tu bi destê wê digirî here qurşînekê di serê wê de lêxîne, ma tu dizanî ku min xwîşka te ji cem kê derxist û anî.

Birayê Rojê berve Mistefê çû du sîle lêxistin û jê re got: Ji baweriya bênamûsan ku hemû mîna wan bênamûs in. Dîsa bi destê xwîşka xwe girt û bi xwe re anî mala xwe.

Li mala birayê xwe Rojê çîrok bi temamî ji birayê xwe re got. Birayê wê ji mal derket û çû dermanxaneyê.

Li dermanxaneyê zarok û bavê xwe li ser kursiyê rûniştibûn. Birayê Rojê derbasî dermanxaneyê bû û wî ji xwediyê dermanxaneyê li ser çîroka wî û xwîşka xwe pirsî.

Xwediyê dermanxaneyê jî heman çîroka ku Rojê jê re gotibû got. Li vir birayê Rojê bawer kir ku xwîşka wî bê guneh e.

Ama Mistefê wî Roj gunehkar dît û li her derê bêbextiya ku wî jina xwe û xwediyê dermanxaneyê bi hev re dîtin ku tiştên ne rind dikirin bi ser xist.

Pir sal li ser vê bûyerê re derbas bûn, Mistefa û Şîlanê bi hev re zewicîn û sê keçên wan çêbûn. Keçên wan mezin bûn û gihîştin temenê zewcandinê. Wan keça xwe ya mezin zewicand, lê piştî mehekê zavê wan keça wan ji wan re vegerand û heman bêbextiyeke nebaş a mîna ku berê Mistefê li Rojê kiribû kir. Keça wan li kolanê rezîl kir û li xwediyên wê vegerand.

Li vir Mistefa li xwe şiyar bû, ew ji mal derket û çû dermanxaneya ku Roj tê de dîbû. Li ber xwediyê dermanxaneyê ew geriya ku rastiya çîroka wî û Rojê zanibe.

Xwediyê dermanxaneyê rastiya çîrokê ji wî re got. Ma naskirina vê çîrokê wê niha çi sûdê li wî bike, ew pir li xwe poşmam bû û qeherî ji ber ku nikare îcar here lêborîna xwe ji Rojê bixweze. Çimkî piştî salekê ji ser wê bêbextiyê re ji qehra re Roj nexweş bû û mir.

Mistefê tenê loborîna xwe ji xwediyê dermanxaneyê xwest û vegerî mala xwe. Li mal jina wî Şîlanê di ser Mistefê de qêrî kir û got: Ma niha dema gerên te ye, keça me ji qehra re dimire û tu jî ji xwe re gera xwe dikî.

Mistefê got: Harê ma niha tu dilovan bûyî, ma çima dema min û te bêbextî bi ser Rojê xistî te hîngê jî piştgirtiya Rojê negirt lê ji ber ku ev keça te ye lewma tu biştgirtiya wê dikî. Jinê dinya bi me digere me çi bi serê Rojê kir ew dibil li me

48

vedigere. Vê gotinê bike guhar û bi guhê xwe ve xîne {Sedema bêbextiya keça me ez

û tu ne me keça xelkê bi bêbextiyên xwe cerisand, lewma xelkê jî keça me cerisand}.

49

XAPANDIN

Çima evîna yekem ji dilê mirovan dernakeve? Çima hertim ew di dilê mirov de dimîne? Çima carinan malbat li pêş vê evînê dibin asteng? Çima hertim jiyana me bi riwêşt û nerêtên ve girêdayî ye? Çima û hertim çima?

Derya keçeke misliman bû, wê li zanîngehê dixwend û li zanîngehê wê ji hevalê xwe Şivan ê îzdî hez dikir. Herweha Şivan jî pir ji Derya hez dikir erê Şivan xortek îzdî bû, lê ne wî ne Derya guh nedidan olan û wan digot: Hemû ol olên Xweda ne û cudatî di navbera wan de tune ye.

Wan biryar dabû ku dema ji zanîngehê derçin Şivan wê were Derya bixweze. Dema ku herdu hilkişîn sala çarem, meta Deryayê hat Derya ji lawê xwe Îsa re xwest.

Malbata Derya li gund dijiyan. Derya bi tena xwe li bajarê Helebê tev mala xalê xwe dijiya da ku xwendina zanîngehê bi dawî bike.

Diya Deryayê bi telefonê keça xwe agahdar kir ku meta te, te ji Îsa re dixweze û bavê te jî razî bû ku te bide Îsa.

Dema Derya bihîst ku bavê wê razî bûye ku wê bide Îsa ew pir tengijî, wê bi diya xwe re got: Ez bi Îsa ne razî me, ez ji hevalekî xwe hez dikim û ger em ji zanîngehê derçin ewê were min bixweze.

Diya Deryayê got: Keça min biryar ne ya min û te ye, biryar biryarê bavê te ye û min telefonî te kiriye ji ber ku bavê te ji te dixweze ku li roja Înê tu werî gund.

Derya: Tamam dayê ezê li roja Înê werim, lê ezê hin mêvanan bi xwe re jî wînim.

Herdiyan telefon girtin. Piştre Derya yekser telefonî Şivên kir û çîrok giş jê re got.

Şivên got: Xem mexe, ezê tev dê û bavê xwe bi te re herin gundê we da ku em te bixwezin.

Derya pir şad bû ku Şivan jê hez dike û dest jê bernada.

Li roja Înê giş bi hev re çûne gund. Li mal bav û diya Deryayê li benda hatina Derya û mêvanan bûn. Dema gihîştin gund dê û bavê Deryayê mêvanên xwe pêşwaz kirin. Giş li oda mêvanan rûniştin, piştî ku hin dem çû bavê Şivên ji bavê Deryayê re got: Em hatine keça te ji lawê xwe re bixwezin.

Bavê Deryayê: Hatina we ser seran û çavan, lê hûn dereng hatin çimkî min keça xwe da lawê xwîşka xwe û dê li nêz jî em şêraniya wan jî bikin.

Birayê Deryayê ji kar hat û derbasî oda mêvanan bû. Silav da mêvanan û rûnişt.

Bavê Deryayê ji mêvanan re got: Ev lawê min e navê wî Mihemed e, ew du salan ji Derya biçûktir e.

Dema dê û bavê Şivên bihîstin ku navê lawê wan Mihemed e, ew matmayî man û bi xwe re gotin: Ma çawa Îzdî ne û navê lawê xwe kirine Mihemed.

Bavê Şivên ji bavê Derya re got: Bira biborîne ma çima navê lawê te Mihemed e ne Zerdeşt e? Ma qey dibe tu navê pêxemberekî oleke din ku ne ola te ye li zarokê xwe bikî?

Bavê Derya: Ma te got çi? Bira ma tu nizanî em Misliman in ne Îzdî ne? Ma lawê te ji te re negotiye ku Derya keçeke misliman e? Em Misliman in û navê zarokên me yên

50

xort jî helbet dê navê yekî ji wan Mihemed be. Keçên me nabe ku ji bilî nasên xwe bi kesên din re bizewicin, ger em wan bi xortên olên din re bizewicînin em hîngê gunehê di dermafê ola xwe de dikin û dê Xweda bi vê gunehê tim belan û qezeyan bîne serê me.

Bavê Şivên: Rast e gotina te bira, xortên me jî nabe ku ji bilî keçên îzdî re bizewicin, ger bi keçên olên din re bizewicin dê jiyana wan bi ser nekeve. Bibore bira me nizanî ku ola we ne ya mîna me ye û ger me bizanibiya me nedihat keça we nedixwest.

Dema herdu bavan li ser olan diaxivîn wan nerazîbûna xwe li ser xwestina Derya ji Şivên re diyar dikirin. Dilên herdu evîndaran mîna çûkine bêguneh di nav agirê riwêşt û nerêtên olan de dişewitîn.

Malbata Şivên tev Şivên vegerîn bajarê Helebê, lê bavê Derya nehîşt ku Derya bi wan vegere ji ber ku dê piştî du rojan şêraniya wê tev lawê meta wê Îsa were kirin.

Piştî du rojan şêraniya Derya hat kirin. Li şêraniyê dilê Derya ne li ba wê bû, lê ew li cem Şivên bû.

Li roja şêraniya Derya Şivan ji mal derket çû tev hin xortên kolana wan araqî kirîn û vexwerin. Ew pir serxweş bû, lewma hevalên wî ew gihandin mal.

Bavê Şivên ji vê rewşa lawê xwe pir tengijî, wî Şivan ji dest hevalên wî girt û bir serê wî kire bin ava qerimî da ku şiyar bibe. Piştre ew bir kire oda wî, hat ba jina xwe rûnişt û jê re got: Ez bi rewşa Şivên a serxweş razî nabim, ez naxwezim piştî vî temenî ji min re bibêjin ku min nizanî lawê xwe perwerde bikire. Lewra siba emê herin keça birayê xwe Emîne jê re bixwezin ji ber ku ta keçeke nû nekeve jiyana wî ew Derya ji bîr nake.

Diya Şivên jî bi biryara hevjînê xwe razî bû û li roja din bi hev re çûn Emîne ji Şivên re xwestin. Herdu bi hev re zewicandin û şandin Elmaniya, da ku ji Derya bi dûr keve.

Ne Derya ne jî Şivên xwendina zanîngehê bi dawî kirin. Piştî ku salek derbas bû li ser çûndina Şivên û Emînê re li Elmaniya. Îsa û Derya jî çûne Elmaniya.

Hîngê Derya ducanî bû, dema ew gihîştin Elmaniya ew çend rojan li mala apê Îsa man. Li heman kolana mala apê Îsa mala Şivên lê bû.

Rojekê ji rojan deriyê mala apê Îsa lêket, Derya çû derî vekir dema wê Şivan dît ew bi bîr ve çû. Şivên nizanî çi bikira wî bangî apê Îsa kir, Îsa û apê xwe berve Derya bezîn. Îsa Derya rakir bire ser dîwanê dirêj kir û hin av li ser rûyê wê reşandin da ku li xwe şiyar bû.

Dilê Şivên dê ku ji cihê xwe derketa û Derya hembêz bikira, ango hîn evîna herdiyan ji hev re di dilê wan de mabû.

Hevjîna Şivên bûbû mîna kizotê sor ji ber dît ku çawa Şivan li ser Derya tirsiyaye. Wê dizanî ku Derya berê yara Şivên bû çimkî Şivên bi xwe ji wê re gotibû. Lê Îsa nizanî ku Şivan dildarê Derya bû.

Hevjîna Şivên tim ji Şivên dixwest vegerin mal, lê Şivan ranebû da ku Derya li xwe şiyar bû, piştre vegerîn mala xwe.

51

Wêneya Şivên ji pêş çavên Derya neçû, li êvarê Îsa û apê xwe bi temaşekirina televezyonê mijûl bûbûn û jina apê Îsa jî qehwe çêdikir.

Dema Derya dît ku her yek bi tiştekî mijûl e, ew bi dizî berve telefona apê Îsa ya ku li ser masê bû çû telefon kire dest xwe û jê numreya Şivên bir. Nûve telefon danî cihê wî û ew jî vegerî cihê xwe.

Piştî ku gişkan xew kir, Derya telefon kire destê xwe û nameyek ji Şivên re şand tê de nivîsandibû (ku ez hîn ji te hez dikim Şivan û dilê min her tim li ba te bû, erê min û te hev nebir lê ez tim ji Xweda dixwezim ku piştî mirinê em ên hev bin. Ez pir ji te hez dikim û ta mirinê jî ezê tim ji te hez bikim. Bi dîtina te îro min rojên berê yên min û te li zanîngehê anîn bîra xwe û ez pir bi dîtina te kêfxweş bûm).

Li sibehê dema Şivan ji xew rabû û ev nameya dît pir kêfxweş bû û êdî wî jî nameyek ji Derya re nivîsand ku ew jî hîn jê hez dike û dê her tim jî jê hez bike. Herdiyan bi riya nameyan û carinan jî bi axaftina ser telefonê evîna xwe ji nû ve vedijandin.

Piştî çend rojan Îsa li bajarekî Elmanî din ku ji bajarê apê xwe dûr bû malek dît û ew û Derya çûn li wî bajarî bi cih bûn. Herweha Îsa karek ji xwe re di xwaringehekê de ku xwediyê wê Surî bû dît.

Derya her tim bi tena xwe di mal de ta êvarê dima ango ev derfetek ji wê re bû da ku karibe bi kêf bi Şivên re biaxife.

Piştî mehekê keçeke Derya bû û tevî ku keçeke wê bû lê wê dest ji evîna xwe berneda. Rojekê telefona Şivên kete destê hevjîna wî û hemû nameyên Derya û Şivên dîtin, Emîne pir bêhinteng bû wê telefonî Derya kir û Derya riswa kir. Ji Derya re got: Eger tu dest ji mêrê min bernedî ezê hemû nameyên te şanî mêrê te bikim.

Derya tirsiya lewma wê ji Emînê re soz danî ku careke din bi hevjînê wê re napeyive.

Derya numreya xwe guhart mehekê bi temamî bi Şivên re neaxivî, ji ber vê ew pir bi hêrs bû û wê tev hevjînê xwe tim şer dikir. Ango wê nikarî bêyî axaftina her roj bi Şivên re jiyana xwe berdewam bikira lewma ew dîsa vegerî bi Şivên re axivî lê ji wî xwest ku navê wê li ser telefona xwe bike navê mêrekî da ku hevjîna wî bi wan hîs neke.

Bi vegera axaftina Derya bi Şivên re jiyana Derya baş bû, îcar şerê wê jî bi hevjînê wê re nema û ew vegerî mîna berê. Wê nedixwest ku hevjînê xwe pir bixapîne û herweha jî nedixwest ku têkiliya xwe bi Şivên re qut bibe. Ji ber vê wê tenê bi riya mobayilê bi Şivên re diaxivî. Wê tim bi xwe re digot hebûna Şivên di jiyana min de dihêle ku ez di jiyana hevjîniyê de berdewam bikim ango bi riya axaftina bi dizî bi Şivên re ez jiyana xwe berdewam dikim. Eger dengê wî di jiyana min de tune be jiyan giş bi min tel e û ba min ne hêja ye. Ev rewş ta niha bi wê re berdewam e lê hîn ew nizane ger ew bi têkiliya xwe bi Şivên re hevjînê xwe dixapîne yan na.

52

ŞERÊ ŞÊR Û KERAN

Dijminê te gêrik be jî divê tu hesaba xwe bikî. Li daristaneke pir mezin û şîn ku hemû lawir tê de bi aramî dijiyan. Şêrekî serweriya wê daristanê dikir, lê hin cureyên lawiran ên bêhiş ji serweriya şêr hez nedikirin. Ango wan nedixwest ku daristaneke bi vê şînatiyê ji para şêr û malbata wî be tevî ku pir şêrekî dadmend bû û pir ewelehî bi hebûna wî li daristanê hebû.

Lawirên daristanên din bêyî rêdana şêr nikarîbûn derbasî daristana wî bûbûna. Çimkî şêr sînor ji daristana xwe re danî bû. Wî ferman dabû ku kî bê rêdana şêr derbasî daristanê bibe yan jê derkeve divê were siza kirin.

Rojekê hin rovî bê rêdana şêr ji daristanê derketibûn, wan çûbûn êrîşî mirîşkên gundekî kiribûn û mirîşk xweribûn.

Kundên li daristanê ji şêr re hemû bûyerên ku li daristanê û derveyî daristanê çêdibûn radigihandin, ango kund bûbûn mûxabarat ji şêr re û wan yekser bûyera derketina roviyan ji şêr re ragihandin.

Şêr li ber sînorê daristanê li benda hatina roviyan ma, dema rovî vegerîn daristanê û şêr dît ku devê wan bi xwîn e. Hîngê ew bi ser wan roviyan ket û li wan xist. Ferman da ku ew rovî mehekê werin zîndankirin.

Li roja ku rovî ketin zîndanê, şêr ji keran xwest ku çavdêriyê di zîndanê de li roviyan bikin. Dema roviyan dît ku ker bûne çavdêr li ser wan ew pir şad bûn ji ber giş zanin ku ker bêhiş in û dê bi zû bi wan were kenîn.

Roviyên di zîndanê de hejmara wan çar bûn, roviyek stûdirej bû, yek çîl û sasî bû, yek rûyê wî mîna meymûnan bû û yek rih dirêj û bi kofî bû. Van herçar roviyan di zîndanê de civîneke xwe çêkirin, lê wan roviyê stûdirêj kirin xew piştre wan pilana xwe saz kirin.

Roviyê stûdirêj mîna lingê rûniştekekê bû, roviyên din ew pir di civînên xwe de amade nedikirin, tenê roviyên din hemû karên xwe yên ne rind bi navê roviyê stûdirêj dikirin da ku bi wî xwe bişon û xwe li pêş lawirên daristanê bêguneh derxînin.

Hersê roviyan pilan danîn ku bi hişê keran bilîzin da ku ew wan ji zîndanê derxînin û keran li dijî şêr bi hêrs bikin.

Roviyan xwe li ber deriyê zîndanê melisandin û bangî keran kirin. Ker berve deriyê zîndanê hatin.

Roviyê rûyê wî mîna meymûnan ji keran re got: Şêr em kirine vir ne ji bo ku em ji daristanê bê rêdana wî derketine, lê belê wî em kirine vir ji ber ku me zanî ku ev daristana mezin a ku şêr serweriya wê dike ya we keran ne. Ji mêj ve ev daristan a kalê we ker bû, lê bavê vî şêrî niha serweriyê li we dike kalê we kuşt û ev daristan ji xwe û malbata xwe re bir. Şêr hîs kir ku me rastiya ku daristan a kê ye nas kiriye, lewra wî em kirine zîndanê da ku em rastiyê ji we re nebêjin. Lê me roviyan dest ji we berneda lewma em niha li vir in, em dixwezin ku hûn ker ji nûve daristana xwe vegerînin. Emê alîkariya we bikin da ku hûn şêr bikujin û malbata wî ji daristanê derxînin.

53

Ji ber ku ker bêhiş in wan yekser çîroka roviyê rûyê xwe mîna meymûnan bawer kirin û herçar rovî ji zîndanê derxistin.

Roviyan ji keran re got: Emê çekan û xwarina çawîrê bidin we da ku hûn bi hêz bibin û şêr bikujin.

Herçar roviyan çek û çawîr dan keran û çûn di pînekê de xwe veşartin. Kundekî xeber gihand şêr û malbata wî ku ker bi çek bûne û ew êrîş tînin ser wan.

Şêran bi lez amadehiya xwe ji şerê keran re kirin, her şêrekî xwe li ser darekê xwe veşart û dema ker gihîştin cihê malbata şêran. Şêran ji ser daran xwe çekirin ser keran û hemû ker kuştin.

Şêrê mezin li ber laşê serokê keran ê ku birîndar bû sekinî û got: Da ku ker bêhiş bin ewê her tim werin xapandin û kuştin. Ker çiqas çekan rakin ew dîsa ker in, ango barê keran tiving û çek bin jî dîsa şêrê wan bixwin.

Roviyan di pînê de li şêran dinêrîn dema wan dît ku şêr bi ser ketin ew di pîna xwe de man û bi hev re gotin: Emê bi riya kerine din li nêz ji vê pînê derkevin çimkî ker li dinê pir in. Emê dîsa bi wan bikenin da ku ker li dinê hene emê her tim bi wan bikenin û karên xwe jî bi wan bikin.

54

ZEWCANDINA BERDÊL

Ne tenê keç di zewcandinê de tên zilimandin, lê carinan xort jî tên zilmandin. Li hin gundan hîn mejiyine hene ku bi riwêşt û nerêtên vala dagirtî ne û destberdana ji van riwêşt û nerêtan ba wan gunehekî mezin e.

Li gundekî du bira hebûn Xelîl û Mehmûd, Xelîl keç û xortekî wî hebûn û herweha Mehmûd jî keç û xortekî wî hebûn. Xort ji keçan mezintir bûn, xort 20 salî bûn û keç jî 18salî bûn.

Keça Xelîl Sosin û lawê Mehmûd Serbest ji hev hez dikirin. Rojekê Mehmûd hat mala birayê xwe Xelîl û Sosin ji lawê xwe Serbest re xwest, lê Xelîl li birayê xwe Mehmûd şert kir ku eger ew jî keça xwe Viyan bide lawê wî Ezîz hîngê ewê razî bibe ku Sosinê bide Serbest.

Xelîl bêyî ku li lawê xwe vegere û jê bipirse ger razî dibe yan na wî keça Mehmûd ji lawê xwe re xwest.

Mehmûd bi şertê birayê xwe yekser razî bû ji ber ku wî dizanî ku keça wî ji Ezîz hez dike, herdu birayan bi tena xwe dema şêraniyê û zemawendê diyar kirin ku dê şêranî piştî sê rojan be û zemawend jî li meha Avrêlê be.

Piştî diyarkirina demê Mehmûd rabû çû mala xwe da ku malbata xwe bi van mizgînan şad bike. Xelîl jî bangî hevjîn, keç û lawê xwe kirin û ev agahî bi wan re gotin.

Sosin ji şerma re rabû û çû oda din. Lê Ezîz rûyê xwe di bavê xwe de tirş kir. Dema Xelîl dît ku rûyê Ezîz tirş e wî ji Ezîz pirsî: Ma tu bi xwestina Viyanê ji te re şad nebûyî?

Ezîz: Ez şad nebûme çimkî ez Viyanê weke xwîşka xwe dibînim, tu carî ez Viyanê ji xwe re wek hevjîn nabînim ji ber ku ez ji çûkaniya xwe de ji keça xaltîka xwe hez dikim û hertim min digot ger ez mezin bibim ezê keça xaltîka xwe bixwezim. Ma çawa hûn bê agahiya min derin ji min re dixwezin? Ez bi vê xwestinê ne razî me û xeberê bişînin ji apê Mehmûd re ku ez niha bi zewcandinê nahizirim.

Xelîl nexwest têkeve ber gunhê lawê xwe, lewma ew yekser çû mala birayê xwe û ji birayê xwe Mehmûd re got: Ezîz niha naxweze bizewice, lewra emê tenê zemawenda Sosin û Serbest bikin.

Mehmûd bi birayê xwe re got: Eger Viyanê ji Ezîz re nexwezin, dê zemawenda Sosin û Serbest jî çênebe.

Çiqas Xelîl li ber birayê xwe Mehmûd geriya lê Mehmûd ku ev biryara min a dawî ye, eger Viyan ji Ezîz re netê xwestin Sosin jî ji Serbest re nayê xwestin.

Xelîl bi rûyekî xemgîn vegerî mal û biryara birayê xwe Mehmûd bi malbata xwe re got.

55

Sosinê pir ji Serbest hez dikir ji ber vê piştî çend roj li ser vê xwestinê re derbasbûn, Sosin qeherî û nexweş bû.

Ezîz tehmûl nekir ku xwîşka wî li pêş çavên wî nexweş bibe û ew alîkariya wê neke lewma wî ji ber nexweşiya xwîşka xwe pêle dilê xwe kir û bi xwestina keça apê xwe razî bû.

Li meha Avrêlê zemawenda her çaran bû, lê Ezîz û Viyanê li hev nekirin hertim wan şer dikir û carinan jî ger Ezîz pir ditengijî wî li Viyanê dixist.

Erê Sosin û Serbest bi hezkirin hev biribûn lê dema Serbest didît ku çawa Ezîz li Viyanê dixe, ew jî pir ditengijî û wî jî diçû bê guneh li Sosinê dixist.

Ev rewşa nelihevkirina Ezîz û Viyanê hîşt ku Ezîz Viyanê berde. Ji ber ku Viyan hate berdan dê û bavê Serbest jî li Serbest dane zorê da ku Sosinê berde. Di bin zora malbatê de Serbest jî Sosin berda.

Bi berdana herdu keçan herdu malbat ji hev bûn û herweha du dilên ku ji hev hez dikirin jî ji hev hatin cudakirin.

Dema herdu malbat ji ber zewcandina berdêl ji hev bûn herdu bira Xelîl û Mehmûd li xwe poşmam bûn û bi xwe re gotin: XWEZÎ ME KEÇA XWE BIDAYA KOLEYÊ XWE Û ME EW BI BERDÊL NEDAYA LAWÊ BIRAYÊ XWE.

56

NAMÛS Û QADÛS

Hin dikin û hin jî dixwin. Hin hingiv dixwin û hin jî mêşesor pê de didin.

Di civakên paşdemî de namûs tenê bi keç û jinan ve girêdayî ye. Çiqas mêr şaşîtiyan bike guneh her tim a jinê ye.

Nêrgiz jineke 30 salî bû, ew bûka mala mixtêr bû û pir pozbilind bû. Wê xwe di ser hemû jinên gund re digirt, sedema vê pozbilindiyê jî ji ber ku ew jineke xwende bû û li dibistana gund mamoste bû.

Rojekê ji rojan mamosteyekî nû hate dibistana gund, ev mamoste navê xwe Beşîr bû û ew pir ciwan bû. Lê ew zewicî bû û çavên wî tim birçiyê keç û jinan bûn.

Li roja yekê ji dibistanê vî mamosteyî çav berdane Nêrgizê, lê Nêrgizê guh neda wî. Hevjînê Nêrgizê hertim mijûl bû, ango Nêrgizê ew pir nedidît. Eger ew vedigerî mal ew hertim westiya bû, hema digihîşte mal wî serê xwe datanî ser balgî û xew dikir.

Du zarokên Nêrgizê hebûn û her du keç bûn. Yek du salî bû û yek jî çar salî bû. Dema ku Nêrgiz diçû dibistanê wê keçên xwe ba jina tiyê xwe dihîştin.

Jina tiyê Nêrgizê sê keçên wê hebûn. Ya mezin 14 salî bû, yê din yek 11 salî bû û yek jî 8 salî bû.

Mamostê nû yê ku hatî gund ew ji zanîngehê ji beşê bîrkarî derçûbû û wî hêdî hêdî xwe ji Nêrgizê ve nêzîk dikir. Li destpêkê Nêrgizê ew red dikir û ji xwe bi dûr dixist. Lê mijûlbûna mêrê wê û guhnedana wî ji hestên Nêrgizê re hîşt ku Nêrgiz ji Beşîr hez bike.

Hezkirina wan gihîşt asteke bilind, ango îcar li dibistanê bi tena xwe di polekê de rûdiniştin û carinan derî li xwe kilît dikirin. Mamosteyên din giş bi hezkirina wan hîs kiribûn. Lê ji ber ku Nêrgiz bûka mixtêr bû, tu kesî ji mamosteyan nikarî devê xwe vekira û hezkirina wan eşkere bikira.

Dema Nêrgizê û Beşîr hîs kirin ku mamosteyên din bi hezkirina wan hîs kirine, wan bi hev re got: Divê em cihê hevdîtina xwe biguhêrin. Ji ber vê wê bi hiceta ku bila Beşîr were ber keça tiyê wê ya 14 salî bîrkariyê hîn bike, Beşîr hate mala wan.

Nêrgizê bi jina tiyê xwe re got: Bila Rojîn were mala min ji bo ku mamoste wê li mala min hîn bike, ji ber ku mala we her tim mêvan lê hene û lê fêrkirin zehmet e.

Jina tiyê Nêrgizê razî bû û wê her roj piştî dibistanê Rojîn dişand mala Nêrgizê da ku mamoste bîrkarî hînî wê bike.

Beşîr çend hîndarî didan Rojînê da ku bi wan Rojînê mijûl bike û piştre ew diçû oda din cem Nêrgizê. Piştî ku Rojînê hîndarî çareser dikirin, ew diçû li deriyê oda din dixwest û bangî mamoste dikir.

Mamoste deriyê kilît vedikir bi nêrîneke bi lez li hîndarî dinêrî û piştre Rojîn dişande mal. Dema Rojîn diçû mal, mamoste jî diçû mala xwe û Nêrgiz jî diçû keçên xwe cem jina tiyê xwe tanîn.

57

Rojekê ji rojan dema ku Rojîn li mala Nêrgizê bû, jina tiyê wê hat mala Nêrgizê. Derî vekirî bû, ango ji bîr kiribûn ku derî bigirin.

Jina tiyê Nêrgizê derbasî odekê bû dît ku keça xwe Rojîn bi tena xwe hîndarî çareser dike, ji keça xwe pirsî: Ka mamoste û Nêrgiz?

Rojînê got: Ew li oda din in.

Jina tiyê Nêrgizê şevbestan bi hişê wê lîst, wê çû deriyê oda din vekir lê dît ku derî girtî ye û ew venabe.

Beşîr û Nêrgizê bi tevgera deriyê odê hîs kirin, ji baweriya wan bû ku Rojîn e lewma Beşîr bi kirasê spî ve hat deriyê odeyê vekir. Dema Beşîr diya Rojînê li ber derî dît, ew tirsiya û bi lez derbasî odê bû û bangî Nêrgizê kir.

Lê diya Rojînê berî ku Nêrgiz ji odê derkeve wê lingê xwe li derî xist û derbasî hindir bû. Nêrgiz ji şerma re serê xwe ji erdê ranekir.

Diya Rojînê tife herdiyan kir û ji odê derket bi destê keça xwe girt û çûn mal. Beşîr hîngê ji Nêrgizê re got: Divê em bi hev re bi lez birevin, berî ku malbata hevjînê te tê û me herdiyan dikujin.

Diya Rojînê yekser telephonî tiyê xwe kir û jê re got: Bi lez were mala bavê xwe.

Diya Rojînê tev mixtêr û hevjînê Nêrgizê li mala mixtêr civiyan. Diya Rojînê çîroka Nêrgizê û Beşîr ji wan re got.

Hevjînê Nêrgizê pir kelecan bû, rabû ser xwe û got: Ez diçim herdiyan bikujim.

Mixtêr lawê xwe aram kir û jê re got: Lawê min hinekî aram bibe. Niha nabe ku tu herî wan bikujî, eger tu niha herî wan bikujî xelkê li ser te bibêjin ku tu ne mêr bû, lewra jina te li mêrekî din geriya û bi wî re te xiyanet kir.

Dema hevjînê Nêrgizê gotina bavê xwe bihîst ew ji nû ve di cihê xwe de rûnişt.

Mixtêr ji diya Rojînê re got: Here bangî Nêrgiz û Beşîr bike bila ew werin vir.

Diya Rojînê rabû çû mala Nêrgizê, dema gihîşt wir wê dît ku Nêrgizê çentek kiriye destê xwe û ji mal derdikeve.

Diya Rojînê bi destê Nêrgizê girt û bire mala apê xwe mixtar. Dema Nêrgiz derbasî cem hevjînê xwe û apê xwe mixtêr bû, hevjînê xwe rabû li pêş bavê xwe hêrsa xwe li Nêrgizê ko kir û lêda.

Piştre mixtêr ji Nêrgizê pirsî: Kanî ew bênamûsa?

Nêrgizê bi dengekî ku bi şermbûnê têr bûbû got: Ew li ser rê li benda min e.

Mixtar li tirimpêla xwe sîwar bû û çû mamoste ji ser rê anî mala xwe. Li mala mixtêr, mixtêr ji mamoste re got: Mamoste divê tu li êvarê piştî ku şêniyên gund giş xew bikin werî mala min. Ezê pir pereyan bidim te da ku tu bêdeng bî, ji gund dûrkevî û nema lê vegerî.

Dema mixtêr wisa got. Mamoste kenî, dengê kenê wî bilind bû û got: Mixtaro ma te qey ez tembel dîme da ku tu min bi pereyan bêdeng bikî. Çavên min ne li pereyan e, lê çavên min li jinên we ne û eger hûn jinekê nedin min ezê we li vî gundî bicerisînim.

58

Mixtêr dema wisa bihîst wî mamoste ji mala xwe qewitand.

Mamoste ji mala mixtêr bi qeher derket li ser rê wî Rojîn li ber deriyê mala wan dît. Wî xwest tola xwe ji mixtêr û malbata wî bistîne lewma ew berve Rojînê çû û jê re got: Diya te li mala kalê te mixtar e û ez jî ji wir têm. Diya te ez şandim da ku ji te re bibêjim ku divê tu bi min re herî, bavê te li bajêr e li benda min û te ye. Bavê te bi diya te re gotiye bila Rojîn bi mamoste re were bajêr da ku ew te bi mamosteyên ku tu dê ba wan kursine xwendinê bibî bide nasîn. Lewma divê tu niha bi min re herî ji ber ku mamosteyên ku tuyê kursên xwendinê li cem wan bibî ew hevalên min in.

Rojîn bêyî ku here rêdana diya xwe bibe ew tev mamoste çû, tirimpêla mamoste jî li ser rê bû. Herdu li tirimpêlê sîwar bûn û ji gund bi dûr ketin. Dema gihîştin bajêr mamoste li ber dermanxaneyekê sekinî, ew kete hindir dermanxaneyê dermanê hişbirê kirî û vegerî tirimpêlê. Di tirimbêlê de wî derman da ber pozê Rojînê da ku bi bîr ve çû. Mamoste bi revandina Rojînê xwest bi taybet tola xwe ji Diya Rojînê bistîne ji ber ku wê çîroka wî û Nêrgizê eşkere kir.

Diya Rojînê vegerî mal li keça xwe Rojîn geriya, lê wê Rojîn nedît. Ew li ser stû vegerî cem apê xwe mixtar û jê re got: Rojîn hindayî ye ew ne li mal e.

Mixtêr xortên malbatê şîret kirin ku bi dizî li Rojînê bigerin da ku tu kes bi hindabûna wê hîs neke. Xortên malbatê li gund giş bi dizî li Rojînê geriyan, lê ew nedîtin.

Piştî çend rojan eşkere bû ku Rojîn windayî ye, hîngê jineke gund çû mala mixtêr û got: Ku wê berî çend rojan Rojîn tev mamoste Beşîr li bajêr di tirimpêlê de li pêş dermanxaneyekê dît.

Lewma li gund giş belav bû ku Rojîn tev mamoste Beşîr reviyaye. Êdî şêniyên gund jî her yekî û yekê li gor xwe çîrokine cuda li ser Rojînê afirandin. Yê ku dibêje keçeke bê sinc e, yê ku henekan dikin û dibêjin ma ger dixwest bireve çima bi xortekî re nerevî û yê ku dibêje ku ew keç çavbirçî mêr e. Ango gunehek ku ne gunehê Rojînê bû li ser zimanên xelkê bû gunehê wê.

Giş bûn dadgir û siza ji Rojînê re diafirandin gişkan digot: Divê ev keç were kuştin, da ku neyê kuştin mala mixtêr nikarin di nav xelkê de serê xwe rakin.

Mixtêr ji şêniyên gund re got: Ewê li Rojînê bigerin û wê bikujin. Lê li aliyekî din wî ji malbeta xwe xwest ku ew li Rojînê bigerin lê divê wê nekujin.

Diya Rojînê ji qehra re nexweş ket çimkî wê dizanî ku keça wê karekî wisa nake ji ber ku wê keça xwe baş perwerde kiriye. Hertim diya Rojînê ji mixtêr dixwest ku Nêrgiz li şûn keça wê were kuştin, lê mixtar razî nedibû û wî tim ji diya Rojînê re digot: Navê jina derkeve giran e, ne mîna ku navê keçan derkeve ye. Lewra ew li ser sizakirina Nêrgizê bêdeng dima da ku gund hîs neke ku revîn ya bûka mixtêr bû ne ya keça lawê wî bû.

Piştî mehekê Rojînê bi dizî bi alîkariya hevjîna Beşîr karî ku telefonî diya xwe bike û çîrokê giş ji diya xwe re bibêje û herweha ji diya xwe re got: Ku mamoste bi zorê ew kire hevjîna xwe û niha ew hevjîna mamoste ye. Piştre bi lez telefon girt.

Diya Rojînê dema çîroka keça xwe zanî wê dest ji nexweşiyê berda, bezî çû mala apê xwe mixtar û çîroka keça xwe jê re got.

59

Mixtêr dema wisa bihîst ku ne gunehê Rojînê bû, wî ji mêrên malbata xwe re got: Dest ji gerîna li Rojînê berdin û ramana kuştina wê ji hişê xwe bavêjin.

Piştî ku çend roj li ser naskirina çîroka Rojînê re derbas bûn. Mixtêr û malbata wî da ku çîroka Rojînê ji ser zimanên gund rakin, wan xortekî gund bi pereyan xapandin da ku bi keçekê ji gund bikene û wê biervîne.

Bi rastî jî wisa bû ango piştî mihekê xort bi keçeke gund kenî û ewa revand. Lê ev xort zîrek bû çimkî wî waneyeke giran da mixtêr û malbata wî. Vî xortî neçû bi keçên gund nekenî lê ew çû bi keçeke birayê mixtêr kenî û ewa revand. Ango li şûn ku navê mala mixtêr û keçên wan li ser zimanan rabin, îcar navûdengê wan li şûna carekê ew du carî li ser zimanan belav bû.

Bi vî awayî du keç bêguneh bi gunehê kesine din hatin sizakirin, kesên guneh jî nehatin sizakirin û wan jiyana xwe mîna berê berdewam kirin. Yanê mala mixtêr di vê çîroka xwe de namûs kirin qadûs û kesên bêguneh kirin gunehkar.

EVÎNA VEŞARTÎ

Hin mirov hene naxwezin hestên xwe diyar bikin, tevî ku eger ew van hestan eşkere bikin ewê pir vehesin. Encama van hestan çi be bila be, lê divê mirov hestan di dilê xwe de nekuje. Ji ber ku piştî demekê ewê li xwe poşmam bibe ku wî hestên xwe di demên wan de eşkere nekirin.

Li kolaneke bajêr sê zarok li kolanê ji xwe re dilîstin, Hawar, Hêlan û Hêman. Ew du keç û xortekî bûn û ew di refê şeşemîn de bûn. Piştî ku ew ji dibistanê vedigerîn li kolanê bi hev re dilîstin.

Hêlanê pir ji Hawar hez dikir û dixwest hertim bi wî re bi tenê bilîze. Ji ber ku Hêlan pir zîrek bû mamosteyê wê di polê de ew kirbû rêveber. Dema mamoste ji polê derdiket wî ji Hêlanê dixwest ku navên şagirtên ku qelebalixê di neamadebûna mamoste de çêdikin binivisîne.

Ji ber ku Hêlanê pir ji Hawar hez dikir, wê navê hemû şagirtan dinivîsand lê wê navê Hawar nedinivîsand, tevî ku Hawar ê herî ku qelebalix di polê de çêdikir bû.

Nûnerê Hêlanê yê yekem di polê de Agir bû û Agir jî wî pir ji Hêlanê hez dikir, lê Hêlanê nizanî ku Agir ji wê hez dike. Her roj Agir gurzek gul bi xwe re tanî dibistanê û ew dida Hêlanê.

Hawar dema didît ku Agir gulan ji Hêlanê re tîne, ew pir ji Agir kelejan dibû û dixwest ku gulên wî parçe bike. Hawar jî ji Hêlanê pir hez dikir, lê Hêlan bi hezkirina wî nizanî.

60

Rojekê ji rojan Agir bi hezkirina Hawar ji Hêlanê re hîs kir, lewra wî xwest ku Hawar li pêş Hêlanê û hemû şagirtên polê bicerisîne. Ji ber vê dema ku hemû şagirt derketibûn bêhinvedanê Agir bi tena xwe hate polê û bi pênûsa kesk li ser depê nivîsand ku Hawar ji Hêlanê hez dike. Piştre bi lez ji polê derket.

Şansê Hawar hebû ku ew yekem kes bû derbasî polê bû. Dema wî ev nivîsa li ser depê dît wî bi lez ew nivîsa jê bir û xwest zanibe ku kê ew nivîsa li ser depê nivîsandiye, lewma wî di hemû çenteyên şagirtan de li pênûsa kesk geriya lê wî ew pênûs nedît.

Li derveyî polê Agir tev Hêlanê dilîst. Dema zengila dawiya bêhinvedanê lêket, Agir bi destê Hêlanê girt û bi lez ew bire polê berî hemû şagirtan. Lê dema ew derbasî polê bûn û wî nivîsa li ser depê nedît, ew di xwe de sar bû.

Hêlanê ji Agir re got: Ma çima te ez bi lez anîm polê? Agir got: Min xwest em berî gişkan derbasî polê bibin, da ku em xwe li pişt derî veşêrin ji bo ku em şagirtên di pişt me re derbasî polê bibin bitirsînin. Rastî jî wan xwe li pişt derî veşartin da ku şagirtan bitirsînin, lê mamoste berî şagirtan hat û derbasî polê bû.

Agir û Hêlanê nizanî ku yê derbasî polê dibe mamoste ye, lewma ew ji pişt derî derketin û wan mamoste tirsandin. Mamoste veciniqî û çavên wî ji herdu şagirtan sor bûn.

Dema Agir û Hêlanê dîtin ku wan mamoste ne şagirt tirsandine ew pir tirsiyan. Mamoste jî ji vê tevgera herdu şagirtan pir kelejan bû û herdu şagirt siza kirin ku li ser lingekî li ber sela gemara polê ta dawiya waneyê bisekinin.

Şagirt derbasî polê bûn, dema wan Agir û Hêlanê ber sela gemarê li ser lingekî dîtin ew bi herdiyan kenînîn. Hawar tenê bi wan nekenî û dilê wî bi Hêlanê şewitî. Lewra wî ji mamoste xwest ku Hêlanê vegerîne rûnişteka wê û wî li şûn Hêlanê siza bike.

Mamoste ji xwesteka Hawar tengijî, lewra wî Hawar jî tev Agir û Hêlanê siza kir. Hawar çû kete navbera herdiyan û ew jî li ser lingekî sekinî da ku ew waneya bidawî bû. Dema Hawar kete navber Agir û Hêlanê, Agir pir kîn li Hawar kişand. Lewra wî pilaneke din di hişê xwe de hûnand da ku Hawar li pêş Hêlanê bicerisîne.

Li bêninvedana din, Agir hemû şagirtên polê kom kirin û ji wan re got: Em dê lîstokekê bilîzin, emê ji her şagirtekî pirsekê bikin û divê ew bersiva rast bide. Hemû şagirt li ser vê lîstokê razî bûn û Agir jî got bila pirsa yekem a Hawar be.

Agir ji Hawar pirsî: Tu ji kîjan keçê ji nav keçên polê hez dikî?

Hawar pir ji Hêlanê hez dikir lê nedixwest ku tu kes bi nerindî li ser Hêlanê bipeyive, lewra wî ji bo ku navûdengê Hêlanê li pêş şagirtan biparêze wî got: Ez ji Hêmanê pir hez dikim.

Hêlan li benda bersiva Hawar bû, wê bi dilê xwe girtibû lê dema wê bersiva Hawar bihîst ew pir xeyidî û qeherî. Ji wê rojê de wê rûyê xwe ji Hawar re tirş kir nema bi wî re lîst û axivî. Da ku têkiliya wê bi Hêmanê re jî guherî, ji ber ku wê Hawar ji dilê wê bi dûr xist.

61

Ev yeka ji Agir re derfetek bû ku xwe ji Hêlanê ve nêzîk bike û bi rastî jî wisa bû Agir tenê bû hevalê Hêlanê. Sal derbas bûn û ew hilkişîn pola nehemîn, ev pola jî pir girîng bû ango xwendekar li vir bawernameya navîn distînin. Agir carinan dihate mala Hêlanê, wî û Hêlanê bi hev re dixwendin û fêrî hev dikirin.

Hawar ji vê yekê pir siqilmîş dibû ji ber ku li şûn ew li şûn Agir be tev Hêlanê bixwîne, niha Agir şûna wî girtiye.

Rojekê dema ku Agir û Hêlanê bi hev re dixwendin, Hêlanê bi Agir re got: Ez tirsiyame ku encama Hawar ji ya min bilintir be, ez naxwezim encama Hawar ji ya min bilintir be. Ez ji bîrkarî tirsiyame, Hawar jî di bîrkarî de ji min zîrektir e.

Agir ji Hêlanê re got: Metirse encama te yê ji Hawar bilintir be.

Agir piştî ku xwendin tev Hêlanê bi dawî kir, ew çû mala Hawar û wî bi Hawar re got: Hêlan tirsiyaye ku encama te ji ya wê bilintir be.

Hawar tu tişt ji Agir re negot lewma Agir rabû çû mala xwe. Hawar qet nedixwest Hêlan biqehire, lewma wî biryar stand ku ewê pir nexwîne da ku encama wî ji ya Hêlanê ne bilintir be.

Piştî mehekê ezmûnan dest pê kir, Hêlan, Agir, Hêman û Hawar çûn ezmûn nivîsandin. Hawar li pirsan giş bersiv nedida wî tenê li bersivine bersiv didan da ku tê de nemîne û di dema mayî de ji derketina ji ezmûnan wî çavên Hêlanê li ser reşnivîsê çêdikirin.

Piştî dawiya ezmûnan bi du heftan encama ezmûnan derket. Encama Hêlanê ji herçaran bilintir bû û piştî encama wê encama Hawar bû, lê Agir û Hêmanê tê de man.

Agir hat mala Hêlanê ji bo ji wê re pîroz bike û herweha jî ji Hêlanê re got: Ez ji te hez dikim. Dema wî wisa got, diya Hêlanê gotina wî bihîst lewma wê Agir ji mal qewitand û êdî nehîşt ku keça wê bi wî re têkildar bibe.

Sal pir derbas bûn, Hawar bi biryara diya xwe bi keça xaltîka xwe re bi destgirtî bû. Hîngê Hêlan matmayî ma ku çawa Hawar tevî ji Hêmanê hez dikir wî çû keça xaltîka xwe xwest.

Hawar xwest bi Hêlanê re biaxive lewma wî numreya telefona Hêlanê ji Hêmanê bir. Hêlanê di zanîngehê de dixwend lê Hawar xwendina xwe berdewam nekir ji ber ku bavê wî mir, lewra ew neçar bû ku xwendina xwe berde û malbata xwe tev birayê xwe yê mezin xwedî bike.

Hêlan li zanîngehê bû dema telefona wê lê da. Wê li ekrana telefonê nêrî û dema wê dît ku numre biyan e wê venekir, lê dema dît ku pêtirî dusê caran vê numreyê lêda wê telefon vekir.

Hawar got: Elo.

Hêlanê yekser dengê Hawar nas kir, lê wê xwe kir ku wî nas nake. Wê got: Kî bi min re ye?

Hawar got: Ez Hawar im, min telefonî te kir ji ber ku ez dixwezim ji te re bibêjim ku min ji zarokatiya xwe de hestên xwe li ser te veşartine. Ez niha dixwezim ji te re bibêjim ku ji zarokatiya xwe de ez ji te hez dikim.

62

Hêlan: Te got çi? Ma ne te ji Hêmanê hez dikir û te li pêş me gişkan hîngê got ku tu ji Hêmanê hez dikî. Ma ger te ji min hez dikir, çima te hîngê negot ez ji Hêlanê hez dikim?

Hawar: Min wisa got ji ber ku xortên pola me pir pîs bûn û wan henekiya xwe bi keçan dikirin. Lewma min nexwest ku zanibin ez ji te hez dikim da ku li ser te bi nerindî nepeyivin. Lewma min navê Hêmanê got û navê te negot. Hêlan tu dizanî piştî mehekê zemawenda min e. Ez ji keça xaltîka xwe hez nakim, ez ta niha ji te hez dikim û eger tu jî ji min hez dikî ezê zemawenda xwe bi keça xaltîka xwe re xirab bikim da ku werim te bixwezim. Ma tu çi dibêjî?

Hêlan: Hawar tu pir dereng hatî û ez ji te hez nakim. Ez ji hevalekî xwe ji zanîngehê hez dikim, here zamawenda xwe bi keça xaltîka xwe re bike û min ji bîr bike. Pîroz be ji niha de zemawenda te, ji min re keça xaltîka xwe pir silav bike û bila ew qîmeta te baş zanibe.

Hêlanê telefona xwe girt û pir dagirî ji ber ku wê jî hîn ji Hawar hez dikir û hertim li benda roja ku Hawar tê de jê re bibêje ez ji te hez dikim bû. Lê ev roj dereng hat û Hawar tê de destgirtî bû. Wê hezkirina Hawar red kir ji ber ku nexwest têkeve ber gunehê keçekê û zemawenda wê lê xirab bike. Lewma wê dilê xwe bi destê xwe birîn kir û Hawar ji xwe bi dûr xist.

Hawar jî bi keça xaltîka xwe re zewicî û navê keça xwe ya yekem kire Hêlan da ku her ku ew bangî keça xwe bike ew li xwe poşmam bibe ku çima wî di heman demê de hestên xwe ji Hêlanê re diyar nekirin.

63

POZ LI EZMÊN E

Mirov çiqas biserkeve divê ewqas jî dilnizim be. Divê serkeftin mirov ji esla wî bidûr nexîne ji ber ku serkeftin bi hezkirina mirovên hewîrdor xweş û bi wate dibe.

Xwendekarek pir jîr li bajarekî hebû, erê ew xwendekarek jîr bû lê jîrbûn jê re bûbû nalet û bi wî ketibû. Wî pir xwe bi jîrbûna xwe didît, pir kes ji dest vê xwevenandina wî ji wî bi dûr diketin û carinan ger dostekî wî li dibistanê alîkarî ji wî bixwesta wî ji dostê xwe re digot: Hiş ger di seriyan de kêm dibe hîngê mirov alîkariyê ji kesine din dixweze.

Bi gotinên sert ên mîna vê gotinê, tu dost ji vî xwendekarî re nemabûn ango bûbû kesek bê dost û xwedî.

Ta ku xwediyên wî jî jê bêhinteng dibûn ango ew kesek jîr ji xwe re bû ne ji kesên dora xwe re bû çimkî wî nedixwest sûda jîrbûna xwe bigihêje kesên din. Erê ew kesek jîr bû lê bê sûd bû.

Rojekê ew di riyekê re dimeşî, pênûs û pirtûka wî di destê wî de bûn. Ew dimeşî lê li şûn ku li rûpelên pirtûka xwe binêrîya û jê gotin ezber bikirina. Wî her tim pozê xwe rakiribû û bi esmên ve xistibû. Hîngê xwevenandina wî gihîştibû lûtkeyê ji ber ku dema di wê riyê re dimeşî, mirovên wî bajarî destê xwe nîşanî wî dikirin û digotin: Va ye dimeşe jîrê me, Binêrin çawa poz li esmên e jîrê me.

Mirovan bi henekî wisa digotin ji ber ku êdî ev xwendekar bûbû cihê henekiya mirovan.

Lê wî gotinên mirovan ji xwe re weke pesin didît. Ew di wê riyê de meşî ta ku ji bajêr derket di nişkev de di kortekê de ku ew di nîvê rê de bû têwer bû. Hîngê pozê ku bi esmên ve bû kete bin heft erdan, wî bangî mirovan kir lê tu kesî banga wî nebihîst ji ber ew riya derveyî bajêr bû û riyeke bêkes bû. Ew riya mîna jiyana wî bû tu kes tê de nema bû.

Piştî ku ji bangkirinê westiya li dora xwe nêrî li pênûs û pirtûka xwe geriya lê wî ew nedîtin. Di bin destê wî de tiştek lerizî, bi lerizînê re wî destê xwe ji ser wî tiştî rakir û wî dît ku destê wî li ser qulikeke mar e.

Mar dixwest ji qulika xwe derkeve, lewra xwendekar bi lez ji wê qilika mar bi dûr ket û xwe di quncekî kortê de veşart.

Mar ji qulika xwe derket û xwendekar di cihê xwe de dicirivî. Mar li hember xwendekar li ser dûvê xwe sekinî. Xwendekar ji mar re got: Bi min de mede, min tu tişt bi te nekiriye.

Mar jê re got: Ez ne marê xwezayî me ez marê xwevenandina te me te bi xwevenandina xwe ez di kortê de afirandim. Ma ewqas tu jîr bû ma te qet nizanî ku xwevenandin mar e û bi xwediyê wî ve rojekê digire. Te xwe bi xwendin û jîrbûna xwe tim vedina, hey îro ta pirtûk û pênûsa te jî dest ji te berdan û li derveyî kortê man. Ma dê bila ew û xwevenandin te xelas bikin. Ji dest venandina te bi jîrbûna te, te qet dostek ji xwe re nehîşt. Dê were ez jehira xwevenandina te di te de boş bikim û te di vê kortê de bikujim.

64

Mar berve xwendekarê jîr çû, pê de da û dîsa vegerî qulika xwe. Di wê kortê de xwendekar li ber xwe da da ku mir. Dema xwendekar venegerî mal xwediyê wî li wî geriyan û piştî çar rojan wan pirtûk û pênûsa wî li ber devê kortekê dîtin. Li kortê nêrîn dîtin ku xwenderkar di kortê de mirîye û bêhina gemarî pêketiye. Êdî gurm ketibûn laşê wî û her ku kesekî xwe berdida kortê da ku laşê wî derînin ew ji bêhina laşê xwendekar gêj dibûn qet nikarîn ku laşê xwendekar ji kortê derxistana. Lewra xwediyê xwendekar dîtin ku bila ew korta bibe gorna lawê wan. Wan bi axê ew kort di ser laşê xwendekar de xetimandin û vegerîn mala xwe.

ENIYA ŞER

Şer peyveke ji sê tîpan e, lê barê wê li gelan pir giran e. Şer wêran e dikeve bedena welatan. Şer xayîn e direvîne giyanê mirovan.

Li welatê zeytûnan şerek nedadmend li gelê zeytûnan hate feriz kirin. Welatê zeytûnan xwe baş ji vî şerî re amade nekiribûn, lê wan dîsa xwe dan pêş vî şerî û welatê xwe parastin.

Arî û Horî jî birayên hev bûn dema şer hate ser welatê wan, wan banga welatê xwe bihîstin û çûn li eniya şer li pêş dijimin sekinîn parastina welatê xwe kirin.

Horî û Arî her yekî ji wan li eniyekê şer dikirin. Tev Horî li eniyê şer xortek Ereb hebû, ew xort Xelef bû û ew ne ji welatiyên welatê zeytûnan bû, lê dîsa ew tev xortan çûbû eniya şer. Di şer de Horî birîndar bû û ew û Xelef ketin kemîneke dijmin. Li şûn ku Xelef Horiyê birîndar bide ser pişta xwe û wî ji kemîna dijmin xelas bike. Wî Horî barek giran li pêş xwe dît lewma wî tivinga xwe kire serê Horî û Horî kuşt.

Piştre wî xwe tenê ji kemîna dijmin xelas kir û vegerî ba hevalên xwe. Dema hevalên wî jê pirsîn: Ka Horî?

Wî got: Horî bi qurşîna dijmin mir û ji ber ku ew ketibûn kemîna dijmin wî nikarî ku laşê Horî ji dest dijmin rizgar bikira.

Şervanan gişkan çîroka kuştina Horî bi destê dijmin bawer kirin, ji ber ku ji bilî Xweda, Horî û Xelef tu kes nizane ku çawa Horî hate kuştin.

Eniya şer a ku Horî lê hate kuştin şer lê pir giran bû ji ber vê şervanên li vê eniyê şer dikirin alîkarî ji hin eniyên din xwestin.

Eniya ku Arî lê şer dikir ya herî nêz bû ji eniya ku Horî lê şer dikir lewma Arî û hin şervanên din bi lez xwe gihandin aniya Horî. Dema ew gihîştin vê eniyê şervanên vê eniyê ketibûn kemîna dijmin.

Arî û şervanên ku bi wî re bûn qurşîn avêtin dijmin da ku dijmin bala xwe bide wan û bi vî awayî şervanên din xwe ji kemîna dijmin xwe xelas kirin.

Şervanan xwe ji kemîna dijmin xelas kirin lê dîsa dijmin bi çekên giran şerê şervanan kirin. Dema ku şervan di vî şerî de mijûl bûbûn, Xelef bi xwe qurşînek li destê xwe xist da ku şerê dijminê welatê zeytûnan neke. Xelef xwe birîndar kir û dijmin jî bi zora çekên giran ji şervanan ve nêz dibûn.

Şervan di şûn de vegerîn lê Arî Xelefê ku ji birîna destê xwe ji bîr ve çêbû li şûn xwe nehîşt. Ji baweriya wî ku ew bi qurşîna dijmin birîn bûye, wî Xelef da ser pişta xwe û di nav qurşînan re Xelef gihand cihekî bi ewle.

65

Arî demsalek ji beriya xwe derxist ku ew demsala diya wî bû, wî di çûkaniya xwe de hertim etirek ji diya xwe bi xwe re digerand û digot ev etreke ji bêhina buhişta min e. Wî demsal kire du parçe, parçek pê xwîna birîna destê Xelef pagij kir û parçek jî pê birîna wî girêda.

Xelef li xwe şiyar bû. Arî jê pirsî: Birayê min Horî jî li vê eniyê şer dikir lê min ew li vir nedît, ma tu dizanî birayê min li kû ye?

Xelef dema navê Horî ji devê Arî bihîst, wî bi tijî dengê xwe bangî şervanan kir. Şervanek hat ba wan û got: Çi heye? Çima tu bang dikî? Ma tu nizanî em di şer de ne û divê em cihê xwe bi bangkirina li hev diyar nekin.

Xelef got: Ev şervan ji min re dibêje ku tu Ereb î û tu dijminê me yî. Ma çima tu bi me re şer dikî? Divê tu werî kuştin çimkî Ereb giş xayîn in. Şervano ma wisa hûn mafê min didin? Ev sûcê min e ku ez bi dilekî pak bi we re şer dikim da ku hûn jî wek min ji welatê xwe koçber nebin.

Şervan gotinên Xelef bawer kirin û wî loma ji Arî kirin ku çawa bi Xelef re wisa dibêje tevî ku ew bi wan re şerê dijmin dike.

Dema ku şervan lome ji Arî dikirin ku çawa ew bi Xelef re wisa dibêje. Di vê mijûlbûnê de Xelef çeka xwe bi berve xwe anî û du qurşîn jê avêtin. Yek li Arî xist, yek jî li şervanê din xist û herdu kuştin.

Bi bihîstina dengê avêtina van du qurşînan, şervanek hate cihê dengê avêtina qurşînan. Wî dît ku Arî û Şervanekî li erdê mirî ne û Xelef jî birîndar e. Xelef ew şervan jî kuşt, piştre wî telefona ku di sola xwe de vaşartî bû derxist û telefona serbazekî dijmin kir.

Jê re got ku cihê şervanan li vir e, wî cihê şervanan bi tamamî ji wî re got û herweha cihê xwe jî ji wî re got da ku werin wî xelas bikin. Piştî çend xulek derbas bûn balafira dijmin rabû û cihê şervanan topbaran kir.

Şervan giş kuştin û hin şervanên dijmin jî hatin Xelef birin nexweşxaneya xwe. Bi vî awayî ango bi riya kesine fesad û xapînok mîna Xelef welatê zêtûnan hate dagirkirin.

Welatê zeytûnan a ku hembêza xwe ji Xelef û malbata wî re vekir, ew û malbata wî bi cih û têr kirin. Xelef nedadmendî di dermafê wî de kir ango wî destê ku xêra xwe li wî dikir gez kir û destê ku ew ji mala wî koçber kir maç kir.

Lewma divê em tim vê gotinê wînin bîra xwe û baweriya xwe bi tu kesî nekin KU DIJMINÊ BAVAN TU CARÎ NABE DOSTÊ LAWAN.

66

TAZÎBÛN

Di şerê di navbera welatan de henekî tê de nabin, lê di şerê di navbera mirovan de henekî carinan dibe sedema lihevhatinê.

Li gundekî çiyayî du malbat dijminê hev bûn, hertim wan şerê hev dikirin û gund jî ji dest şerê wan herdu malbatan gêj bûbû. Da ku mixtarê gund jî carinan xwe nalet dikir ji ber ku ew mixtarê vî gundî ye.

Rojekê ji rojan du zarokên van malbatan bi hev re şer kirin ji dest şerê van du zarokan mezinên van du malbatan jî şer kirin û şer di navbera wan de mezin bû.

Mixtarê gund hîngê di serşokê de bû û wî serê xwe dişoşt. Mêrekî ji gund bezî mala mixtêr û bi tijî dengê xwe bang kir û got: Mixtar bi lez were her du malbat bi kêran îcar rabûne hev.

Mixtêr dema dengê wî mêrî bihîst, ew bi lez ji serşokê derket û beziya cihê şer.

Li cihê şer gund bi hemû jin û mêrên xwe ve li wir kom bûbûn û li şer temaşe dikirin. Dema mixtar gihîşte wir şer rawestî ji baweriya mixtêr ku herdu malbat ji wî tirsiyan lewma wan şerê xwe rawestand. Îcar kesên ku li cihê şer kom bûbûn giş ji kenan re hinek mabûn ku bipeqin. Herweha herdu malbat jî ji kenan re şerê xwe ji bîr kirin û kêr avêtin erdê.

Mixtar hîn li xwe şiyar nebûbû ku li xwe binêre, wî bi dengekî bilind got: Ma ka şerê we? Ma ne we got ku herdu malbat şer dikin. Lê ez dibînim ku ew dikenin dê ma kanî şerê wan?

Hîngê yekî ji mêrên wan malbatan bi dengekî têr ken got: Mixtaro lo mixtaro dema me bejin û bala te dîtin me şerê xwe ji bîr kir. Wî mêrî wisa got û dîsa kenê xwe berdewam kir.

Li vir mixtêr li xwe nêrî, wî dît ku ew tazî ye û dema wî xwe wisa dît. Ew bi bez vegerî mala xwe û piştî ku bû heneka gund gişkan ji wê rojê de ew ji şerma re ji mala xwe derneket. Herweha jî ji wê rojê de herdu malbat li hev hatin ji ber ku wan nas kir ku şerê bi hev re ne xweş e, lê belê kenê bi hev re pir xweş e.

67

ZAGONÊN TERSÎ HEV

Di jiyanê de pir tişt hene tersî hev in da ku ramanên mirov jî carinan dibin tersî kesayetiya mirov.

Li welatê ku sîstama rêvebirina wî tune ye, her kesek zagonekê li gor xwe çêdike û wê pêk tîne. Yê diz zagonekê derdixe û dibêje diz ji her kesî re rewa ye û yê çavbirçî zagonekê derdixe û dixweze ku kesên camêr bibin çavbirçî. Li welatê ku sîstem ketiye destê nezanan her rojekê zagonek tê afrandin. Lê çiqas şerm e ku nezan zagonan derxînin û zane jî wan zagonan bi cih wînin.

Hemrîn keçeke 15 salî bû û wê di refê dehemîn de dixwend. Li werza yekem ji sala xwendinê Hemrîn bi xortekî re bi navê Baran destgirtî bû. Baran leşker bû û saleke wî mabû ku leşkeriya xwe xelas bike. Baran 21 salî bû û ew lewê mezin bû di malbata xwe de lewma dema Baran bi destgirtî bû malbat pir şad bû bi destgirtiya wî.

Diya Barên nexweş bû û wê tim ji lawê xwe re digot: Lawê min dema zemawenda xwe bi pêş de wîne çimkî ez dixwezim berî mirinekê zarokên te bibînim.

Barên daxweza diya xwe bi cih anî lewma wî demekî nêz ji zemawenda xwe re diyar kir ku li 11ê Adarê zemawendê bikin. Wan hemû amadahiyên zemawendê hazir kirin û li roja zemawendê hemû malbat şad bûbû.

Hemrîn pir bedew û şad bûbû. Bi fîstanê spî ew bûbû mîna firişteyekê ku ji buhiştê dagerîbû. Wê pir ji Barên hez dikir. Baran lawê cîranê wan bû, ango wê û Barên di zarokatiyê de ji hev hez dikirin.

Li hola dawatê giş bi samayê mijûl bûbûn ji nişkav de çar ji asayîşê ketin holê. Du ji wan asayîşê keç bûn û dudu jî xort bûn. Asayîşê xort yekî hat destê Barên kirin kelebçekan û yê din jî çû li bavê bûkê geriya. Dema wî bavê bûkê nas kir wî destên bavê bûkê jî kirin kelebçekan û zave tev bavê bûkê birin kirine tirimpêla asayîşê.

Asayîşên keç jî çûn cem bûkê ya ku wê dest bi girî kiribû û diya wê jî bi destê wê girtibû. Yekê ji keçên asayîşê bi diya bûkê re got: Keça xwe bibe mal, niha ne dema wê û zewcandinê ye. Keça xwe bibe mal berî ku em wê jî dibin zîndanê.

Bavê Barên çiqas li ber asayîş geriya ku ew Barên û bavê bûkê berdin lê asayîşê qet guh neda wî. Wan tirimpêla xwe vêxistin û çûn navenda asayîşê.

zemawend bi vî awayî feriqî û xirab bû ji ber ku li vî welatî ne rewa bû ku keçek berî 18 saliya xwe bizewice. Peşdarên li dewatê jî giş vegerîn malên xwe.

Dê û bavê Barên Hemrîn û diya wê li tirimpêlê sîwar kirin û ew gihandin mala wan. Ango li şûn ku bûk tev zavê xwe here mala hevjîniyê ew tev diya xwe ji nû ve vegerî mala bavê xwe.

Li navenda asayîşê dema wan zanî ku Baran leşker e. Wan du meh zêde kirin li xizmeta leşkeriya Barên ango li şûn ku Baran di salekê de leşkeriya xwe xelas bike îcar ewê di salekê û du mehan de xelas bike.

Bavê bûkê jî hate siza kirin û sizaya wî ew bû ku mehekê were zîndan kirin.

Hemrînê pir dagirî ji ber ku hem bavê wê hem jî destgirtê wê hatin zîndankirin. Piştî hefteyekê diya Hemrînê li Hemrînê da zorê da ku ew vegere xwendina xwe.

68

Hemrînê wê bi ya diya xwe kir û ji nû ve vegerî xwendinê. Her roj dema ku Hemrîn ji dibistanê derdiket hertim keçek li ser riya vergera wê li mal disekinî û wê xwe bi Hemrînê re kir heval. Bi demê re dostaniya Hemrînê bi vê keçê re xurt bû û herweha jî diya Hemrînê hîs kir ku kesayetiya keça wê tê guhartin.

Du roj mabûn ku Bavê Hemrînê ji zîndanê derkeve. Hemrînê li vê rojê cilekî leşkerî bi xwe re anî mal û li xwe kir. Xwe bi cilê leşkerî şanî diya xwe kir û got: Diyê binêre çawa cilên leşkerî li min hatine û binêre çiqas rind e ku keç li şûn fîstanê bûka cilê leşkerî li xwe bike. Dayê ev cilê leşkerî cilê serfiraziyê ye ne wek fîstanê bûkan ê rezîlbûnê ye.

Dema diya Hemrînê gotina keça xwe bihîstin ew şêt û mêt bû û ji keça xwe re got: Ma çi hatiye serê te? Ma ne tu kêlî bi kêlî li benda roja ku tu fîstanê spî ji Barên re xwe bikî bû. Ma ne te Baran bi mala dinê nedida. Ma ba te niha fîstanê spî bû cilê rezîlbûnê. Ma çi bi serê te hatiye keça min?

Hemrîn: Hevala min Dildar dibêje ku keç bi cilê leşkerî bimire jê re rûmetir e ku fîstanê bûka li xwe bike û pê bimire. Dildar ji min re dibêje ku eger Baran ji te hez bikira ewê piştî zemawendê li te bipirsiya. Ma ne ew leşker e. Ma wî nikarîbû ku bi serbazê xwe re bigota bila zemawenda we bi serî bikira. Bîlî ye dilê wî ji te sar bûye lewma wî nexwest ku zemawenda we bi serî bibe. Ma ne bûye mehek ku wî li te nepirsiye û ma ne ev diyar dike ku dilê wî rast ji re sar bûye.

Diya Hemrînê: Ma kî ye ev Dildara? Ma ew çima dixweze ku dilê te ji Barên bide alî? Ma çi karê xwe di jiyana te de heye? Keça min nabe careke din tu bi wê re têkildar bibî. Baran dilê xwe qet ji te sar nabe lê tu zanî ku ew leşker e û dibe ku ew siza kiribin telefon jê biribin. Çimkî ta malbata wî jî tu agahiyên xwe ji Barên tune ne.

Hemrîn: Tu tim li aliyê Barên î, qet carekê tu li aliyê min nabî.

Hemrîn çû oda xwe li ber awêneyê li xwe bi cilên leşkerî nêrî û pir bi xwe bi van cilan venand.

Baran du rojan di zîndanê de mabû, piştre berpirsê wî hat ew ji zîndanê derxist û bi xwe re bir cihê leşkeriya wî. Lê wî Baran siza kir ku nabe ew bi kesî re ta du mehan têkildar bibe lewma wî telefona Barên jê bir û herweha ji hevalên Baran re got: Eger hûn telefonên xwe bidin Barên hûnê jî werin sizakirin.

Baran pir xemgîn bûbû ji ber ku roja wî ya pîroz lê hate xirabkirin, wî her roj ev zagon nalet dikir û hilweşandina wî hêvî dikir. Çiqas hewil dida ku telefon ji hevalên xwe bibe da ku bi Hemrînê re bipeyive lê hevalên wî ji tirsa sizakirinê re wan telefon nedidan wî.

Li şeva ku berî derketina bavê Hemrînê ji zîndanê. Diya Hemrînê ji Hemrînê re got: Keça min sibe meçe dibistanê ji ber ku bavê te wê sibe vegere mal.

Hemrînê ji diya xwe re got: Ez nikarim sibe li mal bimînim ji ber ku sibe li cem min berezmûn heye, ezê herim berezmûna xwe bikim û zû vegerim.

Diya Hemrînê: Tamam keça min here berezmûna xwe bike û zû vegere.

69

Hemrîn çû oda xwe telefonî Dildarê kir û jê re got: Siba roja derketina bavê min e, ezê berî kolana dibistanê bi kolanekê li benda te bisekinim. Wê wisa bi Dildarê re got û pişt re telefon girt.

Li sibehê Hemrînê xatir ji diya xwe xwest, diya xwe maç kir û çû dibistanê. Berî kolana dibistanê ew sekinî, tirimpêlek hat li cem wê sekinî û Hemrîn lê sîwar bû. Tirimpêl jî bi lez ji wî cihî bi rê ket.

Li danê sibehê li derdora ketijmêr 10 bavê Hemrînê vegerî mal û ji hevjîna xwe pirsî: Kanî Hemrîn?

Wê got: Ew çûye dibistanê ji ber ku ezmûn ba wê heye.

Bavê Hemrînê, nan xwer û wexma zîndanê bi aveke pak ji ser xwe bir. Serê xwe şoşit piştre xew kir. Piştî du ketijmêran şiyar bû. Dem dema hatina Hemrînê bû ji dibistanê lê ketijmêrek bi ser dema hatina wê re ji dibistanê derbas bûbû û ew hîn nehatibû mal.

Diya Hemrînê telefonî hevalên Hemrînê kirin û ji wan li Hemrînê pirsî. Hevalên Hemrînê gişkan got ku Hemrîn îro nehatiye dibistanê.

Diya Hemrînê ji wan re got: Ma çawa Hemrîn nehatiye dibistanê? Wê ji min re gotibû ku îro ba we berezmûn heye.

Hevalên Hemrînê ji diya Hemrînê re gotin ku îro qet ba me berezmûn tune bûn.

Dema diya Hemrînê telefon girt rûyê wê sor bû. Hevjînê wê bi hêrs ji wê pirsî: Ma kanî keça te ta niha? Ma ew kû ve çûye? Min te û keça te tenê mehekê hîşt we dinê xirab kir û ma ger ez pir di zîndanê de bimama. Ma te jî wek keça xwe ji xwe re mêrek bidîta?

Diya Hemrînê dagirî ew çû oda keça xwe û li oda keça xwe wê li ser masa xwendinê ya keça xwe nameyek dît. Bi lez wê name kire nav destên xwe.

Name Hemrînê ji dê û bavê xwe re nivîsandibû û wê ji wan re tê de diyar kiribû ku ew diçe xwe bike leşker û herweha wê lêborîn ji dê û bavê xwe dixwest. Wê nivîsandibû jî ku ez li vê rojê çûm berî ku bavê min vedigere mal ji ber ku eger ew vegere ew nahêle ez biçim.

Xebera ku Hemrîn ji mal çûye da ku bibe leşker li bajêr belav bû, hin kesan ev xeber bawer kirin û hinan jî bawer nekirin. Wan digotin ku Hemrîn reviyaye û da ku malbata wê xwe necerisînin ew dibêjin ku ew bûye leşker.

Diya Hemrînê ji gotinên xelkê gêj dibû. Wê ji hevjînê xwe re got: Keçek bi navê Dildar bi hişê keça me dilîst da ku wê bike leşker.

Dê û bavê Hemrînê li vê keçê geriyan û piştî demekê ew rastî malbatekê hatin ku çîroka keça wan jî mîna ya keça wan Hemrînê ye.

Vê malbatê ji dê û bavê Hemrînê re gotin ku Dildar keçeke leşker e, ew her çend mehan carekê bi hişê çend keçên biçûk dilîze û wan dişîne leşkeriyê. Piştre xwe vedişêre û her ku ew keçekê dişîne leşkeriyê ew pereyan li ser wê ji berpirsan dibe.

Her ku dê û bavê Hemrînê ji navenda leşkeriya keçan li cihê keça xwe dipirsîn wan digot ku em nizanin cihê wê li kû ye.

70

Diya Hemrînê her tim bi wan re şer dikir û ji navenda leşkeriya keçan re digot: Keça 15 salî biçûk e nabe bizewice lê ew ne biçûk e ku çek rake û here şer. Li vî welatî her kesek zagonekê li gor xwe datîne û mirovên sivîl jî hertim rezîlqiyê li ortan dixwin.

Piştî şeş meh li ser çûndina Hemrînê re derbas bûn. Rojekê li ahangeke leşkeran Barên Hemrîn dît. Barên rûyê xwe ji Hemrînê da alî ji ber ku ew agahdar bûbû ku Hemrînê dest ji wî berdaye û ew tev leşkeran bûye.

Hemrîn çû li rex Barên sekinî û jê re got: Ez poşmam bûme ez dixwezim vegerim mala xwe cem dê û bavê xwe. Ev der ne mîna min aşop dikiriye ku li vir welat ba wan berî her tiştî ye lê li vir bercewandiya berpirsyaran berî her tiştî ye û leşker tenê li ortan bo bercewandiya berpirsyaran can didin. Berpirsên leşkeran guh nadin leşkeran ew tenê bi bercewandiyên xwe mijûl in, leşker dimirin û berpirs jî li ser laşên wan pereyan dijmêrin. Baran tu bi Xwedî dikî min ji vir bibe ez naxwezim li vir bimînim.

Dilê Barên bi Hemrînê şewitî, wî Hemrîn ji cihê wê revandin û piştre wî malbata xwe û malbata Hemrînê agahdar kirin ku dê ew bi hev re herin welatekî din.

Herdu malbat razî bûn ku herdu herin welatekî din bi merca ku bi hev re bizewicin û Hemrîn bibe hevjîna Barên. Herdiyan bi biryara malbata xwe kirin, li wî welatî zemawenda xwe kirin û zagonên tersî hev şewitandin.

71

PISÎK Û GOŞTFIROŞ

Li orta bajêr dikaneke goştfiroşekî hebû. Navê goştfiroş Hacî bû. Wî her roj berxek ser jêdikir û goşt difrot.

Dema Hacî berx ser jêdikirin, pisîkên bajêr giş lê kom dibûn û goşt jê didizîn.

Hacî ji bo ku pisîkan ji dikana xwe bi dûr bixwe. Wî du pisîkine har anîn û li cem xwe li dukanê xwedî kirin.

Her ku wî berx ser jêdikirin. Wî her pisîkekê parçek goşt didayê. Lê pisîkek çavbirçî bû. Dema Hacî parçeya goştê wê didayê, wê diçû parçeya goştê xwe vedişart û dihat bi pisîka din re şer dikir da ku parçeya goştê wê jê bibe. Lê pisîka din pir har bû, wê pisîka çavbirçî bi nepêrçekên xwe birîn dikir û goştê xwe bi xwe dixwar. Herweha wê cihê veşartina parçeya goştê pisîka çavbirçî jî dizanî. Wê diçû parçeya wê pisîka çavbirçî jî dixwar, xwe pê têr û qelew dikir.

Pisîka çavbirçî bûbû mîna Seîdê ku ma ji herdu îdan )Seîdo ma ji herdu îdan). Ne wê parçeya goştê xwe dixwar ne jî parçeya goştê pisîka din bi destê xwe dixist.

Pisîka çavbirçî her diçû cihê veşartina parçeya goştê xwe, wê goşt nedidît û bi vî rengî pisîka çavbirçî her diçû lawaz dibû. Pisîka din jî bi xwarina herdu parçeyên goşt her diçû qelew dibû.

Ji dest qelewbûn û lawazbûnê herdu pisîk bê sûd man. Çimkî hêz di herdu pisîkan de nema da ku pisîkên din ji dukanê bi dûr xînin. Pisîka qelew ji qelewbûnê nikarî ji erdê rabûbûya. Pisîka çavbirçî jî ji ber lawazbûnê her ku ji erdê radibû ji nû ve dîsa li erdê diket.

Hacî dema tu sûd êdî ji herdu pisîkan nedît, wî çû herdu pisîk li derveyî bajêr li ber geniya bajêr berdan û vegerî dikana xwe. Li ber dikana wî pisîkekê xwe melisandibû.

Hacî ew pisîk bir dikana xwe û ba xwe xwedî kir.

Tiştê seyir di çîrokê de ku li dawiyê bêlî kir ku ew pisîka ku xwe li ber dikanê melisandibû. Ew bi herdu pisîkên din dikenî çimkî wê tim pisîka çavbirçî şîret dikir ku ew parçeya goştê xwe veşêre û here parçeya goştê pisîka din bixwe. Herweha wê jî cihê veşartina goştê pisîka çavbirçî ji pisîka din re digot.

Ango vê pisîkê herdu pisîkên din berdidan hev ji bo ku wan herdiyan bê hêz bihêle. Da ku pêwîstiya Hacî bi wan nemîne û ew wan pisîkan berde. Hîngê ewê were bi rihetî cihê wan bigire û zikê xwe bi goşt têr bike.

72

HÊVÎ

Jiyana mirov du carî tê nivîsîn carekê bi destê Xweda, carekê jî bi raman û hêviya mirov tê nivîsîn. Lewra eger mirov dixweze ku jiyana wî ya pêşerojê serkeftî be divê hêvî û ramanên wî jî serkeftî bin ji ber ku bi her hêviyekê rojeke pêşerojê tê nivîsîn.

Kurdo zarokek ji gundekî çiyê bû û wî pir ji xwendinê hez dikir lê li gundê wan dibistan tune bû. Kalê Kurdo pir ji Kurdo hez dikir, dema wî nas kir ku meraqa Kurdo li ser xwendinê pir e. Wî biryar da ku ewê Kurdo bibe bajêr da ku xwendina xwe bike.

Diya Kurdo nerazî bû ku zarokê wê yê mezin jê bi dûr keve, lê wê nikarî nerazîbûna xwe ji apê xwe Heso re diyar bikira ji ber ku eger mezinan biryarek da divê kesên din vê biryarê red nekin ji ber ku şerm e ku gotinên mezinan li erdê kevin. Diya Kurdo li ser zarokê xwe tirsiya bû, wê digot ku bajar mezin e û lawê min wê li bajêr hinda bibe. Ew bi zimanê erebî baş nizane ma wê çawa li dibistanê were pejrandin? Wê tirsa xwe li ser lawê xwe di dilê xwe de veşart, nexwest ku ji kesî re bibêje ji ber ku eger kalê Heso bibihîse ewê bi wê re şer bike.

Lawekî kalê Heso li bajêr dijîya lewma wî biryar stand ku ewê Kurdo li mala lawê xwe bihêle da ku xwendina xwe bi dawî dike. Kesên mezin baş bi jiyanê zanin ew bi vê zanînê mirovan jî baş nas dikin û dikarin bi nêrînekê re li çavên mirov nas bikin ku ew mirovekî baş, nebaş, serkeftî yan binkeftî ye.

Kalê Heso her ku li çavên Kurdo dinêrîn wî di çavên wî de pêşerojeke serkeftî di wan de ji Kurdo re didît.

Li sibeheke payîzî ji sibehên meha Îlonê diya Kurdo lawê xwe amade kir, cilên wî kirin çentekî, çente da Kurdo û ew tev kalê Heso şande bajêr.

Dema gihîştin bajêr, kalê Heso ji bazara bajêr lênûs, pênûs, çente û cilên dibistanê ji Kurdo re kirîn. Piştre çûn mala Misto lawê kalê Heso, hinekî ew li wir vehesîn û paşê kalê Heso û lawê wî Misto çûn Kurdo li dibistana ku ji mala Misto ve nêz bû tomar kirin. Li sibeha din Kurdo çû dibistanê kalê Heso jî vegerî gund.

Li roja yekê li dibistanê tevî ku Kurdo bi Erebî baş nizanî, lê wî dîsa guh da mamoste û hin tişt jê têgihîşt. Li dawiya roja yekê ji dibistanê dema ku Kurdo li benda hatina apê xwe Misto bû, wî dît ku mamosteyê wî li tirimpêleke pir nû sîwar dibe. Kurdo ta hatina apê xwe Misto wî tim di dilê xwe de hêvî dikir û digot: Eger ez mezin bibim ezê tirimpêleke wek a mamosteyê xwe bikirim.

Kurdo riya vegera mala apê xwe Misto hîn baş nizanî lewma apê wî Misto dihat ew ji dibistanê dibir da ku fêrî rê dibe.

73

Li mala apê Misto zarokên wî li ber Kurdo fêr dikirin çimkî ji ber ku zarokên wî li bajêr mezin bûbûn wan baş bi Erebî dizanîn.

Bi alîkariya wan Kurdo zû fêrî Erebî bû û di xwendina xwe de bi ser ket. Wî sala yekem bi serketin bi dawî kir û dema wî encama sala yekem ji kalê xwe Heso re bir ew pir bi Kurdo serbilind bû.

Sal pir derbas bûn Kurdo jî salên xwendinê bi serkeftin tim derbas dikirin. Dema Kurdo hilkişî zanîngehê kalê Heso mir. Kurdo pir xemgîn bû. Lê wî di xwendina zanîngehê de xwe da pêş hemû xwendekaran da ku kalê wî piştî mirinê jî xwe bi neviyê xwe vene.

Li zanîngehê Kurdo di beşê Ingilîzî de dixwend. Li zanîngehê rojekê beşê zimanê erebî şevbuhêrkek helbestî çêkirin û di wê şevbuhêrka helbestî de helbestvanekî navdar amede bûbû. Wî çend helbestên xwe di wê şevbuhêrkê de xwendin. Kurdo pir helbestên wî ecibandin, di dilê xwe de hêvî kir ku ew jî li rojekê bibe helbestvan û gel ji helbestên wî hez bikin.

Keçeke apê Misto bi navê Mîdiya hebû, erê ku Kurdo û Mîdiya di malekê de dijiyan lê tu carî wî bi evînî li Mîdiya nedinêrî. Li Havînekê Mîdiya xwe xemiland û ew tev malbata xwe hate gund. Li vê rojê dema Kurdo Mîdiya dît dilê wî îcar lêda û bû dîlê evîna Mîdiya. Ji wê rojê ve hestên xweş ji dilê Kurdo rizgar bûn û di helbestine evînî de azad bûn. Ji vê rojê de pêşroja Kurdo ya ku bi hêviyên wî hate nivisîn dest pêkir û li sala bê ew jî di şevbûhêrkeke helbestî de peşdar bû û hemû beşdar bi helbestên wî kêfxweş bûn. Kurdo dema dît hezkirina gel ji helbestên wî re pir bû, wî îcar dest bi nivîsandina pirtûkeke helbestî kir. Ev pirtûk weşand lê tevî ku çiqas hejmarek mezin jê hate çapkirin hemû hejmar hatin firotin bi qasî ku pirtûkeke xweş bû. Kurdo jî piştî serkeftina vê pirtûkê sê pirtûkine din nivîsandin ew jî pir serkeftî derketin. Bi derbasbûna demê re Kurdo bû nivîskarek navdar û navûdengê wî li her der belav bû. Wî tirimpêlek ji xwe re mîna ya mamosteyê xwe yê di sala yekê de li dibistanê kirî. Bi qasî ku Kurdo pir navdar bû li rojekê bi wî re hevdîtinek hate çêkirin, tê de ji Kurdo hate pirsîn: Çawa tu di jiyana xwe de bi serketî?

Kurdo got: Biştî Xweda ez bi alîkariya kalê xwe Heso û bi alîkariya du hêviyan ku min yek di zarokatiya xwe de hêvî kiribû, yek jî min ew di zanîngehê de hêvî kiribû bi riya van ez di jiyana xwe de bi serketim. Lewra ez ji mirovan dixwezim ku bi hêviyine baş bihizirin da ku ew di pêşeroja xwe de wan hêviyan bi rastî bi destê xwe ve wînin ji ber ku bi her hêviyekê rojeke pêşerojê tê nivîsîn.

74

ŞÊXÊ DEREWFIROŞ

Di serdemên berê de gel pir bi şêxan bawer dikir û baweriya wan jî bi şêxan dihat ji ber ku zanîna ba wan kêm bû. Lê ama di van serdemên me de ku tê de zanîn pir e û mirov baweriya xwe bi şêxan wîne ev tişek pir şerm e.

Li gunedekî mirovek belangaz bi navê Zekî hebû, her ku diçû ser karekî wî ew kar têk dibir ango rûyê wî bê xêr bû û ji ber vê êdî tu kes razî nedibû ku Zekî ba xwe bi kar wîne. Zekî bê kar ma û li mal rûnişt.

Mehek li ser mayîna Zekî li mal bê kar çû, êdî pere bi wan re neman ku xwe pê jiyan bikin lewma hevjîna Zekî bi Zekî re got: Ku jiyan bê kar nabe, ma emê çawa xwe jiyan bikin? Çawa emê zarokên xwe bizewcînin?

Zekî ji hevjîna xwe re digot: Ma ez çi bikim tu kes min li cem xwe bi kar nîne. Rojekê ji rojan dema wan li televizyonê temaşe dikirin, fîlmek li ser şêxan derket û wan lê temaşe kir. Piştî ku film bi dawî bû Zekî biryar stand ku ewê jî xwe bike şêx da ku xwe bi vî karî jiyan bike.

Wî bi jina xwe re got: Jinê min karek dît, ezê xwe bikim şêxê bext ango emê li gund belav bikin ku di xew de pêxember xwe li min bêlî kiriye û wî dest li pişta min xistiye herweha bi min re gotiye ku ji îro pê de bextên girêdayî yê keçan wê bi destê te vebibin.

Berî ku Zekî û jina wî vê derewê di nav gund de belav bikin wan keça xwe şandin gundekî din li ba meta wê. Keça wan derdora 29 salî bû eger xwezgînciyên wê dihatin ew bi keçikê razî dibûn, lê ew diçûn û venedigerîn.

Piştî ku wan keça xwe şandin ba meta wê wan di nav gund de derewa xwe belav kirin. Zekî gelabiyek spî li xwe kir, tizbiyek kire destê xwe û li orta oda mala wan pixûr vêxist. Li dor van pixûra ew rûdinişt û tizbî dikişandin. Zekî û hevjîna xwe ne tenê derewek li gund belav kirin lê herweha wan dereweke din di nav gund de belav kirin ku bextê keça wan bi destê bavê wê Zekî vebû û niha ew bi lawê meta xwe re zewicî ye.

Dema şêniyên gund bihîstin ku keça Zekî ya ku bext lê girêdayî bû zewicî, êdî wan baweriya xwe bi Zekî anîn û piraniya jinên gund keçên xwe dibirin ba Zekî da ku ji kêçên wan re bextên wan veke. Da ku carinan diyan kêçên xwe yên 14 salî jî dibirin ba Zekî û digotin bext li keça me ya 14 salî girêdayî ye ji ber ku ta niha ew nezewicî ye.

Zekî çûbû ji ber serdangeheke pakrewanekî tiberik anîbû herweha jî çend kevir ji derdora wê serdangehê kom kirinbûn, ew kevir kiribûn hindir paçekî û weke hicêban kiribûn.

Her ku keçek tev diya xwe dihat ba şêx Zekî, hevjîna Zekî pere ji wan dibir û ji wan re digot ku pêxember ji şêx Zekî re di xewê de gotiye ku pereyan ji diyên keçên tên bextê xwe cem te vedikin bibe da ku tu pê mizgeftekê li gund çêbikî û navê min ango navê Mihemed lê bikî.

75

Şêx Zekî hin tiberik di avê de diheland ew dida keçan û ji wan re digot: Vê avê vexwin da ku ew şevbesta ku di hindir we de bextê we girêdaye bi vê tiberikê bimire ji ber ku ev axa bedena pakrewanekî ye. Ev ax di bedena we de wê bibe pakrewan û şevbesta di bedena we de bikuje. Herweha wî hicêba ku ji keviran çêkiribû dida wan û ji wan re digot: Her ku xortek hate mala we vê hicêbê li bêş çavên wî re bibin û wînin hîngê ewê yekser ji keça we hez bike û were wê ji xwe re bixweze.

jin û keçan ji Zekî bawer dikirin û rast mîna şêx Zekî ji wan dixwest dikirin. Piştî mehekê nav û dengê şêx Zekî li gundên derdorê belav bû û êdî dê û keç ji wan gundan jî hatin ba wî.

Şêx Zekî da ku derweçîn li pêş xelkê dernekeve, wî xort bi pereyan dixapandin û ji wan re digot: Herin filan keçêkê ji xwe re bixwezin û eger hûn ew keça min ji we nîşan kirî ji xwe re bixwezin ezê pereyan bidim we. Ji dest kêmbûna kar xortan jî bi ya şêx Zekî dikirin da ku pereyan jê bibin.

Dema ku navê şêx Zekî li her der belav bû. Rojekê mamosteyeke perwerdê ciline jineke gundî li xwe kirin û çû ba şêx Zekî. Dema ew derbasî mala şêx Zekî bû hevjîna Zekî pere bi hiceta sazkirina mizgeftekê jê birin. Piştre ew derbasî cem şêx Zekî kir.

Mamoste derbasî cem şêx Zekî bû hîngê şêx Zekî jê re got: Meqehire ji ber ku bextê te girêdayî ye ezê bextê te ji te re vekim.

Şêx Zekî ji mamoste xwest ku ava bi tiberk vexwe lê mamosteyê got: Ez nikarim vexwim ji ber ku min rojî girtiye. Dema mamoste ava bi tiberk venexwar şêx Zekî hicêba ji kêvir da mamoste û jê re got: Vê hicêbê li pêş çavên xortan re bibe hîngê ewê yekser werin te bixwezin.

Mamoste hicêb ji şêx bir, ji mala şêx derket û çû mala xwe. Li mal wê ew hicêba vekir wî dît ku kevir tê de ye. Ew pir kenî û bi xwe re got: Ma ta vê astê mirovên nezan hene ku baweriya xwe bi keviran tînin. Bi Xweda da ku mirovên nezan hene şêxên wek Zekî wê pir bibin.

Mamoste ji nezanîna mirovan pir matmayî bû lewma wê xwest ku derewên şêx Zekî li pêş gund eşkere bike da ku zanîna kesên gund hinekî bilind bike.

Şêx Zekî jî her ku keçek û diya wê dihatin mala wî, wî li mala wan bi tekûzî dipirsî da ku piştre xortekî bişîne mala wan.

Şêx Zekî mîna her car wî xortek bi pereyan xapand û ji wî xwest ku biçe mala mamoste û wê ji xwe re bixweze.

Dema xort çû mala mamoste hevjînê mamosteyê derî ji wî re vekir ji baweriya xort ku birayê mamosteyê ye. Xort derbasî malê bû û wî ji hevjînê mamosteyê destê mamoste xwest.

Hevjînê mamoste bi pilana hevjîna xwe zanî bû lewra wî bi xort re got: Ezê bi mamoste re biaxivim, biryara wê bibim û piştre ezê xeberê ji te re bişînim.

Dema xort hatibû destê mamoste dixwest hîngê mamoste ne li mal bû lê ew çûbû gundê şêx Zekî û li şêx Zekî û malbata wî dipirsî.

76

Şêniyê gund ji mamoste re çîroka keça şêx Zekî ya ku bextgirêdayî bû ji mamoste re gotin ku çawa bavê wê bi şêxbûna xwe bextê wê vekir. Herweha jî ji wê re gotin ku niha keça şêx bi lawê meta xwe re zewicî ye.

Mamoste dema çîroka keça şêx bihîst wê xwest keça şêx bibîne lewma wê ji şêniyê gund li gundê xwîşka şêx Zekî pirsî da ku biçe keça şêx Zekî bibîne.

Mamoste çû gundê xwîşka şêx Zekî û wê li wir keça şêx Zekî dît hîngê wê ji xwîşka şêx Zekî pirsî: Ma ev keça ba te keç an bûka te ye? Bêlî ye ew pir ciwan e.

Xwîşka şêx Zekî got: Ev keça birayê min e, ew hetiye serdana min bike û piştî çend rojan ewê vegere ba malbata xwe.

Dema mamoste bihîst ku keça şêx Zekî dê vegere mal ew pir şad bû ji ber ku vegera keça şêx dê derewên şêx eşkere bike. Lewma ew bi dilekî tijîhêvî vegerî mala xwe. Li mal hevjînê wê ji wê re çîroka hatina xort vegot.

Piştî çend roj derbas bûn keça şêx Zekî vegerî ba malbata xwe. Li roja vegera keça şêx mamoste jî hate gund û li pêş şêniyê gund giş got: Keça şêx bi lawê meta xwe re nezewicî ye lê ew çûbû serdana meta xwe bike û niha jî ew vegerî. Ey jinino bizanibin ku qet bextê keçan nayê girêdan, bextê keçan bi destê Xweda ye û ne bi destê şêxan e. Eger şêx Zekî bi rastî şêxê bextan bûya dê bila li destpêkê bextê keça xwe vekira.

Dema mamoste diaxivî hin jinan gotinên wê qut dikirin û pişta şêx digirtin. Wan digotin ku şêx bi rastî bext li keçên me vekir û keçên me zewicîn.

Mamoste li wan vegerand û got: Ji ber ku nezanîna we şêx xwe re bi we dikenî. Ma qet we ew hicêbên ku şêx didan we venekirin? Ma hûn dizanin çi di wan hicêban de ye. Di wan de tenê kevirek heye. Ma kevirek ku tê de giyan tune ye ma ewê çawa bextan veke.

Ma hûn dizanin ku çawa keçên we zewicîn? Keçên we zewicîn ji ber ku şêx bi pereyan hin xort dixapandin da ku werin keçên we bixwezin.

Dema nav û dengê şêx belav bû. Min xwest ku ez rastî û derewiya şêx ji hev derînim lewma ez jî bi ciline gundî derbasî cem şêx bûm. Hîngê wî ji min re got: Ezê ji te re bextê te vekim.

Ma ger bi rastî ew şêx bûya diviya li ba wî bihata xuyakirin ku ez zewicî me. Mebesta hatina min jî ba şêx ew bû ku ez derewên şêx eşkere bikim da ku şêxên mîna wî di civakê de pir nebin.

Dema ez li cem şêx bûm wî li mala min pirsî. Min jî hîngê cihê mala xwe bi tamamî bi wî re vegot. Piştî rojekê şêx xortek şand mala min da ku min bixweze. Ji baweriya wî xort jî ku ez hîn keç im û kesê derî ji wî re vekirî ew birayê min e ne hevjînê min e lewra wî ez ji hevjînê min xwestim.

Hey jinino ne her ku temenê keçên we bi ser bîstan ket û nezewicîn ev tê wateya ku bext li wan hatiye girêdan û divê tu keça xwe bibî ba şêxan. Her keçek bi bextekî ye û carinan hin keç dereng nesîbê wan tê. Ev jî wateyine cuda dide xuyakirin.

77

Dibe ku nesîbê wê dereng hat ji ber ku ew keça xizmeta dê û bavê xwe dike lewra da ku bêwîstiya dê û bavê wê bi wê nemîne Xweda nesîbê wê jê re dişîne. Dibe jî ku ew keça pir pîroz be ba Xweda lewra Xweda tu xort li dinê laqî wê nedîtîn lewma ew bê zewcandin hîşt. Dibe ku yê bibe nesîbê wê hîn rewşa wî ne yê zewcandinê ye lewma piştî ku rewşa wî baş bibe Xweda wî ji keçê re dişîne. Gelo keç pîroz in ba Xweda, hûn jî bi nezanînê pîroziya keçan bi çûndina ba şêxan dişewtînin çimkî her şêxek derwan diçine û wan derewan di hişê gelê nezan de diçîne.

KALEK, KEÇEK Û XORTEK HEBÛN

Hebûna mezinan di malan de pîroz e ji ber ku ew hemiyan şîret dikin, hemiyan bi jiyanê didin nasîn ji ber ku wan têr ji jiyanê wane girtine û bi riya van waneyan ew ji biçûkan re bûne şîretvan.

Narîn çar salî bû dema dê û bavê wê mirin. Li gundê Narînê zeviyek hebû axa wî zeviyî hertim şil bû mîna mîlê. Ew ax ger mirov an tiştek di ser re biçûya wê axê mirov an tişt dikişande nav xwe û ew mirov an tişt di nav xwe de difetisand. Zeviyê mala bavê Narînê jî nêzî wî zeviyî bû.

Li rojekê dema dê û bavê wê bi direktorê diçûn nav zeviyê xwe, firênê direktorê filitîn û yekser ber jêrî çû. Li jêrî zeiyê wan zeviyê axşil bû, direktor li darekê ket û bav û diya Narînê ji ser direktorê pekîn nav axaşil. Malbatek li nêz wir zeytûn berhev dikirin, ew berve wan beziyan lê wan nikarîn nêz wan bibana ji ber ku axê hêdî ew dixistin nav xwe û tenê serê wan li derve mabû. Bi vî awayî dê û bavê Narînê mirin û ji malbata Narînê tenê kalê wê ma. Kalê Naso Narîn bir li cem xwe xwedî kir. Narîn mezin bû û temenê wê bû 15 salî.

Kalê Naso temen 81 salî bû, ew di jiyana xwe de di pir wane û ezmûnan re derbas bûbû lewra gund ew wek şîretvan ji xwe re didîtin. Li gund berî ku kesekî dest bi tiştekî bikira wî dihat şîreta kalê Naso dibir.

Cano xortek 18 salî bû û ew roj bi roj dihate mala kalê Naso. Kalê Naso pir şîret û wane li ber Cano fêr dikirin lê hişê Cano ne li şîretên kalê bû belê hişê wî hertim li ba Narînê bû. Wî çavên xwe di Narînê de zer kiribûn û dilê xwe bi hezkirina Narînê av dida.

Ji baweriya kalê ku hatina Cano ba wî ji bo ku şîretan ji wî bigire lewra wî hertim di civatan de wiha digot: Ji xortên gund Cano serekê xortan e ji ber ku ew her roj tê ba min li mala min û şîretan ji min digire.

Bi qasî ku kalê Naso pesina Cano dida xortên gund ên din ji Cano dihesidîn lewra xortên gund gişkan xwe kirin yek û biryar dan ku ewê giş sibe tev Cano herin mala kalê Heso.

Li roja din hemû xort tev Cano çûn mala kalê Heso û wek her car kalê Heso şîret dan hîngê hişê hemû xortan li ba kalê Naso bûn lê dema Narîn derbasî hindir bû û sêniya çayê di dest wê de bû hişê hemû xortan ji cem kalê Naso çûn ba Narîna bedew. Bi dîtina Narînê re hemû xortan ji civîna kalê Naso hez kirin.

78

Îcar li her roj xort hemû diçûn mala kalê Naso lê dîsa kalê Naso tenê pesina Cano dida. Xort ji pesindayîna Cano ji aliyê kalê Naso ve dîsa kelejan bûn. Wan ji kalê Naso pirsîn: Ma îcar çima dîsa tu tenê pesina Cano didî? Ma ne em jî her roj têne ba te guhdarî şîretên te dikin? Ma çima tu dîsa pesina Cano tenê didî?

Kalê Naso: Ez pesina Cano tenê didim ji ber ku eger hûn ji wî nehesidîna we nedihat guhdarî şîretên min nedikir lewra ez dîsa tenê pesina wî didim.

Dema xortan ev gotina ji kalê Naso bihîstin wan gişkan bi hev re ji kalê re gotin: WELE KALO EGER NE JI NARÎNÊ BAYA TE QET CANO LI MALA XWE NEDIDÎT, ÇAVÊN CANO NE LI ŞÎRETÊN TE NE, LÊ ÇAVÊN CANO LI NARÎNA TE YE.

Dê here dîsa tim pesina wî bide kalê Naso.

Dema kalê Naso gotina xortan bihîst wî ji Cano pirsî: Ma gotina xortan rast e?

Cano got: Li min biborîne kalo ez naxwezim derewan li te bikim lê ya rast ku ez ji bo Narînê dihatim ne ji bo şîretên te. Erê ez ba te rûdiniştim lê min tu tişt ji şîretên te hîn nekirin ji ber ku hişê min tim li benda derbasbûna Narînê li odê bû. Dema ku wê li ser tepisiya reng xalîkî çaya sor tanî çavên min li Narînê diketin û bi dîtina wê min şîretên te giş ji bîr dikirin.

Hêrsa kalê Heso rabû wî nehîşt ku Cano gotina xwe berdewam bike lewma wî Cano ji mala xwe qewitand û jê re got: Siktirke ey bêsinco ji vê malê û tu carî lê vemeger eger careke din ez te li ber vê malê bibînim ezê lingên te qut bikim.

Ji wê rojê de jî kalê Heso hatina xortan li mala xwe qedexe kir û nema şîret li mala xwe dan wan.

79

KER Û MAR

Ger hiş bihata firotin wê pir kes baqil bibana. Lê hiş natê firotin lewma pir kes bûne ker.

Li ber zeviyekî gênim ku lê genim êdî bûbû firîk, cotarekî kerê xwe bi kevirekî ve girêda û çû li bin dara tiwê ya nêz zevî hinekî xew bike. Li bin kevirê ku ker pê ve hatibû girêdan marekî gulika xwe çêkiribû û tê de xew kiribû. Bi livandina kêvir re mar payî bû.

Mar ji qulika xwe derket û ker ji mar veciniqî. Mar ji kerê re got: Ji min metirse, ez marek hişmend im û ez qet bi kesî nagirim.

Bi gotina mar re hinekî hêrsa tirsa kerê hêmin bû. Mar ji kerê pirsî: Ma tu li vir çi dikî? Ma kê te li vir girêdaye?

Ker got: Cotkar ez li vir girêdame û çû li bin dara tiwê xew bike.

Mar kenî û got: Kero bi rastî qet hişê te tune ye, ma çawa tu piştî ewqas kar ji mirovan re dikî tu dihêlî ku mirov te girêdin? Bi rastî qet hişê te tune ye.

Ker zirî bi zirandinê xwest bersiva mar bide, lê mar zirandina kerê qut kir û got mezire ma kî ji zirandina keran têdigihê, zirandinê bisekinîne û piştre bersivê bide.

Kerê zirîn rawestand û got: Ma çi bi destê min tê der?

Mar got: Rast e. Ma çi bi destê bêhişan dertê? Matirse ezê te ji girêdanê rizgar bikim û ezê te berdim nav vî zeviyê gênim da ku tu xwe têr bikî, lê du mercên min hene da ku ez te rizgar bikim. Marca yekê divê tu bi malbata xwe keran re bibêjî ku divê ew nêzî qulikên maran nebin da ku xewê li maran xirab nekin û merca duyem jî divê ez li ser pişta te lênim da ku tu têr dixwî.

Ker yekser razî bû ji ber ku çavên wî li zeviyê gênim bû. Mar ker berda û li ser pişta wî sîwar bû.

Ker yekser bezî nav zeviyê gênim û genim xwar. Piştî ku ker xwe têr kir. Cotkar ji xew şiyar bû. Wî dît ku kerê wî di nav zeviyê gênim de ye û gênim dixwe.

Mar jî dema dît ku cotkar ji xew rabûye û berve kerê tê, ew ji ser kerê daket û bi lez çû qulika xwe. Cotkar hat bi hefsarê kerê girt û bi çovekî qaling bi ser kerê ket û lêxist.

Mar di qulika xwe de li kerê dinêrî û dikenî. Wî bangî kerê dikir û digot: Ta ku bêhiş hene emê tim ji xwe re kêf bikin û ewê tim li ortan kotekan bixwin.

Cotkar li nav zeviyê gênim li kerê dixist hîngê xwediyê zevî ew dîtin û hate cem cotkar. Wî bi cotkar re şer kir, nirxa xwarina kerê ji genim ji cotkar bir û cotkar tev kerê wî ji nav zevî derxist.

Dema xwediyê zevî ker û cotkar ji nav zevî derxistin wî got: Ta ku cotkar kerên xwe berdayî bihêlin ewê pir zirarê bibîne çimkî bêhiş nabe werin berdan û eger ew werin berdan ewê ne tenê gênim bixwin lê ewê dinê jî tev bixwin û qul bikin.

80

Heman çîrok jî di civaka me de heye. Kesên mîna maran di civakê de pir in herweha jî kesên mîna keran jî pir in û da ku kesên mîna maran di civakê de hene ewê hertim li ser pişta kesên mîna keran lênin. Ewê bi hişê keran bilîzin wan keran ji warê xwe

bidûr xînin û wan berdin nav welatekî bi ewle da ku bi wan mirovên ker xirab bikin pir welatan.

81

BERDANA VEŞARTÎ

Ji bênamûsan ve ku mirov giş bênamûs in û ji xwedînamûsan ve ku mirov giş bi namûs in.

Pir baş e eger ku malbat li keç û xortan nêrînên xwe feriz nekin û herî baş e jî ku bihêlin keç û xort bi tena xwe jiyana xwe bi rê ve bibin.

Malbata Reşîd li lawê xwe Reşîd feriz kirin ku bi keçekê re ku bi hilbijartina wan hatiye neqandine bizewice. Ji ber ku şerm e jî ku keç û xort li ser biryara malbata xwe bibêjin na, Reşîd neçar bû ku bi wê keçê razî bibe û bi wê re bizewice.

Keçika ku malbata Reşîd ji Reşîd re hilbijartibûn, ew bi temenê xwe biçûk bû û navê wê Ferîde bû. Ferîdê ji xortekî din hez dikir ew xort jî Ereb bû.

Dema xwediyên Ferîdê bihîstin ku keça wan ji xortekî Ereb hez dike. Wan li keça xwe ferz kir ku bi Reşîd re bizewice. Ferîde û Reşîd bi zorbûna malbata wan ew bi hev re destgirtî bûn û piştî demekê ew zewicîn.

Xortê Ereb ê bi navê Casêm dema bihîst ku Ferîde zewicî ye ew pir kelajan bû. Wî xwest ku tola xwe ji Ferîdê û malbata wê bistîne ji ber ku ew bi wî razî nebûn û Ferîde dan xortekî Kurd.

Casêm li hevjînê Ferîdê pirsî û xwe bi wî re kire heval. Li aliyekî din jî wî hertim li telefona Ferîdê lêdida lê Ferîdê telefon ji wî re venedikir.

Dema Ferîdê telefon ji Casêm re venedikir. Casêm her çû dîn bû û kîna wî li Ferîdê zêde bû. Ji ber vê jî wî çû hin wêneyên Ferîdê ji rûpela wê ya Fêcbokê birin, ew bi rengekî pîs kirin û ji Ferîdê re şandin.

Dema wêne gihîştin Ferîdê, ew dîn bû nizanî ku çibike. Casêm bi riya van wêneyan Ferîde neçar kir ku dîsa bi wî re têkildar bibe.

Li rojekê Reşîd bi zû vegerî mal. Dema gihîşt mal ji dengê televizyonê Ferîdê dengê vekirina derî nebihîst. Wê hîngê bi Casêm re diaxivî. Reşîd dema bihîst ku jina wî bi telefonê diaxive û dibêje ez jî ji te hez dikim.

Ew mîna dînan bû. Wî yekser telefon ji ser guhê Ferîdê rakir û da ber guhê xwe, dema wî dengê xortekî bihîst ew her çû dîn bû wî dengê Casêm nas kir û xeber bi wî re gotin.

Piştre wî telefon girt. Bêyî ku guhdarî Ferîdê bike wî Ferîde berda û şande mala bavê wê.

Ferîde çû mala bavê xwe. Reşîd jî çû ba Casêm, lê wî Casêm li mal nedît. Casêm ji diya xwe re gotibû eger Reşîd hat li min pirsî tu ji wî re bibêje ku Casêm çûye welatekî din.

Ferîde çû mala bavê xwe. Dema dê û bavê wê ji wê pirsîn: Tu çima bi tena xwe hatiyî? Çima hevjînê te te nigihand mala me?

82

Ferîdê ji dê û bavê xwe re got: Reşîd karekî wî li welatekî din çêbû lewma ew çû wî welatî û ez jî bi tena xwe li mal mam lwema min got ez werim ba we baştir e ku bi tena xwe li mal bimînim.

Casêm jî wî xwe di mala xwe de veşartibû lê wî hevalekî xwe tembî kiribû ku ji wî re Reşîd û Ferîdê bipê. Dema hevalê Casêm ji wî re got: Ferîde çûye mala bavê xwe. Casêm kêf kir lê dîsa kîna wî li Ferîdê kêm nebû lewma wî wêneyên Ferîdê îcar ji Reşîd re şandin.

Reşîd ji dîtina wêneyan re serê xwe li dîwêr dixist û Ferîde nalet dikir.

Ferîdê jî çiqas ji Reşîd re telefon lê dida da ku ji wî re çîroka wê bi Casêm re şirove bike lê Reşîd telefon ji wê re venedikir.

Mehek li ser berdana Ferîdê re derbas bû lê hîn Ferîdê xwediyên xwe bi berdana xwe agahdar nekiribûn.

Dema Ferîde li mala bavê xwe bû rojekê hiş ji serê wê çû û ew bi bîr ve çû. Xwediyên Ferîdê bijîşk ji Ferîdê re anîn. Bijîşk jî ji wan re got: Keça we Ferîde ducanî ye.

Giş şad bûn tenê Ferîde şad nebû. Ew li çarekê geriya da ku zarokê wê bê bav nemîne û ew nebe zarokê diyeke ku navê wê derketiye. Lewma li roja din ew bi hiceta ku here mala xwe saxî bike, ew çû mala xwe û Reşîd.

Wê bi kilîta bi wê re derî vekir û derbasî malê bû. Ew li benda hatina Reşîd ma û piştî du katjimêran Reşîd hate mal. Dema wî Ferîde dît wî bi destê Ferîdê girt û li pey xwe xişand da ku ji mal derxîne.

Lê Ferîdê destê xwe ji nav destên wî kişand û got: Min berde ez ducanî me.

Reşîd di cihê xwe de bû mîna pûtekî tenê çav di serê wî de dilivîn. Careke din Ferîdê jê re got: Ez ducanî me. Hîngê Reşîd êdî ji cihê xwe livî û ji Ferîdê re got: Ma ez çi bikim ger tu ducanî yî? Ma ez çi zanim ger ku ez bavê wî me yan na? Ma çi bihaneya te ye ku ez bavê wî me?

Ferîdê ji Reşîd re bi Xweda sond xwar ku ew bavê zarokê wê ye û herweha jî çîroka Casêm bi Reşîd re bi tamamî vegot.

Wê ji Reşîd re got: Ez neçar bûm ku bi wî re biaxivim da ku ez wêneyên xwe ji wî bistînim lê bi Xweda ji bilî axaftina bi riya telefonê tu tişt di nav min û wî de tune bû. Ez zanim min şaşîtiyeke mezin kir dema min te bi vê çîrokê agahdar nekir lê ez ji reftara te li ser vê çîrokê tirsiyam û ji bo vê min newêrî ku ez çîrokê ji te re bibêjim.

Reşîd hinekî bi axaftina Ferîdê bawer bû. Wî ji Ferîdê re got: Ez bi axaftina te hinekî bawer bûm lê ez nikarim dîsa te vegerînim ji ber ku êdî dilê min ji te sar û giran bû ye.

Ferîdê got: Reşîd min hîn xwediyên xwe agahdar nekirine ku te ez berdame ango tenê ez û tu bi çîroka berdana me dizanin. Min ji xwediyên xwe re tenê gotiye ku tu çûyî welatekî din lewma tu li min napirsî.

83

Reşîd got: Ferîde ez nexwezim ku diya zarokê xwe bicerisînim da ku zarokê min di pêşrojê de loman ji min neke. Lewma ezê rast herim welatekî din û li wî welatî bizewicim. Eger te jî bihîst ku ez zewicî me, tuyê hîngê berdana xwe bixwezî û bi vî awayî kes loman ji te nakin ewê ji min bikin. Ango di pêşerojê de zarokê me ewê di nav civakê de bi diya xwe fey neke lê ewê serbilind be. Ama Casêm tu wî li min bihêle ezê wêne û mafê te ji wî bistînim. Niha tu vegere mal bila kes bi berdana me nizanibe û her çend rojan ezê telefona te bikim ta ku xwediyên te bi tu tiştî hîs nekin.

Ferîdê Reşîd spas kir û bi şabûneke mezin vegerî mal ji ber ku navê carisandinê ji wê bi dûrket.

Reşîd li Casêm geriya û wî ew bi cih kir. Telefona wî ji wî bir û ew têr kutek kir. Piştre çû welatekî din û li wir zewicî.

Dema agahiya zewcandina wî jî gihîşt Ferîdê wê berdana xwe ji Reşîd xwest û xwe ji wî berda. Ango Ferîdê piştî berdaneke bi dizî îcar bi eşkere xwe berda. Wê zarokê xwe bi tena xwe xwedî kir, lê Reşîd her mehekê pere ji wan re dişandin da ku pê xwe xwedî bikin. Zarok jî bi demê re mezin bû û bi diya xwe serbilind bû.

84

RÊVEBERÊ DIZ

Kes ji xwe dest pê dike, civak ji kes dest pê dike û welat ji civakê dest pê dike. Her tişt vedigere kes û her kes dibêje ez û ne tu kes.

Ne her kesekî got ez û ne tu kes divê em jî li pey wî bibêjin tu û ne tu kes. Ne her kesek bû rêveber divê em wî herbijî bikin û wî bi can û xwîn bidin. Rêveber jî kes e mîna her kes e. Ne her rêveber rêveber e. Rêveberin hene rastgo û rastkar in û rêvebrin jî hene diz û derewfiroş in.

Li welatê rojê zarokên şevê(diz) bûbûne rêveber, wan li rojê bi cilên pak li civatan derewan difrotin gel û bi êvaran jî ji gel didizîn her tişt. Didizîn pere, mal, milik, cih û warê miletan. Wan ji gel re digotin: Bikujin derewkeran û destê zarokên şevê qut bikin.

Lê dema êvar hildihat rêveber bi xwe derdiketin diziyê û eger gel raste wan bihata wan ji gel re digotin: Em li êvaran derdikevin da ku bişopînin rewşa gel û biparêzin jiyana gel. Lê eger gel raste wan nehata wan bi hev re digotin: Em diz in diziya welatan dikin, em welatekî didizin û yekî difiroşin. Eger welat jî ba me nemînin em hîngê dikirin û difroşin gel û miletan.

Gelê rojê bi qasî ku pir tam bû wan bi temamî ji rêveberan bawer kiribûn. Wan rêveber hertim herbijî dikirin, bi serê wan sond dixwarin û jiyana xwe dikirin qurbana wan rêveberan.

Roja ku li ser vî welatî hildihat tehmûl nekir ku karên van rêveberan bibîne û bêdeng bimîne. Lewma wê ji êvarê xwest ku ew demên xwe biguhêrin, ango roj bibe êvar û êvar jî bibe roj.

Herdiyan peymana xwe saz kirin piştre êvar hilat. Li êvarê rêveber mîna hercar ji koşkên xwe derketin da ku karê xwe yê diziyê bikin û dema ku wan beriyên xwe ji firotina welatan tijî kirin roj hate şûn êvarê.

Gel bi lez ji xew rabû ji baweriya wan ku sibe hilat. Lê ne wisa bû hîngê dem ne dema sibehê bû lê ew dema êvar bû tenê roj hatibû cihê êvarê. Gel ji malan derket wan dît ku li her kolanekê rêveberek diziyê dike û beriyên xwe tijî pere dike.

Gel berve rêveberan çû rêveber jî ji gel reviyan û bezîn. Her ku ew dibezîn pere ji beriyên wan diweşîn, her ku pere ji beriya wan diweşîn wan derketina rojê nalet dikirin ji ber ku wê ew eşkere kirin û karê diziyê li wan xirab kir.

Ji wê rojê de jî gelê welatê rojê hîs kir ku rêveberên wan zarokên şevê ne ne zarokên rojê ne lewma wan rêveberên xwe qewitandin û îcar ji dest xapandina rêveberên mirov wan baweriya xwe bi rêveberên mirov qut kirin. Jji wê rojê de wan roj kire rêveberê xwe û nav li xwe kirin zarokên rojê.

85

BÛKA MAL LI GUND

Pir xort ji zarokatiya xwe de hêvî dikin ku zû mezin bibin da ku zemawenda xwe bi keçeke ciwan re bikin, lê dema ew mezin dibin û zemawenda xwe dikin ew roja zemawenda xwe nalet dikin. Ne hertim zemawend mîna qefesa zêrîn e lê carinan ew zîndana tarî ye.

Zeko jî yek ji xortên ku bi navê zemawendê hatibû xapandin bû. Wî zemawend ne wek mîna ku pê dihizirî ku qefesa zêrîn e dît lewma wî hertim roja zemawenda xwe nalet dikir. Tim bi heval û cîranên xwe re digot: Xwezî min korek bibira û min keça gundê xwe nebire. Xwezî min kotek bibira û min keça gundê xwe nebira. Xwezî min kerek bibira û min keça gundê xwe nebira. Xwezî min lalek bibira û min keça gundê xwe nebira. Xwezî min keçek ji welatê ku li pişt heft çiyan bibira û keça gundê xwe nebira.

Dost û hevalên Zeko her ku gotinên wî dibihîstin wan ji Zako re digotin: Ma ne te di zarokatiya xwe de digot: Xwezî ez zû mezin bibim da ku ez zemawenda xwe bi lez bikim û keçeke rind ji xwe re bibim. Ma ger ev xweziya te bû niha ev xweziyên te yên din ji bû çi ne?

Zeko: Dost û hevalino ger hûn li şûna min bana û heman jiyana min bijîna weyê hîngê bizanibûya ku ev xweziyên min ji çi re ne. Ez dixwezim ku min korek bibira da her ku min xwe rind çêkir. Ew rindibûna min nebîne da ku ji min nepirse tu di kû de diçî? Tu ji bo kê xwe rind çêdikî? Çima tu xwe ji min re rind çênakî û ji derketina li derveyî malê re xwe rind çêdikî?

Ez dixwezim ku min kotek bibira da ku ew hertim li mala xwe rûnişta. Ango negerok bûya da ku li nav malan ez lê negerîma.

Ez dixwezim ku min kerek bibira da ku her min gotinek jê re kir ew heft rengan ji gotina min re nebîne. Ez dixwezim ku min kerek bibira da ku guhê xwe hertim ne li ser telefona min be her ku wê lêda ew ji min nepirse kî ye? Çima lêdide û ji bo çi numreya te ba wan heye?

Ez dixwezim ku min lalek bibira da ku her min gotinek ji wê re got. Ew gotina min bi gotineke sert li min venegerîne û serê min bi gotinên vala nêşîne.

Ez dixwezim ku min keça welatê li pişt heft çiyan bibira û keça gundê xwe nebira. Da ku ew her salê carekê here ba xwediyên xwe yan jî qet li salekê nere.

Hey gelê dost û hevalino birina keça gund serêşandin pir tê de heye. Her ku tu vedigerî mala xwe tu wê li mal nabînî, tuyê hertim wê li mala bavê wê bibînî û bi zorê wê ji wir wînî. Herku mala bavê wê şîvekê bikin an tiştekî li mala xwe zêde bikin, ewê jî were ji te heman şîvê û heman tiştî bixweze. Her ku tu vegerî mal tuyê bibînî ku wê karê mala xwe hîştiye û çûye karê mala bavê xwe bike. Herku tu werî

86

mal tuyê bibînî ku diya te li şûn hevjîna te karê malê dike. Her ku tu li mal bî û dixwezî fehesî ewê dest bi çîroka mala bavê xwe bike ku mala bavê min îro hana kirin, duh wisa kirin û dê siba jî wilo bikin. Ew jiyana te giş bi mala bavê xwe ve girê dide û mala te dike heman wêne ji mala bavê xwe.

Ma hevalino hîn hûn ji min dipirsin çima ez roja zemawenda xwe nalet dikim. Ma hûn ji van derdan bêtir hîn çi dixwezin ku ez ji we re bibêjim?

87

DOSTÊN HEV BÛN

Dostaniya hin kesan carinan nirxa mirov bilind dike carinan jî nirxa mirov kêm dike. Ango dostaniya bêhişan mirov bênirx dike û dostaniya hişmendan nirxa mirov bilind dike. Ango mîna penda ku dibêjeye (Ji min re bibêje kî dostên te ne ezê ji te re bibêjim tu kî yî).

Ev penda jî bi tamamî li ser Giran û Sivik hatiye gotine. Ev herdu xort li dibistana navîn bi hev re dixwendin. Giran mîna navê xwe giran û zîrek bû. Herweha Sivik jî mîna navê xwe sivik û tembel bû, lê ew pir hesûd bû. Giran pir ber Sivik diket dema ku mamosteyan ew li pêş xwendekaran rezîl dikirin, lewra wî xwest ku xwe bi Sivik re bike heval û asta wî di xwendinê de mîna asta xwe bilind bike. Lê Sivik ne mîna Giran dilpak bû. Wî her ku mamosteyan pesina Giran li pêş xwendekaran dida, ew ji Giran dihesidî û wî kîn ji Giran dikişand.

Dema ku ezmûn nêz bûn Giran bi Sivik re xwe kire heval û li ber wî wane fêr kirin. Da ku asta Sivik li nêzî asta xwe kir. Lê Sivik hîn ji Giran dihesidî lewma wî pilaneke pîs bi dizî ji Giran re dihûnand.

Li roja berî ezmûnan Sivik ji Giran re got: Ez dixwezim ku te spas bikim ji ber ku te asta min di xwendinê de guhart, lewra ez dixwezim ku tu îro werî mala min da ku diya min ji te re xwarineke xweş bike û di heman demê de emê bi hev re bixwînin.

Giran nexwest vexwendina Sivik red bike, lewra wî vexandina Sivik qebul kir.

Mala herdiyan ji hev nêz bû tenê di nav herdu malan de pênc xulek hebûn. Giran rêdana xwediyê xwe bir û tev Sivik çû mala wî.

Diya Sivik ji wan re xwarineke xweş amade kiribû. Bi hiceta amadekirina xwerinê Sivik çû pêjxaneyê û wî du hebên xewê kirine nav xwarina ku dê li pêş Giran were danîn.

Sivik sivira xwarinê amade kir û wî tev Giran bi tenê nan xwerin. Piştî xwerina nên Giran bi serê xwe girt. Sivik nas kir ku dê derman dest bi karê xwe bike, lewma wî ji Giran re got: Eger serê te dêşe tu dikarî herî mal. Ezê bi tena xwe bixwînim.

Giran Sivik spas kir û çû mala xwe. Di rê de mîna serxweşan dimeşî. Dema li derî xist û diya wî derî vekir. Ew di nav hembêza diya xwe de ket. Diya wî lawê xwe bire nav nivîna wî.

Wê telefona hevjînê xwe kir û jê re got: Bijîşkekî bi xwe re wîne û were mal çimkî Giran nexweş e.

Bavê Giran û bijîşk hatin mal. Bijîşk dema Giran fehis kir. Wî nas kir ku Giran xew kiriye û tu tişt bi serê wî nehatiye.

Li roja din ezmûnan dest pê kir, li roja yekê jî ji ezmûnan du ezmûnên girîng hebûn û eger yek ji xwendekaran wan du ezmûnan nenivisînin ew têk diçin.

Diya Giran li sibehê çiqas hewil da ku Giran ji xew şiyar bike da ku bişîne ezmûnan lê Giran ranebû. Çiqas diya wî av li rûyê wî kir lê dîsa ew ranebû, lewra wan dîsa bijîşk anîn ser Giran.

88

Bijîşk ji wan re diyar kir îcar ku Giran hebên xewê vexwarine, lewra ew şiyar nabe. Diya Giran li ber serê lawê xwe wek ku çawa mirî be wê didagirî ji ber ku ezmûn ji destê lawê wê çûn û dê ew îsal têk biçe.

Li roja dudiyê ji ezmûnan Giran ji xew şiyar bû. Dema wî diya xwe li ber serê xwe dît ku didagirî. Ew ji nav nivîna xwe bi lez rabû. Diya xwe hembêz kir û jê re got: Dayê çi çêbûye? Dayê çima tu didagirî?

Diya Giran got: Ax lawê min çima te wisa kir? Çima te xwe ji hevalên xwe qetand? Ma çima te berî roja ezmûnan dermanê xewê vexwar? Hey ezmûn ji destê te çûn û dê tu îsal têk biçî.

Giran li vir gotinên diya xwe bihîstin, ew yekser ji mal derket û li sibeha zû çû deriyê mala Sivik xist.

Diya Giran ew jî bi lez li pey lawê xwe ket. Dema diya Sivik derî vekir. Giran bê rêdana wê derbasî mala wan bû, çû oda Sivik bi stiwê wî girt û jê re got: Ma çima te li min wisa kir? Ma min çi bi te kiribû? Ma bi vî rengî te mafê keda min di ber te da? Ma ta vê astê tu mîna navê xwe pir sivik î?

Sivik qet bi gotinên Giran nêşî lê belê ew pir kenî.

Herdu diyan jî li zarokên xwe temaşe dikirin da ku çîroka wan nas bikin.

Sivik ji Giran re got: Dostaniya te di dest pêkê de bi min re şaş bû. Ma tu carî te dîtiye ku tiştekî sivik û giran di ser destên mîzên bi qasî hev dibin. Helbet dê tiştê giran li bin bimîne û tiştê sivik bi ser bikeve. Ez û tu jî wisa ne ezê dê di dibistanê de îsal bi ser kevim û tu jî dê bin kevî. Carekê tu jî têkeve şûna min da ku tu zanibî ku xwendakarê ku li pêş hevalên xwe rezîl dibe ku çawa bi kêmasiya xwe li pêş hevalên xwe hîs dike. Divê tu îcar min spas bikî ji ber ku min fêrî te kir ku çawa di rojên bê de tu dostan hilbêjêrînî û nekevî şaşîtiya hilbijartina dostan.

Diya Giran bi gotinên Sivik pir bi hêrs bû lewma wê hat sîlek li Sivik xist û jê re got: Bi rastî dostaniya te lawê min jî sivik kir. Xweda dostên mîna te li dinê nehêle.

Wê bi destê lawê xwe girt û ji mala Sivik derketin.

Diya Sivik jî qet bi peyvekê li ser vê bûyerê neaxivî, lê wê derî li ser Sivik girt û nehîşt ku ew here ezmûnan.

Bi vî awayî herdu dost bi astê hev bûn, ango herdu îsal têk çûn û dê li sala bê jî dîsa bi hev re bin. Lê li sala bê jî dê Sivik çi bi serê Giran dîsa wîne Xweda tenê vê zane.

89

XWENDINA PIYALA QEHWÊ

Sedsala 21ê sedsala dîtina tiştên seyr e. Sedsala guhartina baweriyan e. Ev sedsal ba dewlet û civakên paşdemî sedsala firotina hiş û zanînê ye. Sedsala kirîna nezanîn û bêhişbûnê ye. Tiştên ku li sedsalên berê neqewimîbûn di vê sedsalê de ew li ba civakên paşdemî qewimîn.

Civakên paşdemî Xweda ji bîr kirin. Li şûn Xweda wan tiştine din ji xwe re afirandin, ji xwe re ew wek Xweda dîtin û baweriya xwe pê anîn. Keç û jinên van civakan jî xwendina pirtûkan avêtin ser daran û li şûn pirtûkan wan dest bi xwendina piyalên qehwê kirin.

Jinên ku dixwestin razên hevjînên xwe nas bikin ew diçûn ba jinên ku xwedina piyala qehwê dikirin da ku bi xwendina piyala qehwê ew razên hevjînên xwe zanibin. Kêçên ku dixwestin çaranûsa xwe nas bikin ew diçûn ba jinên ku xwedina piyala qehwê dikin. Xortên ku li ber miraz ew diçûn ba jinên ku xwedina piyala qehwê dikin da ku bi riya xwendina piyala qehwê nas bikin kîjan keça dê bibe bextê wan. Herweha keçên ku razên xwe li ser diyên xwe vedişartin. Diyên wan ew dibirin ba jinên ku piyala qehwê dixwendin, da ku razên keçên xwe nas bikin. Tiştekî herî şerm e ku mirov li şûn ku berê xwe bide Xweda ew berê xwe dide piyaleke qehwê. Pir şerm e jî ku mirov bala xwe dide ser piyalekê ku bi qehwê reş bûye li şûn pirtûkan.

Xeco diya du keçan bû. Diya Rohêv û Roşînê bû. Roşîn ji Rohêvê bi du salan mezintir bû. Herdu keç li ber miraz bûn. Wan razên xwe bi hev re digotin, lê bi diya xwe re nedigotin. Diya wan pir dixwest ku razên keçên xwe nas bike. Bi taybet jî wê dixwest zanibe ku çima keçên wê bi xortên ku tên wan dixwezin razî nabin.

Rohêv û Roşîn ne xwende bûn. Çimkî dema ew gihîştin xwendina navîn bavê wan ew ji dibistanê derxistin da ku wan bizewicîne. Lê çar sal li ser derxistina wan ji dibistanê re derbas bûn û ew hîn li mala bavê xwe bûn. Li rojekê diya wan ji herdiyan xwest ku xwe amade bikin ji bo ku ew dê herin serdanekê bikin.

Hersê bi hev re ji mal derketin û dema ew gihîştin ba deriyekî reş. Diya wan li wî derî xist û derbasî wê malê bûn.

Li wê malê pir keç û jin kom bûbûn û di destê her yekê ji wan de piyaleke qehwê ku di nav destên wan de qulbandî bû hebû. Li ser wê piyala qehwê her jinekê û keçekê pêncsed lîra danîbûn.

Bi qasî ku ode bi jin û keçan dagirtî bû. Herdu keç û diya wan li nêz deriyê odê rûniştin. Jin û keçan li ser dorê şer dikirin te digot qey li ber deriyê nanpêjgehê ne û li ser standina nên şer dikirin.

Pênc xulek derbasbûn keçekê sê piyalên qehwê çêkirin û li ser herdu keçan û diya wan gerandin. Hersiyan qehwe vexwarin û piyalên xwe qulibandin.

Piştî du katijmêr û nîv derbas bûn dor gihîşte herdu keçan. Êmo jinek li derdora 35 salî bû wê xwe kiribû ku bi xwendina piyalên qehwê ew pêşeroja mirovan dizane, wê ev tişt ji xwe re kiribû kar û pê ji xwe re bi mirovan dikenî.

90

Dema Êmo piyala Roşînê rakir wê ji nû ve piyala Roşînê danî û got: Ev piyal xirab e. Ez naxwezim wê bixwînim.

Lê diya Roşînê pêncsedekî din da Êmo û li ber wê geriya ku piyala Roşînê bixwîne. Herweha wê ji Êmo re got: Ez dixwezim zanibim ku çima keçên min bi xortên ku tên wan dixwezin razînabin. Ez bi qurban te Êmo li piyala keça min binêre û dilê min bi bersiva pirsa ku çima keçên min bi xwezgînciyan razî nabin hênik bike.

Êmo jî her ku wê piyalek dixwend wê li pêş hemiyan ew piyal dixwend û xwediya piyalê li pêş gişkan rezîl dikir.

Dema diya Roşînê li ber Êmo geriya ku piyala Roşînê bixwîne. Êmo razî bû ku piyala Roşînê bixwîne. Wê ji nû ve li piyala Roşînê nêrî û got: Diya Roşînê keça te ji xortekî hez dike û dê ew bi wî xortî re bireve. Çimkî di piyala wê de wêneya xortekî ku bi destê keçekê li ber sînorekî girtiye derketiye. Sînor jî tê wateya çûyina welatekî din. Xort jî bi destê keçê girtiye li ber sînor tê wateya revînekê. Li ser piyala Roşînê ev gotinan kirin û piyal ji dest xwe danî. Wê bi dizî ji diya Roşînê re got: Haj keça xwe bike bila nereve.

Piştî piyala Roşînê dor hate piyala Rohêvê. Êmo piyala Rohêvê rakir lê nêrî û got: Di piyala vê keça te de mişkek derketiye. Mişk jî tê wateya diziyê, ango Xweda zane ku keça te bi dizî diziyê ji we dike lewma haj xwe bikin ku diziyeke mezin dike û we rezîl dike.

Diya keçan wê jî piyala xwe da Êmo. Êmo li piyala wê nêrî û got: Hey wax …hey wax. Wey jinê dê çi bi serê te were. Di piyala te de bûk derketiye. Bûkkkkkkk.

Bûk jî tê wateya ku dibe tiştekî ne rind di mala te de çêbibe û hevjînê te jineke din bibe.

Dema diya Roşînê wisa bihîst wê li xwe xist ango agahiya ku herî giran bû li ser guhê wê ku hevjînê wê dê jineke din bibe.

Herdu keç û diya wan xatirê xwe ji Êmo xwestin û vegerîn mala xwe piştî ku wan du hezar li ser tiştekî vala dan.

Li mal herdu keçan û diya wan gotina Êmo bawer kiribûn ji ber vê her yekê çavê wê li yekê bû. Roşînê li Rohêvê dipa da ku diziyê neke. Rohêvê jî li Roşînê dipa da ku nereve. Diya wan jî li hevjînê xwe dipa da ku jineke din nebe.

Ta demekê rewşa wan tim wisa bû ango yekê li yekê dipa lê piştî ku çend hefte li ser çûndina wan li cem Êmo re derbas bûn. Xortekî hat Roşîn xwest, Roşîn bi wî razî bû û bû hevjîna wî. Rohêv jî ji tiyê Roşînê hez kir û bi hev re destgirtî bûn. Bavê herdu keçan jî maleke din ku ji ya berê baştir bû kirî lewma ew û hevjîna xwe veguhizîn wê malê û tê de jiyan kirin. Mala berê jî ji Rohêv û Roşînê re hîştin.

Bi vî rengî gotinên Êmo û duhezar lîra tenê ji Êmo re man. Erê gotinên wê vala bûn wan tenê tirs û serêşandin ji herdu keçan û diya wan re anî. Lê ev tirs laqî wan bû ji ber ku wan baweriya xwe ji Xweda birî bûn û baweriya xwe bi tiştine vala anî bûn.

91

BAZARA DÎNAN

Dîn ji xwe re dîn e. Hişmend jî ji xwe re hişmend e. Lê hişmendê dîn û dînê hişmend ji kê re ne.

Çarşem ev roj bi roja bazarê naskirî bû. Milet ji hemû gundan li vê rojê dihatin bazara li navenda bajêr. Bi qasî ku bazara vî bajarî navdar bû.

Şalyarê bajarekî din xwest serdana vê bazarê bike. Wî nexwest ku bi cilên şalyarî biçe vê bazarê, da ku keseyata wî ne naskirî be.

Ev şalyara pir hişmend bû. Gelê wî pir jê hez dikir û bi serê wî sond dixwarin. Bi hişmendbûna xwe vî şalyarî miletê xwe têr kiribû.

Şalyar cilên dînekî li xwe kirin û çû bazarê. Du xort ji leşkerên xwe bi xwe re birin û ji wan re got: Li ber deriyê bazarê li benda min bimînin. Eger ez ji bazarê derketim hûnê werin min bibin bi navê ku ez dînek im û divê hûn min bibin nexweşxaneya dînan. Eger em gihîştin bajarê xwe emê bi dizî têkevin koşka min û bi vî awayî tu kes bi me hîs nake.

Herdu xortan bi gotina şalyêr kirin û li ber deriyê bazarê li benda şalyêr man. Şalyar derbasî bazarê bû û bi bazarciyan re axivî. wî ji bazarciyan li ser rewşa wan pirsî û xwestekên wan nas kirin ku çi ji serokê xwe dixwezin.

Yekî ji bazarciyan xwesteka xwe diyar kir ku em dixwezin nirxa cilûbergên bajarê me li gor karîna me be, em belengaz in û nirxa kirîna cilûbergan li bajarê me tenê ji karîna dewlemendan e.

Bazarciyekî din got: Em ji gundên dûr tên û rê dijwar in ma wê çi bibe ger bazarê her gundekî li wî gundî bi xwe be.

Bi gotin û daxwazên bazarciyan dem çû û şalyar xwe ji bîr kir. Ew bi lez ji bazarê derket, lê wî herdu xortên leşker li ber deriyê bazarê nedîtin. Li dora xwe nêrî dît ku êdî bazarcî vedigerin mala xwe û bazar vala dibe. Wî bi tena xwe riya bajarê xwe gişand, lê ji ber ku wî xwe mîna dînan kiribû tu kesî ji xwediyên tirimpêlan ew bi xwe re sîwar nekirin. Lewma şalyar neçar bû ku bi meş di riya bajerê xwe re biçe.

Dema ku herdu xortên leşker li ber deriyê bazarê li benda şalyar bûn. Dînek ku bi heman cilên şalyar ji bazarê derket. Dema herdu xortên leşker ew dîn dîtin, bi lez çûn bi wî girtin û bi xwe re birin bajarê xwe ji baweriya wan ku ew şalyar e.

Ev dîn heman kesayetiya şalyar lê bû, lê ama ne heman hiş bû. Dema herdu leşker û dîn gihîştin koşka şalyêr. Wan cilên şalyêr jê re anîn û lê kirin. Lê dîn tenê dikenî û tu gotin nedikirin.

Li destpêkê herdu xort bi wî re dikenîn, lê dema ku herçû kenîna dîn zêde bû ew şêtûmêt man. Herdu xort bi lez çûn ba hevjîna şalyêr û jê re çîroka şalyêr û bazarê gotin ku çawa li vê bazarê şalyar wek dînan bûye.

Hevjîna şalyêr çû ba şalyarê dîn û dît ku çawa şalyar dîn bûye. Wê got helbet kesine biyan ku kînê li şalyêr dikişînin wan li şalyêr dipan, dibe ku wan li vê bazarê dermanin dan şalyêr û şalyar dîn kirin.

Piştî dusê rojan li bajarê şalyarê hişmend hate belavkirin ku li bazarê çarşemê ya li bajarê din şalyar dîn bû.

92

Dema ev agahî belav bû miletê şalyarê hişmend nav li bazarê çarşemê kirin bazara dînan û êdî milet qedexe kirin ku herin vê bazarê ji ber ku eger kî here vê bazarê wê dîn bibe.

Herweha serokê bajarê şalyarê hişmend ji serokê bajarê bazara çarşemê re ferman şand ku divê ev bazar were girtin ji ber ku ev bazar mirovan dîn dike. Bi girtina vê bazarê re jî gelek mirov bê kar man û bi parsê ketin. Ji wê rojê de jî navê bajarê bazara dînan li wî bajarî hate kirin.

Gelek bijîşik ji şalyarê dîn re anîn da ku wî derman bikin, lê bijîşkan nikarî ku ew baqil bikirina. Çimkî hîn bijîşkan derman ji dînan re nedîtine.

Şalyarê hişmend jî dema ku ew gihîşte sînorê bajarê xwe û hinek mabû ku bigihêje bajarê xwe, leşkerên sînor nehîştin ku ew sînor derbas bike ji ber ku ew dîn e û nabe ku dîn sînorên bajarê xwe derbas bikin.

Bi vî awayî şalyarê hişmend bû dînek hişmek li bajarekî dîn. Dînek bêhiş jî ji bajarê xwe derket û li bajarekî hişmend bû şalyarek dîn.

93

HEZKERÊ ZIMANÊ XWE

Ev gotin hertim li ser zimanê apê Xelo bû [ Bila ez bi zimanê xelkê ker bim, lê bila ez bi zimanê xwe hertim şêr bim].

Apê Xelo kalek bû, lê wî pir ji zimanê xwe yê Kurdî hez dikir. Zimanê Kurdî ji wî re jiyan bû. Ji wî re evîn bû.

Temenê apê Xelo li derdora 60î bû. Rojekê ji rojan ew hate mala me ba kalê min. Min pir navê apê Xelo ji ser zimanê xelkê bihîstibû. Lewma min pir dixwest ku rojekê bi wî re rûnim û ji evîna kurdiyatiya wî têr bibim.

Apê Xelo pir zane bû. Ew bi zimanê îngilîzî pispor bû. Karê wî wergerandin bû, ango ew di warê geştyariyê de kar dikir. Ew bi turîstan re derdiket cihên kevneşopî û ji turîstan re wek wergêr bû.

Dema apê Xelo tev kalê min li ber sobê rûniştibû û li ser rewşa Kurdan û zimanê wan diaxivî. Min çaydank ça çêkir, ji wan re kire piyalan û dan wan.

Ez bi wan re rûniştim. Apê Xelo ça vexwar û ji min re got: Destên te sax bin keçê bêlî ye ku tu ji civatên mezinan hez dikî.

Min got: Apê Xelo ez ji hemû civatên mezinan hez nakim. Çimkî ne li her civateke mezinan tê rûniştin ji ber ku hin mezin tenê bi temenê xwe mezin in lê bi hişê xwe ew ji zarokan xirabtir in. Tenê ez ji civatên te û kalê xwe hez dikim. Apê min hatina te ba me îro ji min re derfet e lewma ez dixwezim îro ji te çîroka evîna te ji zimanê kurdî re nas bikim û zanibim.

Apê Xelo ji axaftina min hez kir. Wî ji min re got: Keça zane, were li rex apê xwe rûne.

Ez çûm li rex wî rûniştim.

Wî bi min re got: Keça min vê gotinê ezber bike û pê jî bike. Eger tu jî mezin bûyî tuyê wê fêrî zarokên xwe bikî [ Bila tu bi zimanê xelkê ker bî, lê bila hertim di zimanê xwe de tu şêr bî].

Min got: Apo şîreta te di cih de ye. Lê ma ezê çawa zimanê xwe fêr bibim? Ma ezê ji ku fêrî zimanê xwe bibim? Li dibistanan min 12 salan bi zimanê erebî xwend. Mamosteyên me ji bilî erebî nedihîştin ku em bi zimanekî din biaxivin û fêr bibin. Ma niha temenê min 22 sal in. Ma ezê çawa karibim zimanê xwe piştî vî temenî fêr bibim?

Apê Xelo û kalê min bi gotina min kenîn. Hîngê apê Xelo ji min re got: Ma temenê te giş 22 sal in. Ez û kalê te li 40 saliya xwe fêrî zimanê xwe bûn. Divê mirov bi zimanê xwe bixwîne û binivisîne. Temen li pêş vîna mirov naskine ger vîna fêrbûna tiştekî ba mirov hebe tu tişt li pêş wî nabe asteng.

Guhên xwe veke û ji min bibihîse keça min. Dema ez 42 salî bûm komek ji turîstan hatin Suriyê û nemaze hatin Efrînê. Hîngê ji min hate xwestin ku ez bi wan re herim cihên kevneşopî di Efrînê de. Li wê demê ez nû fêrî zimanê xwe bûbûm. Lewra zimanê min bi min pir şêrîn bû û hemû zimanên din bi min bûbûn jehir.

94

Dema ez bi van turîstan re çûm kela NEBÎ HORÎ. Turîstan ji min xwestin ku ji wan re li ser kelê bi zimanê Îngilîzî şirove bikim. Lê min ji wan re bi Kurdî li ser kela NEBÎ HORî axivî.

Turîstan tu tişt ji gotinên min fêm nekirin. Lewra wan dîsa ji min xwest ku ez bi zimanê Ingilîzî biaxivim. Hîngê min ji turîstan re got: Şirovekirina cih û warî her welatekî bi zimanê wî welatî xweş e. Ez ne neçar im ku ji mêvanên ku hatine mala min re bi zimanê wan bipeyivim. Ew neçar in bi zimanê min bipeyivin çimkî ew bi xwe hatine mala min e û ne min ew vexwendina mala xwe.

Keça min her ku em ji nirxa zimanê xwe daxînin dê zimanê me hertim li şûn zimanan bimîne.

Turîst hîngê ji gotinên min bêhinteng bûn. Wan yekser telefonî şalyarxaneya geştyariyê kirin û wergêrekî din xwestin. Ji wê rojê de jî ez ji kar hatim qewtandin. Lê ji min re ne xem bû ev qewtandina ji ber ku min zimanê xwe li pêş zimanê wan turîstan danexist. Lê belê min zimanê wan li pêş zimanê xwe kût û bêwate derxist. Lewma min ji wê rojê de ev gotina xwe ji xwe re afirand û min ew ji ser zimanê xwe nebirî.

Min jî dema çîroka apê Xelo bihîst ez pir bi ziman û kurdiyatiya xwe serbilind bûm ji ber ku hîn di civaka me de mirovin hene zimanê xwe didin pêş her tiştî ji ber ku zimanê wan li ba wan bihatir e ji her tiştî.

Min jî ji wê rojê de gotina apê Xelo ezber kir û mîna wî ev gotin ji ser zimanê xwe nebirî.

BILA TU DI ZIMANÊ XELKÊ DE KER BÎ; LÊ BILA HERTIM DI ZIMANÊ XWE DE TU ŞÊR BÎ.

95

STÊRK DIRJÊN

Ner her ku stêrk rijîn, divê evîndar mirazên xwe bixwezin. Ner her ku stêrk rijîn, divê mirov hêviyên xwe hêvî bikin. Stêrk stêrk e. Miraz û hêvî jî tenê di destê Xweda de ne.

Du evîdar Şîlan û Şiyar li şeveke Tîrmehê li ber berava deriya rûniştibûn û ji xwe re li esmên dinêrîn. Wan stêrkên li esmên dijmartin, dema wan stêrk dijmartin stêrkek rijî.

Şîlanê bi tijî dengê xwe bang kir Şiyar binêre stêrkek dirjê bi lez em mirazên xwe bixwezin. Herdiyan mirazek xwestin ku ew bibin qismeta hev.

Li nêz herdu evîndaran jî kalek rûniştîbû û axaftina herdu evîndaran dibihîst. Kalê hêze xwe kir û çû ba her du evîndaran rûnişt.

Ji wan re got: Bêlî ye ku hîn hûn zarok in. Ma çima ger stêrk rijî we mirazên xwe xwestin. Bi rijîna stêrkan re nabe ku hûn tu tiştî bixwezin. Ma qey hûn nizanin ku li vê jiyanê du firişte hene. yek ji wan nivîserê rindiyên mirov e. yek jî nivîserê neridiyên mirov e. Li ba van herdu firişteyan lênûsek mezin û pênûsekê hene. Herku lênûsa herdu firişteyan bi karanînên mirov ên baş û nebaş dagir dibe. Ev herdu firişte ji jiyanê hildikişin esmên ba Xweda û lênûsên dagirtî radestî Xweda dikin. Xweda bi dagirtiya pirtûka rindiyên mirov şad dibe, lewma ew wê qet venake û di pirtûkxaneya xwe de datîne cihê herî bilind. Xweda pirtûka nerindiyên mirov vedike û pê bêhinteng dibe. Dema dibîne ku nebaşiyên kesekî pir in Xweda rûpeline ji nebaşiyên wî kesî hildike û davêje nav agirê dojehê. Da ku hinekî sizayê li wî mirovî kêm bike. Lê agirê dojehê nikare wan rûpelên wan nebaşiyan bixwe. Lewma piştî ku Xweda li xwendina pirtûka nebaşiyan vedigere. Agirê dojehê wan rûpelan ji zikê xwe vedireşîne û ji esmên davêje ser erdê. Ji ber ku agirê dojehê nikarî ew rûpelina hûrbikirina ew rûpel di nav zikê agirê dojehê de dibin mîna kizotên sor û ji esmên vedireşin. Mîna stêrkan dibin û dirjên ser erdê. Ji baweriya evîndaran ku stêrk mîna sûlava mirazan diherike û divê ew mirazekî xwe jê bibin, lewma hîngê ew mirazê xwe dixwezin. Lê di rastiyê de ew rûpeleke nebaşiya mirovekî ye ku ji lênûsa firişteyan hatiye qut kirin û di nav agirê dojehê de hatiye avêtin. Li ser erdê ev rûpela li giyanê mirovekî pîs dikeve û wî mirovî pîs dikuje. Lewma evîndarino ne her ku stêrkek rijî hûn hêvî û mirazan bixwezin. Dibe ku mirazên hûn dixwezin ba Xweda ne baş bin û ew rûpela were li giyanê we keve û we bikuje. Hêvî û mirazê ku li ser stêrkrijînê be qet pêwîstiya mirovan pê nîne.

Evîndarino bila hûn zane bin û bi her tiştî nayên xapadin, lewma ez ji we dixwezim hûn li şûn ku mirazên xwe li berava deriya ji stêrkeke dirjê dixwezin hûn ji xwediyên xwe re evîna xwe bibêjin da ku we ji hev re bixwezin. Xwediyên we stêrkên we ne. Gihandina miraza we bi hev re jî bi destê wan e. Evîndarino xwe di vê jiyanê de bi tiştên derewçîn girê medin û tiştên rastîn ji destê xwe bermedin. Bi xatirê we evîndarino gotinên min ji bîr mekin.

Kalê gotinên xwe kirin piştre wî pişta xwe da herdu evîndaran û vegerî cihê xwe.

Dema kal li cihê xwe vegerî herdu evîndar vegerîn çîroka xwe ya berê û li esmên stêrk jimartin. Hîngê stêrkek dîsa ji esmên rijî. Herdu evîndaran dîsa mirazên xwe

96

xwestin, ango axaftina kalê ji dîwêr re bû ne ji du evîndaran re bû ku hiş di serê wan de heye.

97

HELÎM MIR

Duh li mizgefta gund hate bangkirin ku Helîm mir. Bi bihîstina vî dengî hemû miletê gund li mala hevjînê Helîmê kom bûn.

Termê Helîmê li orta odê danîbûn, keç û bûkên wê li dor termê wê rûniştibûn û didagirîn. Bûkekê hertim bi destê Helîmê yê çepê girtibû. Min nizanî ji bo çi lê dema min rind bala xwe da destê Helîmê min dît ku deh cot bazingên zêrîn di destê wê de ne. Bûkê hêdî hêdî bi mijûlbûna keçên Helîmê bi girî, wê bazing ji destên Helîmê derdixistin û di beriyê fîstanê xwe de vedişartin.

Keçên Helîmê pir didagirîn. Min bawer kir ku ew keçên wê ne lewma li ser wê pir didagirîn. Lê min nas nekir ku çima Eyşo, Fato û Xeco ji mervên wê bêtir li ser wê didagirîn. Lewma ez çûm ba Eyşo rûniştim min destê xwe yê rastê da ser pişta wê û jê re got: Medigirî ma çîyê te bû ya mirî da ku tu ewqas didagirî?

Eyşo her çû dengê giriyê xwe bilind kir da ku hemû jinan bi me ve seh kirin. Hîngê Eyşo bi dizî bi min re got: Ez ne li ser Helîmê didagirîm. Ez didagirîm ji ber ku wê soz dabû min ku eger ez zavekî ji keça wê ya biçûk re bibînim, ewê gustîlkeke zêrîn bide min. Min zave ji keça wê re dît, lê Helîm mir û soza gustîlka zêrîn dê bi wê re here gornê. Wê wisa got û her çû dagirî.

Dema min nas kir ku çima Eyşo didagirî îcar ez ji cem wê rabûm û çûm li cem Fato rûniştim. Min ji Fato re got: Dilovaniya Xweda lê be. Ma çiyê te bû Helîm da ku ewqas te bi girî xwe êşandiye?

Fato got: Ew ne tu tiştî min e. lî ama hevjînê min berî ku mizgeft bang bike li min dixist bi bihîstina mirina Helîmê wî lêxistina min rawestand û got bicehim here mala Helîmê xatira malbata wê rake. Ez hatim vir û li vir min derfet dît ku ez bi rehetî bidagirîm bêyî ku kes ji min bipirse çima ez didagirîm lewma ewqas bi şewat ez didagirîm.

Min Fato hembêz kir û jê re got: Dê bi rehetî bidegirî. Piştre ez ji cem wê rabûm û çûm cem Xeco. Xeco ji gişkan bêtir bi girî xwe westandibû. Ez li cem wê rûniştim û min jê re got: Pir medagirî Xeco girî miriyan venagerîne dilovaniya Xweda jê re bixweze.

Xeco bi dizî bi min re got: Xwîşkê ev giriyê şabûnê ye. Helîm mir û hevjînê wê ji min re ma.

Dema min wisa bihîst ez matmayî bûm û di cihê xwe de pûç bûm. Piştî ku Helîm şoştin û kefen kirin. Mêran hatin ew rakirin ser milan û birin goristanê.

Li goristanê Hevjînê Helîmê xwe bi girî nexweş kiribû û wî tim digot: Ez ji bilî wê tu jinan di jiyanê de naxwezim.

Min gotina hevjînê Helîmê dibihîst û di dilê xwe de digot: Ma çiqas hezkirina vî mêrî ji hevjîna xwe re pir e da ku di jiyanê de ji bilî wê naxweze. Hîn ez bi xwe re wisa dibêjim min bihîst ku pirqîniya kenekî hêdî ji Xeco derket.

Min li Xeco nêrî û jê re got: Şerm e li ser miriyan mirov bikene kenê xwe bibire yan ji vir here.

98

Xeco got: Bi Xweda kenê min ne bi destê min e, lê her ku ez gotina hevjînê Helîmê dibihîsim kenê min tê.

Min ji Xeco pirsî: Ma çi tiştî bi ken di gotina wî de heye?

Wê got: Her ku ew dibêje ez ji bilî wê li jiyanê naxwezim ew bi gotina xwe şanî min dike. Ji ber ku ez û hevjînê Helîmê bû du sal in ku em ji hev hez dikin û em herdu li benda vê rojê bûn. Lewma kenê min bê vîna min tê. ِAngo giriyê min û wî giriyê şabûnê ye ne yê xembûnê ye.

Bi Xwedê hinek hiş di serê min de mabû di mirina Helîmê de ew jî çû. Îcar min dest bi girî kir. Xeco ji min pirsî îcar çima tu didagirî?

Min got: Ji ber ku min jî wek we tu sûd ji mirina Helîmê nedît. Xeco bi Xwedê rast e gotina ku dibêje (Giriyê her kesî li ser miriyê xelkê natê lê belê giriyê her kesî li ser xwe û miriyê xwe tê).

99

DIKAN Û TIRŞO

Li kolana gulan dikanek li serî kolanê hebû. Ew dukana apê Reşo bû. Apê Reşo pir rû li ken û ziman xweş bû. Hemû mirovên kolanê ji ber rûkenî û zimanxweşbûna apê Reşo tevî ku çiqas dikan li kolanê hebûn ew razî nedibûn ku ji bilî dikana apê Reşo biçin dukaneke din.

Li zivistanekê apê Reşo bedena wî yê lawaz sarmaya Zivistanê tehmûl nekir. Ew bi sarmayê ket û di nav ciyan de nexweş ket. Lewra wî bi lawê xwe Tirşo re got: Lawê min li şûna min biçe dikanê veke.

Tirşo li şûn bavê xwe çû dikan vekir. Mîna her roj mirovên kolanê hatin dikana apê Reşo da ku gerekiyên xwe bikirin. Lê Tirşo mîna navê xwe bi rûyekî tirş û zimanekî hişk kiryar pêşwaz dikirin. Herwiha jî wî mîna bavê xwe nedikir ji mirovan re wî nirxa tiştan kêm nedikir û razî nedibû ku bi dên tiştan bi wan de. Her ku mirovek derbasî dikanê dibû û reftariya Tirşo didît ew bê ku tiştan bikire ji dukanê derdiket.

Li roja yekê Tirşo bê pere vegerî mal çimkî kes razî nedibû tiştan jê bikire. Li roja dudiyê jî heman rewş bi Tirşo re derbas bû.

Li roja dudiyê dema Tirşo dîsa bê pere vegerî mal. Apê Reşo di nav nivîna xwe de rûnişt û bang li Tirşo kir. Tirşo hat ba bavê xwe rûnişt.

Apê Reşo ji Tirşo re got: Lawê min çima tu bê pere vedigerî mal? Ma qey mirov nayên tiştan li ba te nakirin? Ma tu çawa bi mirovan re diaxivî da ku tu wan bê tişt ji dikanê derdixî?

Tirşo got: Ez bi wan re bi rûyekî tirş û zimanekî sert diaxivim. Ez razî nabim tiştî bê pere bi wan dim an jî hinekî ji nirxa tişt ji wan re daxînim. Dema ew wisa ji min dibihîsin ew bê tişt ji dikana min derdikevin.

Apê Reşo got: Lawê min wisa nabe, mirov ji zimanê sert û rûyê tirş direvin. Lewma divê tu zimanê xwe xweş bikî û rûyê xwe li ken bikî da ku tu mirovan bi dikana xwe hezkirin bidî.

Tirşo bi şîreta bavê xwe kir. Li roja din wî bi rûkenî û zimenekî xweş mirov pêşwaz kirin. Bi vî rengî mirov dîsa vegerîn dikana wî û tişt ji wî kirîn. Ji dest guhartina reftariya Tirşo îcar Tirşo bê pere venegerî mal, lê ew bi berî tijî pere vegerî mal.

Dema apê Reşo pere ji lawê xwe birin wî ji lawê xwe re got: Lawê min ev şîreta min ji te re ye ger tu bûyî xwedî dikan da ku tu bistînî dilê kiryar divê tu bibî xwedî rû li ken. Mebêje bavê min li serê min bûye şîretvan lê wî ceribandiye ev kar, lewma ew dide te ev şîreta xwe û dikan.

100

ÇANDIN Û ÇINÎN

Yê diaxive diçîne û yê guhdar dike diçine

Divê mirov zeviyê xwe baş xwedî bike da ku berhemeke baş jê biçine. Zeviyê her mirovekî malbata wî ye û zarokên wî jî berhema wî mirovî ji wî zevîyî ne.

Du malbat tersî hev di avahiyekê de jiyan dikirin. Malbata Paşo û malbata Pêşo. Paşo pir mirovek raftar hişk bû. Hevjîna wî nav Roj bû û zarokekî wan jî hebû navê wî Şaşo bû.

Pêşo jî xwedî reftarekî nerim bû. Hevjîna wî Şev bû û keçeke wan jî bi navê Tarî hebû. Paşo her roj dengê wî li avahiyê giş belavkirî bû ku çawa ji hevjîna xwe re şer dike û lê dixe. Herweha gotinên nebaş bi dengekî bilind ku avahiyê giş dibihîstin ji hevjîna xwe re digotin. Şaşo biçûk bû, wî tenê gotinên bavê xwe li ezber dikirin û reftarên wî di kesayetiya xwe de ava dikirin. Dê û bavê qet guh nedida hebûna Şaşo, lewma wan li pêş wî şer dikirin.

Rojê qet bertekek sert li hember hevjînê xwe dernedixist lê berteka wê tenê li hember hevjînê xwe girî bû.

Malbata Pêşo tersî malbata paşo bû, ango li şûn ku dengê Pêşo li mal bilind bibe dengê hevjîna wî Şev bilind dibû û zengil bi guhê avahiyê giş dixist. Wê hertim li pêş Tariyê gotinên xirab ji hevjînê xwe re digotin. Wê qet guh nedida hebûna Tariyê. Tariyê baş guhdarî gotinên diya xwe dikirin û bi lez ezber dikirin, ango Şevê gotin diçandin û Tariyê jî diçinîn.

Her roj li ser vê rewşê bûn herdu malbat. Da ku Şaşo û Tariyê mezin bûn. Herdu malbatan baş hev nas dikir, lewma dema zarokên wan mezin bûn Paşo û Şevê biryar dan ku Tarî ji Şaşo re were xwestin. Rast jî wisa kirin û ew zewicandin.

Paşo ji lawê xwe û hevjîna wî re qata di jor xwe re kirî. Lê herdiyan qet li hev nedikirin, dengê Tariyê û dengê Şaşo ne tenê di avahiyê de dihat bihîstin lê kolanê giş şer û dengê wan dibihîst. Dema wan şer dikirin deng diçû guhê Paşo û Şevê ku çawa ew bi hev re gotinên wan ên berê dibêjin.

Ango Şaşo bûbû heman wêne ji bavê xwe Paşo herweha heman gotinên bavê xwe jî ji Tariyê re digotin.

Tarî jî bûbû heman wêne ji diya xwe û wê jî heman gotinên diya xwe Şevê bi Şaşo re digotin. Herku Paşo û Şevê gotinên xwe ji devê zarokên xwe dibihîstin, ew li xwe pir poşmam dibûn ku çawa wan li pêş zarokên xwe gotinên ne baş ji hevjînên xwe re digotin û da ku ew herdu gunehê xwe li ser xwe hinekî kêm bikin herku şerê Şaşo û Tariyê bi hev re giran dibû ew diçûn ba wan û şerê wan radiwestandin. Lê gunehê wan mezin bû û qet kêm nedibû çimkî dema ew ji cem Şaşo û Tariyê redibûn Şaşo û Tariyê dîsa vedigerîn higê{karê} xwe yê berê û şer dikirin.

101

WERÎSÊ MIRINÊ

Zêrîn keçek temenê wê derdora bîstan bû. Pîreke wê hebû ew nexweş bû hiş di serê wê de nema bû ango kiryarên ku pîrê dikirinî hişê mirovên din tehmûl nedikirin.

Pîrê her tişt dişkand û xirab dikir. Cilên xwe ji xwe dikirin û diqetandin. Porê xwe hildikir û ger mirovek bihata ba wan ew ji dest pîrê nikarî rûnişta çimkî pîrê wê tim mêvan diqewitandin.

Zêrîn keça lawê pîrê bû wê baldariya xwe dida pîrê. Serê wê û cilên wê jê re dişoştin. Herwiha wê tev pîrê di odekê de bi tena xwe xew dikir. Lê tevî ku wê baldariya xwe dida pîrê wê bi qasî hevdeyên porê serê xwe kutek û lêdan ji pîrê dixwerin.

Her şev pîr ji xew radibû û hemû der di pîsiyê de dihîştin da ku rojekê dema Zêrînê li rex wê xew kiribû wê dê di ser Zêrînê de jî pîsiya xwe bikira lê Zêrînê di kêliya dawî de pê hîs kir.

Ji dest vê rewşê Zêrîn neçar bû ku li şevê destê xwe û pîrê bi hev ve girêde da ku her pîr bi şevê rabû ew pê hîs bike.

Her şevê Zêrînê destê xwe û pîrê bi werîsekî bi hev ve girêdida û ji dest vê werîsê êdî şev bi Zêrînê nebûn şev çimkî wê xew nedidît her ku ew di xew de diçû pîrê werîs dikişand û Zêrîn ji xew radikir.

Li şevekê wek her şevan Zêrînê destê xwe û pîrê bi werîsê bi hev ve girêda û xew kir. Lê ew li ser kişandina werîsê dîsa ji xew rabû ji baweriya wê ku dîsa pîra wê dikişîne.

Wê çavên xwe vekirin dît ku ne pîra wê werîsê dikişîne. Pîrekê ku ciline spî lê bûn û ji rûyê wê ronahî diherikî. Wê bi hêrs werîs dikişand û digot: Zêrîn mişe bi min re here ez dixwezim te jî bi xwe re bibim da ku tu li wir jî xizmeta min bikî.

Dema Zêrînê ev pîra dît wê qêrî kir û bi hêz destê xwe kişand bi kişadina destê xwe werîs qut bû û pîr hinda bû.

Zêrînê çira li rex xwe vêxist da ku rewşa pîra xwe bibîne. Bi vêxistina çirê re Zêrînê dît ku çavên pîra wê beq bûne. Wê pîr hejand lê pîrê tu tevger neda hîngê Zêrînê dîsa qêrî kir û bang kir pîra min mir. Ew mirrrrr û di mirina xwe de xwest min jî bi xwe re bibe lê min werîsê mirina xwe bi qerîna xwe qut kir û mirin ji xwe bi dûr xist.

102

ÇÎROKEK JI EFRÎNA BIRÎNDAR

Welatê min Efrîn ji min birin dilê min pê şewitandin û laşê min wêran kirin. Li bajaran geriyam li dermanekî ji dil û leşê xwe re geriyam lê bijîşkan ji derdê min tênegihîştin. Wan bê dermankirin ez şandim mal. Li ser riya vegera mal ez diponijîm bi hişê xwe min ji jiayanê bar kiribû tenê laşê min li jiyanê mabû. Li nîvê rê ez li orta kalekî porspî ketim. Wî jî mîna min bi hişê xwe ji jiyanê bar kiribû lewma ne wî ez dîtibûm ne min jî ew dîtibû. Em herdu li erdê ketin hişê me li me vegerî. Min kalê lingseqet ji erdê rakir, min ew bir li alîkî rê rûnişkinda û ez jî li rex wî rûniştim. Min cilên kalê ji toza rê daweşandin, min desmal ji beriya xwe derxist da ku pê destê wî paqij bikim. Min destên wî paqij dikirin hîngê stêrkek pir gerim li ser destê min de gêr bû û destê min bi kela xwe şewitand. Ew stêrka mîna dermanekî bû laşê min ew vexwar, wê stêrkê xwe gihand dilê min û pê dilê min derman kir. Dilê min di sîngê min de pir lêda te digot qey ew daxwaza derxistina xwe ji sîngê min dixweze lê min guh neda dilê xwe.

Min bi çavên kalê ve nêrîn rengê çavên wî zêtûnî bûn tê de kaniyek ji fêrmiskan derbibû. Min bi destê xwe hewil da ku fêrmiskên kalê ji ser dêmên wî bibim lê wî nehîşt û ji min re got: Bila dêmên min ji ava fêrmiskan têr bibin da ku zeytûnên di çavên min de şax bidin û ez wan berhev bikim. Keça min li şûn ku tu fêrmiskên min baqij dikî ez ji te dixwezim ku tu li çîroka min guhdar bikî.

Keça min dagirkeran mala min hilweşandin, welatê min wêran kirin û darên zeytûnê şewitandin. Ev giş ne bes bû di ser de jî wan neviyê min Kawa li kolanê li pêş mala me qurşîn kirin.

Keça min neviyê min Kawa tim ji min re digot: Kalo eger ez mezin bibim ezê çekan ji jiyanê rakim da ku zarok bêtirs mezin bibin da ku bêtirs lîstokên xwe bilîzin. Lê dagirkerên dilkevir nehîştin neviyê min mezin bibe.

103

Çimkî dema ew li kolanê ji xwe re dilîst dilkeviran ji şabûna ketina Efrînê re qurşîn pir avêtin yek ji wan qurşînan hat li dilê biçûk yê neviyê min ket û ew gêre erdê kir. Ez berve neviyê xwe beziyam hîngê tirimpêleke dagirkeran hat li orta min xist û ez bi bîr ve çûm.

Dema ez li xwe şiyar bûm min xwe li vî bajarî dît piştre ji min re gotin ev bajarê Şahbayê ye. Piştî şiyarbûna xwe ez li neviyê xwe geriyam lê min ne ew dît ne jî dê û bavê wî dîtin. Min li wan pirsî kanîn? Lê tu kesî persiv neda min.

Piştre dîsa min pirsî çawa ez hatim vir?

Hîngê xortekî ku ji şervanan bû ji min re got: Kalo dema min dît tirimpêl li te ket min te ji kolanê rakir û anî mala ku ez lê bûm. Min birîna lingê te derman kir, piştre min te da ser pişta xwe û anî vî bajarî.

Dîsa min ji şervên pirsî: Kanî neviyê min? Kanî dê û bavê wî? Ma tu dizanî ew kanîn?

Şervên got: Ez nizanim ew kanîn lê bi min re bibêje navê wan çi ne? Ji bo ku eger ez daketim Efrînê û min operasyona xwe ya leşkerî li dijî dagirkeran kir. Ezê piştre herim li wan bipirsim.

Min ji şervan re got: Navê neviyê min Kawa ye qurîşeke çeka dijmin li kolanê li wî ketibû dema ez berve wî beziyam tirimpêleke dagirkeran li min ket. Ez bi bîr ve çûm û min nedît neviyê min çi hat serê wî. Lawê min mala me jî li kolana namegêriyê ye ger tu gihîştî wê kolanê li mala bavê Kawa bipirse.

Li roja din şervan çû operasyona xwe li Efrînê li dijî dijmin kir û ew dîsa vegerî Şahbayê.

Dema min bihîst ku şervan vegeriye ez çûm ba wî. Dema wî ez dîtim çavên wî tijî fêrmisk bûn bi barîna fêrmiskên wî re min zanî ku tiştek bi serê malbata min hatiye.

Şervan rûyê xwe ji min da alî da ku fêrmiskên wî nebînim lê ez çûm ba wî û min jê pirsî: Çi bi serê malbata min hatiye?

Şervan hinekî bêdeng ma piştre ji min re got: Apo kolana namegêriyê giş bi bombeyan hatiye ruxandin. Li mala we min pirsî lê ew ruxwandî bû û tu kes lê tune bû.

104

Keça min ev e çîroka min. Ji roja ku min bihîst ku malbata min hindayî ye hîngê de ez li ser riyan bi lingekî seqet dimeşim belkî kesekî nas bibînim û jê li ser malbata xwe bipirsim.Ma keça min tu jî malbata min nas nakî? Ma tu jî nizanî ew kanîn an kû de çûne?

Ez bêdeng û bêbersiv mam. Min nizanî bi çi bersivê li kalê vegerînim lewma ez bêdeng mam.

Kalê ji bêdengiya min re nas kir ku ez tu tiştî li ser malbata wî nizanim lewma wî çîroka şewata dilê xwe ji min re berdewam kir û bi fêrmiskên xwe ji min re bi dawî kir. Min jî tev kalê fêrmiskên xwe barandin û dagirî.

Çîroka kalê pir bi şewat bû da ku wê şewata dilê min bi min jibîrkirin da. Ango min şewata dilê xwe di nav şewata kalê de veşart. Ez rabûm ser xwe û fêrmiskên xwe min paqij kirin. Min kal jî bi xwe re rakir, bi destê wî girt û em berve penageha Serdemê ve çûn. Dema me nêz li penagehê kir me dît dahîkek bangî zarokê xwe dike û dibêje Kawa ji ser rê xwe bide alî.

Bi bihîstina navê Kawa re min û kalê herdiyan yekser li wî zarokî nêrî. Lê derket ew ne neviyê kalê ye lê ew zarok tenê bi qasî temenê neviyê kalê bû. Ez û kalê berve zarok çûn û me bi wî re li ber konê wî rûnişt. Kalê hinekî bi zarok şa bû û xema xwe ji bîr kir. Min jî bi diya zarok re çîroka kalê got herweha min ji wê xwest ku ew bihêle her roj zarokê wê Kawa biçe cem kalê da ku kal pê şa bibe û ew pê xema xwe ji bîr bike.

Diya zarok razî bû ku lawê xwe her roj bişîne ba kalê. Ez jî bi razîbûna wê şa bûm ji ber ku bi vî awayî emê hinek şahî têxin jiyana kalê.

105

Çîrokek ji ser zimanê kalekî ereb

Dema mirov diaxive ew bi xwe rastiya xwe dibêje

Rojekê ji rojan Erebek bi navê Casim çû welatekî Ewropî. Mehek li wî bajarî derbas kir lê tu kesên ereb li wir nedîtin. Pir geriya lê tu sûd ji gerandinê nedît. Ew di ser xwe de ponijî û li çarekê geriya da ku mirovekî ereb bibîne. Li dawiya ponijînê ramanekê xwe avêt hişê wî. Wî bi xwe re got: Siba ezê herim li meydanekê ku mirov pir lê kom dibin û li wir ezê xwe bi bîr ve bibim. Ji ber ku Ereb pir ji tiştên wisa hez dikin ku mirovên bi bîr ve çûne bibînin da ku xwe re lê seh bikin. Li sibehê Casim çû meydanekê li orta bajêr û xwe bi bîr ve bir. Xelk û bijîşîk pir li dor serê wî re kom bûn û hewil dan ku wî şiyar bikin lê ew şiyar nebû. Mirovek din ereb bi navê Xelef di nav xelkê de bû ew ji Casim ve nêzîk bû û dema ji wî ve nêz bû Xelef di bêhina Casim re nas kir ku ew Ereb e. Lewma wî bi xelkê re got: Ez dikarim wî hişyar bikim lê pêwîstiya me bi axirekî heye. Hîngê yekî ji xelkên li wir got: Ez berxan xwedî dikim. Xelef tev wî mirovî çû û ji cem dewarê wî mirovî bişkilek anî û da pêş pozê Casim dema Casim bêhina bişkilê bêhin kir ew şiyar bû, wî Xelef hembêz kir û jê re got: Ser serê min lawê apê min ev bû mehek ku ez li vir im lê min tu kesên ereb nedîtin spas ji te re lawê apê min.

Bijîşkên ewropî şêtûmêt man ku çawa dermanên wan Casim şiyar nekirin û bişkilekê ew şiyar kir. Lewma wan bişkil birin û lêkolîn ser çêkirin lê wan tu sûd di bişkilê de nedîtin. Lewma ew vegerîn cem Xelef û jê pirsîn: Çawa te Cesim şiyar kir?

Hîngê Xelef kenî û ji wan re got: Em Ereb ji hev fem dikin û em tenê dizanin çi ye dermanê me.

106

Pêkenok

Pîra guhgiran

Li roja Înê dibistan tune bû. Hêvînê û Dilo ji dê û bavê xwe re gotin em dixwezin biçin serdana dêpîra xwe Fero bikin. Dê û bavê wan razî bûn ku ew biçin serdana dapîra xwe bikin. Herdiyan destê hev girtin û çûn mala pîra Fero. Pîra Fero neviyên xwe pêşwaz kirin û bi hatina wan şad bû. Dema firavînê hat pîra Fero ji neviyên xwe pirsî: Hûn çi dixwezin bixwin?

Herdu zarokan gotin: Em dixwezin serdîn bixwin.

Lê pîra Fero guhên wê giran bûn wê gotin berevajî fêm dikirin.

Ew rabû da ku firavînê ji neviyên xwe re çêbike. Ew çû ser sergîna mala cîranan. Hinek jê kire sehenê, ji neviyên xwe re anî danî û ji wan re got: Dê bixwin.

Herdu zarok kenîn û gotin: Pîrê ev çi ye?

Pîrê got: Ev sergîn e min çû hinek ji we re ji cem sergîna cîrana anî ji ber ku sergîna mala min tune ye. Ma çima hûn naxwin ne we sergîn ji min xwest.

Zarok bi gotina pîrê dîsa kenîn û gotin: Pîrê me ji te serdîn xwest serdîn ne sergîn.

107

EVÎNEK DI HINDIR TENÛRÊ DE ÇÊDIBE

Pîreke porspî di legenê de bi destên xwe yên qermiçî şerekî bi hevîr re dike û wî hevîrî bi aveke sar distirê. Hevîr ji dest sarbûna avê pir dicirive û ta dikeve hindir wî lewma ew bi lez xwe radestî hêza destên pîrê yên qermiçî dike da ku ew di nav destên pîrê de hinekî xwe germ bike. Dema hevîr germ û nerm dibe. Pîr textik û tîrikê tîne û wan li ber serê hevîr datîne. Ji baweriya hevîr ku dema ew textik û tîrikê li ber serê xwe dibîne ku dê ew jî li ser textik mîna miriyan bi aveke sar were şoştin. Bi lez ew destên pîrê radimûse, bi destên wê ve xwe digire û ji ber ku wî pîr di stirandina xwe de pir westandiye ew lêborîna xwe ji pîrê dixweze. Li ber pîrê digere ku wî dîsa bi aveke sar mîna miriyan meşo. Pîr dikene û ji hevîr re dibêje: Metirse ez te bi ava sar naşom lê niha ezê dilê te wek tu dixwezî germ bikim. Pîr hevîr di nav destên xwe de mîna goga zemînê dike û digerîne heman mîna gerandina goga zemînê li dor rojê re hevîr wisa di nav destên pîr de digere. Piştî ev gerandina demî di nav destên pîrê de bi dawî dibe pîr hevîrê ku mîna gogê bûyî datîne ser textik û di ber starneke flokrî re pîr wî hevîrî bi tîrikê behin dike. Her ku pîr wî hevîrî bi tîrikê behin dike her diçe tîrik jî cilekî spî fireh ji wî hevîrî re dirêse, dihûne û li hevîr dike.

Hevîr li dawiyê ji nav destên pîrê û ji ser wî textî mîna bûkekê bi cilekî spî xemlandî radibe. Ew li xwe dinêre dibîne ku ew mîna bûkan bûye ne mîna miriyan bûye pir şad dibe û li dora xwe li zavê xwe digere lê ew zavê xwe nabîne.

Bûka pîrê tê wî hevîrê bûkî ji dest pîrê digire û wî dixe hindir odekê ku ji axê hatiye çêkirin.

Hevîr bi şermbûn dikeve wê odê mîna bûka nû ku ew yekem car derbasî mala xwe dibe ye û kesî lê nas nake lewma ew ji şermbûna re serê xwe ranake.

Bûka pîrê hevîrê bûkî bi dîwarê wê oda germ ve dixîne û destê xwe bi lez ji hilma êgir ji wê odê derdixîne. Ji germbûna odê û şermbûnê re peqirme di dil û laşê hevîrê bûkî de çêbûn. Xuh ji eniyê wî herikî û di ser kizoteke sor de weşî.

Kizota sor li bûka xwe nêrî û got: Ey Xweda bûka ku îro pîrê ji min re şandî çiqas ciwan e da ku bêhina wê di ser min de weşî û wê dilê min ji lêdanê rawestand.

Bi bihîstina van peyvan re hevîrê bûkî serê xwe rakir û li kizota sor nêrî, van peyvên xezelî şermbûna hevîr hinekî revand û çavên wî li wê kizota ku bi êgir geş bûbû ketin.

Dilê wî kete kizotê û zimanê wî li hev alî nizanî bigota çi. Bê vîna wî gotina ev çi der e ku ez bi cilekî spî lê me ji devê wî derket.

Kizotê got: Bûka min ev der ne ode ye lê ev tenûr e tenûr. Pîrê îro te ji min re kiriye bûk û bi destê bûka xwe te ji min re şandiye. Ev der tenûr e û di her tenûrekê de evîna her kizotekê û hevîrekî bi destên pîrekê û bûka wê tê çêkirin. Pîrê te ji min re xemiland û kire bûk. Bûka wê jî bi çend şaxine darekî hişk di vir de agir vêxist û ez ji te re bi geşbûna êgir xemilandim.

108

Bûka min ma qey tu nizanî ku pîra porspî ji her kizotekê re bûkeke hevîrî dişîne û zemawenda wan di vir de dike ango bûka min tu dikevî vir hevîr î lê tu ji vir nanê tenûrê bi saya min derdikevî.

Bûka hevîrî bi axaftina zavê xwe kizot hêdî hêdî diqemirî.

Kizot jî bi gotinan ji bûka xwe ya hevîrî ve nêz dibû û dilê wê direvand lê nêzîkbûna kizotê ji bûka hevîrî wê bûka hevîrî dişewitand.

Lê ji bûka hevîrî re ne xem bû ku ew bi evîna dildarê xwe bişewite. Erê ji herdu dildaran re ne xem bû ku bi evîna hev bişewitin an bimirin lê ji pîrê û bûkê re şewtandina nanê tenûrê pirsgirêk bû. Ji ber ku dê kalê pîrê û lawê wê ji cot werin û dê ew pir birçî bin.

Lewma bi derketina bêhina şewatê ji tenûrê pîrê bi bûka xwe re got: Bûka min bi lez nên ji tenûrê derxe berî ku giş bişewite.

Bûka pîrê dîsa ji germbûna tenûrê re bi lez destê xwe kire hindir tenûrê û ew hevîrê bûkî yê bûyî nan derxist.

Bûka pîrê bi vê derxistinê ne nanek peyda kir lê wê evînek bi dawî kir.

Dema nanê nîv şewitî ji tenûrê hat derxistin kalê pîrê û lawê wê ji cot hatin û ew pir birçî bûn. Ji birçîbûna re lawê pîrê ew nanê nîv şewitî ji dest hevjîna xwe girt û bi lez di devê xwe de bi diranên xwe nan hûr kir. Ango wî lawî bi xwarina vî nanî ne tenê hinekî birçîbûna xwe sekinand lê di heman demê de jî wî evînek pir xweş bi tamamî xwar û di zikê xwe de dawiya wê evînê anî..

109

HINGIVEKÎ XWÎNÎ

Di guldanekeke şikî de ku gulmek av tê de nîne guleke çelmisî pelên xwe di ser maseke nîvşewitî de diweşandin. Li ser wê masê jî pênûseke rengreş xwe di ser nîvpeleke qetî de dirêj kiribû. Her ku pelek ji wê gulê diweşî pênûs dibezî ew pel hembêz dikirin û ramûsanine bi bihina ximava reş di ser wan de nîgar dikirin. Pênûsê mîna gêrikekê ku tengek genim ji êgir birevîne wê jî pelên gula xwe ji qurşîna di zikê wê guldanekê de direvandin da ku bi wê qurşînê ew pel jî birîn nebin. Pênûsê ger pel diweşîn ser wê masa şewitî ew bi lez dibezî ew pel dixistin nav wê nîvrûpelaqetî. Ango wê mîna dildarekî ku yara xwe li pêş wî mirî be û xwe li ser termê wê dirêj kiribe da ku wê ji dest wî nerevînine goristanê pênûsê jî wisa xwe li ser pelên gulê yên ku di nav nîvrûpela qetî de bûn dirêj kiribû . Lê pel roj ji rojê pêtir diweşîn pênûs jî roj bi rojê pîr dibû û temenê wê jî tev gulê kêm dibû da ku li dawiyê bejina gulê tenê di wê guldaneka şikî de bê pel ma û pênûs jî bê ximav ma hîngê hingek ku bihina gulekê ketibû bozê wê, wê xwe li bihina gulê girt û rêç kişand. Di odekê de ku tê de keçeke biçûk li ber maseke şewitî mirî bû hingê xwe di cama pencereya wê odê re ya ku bi du qurşînan hatibû qulkirin xwe derbasî wê odê kir. Dema ku hing derbasî wê odê bû wê dît ku keçeke biçûk mîna gulan li ber maseke şewitî xwîn ji laşê wê yê biçûk diherike û nîvpeleke qetî di destê wê yê rastê de heye. Hing berve laşê wê keça biçûk ve çû lê keç mirî bû ango giyanê wê ji laşê wê bar kiribû. Hingê li wê nîvrûpela qetî ya ku di destê rastê yê keça biçûk de nêrî wê dît ku li ser wê nîvrûpelê nexşeya Kurdisatnê li ser hatiye wênekirin lê ew bi xwîna sor a zaroka biçûk hatibû rengkirin dema ku qurşîn li serê keça biçûk ketî wê xwest ku nexşeya Kurdistanê dîne ser dilê xwe lê pel bi mîxekî ve ku di masê de hatibû çikandin aliqî û rûpel bû du parçe parçek li ser masê ma û parçek jî di destê rastê yê keça biçûk de ma. Hingê dema laşê zarokê wisa di nav xwînê de dît li şûn ku bigirî û stêrkan bibarîne wê dilopên hingiv di ser zarokê de barandin piştre ew virî ser ew masa şewitî. Li ser wê masa şewitî hingê dît ku guldanekeke şikî heye bêlî bû ku ew jî bi qurşînekê hatibû şikîn ji ber ku qurşîn di hindir wê de bû lewma gul celmisî ji ber ku qurşîn û gul di cihekî de bi hev re jiyan nakin. Ango gul û qurşîn mîna êgir û avê

110

ne eger ew gihîştin hev divê yek yekî bikuje rast jî wisa bû qurşînên kojer di cama pencerê re bê rêdan derbasî oda zaroka biçûk bûn û du gul kuştin ango qurşînek li serê zaroka biçûk ket û ya din jî li guldankê ket û ava di zikê wê guldankê de mîna lehiyekî ji stêrkan di ser zaroka biçûk de herikand. Di wê guldankê de zaroka biçûk gula ku ji gulistana mala bavê xwe jêkiribû danîbû da ku li roja bê ji mamosteya xwe re ya ku li ber wê zimanê Kurdî fêr dike bibe. Lê qurşînên dijmin roja bê ji temenê zaroka biçûk birîn û nehîştin ku ew roja bê bibîne. Hing berve pênûsa ku li ser nîvpeleke qetî dirêjkirî bû çû lê pênûs jî bêliv bû û bê ximav mabû ango wê jî mîna zaroka biçûk giyanê xwe ji dest dabû. Hingê pênûs hêdî ji ser wê nîvrûpela qetî da alî û ew pelên gulê ji nav wê nîvrûpelê derxistin. Wê dît ku pênûsê li ser pela yekê nivîsandibû ku vê zarokê tev vê gulê pirojeya roja bê datanîn ku çawa ewê wê gulê bide mamosteya xwe ya zimanê Kurdî û herweha ewê nexşeya Kurdistanê ya ku bi destê xwe wêne kiribû diyarî dibistana xwe bike da ku wê li şûn nexşeya dewletê dînin lê ne pirojeya zarokê bi ser ket ne jî roja bê li zarokê û gulê hilat. Piştî ku hingê xwendina pela yekê bi dawî kir wê pela duyem derxist û nivîsa li ser wê xwend li ser pela duyem pênûsê nivîsandibû ku qurşînên dijmin zarokên Kurdan armanc dikin da ku pêşeroja Kurdan hişk û ziwa bikin. Herweha pênûsê li ser pela sêyem jî wisa nivîsandibû ku ger Kurd nebin yek dê zarokên wan tim bimirin û bibin mêvanên goristanan. Hingê hemû nivîsên ku pênûsê li ser pelên gulê nivîsandibûn xwendin da ku gihîşte pela pîst û yekê ya dawiyê. Li ser wê pelê pênûsê nivîsandibû ku her çiqas dijminên Kurdan pir bin lê li dawiyê giş wê bi destên qehremanên Kurdan bimirin û Kurd wê ala serkeftinê hildin ji ber ku ji her setemkarekî re dawiyek heye û ji her qehremanekî re roja serkeftinê heye. Bi xwendina nivîsa pela dawiyê hingê baskên xwe lêdan bayekî ku mîna bahozekî çêkir û ew pel giş di ser zarokê de barandin. Mîna ku çawa pelên gulan di ser bûkan de dibarînin û bûkê pê dixemlînin hingê jî termê zaroka biçûk bi pelên gulê xemilandin piştre hingê hin ji xwîna zaroka biçûk vexwar ji ber ku bihina xwîna zaroka biçûk bûbû mîna bêhina gulekê di pozê hingê de, wê zikê xwe ji xwîna wê zarokê têr kir û di heman pencereya qulkirî re derket.Hing bi zikê tijî xwîn vegerî ba şaha xwe û ji wê re çîroka kuştina zaroka

111

Kurdan got. Herweha ji şaha xwe re got ku wê zikê xwe ji xwîna zarokê têr kiriye ji ber ke ew dixweze hingivekî teybet bi rengê xwînê ji Kurdan re çêbike da ku her berpirsên partiyên Kurdan ew hingiv xwerin ew li xwe

şiyar bibin ku ji nelihevkirina wan zarokên wan dimirin û piştre ew hingivê xwîna zarokên xwe dixwin.

Şaha hingan ji daxwaza hingê matmayî ma lê tevî ku xwesteka wê biyan bû lê dîsa ew bi xwesteka hingê razî bû ku ew hingivekî taybet ji Kurdan re çêbike da ku pê Kurdan şiyar bike. Lê berî ku hing biçe dest bi çêkirina hingivê xwînî bike şaha hingan ji wê hingê re got: Ta ku Kurd mîna me bo kesine din xwe diwestînin û xêr û berên welatê xwe didine welatine din bi vî awayî ew tu carî nabin xwedî dewlet ango ger ew hertim li ser vê rewşê man ewê jî mîna me hertim hingiv çêkin, kesine din jî wê werin hingivê wan li pêş wan bixwin û ger nelihevkirinek di nav Kurdan de çê nebe mîxên(nokar) mîna yê ku di masa şewitî de çikandî bû ewê hertim nexşeya Kurdistanê parçe bikin.

112

GER ÇIYA NÊR E

LÛTKE JÎ MÊ YE

Tê bîra min dema ku ez û tu li hember wî çiyayê bilind sekinî bûn. Hîngê min bi te re got ku ez hez dikim di wî çiyayî re hilkişim û li ser wî ala xwe hildim.

Hîn di guhên min de ye dengê kenê te dema te gotinên min bihîstin. Te hîngê bi qasî demjimêrekê an zêdetir bi min kenî û te henekiya xwe bi min kir.

Hîn ew gotina te bi min re hîngê gotî ji bîra min neçûye.

Hîngê te bi min re got: Lê dînê ma tu çi dibêjî? Ma tu dizanî tu dibêjî çi? Ev yê li hember te çiya ye çiya ew ne nêrdevan e da ku tu bi lez tê re hilkişî. Ma tu dizanî çiya çi ye da ku tu dixwezî tê re hilkişî? Dînê ma tu nizanî çiya tenê ji mêran re ye ne ji jinan re ye. Dînê çiya nêr e nêr û kesên mîna te mê hebûna wan li çiyan tune ye.

Hîngê ez pir ji gotinên te tengijîm lê min ew gotinên te li te venegerandin lê belê min te tenê li hember wî çiyayê nêr hîşt û ez vegerîme mal.

Li mal henekiya te bi min ji bîra min neçû lê ramana hilkişîna çiyayê nêr ji bîra min çû ji ber ku îcar ez bi hilkişandina cihekî din hizirîm.

Erê erê min guh neda henekiya te û bi roja din re min xwe amade kir û berve lûtkeyê ve çûm.

Erê erê ez rast dibêjim pir matmayî mebe ji gotina min ez îcar dixwezim hilkişim lûtkeyê ji ber ku lûtke mê ye û ew cihê jina ye.

Mêro reftar çiyayo gotina te hîngê bi min re gotî rast bû ango wek te gotî ez baş bi çiya nizanim ji ber ku ew nêr in û ew ne cihê jina ye lê ez baş bi lûtkeyê zanim ji ber ku ew mê ye û ew cihê jina ye.

Mêro reftar çiyayo pir matmayî mebe û gotina min bawer bike ji ber ku niha ez namaya xwe tev wêneya xwe ya li ser lûtkeyê ji te re dişînim herweha jî min ala xwe li vir hildaye.

Mêro reftar çiyayo eger hinek şek ba te ji gotina min heye û tu dixwezî gotina min bawer bikî tu dikarî ji ser çiyayê xwe yê nêr li lûtkeyê binêrî hîngê tuyê yekser ala min bibînî.

Erê erê mêro reftar çiyayo min niha zanî ku çiya bo mêra ye û lûtke jî bo jina ye.

113

ODEYEK Û ÇAR DÎWAR

Odeke bi çar dîwara ye. Banî û zemîna wê hevgirtî ne. Lê her dîwarekî wê bi teşekî, rengekî û wêneyekê ye. Dîwarê Bakur qet deng lê mekin. Ew di xew de ye. Ew ne bi def û ne bi zirnan radibe. Bi vexwarina ol ew sermest bûye. Wêneya Mizqetekê li ser wî heye ango vî dîwarî tenê ji jiyana xwe ew wêneya mizgeftê naskiriye. Her roj ev dîwar pênc caran di wê wêneyê de nimêja xwefirotinê nimêj dike û piştre vedigere xewa xwe ya ku mîna xewa Ehil El Kehif.

Dîwarê Rojhilat her tim berxwe dide da ku ew werîsê darvekirinê ji nav xwe biqetîne. Hertim bi wî werîsî mirovek daliqandî ye. Her çiqas ev dîwar hewil dide ku kesê ew werîs di nav wî de darvekiriye bi diranên kevirên xwe bihêre lê her diçin werîs di nav wî de pir dibin.

Dîwarê Başûr birçîyê desthilatiyê ye. Li rex vî dîwarî rûniştekek heye. Her roj ev dîwar kevirekî xwe qurban dide da ku xwe bigihîne wê rûniştekê. Lê her ku ev dîwar xwe metrekê berve rûniştekê ve dibe rûniştek dusê metreyan jê bidûr dikeve.

Dîwarê Rojava hilweşî ye. Tevî ku hilweşî ye lê dîsa ew pir şêrîn e lewma li ser wî pir bazar diqewimin. Bazara mirovan, bazara kirîn û firotina welatan, bazara gornan û bazara li ser termên pakrewanan. Hemû cureyên bazaran li ser vî dîwarî dibin. Di navbera van bazaran de kevirên vî dîwarî tim hilweşîne, di nav van kevirên hilweşî re jî bayekî biyanî ku mîna mirinê bi tirs e derbasî vê odê dibe û hemû dîwaran bi sarmayeke tûj diqivilîne. Da ku her çar dîwar xwe biparêzin ji bayên biyanî yên mîna vî divê her çar dîwar dest bi mijûlbûna bi xwe berdin û hemû alîkariyên hev bikin ji ber ku eger dîwarek ji van çar dîwaran hilweşî dê ode giş hilweşe lewma divê ev herçar dîwar li ser zemîna xwe bi hev bigirin da ku zemîna xwe ji destdirêjiya pir kesan û cîranan biparêzin. Hîngê çar dîwar wê bibin xwedî hêz û ewê li pêş hemû cureyên bayan bisekinin û di ser de jî ewê zemîn û oda xwe ji çavbirçiyên welatan biparêzin.

114

أضف تعليق