*PÎR RUSTEM* PÛTVAN *çîrok*

:bo daxistina pirtokê ji vir

https://www.4shared.com/web/preview/pdf/iEGGvYKMba?

 

  • Navê Berhemê: PÛTVAN
  • Navê daner: Pîr RUSTEM
  • Cûreyê Berhemê: Çîrok
  • Çap: çapa Elkitroniya yekemîn 26 Sibatê.2017 S
  • Hijmara xelekirî: 9
  • Mafê weşan kirina pirtokê Ezber kiriye ji nivîskar e, û çapa Elkitronî ya komcivîna Zanyarên Azad re ye

https://reberhebun.wordpress.com/

bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin:

reber.hebun@gmail.com

 

 

 

 

 

 

 

ji ya ku hespine rewan di asoyên min de bezandine;

                        ji Medya re

 

….. Dîsa jêre

Spasiyeke xasma ji koma dostên ku alîkariya min kirine re û bi taybetî ji xoşewîst K. Bêkes re.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Pîr Rustem

Di sala 1963 yan de li Çeqela/ Efrînê hatiye dinyayê. Heşt salên pêşîn li wir derbas dike û pişt re mala xwe bar dikin Cindirêsê. Destûrnameya xwendina lîse distîne û ji bo xwendinê, çend salên dawî li bajarê Helebê dimîne, beşa endaziyariyê dixwîne, lê di rêza çaran de dev jê berdide.

Pirtûkên wî:

Çivîkên Beravêtî

(Çêrok 1992 – Bêrûd)

Pilindir

(Çêrok 1993 – Bêrûd)

Herdu berhemên wî ji weşanên Kovara Aso ne.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Merx / Çêrok

Pûtvan / Pîr Rustem

Hejmara weşanê : 500

Wêneya bergê : Nîhad Turk

Çapa Yekem : 1998

Weşanên Merxê, 1998

Mafê werger û weşanê yê Merxê ye.

Libinan – Bêrûd.

 

 

Sercem :

 

Careke din hat.

Pencere .

Di nav destên yê mezin de.

Çala reş .

Wêne.

Sing.

Şikefta ketî.

Qeşmer.

Çûna vegerê.

Pûtvan .

Medya .

– 1915 .

Çima..?

Dilopeke Baran.

Kek û Mam.

Zayîn .

Dîn zêde dibin.

 

 Çêr Çêrok.

Lawên Beko.

Çend (û Çend) roj

   Di jiyana pêximberekî de.

 

 

 

 

Careke din hat

 

 

 

 

Çend caran bi rê va ramiya; dikir ku, ji nuh ve vegere. lê dema li zarokan dinhêre û kêfxweşiya wan dibîne, careke din , bi reya ku ketî ser de, diçe. li navbera her kêliyekê de dilê wî tê guvaştin. ji duh ve, ji dema ku  pîreka wî gotibûyê. “sibe în e ka em zarên xwe derînin gund. Ji aliyekî ve, emê dê û bavê te bibînin û hinek zêt ji me re divê.Ji alîyê din ve jî, emê zarên xwe ji vê zindanê bi derînin. Wan, hingî dipirsin, bavê me kengî me derîne seyranê, ez kurmî kirime.Di dema ku, pîreka wî gotinên xwe direşandin, wî dest avêtibû qutiya titûn û hûrik- hûrik cixara xwe dipêça.

Tu zanî ku ez nikarim kemyonê bilivînim, nemaze di rojên înê de. Çavên polîsên leşkerî, li ser her tirimbêleke leşkerî, vekirîne. Piştî ku wî cixare pêxist, pîreka wî gotê:

Tu xwe ditirsînê. Evqas hevalên te hene. Rojên înê, giş bi tirimbêlên, hukumetê zarên xwe dertînin. Ti tişt çê nebûye, bes li ya me dipirsin.!

Her kes li xwe digirî. Her roj evqas tên girtin. Bes ew di ber xwe ve naçin. Ka çaydên bide min ev bû deh car dibêjim te ku ev ne tirimbêla bavê me ye, dema  em bixwezin, emê lê siwar bin. Gava jina wî dît rê li pêş neman, deng li zarên xwe kir  û gote wan: “ Hûn û bavê xwe bi hev bidin  fêmkirin. Min ji orta xwe derînin”. Her pênc zarên wî li dorê dicivin, ji destê xwe dikeve û her pênc li ser seriyê wî dibin kom.

Erê… duh soz da bû zarên xwe, lê di bin zora hêviya di çavên wan de. Heya ber destê vê sibehê, wî nikaribû çavan bide hev.Ka di rê va rast ewên kum sor bê, yan tirimbêl pêre bişke, di deverekê werbe. Eger tiştekî wilo bibe, divê venegere ser karê xwe. Xweş dizane ku wê hingê, divê ne bes jiyana xwe bide ser, lê ya zarên xwejî.

Di ber-banga sibehê de, di xew ve diçe; xewek giran û reş. Bi tena xwe di beyabûneke tazî û ziwa de dimeşe.xwêdaneke bê dilovan bi ser laş ve girtî. Carekê çavan bi asîmên ve hildide. Riwekî tisî ye, ne heyv, ne jî ro û stêr, Heya bi demekê di cih de ziwa dibe. Di wê kêlîkê de, dengek ji hundirê wî ve tê ku, eve yek li pêş wî ye.Bi bazdana ku ew bazdide dêw- segek dide dû û gepeke goşt ji pêtika wî diterişîne. Ji nav nivînan tê avêtin; dinhêre ku Meyro xwe xistî ber. Wê dixwest,ku berî zarok şiyar bibin, wê êvara înê rij derbas nekin.lê nizanî bû ku pênc tiliyên wê, li ser qalçeya mêr, dê bibin diranên segê.

Tu çima ji cih veciniqî. gote mêrê xwe.

 – Xewnek bû.

Av germe rabe seriyê xwe bişo!. Bi fedî gote mêrê xwe, te digot belkî, di şeva xweye pêşî de ye.

Dengê xwe hil  nede. Bi gotinê re xwe qulabt ser sîngê wê. Hîn dîkan bangil ne dabû. zarên wan şiyar dibin û dibînin ku bavê wan şaşikeke sor, li seriyê xwe alandî, di bin de xûyanî dike por hîn şile; Berî ku ro ji piş dîwarê cîranan derkeve, ew ji mal dertên. Herdu zarên biçûk digel diya wan dixîne cem xwe. Her siyên mezin jî dikevin tirêla kemyonê.

Bi rê ve, çend caran bi ser jina xwe de kir qir—,nemaze gava wê gotê: “ ka, berî em diçin gund, em derkevin ber ava ziravkê û kevirê înê. Di rojava de emê derkevin gund, çendekî li cem kal- pîran rûnin û xatir bixwazin, bi şev bighên mal”. Berî ku jina wî vê yekê bêje, ew jî wilo diramî, lê li behaneyekê digeriya ku, kela xwe di serîyê wê de birjîne. Mîna ewê rabûye û jinik; Bi hiceta ku wê di dema hevîr distira de kûna xwe dihejand, kotek kirî.

Ev çi bihn e?. Li çavê herdu zarên xwe dinêre û ji Meyro di pirse. Lê, bêyî ku ew bersîva wî bide, kulemistekê di pişta keça sê salî de diteqîne.

Tu yê bibê laş xwarine, derd pê ketê. Meyro bi biskên wê digre û serî vediçerpîne.

Ne sûcê wê ye. Eger te ew derxistiba derve, wilo ne dikir. Tifî… bihna zikê mirovan ji kortên avrêjan genîtir e. Bi gotinê re belora di nik de dide xwar.

Di çate-reya ava ziravkê de kemyonê hêdî dike û dikeve ser reya wê. Piştî kîlo metrekî û birîna reya hesinî ya ku dihêle rojê carekê tirên ji Helebê bighe gundên Meydanan, ew dikevin bin siha darên Silfato û Çinaran. Zaroyan, hîn di tirêla kemyonê de, cilên xwe avêtibûn. lê E. Remo li wan dike qîr, û wan vedigerîne.

Vê sibehê sare, Xwe hinekî bigrin. Eger rok hate nîvro, hûnê xwe têxînin. Li bergera wan venegerad. Lê berî ku nîvro bibe, hêşt ew xwe têxînin nav û bi zorê ew derxistin ku bên çend parî nan bixwin. Belkî di rojeke din de ba, dê mîna kuliyan êrîşî xwarinê bikirana, nemaze gava bihna goşt bihata wan.

Li ser xwarinê, çend caran E.Remo, li zarên xwe dike qêrîn; ji wan dixwaze ku xwarinê bê deng bixwin. Cih kênca xwe li wî jî kiribû. Du-sê parî xistin dêv û bi şûn ve kişiya. Tê bîra wî ku, çiqasî xwe xistî ava kanîyê. Kare kevirên di zikê gêlî de, yeko- yeko, bêjmêre. hêlînên ku li ser darên li dora kaniyê wî lezber kiribûn. Her rojê carekê divyabû bihata û li wan binêriya;( çi sal zû dibezin, tê bibê duh bû). Meyro serî ber ve wî hildide; dixwezwe wê hêsra ku bê hemdî wî hatibû xwar veşêre.

Ro didarivî ser milên çiyan. Siya daran qalin dibû. Gêreyên ku dûr çûne vedigerîn; dikin ku, barên xwe daxînin hêlînên xwe, û li hêviya ku, şeveke sar û reş biborînin, diman.

  1. Remo deng li zarên xwe dike. Ji wan dixaze ku, ferefolkên xwe komî ser hev bikin û têxînin tirêla kemyonê. Ew jî di dora wê re digere. Carekê dest li tekerê wê dide ku bayê wê kême yan na û cara din li motora wê dinhêre ka av, mazot li cihê xwene. Li dawiyê siwar dibe û bi navê xweda merşa wê lê dide; humînî bi kemyonê dikeve û hêdî- hêdî ji nav daran der dixîne; di keve ser rêya axî.

Ew nêzîkî reya hesinî dibin. Berî bi çend mitran hêza motorê kêm dike. Heya gava ku tekerên pêşiyê dighên ber rêya tirênê, bi zorê der dikevin ser. Pêşiya wê hiltê û dadikeve. Di cara didwan de dema ku di-xwaze teka din ji rê bi bire, berî ku careke din bi banî keve, kemyon vedimre û bi şûn de, ji ser hêsin datê. Herdu tekerên pêşîn dikevin zikê cotê rêya hesinî.

  1. Remo pêlî dibiryêc dike, fîtêsa wê vala dike, careke din lingê xwe datîne ser pêlgeha mazotê û merşê digherîne. Lê bê sûde. Çend caran vedigerîne, lê deng jê nayê. Dadikeve û pêşiya motorê hildide. Li betariyê dinhêre, ti tişt jê venebûye.

Careke din vedigere û dikeve kebîna kemyonê. Dîsa çend caran merşê lêdixîne, lê bê sûde. Gavê ev yeka bi wî re dirêj dike, hêdî- hêdî zarên wî ji tirêlê dadikevin. Ji bilî Meyro û keça sê salî, kes di kebîna wê de namîne. Wî jî xwe xistî binê wê, dinhêre ka belkî karibe sedema vê yekê nasbike. Zarok di dorê re didin dû hev, dihêlin bihna wî bêtir teng bibe.

Ew hîn di bin kemyonê da bû, dengekî reş dibhîse; dengê borîna tirênê dikeve guhên wî. Bi lez dertê, lê ti tiştî nabîne. Wî ne dizanî, gelo ev yeka ji sîberên tirsê pêre çê bûbû yan bi rastî dengê wê bihîstibû. Lê dema carek,din deng tê, nema kare ji xwe veşêre. “Erê hîn dûre, lê di navbera şeş- heft kêliyan de dê bighe ser û ji çend mitran pêve ji ajovanê tirênê re, gava ji pişt kendêl derkeve, namîne. Dê wî di pêşiya xwe de bibîne. Wê hingê wê keys pêre nemîne ku karibe tirênê bisekinînê. Ev ramanên çûne, bi lez di mejiyê wî werdibin. Xwe davêje kebîna kemyonê. Li pîreka xwe dike qêrîn ku ew û Sînemê dakevin. Bi destekî derî jê re vedike û têve dide, bi destê din jî merşê digerîne, Lê bêdengiyeke goristanî, xwe bi ser wî de vedirşîne.

Di kêlîka ku pozê tirênê, mîna dêwekî, ji pişt kendêl der dikeve, pêre-pêre borîniyeke (qêrînek) reş jê dikişe. Bi derketina wê re û bi dîtina ajovên re wî, bê hemdî xwe, destek avêtibû ser zemora wê û gewriya wê guvaşt. Destê din avêtibû ser firênan. Lê dema hest bû û dît ku eger firênan bernede wê tirênê di biniyê kendêl hilşîne, dest berdide. Lê ewê ku xistiyê gewriya wê, dixwaze dengê xwedayan jî vemrîne ku tenê dengê wê bi asmên ve biçe, bernade.

Xwe bavêje. E. Remo nihêrî ku, zarên wî bê şiv û liv mane. Reng li ser wan nemayî. Li şerê di navbera wî û wî dêwî, ku bi ser de tê, dinêrin. şikestineke kûr di çavên wan de ye. Ev cara pêşîn bû dinasîn ku bavê wan jî ditirse. Gava hest dibe ku ji hundirê kemyonê tê rakaşkirin, nuh çav li Meyro dikevin.Bi hêz destê xwe dide sîngê wê. Wê têve dide.

Tu zarên xwe bi dûrxîne. Eger derkevim, divê jiyana wan jî bidim ser. Wî gotinên xwe yên dawî bi nîv- dengî gotin. Di wê hîngê de, Meyro bi çend mitran tê avêtin. Wê ne dizanî bi bayê tirênê hate çengkirin,an têvedana mêr bû, an jî ji buhabûna cên bû.

Reqînî bi seriyê wê dikeve, dengê herfandina çiyakî dikeve guhên wê û kemyon, mîna goka zarokan, di pêşiya tirênê de tol dibe. Reşiyeke bêsînor dikeve ser aso.

Di kêlîka ku tirên dighe wî, çavên E. Remo û yên ajovanê wê dikevin hev. Riwê hevalekî ji zarokatiyê têde dibîne. Nişkabûnekê, di riwê wî de jî, dibîne. Lê ew nikare vê yekê biçespîne. Ev reya tîne bîra wî ku çiqas car ew bi hev re hatibûn eynî vê derê, da ku tirênê bibînin û destên xwe ji ajovanê wê re bi hejînin.

Bê hest, destekî ji wî kesî re hildide û di navbera xewn û rastiyê de, dibîne ku li alîyê din jî destek tê hejandin.

 

 

Pencere

 

 

 

Bihna bencê, ji zû de, ji ser çûye. Êşeke giran xwe berdayî ser kezebê. Çend caran, dest avêt ser zengilê ku, di nik textê wî de bû, lê dengê wê bê sûde bû; ti kes bi xwe re derbaz oda ku, ew xistiniyê nekir. Gava hêvî birî, çav ji derî kişandin û berve textê hevalê xwe yê odê şandin. Lê ew jî winda bûbû. Ji bilî wî, û textê vala, û wê pencerê, ti tiştê din, ku bala yekî bikişîne, nedît.

Ev bû demek ketiye nexweşxanê, di roja ew xistinê de kesekî nîv-mirov rûzer, ku li ser textê din dirêjkirîbû, bala wî kişand û nuha ew jî windabûye.

Careke din dest avêt zêngil, hinekê bihna xwe çikand, dengê piste – Pistekê, ji pişt derî ve tê. Lê careke din, bi dûr dikevin. Kezeb tê badan, diqîre û bê hiş dikeve.

Dema ji bêhişiyê şiyar bû, nizanî çiqas gav di ser re çûye. Lê ji valahiya zik têgîşt ku demeke dirêj di wê rewşê de mabû. Gavê dîsan xwest li zêngil bigere, destê xwe nedît. Bi hêz giriya. Ev cara didiwa ye, ku di jiyana xwe de digirî. Cara pêşin, wî bi xwe kir; dema bi çoyê şivantiyê, keça xwe ya çarde salî kuşt. Piştî, ku mêjiyê wê bi lêdana dawî re, li ser çar dîwarên odê, û heya ban jî, belavkir, di nîvê odê de, li nik cendekê wê, rûnişt, qutiya tûtin ji berîya xwe derxist û piştî ku sê nefesên kûr jê kişandin, bi hêz û şewat giriya û xwest mîna her carê ku pez danî mal ramûsana dawiyê, ji rûdêmê Mîdiya bistîne. Nihirî ku, qoqê wê hatiye pelixandin.

Piştî demekê, wî gote xwe “çima ez destê xwe yê çepê naşînim ser zêngil”. Wê hîngê naskir ku, du destên mirovan hene, lê berî ku ew lê bide dît derî li pêş du kesan vebû, yek li ser selecekê dirêjkirî û kesê din wî têve dide. Piştî ku, ew li ser textê hevalê wî yê berê, bi cih bû Kendal Dêrsimî hinekî – bi alîkirina destê mayî- xwe hilda, li riwê hevalê nuh nihirî. “Rengê mirinê, hîn jê dûr e”. Gote wî kesî ku, ew anîbû. Berî ew derkeve careke din deng lê kir:

– “Ez dêşim.” Xwast bala wî kesî bikişîne, ser destê jêkirî, lê bersivek di rengê sarbûna çavên wî de hatê: “Em tev dêşin. li hêviya barkirinê be” û berî ku, Kendal biqêre “ka ezê bi kuva barkim”, mîna ku, ew ramanên wî bixûne gotê.

Mîna ewên ku berî te, di odê de bûn û jê barkirine, rojekê tu yê jî barkî.” û derî li dû xwe girt.

– “Min çima derew li xwe kir, çima min got ev sê rojên min ez di virde me û çima min ne got ez nuha, li ser textê hevalê xwe yê barkirî, dirêjkirîme”. Zincîrên bûyeran, li dû hev kişiyan, piştî sê rojan şiyar bûbû xwe tev yekî din di odê de dît. Textê wî kesî, di nik pencerê de bû û yê wî jî di quncekî odê de danîbûn. Piştî nasbûneke fereh, ji hemû aliyan ve, heya sedemên hatina wî, vê derê û hîne jî kûrtir ku, çi bi her yekî re, ji roja bûna wî, û heya roja îro, derbas bûye. Piştî ku ti tişt nema, li ser baxifin, rojekê K. Dêrsimî pêşniyarek kir.

– “Çima tu li ser bûyer û tiştên ku, li dervayî pencerê çê dibin, na peyivî; hema çi çê dibe, tu karî bêjî”. Di wê hîngê de, Kendêl tirseke kûr. Di çavên wî de dît, lê heya bi kêliykê dirêjkir, û piştre, ronahiyek ji çavên wî kesî barî û ji demên ku, ew şiyar dibûn û heya ku xewê li serên wan dixist, wî kesî çi li derva dibû digihand K. Dêrsimî. Dema li derva nihirî, hevalê çûyî, bi hemû çîrokên xwe ve, tên ber çavan. Ew bi dengekî bilind dikene dihêle hevalê nuh, sê rojan nemîne, çavan ji bin bencê rakê û bi çavekî, ku tirs têde beloq, li wî binhêre.

– “Kêmasiyên min bibore”. Kendal ramiya ku berî nuha ev gotin kirî, an jî bihîstî.

– “Ne xeme. Bes çima tu dikenî? Rewşa me ya girî ye û tu tiştê din tune ye bibe sedema yek bikene ji bilî yekî” … Lê ne got (dîn).

Ev bû çend rojin ez bi tena xwe mame û bi hatina te şahdibim ka em wî kenî ji bîr bikin, û em hevdu nasbikin belkî karibin xwe û vê derê ji bîrbikin. K. Dêrsimî bi lezbûn xwe bi wî kesî da nasîn.

– “Te negot çima tu ketî vê rewşê”. Pirsa wî, careke din, çoyê şivantiyê û mejiyê ku, pê hatibû pelixandin, tîne ber çavan.

– “Çirok dirêj e .

– “Te tokê şeytên bi stûyê xwe xist”. Xwestineke bêdawî di çavên wî de dît ku çîroka wî bibihîse.

– “Eger wilo be bibihîse”.  Piştî demek bê deng diçe, got: “giş ji wê rojê de dest pêkir; ji roja ku min got divê em barkin bajêr, lê heya hatina wî, em bi rengekî surûştî dijiyan”. Mîna ku, nuha Kendal Dêrsimî deng li keça xwe bike ku ji ser pileyan bê û firavînê jê re deynê. Mîdiya, bi kenê xwe yê sipî, tê ber çavên wî. Ew derdikeve ku binihire ka çima ew lê venagerîne, çavên wî bi xortê ku nuh bûye cîranê wan ket, dinase ku, rojin kesk di jiyana keça wî de vedibin.

Dema Mîdiya dît ku, siya bavê kete ser, bi tirs şûnve kişiya. Berî ku ew di derî de winda bibe, Kendal cara pêşî dibîne ku qalçeyên keça wî dimil- milin. Gava wê xwest, xarinê deyne ber wî çareke din bi dîtina sînga wê re, keça wî nişkabûnekê pêre çêdike “kengî sînga wê çêbû” û bihna xwînê dikeve bêvlên wî.

Werimandina zikê Mîdiya nema tê veşartin nema kes baweriyên xwe, bi gotinên dê tînin ku, keça wan qelew dibe. Ti tişt nemaye ku, kanî derbibe û av bigihe bin K. Dêrsimî. Di rojeke bê sibeh de wî Mîdiya xist odê, çovê, ku ji kal – bava de, jê re mabû, ji piş istêr derxist, bi derba sisiyan re, mejiyê wê di çar kenarên odê de belav dibe. Heya bi demeke dirêj piştî ku çîroka xwe got, Kendal bê deng dimîne û dema wî kesî  xwest baxife dît Kendêl dest hilanî û jê xwest ku pirsên xwe bihêle demeke din û herdu, bi çavine beloq li ser têxt dirêjkirî man.

Roj diçin, pel diweşin û dar tazî dimînin. Ti tiştê veşartî di jiyana K. Dêrsimî de namîne. Diwan rojên bihurî de, hemû bûyer, êş û serpêhatiyên xwe ji wî re gotibûn

– “Te hemû tiştên li ba min bihîstin; nuha rola te ye, ka çi li ba te he ye.” Lê dema wî kesî  xwest jiyana xwe ji Kendêl re biweşîne, dît ku zimanê xwe windakirî û bi devekî vala kenî. Ev windabûna zimên, hinekê bala wan bir lê piştî demekê ew jî bû tiştekî rojane û nema biyaniyekê; nuhbûnekê dide çaxa wan. Bi hev re li tiştekî nuh digerin ku rojên xwe pê derbas bikin û mîna ku Kendal gihîştibûyê, ewê nuh jî digihe wê ramanê, û dema wî got “ka bêje çi li derveyê pencerê çê dibe”. K. Dêrsimî bi dengekî bilind kenî û serî jê re hejand.

– “Tu dixwazî bizanibî çi li drveyî pencerê çê dibe?.” Bi erêkirin, wî kesî serî hejand. “Ezê ji kuva dest pê bikim… Bibihîse: Berî giş ezê duruşmê ku, ji derve re dibihînim bigihînim te û pişt re, livên tê de çêdibin. Tiştê herî pêşîn rêyeke zo dibihînim, di nav bera wan de dar û kulîlk çandine, lê ji kuva tê, û bi kuva diçe ez nabihînim. Li aliyê din ê rê, gulistanek e, di nîvê wê de qesrek avakirine rengê wê sipî ye, ji du qata hatî rakirin di aliyê me de, û di qatê jêrîn de, heft amûd rakirine, banê wê bi qermîdên sor e. Pencerên wê, bi perdên xwe yên şîn, hindir diveşêrin, şivîle û rêçik ji pêşiya wê de, mîna rêçikên diza, bi nav gulistanê de belavin.

– “He… hee.. e..” Piştî çend caran ji he- heya wî kesî. Kendêl dengê xwe birî û lê nihirî ka ew çi dixwaze. Di livên destên wî re naskir ku wesfa rê û qesrê, jê re ne piwîste. Dixwaze li ser tiştên jîndar bibihîse.

– “Bibihîse, di her çendakî de zincîra utombêlan carekê diqete lê a nuha, careke din, ew li dû hev dikşin. Eva dibore yeke Marsîdis e, ajovan ji min ve nayê xûyan lê di aliyê me de, keçikek hîne nuh digihe rûniştibû; dolemeya wê bi bostekê di jorî kabokan re bû; gewdekî berfî li ser bû. Eva nuh çû Bîço ye; yeka bi pença reş û manto tê de rûniştî bû. Eva pişt, min marka wê nasnekir çend Erebên bi kirasên reş, tê de rûniştibûn.” Dema ku, Kendal careke din dengê wî dibihîse, nasdike ku, ew ji wesfa utombêlan jî bêhinteng bûye û tiştekî nuh dixwaze.

Lê berî ku ew careke din dest bi salixdana jiyana dreveyî pencerê bike, piste-pista hinekan li ber derî kir û gava ew bê deng man, herdu girtiyên odê li hevdu nihirîn;  pirsa “kîne ev û çi ji me dixwazin.” Di çavên wan de lûs bûn. Dema Kendêl dît ew bi dûr dikevin, çend caran dest avête zêngil, lê ew jî windakiriye.

Tu dixwazî, ez li ser kesên dervayî pencerê baxifim” Nihirî ku kenekî sipî li ser rûdêmê hevalê odê belavbû. “Ne xem e, ez benî, binêre.. Ji wê ve, sê xortan daye dû du keçikan; ew li wan venagerînin; xort gihîştin wan, xistin nav xwe. Yek ji wan sekinî û bi dîşlika xortekî girt, û ew veçepirand. Ên din bi hevalê xwe dikenin. Keça din hinekî bi dûr ket. Bes wer binihêr çi dibe; careke din xwe bê namûs dikin, dixwaze keçikê hembêz bike. Bes, dilê te bixum, te çi xweşkir bi wê tifûkirina, di riwê wî de. Çi, mîna segan, dûv xistin nav lingên xwe”. Kendal, piştî van salixan, heya demekê bê deng dimîne. Lê careke din ew li hevalê xwe divegere û diqîre: “wer binhêre li vî teresî, ew ji bavên wan jî mezintire- ji ber rihên xwe yên sipî ve şermbik -çawa bê fedî utombîl daye nik wan de û bi wan re daxife. Hey kurê segan, tu çi ji wan dixwazî, na…na!!” Dengê K. Dêrsimî tê birîn

Hevalê wî hinekê sekinî ku, careke din ew dest bi axaftinê bike, da bizanibê çima dibêje (na). Lê bê dengiya wî dirêj dike û, berî ku, ew zanibe ewê çi bike, dît derî li pêş du kesên, bi dîşlikên sipî vebû. Heryek ber ve textekî tê. K. Dêrsimî ber bi derî têvedidin, wî jî ber ve pencerê dibin. Xwast bi lez Kendal derînin; dixwaze dawiya çîroka ku, li derve dibe nasbike. Wî xwe  pêşve têveda “Pencere nêzîk dibe çend gavên din, wê jiyan li pêş min ve be” û gava ew gihîşte ber pencerê, û li derve nihirî bi devekî bê ziman kenî; kenekî zer, bi rengê beyabûna ku, li derveyê pencerê, dibihîne.

 

 

 

Di nav destên yê mezin de

 

 

 

Bêyî ku herdu dergevan wî bigrin, û jê bipirsin “Tu ki yî”, jê re derî vedikin û dibêjine wî derbazbe, yê Mezin  li hêviya te ye. Civîn nuh dest pêbû”. Gava derî li dû tê girtin xwe di saloneke ji ên padişehên ku, di hin pirtûkên dîrokî de li ser wan xwendibû dibîne. Dirêjî û ferehiya salonê li dor ( 300 m2)e. Di sîngê salonê de rûniştokek – bi ava zêr hatî şûştin – danîne. Lê bêyî ku, kesî rûniştî li ser bibîne, ji wê rûniştokê û heya berî sekinîna wî bi çend mitran du rêzên rûniştokan dirêjkirîne. Kesên ku li ser wan rûniştîne, piraniya wan jê re biyan in. Lê hin nasên xwe jî di nav wan de dibîne û yek silavan li wan dike. Ji K. Metê dikanciyê di ber mala wî de – û dibîne hin şagirt wî jî rûniştîne – heya dighe cem  rêvebirê dibistana ku lê mamosteyiyê dike. Lê ên ne nas jî, carina wêneyên wan, çi li ser cildê pirtûkan, an jî di rojnameyan de dîtine. Berî ku ew karibe xerîta hundir xaşik bikişîne, dengekî zer ji ser rûniştoka di sîng de herikî; di nîvê salonê de kombû “di qefesê keve”. Bi gotinê re çavên (E. Toma) li komeke bilind û fereh ji “gû” – di nîvê salonê de venîştî – dikevin. Demê ku, ber bi kesên rûniştî ve dinêre, her kes radibe ser xwe ku, ew jî li ser komeke gû rûniştî ye.

Careke din zikê xwe guvaşt; tiliyên wî, mîna pênc xenceran hunava wî diçirînin. Hundirê wî dikele; pêl li dû pêlê radibe. Dil hatî û di kêndira gewriyê de bûye “çiqina maran”. Dike ku di dêv re derkeve. Berve kebînê dibeze û di deriyê wê de dinya li ber çavan reş dibe; mij û dûman ketî erdê. Laşê wî ditevize; xwêdaneke serjêkirî wî dipêçe, û mîna dareke kok kurmî tê xwar. bi terqiniya ku ji seriyê (E. Toma) tê – dema ku li kenara kevirê derecê dikeve – çend kêzik ji xewa dana radibin, û bi meşîneke leylanî ber  ve wî tên. Bihna vereşiya mirovekî, wan dikişîne.

Tu çi dibêjî, ev mirî? Bi pirsa xwe re ket nav gola vereşiya wî.

 – Wê rojekê bikene. Kêzika din lê vergerand û dema baskên xwe li hev xistin çend hêsir ji nav weşiyan.

Tu çima bi mirinê dikenî? Kêzika yekem pirsî.

Me hîne karê xwe yê rojane bi… û kaniya hêsirên, ku di bin baskên wê kêzikê de derbûbû, ziwa dibe.

Ka wer arî min bike, em wî ji nav gola vereşiya wî derînin. Kêzika yekem got.

Kesek nikare arîyên din bike, tu xwe dibînî.

Ez te jî dibînim.

Bes ez tu me, ez ne ez im, û eger bawernakî ka em ji vî termî bipirsin.

Min bihêlin.. berdin.. direvin/ vim . çima natebitim.. hi girêdin.. kê baskên min dizîne. Bi vekirina devê (E. Toma) re, û domandina vereşiya wî re herdu kêzik peyvên xwe ji nav ên wî didizin, û li gotinên wî dimeyzînin. Herin… Giş bibezin.. lê rojekê ezê we bigirim; binasim ka hûn çi kesin. Her ku ew dixwaze bibeze, ji pêş segê ku dide dû bazde, ewqas lingên wî giran dibin, û hertim di cihê xwe de radibe – datê, lê ew gava, ku di navbêna wî û segê de heye, nayê şikandin. çi tiştên li dora wî û segê belavin ber bi pêşve diherikin; mirov… çivîk … dar, mal, û heya reya dibin lingên wî û segê de jî pêşve diherike. Lêdana çakûçan di seriyê wî de bilind dibe, û bi qelaştina serî re, ku mîna cebeşekî dibe du perçe, ji nav nivîna hildibe.

Heya bi çend lêdanan ( E. Toma) nizanî ew lêdan ên çakûçên xewna wî ne, an lêdana kesekî li deriyê wî ye. Di golên xwêdanê de hatî şûştin. Di bin balîva xwe de du kêzik mirî dîtin – dema dest avêt wî cihî û xwest kilîtê derîne – . Lêdana derî her diçe germ dibe. Vedigere dibe destekî dûmanî, li qirika wî dalê û ber bi derî ve dikşîne. Ji piş derî ve bang li kesê aliyê din dike, lê bê ku ew kesê li derî dide deng bi xwe xîne. Destek di derî de şîn dibe û nameyek di nav tiliyan de ye. Gava (E. Toma) namê ji nav tiliyan distîne, ew dest di hundirê textê derî de winda dibe û li şûna xwe birîneke kevin, ku dev hatî girtin, dihêle.

(E. Toma) li ser çar lingan vedigere hundirê xênî, û gava dikeve asîtanê, çavên wî bi segekî, ku di nav nivîna wî de raketî, dikevin, nerm û bi dizî xwe di quncekî xênî de diçelmisîne. Lê seg çavan radike û berve wî dinêre.

Kî bû ewê li derî dida . Seg jê dipirse.

Tu çi ji min dixwazî? Çima ketî dû min? Dide dû min … min bi..

Pirsên te pir in, ka bixwîne çi di wê namê de hatî.

Tu ji kuve zanî?.

Mat nemîne, ez tu me. Eger tu çiqas ji min bazdî… Û bêyî ku (E. Toma) karibe xwe li ber pêlên xwestekên çavên (seg) bigire, destan davêje beriya xwe û nama destê ku, di derî de şînbûbû dertîne. (seg) ji nav nivîna dertê û li hember wî rûdine. Li çavên hevdu dinhêrin, her yek xwe di çavên ê dî de dibîne.

Ka bixwîne çi dixwazin. Lê gava (E. Toma) dixwaze bixwîne dinase ku, xwendin ji bîr kirî, bêyî ku zanibe ji kengî ve. (seg) destan bervê dirêj dike, wê namê jê distîne, û li ber roniyeke di reşiyê de hatî gevizandin dixwîne. “Ji zûde em li pey tene. Tu ku ve diçî – tê, çi dikî – tê bikî, em her tiştên te dizanin. Lê heya duh kar û livên te ne bive bûn. Belê hin karên te hebûn – yê mezin – jê ne razîbû, lê me çav li ser dadimrandin. Lê duh bi wî karê te – yê mezin – pir zirt bû, û te di civîna xwe de dixwaze.”

                                    Seyda

Ava mezin – 6453

Bi xwendina navê xwediyê namê, cih û dîroka nivîsîna wî re (seg) wî pelî ji nuh ve ber (E. Toma) dirêjdike.

Te çi jê fêmkir, û ka ji min re bêje kîne ev, û çi ji min … Û bêyî ku, bihêle zincîra pirsên xwe bibe serî (seg) jê pirsî: – Te çima duh wilo kir ?

Min çi kir.

Te çima gote şagirtên xwe “çê nabe… belê, nabe ku, pepûk di qefesan de bin. Her kes divê qefesa xwe bişkîne, û pepûkê jê berde”. Te duh ev gotin ne got?

Belê. Bi stûxwarî (E. Toma) vegerand. Bes divê çivîk ne di qefesan de bin.

Ma ew karê te ye! çima qefes çêbûn, demê ku her qefesek çê dibe divê pepûkek di hundirê wê de şîn bibe.

Ezman ji bo çi ye.

Ew jî xefkeke ji pepûkên wek te re ye. Dê ka nuha ji bîr bike ku, duh hebû. Di navbera îro û pêr de çaleke reş e bê binî di mejiyê xwe de bikole, da ku, tu herî civîna – yê mezin – û ew te berat ke.

Ezê çawa herim? Ne ava mezin nasdikim.. û ev dîroka (6453) ezê kengî û çiqasî herim heya ez bigihim wê ?

Ew ne karê te ye. Nuha tuyê rabî biçî (mexferê), û ewê te bigihînin – yê mezin -, lê berî tu diçî, te çi dît, divê tu nebînî. Bi gotina dawî re (E. Toma) wî li pêş xwe nabîne, lê dengê wî bi hundir mêjî de diherike “Wilo be… divê tu di civîna – yê mezin – de jî wilo bî”. Wî çiqas li hawîrdora xwe meyzekir ku, zanibe (seg) xwe di kuderê de veşartî, û dengê wî ji ku diherike, lê çavên wî bi tiştî neketin.

Piştî ku (seg) winda dibe, ew ber ve nivîna, ku di nîvê hundir de mirî, tê. Radihêje seriyê nivînê; balîvê ji ser herdu kêzikên mirdarî hiltîne, lê çavên wî bi tiştekî nakevin. di ber xwe de dikene, û gotinên (seg) tên bîra wî. Balîv ji dest xwe davêje, û ji mal bi dertê. Bi rê ve rastî çend şagirtên xwe tê; her yekî rahijtî qefeseke, bi pepûkên serjêkirî dagirtî. Gava çavên wan bi mamoste (E. Toma) dikevin, li qefesên di dest xwe de dinhêrin, û di riwê wî de diken.. n.. ni.. nin..

 

 

ÇALA  REŞ

 

 

 

Ez vê pirsê ji te dikim… Ji min re ya rast bêje, Ehora Mezda, kê meşîna rojê, stêran nîgar kir.?”.

 

Perda reş li seranserî gerdûnê belave. Asîman bê heyv û bê stêr e. Dem bê ro, ronahî derbas dibe. çiyayê  Sablan di bin tariya demê de dibore, çivîk û cinawerên xwe hembêz dike.. Hin golên avê di nav dar û çawîrên zer de belav in; (rengê herî bi tenê).

Bi şepilandina destan dighe koka darekê û li ser şiqinekî bi cih dibe. Kut-Kuta dil demeke dirêj didomîne. Bi hejandina darê û herikîna bayê hênik re, ava di şiqinê darê de, di pişta wê re, dengekî Kûr, kor ji kûraniya hinava çalê dikeve guhên wê. Gotin.. pirs.. Eyros serî hildide.. û cara yekmîn çav vedibin. Ronahiyekê li pêş xwe dibîne. Rok ji wê ve dertê; nêzîk dibe- Xort di bîst saliya xwe de ye. Ji rûdêmê wî ronahî dibare; bê cil û pêlave. di destê wî yê çepê de gurzek agir e û yê rastê bi baxa gula Homa tê sotin. Gava ew gihişt darê..Enahîta xwe ji ser şiqnê ku li ser rûniştî berda nik wî, ji xelatên bav re çû secdê, mîna wê, Eyros jî xwe berda erdê.. herdû xelatên Ehora-Mezda dan pêş û piştî çend livên pîrozî baxa gula Homa li hev par kirin; xwar-in. Bi dawiya xwerinê re, ronahiya Eyros jê weşiyabû û li asmên belav bû. Gurzê êgir bû “ Çivîkeke Beravêtî’’; û di riwê asmên de windabû. Reşî qetiya. Hevdû dîtin; tîr.. xedenk.. şerm û fedî ji çavan diherikin. Cihên şermiyê vedişêrin û di qurzîka çavan re temaşiya hevdû dikin.

Gava me hevdû wilo dît, min xwe veşart.. û piştî ku min hin pelên dara mezin li xwe pêçan, ez ji piş koka wê derdiketim. Lê çavê min bi “Eyros” ne ketin.. Ew windabû. Ev e bûyera min ya herî kevin, ya ku min heya nuha ji pêş te veşartî”. Piştî ku Enehîta rê ji Zara nekir der û piştî 20 saliya wî kuta dibe, çîroka zayîna wî jê re sayî dike.

-“A nuha tu dixwazî, ez bi vê hêsaniyê bawerkim ku ez ji dendika gula Homa bi zikê te ketim”. Zara bi kerb li dê-pîreka xwe vegerand û bi gotinên xwe re Enehîta berve devê çalê têvedide; devê erdê ji hev dibe; Enehîta pêde diçe û di reşe kûraniya çalê de winda dibe. Kaniyeke avê, bîranînan derdibe û cobarek jê bi rêdikeve. Li dor kanîyê hin gul û nêrgiz belav dibin. Enehîta ji kûraniya kor de deng li Zara dike.

– “Eger rojekê te dît ku tu bi tena xwe mayî.. bê kes, hembêz.. dê-pîrek, vegere û xwe bavêje hembêza min”. Gotinên wê dibin marine reş, xwe di çala de vedişêrin. piştî ku Zara dê-pîreka xwe nependî dike, gerdûn vala dimîne.

– “Tirseke zer dikeve dilê min, û ez ji herêma ciyayê Sablan direvim dikevim, ser reyekê heya dighêm bajarê we.. ev bajarê bê pîrek; bê mê.. Her tişt tê de nêre. Tu dikarî ji min re bêjî çima? û hema navê bajarê we çi ye?”. Zara van pirsan ji kale- mêrê  yekmîn, ku rastî wî tê, dike.

– “Tu Zara yî. Ez nikarim tu tiştî ji te veşêrim. Lê ev pirsa te dê min winda bike.. Bes ji te dixwazim ku tu bi riya min bigrî û bernedî, eger çi bi min bê”. Bi koka riyên kale-mêr digre û ew dest bi bersîvan dike:” Navê bajarê me Or bû, bajarekî avayî û xweş bû.” -her ku kale-mêr daxivî ew diheliya.. diçelmisî- “ lê mixabin rojekê yekî bi navê Memed hat bajêr; bi lavêj, sihir û niviştan karî bi seriyê me tevan bilîsta û hêşt ku em her tiştên mê bikujin.. û wek tu dibînî em çi kesên di bajêr de mane mîna hev in; tev di temenekî de ne û bi şêweyeke ramanê ne”. Li dawiya axaftina kale-mêr ji bilî riyên wî di dest Zara de nemabû.. û gotinên wî tevî qîrîna Zara dibin: “ez dêpîreka xwe dixwazim.. kanî himbêza te û ..”  dihêle riya wî bilerze.. û li ser zimanê kalemêr, gotinin ji riya diweşin “bi dû min de, ezê te bighînim pîreka te”. Gotinên wî dibin dûpişik.. û di çala de xwe vedişêrin.

– “Û piştî ku riya kale- mêr kete pêşiya min, min da dû. Em demeke dirêj, ku bi tozê hatî şuştin, meşiyan, ji bajêr derdikevin û em ketin ser reya pirekê, ku ji aliyekî bajêr ber bi kûraniya demê, meşînê de diçe. Her ku meşîna me kûr bû, pêşve çû; reşî û toz zêde bû. Lê hertim dengê riya kalemêr, ez germ dikirim ku bi dû wî dim. Li dawiyê nema pêşiya xwe dibînim. Bi gava paşîn re, bi he- heya wî dengî re; dengê kenê Memed re,. Ez di çaleke reş, bê sînor werdibim û hîne di vê çala bê sînor ji reşiyê, valabûnê li dê- pîreka xwe; Li Enehîta digerim…” û perda reş seranserî gerdûnê belave.

 

 

 

WÊNE

 

 

 

 

Di roja pêşin de, çavên wî dagirtin; bêtrî kat û nîvekê, li hemberê dan rûniştin û jê re gotin: “ li wî binêre”. Ji sola reş ya ku benikê teka- çepê hinekî sist bûbû, heya bi xêza di nav porde ku xistî aliyê çepê, bi dehê caran li ber wan disekinî. “ Gereke ez jêre bêjim pîreka wî guh nadêyê. Çawa dihêle ew ji mal derkeve û benikê sola wî sist bûye. Divê serok hertim hajî xwe hebe. Erê bes ez wî bibînim… belê, divê her çendakî li sola xwe jî binêre. Serok serok e, ne kund û pepok e ku, yek wî bavêje binê selekê û ji ber çavan winda bike”.

– “Baş lê binêre”. Dengek li guhê wî vedipeke; li hevalên xwe dinêre, bihna axaftinê ji devê kesî nayê; ji zû de ziman winda kirine. Dema li wê dinêre, dibîne ku ji mêj ve lêv ziwa bûne.

– “Kê got”. Careke din li lêvê wî dinêre, bi zorê ew ji hevdu bi dûr ketine. Di kat û nîva di hemberî wî de, ti caran çavên xwe bi yên wî nexistin. Piştî sî salî, ji rûniştina di bin nigên wî de, ewê bîr bibe ku di vê dema dû- dirêj de, hîn çavên wî nedîtine; “ çibkim ji çavên wî”.

– “Keremke. Ev maseya te ye; tu yê her roj komek “îdbare” û qurnefîlekê li ser bibînî. A, ji berî diçim, ji kesî nexweze ku tu wî nasbikî, ewê li te venegerîne”. şeş kesên din li ber masan rûniştibûn.

Ev bû sî sal di ser karê wî, di erşîvê de derbas bûne. Lê hîne bûyerên wê roja pêşîn, di seriyê wî de, tezen e. Di gava pêşî de naskir ku ew derbasî gorên bêdengiyê bû; korîdorekî dû- dirêj; li her aliyekî rêza odeya zincîr girtine. “Bi dîtina kûrekî ev cih tête ronîkirin”. û bihna kefnikê firnkên wî qermiçandin. çend caran kir ku pirsa oda sekretariya, ji ewên ku mîna dûpişkan didan dû hev, bike. lê pirs bê guhdan dima û di dêv de vedimirî. Dema wî kir ku ji nuh ve pirsa bê guh vegerîne, odeya hemberî wî, kesekî nîv vemirtî velûdike û mij- dûman vedikşe.

-“Eger tiştek gerekî te bû, wê murika di ber te de biguvêşe. Ji bîr neke, kes ê bersîvên te ne de, we her yekî pişkokek heye”. Ev cara dudiwan bû ku ewê nîv- vemirtî jê re digot: “ divê tu bi kesî re naxifî”. Rahişt wênê û bi jorî seriyê wî daleqand. Divyabû ku bi ser seriyê her karmendî ve, wêneya serok bê daleqandin.

Pehn û dirêjbû, nîvê dîwarê li piş seriyê wî girtibû. Ji tîna nirînên wî her tim destmala, di ber qemçika H. Hebeş de şilbû. Nediwêrî çavan ji pelên di pêşiya xwe rake, nemaze gava ku dixwest çavan berde nav nigên wê keçika ku, li hemberî wî rûdinişt; ewa dikir ku xwe ji bîrakirî. Di wan kêlîkan de, gotinên wî mîna mişkên fetisî bi ser seriyê H. Hebeş de dibarîn.

– “Çima ez wî ji dîwêr nakim û navêjin kuncekî odê”. Ew hîne bi ramanên xwe ne lîstibû, hatin ew birin û mehekê bi wî lîstin. Ji wê rojê de, careke din be ku ew bi ramanên wilo re bilîze.

Çit; dengê qetîna hevdeyeke dezî, wî hest dike ku bar- kirina wî jî nêzîk dibe. Her şeşên bi wî re, di odê de hatibûn guhartin. Keçik ya dawiyê bû. Di wê rojê de sozkiribû ku ewê perda tirsê bi çirîne, deng û silavine sor, li ser masa di pêş wê de, di piyaleke camane de, deyne. Mixabim, çaxa wî hêz da xwe û ji piyan sekinî, dengê hirifîna dilekî kete guhên wî û baxçeyeke ji gangiliyên sor di odê de şînbû. Wêneyê serok, di eyne çax de, bi ser seriyê keçikê de hatibû xar.

Dil vemirt û xewn ji jiyana wî winda dibin. Ji berî ku ew barbike, her ku vedigerî mal şevrojên xwe bi wê dixemilandin û hertim bûka roja pêşîn bû. Lê wêneyên serok xwenên wî şikandin, “çima di eyne roj de, ji berî wê ba çênedibû?. Te çima gotin di devê de min rewisandin?”. Bi gotina dawiyê re, careke din dibe mêvanê kesên bê deng, li cem xwe direwisînin û bîranîneke nuh jêre vedikin.

Rojên wî diweşin, Pir guhertinin nuh bi xwe re anîbûn: Devekî bê diran, Porekî sipî, riwekî qermiçî û sîngekî bê dil û hest.

– “Evê nuh bûye mêvan, çima ewqasî çavan, di min de, dişewitîne. Kê gote wî ku yê dawiyê ez im?!. Ma, ez li ser sîngê diya wî rûniştime… çima ne dirêjkirî”. Wî çavên xwe kutan ên nûhatî, hêşt ew berê xwe biguhêre. “Ji zûde me mêranî ji bîr kirî”. Di serketina şerê bi çavan de, xweşiyeke mezin dabûyê û kenekî vemirtî di riwê de dihêle.

Çit; “ Ev cara dudiwa ye. Ew dizanin kêjan deziyê bênin; dihêlin yek dilopên jiyana xwe bêjmêre. Di rojeke wek îro de, ez di korîdorekî dû- dirêj de dimeşîm û pirsa min a bê guh li ser lêvên min xwe ji bîrvedikir”. Ev çend ramanên jor, bi lez dan dû hev. “Iro sî sal çê dibe, lê hîne çend kat mane ku, ez pelê sî saliyê biweşînim”.

Di van katan de, xortekî nûgiha dikeve devê korîdorekî dû- dirêj; li her aliyekî rêza odeyan zincîr girtî; mirovene dûpişkî ji wan odeyan dikşin. Lê pirsa wî bê guh dimîne. Kesek, ji aliyê odeyekê ve tê velûkirin û dide pêşiya xortê nû- hatî. Bêtirî kat û nîvekê, li hember wêneya serok dane rûniştin, çavên wî dadigirin û… çit…..

 

 

 

Sing

 

 

 

 

– “Tu kûr bibî”. Bi terqîna kûz û belavbûna parên wî re, dê nifiran li keça xwe ya panzdeh salî dibarîne. çingînî bi zerika wê ket. Ev yeka jî nîşana dernexwîniyê ye. Di mekra vê yekê de keçik hatibû kuştin. “Zerka te neşkî lê çingiya”. Bavê jê re gotibû û kêr dabû stû. Dema Meyro kûz şikand û nifir ji dê bihîstin, ev çêroka dîrokî di mejiyê wê de meyîbû. Bi ber çavketina Xorşîd re, tevzînok ketin canê wê, bi lez rahişt perçeyên kûzê şikestî û bermaleka xwe avêt. Xwest berî ku çavên wan li hevdu rast bên, ji hundir baz de, da ku raz û soza wan bernavêje. Lê dengê dê ew vegerand.

– “Şûna xwe ziwa bike”. Keçik şêt ma, ka axa gewr dê bi çi ziwa bibe; bilî aramek tihî û riswa, çiyê karibe ziwa bike. Zembîla kayê gola avê vedişêre. “Erê ava bin kayê” tê veşartin, lê çiyê wê veşêre. Ji heriyê derdixe û dixe nav diriyê.

– “Li şûna tu kil dî te kûr kir. Here çayekê bi ser êgir de”. Dê ji Meyro re got.  Zemîn fereh dibe.

Gundê Kela tevan bi hezkirina Xorşîd û Meyro dizanî. Heya li çend gundên dijî çêroka wan belav bûbû.Lê herdiwan perdeyeke sipî avêtibûn ser çêrokê û li hêviya bavê Meyro diman ku, seriyê hespê xwe nerm bike û gotina “Erê” ji devê wî bi bare. Lê her ku çêrok germ û bêtir belav dibû “Na” ya wî jî tûjtir dibû û bêtir berê hespê xwe dida qirêc.

Piştî ku Xorşîd ça vexwer, cixareyek nuh pêça, xiste nav lêvan û dûyê cixarê li şûna xwe hêşt. Berî ku ji Meyro derbas bibe gotina “soz” mîna kuzotekî êgir rûdêmê wê riswa dikin.

Di nîvê şeveke tazî de, dudu ji gundê Kela bi rê dikevin. Gav bi gav li piş xwe dinhêrin û her çendakî yê pêşîn guhên xwe bel dike û kûr guhdariyê li derdora xwe dikê. Dema dengê segan bi dûr dikeve, nuh bihna xwe ber didin.

Ka tuyê bi ku ve biçe, kesekî rût kiyê li xwe bigre û dê çawa bê veşartin”. Piştî ku Xorşîd ji mêvantiya sênga Meyro ve digere nuh xwe di rewşeke gergerînok de dibîne. Di çirûskeke sipî de destbirayekî bavê wî tê bîrê, berê xwe dide bakur û dikeve ser reya ku, ber bi gundê Xelîl ve diçe. Mal mala gur e ne arde ne bulxure. Mixabim, erê ne ard e û ne bulxur e lê mal jî ne mala gur e. şevekê li cem destbirayê bavê xwe dimîne; tev xwediyê malê berê xwe didin mala gur û xwe davêje nigên wî. Piştî ku merasîmên koletiyê bi dawî tên, ji bin nig û gunên axayê gund vedigere û di nîvê odê de xwe li ser çongan berdide erdê.

Heya bi demeke dirêj, di wî cihî de, Xorşîd tê tevizandin. Civata axê hêdî- hêdî belav dibin, Her yek du singan li dû xwe dixuşîne. Ji bilî axê, kesî nikarî lingên xwe ji bin xwe derxistana, rê ji wî re hebû ku nigên xwe, heya bi nîvê odê, ber bi devê xwedê ve û bi nav nigên  jinên wan de jî, dirêj bike. Gava axa dixwaze ji odê derkeve û zanibe dê îro di hembêza kîjan jinê de raze, di çûna xwe ya nêv- xewî de, li Xorşîd rast tê.

– “Te çi dixwest?”. Berî Xorşîdê Elê çêroka xwe bîne ser zimên, careka din û bi ramûsaneke teze ji nigên axê “yên pîroz”, lêvên xwe bimbarek dike û çêroka hezar salan- bavan ji axê re di deziyekî şil re dike; teneyên wê yên kefinkî, yeko- yeko, li dû hev berdide.

Çend roj di ser çêrokê re diçin, ew belav dibe, bihna hevrevandina Xorşîd û Meyro li sêsed û şêst gundên Efrinê belav dibe û tê zanîn ku wan xwe avêtine piş Omerê Çîlik. Erê gur gur e, lê keftar hartir e. Neqşa Efrînê dibêje ku gundê Xelîl û Mamila nêzîkî hev in; cihwar in. Gurek li vir, keftarek li wire. Teka mêzînê dadigere. Ev yeka li zora Xelîl- axa tê, peyakî xwe ji O. Çîlik re bi rê dike. Piştî silavan ew peya Xorşîd û Meyro ji wî dixwaze.

– “Here bi bêje axayê xwe ku, Omer- axa jî dikuxe”. Peyayên keftêr, bê peyîk, li axayê xwe vedigerin. Kuleke û di sîng de tê veşartin, lê nayê ji bîrkirin. Çend meh di ser çêrokê re diçin.

– “Ji gur pirsîn: çima stiwê te qalind e?. Got: Ez bi destên xwe dikim û bi devê xwe dixwem. Ev ji kevin de bû, di roja îro de  hûnê bi destên xwe bikin û bi devê min bixwin”. Omer- axa got û berve Xorşîd nerî. “Ev bû çend mehên te ne tu rûniştî. De ka rabe tu û Meyro derkevin şiyê û vêrgê ji cotariyan bistînin”. Rûniştina wan bi xizmetkarî qediyabû. Ewê derkevin û gotin dê bigihe Xelîl- axa ku ew ji bin kurkê Omer derketine.

– “De hûn jî rabin bidin ser reya şiyê û herdiwan ji min re bînin; divê hûn destê Xorşîd di piş de girêdin û li dû hespên xwe, heya dighên cem min, bixuşînin”. Xelîl- axa vê fermanê dide û sê peyên xwe bi ser wan de dişîne.Bi gotinan nêzîk e. Qonaxa danekî bi rê de dimeşin. Segê mîr mîr e. Gundê şiyê kiribûn du par, nîviyê vêrgê ji Xelîl- axa re û yê mayî ji O. Çîlik re bû.

– “Xorşîd rabe, bê riswayî bide pêşiya me”. Rê li ber Xorşîd neman ku karibe pêde bireve, sê peyên axê bi mertîn di ser seriyê wî re sekinî bûn. Di nêzîkî gund de destên wî di piş de girêdidin.

– “Bi singê ber derî ve girêdin û jinika wî bînin vê derê”.Xelîl axa dibêje peyên xwe û derbasî periya odê dibe. Werîsê ku Xorşîd pê girêdabûn ji berdehê hêsp vedikin û di singê ku nîşanî wan kiribû girêdidin. Jina wî jî dibin oda axayê xwe.

– “Gotina te li ser seran axa”. Hersê peyên mirinê, piştî ku Meyro têvedan nîvê odê; nav nigên wî, di devê derî de li diyariya wî man ser nigan.

– “Ji min re Husîkê bînin”. Û mîna ku ji bilî wî, kes li odê tinebe, bayê reş ji ber xwe berda. Pisîkeke fetisî ji peyîka wî direve ser laşê Meyro û di nav memkên wê de kaniya gêrikan derdibe.

– “Ez benî, gotinên te li ser seran”. Bi çarlepan xwe dighîne nigên wî “yên pîroz” û maçeke mibarek ji wan dibe.

– “Husîk, here Xoce Elî bîne; bila vê pîrekê li te mehir bike”. Bi gotinên wî re malika gêrikan ji sîngê Meyro hildiweşe û cobareke hunguv ji sîngê Husîk diherike. Gotina wî merem e. Xoce Elî, tev kiras û şaşika xwe, di xizmetê mîr û segên mîr de ye.

– “Emê kê bi bavê Meyro kin”. Xoce Elî pirsî û guhên wî dengê dîkê ku, li derve dihate fetisandin, zeft kirin û vê re jî nirîneke kizirî ji sîngê Meyro direvîne. Bêyî ku serî hilde, axê got: – “Xorşîd”.

Birûskê li mejiyê Meyro xist û dengê wê windakir. şeva revîna wê tê ber dil û tê wer dibe. Zerika avê dihêle çavan hilde û bavbûna Xorşîd ji xwe re dibîne. Di şeveke basik- şikestî de, Xorşîd ji toximiya Meyro dadikeve û dibe bavê wê. Mehirkirina wê li Husîk pîroz dike û piyana şerbeta wan berdidin ser lêvên wî yên qeşagirtî. Sergêj dadixînin ber singê girêdanê û di gel segê nobedar de, şeva sipî dimijin. çend caran xwest çêroka xwe ji wî re bibêje, lê seg ji hevaltiya wî direvî û guhên xwe dixistin bin nigên xwe. Di ber banga sibê de, berbanga ku mele kesên misilman ji hembêzên ziwa derdixîne, dest- nimêja xwe digre û Xorşîd reya sarincê dûz dike.

– “Xorşîd, kurê min, dê here ji bûk û zavê re avê germ bike, da ku nimêja sibehê li wan neçe. Kesê misilman divê nehêlibe çavên yekî pêkeve û hîne wî seriyê xwe neşuştî”. Berî ew ji cem bi rêkeve, Xelîl- axa carek din deng lê dike.

– “A… Xorşîd, divyabû te xwe li min bigirta ne li Omer. Ji bona yekî wek te em pev naçin. Bawer meke ku ew dê peyên xwe bi ser min de bi şîne. A… berî ji bîra dikim; piştî ku te av ji wan re germ kir, vegere ber sing û xwe girêde”.

 

 

 

Şikefta  Ketî

 

 

 

Berê xwe da bakur û ket ser rêşivîla ku ji gund dikşe. Çirayên gund bi her gavekê re kûrik dibin û gavên wî sist û giran dibin. Çend caran kir ku, ji nuh ve vegere û, ji civatêre, poşmaniya xwe xûya bike. lê mêrxweziya wî nedihêşt, “bi gaveke li pêş, dudu li şûn” reya xwe girtî. şeveke reşesipî û sar e, kuliyên berfê tên xwar; berfeke reş û giran. Piştî her çend gavan kurkê xwe datîne û dadiweşîne.Ev yeka li ber çûn û ketina wî ya nav berfê de ne tiştibû; mîna êzingekî rût dihate xwarê û heya bi çend gavan tol dibû.

Çima wilo hov derketim û min gote wan ku, ezê herim”. Dengê kundekî ew ziwakir. Bere wî cihê ku deng jê der ketibû nihirî, bi dîtina wan re çend hêsir û diran hatin xwarê. Komeke mirov- hestî di pêşiya wî de sekinîne. Hinek ayetên Quranê, ku di çend rojên li cem mele Qedrî xwendibûn, yeko- yeko reşandin. Lê bê sûde derketin. “Çê nabe, dûvê sege. Wî çiqas digote me van ayetan lezber bikin: ên cinan direvînin, ên te ji çavên şîn diparêzin, ên… heya ên dihêlin ku, keçik bidine dû yekî min ji bîra kirine”.

Dengê kund, careke din çavên wî ber bi wî cihî ve dikşînin. Di şûna koma mirov- hestiyan de segekî reş dibîne. Wî nedizanî ew nêzîk dibe yan seg berve wî tê. Vê yekê hêşt ew bibe bablîsok û ber bi bakur ve bikşe, lê seg bahozek li dû rakirî. Dîtina wê ronahiya dûr, dilekî nuh di sîngê Hemzeyê Zîrek de vejand. Mîna lehiyekê bi ser de çû lê bêyî ku, karibe ji devê segê reş derê. Bi dengê kundê ku, di jorî mala kelef re difirî, di devê derî wer dibe û “deziyên pilindir diqetîne”.

Sisê bûn û segê wan ê çarê bû, çar bûn û seg ê pêncê bû, şeş bûn û seg ê heftê bû. Bejn bost û rih çar bostî, bi nênûkên şûranî zikên qurbanên xwe diqelêşin û kezebên wan derdixînin.

Bi ketina şikeftê re wan, ji xewa çend hezar salan, şiyar dike. Bi dîtina wî re, ew xwe di qunckên şikeftê de vedişêrin. Gava H.Zîrek wilo dibîne, bi lez xencera di ber pişta xwe de dikşîne û di nîvê şikeftê de diçîne. Bi lêdana wê re devê kaniyê dipişkivîne û cobara xwînê diherike. Bi derbûna wê re masîne mirî derdikevin. Vê yekê tirsa wî tûjkir û bi çar- lepan berve deriyê şekefta ketî direve.

Ji dema ku, ew ji civatê hilbû û  ket ser reya şikefta ketî, bê dengiyek giran konê xwe li ser rûniştina wan verşandî. Navê şikefta ketî dendika toximiyê di hundirê mêran de ziwa dikir, Kesî di xwe de ne didît ku rojekê derbasî nav tariya wê bibe. Dema dixwastin tenaziyên xwe bi yekî bikin, jê dixwastin ku here xencera xwe di nîvê şikeftê de bi çikîne. Di rûniştina îro de wan H. Zîrek dabû ber bihna xwe, lê kesî bawer nedikir, ku ewê rabe ser xwe û dev bide ser reya wê. Heya dema ku ew ji civatê derket jî, piraniya wan got: “ew nuha li ser reya male”.

Şikeft:

Tukes nizane ku, ji kengî ve bihna mirovan neketiye hundirê wê. Bi çar- pênc kîlomitran, li bakurî gundê çeqela dikeve.Ji ber ku nîvê ban ê wê hilweşiyabû, nav lê kiribûn şikefta Ketî. Dareke tiwa nêr devê wê veşartî. Ji neçûna kesî bi ser de, bi stiriyên xwînî û diriyan hatiye winda kirin. Rê- şivîleyeke tenê di nêzîkî wî re dadikeve  ber sînorê Turkiyê, lê kêm caran te rêwiyek li ser wê didît.

 

Çerokên li ser tên gotin :

Ji berî çend hezar salan ve, Padişehê vê derê keça xwe li xwe mehir kir û di çend rojên xwe yên paşin de, keçik ket hundirê vê şikeftê û barê xwe danî. Dema dît ku cinawirek jê ketî, xwest li şûna xwe bihêle û bireve, giriyê zar, ew bi şûnde vegerand. Memkên xwe xistin devê wî zar- cinawerî, lê wî bi memikan tenê nekir, di her danekî de parek ji wê dikir û dixwar. Ji wê rojê de her rêwiyekî li dora şikeftê bibîne, wî dikişîne mala kelef.

Li hember vê çîrokê hinek derdiketin û digotin a rast ev e ku, ji zû de ev cih cihê seyran û kêfê bû. Ji devê vê şikeftê kaniyeke zelal derdibû, keç û lawên van derdoran li ser kom dibûn û cejin û newroz lê lidar dixistin. Di rojeke bê sîk û perde de , dêwê reş tê ser kaniyê û dilxwaziya keça melîkê bajêr dike. Lê hezkirina bavê wê jê re dihêle ku ew rojê keç- qurbanekê ji dêw re bi rêke. Ji wê rojê de ev cih dibe cihwarê dêwê reş.

Hineke din digotin na. Çêroka wan jî li ser Xelefo bû ku, ji berî demekê kesek li van gundan bi navê Xelefo hebû. Di rojekê de ew zû ji diziya pezê reş vedigere û şivanê xwe di hembêza jina xwe de dibîne, bêdeng her diwan bi hev ve girê dide û dibe şikeftê. Di her rojekê de zaroyekî xwe serjêdike, goştê wî dikelîne û ji herdiwan re dibe. Di roja heftan de zarê xwe yê dawiyê serjêdike û tev seriyê wî ji wan re dibe. Dema pîreka wî wilo dibîne har dibe; mêr û yarkê xwe dixwe.

Mele û feqehên gund jî çêrokeke xwe li ser vê şikeftê ristibûn. Digotin ev Çêrok giş derew in, navê şikeftê yê rast “şikefta Hera” ye. Xwedayê dilovan ji pêximberê xwe re got here wê şikeftê û li hêviya Cebra- Il be û ji ber vê yekê nav li wê şikeftê bû “Hera”.

Di wê şevê de, civata lidar, van çêrokan vedigerîne zimên û her çendekî çavên xwe ber bi derî ve dişandin, lê pêjna H. Zîrek neket hundir. Tenê dengê gurekî dazirî li derve dikirin. Bi banga dîkan re, çendekan ji civatê xwe dane hev û derketin.

Lê… çi bibînin. Hewşa mala ku tê de rûniştine, di xwînê de hatiye gevizandin û cobara xwînê, ji şikefta ku dewar tê debû ber bi gedûkê ve diherike. Di nîvê şikeftê de jî, di nav laşên pêz de, xencera H. Zîrek hatiye çikandin.

Ji wê rojê de gurekî har û dev bi xwîn kete holê.

 

 

 

Qeşmer

 

 

 

Di nav bera roj û şevekê de, ew bû yek ji nîşanên wê deverê. Mîna her tiştên vî welatî ku, ji  nişke ve serî hildidin, wî jî heyîna xwe standibû. Te digot belkî ew ji berî holê jî li virbû. Di çend rojên pêşîn de hin kesan xwestin wî nasbikin; dikirin ku êşa wan bi ser miriyên wan de bêtirî ya kesên bajarê “EFRIN” ê ye; ew her roj dadiketin ser gorên kal- bavan û çavên xwe yên bi şelmot, di rawestandina wî ya di nav goran de, diçikandin.Tevî gişî jî wî nedihêşt ku kes nêzîkî wî bibe. Ger çiqas civakeke fireh jî nêzîkî wî biçûya, bê silav li wan dinêrî û eger ku te bixwesta silavekê li wî bike riwê wî yê sar meşa te ji xwe dûrdixist, dest li te sar vedigerîn û lîstika kurkê, ku li xwe pêçayî û di nav bera her çendekî de  li goreke ziwa tê alandin, dikişand.

Di roja ku, ez gihîştim mal, ev bû çêroka pêşîn ku bala min kişand. Hîn di kêlîka ku ji min re salixdan, min xwest ez wî kesî nasbikim. Lê çûn û hatina mervên min û xêrxwestina vegerîna min, hêştin ez hinekî vê dilxweziya xwe bi şûn bixînim. Lê “Parêzî bi Ereban nabe, çimkî ji kevin de wan em dizîne”. Belê yek caran min cîroka wî ji bîrdikir lê mêvanên min ew bi rihetî ne dihêştin; çêrok di devên xwe de kiribûn benîşt.

Û ji lîskên gerdûnê, di roja ku ew ne di bala minde bû, min ew naskir. Sibeyeke Tîrmehê bû, di riwê rokê de çilpikên xwêdanê dibirûsîn. Li ser dengê bavê xwe û gotina “mir” min çavên xwe misdidan. Piştî ku hinekî min hişê xwe birefkir, min çêrok naskir. Bi lez min çavên xwe şûştin, cil  li xwe dûzkirin û der ketim mala cîranê ku dengê girî jê dihat.

– “Çawa çêbû”. Piştî min silav li civatê kir, min ji kesê ku  di rex min de rûniştî bû pirsî.

– “Ti kes nizane”. Bi xwîn- sarî bersiv da.

– “Çawa kesî ne dît?!”. Min hinekî bi xeyd û deng bilindî, lê vegerand. Kela min bêtir ji bersiva wî ya kurt hatibû. Min hêşt kesên nêzîkî me, bi çavin beloq, li me bimeyzînin. Wî jî xwest vê yekê bin cil bike, lewre bi dostaniyeke bêdil, seriyê xwe xiste ber guhê min.

– “Wek min ji te re gotibû, tukesî ew nedît. bavê lêwik, ji ber- benga sibehê de derketibû, dê jî çûbû mala apê xwe; malên wan nêzîkî hev in, du gav in. çûn û hatina wê pir dirêj nekir. Lê gava dikeve deriyê malê, dinêre ku zaro xwe li ser çemento dirêjkirî. Di bala wê de ku lîstikeke zarokî ye. Di ser wî re disekine, lê ew şiyar nabe, bi destên wî digre, lê di cih de qîjînek jê tê, dihêle cîran lê bicivin. Hatina bijîşk jî bê sûdbû; kesî ti tişt jê fêm nekir. Ev e cêrok”. Wî hinekî bihna xwe biderxist, lê bihna min tengbû. “çawa kesî ti tişt jê fêm nekir”. Min xwest ez wî hîn bicivilînim, lê gotina mele ez ji rê vegerandim. Em tev rabûn ku bi zaro re derkevin mezela bajêr. Bi rêv e, di meşîna li pey termê zaro de, min hinekî xwe nêzîkî pîrekan kir. Kurte- pistek di navbera wan de hebû.

– “Na yadê, ji ku bi nên…”. Lê min pevok giş ne bihîst. Di wê kêlîkê de, mele xwendina destpêka pirtûka xweda xwestibû. Gotina pîrekê anî bîra min ku dema mele zaro dişuşt çavên min bi pariyeke nan, ku di devê zaro de bû, ket.

– “Eger ne ji pariyê nên, wê ji çibe?”.Pirsa pîreka din, kela min careke din bilindkir. Zaroyekî çar salî, rojekê ne gotibû seriyê min têşe, çawa bê deng, bê ferman bimre?!

– “Nizanim. Bes wek min bihîstî, û xweda şahide, dibêjin ku (Dê) ew fetisandî”. Pîrek a lê guhdarî dikir kir ku bi qîrîn dêng derîne, lê haje xwe hebû; di cih de dest danî ser devê xwe. Bihîstina salixa çûyî tû li min qijkir.

– “Çawa?!”. Pirsa min û pîrekê bû yek, hêşt ku pîreka salix dida li çavên me herdiwan binêre, lê min kir ku ez ne li ba wan im. Ew jî şêt man ku dengekî din, ji bilî yê pîrekê, hebû û dema dîtin ku der dora wan kere careke din vegerîn çêrokê.

– “Dibêjin, û dîsa xweda di nav bera me û gotinê de be, ku gava ew derketibû mala apê da ku li zarê xwe yê din bipirse ku çima ew dereng mayî, evê ku çûye dilovaniya xweda xwestibû pêre here. Lê kir qêrîn ku li ber malê bimîne. Lê, ji ber ku qêrîna wê bê sûde bû, teka gorê ji lingên xwe kişand, kire qulp, xiste stûyê wî û ew bi pencerê ve girêda. Mala min bişewite hingî belengazî xwe kişand qulp li stû hat hev, hêşt lawik bifetise”. Her ku pîrek ber dawiya çêrokê diçû, min xwe nêzîkî wê dikir; min xwe nedît ku di nik wan de dimeşim û haya min ji mele û bilêvekirina navê xweda, bi yek carî, tine bû. Têra ku mirov ji xweda bireve, navê wî anîbû ser zimên.

Di kuncekî goristanê de sekinî bû. Te digot ew pareke jê ye. Belkî ya rastir ew be ku yek bêje goristan pareke ji wî ye.Riwekî sar, di geliyên rûdêmê wî de qeşa girtî; du rok di çvên wî de hatine vemirandin, qeşa wan dihêlin dilê mirov vemire. Li gor gotina gundiyên min wî nêzîkî li heyştê salî kiriye, lê di baweriya min de wî pêncî sal jî neqedandî, bes carna dîrok ji mentiqê xwe yê sirûştî der dikeve. Min xwest ez wî ji nêzîkî ve bibînim, min xwe ber bi deriyê goristanê ve kişand, lê ew winda bûbû, heya dema ku mele dest di ser riwê xwe re xişand û ji mervên ê mirî xwest “rêz bigrin ku xelk seriyê we sax bike”. ew bi ber çavên me neket.

Di kêlîka ku me dikir em ji goristanê derkevin, çavên min bi wî ketin. Ew di ber kêlika tirba pûç de ketibû. Min nêzîkî li wî kir, çend caran ez kuxîm, lê min nikarî bala wî bikişanda. Bihna mirinê tehl e û dûr diçe. Ez di jorî wî re rawistîm, min dît ku lingê qeşmerekî nav zeviyan “feza’e” şikestî û gêrbûye ser tirba pûç û tihî. lê dîtina zanaveke osmaniyan di nik qeşmer de, kesîtiyek dida wî. Bê ku fermana ti kesî bistînim, min ew xiste berîka xwe, kesî jî ne got çima û çi bû ewê te xistî berîkê xwe. Lê ti tiştî hêja jê ne hat standin. Ji bilî ku navê wî Gerebit e; di sala 1886 an de, li ser dengê giriyê xwe, ken û lîlandina yên dorê, cara pêşîn çavên xwe vedike, lê kesê nizanibe kengî cara dawiyê çav dane hev. Hemî agahên mayî hatibûn sîr kirin. Bi qasî şûna cixareyekê, zanava di dest min de, di nîviyê de, hatibû şewitandin.

 

 

 

 

Çûna vegerê

 

 

 

Civata ferîştan li dare, hîne pir helpesar li pêşiya wanin ku nerînên xwe têde bidin, lê xweda nefesek da wan ku karibin bi mejiyekî vekirî û sayî vegerin û axaftinên xwe bajon serî. Berî ku careke din li hevdu bicivin, serdergevan dikeve hundir û rêdana hatina Şêxê Pîran ji xweda dixwaze.

– “Bila ew bê”. Bi gotina xwe re, ji ser daniştoka padişehiyê dadikeve û heye bi nîvê odê tê. Daketina ji ser daniştokê bi ferîştan dide nasîn ku, mêvanekî bi qedir û qîmet dê têkeve hundir.

– “Silav li webe”. Piştî çûna dev- riwê hevdu, xweda ew bi xwe re derxist ser textê sultaniyê.

– “Ji zû ve tu nehatî mêvantiya min. Tu bi xêr hatî. Erê ji gerdişên mêvandariyêye ku yek heya bi sê rojan ji mêvanê xwe nepirse, hatina wî ji bo çiye, lê tu ji malê yî, em te mêvan najimêrin”.

– “Ez we sipas dikim, ez jî wilo dibêjim û vê car ê hinekî bilez im”.

– “Ka bêje çi ji te re divê”.

– “Ez dixwazim tu rêdana vegera min bidî, eger sê roj tenê bin jî ne xem e. Min bihîstî ku, te rê dayî çendekan”. Guh li ferîştan bel bû.

– “Bes tu dizanî ku kes ji wan negihîşt armancên xwe. Giş li rê ketin û heya bi nuha di zindana Ehrîmend de mane”.

– “Belê çîrokên wan ji min re nas in. Lê ewê nikaribin min ji vê reyê vegerînin”. Xweda ne dixwest ku, mêvanekî mîna Şêxê Pîran, bikeve nav destên leşkerên Ehrîman de, lê nirînek li çavên kalemêrê rih- sipî, jê re dide xûyanî ku nema kare wî ji rê vegerîne.

– “Ezê rê bidime te û li şûna sê rojan hefteyek ji te re. Bes bêje min, çima tuyê vegerî?”.

– “Min agirek li şûna xwe hêştibû; dixwazim zanibim çi pê hat”. Kenekî kefnikî li ser riwê xweda belav dibe.

– “Ka wer ji min bibhîs û neçe”.

– “Bihîstin ne wek dîtinê ye”. Bi gotinê re, Şêxê Pîran radibe ser xwe. Berî ku ew ji hundir derkeve, Xewda deng  lê dike û sê hevdeyên mûyê “kuriyê behrê”, dide wî.

– “Eger tu ketî tengiyan wan li hevdu bade, ewê bê alîkariya te”.

Şêxê Pîran kete ser reya vegerê; Ew û sê hevdeyên mû. Di şevek zivistanê de, di bin kuliyên berfê de dimeşin. Li welatekî digere ku karibe eniya xwe li ser deyne û nimêja xwe bike. Bi rê ve gurên birçî didin dû rêçika wî, lê dûr- dûr ji wî di meşin. Piştî sê rojan digihe bajarê reşiyê; bajarekî ro windakirî. Di ber deriyê melekê bajêr de, şîneke giran li dar e; kesên wî bajarî bi tevayî kom bûbûn û dengê girî ewrekî reş e. Careke din wê qurbanekê ji dêwê ku di devê kaniyê de rûniştî bişînin. Melekê bajêr tu rê nedîtin. Her çiqasî keça xwe li şûn hêştibû û hêvîdar bû ku çareyekê ji dêwê xwîn- vexwar re bibîne û karibe keça xwe biparêze, lê keçên bajêr giş bûn qurban û çare ji wî re ne dîtibûn. Îro divyabû keça xwe jê re bişîne.

Piştî ku qirika wî ziwa bûbû û nema karibû bê av çendekî din bijiya, rê da leşkerên xwe ku keça wî bend bikin û bibin. Kesên bajêr bi giriyekî bê hêsir û laşên ziwa li dû dimeşin.Şêxê Pîran dikeve nav qelfên xatirxwazan. Çend hêsir bi rihên sipî de diweşin; komeke zarok xwe davêjin hembêza wî, rûdêmê wî dalêsin.-Hêsir şor in; tîbûna mirov bêtir dikin-. Ew digihên nêzîkî şikefta ku dêw pana xwe xistî devê kaniyê. Divyabû keçik bi heft pêpelokan derdikeve cem wî. Dema ewê dikir ku derkeve Şêxê Pîran bi destan digre, dide şûn û di pêpelokan, yeko- yeko, re derdikeve. Her ku ji devê şikeftê ve nêzîk dibe, bihna genî wî dikizirîne. Di devê şikeftê de dibe sing. Heft lêdan bi xencerê, dê bihêlin heft serî biweşin, xwîn û avê tevlihev dibin û çemê Ferat carek din diherike.

Mizgîn digihê melekê bajêr. Kesê ku mizgêniyê digihîne wî seriyê xwe winda dike. Bi qîrîneke reş, leşkerên xwe bi ser Şêxê Pîran de dişîne. Fermana kuştina wî dabû wan. Lê berî ku siwarên reşiyê bigihên ser Şêxê Pîran, ew hevdeyekê ji hevdeyên mû li hevdu badide û “Bozê Rewan” wî ji pêş siwarên reşiyê winda dike û ji kişwera xweda derdikevin.

 

Çend bîranînên Şêxê Pîran di kişwera Somer de.                  

Bozê Rewan, siwarê xwe li ser Çiyayê Kafkasê datîne. Berî ku nasbike li ku bi cih bûye, xeleka mar- dûpişkan wî dorpêç dike û didin ber xwe. Pir camêran di vî çiyayî de jiyana xwe winda kiribûn. Her çend gavan, komeke qoqên wan hildabûn ser hev. “Kî rokê ji devê min derîne, ewê navê xwe li ser eniya xweda binivîse”. Dema ku Şêxê Pîran pevoka çûyî li ser kevirê di devê şikefta, ku ejdeha têde rok bend kirî dixwîne, dest davêje xencera ber piştê. Bi serî- jêkirina wî re cobarên ronahiyê ber bi ezmên ve diherikin û mar- dûpişkên Çiyayê Kafkasê di qulan de diçin xwar. Piştî ku Şêxê Pîran rokê ji devê ejdeha direvîne, xwe ber dide ser Gola Reş û li kalemêrê, ku konê xwe di kenara wê de vegirtî, dibe mêvan.

– “Silav li Otnebiştimê nemir be”.

– “Silav li Şêxê Pîran be. Reya te hîn dûdirêje, çend rojên xwe li vir bimîne”.

– “Te sipas dikim rojên min gûzên bi hejmar in”.

– “Bêje, te çi divê”.

– “Tiştekî bi tenê; keleka te ji min re divê”. Şêxê Pîran dizanî ku, bêyî kelekê dê nikaribe “Gola Reş” bibire.

– “Ew ji te reye, bes haje xwe hebe. Divê tu xew nekî”.

Çêdekên ku, ji berî Şêxê Pîran gihiştibûn vê derê, û xwestibûn Gola Reş bibirin, bi stiranên Sîranata di xwe ve diçûn û ji Exîlos re dibûn qurban. Lê Şêxê Pîran haje vê yekê hebû, lewra dema ew gihîşt qeraxa golê, herdu guhên xwe bi herî tijî kirin û di nav refê Sîranata re,li kenara din ya Gola Reş dadikeve, hêşt ku ew bi keserên xwe ve di kûraniya wê de winda bibin.

Piştî çend gavan, qirika wî ziwa dibe, xwe berdide ser Sarinca Keftaran, li ser bazingê wê mar- masî rûniştiye û geyayê jînê xistiye devê xwe. şerekî giran dikeve nav bera wan de. Lê dema ku mar- masî di wî de Rustemê Zal dibîne, giyayê jînê ji devê xwe dêxîne, xwe berdide binê sarincê û kulemeke av ji Şêxê Pîran re dişîne. Ew radihêje kulma avê û geyayê jînê û dide ser reya kişwera Medya. Lê divyabû di ser Silat Koprisî re derbas bibe.

Berî ku, Şêxê Pîran bigihîşta Silat Koprisî divyabû derbasî bajarê Orok ba. Li pêş qesra Gilgamîş disekine, bi hezaran kesên bajêr derketibûn wê derê û ji melekê xwe dixwastin ku wê geyayê şanî wan bide, lê leşkerên Gilgamîş ew bi şûnde didan.

– “Ev çi ji melek dixwazin”. Şêxê Pîran, kesekî bajarê Orok digre û jê dipirse. Ew hinekî çav vekirî dimîne, lê dema bihna biyaniyê ji wî dike, bi kurtî li wî vedigerîne.

– “Em dixwazin jînê nasbikin”. Û gava dixwaze berve deriyê qesrê biçe, Şêxê Pîran deng lê dike, wê geyayê dide dest û berê wî dide dîwana Gilgamiş. Yekî din, ji bo mizgîniyê, seriyê xwe winda dike û careke din leşkerên reşiyê fermana kuştina wî distînin. Dihêlin ku mûyê dudiwan bikşîne û Bozê Rewan wî careke din winda bike û li kenara Silat Koprisiyê deyne.

Ev rawestgeha wî ya dawiyê bû ku, ji wê cîhanê derbas bibe vê. Şêxê Pîran ê pêşî bû ku, di reya vegerê de, gihîştibû vê qonaxê. Çendekên ku berî wî xwestibûn vegerin, di qonaxên pêşî de ketibûn. Ji ber vê yekê her tişt bi wî nuhbû; divyabû reya xwe mîna mirovê kor biqelêşe. Ew hîne di wê sergêjiyê de bû, çend pêt li sînga wî dikevin. Dojeha cobarên xwêdanê di gewdê wî de vedibin û bihin lê diçike.

Berve kopriya ku, herdu cîhanan bi hev ve girêdide dimeşe. Dengê kenekî hêrs ji kûraniya Wêl- wêl Deresê tê.

– “Çima te hişt ku, bi te re têkevim vî şerî. Çî yê te ji jiyana derewîn heye; te çi jê divê. Evqas agir têra te nakê??”. Kor, serleşkerê Ehrîman, derketibû pêşiya. Şêxê Pîran, li ser pişta Gayê Pîroz bi canbazî li ezmanan lîstikên xwe dikirin û dixwest wî bi ser kopriyê de bişîne.

– “Bavê bav ne bav e û agirê ji êgir ne ti agir e. Dayîna agirê we arî ye û yê agirê min av e”. Bi gotinê re lingê xwe avête ser kenara Silat Kopisî. Nedîtina wê di bin lingan de dihêle ew ji dûzaniya xwe bikeve û di devê Wêl- wêl Deresê wer bibe. Kor ji berdefkên xwe re gotibû ku sîtila herî mezin ji wî re amedekin û dive pêtên agirê wê bigihên bin nênûkên Xweda. Berî ku, Şêxî Pîran di sîtila Kor de cih bigre, hevdeya dawî ji mûyê Bozê Rewan dikşîne û xwe tevî wî li aliyê cîhanê yê din dibhîne. Lê Bozê Rewan di cih de dibe bapîsokek û bi ezman ve hildikşe. Stêrek nuh di eniya ezmên de tê nîgarkirin.

 

Gera Şêxê pîran di welatê Medyade.

Berê tevan li bakur e. Şêxê Pîran xwe berdide ser bajarê Amedê, li kolan û çarşiyên wê digere, bêyî ku bihna mirovekî bi ser keve. Bajar vala kirine û bi mardûpişkan û segên berdayî hatiye dagirtin.Çend caran xwestin êrîşî ser Ş. Pîran kin, lê bihna wî ew bi revandin didan. Berî ku ew ji deriyê bajêr derkeve, rêza xaçên ku ber bi bakur ve diçe dibhîne. Serok leşker ê Tirkan li ser gora pêşmrgê nenas sekinî û got “ne dûr e ku ev kurd be” û kenekî bê sînor li wî dibarîne.

Bi rêza xaçan re ew derbasî bajarê Silêmaniyê, “Bajarê Mirinê” dibe. Ew çiqas digere ku rastî nîşaneke jiyanê were, lê dest vala derdikeve; ji bilî kavilan, ti tiştî din nîşana jiyanê ne didan. Dema siya kevokê bi ser dikeve, dide dû û di nîvê bajêr de, li ber pûtê Xanî, Kak û Mam rabûne ser piyan.şerekî giran di nav wan de pêketî, derdora wan bi komên hestiyên şikestî hatî dagirtin. Her çekê yekî dişke, wê kevoka ku siya xwe ketibû ser Ş. Pîran, hestiyekî nuh jêre berdide. Dema ew radihêje hestiyekî, li ser “Made in Kurdistan” dixwîne.

Ş.Pîran ji bajarê mirinê ber bi başûrê Medya ve direve û dema qirika wî ziwa dibe xwe berdide ser çemê Efrînê, ew ji zûve hatibû dizîn û windakirin.

– “Ji bilî gola Ormiya nema ku tihna min bişkîne”. û berê xwe da Çiyayê Sablan.

Di roja heftan de ew dighe qerexa çiyayê pîroz. Soza wane ku piştî ew seriyê her çar marên ku, di milên Ejdehak de derketine jêke, agir dê li ser vî çiyayî pêkeve. Lê Ş. Pîran çiyakî rût li ber xwe dibîne.

 

 

 

Pûtvan          

 

 

 

Nirînine sareş li hev dibarînin. Destên ku şûrum tê de bi jor ve dikşin. Di hin cihan de, kirêc diherife, tîş- tîşî dibe; Avine zer- zelqoyî, di rengê nêmirovan de, ji birînên herdu pûtan diherike. Her, ku dilopek ji av nêma wan dikeve erdê- berî ku,di aso de winda bibin- Tên şewitandin. Li pêş deriyê pûtgehê, komik arî kombûye.

– “Ez ne vala me, ji lîzên we re. Ev bû çend carên min in, ez dibêjim we eger pûtek di nav destên min de be, divê ez dengên we nebihîsim”. Gotinin, solin ji ser lêvên pûtvan (Xewyaz) diweşin. Wî demeke dirêj ji şeveke sipîdirêj borandibû, bi meyzekirina şerê di navbera wan de. Gava dît ku, pûtekî destê yê din firand, û çend pêrçemok li wî kombûn û di dîwêr de winda bûn, naskir ku eger li wan neke qîrîn, ew dê hejmara pêrçemokan zêde bikin.

– “Kê gote te em dilîzin û ev gotina vala… yê vala kî ye?. tu çima me çêdikî?. Ka bersivê bide”. (Xweyaz) kûr li pirsê nihirî. “Pir bi ser xwe de ne ponije, ezê bêjime te”.

– “Berî tu dibêjî. Min ji zûde naskiribû ku, ev kesekî dîn e. Di hundirê xwe de, çiyak ji pûtan avakirî û hertim xwe bav, xweda dibîne”. Pûtê dest jêkirî, gotina hevalê xwe birî. “Eger ne ji valahiyê ye, te çima em… çima pûtgeh, te çima gerdûn afirand?!”.

– “Divê ez pûtê xwe yê dawî bi serî bikim”. Û bêyî ku, li herdu pûtên şerker vegere, û bersiva wan bide, dest avêt kêra kar. “Binhêrin yê ku, ji pûtgeha, buhişta min bireve, ewê bi hilma devê min bikizire û bibe komek arî li ber deriyê min”.

Herdu pûtan li çavên hevdu nihirî. Wan ev tişt xweş naskiribû ku, ew dê hertim girtiyên pûtgehan bin û eger rojekê kaniya azadiyê di seriyê wan de bi teqe, wê mîna ewan kevokan, di derî de bikizirin. Ev danstandina ramanan ku, di nav bera herdu pûtên şerker de çê bûbû, mîna kelemêşan di ezmanê pûtgehê de diçin û tên. Ramanek ber bi (Xweyaz) ve difire. çavên wî didin dû, di kunçekî vala ji tînê, ji ronahiyê li stiwê kelemêşê dinin, û bi banga çav- mizgeftan re dest dixuşin. Mêşa reş di nav du tiliyên pûtvên de berdavêje; geliyek ji nêma wê diherike. Dihêle ku, herdu tiliyan ber bi bêvilan ve bîne. Nêriyê ku, paşiya bizinê bihin dike, poz bi jor de hildide, û nefeseke kûr dikşîne.

– “Ket, ev cara yekem e wî dibînim ku, ew gêj dikeve”.Pûtekî gote yên dora xwe.

Wan ji zû de şerê xwe sar kiribû, û digel hevalên xwe yên di pûtgehê de, bi çavin bi tirsê avis bûne, li pûtvên dinêrin. Gêjbûna wî ji wan re rewşeke nuh bû. Lê hatina çivîkeke hesinî li hundirê pûtgehê- gerdûne hêşt ku, nirînên wan bizên û çemek ji kevroşkan biherike. çivîka pereş, xwe ji ezmanên xewnan berda nîvê kefa destê pûtvên. Kefa avis dizê û bi rabûna xwe re zarokekî tazî, serjêkirî derdixe. Li şûna xwe çaleke vala; ezmanekî rût bê stêr û baran dihêle û hêdî- hêdî kurmên kor ji (Çala Reş) derdibin. Gava ku ew berî laşê wî dikin, ji gêjbûna xwe şiyar dibe û bi lepeke heriya kirêcê, valahiya dest tijî dike û rê li pêş kurmên kor digre.

– “Xwe da, xwe bi xwe da. Wî hertim digote me lê em bê bawerî bi derdiketin”. pûtekî destjêkirî gote nîv- pûtekî.

– “A nuha te bawer kir?”. Pûtekî rihsipî lê vegerand.

– “Te bi çavên xwe dît. Ew ne bes kare me çê bike. Wî kefa destê xwe jî nuh kir”.

– “Kê gote te ku, ew perspanê li wir xistî dê di wir de kefnikî nebe. Piştî çend rojan divê perspanekî nuh çê bike”.

– “Çima?!”. Pûtê destjêkirî, ji yê rihsipî dipirse.

– “Divê yekî teze û mezintir bibîne”.

– “Ewê xwe ji nuh ve bide?”. Pûtekî teze dipirse.

– “Na. Demên ku, ew bi tevayî bibe perspanekî kefnikî ewê destekî nebîne ku, bibe xwedayê xwe”. Rihsipiyê pûtan got û xwe ji refa ku, li ser danîne tavêje erdê; hûr- hûrî dibe û bi babelîsoka ku, ji devê (Xweyaz) dikşe re, di îvên sola wî de winda dibe. Sîka pûtvên reş- mezintir dibe û tîn… baran û ronahiyê dide revandin.

– “Divê ez pûtê wê bighênim dawîyê. Ew çend rojên ku, ez tê de kar dikim, rojin mirî bûn. Divê nêrgiz bişewitin, stêrên zarokiyê vegerînim”. Bi gotinê re bîr bir ku, ji roja dest bi çêkirina pûtê wê kirî de, ew ne dîtiye. Kela ramûsanekê di dilê wî de dipişkive, kêra di dest xwe de tavêje û ji hundirê pûtgehê dertê.

Di paşevê de ji meyxanê der- dikeve; dide ser reya mala (Raşêl). (Reyeke dirêj… û keçeke dirêj) bû. Di wê şevê de. çend stêr ziwa dibin. Kaniya, ku nuh li mala wan derdibe, dê bihêle bibe cîgehê civîna segan. Di eyne şevê de, pûtê wê, piştî ku hêşt ew avis bibe, bi serdike. Zikê wê yê werimî jî, ji pûtên kevin re tiştekî nuh bû.

Careke din di wê şevê de, piştî ku pûtê (Raşêl) ê avis bi serî dike û çend cixaran dimije, Qîrîneke kûr û ziwa dikeve guhên wî. çavan ber bi pûtê avis ve dişîne. Dibîne ku, cobareke tihî di qirika wê de derbûye û pêmpilîkên sor bi ser herdu girên sîng de difirin. Çavan ji wê dişo dinhêre ku, çav di seriyên pûtên wî de dibirûsin, her yekî rahiştî şû..r..uma xwe û ber wî tê; li dora wî gustîleke baranê vedigrin. Hingê nas dike ku, (Raşêl) bû stêreke rijiya û vemirtî. Wan devên şûrên xwe bi xwîna wê vemirandin.

Di sibeheke bê cers de, ewrekî sipî…(Dê) bi dizî derî vedike ku, mîna her car, xwe bavêje henbêza ( Xweyaz) û bihêlin ewrekî reşî-avis li ezmanê pûtgehê belav bibe. Lê dema derî li piş xwe dihêle, ji bilî pûtekî kizirî û kêra ku, ji nav tiliyan ketî, ti tiştî din nedît.

 

 

 

Medya                                           

 

 

 

 

Piştî şikestineke riswa, ji hemêza pîreka xwe derdikeve. Hêdî- hêdî destê xwe yê çepê ji bin seriyê wê dikşîne. Kûr bala xwe dide sîngê wê, ku bi yek şêwî bihna wê dertê. Dinase ku Padîşaha xewê ew xistî bin baskên xwe. Ji oda razanê derdikeve û derbasî ya mêvanan dibe. Dest davêje kasêtekê û dixîne (misecelê), mûzîka stirana “Eyşa Ibê” li odê belav dibe. Cixara xwe kûr- kûr dimije, xelekên dû dertên, fereh dibin… ferehtir dibin. Yek ber bi wî ve tê; lê tê pêçan; xwe li qirika Mîr Cano dalîne. Bihin lê diçike, çav di serî de sor dibin; ji cihên xwe dertên. Lê dengê qêrîna wî dernakeve.

Di dema ku Mîr Cano dikeve devê xeleka cixarê, Padîşahê cinan komcivînekê, ji cinên  herêma Efrînê re li dardixe; wan dide hev û bi zimanekî tirş loman ji wan dike. Heya roja îro Mîr Cano nebûye mêvanê wan, lewre ji du cinan dixwaze ku herin wî bînin.

Mîr Cano dibîne ku kasêt gihîşte dawiyê; deng hate birîn. Hêz dide xwe ku rabe kasêtê vegerîne aliyê din. Lê ji berî wî destekî din xwe dirêj dike û riwê Medya ji piş derî derdikeve. Riwekî sar e; tîna rojên destgirtiyê jê nayê. Wî pirê caran, di demên ku bi tenê bi hev re dilîstin, digot wê: “ez li ser tiliyên xwe bi tirs im”. Gava wê dipirsî çima, bi dilekî sipî lê vedigerand: “Tirsa min ji tîna dilê te pir e, ku tiliyên min, mîna mûman, li ser riwê te biherikin”. Kenê wê jî dihêşt ku ew sersend bikeve. Medya ramanên wî naskirin, berkenî bû û seriyê wî xiste hembêza xwe. Lê Mîr Cano ew kutekuta, ku di kêliyên wilo de tên bihîstin ,ne bihîstin; naskir ku wî seriyê xwe daniye ser sîngekî bê dil. Dil jê reviya bû. Hingê Mîr Cano behitî; ket. Berî ku ji behtiya xwe şiyar bibe û bixwaze van guhartinên, ku di pîreka wî de çê bûne, nasbike, wê nişka bûneke mezintir danî ber wî; jê xwest ku rabe cilên xwe li xweke.

– “Çi bi te hatî?!. Hema li katjimêrê binêre!. Berdestê sibê ye.

– “Rabe, emê herin mala bavê min. Min xewneke ne rind bi wan dîtiye. Bi zimanekî ziwa vegerand.

– “Ma çê nabe em heya ro dertê bimînin?!. Ew bûk û zavayê hefteyekê ne û wî nedixwast dilê wê bişkîne.

– “Ez banga xwe dikime te ku tu bilezînî. Mîr Cano nihirî ku çavên wê tijî hêsir bûne; mîna “Dilopeke Baran” ê bi ser lêvên wî de barî.

Şeveke Nîsanê ye. Lê şeveke sar û tarî  ye. Bayekî tûj û qêrîn e; tûyê giyaneweran qij dike; dihêle konê tirsê, di dilê mirov de, bilind bibe; li piş her gavekê, dêwek li pêş te serî hilde. Di vê şeva ne xurust de, ewê kê ji xew şiyar bike. Lê Medya bersiv da; “çima emê herin yekî ji xew rakin, ka em bi terektorê herin, erê hinekî şev sar û tarî ye, lê gund ne dûr e”.

Ronahiya çireyên tirektorê hinekî hovîtiya şevê ko kir, lê konê tirsa di dilê Mîr Cano de hilneweşand. Ev nelêdana sîngê Medya, dihêle ku xwaziya di devê wî de bibe mast. Bi rêva, çend caran, siyê hin mirovan ket pêşiya wan. Lê wî vedigerand ser dilê wêranketî ku, sîka darên zêtûnê, mîna dêwekî ji xwe re dertîne. Di wan kêliyan de eger karîba riwê yê li nik wî dimeşe bidîta, wê zanîba çi li benda wî ye.

Berî ku ew bighên gundê Miskê, dengê tirektorê vedimire; ronahî winda dibe; Mîr Cano dixwaze jê peya bibe û zanibe çi çêbû. Bi dilekî vemirtî dinase ku ew, li şûna tirektorê, li darekî siwar bûbû. Di cih de ser-gêjî dikeve û dengên hin mirovan, ji kûraniya “Çaleke Reş”, dikevin guhên wî. Dikenake nikare çavan bipişkivîne.

Demeke giran û sar di ser re diçe. Padîşahê cinan fermana şiyarkirina Mîr Cano dide. Cinek berve wî tê, sivik “Ayetek”e cinan li ber seriyê wî dixwîne û pif ser riwê wî dike. Mîna ku yek ji xewa miriyan  vegere, Mîr Cano çavan hildide, li dora xwe dinêre, dibîne ku di nîvê komcivîneke jin û mêran de, li ser postekî, cih girtî. Di aliyê herî jorîn de riwê bavê Medya dibîne. Di nik wî de pîreka wî rûniştî. Ji wan û bi jêr de, malbeta pîreka wî rûniştine. Tikes ji malbetê nemayî ku di komcivînê de ne beşdar e.

– “Piyaleke av bidinê”. Bavê Medya dibêje kesekî destsipî. Lê Mîr Cano ti tiştî di piyalê de nabîne. Dixwaze, ji van pêkenînan bike qêrîn. Nasdike ku ziman jê standine. Piştî ku ewê destsipî piyala bê ji nav lêvên wî dikşîne, vedigere li cihê xwe rûdine.

Careke din bavê Medya dest bi axaftina xwe dike: “Ev bû hefteyek ku te keça me standî. Heya bi vê kêliyê te ew ji keçaniyê nekirî. Eger tu ne mêr î, çi yê te ji wê hebû”. Gotina bavê Medya mîna “Latê Sîzêv” bi ser seriyê Mîr Cano de tê xwar.

– “Ez nikarim hêsrên wê bibînim. Her ku min dixwast xwîna wê birjînim, min di çavên wê de didît ku min kêreke heşaşan xistî destê xwe û sipîtiya berfê, bi çilpikên xwînê, riswadikim”. Wî nizanî çawa û kengî zimanê wî vegerandibûn.

-“Tuyê nuha beşdariya mêraniyê, di kêliyên wilo de nasbikî”. Hîn wî gotinên xwe ne biribûn serî, deriyê şikefta ku komcivîn têde li dar xistine vedibe û riwê Onac Rîm dikeve bin ronahiya fîska ku di kuncikê pixarê de danîne. Ew kes, bi gavine bê dudilî, pêle Mîr Cano dike û berve kuncê şikeftê yê reş diçe. Bêyî ku mirov tiştekî di wê tariya kunc de bibîne, Mîr Cano diheste ku Medya xistine wir.

Dema dengê girî û qêrîna wê bi aso û guhên Mîr Cano dikevin, ew ji cih tê avêtin. Lê ev werîsên ku lê hatine pêçan, wî ditevizînin. Tenê gotina na.. na ji wî derdikeve û di çirûskeke ronahiyê de, riwê xwe, di kuncikê şikeftê yê reş de, dibîne

 

 

1915

 

 

 

  1. Du caran yek. Her carek bi navê Yazdan ê dilovan. Sê caran susê, carekê bi hersê pirtûkan, cara din bi hersê pêximberan û cara paşin bi navê hersê miletan. Lê di dawiyê de pênc in. Qalûç e di destê xwedê de, li ber zeviyê zer sekiniye, bi her avêtinekê re pêncî serî difirin û careke din xak di xwînê de tê gevizandin.
  2. Dîrokeke reş e mîna riwê xweda. Sala şermiyê ye di eniya bablîska bîstan de, xwîşka mezin e ji sala 1988 an re. li evê derê em du caran, di nav bera heft û nehan de, di bin sîka hersê sêyan, û yekî din de, hatine şewtandin.

Di roja ku, bi nav gund ket, di ro- nîvro de, seg nêwîn. “Ev yeka ji nîşanên roja heşer- meşerê ne”. Kalemêrên holê gotin. Piştî ku, çend malên pêşî birî bûn, di gedûka mala me de ket. “şeş roj û heft şevan ji xewa giran şiyar nebû. Di sê rojên pêşî de, kes ji gundiyên me nemabû ku, tiliya xwe di meselê venekiribû, lê bê sûde. Ew ji xew- xewa tirs û kuştinê şiyar nedibû. Di dawiyê de, pîrka gund fermana jê- gera wî da û got: “eger ev heft çilpikên xwînê yên di sipîka çavên wî de ziwa nebin, ewê ji xewa mirinê şiyar nebe”.

Heft- heft pirtûk, heft qatên ezmên, heft pirtûkên quranê, tev şeşên şewitandî;. Osmên fermana kuştina wan da bû. Heft rojên hefteyê, û heftiya mirinê. “Bi heftê û heft xweda û bi pisîka bi heft cana eger ev heft çilpikên xwînê ziwa nebin, ewê şiyar nebe”. Eve gotina pîrka gund, û tev dizanin ku gotinên wê ji yên xwedê ne; cihê pîroziyêne.              

Piştî “şeş rojan û heft şevan” ew şiyar dibe. Xwe di nav komek jin û mêr de dibîne. “rih bûye bost lê dijminê ne be dost”. Li der dora xwe di zîvire. Heft çilpikên xwînê di nîvê odê de ji çavan di weşin, û heft termên zarokên ser- jêkirî şîn dibin.

Di wê şevê de civakeke fereh li odê digere, heya dengê mele û dîkan jî, nikarin ewê civakê ji hev bêxin. Rê û rêçik pirbûn, dîroka herêmê tev hate hilweşandin û tevdan. Lê mêvan ê me bê deng dima, kesên rûniştî çend caran xwestin wî ber ve xwe bikşînin, lê dest vala vedigerîn. Gava wan bawer kir ku, rûniştina wan bê kêr borî bû, ref bi ref belav bûn. min jî xwe di kuncekî odê de lûskiribû; ez bi çavên mêvanê me di ramîm ku, çawa yek karê çavên xwe kesk bike, cara din şîn û carina jî reş, û di nav bêna her çendekî de kevokekê jê bifirîne.

Dema nîvro ji xew şiyar bûm, min mêvanê xewar li mal nedît. çend caran ji diya xwe pirsîm, lê wê bi kurtî li min vedigerand “mêvanek bû û çû gundê xwe”. Evê bersivê ez têr nedikirim. Mêvanek şeş rojan raze, û di roja heftan de winda bibe!

Bîst û yek sal di ser hatin û çûyîna mêvanê me yê xewar re diçin; ew ji bîr dibe, lê carina mîna çîroka Erebê tirkirî gundiyan ew mêvan û xewa wî danîn zimên, nemaze di demên ku, yek daketa kaniya jêrî gund û xeleka wan heft darên ku, bi destê wî hatibûn çandin bidîta. “sed rihme li tirba Agob be, ev bû çend bav û bav li vê gundî çûn û hatin, lê kesî ji me bîr nedibir ku, rojekê şiqinekî bîne û li vir biçîne. Em miletekî ziwa ne”. gundiyan lome ji hev dikirin, xasma di demên ku li ser kaniyê, di nav sîka heft darên Çinarê de, yên ku kesî nizanîbû Agob ji ku anîn û li vir çandin, rûdiniştin.

Di dû van salên dû- dirêj de, ezê pir tiştan ji zarokiya xwe winda bikim. Yek jê çîroka Agob, lê di rojeke sar de ku, heft şurik bûne yek, emê li hev rast bên. Hingê min xwendina rojnemevaniyê kuta kiribû û li Cinêvê bi cih bûbûm. Di sibeyeke zivistanê de berî ku, ji mal derkevim zengilê telefonê lêda. Gava min xist ber guhê xwede, li aliyê din dengê hevala mina rojnamê hat. Bi kurtî û dengekî tijî hêsir got ku, hevalekî me yê rojnamê bi destê (Mît) ê tirkan hate kuştin.

Bi destekî sar û dilekî kizirî min telêfon girt û bêyî ku, qehwa sibê vexum, min cixareyek xitse nav lêvan û derketim goristana ku ji min re bi nav kiribû. Bi rêve pir wêne û bîranîn di ber çavên min re borîn, nemaze karên ku, wî di ber Kurdan de dikir, û tazî kirina wî ji hovîtiya ceneralên tirkan re. Piştî ku, ez gihîştim ber deriyê goristanê min bîr bir ku, min soza veşartin û amedeya ser gor ê nebirî û rê nemabû ku, careka din telêfonê jê re vekim, û zanibim ewê ji kîjan keniştê bi derkevin, lewra divyabû li benda wan bi mînim.

Di kêliya, ku min xwest ez herim di teksiyê de rûnim, çavên min bi wî ketin, kale- mêrekî heftê salî, li ber her gorekê disekine û gulên wê av dide- Tîpê mirovê rojhilat xûyaye- dema wî li min nihirî du çem xwînê herikîn hêşt, ku destê xwe jê re hilînim, ew berkenî bû, ber bi min ve hat deriyê goristanê li ber min vekir.

– “Mirin tehl e, lê divê yek wê nasbike da, ku zanibe jiyan çiqwasî jehr e”. Ji kûraniyeke bê- binî gotinên wî der diketin. “Tu karî qurnefilekê ji wê derê jêkî”. Gava dît, ku ez dest vala hatime, tiliya xwe ber bi hevzoyê qurnefilan ve dirêjkir û gote min.

– “Te sipas dikim, derketina bi lez û ev nûçeya ji nişkêve hêşt, ku ez xwe ji bîr bikim”. Min xwest ez hatina xwe ya bê baxê gulan ji xwe û wî re bin cil bikim.

– “Şîna dawî be lawê min”. 

– “Ne bawerim”.

– “Ka em herin hundir”. Kuştina minrovekî; di bajarekî Ewropa de, ê bihêşta yek bibehite.

– “Tu bi tena xwe dijî”. Ev tiştekî pir normalbû, lê min xwest ku, ez ji nuhve deziyê axaftinê bikşînim. Pirsa min refek hecî lek- lekan ji çavên wî firand, nemaze piştî ku naskir hatina min a vê derê ji bo çî ye.

– “Ev bû bîst û yek sal û heft meh kêm sê roj, ku ez bi tena xwe dijîm”. Ev dîroka hûr hêşt bi min bide naskirin, ku çîrokeke dû- dirêj li pey wî heye.

– “Xûyay e ku tu ne Siwêsrî yî”.

Tu jî wekî min î. Nayê veşartin, ger em çiqas jî kurkên wan li xwe bipêçin, nirîneke hûr li çavên yekî ji me, tu yê nasbikî ka tîna rojhilat di dilê wî de dikele lê na”.Berî ew rûne ber bi kuncekî odê ve çû; du piyalên mey- vexwardinê anîn. “Di rojek mîna îro de, du tişt bi kêrî mirov tên pîrek û enbît”. Bi gotinê re wî piyalek danî ber min.

– “Hejmartina rojan jiyaneke tehl e”. Qurta enbîtê gewriya min kizirand.

– “Eger mirov lawê miletekî, ku. melyon û nîvekî di navbera roj û şevekê de winda bike, be. Ewê li benda rojekê be û teneyên tizbiya dîrokê bêjmêre. Lê mixabin xûyay e temenekî bi tenê ne besê yekî ye, ku bigihe wê rojê”. Piyala enbîtê ji ser lêvan vala vedigere. “mirovê Ermen ji bo tiştekî tenê dijî; ji bo ku bîraniya wî neyê ziwa kirin”. Piştî demekê ji bêdengiyê û çend piyalên enbîtê, wî dest avêt hundir sandoqekê û solek zarokan danî ber min. “Salên wê di salên koçkirina miletekî deye. Tu dizanî, ku êşa miletekî nîşan dide?. Ev teka sola zarê min ê herî bi çûke, ew mîrasê min ê bi tenê ye, ku li şûna malbata min maye. Ji berî, ku meleyên wan bang bikin ew ketibûn gund û xwestin ji berî, ku ronahî belav dibe em ji gund derkevin. Kesî ne dizanî ewê berê me bidine kuderê. Heft zarên min hebûn, lê îro solek. Me gote wan, ku sultan bavê me ye û stûyê me jêre koprî ye, lê gotina me bê kêr bû. Bi rê ve çend siwar rastî me hatin û pîreka min birin; ez û heft zarokan sêwî hêştin, lê piştî çend gavan û giriyê pîrekê vegerîn û zarê, ku sola xwe ji min re hêştiye, birin. Wilo çetirbû, wan nexwest ku ez barê xwîn û kuştina wan jî hilgirim; hinekî xaçê min sivik kirin. Bi rêva zikê şeş zarên min ê mabûn qelaştin, lê zêr di zikên wan de ne didîtin. Her ku min digote wan zêr di zikê min de hene,ew dikeniyan û digotin hûn Ermen pêlewan in, tu wilo nakî. Eger zêr hebin wê di zikê van zaroyan de bin, û kêrên xwe dişandin nav rovikên wan. Min heya bi demekê fêm nekir çima ez nekuştim, lê gava ez bi xwe re birim (Van) ê û destên min xistin xelekên zincîra, ku heya bi (Bon) ê diçe min nuh fêm kir, ku em êzingên dojeha wan in. Bîst û yek sal û heft zaro kêm sê milet kî dizane ew çî ye? “Belê… dîroka solekê ye”. Gotina wî bi girî û lerzîna laş diçe serî.

Minê bihêşta ew devê kanî û şikeftên ku, bi çemento girtine hil bi weşîne, û mar- dûpişkan ji sîngê xwe bi revîne. Lê dîtina wan çilpkên, ku yeko- yeko ji sola di nav tiliyan de dadirivîn ser sîngê wî, hêşt ez ber bi wî ve herim… û herim bêyî, ku karibim gava di nav me de bi birim û bigihêm wî.

Ez ji odê, derketim. Sibeyeke sar e. Di welatekî bê xem û solên birîndar de, ka mirovekî kuştî; mirovekî tazî, xewn windakirî, dê çibike, ji bilî ku li benda rojekê bi mîne. Bîst û yek sal, ji berî vê dîrokê ez hîne zarobûm; di şeveke sar de, mîna îro, ez di kuncekî puxarê de rûniştibûm û min li çavên mêvanê me dinihirî, belkî evbû!                             

 

 

 

 

Çima …?

 

 

 

 

– “Te çikir”.Mîna ku her çar li benda wê gotinê bin û ji xewneke reş şiyar bibin, ji cih hatin avêtin. Xewdiyê gotinê dest dide pişta Şêrgo û ji xênî der dixîne. Li derve, piştî ku bi çend gavan ji dibistanê bi dûr dikevin, nuh şik dibe şeşara, ku di dest wî de bû, veşêre û bi lez bi dûr dikevin. Tiştê ku, çêbûbû heya demekê ew lalkiribûn; ne dixwestin bawer bikin ku li şûna xwe laşeyek hêştin.

– “Em bi kû ve diçin?”. Dema Şêrgo dît ku ji gund bi dûrketin, ji hevalê xwe pirsî.

– “Divê em xwe çend rojan winda bikin”. Piştî hinek bê dengî careke din li wî vedigere; bi milên wî digre: “Çawa wilo bû û çima ?!”. Bi qehir dipirse.

– “Nizanim, ma te ne dît?”.

– “Min çi dît?!. Em daxifin û hew min dît ku te dest…”.

– “Eger ew gotina navêta partî, tu tişt çênedibû”. Û dest avêt berîkê ku cixareyekê derîne.

– “Çima Xwedê mejî daye te?. Tu dizanî gotinên wî şaşin tu ya rast deyne ber wî; eger bawer nekir, kesên rûniştî karin gotina dawiyê bibêjin”.

– “Ez karim gişî daqirtînim.Bes ku gotinên kêm li ser hevalan bên gotin, ez hîngê xwe ji bîr dikim”. Bê ku Şêrgo li hevalê pêre binêre, naskir ku ew nuha dibin simbêlan re dikene. “Ez dizanim ku hîn ji min û karê civakî re gelek divê. Lê heya roja dawiyê jî- di jiyana min de- ezê di vê meselê de xwîngerm bimînim”. Bi dawiya gotinê re di cih de rawestî û careke din ji hevalê ku ketiye Pêşiyê dipirse: “Te ne got, em bi kûve diçin?”.

– “Ên wek te cihên wan li seriyê çiyane”. Ew hinekî bê deng dimîne û piştî ku dûyê cixarê di bêvlên wî re diherike dîsa deng lê dike. “Ev xwînkela me yek ji sedemên bin destiya meye”.

– “Ez çi di pirsim, tu çi  bersivê didî”. Dema xişiniyek ji kelema ku di ber de rawestî bûn, tê, Şêrgo careke din dest davêje paşilê, lê dîtina kûsî dihêle destê xwe vala vegerîne.

– “Tu tirsî?”. Hevalê wî bi henekî pirsî, lê dema ku nirîneke tûj ji Şêrgo dît, ewî tenaziyên xwe hêştin demeke din. Ev bû çend salin hevdu nasdikin, nemaze di vê dema dawiyê de ku divyabû bi hev re bigerin û her çendakî li gundekî bibin mêvan, da ku ew jî, di avakirina bingeheke civakî ye li pêş de, bi rola xwe rabin. Lewre ew pir tiştên kesîtiya şergo dinase. Erê, belkî kuştina mirovekî, di bin bandora hin tişatan de,bi wî hêsan be, lê serjêkirina çivîkekê bi wî giran e.

Bê deng kete dû hevalê ku li pêşê dimeşe. Serî giran bûye; bi wêne û gotinan hatiye dagirtin “pirs pirin, lê ev kesekî bê deng e”. Şêrgo dizane ku eger pirsên xwe bibêje jî wê ti bersivan jê re nebîne. Demeke dirêj, bê deng li dû hev dimeşin. Ewê pêş radiweste, li Şêrgo vedigere û tiliya xwe berve şikefta, ku berî demekê lê civînên xwe çêdikirin, dirêj dike.

– “Tu reya şikeftê dizanî. Derkeve wir û li benda min bimîne”. Bêyî ku ji wî re bide xûyanî ewê kûve biçe, xwe berdide ser reya ku diçe gundên Meydana.

Wan li şûna xwe Aramê Soro û kesekî din hêştibûn. Heya demekê ew bi derketina wan hest nebûbûn; bi xwe û birîna ku di milê Aram de vebûbû ketibûn. Ewî dest danîbû ser cihê ku xwîn jê di xil- xilî. Birîn hîn germe lê hêdî- hêdî kabokên Aram sist dibin. Kesê ku pêre ber bi destmalê ve dibeze, dixweze xwînê hinekî pê bide rawestadin. Lê cihê wê asêye.

– “Destê xwe li ser biguvêje ta ku diçim otombêlekê tînim”. Bi gotina dawî re ji derî der dikeve. Dema ku vedigere dibhîne Aram bê- heş ketî. Wî radikin û dev didin bajarê Mêrdînê.

Di nexweş xanê de polîs kesê ku bi Aram re hatî digrin. Wî xwest çêrokê li pêş wan winda bike. Lê gava dinase ku seriyê wî dê têkeve teşqelan; ji tirsa ku Aram bi birîna xwe biçe û guman bê ser wî ew bêyî ku bibêje sedemên vê yekê meselên polîtîkî ne çêrokê ji wan re vedirşîne. Lê gava yê polîs dinase ku kesê bi birîn mamoste ye, gêre berî dilê wî dikin û di wê hîngê de sê kes dikevin hundirê nexweşxanê, dipirsin ewê birîndar di kijan odê deye. Gava yê polîs dixweze wan rawestîne, ew xwe pê didin nasîn ku ji hêza (Asayêsa rêzanî) ne.

Li ser têxt, Aramê Soro di riwê miriya de ye; ketiye bin xewneke giran, di navbera her çendakî de bê heş dikeve, Di hişyariyeke gêj de dibîne ku derî vedibe û çend kes derbasî cem wî dibin; li dorê dicivin. Dengê wan ne sayî ye. Careke din her tişt di bin perdeyeke reş de winda dibe.

Bi ketina xwe cem Aram û dîtina derziya sêromê di zendê wî de, yek ji wan sê kesên ku xwe di bin navê hêza (Asayêsa rêzanî) de dabûn nasîn li bijîşkê ku bi wan re derbas bûye dizîvire û bi qehir jê di pirse: “Çawa bêyî ku em bên tu wî derman dikî?!”.

– “Tu rewşa wî dibînî; ew di nav bera mirin û jiyanê de ye. Eger min wilo nekira, min jî li ser temam dikir”. Bêyî ku ew çavên xwe ji yên wî kesî derîne, gotina xwe domand;”min hîn dest nedayî wî û berika şeşarê hîn di cihê xwe de ye”.

– “Tuyî dest nediyê jî. sîromê ji zendan bikşîne!”. Dema dît ku bijîşk bi çavine behitî li wî dinhêre, li benda wan nema; bi hêz bi derziyê girt û kişand, hêşt ku xwîn di şûnê re bavêje. Gava bijîşk xwest ji vê yekê re bêje na, wî kesî tiliya xwe di ber çavan de hejand û deng li herdiwên, ku pêra ketibûn hundir, kir: “Rahêjin wî û berî min derkevin otombêlê. ka kê ew anîbû vir”. Berve yê polîs nihirî û pirsî.

– “Di oda wî alî de me dayî rawestandin”. Got û bi du lingên lerzokî bi wî kesî re derket odê. Ewî jî dide pêşiya xwe û her pênc ji nexweş- xanê der dikevin. Bijîşk û çend xizmet karên nexweşxanê digel ê polîs di odê de dimînin. Gava ew li textê bi xwîn û vala dinhêre, hêsrek ji qehran re dirje.

Di navenda hêza (asayêsa rêzanî) de, ew kesê ku,di meselê de bi Aramê Soro re mabû, çêrokê dike têl. Wî dixwest xwe ji lêdanê biparêze, lê bi dawiya çêrokê re ew, ber bi oda ku Aram xistibûnê ve, xuşandin li rewşa wî dinhêre ku di nav mirin û mirinê de diheje; ew hîn di wê sergêjiyê de bû. Ka çawa alîkariya wî bike… Derî vedibe û wî dibin.

Aramê Soro li ser textekî leşkerî dirêj dikin. Di ser seriyê wî re bijîşk rawestiya ye, li birînê dinhêre ku zengirî ye. Ji riwê wî dixuye ku pir xwîn windakirî. Li serdarê ku di nik de sekinîbû dizîvire.

– “Divê ev bi lez derkeve nexweşxanê”.

– “Çima ne li vir?!”. Serdar bi nermî, lê bi fermanî, lê vedigerîne”.

– “Te got ew birîndar e, lê ev kes ketiye taya mirinê. Ez nikarim barê vî karî hilgirim”.

– “Em ber pirsiyarê vê yekê ne, ne tu”. Bi qehir gote bijîşk, û pê da fêmkirin ku. “Tu ditirsî mirina vî kesî serêşekê ji tere çêbike, evê yekê ji bala xwe bavêje”. Lê dema ku, ber pirsiyar jê dixwaze ku wî bê benc têxîne bin kêrê û berka ku gihîştî hestû derîne, hîç mejî di seriyê bijîşk de namîne.

– “Bes ev yek çênabe”. Lê ew berkeniya ku li ser riwê wî hatî çêkirin û kişandina nefeseke cixarê bi sarbûna derketina rokê di sibeheke zivistanê de. Ew bi bijîşk dide fêmkirin; “Erê em ne bi lez in, lê tiştên ku em bi xwazin dê pêk bên.”

Qêrîna wî ber bi ezmên ve diçe. Heya ew kesê ku temaşa karê bijîşk dikir bawer nedikir ku hîn ev deng û hêz di laşê wî de mabe, û bê hemdî xwe berve derî bezî û girt. Gava bi şûnde vedigere, dengê terqiniya hêsin dikeve guhên wî; li biniyê sênika li pêş bijîşk dinêre berikeke ji ên şeşara neh di nav leka xwînê de dibirûse. Wê hingê kenekî mirî li riwê wî belav dibe. Dest datîne ser milên bijîşk dihêle ew ji cih veciniqe weke ku tu wî ji xewneke giran şiyar bikî.

– “Te tişt ne dît”. Û destmaleke kaxizî dide dest wî. “Tu karî destên xwe bişo. Xweda tev karê te be. Bes wek me gotî, te tişt nedît”. Bêyî ku li hêviya pirsên bijîşk bimîne, ew ji odê derdikeve. Pir naçe şagirtekî wî dikeve hundir û rê pêşe bijîşk dike. Ew dixwaze bêje ku evê li ser têxt- a nuha bêtirî her demên din- bi hewceyî wî ye, lê derî vedibe û dest li pêş rêdixîne ku kerem bik ji vir û pêva karê me ye.

Aramê Soro nîvşiyarî dibe; janeke bê binî di kezebê de ye; dilê wî ji jêr ve hildide û vedireşe. Lê ji vê sibehê de ti tişt neketî zikê wî. Avinezer di qirika wî re, bi ser textê leşkerî de, diherike. Berî wî bê benc têxînin bin kêra teraşê, hin caran, tiştên ku pêre çêbûbû dihatin bîrê. Lê nuha, ji bilî guloverin sor, ti tiştê din jêve nayên xûyan. Piştî demekê hest dibe ku cihê têde dirêjkirî hatiye guhartin.

Şev û rojekê wî bê deng di odeya mirinê de dihêlin. Di roja dudiwan de, piştî ku hinekî jana birînê ko dibe, Arêm dixuşînin odeya jiyanê, ji van kesan re, zimanekî wanî taybetî heye. Li piş maseya, ku di sîngê odê de danîne, mirovekî bê xewn rûniştî, heya bi demekê dihêle Aram û herdiwên, ku ew xistibûn nav xwede, di nîvê odê de bê deng rawestin. Dûvre carekê çavan hildide û li wan dinhêre, lê ji nuhve vedigere; pelên pêşiya xwe, bê armanc, tev dide.

– “Aramê Soro, di sala 1970 î de hatiye holê, di gundê wêranê de, herêma Mêrdîn ê. Di sala 1991 an de, ji dibistana bilind ya mamostetiyê derçûye. Ev du salên wî ne ku di dibistanên zarokan de dersan dide. Wî çend dibistan guhartine. Hevalê Partiya (KUK) e, çend caran ji aliyê hêza Asayêsa rêzanî ve hatiye xwestin. Cara dawî di sala”. Wî kesî di virde çavdêrka xwe danî ser wan pelan, û ber bi Aram ve nihêrî “Tê bîra te kengî bû?. wê hîngê ti tişt li ser te ne hatibû girtin; te her tişt înkar dikir”. Bi gotina dawî re ji piş masê derket û bi gihîştina ber wî şerqiniya şeqamekê bêdengiya odê diçirîne. “Herin şûşeyekî ji min re bênin”. Wî ji yekî, ji yên ku bi Arêm re ketibûn odê, xwest û bi dilsarî vegerî piş masa xwe.

Dema ku ewê çûyî tev şûşe vedigere, ewê piş masê bi wan dide fêmkirin ku wî li ser bidin rûniştin. Aram heya bi demekê nasnekir ev çidikin, lê gava bi wî digrin û dixwazin pantiron jê bikin, devê dojeheke qirêjiyê di dev û bêvlên wî de vedibe, dihêle herdiwên di nik wî de jê birevin û heya ewê li piş masê jî bêvlên xwe bigre. Lê careke din nîşanî wan dide ku karê xwe bibin serî. Di wê hîngê de her çar dengê giriyekî zarokan dibihîsin, lê giriyê Aramê Soro nikare wî ji bizava şûşe dûr bixîne.

Ev bû sê roj ji bilî avê, ti tiştî din neketiye rovikên wî. Di kêliya ku şiyar dibe de jî, ji bilî êşa ji birînên wî tê, bihnek genî dike. Dest dixe hundir derpiyê xwe; dibhîne ku bi xwîn û pîsiyê hatiye dagirtin, bê şermî digrî. Di wê hîngê de derî vedibe û bi panekê re kesekî nuh li nik wî kulor dibe. Lê Aramê Soro careke din bê liv dikeve.

Şêrgo heya bi demekê bê liv di cihê xwe de dimîne. Reşiya hundir nikare bihna genî veşêre. Dema ku guhên xwe tûj dike, nalîna kesekî di taya mirinê de tê wî. Bi dudilî xwe, berve koşa ku nalîn jê tê, dixuşîne. laşakî kefnikî di wir de dibhîne, lê bihna wî dihêle jiyan di damarên mirov de ziwa bibe. Heya demeke dûdirêj wî kesî nasnake. Dipirse: “Ka vî çi kirî;gunehê xwe çibe jî, ewê ne li gor vê yeka ku bi seriyê wî kirine be”. Dema dixweze cilan jê deyne, hiskîniyek ji nişkabûnê pê dikeve. “çawa…çawa di sê rojan de ew wilo guhartin û gihandin pileyekê ku ez wî nasnekin”. Di wê kêlîkê de Aram çavan vedike û, bêyî ku binasê evê bi wî re kî ye, ji nuhve dide hev û bê guhdan laşê xwe bi dest wî de berdide.

Şêrgo wî tazî dike û heya ku jê tê laşê Aram bi kirasê xwe misdide û tevî yên wî dixîne koşeyeke odê. Lê piştî ku cilên xwe li wî dike xwe li ber hevalkirês dibîne. Li dora xwe dizîvire ku hesîrekê bibîne û têxîne bin wî, lê ode odeya mirinê ye; ji bilî çend mişkên birçî ku li bendê ne yek xwe ji bîr bike û êrîşî guhên wî bikin, ti tiştî din nabîne. Di wê hîngê de çêjna tehliyê di bin zimanê xwe de dike, û ber bi kuleka derî ve dibeze.

Bi vebûna derî re, careke din ew tê avêtin û di nik Aramê Soro de kulor dibe. Hîn wî bihna xwe dernexistibû, birûsa hêsin- di bin tîrên ku bi vebûna derî re derbas bûne- hest dike.

 

 

 

 

 

 

 

 

Dilopeke baran

 

 

 

 

Piştî (15) e salan  vegeriya Sûriyê, bê ku ti tiştî ji bilî valahiya soleke avêtî û bîranîneke kûr, ku di dil de şînbûye, bi xwe  re bîne. Ji ber ku ti name ji mervên xwe re bi rê nekiribûn, ti kes li hêviya xwe nedît. Ji balefirgehê bi derket. Dest ji teksiyekê re hilda û ji ajovan xwast, ku wî bigihîne taxa (Çîyayê Seydo).

– “Hîne wek berê ye. Ti tişt ji bilî min ne hatî guhartin”.

Bi daketinê re naskir ku bê hiş ji ajovan xwestibû, li ber mala wî ya berî (15) salan deyne. Piçekê di cihê xwe de, sekinî ma, kesereke kûr kişand û li riwê xwediyê dikanê nihirî; ew nasnekir. lê mîna çirûskekê di mejiyê E. Miço de pêket.

Dirêjkirina sekinîna wî ya tevizî, hêşt bala xwediyê dikanê, berve wî bê kişandin. çavên wan bi hev dikevin. Bîrên bîranînine kevin tên vedan. Por û rihên sipî reş vedigerin. û gava ew kenê, ji aliyê Bêkes de, çêkirî di nîvî de tê birîn, bi hev re xwe davêjin hembêza hev. Çend kuzotên tozê tên kuştin… serjêkirin û di kenê wan de winda dibin. Demeke dirêj bê dengkirin dimînin. Piştî ku têr hevdu bihin dikin, ji hev bi dûr dikevin.

– “Ez dixwazim derkevim jor”. Bê ku li rewşa hevdu bipirsin, E. Miço jê xwest ku ew derkevin (oda) jorî dikanê. Dema wî xwest di deriyê avahiyê re derkeve, hat bîrê ku pêpelok ji hundir dikanê jî dertên (odê). Ji nuh ve vegerî û ket pey Bêkes. Her ku pêpelokekê li jêrî xwe dihêle, bi salekê şûnda vedigere.Bi hejmartina (15) salan re kenî, hêşt Bêkes jê bipirse.

– “Tu bi çi dikenî”.

– “Bi te… bi xwe. Li dawiyê em giş bi hev dikenin”. Bi gotina dawiyê re, çavên E. Miço tijî hêsir dibin. Rojên buharê bi hêrs digrîn û deziyê baranê- hêsra ji pey hev kêm nabe; dihêlin bîranîna kûr, ya ku di dil de şîn bûye, serî hilde. “na… ez bi te digrîm ez ji te hez dikim”.

Bi van gotinên ji hev ketî, Bêkes wî ber ve xwe dikşîne. Naskir ku ew vegerîn berî nuha bi (15) salan. xwest ji pêş pirsa wî bireve. Ew xweş dinase, ku ew pirs wê bihêle herdu di binê benê werbin; bi ser dara benîştokê vebin. Lê E. Miço destên wî ji yên xwe bernedan.

– “Ra..ş..êl”. Derketina navê çûyî, hêşt demeke dirêj, bi hêsra, bête şewitandin. Bêkes bihna kizirandina goşt kir.

– “Tu dîsan destên xwe bi agirê cixaran dişewitînî?”.

– “Tiştên mirî.. xalî naşewite. Babetê neguhêr. Di van salan de çi  bû. Ew li kûye”. Bêkes dît ku nikare xwe ji bin barê pirsê bide alî; naskir ku ji bilî rastgotinê, ti rê li pêş wîtune ne. Lê gotin pêre dernakeve. û gava li çavên wî nihirî, bervê xwe jê guhart; heya nehêlibe hêsir û gotina “mirinê” di çavan de bixwîne. Lê E. Miço nihirî, ku gorek di (odê) de şîn bû; dengê wî, yê ku ji bin berfa mezin diherikî, Bêkes tevizand.

– “Ça..a..wa”. Bi dengekî lerzok, gotin û çend didan, ji devê wî weşîn.

– “Xwe ji balkonê de avêt”. Bi bihîstina avêtinê re, çend dilopên xwînê, baranê di bêvlên E. Miço re avêtin. Hêştin çend gangilîyên sor di kefa destê Bêkes de bipişkuvin. Bi rûniştina wan re, di nav tiştên dikanê de, Bêkes du cixare vêxistin.                               

– “Ji kengî ve”. Dengekî dûr,ji binê (VOLKAN) de derdihat.

– “Piştî çûna te bi du mehan”. Gotinên wî kenekî zer, bi bêdengiyê hatî vemirandin, ji hunava E. Miço weşand.

– “(15) sal in belê (15) sal in, ji bilî vê hêviyê, bîranîna kûr, ya ku di dil de şînbûye tune ne. çima…”. Bi pirsa birî re, demeke dirêj bê deng dimînin. “min bi tenê bihêle”. Bêkes xwest li cem wî bimîne; xwesteka wî bi cih nîne. Lê dît berger bê sûde ye. Ew hişt û bi gavine çelmisî daket dikanê.

  1. Miço piştî, ku bi çend cixaran dem kizirand, çavan ji nav lingên xwe radike. Dîwarên nuh boyaxkirî, kevin vedigerin; boyax ji hin deveran dikeve û li şûna wê kaxezên rojnama, li ser çar dîwar û banê (odê) belav dibin. û hin gul, soline çelmisî, di riwê dîwêr de hatine çandin. Dem vedigere berî (15) salan.

– “Ka biqulêpe. Aliyê din çêtir e”. Bêkes jê dixwaze, ku kaxeza rojnamê bi qulbîne aliyê din, ji ber ku li wî alî wêneya keçikekê heye.

– “Çavên te ji bilî keçikan, ti tiştî din nabînin”.

– “Ma yên te hertim riwê xwedê di wan de şîn bûye”. Bi kenê wan re derî tê kutan.

– “Kenê we heya bi zikakê diçe. Ee..ew”. Û mîna zarokan xwe bi banî de çedike.

– “Hêdîka keçê. Tu dibînî, ku banê (odê) li gor dirêjiya mirov e. Bes ji ku tuyê bigihînî ban”. E. Miço jê re got. Lê gotinên xwe yên dawî di nav porê Raşêl de çandin. Bi vekirina derî re û çekirina xwe re, ew bezîbû hembêza wî; mîna pisîkan xwe di hembêzê de veşart, hinekî wilo bê deng man û ji nişka ve ken bi wê ket. “Tu bi çi dikenî”?.

– “Ez bi te dikenim, ku tu mîna dîrakan sekinî yî”.Reşêl vegerand.

– “Nexem e, eger tu bi min dikenî, ez jî bi te digrîm”. Bi vê siwarkirina biyanî ji hevokê re, ji aliyê E.Miço ve, hersê keniyan.

– “Îro bû du car tu vê gotinê, ji min re, dibêjî. Xûya ye gelekî seriyê xwe pê bilind dikî”. Hevoka dawî gote Bêkes.

– “Haa… Hîne bihna wî di hembêza te de ziwa nebûye, te dest ji xwendina xwe berdayî û ketî dû wî”. Bêkes bi henekî li wê vegerand.

– “Eger dilê te bi me mayî, here balîvekê têxe hembêza xwe”. Bi gotinên xwe re, wê xwe di hembêza E. Miço de melisand. Û hêdî-hêdî, mîna ku di xewê de bin, berve nivînan meşîn. Bêkes dît, ku rêxistina kaxezên rojnaman, li ser dîwêr, çû demek dîtir; bi nermî derî li dû xwe girt û ji (odê) derket.

– “Ez ji te hez dikim”. Raşêlê got.

Di jiyana xwe de, ya ku E. Miço sî sal jê şewitandî, hîn ev hevok û bi hesta, ku ji devê Raşêlê dertê, nebihîstî. Her ku ev hevok dibihîst, çend nêrgiz di dilê wî de dipişkivîn.

– “Bi rastî”. Bi devkenî lê vegerand. Wê jî bi çend kulemistan bersiv da. “Bes.. keçê. ez jî ji te hezdikim. Bi hêsrên te be, ji te hez dikim”.

– “Divê tu vê yekê binasî. Eger tu ji min hez bikî yan na, ezê li ser hezkirina te çavan bidim hev”. Bi gotinê re xwe avêt hembêza wî û ramûsanin, ji hemû deverên laşê wî, birin.

– “Bes tu dizanî, ku yeke din di jiyana min de heye”. E. Miço du cixare vêxistin.

 – “Xwedê dikim bes bila ne Narîn be, lê eger ku keçên Helebê giş bin jî, ez ji te hez dikim. Eger tu rojekê ji min bazdî jî, ezê bi dû te dim”. Bi standina nirîn û ramûsanekê re, dikevin bin perda xewê.

Pênc heyv û bîst roj, mîna standina ramûsanekê, ji jiyanê difirin. Lê di (2) ê gulana (1979) an de bi hatina Raşêlê digel Narînê, nêrgizên dil tên pelixandin. Berî bi rojekê, giraniya qurşînê di dilê wî de cih girtibû. û pê hest dibû, ku sibe veyê ewê were rewisandin.

Di rûniştina hersiyan bi hev re digel Bêkes, ji wî ; ji Parîs tê xwastin. “divê tu xwediya sêvê bidî nîşankirin”.

– “Herin! Her kes jiyana xwe bijîn”. Bi gotinê re, jiyan ji nav destên E. Miço diherike. Piştî (15) salan ji Bêkes dibihîze, ku Narînê ew kirîbû. Lê gava dît ku nema dikare wî di nav lepên xwe de bigre, rahêştê û mîna piyaleke camane şikand.

– “Tu hîne rûniştî mayî”. Bi derketina xwe re Bêkes deng li E.Miço kir. Lê gava gola xwînê; gulîstana gangiliyên sor, ku ji pozê wî weşîne û di nav lingan de cih girtine dît, qîrîn bi Bêkes ket û bezî ser wî. Bi bayê wî re E. Miço di cihê xwe de diqulibe. Gava Bêkes xwest wî rake, çav bi nivîsandina. “Raşêl; ez ji te hez dikim”. ku di nav gangiliyên sor de hatî nivîsandin, dikevin.

 

 

 

Kek û Mam

 

 

 

 

Ev bû çend roj in zikê wî dêşe, lê ew guh nadêyê. Îro êdî nikarîbû veşarta, pêl li dû pêl e, nemaze piştî ku çend caran, bi zoyê dewaran re, çû seriyê din û hat; çend eyar cot kişandin. êş lê giran bû, her kêlîkê dihêşt raweste û bihna xwe derîne. Dema gihîşt sînorê vereşiyê, zoyê dewêr berda, li yekê siwar bû û ya din li dû xwe kişand. Bi rê ve çendên ku rastî wî hatin, saxî jê re xwestin.

– “Xwedê xêra te bide, tu çima zû vegeriyayî? Min dikir ku taştiyê ji te re bînim”. Pîreka wî, ji devê derî, derket û ber bi wî ve hat. Dema nêzîkê bû û madê wî yê zer dît, hinekî lezand, deng li lawê xwe yê mezin kir ku bê û alî wê bike, da ku karibin wî ji ser pişta qantirê dînin.

– “Çi  bi bavê min hatî? Ew vê sibê sax bû û ti tişt li wî nexûya bû!!”. Wî hîn dixwest bidomîne, dê dengê wî birî û jê xwast ku here li amê xwe bigere.

Kurê panzde salî, her çend gav dikirin yek û berve girê “Ber Benê” dibezî. Dê jê re gotibû ku dê amê xwe li wê derê, li pêşiya karikan, bibîne. Piştî çend sed mitran, hinekî leza xwe kêmkir û dilê xwe jî, ji xwerna çend tûlên kerbeşê, nehêşt. Ji dûr ve sîbera wan dît, hêştin ew careke din bilezîne. Gava gihîşte cem wî, heya bi kêlîkê nikaribû deng ji xwe derxista.

Piştî bihîstina çêrokê, rahişt çovê şivantiyê û ji kurik xwest karikan bide ber xwe, bîne mal. Wî jî kêse rê girt û bi bez dev da gund. Li gêdûkê bihna xwe derxist. Mîna dêwekî kete xênî, ji berî wî jî çendek ji gund hatibûn û li dora Memoyê Şêxo bi cih bûbûn. Bi hatinê re, rahişt seriyê birayê xwe û xiste koşa xwe, du-sê deng li wî kirin, lê wî çav venekirin. Bi zorê sîngê wî hildide. Ji nuh ve serî danî ser balîvê û ji hemgundiyekî xwe xwest ku here tirektorê bîne.

Cihekî ji M. Şêxo re, di tilêra tirektorê de datînin, dev didin bajarê Efrînê. Piştî çend katan û nalînine kûr dighên deriyê nexweşxana Dêrsim ê. Bijîşk wî didin ber neynikê, raportekê ji wan re dinivîsin ku divê wî rakin bajarê Helebê. Di rojava de, di nexweşxana Serxoş de, textekî ji wî re vala dikin. Wê şevê wî bi dermanan dihêlin roja din. Piştî ku nalînên wî tên birîn, Birîmê Şêxo kir- nekir ku karibe hinekî, li ser betaniya li erdê rêxistî, raze. Lê te digot kulmeke xewê berdane çavan, di ber destê sibê de, hinekî raza. Li ser dengê keça li ber destê bijîşk şiyar dibe.

– “Divê em wî bibin oda tehlîlê”. Di wê kêlîkê de, xortek digel textekî bi loq dikevin hundir, M. Şêxo didin nav xwe û wî datînin ser wî textî.

Li ber deriyê oda tehlîlê, ji B. Şêxo dixwazin ku li wir raweste. Piştî demeke dirêj û kişandina panzde- bîst çixaran wî dertînin. Ber bi wan ve dibeze, careke din vedigerin oda berê. Di wê meşê de, çavên Birîm hertim li riwê birê ne; hinek ziwabûn di rû- dêmê wî de dibîne. Careke din wî vedigerînin ser textê berê. Ji keçikê dipirse, ka nesaxiya wî çi bû.

– “Piştî kêlîkê emê zanibin; a nuha tu li cem wî bimîne. Emê bên we bibînin. Berî ku B. Şêxo careke din êrişa pirsan bibe ser wan, ew derdikevin. Heya bi çend katan şêt- mêt dimîne. Ji dîwarekî diçe yê din, di navbera her çend çûn û hatinan de carekê tê li ber seriyê birê rûdine. Di carekê, ji wan carên ku li ber serî rûniştibû, de siya kenekî zer û pirseke reş li ser lêvên wî dibîne, dihêle ew ji cihê xwe bê avêtin. Lê bi lez seriyê xwe vediçerpîne û wêneya jinbira xwe, ji ber çavan, dide windakirin.

Di çaxeke ne di bal de, deriyê odê vedibe, keça berê digel xortekî nuh, dikevin odê. Dibêje wî ku “emelet” ji birayê wî re gereke. Ka ew razî ye yan na. Bê ku zanibe wê çi bikin, seriyê xwe dihejîne.

– “Divê em bijîşk bibînin, da ku erêkirina te bidinê. Tu jî hesabê xwe û peran bike”. Dema xort hate ser sira peran, B. Şêxo xwest devê wî tijî xwîn bike. Dengê Memo ew qerimand. Ber bi wî ve çû, bi zor jê fêmkir ku ew gulmek av dixweze. Dema li xwe zîvirî, ji bilî valahiyeke sar, kesî din di odê de nedît. Xûya bû, di kêlîka ku wî bala xwe dabû ser xwesteka birê, ew herdu derketibûn. Wî hîn devê birayê xwe paqij dikir, careke din ew xort kete hundir û gotê ku, bide dû. Destê xwe berve têxt dirêjkir û got: “çawa emê wî bi tenê bihêlin?”.

– “Em te gelekî nahêlin”. Xort vegerand û derî li pêş vekir. B. Şêxo dide dû. Çend deriyan dibirin, li ber yekî veqetyayî radiwestin. Xort bi nermî lê dide; Piştî gotina derbasbin, derî vedike. Gava B. Şêxo dikeve hundir, kesê li piş masê rûniştî radibe ser xwe, danîştokekê şanî wî dike.

– “Divê em bi lez zikê birayê te biqelişînin”.

– “Eger tu vê yekê dizanî, çima hûn sekinîne. Ev anîn û birina we, ji min re, çima?!. Ne ezê zikê wî biqelêşim…Ev karê we ye”. Eger hinekî din pêde biçûya, wî ne dizanî dê çi pêra derketiba.

– “Belê ev karê me ye. Bes divê em zanibin, ka gûca te digihe tu buhaya “emelet” û dermên bidî lê na”.

– “Eger ez nikaribim, divê ew bimre?!”. Bi hêrs got û rabû ser xwe.

– “Na… wê hîngê, tu karî wî bibê nexweşxanên Hukumetê”. Bi tenaziyeke aşkere gotina dawî got, hêşt B. Şêxo mîna gurekî, bigurmije.

– “Ji bo ku wî bavêjin ser têxt, heya Xwedê çawa dike?! Nuha giştî bihêle û ya kin ji min re bêje; çiqas divê”. Bi lez beriya xwe vekir, da ku çi pereyên di wir de hene deyne ser masa reş.

– “A nuha wan bêle, dê gerekî te bibin. Bi hesab divê tu deh Hezaran bijmêrî”. Heya bi demekê wî ji guhên xwe bawer nekir, lê gava dîke li çavên bijîşk nerî, giraniya çiyakî li ser milên xwe hest kir. Ji sibê heya êvarê, bi pênc wereqan diçe merkirinê. Bi lez di seriyê xwe de gerand, divê herdu qantiran û çend kulekên dewêr bifroşe. Dîsan jî, hinek pereyên din, jêre divên.

– “Erê”. Di danîştokê wer dibe.

– “Keremke”. Bi dengê bijîşk re radibe û dide dû wî. û bi bangkirina, li keçikê, re careke din radihêjin Memo û wî li ber deriyekî nuh dihêlin û demeke bê dawî dikeve ser.

Dûyê çixara B. Şêxo heya qatê ezmên ê heftan dikişe. Riwê Xwedê û stêran vadişêre. Ev bû heft katên wî di ber textê birê de rûniştî. Piştî du katên ku di oda qelaştinê de hêştibûn, mîna termê miriyekî, bê şiv û liv, li ser têxt dirêj kiriye. Newêrîbû careke din çavan bide hev; ditirse ku xew wî bidize û dengê birê li ber bê biçe. Vê yekê hêşt ku ew dûvkên çigaran bimije.

Deng bi mizgeftan dikeve, B. Şêxo hîn çixarên xwe dimije. Te digot qey kurm ketine çavan. Di kêlîka ku çavan, bê hiş, dide hev û xilmaş dibe, her heft zarên Memo serjêkirî, di peyîka xwe de, dibîne. Bi hêz şerwelê xwe dadiweşîne û direve. Lê her heft serî didin dû wî. Ew dilukume û dikeve erdê, bihn lê teng dibe. Zaroyên serjêkirî li ser kon vegirtine, çavan hildide, dengê nalînine kûr dike.

– “Kuder te têşe?”. Devê xwe dide ber guhê Memo; dixwaze dengê wî bibîse. Bêyî ku deng ji yê nexweş bê, dest ber ve piyala avê dirêj dike.

Çar rojên din, ew li nexweşxanê, derbas dikin. Di roja pêncan de, bijîşkê ku zikê Memo qelaştibû dikeve cem wî û ji B. Şêxo re dibêje: “Tu karî îro birayê xwe bi derînî”. Gava destan tavêje beriyê, dixwast pereyên wî bidêyê, lê dît ku wî deng li keçika berdestê xwe kir û gotê: “Têkeve pêşiya Şêxo û bibe ba xezîndêr”.

Piştî ku B. Şêxo û keçikê bi dertên, bijîşk berê xwe dide Memo û li rewşa wî dipirse. Gava ew dixwaze hinekî cih jêre fereh bike, bijîşk destekî datîne ser rehekî wî û dibêje: “Ez bi lez im.. Lê min dixwast ku berî tu derkevî gotinekê bêjime te. Binêr her tişt par û bext e. Para te jî tu bê zar herî”. Çav di seriyê M. Şêxo de ziwa dibin. Berî ku karibe deng ji xwe derîne, bijîşk careke din dest bi axaftinê dike. “Ev çend sal in te jin aniye?”. M. Şêxo du caran herdu destan hildide. “Ev bîst sal in. Eve…ti çare ji nesaxiya te re tine ye. Ji te de ye, tiştî pîrekê tine ye. Damarên mêraniyê li cem te hişk bûne. Ev ne. Ji îro û duh ve ye. ji roja ku tu bi zikê diya xwe ketî, li ser eniya te hatî nivîsandin ku tu yê bê zar biçî”. Careke din destan li kaboka M. Şêxo dide, ku hinekî dilêşa xwe bide xûyanî û ji odê dertê.

Derî careke din vedibe, B. Şêxo yekî nuh li ser têxt dibîne. Eger ne ji solên li ber têxt bana -Ku ew yên Memo ne- wiyê derî bigirta û li oda bira tê de raketî bigeriya.Bi lez berve wî tê û dipirse:

 – “Eger tu têşî, îro jî em dernakevin”. Memo serî diçerpîne; ji wî re dide xûyanî ku amadiya xwe bike û dixwaze ji ser têxt dakeve. Birîm destekî dixe bin milên wî û bi yê din bi destê wî digre, çakêtê davêje ser milên wî û bi giranî lingên Memo dixîne solan. Ji dema ku bijîşk ev barê giran daniye ser milên M. Şêxo û naskirina wî ji ne baviya heft zaroyan re, zemîn di çavan de reş bûye. Ji bilî naskirina bavê wan heft zaroyan, ti tiştî din di seriyê wî de nemayî.

Rê dirêj bûye. Bawer nake ku bigihe dawiya vê lîska zemên. Berî ku roj piçe ava dighên gund. Her kesên ku bihîstin ew gihîştî mal, li dorê dicivin. Xaniyê li ser du qentirman, bi gundiyên wan tê dagirtin. Heya şev dişke jî ew belav nabin. Lê kesî nikarîbû gotinekê ji devê Memo derîne. Dema hêviyê ji dengkirina wî dibirin, berê xwe didin Birîm û çêroka nesaxî û xistina nexweşxanê jê dipirsin.

Gundî belav dibin, M. Şêxo digel pîreka xwe û her heft zarên bavnenas dimînin. Ev cara pêşiye- piştî van pênc rojan- bang li jina xwe dike; jê dixweze bê nav nivîna wî. Meyro bi zîzî berve wî tê û kirasê xewê datîne, dikeve nav destên Memo. Pêre ew, kêra ku hertim di dîşlikê de bû, dertîne û dide ser boriya nefesê. Dihêle lerzandin û tayeke bi hêz têkeve laşê wê.

– “A sayî dîne ber min. Kî ye bavê van zaroyan?!”. Ken û girî yê Meyro tevhev dibe.

– “Eger ne tu bî, wê kî….”. Berî karibe pevoka xwe bigîne serî qerimandina devê kêrê, di eyarê gewriya xwe de, hest dike. Deziyekî xwînê jê kişiya; çend çilpik ketin ser balîva sipî.

– “Min got ya sayî”. Hinekî din kêr guvaşt. Sal û wêne di çavên Meyro de diqulibin. Vedigere berî bîst salan, hîn Birîm cahîl bû. Du- sê sal di ser bûkaniya wê re borîbûn û hîn ti tişt li wê xûyanî nekiribû. Di çar- şemekê de, Memo daketibû bazara Efrînê, ji dêvla wî Birîm çûbû cot, mîna her car Meyro taştî jê re kir hev û da ser rê.

Di ber serê cot re, Birîm li stûyê wê dine. Ew dike nake nikare wî torî ji ser xwe bide alî. Birîm, xortê gund yê bi nav û deng e, hîne ti kesî pişta wî nedayî erdê. Piştî ku wî ya ji Meyro dixwest bir, wê dide rûniştin.

– “Ev bû du- sê salên we ye hûn zewicî ne û ti tiştî li te bêlî nekirî. Eger ji wî de be jî dê bêje ez mêrim û dê jinek din bîne ser te. Lê eger ti tişt bi zikê te nekeve emê zanbin ji te de ye, wê hîngê divê tu bi bextê xwe razî bibî”. Ji wê rojê û pêve, dîtina Birîm û Meyro ji hev re, rengekî nuh distîne.

– “Birîm e”. Bihîstina navê birayê xwe, dihêle kêr ji nav tiliyên wî bikeve. Bi hêz Meyro ji nav nivînan tavêje. Êşeke zirav di cihê qelaştî de vedibe, çend gelî dêv ji hev dikin. Bê deng radibe ser xwe, berve êxir diçe, hevsarê qantirê vedike, cilikekê tavêje ser û bi zor- zehmetî lê siwar dibe. çend kêliyên din pişkivîn û xwîn berve derpiyê sipî diherike.Meyro xwe davêje lingan; bi pana ku dide sîngê wê, dihêle ew li ser piştê dirêj bibe. Dev dide nav wan çend kurmitên zêtûnên qirêc.

Seriyê qantirê sist dike. Ew ji ber xwe ve rê nas dike. Seriyê wî jî bi ser milan de qulibiye. Çiqas car, di rojên ku wan taştiya bavê xwe dibir, bi hev re diketin ser vê reyê. Erê ew yê mezin bû, lê hertim Birîm yê pêşî bû. Di her tiştî de, ew yê yekê derdiket. Heya bavê wî carekê gote diya wan: “Eger tu bi ya min bikê, ka em Birîm di pêşî de bizewcînin”.

Di roja dewata wî de, gişan berê xwe didan Birîm. Lê Meyro, bi diltenikiya xwe, birînên wî vemirandin. Her ku ji çol û deştan vedigeriya û serî datanî ser sîngê wê, êşên xwe ji bîr dikirin. Nemaze di wan çend salên pêşîn de. Çiqas car ew ketine ser vê reyê û yek ramûsan ji nişkave ji riwê wê birine; hêştî ew bi zîzî bide dû wî.

Di dema Memo ketibû ser rê, Meyro bezîbû mala Birîm û ew ji nav nivînan kişand. Hêşt pîreka wî li kabokên xwe xîne. Bi nîv tazîbûn ew berve mala birayê xwe dibeze. Lê gava digihe hundir û nav nivîna vala dibîne, li Meyro vedigere.

– “Kanî ? Ez wî di nav nivînan de nabînim”.

– “Bilezîne, berî ku ti tiştî tîne seriyê xwe, bigihê”.

– “Çi çê bû ?”. Û gava li çavên wê dinêre, kabokên wî dişkên ku her tişt hilweşiya.

Bez û leza Birîm bê sûde bû. Ji dûr ve siya qantirê dibîne. Dema nêzîkî lê dike, dibîne ku siya Memo jî di ber de ye. Lê dirêjtirî her car e. Birîna kêndirê dihêle termê mirovekî, di çavên B. Şêxo de, bê xar.

 

 

 

 

 

 

Zayîn

 

 

 

 

Ez dizanim, nuha li kenara bêheşiyê me. Kenara newêl. Têvedaneke sivik, babelîskeke biçûk, dê min di biniyê newêl werke. Nizanim newal e yan zozan e. Ne jî zanim, bêheşî newal e yan gir e!.

 

Pîrek: Min nizanî ku, ez evqasî bi ser wan de har im. Wan heya bêheşiyê dixwazim. Tim û tim, ez ji rêf qetiyabûm, xasma di warê civakî de. Her dem, tevizandinên min ên bi çûkanî, dema destên min di nav çîpên min de digeriyan, tên bîra min.

Ewatêf, Rindê, Nadiya”. Nav in, gotin in… tîp û pirs in.Ev çi ne?!.

Gewt- gewta cewrikekî ye, di riwê çend mirîşkan de direwê. Dezgeha mejiyê min nema digere. Çi dixwazim? Tu dipirsî, ez kî me? sinc û perwerên min çi ne!! He.. he..he… seg hîn û hîn…- bihêle, ez rûpelên jiyana xwe birêsim.

Famîle: Mîna her maleke rojhilatî, mêr û jinekê, di nav nivînan de ne. Bê lîsk û qurmiçandin lê siwar dibe, lingan radike ser milên xwe, awazine ji mûzîka “Ji bo çend Dolaran” dikutin. Helkiş, tengiya sîng û cirifandin dihêlin damarên xwînê stûr bibin; piçekî din dê di eyêr re derên. Kut- kuta dil zêde dibe. “Deh wesekên” wî, di damaran re diherikin, qîr- qîra wan e, lê kes nabihêse. çav beloq dibin, cilên wan bi xwêdanê tên şuştin. Hevdu gez dikin; gezên segan. Li ser milan nîşana diranan dimîne, ji rengê sor dadigere şîna avgolan. Cendekê herdiwan sist dibe, gilêz ji çar devan diherike, zelqoyî dibin.

Ez kurê yekem im. Her şev dezgeha wan digere. Famîla me fereh dibe, em mezin dibin. Û her şev em wan dibînin. Piştî em “radikevin”, ew dest bi karê xwe dikin. Dê; Dêwek e, radibe ser xwe, çavan di ser riwê me re digerîne û hêdî- hêdî, xwe têve dide nav nivîna malxê xwe; di nav lingan de, keseran dikşîne. Di wê kêlîkê de, laşê min ditevize, diderizim.

Em mezin dibin û dibînin. Mezin dibin na bînin û……

 

Malbet: Mezin e û “hemd ji xweda re” bav- pîrên min, bav- bavên wan û… jin anîn, paspora jin- anînê sitandin û mafên çêkirina zaroyan birin. Lê piştî çend salan ji standina pasporan, zaro bi zikên wan dikeve. Sedema vê yekê, negihîştina dezgehên wanbû. Lê heya bi vê yekê jî nehêşt ku, zarzîçên wan pir nebin. Piştî ku, dezgehên wan digihêjin û dikemilin, te di dît mal bi zaroyan di milmilî.

Amo, tu ti rojan, ji keça xwe pirsî, çi di navbera min û wê de, di wî ciyê reş û germ de, ewê ku bihna rêx û fişqan jê dihat, çêbû?

Ez zanim wîn jê nepirsîne. Ev zaron e; tiştên wilo nizanin. Em lîstin û kenîn; lîska me ya bûk û zêve bû. Mazovan xwîşk û birayên me bûn, kurên amên hev in. Em, mîna we, bi tena xwe man. Piştî ku ka ji me re dûz kirin, ew ji şikeftê derketin. Dema em bi tena xwe man, me çav hildan ser riwê hev; ber keniyekê xwe, di çar kenarên gulîstanên çavan de, veşartî. Lê helkişiya we mezinan, me nizanibû; reya dil jê re girtîbû.

Xwe li ser piştê avêt ser kayê. Ji nêvî û jêr de tazî. Bang li min kir; bê şerm û tirs me dest avête pişkoka- na ne pişkok, cilên me kiras û derpî ne-. Ji derve dengê mazovanan tê, dixwazin em bilezînin. Nîviyên me yên jêrîn hevdu dipêçin; hilma me germ dide, bi lez xwîn di damaran re diherike; em hevdu dişdînin, dibin candekek. Bê ku milan gez bikin û ti cilikan ji mirov û xisman re li bakim, da ku zanbin hîne ti kes derbazî gulîstana wê nebûye. û dîsa ji wan re xûya bikim ku tor im; karim di kêlîkekê de, baxên gulên wê bi rewisînim.

 

Xortanî: roj diçin, dimeşin… sal difirin. Em mezin dibin.Dev ji lîskên zarokiyê berdidin. Keçeke çarde salî, çeleng û memiksêv ji bûka min şiqin dide. Xwîna me “deh weskên” we dimije. Em ji hev dûr dikevin; me ji hev dûr dixin. Kincên wê tên. Av di zikê erdê de zêde dibe, dibe gol… derya. Lê “Kevirê sîzêv” li ser devê kaniyê ye, nahêl çem der bibe, geliyên tî û kûr avde. Dixwazim wî kevirî bi aliyekî dim, lê giran e… Têvedidim, digivêşim. Çend dilop, ji aliyekî wî tên. Lê dilopin nikarin “Çala Reş” û tî têr bikin. Ew jî çiqasî wê çalê dikole, lê hertim ziwa ye, av jê hilnade.

Malên me ji hev bi dûr dikevin. Carekê bi mêvanî tê cem me, mala amê wê ye. Raste em ji gund bi derketine, lê me xwe ji bîr nekirî. Divê sibê, berbanga sibê, bi dengê dîkan re, eger ti tişt tinebe jî, em ji xewê rabin.

Bi piste-pista wan re çavan vedikim, belkî hinek gewzî, ji ya bavê, bidizim. Vê carê şaş çûbûm. Elendên rokê xwe berdane nav malan, li ser riwê keçikan, vehesa sibê didin xwe. Xwesteka wan e ku yek ramûsanan ji wan bidizin. Birayên min ên biçûk di nav nivînan de dilîzin. Ji berê û paşê de, xew bi min şêrîn e. Tev şiyar dibûn, lê ez na. Ew jî di nav de ye; ji wan dixwaze, hinekî dengên xwe nizim bikin ku min şiyar nekin. Piçek naçe xwestekeke nuh dike, ku ew bên nav cihê wê û ew jî bê nav nivîna min, da ku di ber nigên min de “rakeve” . Zaro bi lîstkên xwe, ez bi “xewa” xwe û ew jî bi revîna nav nigên  min, mijûl dibin. “Deh wesekên”we kelemin, nahêlin ku ez rabim, pê bilîzim û tîna dil vemrînim; gulên sor bipişkivînim.

Roja serşuştinê tê. Em bi vê gerdişê tên naskirin: serşuştina roja înê. Em di vê rojê de, xwe ji karên çûyî dişon. Ez û wê bi tena xwe li mal dimînin. Derî li ser xwe digre. Ma çavên min ên girtî ne bes bûn? Kut- kuta dilê min e. Derî vedibe. Daxwaz ava sar e. Bi zor- xweşî divê ez jê re bînim. Ti kes ji bilî min û wê nîn in. Derî heya bi dawiyê li pêş min vedibe. Ew “deh wesekên” xwe ji bîr dike. Lê ez- bibore ji peyva “Ez”, xweda!- yek wesekên xwe bernadim; berê xwe jê dighêrim. Min destê ku misîn têde, bi dizî dirêj piş derîkir. Dema milên tazî dibînim, girîz bi devê min dikeve. Car kirin dudu; dîsa av hate xwestin û min jî bi şêwa berê av bir. Derî bi hêrs hate girtin. “Hemd û şikur ji Xweda re”.

Mêr: serî bi êşe. Xew nayê çavan, pir şevan di nav nivînan de dikizirînim. Xwe virde- wirde toldikim. Bihna ramûsanekê ji bin balîvê xwe dikim, tînim bîra xwe. Hundirê min tê sotin. Ramanên min berve wan gerdişên şilo- Pilo diçin. Rast e xwîna min sar dibe, lê zelqoyî dibim, girîzokî dikevim. Mîna kurmikên di şikeftan de dijîn ji tîn û ronahiyê ditirsim.

Dawiya- dawî ez ketim bin perda xewê. Nizanim min xew girt yan ew li stûyê min nîşt. Xeweke giran e. Dema min çav, bi dengê lêdana derî re, vekirin, min nikarîbû pariyên xewna xwe berhevkirana. Bi lez ber bi derî ve çûm. “Kî ye ev?!”. Diya şemo li ber derîbû. Ew jî ji kesên xewna min bû.

Bi tena xwe û zaroyan li mal e. Mêrê wê, ev bû mehek, ji mal bi derketî. Wek ez zanim kesa ku gewziya nav nivînan dîbe û demeke wilo dirêj jê bê birîn, mîna kuzotên agirê pixarê, di şeveke zivistanê de, ew diqij- qije. Nirînek ji min, yek ji wê; kanî dê derbin. Cahilê çerxekê û ne biyê rojekê. -Êvar li nîvê meşînê ye-. Ramanek…. ez nuha rabim herim û tiliya xwe deynim ser pişkoka zêngil. Derî vebû; çav li xew in, di ber kirasê xewê de ye, gewd di bin de bang dike, du kevokên sîng dipirpitin. Di çavan de, pirsa hatina min e. Di baweriya wê de, kesê di vê şevê de deriyê wê bikute, ji bilî bavê Şemo, tikes dê tinebe. Na, ev kurê cîrana ye!!. Gewriya min hişkbû, dengê min derneket. Bi tirseke berz, bersiva çavên wê didim.

– “Diya Şemo, ji te fedîkarim, çi ji te re bêjim. Ez nîvro ji mal derketim û nuha vegerîm. çiqas min derî kuta, deng bi kesî neket. Kuva herim, ji bilî vir ti der li ber min neman. Bi hêvî me ku ez kilîtê li vir bibînim… Xûya ye ew ketine xew û dengê derî nekirin”. Berkenî bû û ji min xwest ku derbazî hundir bibim.

Derbaz dibim. Nikarim lerzandina laş vemirînim. Ne bawer im ku, wilo bi hêsanî, xwesteka min bi cih tê. Em bi hev re ketin nav nivînan û mûzîka “ji bo çend dolaran” me bi hev re li darxist.

Min êvarî, ramanên xwe wilo ristin û buheştek ji xwere afirand. Lê bi bayê ber destê sibê re hilweşiya; ji min dizîn, ez jê hatim qewitandin. Ev xewn di bin çavên min re çû û hat. û hîne em li ber derîne. Min çav rakirin riwê wê. Ew- ew e, kenê bûdelî, li ser rû- dêmê belav e. Gava ket hundir, pirsî.

– “Mala we kuve çûne?”. Bi pirsa wê re, ramanên min revîn û ji xewê şiyar bûm. Ez nizanim min bersiva wê da yan na. “Ez destê xwe bavêjimê, ber hembêzkim, an bi destan bigrim û rakêşim hundir. Lê eger got na û qîr kir. Cîran dê bicivin…”. Dicivin, derî dikutin. Ne hêştin ku bigihêm derî vekim, li ser me şikandin, civîn… guloverek li dora min girtin, dest dirêjkirin, zincîrek- ji xwe- bi hev xistin. “Deh wesekên” wan, li derdora me, dikin qêrîn û… xencerên we têne xar.

 

 

 

 

 

 

Dîn zêde dibin

 

 

 

 

Dînekî nuh li dînên bajêr zêde bûye. Ev bû hefteyeke ku ketiye bin bandora rewşa dîntiyê. Kesên bajarê (Efrînê); rûniştinên xwe pê derbas dikin. Zarokên bajêr jî lîstikeke nuh dîtibûn. Wan digot: “çima piştî sê heyva ma, û piştire, ew ket nav lehiyê. ewa me dizanî jî, Selmên hêşt, em têda nezan derkevin. Ne tiştekî veşartî ye ku, yek di serpêhatiyan de, ji ser hişê xwe dere, lê ne piştî sê heyvan”.

Gava di seriyê zukakê re bi derket, careke din her pîrekekê rahişt zarên xwe û ew xistin hembêzên xwe. Nemabû ew wêribin wan bi tenê li devê deriyan bihêlin. Di navbera her çendakî de dînek di borê, û bi her yekî re ordiyek ji zarokên ku karin xwe ji lêdanên kevirên dînan biparêzin. Bi hatina her yekî re, ev ordî dimeşe. Tirsa pîreka mezin ji wan bû, ku kevirek rê şaş bike û cih di seriyê zarokê wê de bigre.

Selman dînekî başqetir e”. Digotin. Veqetandina wî jî, ku ji refên dînan bi der dixistin, ji vê yekê di hate: Di vê hefteya ku dîn bûna xwe aşkere kirî de, ew wek bilî xwe nake; tikesî nedît ku, ew radihêje kevirekî û di zarokekî mizeret werdike; her tim berîka wî tijî şekir bû. Eger bidîta zarokek şerê xwe ji ser wî naşo, dest dixiste berîkê û şekirek davête ser wî. Vê yekê hêşt ku ordiya li pey wî mezintirî her ordiyên li pey dînên din be. Heya hêşt ku dînên bajêr, di komcivîna xwe ya dawiyê de, li ser vê yekê rawestin.

Ket devê çarşiyê. Dengê wî û zarokan, ku ber bi guhên esmên ve dikişe, hêşt xwediyên dikan an seriyên xwe di derîyan re têvedin. Mirovekî cilên xwe tijî dike ye, dirêjiya wî nêzîkî li du mitran e sîngekî fereh, di durvê wî re xûya ye ku, di demên ew neferekbû, hejmarek ji civatê dihat hejmartin, karê wî yê omizê û zendan bû.

– “Ka şekirekî, û ji te re zarokek”. Pevoka herî bi tenê ku, di vê hefteyê de, ji devê wî bi derdikeve,   evbû. Eger xwediyê dikanekê bixwesta pençek şekir têxe destê wî, ji nûh ve vedigerand, radihişt şekirê xwe, dixist berîkê û dimeşî.

Çêroka “ Selmanê Dîn”, ji sê mehan û hefteyekê de, dest pêdike; ji roja ku, ji nişkava, pîreka wî xwest bimre. Di wê rojê de sê kemyonên çemento hatibûn. wî û hevalên xwe, yên di embara çemento de kar dikirin, divyabûn nanê nîvro jî li wê derê bixwin, heya ku karibin wan boş bikin. û berî ku roj di piş çiyayên Zagros wer bibe, zarokê wî yê deh salî, bi kel û girî, bi wir ket. Bê ferman û destpêk gotê: “Diya min mir”.

Heya bi demeke dirêj, wî bîr nebir ew çi  dibêje. “Diya min mir”, bi rengekî alavî, ev pevok bi derxist. Li çavên hevalê xwe dinêrî û digot. Ew jî, bê ku zanibin çima, wilo di cihê xwe de mabûn sekinî. Heya bi ewê ku tûrekî çemanto  hildabû ser milên xwe, şik nedibû ji ser milên xwe bavêje; wilo dev jihevkirî mabû.

– “Diya min mir”. çima mir ?!. kê gote wê bi mir?. çima ew mir?. mirin çî ye?!. kî ye ewa mirî ?”. Ev bû çarde salin, ti caran nehatiye bîra wî ku rojekê bi vê yekê ponijîbû. Dîsa li zarokê xwe yê çav bi hêsir nihirî, û ji nuhve lehiya pirsan êrîşî ser kir. Lê bê deng destê zaro xist nav lepên xwe û hêdî- hêdî ji hewşa embarê derket.

– “Rûmetgirtina kesê mirî, di zû veşartina wî de ye”. Mele gotina xwe got. Xwest bi lez, axê bi ser kin. Goreke nuh bi du kêlikan, li goristana (Zêdiyê) zêde dibe; mêvaneke nuh dikeve nav kesên çiyayê Zêdiyê. Gava ew çend kesên ku dev ji karên xwe berdabûn û bi cenaza wê re derketibûn, xwestin seriyê mêrê wê xweşbikin, ew ne dîtin. Çendekan bi dengekî- dudiwan deng li wî kirin, lê bûbû pariyeke nan di devê segekî har de; kesî ew venegerand. vê yekê hêşt hîn zûtir vegerin ser karên xwe.

Di dema ku wan ax bi ser pîreka wî de dibarandin, xwe ji nav koma yên zindî dikşîne û berve wê qubeya ku bi rengê kesk hatiye pêçan dere. Dengê zîrkiniya derî dihêle refeke qirik, bi vebûna derî re, di esmên de winda bibin, û di nav deryayeke keskayiyê wer bibe. Di nîvê odê de tirbeyeke bi etlesê kesk hatî pêçan. çaxa berve kêlika li ber seriyê wê dinêre dibîne ku Ejdehayê gora Şêx diparêze serî ji nav kulora laş derdixe û bi çav melûlî lê dinêre.

Mirina pîrekê, neh zarok di stûyê “Selmanê Dîn” de hêştin. Neh civînok digel dînekî, li bajarê Efrînê zêde dibin. Her neh ji sibehan heya bi êvaran di nav kolanên bajêr de, li ser sergoyên bajêr digerin. ji bilî bavê (Dîn). Dema ew vedigerîn mal, “Selmanê Dîn” nuh dest bi karê xwe dikir ku ji mal bi derkeve.

Derketina wî, heya bi sê mehan, dibin mij û dûmên de bû. ew bê şop, heya ber destê sibehê, dihat veşartin. Lê di vê hefteya ku dînbûna xwe aşkerekirî de, xelkên bajêr tê derxistin ku ew ji dema ro diçe ava de, heya berî dîk bangil bide, li nav mezel, li ber seriyê jinika xwe rûniştî dimîne. Kesên bi meraq ku bi xwestana zanibin ew çidike, wê biketana ser dengê kesekî azir ku axaftineke, fireh bi kêlika gorê re dike.

Her roj karê wî ev bû. Heya berî heft rojên dawiyê, wî radihişt çiqina nên û galonê avê. Şev bi wî xweş dibûn. Her tiştên li mal û bajêr diqewimî, gotinên pîrekên cîranan, îro zarokên kê û kê şer kirine, her tişt û her tişt ku çêdibû digote pîreka xwe. Pir caran, demên ku bê deng dima- carna ji qastîka wilo dikir- dengê wê diket guhên wî ku baxêfe ka çi  tiştên din hene. Lê di roja dawiyê, ji çûna xwe ya ser gorê, de- ew di nav kefte-lefta axaftinê de bû- gor li ser wan vebû, pîreka wî seriyê xwe ji bin milên ew kesê ku li ser sîngê wê mexelîbû bi derdixe, li kûraniya çavên “Selmanê Dîn” dinêre û gotinek bi ferehiya esmên belav dibe:

– “Derew in !!”.

 

 

 

 

Lawên Beko

 

 

 

 

Nimêj

Şimik ji lingên xwe avêtin, yek li ser dêv ket. “Şeytan dê nimêja xwe li ser bike”. Dengê diya wî mîna kêreke zingarî, xwînêmê ji serî wî dirjîne. Xwest vegere û şimika qulibiye rast bike, lê guneha wî bi Şeytên hat: “Çima em tev şerê wî dikin; ew jî mîna min (menboz) e”. Keysê dide wî ku, nimêja xwe bighîne dawiyê.

 

Çixare

Çixara pêncan ji dûvkê ya çaran pêdixe: “Divê tu rojê çar cixaran tenê bikişînî”. Dengê dîlberê û giriyê wê di guh de lûsdibin. lê bi dûyê çixarê re wê dadiqurtîne.

 

Tirombêl

Du tirombêl, ji hemberî min ve, tên :yeke leşkerî ye. Ajovan, digel hevalekî xwe, di kebîna wê de rûniştî. Ya din yeke Yabanî ye. Herdu bi hev re dixircilin, dişkînin ser hevdu û hindik dimîne ku li hev biqelibin. Leşkerê rûniştî, ji cihê xwe hildibe, li ajovanê Mazda qîr dike: “Ma tu ker î, tu pêşiya xwe nabînî ?!”.

Dema ajovanê Mazda gotinên wî dibîse, bi hêz dide pêşiya wan; rê dibire, dihêle ew ji neçarî rawestin û bi gotina “Te çi  got”, ji tirombêlê peya dibe. Dengekî bi hêz û hov bû, hêşt rû li ser yê leşker nemîne. Bi vekirina derî re, ji aliyê ajovanê Mazda, yê leşker dilbuhirî dikeve.

 

Sûlav

Pîrekeke digel mêr û zaroyên xwe ve, li ser danîştoka hemberî wî, civîne. Pîrekeke ciwan, şox û şeng e, gewde berfa serê Sîpanê ye; rû heyv e, birî kevan e; bijan jî tîr in. Ling avêtiye ser ling, fistanê wê vekişiye; heya bi jorî kabokê dibrûse.

Li hember wan, xortekî gundî li ser çawîrê paldayî; paldaneke bi tirs û hejar e. Mêjî firîbû; çav girêdayî bûn; xwîna wî dikelî, dilop-dilop dibû ar di dojeha sîngê wî de diweşiya. Di navbera her çendakî de, çavên girêdayî, ji nav lingên Pîrekê vedike, li hawîrdora xwe digerîne ka kes li wî dimeyizîne.

 

Berf

Rojeke sar û tarî bû. Kuliyên berfê dihatin xar. Dengê bê li derve dihêle mûyê mirov û lawiran qij bibe. Ev bû sê roj û sê şev, kes newêre ji hundir bi derkeve. Ezman hildiweşe. Ev cara pêşiye ku berf bi vê harbûnê tê xar.

Berf-di van sê rojên de- bêtirî bedena mirovekî ketî. Gundiyan zikê wê qelaşt, da ku karibin termê wî bi derînin.

Zîndan

heya berî bi çend gavan, bihna solan bêvlên mirov tijî piş û pembo dike. Du rêz textên leşkerî rêxistîne, her rêzek deh text li jêr û mîna wan li jor in. Carina, mîna îro, giş tên dagirtin. Cihekî vala nemaye ku yekî din hembêzbike.

Divê ez li pê razêm.

 

Zaro

Pîremêrekî daye ser rê. Hûrik- hûrik teneyên salên xwe diqulbîne. Li ber hinekan radiweste û kûr bi wan diponije; bûyerên wan vedijîne û di ezmanê çavan de winda dibin. “Çi  reyeke dirêj e. Tu çima nabêjî lingên te kin bûne; di demên çûyî de, deh rê mîna vê têra wan nedikir ku ji hevdu vebin”.

Dîtina zaroyekî di Pêşiya xwe de, ramanan dide şûn. pîremêrê rêwî kêreke rind, di nav destên wî de, dibîne. “Ezê wî bitirsînim da ku, kêra wî jê bistînim”.

– “Birrr… Himmm…”. Pîremêr dikir himînî û berve zaro diçû.

– “Netirse, ez te serjênakim”. Zaro got û Pîremêr, li ser reya tirbeyeke dev- vekirî, li şûna xwe hêşt.

 

Dilsoz

Gava derî vedike, kenekî sor hildiperike çavên wî, bi misdana wan re, ew ken tê pelixandin.

– “Tu hîne di xewdayî”. Li dû gotinê dikeve hembêza wî.

– “Min îşev xewnekir, bawer nekir kengî sibe veyê”. Lêvên xwe bi ser ên keçikê de dadirivîne, wê ber ve textê germ dikşîne.

– “Bihna keçikan ji textê te tê”. Wê got.

– “Tu xweş dizanî ku ew bihna te ye. Bi seriyê bav- pîran sondê dixwim ku, ji bilî te, kesî nasnakim”. Wî got û mîna bazekî xwe berda ser sîngê wê.

Di eynî kêliyê de, deng ji telêfonê tê. Birçî ji ser sîngê wê radibe. Li aliyê din, dengê keçika ku duh naskirî, dike.

– “Bi bav- pîran, tu ya bi tenê yî”. Û ramûsanekê ji wê re jî bi rêdike

 

Dilêrî

Di welatekî kûnde û bi reşiyê sînorkirî de, serokê şoreşê xwe bihn teng dibîne. Ev bûbû sî sal di ser şoreşa wî re borîbû. Di van salan de, tiştên nemayî anîbûn seriyên miletê xwe. Di pêşî de wî bi tirs ferman û dadgehên xwe li dardixistin. Carekê ji wan xwest ku her kesek divê dûvekî bixwe ve xîne. Cara din ew tazî ketibû ser rê û kolanên bajêr, ji xelkê wê dixwest pesnên “taqima” wî bidin. Di gava ku, zaro bang dike: “Melîk tazî ye”, bavê wî destê xwe datîne ser dêv, termekî reş di nav destên xwe de dihêle.

Îro jî divyabû her kesê ku temenê wî bi ser heftê salî ketiye bide ser reya Paytextê, da ku li meydana wê werin bi darvekirin.

– “Werîs ji ba me ye yan ewê bidin me ?!”. yek pirsî.

 

 

Diz

Îşev pir gerî, lê ti tişt bi ber destên wî neket. “kesên vî bajarî mel’ûn bûne; heya mirîşkên xwe jî dixînin bin dêxûna xwe û pêre radizên”. Di paşiya şevê de, dest vala dide ser reya mal. Demeke dirêj, di nav nivînan de, bê xew dimîne. “çawa dê xew bê çavên min, bêyî ku tiştekî bidizim”. Ev cara pêşî bû, di jiyan wî de, ku şevekê bê dizî diborîne. Xwe ji nav nivînan dikşîne, li derve çavên wî pê dikevin; sola pîreka xwe didize.

Piştî dixe bin balîvê xwe, di xew ve diçe.

 

 

 

Çend (û çend) roj

Di jiyana pêximberekî de

 

 

 

(1)

 

Li mûnşiyê li hêviya otombêlê bû, ramanên wî mîna gêrikan diçin û tên; gid- gida wan di serî de bilind dibe; li derdora xwe dizîvire. Ew bi ber çavan dikeve, nikare salên wî binase. çav dibêjin em ên kesekî sîh salî ne; por dibêje ez çel im, dev û lêvên wî ên qurmicî dibêjin em ên kesekî heftê salî ne.

Ev kesê sal ne nas erebana xwe ya sêtekerî, bi herdu destan, têvedide. Li ser pişta wê sominine nerm hene, çendek ji refê pêşîn ketine. Wî piştî gereke dirêj hinek somin firotibûn. Di ber wan de çend şixat bela-wela bûbûn.

    Cilên wî bi gemar, qirêj û qetiya ne, hestûyan serî tê re hildane. Por wek sirbigeyekê, di nav herdu milan de, serî hildaye. Belkî ne pore jî…Bi dîtina polîsên belediyê re, wî xwe avête ser pişta erebanê û dema dît hembêzkirina wî ji sominan re bê sûde ye; dê her wan ji xwe re bibin, bi lez ew dixistin devê xwe, heya hêşt ku çav ji cihê xwe bi der bikevin.

 

(2)

– “Ezê li ser evê daniştokê rûnim; na, ya din nêzîktirî wê ye”. Rûnişt lê wê ne dît. Ew jî, ji bilî porê wê yê reş ku şeveke zivistanê tînê bîra yekî, ti tiştî din nabîne. Di wê demê de zarokek di pêşiya wî re dibore; cilên wî ne cil in, qetiya û bi qirêj in; porê guvrişkî ne ji dê û bavê xwe girtî. Di baweriya wî de ye ku, ti caran şeh reya poçê wî nedîtiye. Êv çiye.Li pêş wî erebaneyeke wêranketî -ew sûsfiroş e-bi herdu destan, têve dide. Lê bi rê nakeve. Hêza di mil û zendan de nikare wê alava wêranketî pêşve bide. Kesek ji cem jin û zarokên xwe hildibe, ber bi wî ve tê û, berî bighe cem, deng lê dike ku bide dû wî. Mîna cewrikekî stû xûz dike û dide pey wî kesî

– “Çima ev tişt Xweda ?”. Wî xwest bigirî, belê giriyekî germ ku bihêle ew ziwa bibe. Lê kanî ew sîngê ku karibe seriyekî wek ê wî hilgire ?!.

 

(3)

– “Mirov e.. ?!”. Kesekî çel, pêncî û belkî heftê salî be jî, kesekî bê temen e. Bi rastî yek nikare jêre bi- bêje mirov e. Ne dûr e ku leylana mirovekî be. Riwekî tenik di ser de çermine qermiçî. Poç mîna rêlekê ye, tu çi dixwazî tiwê di nav de bibînî; kurm, kêz, kevir û daran. Li ser cilên wî mera, bilî ku karibe nav li wan bike, kare her tiştî bibêje; cilin ku gemar û pîsîtiya li ser wan hêştî ji hev neşelin. Li ber wî Xweda fedîkar derdikeve.

Lawên Xweda, lawên Evdul-lah werin binêrin ku, çawa dernece û cîhwar belav bûne. Dema ku nêzîkî wî dibe ji bihna pîsîtiyê gêj dikeve û kenekî bê sînor, bi wî û bi bajarê ku paqij dike, dike.

 

(4)

Çire sor e. Divê otombêl rawestin. Li pey hev zincîrek girtin. ji hemû modêlan tê de hene. Ew di nav re dibeze, carekê cama vê, eynika ya din û ya din misdide. stiriyên zivitana ku zû hatî di laşê wî de tên xwar. Ew cilên tenik nikarin xwe li ber wan ragirin. Dighe ber otombêleke qurşînî, yeke pan û dirêj e. Bi lez û hostekarî paçê di dest xwe de di ser cama wê re digerîne. Bi zanyariya xwedîkaran, naskir ku nîşana kesk nêzîk bûye. Dest ji paqijkirina wê berdide û xwe dighîne nik wî. Bi dilsarî berçavka reş ji ser poz hiltîne, nirîneke bê xem li stûyê wî yê xwar dibarîne.

Pêle benzînê dike; rê, bajêr û sîngê zarok diqelşîne.

 

(5)

Derdikeve ser balkûnê, dixwaze nirînekê ji keça cîranan bidize, tîrên çavan ber bi mala keçikê ve diherikin. Derî girtî ye, lê dîsan jî dikevin hundir. Bi stirî û neynûkên kulên birîndar vedigerin. Wî kes li hundir nedît, dengê stranbêj û tembûran nebihîst. Lê gulan gote wî ku îro roja derxistina hevala zarotiya wî ye. Di rojekê de, dêwekî ew bi rêve dîtibû, çavên wî pê dikevin, disekine û deriyê teksiyeke reş jê re vedike.

Ew di cihê xwe de rûnişt û temaşa wan kir. Kenekî reş barî.

 

(6)

Zukak, yeke ji zukakên “Bajarê Mirinê” ye. Katjimêr devê kêrê ye; roj û şevê, ken û girî dibire. Bûyer, etarekî Sêv û Porteqalan erebana xwe têve dide. Wê jî bi destê zariwê xwe girtî û rakêş dike ku wî bi dûr xîne, da ku çav lê nekevin. Lê ew mesmûta ne diçû. çavên xwe ji wan der naxîne, girêz bi dêv dikeve û bi hêz destê xwe ji nav lepa dê derdixînê û êrîşî  ser wan dike. Dema etar dibîne ku di nik wî de rawestiya ye û, bi harî, li barê wî dinhêre, riwê xwe diguhêre û hêsrek ji çavan tê xwar. Ev çekên perîşanî, qelsî û gidîtiyê, kesî bi xwedî nakin.

Ew kes, erebana xwe têvedide, lê zaro xwe nagire, bi mêranî dest avêt Sêv û Porteqalan, bi lez û tirs ew xistin hembêza xwe û xwest rê bibire. Lê otombêl di riwê wî de der dikeve, sêvan ji hembêzê di weşîne û qîrînekê ji dilê dê dikşîne. Çend kesên nêzîkî wê derê komdibin.

– “Sûcê zaro ye”. Yekî got.

– “Bavo, zaroyan tînin û nizanin wan çawa xwedî bikin”. Ê din got.

– “Zikan li hevdu diwermînin. Tuyê bibêjî neslê kevroşka ne. Sal yek zik yek. Nabêjin emê zikên van ji ku tijî bikin”. Ê din got.

– “Sedema vê yekê etar e. Eger ew ne li vir ba, ti tişt çênedibû. Gereke fermanek bi qedexekirina karê van cewrikan derkeve”. Xweda got û çend sêv, ji yên ku zaro direvandin, xistin devê xwe.                

(7)

……

 

 

 

 

                          

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Bêyî ku li dergehan bixe, derbas dibe, me di nav mij û dûmanê de kil dike. Mîna dêwê heftserî, li pêşberî me radiweste, tirseke bedew xwe berdide hinavên me. Wilo jî giyanê me radike ser piyan. Ber beriyeke bi dostanî, bi me re dike. Peyvên xwe, mîna xarên bi darên gulan ve, nîşanî me dike. Vêca pêwîste, em bi hayedarî, bi dûrwateya peyvê bi ramin. Li çirûskên melûl bigerin û bikin pîl bo pê di nav reşiya heyberê Pîr Rustem de çavan bi şahî bikin.

Tengezarê Marînî

أضف تعليق