– Tîrav – Pîr RUSTEM – Çîrok

BO DAXISTINê PIRTOKê

https://www.4shared.com/web/preview/pdf/Qy8GTQPSce?

BO DAXISTINA HEMO PIRTOKêN KOMCIVîNê JI VIR

https://www.4shared.com/account/home.jsp#dir=h45exNMs

  • Navê Berhemê: tîrav
  • Navê daner: Pîr RUSTEM
  • Cûreyê Berhemê: Çîrok
  • Çap: çapa Elkitroniya yekemîn ,26 Sibatê.2017 S
  • Hijmara xelekirî: 11

Hemo maf ezber kirî ye ji daner re

  • Mafê weşan kirina pirtokê Ezber kiriye ji nivîskar e, û çapa Elkitronî ya komcivîna Zanyarên Azad re ye

https://reberhebun.wordpress.com/

bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin:

reber.hebun@gmail.com

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji

Dê û bavê min re

Ew.n ku jiyaneke din ji min re dixwestin

 

                                                              Pîr RUSTEM


Pîr RUSTEM

 

Di sala 1963 an de li gundê Çeqela, gundekî Efrînêye ji başûrê biçûk, ji dayîk dibe. Ew çend salên pêşîn li wir dimîne û di dû re mala xwe bar bajarokê Cindirêsê dikin û heya ku xwendina lîsê kuta dike li wir dimîne û ji bo xwendina bilind di zanîngeha Helebê de, ew çend salan li wir derbas dike, lê ji berî ku xwendina endezyariyê kuta bike û di rêza çaran de berdide.

Wî gelek çêrok û gotar di rojname û kovarên Kurdî de belavkirine wek: Stêr, Pirs, Zanîn, Aso, A.welat, J.Rewşen, Armanc, Newroz.. hwd. û heya bi nuha sê berhemên wî yên çêrokan hatine weşîn, ew jî evin:

1- Çivîkên Beravêtî – Çêrok , ji weşanên kovara Aso ye, Bêrût – 1992.

2- Pilindir – Çêrok , ji weşanên kovara Aso ye, Bêrût – 1993.

3- Pûtvan – Çêrok , ji weşanên Merxê ye,

Bêrût – 1998.

 

 

 

 

 

 

 

MIRINEKE KEDÎ

 

Bi tena xwe di odê de ma, bihna pîrekê ji her koşekê hildikele, desmala wê ya reng-rengî ketibû binê maseya ku çend firax avêtibûn ser. Piyala wê ya ku, çay jê vedixwer, hîne mîna pûtekî, li cihê xwe bê deng sekinîbû. Dema dêst davêjêyê, şûna lêvsorka wê li ser dibîne. Di aliyê odê yê din de, piyaleke çayê ya nîv tijî danîne, ber bi wê koşê dimeşe û hêdî-hêdî, wêneyên berî demekê kom ser hev dibin û dengê merivê wê yê serdest, ji wê koşê dikşe.

– Ev ên ku li te kom dibin kî ne. Ev bû çend car, ez wan li ba te dibînim û dixwezim ji te bipirsim. Hesenê Îbo, bi dawiya pirsên xwe re, berve pîreka malê dinêre, berkeniya wê nîşan bide ku kêfa wê ji gotinên wî re hatiye û berî mêrê wê bersivên xwe dide, ew dengê xwe bilind dike.

– Ew ên xwarin û gotinên vala ne, ji bilî firotina gotina.. Bêyî ku, pîreka malê karibe kela xwe birjîne ew tê sekinandin û mêrik awirine tûj jê vedide.

– Ne xeme.. Ji mafê te ye ku tu li ser hevalên xwe bixeydî, bes tu karî bêjî ka tuyê çi sûdê ji wan bibînî? Tu kesekî perîşan û bi tenê ye û eger ne ji mervaniyê ba, min ev şîret li te nedikirin, ne dûre tu van gotinên min di pença wan kî, belkî tu ji xwe dipirsî; ma wê çi ziyanê bighînin te. Divê tu ji bîra nekî ku yekî weke min naxweze dengekî bi tenê jî winda bike. Wî her ku çend gotin davêtin carekê ber bi pîrekê dinêrî ka ew ji gotinên wî razî ye û dengê xwe dide nik yê wî.

Hesenê Pîrê jî di bin ewrên dûmanên cixaran û gotinên merivê xwe de gêj ketibû. Ev bû çend mehên wî ne ku mala xwe aniye bajarokê Cindirêsê. Di roja ku wî biryar da ku dê barî wir ke, ev mervê xwe kiribû bala xwe ku bi riya wî karekî bi destxîne. Gundiyên wî pesin û rûmeta mêrik digirtin û digotin; wî cihekî bilind li cem dewletê bi destxistiye.

– Ewê ji ku ve min nas bike û li min xwedî derkeve. Dema di civata mal de daxife, bavê wî dengê xwe bilind dike û bi quretî dibêje:

– Law mal xerabo, qey tu nizanî ku ew li ser destên diya te mezin bû û me navê wî jî li te kirî. Van gotinan hinekî dilê wî geş kir û hinek hêvî dane wî.

Di çend rojên pêşî de li wî ne pirsî û dema ku heval hatin ba û li rewşa wî pirsîn, xwest ji wan bipirse; kanî ev kes li kuderê ye û çawa yek kare wî bibîne lê tirsiya ku gumanê bibin ser û bipirsin; tu wî ji ku ve nasdikî û tu yê li cem çibikî. Ew ne ji pirsên wan  ditirsî, lê dê nizanîba çi bersivê bide wan. Lewra ew çêrok, çend rojan, da şûn.

Di roja ku soz da û piştî berger û lomeyên jinikê dê here cem wî, hevalan jê xwest ku hajî xwe hebe û gotin; “Emê hinekî çûn û hatina xwe ya cem te kêm bikin, em di wê gumanê de ne ku cîranê te ne îsiz e”.

  1. Pîrê di van çend mehên ku mal aniye bajarokê Cindirêsê, sinc û perwerdiyeke nuh hest dike, çi ji aliyê cîran û xelkên bajêr û çi ji aliyê têkiliya hevalan ve; cudayîke mezin di navbera gund û vê derê de dibîne. Evê yekê hêştî ew hertim gêj û serêşokî bimîne.

– Te ew dît. Yekî çawa ye. Weke min bihîstî hîne xort e û yek nizane ku wî pêncî sal derbas kiriye. Tu dereng ma, sedî- sed wî nehîşt tu bê xwarin derkevî, bes te xwe ji bîra nekiribe ku tu ji bo çi çûbû cem wî û tu dest vala. Bêyî ku karibe gotina xwe bi dawî bike, mêrê wê bi ser de diqêre.

– Te ez gêj kirim, te haje xwe heye te çiqwas pirs kirin. Dibêjin ku yek çel gotinî bi dû hev bêje dê biteqe. Wa ev bû…

– Babetê neguhêre, te çawakir. Û ji bo min jî, ma te gote wî ku, heya bi rêza şeşan xwendî. Xwedê dikim te ji bîra kiribe. Bi zaravekî tûj gote mêrê xwe û dema mêrik dît bihintengiya wî nema bi kêrî wî tê, destê xwe da sîngê pîrekê û ew ji bin guhê xwe hilkir.

Bi tena xwe di odeya tazî de dimîne, cixareyekê ji ya din pêdixe û her ku xelekên dûmên bilind û fireh dibin, ew di cihê xwe de diçelmise û biçûk dibe. Piştî dehê caran ji çûn û hatina di pêşiya deriyê wî re, cerg kir û carekê- dudwan, gurpînî bi derî xistibû.

– Kî ye. Dengekî zirav, ji kûraniyê de pirsî.

– Ez im.

– Tu kî yî. Vê carê deng nêzîk bû û berî ew bersivê bide, derî vedibe û riwê keçekê derdikeve.

– Bavê te li male. Bêyî ew silavê lê bike, dipirse.

– Belê, ez bêjim kî ye.

– Bêje merivekî te li ber derî ye. Keçik birih û çavên xwe hildide, li rû û destên vala dinêre. Dema Hesen destên xwe, di piş xwe de vedişêre, keçik bi rûkenî diçe û dêng li bavê xwe dike.

– Gundiyekî te li ber derî ye. Ew dest vala ye. Hevoka dawî, bi ken, dibêje diya xwe.

– Te ew nas nekir. Dê, bê med, pirsî.

– Ev cara yekemîn e ez wî dibînim. Bavê jî xwest jê bipirse ka navê wî çî ye û ew çi dixweze, lê nerî ku keçik derbasî odeya xwe bû.

Hesenê Pîrê dikir ku ji ber derî bimeşe û rê li xwêdana xwe bibire, wî cixareyek kişandibû û ya dudiwan jî xistibû nav tiliyan.

– Bibore, em hinekî dereng man. Bi gotinê re, mêrik destê xwe dirêj dike. H. Pîrê jî bi lerizandineke bê wate, cixarê davêje û, bi piştxûzî bi destê wî digre.

– Hûn çawa ne.

– Başin. Me tu nas nekir.

– Ez Hesen im. Min navê te birî, bavê min navê te li min kirî. Çilpikeke xwêdanê dikeve ser lêvên wî û şorbûneke ziwa di sîngê xwe de hest dike.

– Kîjan Hesen.

– Hesenê Pîrê, ez kurê Xelîl yê mezin im û diya min… tu wê nasdikî ku, çiqwas ji te hezdike. Xwest bêje ku “tu li ser destên diya min mezin bûye” lê tirsiya bi wateya parskirinê bê fêmkirin.

– Belê.. belê, tu çawa yî.. çi li gund çêbûye. Her ku gundiyekî wî dihat, ev pirsa wî ya pêşî bû.

– Ev bû çend mehên min in, min gund nadîtiye. Hesen bi riwekî beravêtî got. Ew li benda gotina keremke bû û her dereng dibû ew bêtir dadirivî.

– Te çikirî. Bi riwekî sar û dilekî germ pirsî.

– Na.. min mala xwe aniye vê derê. Dilê mêrik sar dibe û hêviya ku ji xwe re çandibû, dê hinek pere jê re bên, tê mirandin.

– Bi bore, emê derbas odê bibana lê ez bi sozekê ve girêdayî me. Te çi dixwest. Hesenê Îbo dipirse.

– Ne tişt. Min xwest silavekê li we bikim, bes xûya ye hûn ne vala ne, bi xatrê we, ezê careke din bêm cem we. Dengê derî pişta wî rast dike û cixareyekê ji bêriya xwe dikşîne; “Tufî.. çima min ewqasî fedî dikir û evqas xwêdan ji bo çi… Ma ne em merivê hev in, çima jê fedî bikim… kuro, meriv ji ku û hal ji ku, hema negot derbasî hundir be.. Bes mêrik got sozek min heye û ev ne gunde. Çiqwas car te bi xwe gotî ku sinc û rewşa bajêr û gundiyan li hev nayê”. Bi van pirs û sîberan ew ketibû hewşê û pîrekê bi pirsên xwe ve êrîşî wî kiribû.

– Mêrik qedrê mala xwe digre. Ez lê bûme mêvan û min dîtî. Gotina cîranekî wanî gund tê bîrê û H. Pîrê berkenî dibe, hêviya vegera cem wî, careke din şîn dibe û avê bi ber dilê xwe direşîne.

– Ewê alîkariya min bike; sedî- sed mêrik dê bigota; keremke eger sozeke wî ye piwîst tineba. Ezê careke din herim cem û binêrim dê ji min re çi bike. Di vir de, pîreka wî dikeve hundir û bi riwekî sar dibêje, ‘Hevalekî te li ber deri ye”. Hesenê Pîrê bi laşekî sist radibe ser xwe û derdikeve.

Çend rojên din diborin, dilopên pîrekê zêde dibin û qîra Hesen jî bilind dibe. Demên ku pîrekê mesele ji bîr dikir jî, wî ji vir ji wir gotin davêtin wê da ku careke din dilopên xwe bi ser wî de biweşîne, heya hêşt di rojeke sar de û bi dilekî lerzokî, li pêş deriyê H. Îbo bisekine û careke din, bi dîtina riwê keçikê re, destên lerzokî di piş xwe de vedişêre û dihêle keçik rûkenî verê bibe.

– Biner, emê bi pirsin da ku em karekî boneya te bibînin, bes divê tu ti serêşiya ji me re çênekî. Hesenê Îbo dibêje û carekê- dudiwan bi çavsorî li pîreka wî dinêre. Piştî berger û dilopên wê, H. Pîrê digel pîreka xwe hatibû cem merivê xwe yî serdest û vêcarê ew bi riwekî din hatibû pêşwazîkirin û piştî ku çêroka hatina xwe jê re gotibû, mêrik bi kurtî gote wî ku dê binêre..

– Ez benî, ez mirovekî bi tenê me, ezê çi pirobleman çê bikim û ji bo çi. Ez li karekî digerim da ku seriyê xwe û pîrekê ji meseleyên wilo bi parêzim. Hesen di vir de ber bi pîreka xwe dinêre ku, ew jî bi çavin e nîv-damirandî li mêrik dinêre; “Tufî li pariyê nanê di nav pêsiyê de, çi genî ye. Ew jî ji bo min bi stûxwarî li ber wî digere”. Pîrek jî ketibû nav saw û sîberan û pir hêvî, xwestek di çavên H. Îbo de naskirin. Çend rojên din diborin. Pîrek, careke din, dilopên sar bi ser wî de dibarîne. Vê carê bihnê li wî teng dike.

 – Ewê ku bixwaze kar bi dest bixîne, divê hertim bipirse û gereke tu merivê xwe jî bînê cem me da em xwarinekê bidinê. Pîreka Hesen, sibê- êvarê, digote wî û her car xwe ji şerekî re amede kiribû. Li dawiyê xwasteka wê bi cih hat û merivê mêr, gumana wê neperçiqand; Ew di rojeke înê de bû mêvanê wan.

Çend rojên din diborin. Hesenê Pîrê dibe xizmekarê dibistanekê. Standina xwendina lîsê hêviyek dabûyê ku dê di dibistanekê de bibe mamosteyê zarokan, lê mixabin ji bilî karê xizmekariyê tutişt bi dest neket. Ew ji sibeyê ve ji mal derdikeve û heya piştî berdana zaroyan bi çend katan jî, di paqijkirina odeyan de kar dikir.

Di rojên pêşî de, bi pozbilindî û bi riwekî geş ji mal derdiket, nemaze piştî ku dilopên pîrekê hatibûn birîn, lê ev dilgeşî, bi pêvajoya rojan û riwê serdestên dibistanê û fermanên wan re, tê vemirandin. “Mirov sewalekî kedî ye, bes çima ez kedî nabim. Ma ne evqas kesên evî bajarî eynî wekî min dijîn, her yek dixwaze seriyê wî yê herî mezin be. Em tev werimî ne, werimandineke bê zayîn; me teva xwe bi bê avis kirî, zayîn ji ku heye. Cudayiya di navbera me de ew e; ku, em hinek ewê yekê zanin ku werimandina me bakî ye û yên din çavên xwe li ser vê rastiyê digrin”. Hesenê Pîrê gihîştibû wê baweriyê ku bajar dê wî yan dîn bike yan jî dê bike merivekî bîrmend.

Nelihevkirina wî û rêvebirê dibistanê di sibeyekê de diteqe, Hesen mîna her roj, ji berî hemiyan gihîştibû wir û dest bi kar û barên paqijkirinê kiribû û ji berî hemiyan dest bi odeya rêvebir kirbû, ji nedî ve mişkekî xwe li nav nigên wî xist û hêşt piyala avê bi ser pelên ku, li ser masê bûn, birje. Bi boneya vê yekê dengê wan bilind bû û hêştibû xeleka mamosteyan li dora wan fireh bibe. Ew bi bihntengî ji dibistanê derdikeve, hilmine kûr ji cixarê ber dide; “Xwe bi segîtiya xwe dibîne, seg kurê segan, eger ne di heyameke wilo de be dê buhaya te ne du pere bana jî. Tu kî yî; çavdêrekî bê rûmet î, karên we fesadî û…”. Dengê nedî ku bi ser de kir qîreqîr, hêşt zincîra ramanan bişele.

– Bavê min li pêş xwe binêr. Du gav nemabûn ku teksî li wî bikeve. Hesenê Pîrê nêzîkî li mal kiribû û bi dilopên pîrekê diramî dê çi bersivê bide wê û gava merivê xwe yê serdest hate bîrê, berkenî bû û bi gotinên wî ramiya; “… Mêrik di pêşiyê de gote min ku, tu serêşiyan ji wî re çênekim û ewê li hemberî çi alîkariya min bike”. Bi vê pirsê re ew derî vedike û bi dîtina sola merivê xwe ye serdest û kenê pîreka xwe re, di nîvê hewşê de dadirive.

 

                                                                                                       Cindirês–1999.

 

 

 

 

 


 

 

 

ZÎNÊ

 

 

Dengê teqe-reqa ber bi ezman ve hildikşî, yekî li yê din guhdarî ne dikir, her çendekan bi ser hevdu ve dikir qîjeqîj û di nav re, carina dengê giriyê wan herdiwan bilind dibû û dikaribû bala yekî bi ser xwe de bikşîne.

Pîrekeke di hevdu de ye, bal û bejna wê dilê mêran geş dike û buharekê di çavan de diweşîne; te ne dikarî, zû-zû, temenê wê nas bikira. Ji cil û livên wê xuya dikir ku, di maleke dewlemend de xwedî bûye. Wê, bi hêzeke bê dilovanî, keçkeke heft salî hembêz kirî û kare di ber de şerê guran jî bike. Keçikê jî, herdu dest di nava wê re birine û, bi giriyekî şîn, hêsra dibarîne û her ku herdu mêrên, ku dixwastin wê ji hembêza pîrekê derînin, hewil didan xwe. Qêrîn û giriyê wan bilintir dibû û bêtir xwe bi hevdu ve girê didan.

Gava polîsan dît ku, çêrok dê bi şîniyeke giran û dijwar bidome, bêyî ku kes karibe wan ji hembêza hevdu derîne, yek ji wan peya dibe û li mêrê pîrekê dike qêrîn.

– Hey gidî! Me fêm kir ku tu di wê çêrokê de ne mêr î, lê di vê derê de jî tu tune yî?! Bilezîn û pîreka xwe bikişîne odê, berî ez çend şeqeman lê didim. Bi gotinên xwe re jî, wî çend xêzeran li mêrik dan.

Ew ji vê sibê de, ji dema ku derî bi hêz hate lêdan û dengê lingên hespa li hewşê bihîst, ji ser hişê xwe çûye. Memoyê Keleş ne dizanî ka ew xewneke pîs e, ku pîrhebokê konê xwe li ser ristiye, an jî lîstikeke qeşmeran li ber deriyê wî li dar xistine.

Tiştên dihatin gotin û bîstin ne diket bal û baweriya tukesî. Lêdanên xizêranan jî, ji aliyê polîsê peya bûye de, ne dihêşt ew ramanên xwe biref bike; cihê wan mîna şîşa êgir dişewitand û hêştin ku, bê naskirin, berve pîreka xwe here.

Pîreka hêç, mîna dêwekî diqîre û, bi veçerpîna laş re, wî û yê polîs li erdê digevizîne. Vê yekê hêşt hevalên ê polîs peya bibin û lêdanên xizêranan, bê hejmar û rênasîn, li ser laşê gundiyan şopên xwe bihêlin.

Di demeke din de bûya, kesekî dê nikarî biwa M. Keleş li erdê bigevizîne û nemaze ji aliyê kê ve; pîreka wî. Wî pênc jin anî bûn, yek jê ber dabû. Carekê, ji ber qirecira wan, ew birin ser bênderan û carê yek dixist şûna bêrgîr û bi wê cercer digerand. Lê îro rojeke taybet bû; zaroyekî pênc salî karî bû pêncî şeqemî li wî bide, bêyî ku bi wê yekê hest bibe.

Derengî şevê çavan vedike, ode bi mêvanan dagirtî ye û ev yeka jî, li gor jiyan û karên gundiyan, ne tiştekî xurust e. Ew bala xwe didiyê ku, seriyê çend gundiyên wî şikinandî ne, xasekî sipî li dor seriyê wî jî gerandine. Oda jinan jî li aliyê hewşê yê din bû, lê dengê girî û nalînên Sînema Mistê bi ser gund keti bû. Di navbera xewnekê û xewnekê de, giriyê wê bilind dibû û siwarên reşiyê zikê wê diqelaştin, şûna dirask û neynûkên wan kûr dibûn. Çilpikên xwînê li dû hev têdizên û deziyê sor şopa xwe li erdê dihêle.

Di dawiyê de, û bi lêdana tomaqekî di paşiya serî de, ew ji ser hişê xwe diçe û, mîna leylanekê, wêneya keça xwe dişopîne çawa polîsekî ew avête pêşiya xwe û zengiya hespê xwe kuta.

Civata li mala M. Keleş, heya berbangê belav nebû, çendekên ku bi banga mele re rabûbûn jî, piştî nimêja sibê, tevî meleyê gund vedigerin odê. Bûyera îro, xew ji çavên tevan revandiye; piştî xwedîkirina heft salan, keçika wê jê bistînin!! Kesî ne dikarî vê çêrokê şirove bike û ewê ku girêka çêrokê di dest de, tevî siwarên reşiyê çû bû; wan herdu destên wî xistin bendê û li dû hespekî kişandin.

Civata oda mêran bizava xwe dikir ku, dêng bi M. Keleş xîne, lê te digot qey pûtek e û li wê derê danîne. Wan dixwast ku, ew kela xwe birjîne; devê şikeft û çalên dûpişkan veke û lehiya reşiyê birjîne. Tevan dizanî ku, eger ew bêyî wê  yekê ji odê der kevin, dê ezmên bi ser seriyê pîrekên xwe de bîne xwar, û nemaze bi ser serê Sînemê de.

Lê ji bilî dengê qutiya titûn û mêtina cixaran, tu livên din ji wî ne dihatin. Mele jî ne dixwast, zû zû, xwe tevlî meselê bike û ji rûmetgirtina xwe kêm bike. Lê tevî ku wî bi deng jê xwast, ka ewê çi bike û dê çarenûsa Sînemê çi be, dîsa jî deng bi M. Keleş ne ket, û piştî ku mele pirsa xwe dubare dike û bê bersiv dimîne, li wî pir zirt tê; rengek diçe yek tê û bi bihntengî, tevî mirûdên xwe, ji civatê dikişe.

Rabûn û çûna mele û mirûdan, civat ji hev şeland û di sînora mêtina çixareyekê de, kes di odê de nema. Lê hinekan xwe li ber gedûkê giran kir û ne dûrî mala Memo rûniştin. Wî jî çixareyeke nuh xisti bû nav lêvan û dimêt, çav di serî de vedibirûsîn û, mîna gayekî, çend caran bihn kişand û berda, her diçû bêvlên wî firehtir dibûn û yek çilpikên çilmê, bi berdana bihna wî re, diweşîn. Cara dawî, û bi berdana bihna wî re, deng bi ber odeyên hewşê dikeve û vegerandina navê Sînemê ji her koşekê dadirive. Dema kes ne ket odê, hêz da xwe û, bi gihîştina ber derî re, dest avêt koşa ku çovê xwe tê de vedişart û, bi qêrîn bang kir:

– Sîne… em. Sînem. Çêtir e ku tu mirî bî.

Memo bi hovîtiya xwe dihate nasîn, nemaze ji aliyê pîrekên xwe de, lê tevan jî dizanî ku, hezkirina wî ji Sînemê re bê sînor e. Ew çar salan, bê zaro, li hêviya wê ma û tu jinên din nanîn ser wê. Eger bidîta ew ji bona zarokan dêşe, dilê wê xweş dikir û jê re digot: “Helbet Xwedê dê rojekê bi riwê me ve binêre û emê jî bi zarok bibin”.

Heya roja ku ew xisti bûn cercerê, ji bona ku kes nebêje; “ji Sînemê ditrise”, hêşt ew jî seriyê xwe têxîne nîr, lê nehêşt mîna yên din cercerê bikşîne.

– Te çima li min wa kir, Sînem.

Ew di odê de mîna gayekî hêç û har diçû û dihat, tişt nemabû ku dev ji şermiyê berde û here oda pîrekan, Sînemê ji nav koma jinên gund bikişîne û bîne odê, lê piştî mêtina ewqas çixare, hinekî hişê wî vegeriya bû û ne dihêşt ew xwe, zû zû, di şaşiyan ke.

Derbasbûna komeke jin û mêr, careke din pî û mil li wî sar kirin, lê yek caran hêrsa wî radibû û dikir rabe bi porê Sînemê bigre û vegij-gijîne, lê xeleka mêvanan li wî teng dibû û ew bê çare dima. Di dawiyê de ew dane rûniştin, kesên lê civiya bûn bi tevahî ji malbatê bûn.

– Ka ji min re xeber de, te çima weha kir, heft-heyşt salên tene ku tu bi min dikenî, çima… û kî ne evên alîkariya te kirine. Wî ne dît ku polîsan H. Reşo jî bi xwe re birin. Gava deng bi Sînemê ne ket, careke din har bû û bi ser de kir qêrîn, û berî ew rahêje çovê xwe, pismamekî wî gihîştê û çov ji dest girt.

– Te xêre tu har bûyî, rûmeta kesên dora xwe bigir… Ev çi maleke dîn in. Wî Memo da rûniştin û çixareyeke nuh jê re pêça.

– Ez dixwazim fêm bikim çima… Girî kete gewriya wî, giriyê mêran pir giran e û nemaze yên wekî Memo, vê yekê jî hêşt ku pîrek ji odê derkevin.

Bi rê ve, û berî ku bigihên odeya jinan, li pêşiya axurê çêlekan S. Mistê ji ser hişê xwe dere, dikeve bin baskên dêw û pîrhebokan; her hinek wê bi aliyekî ve rakêş dikin û ji dûr ve dengê keça xwe dibîse, bang û hawara xwe dike wê, lê zendine pola wê ber bi odê ve dikşînin. Piştî ku wê dixînin nav nivînan, Sînem hest dibe ku, hêdî hêdî, hişê wê vedigere û ramanên xwe komî ser hevdu dike û ew roj, bi hemû bûyerên xwe, di pêş çavên wê re diherike.

Sibeyeke payîzê bû, piştî qehwa sibê û verêkirina mêr, wê jî rahişt fîncanan û dêng li lawkê dêmariya xwe ya biçûk dike ku here cem Esê.

– Jê re bêje xaltiya min te dixwaze.

Berî lawik ji gedûkê derkeve, Sînem dinêre ku diya wî bi destan digre û şeqamekê lê dide.

– Min ne goti bû te ku ji cem birayê xwe meliv. Bi gotinê re lêwik têvedide hundir odê û bi çavekî tijî tinaz li Sînemê dinêre.

Evê yekê hêşt hêsir ji çavên Sînemê bibarin. Ev deh sal in wê mêr kirî, lê hîne bê zaro bû, û her ku seriyê zarokekî bidîta hêsir ji çavan dibarî, mêrê wê her tim dilê wê xweş dikir û digotê: “Dê helbet rojekê Xwedê bi riwê me ve jî binêre”. Piştî çar salên pêşî borîn, xuya bû ku wî jî hêviya xwe ji dayîna Xwedê birî bû, û di şeş salan de, çar jinên din, tîne ser Sînemê û yekê jî berdide.

Sînem, di nîvê odê de rûniştî bû û, hûrik hûrik, lê ji cergeke bi şewat, hêsir dibarandin, haje xwe û hatina H. Reşo ya hundir tune bû.

–  Xwedê xêrke, xanim, tu çima digrî. Sînem hinekî bêdeng dimîne, çavên xwe ji hêsran ziwa dike û bi riwekî nîvrast – nîvken dibêje:

– Ez zarokekî dixwazim. Pirs û xwasteka Sînemê hêşt ku devê Hemik bi du bostan ji hevdu biçe.

– Min fêm ne kir. Zaro… qey tê wî bişînî cihekî. Eger ev e.. ez karim bi wî karî rabim.

– Na.. ne ew e. Ez zarokekî dixwazim ku ji min re bêje dayê. Weke hemû pîrekan, ez dixwazim bihna zaroyan ji dawa min jî bê.

– Bes ev yeka ne ji min tê xwastin. Hemik hinekî li ber dimîne, lê di dawiyê de dudiliya xwe dibire û bi hêviyeke bilind dibêje: “Eva han li mêrê te dimîne û di dû re li dayîna Xwedê”. Bi xwêdan û çavsorî, gotina xwe bi dawî tîne.

– Dûr meçe Hemo.. mebest ne ew e. Lê di cih de li gotinê vedigere û dibêje: “Eger ez rast xanima te me û tu bixwazî ji min re biçespînî ku tu ji min hez dikî –di vê derê de, Sînem birûhan dihejîne û carekê didwan çavan dadimrîne. Wê xwast, Hemik di bin baskên evîneke derewîn ke- tiwê zarokekî ji min re bafirînî.

Hemik kir ku xwe bavêje hembêzê. Sînemê jî fêm kir ku gotinên wê cihekî bilind di dilê wî de girtin, lewre, di cih de, çend bazinên zêrî ji destên xwe şimitandin û danîn pêş wî:

– Rahêje wan, ev xelata te ye û eger tu hêviya min bi cih bînî, wê hîngê dilê te di çi re hebe, tiwê bi dest xînî. Carekê bi dizî li riwê Hemik dinêre, dibîne ku nêrîtiyê ew kûr kirî û ziman bi bostekê dirêj bûye. Guhê xwe bide min, divê çêrok ji devê te dernekeve. Nuha tiwê herî û pîrka Fat ji min re bînî. Bê erê-na xizmetkarê mala M. Keleş radibe ser xwe û dev dide mala pîrka Fat.

Bi rê ve H. Reşo bi rewşa xwe û xatûnê dirame; “ev çawa zaroyekî dixwaze û ji kû. Ma kî dîn bûye ku zaroyê xwe bifroşe”. Dîtina ewqas zêr û bi ser de jî, bidestxistina hêviya di  dil de jî, dê bihişta Hemik zaroyekî xwe bidize.

Pir naçe, pîrka Fat digel H. Reşo dikevin hundir. Sînemê jî di wê navberê de karên xwe yên biçûk bi dawî anî bûn û çaydanê çayê li benda wan bû.

– Xwedê xêrke, xatûn, te vê sibeyê şandiye dû min. Pîrka Fat dipirse.

– Tu ya miraza yî, dayika Fat. Ez dibêjim Xwedê bi riwê me ve neriye û… Berî ew gotina xwe bêje li Hemik dinêre û jê dixwaze ku wan bi tenê bihêle. Piştî ew dertê, careke din dêng li pîrkê dike;” guhê xwe xweşik bide min, divê tu zaroyekî di zikê min de bibînî.

– Keça min, eger Xwedê neda, ezê ji ku bibînim. Lê gava pença zêran di dawa xwe de dibîne, bi devkenî dibêje: “gotina xatûnê li erdê namîne”. Bes tiwê çawa ji Memo veşîrî, ew ne hefteyek û didu ne, divê tu neh mehan, her roj û hino hino, zikê xwe biwermînî. Eger rojekê ew bixwaze bi te re raze, derewa me dê tazî bimîne.

– Tu xeman di vî alî de nexe. Ez karim bihêlim ku ew neh mehan nêzîkî min nebe. Bes tiştê ji te tê xwastin ew e ku, tu bi riya xwe wî agahdar bikî ku ez bi du cana me.

Sînem ji wê rojê de, hino hino, zikê xwe mezin dike. Roj bi roj paçikên nuh li dor nava xwe û dilê Memo digerîne. Ew di civatên gund de rûdinişt û bi serbilindî digot: “Eger mirov hêviya xwe di Xwedê ke, wê ne poşman be, va ye piştî deh salan bi riwê me ve nerî”.

Neh meh kêm çend roj diborin, zikê Sînemê digehe ber devê wê û di rojekê ji rojên dawî de, deng li Hemik dike û wî dikşîne odê.

– Çend rojên min man, de mêr be û bipirse; ka li kû derê zaroyekî nuh bi dinê ketî. Ji berî ew verêbe, Sînem çend zêran dixîne destên wî.

Piştî sê rojan ji windabûna H. Reşo, ew bi hewşê dikeve û, dûr–dûr, dora oda Sînemê temaşe dike. Gava nas dike ku ew bi tena xwe mayî, bi lez û devkenî, di pêş wê de radiweste.

– Pîroz be, xatûn, keçikeke te çê bû. Gotina “keçik” hinekî dilê wê sar dike, lê pêre-pêra germahiya hêviyan di damarên wê re diherike û dibêje xwe; “ji tunebûnê çêtir e”.

– Kanî li kû derê ye. Ev keysa me ye. Ji berî ku Memo ji bajêr vedigere, gereke ew bû be.

– Belê, xanim, îşev gereke ew bi dinê keve û ji nuha ve xwe têxîn nav nivînan. Di nîvê şevê de “keçika te” digel pîrka Fat dê li ber seriyê te bin. Piştî gotinê ew mîna marekî ji odê dikşe.

Di berbangê de, û li ser dengê mele, dengê lîlandin û giriyê zaroyekê, ji oda Sînemê bi ser gund de dibare.

– Zînê.. Zînê ez bi qurban. Gundîno, ez bi qurbana we bim… Ez gil-gûyê we dixum, keça min ji min re bînin.

Careke din ew bê hiş dikeve û çend pîrekên ku, li ber seriyê Sînemê rûnştibûn şerpeze mabûn; ne dizanîn bi giriyê wê re bigrîn an jî nifir û henekên xwe pê bikin.

Çend meh di ser bûyerê re diborîn. Zînê, keça heft salî, ro ji royê dihele, ji bilî girî û xwasteka çûna ba “diya” xwe tutiştê din nizane. Çiqas bav û dê dixwastin bi wê bidin naskirin ku Sînemê ew diziye û dê-bavên wê ew in, lê gotinên wan bê sûde bûn.

Sînemê jî ji aliyê xwe ve, pir şandek û berger ji wan re bi rê kirin da ku Zînê jê re bişînin. Ji bona vê yekê jî, ew çi bixwazin wê ji wan re pêk bîne, lê şandek dest vala lê vedigerîn.

Piştî sê mehan ji wê bûyerê, û di sibeyeke buharê de, gava şîn û girî nayê bala mirov, gundê Şiyê bi ser giriyekî şîn vedibe; goristana gund goreke zarokan hembêz dike.

 

 

 

Cindirês–1999.


 

 

 

SERHILDANA TUTÛN

 

 

– Hevalê Azad rexneke min li te heye. Dema kar gihişte movika rexna. Xemgîn li Azad nerî û got: Çavên Xemgîn dibrûsin, mîna yên roviya, Azad bilez kar û liva heyvekê, di serê xwe de gerand, lê tutişt nedît ku yek karibe rexnekê lê bike.

Hevalên di civînê de rûniştî tev sekinîn. Bala xwe dane Xemgîn, û her yek di serê xwe de digerîne, “Ka wê çi rexnê li xwe û hevalên xwe bike”.

– Bêje hevalê Xemgîn. Azad got.

– Dema hevalê berpirsiyar, li ser rewşa cîhanî di peyivî…

– Ê… Çi bû. Berpirsiyar xwe negirt û xwest bilez rexna Xemgîn bibhîze.

– Wê demê hevalê Azad çixareyek pêxist, lê yek neda min. Piçekî me xwe girt, lê pêre firqînî bi tevan ket. Çav tijî hêsirin.

Berpirsiyarê komîtê xwe girt, û bi nerîneke tijî lome û olî li Xemgîn vegerand.

– Divê hevalê Xemgîn bê rexnekirin, û ne bes wilo, divê em biryarekê pê hildine komîta jor. Ji ber ku rûmeta movika rexna negirt, û ji xwere kir lîstik. Hevalên rûniştî, di cî de ponijîn, serî hejandin û gotin.

– Raste…!!!

Xemgîn li henekiya xwe poşman bû, lê piştî çi.. Dev ji hev vekir bo ji ser xwe bişo. Azad pêşiya wî birî û got:

– Gotina hevalê berpirsiyar di cî deye. Mixabin piraniya hevalan movika rexna ji xwere kirine henek, û divê hevalên jor li ser rawestin, bendekî ji hevalên wilo re deynin. Xwîna Misto ji van sixêfan kelî, rabû ser çonga, û tiliya xwe di ser Azad re hejand.

– Nuha tu bi tena xwe bê kêmasî mayî û dixwazî ku partî benda ji mere deyne. Ji zû de giz-giz, di nav wan de mabû. Ma çi çêbû.. wêranket bi henekiya hevalekî re.

– Çê nabe heval… ev tişt wê ziyaneke mezin bighîne karê me, em nehatine henekan ji hev re bêjin. Hevalekî li Misto vegerand.

– Çi çênabe heval, ma kevir ji mizgeftê de ket. Hevalekî li wî vegerand. Berpirsiyarê komîtê kuxî boriya gewrîyê ji belxemê paqijkir, carekê – didwan simbêlên xwe tevdan. Bi ser xwe de ponijî ku çareyekê ji vê ser êşiya giran re bibîne, dawiya dawî got:

– Hevalno… guhên xwe bidin min. Tiştê dibînim, em bûn du par; hevalên bi rexna çixarê re û yên ne pêre, û ev bû katek, em pê di axifin. Mixabin, me tu çare jê re  nedît, lewra dibêjim; Em biriyarekê hildin komîta jor, bila ew çareyekê ji vê bûyerê re daxin û emê zanibin kî rastbû û kî li ser şaşiyê bû.

Hundir ferehbû, bîn li me derket, kulemist, nerînên tûj û bi awirên gerim ji ezmanê hundir daketin. Berpirsiyar ji min xwest, ku pênûsê têxim dest xwe û raporta jorîn binivîsim.

Raport rabû jor… jor, pelê ku raport li ser hatî nivîsandin di destan de zer dibe, kenarên pel diçirin, tîp û xêz nema tên xwendin. Ez pir serê we ne êşînim, ev raporta me gihîşt encûmena navçeya partiyê, lê mixabin wan jî tu çare lê nedît, rabûn bang li kongirekî giştî kirin.

Kongir rûnişt, me herdu heval, Azad û Xemgîn şandin rêniştinê ji bo ku sibe nebêjin: we mafê me xwar û negerin nebêjin “dîmoqratî” di partî de tinebû, “Sal difirin, heyv dibezin, roj dimeşin”.

Rûniştina kongir dirêj kir, heval li ser sêla sor hildipekin, yên bi çixarê re û yên dijî wê.

Heyvek dudu çûn û heval xuya nebûn, piştî sed û bîst û sê rojan hevalekî xwe gîhande min.

– Pîroz be heval. Gote min, piştî ku xwe bi min da nasîn nîşana partî danî ber min da ku karibim bi serbestî bi axifim.

– Çi pîrozbe heval ?!.

– Kongir û nehcê hevalên me. Bi dil germî got; tîna gotinên wî niçilkê guhên min reswand. Belê hevalê delal.. nehcê rast, tim û tim wê biserkeve û roja îro…, Gotina xwe negihand serî ji ber ku deng ji derî tê û divê binerim kiye.

– Silavên germ, hevalê delal. Berpirsiyarê komîta meye, dest dirêjkir, lê dema çav bi hevalê hundir ket ez himbêzkirim û ji min xwest, em herin xaniyê din.

– Çima ev li ba teye. Bi zirtî gote min.

– Ew jî hevale û nîşana partî da xuyanî û em dizanin…

– Belê ev tişt me gotibû, lê roja îro nema em ji kesên mîna wî re dibêjin heval.

– Ew ji partî hatî bi dûrxistin?.

– Na… na partiya me û wî ne yeke. Di cî de dest da ser dêv, weku bê hemdî wî gotin jê hate der. Çima wî tişt ji tere negotiye:

– Min tişt fêm nekir, nizanim li ser kongir û “nehic” di axifî, dema te li derî da.

– Him… m, ji tere negot nehcê me di kongir de bi ser ket, û yên din çend kesbûn û qetiyan.

Berpirsiyar bi sixêfî gotina davêje û xwest hîn pêde here, lê vebûna derî û xwesteka wî hevalî, ku em hersê bi hevre rûnin, hiştin berpirsiyar peyva xwe bi bire.

Bayê hundir, di cî de bi dijîtiya wan qijilî. Lêvên lerizînok silavek zer li hev kirin.

Dem bû lîstikê zarokan, ji hev kişiya, dirêj bû. Min xwest perdê biçirînim û gotina ji pişt berdim, lewra min dest bi gotinê kir.

– Tu karî berdewam bikî, ew jî hevale.

 Hîna min gotina xwe negîhandibû serî, herdu heval mîna dîkan rabûn hev. Xwîn… tîr.. hovîtî.. kef û kopik ji devan di herike.

– Çime tiştên ku di kongir de bûn tu ji hevalan re danaxî. Tu hatî bi laf û derewan heval bixapînî. Berpirsiyarê me dest bi êrîşê kir.

– Mîna çi, tu karî ji mere bêjî. Bi bêhneke fereh û kelî, wî hevalî vegerand. Berpirsiyar ji şêwa axaftina wî hate kelandin û bi hêz got:

– Tu karî ji mere bidî xuyakirin, çime nehcê we duruste û yê me şaşe. Lê zû-zû ew ne axifî, dest avêt berîka xwe; Pakêt derxist û yek çixare ber me dirêjkirin.

– Em û çixara ne dostin. Berpirsiyarê me got û dema dirêjî ber min kir, berpirsiyar bi çavekî perîşan û tirs li min nerî, lê wî hevalî çixareyek derxist û li pêş min danî û wilo ma, bê ku ez pêxim û hilmek kûr bikşînim.

– Hevalê delal, em kesin Polîtîkîne, em ne şervanin, ku her hevalekî şaşiyek kir, em serê wî jêbikin.. tişt nebû.. Dema ku hevalek şaşîtiyekê bike, hêdî-hêdî, yek dikare wî hevalî… Berpirsiyarê me, bi dilekî tijî ol û hesta partîwerî, gotina wî birî.

– Çi nexeme û tişt nebû, ev vegeriye ji nehcê Partî û tevgera şoreşî. Ma me tevan nexwendiye ku movika rexnan ya tewrî giringe ku dihêle hertim partî li ser riya şa… ya rast bimîne.

– Belê me tevan xwend, lê me tevan bi hev re îmzekir, ku gotinan li pişt hev ne bêjin. Eger me şaşîyek di cihekî de dît, divê em bihevre li ser rawestin. Berpirsiyar bi van gotinan kizirî, rabû ser xwe û qêrî.

– Kes nema û tu hatî ser tiştên şaş û rast bi peyivî. Tu li kûbûyî dema hevalên te xwe bi dijimin ve girêdan û destên xwe xistin yên… Lê ew heval jî rabû serxwe, û ketin xirnika hev.

– “Şerî wehşa li nav garisî me bibe”. Ev metelok hilpekî serê min. Min xwest, wan ji hev dûrbixim, lê di nav wan de cilên min qetiyan.

Di navbera çend û çend rojan de, hevalên berê mîna mêşên hunguv û sêmsoran li dû hev dizîvirîn. Her yekî dazana Partiya xwe ya “nû” kiriye dest xwe. Partiyek bi navê yên bi çixarê re, û partiyek dî bi navê yên dijî çixarê.

Ba xuşî, ewir dan ber xwe, ewrin reş… zer. Riwê zemîn bi tozê hat veşartin… şuştin û du kelem, ji yên bê-dirî, zikên axê qelaştin.

 

 

Heleb-1991.


 

 

 

BARAN

 

 

Çav bi pelê rojnamê dikevin, bi gavine mirî ber bi wê ve dimeşe û peleke din ji payîza temenê riswa diweşe û bi qulbandina wî pelî re, penda wê rojê dixwîne; “Bihuşt di bin nigên dayîkan de ye”. Bê mirûz, çend caran dibin çavan re dibe û tîne mîna ku yek bixweze wêneyeke ne li bal binase û çend carine din, wê pendê û bêyî ku ew bighe tutiştî, dixwîne. Dengê sênîkê dihêle ku, pelê rojnamê di pençê de bişke û di xalîdanka mişt de, kom ser hev bibe.

Ro gihîştiye dev-devî nîvro, çend piyalên qehwê û nîv pakêtek şewitandibû, cixara dawiyê rovikên wî dişewitîne. Li ser masê dinêre ku, hîne sênîka hêkên duh li cihê xwe ye û ji her nanekî du parî weşîne. Dest davêje nanê hevala ku duh pê re bû û kûr bihin dike; Bihna biskên wê jê dihat û hevdeyeke porê wê jî li ber nanê wê ketî. Radihêje wê û tiliya xwe pê bi darve dike. Tiliya bi dardakirî li ber xwe dide û bi hejandina wê re, mûyê por diqete û dihêle hejmara tiliyên bi dardakirî zêde bibin.

Pariyeke nan dişkîne û hêka nîvşewitî dike nav. Radihêje çaydên, hîne dagirtî ye; duh ji bilî du piyalan jê danegirt û ew hîne weke xwe mabûn. Çend pariyên hêka nîvşewitî bi xêra qurtên çaya sar dadiqurtîne û dest davêje cixareyekê, xelekên dûmên mîna ewrine stewr di ezmanê odê de dimeşin.

Berve pencerê dimeşe, toz û pelên daran bi bayê payîzê re ketine cirîdê, her çendekî balîskek serî hildide, eger kesek di cadê de hebe, dihêle ew mîna mirîşkan seriyê xwe têxe bin milên xwe.

Hatina ewî kesî û sekinîna wî li aliyê din ji cadê, hemberî pencera wî, bala Diranê Pîrê dikşîne. Dîke di riwê wî dirame, ne ji yên dostê wî ye; bihna qehwê û pelên rojnameyan jê nayê û bi ser de jî, nirîna wî li çûn û hatina xelkê bê tirs e; bê şikandina çavan e.

Mirovê di cadê de sekiniye, her çendekî ber bi pencera wî dinêre. Diranê Pîrê tiştekî nêzîkî berkeniyê di riwê wî de dibîne, bi dizî perdeya ku, carina li şûna destmala destan bi kar danî, berdide û di qurzîka qetiya re li wî dinêre; sola wî ya dibriqî çavên Dirên dikolin û cobarên qûmê jê diherikin. Di beyabaneke bê dawî de dimeşe, her diçe cobarên qûmê fireh dibin, nigên wî tê de diçin xwar û hilma germ bêvlan dikizirîne. Stêra ku xwe di ezmên de dişewtîne jî hejmara pinpinîkên kizirandî zêde dike.

Careke din di ber masê de rûdine, piyalên çaya mirdar, rojnameyine kûnde, lekên zêtê û dilopên qehwê riwê cîhana wî nîgar dikin. Baran dereng mabû û xelkên bajêr di nav pêlên tozê de difetisin, ewir dihatin û diçûn, ewrine stewir û dengê mele bi hatina ewran re tûj dibû, ew derdiketin seriyê minaran, girikên nav bajêr, ser sîng û memikên pîrekan û bang hildidan, lê ewrên stewir tîrbûna tozê pirtir dikirin.

Welatên ku bi tozê hatine pêçan û sînorkirin.. Baran jê direve, seg radibin hev û pir zaro seriyên xwe di şerê wan de winda dikin, lîlandina dayîkên wan jî, pir çeman di tabûtên wan ên biçûk de derdikin.

Di welatê ku bi tozê hatiye pêçan- sînorkirin.. ji bilî mirîşkan kes avis nedibû; her diçû rengê daran zer dibû û zarok jî  kal dibûn.

Kesên di bin de îro bi ser ketine, li jor – jor in. Ewê ku di rojekê de, li ser bû û pozê xwe bi wê yekê bilind dikir, ketiye bin solên wan; soline dûz û vebriqoyî, ji solên Xwedê jî mezintir bûbûn.

Jinên vî welatî ziman dirêjin, mixabin, her diçe sîng û paşiya wan biçûk dibe  zimanê wan dirêjtir dibe.

Dîtina kenê zaroyekî yan nivîsandina çêrokekê; bila hezar çêrok bibin qurbana kenê Stêrê. Ew jî mîna wî biyan bû; bi hev re zoyekî beravêtî dinimandin. Di demên çûyî de, di rojên baranê de, ji mal derdiketin, çav bi baranê tijî dikirin û lêvên miçiqî avdidan. Tiliyên bê nênûk –ji zûde jê re kişandine- têve dide ber lêvên ziwa û tîş-tîşî; çend diran bi tenê di dêv de hêştine.

Ji tirsa ku ew careke din bên kişandin, nênûkên Diranê Pîrê xwe di bin ayarê wî yê kefnikî de veşartine.

Navê wî û dîtina devê wî yê bê diran, dihêşt ew bibe cihê pêkenînê; “Çawa navê teyê Diran be û diran di devê te de tune bin”. Digotin û riwê wî bi xweziya ku ji devê wan dipekî, diwerimandin.

Ew du çivîkên basik şikestî bûn, per jê qurçimandibûn û mîna du mirîşkên kûntazî hêştibûn.

– “Te çima ez hêştim, tu ji min re baran, qehwa sibê û nênûkên pilingan bû. Demên tu di rex min de disekinî, min dikarî şerê xwe di keviran jî bida; ez bi ewir û segan de direwîm”. Radihêje piyala çaya mirdar û lekake fireh di dîwarê hemberî wî de çêdibe. Bi şikandina piyalê re, hinekî laş sar dibe, xwe davêje ser têxt; bihna porê Stêrê û baranê jê diherike, mîna segekî polîsan bêvlên xwe fireh dike û di ser nivînê re digere.

– “Te çima ez hêştim û tu çû, tu ji min re dê û dêw bû”.

Welatê ku mêraniya xwe li ser seriyên cemawerê xwe bibîne û şûşeyan di paşiya rewşenbîrên xwe de biçîne, helbet dê welatê tozê be; baran dê jê bireve û ji bilî zayîna mirîşkan dê tu tişt lê tunebe.

Diranê Pîrê di lêpirsîna ku pêre çêkirine de aşkere got: “Ez ji we ditirsim, di dinyê de tirsa min ji we tenê heye, ne ji Xwedê û dojeha wî, ne jî ji dêwên ku di devên kaniyan de rûniştine. Ez baş dizanim ku hûn karin bihêlin ku ker ji nijada xwe dagere û bêje ez kevroşk im. Ez ne li gorî hilkişandina nênûk û dirana me û ji bizavên têxistina şûşeyan jî bitirs im. Hûn çi bixwazin bila bi ya we be û kî dibêje mast ne reş e bila bê vir. Navê min jî dixînin bin konê kîjan partiyê bila bi ya we be, çend salan min davêjin zindanan ne xeme, bes min dûrî bizavên şûşeyan têvedin”.

Bergerên wî bê guhdan man û heya roja îro, tevî çend sal û bijîşk di ser kişandina nênûkan re derbasbûne jî, ew di bin eyarê kefnikî de veşartî mane û naxwazin derkevin.

– “Stêr, te çima ez bi tenê û rût di vê beyabana ziwa de hêştim, tu leylana kaniyekê bû di beyara jiyana min de”. Ew ji ser têxt radibe û careke din di qurzîka perda qetiya re li cadê dinêre ku hîne ew kes di cihê xwe de sekiniye. “Ev kî ye û çi ji min dixweze”. Dema ew ji piş perdê vedigere û li ser têxt rûdine, ji xwe dipirse.

Bûbû çend salên wî ku reviye vî bajarî û odeyek di banê dîkanekê de kirêkirî, kesên qatên jor tucarî ew nedîtine, mîna mişkan bi dizî û di bin perdeyên şevê de ji odeya xwe bi derdiket da ku sendewîşekî an jî pakêtekê ji dikana di bin de bikiriya.

Di wê kêlîka ku, çav bi pirtûka wî dikevin, ber bi wê quncî ve diçe û radihêje wê, gava wêneyê nivîskêr li aliyê din dibîne, dêv tijî dike û goleke tufiyê di eniya wî de derdike.

– “Giş bi sedema te bû; Te hêşt ku diran û nênûkên min bên kişandin. Bila tu zanibî ku şûşe çidikin; çawa raman û baweriyan ji mêjiyên yekî hildikin. Te ji bona gewdê xwe û hembêza pîrekekê hêştibû bi sedan ên wekî min bê diran û nênûk bimînin”. Ew bi cildê pirtûkê digre û diqetîne; weşandina pelan odê mişt dike û yeko-yeko di bin nigên xwe de dişkîne, wêne û çêrokên wî dipelixîn e.

Di demên wilo de, Stêrê kela wî dirjand; bi seriyê wî digirt û dixist nav zoyê memikan, bihna binefşan ew sersend dikir û heya bi demekê bê deng dima û ji tirsa û ta ku, wan bi hilma xwe nekizirîne, wî heya bi demeke dîtir bihna xwe digirt.

– “Te çima ez hêştim û tu çû, Stêr. Ez ne yê ku, li hemberî leşkerên Sargon şer bikim. Tu ji min re “Bozê Rewan” bû; ez dûr direvîm”.

Ew radihêje pelekî şikestî û dixwîne; “Di rojeke weke îro de, Xwedê ferîştên xwe dişîne ezmanê welêt û ew diyariyên wî bi ser zarokên welêt de dibarînin û bi vekirina devên qutiyên diyariyan re, bombeyên Xwedê di laşê wan de diteqin, seriyên jêkirî hîne devliken in û cobarên xwînê.. ên, dîrokê ziwa nabin”. Bi pelê şikestî digre û davêje hundir xalîdankê; “Bese, te ez daqurdime, ez pelekî payizê bûm û bi bê re difirîm, ew kuva biherikiya ez pêre diçûm, çima tuyê min di riwê bê de biçînî. Di welatê tozê û ewrên stewir de, kê gote te ezê şîn bibim”. Di kêlîka ku dike êrîşî wêneyê nivîskêr bike, ew ji cildê pirtûkê hildikşe û li şûna pirtûka xwe rûdine. Evê yekê hêşt ku hêrsê wî zêde bibe û dît ku ev yeka keyseke wî ye da ku hemû tolên xwe jê vede; erîşî wî dike.

Reqiniya serî û cobarên ku di eniyê de derdibin dighên hev. Destên xwe li stûyê wî dide hev lê tiliyên wî di nav hev re derbas dibin.

– Min zanîbû tu leylan î; derewî û gotinên te jî derewên leylana te ne. Tê bîra wî ku çiqas şev di odeyên qeşagirtî ku bihna kefnikê ji koşeyan difûrî, di nav nivînên bi ken, hêsir û dilopên mîzê de, raman û çêrokên wî dicûtin. Pir caran pirtûk li eniya wî diket, ji xew şiyar dibû û careke din ramanên wî dicûtin.

Milet bi cûtina bênîşt û xwarina dendikan mijûl e da ku bighên armancên xwe di avakirina welatekî aza de û durûşma wan a yekem: Ji her welatperwerekî re tûrik dendik û qutiyeke benîşt.

– Te xêre û tu çima girî şûn de didî, ji hêsrên xwe ditirsî. Ez ne dêw bûm. Tê bîra te ku tu li ser milên min mezin bû û du baskên bazan bi milên te ketin. De rabe ez eniya te dermankim, bese tu wî serî li dîwaran didî, te tu dîwarên welêt nehêştine ku, bi lekên xwînê riswa nekirine.

Sîtila ava qeşagirtî, dihêle laşê ji hevketî di qurzîka oda lêpirsînê de kom ser hev bibe. “Min sare. Çivîkên di nav berfê de, bûn komir.. Baran dereng mayî, hinek av bidin min”. Bi pana ku di nîvê newqa wî de diteqe hêsrek ji çavên D. Pîrê dirje û dengê wî tê birîn.

– Ev bênamûsa çima nabêje ax?! Qey, lawê dêlan, te zimanê xwe di binê diya xwe de ji bîr kirî. Rahêjin wî û bibin odeya firandinê, bila qîr-qîrên wî guhên Xwedê qul bikin. Serok, bi hêrs, dêng li berdevkên xwe dike û bi hêrseke tûjtir, lingê rastê hildide jor û bi ser tiliyên destê Dirên ê rastê de tîne xwar; hestiyên sipî di çermê sê tiliyên wî re davêjin.

Du berdevik bi porê D. Pîrê digrin û li dû xwe dikşînin. Ezmanekî sor bi laşên çivîkan hatiye mêxkirin. Riyeke dirêj, kanîne qîr û tozê di herdu rexên rê de vedibin, çavên reng-rengî jê diherikin, mirovine stûqelaz bi dîwarên ku, di dirêjiya rê de .. daleqandîne. Kelemêşên zer ji alastina kovanan têrbûne û bi dilsarî li dor devê wan dizîvirin.

– Çi gunehên wî hene. Berdevkê oda firandinê dipirse.

– Rojnamevan e. Ew, bi sîngê pîrekan û welêt dilîze. Ev bû çend sal in em ketine pey wî, xewa pir şevan û hembêza pîrekên me, wî ji me diziye. Bi gotina dawî re paneke tijî keser li devê Diranê Pîrê dide û sê diranên wî dişkîne.

– Ez tucarî wê şevê ji bîr nakim, ez di ser sîngê pîrekê de bûm û hîne bi memikên wê şa dibûm, deng bi telêfonê ket û, bi boneya vî dêdêliyî, divyabû bêm mexferê. Eve ew ketiye nav nigên min, min bi serê bavê xwe sûnd xweriye ku vê keysê ji dest xwe bernedim. Dest davêje qayîşa xwe… Herduyên sekinî jî kenê xwe bi kûna wî ya werimî dikin. Bi rabûna  berdevkê oda firandinê ji ser pişta Dirên xwîn di paşiya wî re davêje.

– “Te çima ez bi tenê hêştim, tu çû û te baran jî bi xwe re bir. Cadeyên bajêr dengên solên me nasdikirin û hîne li pir kolanan dengê kenê te difire”. Wan çiqas kolan û cadeyên bajêr hene, gav bi gav, pîvane. Destên xwe dixistin ên hevdu û didan dû lîskên baran û çivîkan, heya bi derpiyên wan ên binî dihatin şûştin. Pir caran dilopên baranê ji ser lêvên hevdu didizîn û piştî tazîkirin û demeke dirêj, di nav nivînan de, hevdu ziwa dikirin.

Çima zaro dizên. Kuştin û gorandina mirovan fireh dibe; Ezmanekî nuh ji welêt re gereke, nema perispan bi kêrî yê berê tên û çermên ên gorandî hîne çend perçe bi hev nexistine.

Diranê Pîrê wêneyê dest xwe davêje, dilopên xwînê tu dever nehêştine ku pê nehatine riswakirin. Radibe ser xwe û ber bi quncikê ku kiribû xwaringeh diçe, henefiya avê vedike; bablîsokeke tozê jê diherike. Radihêje paçikê paqijkirinê ewê ku Stêr ê ji ê kurtikekî xwe yê kevin qetandibû, û di der-dora birînê re dibe û tîne.

– “Pîvaz derman e”. Pîra Zîno pîvazeke ji mistekê dipelixîne û datîne ser eniya wî; “Meymûn, te li piş kerê çi dikir”. Çend pîrekên rûniştibûn çavan dikin hev û kenekî toxmî li ser wî dibarînin; “Evqas pîrekên birçî di gund de û tu derî piş kerê, wê tukêmasî nekiriye dema eniya te şikandî”. Diya wî bi riyên xwe digre û wî li dû xwe dikşîne mal.

Kesê di cadê de sekiniye, hîne di ciyê xwe de maye, Diran bi dizî perdê ji ber çavên xwe yê werimî bi dûr dixe; “Rûyê mirovan wek hev in lê ew bi solên xwe ji hev cuda ne”. Sola wî di bin tîrên demsala payîzê de dibrûsin.

– “Solên wan jî mîna rûyên wan dûz û paqije. Ew çawa, zû-zû, karin lekên xwînê û perçên eyarên mirovan bişon?!. Qey ew gihîştine tiştekî ku, karibe her lekeyekê bişo, heya hêsrên mirovan jî ziwa bike”.

Soleke fireh bû, têra welêt tevî dikir; bajar û kesên wê, tevî mizgeft û cadeyên bajêr, ezman û barana reviyayî, zarok û çivîkên serjêkirî, evîn û yaran.. Xwedê jî dikarîbû ji xwe re cihekî di wê solê de bibîne.

Wî davêjin hembêza solê, nigên wî mîna benikekî rizyayî di du qulikên solê re dikşînin, ji xwêdan û lekên xwînê, eyar bi çirandina pantiron re diterişe û weke du guhên bel bi eniya solê ve li ba dibin.

– Ev çovên di ziraviya tiliyên wî de we dîn e, divê weke stûnê nîvê konên koçeran, di bin nigên wî de stûr bibin. Enî, zik, çav.. nebêjin ev der bive ye em lê nexînin. Gereke ew bêje: Ax, ew bifire û qêrîna wî bighe serok”. Berdevkê odeya firandinê dibêje herdu berdestên ku Diran anîbûn, û tiliya xwe berve gurzeke çovên hinaran ên ter dirêj dike.

– “Çerm û hestî yên me ne û goştê wî yê te ye”. Bav dibêje mamoste û destê zaroyê xwe dixe nav lepên gur.

Xwêdan di ber nigên herdu berdestan re davêje û yek dilop jî ji banê oda firandinê diweşin.

– Kurê segan, çima deng ji te nayê. Dergevan dêng li berdestekî dike ku devê wî veke û zimên bikşîne. “Çima li derve zimanê we dirêj e û hûn bes dighên vir, hûn di paşiya diya xwe de ji bîr dikin”. Şivika hinarê ya ter di zimên de dûz dike û nîvbirî dike, çend dilopên xûnê dipijiqin ser rû û solên wan. “Tufî, çi xwîneke pîs e… Lawê dêlan, bi hezaran ên weke te di vir re derbasbûne û tevan bi zimanên xwe solên me alêstine. Wan ji bo cixareyekê derpiyên pîrekên xwe ji me re sistkirine. Qey tu ji tevan çêtirî”. Kuzotên êgir di kezeba Dirên de vêdikevin û guloverên sor ji çavan difûrin; di wê baweriyê de ye seriyê wî qelaştine  û komeke kuzot avêtine nav mejiyê wî. Ew piştî demeke dirêj pê hest dibe ku hêlika wî ya çepê perçiqandine. Qîrîn û hatina serok dighên hev.

– We sipas dikim. Wî vegerînin oda bi tenê û herin solên xwe paqij bikin. Ewî got û bi hêmeneke sar cixare xist devê xwe û bi xweşî nefes berdan.

– “Tu ji min re derya şîn bû û çavên te du kelekên şikestî bûn, ji mêj ve li kelekvanekî digerîn”.

Di rojeke payîzê de -demsala herî bi tenê li welatê tozê- di demên ku hîne yek ewir baranê di ezmanê welêt re diborîn, Diranê Pîrê sîngê xwe ji tava baranê re vekiribû û dabû dû dengê lehiyeke ku di bin erdê re diherikî. Ew jî bê sîwan li ser riya zanîngehê bû. Çend şofêrên servîs, zemûr û dilên xwe jê re vekirin, li şûna ku ew destên xwe bavêjin fîtêsê, gunên xwe yên werimî misdidan.

Keçeke dirêj û zirav e. Porê wê yê reş û baranê ketine cirîdeke rewan; ka kî dikare bêtir rêşiyên xwe bi ser pişta wê de darivîne. Çakêtê cild û pantironê cênz nikaribûn rê li ber şilbûna derpiyê wê jî bigrin. Mîna geyîkeke asê serî hildaye, her çend gavan, carekê xwe bi banî de çen dike û şiqinên darên di ser rê de dihejîne; dihêle misteke din e baranê bi ser de bibare.

Baranê bibar bibar

Delalê bibar bibar

Qirika genimê me xwar

Sêwîka serî yê hev xwar

Hezar şev û şiv ji bo misteke goşt û gurzeke por dişewitand. Pir şevan, piştî demeke dirêj û bê xew, di nav nivînan de dipirpitî, ewkê xwe diguvaşt û xweziya di tîrbûna mêst de tufî kefa dest dike, hezar zinar ji ser pişta wî diherikîn.

Kesên bajêr bûne du perçe; perçeyek bi xwe û “kenê şeytên” de ketî û yê din bi dûketin û binçavkirina vî perçeyî mijûl e.

Dîtin û naskirina keçikê ku, li kîjan fekûltê dixwîne hêştine Diranê Pîrê ji mamosteyekî bêtir li zanîngeh û çayxanên wê bête dîtin. Tiştê din ku dihêşt ew bêtir li wan deran bête xûyakirin, naskirina hinek şagirtan jê re û her diçû ew bi gotina; “mamoste” diwerimî. Lê evê yekê jî nedihêşt ku ew, mîna zaroyekî, li pey Stêrê, di nav riyên gulîstana zanîngehê de, nebeze.

Ewqas roj, hezkirin, cûtina gotinan û qîr-qîrên wî di civatên bi xwe re, eger di heyameke sayî de rastî wê bê dê bi geza sîngê gihîştî bixwe, devê tijî gotin vala bike û zimanê ku ji hezar salan ve pûçbûye bike lîp-lîpokê maran. Lê gava Stêr di jorî wî re disekine, mîna mêxekî bi danîştokê ve tê mêxkirin.

– Ezê heta kengî di jorî te re bisekinim û tu yê nebêjî min keremke, rûne. Hin caran ez dixwezim ez kilasîkî bim û law bidin dû min, ez cihê dilxweziyên wan bim. Keçika por sûlav rûnişt û gotinên xwe ji xwe re, ji masa ber wan, ji wî û dîwarê çayxana zanîngehê re, ne ji kesî re digotin û bêyî ku ew çavên xwe ji kitika ku, dide dû pinpinîkê bibire, careke din, deng pê dikeve: “Ew girt, biner çawa pê dilîze û herdu jî bi vê yekê şa ne”.

Bûdeliyeke fireh bi qasî riwê Dirên li ser rûdêmê wî belav dibe û berkeniya wî ya zer hîne bêtir beloq dike. Ev hest mîna eyarê wî bi canê wî ve digre û her diçû kûr û kor dibû, ew jî pê re biçûk û qelstir dibû.

– Tu nuha ji xwe dipirsî ka ev çi keçeke aza ye. Bi şêw û durvê min nexape; ez bi vê yekê qelsiyên xwe vedişêrim. Lehengên ku em wêneyên wan bi sîngê xwe, ên odê û welêt ve dadileqînin, ji hemû aferînên Xwedê tirsoktir bûn; bi boneya ku tirsa xwe veşêrin û kes riwê wan ê zer-beravêtî nebîne, ew derketin jor. Çima tu cêntilman dernakevî û naçî qehweyekê ji min re nînî, te hêştiye ez baxifim, gewriya min ziwa bû.

Bihina qehwê û kişandina cixareyekê sîngê wî û nîgara çayxanê fireh dike. Ew bala xwe dide tiliyên top yên ku cixare di nav de natebite û tê derdixe ku ya li hember wî rûniştî yeke agirnok e.

– Te negot ka ez çi dixwezim. Çima gava hûn bi pelan re rûdinin, gotin di mejiyê we de li hev dixurcilin, her yek ya din têve dide da ku ji berî wê derkeve, lê gava hûn bi yekê –ji me- re rûdinin, hûn dibin kewê Evdel. Min jî weke pelekî li pêş xwe bijmêre û gotinên xwe bi ser min de velûke. Gotina dawiyê, hinekî madê Dirên li hev xist; Tu çima zer bû. Qey hestên te evqasî tenikbûne. Ev tişt di nivîsandinên te da netê dîtin’ nivîsandinên te tijî kêz û kurm û verîşî ye.

– Ez naxwezim ew bighên fincana mina qehwê û riwê te. Ji bo pirsa te jî; ka tu çi dixwazî. Eger ne îro be, siba tuyê ji ber xwe bêjî, tu çi dixwezî.

– Tu ji xwe razî ye. Tu di wê baweriyê deyî ku emê siba jî hevdu bibînin.

– Çima na. Keçik fincana xwe dide aliyekî û ji ber masê radibe, sipasiya wî dike û ji çayxana zanîngehê dertê.

Roja din, hine zaro li ser riyên dibistanan tiliyên xwe yên zirav misdidan –da ku karibin di bin çavên mamoste de xwe ji hev dûr nexin- deng bi deriyê wî dikeve; “Ev çend salên min in ku min ev odeya ser dîkanê kirêkiriye û min hîne negotî tukesî: “Kî ye evê li derî dide”. Bêyî ku bighê û çavan bişo, berve derî diçe.

Bihna gulan û keçikan buhşteke bê sînor e. Dîkê ku, li ser sêrgo jî bangil dide, bihuşta xwe bi ya Xwedê naguhêre. Vekirina derî dihêle baxeke gul derbasî odeya wî bibe. Ev cara pêşî ye bihna gulan ji odeya xwe dike. Wî ji zû de, carekê, gulek kir dest xwe û ji keçika ku, di balkona hemberî wî de disekinî re anî, lê dema xwast jê re bavêje, keçik reviya û bi tirs deriyê ser balkonê girt hêşt ku Diran rahêje soleke xwe ye kevin, bi dîwarê odê ve daleqîne û ewê gulê tê de biçîne. Ew roj- ev roje ku, careke din ber bi firoşên gulan ve binêre.

Bazirganek gulên bajêr tevan dikire û li ser riya firoşgehê û hotêlê rêdixe da çavên wî ji bilî gulan tutiştî din nebînin û gava dilbijek dest davêje gulekê ji wan gulan ku, diyarî dilbera xwe ke, sê tiliyên xwe di nav baxê gulan de winde dike û dilopên xwînê ji gula sipî dadirivin.

Hejmara bazirganan kêm dibe û yên kûndeyan her diçe zêde dibe. Ew bi hemû tiştên dinê mijûl dibin; dikirin û difroşin, mirovên reng-rengî, ji cotar û mamosteyan, nivîskar û qewadan, mirîşk û roviyan.. hemû tişt di çarşiya wan de dihate bazarkirin. Rojekê bazirganekî gurzeke kilît kiribûn dest xwe û di nîvê bazarê de bang dikir; “Werin kilîtên bihuşta Xwedê”. Eger wî bixwesta karîbû bi guhên Xwedê jî bigirta û baniya li bazarê bifrota.. Lê camêr hinekî rûmeta xwe digirt.

– Ez ji te hez dikim. Bi baxê gulan re, hevoka çûye diyarî wî dike û dihêle Diranê Pîrê têkeve bin xeyalan, çavan bikole. Lê ew e; keçika duh e û li ber deriyê wi ye, ne di xew de dibîne. Bi vekirina destan re, Stêr xwe davêje hembêza wî, hêsrên Dirên bi porê wê yê reş re dikevin cirîdeke rewan; ka kiyê berî yê din xwe bighîne sîngê wê; gelî û herdu girên dorê avde û bihêle şînkayî, bê tirsa ji tozê, serî hilde.

– Ev bû çend rojin ku ez ji bo te li zanîngehê dewamdikim. Keçik dikene; tu bi min dikenî ku ji bona keçeke di temenê zarên min de, digrîm.

– Na, ez bi xwe dikenim ku çawa, her min dikir ez bêm cem te û bêjim; Ez ji te hezdikim, kabokên min sist dibûn û dilê min mîna çivîkeke serjêkirî di sîngê min de dipirpitî. Vê yekê dihêşt ku, ez ji xwendin û dostên xwe, ji dê û bav… ji hemû tiştî birevim odeya xwe û derî li ser xwe bigrim da ku, karibim bi rihetî bigrîm, heya gihîşt vê rojê ku hêsir di çavên min de ziwa bûne. Çima ez zû nehatim.

– “Tu dereng hatî û zû çû, Çima”. Bê hest li ser dêv ketiye û çend mêşên zer berî devê bi xwîn kirine. Dema cerdûn pelika guh jêdike, ew bi zorê di qurzîka çavê werimî re li wî dinêre; “Ez karim ya te fêmbikim ku tu ji birçîbûna re guhê min gezdikî. Eger ez li serhev bama û min tu bigirta, minê tu bi xwara. Bes ka bêje min, çima evên din dixwazin, hino-hino, çinîkên goştê min biqetînin bêyî ku ew birçî mabin”. Wî xwe bi dev cerdûn de berda; Erê carekê ji carên girtinên wî, ew xistin korta avrêjê û heya ber bi dêv jî gû bilindbû û cerdûnan ji vir û wir êrîşî seriyê wî kirin û pir şan, heya bi nuha jî, jê re hêştine. Lê îro ev cerdûn li ber dilê Diranê Pîrê dostekî pir zîzbû; aferîdeyekî din, du çavên din di wê valahiya beyabûn ê de dilivîn û tenêtiya wî û bê dengiya zindana wî dişkand.

– Tu dizanî ku cîhan bi qaliqê pîvazekê ye, kûndeyek e; her rojekê di hembêza yekî de derbas dike û koma qoqên zaroyan bilind dibe û dibe. Ez zanim ev nirîna te ya bi qehir ji bo çî ye; çima ez hişê xwe naxînim seriyê xwe, çiyê min ji azadîyê heye, ew ne dê û yara min e, ne jî ewrekî baranêye ku, stûyê min di bin de bişkê da ku wê bi ezmanê welêt ve girêdim. Erê ez vê dizanim û bi şev û roj min digote vî seriyê hişk lê tutişt pêve nediçû; tiştekî nedîtî, êşeke zirav di nîvê dilê min de nedihêşt ku ez ji bo azadî, welêt, baran û Stêrê nestirêm. Tu yê çi bêjî, ez mirovekî sersam im, bê hişim.. bes ne bê rûmet im û eger tu bawer nakî ji segên berdayî bipirse. Erê min pir sîng mêtin, destên min ketine bin pir derpiyan û heya keçikên ku, nuh seriyê gupikên wan di pişkivîn jî min gezkirine, bes dilxweşiya min ewe ku, min ev giş bi hezkirineke sayî û dilsoz dikir.

Kûndetiya mirov ew e ku bê hezkirin meya sîng binoşê, belê ji wir tê.

Diranê Pîrê dûr difire; ezmanekî bi ewrên tozê dagirtî, çivîkên serîjêkirî bê rênasîn di nav de difirin û segine bi baskên xwe yên pola wan niçîr dikin. Ew di nav gulîstaneke mîrî de dimeşe, gul, binefş û nêrgizên reng-rengî ku di qoqê mirovan de çandine, dora qesra mîr dixemlînin û zurbeya segên ku qesrê diparêzin bi hestiyên wan dilîzin û dalêsin.

Zaroyên mîr jî, qoqek kirine gokê lîskê û davêjin hev. Çar hezar pîrekên mîr, li benda wî, şevên payîzan dêjmêrin. Lê riya wan dûr e; şeva ku wî di nav nigên xwe de, mîna segekî ku xwediyê wî hestiyek avêtibe pêş, bibînin, nedihat.

– Jiyan xew û xew e, divê milet hertim di xew de be. Em xewnên sor, aravî û reng-rengî ji we re dixwazin û em ji bo xew û xewnên we xew nakin, bi şev û roj dixebitin da ku em xew û xewnên we biparêzin. Ê ku şiyar bibe, emê çavên wî biperçiqînin, birjînin; ne ji ber ku ji lêdan û hingavtinê hez dikin, em nekesine Sadîst ne. Em wilo dikin da ku ew di xew de bimînin û xewnên reng-rengî ji dest wan neçin. Ma yê ku, tim û tim di xew de be dê bi çavan çi bike, ji bilî toz û şelmûtê bên tijîkirin, çima ewê çavên xwe bi beyaban û ziwakirina mirovan bêşîne. Qey hîne hêsir di çavên we de mane da em ji we re ziwabikin. Gava deng bi kesî nakeve, serok bi pozbilindî dide pêşiya berdevkên xwe û ji ode ya miriyan derdikeve.

Şiyar dibe, nîvmirovek mayî; destê rastê pûcbûye. Pêşî gumankir ku ew xistiye bin seriyê xwe û wa xewa dirêj, mîna ên şikeftê, hêştî pûç bibe. Lê dema dît ku ew ji gurmikan ve dileqe zanîbû ku hatiye hilkirin. “Mirov bi destekî jî dijî. Erê ez nizanim bi yê çepê binivîsim, lê ne piroblemeke mezin e, di çend rojan de ezê hîn bibim. Wan gote min ku, destê rastê pîroz e. Diya min jî ev hevok, bi şîrê xwe re, berdabû damarên min. Lê ezê ji vir û pêve bikim ku yê çepê jî pîroz be. Ma qey nîvê çepê bi destên Iblîs afiriye”. Rabûna wî ya ser-xwe, dihêle cerdûn xwe di korta avrêjê de veşêre. Cihekî çarkoşe ye, mitro bi mitrokîye û banê wê ne jê bilintir e, di nîvê wê de qulika avrêjê ye; Di rojên çûyî de ew negerek wî bû, heya bi sola wî ya bê benik jî tijî xûn û gû bûbû û bi kêra berberan jî ta nikarîbû cilên wî jê bikrana; ji gilîz, xûn.. û gû, ew pêve bûne şima.

Ew destê xwe yê çebê dide bin henefiya avê û gava dixwaze rûdêmê xwe bişo, tiliyên wî di qevîştek û kortan de winda dibin. Hin birînên laş hîne xwîn jê dixilxile û hinek jî ji demeke nêzîk ve dev miçiqîne..

Çend çilpikên xwînê di korta avrêjê werdibin, destê çepê davêje bin guhê xwe ku nîviyê wî firiye. Wî dikir ku hinek lomeyan ji cerdûn bike, lê vebûna derî û reqîniya ku, bi eniya wî dikeve hêştin ew lomeyên xwe bide şûn.

– Tufî. Bihna te ji ya avrêjê genîtir e. lawê kûndê. Qey te xwe neşûşt. Wî bizavên xwe kiribûn da xwîn û gûyê hişk ji xwe bike. “Xelk gûyê hişk jî bi me re ve dike”. Dema ew ji bapîrê xwe dipirse dê; çawa yek karibe wilo bike, kalemêrê rihsipî xwe rast dike, tu dibêjî ku qey ew ji hezar salan ve li wir danîn e da ku wê pendê şirove bike; “Kurê min, ji bo ku bi teve bikin ew dikarin gû di devê xwe de bicûn û pur ser yekî kin”.

“Wan gûyê min bi min ve hişkirin e bapîrê min, û me fêmkir ku, ew karin gûyê hişk bi me ve bikin. Ma ne divê rê jî hebe ku, yek karibe ji xwe bike”.

Ji wê rojê de, Stêr her roj mêvana wî bû, bi dizî dikete odê û bi dizî jê bi derdiket. Hatina wê, di devên xelkê bajêr de, bû çêrok. Mêrên wê cadeyê, di xewnên xwe de, yek li dû yekî bi Stêrê re difirîn û postikên xwe yên kefnikgirtî dişewitandin.

Ew dikeve pêşiya şandekê serok û di riyeke dirêj, di nav odeyên girtiyan û xewnên wan ên vemirandî re, dilezînin. Di navbera her çend gavan de, panek li kerika kûna wî dikeve; “Eger te dît panek di pişta te de derbû, zanibe ku tu yê pêşî yî”. Kenê wî dihêle şandek hartir bibe û bi ser lêdana panan de, bi çend gezan, birînine nuh di pişta wî de der bike.

– Keremke mamoste, rûne. Derbasbûna ode ya serok û dengê wî dihêle ew derbasî cîhaneke biyan, dûrî rewş û sincên zîndanê, bibe.

Bi gotin û şana serok re, xwe dide ser danîştoka di hemberî masa wî de; di nîvê odê de û dûrî masa wî bi çend gavan di danîştokê de dibe qufik. Piştî kurte demekê û bêdengiyeke bê dilovan, çavan li derdora xwe digerîne. Cara pêşîn çav bi keskayî û guline reng-rengî dikeve. Dawiya dawî ber bi cihê serok dinêre, maseyeke di rengê qehwê de, li ser wê pir dûsê û pênûs danîne. Kesê di piş de rûniştiye pêncî sal derbas nekiriye, riwekî paqij û bê tirs, li ser lêvên wî bermayiya maça pîrekekê, ku hîne ziwa nebûye, dibîne.

– Tuyê cixareyekê bikşînî. Bi gotinê re radibe ser xwe, radihêje qutiyeke bi zîv nîgarkirî. Dema devê wê ji hev dike, mûzîka cejnên sersal û zayînê jê dadirive û bi hesteyekî zêrî, cixarê jê re pêdixe. Piştî kişandina çend gulmên dû, serok bayekî reş ji ber xwe berdide û çend laşe di odê de şîn dibin. “Pênûsa te bi te re ye”. Pirsa serok dihêle D. Pîrê pênûsa xwe bide dest wî. “Te bi vê pênûsê, ew gotar nivîsandin e”.

– Kîjan gotar. Pirsa Dirên dihêle riwê serok bête guhartin.

– Lawê dêlan, ezê nebêjim kîjan gotara. Kulmekê di devê wî de diteqîne û dihêle çend diran ji dêv biweşin; “Dema nuha ez pênûsa te di kûna te ve kim tiwê zanibî kîjan gotara”. Qêrîna wî deriyên dojehê li ser Dirên vedike û sê segên berdayî êrîşî ser wî di kin; bihna xwînê wan bêtir har dike.

– Ew çavan di odeya nuh de vedike, hersê segên berdayî westayî ketine. Dîwarên odê ji lekên xwînê û perçeyên eyar û mûyê mirovan hatiye avakirin.

Riya bihuştê di nav nigên pîrekê re diherike, deriyê dîrok û azadiyê ye. Dema tukes, rê û bawarî bi kêrî wê netên, ew destê xwe li nav nigên xwe dixe û dibêje; “Tu dergeha jiyanê yî”.

Stêr dide ser riya zindana ku, Diran têde hatî binçavkirin.

– Te çima ez buha kirîm û xwe erzan firot. Dibêje wê û seriyê xwe dixîne hembêzê. Giriyê wî kaniyên ziwa derdikin.

Dengê zemûra tirumbûla serok, Stêrê ji ezmanê wî tîne xwar. Ew bi tenê, di odeya ku cobarên tozê tê de derdibûn, hêştin.

Ber bi perdê dinêre, bi nirîneke xemgînî lê bê tirs li wêneya wî dinire û ber bi pencerê ve dimeşe, perdeya ku, kefnikê serî tê re hildayî diqetîne, bi bazinê pencerê digre û wê li ser asoyekî ku, bi ewrên baranê dagirtî vedike û hêdî-hêdî dengê wî bi stiraneke zaroktiyê re bilind dibe:

       Dê wernê lê baranê

       Baran barî bi zimbîla

       Zikê erdê kir mîla

       Xalî li ser ê ……

 

                                                                                                                                           Cindirês-1999.


 

 

 

TENÊ EW DAR

 

 

Ji xew şiyar dibe. Reşiyê ode pêçayî, cara pêşiye ew dinase ku reşî dikare evqasî tîr bibe. Bi dizî, carekê – dudiyan, çavan vedike. Ew baş dizanê, eger ku bi temamî çavan veke dê nema karibe heya bi çend katên din jî xewke û ji tirsa ku xwêdan li wî sar nebe û bayê sar, ji der ve, nekeve bin mitêla wî û arsimî nekeve, newêrîbû xwe bilivanda.

Evan tevdîran tevan jî nehêştin ku xew ji çavên wî nereve û dema dibîne ku rûdêna wî werimiye, ji nav nivîna derdikeve.

Tîrbûna reşiyê jî herdiçû zêdetir dibû û hestek bi wî re çêdikir ku ew ji çavên wî difûre û dihêle ku vê yekê bike sedema nadîtina gewdê xwe.

Ber bi kepînê derê. Sekinînên wî yên di hundirê wê de û di demên ku ew dimîza, hertim gotina serleşkerê wan dihate bîrê; “Divê hertim seriyê we bilind be, heya demên ku wîn diçin destavê û dimîzin jî, divê wîn li nav gunên xwe nenirin, gereke serî û pozê we bilind be û nirînên we li asoyên dûrbin. Ne xem e eger ku dîwar jî hebin dibe wîn dûr binirin”.

Ev gotin digel bûyereke din, ji jiyana wî ya leşkerî, hertim dihate bîra wî ku çawa di rojekê ji rojên fêrkirinê, û piştî çend kat û derbûna cobarên xwêdanê di eniyên wan de û di bin tîrên roka tîrmehê de û bi boneya ku ew bi derengî hînî agahîyên serleşker dibin, wan bi dêv davêjin erdê û ji wan tê xwestin ku xwe weke kuriyên buharê, di axê de, bigevzînin. Û bi bîrhatina gotina wî ya ji berî demekê; “Gereke hertim seriyê we bilind be”, ew xwe ji bîr dike û li şûn refê hevalên gevizandî dimîne.

Bi pana ku li gurmikên piyan dikeve, ji nav rêf tê avêtin û ew hêsra ku tê xwar û bi qasî teneyeke nîsk axê dikizirîne dihêle lehengiya ku ji xwe re dixwest riswa bibe, û ew ji binî ve biherife.

Di avdestê de destan davêje dêxûna bêceme û bi destketina bê re dihêle ew veciniqe; “Qey ez xewnekê dibînim”. Ev pirs dê bihêle ew li gewdê xwe bigere lê gera wî bê havil bû, herdiçe baweriya wî bêtir dibe ku wî gewdê xwe winda kirî û ew ne xewnekê dibîne; “Min ji zû de xewn nedîtin e”.

Ne ku wî her tiştek got gereke em jê bawer bikin, ji berî çend rojan wî xewneke din bi wan dîtibû, lê nedixwest wê bîne bîra xwe. De ka em vegerin û binirin çi bi gunên wî hat; dikin biteqin û herdiçû ew diwermîn, di zikê wî de mezin dibûn.

Çend carên din destê xwe davêje wan lê hertim bayekî reş dikeve nav tiliyan, ji êş û jana wan re kir ku biqîre lê ew bi behaneya tirsa ji cîrana ji wê ramanê digere; “Ewê derkevin devê penceran û li min binirin, bê ku tu tişt hebe ew çavan ji min nabirin, tu dibê qey tukarî wan, ji bilî çavdêriya min, tuneye. Ne ku ez hîne di vê tariya tîr de biqîrim, dê ji wan re bibe derfetek ku pozên xwe têxin hundirê avdestê jî. Bila ew di donê xwe de bişewitin”.

Di vir de jî wî nerast digot, tucîran li dora wî tinebûn; ji roja ku xwe di vê buhuştê de dîtî ji bilî xwe hîne rastî tukesî nehatiye. Ew bi şîrê deveya ku di jorî xwe de dîtibû mezin bûbû û bi vexwarina ava Kaniya Sipî jî ziwabûna xwe vedimrand û li ber devê wê jî cihek ji xwe re dûzkiriye, xew û xewnên xwe tê de dişkîne lê wî tucaran bihna yekî weke xwe li wan deran, hîne, nedîtiye.

– “Tu kiyî, her ku min tiştek got tu min virek dertînî û tu dixwezî ez li gor dilxweziyên te bijîm, baxifim, rabim û rûnim. Te a nuha cixareyek pêxist û tu dixwezî dûyê xwe têvede gewriya min, min hîne ew nedîtiye û ne jî ez dizanim cixare çiye û ji çi çê dibe û ji berî ku tu mîna hercar direvî ramaneke din gereke tu evê yekê baş nasbikî ku; ev jiyana min e, erê te ez afirandim û ji min re got: “Bibe” lê ezê li gor zanîn û viyana xwe bijîm, min dixwest ez li gor evîna xwe jî bijîm lê ew bi dest min neket”.

Pîr Rustem ji cihê xwe tê avêtin; kiye evê bi wî re daxife. Ew çend caran li dora xwe dinire û li xwediyê dêng digere lê ji berî ku ji nişkabûna xwe şiyar bibe careke din dengê wî dike; “Tu li çi digerî, xûya dike ku vê carê sîbera te donxizî bi te kiriye û nehêştî tu tê bighî ku lehengê çêroka te daxife”.

Ew bi gotina wî ya dawiyê re pênûs ji dest xwe davêje û ji pelên sipî direve lê gotina pêşiyê rijîbû û pêvajoya jiyana wî hatibû nîgarkirin û hêdî-hêdî, pelên sipî bi lekeyên jiyana wî reş dibûn.

– “Tu li wan deran çi dikî, te çima destên xwe xistin wê derê”. Ewê di buhuştê de, li ser şopa dêng dimeşe û ev cara pêşiye ku dûrî Kaniya Sipî dikeve, xwest ji wî bi pirse, ka tuçare li ba wî hene ku hinekî guvaştina gunên wî kêm bibin û tîrbûna reşiyê jî hinekî tenik bibe. Lê kenê wî yê bilind dihêle pirsên wî birevin û, careke din, ew bi xwe dikene; dema ku nepirsîn a xwe, bi çavdêriya cîranan û da ku nizanibin gunên wî werimîn e, bincil dike.

– “Tu ji ku ve dizanî ez bi çi diramim ta ku tu nirînên xwe li ser ava dikî”. Pîr Rustem xwest bersiva xwe bide û jê re bêje ku tusûcên wî di vê yekê de tineye û wî pênûs ji destê xwe avêtiye û ewî ji ber xwe jiyana wî nîgar dike, lê turê ji bilî pênûs tunebûn ku bi lehengê xwe bide naskirin û ew jî ji destên wî derketibû.

– “Ezê nehêlim ku tu di nîvê rê de dev ji min berdî. Pênûs jî yê te ye û depreş jî û tu dikarî fermanan bidî wan, te carekê got; Bibe û ez bûm û çêrok ji dest me bi derket”.

Dengê kenê wî dihêle ew careke din bide dû şopa wî; “Ev bû çiqas û ji kengî ve di vir de dijîm û ez, ji bilî carekê, wiqasî ji kaniyê bi dûr neketim e. Wî gotibû min ku ji bilî Kaniya Sipî jî, çemên mey û hunguv jî hene, û kanî min tucarî dengê wan pêriyên, ku di sayîbûn û vebriqîna tariyê de jî, nekirîye”.

– “Tu yê nuha wan bi bînî, eger ku weke ez ji te bixwezim tu bikî û gotina min li erdê nehêlî”. Xwediyê kên dêng lê dike.

– “Tu çima herçendekî dengê xwe diguhêre, ez ne serxoşim da ku dengên te yên reng-rengî ji hev dernexim”. Xwediyê gunên werimî vadigerîne û şopa wî dengî dajo.

Bi dîtina wê re, tarî hinekî zelal dibe; yeke wek wî ye, ji bilî hinek tiştên biçûk, tucudayî yên din di navbera xwe û wê de nabîne û cara pêşiye ku dinase tiştek di sîngê wî de diwerime û deng pê dikeve.

– “Ewe.. ew dikare çareyan ji pirs û gunên te re bibîne”. Ewa ku xwediyê kên li ser dipeyive, xwe li bin dara sêvê dirêjkiribû; “Wîn ê anuha berê wê bixun û şerbeta jînê nasbikin”.

Ji berî ku ew geza pêşî lêxîne tê bîrê ku carekê “dêng” bang lê kiribû û, piştî ku rêça wî ajotibû û hatibûn li bin vê darê sekinîbûn, jê re gotibû; “Her tiştên vê derê ji te re ne lê tenê ev dar çênabe ku tu nêzîkî wê bibe, ew ji bo xwarina min e”.

– “Tu guh nedî gotinên pêşiyan, eger ku tu ji wê darê nexî, hêlikên te dê te bixun”. Bi xwarina sêvê re çemek ji nav gunên wî diherike. Ewa, ku li bin darê jî, direve aliyê din û bi pelekî tiwiyê nav nigên xwe vedişêre.

– “Min ji te re negot; ev dar ji bo min tenê ye û çênabe tu jê bixû. Te donxizî bi min kir û bawer neke ku ez careke din xwe bidim dest te”. Ew dinire ku Ejdeha ji koka darê dertê û xwe di qulekê de vedişêre, bi veşartina wî re marê di nav nigên wî de diwerime û dirêj dibe.. dibe û ber bi cihê ku ewa xwe bi pelê dara tiwiyê veşartî dixweş e.

Hêdî-hêdî çavên wî vedibin. Neraste, tucarî çavên wî negirtîbûn, lê tîrbûna tariyê nedihêşt ew tutiştî bibîne. Hêdî-hêdî tarî dikşe û rûdêmê zemînê açiq dibe; Beyabaneke rût û pan, ne Kaniya Sipî heye û ne jî çavên wî bi tuçem û pêriyan dikevin, hertişt ji nav tiliyên wî herikîbûn û ji bilî ewa ku nav nigên xwe bi pelekî tiwiyê veşartibû tukesî bi xwe re nabîne.

Bi dîtina wê re çavên wî berjêr dirijên; “Ka belkî em nîşana buhuşta windabûyî, di nav nigên wê de bibînin”. Bi windabûna pelê darê re çavên wî li deriyê jiyanê dikevin û dikevin buhuşteke nuh.

– “Ev cara dawiyêye ez dibêjime te ku, divê tu nirînên xwe li min bar nekî; Buhuşta ku tu dibêjiyê ew eynî deriyê dojehêye û tu yê nuha bi bînî”. Bi gotina wî re ew derî vedibe û kaniya jiyanê diherike, bi hezaran leşker dikşên û dikşên, di piş her timbekî, girekî de bi sedan kom dibin û riyên hevdu girê didin.

Bi dilopên baranê re çavan vedike ku li pêşiya deriyê kepînê ketî û goleke xwîn û mîzê di bin xwe de dibîne, bi çarlepan xwe dighîne ser nivîna sar û rût, nigên xwe têve dide hundir zikê xwe, êşeke zirav di hinava wî de derdibe.

Dengê qêrîn û nalînan ber bi ezmanên tisî ve hildikşin û êşa beyabana tazî giran dibe, golên xwîn û xwêdanê pir dibin, laşên fetisî bihna ewan golan vedişêre û bi hezaran hêvî û omîd têne vemirandin, beyabana kuştin û windakirinê herdiçe fireh dibe û zemînê li seriyê wî teng dike.

– “Divê ez birevim, xwe veşêrim, heya ev ordî winda dibe”. Lê ordî li dû ordiyê dikşe, zincîra dûpişkaye, bi tang û topên xwe bi ser wî de dikşên û dema nasdike dê hîne bi hezaran bikşên û cihê lingekî dê nemîne ku riya revê ji xwe re biqelişîne, ew ji cihê xwe hildibe. Piştî ku çend gavan difroşe dengê banga wê dike, heya bi wê hîngê bîrnebiribû ku nîvê dengê xwe li şûna xwe ji bîrkiribû.

Bi rê ve û di piş kendalekî de, ew di hembêza ordiyekê wer dibin, bi hezaran şûr û rum ber bi sîngê wan ve diherikin. Çend leşker wan didin nav xwe û têve didin bin konê serokê ordiyan.

Birûskên daniştoka zêrîn a ku di nîvê kon de cih girtî, pir çav kor kiribûn û bi hezaran jî tilî bi misdanên wê pûç bûbûn, lê tevî wê yekê jî golên zingar û kefnikê êrîşên xwe ajotibûn ser, hêştibûn ku serokê ordiyan sazûmanekê çê bike da ku çareyekê ji wan êrîşên, li ser daniştoka wî, re bibînin û bi boneya ku ew di vê yekê de bi serneketin e, pir zanyarên bin kon seriyên xwe winda kiribûn.

Herdiçû golên zingar û kefnikê fireh dibûn û qoçên serokê ordiyan jî dirêjtir dibûn. Bijîşkên bin kon weke kuvarkan serî hildidan lê wan jî, zû-zû, serî winda dikir û ew qoçên pîroz bi şûn ve nedikşîn, ne kar û dermanên bijîşkan, ne berger û lavlava mizgeft û keniştan, ne jî mêtin a mêjiyê zarokan dikarîn wan biçelmisînin.

Bi derbasbûna bin kon re, ew hêza leşkerî, rum û şûrên xwe bi şûn ve dikşînin û herduwê bendkirî têve didin bin nigên daniştoka zêrîn.

– Du rê li pêşiya te ne; Tu dermanekî ji qoçên min re bibîne û wan ji nuh ve di mêjiyê min de veşêrî dê tu yê tûrek zêrê xwe bistînî û seriyê xwe winda bikî, riya din jî tu negihe tudermanan û tu seriyê xwe winda bikî. Serokê ordiyan deng li berdestên xwe dike ku, destên wî di bazinan de bibir in.

– Ez benî, windakirina min ji wan re dê ziyanekê bighîne lêgerîna me ya li dermên.

– Dekên xwe ji hêçekî weke xwe re bihêl. Tiştê ji me re gereke zimanê te ye, bi hezaran dest hene ku gunên me misdin û ew li şana tiliya me sekinîne. Ew careke wilo bû ku we bi dekên xwe karîbû seriyê me bifiranda û ji berî ku tu pozê xwe bi wî agirê ku te xwestibû ji xwe re bike simbolek û me pê bişewtîne, bila tu zanibî ku, roja îro, ezê mejiyê te li ser bibjêrim. Ma tu ne bi me re yî ku mêjîyên bijartî ji yên xav xweştirin, me wê hîngê ev yeka nizanî û da ku tu nebêjî wîn kesin mafxwarin, em sipasiya we dikin ji bo naskirin û bidestxistina vê alava pîroz, hema tiştê biçûk, we hêştiye ku rojên zivistana vê beyabanê germ bibin.

Ew dinêre ku bi hezaran agirxane di bin kon de avabûne û hevalên ku, di rojekê de, li ser çiyayekî dîlanek di dora agirê xwe re gerandibû, ew îro agirên di bin kon de diparêzin.

– Zimanê wî jêkin. Piştî ku ew nagihe dermanekî da ku wan qoçên pîroz pê birewisîne. Serokê ordiyan fermana jêkirina zimanê wî derdixe lê ji berî ku berdest bighênê û zimanê wî jêkin ew dêst hildide û ji wan dixweze ku hinekî rawestin; “Pirseke min e dawiyê ji te heye; Te ji me re negot eva bi te re kiye, tu weke bilî xwe nebêjî: xûşka min e, lê heya ku pîreka te be jî dê bê toxim nemîne. Ewê ku kare çar hezaran av de dê yeke din barê wî giran neke, gur bi pariyekî din namire”. Bi danîna dêst re êrîşa berdestan fireh dibe.

– Ez benî. Te dest û lingên min jêkirin û hêşt agirperestên bin kon wan li ser agirên xwe yên pîroz bibjêrin û bi min bidin xwarin, te çinîk-çinîk goşt ji min kir û di donê min de qeland bêyî ku ez bergera berdana xwe bixwezim, lê ez di vê kêlîkê de berger û lav an ji we dikim ku wîn zimanê min ji min re bihêlin. Bi gotinên wî re cobarên hêsrên serokê ordiyan derdibin û masiyên mirî bi çem re dimeşin.

– Em dikarin zanibin tu çima lava nejêkirina zimên ji me dikî.

– Tirsa min ne ji jêkirin û windakirina wî pariyê goşte, lê ezê bi wê hesret û dilmayînê herim ku min nikarîbû di rojên xwe yên dawî de silav û nimêjên xwe ji we re hildana. Gotina dawiyê bi coka ku ji devê wî derdibê re diherike.

Kanî pir dibin, koma zimanên jêkirî bilind dibe û bi hezaran cok û rûbar bi hev dikevin û dikevin da ku leşkerên serok tê de bên şûştin.

 

 

Cindirês-3.2.2000.

  

    


 

 

 

 

VEXWESTIN

 

 

Çavan digerîne, bi kûraniya wê de dinire, destê rastê dike refik û dide pêşiya tîrên rokê, carina jî çilpikê xwêdanê vedimrîne û bayê diherike dihêle gewriya ziwa biqijile. Çend caran kir ku, yek çilpikên xwêdanê daqurtîne, lê ji nîvê gewriyê de şorbûneke hêç vedigerî ser zimên, “Mirov bi vexwerina ava şor ziwa dibe”. Dema ev movik, ji berî demekê di pirtûkekê de xwendibû, -nema navê wê tê bîrê- bi lez di sere derbaz nebûbû.

Çend gav bi pêşe- şunde avêtin, dest hejandin; belkî bi fermaneke Xweda bifire û li gundekî, ser kaniyekê, bin konekî Ereban peya bibe, “Mixabin, bi baskin şikestî tuyê çawa bifirî”. Çend gavin din avêtin, ji dûr ve dîmena goleke avê dibîne, “Ew leylan e”. Tevî wê yekê jî dibeze, dixweze bawerke ku ne leylane. Her ku, ew bere pêş de dibeze, gola avê ji pêş wî direve.

Bihn çikyayî di ser hev werdibe, bi şewat digrî, ji hêsrên xwe şerm nake, ev cara pêşiye ku ji wan şerm nake, yekê dadiqurtîne, “Şore, çiqwas xwê di laşê mirov de heye”. Bi giriyê xwe re lingan vediçerpîne, korteke nuh di wê beyabanê de dikole; “Xwedê carekê li ser lingên zarê Berhîm, di vê beyabanê de av herikand, kara cara bike dudu”. Bi ramana ku, jê bi dûrdiket kenî.

Gava Berhîm ê zaredeşt ji xew şiyar dibe, çarkoşe li ser nivînê rûdinê û kûr bi xewna xwe dirame. Piştî çend hejandinê serî û “Xwedê xêra vê xewnê bide”, hest dibe ku qirika wî ji êvar de ziwaye û ew osnedibû ku, rabe avê vexwe. Bi dawîkirina piyala avê re sîngê wî fireh dibe û dema çavên wî li rehên pîrekê dikevin, ji nuh ve vedigere nav nivîna germ. Dengê derî dihêle careke din, bi zor, ji nav nivînan derkeve. Bi dengekî tûj pirsî.

– Kiye ?

– Ezim. Mirovekî bi zimanê erebî bersiv da û dema Berhîm ê zaredeşt derî vedike, cendirmeyekî digel çendekên din ku, di cîbê de rûniştine li pêş xwe dibîne.

– Keremkin.. em rûnin. Dîtina cîbê, hêşt kabokên wî sist bibin û heya bi demekê bê deng mabû, ramanan ew dabû nav xwe.

– Mala te ava. Ewê ku li derî dayî gotê û jê xwest ku, here cem çêwîş. Bi derketina ji derî, kurtik bi ber mitekî dikeve û diqete, nîvtazî li ber pencera çêwîş disekine.

– Navê te. Bêyî ku, çawîş serî ji pelên di nav destên xwe de hilde, pirsî.

– Berhîm.. Berhîm ê zaredeşt, ez benî. Bi gotinê re, nasnama xwe derxist û da dest çêwîş. Wî çend caran ew di destê xwe de qulabt, bala xwe da wêneyê reşik û ji nuh ve li Berhîm vegerand.

– De wer îmzeke. Çêwîş got û cihê îmezekirinê nîşanî wî kir.

– Dê keremkin em qehweyekê vexun. Piştî Berhîm îmzekir, mazovaniya xwe dubare kir.

– Em bi lezin. Pereyên qehwê bide şofêr, emê li çayxanê vexun. Em naxwezin we biwestînin. Bi birina peran re, çêwîş ew pel da dest Berhîm û deng bi cîbê ket, taveke toz û pirsan li şûna xwe hêşt.

– Ev çi nameye û ji kê de. Di wê hîngê de, Zaredeşt bîr bir ku, ji wan ne pirsîbû. Bi lez, quncikê nama di dest xwe de qetand.

“Bi rêz Berhîm Zaredeşt…

Divê tu siba, li kata nehan sibeyê, bê cem me..

                                                       Hêza asayî”..

Bi naskirina jêdera namê re, damarên wî ziwabûn û dev miçiqî, kir û nekir ku bê lerizandin çend gavên mane bavêje lê bizava wî nediçû serî, piştî riswabûneke tûj ew gihîşte hundir.

– Te xêre.. kîbûn ew.. Xwedê me biparêze, tu çima deynakî. Dema çavên pîrekê bi riwê wiyî beravêtî dikeve, bi pêlên pirsan dor pêç dike.

Ew bê hest û guhdana pirsên pîrekê, xwe di quncikekî odê de, kom serhev dike. Rûpelên jiyana xwe, yeko, yeko, diqulbîne; Ev bû çend salên wîne dûrî serêşiya partiyan û konevaniyê çûye, erê di xortaniya xwe de, çend salan bi wan re mabû, lê tikarên xerap li hemberî dewletê, ji wî derneketibûn û ji roja ku, hevalan jê xwestibû berîd bighîne Cezîrê û virde, wî sûnd xwariye ku, ewê ranehêje tiştên dijî dewletê û ev bû çend salên wîne, gotina “Destê ku te nikarî gezkira, maçke û deyne ser eniya xwe”, ji xwe re kirî nîşan, “Ev çi dixwezin û çima piştî van salên dûdirêj. Di wê rojê de.. giş ji wir de dikişe, bes eger ku wî dîtiba ma ê dest di min de negirta, erê çend caran wî li çente dinirî û bervê xwe bere min dikir, bes ku guman biribe ê dest di min de bigirta.

Min gote wan, ez ne ê van kara me lê ji ser hişkiya xwe daneketin, ma divyabû berîdê Cezîrê bi destê min biçe.. Çima ez pîreka xwe naşînim, bila ew ji min re bipirse; ev çi dixwezin û belkî ew karibe, bi rêka xwe, min ji ber bihna van derîne.. na, na ev bê namûsiye”. Ew bi xwe û ramanên xwe ve ketibû, haje dor xwe tuneye, bi dehê caran pîrekê deng li wî kiribû lê deng ji dîwarê odê vedigerî û pir caran jî zaro, di lîskên xwe de, bi serde diqulibûn.

– Çi bi te hatî, Bi hejandina û dengê pîrekê re vegerî ser hişê xwe.

– Tu çi dixwezî, ez malê ji te re bêlim. Gotina dawî di derî de got. Toz û bayê germ ew pêçand, xwe da sîka dîwêr, tîna rokê hêştî ku, kesên bajarokê Cindirêsê birevin quncikên tarî, ji bilî çend mirîşk û bizinên dev ji hevkirî li cadê nedîtin. “Ezê bi ku ve herim û hawara xwe di kê kim”. Tûrekî lestîkî, bi firîna bê re, li sîngê wî dikeve û berî ew bi rêkeve, çendek kirin bala xwe ku, bi ser wan de here û çêroka xwe bêje wan; belkî dilê yekî bi ser de bi êşe.

Ew kete nav ewrên toz ê û zibil de, bê silav di pêşiya çend cîranên xwe re borî. “Ez diyariyekê di destê xwekim û… na hîne zûye, ezê a nuha herim qehweyekê li cem Memo yê Keleş vexum û piştî ku, derdê xwe jê re aşkerekim, emê wê hîngê binerin çibikin”.

Dengê zemra tirektorê û qêrîna ajovan, wî ji xwene- rojan şiyar dikin, bi ustû xwarî dide ser riya xwe. Dudiliya xwe dibire û li derî dide, piştî kurte demekê, deng bi pîrekekê dikeve.

– Kiye. Ji kûraniya avahiyê ve deng hat.

– Ezim.

– Tu kiyî. Bi zirtî pirsî, hêşt ku Berhîm heya bi demekê bê bersiv bimîne.

– Ezim.. ez Berhîm im.. Berhîmê Zaredeşt.

– Tu çi dixwezî. Bi gotinê re derî vekir. Pîrekek pêncî saliye, mikyac bîst salan ji temenê wê duxe û dihêle sî salî xûya bike. Di ber bêcemê xewê deye, pişkokên sîng ên jorin vekirî hêştine. Bi dev- kenî gote Berhîm, “Keremke, te çi dixwest”.

– Karekî min bi Memo heye. Ew li male. Di nav gotinan re carekê çav hildan riwê pîreka Memo ku, ewê bi harî li wî dinêre.

– Eger ew ne li malbe, ma qey mala wî jî ne li male, keremke. Dawiya gotina xwe jî bi kenekî kûnde tewakir.

– We sipas dikim û mala we ava, ezê careke din vegerim. Wî bawer nekir çawa ji nav lepên wê bireve û ne bawere ku, gotina dawiyê bihîstibe, lê kenê wêyî kûnde bilindtir bûbû.

Ew di cem çendekên ku, deriyên hukumet nasdikin re borî, tevan Memo yê Keleş nîşanî wî dan, nemaze piştî dizanîn ku, mesela wî li cem hêza asayiye û bi boneya ku, wî li mal bigre, ew çend caran hat ber deriyê wî lê hertim dengê pîrekê digel kenê wêyê kûnde, ji piş derî dihat û digote Berhîm ku, “Ew hîne venegeriye û belkî îro venegere jî”. Tevî vê yekê jî, ew  çend carên din hate ber derî û lê pirsî.

Wê şevê xew neket çavên B. Zaredeşt, bi dehê caran ji nav nivînan derket û bê guneh şerê xwe dajot ser pîreka xwe. Bi bangdana mele re ji mal bi derket, kir ku here û careke din li deriyê M. Keleş bide lê kenê kûnde, ew bi şunde vedigerand.

– Xwedê xêra te bide. Kale- mêrekî gotê. Ev bû panzde salin wan mala xwe anîne û li bajarê tozê bicih bûne, di van salan de kesî ew li ber deriyê mizgeftê nedîtiye û hatina îro hêşt ku, yê pêşî li xêr hatina wî bi pirse. Evê pirsê çêroka Eliyê Egêl anî bîrê ku, wî di bin pirs û xwestekên gundiyên xwe de, rojekê dev da mizgeftê lê ji bextreşiya demê, ew di wê rojê de nîvserxoşbû û dema bihna mey bi hundir mizgeftê ket, mele jê re got.

– Kafir, tu û van deran, tu li çi digerî. Hêşt ku, Elî di cî de bizîvire û berî ji derî derkeve, ji mele re bêje.

– Sipas, berket vêrsin ku ji wede bû û ne ji min. Ji wê rojê û bi şûnde, kesî newêrêbû jê re bigota; “Çima tu naçî mizgeftê”.

Wî hinekî li nimêjkeran meyzekir û hêdî- hêdî ber ve avrêjan çû, karê xwe qedand, dest û riwê xwe şûştin, tevilî civata nimêjkeran bû, weke wan rabû û rûnişt. Ji mizgeftê derket û kete ser cadeyên bajarokê Cindirêsê, ji yekê derdikeve û dide ser ya nuh. Cara pêşiyê ku, xwe bê pişt û bi tenê dibîne, ne dost û hogir, ne jî asoyekî vekirî.

Bi otobîs ê pêşî re, dev da bajarê Efrîn ê. Wî karî bê pirs jî avahiya hêza asayî naskiriba, lê xwest çend kesan bisekinîne û hinekî zimanê xwe nerim bike lê dema dît ku, ewên bi rêva disekinandin bi nirînen pîs li wî dinêrin, ustû xûzkir û berve wê avahiya tal ve çû. Bi destekî lerzok, pelê ku di dest de şilbûye da dest dergevan. Bi dîtina navê serokê xwe re, ew rê ji B.Zaredeşt re vedike û cihê wî nîşan dide. Ew xistin odeyekê û jê xwestin li wir bimîne, heya ew tên û wî dibin. Berhîm ê Zaredeşt mîna mêxekî kefnikî, di nîvê odê de venîştî dimîne. “Bihna laşê mirovan ji vir tê, bi Xwedê kabokên min şikestine, ez bawerim ji gera vê sibêye û nemaze şeva çûye min xewnekirî. Ewê çi bi pirsin û li kê, bes çima ez û piştî van salên dû dirêj, nema navên wan têne bîra min û eger ez bêjim wan ku, min navê wan ji bîr kirî dê ji min bawer nekin, belê.. Çima ez navina li cem xwe çênakim û nabêjime wan, bes ku didû wan navan kevin û derewîna min nasbikin dê berdan ji min re nemîne”.

Di dema ku, wî mejiyê xwe dikola da ku karibe navên hevalên berê derîne û xasma yê pirsiyarê wan, derî vedibe û yek derbasî odê dibe.

– Keremke, serok te dixweze. Dengê wî hêşt zincîra ramanan hilweşe û berî bide dû wî, cilên xwe dûz dike.

– Siba we bi xêr be, ezbenî. B. Zaredeşt ne zanî gotin ji devê wî derket an jî ji yê pêre.

– Tu bi navê B. Zaredeştî?. Bêyî ku, ew seriyê xwe ji nav pelan derîne, pirsî.

– Belê ezbenî, Bi zimanekî lerzok, bersiva wî da.

– Te di sala heyştê û çaran de leşkerî di dadgeha parastina dewletê de dikir?

– Belê ez benî. “Çi demin xewşbûn, kesî newêrîbû li çavên min binêre, min jê re digot te xêre, di wan rojan de, Xwedê çi hêz dabû min”. Pirsa serok xwene- rojên wî revandin.

– Bigire! Tu karî herî. Dema dît ku, bihna wî hîne di hundir deye, çav ji pelên di pêş xew de rakirin û li riwê mirovê di ber masê de sekiniye nirî, riwê beravêtî û zelalbûna çavên Berhîm tirsek xiste dilê serokê hêza asayî, hêşt bi dilovanî jê re bêje.

– Te wê hîngê bîst û pênc dirav bolse danîbûn û nuha ji te re rêkirine. Bi naskirina sedema anîna wî re, kenekî sar û fireh jê kişiya, guh û mejiyê serokê hêza asayî werimand, hêşt ku ew çavekî di berdestê xweke da ku, wî ji hundir derînin.

Tev kenê wî ew derxistin cadê. Berhîm ê Zaredeşt dikir û nedikir ku, ewî kenê riswa bisekinîne lê her ku, bizavên xwe di vî alî de dikirin kenê wî bilindtir dibû û dihêşt xeleka mirovên dora wî firehtir bibe.

Cindirês-1999.

 

 

 

HÊVÎ

           
 
“Ji Stêr ê re”

 

 

Qîj-qîja wan ber bi ezman ve diçe, kes dengê ya din nabîse; berger û hêvî, xeber û lavlav, ken û girî tevlîhev bûne. Di nav wan de dengê giriyê mendalekî û wêje-wîja wî bilindtir dibe. Du-sê pîrek, bi hev re, lîlandineke tûj dikin. Hîne bêdengiya wan di odê de ziwa nebûbû, deng bi mendalekî din jî dikeve û careke din dengê lîlandina difore.

Komeke jin ên rengo-reng li wê derê civiyane; cihê lingekî nemaye. Her yek dixwaze dengê xwe ji ya din bilindtir bike; belkî bala Pîrikê bi ser xwe de bikşîne. Ewa li ser têxt dirêjkirî navkutka dide xwe, hawar-hawara wêye, lê hersiyên ku li erdê dirêjkirî jî bêdeng nesekinîne. Pîrek jî, mîna pinpinîka, ji yekê diçe ya din, lê bala xwe bêtir li ya ku, li ser têxt dirêjkiriye. Hemû nîşan û simbolên zayînê ji laşê wê dadirivin û çilpikên xwêdanê, di eniya wê de, dipişkivin.

Gumana Pîrikê li erdê neket, Meyra Xemê cara paşin qîriya û pêre jî deng bi zarokê wê ket, her yek bi aliyekî têxt de qulibîn û mîna ku di xewneke şêrîn de be, dengekî got:

– Pîroz be, lawike. Pîrikê got û bi lez navika zarok girêda, ew hîne ji paqijkirina Meyrê xelas nebûbû, deng bi jinekê, ji hersiyên ku li erdê dirêjkirî, dikeve. Bi lez dibeze ser nivîna wê û bi mamosteyî dihêle ew jî barê xwe deyne.

Pîreka nuh bar daniye, bi tirs û lavlav serî hildide û li nav lingên zaro dinêre, pêre-pêre hêsirek ji çavan diweşe û berkeniya wê vedimre, serî bi ser balîv de dikeve û êşeke tûj, di hinava Xeca Bilo de, derdibe.

Di du kat û nîvan de, pênc zaro dêng li hev dikin. Berdestên Pîrikê, di oda paqijkirina zarokan de, bi karê xwe yê rojane radibin, her pênc zarokan dixînin nav qundaqan û di nik hev de wîje-wîja wan e.

Xeca Bilo ji berî gişkan dikeve odê û radihêje qundaqa ku, Pîrik dide dest û bi lez ji odê dertê. Dema mêr, ken û pozbilindiya wê dibîne, di cî de şeşara xwe dikşîne û deraqekî di rûyê ezmên de vala dike.

Pîrekên din jî, her yek radihêje zaroka xwe û bi çavşikestî ji odê dertên; Meyra Xemê digel xasû û mêrê xwe ve dikevin ser riya mal.

Mêrê Xeca Bilo, şan û şoret li darxistin, kes di gundê Kêşikê de nehêşt ku, sê caran dawetî teklifa xwe nekir; “Xwedê, piştî heft keçikan bi riwê min ve nerî û ev lawik da min”. Ew bi xwe li malên gund digerî û digote wan ku, “Îro xew tuneye, divê def û dîlan, heya bi heft rojan, sar nebe”. Ew ji hêman û surûşta xwe derketibû.

Komek jin li dora Meyra Xemê rûniştine, dengê yekê naçe ya din, di nav de carna giriyê zaro bilind dibe û dengên wan vedimre, lê dema gihîşt radeya ku giriyê wê bihna wan teng bike, xasiya Meyrê radibe ser xwe û di nik cihê bûka xwe de, qundaqê vedike. Meyrê jî serî ji ser balîvan hildide û dema ku, çavên wê bi nav lingên keçikê dikeve, hiskîniyeke tûj ji wê tê.

– Na… na, ev ne zaroya mine. Bi gotinên wêre deng ji civata pîrekan tê birîn. Pirê wan destan davêjin “rihên xwe” û bi çavine beloq li wê dinirin. “Wê ji min re gotibû; pîroz be lawike”. Xasû şêt û mêt dimîne, ew ne dizanin ku Meyrê ketî bin saweke giran an jî jê bawer bikin.

Ev gotin di nava gundê Cindo de belav dibe, rûniştinên ber mizgeft û ser bênderan pê têne borandin. Guman di hundirê wan de, her roj firehtir dibe û di sibeyeke sar de, mêrê Meyrê dikeve ser rêya Efrîn ê, dêv dide cem Pîrika zara xwe, da ku guman û rastiyê ji hevdu bibire.

Sê roj di ser bûndina zaroyan re derbas bûbû û hîne ji bilî ava şêrîn û hineke razyane neketiye devê keçika nuhatî, heya piştî bergera pîrekên gundê Cindo jî ku, Meyr ê pêsîrê xwe vekir û xwest memikên xwe têxe devê keçika biçûk dît ku, ne şîr di wan geriye û ne jî keçik memikên wê digre û ew ji vê sibeyê de li benda mêrê xweye ku, salixa rasteqîn ji wê re bîne; ew li benda bersiva ku, “Bi şaşbûn lawikê te bi keçike pîrekekê, ji we pêncên ku we bi hev re barê xwe danîbûn, gewrîne”, mabû.

Di deriyê Pîrikê de, herdu silavê li hevdu dikin û her yek dikeve wê gumanê ku, ewê din cara dîtiye lê rewşa wan nedihêşt ku, li ber vê yekê bisekinin; mêrê Xecê piştî hinek pirs û şîretan da ku, çawa û kîjan şîrên qutiyan bidin lawikê birçî, bi lez derketibû û wî dixwest dêv bi dermanxanê de, lewra hindik mabû ku, li ew kesê ketibû derî de û hêştibû wêneyên dostên xweyî dûr û nêzîk bi bîrbîne, bikeve. Lê gava nêzîkî li dermanxanê kir, mêrik û silava wî ji bîr dike.

Dema pîrikê seriyê wî dît, di cî de rû avêt û bi zimanekî tûj deng li berdestên xwe kir ku bi lez oda zarokan bimalêşin. Wê hêşt ku mêvanê xwîngiran di nîvê odê de, heya bi demekê, bête tevizandin û lal bimîne.

– Bê qusûr, biborîn.. ez nizanim çi bêjim… berî her tiştî, te ez naskirim. Piştî berxwedanek ne hindik, mêrê Meyrê pevokên xwe dan dû hev. Dema Pîrikê aliyê wî yê din naskir, ji nuh ve dilêriya xwe kom ser hevkir û bi mirûzekî bê hest lê nirî û got: “Na, bes ne dûre ku, tu carekê bi jina xwe re hatibe cem min. Rojê evqas kes di cem min re derbas dibin, keremke tu çi dixwazî”.

Mêrik demeke dirêj bê deng dimîne, pêlek wî dibe û yek tîne, çawa jê re bêje ku, pîreka wî dibêje, lawikê wê bi keçikekê hatî guhartin. “Ne dûre ew bêje min tu merîkî dînî û divê bi ser de jî polîsan ji min re bîne”.

– Keçika me birçiye û memikên dê nagre.. ev bû sê roj ji bilî ava şêrîn tutişt neketî zikê wê”. Sawa ku di çavên Pîrikê de derbûbû vedimre…

– Xwe netirsînin, ev tiştekî normale. Zarê nuhatî ku heya bi çar-pênc rojan jî tiştî nexwe nexeme. Bes bila pîreka te bizavên xwe bike û dema zaro motacî xwarinê bibe, wê ji ber xwe memkan bigre.. Ma ew ya weyî pêşî ye”. Mêrik, seriyê xwe bi angoya “belê” hejand û piştî hinek şîret jê girtin rabû ser xwe da ku derkeve. Berî ew ji derî derbas bibe, dengê Pîrikê ket guhên wî. “Eger ku, keça te piştî du rojên din pêsîrên dê negirtin, divê hûn şîrê qutiyan bidinê û pelê ku, li ser navê şîr nivîsandibû da dest wî”. Pîrikê dixwest ku di dema axaftina xwe de, tinaziyên xwe bide şûn lê bizavên wê bi ser nediketin û heya dema ku mêrik di qurzîka çavekî de hinek hêrs rijand jî, wê nikarî berkeniya tiraziya xwe jê veşarta.

Bi rêve, danûstandineke bê dilovan ew bendkiribû; ramanekê dilê wî sar dikir û yekê jî pêlên guman û nedilbicibûna wî germtir dikir.nemaze berkeniya wêyî tinazî ku dihate bîra wî dihêşt gumanên wî tûjtir bibin. “Bes.. na wilo nabe.. çawa nizane.. wê bi devê xwe du-sê caran, ji min re, got keçika te, bêyî ku ez matbûnekê di çavên wê de bibînim”. Hîne evê bersiv û encamê cihê xwe di dilê wî de negirtî, ramanên reş bi ser wî de dibarîn; “çawa ewê zanibe ku zêdebûna min law an keçike û wê ez nasnekirim. Ma ne piştî min got; keça min birçiye, wê jî got keçika te.. Bes bûyer ne ji mêje û wê jî got ku, rojeke tekaneye di jîna wê de û bawer nake ku, careke din ewqas Pîrekên bi ducana li cem wê bighên hev”. Bi vê baweriyê hinekî dilê xwe rihet dike û dikeve ser riya gund.

Sê-çar rojên din di ser pênc mendalên nuhatî re derbas dibin. Ev herdu zar, her roj bêtir dihelin. Bavên wan li deriyê bijîşkan vedipekin, mêrê Xecê dikir ku, xwe buxwe û bi ser bijîşkan de dikir qîre-qîr “çawa tunexweşiyên wî tunene, eger wiloye.. çima şîr venaxwe”. Di sê rojên pêşîn de, wan hinek ava şêrîn û razyane vedixwer, lê piştî wan sê rojan, nema evan tiştan jî vedixwen.

Gundê Cindo û Kêşikê nêzîkî hevin, mirîşkên wan tevlî hev dibin, pir jin bi hevdu berdêlkirine, lê pir xwîn jî di navbera wan de rijiye û ewan mirîşkan fêm nedikir; dîsan jî diketin ekûr û ser sînorê gundê din, dê bihştana şerekî nuh bi hevdukeve, xwîn bêtir bête rijandin û keçikên nuh gihayî bibin qelen da ku, karibin kuştiyên xwe di yek mezel de veşêrin.

Piştî bîst û yek rojan, ji girî û lavlav.. ji bijîşk û dermanan, lawik cara dawî deng ji xwe derdixîne û dikeve xewke bê şiyarî. Qêrîn bi Xeca Bilo dikeve û mêrê wê weke koviyekî birîndar êrîşî ser candekê lêwik dike û di ore, azireke hovî dilê wî dikole, kesên ku li dora wî civyabûn çiqwas dixwestin wî ji ser cendekê lawikê mirî rakin, lê bê çare jê vedikşîn û demeke dirêj di wê kefleftê de man da ku karibûn lêwik ji hembêza wî derînin.

Di rê de û piştî ku, lawik veşartin Xeca Bilo ketibû nav komeke jin û bi şênî berve gund dihatin, carina deng bi met an jî xaltiyek lêwik diket û xelkê negiriya azirî ya Xecê bi angoya birîneke kûr fêmdikir û digotin; “Rebenê, piştî heft keçikan û sondxwarina mêrê wê ger ku, zikê dawî jî keçik be dive ji cem Pîrikê bide ser riya mala bavê xwe; dê ew li xwe heram kiriba… Piştî van heft keçikan bi lawikê xwe şanebû, Xwedê dilê kesî neşkîne”. Xecê jî ketibû nav mij û dûman de, dê çawa ji mêrê xwe re, windabûna sê cotên bazinan, bin cil bike.

Gava gotin û wêneya mêr hat bala wê, çavên xwe li wî gerandin, lê bê pêjin bû. Ji gava ku ew gihîştibûn nêzîkî goristanê kesî ew nedîtiye, çend caran li dor wan daran û bi çend dengan lê gerîyabûn da ku, seriyê wî xweşbikin, lê bê sûde bûn û nuha, Xecê jî çavan digerîne lê mêrê wê “bûbû pariyek nan”.

Ew hîne di nîvê rê de bûn dîtin ku, ji wê ve komeke jin û mêr rahiştine candekekî bi çûk û bi şêniyeke hêmen ber bi mezel ve tên. Gava ew nêzîk dibin û çavên Xecê bi Meyra Xemê dikevin û dinase ku, ya mirî keça wê ye, qijînî bi dil û zimanê wê dikeve û bi êrîşiyeke kovî xwe dajo ser cendekê keçikê, berî ew bighe wê çend pîrek wê digrin û guhnadin lavlavên wê ku, bihêlin ew nerîna dawî li keça xwe bike.

  • “Stûyê min bişke, mala min wêran bikeve. Ew ji ser hişê xwe çûye, her miriyekî dibîne bi wêye ku, lawikê wêyî miriye”. Pîrejinek dilorîne û Xecê ber bi gundê reş ve dikşîne.

 

 

Cindirês-1999.


 

 

 

QESRA MÎR

 

 

Rojekê ji rojan, gotina pîrekên bajêr têne ser hev; Ev jî di dîroka bajêr de cara pêşî bû ku gotina du kesan bê ser hev. Bi dengekî gird û mîna lehiyekê, ku ji devê Xwedayê kaniyan birje, lehiya pîrekên bajêr di kolanan re diherike û di dawiya dawî de, li ber deriyê Mîr radiwestin û dihêlin ew ji hembêzên komjinên xwe derkeve ber pencereyekê: “Ew çi dixwezin”, ji şêwirdarekî xwe dipirse û gava têdighe ku xwesteka wan dîtina wî ye, carekê- dudiyan li lehiya wan dinire û qesra xwe li wan dipîve; têdighe ku qesra wî dê têra wan neke û ew evê yekê dike bala xwe, ku gereke qesrê firehtir bike da ku, û eger ku, rojekê dilê wî xwest û miletê xwe vexwîne cem xwe an jî wan di qesra xwe de dîl û bendkirî bike, gereke ew qesir têra wan bike.

Evê sedemê hêşt ku ji şêwirdarê xwe re bibêje: “Bila, tenê nûnerên wan derbasî cem me bibin”, û ew ji nuh ve vedigere hembêza daniştoka xwe û koma jinên xwe yên ku li dora daniştoka zêrîn civandibûn dişelîne û wan ber bi odeyên wan ve dişîne.

Piştî qirecireke dûdirêj; ka kî gereke derbasî cem Mîr bibe û kî derbas nebe, ka kî dikare nûneriya wan bike, û gava Mîr dibîne ew negihêştin tubiryaran, dêng li dergevanên xwe dike ku ewên li ber derî berdin cem wî: “Hertim sergovand ê herî başe û dizane çawa dîlana xwe bigerîne”. Bi vekirina derî û têvedana yên piş re, çend pîrekên ku di devê derî de hatibûn civilandin, mîna bireka ku ji devê tivinga zer direve, di nîvê salonê de radiwestin.

Wî hîne negotibû: “Xwedê xêra we bide”. Bi hev re deng bi wan dikeve û ji bilî çend gotinin ji hevketî, Mîr tutiştî din nabihîse û ne jî têdighe ka ew çi dixwezin, ew du-sê caran bizavên xwe dike ku xwestekên wan nasbike lê hercar bê sûde dertê. Bi hêrs destekî xwe hildide û dengê pîrekan dibire, tiliya xwe ber bi ya herî pîr dirêj dike û ji wê dixweze ku xwestekên xwe bîne zimên.

Heya bi demekê Mîr tênegihêşt, ka diya pîr henekan dike lê ew xewnekê dibîne; kesî hîne wilo nekiriye û ne jî ew biryar di destê wî de ye û Mîr dirame ka çi hêştî ku ev pîrek bighên evê biryarê û ka ewê çi bersivê bide wan û wan ji vê riyê vegerîne: “Xwedê kir ku min komjinên xwe ji vir derxistibûn û wan ev çêrok nebîstin”.

– Diya pîr ev yeka ne ya bibêye; Tu çawa ji min  dixwezî ku ez fermanekê derînim û rê bidim we ku heryek ji we karibe çend mêran ji xwe re bîne. Ezê bi evê yekê sîstema bajêr bînim xwar.. na.. na, dev ji van çêrokan berdin û vegerin mal û mejiyê xwe diseriyê xwe kin. Mîr daketibû nav koma jinan û mîna dîkekî di nav wan re digerî û wî çendek di ber çavên xwe re kirin da ku keriyê xwe mezintir bike.

Gava Mîr dît ku ew li seriyê xwe nîştine û ji ya xwe venagerin, wî gote wan: “Emê nuha bi hev re şanoyekê binimûnin û di pişt re emê binirin ka tayê reş bi kê re ye û kî xwediyê yê sipiye”. Mîr dêng li çend berdevkên xwe dike û ji wan dixweze ku ew beroşekê ji wî re bînin û di nîvê salonê de deynin û piştî ku her pîrekek radihêje kûpekî avê, Mîr ji wan dixweze ku heryek ava xwe valayî beroşê bike, bi valakirina ya dawiyê re û vegerîna wê nav hevalên xwe, Mîr careke din dêng li wan dike ku ew rahêjin kûpên xwe û ber bi beroşê bên: “Emê nuha bihêlin ku hûn ji nuh ve kûpên xwe dagirin lê tenê merceke me heye û ya ku tê de bi ser keve emê netenê bihêlin ku ew kûpê xwe dagrê lê emê rê bidine wê ku ew, ji xwe re, çend mêran tîne bila bîne û ji peyayên me, hûn razîne”.

Tevan bi erênî seriyê xwe hejandin û ji Mîr xwestin ku ew merca xwe bibêje: “Emê a nuha bibêjin, lê ya ku nîne cih emê wê jî tevî keriyên jinên xwe kin û weke ku me berê jî gotiye; Gur bi pariyekî din namra. Binerin tenê merceke û emê bihêlin wîn a xwe bi ser ya me xin, de herkes rahêjin kûpê xwe û bi ava ku têdebû dagrin”. Çendekên ku bezîbûn û ji berî ku bighên beroşê ew jî mîna hevalên paşmayî, û bi têgihêştina hevokê re, di cihê xwe de rewisîn. Mîr di bin simbêlan re dikene û ji berdevkên xwe dixweze ku cihekî ji koma jinên wî yên nuh re bibînin û ew, xewn û xewnên xweş, bi ber dilê xwe direşîne.

Dê îşev û ji bilî çendekî xew nekeve çavên wî; Piştî ku ew li ser çendekan, ji pîrekên xwe yên nuh, gerî û bi dengê mele re vedigere odeya xwe ya razane, ew tê de derdixe ku hêz û xewa xwe di wê gera xwe de windakirin, û tevî ku wî tukesî din bernedida ewê odê da ku ji bilî bihna wî nekeve wir û bêvilên xwe bi bihna kesekî din negemirîne, dîsan jî xew nebû mêvana wî.

Şeveke kinbû di deriyê xwe da lê dûvê wê pir dirêjkir, nemaze piştî ku xew revîbû û hêştibû ku ew mîna dînan ji odeyekê derkeve û têkeve ya din bê ku ji bilî serseriya xwe, tutiştî din, di wan deveran de bibîne û piştî ku pişt li wî dişke û bi tîrên rokê yên keçîn re vedigere odeya xwe, dêng li mezinê cadûgerên qesrê dike û jê dixweze ku xewna wî ya şeva çûye raveke û ji berî ku ew ji Mîr bipirse ka çi xewnbû, Mîr dibêje: “Şeva çûyî û weke ku tu dizanî gereke me ya herşev li ser mal û milet hebû da ku em rê û rêçikan li ber çete û dizan asê bikin, em derengî şevê vegerîn odeya xwe û me hîna seriyê xwe dananîbû ser balîv û weke hercar em di xew ve çûbûn; Dilê me paqije û destên me jî sipîne, çima lûsa xewê dê di çavên me de nelezok be û çiyê bihêle ku em bi dû wê din lê mixabin şeva çûyî û piştî ewê kêlîka ku me tê de xewkiribû û ew xewn dîtibû me naskir ku reva xewê, ji çavan, çiqas tûj û girane”.

Dema Mîr sîka bêaramiyê di çavên wî de dibîne û dike ku dêng li şûrlîzê xwe bike, cadûbaz mîna kitikan ku çawa di rojên zivistanê de xwe di yekî didin, ew jî û bi himhima xwe bi Mîr dide fêmkirin ku çêroka wî pir xweşe û ew dikare li ser lingekî çêrokên wî bibhîse, bêyî ku tevizîn tekeve wî lingî.

Mîr bi evê xwedinê re bêtir diwerime û mîna dîkekî sîngê xwe bêtir bilind dike û dibêje: “Min dît ku ezî li çoleke tîr dimeşim û ro, tenê, bi gazekê di ser seriyê min de sekiniye û hêştiye ez û ewê beyarê ziwa bibin, eger ku yekî bi me herduya bigirta û biguvêşta dê dilopeke av jî ji me negirta ne pir dûrî me jî beroş û beroş belav bûn û av ji wan dadirivî lê her ku min av ji wan vedixwar ez bêtir tihî dibûm û vêre jî dêwek ji binê wê ve serî hildida û digote min: “Ev av ne ya te bû, te çima jê vexwar, de ka ji nuh ve verîşe”.

Cindirês-2000.      

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Çêr – Çêrok


 

 

 

 


 

 

 

ÇIRÛSKIN JI..

        JIYANA Hesê RÛT

 

 

Pêkenîn

Dibêjin ku navê yekî derketibû ku ew, ji xwe re, bi her yekî dikene û wî tazî dike. Evê yekê hêşt ku Hesê Rût ji mala xwe derkeve û dêv bide gundê wî kesî. Zû- dereng, ew dighe gund û wî di gedûka malekê de digre û jê dixweze dê çawa karibe bi wî jî bikene. Camêr li Hesê me vedigere û dibêjêyê; “De ka li vê derê li benda min bimîne heya ku ez karê xwe li vê malê diqedînim û ezê bêm û ji te re xûyabikim”.

Pir dereng dibe û ew kes venagere, dihêle bihna Hesê Rût teng bibe û xwe li hewşa wê malê bade, bi dengekî – dudiyan bang li xwediyê malê dike û, piştî ku ew dertê, pirsa wî kesî dike. Xwediyê malê destên xwe li hevdu dixe û, piştî ku du-sê caran jî ustû badide, dibêjêyê; “Ewî silavek da û li bersivê jî nesekinî û di gedûkê re derket, çû”. Hesê Rût dinire ku wî destê xwe bi aliyê din de dirêjkir û tê derdixe ku du gedûkên hewşa wî hene.

Evê têgihêştinê hêşt ku ew bi ser xwediyê malê de biqîre; “Law mal xerabo ma tu ji Xwedê zanetirî, heya ku tu du gedûkan ji hewşa xwe re çêdikî. Wî çima du dev ji te re çênekirin”. Piştî gotinên xwe, ew jî, di wê gedûkê re derdikeve û bi rêve dirame; çima ew ji pêş wî revî û, ji xwe re, bi wî jî nekenî.

Ew di van ramanên xwe de bû û dem jî derengî şevê bû, heyv jî ji zûde reviyabû û ezman rût hêştibû. Evê yekê dihêşt ku yek li nîvê yê din keve da ku zanibe hineke din, ji bilî wî jî, li ser rêçikên gund dimeşin. Pir naçe û Hesê me ji rêçikê derdikeve û di binê rê, di kortekê, werdibe û hîne jî ew, bi wî û reva wî, diramiya bêyî ku bighe tutiştî.

 

 

Zîrekî

Rojekê jî ew li civata Axayê gund rûniştibû û, weke hercar, xizmetkariya civata wî dikir û yek şiv, cixare ji bêrîkên wan dikişandin, helbet çend pîneyên nên jî bi destketibûn û dêwên zikê xwe pê xulmaş kiribûn.

Nexêr, dilê mêvanekî Axê li vexwarina mey vebû. Dem zivistana qerte; heft şûrikên avê li derve bûne yek û bor-bora seg û guraye. Çend caran Axê got; “Kî diwêre rabe here Şiyê”. Lê deng bi tukesî neket; çûna ji gund heya bi Şiyê divyabû yek di ber mezelê Şêx re bibore û gundiyên nêzîkî mezel dizanin ku herşev şan û şoret di wî mezelî de têne kirin.

Ji nişkeve, Hesê Rût, xwe davêje gorepana mêran û dibêje Axayê xwe; “Ezê herim”. Axê nedixwest wî bişîne da ku civata wî rût û bê xizmekar nemîne, lê turiyên din li ber wî tunebûn. Piştî çend peran dixe destê wî, rê didêyê ku ew rabe here.

Bi rê ve, bi fîte-fît, dimeşe û pir caran dengê xwe dibirî ka kes li dû wî dimeşe lê na, tevî evê  tevdîra wî jî, nehêşt ku du zirtik nekevin pêşiya wî û xwe, di ber kêla gora Şêx de, veneşêrin û bi gihêştina cem gorê re, Hesê Rût, bicarekê hilma xwe dibire, lê gava ku gotina meleyê gund tê bîrê ku; “Ewê silavê li gora Şêx bike tukes newêre nêzîkî wî bibe”. Hesê me, bi dengekî şeliyayî, silavê li gorê dike.

Bi vegrandina herdu zirtikan û derketina wan a ji piş kêla gorê, kabokên Heso dişkên û bi eynî wî dengî dibêje wan; “Xwedê hebûn û hejmara we zêde bike Şêxên min. Min ev pere anîn da ku hûn karibin kefenên xwe nuh bikin”. Herdu zirtik, tena kirês, derketibûn pêşiya wî.

 

 

Dilketin

Rojeke din jî ew di binê gundekî re dibore, jêmayîbê segekî jî dema ku seriyê wî dibîne êrîş ser dike û bi gewte-gewt bi dora wî dikeve da ku keysekê bibîne û lepeke goşt ji wî daterişîne.

Dengê seg dihêle ku keçikek di xweşikbûna rokê de di sibeyên zivistanan de ji dergehê hewşê derkeve û dêng li seg bike da ku ji wî rêwiyî vegerîne. Dengê keçikê dihêle dilê Hesê Rût, weke ku zerikeke kuzotên sor bi ser de kiribin, biqijile û bêyî ku riya li pêş xwe bajo, ew vedigere gund û dibêje du-sê ciwanmêran ku di temenê wî debûn; “Min yeka xwe dîtî û dilê wê jî li min heye”.

Ew xwe didin hev û dikevin ser riya gundê ku yara Heso lê. Bi rê ve û ji berî ku ew bighên gund, yek bîrewer derdikeve û ji wî dipirse, ku ew ji wan re bibêje; kengî û çawa dilê wan kete hevdu û çawa hevdu naskirin.

Dema Hesê Rût çêrokê ji wan re dibêje, ew di cihê xwe de radiwestin û ewê ku pirs kiribû dibêje hevalên xwe; “Eger ku em ji wî ne hêçtir bana, me xwe bi ber bayê wî nedixist û emê neketana dû wî”. Bi van gotinan re, ew ji nuh ve vedigerin gund, lê Hesê me riya xwe dajo; tutiştî nedikarî ewî ji ser vê riya pîroz vegerîne.. ji bilî segê wê malê û bêdengiya keçikê.

Lê Heso hêviyên xwe nebirîne û ew hîne li gundê keçikê digere.

 

 

 

Jinanîn

Temenê Hesê Rût gihîştibû çel salî û wî hîne jin nanîbû û demên ku gundiyên wî jê re digotin; “Kuro tu çima nazewicî”. Ew, pirê caran, ji pirsê direvî û dikir ku nebîstî lê gava ku bidîta yek jê nagere, bi rûyekî nerim digote wî; “Min çend diravên xwe ragirtine da ku tazî û bê kefen neçim hizûra Xwedayê xwe û bihêlim ku ew jî, ji ber min ve, fedî bike”.

Lê gundiyên wî jê negerîn û gotinê; “Eger ku tu mir emê te rakin, xema wê yekê nexe”. Bûr – mecbûr hêştin ku ew li yeka xwe bigere, ya rast bêyî ku bihêlin ew li wê bigere, wan yek nîşan kiribû; tevan çavên xwe berdabûn kermekeçekê û jê re tînin.

Lê wî tucaran xema mirinê nexaribû û ne jî bi wê yekê ramiyabû; Piştî ku şeş meh di ser zewca wî re diçin, pîreka wî dimre, û hema ku hefteka wê diqede, ew xwe li civata Axê digre û di nîvê wan de radiweste û dêng li wan dike.

– Min tutişt nizanî û ne jî min dixwest zanibim, we ez hînî evê yekê kirim û nuha jî ne pereyên kefen man û ne jî jinik ma. Piştî ku civat têr dikene, Axe dêng li Hesê Rût dike ku here çayekê ji wan re çêke.

 

Rûmetkirin

Lehengê me, di kirin û fermanên Xwedê de, şerpeze mabû; wî li dora xwe dinerî ku hineke ne tutişt bûne xwedî nav û deng û seriyên berana, ji wan tenê re, dadikevin û yên weke wî jî, û piştî ku ên pêşî dev û rûyên xwe dişûştin, bin diranên xwe yên kurmî bi pariyên tisî tijî dikin û pir caran ew parî jî bi dev wan nediket.

Evê yekê hêşt ku ew, di rojekê de, biqîre û bibêje; “Erê ew camêr, hertim, bi cil û kincên paqij têne civatan, lê sedî-sed û eger ku yek wan rût bike, dê ji bilî zikê wan ê mezin, tucudabûnê di navbera min û wan de nebîne û ew jî rê nade wan ku hertim cihê bilind ê wan be”.

Hesê me, her çaxekê, ev pirs ji xwe dikirin, lê ew nedighêşt tuçareyan da ku ew jî bibe xwediyê nav û dengekî girs, ji bilî ku here û bi seriyê kaniyê de birî, gûke. Erê wî hêşt ku av li tevan biherime. Lê bûbû, yek, ji xwediyên bi nav û deng.. û ew jî dikeve dîrokê.

Cindirês-2000.

 


 

 

 

MÎRKA Û ÇÊROKÊN AVÊ

 

 

( 1 )

Rojeke zivistanê ye, azman bi ewrên baranê avise, ew li ber xwe dide, mirov gûman dike ku ewê di navbera kêlîkê û ya din de hilweşe. Dem jî ser êvarêye û rok ji zû de reviyaye û xwe di piş çiyayê Gewir, di kortika xewê de û ji ber bê û sermê, veşarstî.

Di evê rewşê de pasa Mabeta, ku ji Helebê ve tê, dighe pêşiya dikana Hec Ibo û xelkê gundên wan derdoran jê peya dibin û heryek hildide gava da ku karibin ji berî baranê xwe bighînin malên xwe. Lê ewên ku malên wan li gundên dûrî Mabeta bûn, kiribûn balên xwe ku ewên evê şeva zivistanê li ber agirê pixwereya dostekî xwe biborînin û heya ku şev kaldibe ewê çîrokên dostaniya xwe bi bîr bînin.

Hesê Zelê û Hemoyê Egîd jî mîna hemû lênîştvanên pasê peya dibin. Ewana ji Helb ve li rex hevdu rûniştibûn û dirêjî û gir-gira pasê bi çêrok û serpêhatiyên gundên wan derdoran derbaskirin û ji berî ku ew bighên Efrînê û dema ku Hesenê Zelê seriyê xwe di pencerê re der dixe û li derve dinire dibeje hevalê daniştokê; “Xwedê zanê, lê ez dibêjim hîne em negihêştine gund dê baran ê lêke”.

Bi bihîstina evê yekê re Hemo dibêje xwe: “Bi Xwedê ev defreteke ku ez îşev li Mabeta li cem dostê xwe bimînim”. Gundê wî dûr bû û ji zû de jî dostê xwe nedîtibû.

Bi daketina wan re, yek çilpikên baranê di tîna eniya wan de ziwa dibin û dihêlin ku ew ji xewnerojên xwe şiyar bibin. Herdu camêr milên xwe didin hev û dimeşin lê hîne wan çend gav navêtibûn Hemo xêtir dixweze û dihêle Hesê Zelê bi destê wî bigre: “Tê herê kuderê de ka were emê bi hev re herin”. Hemo vediciniqe, wî çêroka gundê Mîrka û avê baş dizanî û ev jî sedemek bû ku ew bixweze li Mabeta bimîne lê ev yeka ku ji Hesê hatibû hêştibû ku ew li van çêrokan vegere ka rastiya wan heya bi kîjan pileyêye. Hes jî bi ser xwe de ponijî bû û dema dît ku Hemo dixweze li Mabeta bimîne û ewê bi tena xwe di wê şeva zivistanê de dakeve gund, dilê wî di devê wî de rawestiye û bi destê Hemo digre û bi zorê wî bi xwe re dadixe.

Di çateriya ku ji rê diqete û derdikeve Mîrka, Hesê Zelê dêv dide gund bêyî ku ji hevalê rê re bêje keremke, lê ev yeka tutiştî nîne ber dilê Hemo û ew jî dide dû wî. Dûr-nêzîk, ew dighên ber deriyê mala Hesê lê heya wê hîngê deziyekî ziwa di wan de namîne.

Dema ku Hes derî vedike û dibîne hevalê rê dixweze xwe ji berî wî li hundir badê, ew di cî de dêst dide pêşiya wî, rê lê dibire û jê dipirse: “Kuva, tu yê derbasî kuderê be, bi Xwedê eger ku tu bi van cilan derbas bibî dê ez û te yê li derve bimînin û pîrekê dûvê me herduya di ber me re ke”. Hevoka dawiyê di piş derî de dibêje û bi girtina derî li piş xwe, di rûyê Hemo de, dihêle reqînî bi eniya wî keve û ji xewneroja xwe şiyar bibe ku xewa li Mîrka ji wî re nema. Pîs-pîs ji ber derî bi rê dikeve û dide ser riya dûr.

 

 

( 2 )  

Dîno jî wê şevê riya mal dernaxe û li çend deriyan vedipeke lê herku ew dighêşt ber deriyekî û du-sê kulemist di derî de diçandin û dihêşt malxên malê ji hembêzên jinikên xwe bêne kişandin û bi dengekî-dudiyan bi pirsin; kiye ewê evê nîvşevê li ber deriyê wane û bi naskirina dengê wî re dihêştin ew pir poşman bi şûn de vegere û li deriyekî din bipirse.

Dîno heya bi heft nîvşevan li deriyên gundê Mîrka dibe mêvan bêyî ku kes di rûyê wî de veke û ewê hêsira ku di kovana çavê wî de qeşa girtî bibîne. Û ji bextreşiya wî ye ku ew li deriyê merivekî xwe rast netê.

Derengî şevê û piştî ku xew li pişta wî siwar dibe û lingên wî giran dibin, ew xwe di piş sancekê de dimelisîne û piştî ku seriyê xwe dixe bin kurkê ku bi heftê cihê qetiyayî û nikare rê li ber kurbayên çiyayê Gewir bigre, ew weke mirîşkekê lûs dibe.

Tenê di mirinê de bextê wî sipî derket; Di berbanga sipê de, mele derdikeve û dema dixweze here piş ewê xanîka ku li şûna çêşmê bi kar tanîn, û li ber sanca wê ew bi ser tiştekî vedibe, bi qêrîna mele re çend cîwarên wî jî, ku amediya xwe û destavê dikirin, komdibin û laşê Dîno yê ku ling xistine zikê xwe û wilo hişkbûye radikin ser piyan.

 

 

( 3 )

Dînê mala tunebin xêra wê malê çiye û Şêxên gunda tunebin kêra wî gundî çiye. Weke dihat xûyan ev pirensîpeke kûrbû di mejî û mêjûyê gundê Mîrka de; Ew tucarî bê van herdu nifşên mirova nediman, hertim çend şêx û çend dînên wan jî hebûn.

Di van salên dawî de û tevî ku çend dîn û şêxên wan hebûn lê yek ji wan bêtirî hemû hevalên xwe bûbû xwedî nav û deng û navê wî heya li wan çend gundên derdora Mîrka jî belav bûbû, helbet taybetiya vî kesî jî ji ewê yeka, ku wî karîbû van herdu nihadan di xwe de biçîne, dihat û navê wî kiribûn Şêxdîno.

Rojekê ew ewê faytûna, ku ji xwe re weke malekê dijmart û şevên xwe tê de dadirivandin, li dû xwe dixuşîne û bi wan sirt û pesaran dikeve, piştî êşeke dijwar û pir cobarên xwêdanê ew tev faytûna xwe dighe sirta herî bilind ku ji wir de çend şivîle bi ser gundê Mîrka de diherikin.

Di evê derketina serê sirtê de, Şêxdîno bala gund dikşîne ser karê xwe, lewra gava ku ew li depelkê herî jor li faytûna xwe siwar dibe dinire ku gund bi tevayî derketine ser ban û sewkiyan û li wî temaşe dikin, ew jî evê keysê ji dest xwe bernade û bi hildana navê Xwedê re ew xwe bi ser gund de berdide û dihêle hêl-hêla gundiyên wî bilind bibe û navê Xwedê û Pêximber bête hildan… Erê Pêximber li Boraq nêşt û çû qatê ezmên ê heftan lê Şêxdîno jî li faytûnê nenîş?. Bes ew negihîşt geliyê Tîran.

 

 

( 4 )

Bi kopalê dawî re mazovan belav dibin û xwediyên zêvê didin rex hev û bi sema û lîlandin bûk û zêve didin nav xwe. Çend keçikên nuhdighîn jî xwe nêzîkî bûkê dikin belkî ew karibin fîstanên xwe di yên bûkê bidin, zaro jî li dora wan dizîvirin û seriyên şêkir di bala wan de ye.

Kirîfên reben jî bi zûrne û daholên xwe dixwezin bal û dilê xwediyê dewatê bi ser xwe ve bikişînin da ku wan di nav lîlandin û lingên mazovanan de ji bîr nekê; “Çawa me li derve û li ber van kurbayên zivistanê bihêle, em di sibeyên rojên havînê de xwe li ber agiran germ dikin, ma qey ew nizane ku kirîf bi hûnikê re arsimî dikevin”. Kirîfê ku dide daholê dibêje hevalekî xwe û herdiçe, ew kopalê xwe germ dike.

Mazovan belav dibin piştî ku bûk û zêve dixin odeya wan, tenê diya bûk û zêve li ber deriyê wan û li benda nêşana keçanî û mêraniya law û keça xwe rawestî dimînin. Bavê zêve jî di oda dî de diçe û tê; li benda pîreka xwe ye, ku ew jê re mizgîniya mêraniya lêwik bîne da ku ew jî devê teka xwe di derî re derxe û mizgîniyê, bi du bireyan, ji gundê Mîrka re biweşîne.

Di vê dema ku ewî nedikarî tutiştî din bibhîsta kirîfek seriyê xwe di derî re dirêj dike û bi dengekî qut-qutî dibêje wî; “Ez benî bi Xwedê kabokên me ji serma re ziwabûn, ji kerema xwe bêje zaroyan bila cihekî ji razana me re peyda bikin”. Lê her ku wî gotinek dikir carekê li çavê wî dinêrî û vêre jî li destê ku tek têde dimeyizand ku ew ber bi zikê wî dirêj kirî lê na.

Bi gotina dawiyê re tirsa wî bi cih tê û xwediyê dewatê bi ser wî de diqîre; “Ez li çime û ew çi ji min dixweze. Tenê hûn ji min kêmin, de rahêjin defik-mefikên xwe û dêv bi malên xwe din; we pereyên xwe sitandin ma hîne çiyê din ji min dixwezin”. Lê kirîf zû-zû wî bernade û her ku dengê ewran xortir dibe û çavên wî bi birûskan dikeve û têderdixe ku ewê heya bi heftnîvşevan negihên mal, berger û lavlavên wî kûrtir û bilindtir dibin û gava xwediyê dewatê dibîne ku nema gotin bi wî kar dikin, ew radihêje tekê û li wî nîşan dike, dihêle ku ew û hevalên xwe heftgedûkan bi paş xwe din.

Ji berî ku ew ji gund bi derkevin û li ser milê rastê çavê wan bi Husê kal dikevin ku ewî ji ser pişta ban de li wan dinire. Ew dîtina wî weke keyseke dibînin ku xwe li gedûka mala wî badin û gazinan jê bikin ku wê şeva sar û tarî di bin baskên wî de biborînin. Derbasbûna wan di gedûkê re dihêl Husê kal mîna pisîkekê xwe di sancê werke û ji dervayî mal bêje wan; “Bi Xwedê heya wîn li hewşêne, ezê ne li malbim. Qey hûn dixwezin ez jî wekî we li derve bimînim û pîrek dûvê me gişa di ber me re ke”.

Ew li hev dixurcilin û ji neçarî, û nemaze dema ku seriyê pîreka malê û sibirkeya di dest wê de dibînin, ji hewşê derdikevin û yek bi nîvdengekî bilind dibêje; “Eger ku kewran kete hewşê, seg dê xwe di kimanan werkin”. Bi gotina wî re ew li dû hev rêzdibin û ji gund derdikevin, heya wê hîngê jî rişrişka baranê dest pêkiribûn.

 

( 5 )

Rojekê jî helbestvanekî me, helbet wê hîngê nedizanî dê bibe helbestvan û ne jî koma zarokên bi wî re, ku derketibûn binê gund, geliyê herî kûr û karikên wan jî li pêşiya wan diçêrîn. Ev koma zaroka bi xwe û lîskê de dikevin û da ku ew ji lîska xwe neyên birîn, ew çend hevalên xwe, yên ku gûça wan lê dibe, ber bi mal ve dişînin; Şîtka cîranê Mîrka ne, da ku xwarinê ji wan re bînin.

Zarşivan, xwarina wan dê nanê ku bi xwê hatibe sitiran û penêrê ku bi kela ava şorê hatibe girtin û di rojeke biharê û piştî lîskeke dijwar ewê nepirsin ziko te çi xwar û çi nexwar, bêyî ku bê bîra tukesî ka av bi wan re heye yan na. katek di ser xwarina wan re naçe û ziman di devê wan de dibe kulavekî ziwa û bi sû-sê girdavan ew xwe dighînin cem sarinca jorî gundê Mîrka.

Erê ew gihîştin ser sarincê lê çaxa berdana cot û vegera şivanan çûbû û zû-zû rêvêketina, ku yekî li şûna danê nîvro mayî dê bi wir neketa da ku ew karibin sîtila wî jê bigrin û hinek av ji sarincê hildin. Lê pir dirêj nakê û cotariyek digel dewarên xwe ve bi wir dikeve û avê ji dewarê xwe re berdide oliqê kevirî.

Piştî ku ew û dewarê xwe têr av dibin, zaroyên ziwa sîtila wî jê dixwezin da ku ew jî karibin ziwabûna xwe vemrînin, lê mêrik bêguhdana bergerên wan sîtila xwe dixe xurcika xwe û ji ser sarincê verê dibe û hêsrê çavên wan bêtir tîr dike. Çendekên din tên lê hemû radihêjin sîtilên xwe bê yî ku tu kes li ziwabûna çavên wan bipirse.

Dema ku zaro bêçare dimînin û bi berdana avê di oliq de, ji aliyê cotariyê herî dawî ku bi ser sarincê ketibû, û ji berî ku dewarê wî dêv têxêne avê, çend zaro û bi hev re seriyên xwe dixînin oliq û rê li pêş dewêr digrin, lê M. Hemo dest davêje sîtila dest wî û jê distîne û bi valakirina wê re êşeke tûj di hinava wî de derdibe.

 

( 6 )

Carekê jî rihsipiyên gundê Mîrka li hav dicivin û biryara rê dûzkirina ku gundê wan bi riya giştî ve girêdide distînin û ew roja din dikin roja sozkombûna xwe; “Hesin hîne germe bikut”. Kesek dibêje civatê û li ser evê sozê belav dibin.

Piştî ku herkes dighe mala xwe û derengî şevê heryek dibêje xwe; “Mala me nekeve çima nehat bîra me ku siba heryek dê, ji bo xwarinê, çi bi xwe re bibe”. Piştî evê pirsê heryek dighe ewê baweriyê ku siba cîranên wî dê hertiştî bi xwe re bînin, lê tenê ewê avê ji bîr bikin û bi gihîştina evê baweriyê re, herkes bi razîbûn seriyê xwe datîne ser balîv û bêxem di xew ve diçin.

Di roja din de, dema ku nîvro dibe û li seriyê hevdu komdibin da ku taştiyê bi hev re bixun bala xwe didinê ku ji bilî avê tutiştî din bi xwe re ne anîne û…. Ew roj ev roje û ew rê hîne wilo nîvbirî maye.

 

( 7 )

                        Mîrka …

                       …

                               …

                                           Dilê Kurdaxêye.

 

 

Cindirês-2000.       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

RÊÇKÊN GUND

 

 

 ( 1 )

Dibêjin ku mirovekî Ezdî li ber Xwedayê xwe gerî û lav jê kirin ku rizqê wî jî mîna yê cîranê wî yê Muslman bol û fireh bibe. Kin-dirêj, rojekê ji rojên Xwedê û yê Ezdî di xew de bû, Xwedê ferîştekî xwe dişîne û jê re dibêje; Tu yê herî wî bighînî ber qulên ku rizqê her yekî tê re dadikeve.

Dostê me yê Ezdî li pişta ferîştê Xweda siwar dibe û derdikevin qatê ezmên yê heftan, camêr dinire ezmanekî qulquliye, hinek hingî firehin, Xwedê bi xwe jî dikare tê re dakeve û bibe para xwediyê wê qulê û hin qul jî hindî tengin, tena kuncî jî tê re derbas nabe.

Dema yê Ezdî li qula rizqê xwe dipirse, feriştê ku ew hilgirtî, wî li bin qula herî biçûk disekinîne. Camêrê Ezdî wê hîngê tê dighe ku çima ewî hertim sêfêl û perîşane, ji qehra û bi bihana ku qula rizqê xwe fireh bike, bi kerb û dilşewatiyeke kizirî, tiliya xwe li wê qulê dide.

Bi qêrîn û êşeke tûj, ku di paşiya xwe de dipelîne, ji nav nivînan tê avêtin û tê derdixe ku wî tiliya xwe di paşiya xwe de çikandî.

 

( 2 )

Dîsa dibêjn ku meleyekî Muslmanan di nav çiyakî re derbas dibû û di devereke teng de zibûnê wî bi ber kelemê dikeve û tê kişandin. Ji yê meleye ku yekî ew girtî û dixweze çend peran bide wî, ew ji bo wê yekê di cihê xwe de bê liv dimîne û dema çaxa nimêja nîvro dibe, bêyî ku xwe bilivîne û li pê nimêja xwe dike û  bi dengekî bilind lavêjan ji Xwedayê xwe dike.

Ji bedşansa wî bû ku niçîrvanekî xwe di wê kelemê de veşartibû û çavnêriya wî dikir, de ka çêroka wiyê di ku de û çawa kuta bibe, lê gava lavêjên mele dibîse, ew xwe nagre û her ku mele lavêjekê ji Xwedê re hildide û xwestekekê ji wî dike, yê niçîrvan bi gotina “na” bersiva wî dide.

Di dawiya dawî de û piştî pir berger û nayên ji aliyê niçîrvan – Xwedê ve, meleyê me bi qehir bi zibûn digre û dikşîne, bi wê kişandina wî re, zibûn diçire û dibe du perçe û pêre jî ew dibêje Xwedayê xwe.

– Bila tu jî zanibî ku min nimêjên xwe bê avdaz dikirin.

 

 

( 3 )

Carekê ji caran, rihme li dê û bavê guhdaran, kalemêrek radihêje tenekeyekî dimsê şêrîn û mîna gundiyên xwe dêv dide bazara bajarê Efrînê da ku bifroşê û ji xwe re şirwalekî bikire.

Kalemêrê me tenekeyê xwe dixe nav nigên xwe û bi dengekî duduwan bang dike.

– Werin dimsê Entabê.

Çendekên nêzîk li seriyê wî kom dibin û ji kalemêr dixwezin ku ew devê teneke veke da ku karibin wê biçaşin. Tiliyek ji vir yek ji wir, dihêle dimsê kalemêr li tevayî gorepana bazarê belav bibe û mirov, mêş û kelmêş êrîşî ser wî tenekî bikin.

Dem dizîvire, ro dighe dev–devî nîvro û kalemêrê me hîn li çûçika rûniştiye û tenekeyê wî jî di nav linga de ye. Ew dinire ku ji dûr ve yekî xwe lê girt û hat, heya bi wê hîngê tektûk li bazarê mabûn. Gava ew camêr tiliya xwe bi têneke ve dike, pirtinî bi devê wî dikeve û dibêje yê kalemêr.

– Malxerab, ev çiye.. bes tu nebêjî ku min dimsê te tirşkiriye.

 

 

 

 

( 4 )

Rojekê jî pîrejinek, û piştî ku çend rojan mastê bizina xwe ya sêwî guhandibû hevdu, ew ketibû ser riya bazara Şiyê. Wê pir hêvî û xwestek di ber dilê xwe re dibirin û tanîn û di nav wan de winda bûbû, geh digot: “Ezê dolemeyeke xwe bikirim”. Piçek nediçû ew doleme bi şalekê diguhert û di dawiya dawî de li kîlok hene rawestî.

Gava dighe wê yekê, ew bi firotina mastê xwe dirame; divê hinekî biha bifroşe da ku karibe kîloyê henê bikire û bi dîtin û pirskirina zibûnê yekê re ku kîloyê mêst bi panzdeh perên Sûriyê nafroşe, pîrejina me seriyê xwe vediçerpîne û helbika mêst ji ser seriyê xwe difirîne, mastê çend rojan li ser riya bazara Şiyê belav dibe û pîrejina reben bê porê henekirî vedigere mal.

 

 

( 5 )

Di gundekî weke gundê Qermîliq de, helbet dê bizin û mirîşk bi bin têlên sînorê kevin û dîsan jî dê netiştekî nuh be ku em bibêjin; Di gundekî wilo de ku ji bilî ezmanekî rût û dûr û wan çend mirîşk û bizinan lê tinebe dê bihêle ku xort ber bi bajar û welatên biyaniyan ve birevin û bihêlin ev kalepîrên van gundan, rojên xwe bi çêrandina van mirîşk û bizinan li dor têlên sînorê biqedînin û bi wan şabibin.

Di rojeke buharê de ku dihêşt dilê yekî bi xwarina kerengan biponije, Heso û Meyrê ji mal bi der dikevin piştî ku, wan çend karik û herdu bizinên gurî didin ber xwe. Dûr-nêzîk ew dighên Lêçe da ku ji leşkerên Turkan bi dûrkevin û çavên wan ên şîn nebînin. Lê ji bextreşiya wan û ji berî ku kalê Heso wan çend pîvokên ku bi xilç hilkişandibûn bi pîra Meyr re buxe, carekê radibe ser xwe û dixweze binire ka karik bi ku ve şimitîne.

– Meyrê, em û karikan ve çûn. Ew bi gotinê re xwe di zinarê, ku derketibû ser, werdike.

– Çi çêbû. Pîra Meyr dipirse û teneya pîvokê di gewriyê de disekine.

– Laşkerên Turk an em hilînan. Kalê Heso, bi rûyekî beravêtî, bersivê dide.

– Malxerabo, min got qey çi çêbû. De rabe her pêşiya karikan û wan bi ser me de vegerîne. Pîra Meyr, bi dilekî sar, jê re dibêje.

– Ma hîne çi ji vê yekê xerabtir heye.

– Bêzirav ma em çiqasî dûrî sînorê ketine, ewê ji me çibkin û bi ser de jî yên gunehkar ewin; ew drbasî nav erdên me bûne. De rabe here û karikan yalde.

– Ez ne ji bona ku em nêzîk an dûrî sînorê ne ji wan ditirsim.

– Ma çiyê din heye da ku tu ji wan bitirsî; tu ne yekî çeteyî ku te sînor talankiriye û ne jî kesekî xwîniye û tu ji wî alî reviyaye vî alî da ku tu ji wan bitirsî û ne jî bihna konevaniyê ji te tê da ku tu ji ber wan bazdî. Pîra Meyr, cara dawiyê, bi sertî jê dixweze ku ew here û karikan bîne.

– Na bi Xwedê ez naçim; ezî çîlim û ditirsim ku leşker çavên xwe di min de pîs bikin. Piştî bêdengiyeke ku bi dudiliyê dagirtî, kalê Heso careke din dêng li pîra xwe dike û dibêje; Here û wan karikan ji nav lepên wan gawiran derîne.

 

 

( 6 )

Şêx Hesenê Belê digel mirûdên xwe li gundê Kora dibe mêvan, eger ku em nebêjin bi sedan lê bi dehan kalemêr ên ku bi temenê xwe ji wî mezintir jî hebûn û ew li destên wî vedipekîn û bi dilekî gerim û tijî tirsa ji Xwedê û rihên Şêx, ew li benda gotinekê, nîşanekê ji wî disekin in.

Şêx, nimêja sibê li ber gora pêximber dike û ya nîvro di mala Xwedê de û ya ber êvarê jî li Beyt el Meqdês û eger ku ew ji dostekî xwe, ji ên Şamê, nexeyidî be, ew vedigere û nimêja êvarê li mizgefta Omewî dike û di van çend salên dawî de, û piştî ku rêkxistina Navnetewî Îraq dorpêç kiriye, ewî nikarîbû biçûya mezelê Kerbila da ku nimêja yasîna li wê derê bikira, lew re ew ji bêçariyê vedigerî mal û nimêja xwe di nav koma zaroyan de dikir.

Helbet mirûdên wî ji berî me pê ramiyan; ew çima naçe û li bajarê Qim nimêja yasîna nake, lê wî vedigerand û digot; “Ez naxwezim têkevim şerê di navbera mezhebên Îslamê de û bibin aliyek”. Tiştê din, helbet tufirokên Şêx tunebûn ku vê gera fireh bike; ew bi keramet û rûmeta ku Xwedê bi serde barandibû difiriya, ma qatê ezmên ê heftan dûre an ev derên ku Şêx lê digere.

Di vê civînê de jî Şêx hinekî xulmaş dibe û piştî ku ew lerzînekê dixe laşê xwe û bi gotina; “Xwedê mezine” çavan vedike, mirûdên wî bi yek dengî lê vedigerînin û yek ji wan xwe davêje nav agirê ku xwediyê malê ji bo bijartina laşê berên bilind kiribû û gava ku bihna don û goştê mirûdê di nav êgir de bêvila hinek mirûdên din dişewitîne û ew dixwezin hevalê xwe yê nav êgir rizgar bikin, Şêx bi dengekî bilind li wan dike qêrîn û dibêje; “Hûn ne ji Xwedê pirtir dadwer û dilovantirin, ka vegerin rojên wî yên ji berî ku ew bibe mirûdê me û binirin ka wî çi kar kiriye, kî kuştiye û Xwedê wilo li ser eniya wî nivêsiye ku ewê bi dû me keve û bi vî awayî jî ji dinê barke”. Bi gotina dawiyê re, deng bi ber gundê Kora dikeve û dê pir carên din Xwedê mezin bikin.

Piştî ku bihna don û goştê beranê bijartî dide ser yê mirovê ku bi qêrînên xwe ve di gelî û newalên gund de winda bûbû, jina malê xwarinê li pêş wan rêzdike û dihêle Şêx Hesenê Belê û mirûdên wî di donê xwe de biqijilin; li şûna ku seriyê berên pê pêşiya Şêx, ew dinirin ku gêrmiya rij daniye ber wî û, bi ser derdan de jî, sênîkên mirûdan bi goşt dagirtiye.

Gava ku ji bo evê yekê, û ji berî Şêx, mirûd li xwediyê malê dikin qêrîn, pîreka wî ji piş derî der dikeve û dibêje.

– Şêxê min de kerem ke, seriyê berên di bin girarê de ye.

 

 

( 7 )

Ew bi bîrxistina navê Xwedê radibe û bi yê pêximber rûdine, hertim tizbiya wî mîna ejdehakî kesk di nav tiliyên wî re dixweşe û çeq-çeqa teneyên wê ber bi ezmanê heftan ve dikşe. Her ku wî teneyek berdida pêre jî, carekê, navê Xwedê bi bîr xwe dixist.

Ew mezin dibe û xeleka mirûdên wî fireh dibe û dibe; ji dûr welatan tên serdana wî da ku xwe bi dawa Şêx misdin û carekê çavên xwe bi dîtina wî ya pîroz bişon. Dibêjin; dîtina wî sereka heft dermanaye, hertim ronahî ji wî dibare û çavên wî jî du rokên di ezmanê eniya wî de ne.

Ew di rojekê de bi tena xwe di odê de rûniştibû, ew jî netiştekî normalbû ku kes li dora wî tunebe û ev tişt dê bihêle ku bihna wî teng bibe û bixweze ji odê derkeve ser ban, piştî ku deng li jina xwe ya sisiyan bike û çaydanek çay jê bixweze.

Ew di kuncikê ku siya dara tiwiyê avêtibû ser de rûniştibû, hinek mêşên hunguv ku dem şaşkiribûn ber bi darê dihatin û gava wan didît ku hîne tiwî şêrîn nebûne, ji nuh ve direvîn, lê hinekan jî dihêştin ku bihna Şêx, ji wan, teng bibe; demên ku êrişî piyala wî ya çayê dikirin.

Ew hîna di wê tevizandina xewkî de bû û lêva piyalê dimêt dema ku gurpînî bi dilê wî dikeve û dibîne heyveke neh salî li ser banê cîrana dilîze. Şêxê Mila xwe diguvêşe ser hev û careke-dudiyan bang li Xwedayê xwe dike ku ji bilî du çavên wî, ji wî, nehêle û ew jî di ser banên cîranan re hilpekin da ku li ber nigên heyva neh salî rawestin, lê dema dibîne ku keçikê dolemeya xwe hinekî dîtir bi jor ve hilda, ew parsûyên xwe dişkîne û lingên xwe dixe zikê xwe; her ku ji wî tê ew xwe kom ser hev dike û dike ku xwe di quleke dîwêr de veşêre da ku bi rihetî li wê binire. Lê ev hemû tevdîrên Şêx bi kêrî wî netên; dema ku keçik seriyê wî dibîne û bi gotina “Yadê” û tirseke mezin re, ew direve xwar.

Ew, carek din, pelê nivêsandî û mîna berbejna ku li hev pêçayî dixe destên wê û jê re dibêje; “Tu ne bi hewceyî ku ez, careke din, ji te re vegerînim; ez dibêjim te dersa xwe ezberkiriye. Tu yê vê berbejnê têxe deverekê ne ku tukes rastî wê neyê û ne jî tu bavêjî nîvê odê ku bi bermala jina malê re bê hilmaştin, bêyî ku tukes bala xwe dide wê. De rabe her ser karê xwe; Xwedê evî karê te ji bîra nake û ferîştên ku li ser milên te, evan rindiyên te ji te re dinivêsînin”.

Ew çend rojên din jî li benda cîrên û berbejna xwe dimîne û di rojeke buharê de ew cîran bi saweke berz dikeve hundir odeya Şêx û ji ber derî de, bi çarlepan, ber bi Şêxê xwe dixweşe û destên pîroz radike ber lêvên xwe û datîne ser herdu çavan: Piştî ku Şêx rê dide wî da ku xwesteka xwe jê re bibêje, ew bi destine lerzokî ewê berbejnê ji bêrîka çêket dertîne û ber bi Şêx dirêj dike. Bêyî ku çavên wî vêkevin ew dizane dê çi bide dest wî, lê gava ku seriyê berbejnê dibîne û tugûmanên wî namînin ku ya wî nivêsandiye û hîne ew pîneyê ku ji derpiyê xwe yê kevin qetandibû û pê pêçabû li sere, bi dengekî bilind û kûr navê Xwedayê mezin hildide û du-sê caran seriyê wî li nav lingan û li dîwarê di pişt wî de dikeve.

Ew heya bi demekê tevizandî û xwe bê deng dihêle û piştî ku dinire cîranê wî mîna mişkekî xwe di qucekî odê de çelmisandî û bi xwendina sawên di rûdêmê wî de, ew baş tê derdixe, eger ku ne keça wî lê heya canê wî jî bixweze dê gorî wî bike. Lew re bê dudilî nivîsa di berbejnê de ji wî re, dixwîne; “Evdê Xwedê, silav û pîrozên Xwedayê mezin li ser te barîn, gava ku bi fermaneke Xwedayî, ji te, hate xwestin ku tu keça xwe li Şêxê xwe mehirke û her ku ev yeka bi lez bête kirin ewqasî rindî ji te re tête nivîsandin û tu dihêle hatina Xidir, ku em giş li benda wî ne, zûtir be”. Heya bi demekê ew tênagihe ku ev xewneke an bi rastî li hizûra Şêx rawestiyaye; “Keça çi û halê çi, wê hîne neh saliya xwe kuta nekiriye”.

Lê ji berî ku ew ji tênegihêştina xwe şiyar bibe, heyva neh salî, di nav lepên Şêxê heftê salî de, tête vemirandin û qêrîna wê di guhekî qul de diçelmise.

 

 

( 8 )

Bûdik mir û gerekbû ew bête şûştin, erê camêr belkî di temenê xwe yê ku heftê salî dirêjkiribû, û weke hûn dizanin ku ev temen di rojhilat de pir dirêje û têra yekî dike ku têr birçîbûn û zilm û zor bibe û yek bawer nake dê çawa bi Erza-Îl bide fêmkirin ku ew bilezîne û zû canê wî bistîne û ji vê dinya, ku ji hineka re kanî û ji yên din re fanî, rizgar bike û dû re çi dibe jî bila bibe û wî bi ku ve dişînin jî ne xeme, bes ew ji dîtina cendirma û çavsoran xelas bibe. Piştî evê kelê ka em ji nuh ve vegerin çîroka mirina Bûdik.

Weke me dît piştî temenekî dirêj û riswa ku hêştibû tugundên Efrînê nemabin û wî çîrok û konê xwe li ser bênderên wan venegirtibe û bi pirs û destvegirtinan jiyana xwe li wan deran danerivandibe, yekî weke vî, helbet dê nasneke ku serşûştin çiye, û ji bilî wan çend carên ku xwe di curnika de gevizandibû, netê bîrê ku tucaran laşê wî av dîtibû, heya demên ku baranê jî lêdikir, ew bi dilopên wê hestnedibû ku dighên laşê wî; Bi hezaran tav gerekbûn ku qirêjiya wan salên dirêj bişo.

Çend kesên ku mala wan nêzîkî bêndera bûn, li ser dengê giriyê pîreka Bûdik şiyar dibin, lê piştî ku ew têdighên çîrok çiye, ji nuh ve, seriyê xwe datînin û gava ku pîreka yekî ji wan dibêje mêrê xwe; “De ka em herin û deng li mele bikin, bila bang li gund bike û heya ew kom dibin, mele jî ê wî bişo û emê wî bi tîrêjên rokê ên berwîlî re veşêrin”. Camêr mitêlê bi ser seriyê xwe ve dikşîne û dibêje jina xwe; “De bitemir, ew evqas sal di qirêjiya xwe de digevizî, de bila du katên din jî tê de bimre”.

Tîrêjên rokê kevin jî dibin û ji bilî çend  kesan li dor termê Bûdikê me kom nabin û ne jî meleyê mizgeftê li xwe datîne ku termê wî bişo û nêzîkî wan deran jî nabe. Mabû ji mecbûrî ku feqeh Şelîm bi karê şûştinê rabe û dema çavên pîreka Bûdik li sibirka dest wî dikeve ku ewî mêrê wê bi sibirkê dişo kir ku bibêjêyê.

– Gû dikime vê şûştinê. Lê wê, ji zûde, zimanê xwe daqirtandibû.

 

( 9 )

………..

       ………..

             Xwedê winda bû.

 

 

Cindirês-2000.       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

أضف تعليق