birîna Serdemê, Hind Ebdelo, Roman

bo daxistina pirtûkê;
https://www.4shared.com/web/preview/pdf/DJSLgyvAfi
an:
https://de.calameo.com/read/00527029895fec3550bbb
bo xwendina pirtûkê: dakeve jêr

– Navê Berhemê: Birîna Serdemê

– Navê Daner: Hind Ebdelo

– Cûreya Berhemê :Roman

– çêkirina tablûyê,berhev kirin û rêxistin: Rêber Hebûn

çap: Malxana komcivîna Zanyarên Azad 062-2019

  • Hijmara xelekirî: 76

Hemo maf Ezber kirî ye ji nivîskarÊ re
Mafê weşan kirina Pirtokê Ezber kirî ye ji Nivîskar ê re û çapa Elkitronî Ya komcivîna zanyarên Azad re ye
/htps://reberhebun.wordpress.com
bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin;
reber.hebun@gmail.com

( tenê nivîskar ê berpirse ser naveroka berhemê xwe)

HIND EBDELO

birîna Serdemê

ROMAN

Diyarî: Ez hemû tîp, peyv û hevokên di vê romanê de diyarî şehîd û pakrewanên Berxwedana Serdemê dikim. Diyariya her dayîkeke Efrînî ku wê cegerê xwe ji bo parastina Efrînê da. Diyariya her bavekî Efrînî dikim ku ew bi hesreta ramûsanekê nîgar bike li ser dêmên lawê xwe yê pakrewan ma. Diyariya her xwîşik û birayekî Efrînî dikim ku ew her şev balgiyên xwe bi rondikên bîranînên xwe tev birayên xwe yên pakrewan şil dikin. Diyariya her Efrînekî dikim ku wî dest ji dara zeytûnê berneda. Diyariya her koçberên Efrînî dikim ên ku li hemû aliyên jiyanê belav bûne. Diyariya her nivîskarekî Kurd dikim ku Berxwedana Efrînê bi pênûsên wan hatin nivîsîn û bi nivîsên xwe êşa gelê Efrînê bi jiyanê dan nasîn dikim.

DI ŞERAN DE

CIHÊN HERÎ BI ÊŞ

ÇEPERÊN ŞER Û NEXWEŞXANE NE

Efrîn ji ber ku warê evînê bû û lê dicivîn dildar û evîndar. Ji ber ku warê jidayîkbûna qehremanan û destanên berxwedanê bû. Ji ber ku jiyanistan bû û li dijî tarî û nezanînê bû. Ji ber ku Bihuşt bû û keçên wî perî û horî bûn. Ji ber ku warê aşîtî û aramiyê bû. Ji ber ku warê darên zeytûnan bû û xweza di zikê zeviyên xwe de vejandibû. Ji ber ku xortên xwe baz û şêr bûn. Ji ber ku gelê wî jiyanhez û xwezahez bû. Ji ber ku lê hebûn Lêlûn, Hawar û Deşta Cûmê çavên pir bêbav, lawir û roviyan li wê bûn.

Ji ber ku gelê wê nijad Arî ye. Dîn, ol û baweriya wan zeytûn e. Ji ber ku Bihuşta xwe Efrîn e, Xwedayê wan yek e û ji bilî wî nîne. Navê gewir û terorîstan lê kirin, bi vî navî ew êrîş kirin û bihuşta wan wêran kirin.

Dara cotkarekî Efrînî û Arî ye. Mîna ku çawa zarok di malzaroka diya xwe de bi werîsê razî bi diya xwe ve girêdayî ye. Dara jî wisa pir bi Efrînê û xwezaya wê ve girêdayî ye. Ango çawa werîsê razî jiyanê dide zarok xwezaya Efrînê jî jiyanê dide Dara. Ji ber ku Dara pir ji darên zeytûnê hez dikir lewma dema ku zaroka wî ya yekem di sala 1992 ronahiya jiyanê dît wî nav li keça xwe kir Zeytûn.

Zeytûn jî bi rastî Zeytûn bû, çavên wê mîna teneyên zeytûnê kesk bûn, porê wê mîna tîrêjên roja meha Gelawêjê pir bi şewiq û zer bû. Bejin zirav û dirêj bû.

Li sala 1997 jî Xweda dîsa zarokekî xort da Dara û wî îcar nav li vî zarokê xwe kir Lêlûn. Lêlûn jî parek ji navê xwe biribû, ew jî bejin bala bû mîna çiyayê Lêlûn û çav gewr bûn mîna zinarên çiyayê Lêlûn. Por gustîlkî bû mîna şaxên darên zeytûnên bejî yên ku di nav zinarên çiyayê Lêlûn de derdikevin.

Herweha li sala 2010 jî Xweda dîsa zarokekî xort da Dara û wî îcar nav li vî zarokê xwe kir Hawar. Hawar jî mîna herdu birayên xwe yên din parek ji navê xwe di termê xwe de vejandibû. Çavên wî kesk bûn ango wek ku çawa çiyayê Hawar bi keskahiya darên zeytûnê navdar e, Hawar jî bi keskahiya çavên xwe di nav zarokên gund de naskirî bû. Ew jî bejin zirav û bala bû.

Hevjîna Dara navê wê Mizgîn bû. Wê hersê zarokên xwe li ser hezkirina Efrînê, xwezaya Efrînê û darên zeytûnê mezin kiribûn. Wê tev hevjînê xwe kar li nav zeviyên xwe dikir û bi saya karê li nav zeviyan ango cotkariyê wan zarokên xwe xwendin didan.

Li şeva 19î Rêbendanê ji sala 2018an Dara tev malbata xwe di hindir de li rex sopeya qurman rûniştibûn. Her yekî ji wan ji xwe re bi germahiya sopeya qurman xewnine germ ji siba re dirêsan.

_ Dara di raza xwe de digot: Ezê siba herim li nav zeviyê me yê zeytûnan û ji nav daran şaxên hişk derxînim da ku zora wan şaxên hişk li yên nû nebin.

_ Mizgîn jî dihizirî ku ewê siba çi xwarinê ji malbata xwe re amade bike.

_ Zeytûnê ji ber ku wê di Zanîngeha Efrînê de dixwend lewma wê di henasa xwe de digot: Divê ez siba xwendina waneyên dîrokê bi dawî bikim da ku ez dest bi xwendina waneyên wêje bikim ji ber ku dem li ser hatina roja ezmûnan hindik maye.

_ Hawar jî dihizirî û di raza xwe de digot îsal me ezmûnên dibistanê zû bi dawî kirin, lewma da ku dibistan vedibin ezê ji xwe re tev şivanan herim ser çiyayê Lêlûn yê ku li paş gund da ku em pêz li wir biçêrînin.

Ji malbata Dara lawê wî Lêlûn kêm bû, ew li vê şevê ne li mal bû. Lêlûn xwe tevlî şervanên YPG kiribû û wî tev hevalên xwe li ser sînorê Efrînê parastina Efrînê û gelê wî dikir. Xewna Lêlûn ji hemû xewnan pîroztir bû. Ango xewna wî ew bû ku di bin sermaya çileyê Zivistanê de û di bin perdeyên şevên sar û reş de ew xewnên welatê xwe biparêze.

Li bîstî Rêbendanê li serê sibehê ev roj mîna hemû rojan bû. Dara çû nav zeviyê xwe da ku şaxên hişk ji nav daran derxîne. Mizgînê jî keça xwe Zeytûn a ku li Zanîngeha Efrînê di beşa Wêje û Zimanê Kurdî de dixwend ji xewê şiyar kir û jê re got:

_Keça min delala min rabe hişyar be da ku tu dest bi xwendina xwe bikî. Ezmûnên te nêz bûne dem niha ji te re zêr e… Rabe zêrên xwe bi xewê erzan meke… Rabe bixwîne û bi xwedinê zêrên xwe biha bike.

_Zeytûn ji nav nivîna xwe rabû kenî û ji diya xwe re got : Dayê ez Zeytûn im… Zeytûn… Zeytûna Efrînê me. Qet nahêlim dem ji min bireve, ezê demê birevînim û demjimêran mîna navê xwe ji dara rojê biçinim.

Zeytûn ji nav nivînên xwe rabû serdest û çavên xwe şuştin, xwerin xwer û piştre çû dest bi xwendina xwe kir.

Piştî ku Zeytûn çû dest bi xwendina xwe bike Mizgînê Hawar ji xew şiyar kir da ku ew ji xwe re tev şivanan here ser çiyê pêz biçêrînin.

Mala Dara li orta gund bû, ew bi du qatan bû û li ser du riyan bû.

Cihê xwandina Zeytûnê hertim li qatê jorîn li odeya mêvanan bû. Wê hertim li vê odeyê dixwend. Li danê Îkîndî Zeytûn bi xwendinê mijûl bûbû û têkildariya xwe bi hawîrdora xwe re qut kiribû. Tu dibêjî qey ne li vê jiyanê bû. Ji nişkav ve dengekî Zeytûn ji mijûlbûna wê veciniqand û vegerande jiyanê. Zeytûnê yekser nizanî ku ew deng ê kê bû lewma wê pirsî û got: Kî bang dike?

_ Mizgînê got: Ez bangî te dikim keça min. Ma tu birçî nebû? Dê were parîk nan bixwe û wî têke ber dilê xwe. Dê were em li benda te ne, bavê te ji nav zevî vegeriye û ew dibêje bila Zeytûna min were bi me re nên bixwe.

_ Zeytûnê ji diya xwe re got: Ez têm dayê.

Wê hema xwendina rûpela di destê xwe de bi dawî kir û daket.

Li odeya jêrîn dê û bavê wê li dora sifreya xwerinê rûniştibûn û li benda Zeytûnê mabûn. Zeytûn hat li rex diya xwe rûnişt û gişkan tev hev nan xwerin.

Piştî têrxwerina nên Mizgînê ji keça xwe re got: Keça min ez û bavê te dê herin saxiya lawê meta bavê te bixwezin ji ber ku ew îro ji nexweşxaneyê derketiye û şerm e ku em neçin saxiya wî nexwezin.

_ Zeytûn: Baş e dayê, hûn herin saxiya lawê meta bavo bixwezin û ezê jî vegerim qatê jorîn bixwînim.

_ Mizgîn: Tamam keça min emê jî zû herin û zû werin. Eger birayê te Hawar ji ser çiyê vegerî ji wî re xwerinê dîne.

_ Zeytûn: temam dayê.

Piştre Zeytûn hilkişî qatê jorîn û dest bi xwendina xwe kir.

Dara û Mizgînê jî deriyê malê vekirin û ji mal derketin.

Bi derketina wan ji malê Zeytûn bi tenê li mal ma. Dem hîngê demjimêrek û nîv mabû da ku roj here ava.

Demjimêrek hîn derbas nebûbû li ser derketina dê û bavê wê ji mal. Ji nişkav ve dengekî bi hêrs esmanê gund û Efrînê dorpêç kir. Bi qasî ku deng pir bi hêrs bû zemîn di bin piyên mirovan de dihejî.

Zeytûn ji cihê xwe rabû û berve pencereya odeyê ve çû, wê pencere vekir û li esmên nêhirî.

Ma wê çi li esmên dît??

Çi?

Wê çar balafirên leşkerî dîtin ku ew li esmanê gundê wê Tirindê û Efrînê difirin. Her du balafir li rex hev difirîn. Her du bi hev re li alîyekî difirîn, dudu li ser çiyayê Lêlûn ê ku li nêz û li paş gundê Tirindê bû re difirîn û dudu jî li ser Efrînê û Eşrefiyê re difirîn.

Tirindê gundek ji gundên ku girêdayî navanda Efrînê ye û pir jê ve nêz e.

Mala Şêxo apê Dara li rex mala Dara bû û mala Ferîd birayê Mizgînê jî li paş mala Dara bû.

Dema Zeytûnê di pencereya odeyê de li esmên dinêrî, wê dît ku mala apê Şêxo hemû hilkişîne ser serbanê malê. Lewma ew jî hilkişî li ser serbanê mala wan. Bi hilkişîna li ser serbanê malê, wê dît ku hemû gelê gund hilkişîne ser serbanan û li balafiran temaşe dikin.

Malbata xalê wê Ferîd jî hilkişîbûn ser serbanê xwe. Zeytûnê bi jin û keçên xalê xwe re piyivî û ji wan pirsîya: Ev çi balafir in?

Lê tu kesî nizanîn ew balafirên kîjan dewletê ne. Çimkî zemîn û esmanê Sûriyê bûbûn yarîgeh ji çek û balafirên hemû dewletan re, her ku dewletekê dixwest ku çakbûna çek û balafirên xwe nas bike, wê ew dişandin Sûriyê û ew li serê belengazan bi kar tanîn.

Hîn Zeytûn bi Zîrekê re jina xalê xwe re dipeyivî balafirekê du mûşek avêtin ser çiyayê Lêlûn ê li pişt gund û nemaze li cihê firotina sotemeniyê ketin. Bi avêtina van herdu mûşekan re tu dibêjî qey devê volkanekî vebû, wî kevir û agir ji hindirê xwe derxistin û berve gund bi rê kirin.

Qêrînekê ku xwe di hindir gewriya Zeytûnê de veşartibû, ew di devê wê re bi hêrs û hêz derket û got: Anê û bavo hûn kanîn?

Zeytûn û hemû şêniyê gund ên ku li ser sebanan bûn bi lez daketin jêrzemînan.

Dema Zeytûn bi tena xwe li jêrzemînê bû sed ramanên nebaş bejinên xwe li hişê Zeytûnê badidan. Wê îcar nizanî ku têkeve qisaweta kê yan ne kê? Têkeve qisaweta dê û bavê xwe yên li mala lawê meta bavê wê ne, yan birayê xwe Hawar ê ku hîn ji şivantiyê nehatiye û lê birayê xwe Lêlûn ê ku şervan bû.

Hîn ew di nav qisewatan de dinoqî nişkav ve dengê lêdana deriyê mala wan hat, vî dengî werîsê rizgarbûnê ji Zeytûnê re avêt û Zeytûn ji noqbûna di nav qisawetan de rizgar kir.

Piştî ku Zeytûnê xwe ji qisawetan rizgar kir, wê bi bez çû deriyê malê vekir. Dema wê derî vekir dît ku keça xalê wê ya mezin Zîlan li derî lêdide.

_ Zîlanê ji Zeytûnê re got: Zeytûn ez hatim ba te ji bo ku tu bi tena xwe netirsî.

Hîn Zîlan û Zeytûnê derbasî malê nebûbûn, wan dît ku çawa Cemîlê jina apê Şêxo destên zarokên xwe girtibûn û ew bi lez dibezîn mala xalê Ferîd.

Zeytûn û Zîlanê derbasî malê bûn û çûn li jêrzemînê rûniştin. Dengê balafiran dîsa bi esmên ket, bi qasî ku dîsa dengê wan balafiran bi hêz bû mirî di gornên xwe de vediciniqîn û ji mirinê payî dibûn. Van balafiran masûlkeyên xwe li ser Efrînê û gundên wê ferz kirin û dîsa du mûşek avêtin pişt gundê Tirindê.

Wî dengî ne bes mirî veciniqandin, lê Zeytûn jî ji vî dengî veciniqî. Ji dest pirbûna qisawetan di dilê Zeytûnê de wê xwe avête hembêza Zîlanê û dîsa qêrîna xwe ya veşartî ji devê wê derket û got: Anê û bavo hûn kanîn?

Vê qîrînê her çû barê qisawetan li ser Zeytûnê giran kir.

Zîlanê Zeytûn hembêz kir û jê re got: Metirse ez li cem te me.

Piştî ku dengê balafiran hêdî bû û ji esmanê gund hinekî bi dûr ket, Zeytûn ji jêrzemînê derket û berve odeya ku lê dixwendî berî hatina balafiran ve çû. Wê li nav rûpelên pirtûka xwe yên ku ew jî ji hêzbûna dengê balafiran re her yek bi derekê ve belav bûbûn li telefona xwe geriya. Ji rûpelên pirtûkê tenê rûpeleke qehreman ku li ser wê gotina Wêje û Zimanê Kurdî hatibû nivîsîn li cihê xwe mabû û wê telefona Zeytûnê di bin siya xwe de parastibû.

Zeytûnê yekser tetefona xwe ji bin wê rûpelê derxist, li nimreya telefona bavê xwe geriya û li nimreya telefona wî lêda. Lê çiqas ku wê li nimreya telefona bavê xwe lêdida, hertim tora telefonê mijûl derdiket.

_ Zîlan jî ji jêrzemînê derket, bangî Zeytûnê kir û got: Zeytûn dê were da ku em hilkişin ser serban da ku em bibînin û binêrin ku mûşek li kû ketine.

Piştî ku Zeytûnê ûmidî ji tora telefonê qut kir, ew ji odeyê derket û tev Zîlanê hilkişî ser serbanê mala wan. Lê dema ew gihîştin ser serban, ma ew çi bibînin?

Ma çi bibînin û çi nebînin???????

Dîtin ku zêdetirî du mûşekan li cihê sotemeniyê yê li nêzîk çiyayê Lêlûn bû ketine û dûmana reş gund dorpêç kiriye.

Ne tenê dûmên gund dorpêç kiribû, lê hîn agirê sor jî mîna hovekî hemû çiyayê li paş gund di hindir xwe de daqurtandibû.

Bi dîtina vê dîmenê re dilê Zeytûnê pir lêda û wê ji Zîlanê re got: Hawar tev şivanan li ser çiyê ye. Yekser wê telefona xwe ji berîka xwe derxist û ji şivên re lêda. Herçiqas wê li nimreya şivanê ku birayê wê vê re çûbû lêda lê qet telefon lê nediket.

Herdu keç hîn li ser serban bûn, li cihê avêtina mûşekan dinêrîn û lava dikirin ku tu kes zirar nebibe. Hîngê xalê Ferîd li derî xist û bangî herdu keçan kir.

Zîlan û Zeytûnê ji ser serban daketin û xalê Ferîd ew herdu bi xwe re birin mala xwe.

_ Zeytûnê ji xalê xwe re got: Hawar hîn ji ser çiyê nehatiye û herçiqas ez ji şivên re lêdidim kes li min venagerîne.

Xalê Ferîd herdu keç bi lez gihandin mal û bi lez tirimpêla xwe vêxist û berve çiya ve çû da ku li Hawar bigere.

Li mala xalê Ferîd gelek cîranên wan li wir civiyabûn. Zeytûn derbasî odeya dêpîra xwe Fero bû û li rex dapîra xwe Fero rûnişt.

Zeytûn dema li rex dapîra xwe rûniştibû wê di rûyên hemû kesên ku li wir bûn de diponijî. Wê di vê pûnijînê de dît ku tirsê hemû rû dagir kirine. Lê rûyên ku tirsê ew pir dagir kiribûn ew rûyên zarokan bûn.

Rûyê ku pir bala Zeytûnê kişandibû ew rûyê keça xalê wê ya biçûk bû. Zeytûn pir di rûyê keça xalê xwe ya biçûk de dipûnijî. Çimkî tirsê keça xalê wê ya biçûk Evroj bi tavahî dagir kiribû. Evroj li derdora 8 saliyê bû ango ew jî bi temenê Hawar bû. Her ku dengê balafiran bi hêz dihat û nêz dibû qêrîna Evrojê ji dengê balafiran bilindtir dibû.

Peyvên ku Evrojê ji tirsa re digotin dihîştin ku jiyan ji xwe şerm bike û hertim xwe nalet bike. Evroj di hembêza diya xwe de bû û tev diya xwe di goşeya odeyê de rûniştibû.

Zîrekê da ku ew bike ku keça xwe dengê balafiran nebihîse wê tiliyên xwe kiribûn guhên keça xwe Evroj.

Lê her çiqas Zîrekê dixwest ku keça xwe ji tiresê aram bike Evroj aram nedibû û wê hertim bi dengekî bilind digot: Dayê ez hîn biçûk im û niha ez naxwezim bimirim… Ez niha naxwezim bimirim. Ez dixwezim hîn bixwînim ji bo ku ez dixwezim bibim bijîşk çimkî birînên gelê me pir in û pêwîstiya wan bi bijîşkan hene.

Her ku Zîrekê gotinên keça xwe dibihîstin dilê wê li şûna çavên wê didagirî.

Çiqas bi dayîkan dijawar e ku bibînin zarokên xwe mîna findan ji tirsê li pêş çavên wan dişewitin û tu tişt ji destê wan dernakeve. Di demên wisa de dayîk ji bo xwe hêvî dikin ku zemîn biqelişe û wan daqiltîne berî ku ew zarokên xwe di vê rewşê de dibînin.

Li mala xalê Ferîd Zeytûnê wêneya rûyên hemiyan yek bi yek ezber dikirin û dema ku ew di ezberkirinê de gihîşt rûyê xaltîka xwe Sînor. Wê dît ku rûyê xaltîka Sînor bi girî û tirsê hatiye şuştin. Xaltîka Sînor destgirtî bû û roja zemawenda wê li dawiya Rêbendanê hatibû diyarkirin. Desgirtiyê wê Siyamend jî di nav refên şervanan de bû.

Ji ber ku deng bi telefona Zeytûnê ket mixabin Zeytûnê di ezberkirina rûyê xaltîka Sînor de berdewam nekir.

Zeytûnê bi lez telefona xwe vekir û bêyî ku li ekrana telefonê binêre. Wê yekser dengê bavê xwe naskir û ji bavê xwe pirsî: Hûn ta niha li kû mane?

_ Dara : Keça min metirse, ez û diya te ji mala lawê metê derdikevin û em niha têne mal. Keça min ma birayê te Hawar vegeriye mal?

_ Zeytûn: Bavo Hawar hîn venegeriye û xalê Ferîd bi tirimpêla xwe çû ber çiyê da ku li Hawar bigere.

_ Dara :Çi!!!!!!!!! Hawar hîn venegeriye?

_ Zeytûn: Na bavo hîn venegeriye.

Dara telefon bi lez girt û bi bez ew û hevjîna xwe ji mala lawê meta xwe derketin û berve çiyê ve çûn.

Piştî ku Zeytûnê telefon tev bavê xwe bi dawî kir, wê dîsa ji şivên re lêda lê tu kesî telefon venekir.

Dema Dara û Mizgînê ji mala lawê meta xwe berve çiyê ve dibezîn. Li ser rê ew rastî tirimpêla xalê Ferîd hatin. Tirimpêla xalê Ferîd cureya hunde bû, reng spî û servekirî bû. Dema tirimpêla xalê Ferîd a reng spî gihîşt ba Dara û hevjîna wî wan dît ku tirimpêl bi xwînê hatiye sor kirin. Herweha wan du zarok ku termên wan şewitî bûn di tirimpêlê de dirêjkirî dîtin.

Xalê Ferîd li Dara û Mizgînê ranewestî lê wî bi lez berê tirimpêla xwe berve nexweşxaneyê ve kişand.

Dilê Mizgînê û Dara lêdan wan yekser nas kir ku yek ji wan laşên şewitî yê lawê wan Hawar e, lewma ew li pey tirimpêla xalê Ferîd beziyan û bi tijî dengê xwe bang dikirin Hawar.

Mizgîn li pey termê lawê xwe dibezî û bi girî wê navê Hawar ê ku ji devê wê derdiket av dida. Bi bez Dara û Mizgînê xwe gihandin nexweşxaneya Evrîn.

Li pêş deriyê nexweşxaneyê wan tirimpêla xalê Ferîd dîtin. Bi nefeseke ku ji westîbûna bezê re qut dibû herdiyan bang dikirin: Ferîd ka Hawar…Ferîd ka Hawar?

Xalê Ferîd bi cilên xwe yên ku ji bêhina xwîna Hawar û şivên sermest û sor bûbûn pişta xwe dabû deriyê nexweşxaneyê û digot: Hawar şewitî şivan jî mir… Ma ezê çawa ji Dara re bibêjim Hawar hatiye şewtandin û ji diya şivên re bibêjim şivanê te bû şivanê buhiştê. Wî wisa digot û serê xwe li deriyê nexweşxaneyê dixist.

Qada nexweşxaneyê ji kesên mîna Dara û Mizgînê dagirtî bû her kesekî li birîndar û miriyên xwe digerî. Hemû kesên li nexweşxaneyê cilên wan bi rengê xwînî xemlandî bûn ango tu dibêjî qey ew di festîvaleke rengxwînî de bûn û divê hemû cil bi rengê xwînê werin xemlandin.

Awaz û banga ku hertim li nexweşxaneyê bilind dibû awaza nalîn, lorandin û girî bû ama banga ku hertim belav dibû ew bû {Rê bi lez vekin, derî bi lez vekin birîndar û mirî hatin}.

Dara û Mizgînê di nav hemû rûyên kesên ku li wir bûn de li rûyê xalê Ferîd digerîn. Piştî ku wan li pir rûyên xemgîn nêrîn wan dît ku xalê Ferîd li ber deriyê nexweşxaneyê serê xwe li derî dixîne û bi xwe re dipeyive. Wan bi lez xwe gihand xalê Ferîd û yekser jê pirsîn: Kanî Hawar?

Hîn wan dipirsî kanî Hawar nojdarekê deriyê nexweşxaneyê vekir û got kanî malbata zarokê Hawar?

_ Dara got: Ez im. Kanî lawê min?

_ Nojdar: Lawê te hatiye şewtandin û niha pêwîstiya wî bi xwînê heye. Lewra divê hûn bi lez xwînê jê re wînin.

Gelê ku li nexweşxaneyê bû dema wan gotina nojdarê bihîst, wan gişkan got: Xwîna me gişkan ji birîdarên me re ye. Eger em niha xwînê nedin hev? Ma wê kengî emê bidin hev?

Dara, Mizgîn, xalê Ferîd û hemû gelê li nexweşxaneyê bû berve cihê xwîndayînê ve çûn û wan xwîna xwe da ji bo birîndaran.

Herweha mizgeftan dev ji banga nimêjê û nimêjê berdan û wan bangî miletê Efrînê kirin da ku werin xwînê ji bo birîndaran bidin. Gelê Efrînê banga birîndarên xwe yekser bi cih anîn, ew berve cihê xwîndayînê ve hatin û xwîn ji bo birîndaran dan.

Li mala xalê Ferîd hêminî nekete dilê Zeytûnê. Tirsa wê li ser birayê wê Hawar bûbû wek kizoteke sor û dilê wê dişewitand. Da ku hinekî vê kizotê di dilê xwe de vemirîne, ew derket ber deriyê mala xalê Ferîd. Hîngê wê dît ku li pêş mala wan gel kom bûye.

Zeytûn berve wî gelê ku li pêş mala wan kom bûbû ve çû, lê dema ew gihîşt ba wan, gel axaftina xwe rawestand. Zeytûnê hîs kir ku tiştek bi serê malbata wê hatiye, lewma wê pirsî: Çi çê bûye da ku hûn li pêş mala me kom bûne?

_ Şêxo apê Dara: Keça min dema min li ser serban li cihê avêtina mûşekan dinêrî min dît ku bav û diya te li pey tirimpêlekê berve Efrîn ve dibezin.

_ Zeytûn: Çi!!!

Hîn wan dipeyivî xalê Ferîd bi tirimpêla xwe hat û li ba wan sekinî.

Dema wan xwîn li ser tirimpêlê dîtin. Zeytûnê yekser pirsî: Xalo ka Hawar? Ma ne tu çûyî da ku Hawar wînî? Ma çima Hawar ne bi te re ye?

_ Xalê Ferîd: Keça min Hawar li nexweşxaneyê ye, ew ji agirê mûşekan hatiye şewtandin û şewitîna wî kûr e. Dê û bavê te niha li nexweşxaneya Evrîn in. Ez hatim da ku dê û bavê şivên bibim nexweşxaneyê çimkî lawê wan şivan ji ber ku şewitîna wî pir kûr bû ew mir.

­ Gel: Xweda dilovaniya xwe li şivên bike û Hawar sax bike.

_ Zeytûn: Xalo ji te lava dikim ku tu min jî bi xwe re bibî nexweşxaneyê.

_ Xalê Ferîd: Temam keça min. Lê divê niha ez herim malbata şivên agahdar bikim ku lawê wan miriye.

_ Zeytûn: Ezê jî bi te re herim ba xwediyên şivên.

Xalê Ferîd û Zeytûnê çûn mala xwediyên şivên. Lê wan ji wan re negot ku lawê we miriye, tenê ji wan re gotin ku lawê we û Hawar li nexweşxaneyê ne.

Xalê Ferîd û Zeytûnê tev dê û bavê şivên li tirimpêlê sîwar bûn û berve nexweşxaneyê ve çûn.

Dem êdî dibû şev, lê xuya bû ku şeveke giran e. Ango ne mîna şevên berê bêdeng e. Balafiran û mûşekan bêdengiya şevan êrîş dikirin. Deng îcar ji malan nedihat, lê tenê ji jêrzemînan û şikeftan derdiket ji ber ku gel ji malên xwe derketin û xwe di jêrzemîn û şikeftan de parastin. Mal ji xwediyên xwe sêwî mabûn, wan bangî xwediyên xwe dikirin lê jêrzemîn û şikeftan xwediyên wan li wan venedigerandin.

Rê ji lezbûna tirimpêlên ku birîndar û mirî lê hatibûn sîwarkirin ew jî bi birînên wan birîndaran hîs dibûn û birîn di wan de jî çê dibûn. Carinan hin tirimpêl ji lezbûnan re xwe li wan birînên riyan dixistin û hejandinek di tirimpêlê de çê dibû.

Dema ku xalê Ferîd û Zeytûnê tev xwediyên şivên gihîştin nexweşxaneyê, Zeytûnê xwe avête hembêza diya xwe û wan strana girî bi hev re li nexweşxaneyê tev hemû diyên birîndaran û miriyan stran.

Bavê şivên ji Dara li ser rewşa lawê xwe pirsî, lê Dara tu bersiv ji pirsa wî re nedîtin. Diya şivên û bavê şivên tev Dara û Mizgînê derbasî odeya Hawar bûn. Lê dema diya şivên Hawar bi tenê dît, wê pirsî? Ka lawê min? Ka şivanê min?

_ Nojdara ku şewitîna Hawar derman dikir ji diya şivên re got: Xaltîk kî ye lawê te?

_ Bavê şivên: Lawê min tev vî zarokî hate nexweşxaneyê.

_ Nojdar: Dilovaniya Xweda lê be. Lawê we şewitîna wî kûr bû û dema ew gihandin nexweşxaneyê ew mirî bû.

Diya şivên bi bihîstina agahiya mirina lawê xwe, ew bi bîr ve çû û kete xwar.

Nojdareke din hat diya şivên hişyar kir. Diya şivên dema hişyar bû wê got lawê min şanî min bikin bila ez lawê xwe bibînim.

Şivan tev piraniyên ku jiyana xwe di vê rojê de ji dest dabûn di sardanka{sarkerê} nexweşxaneyê de hatibûn danîn.

Dê û bavê şivên bi dilekî xemgîn û tijî êş derbasî sarkerê nexweşxaneyê bûn. Bi qasî ku termê lawê wan hatibû şewitîn, wan termê lawê xwe nas nekir. Herdiyan serê lawê xwe ramûsandin û ji wir derketin. Hatin ba Zeytûnê û xalê Ferîd ên ku li qada nexweşxaneyê tev piraniyê gel sekinî bûn. Ji ber ku şev bû xalê Ferîd ji Zeytûnê re got: Divê ez vegerim gund da ku ez malbata xwe bibim jêrzemînekê.

Bavê şivên ji xalê Ferîd xwest ku ew zarokên wî jî bi xwe re bibe jêrzemînekê da ku ew li sibehê vedigerin gund û termê lawê xwe bi xwe re tînin.

Xalê Ferîd ji Zeytûnê xwest ku bi wî re vegere, lê Zeytûn razî nebû û li nexweşxaneyê ma.

Dara û Mizgînê li ber serê lawê xwe bûn. Zeytûn tev dê û bavê şivên li qada nexweşxaneyê mîna pir xwediyên birîndar û miriyan sekinî bûn. Pir dîmenên bi êş bi çavên xwe didîtin û dilê wan bi van dîmenan dişewitîn.

Xalê Ferîd vegerî gund û wî malbata xwe û zarokên bavê şivên bi xwe re birin jêrzemîna ku li bin dukana wî ya ku li Eşerfiyê bû.

Diya şivên pir didagirî, lê her ku carekê laşek an birîndarek dihate nexweşxaneyê, wê birîna xwe ji bîr dikir û diçû li ser dilên diyên birîndaran kul kêm dikirin. Balafir mîna qirikan esman dagir kiribûn û ji nikilên xwe mûşek davêtin.

Bavê şivên jî pişta xwe dabû dîwarekî li qada nexwşxaneyê û wî bi gopala şivantiyê ya ku di destê wî de bû li zemînê dixist.

_ Zeytûn berve wî çû û jê pirsî: Apo ma çima tu gopala xwe li erdê dixî?

_ Bavê şivên: Ez bi gopala xwe hemû pakrewanên li ser vê axê pakrewan bûne bi dengê gopala xwe şiyar dikim, da ku ew jî rabin tev şervanên me şer bikin û xwîna dijmin birjînin.

Dema Zeytûnê û bavê şivên diaxivîn hîngê tirimpêleke şervanan derbasî qada nexweşxaneyê bû. Du şervan ku yek jê keç bû û yek jî xort bû jê daketin, wan du termên şervanan ji tirimpêlê daxistin û yekser birin nexweşxaneyê. Herweha wan şervaneke birîndar jî ji tirimpêlê daxistin û birine nexweşxaneyê, birîna wê şervanê di destê wê yê rastê de bû. Herdu şervan dîsa li tirimpêla xwe sîwar bûn û bi lez vegerîn cihên xwe. Piştî demjimêrekê ew şervana birîndar bi destê ku bi şaşeyeke spî hatibû niximandin ji nexweşxaneyê derket û hat li qada nexweşxaneyê li nêz Zeytûnê û bavê şivên sekinî.

Zeytûnê bavê şivên bi tenê hîşt û berve şervana birîndar ve çû. Wê silav da şervanê û saxiya birîna wê xwest.

Zeytûn li cem şervana birîndar sekinî û ji wê li ser herdu şervanên din pirsî: Ku herdu şervan çawa şehît ketin û wan li kîjan eniya şer şer dikirin?

_ Şervana birîndar got: Li eniya şer a ku li gundê Qitmê ya ku li hember Ezazê navenda çeteyan û nemaze li bin dareke zeytûnê şervaneke YPJ bi qehremanî şer dikir. Li rex wê dara zeytûnê pir darine zeytûnê din hebûn û li bin her darekê şervanên YPKê û YPJê bi qehremanî şerê dijmin dikirin.

Li aliyê rastê li rex dara ku şervana YPJê li bin têkoşîn dikir dareke zeytûnê din pir ji wê darê ve nêz bû û li bin wê darê jî şervanekî YPKê têkoşîn dikir.

Van herdu şervanan berê ji hev hez dikirin lê dema ku şer li Suriyê dest pê kir. Wan parastina Efrîna xwe dan pêş evîna xwe, lewma wan herdiyan xwe tevî refên şervanan kirin. Bi ketina wan di nav refên şervanan de êdî têkilaya wan bi hev re qut bû.

Li roja yekê ji şerê Efrînê ferman ji wan herdu şervanan re hat ku ew berê xwe bidin eniya gundê Qitmê. Herdu şervanan banga Efrîna xwe bi cih anînîn û li eniya şer di refê yekê de şer kirin.

Bi qasî ku ji roja yekê de şer giran bû şervanan nizanî ku kî li rex wan şer dike. Wan tenê tivingên xwe nas dikirin û berê tivingên xwe berve sîngên dijmin dikirin. Di reşiya wê şeva reş de qurşîneke xapînok ji tivinga çeteyekî çavbirçî derket, wê riya xwe berve dilê Birivanê kişand û di dilê Birîvanê de rûnişt .

Wî dilî ku hertim hêvî dikir ku berî mirinekê ew Kurdistana Mezin û Delîl bibîne da ku carekê xwe ji evîna herdiyan têr bike. Bi lêdana wê qurşînê li ser dilê Birîvanê navên Welat û Delîl ji devê Birîvanê derketin. Bi bihîstina navê welat re, welêt ji Birîvanê re lîliyek kir û sirûda şehadetê ji wê re lêda.

Bi lêdana wê qurşînê di hindir dilê Birîvanê de girûziyek mîna tayekê kete dilê Delîl. Wî guh neda wê girûzêyê û şerê xwe tev dijmin berdewam kir. Lê dema ku wî navê xwe li ser devê şervana li rex xwe bihîst, wî li rex xwe nêrî. Hîngê wî dît ku hevala li rex wî şer dike birîn bûye. Ew ji bin dara ku li bin wê têkoşîn dikirî derket û berve şervana li rex xwe bezî.

Şeva wê rojê her der reş kiribû, lewma tu kesî hev nedidît. Te digot qey wê şevê dixwest ku hemiyan kor bike.

Dema Delîl gihîşt ba Birîvanê, agirek di dilê wî de vêket. Agirê ku di dilê wî de vêket ji agirê şer bihêztir bû. Wî yekser bi riya gustîlka di destê pakrewanê de naskir ku ya li bin dara di xwîn û xirarê de maye Birîvana wî ye. Ango yara dilê wî ye.

Ew gustîlka ku di destê pakrewanê de bû, li rojekê Delîl ew diyarî wê kiribû. Ji ber ku Birîvan ta mirina xwe bi herdu evîndarên xwe{ WELAT Û DELÎL} re dilsoz bû, lewma wê ta mirina xwe parastina welatê xwe dikir û gustîlka Delîl ji destê xwe dernexist .

Dema Delîl Birîvan di xwîn û xirarê de dît, wî xwest ku bang li wê bike û jê re bibije rabe vaye Delîlê te hat ba te. Lê wî nikarî bi navê Birîvanê bang bikira ji bo ku cihê Şervanên Kurd diyar nebe. Wî çiqas termê Birîvanê hejand lê ji heft giyanan giyanek di Birîvanê de nemabû.

Delîl Birîvan rakir û da ser pişta xwe. Berve dijmin çû û wî tev termê Birîvanê ya şehîd bûbû xwe teqand. Bi vê teqandinê re wî hejmarek ji çeteyan bi xwe re kuşt û tola Birîvanê ji kujerên wê stand. Min jî li rex wan şer dikir û dema min dengê teqînê bihîst. Min li cihê teqînê nêrî. Bi agirê teqînê re ronahiyek li cihê teqandinê çêbû û min dît ku termên herdu pakrewanan bi kû de pekîn. Ez bi zikxişê berve termê herdu pakrewanan çûm. Min li destpêkê termê pakrewana Birîvan anî, piştre min çû termê pakrewan Delîl anî û dema min termê pakrewan berve cihê şervanan ve tanî qurşîneke çeteyan hat li destê min yê rastê ket. Şervanan ez tev termên herdu pakrewanan gihandim vir û ew yekser vegerîn cihên xwe. Ez jî niha dê ji nû ve vegerim şer, lê ez li benda hatina tirimpêlê mame.

_ Zeytûn: Xweda dilovaniya xwe li giyanê hemû pakrewanan bike. Pakrewan roniya pêşeroja gelê xwe ye. Şervana hêja destê te birîndar e ma tuyê çawa şer bikî?

_ Şervana birîndar: Ez şervan im û şervan xwîngerm in. Şervan bi birînên sivik dest ji şer bernadin, lê ama ew dest ji birînan berdidin û ji şer bernadin.

_ Zeytûn: Xweda we biparêze. Hertim serkevtin para şervanên mîna te ye.

Hîn Zeytûnê axaftina xwe bi şervanê re bi dawî nanîbû, tirimpêleke şervanan hat li pêş deriyê nexweşxaneyê sekinî û şervana ku tê de bû bang kir: Şervana Nûjîn em li benda te ne.

Şervana ku bangî wê dikirinî ew şervana destbirîndar bû. Ew ji rex Zeytûnê rabû xatirê xwe ji Zeytûnê xwest û çû li wê tirimpêlê sîwar bû. Tirimpêl jî bi lez ji pêş nexweşxaneyê bi rê ket.

Bi derketina roja 21ê Rêbendanê re bêhina xwînê îcar li şûn bêhina gul û sosinan li Efrînê belav bû. Xalê Ferîd bi tirimpêla xwe hat nexweşxaneyê û wî bi tirimpêla xwe termê şivên tev dê û bavê wî gihand gund. Herweha Mizgînê jî ji keça xwe xwest ku bi xalê xwe re vegere gund.

Termê şivên birine mala wî, ji ber ku diya wî xwest ku şivanê xwe xatir ji mala xwe bixweze û giyanê wî li malê belav bibe.

Zeytûn vegerî mal û dema ku ew derbasî odeya ku wê lê dixwendî bû, yekser çavên wê li rûpelên pirtûka xwe ketin. Bi dîtina van rûpelan re wê bi xwe re got: Pêşeroja min di xwendinê de hate kuştin û bi vê gotinê re kaniya fêrmiskan di çavên wê de kom bûn, lê wê nedagirî. Wê rûpelên ku ji lêdanên mûşekan li ser zemîna odê belav bûbûn kom kirin û dane ser masê. Piştre berî ku dest bi girî bike, ji mal derket û çû mala şivên.

Bi gihîştin Zeytûnê ba mala şivên wê dît ku mervên wî termê wî dane ser milên xwe û li hemû mala wî digerînin. Piştre termê wî ji malê derxistin û di nav kolanên gund re berve goristanê ve birin. Her ku termê şivên di kolaneke gund re derbas dibû, ew kolan bêdeng dima. Ango ew jî bi mirina şivên xemgîn bûbûn û bi bêdengî li ser wî didagirîn. Jin û mêrên gund ji jêrzemînan derketibûn, lê zarok hîn tê de mabûn. Ango wan bi hîştina zarokan di jêrzemînan de zarok diparastin û bi vî awayî wan pêşeroja Efrînê jî diparastin. Ji ber ku zarok pêşeroja her miletekî ne, lewra balafirên tirk hertim malên sivîlan armanc dikirin da ku zarokên wan malan bikujin û pê pêşeroja wî miletî jî bikujin.

Li goristana gund dema ku binaxkirina termê şivên bi dawî kirin. Du balafir dîsa di ser Efrînê re firîn. Dengê balafiran dîsa bi hêz bû. Tu dibêjî qey vê balafirê esman qul kiriye ji bo ku ew li şûn Isravîl di borazana hatina dawiya jiyanê de bang bike û mirovan bi hatina dawiya jiyanê ragihîne. Zarokan di jêrzemînan de ji tirsa balafiran re bangî dê û bavên xwe dikirin û banga wan zinar dihelandin. Dê û bav berve jêrzemînan ve çûn da ku tiresê ji zarokên xwe bi dûr xînin.

Goristan jî piştî çûyîna dê û bavan ji nav wê bû mîna jeneke ku ducanî bû û zarokê wê ji ber wê çû. Êdî ew di zikê xwe de li zarokê xwe digere lê wî nabîne.

Xalê Ferîd dê û bavê şivên birin jêrzemîna dukana xwe li ba zarokên wan. Ama Zeytûn ew vegerî mala bavê xwe.

Nîv demjimêr hîn li ser firîna balafiran re derbas nebûbû dengê avêtina mûşekan ji balafirê hîşt ku zemîn ji cihê xwe derkeve.

Zeytûn piştî avêtina mûşekan re û piştî ku dengê balafirê li esmên winda bû, ew hilkişî ser serban.

Serbanê mala Dara bilind bû û Girê Endarê ji wan ve xuya dikir. Dema Zeytûn gihîşt ser serban, wê dît ku dûmaneke spî bi ser gir ketiye. Tu dibêjî ku qey ew ne dûman e, lê ew parçeyên kefenên dapîrên me Kurdan (Medî) bi avêtina mûşekan re bi ser wî girî ketine û Tirkan nalet dikin.

Zeytûn ji ser serban daket, girî di gewriyê wê de zîndan bû û hinek mabû ku Zeytûnê bifetisîne. Zeytûn li ser pêlika dawî ya nêrdevana diçe ser serban rûnişt û wê bîranînên wî girî anîn bîra xwe.

Li her salê û nemaze di demsala Biharê de Zeytûn tev malbata xwe û malbata xalê Ferîd diçûn ber Girê Endarê û her ku ew diçûn ber Girê Endarê Zeytûn qet venedigerî mal bêyî ku hilkişe ser şêrê wî girî .

Yê ku Girê Endarê pir navdar kiribû hebûna peykrê wî şêrî bû. Lê ne tenê hebûna peykerê şêr gir navdar kiribû. Hîn li ser gir wêneya piyê mirovekî yê ji serdemên berê li ser kevirekî reş û behin li ber deriyê perestgehê hatibû nîgar kirin. Zeytûn piştî ku ji ser şêr dadigerî ew diçû bi piyên xwe ew nîgara dipîva. Piştre diçû serê xwe dikire hindir bîra ku li ser gir û qêrî dikir, wê bîrê qêrîna Zeytûnê hertim dikir vedeng û li Zeytûnê vedigerand. Neqşeyên şêran di kevirên reş de li ser gir pir bûn, carinan Zeytûn diçû li rex wêneyên wan şêran disekinî û di hişê xwe de aşop dikir ku ew şêran dê ji keviran derkevin.

Her sal ne kêmî sêcaran bû ku ew diçûn ber gir. Te digot qey Girê Endarê Kabeya Zeytûnê bû ji ber ku wê jî çawa ku Misliman li dora Kabaya xwe re li Hacê heft caran digerin ew jî li dora gir re heft caran digeriya. Çûndin û hatina van bîranînên gir li ber çavên Zeytûnê re dilê Zeytûnê nexweş kirin.

Wê bi dengekî têrkeser got: Ey Xweda ev çete û Tirk ji me çi dixwezin? Me bê guneh dikujin, hemû tiştên me li xwe helal dikin, di ser de jî şûnwarên me wêran dikin û xwezaya me bi agirê kîna xwe dişewitînin. Ma gunehê me tenê ji ber ku em Kurd in.

Zeytûnê pir pirs ji Xweda kirin, lê tu bersiv ji wê re ji esmên nehatin, tenê dengê lêdana deriyê mala wan hat. Zeytûn bi lez dagerî û çû derî vekir. Li ber derî wê meta xwe Nisrîn tev malbata wê dîtin.

Meta wê Nisrîn li Cindirêsê mêr kiribû. Hevjînê wê ji salekê ve çûbû ber dilovaniya Xweda. Du keçên wê hebûn yekê li gundê Şera mêr kiribû, yek jî hîn keç bû û navê wê Dozgîn bû. Lawekî wê bi Navê Mesod hebû, ew zewicî bû, navê hevjîna wî jî Sozvîn bû û du zarokên wan hebûn ya keç navê wê Viyan bû û yê xort navê wî Peyman bû.

Dema Zeytûnê derî ji malbata meta xwe re vekir, wê dît ku ew bi giranî ji tirimpêlê dadikevin. Ango wan nedixwestin ku ji tirimpêlê daketana ji ber ku hêviya wan ew bû ku ji nû ve vegerin Cindirêsê.

Lê dema ew ji titimpêlê dadigerîn ji girî çavên hemiyan mîna kizotên êgir sor bûbûn. Pêşwaziya Zeytûnê îcar ji malbata meta xwe re ne mîna her car bi şahî bû lê îcar ew bi şîn û xemgînî bû ji ber ku dem ne mîna berê bi ewle ye lê dem îcar şer e û tu kes nizane dê çi were serê her yekî ji wan.

Zeytûnê Peyman ji nav destên Sozvînê rakir û hemû derbasî mala bavê xwe kirin.

_ Li hindir Nisrînê ji Zeytûnê pirsî: Kanî Hawar, dê û bavê te? Çima tu bi tena xwe li mal î?

Çavên Zeytûnê fêrmiskan tê de kaniyên xwe herikandin û li şûn wê persiv dane meta wê.

_ Nisrînê hat Zeytûn hembêz kir û got: Keça min çima tu didagirî? Ma çi hatiye serê Hawar, dê û bavê te?

_ Zeytûn: Metê ew hersê li nexweşxaneyê ne.

_ Gişkan bi hev re gotin: Çi!!!!!

_ Zeytûn: Duh Hawar li ser çiyê tev şivanekî gund şivantî dikir, balafiran çiya topbaran kirin û Hawar tev şivên şewitî. Hawar niha li nexweşxaneyê ye, lê şivan çû ber dilovaniya Xweda û li sibehê me ew li goristana gund bin ax kir.

Nisrîn rabû ser xwe û bi lawê xwe Mesod re got: Rabe min bibe nexweşxaneyê ba Hawar.

Nisrîn û lawê xwe çûn nexweşxaneyê û Zeytûn tev Dozgîn, Sozvîn û herdu zarokan li mal man.

Sozvînê çû herdu zarokên xwe li jêrzemîna mala Dara kirin xew. Zeytûnê jî ji Dozgînê li ser rewşa Cindirêsê dipirsî.

_ Dozgînê ji Zeytûnê re got: Keça xalo tu dizanî ku mala me li hember girê Cindirêsê ye. Ango kolana me li hember bajarê Etmê ye, yê ku ew navenda çeteyan e. Lewma pir mûşekên çeteyan di ser kolana me de duh dibarîn. Duh li Cindirêsê rewş ne baş bû û şer giran bû. Mûşek mîna topên êgir di ser me de dibarîn. Yek ji wan hat li mala cîranê me ket û dengê hilweşîna mala wan hat. Ji ber ku mûşek di ser hev de û bê rawestandin dibarîn, me nikarîbû ku ji mal derketaya. Lê dema hinekî li ser kolana me barîna mûşekan rawestî, Mesod derket da ku saxiya cîranên me bike. Lê wî tu deng ji cîranên me nebihîst ji ber ku mal di ser wan de hilweşî bû û giş di bin hilweşîna malê de jiyana xwe ji dest dabûn. Mesod bezî çû agahî daye tîmargeha Cindirêsê û wan hat termên cîranên me ji bin kavilên mala wan derxistin. Wek me dîtî laşeyên cîranên me ne tam bûn, yê ku serî qut bûbû, yê ku dest tune bûn, ya ku tenê hin parçe hebûn ji termê wê û zarokê wan jî bê serî, bê dest û ling bû. Ango te nizanî ku ev termê zarokekî ye ku wî duh tev Viyanê li kolanê li pêş derî dilîst. Dema me xwe amade kir da ku em ji Cindirêsê derkevin dîsa çeteyan di ser kolana me de mûşek barandin, lewma me nikarî ku ji mal derketana. Em neçar bûn ku şeva xwe di serşokê de derbas bikin, ji ber ku serşok cihê herî bi ewle ye li mala me. Serşoka me jî pir biçûk e, ango duh serşoka me bûbû mîna qetremîzê megdos û em giş kebise ser hev kiribûn. Xweda şeva borî venegerîne û şevên wisa şanî kesî din neke.

_ Zeytûn: Xweda hemû gelê Efrînê biparêze.

Nisrîn û Mesod ji nexweşxaneyê vegerîn û giş bi hev re li jêrzemînê rûniştin.

Zeytûnê ji meta xwe li ser rewşa Hawar pirsî.

_ Meta wê got: Hawar baş e lewma ewê siba vegere mal.

Zeytûn bi vê agahiyê şad bû û wê saxiya hemû birîndaran xwest.

Li roja dudiyê ji şer tora civakî ya ku ji Tirkiyê dihat li ser Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve hate birîn. Ango ta ku jiyan ji dîmenên hovane yên ku li ser Efrîniyan tên kirin bê agahî be.

Dema wan di jêrzemînê de diaxivî hîngê dengê qêrînekê ji mala cîranê Dara yê bi navê Mehmud bû hat.

Zeytûn tev meta xwe û Mesod berve mala Mehmud ve bezîn. Dema derbasî mala Mehmud bûn wan dît ku hevjîna Mehmud Felek ya 25 salî didagirî, wê herdu zarokên xwe hembêz kirine û dibêje Mehmud mir.

Zeytûnê çû herdu Zarok ji destên Felekê girtin û rakirin.

_ Nisrînê jî ji Felekê pirsî: Keça min çi çê bûye? Çima tu didagirî? Çi hatiye serê hevjînê te?

_ Felekê tev girî got: Niha du şervan hatin ba min û wan ji min re ragihand ku Mehmud li eniya Reco şehîd ketiye û dê Siba bi sibê termê wî bibin li goristana şehîd Refîq a ku li Metîna veşêrin.

Çogên Nisrînê li wê sist bûn û ew di cihê xwe de rûnişt. Zeytûnê herdu zarokên Mehmud dane nav destên Mesod û jê re got van zarokan bibe mala me ba Dozgîn û Sozvînê bila baldariya xwe lê bikin.

_ Zeytûnê Felek hembêz kir û got: Ey Xweda ji çêkerên cengan nerazî be û hertim naleta Xweda di ser wan de bibare. Ma bi kîjan mafî ew bavan dikujin û zarokan jî sêwî dikin?

Zeytûn û Nisrînê li vê şevê li ba Felekê man. Lê Mesod hat ji Zeytûnê re got ku keçên Felekê didagirîn û ew diya xwe dixwezin. Ango qey wan jî hîs kiribû ku bavê wan miriye û ew li ser didagirîn.

Deriyê mala Dara û Mehmud li hember hev bûn. Zeytûn çû ba herdu keçan da ku wan ji girî rawestîne. Lê Mesod û Nisrînê li cem Felekê man. Li mal Zeytûnê herdu keç kirin xew û di ber xewkirina zarokan re Dozgînê û Sozvînê jê li ser pakrewan Mehmud pirsîn.

_Zeytûnê ji wan re got: Mehmud xortek ji xortên gund e, ew li derdora 30 saliyê ye û bavê du cêwîyên keç e. Keçên Mehmud Hêvyar û Dilyar du salî ne ango hîn wan baş rûyê bavê xwe ezber nekirine. Birayekî Mehmud bi navê Xabat heye, wî heft salan li cem rêjîmê leşkerî kiribû û dema ew vegerî Efrînê navê wî ji bo çûyîna erka xweparastinê hat. Dilê Mehmud bi birayê xwe şewitî lewma li şûn birayê xwe ew çû navanda erka xweparastinê û li şûn navê birayê xwe wî navê xwe tomar kir. Ji bo ku birayê wî hinekî ji leşkeriyê raweste û bi jiyana xwe hinekî şad bibe.

Piştî ku Mehmud navê xwe tomar kir, ew li şûn birayê xwe çû li navçeya Reco leşkerî kir. Li roja yekê ji şer Mehmud tev hevalên xwe li navenda leşkeriya xwe bûn. Balafir di ser wan re digeriyan û cihê navenda wan nîşan dikir, lê wan haj tu tiştî tune bûn. Berî ku balafir dest bi barandina mûşekên xwe di ser Efrînê de bikin bi nîv demjimêrê agahî gihîşt navenda Mehmud û hevalên wî ku divê ew xwe ji mûşekên balafiran biparêzin.

Li nêz wê navendê binerdek hebû ku berî şerê Suriyê tirên tê re derbas dibûn. Mehmud û hevalên xwe yên leşker berve wê binerdê ve çûn da ku xwe tê de biparêzin. Dûrbûna wê binerdê bi qasî nîv demjimêrê bû dema ew gihîştin ber deriyê wê binerdê balafiran dest bi avêtina mûşekan kirin. Mehmud tev du hevalên xwe berî gişkan gihîştin ber deriyê wê binerdê lê ew derbas nebûn da ku hevalên xwe yên din berî xwe derbasî wê binerdê kirin. Dema dê ew jî derbasî wê binerdê bibana balafirekê ew dîtin. Wê balafira gawir bi lez mûşekek di ser wan de barand û termê Mehmud û herdu hevalên wî yên tev Mehmud li ber deriyê binerdê sekinî bûn mîna Kurdistanê bi çar parçe kirin.

Dilê Dozgîn û Sozvînê bi Mehmud û hevalên wî şewitîn û wan got dilovaniya Xweda li pakrewanan be û cihê wan buhişt be. Xweda aramiyekê bide Felekê û herdu zarokên wê jê re bihêle.

Zeytûn vegerî ba Felekê û li wir tev meta xwe û Mesod ta sibehê man. Dema Zeytûnê li sibehê xwest ku tev Felekê biçe goristana şehîd Refîq ya li gundê Metîna, wê dengê tirimpêlekê ji mala wan bihîst. Zeytûn ji mala Mehmud derket û berve mala wan çû. Deriyê mala wan herdu vekirî bûn, dema Zeytûn derbasî malê bû, wê dît ku birayê wê Lêlûn tev hevalên xwe bi cilên leşkerî û çekên xwe yên ku di destên wan de bûn hatine mala wan.

Zeytûn bi dîtina birayê xwe pir şad bû, wê bezî birayê xwe hembêz kir û ramûsand.

_ Lêlûn: Xwîşkê ka anê, bavo û Hawar?

Dema Zeytûnê dê bersiv bidaya Lêlûn tirimpêla xalê Ferîd jî hat û derbasî malê bû. Xalê Ferîd û Dara Hawarê ku di tirimpêlê de dirêjkirî bû ji tirimpêlê daxistin û birin li oda li rex jêrzemînê. Mizgîn ji tirimpêlê daket û wê serê lawê xwe Lêlûn û hemû şervanan ramûsand û ji wan re got: Xweda we gişkan biparêze.

Şervanên ku tev Lêlûn hatinî hejmara wan pir bû. Lêlûn ew giş birin qatê jorîn û li wir bi cih kirin.

Lêlûn piştî ku şervan li qatê jorîn bi cih kirin, ew ji qatê jorîn daket û pirsî: Çi bi serê Hawar hatiye?

Termê Hawar giş şewitî bû û termê wî bi tavahî bûbû mîna qirmîçekên di destên kalemêran de. Keskahiya çavên wî ji êgir çelmisî bû û bi zorê wî dikarî ku çavên xwe vekirana. Rengê reş li şûn rengê kesk di çavên wî de xuya dibû.

Mizgînê ji lawê xwe Lêlûn re çîroka Hawar û şivên li ser çiyê vegot.

Piştî Mizgînê çîroka şewtandina Hawar û şivên ji Lêlûn re bi dawî kir xalê Ferîd ji Lêlûn pirsî: Lêlûn çi heye? Çima hûn hatine vir?

_ Lêlûn: Xalo duh navenda me ya ku li Girê Endarê bû hate topbarankirin û wek we dît jî ku hemû navendên leşker û şervanan hate topbarankirin. Wek hûn dizanin jî li roja yekê ez li Şahbayê bûm, lê li roja duyem ez hatim ba hevalên xwe li Girê Endarê. Ferman jî ji me re hat ku divê em cihê xwe ji şervanan û çekan vala bikin berî ku balafir me topbaran dikin. Me bi ya fermana ji me re hatî kir û piştî ku me cihê xwe vala kir balafirekê hat gir topbaran kir.

Van balafiran tu cih ji me re nehîştin da ku em xwe û çekên xwe lê biparêzin, lewma berpirsê min ji min re got: Lêlûn mala bavê te mezin e û du qat in. Ma çima em navenda xwe venaguhêzin mala bavê te? Min jî çare ji bilî mala me nedît lewma min ew anîn mala me.

_ Dara: Xem mexe lawê min çiqas hûn li vir dimînin bimînin, mal mala we ye. Tu û hevalên xwe ji bo parastina me can û giyanê xwe didin. Lewma ne tenê emê mala xwe ji we re vekin lê emê dilê xwe jî ji we re vekin.

_ Xalê Ferîd jî got: Lêlûn ne tenê mala bavê te ji wê re vekirî ye lê mala me gişkan ji we re vekirî ne. Ta ku emê xwerina we jî ji we re peyda bikin.

Lêlûn spasiya bavê xwe û xalê Ferîd kir û vegerî ba hevalên xwe li qatê jorîn.

Mizgînê keça xwe li mal hîşt da ku xizmetî şervanan, Hawar û keçên Mehmud bike û ew, Nisrîn, Dara û xalê Ferîd tev Felekê bi tirimpêla xalê Ferîd çûn goristana şehîd Refîq li gundê Metîna.

Li goristanê termê Mehmud tev hevalên xwe û hemû şehîdan hate binaxkirin. Goristan bi gel dagirtî bû, ango gelê Efrînê giş bêtirs ji balafir û mûşekan di binaxkirina pakrewanan de amade bûbûn. Darên zeytûnan ên ku li rex goristanê bûn wan jî tev dê,dêpîr û hevjînên pakrewanan dilorandin û didagirîn. Axa goristanê jî tev bav, bapîr û zarokên pakrewanan keserên kûr ji hindir dilê xwe de dikişandin û bi bê re berdiban da ku heyam bi wan keseran germ bibe û Zivistan bi gel û Şervanên Kurd ne sar be.

Piştî termên pakrewanan hatin binaxkirin, Mizgînê xwest ku bi xwe re Felekê vegerîne gund, lê dê û bavê Mehmud Felek bi xwe re birin mala xwe û wan Xebat şandin mala Dara da ku ew keçên Mehmud ji wir wîne ba Felekê.

Li mal dema ku Zeytûnê xwest ku hilkişe qatê jorîn da ku ew ji birayê xwe Lêlûn pirtûkên xwe yên ku li ser masê bûn bixweze. Hîngê ji qatê jorîn sê şervan bi lez mîna birqan daketin û li pêş deriyê mala Dara sekinîn.

Zeytûnê bi vê tevgera lez a van şervanan re pirtûk ji bîr kirin. Ew li bin dara lêymûnê sekinî û wê hişê xwe da ser axaftina şervanan. Zeytûnê li wan hersê şervanan temaşe kir, wan hersê şervanan li pêş deriyê mala Dara xatirê xwe ji hev dixwestin çimkî ew dê her yek ji wan here eniyekê û li pêş dijmin şer bike.

Zeytûnê nas kir ku hersê şervan Efrînî ne ji ber ku wan bi zarava Efrînî bi hev re diaxivîn. Berî ku tirimpêla şervanan were wan şervanan bibe eniyên şer, hersê şervanan mîna ku ew cara dawiyê hev dibînin wan hev hembêz kir.

Yekî ji wan şervanan bi hevalê xwe yê şervan re got: Şiyar telefona xwe derxîne û ji me re li pêş mala bavê Lêlûn wêneyekê bikişîne ji ber ku belkî em çûn şer û em venegerîn. Wêneyekê bi telefona xwe ji me re bikişîne ji bo ku piştî mirina me ev wêne ji hevalên me re wek bîranîn bimîne.

Şiyêr telefona xwe derxist û wî tev herdu hevalên xwe wêne kişandin. Piştî ku wan wêne kişand tirimpêleke şervanan hat ew hersê şervan birin eniyên şer. Bi çûndina wê tirimpêlê hersê şervan li pêş çavên Zeytûnê hinda bûn.

Piştî ku hersê şervan ji pêş çavên Zeytûnê hinda bûn axaftina wan hersê şervanan ji bala Zeytûnê neçû û her peyveke wan şervanan bû mîna şûrekî di dilê Zeytûnê de hate çikandin. Herweha jî xatirxwestina şervanan ji hev ji bala Zeytûnê neçû, lewma wê li bin dara leymûnê çavên xwe radestî girî kirin û her rondikeke wê bû mîna dilopek baranê. Mîna çawa dilopên baranê keviran dikolin herweha jî rondikên Zeytûnê jî dêmên wê dikolan.

Zeytûnê li bin dara leymûnê girî bi tena xwe şên kiribû. Di vê demê de balafirek dîsa bi esmên ket. Te digot qey ev balafir mîna şevbestan ne, ne tu dinizanî kengî bi esmên dikefin û ne jî tu dizanî ku kengî ji esmên dadigerin.

Bi hatina vê balafirê re Zeytûnê girî rawestand û bêyî ku kes bi wê hîs bike ew bi dizî hilkişî ser serban û li balafirê temaşe kir da ku zanibe ku dê îcar balafir kû derê armanc bike. Pênc xulek derbas bûn, piştre balafirê çar mûşek avêtin li ser çiyayê Lêlûn. Zeytûnê bi çavên xwe dîtin ku çawa mûşek ji balafirê dadikevin. Ango wê daketina mûşekan ji zikê balafirê wek ku çawa zarok ji zikê diya xwe dadikeve mînand lê wê tenê cudahiyek di navbera zayîna dayîkê û balafirê de dît. Ew jî ku daketina zarok ji zikê dayîka xwe destpêka jiyanekê ye lê ama daketina mûşekan ji zikê balafirê destpêka mirinekê ye.

Li ser çiyayê Lêlûn gundek bi navê Gubelê hebû, Zeytûnê dît ku çawa wê balafira tirk ew gund bi mûşekan topbaran kir.Tevî ku ew gund çiqas biçûk bû, lê dîsa wî xwe ji kîna balafirên tirk rizgar nekir. Hîngê wê balafirê di ser malên sivîlên vî gundî de lehiya mûşekan barand.

Bi dîtina cihê topbaranê hate bîra Zeytûnê ku hevaleke wê ji vî gundî ye. Ew bi lez ji ser serban daket, wê telefona xwe kire nav destê xwe û li nimreya hevala xwe Eyşe geriya. Zeytûnê ji Eyşe re li ser nimreya telefona wê lêda, lê tora telefonê lawaz bû lewma ji Eyşe re telefon nehat lêdan. Zeytûnê sêçar caran hewil da da ku li dawiyê piştî demjimêrekê telefona Eyşe hate lêdan.

Eyşe telefona xwe vekir û bi Zeytûnê re axivî. Zeytûnê ji Eyşe li ser rewşa wê û gundê wê pirsî.

_ Eyşe li Zeytûnê vegerand û got: Ku niha ew tev malbata xwe hatiye Efrînê ji ber ku du zarokên apê wê ji dest avêtina mûşekan şehîd bûne û niha ew li ba hin mervên xwe ye. Lê xwediyên wê li nexweşxaneya Evrîn in. Herweha wê ji Zeytûnê re çîroka herdu zarokan berî ku bi mûşekan werin kuştin got.

Eyşe çîroka herdu zarokan wisa ji Zeytûnê re vegot:

Berî hatina balafirê li ser gund, zarokê apê min Amed û xwîşka xwe Arîn bi tena xwe li mal mabûn. Ji ber ku dê û bavê wan çûbûn li nav zeviyê xwe êzingan kom bikin. Zarok tev xwîşka xwe bi balafirên rûpelî li pişt mala wan dilîstin.

Dema balafir mîna şevbestên reş di ser gund re firîn, herdu zarokan destên xwe ji balafiran re rakirin û jê re bi destên xwe nîşan kirin. Ji baweriya herdu zarokan ku ew balafir çûk e bi qasî ku balafir pir bilind bû û girseya wê biçûk bû.

Balafira ku naleta Xweda lê barî li şûn ku gulan ji herdu zarokan re bavêje wê mûşek ji wan re avêtin, herdu zarok ji dengê teqîna mûşekan tirsiyan lewima ew revîn û wan di odeyeke mala wan de xwe veşartin.

Herdu zarokan li odeyê bi destên hev girtibûn û wan bi hevre digotin: Em natirsin niha anê û bavo wê werin û ewê vê çûka har ji ser me biqewtînin.

Ma çiqas hizirandina zarokan bêguneh e ji ber ku ew her tiştekî hêsan dibînin. Di baweriya wan de dê û bavê wan wê karibin vê balafirê biqewtînin û wê ji esmên daxînin. Ma gelo çawa dê û bavê wan ên vê balafirê biqewtînin.

Balafira har a ku di baweriya herdu zarokan de çûkeke har bû, wê axaftina herdu zarokan bidawî kir û du mûşek di ser mala herdu zarokan de barandin. Wê ji herdu zarokan re Amed û Arînê re mal kire gornek.

Dê û bavê zarokan dema dîtin ku balafir gundê wan topbaran dike, hîngê ew mîna dînan berve gund bezîn. Lê dema ew gihîştin mala xwe, wan dît ku balafirê mala wan topbaran kiriye û kevir li ser kêvir nehîştiye.

Dê û bavê zarokan li dora mala xwe re li zarokên xwe geriyan, lê wan ne termê zarokên xwe dîtin ne jî dengê wan bihîstin. Lewma wan bi navê zarokên xwe bilind bang kirin. Bi bangkirina dê û bavê zarokan bi navê Amed û Arînê cîranên wan giş li dor wan kom bûn. Bi kombûna cîranan dê û bavê zarokan mîna dînan ji wan pirsîn: Ma we Amed û Arîn nedîtine?

Kesekî nikarî bersiva wan bidaya.

Dema dê û bavê zarokan tu bersiv li ser pirsa xwe nedîtin ew mîna dînan bi nav mala xwe ya hilweşî ketin, wan kevirên ji malê hilweşînî radikirin û li zarokên xwe digerîn.

Tîmê ambûlansê bi lez xwe gihand gund û wan yekser dest bi karê xwe kirin. Wan parçeyên laşê herdu zarokan Amed û Arînê ji bin mala hilweşî de derxistin û yekser birin nexweşxaneya Evrîn.

Dê û bavê zarokan bi dîtina termên zarokên xwe yên parçekirî bîrve çûn lewma tîmê ambûlansê ew jî kirin ambûlansê û bi xwe re birin nexweşxaneyê. Piştre ez û malbata xwe jî li pey tirimpêla ambûlansê daketin Efrînê û niha em li Efrînê ne.

Piştî ku Eyşe vegotina çîroka herdu zarokên apê xwe ji Zeytûnê re bi dawî kir. Zeytûnê saxiya Eyşe û malbata wê xwest û herweha xwest buhişt bibe cihê herdu zarokan. Piştre herdiyan telefona xwe bi hev re bi dawî kirin.

Li şeva wê rojê ya ku bi xwîna herdu zarokan wê demjimêrên xwe hene dikirin. Malbata Dara tev malbat xwîşka xwe li nûçeyan temaşe dikirin. Di hemû nûçeyan de wêneya laşên parçekirî yên herdu zarokan Amed û Arînê kanalên nûçeyan dagir kiribûn.

Wêneya termên parçekirî yên herdu zarokan agir di zemîn û esmanan de vêdixist.

Bi dîtina wêneya laşên parçekirî yên herdu zarokan li ser kenala nûçeyan bê vîna Zeytûnê rondikên wê ji herdu zarokan re helbesteke êşdar hûnandin û wan rondikan helbesta xwe li ser dêmên Zeytûnê wisa nivîsandin:

Ez zarokek biçûk bûm

Ez zarokek bêguneh bûm

Li dora mala me şivanek bûm

Şivanê pêşeroja xwe bûm

Li dora mala me

Min hêviyên xwe diçêrandin

Ji rûpelên lênûsa xwe

Min balafir çê dikirin

Li dor mala me

Min û Arînê balafir difirandin

Me nizanî dê balafir rast bin

Li ser mala me re bifirin

Me nizanî ajokarên wan hov in

Me destên xwe ji wan re rakirin

Nîşana silavê ji wan re bi rê kirin

Ji wan ve em şervan in

Destên me jî çek in

Û me berve wan kirine

Lewma wan mûşek di ser me de barandin

Laşê me parçe kirin

Dê û bavê me ne li mala bûn

Ew li nav zevî bûn

Ez û xwîşka xwe li mal dilîstin

Bi kenê xwe me guhên esmanan diteqandin

Balafiran li esmanan kenê me girtin

Kirin mûşek û di ser me de barandin

Ez û xwîşka min parçe kirin

Lê dîsa destên me ji hev nekirin

Di bin serbanê mala me de

Mîna goşt em hûr kirin

Ji bin kevirên mala me

Parçeyên laşê me derxistin

Dilê dê û bavê me şewitandin

Li nexweşxaneyê wêneya nîvserê min

Li ser kenalên televizyonan ragihandin

Ma min û xwîşka min çi bi serê Tirkan û Ereban kiribû

Da ku em wisa parçe kirin

Ma ji min û xwîşka min re bibêjin

Kanîn dewletên bi navê mafê zarokan bang dikin

Û me ker û gêj dikin

Ma niha ew kanîn

Bila werin ji min re bibêjin

Bi çi gunehî ez û xwîşka min kuştin????

Ev roj û şeva bi xwîn pir giran bû li ser Efrîniyan gişkan. Lê malbata Dara gişkan giraniya şev û rojên şer bi xizmetkirina Leşker, Şervanên Kurd û koçberan derbas dikirin. Şervanên ku li mala Dara qet ranediwestîn her nîv katijimêrê hinek diçûn û hinek dihatin, lewma deriyê mala Dara hertim vekirî bû.

Heman di wê şevê de tirimpêleke şervanan dîsa hat mala Dara lê îcar tu şervan jê daneketin û ne jî tu şervan tev wê çûn.

Ajokarê wê tirimpêlê du çente ji tirimpêlê daxistin. Wî bangî Lêlûn kir û ew herdu çente dane wî. Dema ajokerê tirimpêlê bangî Lêlûn dikir Zeytûn ji hindir derket û wê li wî û Lêlûn nêrî. Ajokerê tirimpêlê ji Lêlûn re got ku van çenteyan veşêre da ku berpirsê me tê wan ji te dixweze.

Bi hatina vê tirimpêlê re şervanek ji qatê jorîn daket, wî ji tirimpêlê cilekî leşkerî derxist û ew bi xwe re bire qatê jorîn.

Zeytûnê piştî ku ew tirimpêl çû wê bangî Lêlûn kir ji bo ku ew zanibe ku çima ew tirimpêla hat û çû bêyî ku tu şervan vê re herin. Lê Lêlûn banga Zeytûnê nebihîst. Lewma wê çû deriyê jêrzemînê vekir, hîngê wê li jêrzemînê Lêlûn dît. Wî li jêrzemînê ew herdu çente vedişartin.

_ Zeytûn: Bira tu çi dikî? Tu çi vedişêrî?

_ Lêlûn: Ez çenetyên du şervanan vedişêrim ji ber ku niha tirimpêleke şervanan hat. Ajokarê wê tirimpêlê du çente dane min û ji min re got wan veşêre da ku berpirsê me tê wan dibe. Herweha wî ji min re got: Şiyar, Mezlom û Milîtan şehîd ketine û ev her du çente yên Şiyêr û Milîtan in.

_ Zeytûn: Çi!!!!!

Mezlom, Milîtan û Şiyar şehîd bûne! Li sibehê Şiyar li pêş deriyê mala me bû û wî bi hevalên xwe re wêne dikişandin. Ma qey wî zanî bû ku dê şehîd bibe lewma wî wêne tev hevalên xwe kişandin da ku ew bîranînekê ji malbat û hevalên xwe re bihêle. Hey Xweda tu cihê wî û hemû pakrewanan bikî buhişt.

Bira ma Şiyar li kû şehîd ket?

_ Lêlûn: Ew li gundê Meraniyê bi mûşekên balafirên Tirk şehîd ket.

_ Zeytûn: Dilovaniaya Xweda li wî be. Pakrewan roniya jiyana me ne.

Bira ma kîjan Mezloma şehîd bûye?

_ Lêlûn: Mezlom hevalê min ê ku ez û wî mîna bira bûn bi hev re.

_ Zeytûn: Te got çi!!!!

Mezlom bavê Berxwedên! Ey Xweda te çi aniye serê me Efrîniyan? Ma bi çi gunehî jiyan me siza dike? Bira hevjîna Mezlom Şevîn hertim neweş e, çimkî bi wê re nexweşiya sil heye û di ser vê de jî ew pir belengaz in. Ma piştî ku Mezlom şehîd ket ma wê kî li wan binêre? Hey Xweda tu cihê wî bikî buhişt.

Bira hîn li bîra min e gotina wî her ku ew tev te dihat mala me, wî bi min re digot xwîşkê: Ez bi çêja qehwê hîs nakim ji bilî ser serbanê mala we çimkî bilind e û ew Efrînê giş dike hembêza me. Dilovaniya Xweda lê be û cihê wî buhişt be.

_ Zeytûn: Bira min nas kir ku çente yên kê ne, lê ew cila leşkerî ya kê ye?

_ Lêlûn: Ew ya şehîd Canyar e, wî jî ji bo parastina Efrînê giyanê xwe daye.

_ Zeytûn: Bira ma çawa şehîd Canyar şehîd ket?

_ Lêlûn: Şehîd Canyar li gundê Xelîl şehîd ket. Dema ku komeke Artêşa Azad êrîşî vî gundî kir hin kal û pîrên gund di malên xwe de mabûn. Hin şervanan jî xwe di malan de veşartin û di wan malan de şervanan çete dikuştin. Her ku hin çete derbasî malan dibûn ji bo ku diziyê malan bikin hîngê şervanên ku di hindir malan de bûn ew çete dikuştin. Canyar jî yek ji wan leşkeran bû wî xwe di mala kalekî de veşartibû. Dema ku hin çete derbasî mala wî kalî bûn Canyar ew çete kuştin û berî ku ew û kalê termên wan çeteyan veşêrin çeteyine din derbasî mala kalê bûn. Dema wan çeteyan termên hevalên xwe dîtin wan çekên xwe berve kalê kirin da ku bikujin lê Canyar ji wan bi leztir bû û wî ew berê kuştin. Canyar ji kalê re got ku divê tu ji mala xwe derkevî berî ku çeteyine din tên û te dikujin.

Kalê bi ya Canyar kir ew ji mala xwe derket û berve mala cîranê xwe ve çû. Di çûndina kalê ba mala cîranê xwe de Canyar rê ji kalê re pa û parast da ku kal bi saxî bigihêje mala cîranê xwe. Canyar tena xwe li mala kalê ma û her ku çete derbasî mala kalê dibûn wî çete dikuştin. Li şevê Canyar dengê avêtina qurşînekê ji mala cîranê kalê ya ku kal niha lê ye bihîst. Canyar berve wê malê ve çû û di pencerê re wî nêrî. Wî dît ku kal li ser zemînê lingbirîndar e, çeteyek beriyên wî vedide û pereyan jê derdixe. Canyar mijûlbûna çete bi derxistina pereyan ji berîka kalê wek derfet dît, wî bi dizî pencere vekir û qurşînek avête serê çete. Piştre Canyar derbasî malê bû, kal da ser pişta xwe û ji malê derketin. Canyar li wê şevê û kal li ser pişta wî ji gundê Xelîl derketin. Berve cihê şervanan ve hatin da ku kalê bi lez bigihînin nexweşxaneyê lê balafira Tirkan ji wan bi leztir bû , balafirê mûşekek di ser wan de avêt û bi vî awayî ew şehîd ketin.

_ Zeytûn: Xweda hemû şehîdan bi buhiştê şad bike û dilovaniya Xweda li gişkan be.

Bira ez dizanim ku şehîd bi cilên xwe ve tê gornekirin. Ma çawa cilê Canyar a leşkerî niha anîn.

_ Lêlûn: Xwîşkê gotina te rast e Canyar bi cilên xwe ve hate gornekirin, lê ama her şervanekî du cilên wî hene û cila leşkerî ya niha hatî ew a duyem bû ba Canyar. Şervanê ku hatî ew cil birî navê wî Vîndar e û ew dostê Canyar e. Wî cilê Canyar xwest da ku ew cilê hevalê xwe yê pakrewan li xwe bike û pê here şerê dijmin bike.

_ Zeytûn: Xweda bi dostên baş re be.

Bira ma termê hevalê te Mezlom hatiye binaxkirin, lê hîn nehatiye binaxkirin?

_ Lêlûn: Hîn nehatiye binaxkirin.

_ Zeytûn: Çima?

_ Lêlûn: Agahî ji me re hat ku termê hevalê me Mezlom di destê çeteyan de ye. Li sibehê berpirsê me wêneya Mezlom bi riya telefona xwe şanî me kir. Di wêneyê de xuya bû ku Mezlom ne bi çekê hatiye kuştin lê bi mûşekê hatiye kuştin ji ber ku laşê wî hinekî şewitî bû. Mezlom li eniya Hemamê şer dikir û ew pir qehreman bû ji ber ku wî bi tena xwe li roja yekê kemînek ji dijmin re çêkir û gelek çete kuştin. Dema ku çete berve gundê Hamamê ve dihatin bi şevê Mezlom berve çeteyan ve bi zikxwişandinê çû û wî li ser riya çeteyan bombe çandin. Dema ku tirimpêlên çeteyan nêzî gundê Hemamê kirin hîngê tirimpêlên çeteyan di ser bombeyên ku Mezlom di ser rê de çandibûn re çûn û teqiyan.

Vê bûyerê hêrsa çeteyan bilind kir lewma wan mûşek di ser gundê Hemamê de yê ku Şervanên Kurd tê de bûn barandin. Di vê barandina mûşekan de mûşekek li cihê Mezlom ket û ew şehîd ket. Lê ji ber giraniya şer şervanan nikariyan ku termê Mezolm rakirana ji ber ku ne tenê mûşek dibarîn lê belê balafir jî di ser gund re difirîn û wan gund bombebaran dikirin.

Bi zora mûşekên balafiran Şervanên Kurd pir şehîd ketin. Bi vî awayî çete derbasî gundê Hemamê bûn û dema ku ew derbasî gund bûn hîngê termê Mezlom bidest wan ket. Wan hemû tiştên ku bi Mezlom re bûn diziyan, wan telefona Mezlom jî ji berîka wî derxistin, bi riya telefona wî çeteyan ji berpirsê me re lêdan û wan berpirsê me gef kirin.

Çeteyan dema ku bi berpirsê me re diaxivîn wan ji berpirsê me re digotin ku emê derbasî Efrînê bibin, hemû gundên wê dagir bikin û herweha jî emê hemû tiştên Kurdan ta jinên wan jî ji xwe re mehir bikin.

Berpirsê me hertim wî ji çeteyan re digot ku hûn ta pêsiya segên me bidest naxînin. Wî ev gotin dikirin û telefon di ser rûyên wan de digirt.

Çeteyan termê Mezlom dirêj kiribûn, her carekê wan wêneyek ji termê wî re bi awayekî cuda û hovane dikişandin û ji berpirsê me re dişandin.

Her ku wan çeteyan wêneyên termê Mezlom dişandin, tolstandin di dilê me de pir dibû û me sond xwar ku emê mafê terma wî ji çavên çeteyan bistînin.

Her çiqas berpirsê me hewil dida ku termê Mezlom ji dest çeteyan wîne lê wî nikarî. Lewra wî çû tirimpêla xwe firot û pereyên ji firotina wê tirimpêlê hatinî wî dane malbata Mezlom ji bo ku ew xwe pê jiyan bikin û Şevîn pê dermanê xwe bikire.

_ Zeytûn: Xuya ye ku berpirsekî dilovan e da ku wî karekî wisa kir.

_ Lêlûn: Berpirsê me ew jî ji gelê Efrînê ye û herweha jî hemû leşkerên ku bi me re hatine mala me ji xortên Efrînê ne.

_ Zeytûn: Xweda gişkan biparêze.

Piştre Lêlûn û Zeytûn ji jêrzemînê derketin. Zeytûn çû hindir û Lêlûn jî çû ba şervanan.

Zeytûnê bi hebûna şervanan li mala wan agahiya wê ji hemû eniyên şer hebû lewma wê dixwest ku hertim şervan li mala wan bimînin.

Hejmara şervanan li gund pir bû û pêwîstiya wan bi pir malan çê bû lewma şêniyên gund deriyên malên xwe ji Şervanên Kurd re vekirin. Ango gund îcar bû mîna navendeke leşkerî û tê de hejmara şervanan ji şêniyê gund pirtir bû.

Zeytûn bi qasî ku bi xizmetkirina şervanan mijûl bûbû êdî wê xwendina xwe ji bîr kiribû.

Berî dema ezmûnan bi du rojan serokê zanîngehê ragihand ji xwendekaran re ku ezmûnên werza yekê hatin paşxistin da ku rewşa cengê radiweste.

Dîlanê hevala Zeytûnê ya ku ew û Zeytûnê li zanîngehê li rex hev rûdiniştin wê ev agahiya ji Zeytûnê re ragihand.

_ Bi bihîstina vê agahiyê Zeytûn pir bi xem bû û wê bi hevala xwe re got: Bîstî Rêbendanê xwezî ji salnameyê were derxistin ji ber ku wê pir xewinên Efrîniyan kuştin.

_ Dîlanê: Vê dîrokê ne tenê xewnên me kuştin lê belê wê pir ji gelê Efrînê jî kuştin.

_Zeytûn: Naleta Xweda li vê dîrokê bibare û herweha naleta Xweda li çeteyan û deweleta Tirik jî bibare. Dîlan xewina ku em ji zanîngeha Efrînê derçin û em bibin derçûnerên Wêjeya Kurdî. Vê cenga bîstî Rêbendanê ev xewna me ji destên me revand.

_ Dîlan : Zeytûn bi xem mebe ev bela li serê Efrîniyan gişkan e. Em niha giş êşa vê cengê dikşînin lê emê vê belê ji ser xwe bi hêzên xweYPKê û YPJê bidin alî û biserkevin.

_ Zeytûna : Rast e gotina te hevala min emê bi hêza hêzên xwe YPKê û YPJê bi ser kevin. Ev baweriya me Efriniya gişkan e

_ Dîlan: Emê bi serkevin hevala min û ev baweriya me ye. Niha bi xatira te ji ber ku min xwe tevlî koma alîkariya koçberan kiriye û divê niha ez tev hevalên xwe herim li ser koçberên ku ji gundan tên bigerin ta ku em pêwîstiyên wan ji wan re peyda bikin .

_ Zeytûn: Oxir be hevala min. Xweda bi we re be tu û hevalên xwe karekî pîroz dikin.

Li şeva bîst û heftî Rêbendanê Lêlûn tev hevalên xwe berê xwe dane gundê Hamamê da ku şerê çeteyan bikin. Li wê şevê Zeytûnê bi xem xew kir ji ber ku bala wê hertim li ba birayê xwe Lêlûn û hevalên wî bû. Dema ku Zeytûnê bi şev xew kiribû wê di xewê xwe de dît ku dengek bi esmên ket. Tu dibêjî qey hîngê deriyê esmên vebû û got: Her bijî keça Kurdan bûrin buhiştê ji ber ku te bi pakrewanbûna xwe hemû deriyên buhiştê ji xwe re vekirin.

Xuya bû ku ew dengê Zeytûnê di xewa xwe de bihîstî ew dengê firişteyê esmanan bû. Wî firişteyî bi dengekî bilind digot firişteyek ji zemînê hilkişî esmên. Lez bikin firişteyino wê pêşwaz bikin.

Zeytûn bi dengê firişte re ji xewê şiyar bû û ew pir li xewa xwe matmayî ma.

Bi hilatina sibehê re Lêlûn ji eniya şer tev hin hevalên xwe hat. Bi gihîştina wî li mal wî hevalên xwe û xwedanên xwe agahdar kirin ku keça Efrînê ya bi navê Evêsta Xabor xwe li eniya Hemamê bi debabeyeke tirkî ve teqand û wê hemû leşerên ku di wê debabê de kuştin.

Şervanan û malbata Dara gişkan bi hev re gotin: Bijî berxwedana Evêste… Bijî berxwedana keça Kurdan li hember dijmin… Bijî û hertim bijî.

Zeytûnê dema ew agahiya bihîst yekser xewna xwe hate bîra wê, herweha jî hate bîra Zeytûnê ku Evêste û birayê wê Lêlûn di komekê de bûn. Lewma wê pir xwest ku ji birayê xwe nas bike ku çawa Evêsta xwe teqand.

_Piştî ku ev agahî giş hatin bîra Zeytûnê. Wê ji birayê xwe pirsî: Çawa Evêste xwe teqand?

Lêlûn piştî ku pirsa xwîşka xwe bihîst, wî li dora xwe nêrî. Bi vê nêrînê re wî li ser rûyê hemiyan ev pirs dît lewma wî nexwest ku gişkan ji bersiva vê pirsê bêpar bihêle. Wî ji gişkan re çîroka pakrewanbûna şehîda Evêste wisa got:

_ Li şeva borî, li gundê Hemamê û bi taybet li bin dareke Zeytûnê ku ew jî ji sînorên di navbera Kurdistana Bakur û Kurdistana Rojava de tengijî bû Evêsta li bin wê darê xwe ji bo tolhildanê ji hevalên xwe re ji dijmin hilde amade dikir. Ez jî bi hinekî li paş wê bûm û min ji çeka xwe qurşîn di ser çeteyan de dibarandin. Evêste li dor dara Zeytûnê ya ku wê di bin de xwe amade dikir heft caran mîna çawa ku misliman di dor Kabê re digerin ew jî digeriya û herweha min bihîst ku ew ji wê dara zeytûnê re dibêje: Tu Kabaya min î û Kabaya hemû Efrîniyan î. Efrîna min niha ezê bê xem ji jiyanê bi rê kevim ji ber ku min haca xwe li ber dara pîroz kabaya Kurdan kir. Piştî ku wê ev gotinan kirin wê mistek ji axa li bin wê darê rakir û pê dest û rûyê xwe şuştin.

Dema min Evêste wisa dît, ez bi zikxweşandinê bi berve wê çûm û min ji wê pirsî: Çi heye hevala Evêste? Çima te bi axê rû û destê xwe şuştin?

Evêste li min nêrî û bi rûkenî ji min re got: Hevalo ez niha dê ji bo vê axa pîroz canê xwe bidim lê ez naxwezim ku bê xelat ji vê jînê herim, lewma min wisa dest û çavên xwe bi axa Efrînê ya pîroz şuştin ji bo ku ez xwe bi axa Efrînê bixemlînim. Hevalo ez dixwezim vê axê û bihna wê ya zeytûnî bi xwe re bibim buhiştê ji ber ku buhişt bi min ne buhişt e ger tiştek ji Efrîna min lê tune be.

Wê ev gotinan bi min re kirin, piştre wê xatira xwe ji min xwest û got bixetira te hevalo. Ez niha dê biçim xwe di nav dijmin de biteqînim. Erê ezê niha xwe di nav dijmin de biteqînim da ku tola hevalên xwe û Efrînê ji çeteyan bistînim. Hevalo ez niha bi xwe re axa Efrînê dibim buhiştê ji bo ku parekwana dê di pişt min re were ew jî bi xwe re fîdaneke zeytûnê wîne. Ez û wê emê herdu pakrewan li buhiştê dara zeytûnê di nav axa Efrînê de ya ku ez niha bi xwe re dibim biçînin.

Bi xatira te hevalo niha ez parastina vê axê radestî we dikim, dê di pişt min re hûnê vê axa ku em ji dayîkirine biparêzin. Bi dawiya vê gotinê re wê pişta xwe da min û berve çeteyan ve çû.

Min jî jê re got: Oxir be pakrewana Evêste… Oxir be. Soz ji te re emê giş li pey te dê ji bo vê axê bibin pakrewan û emê giş bi xwe re fîdanên zeytûnê wînin buhiştê.

Evêsta ji min bi dûr diket û her ku ew bi dûr diket ew li pêş çavên min dibû mîna firişteyan. Ango giş dibû mîna ronahiyekê. Piştî wê ronahiyê jî dema ku ew ji debabeya dijminê Tirk ve nêz bû hîngê ew bû mîna agirekî û wê bi wî agirê xwe ew debabeya dijmin teqand. Bi teqandina xwe re wê ew debaba tev leşekerên ku tê de bûn şewitandin, wê agirê teqandinê li wan leşkeran kire agirê dojehê û laşên wan tê de şewitand.

Ev e çîroka pilinga Kurdan Evêste. Bawer bikin ku Evêste bi vê teqîna xwe nameyeke mirovatî ji jiyanê giş re şand ku gelê Efrînê bi tevahî jin û mêrên xwe qehreman in û ew Efrîna xwe bi giyanê xwe didin. Wê bi teqandina xwe ne tenê namayeke mirovatî ji jiyanê re şand lê herweha jî wê xwe kire tavek ji tavên rojê yên bîst û yek ên ku li ser ala Kurdistanê hatine nîgarkirin.

Piştî ku pakrewana Evêste xwe teqand dara ku Evêsta li bin wê heca xwe dikir, wê ji pijaqên xwîna Evêsta xwe mîna bûkekê xemiland û bi pakrewanbûna wê xwe têr kir.

Min jî li bin wê darê ji Evêsta re nimêja azadiyê kir û ji wê re bîst û yek qurşîn di sîngê çeteyan de çandin. Ji wê darê min şaxek jêkir û bi pijaqên xwîna pakrewana Kurd min li ser wê darê nivîsand ku ( Li vir pakrewana Evêsta heca azadiyê kir û li vir wê xatir ji Efrînê xwest).

Min nikarî ku ez herim termê pakrewana Evêsta wînim ji ber ku termê wê yekser hilkişî esmên û ew li ser zemînê nema. Min ew şaxa zeytûnê kire nav miltanê xwe û min ew bi xwe re anî.

Piştî ku Lêlûn çîroka pakrewanbûna şehîda Evêste bi dawî kir gişkan bi hev re got: Dilovaniya Xweda lê be û cihê wê bihuşt be. Bi rastî wek mezinên Kurdan gotî: Şêr şêr e çi jin e çi mêr e.

Zeytûnê jî li ser van gotinan zêde kir û wê got: Ez niha têghîştim ku çima di hemû mayînên Kurdan de tim wêneya şêran heye ji ber ku her Kurdek jin be yan mêr be ew şêr e û ew şêr jî hertim ji bo welatê xwe pakrewan e. Evêsta gula Çiyayê Kurmênc e. Ev gul jî dê ji xwîna xwe Çiyayê Kurmênc bi gul û sosinan tijî bike û riya serkeftinê ronî bike. Vê pakrewanê bi pakrewanbûna xwe nîşaneke serfiraziyê li dîroka Efrînê çêkir û wê bi vê nîşanê serê dijminan şikand.

_ Lêlûn: Rast e gotina te xwîşkê ta ku keç û xortên Efrînê hene Efrîn qet naçe.

Piştî ku Lêlûn axaftina xwe bi Zeytûnê re bidawî kir, ew tev hevalên xwe hilkişîn qatê jorîn da ku çekên xwe bi qurşînan dagirin. Lê berî ku ew hilkişe Zeytûn li pey wî çû û wê ji Lêlûn ew şaxê zeytûnê xwest. Lêlûn şaxê zeytûnê ya ku ji dara Ku Evêsta li bin şer dikirî ji bin miltanê xwe derxist û da Zeytûnê. Lê dema ku wî şax dida Zeytûnê, wî ji Zeytûnê re got: Divê tu vê şaxê mîna giyanê xwe biparêzî.

_ Zeytûn: Bê xem be bira ezê wê ji giyanê xwe bêtir biparêzim. Zeytûnê ew şax ji birayê xwe bir û kire nav lênûsa xwe ya ku li ser wê dest bi nivîsandina romanekê li ser şerê Efrînê kiribû.

Efriniyan gişkan meha Rêbendanê bi xem û şewat derbas kirin. Deh rojên dawî ji temena Rêbendana 2018an rojine tarî bûn ji ber ku van rojan cilên xemginiyê li Efrînê kirin. Di van rojan de pir ji gelê Efrînê û şervanên wê hatin kuştin, birînkirin, talankirin û êşkencekirin, pir mal hatin ruxandin, wêrankirin û di bin de pir malbat mirin.

Rêbendana ku diviya Zeytûnê tê de ezmûnên xwe bikirina û li dawiya wê zemawenda xaltîka Sînor bihata kirin bû Rêbendana sor çimkî pir xwîna gelê Efrînê tê de hate rijîn.

Piştî ku Rêbendan çû îcar Reşemeh hat. Vê mehê jî mîna navê xwe reşî bi xwe re ji Efrînê û gelê wê re anî. Reşî û bûyerên ku di vê mehê de qewimînî di tu meh, dîrok û efsanan de neqewimîn.

Yekê Reşemehê ev dîrok qet nayê jibîrkirin.

Tirimpêleke şervanan bi lez hate mala Dara, hin şervan jê daketin û hin jî ji qatê jorîn daketin bi lez lê sîwar bûn.

Piştî hatina wan şervanan bi çaryekekê Lêlûn ji qatê jorîn daket û bi lez aniye ser kenala nûçeyan.

Li wê şevê hemû kenalan li ser şêweya parçekirina laşê şervana YPJê Barîn Kobanê diaxivîn û vîdyoya parçekirina laşê wê ji aliyê çeteyan ve radigihandin.

Di vîdiyoyê de mîna çar roviyan li ser laşê xezalekê kom bûbûn. Yekî ji wan roviyan ku çav di serî wî de ji vexwarina hebên hişbirê beq bûbûn bi telefona xwe laşê Barînê ya ku tazî kiribûn tomar dikir û digot: (Edêş hilwê ye zelemê) ango bi Kurdî çiqas rindik e.

Wan laşê Barînê mîna hovan parçe kiribûn û li ser termê wê bi navê Xweda bang dikirin. Tu dibêjî ku qey ew bi parçekirina laşê Barînê ew Qidisê rizgar dikin û Cihoyan talan dikin bi qasî ku pir şad bûbûn.

Dema ku gişkan ev vidiyoya dîtin wan gişkan bi tijî devê xwe tive ser rûyê wan çeteyan kirin ên ku di ekrana televizyonê re dihatin der û wan bi tijî dengê xwe gotin: Naleta Xwedê li we bibare ey bênamûsino.

Bi dengekî tijî hêrs Zeytûnê got: Ev çi ol e ku dihêle zilam laşê keçekê tazî bike, parçe bike, ser de jî wî laşî tomar bike û hîn jî wî li ser kenalan parve bike. Di tu olan de ev tişt nîne. Ma ger ev çete Misliman in û bi ola Îslamî bang dikin ma wan çawa laşê Barînê wisa kirin? Ma ne ola Îslamî dibêje ku: ( Îkram al meyêt devineho) yanê mafê miriyan binaxkirin e heya ku dijmin be jî divê were gornekirin. Hey Xwedyo ma çawa gotina Elah El Ekbar destên wan pûç nake û giyanê wan ji laşê wan dernaxîne?

Lêlûn vegerî ba hevalên xwe û yekser tirimpêlekê hatin ew birin eniya şer.

Zeytûn ji hindir derket li derveyî odeyê wê li nimreya hevala xwe Lorîn a ku di warê ragihandinê de di ajansa Hawar de kar dikir lêda. Lorînê ji Zeytûnê re telefon vekir. Piştî silavê Zeytûnê ji Lorînê li ser bûyera şehedata pakrewana Barînê pirsî.

_ Lorînê ji Zeytûnê re got niha ez pir ne vala me ku pir li ser telefonê biaxivim ji ber ku ez niha gotarekê li ser pakrewana Barîn dinivîsim û divê bi lez wê li ser rûpela ajansa me biweşînim. Eger min gotar bidawî kir ezê wê di nameyekê de ji te re bişînim da ku tu bi bûyera pakrewana Barîn agahdar bibî.

Herdu keçan telefon girtin. Lorînê nivîsa gotara xwe berdewam kir. Zeytûnê jî çû li jêrzemînê bi riya tora MTN ango tora surî enternêt vekir da ku Lorîn ji wê re gotarê bişîne. Erê di destpêka şerê Efrînê de dewleta Tirkiyê tora civakî li ser herêma Efrînê qut kir lê saziyên ragihandinê û piraniya xelkê bi riya tora surî enternêt vedikirin. Piştî nîv demjimêrê Lorînê gotar ji Zeytûnê re şand.

Hemiyan li hindir hertim li nûçeyan guhdar dikirin.

Zeytûn li jêrzemînê bi tena xwe bû. Wê dest bi xwendina gotarê kir:

Barîn keçeke Kurd û leheng e, wê ji roja yekê ji şerê Efrînê sond xwar ku ewê parastina Efrînê ta kêliya dawî ji temenê xwe bike û bi rastî jî wê mîna piling û şêran şerê dijmin kir. Wê wek bazan bi qurşînên xwe laşê çeteyan nêçîr dikir û ew yekser dişandin dojehê.

Barînê digot: Azadiya min ew e: Ku ez li rex xortên welatê xwe parastina welatê xwe bikim. Parastina her welatekî ne tenê ji erkên xortan e, lê ew ji erka keçan e jî. Di parastin û avakirina her welatekî de divê keç û xort li rex hev bin û bi yekdest ew kar bikin. Ev gotina pîroz gotina pakrewana Barîn e. Wê ev gotin kiribû dema ku tevî refên Şervanên Kurd bûbû.

Xwedayê esmên Xwedayek e lê Xwedayên zemînê pakrewan in. Ne tenê gotinên Xweda pîroz in, lê belê gotinên pakrewanan jî pîroz in. Rûmeta pakrewanan ji rûmeta Xwedayê esmên e.

Xwedayên çeteyan dizî, talankirin, kuştin û wêrankirin in. ev Xwediyên çeteyan e. Herweha di navbera çeteyan û Xwedayên wan de simsar hene. Ew simsaran jî mileyên rihmiştik in.

Mileyên çeteyan ji çeteyan re dibêjin: Eger hûn bi destê keçên Kurd bimirin hûnê herin dojehê û dê Horî jî nebin para we. Mileyên wan ên derewçîn di hişê wan de ev ramanan çandibûn, lewima çeteyan pir kîna xwe li keçên YPJê dikirin û nedixwestin ku YPJê bi wan re şer bikin da ku bi destên wan nemirin.

Barînê ta kêliya dawî ji temenê xwe Efrîn parast û sonda xwe anî cih. Wê nedixwest çete û Tirk derbasî axa Efrînê bibin. Barînê li cebiheya gundê Qirnê şer dikir, dema wê dît ku komeke çeteyan jê ve nêz dibe wê topek avêt nav çavên wan çeteyan û giş kuştin. Lê komeke din xwe gihand cihê wê koma kuştî.

Barînê dema dît ku çete ji wê ve nêz dibin, wê şaxek zeytûn danî ser dilê xwe û got: Evêsta û Arîn ez têm ba we ji bo em bi hev re li buhiştê zeytûna Efrînî biçînin.

Piştre wê dara zeytûnê ramûsand û jê re got: Dara pîroz rêdanê bide min. Ez jî dê xwe tevlî karwana pakrewanan bikim. Ey dara pîroz xemgîn mebe bo keç û xortên xwe ewê giş bi hev re te li buhiştê biçînin û ji nûve bi ramûsanên xwe ewê kokên te av bidin. Barîn mîna bazekî wê çeka xwe kire destê xwe berve çeteyan ve çû û bi qurşînên tivinga xwe nêçîra segan[çeteyan] kir .

Segekî ango çeteyekî ku xwe li pişt topekî belanê melisandibû, wî çeka xwe berve Barînê kir û qurşînek di ser dilê Barînê de lêxist. Barîn tev şaxa zeytûnê li bin dara zeytûnê şehîd ket. Çete mîna roviyên ku xezalek dîtin berve Barînê bezîn.

Çeteyên hov dema gihîştin ba Barînê û termê wê , wan dîtin ku derfet ji wan re hat da ku hovîtiya xwe li ser termê wê nîgar bikin ji ber ku di baweriya wan de ew bi vî karî buhiştê dikin para xwe û Horiyan li xwe mehir dikin.

Zeytûnê xwendina gotarê bi dawî kir û wê got: Hey çeteyino Buhişt û Horî serê we bixwin û bi Xweda ji bilî dojehê tu tişt ne para we ye.

Pakrewana Kurd Barîn te jî bi pakrewanbûna xwe xwe kir tavek ji tavên bîst û yek ên li ser ala Kurdistanê. Dê bi pakrewanbûna we riya Kurdan ronî bibe û Kurdistan ava bibe. Hûn pakrewanên me ne û her pakrewanek bi xwîna xwe dîrokekê ji gelê xwe re dinivisîne. Oxir be Barîn… Oxir be. Silavan li Evêste û hemû pakrewanên Berxwedana Serdemê bike. Evêsta gotibû ku pakrewana dê li pey min were ewê bi xwe re fîdana zeytûnê wîne. Barîn te fîdana zeytûnê dabû ser dilê xwe lê çeteyan ew ji ser dilê te avêtin û mîna laşê te parçe kirin. Lê bê xem be Barîn dema çete ji dor termê te yê pîroz belav bûn. Hîngê bayê rojavayî bahozek peyda kir û şaxa zeytûnê dîsa li ser dilê te danî ji bo ku ev fîdana zeytûnê jî bi te re here buhiştê. Ta ku tu û Evêste bi hevre wê li buhiştê di nav axa Efrînê de ya ku Evêsta bi xwe re biribû de biçînin.

Bi dawiya xwendina gotarê re Zeytûn vegerî odeyê. Li odeyê giş bi bihîstina parçekirina laşê Barînê xemgîn bûbûn.

Piştî ku ev karê hovane di dermafê termê Barînê de hate kirin Efrînî û Kurd li xwe hişyar bûn ku ev ceng ji wan re ezmûn e ta ku têbigihînin ku tu kes piştgiriya wan nake û kes ji Kurdan hez nake. Ango têgihîştin ku tu kesî Kurdan tune ye ji bilî Kurdan. Lewma piştî parçekirina termê Barînê êdî şanede ji herêmên Cizîr, Qamîşlê, Kobanê û Şengalê hatin Efrînê ji bo ji Efrîniyan re bibêjin ku hûn ne bi tenê ne, lê em Kurd hemû yek êş û yek birîn in.

Li Efrînê hate ragihandin ku dê şandeyeke mezin ji tevahî herêmên Kurdan were Efrînê. Ev şande li şeşî Reşemehê li demjimêr dudiyan li ber destê sibehê gihîşte herêma Efrînê.

Şêniyên gundê Tirindê jî mîna hemû şêniyên Efrînê bi tevahî derketin pêşwaziya vê şandeyê. Zeytûn jî tev hemû malbata xwe, malbata meta xwe û malbata xalê Ferîd daketin li ser riya gund û li wir şande pêşwaz kirin.

Heyam li wê şevê pir sar û qeşeyî bû. Bi qasî ku qeşe pir bû agir ji qeşeyê sar dibû. Herweha barîna mûşekan li şûn baranê bê rawestandin bû. Lê Efriniyan bi vê yekbûna Kurdan pişta xwe dane heyama qeşeyî û barîna mûşekan. Wan xwe bi hestên biratî û yek êş, yek birîn germ kirin.

Zeytûn tev malbata xwe, malbata xalê xwe û malbata meta xwe tev şêniyê gund li ser rê sekinîn û bi yek deng bang dikirin( Yek e… yek e… yek e gelê Kurd yek e).

[ Bijî berxwedana serdemê… Bijî berxwedana gelê Efrînê].

Bi van siloganan gişkan bi hevre bang kirin ta tirimpêla dawî ji şandeyê derbas bû. Carinan ji qeşeyê xazî di gewriya milet de dicemidî û nedihîşt ku deng ji gewriya wan derkeve. Carinan kuxikê hêza dengê wan direvand, lê dîsa ji nûve dengê wan vedigerî û bi siloganên yekbûna Kurdan bang dikirin.

Di wê şandeyê de ne tenê kesên temen mezin hebûn, lêbelê hejmareke mezin ji şandeyê hêzeke leşgerî ji keç û xortên Kurd bû.

Ta demjimêr sisê û nîv li ber destê sibehê Zeytûn tev şêniyê gundê xwe û hêzên ku tê de bi cih bûbûn ta wê demjimêrê mêvanên di şandeyê de pêşwaz dikirin.

Piştî ku şande tevahî derbasî Efrînê bû, şêniyê gund giş vegerîn malên xwe û hêvî di dilê wan de xurt bû ku Efrîn wê biserbikeve çimkî hêzên Kurd ên herêmên din jî hatin û dê berevaniyê tev şervanên Efrînê bikin.

Şande rojekê li Efrînê ma, di vê rojê de şêniyê ku tev şandeyê hatibû serdana Cindirêsê kirin û dîmenên hovîtiya çeteyan û Tirkan di dermafê Cindirêsê de dîtin.

Piştî şandeyê serdana Cindirêsê kir ew dîsa vegerî navenda Efrînê û li sibeha roja din jî şande ji nûve berve herêmên ku jê hatinî vegerî.

Piştî çûyîna şandeyê dîsa balafir mîna qirikan bi ezmên ketin. Dîrok 9 Reşemehê bû. Şevê cilên reş li xwe kiribûn. Zeytûn tev malbata xwe, malbata meta xwe û malbatata xalê xwe li hindir rûniştibûn. Ji nişkav ve dengê balafirê mîna dengê qirikan bi ezmên ket.

Dozgîn li ber pencereyê rûniştibû dema balafirê mûşek avêtin. Bi hêrsa wan mûşekan re pencere vebû û bi zerib li serê Dozgînê ket.

Dozgînê qêrî kir û got: Ax.

Bi qêrîna Dozgînê re şev ji xew rabû û xew beravêtin. Nisrîn berve keça xwe bezî û serê keça xwe yê bi xwîn da ser çogên xwe.

Li mala Dara dermanxaneyeke biçûk hebû, Zeytûnê berve wê dermanxaneyê çû, pembû û hin derman anî û serê Dozgînê derman kir.

Bi dîtina serê Dozgînê yê bi xwîn tirs kete dilê Bilind lawê xalê Ferîd ê çarsalî. Bilind bezî hembêza bavê xwe Ferîd, giriya û got: Min bibe cem anê.

Li wê şevê şervan li mala Dara tune bûn. Ew giş çûbûn eniyên şer.

Malbata Dara, malbata Nisrînê û malbata xalê Ferîd bi avêtina mûşekan re bezîn jêrzemînê, li jêrzemînê dîsa Bilind ji xalê Ferîd re got: Min bibe cem anê.

Jina xalê Ferîd tev keçên xwe Evroj, Zîlan, dapîra Fero û xaltîka Sînor li mal bûn ango li vê şevê ji jêrzemîna dukanê xalê Ferîd vegerîbûn mala xwe.

Dema hinekî dengê balafirê kêm bû xalê Ferîd çû malbata xwe giş anî jêrzemîna mala Dara.

Giş li jêrzemînê di çelî Zivistanê de rûniştin. Jêrzemîn mîna sarkeran qerimî bû, gişkan li wir bangî Xweda dikirin ku şervanên li eniyên şer biparêze û tevahî gelê Efrînê biparêze.

Dozgînê bi serê xwe yê ji lêdana pencerê birîn bûbû girtibû û rûyê wê ji tirsê zer bûbû. Mesod herdu zarokên xwe di hembêza xwe de di goşeya jêrzemînê de veşartibûn. Sozvînê jî li rex xesiwa xwe rûniştibû û bi destê wê girtibû. Zîrekê keçên xwe li dor xwe kom kiribûn û wê zarokê xwe Bilind dikire xew lê ji tiresê çavên Bilind li xewê digerîn lê wan xew nedidît. Pîra Fero û xaltîka Sînor li rex hev di goşeyeke jêrzemînê de rûniştibûn.

Dara û xalê Ferîd li ber deriyê jêrxanî sekinî bûn. Zeytûnê hertim ji wan re digot werin hindir jêrzemînê, lê ew nedihatin.

Mizgîn û Zeytûnê li rex Hawarê şewitî rûniştibûn.

Dengê balafirê her diçû bi hêz û nêz dibû. Her ku dengê balafirê bi hêz dibû zarokan qêrî dikirin.

Balafira ku bi du mûşekan ducanî bû. Wê herdu mûşekên xwe di ser gund de barandin nemaze li cihê sejêgeha mihan. Bi qasî ku nêz bû avêtina mûşekan jêrzemîn çiqas reş bû tevî vêxistina çirê, lê ji agirê wan mûşekan jêrzemîn ronî bû. Qey tu dibêjî roj li vî gundî bi şev hilat.

Evrojê keça xalê Ferîd bi tijî dengê xwe bi avêtina herdu mûşekan re qêrî kir û got: Anêêêêê…. Çavên Evrojê di serê wê de beq bûn û kete xwarê.

Zîrekê Bilind ji hembêza xwe danî û keça xwe Evroj hembêz kir, keça xwe Evroj hejand lê ew qet nelivî ji cihê xwe. Giş berve Zîrekê û Evrojê ve bezîn. Xalê Ferîd Evroj ji dest Zîrekê rakir. Evroj hejand lê wê dîsa tu tevger neda.

Xalê Ferîd û Dara bi lez tirimpêl vêxistin û Evroj birin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê bijîşk ji wan re got: Ji tirsa re dilê Evrojê teqîye û ew miriye.

Dara û xalê Ferîd Evroj laşek bê giyan ji Zîrekê re anîn.

Zîrekê keça xwe ya bê giyan ji nav destên xalê Ferîd ragir û wê li jêrzemînê li ser keça xwe ta sibehê lorand.

Bi hilatina sibehê re Dara û xalê Ferîd termê Evrojê birin li goristana gund veşartin. Dema Dara û xalê Ferîd li goristanê termê Evrojê vedişartin Lêlûn ji eniyê şer tev hevalên xwe hat. Lê îcar bi wan re birîndar hebûn. Bi lez birîndar ji tirimpêlê daxistin û birin qatê jorîn. Piştre yekser Lêlûn hate jêrzemînê bangî Zîrekê û Zeytûnê kir da ku ew birîndaran derman bikin.

Zîrekê û Zeytûnê bi karê dermankirina birînan dizanîn çimkî wan kursek di dermankirina birîndaran de biribûn.

_ Lêlûn got: Zeytûn û jina xalê Ferîd bi lez bi min re hilkişin qatê jorîn da ku hûn birîndaran derman bikin.

Zîrekê li jêrzemînê wêneya keça xwe Evroj kiribû nav destên xwe, wêneya wê radimûsand û didagirî. Lê dema Lêlûn got: Rabe birîndaran bi Zeytûnê re derman bike. Wê yekser bi demsala li serê wê bû rondikên xwe paqij kirin, wêneya keça xwe da ser dilê xwe û tev Lêlûn û Zeytûnê hilkişî qatê jorîn.

Dema Lêlûn, Zeytûn û Zîrek derbasî odeya birîndaran bûn. Ma Zeytûn û Zîrekê çi bibînin yê ku çav birîn e, yê ku ling birîn e, yê ku qurşînan laşê wî kirine sozek, yê devê wî qurşîn lê ketiye û devê wî ji rûyê wî qelişiye.

Zeytûn dema derbasî hindir bû û ev dîmenine dîtin yekser ji hindir derket û dagiriya.

_ Lêlûn li pey wê derket hat cem û jê re got: Dilê me gişkan bi rewşa van xort û keçan dişewite. Hîn mîna gopikan e, hîn rojên xweş ji wan re mîna gulan venebûne û hîn tu tişt ji temenê xwe nedîtine. Xwîşka min medigirî bila dilê te bi hêz be, van xort û keçan ji bo parastina we mirin dane pêş çavên xwe. Ji erka we ye jî ku hûn van birîndaran derman bikin. Eger hûn xwe radestî girî bikin dê kes nemîne van birîndaran derman bike û hîngê birîndar jî wê radestî mirinê bibin.

Gotinên Lêlûn hîştin ku Zeytûn dest ji girî berde. Wê rondikên xwe ji ser rûyê xwe bi destên xwe rakirin, piştre tev Lêlûn ji nûve derbasî cem birîndaran bû.

Li hindir Zîrekê birîna şervana Rojda ya lêvbirîndar derman dikir.

_ Dema Zeytûn û Lêlûn derbasî hindir bûn Zîrekê ji Lêlûn re got: Lehenga Rojda nikare nên bixwe lewma da ku ez dermên bidime wê divê tiştekî bixwe. Lêlûn biçe ba diya xwe bila ew hinek şorbe çêke da ku ez bidime şervana birîndar.

Zeytûnê jî çavê lehengê Adar ê çavbirîndar derman kir. Piştre rabû birînên lehengê Lezgîn ê ku qurşînan laşê wî kiribû sûzek derman kir.

Mizgînê şorbe çêkir û Lêlûn piştre hinek şorbe anî ba birîndaran. Zîrekê bi kevçî şorbe da şervana Rojda û piştre derman dayê.

Şervanê Lezgîn hertim digot: Ax hevalo… ax hevalo. Çima tu çûyî? Mala Tirkan û çeteyên wan bişewite. Balafira wan te bi mûşekan bombebaran kir û nehîşt ku ez termê te li gor xwesteka te li goristana şehîdan veşêrim. Biborîne hevalo min daxwaza te bi cih nanî, lê min tola te ji wan stand. Ez bi tivinga xwe berve çeteyan ve çûm û min pir ji wan mirî li erdê xistin. Dema qurşîn bi min re neman qurşînên wan li min barîn. Soz ger ez ji van birînan çê bûm, ezê dîsa tola te ji wan bistînim û laşê wan di agirê dojehê de bişewtînim.

Birînên lehengê Lezgîn kûr bûn, lewma Zeytûnê ji Lêlûn re got: Pêwîst e ku em vî lehengî bibin nexweşxaneyê.

Lêlûn bi lez lehengê Lezgîn kir nav hembêza xwe û rakir.

Zîrekê jî bi lez deriyê tirimpêlê ji Lêlûn re vekir.

Lêlûn û Zîrekê lehengê Lezgîn birin nexweşxaneyê. Dema gihîştin nexweşxaneya Evrîn nexweşxane ji birîndar û malbatên wan dagirtî bû. Yekser lehengê Lezgîn radestî bijîşkan kirin.

Bijîşkan bi lez li rewşa Lezgîn û birînên wî nêrîn û ew birin odeya çavdêriya navendî.

Lêlûn û Zîrekê bi qasî du demjimêran li nexweşxaneyê man. Di van du demjimêran de wan gelek dîmenên bişewat di nexweşxaneyê de dîtin. Lorandina dayîkan, giriyê zarokên birîndar, bavên ku destên wan bi xwîna malbatên xwe hatibûn henekirin û kalemêrên ku di odeyeke nexweşxaneyê de pîrên xwe oxire jiyana din dikirin. Laşên şewitî û parçekirî, cilên ku rengên xwe bi xwînê têr bûbûn û pirbûna pakrewanan ev dîmenine giş Lêlûn û Zîrekê bi çavên xwe dîtin. Piştî du demjimêr derbas bûn nojdarekê ku cilê spî lê bûbû tev xwîn wê ji Lêlûn re yê ku li ber deriyê odeya çavdêriya navendî sekinî bû got: Şervanê Lezgîn şehîd bû.

Bi vê agahiyê re Lêlûn telefon ji berîka xwe derxist, ji berpirsê xwe re lêda û agahiya pakrewanbûna lehengê Lezgîn da wî.

Piştî nîv demjimêrê berpirsê Lêlûn bi tirimpêleke leşkerî gihîşt nexweşxaneyê û ji Lêlûn re got: Tu biçe Zîrekê vegerîne ba birîndaran û nû ve li min vegere ta ku ez û tu biçin ba malbata pakrewan. Da ku em agahiya pakrewanbûna lawê wan ji wan re ragihînin. Ji ber ku divê sibe em bi erka pakrewanbûna vî lehengî rabin û wî li rex hevalên wî yên pakrewan li goristana pakrewana Evêste veşêrin.

Piştî lehengiya Evêsta Xabor goristanek li nêz nexweşxaneya Dêrsim bi navê wê hate çêkirin. Hemû pakrewanên ku piştî wê re pakrewan bûn li wê goristanê bi merasîmine mezin dihatin gornekirin.

Lêlûn Zîrek vegerand ba birîndaran. Hîngê Zeytûn li ba birîndaran li benda hatina wan mabû. Lêlûn li pêş derî tirimpêl sekinand û Zîrek jê daket. Piştre Lêlûn bi lez tirimpêl berve nexweşxaneyê ve ajot.

Dema ku Zîrek vegerî mal hîngê Dara û xalê Ferîd jî vegerîbûn mal û wan termê Evrojê li goristana gund bin ax kiribûn. Bi dîtina xalê Ferîd re Zîrekê dagirî û keça wê hate bîra wê. Hîngê lawê wê yê biçûk Bilind berve wê bezî û diya xwe hembêz kir. Wê jî lawê xwe ramûsand û kire hembêza xwe.

Mizgînê ji xalê Ferîd û Dara re gotibû ku birîndar li mala me hene û Lêlûn û Zîrekê birîndarek birine nexweşxaneyê. Lewma Dara û xalê Ferîd ji Zîrekê li ser rewşa şervanê Lezgîn pirsîn. Zîrekê ji wan re got ku ew tevlî refên pakrewanan bû.

Gişkan got: Dilovaniya Xweda lê be û cihê wî buhişt be. Pakrewan hertim di dilên me de zîndî ne.

_ Zîrek hilkişî ba birîndaran û dema ew derbesî odeya birîndaran bû Zeytûnê ji wê li ser rewşa lehengê Lezgîn pirsî. Herweha jê pirsî ku çima Lêlûn ji nû ve tirimpêl ajot û çû?

Zîrekê li dora xwe nêrî wê dît ku ne tenê Zeytûn li benda bersiva wê maye, lê belê hemû birîndar jî li benda bersiva wê mane û giş di gulîlkên çavên wê de li bersivê digerin.

_ Zîrekê ji wan re got ku lehengê Lezgîn bû pakrewan û ew tevlî refên pakrewanan bû. Lêlûn jî vegerî nexweşxaneyê da ku tev berpirsê xwe biçe malbata pakrewan agahdar bikin.

_Şervanên birîndar gişkan got: Soz emê tola wî bistînin û emê li ser rêça pakrewanbûna wî re biçin.

_ Zeytûnê jî got: Dilovaniya Xweda lê be. Pakrewan namirin ew hertim di dilê me de zindî ne.

Şev bi cilên reş mîna şevbestan li esmanê Efrînê hilat. Lêlûn vegerî ba birîndaran. Lêlûn bi rûyekî ku agir jê dibarî derbasî mala bavê xwe bû û hilkişî ba birîndaran. Zîrek û Zeytûnê li ba birîndaran bûn dema Lêlûn derbasî odeyê bû.

_ Zeytûnê ji Lêlûn pirsî: Bira ma we malbata pakrewan bi pakrewanbûna lawê wan agahdar kir.

_Lêlûn: Erê me ew agahdar kirin ku lawê we bû pakrewan û dê sibe li goristana Evêste were binaxkirin.

_ Zeytûn: Dilovaniya Xweda lê be cih û warê wî Buhişt be. Pakrewan namirin ew hertim zîndî ne û di dilê me de ne.

Bira ma pakrewan Lezgîn ji kîjan gundî ye? Çawa dayîka wî ev agahiya bihîst?

_ Lêlûn: Pakrewan Lezgîn ji gundê Kefersefrê bû. Ew mamoste bû û bi pir zimanan dizanî lê zimanê herî ku pê dizanî û hez dikir zimanê Kurdî bû. Dema şer li Efrînê dest pê kir wî karê mamostetiyê berda. Berê xwe da sînorê Efrînê da ku parastina wê bike û nehêle ku dijmin gavekê di hindir sînorê Efrînê de bavêje.

Dema ku em gihîştin gundê Kefersefirê û nemaze li ber deriyê mala bavê pakrewan Lezgîn me dît ku pîrejinek li pêş derî rûnştiye. Dema ku wê em bi cilên leşkerî dîtin berî ku em bi wê re biaxivin, wê lîliyek di guhên ezmên de berda û got: Oxir be pakrewanê min û Efrînê.

_Berpirsê min ji pîrejinê pirsî: Dayê tu diya pakrewan Lezgîn î? Wê got: Erê ez im. Hîngê berpirsê min dîsa jê pirsî: Dayê çawa te zanî ku lawê te pakrewan bûye?

_ Wê got: Berî hûn werin ba me bi du demjimêran û nîv min dît ku lawê min bi ciline spî li hewşê digere û xatirê xwe ji her derekê ji malê dixweze. Min deng lê kir û got Lezgîn ma ne tu li eniya şer bû. Ma tu li mal çi dikî? Hîngê wî li min bi rûkenî nêrî û got: Dayê ez hatim xatirê xwe ji te û malê bixwezim da ku bihina we bi xwe re ji bavo re bibim. Dema ez berve wî çûm ew bû mîna bayekî û xwe li rûyê min xist. Ango wî ramûsanek ji dêmên min revand û çû ba bavê xwe. Min nas kir ku lawê min Lezgîn pakrewan bûye lewma ez li ber derî li benda we mam da ku hûn min bibin ba termê wî.

Me pîra Beso bi xwe re li tirimpêlê sîwar kir û anî. Niha ew li nexweşxaneyê ye da ku sibe pakrewan bin ax dikin. Piştre ewê dîsa vegere gundê xwe sêwî di mal de bimîne. Ji ber ku ji wê re ji mala jiyanê tenê lawê wê Lezgîn ji wê re mabû. Hey niha ew jî pekrewan bû.

Piştî ku Zîrekê, Zeytûnê û şervanên birîndar çîroka pakrewan Lezgîn û diya wî bihîstin gişkan bi hevre gotin: Diya Lezgîn ne sêwî ye em giş zarokên wê ne. Em giş Lezgîn in. Dilovaniya Xweda li pakrewan Lezgîn be.

Lêlûn dema dît ku rewşa birîndaran hinekî baş e, ew ji nû ve vegerî eniya şer û Zîrek û Zeytûnê li ba birîndaran hîştin.

Şer her diçû giran dibû û bi zora balafiran gund ji destê şervanan diketin destê çeteyan. Şev bi pirbûna êş, kul û xeman di ser gelê Efrînê re derbas dibûn.

Dema Zîrek û Zeytûn li ba birîndaran bûn, Zîrekê ji Zeytûnê re li ser dîmenên bi êş ên ku wê li nexweşxaneyê dîtibûn gotin. Zeytûnê xwest ku ew pir bi rewşa birîndaran û hejmarên mirî û pakrewanan ên ku li nexweşxaneyê ne zanibe lewma dema wê dît ku rewşa birîndaran baş e, wê Zîrek ba birîndaran hîşt û ew ji odeya birîndaran derket. Wê yekser ji hevala xwe Şîraz re ya ku li nexweşxaneya Evrîn de kar dikir telefon lê da.

Zeytûnê dizanî ku li wê şevê karê Şîrazê bi êvarê ye.

_ Şîrazê telefona xwe vekir û bi dengekî kelegirî got: Elo.

_Dengê wê yê kelegirî Zeytûn tirsand. Tavildanê Zeytûnê jê pirsî: Çi bi te re çêbûye Şîraz da ku tu didagirî?

_ Şîraz: Ax hevala min. Ma çi ji te re bibêjim? Ma tu nizanî ku derên herî bi êş di şeran de eniyên şer û nexweşxane ne. Li herdu deran em çîrokên herî bi êş dibînin. Ma çi ji te re bibêjim? Ma tu ziman, peyv û tîp dikarin êşên me Efrîniyan di vî şerî de ji ser zimanên me wergerînin? Ma ez ji te re bibêjim çi! Ez ji te re bibêjim ku niha ez ji sarkerê nexweşxaneyê derdikevim ji ber ku min termê pakrewaneke biçûk anî vir danî da ku li sibehê wê bin ax bikin. Ez niha li ber deriyê sarkerê nexweşxaneyê diaxivim. Laşe li vir bê jimar in, di her kêliyekê de hin birîndar jiyana xwe ji dest didin. Hevala min berî ku tu bi min re biaxivî bi du demjimêran tirimpêleke şervanan du laşên mezinan û zarokeke birînkûr anîn nexweşxaneyê. Zarok temenê wê li derdora deh salan bû. Şervanên ku ew anîn nexweşxaneyê ji me re gotin ku ew ji gundewarên Reco ne. Ew ji gundê xwe bi tirimpêla xwe derdiketin lê balafirên tirk tirimpêla wan bombebaran kirin. Dema ku em gihîştine wan dê û bavê zaroka biçûk tavildanê şehîd bûbûn. Lê zaroka biçûk tevî ku birînên wê kûr û pir bûn wê têkoşîn bi jiyanê re dikir. Tîmê nexweşxaneyê yekser laşê dê û bavê zaroka biçûk birin sarkerê nexweşxaneyê ji bo dê li sibehê wan tev şehîdên din li goristana Evêsta Xabor bin ax bikin. Min zaroka biçûk ji dest şervanan girt û yekser bire odeya çavdêriya navendî. Li odeya çavdêriya navendî bijîşk birînên zaroka biçûk derman kirin. Birîna zarokê ya herî kûr ew bû ku wê ronahiya herdu çavên xwe li cihê bombebarankirinê hîştibûn. Piştî ku bijîşk birînên zarokê derman kir. Wî ji min xwest ku ez li ber serê zarokê bimînim ji bo ku çavdêriyê lê bikim. Bijîşk jî çû birîndarên din derman bike. Dema êşên birînên zarokê ji dest derziya êşkujê kêm bûn. Zarok li xwe şiyar bû. Wê bi navê dê û bavê xwe bang kir û dagirî. Min û hevalên min gişkan nikarî ew aram bikira.

Hertim zaroka biçûk digot: Ez dê û bavê xwe dixwezim. Ji min re dê û bavê min wînin. Çima we ez kirime odeyeke tarî? Çima hûn ji min re ronahiyê vênaxînin? Ji min re ronahiyê vêxînin. Ez pir ji tariyê ditirsim. Eger hûn niha ji min re ronahiyê vênexînin ezê ji bavê xwe re bibêjim bila ew li we lêde, ezê bi diya xwe re bibêjim ku bila şekiran nede we û hertim digot: Anê û bavo werin min ji vir bibin, werin ronahiyê ji min re vêxînin.

Ax Zeytûn her ku min gotinên zarokê û giriyê wê dibihîst min hêvî dikir ku zemîn biqelişe û kesên ku ev êş û birînan li zarokê bar kirine û bê dê û bav ew hîştine ku zemîn wan daqiltîne.

Min nikarî qet ji zarokê re bigota ku bavê te nikare were li me lêde çimkî ew şehîd bûye, herweha diya te jî şekiran nade me çimkî ew jî tev hevjînê xwe şehîd bûye. Min nikarî ji zarokê re bigota ku me ronahî li ser te venemirandiye û me ew nekiriye odeyeke tarî. Lêbelê wê ronahiya çavên xwe li cihê pakrewanbûna dê û bavê xwe hîştiye. Min nikarî tiştek ji wê re bigota. Lewma min tenê bi desmala di destê min de xuha li ser aniya wê jêdibir.

Ez li ber serê wê ta ku bangkirina navê dê û bavê wê ji ser zimanê wê rawestî mam. Ji baweriya min ku zarok bi bendora bencê di xew de çûye lewma ez ji ber serê wê rabûm da ku zarokekî din ji êşan hêsayî bikim. Dema ku ez li zarokê vegerîm min destê wê kire nav destê xwe. Min dît ku destê wê mîna ku ji nav berfê derketine. Destê wê ji nav destên min li ser textê nexweşxaneyê yê spî ket. Min fişara zarokê bi destên xwe hîs kir lê tu fişar di masûlkeyên wê de nîşana jiyanê nedida min. Herweha min guhê xwe da ser dilê wê , lê dil jî tu nîşanên jiyanê nedida min. Ango zaroka biçûk bûbû mîna termekî bê giyan li ser wî textî spî. Zaroka biçûk ne mîna min digotî xew kiribû lêbelê wê giyan ji dest dabû û çûbû ba dê û bavê xwe.

Min bi lez bangî bijîşk kir. Ew bi lez hat û zaroka biçûk seh kir lê wî ji min re got ku zaroka biçûk bûye deh xulek çûye ber dilovaniya Xweda. Dema min ev peyv ji devê bijîşk bihîstin min xwe avête ser laşê zaroka biçûk, mîna ku ez diya wê me û ew jî zaroka min e min dagirî û ji zaroka biçûk re got: Oxir be keça min… oxir be. Dê here ba dê û bavê xwe. Bi rastî dê û bavê te ji bangkirina te re dilsoz bûn ji ber ku wan banga zaroka xwe li vala nedan.

Şîrazê li ser telefonê çîroka zaroka biçûk bi girî ji Zeytûnê re digot.

_Zeytûnê di giriyê Şîrazê re nas kir ku ew pir bi mirina zaroka biçûk bandor bûye lewma Zeytûnê ji Şîrazê re got: Divê tu hinekî dilê xwe bi hêz bikî ta ku tu karibî birîndarên din derman bikî. Tu nojdar î, nojdar jî mîna firişteyan şerê jiyanê li pêş mirinê dikin. Dê hevala min here birîndaran derman bike û xwe radestî girî meke. Cihê zarokê buhişt e.

_Şîrazê got: Hemû birîndar malbata min in û ezê bê rawestandin wan derman bikim. Wê telefon girt û vegerî ba birîndaran.

Piştî Zeytûnê telefon bi Şîrazê re bi dawî kir dengê girî ji jêr hat. Zeytûn bi lez dagerî jêr û li ber deriyê diçe qatê jorîn sekinî. Wê dît ku du şervan bi xalê Ferîd û xaltîka Sînor re ber deriya mala wan diaxivin. Xaltîka Sînor pir didagirî, dema dê şervan bi rê kevin yekî ji wan ji berîka xwe gustîlkeke zêrîn derxist û da xaltîka Sînor. Xaltîka Sînor gustîlk ji dest wî şervanî girt û dagirî. Şervan jî li tirimpêlê sîwar bûn û bi rê ketin.

_Zeytûn berve xalê Ferîd û xaltîka Sînor ve çû û ji wan pirsî: Çi çê bûye?

Xaltîka Sînor xwe avête hembêza Zeytûnê û dagirî.

_Zeytûn: Xaltîk çi heye? Çima şervan gustîlk da te?

_ Xaltîka Sînor bi girî got: Siyamend mir. Li şûn ew bûbûya zavê min ew bû zavê Efrînê gişkî û wî giyanê xwe ji bo Efrînê da. Sibe dê wî li goristana pakrewana Evêsta bin ax bikin.

_ Zeytûn: Xaltîka min medigirî pakrewan rûmeta me ne. Siyamend namire ji ber ku ew di dilê te de hertim zîndî ye.

Zeytûnê û xalê Ferîd xaltîka Sînor birin jêrzemînê. Li jêrzemînê pîra Fero keça xwe hembêz kir û dilê wê bi gotinên xwe aram kir.

Li sibehê rewşa birîndaran baş bû lewma wan telefona berpirsê xwe kir da ku ew were wan bibe. Berpirsê wan hat birîndar birin û ji nû ve vegerîn şer.

Malbata xalê Ferîd tev xaltîka Sînor, Zeytûn, Dozgîn, Mesod, Nisrîn û Dara berê xwe dane Efrînê da ku di binaxkirina pakrewan Siyamend û Lezgîn, keça biçûk, dê û bavê wê amade bibin. Mizgîn li mal ba Hawar û pîra Fero ma, herweha Sozvîn jî tev herdu zarokên xwe li ba wan ma.

Dema ku gihîştin nexweşxaneya Evrîn li wir gelê Efrînê û gundewarên wê bi jin, mêr, zarok, kal û pîr giş li pêş nexweşxaneyê civiyabûn da ku pakrewanan oxir bikin. Diyên pakrewanan bi lîliyên xwe guhên ezmên dilerizandin. Zarokan bi siloganên Şehîd namire bilind bang dikirin û silogan digihandin guhên Xweda. Kal û mêran bang dikirin em giş bo Efrînê canfîda ne û pîran gul kiribûn nav destên xwe da ku li ser termên pakrewanan dînin. Giş li benda derketina termên pakrewanan bûn. Dema ku termên pakrewanan ji nexweşxaneyê derketin lîliyên pîr û jinan bilind bûn, silogana şehîd namirin bû sirûda wê demê û ji her pakrewanekî re bîst û yek qurşîn ji tivinga her şervanekî hatin avêtin. Malbatên pakrewanan her yek ji wan li cem termên pakrewanên xwe sekinîn û darbestên pakrewanên xwe radimûsandin.

Xaltîka Sînor tev dê û bavê pakrewan Siyamend li ber darbesta pakrewan sekinî bûn û diya pakrewan Siyamand dilorand. Xaltîka Sînor jî fêrmisk ji dilekî şewitî tev lorandina diya Siyamend dibarandin. Bavê Siyamend li ber darbesta lawê xwe sekinî bû û wî digot: Pakrewanê min… Lawê min… min digot tuyê darbesta min bidî ser milên xwe û rakî lê min nizanî ku ezê darbesta te bidim ser milê xwe û rakim.

Diya pakrewan Lezgîn li cem termê lawê xwe Lezgîn sekinîbû û wê termê lawê xwe radimûsand.

Li rex termên zaroka biçûk, dê û bavê wê kalemêrek sekinîbû, wî jî termên pakrewanên xwe radimûsandin û digot: Pakrewan namirin. Bi rakirina darbesta termên pakrewanan re gel giş xwest termên wan dînin ser milên xwe û wan berve goristana Evêste ve bibin. Termên pakrewanan rakirin ser milên xwe û barve goristanê ve birin. Milet giş bi meş li pey termên pakrewanan diçûn. Her malbatek li pey termê pakrewanên xwe bûn. Di nav pirbûna gel de Zeytûnê xwe gihand diya pakrewan Lezgîn û li rex wê sekinî. Diya Lezgîn li pey termê lawê xwe dimeşî û digot:

Duh, pêr û betirpêr tu lawê min bû te digot hey lê anê.

Îro, siba û dusiba tu dê bibî lawê goristanê tuyê îcar bibêjî kanî anê. Ezê jî bibêjim kanî lawê min Lezgîn. Oxir be pakrewanê min… Oxir be. Pakrewan namire.

Li aliyê rastê jî kalemêr li pey termên hersê pakrewanên xwe diçû û digot:

Min ji wan re got derkevin ji gund biçin Efrînê. Keça xwe biparêzin ji balafir û bombeyan. Biçin ezê li gund bimînim. Min nizanî ku ezê jî li pey wan werim da ku li pey termên wan ta goristanê bimeşim.

Bavê Siyamend darbesta lawê xwe tev hinan ji gel dabû ser milê xwe û berve goristanê ve diçû. Diya Siyamend jî bi destê xaltîka Sînor girtibû û li pey darbesta Siyamend diçûn. Diya Siyamend digot: Dayîkino lîliyan bikin îro zemawenda lawê min Siyamend e. Wî Xeca xwe Efrîn bi tenê di nav êgir de nehîşt, wî can û giyanê xwe da da ku Xeca xwe Efrîn ji agirê şer biparêze. Li pey wan jî malbata xalê Ferîd, Dara, Nisrîn, Mesod û Dozgîn dimeşîn û wan bi silogana pakrewan namirin bang dikirin.

Dema gihîştin goristanê goristan bi gornan dagirtî bû. Hin gornan termên hin pakrewanan hembêz kiribûn û hin jî li benda hembêzkirina termên hin pakrewanan bûn. Termên her pênc pakrewanan li rex hev bûn. Termê zaroka biçûk di navbera ya dê û bavê xwe de bû da ku ew bi destê dê û bavê xwe bigire. Axa hemû gornan bi fêrmiskên dayîkan şil bûn.

Piştî ku pakrewan hatin binaxkirin pîran gulên ku di destên wan de bûn danîn ser gornên hemû pakrewanên li goristanê. Diya Lezgîn dema ku li ber serê gorna lawê xwe bû Zeytûn jî li rex wê sekinî bû. Bi belevbûna gel û derketina wan ji goristanê Dara jî hat ba diya Lezgîn û wî û Zeytûnê ji diya Lezgîn xwest ku wê bi xwe re bibin mal lê diya Lezgîn razî nebû û got: Ez dixwezim vegerim gundê xwe, vegerim mala xwe. Di mala min de ez dikarim lawê xwe bibînim û wî ramûsim.

Dema diya Lezgîn razî nebû ku bi Dara û Zeytûnê re were mala wan tirimpêleke leşkerî hat diya Lezgîn bire gundê wê Kefersefrê. Kalê zaroka biçûk jî ji nûve vegerî gundê xwe Moseko.

Zeytûn tevlî bavê xwe, meta xwe, Dozgîn, Mesod, xaltîka Sînor û malbata xalê Ferîd vegerîn gund. Lê dema ew derbasî mala Dara bûn wan tu kes li mal nedît. Bang kirin lê tu kesî lê venegerand. Li odeyan gişkan gerîn lê dîsa tu kes nedîtin. Wan bi hev re gotin dibe ku ew li jêrzemînê bin û dengê me nabihîsin lewma Zeytûn daket jêrzemînê.

Hawar dema ku bi agirê mûşekên balafiran şewitî ew ker û lal bû. Lewma wî banga kesî nebihîst ne jî li banga wan vegerand.

Li jêrzemînê Hawar li wêneyekê dinêrî û ramûsanên xwe li ser wê nîgar dikirin. Dema Zeytûn derbasî jêrzemînê bû wê dît ku Hawar rabûye ser piyên xwe. Zeytûn bi vê dîmenê pir şad bû ji ber ku ji roja ku şewitî de Hawar nikaribû rabûya ser xwe û bimeşiya. Zeytûnê bi dengekî bilind bangî gişkan kir û got werin Hawar rabûye ser xwe. Pîra Fero li ba Hawar li jêrzemîn bû û ew di xew de çûbû, lê ew bi banga Zeytûnê şiyar bû. Giş hatin li jêrzemînê û ew bi dîtina rabûna Hawar şad bûn. Zeytûn û Dara berve Hawar çûn, wan wêneyek di destê Hawar de dîtin û li wêneyê nêrîn.

_Zeytûn: Bira çi heye? Kanî anê, Sozvîn û zarokên wê? Ma giş ku de çûne? Çima tu li wêneya xwe ya tev mamosteyê xwe Dildar radimûsî? Ma çi bi serê wî hatiye?

Hawar ji tevgera lêvên Zeytûnê re pirsên wê nas kirin lê wî nikarî li pirsên Zeytûnê vegerandana ji ber ku ew lal bûbû ji roja şewitîna wî de. Wî tenê rondik wek bersiv ji Zeytûnê re barandin.

Dengê Mizgînê, Sozvînê û Zarokên wê bi hewşa mala Dara ket.

Dara ji jêrzemînê de bangî wan kir û ji wan re got: Werin em li jêrzemînê ne.

_ Ew hatin jêrzemînê. Dara ji Mizgînê pirsî: Hûn li kû bûn? Te dîtiye ku Hawar êdî radibe ser xwe û dikare bimeşe?

_ Mizgîn: Erê ez li mal bûm dema Hawar rabû ser xwe. Li sibehê Lêlûn tev hin şervanan hatin mala me û wan hin çek ji qatê jorîn birin hîngê Lêlûn ji min re got ku mamosteyê Hawar ê bi navê Dildar li Qestelê şehîd ketiye. Balafirên Tirkiyê li cihê wî xistiye û ew tev hevalên xwe şehîd ketiye. Ez û Sozvînê çûn mala mamoste Dildar li Eşrefiyê da ku hinekî li diya wî xemginiya wê sivik bikin.

_ Zeytûn: Mamoste Dildar!! Ew ne di asayîş de bû?

_Mizgînê bi dengekî xemgîn got: Erê.

_ Zeytûn: Mala dagirkeran bişewite ji bo çend berjewediyan xort û keçên mîna gulîlkan didin kuştin. Xweda cihê hemû pakrewanan bike Buhişt. Pakrewan namirin û ew ronahiya jiyana me ne.

_ Mizgînê berdewam kir û got: Dildar xortekî bîst salî bû û ew tev malbata xwe li Eşerfiyê dijiya. Ew li gundê Tirindê mamoste bû lê di şerê Efrînê de wî xwe tevlî leşkerên asayîşê kir.

Dema ku Dildar bi tirimpêla asayîşê tev sê hevalên xwe çek û xwerin ji şervanên li eniya Qestelê re dibirin balafireke Tirik tirimpêla wan armanc kir û ew şehîd ket. Dema ku min bi Sozvînê re li ser pakrewan Dildar diaxivî. Hawar ji tevgera lêvên min re nas kir ku mamosteyê wî Dildar miriye. Vê agahiyê hêz da Hawar da ku rabe ser xwe û biçe termê mamosteyê xwe bibîne. Lê min ji wî re got ku termê mamosteyê te tune ye ji ber ku ji dest mûşeka balafirê termê wî şewitî û ta parçeyek jî ji termên wî neman.

Giş bi bihîstina awaya kuştina mamoste Dildar û hevalên wî xemgîn bûn.

_ Zeytûnê got: Ma ev çi şerekî nedadmend e! Ma dadmend e ku balafir li hember çek were bi karanîn? Bi rastî tu kesê Kurdan tune ye ji bilî Kurdan, lewima divê em hemû yek dest û xebat bin, yek êş û birîn bin.

Bûyerên hovane yên ku li Efrînê diqewimîn bê dawî bûn, lewma gelê Kurd ji hemû herêmên din di şandeyan de dihatin Efrînê da ku di birînên Efrîniyan de bibin hevpar. Piştî hatin û çûyîna şandeya yekê bi heftekê şandeyeke din ji Helebê hat lê ev şande îcar bi nîvro ne bi êvarê gihîşte Efrînê.

Dema şandeyê nêzî gundê Tirindê kir dîsa şêniyê gund daketin ser rê ji bo ku vê şandeyê jî pêşwaz bikin. Mizgîn, Dara, Hawar malbata Nisrînê bi giştî, malbata xalê Ferîd bi giştî û xaltîka Sînor jî tev daketin pêşwaziya vê şandeyê.

Ev şande ne mîna şandeya yekê mezin bû. Derbasbûna vê şandeyê di gund re tenê nîv demjimêrê dirêj kir.

Zeytûn îcar daneket ser rê, ew li cem pîra Fero li mal ma û wê tenê li ser serbanê mala wan li şandeyê temaşe kir.

Ev şande ne mîna ya berî xwe bû. Di şandeyê yekê de gişkan alên kurdî hilgirtibûn û bi siloganên kurdî bang dikirin lê di vê şandeyê de piraniyan alên Rêjîmê hilgirtibûn û siloganên pê bang dikirin ji bo Rêjîmê bûn.

Piştî dawiya şandeyê hat Zeytûn ji ser serban daket û li hewşa malê rûniştek danî û li rex dêpîra xwe Fero rûnişt.

Giş ji pêşwaziya şandeyê vegerîn û bi xwe re mêvan anîn. Wan hevaleke Zeytûnê bi xwe re anîn. Navê vê hevala Zeytûnê Narîn bû.

Narîn ji gundê Çema bû, ew zewicî bû û du zarokên wê hebûn. Hevjînê wê tev Şervanên Kurd bû yên parastina Efrînê dikirin. Piştî ku çiyayê Parse Xatûnê kete nav destên Tirkan û çeteyên wan û ji ber ku çiyayê Parse Xatûnê cihekê istiracî û bilind bû. Tirkan û çeteyan topavêjên xwe li ser vî çiyayî danîn û wan ji vir de Efrîn û hemû gundên Efrînê topbaran kirin nemaze jî gundên girêdayî navçeya Şera. Ji ber ku Çema girêdayî navçeya Şera bû, di ser vî gundî de jî mîna gundên li dora wî top dibarîn. Lewma Narîn tev du keçên xwe hatibû ba mervên xwe li gundê Tirindê.

Keçên Narînê yek bi navê Rûhêv bû ew biçûk bû û di hembêza wê de bû. Yek jî bi navê Rûşîn bû û ew du salî bû.

Giş li orteya hewşê di bin siya dara tiwê de rûniştin. Hîn wan silav li hev dikirin û li ser rewşên hev dipirsîn bombeyek hat li dibistana gund ket û perçeyên wê di ser gund de hatin. Bi şagirtan pir dijwar bû dema ku wan dît ku dibistana wan hate bombebarankirin ji ber ku dibistanê ji wan re pêşeroja wan ronî dikir. Her ku parçeyek ji dibistanê di ser gund de diberî bi wê re jî hemû bîranînên şagirtan di ser her malekê de dibarîn.

Giş bi lez bezîn jêrzemînan. Zeytûnê bi destê dapîra xwe girt û lezand û ew bire jêrzemînê.

Dema giş ketin jêrzemînê Narînê qêrî kir û got: Ka keça min Rûşîn?

Ji lezbûna re Narînê keça xwe ya du salî li bin dara tiwê hîştibû.

Zeytûn ji jêrzemînê derket, bi lez bezî keça du salî kire hembêza xwe û anî ba diya wê. Rûşîn bi tenê li bin darê mabû. Ji dengê teqînê ew tirsiya bû, didagirî û bangî diya xwe dikir.

Dara tiwê Rûşîn ji hovîtiya çeteyan parast, pel û şaxên xwe ji keça biçûk re kirin mertal li pêş parçeyên bombeyê.

Xwezaya Efrînê jî dizane kê biparêze û kê neparêze ango xwezaya pîroz kesên nepak mîna çeteyan û Tirkan li ser axa xwe napejirîne.

Di wê rojê de bi qasî deh ango zêdetir bombe li ser gund de barîn.

Dara, Xalê Ferîd û Mesod piştî pêşwazîkirina şandeyê ew yekser çûbûn dukana xalê Ferîd a li Eşerfiyê.

Xalê Ferîd dukana xwe dabû malbateke ji gundê Hemamê yên ku ji dest şer ji gundê xwe derketibûn. Her çend rojan rojekê ew û Dara diçûn dikanê da ku girêkiyên wê malbatê jê re peyda bikin.

Piştî demjimêrek derbas bû avêtina bombeyan li ser gund rawestî. Tiştî ku dikir gundê Tirindê pir bombe lê werin bombebaran kirin ku pir navendên leşkerî lê hebûn.

Narînê piştî vegerîna arambûnê li gund, wê herdu keçên xwe birin û çû mala mervên xwe yên li gund.

Ew roj derbas bû rojeke din hat. Mala mervê Narînê li nêz mala xalê Ferîd bû. Li sibeha vê rojê dema ku Zîrek û Zeytûnê bi hev re çûn mala xalê Ferîd da ku ew cilinan ji Bilind re wînin . Wan dît ku tirimpêleke şervanan ji pêş mala mervê Narînê birêket û piştre dengê girî ji mala wan hat. Zeytûn û Narînê derbasî mala wan bûn, wan dît ku Narîn li orteya hewşê keça xwe Rûşîn hembêz kiriye, ew didagirî û dibêje bavê te mir Rûşîna min. Zeytûn, Zîrekê û xwediya malê berve Narînê bezîn û jê pirsîn: Çi heye? Çi bi serê Serbest hatiye?

Xwediya malê Rûşîn ji dest Narînê rakir û bire hindir ba zarokên xwe. Narînê bi dengekî kelegirî ji Zeytûn û Zîrekê re got: Niha du şervan hatin ba me û wan ji min re got ku hevjînê min bû pakrewan ji bo Efrînê.

_Zeytûn: Serbest li kû şer dikir?

_ Narîn: Şervanên ku hatinî ez agahdar kirim bi pakrewanbûna Serbest. Ji min re çîroka pakrewanbûna Serbest wisa gotin ku Serbest û du hevalên wî li eniya Dêrbelotê şer dikirin. Balafireke tirk hat û di ser mala ku wan tê de şer bi çeteyan re dikir geriya û piştre du mûşek avêtine mala ku tê de bûn. Dema balafir di ser wan re firî her yekî ji wan xwe kire goşeyekî malê.

Piştî ku balafirê bi mûşekan ew bombebaran kirin mal giş di ser wan de hilweşî. Lê ew hersê di goşeya malê de tişt nebûn. Bi dûrketina dengê balafirê ew hersê di taqekê re ji mal derketin. Hîngê piraniya şêniyên gund ji gund derketibûn û berê xwe dabûn Efrînê. Serbest û herdu hevalên xwe berê xwe dan maleke din da ku tê de şer bikin

Mala ku wan berê xwe danê pîreke ereb tê de bû. Serbest û hevalên wî nizanîn ku kes li wê malê heye, lê dîsa wan got divê em li derî xin da ku em zanibin eger kes tê de heye yan na. Dema wan li derî xist pîreke ereb ji wan re derî vekir. Pîrê ji hersê şervanan re bi zimanê erebî got: Çima hûn hatine vir?

Pîra nerind û xayîn li şûn ku ew şervanan di mala xwe de biparêze, wê ew ji pêş mala xwe qewitandin.

Dema ku Serbest tev hevalên xwe ji pêş mala pîra xayîn dê herin balafir dîsa rabû û Serbest tev hevalên wî dîtin. Balafirê yekser ew armanc kirin Serbest û şervanekî şehîd ketin û yek jî du lingên wî qut bûn û niha ew birîndar e li nexweşxaneya Evrîn

_Zeytûn: Xweda wê pîrê nehêle. Eger dijminek xwe li deriyê mala me xwe bigire em wî paş de venagerînin , ne ger hîn ew ji gelê me be. Ma ew pîr qet li xwe nehizirî ku çawa wan xortan ji deriyê xwe paş de vedigerîne û wan dide mirinê. Ma qet ew nehizirî û bi xwe re negot: Çawa ez van xortan didim mirinê û ew ji bo parastina Efrînê û gelê Efrînê xwe didin kuştin. Xweda mala nerindan û pîrê bişewitîne.

_ Narînê jî digot xwezî ez wê pîrê nas bikim bi Xweda ezê goştê wê bi diranên xwe çênî çênî jêbikim.

Zeytûn û Zîrekê li ba Narînê man da ku tirimpêleke şervanan hat û ew tev keçên wê birin nexweşxaneyê da ku ew termê Serbest bibînin.

Piştre Zeytûn û Zîrekê vegerîn mal. Lê wan Dara, Mizgîn û Malbata Nisrînê li mal nedîtin?

_ Zeytûnê ji xaltîka Sînor pirsî: Ma kanîn dê, bavê min û malbata meta min? Ma giş bi kû de çûne?

_ Xaltîka Sînor: Ew giş çûne nexweşxaneyê ji ber ku keça Nisrînê ya ku li Şera mêr kirî bombe li mala wê ketiye û destê wê hatiye birîn.

Zeytûnê ji xalê Ferîd xwest ku wê bibe nexweşxaneyê da ku ew biçe keça meta xwe bibîne û pênc keçên wê bi xwe re wîne mal. Lê dema ew û xalê Ferîd li Tirimpêla xalê Ferîd sîwar bûn tirimpêleke şervanan hate mala Dara û Lêlûn tev hin şervanan jê daketin. Lêlûn û şervan pir şad bûbûn. Xalê Ferîd û Zeytûnê nû ve ji tirimpêlê daketin û berve Lêlûn û şervanan de çûn.

_ Xalê Ferîd ji Lêlûn pirsî: Çima şervanino hûn şad in? Me jî bi xwe re şad bikin. Ma tu mizgînine şahiyê hene da ku hûn şad in?

_ Lêlûn: Erê xalo niha em ji aniya Bilbilê tên li wir şervaneke YPJê îro li gunedekî ji navçeya Bilbilê balafireke Tirk bi çeka xwe armanc kir û ew gêre erdê kir. Ajokerê wê balafirê jî niha di dest şervanên me de ye.

_ Zeytûn: Ez qurban wê bilinga kurd bim. Xweda wê û hemû şervanên ku li aniyan şer dikin biparêze. Ji destpêka dîroka jiyanê de hatiye dupatkirin ku Kurd hem keç hem jî xortên xwe şêr in.

_ Xalê Ferîd: Hey hûn hebin şevanên rojê.

Lêlûn û şervanên bi wî re hilkişîn qatê jorîn. Zeytûn û xalê Ferîd jî li tirimpêlê ji nû ve sîwar bûn û berê xwe dan nexweşxaneyê.

Nexweşxane ji pirbûna birîndaran êdî odeyên vala lê nema bûn, ango her ku şer ji navenda Efrînê nêz dibû birîndar jî pir dibûn. Li ser zemîna nexweşxaneyê betanî rêxistibûn û birîndar li ser dirêj kiribûn. Bijîşkan li ser erdê ji tijîbûna odaeyn bi birîndaran wan li ser erdê birîndar derman dikirin. Zemîn û dîwarê nexweşxaneyê ji xwîna birîndaran sor bûbûn. Bi dîtina van dîmenan re xwedewandê jiyanê jiyan nalet dikir. Li ber odeya numre 15 li ser erdê betaniyek dirêjkirî li ser erdê bû û di nav de keça Nisrînê Sêvîn dirêj kirîbû. Destê Sêvînê yê birîn bi şaşeyeke spî hatibû pêçan û herpênc keçên wê li dor wê kom bûbûn mîna komika sêwiyan. Bijîşkekî hat li rewşa Sêvînê nêrî û ji Dara re got hûn dikarin wê bibin mal.

Di odeya ku Sêvîn li pêş li ser erdê hatibû dirêjkirin sê birîndar hebûn. Bîrîna her yekî cuda bû. Kalekî serê wî giş ku tenê çavên wî dihatin xuyakirin bi şaşeyeke spî hatibû pêçan. Keçeke li derdora 15 saliyê li ser zik dirêjkirî bû ji ber ku pişta wê pir birîn bûbû û bijîşkan birîna wê derman dikirin. Pîrek lingê wê hatibû birîn û bi şaşeyeke spî hatibû pêçan. Dema ku Sêvîn ji nexweşxaneyê derdixistin hîngê bi lez tirimpêleke sivîlan derbasî nexweşxaneyê bû. Ajokerê wê tirimpêlê termê jinekê li derdora 30 saliyê daxist lê mixabin termê wê bûbû du parçe. Bi dîtina termê vê jinê keça Sêvînê ya çar salî qêrî kir û xwe avête hembêza xaltîka xwe Dozgîn.

Ew vegerîn mal û li mal Zeytûnê û Zîrekê her carekê yekê birîna Sêvînê derman dikir.

Bi dîtina termê duparçeyî yê wê jina ku li nexweşxaneyê. Keça Sêvînê ji tirsa re bi nexweşiya zerkê ket û nexweş bû.

Li wê rojê gişkan şeva xwe li jêrzemînê derbas kirin. Lêlûn û şervanan jî li qatê jorîn bûn û wan xwe ji sibehê re ji bo çûndina şer amade dikirin.

Li sibehê Lêlûn tev şervanan hemiyan xwe amade kirin, xatirê xwe ji hev xwestin û her yek ji wan berve eniyekeke şer ve çû.

Şer her diçû giran dibû û ji navenda Efrînê ve çete nêzîk dibûn.

Zeytûn li ser sewkiya malê li birayê xwe û şervanan dinêrî. Bilind lawê xalê Ferîd jî li pêş deriyê mala Dara ji xwe re li şervanan dinêrî. Dema şervan ji mala Dara derdiketin û dê li tirimpêlan sîwar bûbûna Bilind ji wan re got: Eger ez mezin bûm, ez dixwezim bibim wek we şervan da ku li dijminan xînim.

Şervanekî berî ku li tirimpêlê sîwar bibe ew li Bilind vegerî. Li ser çokên xwe li hember Bilind rûnişt û ramûsand. Wî şervanî kumê li ser serê xwe danî û da ser serê Bilind.

Dema leşker kum dida Bilind wî ji Bilindê biçûk re got: Ev diyarî ji min e ez didim te ji bo ku eger ez şehîd ketim û şer rawestî ji bo ku eger tu jî mezin bûyî tu min li bîra xwe wînî.

Hevalekî wî şervanî ku navê wî Rêdûr bû ew jî ji tirimpêlê daket û li pişta Serxwebûn leşkerî ku kum diyarî Bilind kirî xist û jê re got: Ma ne ez û tu dê li eniyekê şer bikin ma ezê çawa bihêlim tu şehîd bikevî. Ezê laşê xwe hertim ji te re bikim mertal ji bo ku tu şehîd nebî hevalê min Serxwebûn.

Piştre herdu şervan bi hev re li tirimpêlekê sîwar bûn û berve eniyên şer ve çûn.

Dara û Mizgînê dema tirimpêlên şervanan ji pêş deriyê mala wan bi rê ketin wan bi duan û lavan şervan bi rê kirin û ji Xweda xwestin ku hemû şervan sax ji diyên xwe re vegerin.

Lêlûn berê xwe da eniyên Cindirêsê. Rêdûr û Serxwebûn jî berê xwe dan eniya Kevirê Ker.

Eniya Kevirê Ker jî mîna hemû eniyan germ bû. Balafir hertim bi mûşekan ew cih bombebaran dikirin.

Li çepera şer a pêşîn Rêdûr û Serxwebûn li nêz hev şer dikirin. Mûşekek ji balafira tirk li nêz cihê ku Serxwebûn lê şer dikirî ket.

Rêdûr bi çavên xwe dît ku çawa parçeyên laşê Serxwebûn bi ser dara zeytûnê ketin û çawa ku her parçeyekî termê wî bi şaxeke darê ve xwe girtin.

Dema ku Rêdûr hewil da ku bi zikxweşê xwe bigihîne cihê Serxwebûn ji bo ku parçeyên termê hevalê xwe kom bike hîngê mûşekeke din ji balafirê hate berdan û li nêz Rêdûr ket. Parçeyek ji mûşeka teqandî hat li lingê Rêdûr ket û lingê wî kûr birîn kir.

Dema Rêdûr dît çawa laşê hevalê wî bi ezmên ket û li ber rojê nimêja azadiyê kir. Vê dîmenê hîşt ku Rêdûr bi birîna xwe hîs neke. Lê tiştê ku pê hîskirî bi dîtina vê dîmenê re wî yekser soza xwe yê dayî Serxwebûn anî pîra xwe. Ku çawa wî ji Serxwebûn re gotibû ezê laşê xwe ji te re bikim mertal ji bo ku tu tişt nebî.

Rêdûr pir tengijî wî birîna lingê xwe ji xwe re nekir asteng. Wî qawîşa leşkerî ya ku li navê wî bû vekir û pê lingê xwe girêda da ku pir xwîn ji lingê wî neherike.

Kela tolstandinê di dilê wî de rabû. Ew bi lingê xwe yê birîn berve çeteyan ve çû û hemû qurşînên bi wî re di serê çeteyan de vala kirin.

Lê ji ber ku birîna lingê wî kûr bû û wî pir bi qawîşê lingê xwe şidandibû ew bîr ve çû.

Dema ew bîrve çû şervanekî ku ji wî ve nêz şer dikir berve wî hat û laşê wî hilgirt ser pişta xwe û berve cihekî ewle ve bir ji bo ku jê re birîna wî derman bikin.

Dema şervan Rêdûr gihande cihekî bi ewle. Wî Rêdûr radestî hin şervanên nojdar kirin û yekser li cihê xwe vegerî da ku şerê dijmin bike. Şervanên nojdar birîna Rêdûr derman kirin.

Piştî ku lingê wî derman kirin Rêdûr li xwe şiyar bû. Wî li dora xwe nêrî dît ku ew ne li cihê ku lê şerdikirî ye. Wî ji şervanê nojdar pirsî: Ez li kû me?

_Şervanê nojdar jê re got: Tu li xaleke şervanên nojdar î. Tu ji ber birîna xwe bi bîrve çûbûyî lewma şervanê li nêz te şer dikirî te anî vir.

Berpirsê Rêdûr ji ber giranbûna şer li vê eniyê wî bi lez xwe gihand eniya Kevirê Ker û dema wî li vê eniyê dît ku birîna Rêdûr kûr e. Wî Rêdûr şande xala leşkerî ya ku li gundê Tirindê bû ta ku lingê wî baş dibe.

Rêdûr hat du rojan li gund ba mala Dara ma, lê roj bi wî êdî reş bûbûn. Nefesa ku wî dikişandî hindir xwe dibû mîna kizotên sor di dilê wî de her ku hevalê wî Serxwebûn dihate bîra wî.

Li roja sisiyê berpirsê Rêdûr hat ba wî .

Rêdûr ji berpirsê xwe xwest ku ji nûve wî bişîne eniya şer û li heman cihê ku hevalê wî Serxwebûn lê şehîd ket.

Çiqas berpirsê wî jê re got: Bila birîna te baş bibe piştre ezê te bişînim. Lê wî li berpirsê xwe rijd kir ku wî bi lez bişîne.

Berpirsyarê wî ji ber rijdbûna wî neçar bû. Lewma wî ji Rêdûr re got: Siba bi sibehê ezê werim te bi xwe re bibim.

Bi soza berpirs re Rêdûr hinekî bêhina xwe fireh bû û dilê wî şad bû.

Piştî çûndina berpirsyar Lêlûn ji eniya Cindirêsê bi destbirîndar hat. Wî bi xwe re agahiyeke xemgîn anîbû. Dema ew derbasî malê bû dê û bavê wî, Zeytûn û Hawar berve wî bezîn.

_Dara ji lawê xwe pirsî: Lawê min çi bûye destê te?

_Lêlûn: Bê xem be bavo ew hinekî birîndar e. Bavo dev ji destê min berde û ji min re bibêje malbata meta Nisrîn hîn ba me ne?

_Dara: Erê lawê min ew li ba me ne, hîna keça meta te Sêvîn jî hatiye ba me tev zarokên xwe. Ma çima tu li wan dipirsî? Çi heye?

_ Lêlûn: Bavo li eniya Cindirêsê Mêrvên hevjînê Sêvînê bi min re şer dikir. Herweha birîndarên ku rojekê me li mala xwe derman dikirin Rojda û Adar jî bi min re şer dikirin. Herweha jî şervanekê bi navê Nûjîn û şervanê Vîndar ê ku wî cilê leşkerî yê hevalê xwe pakrewn li xwe kirî me gişkan li eniyekê şer dikir. Nûjîn û Mêrvên li ser tirimpêlê çeka doşke bi kar tanîn û Adar û Rojda jî ji wan re tirimpêla ku doşke li ser bû dajotin. Balafira tirkan herdu tirimpêl armanc kirin û ew şervanan şehîd ketin. Ez û Vîndêr berve termên wan çûn hîngê topeke çeteyan li nêz Vîndêr ket. Ez berve Vîndêr çûm hîngê çeteyan ez bi qurşînekê armanc kirim û destê min birîn bû.

Lêlûn ev agahiyan dan malbata xwe û hilkişî ba şervanan li qatê jorîn.

Dara û Mizgînê derbasî jêrzemînê bûn û wan Sêvîn bi pakrewanbûna hevjînê wê agahdar kirin. Sêvînê keça xwe yê bi nexweşiya zerkê ketî kire hembîza xwe, dagirî û lorand.

Dema ku Lêlûn hilkişî qatê jorîn Rêdûr bi Lêlûn re got: Baş e tu hatî bira ji ber ku xwesteke min ba te heye.

_Lêlûn: Xwesteka te li ser çavan bira. Em mîna bira ne hevalê min. Eger tu giyanê min jî bixwezî ezê bidim te.

_Rêdûr: Xweda giyanê te û te biparêz bira. Xwesteka min ji te ku tu niha min bibî navenda Efrînê.

_ Lêlûn: Ser çavên min. Tu kengî dixwezî ezê te bibim.

_ Rêdûr: Ez niha dixwezim.

Lêlûn bi lez rabû tirimpêla xalê xwe Ferîd vêxist û hat bi destê Rêdûr girt. Di tirimpêlê de da rûniştin. Piştre wan berê xwe dan Efrînê.

Li Efrînê Rêdûr ji Lêlûn xwest ku li pêş firoşgeheke zêran bisekine.

Lêlûn li pêş firoşgeheke zêran sekinî. Dîsa bi destê Rêdûr girt, ew ji tirimpêlê daxist û tev wî derbasî firoşgehê bû.

Di firoşgehê de Rêdûr ji zêrfiroş gustîlikeke keçan xwest.

Zêrfiroş komeke ji gustîlkên keçan da pêş Rêdûr. Rêdûr gustîlkek ku wêneya du dilan li ser hatibû nîgarkirin hilbijart. Ew gustîlik ji zêrfiroş kirî û ji firoşgehê tev Lêlûn derket.

Dîsa li tirimpêlê sîwar bûn û îcar Rêdûr ji Lêlûn xwest ku wî bibe malekê.

Lêlûn Rêdûr gihand mala ku wî xwestî. Ew mala ku Lêlûn Rêdûr gihandî ba wê, ew li taxa Mehmûdiyê bû û deriyê wê malê sor bû. Rêdûr ji Lêlûn xwest ku ew li benda wî bimîne ta ku ew ji wê malê vedigere.

Piştre ji tirimpêlê dagerî û berê xwe da wê mala derîsor.

Lêlûn li benda Rêdûr demjimêrekê sekinî. Piştî ku ew demjimêra derbas bû, Lêlûn dît ku Rêdûr ji wê malê derdikeve û berve tirimpêlê tê. Lêlûn ji tirimpêlê daket û berve Rêdûr çû, bi destê wî girt û ew li tirimpêlê sîwar kir. Di tirimpêlê de Rêdûr serê xwe gire nav herdu destên xwe û got: Malên çêkerên şer û cengan bişewite, ew çiqas dilan dişewitînin û mirazan di nav xeman de gorne dikin. Di jiyanê de du tişt hene ez wan dixwezim û ew jiyanê bi min didin hezkirin ew jî Welat û Evîn in. Ji bo evînê ezê jiyana xwe bidim. Lê ji bo welêt ezê hem evîn hem jî jiyana xwe bidim.

Lêlûn dema rewşa Rêdûr wisa dît ku çawa di nav xemê de dorpêç bûye. Wî tirimpêl vênexist xwest ku hinekî xemê li ser Rêdûr kêm bike. _ Wî ji Rêdûr pirsî: Bira çi heye? Çima xeman te dîl girtine?

_Rêdûr: Lêlûn bira ev mala ku ez niha lê bûm mala apê min e. Di zarokatiya min de ap û bavê min digotin Rêdûr û Şîndar ên hev in. Ji bo vê min di zarokatiya xwe de ji keça apê xwe hez kir û wê jî ji min hez kir. Hezkirina me jî bi me re mezin dibû. Dema min xwest ez wê bixwezim navê min ji bo leşkeriya foc hat, lewima me destgirtiya xwe paş xist da ku ez leşkeriya foc bi dawî dikim. Lê bextê min jî mîna bextê Mem reş e. Vê cengê ez mîna Mem kirim ku çawa mirin li şûn Zînê bû para wî dê ez jî mîna wî bibim. Li şûn ku Şîndar bibe para min dê mirin di vê cengê de bibe para min.

Min gustîlk ji Şîndara re bir û jê re got: Ez siba diçim cengê da ku tola hevalê xwe Serxwebûn bistînim, vê gustîlkê li ba xwe bihêle û ger ez ji şer sax vegerîm ezê bi wê tiliya te bixemlînim. Lê ger ez şehîd ketim tuyê wê gustîlkê têxî tiliya min û wê bi min re têxî gornê ji bo ku di gornê de ez tev bîranînên evîna me jiyan bikim. Ji bo ku li roja axretê ez wê şanî Xweda bikim û jê re bibêjim: Te ez ji yara min li dinê bê par kirim lewima ezê ji wî bixwezim ku te wîne ba min li Buhiştê û tu bibî firişteya min. Ezê hîngê li Buhiştê gustîlkê ji destê xwe derxînim û têxim destê te. Emê bi amadebûna hemû pakrewanên Berxwedana Serdemê zemawenda xwe li Buhiştê bikin û şekiran li zarokên ku di vî şerî de mirinî belav bikin.

Dema Şîndara gotinên min dibihîstin wê dêmên xwe bi rondikan dişuştin û çavên xwe bi girî mîna lêvan sor dikirin. Wê gustîlk ji dest min bir û danî ser dilê xwe. Bi danîna gustîlkê li ser dilê xwe dilê wê lêdanên wî lezandin.

Dema ez ji mala apê xwe bi rê ketim Şîndara ez bi girî oxir kirim.

Piştî vê gotinê Rêdûr bêdeng ma.

Lêlûn nizanî ku çawa li Rêdûr barê êvîntî û cengê sivik bike. Lê wî dizanî yara wî ya yekem Efrîn e, lewma wî tirimpêla xwe vêxist û Rêdûr li nav Efrînê gerand.

Tiştê herî bi êş di jiyanê de ku evînî û ceng di demekê de bi hev re kom bibin. Eger ev herdu jî bi hevre di demekê de kom bûn dê mirov di bin barê herdiyan de bê hêz bimîne.

Vî şerî li Efrînê çêbûyî pir dildar ji hev kirin, pir çîrokên evînê bi xwînê hene kirin, pir dil piştî evînine dirêj sêwî hîştin û pir bûk û zave bi kefen pêçan û oxir kirin.

Lêlûn û Rêdûr gihîştin gund. Dema ew derbasî mal bûn dengê giriyê meta wî Nisrîn û keça wê Sêvînê kete guhê wî. Rêdûr hilkişî qatê jorîn û dest bi amadebûna xwe ji bo çûndina eniya şer kir. Tu dibêjî qey ew dê xwe ji zemewanda xwe re xwe amade bike.

Lêlûn derbas ba xwediyên xwe li jêrzemînê bû, wî dît ku keça Sêvînê ya çarsalî ya bi nexweşiya zerkê ketibû bê liv e di destên Sêvînê de.

Lêlûn zaroka çarsalî ji nav destên Sêvînê derxist, ew hejand lê zarok mirî bû. Lêlûn ramûsanek li ser dêmên zarokê nîgar kir û got: Ev ramûsan li şûn bavê te ye yê ku wî nikarîbû xatirê xwe ji te bixwesta. Oxir be firişteya biçûk bavê te li benda te ye. Wî zarok da nav destê bavê xwe û hilkişî qatê jorîn da ku xwe ji çûndina eniya şer re amade bike.

Gişkan zaroka çarsalî oxir kirin. Piştre Dara û xalê Ferîd tev Mesod zaroka çarsalî birin goristana gund û ew li rex gorna Evrojê bin ax kirin.

Dema Lêlûn hilkişî qatê jorîn wî dît ku demjimêr li pêş Rêdûr bûne sal. Li şevê çiqas xewê hewil dida ku çavên Rêdûr êrîş bikin lê nikarîn.

Rêdûr çavên xwe baş ji xewê parastibûn. Wî hertim di çavên xwe de wêneya laşê hevalê xwe Serxwebûn dineqişand û bi neqşandina wêneya wî xew ji çavên wî ditirsiya.

Her diçû wêneya laşê hevalê wî tolhildan di dilê wî de zêde dikir. Pir bîranînên xwe bi hevalê xwe re anîn bîra xwe. Her bîranînekê dilê wî parçe dikir.

Li hindir Lêlûn tev şervanan çekên xwe bi qurşînan dadigirtin.

Rêdûr tevî ku heyama Reşemehê pir sar bû, ew bi tena xwe hilkişîbû ser serbanê mala Dara û wî di nav bîranînan de xwe hinda kiribû.

Dema Lêlûn li dora xwe nêrî û Rêdûr nedît. Ew ji hindir derket û li Rêdûr geriya. Piştî ku ew li odeyan nedît hilkişî ser serban.

Li ser serban Lêlûn dît ku Rêdûr di nav raman û bîranînan de xwe hinda kiriye. Lêlûn berve Rêdûr çû, destê xwe yê rastê da ser milê wî yê çepê û jê re got: Çima tu bi tena xwe li vir rûniştîyî? Ma qet tu sar nebûyî?

_Rêdûr: Bi Xwedê bira ez qet bi sermê hestewar nebûme çimkî agir di dilê min de gur e. Ezê siba li eniya Kevirê Ker wî agirî vemirînim dema ku ez tola hevalê xwe Serxwebûn bistînim.

_ Lêlûn: Xem mexe bira tuyê tola hevalê xwe bistînî û li me vegerî ji bo ku em bi serkeftina Efrînê û zemawenda te şad bibin.

_Lêlûn dema dît ku Rêdûr pir bi xem e, lewma ji bo ku Rêdûr ji nav bîranînên êşdar derxîne wî ji Rêdûr re got: Bira ez dizanim ku dengê te pir xweş e û tu helbestvanekî hêja yî. Dê were vê şevê bi dengê xwe sermest bike û bi dengê xwe yê xweş xeman ji ser dilê xwe bavêje.

_Rêdûr: Tu rast dibêjî bira ka ez vê şeva Reşemehê ya sar bi dengê xwe germ bikim. Belkî ev helbesta min a dawî be. Ezê helbestekê bibêjim da ku dengê min di guhê şevên Efrînê de bimîne ji bo ku di rojên serkeftinê de helbesta min di guhê hemû gelê Efrînê de xwe vejîne û bi bihîstina dengê min dê Efrînî pakrewanbûna min jî li bîra xwe wînin.

Rêdûr wisa helbesta xwe got û şeva Reşemehê bi dengê xwe germ kir.

Efrîn Efrîna min e

Ne ya Tirk û çeteyên wê ye

Efrîn Efrîna min e

Cihê kal û pîrên min e

Li Efrînê jidayîk bûme

Li Efrînê mezin bûme

Efrîn Efrîna min e

Ew dayîk û yara min e

Evîna wê jî wek şîr dê ye

Hîn qet ez jê têr nebûme

Nizanim çi bibêjim bo Efrîna xwe

Tîp û peyvên min şerm dikin ji xwe

Efrîna min çend tîp nikarin bidin te

Mafê xweşikbûna te

Nizanim çi bibêjim bo te

Lê ezê bidim te

Dil û giyanê xwe

Nizanim çi bibêjim bo te

Çimkî te ez kuştime

Bi xweşikbûna xwe

Te ez dîn kirime

Bi evîna xwe

Nizanim çi bibêjim bo te

Lê ewê bibêjin

Rêdûr şehîd ketiye bo te

Wî can û giyan ji dest dan

Tenê ji bo te

Di guhê şeva Efrînê ya Reşemehî de ev helbesta Rêdûr ma û dê li roja serkeftinê û li qada Azadiyê li ser zimanên Efrîniyan giş bê gotin.

Rêdûr xwest bi riya helbesta xwe ji Efrînê re bibêje dê ji bo te ezê şehîd bikevim û giyan û dilê xwe li ser xaka te nemir bikim.

Lêlûn dizanî ku xwesteka Rêdûr pakrewanbûn e. Ji bo ku ew xwe bigihîne hevalê xwe pakrewan Serxwebûn. Ji bo ku ji wî lêborînê bixweze ji ber ku wî nikarîbû laşê xwe ji wî re bikira mertal û ew biparasta.

Lêlûn û Rêdûr şeva xwe bi hev re li ser serbanê malê derbas kirin.

Herweha di jêrzemînê de jî malbata Dara tev malbata xalê Ferîd û malbata Nisrînê gişkan barê xembûnê li ser pişta Sêvînê sivik dikirin.

Bi hilhatina sibehê re rojê tîrêjên xwe berda xaka Efrînê û silav li wan û Efrînê kir.

Li demjimêr heftî sibehê berpirsyarê wan hat. Rêdûr bi xwe re bir û bi rê ketin.

Berî bi rêkevin Rêdûr ji Lêlûn re got: Li riya vegera min menêre.

Piştî birêketina Rêdûr û berpirsê wan. Lêlûn jî tev şervanan berve eniyekê ve çûn.

Rêdûr vegerî eniya Kevirê Ker. Wî li wir tola hevalê xwe di serê pir çeteyan re derxist û gelek ji çeteyan bi qurşînên ku ji tivinga wî derdiketin dikuştin. Wî pir kêf kir ku tola hevalê xwe Stand. Lewma wî destê xwe yê çek tê de bû û destê xwe yê din herdu berve jor kirin û bi dengekî bilind bangî hevalê xwe Serxwebûn kir û got: Hevalo şad bibe min tola te ji çeteyan stand û min bi qasî dehan ji wan kuştin.

Çeteyekî mîna roviyan bi dizî li Rêdûr dipa û mîna maran xwe berve wî dimelisand. Wî çeteyî yê ku mîna maran berve Rêdûr jehira xwe wek bombeyekê kir û avête cihê ku Rêdûr lê bû.

Bi bombeya çete birînên kûr li laşê Rêdûr çê bûn. Lê ew neket, lê belê ew li ser piyên xwe ma ji ber ku dema wî destên xwe berve ezmên rakiribûn hîngê giyanê hevalê wî Serxwebûn ji Buhiştê daket û Rêdûr hembêz kir. Giyanê Serxwebûn nehîşt ku çete termê Rêdûr bi dest xwe xînin, lewma wî hat Rêdûr tev termê wî bi xwe re bire ezmên. Lewma dema ku Şervanên Kurd li termê Rêdûr geriyan wan termê wî nedîtin. Bi tunebûna termê Rêdûr gustîlk jî ji tiliyên wî sêwî ma û di tiliyê Şîndarê de ew ma.

Li roja din nûçe ji Lêlûn re çû ku Rêdûr şehîd ketiye. Ev nûçe mîna şûrekî di nav êgir de sor bûbû û di dilê Lêlûn de hate çikandin. Tolhildan di dilê Lêlûn de ji çeteyan pir bû ji ber ku wan pir hevalên wî ji wî bi dûr xistin û welatê wî wêran kirin. Lêlûn bê rawestandin çete nêçîr dikirin. Ew berve çeteyan ve çû, ji wan re tev hevaleke xwe kemîn ji çeteyan re çêkirin û hin ji wan dîl girtin. Dema ku wan dîl radestî şervanên din kirin ew dîsa tev hevaleke xwe berve çeteyan ve çûn, lê dema ku ew berve çeteyan ve diçûn balafira tirkan ew bombebaran kirin. Ji baweriya şervanan ku Lêlûn tev şervana din şehîd ketin. Lewma wan agahiya pakrewanbûna Lêlûn û şervana din ragihandin.

Malbata Dara bi pakrewanbûna lawê xwe agahdar bûn û bi lawê xwe pir serbilind bûn ji ber ku wî ji bo welatê xwe giyanê xwe da. Wan tev gelê Efrînê darbesta lawê xwe yê bêterm tev pakrewanên din li goristana Evêsta bin ax kirin.

Piştî hefteyek li ser belavbûna agahiya pakrewanbûna Lêlûn tev şervana din derbas bû. Hîngê dema ku şervanan ji nû ve navçeya Reco bi dest xwe ve anîn. Wan Lêlûn û şervana ku bi wî re bû birîndar di jêrzemînekê de dîtin û ew bi lez gihandin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê piştî ku birînên wan hatin dermankirin. _Berpirsê wan ji wan pirsî: Çawa hûn nemir derketin? Hevalên we bi çavên xwe dîtin ku çawa balafirê we armanc kir.

_Lêlûn: Dema ku balafirê em armanc kirin, ez û şervana bi min re birîndar bûn. Lê birîna min di piyê min de bû û ya şervanê di serê wê de bû, lewma ew bi bîr ve çû. Min dît ku çawa çete wek keriyê dewêr berve me tên, di wê kêliyê de hate bîra min ku me di bin dareke zeytûnê de jêrzemînek ji çekên xwe re çêkiribû û ew ji min û şervanê ve nêz bû. Nîşana wê darê jî ku şaxekî wê hişk bû û yek jî şîn bû. Dema ez gihîştim ba wê darê, min zinarê li ser devê jêrzemînê rakir û şervana birîndar derbasê kirê. Piştre ez jî ketimê û min nûve zinar anî da ser devê jêrzemînê. Di jêrzemînê de min birîna şervana bi min re derman kir da ku ew li xwe şiyar bû. Herweha min birîna piyê xwe jî derman kir. Di jêrzemînê de taqek biçûk hebû min û şervanê tê re li tevgera çeteyan dipa û dema ew ji me ve nêz dibûn. Me di wê taqê re bombe davêtin çeteyan û me ew dikuştin. Piştî ku hefteyek derbas bû, me dengê şervanan ji nêz ve bihîst. Şervanekî digot: Me navçeya Reco vegerand. Dema me ev deng bihîst, em ji jêrzemînê derketin û şervanan em anîn nexweşxaneyê.

Dema malbata Dara bi vegera lawê xwe bihîst, ew yekser çûn nexweşxaneyê. Li wir wan lawê xwe dîtin û bi têkoşîna wî di nav çeteyan de serbilind bûn.

Vegera Lêlûn û şervanê û têkoşîna wan di nav çeteyan de cihê serfiraziyê bû ba gelê Efrînê.

Zeytûnê jî di nav pirbûna şehîdan de, di nav pirbûna êş û kulan de pirtûk, pênûs û lênûsa xwe wind kirin. Wê nizanî ku ji kîjan pakrewanî re wê pelên lênûs û pirtûkên xwe kirin kefen. Herwiha wê nizanî ku pênûsa xwe jî ji kîjan leşkerî re kire tiving û daye wî. Di nav vî şerê giran de Zeytûnê xewna xwendina xwe li zanîngehê winda kir û bi rewşa şer mijûl bû.

Lêlûn û şervanê du rojan di nexweşxaneyê de man. Piştre ji nû ve vegrîn şer. Herweha malbata Dara jî du rojan tev xalê Ferîd li ba Lêlûn di nexwşxaneyê de ba Lêlûn man. Dema Lêlûn vegerî şer, malbata Dara jî tev xalê Ferîd vegerîne mal. Li ser riya vegera mal xalê Ferîd ji Dara re got: Ka em biçin dikana min û li rewşa malbata Hemamê binêrin. Ma eger ew tu tiştî dixwezin.

Dara razî bû û ew çûne dukanê. Dema ew derbasî dikanê bûn, wan kalemêrek ji gundê Hemamê ku ji mervên vê malbatê bû dîtin. Wî xwe ji destê çeteyan rizgar kiribû û hatibû ba mervên xwe yên ku di dikana xalê Ferîd de bi cih bûbûn.

Dema ew derbasî dikanê bûn kalemêr di nav nivînê de xwe dirêj kiribû. Lê dema xalê Ferîd tev Dara, Mizgîn, Zeytûn û Hawar derbasî dikanê bûn kalemêr rabû di nav nivîna xwe de rûnişt.

Gişkan silav dan kalemêr û saxiya wî xwestin.

Giş bêdeng man. Ango bêdengiya wan pirsa ku çawa te xwe ji dest çeteyan rizgar kiriye ji kalê dipirsî.

Kalemêr dizanî ku hemû kesên li dor wî rûniştibûn bêdeng in ji ber ku ew dixwezin ji wî çîroka wî li ba çeteyan nas bikin.

Berî ku ji kalemêr çîroka wî pirs bikin, kalemêr bi xwe dest bi vegotina çîroka xwe kir û got.

Lê berî ku ew dest bi çîroka xwe bike wî kesereke kûr ji hindir dilê xwe derxist. Piştre dest bi çîroka xwe kir û got: Dema çete derbasî gundê Hemamê bûn piraniya şêniyên gund ji gund derketibûn. Ango tenê em çend kalemêr mabûn.

Çeteyan em giş bi zorê ji malên me derxistin û em di mizgefta gund de kom kirin.

Li mizgaftê çeteyan em li benda hatina efserekî Tirk hîştin da ku were bi me re lêpirsînê bike.

Dema em di mizgeftê de kom kiribûn. Çeteyekî rihdirêj û gemar bi zimanê erebî bi hevalê xwe re digot: Kurd gawir in. Çima we ew di mala Xweda de kom kirine? Niha ewê bi gawirbûna xwe mala Xweda gemar bikin.

Hêrsbûna me kalan bi bihîstina van gotinan rabû, kalekî ji me hêze xwe kir û sîlek li wî çeteyî xist. Hîngê çeteyê ku li pişt wî kalî sekinî bû. Wî bi qûndaxa tivinga xwe di serê wî kalî de lêda.

Kal kete erdê û nema livî. Xwîn ji serê wî herikî û golek ji xwînê li dor serê wî çêbû.

Bi dîtina rewşa kalê li erdê di nav xwîn û xwirarê de, me kalan bi çovên xwe êrîşî wan çeteyan kir. Me li wan lê da û serê hin çeteyan bi gopalên xwe şikandin. Lê dema em berve kalê kurd ve çûn da ku em wî ji wan çeteyan rizgar bikin û binêrin ger xweş an mirî ye. Hîngê çeteyine din derbasî mizgeftê bûn, bi qûndaxên tivingên xwe li piştên me xistin, destên me girêdan û em gêre erdê kirin.

Di vê kêliyê de efserekî tirk derbasî mizgeftê bû û wî ev dîmena dît, lê wî qet bertekek neda ser vê dîmenê. Wî pozê xwe ji bêhina xwîna kalê kurd girt û ji çeteyan re bi zimanê tirkî got : Vî kalî bibin çekin derve bila bêhina xwîna wî serê min nêşîne. Du çeteyine rihirêj û cilqirêj kal rakirin û birine derveyî mizgeftê. Dema wan kal rakirin kal bê tevger bû ango me nas kir ku kal şehîd bûye.

Kalekî ji me ku bi zimanê tirkî baş dizanî , wî ji efserê tirk re bi zimanekî sert got: Ma tu dibêjî vî kalê Kurd ji vir bibin çekin derve bila bêhina xwîna wî serê min nêşîne? Ma bêhina gemarê ya ku ji çeteyên li dor te tê serê te nêşîne? Ma wisa hûn fêr bûne ku nirxa mezinan bidin û li wan lêdin?

Efserê tirk bila tu zanibî ku em Kurd ji te û çeteyên te yên mîna sekan in paqijtir in. Hemû ol li ser paqijbûna beden tekez dikin û tu olan negotiye ku divê mêr rih û porên xwe dirêj bikin. Ango binêre li rih û porê çeteyên li dor te, ew mîna miştikan bûne û divê bi wan em pîsiya sekan ji ser erdê rakin. Bi ola Îslamî me mexapînin û ji me re mebêjin ku em gawir in, ola Îslamî ji Ereban re daketiye ne ji Kurdan re ji ber ku di serdemên berê de Ereb mîna hovan bûn. Xweda avdest û nimêj ji wan re danî ji bo bi pênc avdestan hinekî paqij bibin û bihina qirêjî ji ser wan here. Nimêj jî ji wan re daket ji bo ku wan berê mîna hovan xwerin dixwerin, ango pênc nimêj ji wan re daket ji bo ku laşê wan bilive û bi xwerinê ew neteqin.

Em Kurd in ji berê de em gelekî pêşketî ne. Bi olan qet em natên xapandin, Xweda yek e û ev baweriya me ye. Di nav xwe û Xweda de em tu olan naxwezin, çeteyên xwe bibin û ji axa me ya pîroz derkevin. Mebêjin em hatine we ji terorîstan rizgar bikin, tu car Kurd nabin terorîst û yên terorîst hûn in ji ber ku hûn Kurdan dikujin û ji axa wan bi dûrdixin.

Efserê tirk ji axaftina kalemêr tengijî û hêrsa wî rabû, lewima wî bi du çeteyan re got: Vî kalemêrî bibin siza bikin. Bi birina kalê me kalan hewil da ku em destên xwe vekin da ku em nehêlin çete kalê siza bikin, lê çeteyan herku me hewil dida ku em destên xwe vekin, wan bi qûndaxên tivingên xwe di serê me de lê didan.

Du çeteyan kalemêr di mizgeftê de, ango li gor baweriya wan di mala Xwedê de siza kirin. Yekî lingên kalê rakirin û yekî jî bi çov li lingên kalê lê da.

Kalê di ber lêdanê re digot: Hûn min bikujin jî, ez di bin destên we de nabêjim ax û ne jî li ber we digerim da ku hûn li min lê nedin.

Her ku çete bi çov li lingê kalê dixwist , kalê devê xwe tijî tif dikir û davête rûyê çeteyê gemar.

Piştî ku çeteyan hêrsa kîna xwe li kalê ko kirin. Wan kal anî di nav me de dirêj kir.

Kalê li rûyê me nêrî û ji me re got: Em Kurd in û ji roja ku em li gerdûnê peyda bûne de, em serhişk û wêrek in. Qet ji van gemaran metirsin û pişta hev bigirin.

Efserê Tirk hercarekê ji yekî ji me lêpirsîn dikir û ji me dipirsî: Hûn tev PKKê ne yan na? Zarokên we tev YPK û YPJê ne yan na? Cihên terorîstan ên di bin erdê de li Hemamê li kû ne?

Tu kesî ji me cihê şervanan ji wan re nedigot, ne jî navê xort û keçên ên ku di nav refên YPK û YPJê de didane efserê tirik. Lewma efser pir di ser me de bi hêrs dibû û gotinên nebaş ji me re digotin. Herweha jî her ku me bersiv li gor daxwaza efser nedida wî bi çavên xwe ji çeteyên li dor wî re bûn nîşan dikir da ku li me lêdin. Çete jî li bendên nîşanên çavên efser bûn, her ku wan nîşanek ji çavên efser digirtin bê ku ew rizgirtinê ji temenê me kalan re bigirin. Wan mîna hovan bi qûndaxên tivingên xwe li me dixistin.

Di nav vê qerebalixê de hişê min qet ne li serê min bû, lê ew li ba cîranê min ê kalemêr Xelo bû.

Cîranê min ê kalemêr Xelo ew tenê di nav me de tune bû.

Piştî ewqas lêpirsîn û lêdan, efserê tirk em şandin malên me. Lê wî ji me re got: Ji malên xwe dermekevin. Eger hûn derkevin emê we bikujin.

Em kalemêr giş ji mizgeftê derketin û me li dora xwe nêrî. Me li laşê kalemêrê ku çete bi qûndaxa tivingê li serê wî xistibû gerîn. Me dît ku laşê wî li bin dareke zeytûnê ye. Em kalemêr giş berve laşê wî ve çûn ji bo ku em wî bin ax bikin. Li bin dara zeytûnê me dît ku kalê ji xwîna xwe dara zeytûnê têr kiriye. Li bin wê darê ya ku rengê axa wê giş bûbû mîna rengê xwîna kalê, me kalan bi gopalên xwe gornek ji kalê re kola û kal tê de bin ax kir.

Her kalek ji me berve mala xwe ve çû û herweha jî ez jî berve mala xwe çûm. Berî ku ez derbasî mala xwe bibim, min got: Ez herim mala cîranê xwe Xelo û jê bipirsim: Çima ku ew ne tev me bû li mizgeftê?

Berî ku ez derbasî mala cîranê xwe Xelo bibim, min dît ku deriyê mala wî vekirî ye û dengê hin kesan ji mala wî tê. Min li derî xist û bangî cîranê xwe Xelo kir.

Dengekî biyan li min vegerand û bi Erebî got: Kî li ber derî ye? Min bi Kurdî got: Ez im.

Dema bersiva min bi Kurdî jê re çû, çeteyek ji mal derket hat ba min û ji min re bi zimanê erebî got: Çima tu hatîyî vir? Ma tu nizanî ku qedexe ye tu kes ji terorîstan ji malên xwe derkeve?

Min jê re got: Ez ne terrorist im hûn terorîst in. Ez hatime cîranê xwe bibînim ji ber ku ew ne bi me re bû li mizgeftê. Dema min wisa got wî çeteyî bi dengekî qirêj ku mîna wî qirêj bû kenî û ji min re got: Min cîranê te kuşt û şande Dojehê ji ber ku ew razî nebû ji mala xwe derkeve. Wî wisa got, ji mala Xelo derket û berve pîna mirîşkên cîranên mala Xelo ve çû.

Ez derbasî mala cîranê xwe bûm, min dît piraniya tiştên mala cîranê min ên biha tune ne û tiştên mala wî yên manî jî şikandine. Ez derbasî odeya rûniştinê bûm , min dît cîranê min di nav xwîna xwe de dirêj bûye. Gopala wî bi xwîn bû û hinekî ji laşê wî dûr bû. Ez têgihîştim ku wî bi gopala xwe serê çeteyekî şikandiye lewima çeteyan ew kuştiye.

Min hewil da ku termê Xelo rakim û bibim di gornekê de bin ax bikim, lê çeteyine din hatin û derbasî mala Xelo bûn.

Yek ji wan çeteyan serê xwe bi şaşeyekê girêda bû, bêlî bû ku serê wî şikî ye. Dema wî dît ez laşê Xelo radikim, wî hat ez paş de têve dam û li erdê xistim. Wî ji min re got: Vî gawirî di cihê wî de bihêle bila termê wî di cih de bigemire.

Piştre wan bi zorê ez ji mal derxistim û derî li termê cîranê min Xelo girtin.

Çiqas min hewil dida ku ez derî vekim lê çeteyê serîşikî li ber deriyê malê ez paş de têve didam. Her ku ez berve derî diçûm ku wî vekim çete ez di paş de têve didam û bi zerp li erdê dixistim.

Dema min dît ku çeteyê serîşikî bi serhişkiya min ji bo derxistina termê Xelo ji malê tênagihêje. Min bi xwe re got: Ka ez bi zimanê ku ew jê hez dike bi wî re biaxivim ango zimanê pereyan.

Min deh hezar lîra di berîka şelwalê xwe de veşartibûn, min ew pere ji berîka xwe derxistin û şanî çeteyê serîşikî kirin.

Dema wî pere di destê min de dîtin, wî mîna sekan devê xwe vekir û berve min hat.

Min ji wî re got: Eger tu bihêlî ez termê cîranê xwe ji hindir derxînim, ezê van pereyan gişkan bidim te.

Mîna çawa sek berve hestiyan ve dibezin, çeteyê serîşikî jî berve pereyan bezî. Pere ji dest min birin û ji ber derî wê ve çû.

Min derî bi zorê vekir û ez derbasî mala Xelo bûm. Min laşê cîranê xwe Xelo ji hindir derxist.

Li hewşa wî dareke tiwa sor hebû û hertim zarokên law û keçên wî dema tû sor dibûn. Ew li bin wê darê dilîstin. Pir caran wan dihat li pişt kalê xwe Xelo xwe vedişartin da ku diyên wan ji wan re şer nekin çimkî wan bi rengê tiwa sor xwe dixemilandin.

Li bin wê darê min gornek ji cîranê xwe Xelo re kola û ew tê de bin ax kir ji bo ku îcar tiwên darê rengê xwe yê sor ji rengê xwîna kalê Xelo bimêjin. Ji bo ku kalê Xelo li bin wê darê bîranînên zarokên law û keçên xwe di gornê de li bîra xwe wîne.

Min termê Xelo bin ax kir û piştre ez çûm mala xwe. Dema ez nêzî mala xwe bûm, min dît ku komeke çeteyan tiştê mala min bar dikin. Ta ku mirîşkên mala min jî ji pînê derdixistin û digotin: Elaho Ekibar.

Min di meşa xwe de hinekî lezand da ku zû bigihînim wan. Dema ez gihîştim ba wan. _Min ji wan re got: Çima hûn tiştên mala min dibin?

_Wan got: Me hat we ji terorîstan û gawirbûnê rizgar kir, lewima niha hemû tiştên we li me mehir in.

_Min ji wan re got: Yên gawir hûn in û ne kes e. Xaliya tiştan li serê we be û bi vî tiştî hûn didizin agirê dojehê li we gur bibe.

Çeteyek berve min hat û ji min re got: Ji vir here berî ku em te li vir dikujin. Piştre ew dîsa vegerî mala min û tiştên mala min dizîn. Dema ew bi barkirina tiştên mala min mijûl bûn, ez berve depoya sotemeniyê ya tirimpêla ku tiştên mala min lê bar dikirinî çûm. Bi min re nexweşiyek heye ku tim şekirê min dadikeve. Lewma ez hertim bi xwe re kemçek şekirê hûr dixim hindir tûrekî û bi xwe re radikim. Ji bo ku her şekirê min daket, ez wî bixwim. Min ew şekirê bi min re giş xiste depoya sotemeniyê ya tirimpêlê û ji dûr ve min ji xwe re li çeteyan nêrî ku çawa barên mîna keran radikin û tînin dikin tirimpêlê.

Dema wan bar mîna keran ji ser pişta xwe kirine tirimpêlê, çeteyek li tirimpêlê sîwar bû da ku wê bibe aliyê tirkî û tiştên mala min li wir bifiroşe. Lê ji dest kirina şêkir di nav sotemeniyê de tirimpêl bi wan re vêneket. Dema ew çûn tirimpêleke din wînin. Di wê demê de roj diçû ava û jiyan ber morî bûbû. Min çeka bavê xwe ji nav wî tiştî derxist û ez bi meş ji gund derketim. Min berê xwe da Efrînê ji ber ku bi dîtina van dîmenên hov û nemirovane ji van bênamûsan min bawer kir ku di nav wan sekan de jiyan nabe.

Bi dawîkirina çîroka kalê gişkan li rûyên hev nêrîn û keser li pey keserê kişandin.

Ma çawa Buşitek tê wêrankirin û kesek ji jiyanê li ser vê rewşê naxive.

Xalê Ferîd tev malbata Dara saxiya kalê xwestin û vegerîn mala Dara.

Li mal giş di jêrzemînê de rûniştibûn û ew li benda vegera malbata Dara û xalê Ferîd bûn. Dema hinekî rawestîn. Mizgînê ji wan re çîroka Lêlûn û şervanê, herweha çîroka kalê Hemamê jî ji wan re vegot.

Hemî bi têkoşîna Lêlûn û şervanê di nav çeteyan de tevî ku birîndar bûn serfiraz bûn û wan ji Xweda xwestin ku hemû şervanan biparêze.

_Nisrînê bi bihîstina çîroka kalê re got: Wêran bi bedena neyar û dagirkerên Tirk û çeteyan keve, wan wêran bi xwe re anî ji buhişta me re. Malan didizin, jin û keçan li xwe mehir dikin, dar û beran talan dikin û dişewitînin û xortan didin kuştin. Ma ev karan giş ne mîna wêranê ne û çeteyan bi bedena Efrînê xistine. Bihîstina çîrokê ne tenê bi Nisrînê bandor kir lê belê bi gişkan bandor kir, lewma hemiyan Tirk û çeteyên nemirovane nalet kirin.

Li mala Dara ji ber ku destê Sêvînê yê rastê ji parçeyên mûşekê hatibû birîn. Lewma wê nikarîbû ku xizmetî keçên xwe bikira. Nisrînê û Dozgînê xizmetî keçên wê dikirin. Ama keça çarmehekî ji para Zeytûnê bû ji ber ku wê pir ji zarokan hez dikir.

Hîn wan li ser çîroka kalê diaxivî mûşekek hat li nêz mala Dara ket. Zeytûnê li jêrzemînê keça Sêvînê ya çarmehekî kire hembêza xwe. Li jêrzemînê her sê keçên Sêvînê mîna komikên sêwiyan li dor diya xwe rûniştin, lê ya biçûk di hembêza Zeytûnê de bû. Dema giş li jêrzemînê bûn, mûşek mîna baranê barîn. Ango li gor wan dijmartin hejmara mûşkan gihîştin 40 mûşekî. Ta demjimêr 9 bi êvarê mûşek dibarîn. Ji dest pirbûna mûşekan malbata Dara, malbata Nisrînê, Malbata Sêvînê û malbata xalê Ferîd neçar bûn ku şeva xwe li jêrzemînê derbas bikin.

Li sibehê dema ew ji jêrzemînê derketin, wan dît ku mûşek li mala apê Dara Şêxo ketine û mal giş hilweşiye. Heçiqas Dara bangî apê xwe kir lê tu kesî li wî venedigerand. Bi rakirina kevirên hilweşî termên parçekirî yên apê Şêxo, Cemîle û herdu zarokên wan di bin kevirên malê de hatin dîtin.

Termên wan ji bin kevirên hilweşî derxistin û ew li goristana gund veşartin. Li wê şevê zêdetirî deh mûşekan li navenda leşkeriyê ya ku li gund bû ketibûn û navend û sûrê li dor wê re pir zirar bûbûn. Çar li nav zeviyê Dara yê zeytûnan ketibûn û darên zeytûnan şewitandibûn. Hinek jî li rêbenda asayîşê ya ku li nêz serdangeha Ebdil Qadir Kêlanî ketibûn û yek jî ji asayîşên rêbendê mirî bû.

Ji ber ku gişkan şeva xwe di jêrzemînê de bê sobe derbas kiribûn keça Sêvînê ya çarmehekî germahiya bedenê wê pir bilind bûbû ango bi sermayê ketibû. Lewma Zeytûnê li Nisrînê diya Sêvînê pêşniyar kir ku ew keça çarmehekî bibin ba bijîşik. Herdu tev keça biçûk li tirimpêla Mesod sîwar bûn û Mesod ew birin navenda Efrînê. Yekser ew çûn ba bijîşk Mihemed Ebdo Elî yê ku xizmetkirin û dermankirina gelê Efrîna xwe dabû pêş hemû tiştî. Dema ew gihîştin navenda bijîşk wan dît ku navend bi zarokan û xwediyên xwe dagirtî ye. Piraniya zarokan ji dest mayîna di şikeft û jêrzemînan de di çelî Zivistanê de bi sermayê ketibûn û germahiya wan bilind bûbû. Hin ji zarokan jî rûyên wan bûbûn mîna lîmonan zer ango ji dest avêtina mûşekan û dengê balafirên cengî zarok bi nexweşiya zerikê ketibûn. Her ku zarokan dengê balafirê yan dengê mûşekan dibihîstin wan di hembêzên dê û bavên xwe de xwe dikumişandin hev. Tevî ku çiqas zarok ji lêdana derziyan ditirsin lê îcar ew jê neditirsiyan ji ber ku tirsa ji lêdana derziyê ne tişt bû ba wan li hember dengê balafira leşkerî û avêtina mûşekan. Dema dor gihîşte keça Sêvînê bijîşk zaroka biçûk ji dest Zeytûnê girt û mîna ku ew keça wî be wî zarok hembêz kir û danî ser rûnişteka nexweşan. Pîvana germahiyê kire devê zarokê û li gor nîşana pîvanê dayî wî, wî got ku germahiya zarokê pir bilind e. Wî bi lez dermanek mîna şerabê bû anî û kevçiyek jê da zarokê. Piştî pênc xulekan ji nû ve wî germahiya zarokê pîva. Hîngê wî ji Zeytûnê û Nisrînê re got ku germahiya zarokê daket hûn niha dikarin wê bibin mal. Wî heman navê wî dermanî li ser rûpelekê nivîsand û ji Zeytûnê re got jê re vî dermanî ji dermanxaneyê bikirin da ku eger dîsa germahiya wê bilind bû hûnê dîsa kevçiyekî ji vî dermanî bidine wê. Mesod ji ber ku navenda bijîşk bi zarokan û xwediyên wan dagirtî bû ew di tirimpêlê de li benda Zeytûn û Nisrînê sekinîbû.

Zeytûnê û Nisrînê spasiya bijîşk kirin, ew hatin li tirimpêlê sîwar bûn û çûn dermanxaneya Kemîran da ku ew dermanê ku bijîşk ji wan re nivîsandibû bikirin. Dermanxaneya Kemîran li rex qada Azadî bû. Dema ew gihîştin pêş dermanxaneyê Mesod ji tirimpêlê daket da ku dermên bikire. Zeytûnê jî keça biçûk da Nisrînê, ji tirimpêlê daket û berve qada Azadî ve çû. Li qada Azadî wê dît ku gelê ku ji gundên xwe derketine û berê xwe dane Efrînê betanî li erdê qadê rêxistine û li ser rûniştine. Qad ji şêniyên ku ji gundan hatibûn dagirtî bû ango qada ku berê cihê ahangan bû îro bûye wek penagehekê û wê şêniyên gundan hembêz kiriye. Giriyê zarokan, lorandina dayîkan û têkoşîna bavan ji bo peydakirina girêkiyên malbata xwe ev wêne li qada Azadî hatibûn wênekirin.

Zarokeke biçûk temenê wê li derdora pênc salan bû ku serê wê bi şaşeyeke spî hatibû girêdan ango bêlî bû ku serê wê şikî bû hat bi miltanê Zeytûnê girt û got: Xaltîk tu jî wek min ji mala xwe derketiyî, te jî wek min lîstokên xwe di bin kevirên mala xwe de yên hilweşî de hîştine, te jî wek min parçeyên termên malbata xwe tev lîstokên xwe di bin kevirên mala xwe yên hilweşî de hîştine û tu jî wek min bi tenê mayî.

Zeytûnê xwe li ser çokên xwe berda erdê, zarok hembêz gir û dagirî.

_ Zarokê got: Xaltîk medagirî ez jî bi tenê wek te mame. Madagirî ez te bi tenê nahêlim wek ku çawa xwediyên min ez bi tenê hîştim.

_Zeytûnê ji zarokê pirsî: Navê te çi ye?

_Zarok: Navê min Rengîn e û ez ji gundê Mabata me.

_Zeytûn: Çima tu bi tenê yî? Kanîn xwediyên te?

_Zaroka Rengîn: Xwediyên min di bin kevirên mala me yên hilweşî de ne. Duh li êvarê dema me xew kiribû balafirê hat mala me bombebaran kir. Min di koşeya odeyê de xew kiribû û dema ez ji xew rabûm min xwe di bin kevirên mala me de dît. Ji baweriya min ku ez hîn di xew de me. Min wek bêhina goştê şewitî bêhin kir, dema min li dor xwe nêrî min dît ku destê diya min ji laşê wê derketiye û şewitîye. Min çiqas bangî wê kir lê wê li min venegerand. Dema sibe hilat şêniyên gund hatin ez ji bin kevirên mala me derxistim û ez tev mala apê xwe hatim vir.

Dema Zeytûnê Rengîn hembêz dikir apê Rengînê berve wan hat da ku Rengînê bibe. Zeytûnê ji apê Rengînê xwest ku Rengînê bi xwe re bibe mal. Lê Apê Rengînê got: Na. Ez dest ji keça birayê xwe bernadim ji ber ku ew tenê ji min re ji birayê min maye û ez nikarim bêyî wê bijîm. Em xwe amade dikin da ku niha em herin herêma Şêrewa li ba hin mervên me.

Dema Zeytûnê û apê Rengînê diaxivîn Mesod bangî Zeytûnê kir û got were em dê herin.

Zeytûnê xatir ji Rengînê û apê wê xwest, hat ba tirimpêlê û ew vegerîn mal. Li mal Sêvîn li benda hatina keça xwe bû. Dema wê di nav destên Zeytûnê de dît ku germahiya keça wê daketiye ew hinekî dil hêmin bû.

Hîn ew rûneniştibûn mizgeftê bang kir û got: Gelê me yê gundan hatine navenda Efrînê û ew niha li ser erdê li qada Azadî rûniştine. Lez bikin alîkariya gelê xwe bikin.

Berî ku mizgeft banga xwe bi dawî bike şêniyên Efrînê, Eşrefiyê, Tirindê û hemû gundên din tiştên malên xwe ji gelê gundan re birin. Hinan jî hin malbat anîn ba xwe bi cih kirin.

Ji ber ku şer her diçû ji navenda Efrînê ve nêz dibû. Gel ji Efrînê derdiketin lê ew bi dijwarî derdiketin ji ber ku ji roja ku şer dest pê kirbû de, hemû rê li Efriniyan hatin girtin. Bi girtina riyan re jî karê qaçaxçiyan dest pê kir. Ango wan her mirovek bi milyonan ji sînora Efrînê derdixistin û mirov derbasî Nobil an jî Helebê dikirin.

Reşemeh jî mîna Rêbendanê bi gelê Efrînê pir xembar bû. Vê mehê jî pir Efrînî bi pirbûna şehîdan, valabûna gundan û kuştina kal, pîr, jin, zarok û şervanan êşandin.

Her gundekî ku çete derbasî wî dibûn çeteyan gelê wî gundî êşkence dikirin, gund talan dikirin, ger jinên rind jî di nav wî gundî de hebana wan di bin navê ku ew tev YPJê ne tawanbar dikirin û dibirin.

Piştî ku Reşemehê ji Efrînê û ji sala 2018an bar kir, Adar bi xemên xwe yên berê û bi xemine nû ku wê di berîka xwe de ji Efrîniyan re veşartibûn hat.

Li 8 Adarê li ber destê sibehê pir mûşek li gund barîn dîsa du mûşek hatin li kolana mala Dara ketin. Bi taybet li mala ku di jêr mala Dara re bû. Sê zarokên mîna firişteyan jiyana xwe ji dest dan.

Li dema avêtina mûşekan Dara û xalê Ferîd çûbûn nên ji dikana li ser rê wînin. Dema ku ew vedigerîn mal hîngê mûşekek hat li mala ku di jêr mala Dara re bû ket. Di wê demê de Dara û xalê Ferîd gihîştibûn rex mala apê Misto û li pêş mala apê Misto direktora wan sekinî bû. Lewma dema ku mûşeka yekê barî ew herdu berve wê direktorê ve çûn û xwe di bin tirêla wê direktorê de parastin. Her yekî ji wan xwe di taldî dolabekî de parastin. Hîn wan cihê parastina xwe di ber dolaban de digirt, wan dît ku du mûşek mîna birqan hatin û her yek ji wan li malekê ketin. Xalê Ferîd got: Dara tu dibînî ku çawa bênamûs mûşekan li malên sivîlan dixînin.

Ji malekê ji wan malên ku mûşek lêketinî dengê qêrîna jinekê hat. Dema Dara û xalê Ferîd dengê qêrîna wê jinê bihîstin, ew ji bin direktorê derketin û berve wî dengî çûn. Dema wan nêz li mala ku mûşek lêketinî kirin dîsa du mûşek bi hev re hatin û li du maline din ketin. Lê xwediyên wan malan ne li mal bûn. Ew çûbûn navenda Efrînê ba hin mervên xwe.

Bi rawestandina avêtina mûşekan re Dara û xalê Ferîd bezîn mala qêrîn jê hatî. Bi gihîştina wan li wê malê, wan dît ku Binefiş diya zarokan li ser laşê hersê zarokên xwe didagirî û sîlan li xwe dixîne. Dema wan ev dîmen dîtin Dara yekser ji xalê Ferîd re got : Ferîd bi lez here ba navbenda asayîşê ya li cem serdangeha Ebdil Qadir Kêlanî , hinan ji asayîşê wîne vir û ji wan re bibêje bila bi lez ew ambûlansê bişînin vir. Xalê Ferîd bi lez çû ba navenda asayîşê. Bi vegera hêminiyê re malbata Dara, malbata Nisrînê, malbata xalê Ferîd û hemû şêniyê gund li mala mûşek lêketinî kom bûn.

Dara tev şêniyên gund laşên zarokan kom kirin ta ku asayîş û ambûlans gihîştin wir. Dîmeneke pir hovane bû ne tenê şêniyê wir tev diya zarokan didagirî lê kevirên malê jî tev diya zarokan didagirîn.

Laşê zaroka Hele bûbû du parçe, ji navê û jor de laşê wê pekî bû ber deriyê pêjxaneyê. Ango ew çûbû ba diya xwe li pêjxaneyê da ku xatirê xwe ji wê bixweze û ji navê û jêr de laşê wê li ser serbanê bêjxaneyê mabû.

Laşê zarokê mezin Husên roviyên wî giş di navê wî re derketibûn. Ama laşê zarokê navîn Ferêt dest û lingên wî giş qut bûbûn.

Diya zarokan li ber serê zarokê xwe Ferat rûniştibû û wê digot: Ev lawê min yekser nemirî bû, wî bangî min kir û got: Anê….

Ez bezîm ba termê wî, wî li min nêrî û got: Dayê ka dest û lingên min? Wî ev gotina bi min re kir û giyan ji dest da.

Mizgîn û Nisrînê li rex diya zarokan rûniştin û ew hembêz kirin.

Diya zarokan bi dengekî bilind ji şêniyê li dor xwe re digot: Ma bibêjin çi gunehê van zarokên min hebû? Da ku bi vî awayî hovane werin kuştin. Wan ji xwe re li ser serbanê pêjxaneyê kavokên xwe yên spî difirandin , her zarokekî min kavokeke wî spî hebû û wan di rojên şergiran de difirandin ji bo ku aştiyê li Efrînê belav bikin.

Zarokên min li sibehê ji xew şiyar bûn û wan ji min re gotin: Dayê em birçî ne ji me re taştê dîne.

Ez çûm jêr li pêjxaneyê tiştê amade bikim û wan jî kavokên xwe difirandin. Ma bibêjin çi gunehê zarokên min hene? Ta ku wisa bimirin û mîna hemû zarokên jiyanê jiyan nekin?

Bi gotinên diya zarokan re giriyê gişkan hat. di vê demê de ambûlans û asayîş hatin, laşê hersê zarokan rakirin û diya zarokan jî li tirimpêla ambûlansê sîwar kirin.

Berî ku tirimpêla ambûlansê bi rê keve Zeytûnê got: Ka Reşîd?

Hîngê diya zarokan hinekî li xwe şiyar bû, ew ji tirimpêla embûlansê dagerî û got: Ka Reşîdê min?

Ango bi qasî ku bûyera parçebûna termên zarokên wê li wê giran bû wê zarokê xwe yê biçûk ji bîr kiribû.

Asayîş û şêniyên ku li cihê bûyerê amade bûn gişkan li zarokê Reşîd geriyan.

Diya zarokan ji asayîşê re got: Ku wê di goşeya odeyê de ya li aliyê çepê Reşîd dabû xewkirin.

Odeya ku Reşîd lê xew kiribû giş hatibû hilweşîn , asayîşê koma keviran ji ser cihê ku Reşîd lê xew kiribû rakirin û wan dît ku Reşîd di goşeya odeyê de hîn xweş e, lê serê wî birîn bûbû.

Bi lez asayîşê Reşîd kirin ambûlansê û ew tev diya wî û laşên hersê birayên wî birin nexweşxaneya Evrîn. Bi çûyîna tirimpêla ambûlansê re milet vegerîn malên xwe. Lê Dara li pêş deriyê mala xwe sekinî.

Bavê zarokan Heso di asayîşê de kar dikir. Dema ew vegerî mal, Dara li ba mala xwe li benda wî sekinî bû. Dema wî dît ku Heso ji wê ve tê, ew berve wî çû û ew vexwand mala xwe.

Heso haj tu tiştî tune bû. Wî li mala Dara hinekî rûnişt, piştre wî spasiya Dara kir û hêza xwe kir da ku vegere mala xwe.

Hîngê Dara ji wî xwest ku ji nû ve rûne û bi awakî neyekser ji wî re çîroka pakrewanbûna zarokên wî vegot.

Dema Heso gotinên Dara bihîstin, xwîn di tamarên wî de sekinî. Li destpêkê wî ji gotinên Dara bawer nekirin.

Ew ji cihê xwe rabû û bi pêxas berve mala xwe bezî. Di nav komên kevirên mala xwe yên hilweşî de li zarokên xwe geriya, lê wî ji bilî xwîna wan a ku her der pê xemilandî bûn nedît. Wî li dora xwe nêrî dît ku kavokên zarokên wî bi xem li ser kevirên ji malê hilweşî bûn sekinîne û dengekî xemgîn derdixînin.

Dema wî rewşa mala xwe wisa dît, êdî wî bawer kir ku zarokên wî şehît ketine. Hêz li ba wî nema û di ser wan keviran de ket.

Dara bi destê Heso girt û berve mala xwe ve bir.

Lê Heso got : Min bibe nexweşxaneyê ba zarokên min.

Dara û xalê Ferîd bi tirimpêla xalê Ferîd Heso birine nexweşxaneyê.

Li nexweşxaneyê Heso û hevjîna xwe Binefiş di ser parçeyên zarokên xwe de ta ku sibeha roja din li wan hilat dagirîn.

Li sibeha roja din Dara tev malbata xwe, xalê Ferîd tev malbata xwe, Nisrîn tev malbata xwe û hemû şêniyên gund çûn nexweşxaneyê da ku di binaxkirina termên hersê zarokan de amade bibin. Termên hersê zarokan tev pakrewanine din ji nexweşxaneyê hatin birêkirin û bi amadebûna hemû gelê Efrînê û gundên wê li goristana Evêste hatin binaxkirin.

Li goristanê Diya zarokan Binefişê lawê xwe Reşît kiribû hembêza xwe û li ber serê gornên zarokên xwe rûniştibû. Wê ji jênên ku li goristanê amade bûbûn re digot: Lîliyan bikin îro zarokên min pakrewanên Efrînê ne. Lîliyan bikin û zarokên min mîna bûk û zavan oxir bikin. Wê zarokê xwe Reşît bi hêz hembêz kiribû da ku mirin wî jî ji destê wê nerevîne. Li ber gornên hersê zarokên xwe wisa dilorand:

Ez bi qurbana şehîdan bim

Ez bi qurbana şehîdên biçûk bim

Hela min bûk e

Hisênê min jî zave ye

Ez bi qurbana Feratê xwe bim

Ez bi qurbana gupikên xwe bim

Gupikên min hîn bi xwe şad nebûbûn

Heft salan min li welatê xerîbiyê ew gerandin

Min digot bila zarokên min şad bibin

Min zarokên xwe li welêt vegerandin

Min got bila welatê xwe nas bikin

Lê wan li şûn welêt mirin nas kirin

Ez nemînim ez kor bibim

Ez nemînim ez kor bibim

Hela min bûka şehîda ye

Hisên û Feratê min zavên şehîda ne

Ez nemînim ez kor bibim

Ez nemînim ez kor bibim

Binefişê li ber gornên zarokên xwe dilorand û Heso jî sond dixwer ku ewê tola zarokên xwe hilde.

Piştî ku zarok û hemû pakrewan hatin binaxkirin gel vegerîn malên xwe. Goristan bi tenê hîştin da ku ew pakrewanên xwe hembêz bike. Binefiş û Heso venegerîn gund lê ew li navenda Efrînê li ba hin mirovine xwe man ku mala wan li nêz goristanê bû da ku ew her roj biçin avê li ser gornên zarokên xwe û hemû pakrewanan bireşînin.

Dema giş vegerîn mal Dozgînê ji Zeytûnê li ser rewşa malbata zarokan pirsî.

_ Zeytûnê ji Dozgînê re got: Ma çi peyv dikarin ku rewşa wan şirove bikin. Xweda alîkariya wan bike. Malbateke balangaz bûn û wan tu zirar bi kesî nekiribûn. Bavê zarokan heft salan li biyanistanê bû û piştî ku wî tev malbata xwe heft sal li biyanistanê qedandin. Ew tev malbata xwe vegerî Efrînê ji bo ku zarokên wî welatê xwe nas bikin. Lê zarokên wî li şûn ku welat wan hembêz bike mirinê hembêza xwe ji hersê zarokan re vekir. Xweda dilovaniya xwe li wan bike û cihê wan bike buhişt. Xweda dilê dê û bavê wan bi sebirekê aram bike û Reşîd ji wan re bihêle.

_ Dozgîn: Amîn.

Li Efrînê ne tenê mirin, dîtina termên parçekirî, wêrankirina gundan bi şewat bû lê koçberkirina ji Efrînê ji mirinê û her tiştî bi şewattir bû . Li 16 Adarê çeteyan pir nêz li navenda Efrînê kirin û wan navenda Efrînê ji sê aliyan ve dorpêç kirin lewma çeteyan bê rawestandin navend û gundên girêdayî navendê bombebaran dikirin.

Dara tev xalê Ferîd û Mesod biryar dan ku ewê ji gund derkevin çimkî çeteyan nêz li gundê Qîbarê yê ku nêz navenda Efrînê bû kiribûn û wan ji wir de gundê Tirindê, Eşerfîyê û navenda Efrînê bombebaran dikirin.

Li 16 Adarê Dara tev malbata xwe, malbata xalê Ferîd û malbata Nisrînê û malbata Sêvînê ji gund derketin û wan berê xwe dan çiyayê Lêlûn.

Zeytûnê û diya xwe deriyên mala xwe bi fêrmiskên xwe kilît kirin û bê tişt ango tenê bi cilên ku li wan bûn ji gund derketin.

Çiqas Zeytûnê dixwest ku pirtûkên xwe bi xwe re birevîne , lê bavê wê jê re got: Ne pêwîst e tu wan bi xwe re bibî ji ber ku çend roj in û emê dîsa vegerin.

Zeytûnê li ser her pirtûkeke xwe ramûsanek nîgar kir û xatirê xwe ji wan xwest. Ji nav pirtûkên xwe gişkan wê tenê lênûsa ku li ser wê dest bi nivîsandina romanekê li ser şerê Efrînê kiribû û di nav wê de şaxê dara zeytûna ku Evêste li bin wê nimêja azadiyê û berxwedanê dikir bir. Ew tev dê, bavê xwe û Hawar li direktorê sîwar bûn. Ji derketina ji gund û mal de Zeytûnê, diya wê ta gihîştin çiyayê Lêlûn, wan girî ranewestand û bi rondikên xwe rêça vegerê ji xwe re çê dikirin.

Li jêr gundê Tirindê karwanên gelê Efrînê yên ku berê xwe didan herêma Şêrewa û Şahbayê bê dawî bûn. Bavê Zeytûnê, xalê Ferîd û Mesod wan jî xwe tevlî van karwanan kirin. Dema wan navbenda Tirindê qut kirin Zeytûnê li goristana gund nêrî û herçû hêrsa girî lê zêde bû. Wê ji lezbûna re nikarî berî derketina xwe ji gund biçûya ser gorna kalê xwe û xatirê xwe jê bixwesta. Piştî ku wan navbenda Tirindê qut kirin wan berê xwe dan gundê Kurzêlê, piştre berê xwe dan gundê Basotê û di gundê Basotê re hilkişîn Çiyayê Xewnan.

Zeytûnê ta ku ew gihîştin Çiyayê Xewnan wê bîranînên xwe bi rondikan dişuştin.

Li kaşê Çiyayê Xewnan Zeytûnê li Efrînê nêrî dît ku gundên ketine destê çeteyan dûmana reş ji dest şewtandina malan û bombeyan bi ser wan ketiye.

Li navenda Efrînê nêrî dît ew hîn mîna bûka ye. Wê destê xwe berve jor rakirin, bangî Xweda kir û got: Ya Xweda te buhişt daye me buhişta me ji me re ji destên qirêjiyan biparêze. Efrîniyan mîna Adam û Hawa ji buhiştê dermexîne çimkî buhişta Efrîniyan Efrîn e. Ya Xweda kesî Kurdan ji bilî te tune ye, tu jî li me setemkariyê mîna hemû milet li me dikin meke.

Çiyayê Xewnan ev der qet ji bîra Efrîniyan dernakeve. Li vir hemû Efrîniyan Efrîna xwe li cara dawî dîtin, li vî cihî dîrokek hate nivîsîn. Mirov piraniya wan bi meş di Çiyayê Xewnan re hildikişîn. Her ku wan gavek di hilkişandina çiyê re davêtin, ew du gavan jî di paş de vedigerîn nedixwestin ku ji Efrîna xwe derkevin. Lê zarokên wan bi destên wan dikişandin û ji wan re digotin em ditirsin, lewma dê û bav neçar dibûn gavan ber hilkişandina çiyê re bavêjin. Kal û pîran bi gopalên ku wan hêza xwe dabûn ser li zinarên çiyê dixistin û zinar ji xew şiyar dikirin da ku ew li ser vê koçberkirina bi zorê bibin dîdevan. Li nîvê kêş xortekî pîrek dabû ser pişta xwe û di kêş re hildikişî. Dara direktora xwe li ba wî sekinand û pîr û xort lê sîwar kirin. Ji wir ne dûr kalek li ser zinarekî rûniştibû, wî berê xwe dabû Efrînê û pir bi zorê nefes dikir. Dara li ba kalê jî sekinî û ew jî li direktorê sîwar kir. Dema ku dê ew bi rê kevin zarokekî bang kir û got: Xalo diya min nexweş e û ew nikare bimeşe. Xwezî tu me jî bi xwe re bibî. Dara ew jî li direktora xwe sîwar kirin û piştre bi rê ketin.

Malbata Dara, malbata xalê Ferîd, malbata Nisrînê, malbata Sêavînê û kesên ku bi wan re sîwar bûnî gişkan berê xwe dan herêma Şêrewa. Wan gişkan şevekê li gundekî çiyayê Lêlûn xew kirin, piştre wan berê xwe dan herêma Şahbayê û bi taybet jî berê xwe dan Fêfînê.

Dara nedixwest ku ji gundê xwe derkeve lê tiştê herî lê da zorê ku ji gund derkeve û berê xwe bide Şehbayê barê namûsê bû.

Ew tirsiya bû ku dema çete derbasî gund bibin keça wî ji dest wî bibin û tiştên xirab bi serê keça wî bikin. Her ku vê ramanê xwe li hişê wî dixist hêrsa tirsa wî li ser keça xwe zêde dibû.

Dema navenda Efrînê ji hemû aliyan ve hate dorpêçkirin û tenê riya Çiyayê Xewnan li pêş derketina gel re ma. Berpisan biryar dan ku ew tu şerî di navenda Efrînê de nakin ji bo ku navend û gel pir zirarê nebînin lewma piraniya şervanan bi fermana berpirsan berve herêma Şêrewa ve çûn. Lêlûn jî tev van şervanan berê xwe da çiyayê Lêlûn.

Riya Çiyayê Xewnan di roja 16 û 17 Adarê de bûbû mîna riya xelasbûnê. Kesên ku tirimpêlên wan tune bûn ew bi meş di wê riyê re hildikişîn. Kal û pîr ji tunebûna hêzên wan lawên wan ew danîbûn ser piştên xwe û di kaşê vê riyê de hildikişandin. Dayîkan zarokên xwe yên biçûk kiribûn hembêzên xwe û zaroyên wan ên bi ser lingan ketibûn wan bi dawa diyên xwe girtibûn û di wî kaşî re hildikişîn.

Lezbûna tirimpêlan jî bûbû sedema pir qezayan. Piraniya kal û pîran jîyana xwe li ser vê riyê ji dest didan û ew li rex vê riyê dihatin binaxkirin. Ango riya Çiyayê Xewnan a ku berê cihê kêfxweşiyê bû di Adara 2018an de bû riya xelasbûn û mirinê.

Hemû koçberan ji bilindahiya Çiyayê Xewnan de li Efrînê dinêrîn û nalet li Tirk û çeteyan dibarandin ku wan buhişta wan li wan kire dojeh û ew jê derxistin.

Zeytûnê li Çiyayê Xewnan dilê xwe hîşt û dema ew gihîştin Fêfînê wê ji xwediyên xwe re got: Eger kesek dixweze mezinahiya barê xeman li ser pişta Efrîniyan zanibe. Kesê ku dixweze dîrokekê ji şerê Efrînê re binivîse, bila ew here li bilindahiya Çiyayê Xewnan bisekine û li Efrînê binêre. Ewê hîngê zanibe ku çawa bi dûrketina Efrîniyan ji Efrînê xemên wan pir bûne û qet nayên jimartin. Bila ew kesan herin ji latên li rex riya Çiyayê Xewnan pirs bikin ku çiqas çîrokên bi êş li ser wan re derbas bûn dema ku gelê Efrînê di wê riyê re hildikişîn. Bila ew kes herin ji gorinên li rex wê riyê pirs bikin çima hûn li vir hatine kolandin? Çima pakrewanên di hindir wan de xwestin li ser vê riyê bimirin?

Bila nivîskarên dîrokan herin ji kîjan derê ji Efrînê dipirsin bila bipirsin. Li her derekê ji Efrînê êşek û pakrewanek heye.

Li Fêfînê ji tunebûna malan Malbata Dara, malbata xalê Ferîd, malbata Nisrînê, malbata Sêvînê û kesên ku bi wan re li ser riya Çiyayê xewnan sîwar bûbûn gişkan berê xwe dan penageha Berxwedana Serdemê.

Dema ew gihîştin penagehê wan dît ku penageh bi konên spî û şîn dagirtî ye. Ango di pêş de amadekirin ji koçberkirina gelê Efrînê re hatibûn amadekirin. Li şûn 366 gundên Efrînê 366 kon hatibûn vegirtin.

Berpirsên li ser penagehê wan konek didan her malbatekê. Her malbatek derbasî konê xwe bû. Mizgîn dema derbasî kon bûyî, wê pir dagirî û got: Piştî ewqas milk û mewal îro ez bi konekî mame. Piştî maleke fierh û mezin îro ez bi konekî mame. Wê wisa digot û kela girî di çavên wê de hildida.

Di kon de çend îsfinc û bataniyine reng gewr hebûn da ku her malbatek pê sermaya firteneyên Biharê ji xwe bidin alî. Dara dema girî û gotinên Mizgînê bihîstin ew derbasî kon nebû. Wî û Xalê Ferîd bi hev re hin keserine xwe bi kişandina caxrê re ji hindir xwe kişandin û di diwê wê çaxrê re derxistin.

Malbata xalê Ferîd ew jî di konê li rex konê malbata Dara de bi cih bûn, herweha malbata Nisrînê tev malbata keça xwe Sêvînê li rex konê mala xalê Ferîd bi cih bûn. Herweha malbata ku bi wan re li ser riya Çiyayê Xewnan jî sîwar bûbûn li rex konê malbata Nisrînê bi cih bûn. Kal jî di konkî de bi tena xwe bi cih bû û xortê ku diya xwe rakiribû li ser pişta xwe û di kaşê Çiyayê Xewnan re hildikişî ew jî di konê di hember konê malbata Dara de bi cih bû. Penageh bi malbatên Efrînî dagirtî bû. Di bin her konekî de êşek û birînek veşartî bû, hemû konan tev malbatên di hindir xwe de didagirîn û keser li pey keserê dikişandin.

Piştî ku demjimêrek li ser hatina wan li penagehê re derbas bû keçekê û xortekî ku pênûs û lênûs di destê wan de bûn hatin ba wan û hejmarên wan nivîsandin. Piştî ku wan hejmarên kesên nû hatinî penagehê nivîsandin ew vegerîn ba berpirsên xwe. Piştre bi nîv demjimêrê wan îsfenc û betaniyine din bi qasî hejmarên kesên her malbatekê anîn. Dema ku ew tişt derbasî hindir konan dikirin çavên Mizgînê li wan ketin, wê dagirî û got: Piştî ku gelê Efrînê xêrên xwe li kesên penaber dikirînî îro gelê Efrînê bûye penaber û xelk xêrên xwe lê dike.

Dema ku betanî û îsfenc jî derbasî konê malbata xalê Ferîd dikirinî, hîngê Bilind lawê xalê Ferîd di hembêza diya xwe de di bin kon de rûniştibû û wî digot: Dayê ez birçî me.

Xortekî ji yên ku tişt derbasî konê Malbata xalê Ferîd dikirî wî ji Bilind re got: Emê niha ji we re xwerinê belav bikin.

Bi hatina dema firavînê re di dengweşê de bang kirin ku bila her malbatek were para xwerina xwe bibin. Dara, xalê Ferîd û Mesod berve cihê belavkirin xwerinê ve çûn û her yekî ji wan para xwerina malbata xwe anî. Bi gelê penagehê gişkan dijwar bû ku ew xwerina xwe mîna parsekaran pars bikin ji ber ku gelê Efrînê fêr bûbûn ku xwerina xwe ji xiwa aniya xwe ango ji karê xwe bikirin û bixwin. Lewma ji bilî zarokan kesî nan nexwer. Li êvarê ji dest sermaya Biharê malbat derbasî konên xwe bûn, hemû malbat mezinên wan giş di ser xwe de diponijîn ku dê hîn çi were serê wan. Ta sibehê wan xew nekirin. Zarokan ji sermayê xwe di hembêzên dê û bavên xwe de germ dikirin. Giş li benda sibehê bûn, wan hêvî dikirin ku sibeheke xweş li wan hilê lê sibeha 18 Adarê sibeheke reş bû. Ango Roja reş ji hemû Efrîniyan re roja 18î Adarê bû ji ber ku di vê rojê de Tirik û çeteyên wê derbasî navenda Efrînê bûn û dûmana reş di ser Efrînê de berdan.

Malbtên Efrînê yên ku di penagehê de bûn gişkan di vê rojê de reşî girêdan. Jinan dest ji girî bernedan kal û mêran ji dest giraniya vê agahiyê li ber deriyên konan çaxire li pey çaxirê dikişandin.

Li vê rojê çete derbasî navendê bûn û berî ku ew dest bi diziyê bikin wan berî diziyê peykerê Kawayê Hesinkar sembola azadiyê li ba Kurdan hilweşandin.

Tu dibêjî qey kînine wan bi peykerê Kawa re hebûn. Tu dibêjî qey peykerê Kawa ew bi topan bombebaran dikirin an ku wî ew ji malên wan bi zorê derxistin an ku wî jinên wan ji dest wan biribûn ta ku ewqas kînên xwe li vî peykerî hebûn. Ew mîna hovan bi debûran li ser vî peykerî ketibûn û hûr dikirin.

Ma qey vî peykerî çi bi wan çeteyan kiribû ta ku wan ew ji jor de anîn xwarê û mîna segan bi ser ketin. Bi rastî kesên nezan her tiştekî rind û xwedî semboline biha xirab dikin.

Ev roja 18î Adarê mîna awirekî reş hate ser Efrînê û hemû tişt bi rengê reş dorpêç kir û li şûna baranê wî dizî û talankirin barand.

Hîn pir roj di ser ketina çeteyan li Efrînê re derbas nebûbûn hemû çeteyên ku li Xota bûn tev malbatên xwe ji Xota hatine Efrînê û di malên Efrîniyan de yên ku Efrînî jê ji dest şer derketibûn, malbatên çeteyan xwe tê de bi cih kirin û xwe kirine xwediyên malan.

Li 25 Adarê agahî bi riya telefonê ji Dara re hat ku malbeteke çeteyan ku bi bingeha xwe ji Hemê ne, ya girêdayî koma Ceyîş El Îslam di mala wî de xwe bi cih kirine.

Ji ber ku birayê mezin ê malbata Hemê yek ji serokên koma Ceyîş El Îslam bû lawma mala Dara ji malbata xwe re hibijart ta ku tê de bi cih bibin.

Ango serokên komên çeteyan malên rind û mezin ji malbatên xwe re hildibijartin û malên biçûk didan mervên ku di bin destên wan de bûn.

Malbata Hemê li roja ku ketin mala Dara yekser çavên wan li pirtûk û waneyên Zeytûnê yên bi zimanê Kurdî bûn ketin.

Ji ber ku çete ne ji Kurdan û ne jî ji zimanê Kurdan hez dikin tavildanê wan pirtûkên Zeytûnê mîna şevşevok û hovên ku ji tariyê hatine komkirin û li orteya mala Dara şewitandin. Ji ber ku ew Kurdan gawir dibînin lewira hemû pirtûkên Kurdan ger dibînin dişewitînin ji ber ku şêxên wan ên derewfiroş ji wan re gotine ku Kurd baweriya xwe bi Xweda nînin û di pirtûkên xwe de jî wisa dibêjin ku Xweda nîne. Lewra di baweriya çeteyan de eger kî serê Kurdan jêbike û pirtûkên wan bişewitîne dê yekser Xweda cihê wî bike buhişt.

Dema Dara ev agahî gihande malbata xwe. _Mizgînê naleta Xweda ji Tirk û çeteyan re xwest û wê got: Hey Xweda tu mala min ji wan çeteyan re bikî gorn û goristan.

_Zeytûnê jî got: Bi rastî ev çeteyan bêhiş û gawir in. Ma çawa ew baweriyên wisa bawer dikin? Ma qey şêxên wan ên wisa ji wan re dibêjin çûne ba Xweda û bi wî re civîn çêkirine û di cîvîna wan de Xweda ev mercên ketina buhiştê ji wan re gotine? Bi rastî wek pêşiyên me gotine: Kengî mirov paş stiwê xwe dît hîngê jî ev çeteyên gawir wê Buhiştê bibînin.

Agahiya şewtandina pirtûkên Zeytûnê bi wê pir giran bûn lewma bîranînên wêneyên pirtûkan pêlên rondikan di çavên wê de hildidan û wan lehiya xwe di ser dêmên wê de berdan.

Dema lehiya rondikan digihîşte ser lêvên Zeytûnê wê lehiya rondikên şor vexwarin ji bo ku ew pê birîna di dilê wê de çêbûye bikewîne.

Pirtûkên Zeytûnê bi wê gelek biha bûn. Wê digot samaneke min heye ew jî pir bi min şêrîn û biha ye. Ew samana min jî pirtûkên min in.

Dema ku wan bi hev re dipeyivî xalê Ferîd bang kir û got: Dara rabe ji kon derkeve, baran dibare… Rabe em dora kon hinekî bikolin da ku baran derbasî konên me nebe.

Baranê bi lez dest pê kir û firtene çêbû. Hin kon firîn û hin kon jî hindirê wan bi ava baranê tijî bû. Kalê ku bi Dara wan re hatibû penagehê, wî bi tijî dengê xwe bang kir: Êdî bese gelê Efrînê. Îro em ji barana Biharê ditirsin ku di ser me de bibare û zarokên me nexweş bibin, dest ji van konan berdin û vegerin malên xwe. Îro çete di malên me de kêf dikin û di bin van konan de jî barana Biharê li ser me de dibare. Zarokên me ji serma re dimrin ji ber ku derman tune ye. Ma ta kengî emê li vir bimînin? Dê xwe bidin hev ta ku em vegerin Efrîna xwe û di malên xwe de rûnin. Da ku em venegerin cih û warê xwe emê hertim li vir êşan bikişînin. Mirov li mal û welatê xwe êşan bikişîne û bimire çêtire jê re ku êşan li welatekî ne yê wî ye bikişîne û li wir bemire.

Kal di bin baranê de pir şil bû û ji ber ku nexweşiya rebo bi wî re hebû kal di bin baranê de kete erdê. Xalê Ferîd, Dara, Mesod û hemû şêniyên li wir berve kalê bezîn. Dema ku ew giş li dor kalê kom bûn kalê ji wan re sêcaran ev gotin kir VEGERIN…vegerin…vegerin, piştre mir.

Şêniyên li wir giş bi mirina kalê bendor bûn. Di bin baranê de wan termê kalê rakirin û di gornekê de li derveyî benagehê bin ax kirin.

Piştî ku kal bin ax kirin Zeytûn derbasî konê kalê bû. Wê di bin balgiyê serê kalê de sê wêne dîtin. Dema Zeytûnê baş li wan nêrî hate bîra wê ku ew wêne yên zaroka biçûk, dê û bavê wê bûn ên ku ji gundê Moseko bûn. Yên ku tev şehîd Lezgîn û desgirtê xaltîka Sînor Siyamend hatin binaxkirin. Zeytûnê ew wêne birin û di nav axa gorna kalê de veşartin da ku kal di gorna xwe de çavên xwe bi wan wêneyan kil bide.

Baran berdewam bû û hemû şêniyên ku li penagehê bûn şil bûn. Nemaze pir zarok nexweş bûn û germahiya wan zêde rabû. Li êvarê baran rawestî lê serma ku li pişt baranê re hat ji baranê dijwartir bû ji ber ku hemû tişt û kon şil bûbûn. Ji dest vê rewşê her çar keçên Sêvînê tev Bilind û herweha herdu zarokên Mesod germahiya wan pir bilind bû. Hate bîra Zeytûnê ku bijîşîk Mihemed Ebdo Elî ji keça Sêvînê re ya çarmehekî dermanê germahiyê nivîsandibû û wan jî du şoşe ji vî dermanî kirîbûn.

_Zeytûnê ji Sêvînê pirsî: Ma te dermanê germahiyê bi xwe re aniye?

Sêvînê got: Di hindir çenteyê min de binêre dibe ku min anî be.

Zeytûnê bi lez berve çenteyê Sêvînê ve bezî, wê li dermên gerî û di bin çente de wê derman dît. Wê kevçiyek ji dermên da her zarokekî, herweha li ser hemû zarokên benagehê geriya û yên ku germahiya wan bilind bû wê kevçiyek ji dermên didayê.

Hemû diyên ku li penagehê bûn wan spasiya Zeytûnê dikirin, lê wê digot spasiya bijîşk Mihemed Ebdo Elî bikin ji ber ku wî ev derman ji me re nivîsandibû, tevî ku ew ne li vir e lê dîsa dermanê ku wî ji me re nivîsandibû li vir alîkariya me kir.

Li sibehê komekê ji şêniyên penagehê karwaneke xwe ji bo vegera Efrînê bi hev xistin û riya xwe berve Efrînê ve kişandin. Malbata Nisrînê û xalê Ferîd jî tevlî vê karwanê bûn, lê malbata Dara nikarîn tevlî vê karwanê bibana ji ber ku agahî ji wan re hat ku lawê wan Lêlûn birîndar e û niha ew li nexweşxaneya Fêfînê derman dibe. Lewma ew neçar bûn li Fêfînê bimînin da ku lawê wan hinekî tendirûstiya wî baş dibe. Lêlûn hefteyekê li nexweşxaneyê ma, piştre ew hate ba malbata xwe li penageha Berxwedana Serdemê ji ber ku lingekî wî hatibû birîn û êdî wî nikarîbû dîsa li karê xwe yê leşkerî vegere.

Dema ku Lêlûn li penagehê tev dê û bavê xwe vegerî hîngê piştî ku hinekî hêmin bû.

_ Zeytûnê jê pirsî: Bira çawa tu birîndar bûyî û lingê te hate birîn? Ma ne tu li herêma Şêrewa bû?

_ Lêlûn: Erê xwîşkê ez li herêma Şêrewa bûm, lê em dadiketin Efrînê jî, me hin çete nêçîr dikirin û ji nû ve em vedigerîn cihên xwe. Li şevekê ez tev du hevalên xwe di gundê Soxenekê re bi meş daketin gundê Dêrmişmişê. Li gundê Dêrmişmişê ya ku niha di destê çeteyan de ye me tirimpêleke çeteyan bi pênc çeteyan ve şewitand û ji wir em daketin gundê Kurzêlê. Li wir jî me dîsa tirimpêleke çeteyan li ser riya di navbera gundê Basotê û Kurzêlê de bi çar çeteyan ve teqand. Li wê şevê me li maleke Kurzêlî şeva xwe borand, li sebehê me xwe tevlî malbatên ku ji Efrînê ji dest setemkariya çeteyan derdiketin kir û me berê xwe da herêma Şêrewa. Ji ber ku çete ji teqandinên ku me li gundê Dêrmişmişê û Kurzêlê kiribûn pir tengijî bûn, lewma wan mayînine teqandî li pişt Dêrmişmişê di ser riyên berve hermên Şêrewa ve çandibûn. Zarokek di pêş gişkan de dibezî, wê nizanî ku rê jê re bi mayînan çandine. Zarokê pêle mayînekê kir û termê wê bi jor ket. Dê û bavê wê berve wê bezîn, ew hinekî ji min ve nêz bûn. Lewma dema ew berve zarokê xwe ve bezîn mayînek di bin wan de jî teqî û parçeyek ji zinarekî ji dest teqîna mayînê vepekî û li lingê min ket. Min lingê xwe girêda û herdu hevalên min ên din jî berve termên zarokê, dê û bavê wê ve çûn û termên wan dan ser piştên xwe. Ez jî bi alîkariya şaxekî hişik ji dara zeytûnê meşîm da ku em gihîştin gundê Soxenekê. Xala me ya leşkerî li vî gundî bû. Dema em gihîştin xala xwe hevaline min bi tirimpêlekê ez anîm nexweşxaneyê û hevalên min ên din jî termê zarokê tev termên xwediyên wê li gundê Soxenekê veşartin.

_Mizgîn: Xweda laşê hemû çeteyan parçe bike wek ku çawa wan bi mayînên xwe laşê zarokê û xwediyên wê parçe kirin. Wek ku çawa wan lingê lawê min ji laşê wî birîn Xweda jiyana çeteyan jî ji jiyanê bibire.

_Zeytûn jî got: Hertim dawiyeke naletkirî ji setemkaran re heye. Lewma dawiya van çeteyên li Efrînê jî wê ji nêz ve naletkirî be.

Lêlûn dema gotinên dê û xwîşka xwe bihîstin ew derkete ba bavê xwe li derveyî kon. Dema ew li ba bavê xwe rûniştibû zarokek bi berve wî ve hat û got: Xalê Lêlûn tu li vir î?

Lêlûn li wî zarokî nêrî xwest ku bibeze û wî hembêz bike lê lingê wî alîkariya wî nekir. Wî herdu destên xwe ji zarok re vekirin. Zarok berve wî bezî û Lêlûn hembêz kir. Lêlûn dêmên zarok bi ramûsanan sor kirin. Dara li vê dîmenê bi matmayî dinêrî ango hembêzkirina Lêlûn ji zarok re mîna hembêzkirina bavê ji lêw re bû.

_Zarok di hembêza Lêlûn de ji Lêlûn pirsî: Xalê Lêlûn tu kengî vegerî? Ma çima bavê min Mezlom jî bi te re venegerî?

Dara bi gotina zarok re {Bavê min Mezlom} nas kir ku ew lawê hevalê Lêlûn Mezlom e, lewma wî zarok ji hembêza Lêlûn derxist û da ku ew zarok ji wê pirsê bide alî. _ Wî ji zarok pirsî: Ma tendirustiya diya te çawa ye?

_Zarok: Tendirustiya wê mîna berê ye.

_Lêlûn: Bavo ma tu malbata Mezlom nas dikî?

_ Dara: Erê ez nas dikim, lê min nizanî ku ew malbata hevalê te Mezlom e. Li roja ku em ji Efrînê derkrtinî li ser riya Çiyayê Xewnan Berxwedan bangî min kir û got: Diya min westiya ye û nikare di kaş re hilkişe. Min ew li direktorê sîwar kirin û ew bi me re hatin vir. Dê û xwîşka te her roj diçin ba diya Berxwedên û li rewşa wê dinêrin.

Piştî ku bavê wî gotina xwe bi dawî kir Lêlûn bangî xwîşka xwe Zeytûn kir. _ Zeytûn ji bin kon derket, hat ba Lêlûn û jê pirsî: Çi heye bira? Çima tu bangî min dikî?

_Lêlûn: Xwîşkê mişe bi min û Berxwedên re here ba konê wan da ku em saxiya diya wî bikin.

_Zeytûn: Bira ma tu Berxwedên ji kû nas dikî?

_Berxwedan: Xaltîka Zeytûn xalê Lêlûn hevalê bavê min Mezlom e û ew carinan tav bavê min dihat mala me.

Zeytûnê Berxwedan kir hembêza xwe û Berxwedan ramûsand ji ber ku wê dizanî ku bavê Berxwedên di Berxwedana Serdemê de şehîd ketibû. Lê Berxwedên bi pakrewanbûna bavê xwe nizanî.

Zeytûn tev birayê xwe û Berxwedên çûn ba konê wan. Dema wan nêz li konê Şevînê hevjîna Mezlom kir. Zeytûnê bang kir Şevîn mêvanine te dê derbasî cem te bibin.

Şevînê bi dengekî melûl ji dest nexweşiya sil got: Derbas bin.

Dema ku hersê derbasî bin kon bûn Şevînê li ser îsfinceke reş û di nav beteniyeke gewr de ku penagehê li ser koçberan belav kiribûn xwe dirêj kiribû. Çavên wê ji dest nexweşiya sil hinekî sipiya xwe zer bûbûn, laşê wê pir lawaz bûbû û ji kuxikê nikarî bipeyiviya. Çavên Şevînê li lingê Lêlûn ê birî ketin û çavên wê bi rondikan mişt bûn.

Hersê li ser îsfinca ku li rex Şevînê bû rûniştin. _Berxwedên got: Dayê binêre îro xalê Lêlûn bûye mêvanê me, lê îcar ew bi xwe hatiye û bavê min vê re nehatiye. Ez jê dipirsim ku ka bavê min, lê ew ji min re nabêje ku bavê min kanî.

Dema Şevînê gotinên lawê xwe bihîstin girî lê da zorê û ji dest girî jî kuxikê lê da zorê. Her çiqas Zeytûnê hewil da ku avê bi Şevînê bide vexwarin lê Şevînê nikarî vexwara.

_Lêlûn bi Berxwedên re got: Bi lez here ba bavê min bila ew here bijîşkekî bi lez wînî vir.

Berxwedên bi çavên tijî rondik û bi dilekî tijî êş berve konê Dara ve çû û wî bi dengê xwe yê kelegirî bang dikir: Xalê Dara bi lez ji diya min re bijîşkekî wîne.

Hemû koçberên li benagehê bi bangkirina Berxwedên re ji bin konên xwe derketin û berve konê Şevînê ve bezîn.

Di bin kon de Şevînê can dida û Zeytûn û Lêlûn tenê hîngê li ber serê wê bûn. Berî ku ew nefesa xwe ya dawî ji jiyanê bikişîne wê weseka xwe ji Zeytûn û Lêlûn re got. Weseka wê jî ku wê ji herdiyan xwest ku baldariya xwe piştî mirinê li Berxwedên bikin. _Şevînê ji Lêlûn re got: Bira Mezlom digot Lêlûn birayê min e, lewma ez pir baweriya xwe bi te tînim ji ber vê jî piştî mirina min xwezî tu li Berxwedên binêrî û wî xwedî bikî.

Bi dawiya van gotinan re Şevînê jiyana xwe ji dest da û çû ba hevjînê xwe yê pakrewan. Lê wan herdiyan li pişt xwe sêwiyek hîştin.

Dema ku Dara û Berxwedên tev bijîşk gihîştin bin kon hîngê Şevînê jiyana xwe ji dest dabû û dengê girî ji bin kon dihat. Hemû jinên penagehê li dor serê Şevînê kom bûbûn û wan li ser wê dilorandin. Berxwedên berve termê diya xwe bezî, xwe avête ser termê wê û dagirî.

Dema Şevînê jiyana xwe ji dest da Zeytûnê hewil da çavên wê bi destên xwe bigire lê bi Zeytûnê re nehatin girtin. Lê dema ku Berxwedên xwe avêt ser termê wê û dagirî çavên Şevînê bi xwe hatin girtin ango çavên wê li riya lawê xwe mabûn da ku nêrîna dawî di çavên wê de li rûyê lawê wê be.

Berxwedên dema ku di ser termê diya xwe didagirî wî digot: Dayê çima te ez bi tenê hîştim? Ma ne ez û tu li benda hatina bavê min bûn. Ma çima te ez bi tenê hîştim? Ma ger bavê min ji şer hat û li te pirsî ma ezê çi jê re bibêjim? Vegere li min dayê vegere û min bi tenê mehêle.

Lêlûn bi zorê Berxwedan ji ser termê diya wî rakir û bire derve. Jin jî ji bin kon derketin tenê Zeytûn û diya wê di bin kon de man. Zeytûnê tev diya xwe hin av da ser êgir û germ kirin, zemîna kon tazî kirin û termê Şevînê di bin kon de şuştin. Termê wê kefen kirin û piştre wan bangî mêrên ku li derve bûn kirin da ku werin termê Şevînê bibin bi ax bikin. Dara tev hin mêran derbasî kon bûn û wan termên Şevînê dan ser milên xwe û birin li nav zeviyekî li rex penagehê bin ax kirin. Li wê rojê Berxwedên nexwest ku ji ber gorna diya xwe bilive lewma Lêlûn jî tev wî li ber gornê ma.

Malbata Xalê Ferîd jî dema ku ew vegerîn gundê xwe çeteyên ku navbenda xwe li ser riya gundê Tirindê ava kiribûn, wan titimpêla xalê Ferîd ji dest birin û ji wî re gotin ku tirimpêla te li me mehir e. Ji ber ku hûn gawir in û tiştê gawiran li me mehir in. Herweha wan gustîlka di destê xaltîka Sînor de ya ku jê re ji destgirtê wê Siyamend mabû birin. Pir bi xalê Ferîd birina tirimpêlê dijawar bû ji ber ku ew hîn tirimpêla bavê wî bû. Herweha bi xaltîka Sînor jî pir dijwar bû birina gustîlkê ji ber ku ew bîranînek bû ji bîranînên Siyamend destgirtê wê. Ev hîn ne bes e dema ku ew gihîştin ber deriyê mala xwe, wan malbeteke Xotî di mala xwe de dîtin. Deriyê mala wan li ser çavên wan girtî bû, her çiqas Zîrekê bi kilîta bi xwe re hewil dida derî veke lê derî venedibû. Jinekê bi ciline reş ku mîna qirikan bû bi tevgera derî hîs kir û wê hat derî vekir. Dema derî vebû Zîrekê ew jina di paş de têveda û ji malbata xwe re got: Derbasî mala xwe bibin. Ew jin gêre erdê bû, hîngê wê qêrî kir û got: Xelef were binêre ev terorîst li mala me çi dikin.

Xelef ji hindir bi gelabiyekî gemarî, bi rihine wek miştikan, bi porekî wek hirçan ji hindir derket û hat. Xalê Ferîd li Xelef xist, hîngê hevjîna wî jî porê Zîrekê kişand. Lê Zîrek ji wê re bêdeng nema, wê jî li wê xist. Li dawiyê ew bi lêdanan xiş kirin û ji mala xwe derxistin. Dema ku malbata xalê Ferîd dê di mala xwe de bi cih bûbûna hîngê deriyê mala xalê Ferîd lê da, xalê Ferîd rabû derî vekir. Deh çeteyine rih dirêj û bi ling xwas ku çek di destên wan de bûn hatin xalê Ferîd û Zîrekê ji mal birin û tu kesî nizanî ku ew di kû de birin.

Herweha Xelef û malbata xwe vegerîn mala xalê Ferîd û pîra Fero, xaltîka Sînor û zarokên xalê Ferîd ji mal qewitandin.

Xaltîka Sînor tev pîra Fero û zarokên xalê Ferîd çûne mala kalê Misto yê ku ji gund derneketibû û ew li wir bi cih bûn da ku xalê Ferîd û Zîrekê tên rizgarkirin.

Çeteyên ku gundê Tirindê desteser kiribûn girêdayî koma Ceyiş El Îslam bûn. Wan xalê Ferîd tev Zîrekê birine navenda xwe ya ku ew jî malek ji malên gund bû. Zîrek birin cihekî û xalê Ferîd birin cihekî. Xelef dema ku çûyî li xalê Ferîd gilî kirî wî ji çeteyan re gotibû ku xalê Ferîd û hevjîna wî Zîrek tev YPK û YPJ bûn da ku çete wan pir siza bikin.

Wan çeteyan xalê Ferîd derbasî odeyekê kirin ku bihina xwînê jê dikelî û di wê odeyê de wan li xalê Ferîd pir lêdan. Ji dest lêdana pir wan çavekî xalê Ferîd seqet kirin û lingekî wî kut kirin. Herweha ji xalê Ferîd 10 meliyon xwestin da ku wî berdin û eger xalê Ferîd van pereyan nede wan ewê wî bikujin.

Xalê Ferîd ji wan re got: Eger hûn min bikujin jî ez firinkekî nadim we û ta ku pîsiya bin zarokên me jî ji we re heram e ku em bidin we. Binêrin ku çawa we ev odeya kiriye odeya kuştinê ji ber ku bêhina xwînê jê dikele. Ey hovino ma we çiqas mirovên sivîl di vê odeyê de kuştine?

Çete ji gotinên xalê Ferîd pir tengijîn lewma wan xalê Ferîd di wê odeya ku bêhina xwînê jê dikelî de kuştin.

Zîrek jî birin cihekî ku pir keç û jinên Efrînî tê de hatibûn zîndankirin. Li wir jinine ku mîna qirik û şevbestan bûn ew der rêve dibirin ji wan re digotin koma Xense. Hovîtiya van jinan jî nekêmî çeteyên din bû. Wan li Zîrekê lê da û ji lêdanê hêz di Zîrekê de nehîştin, lewma Zîrek bi bîr ve çû. Piştre wan Zîrek birine odeyekê ku pir jin û keçên Efrînî tê de bûn. Li wê odeyê Zîrek çekirin ser erdê û ji wê odeyê derketin. Du keçan ku navê yekê Dîlan bû û yekê Lorîn bû hatin Zîrek ji ser erdê rakirin û ew şiyar kirin.

_Dema Zîrek li xwe şiyar bû herdu keçan ji wê pirsîn: Tu ji kîjan gundî yî? Çima tu li vir î?

_Zîrekê ji wan re çîroka xwe vegot ku çawa wê li jina çeteyê ku li mala wê bû lê da û lewma ew anîne vir. Piştre wê ji herdu keçan re got: Ez ji gundê Tirindê me.

_Dema Zîrekê navê gundê xwe got. Herdu keçan bi wê re gotin: Ma tu ji gundê Tirindê yî? Ma tu Zeytûnê nas dikî?

_Zîrek: Erê ez nas dikim ew keça gurmeya min e. Ma hûn Zeytûnê ji kû nas dikin?

_Herdiyan got: Em hevalên Zeytûnê ne. Yekê got navê min Dîlan e û yekê jî got navê min Lorîn e.

_Zîrekê: Ma hûn çima hatine zîndankirin?

_Dîlan: Ez û xwediyên xwe ji Efrînê derneketin. Dema ku çete derbasî Efrînê bûn wan ez û bavê min bi bihaneya ku me alîkarî ji Şervanên Kurd re dikir em hatin tawanbarkirin. Ez anîm vir û bavê min jî tu agahiyên min jê nîne.

_Lorîn: Ez jî ji ber ku rojnamevanek bûm û min agahî li dijî çeteyan belav dikirin. Lewma dema çete derbasî Efrînê bûn wan ez girtim û anîm vir. Malbata min hîn tu agahiya wan ji min nîne. Ez nizanim ku dê ev çeteyine çi wînine serê me. Ev jinên vê komê pir hov in û kiryarên hovane di dermafê me de dikin.

_Zîrek: Xweda wan bibe dojehê.

Dema van hersiyan bi hev re diaxivî sê çeteyine jin derbasî odeya ku keç û jinên Efrînî lê zîndan bûbûn bûn û wan hatin herdu keç tev Zîrekê birine dadgehê. Li wê dadgehê çeteyekî gemar xwe kiribû dadgir û wî siza da heryekê ji wan. Zîrek hate tawanbarkirin ku deh salan were zîndankirin eger ew 500 hezar nede dadgehê.

Lorîn jî hate tawanbarkirin ku ta dawiya jiyana xwe were zîndankirin eger milyonekê nede dagehê.

Dîlan jî hate tewanbarkirin ku ew jî mîna Lorînê ta dawiya jiyana xwe were zîndankirin eger ew jî milyonekê nede dadgehê.

Ji ber tunebûna ewqas pere ba malbata hersiyan lewma dadgehê biryar guhart ku ewê desteser hemû milikên hersê malbatan bikin da ku wan berdin.

Piştî vê biryara dadgeha nedadmend Zîrek, Dîlan û Lorîn hatin berdan. Herweha bavê Dîlanê jî hate berdan, lê çeteyan bavê Dîlanê ji dest lêdanê seqet kiribûn.

Zîrek vegerî gundê xwe, herweha herdu keçên din jî vergerîn ba malbatên xwe. Zîrek çû mala xwe lê dîsa malbata Xelefê çete tê de bi cih bûbûn. Çiqas Zîrekê li derî xist lê tu kesî ji wê re derî venekir.

Bilindê biçûk hertim ji mala apê Misto derdiket û dihat li benda deriyê mala xwe disekinî û keser dikişandin ku çawa ew li hember mala xwe ye lê nikare gavekê bervê bavêje. Dema ku Bilind ji mala apê Misto mîna her car derket da ku were li ba mala xwe bisekine hîngê wî diya xwe li ber deriya mala wan dît, ew şad bû û got: Anêêêêê… Û berve wê bezî.

_Zîrekê lawê xwe hembêz kir û jê pirsî: Hûn li kû ne? Bavê te vegeriye yan na?

_Bilind got: Em li mala apê Misto ne. Ji ber ku dema çeteyan hatin te û bavo birin, piştre dîsa wan hatin em ji mal derxistin û qewitandin. Bavê min jî hîn nehatiye berdan.

Zîrekê bi destê lawê xwe girt û çû ba mala apê Misto.

Apê Misto pêşwaziya Zîrekê kir û ew giş tev malbata xalê Ferîd li hindir rûniştin.

_Dema ew li hindir rûniştibûn apê Misto ji Zîrekê pirsî: Ma çawa van bênamûsan bi we re di zîndanê de têkildar dikirin û te çawa xwe ji dest wan rizgar kir?

_Zîrekê lawê xwe Bilind kire hembêza xwe, keser li pey keserê kişandin û wê got: Apo ev bê dil in û ev hov in ne mirov in. Wan em bi lêdanê westandin. Ta ku em bê guneh jî siza kirin, em birine dadgehê û ta ku desteser milkên me bikin wan em berdan.

_Apê Misto: Xweda wan ji kokê de ji jiyanê rakin.

_Zîrek: Amîn.

Piştî ku apê Misto pirsên xwe ji Zîrekê pirsîn êdî Zîrekê dest bi pirsên xwe ji apê Misto kirin û pirsî: _Apê Misto ma tu bi tena xwe yî li vir? Ma ka malbata te? Lawê te Şêrwan ê ku di nav rêfên şervanan de bû ma niha ew li kû ye? Apê Misto tu berê bi çov nedimeşî ma niha çima tu bi çov dimeşî?

_Apê Misto: Keça min wek te dîtî ez bi tenê li vir im. Malbata min koçberî herêma Şêrewa kirin berî ku çete derbasî gund bibin bi rojekê. Hevjîna min nexweş bû lewma min ew jî tev zarokên me şand. Lê dûrketina ji gund bi wê dijwar bû lewma wê jiyana xwe li herêma Şêrewa ji dest da. Dema çeteyên Ceyiş El Îslam derbasî gund bûn wan dizanî ku lawê min Şêrwan di nav refên şervanan de bû lewma wan ez birim. Li min pir lêdan û dema wan li min lêdida wan wêne ji min re digirtin û ji lawê min re dişandin. Wan lawê min gef dikirin ku eger ew netê xwe radestî wan neke ewê laşê min ji lawê min re bişînin. Lewma lawê min hat xwe radestî wan kir da ku min berdin. Ji wê rojê de tu agahî ji lawê min Şêrwan tune ne.

_Zîrek: Xweda ji wan ne razî be, dilovaniya Xweda li hevjîna te be û lawê te Şêrwan ji te re sax vegere.

Zîrekê tev pîra Fero, xaltîka Sînor û zarokên xwe li mala apê Misto bi cih bûn û li mala apê Misto xew kirin.

Li roja duduyê Dîlan tev bavê xwe hatin gundê Tirindê û wan li mala xalê Ferîd pirsîn. Lê kalekî ku ji gund bû ji wan re mala apê Misto nîşan kir û ji wan re got ku niha malbata Ferîd li mala apê Misto bi cih bûne.

Dîlan û bavê wê hatin li deriyê mala apê Misto lêdan. Apê Misto ji wan re derî vekir û ji wan pirsî hûn kî ne? Dema wan xwe bi apê Misto dan naskirin apê Misto ew derbasî mala xwe kirin.

Li hindir Zîrek tev pîra Fero, xatîka Sînor û zarokên xwe rûniştibû. Bi dîtina Dîlanê re Zîrek rabû ser xwe û wê Dîlan û bavê wê pêşwaz kirin. Piştî ku ew hinekî rûniştin Zîrekê ji Dîlanê pirsî: Dîlan çawa em hatine bîra te?

_Dîlanê keser kişand lê li şûn wê bavê wê bersiv da.

Hevjîna Ferîd em hatine ba we ji ber ku ez û Ferîd bi hev re hatibûn zîndankirin. Min û Ferîd dema em zîndan kiribûn me xwe bi hev da naskirin ji ber ku eger tiştek bi serê me yekî hat ê din malbata wî agahdar bike. Xweda dilovaniya xwe li Ferîd bike çeteyan ew di zîndanê de kuştin.

_Bilind: Anê ma xalo dibêje çi? Ma bavo rast mir?

_Zîrekê lawê xwe hembêz kir û dagirî. Ji bavê Dîlanê pirsî: Ka termê hevjînê min?

_Bavê Dîlanê: Xwîşka min eger kesek li ba çeteyên ku em zîndan kiribûn dimirî yan dikuştin wan endamên wan ji hindirê wan derdixistin û termê wan dibirin li nav zeviyan çedikirin.

_Bi bihîstina gotinên bavê Dîlanê re keça xalê Ferîd a mezin Zîlanê qêrî kir û got: Ev hov in… hov. Ma çawa mirovan dikujin û endamên wan jî ji hindirê wan derdixin. Xweda talana van hovan wîne û tola bavê min ji wan bistîne.

Piştî ku Dîlan û bavê wê malbata xalê Ferîd bi kuştina xalê Ferîd li ser destê çeteyan agahdar kirin ew vegerîn mala xwe li navenda Efrînê.

Zîrek jî ji wê rojê de li termê hevjîna xwe tev zarokên xwe û xaltîka Sînor digere lê ew termê wî nabînin. Pîra Fero jî dema bi kuştin lawê xwe bihîst wê ev agahî tehmil nekir lewma ji dest qehira pir li ser lawê xwe ew mir.

Apê Misto jî hertim li ber deriyê mala xwe li ser rûniştekê rûdine û li benda vegera lawê xwe Şêrwan disekine.

Malbata Nisrînê jî dema vegerîn Cindirêsê tev keça xwe Sêvîn çeteyan tirimpêla Mesod jê birin û wan ew li tirimpêleke çeteyan sîwar kirin da ku wan bigihînîn Cindirêsê lê bi merca ku ew 5000 lîra bidin ajokarê tirimpêlê.

Malbata Nisrînê gihîştin mala xwe. Mala wan bi du qatan bû, dema ew li pêş mala xwe sekinîn wan dît ku qatê jorîn giş hilweşî ye lê qatê jêrîn sax mabû. Wan kevirên ku ji malê hilweşî bûn ji pêş deriyê mala xwe dane alî û derbasî mala xwe bûn. Mala wan a qatê jêrîn ji tiştan vala bû. Mesod hilkişî qatê jorîn û ji bin kevirên hilweşî hin isfenc û betanî derxistin da ku malbat xwe pê germ bike.

Ajokarê wê tirimpêla çeteyan dema ku wî malbata Nisrînê gihande Cindirêsê, wî di awêneya tirimpêlê re hertim li Dozgînê dinêrî û çav berdan Dozgînê. Lê Dozgînê guh neda wî û rûyê xwe di wî de tirş kir. Dema şev hat wî çeteyî bi xwe re hin çete anîn û hatin mala Nisrînê. Wan derî bi çekên xwe vekirin û derbasî odeya ku malbata Nisrînê lê bûn bûn. Mesod berî ku ji mala xwe derkeve wî çeka xwe û bavê xwe di koka mêwa tirî de veşartibû. Bi gihîştina wan li mal wî yekser çeka xwe û bavê xwe di koka mêwê de derxist da ku pê parastina malbata xwe bike. Dema ew çeteyine derbasî odeyê bûn Mesod xwe di pişt deriyê odeyê de vaşart û bi derbasbûna çete li odeyê Mesod qurşînek di serê wî çeteyî ku çav berdabûn Dozgînê de teqand. Çeteyên ku bi wî re bûn dema ku dengê avêtina qurşînê hate wan ew revîn û hevalê xwe li şûn xwe hîştin. Li sibehê çeteyan hatin Mesod birin û piştî rojekê ew laşe ji malbata wî re vegerandin. Bi vî awayî Nisrîn tev malbata xwe bi tenê man lê bi vegera hin cîranên wan pişta wan bi hêz bû. Ango wan xwe kirin yek û li pêş çeteyan sekinîn.

Piştî mirina Şevînê hevjîna Mezlom, Lêlûn Berxwedan anî bin konê malbata xwe û ew li ba malbata xwe xwedî kir. Lêlûn Berxwedan li rex xwe dikire xew. Li şevekê dema ku Berxwedên xew kiribû wî di xewê de qêrî kir û bi tirs ji xewê şiyar bû. Lêlûn ew kire hemêza xwe û jê re got: Metirse ez li cem te me. Ma te çi di xew de dît Berxwedanê min?

_Berxwedan: Min dê û bavê xwe bi ciline spî li ezmên dîtin û wan bangî min dikirin û digotin dê were Berxwedanê me em li benda hatina te ne. Wan destên xwe ji min re vekiribûn û hertim digotin em li benda hatina te ne. Xalê Lêlûn ez dizanim ku mirî bi cilên spî diçin ezmên. Ez dizanim diya min mirî ye. Ma çima min bavê xwe jî li ezmên bi ciline spî dîtin? Ma ew jî mirî ye û hûn ji min re nabêjin?

_Lêlûn: Wisa mebêje Berxwedan bavê te nemirî ye lê niha ew nikare were te bibîne, lewma wî ez şandim li şûn xwe da ku baldariyê li te bikim.

Lêlûn Berxwedan di hembêza xwe de hêmin kir û jê re çîrokeke xwe tev bavê wî Mezlom vegot da ku hinekî pê Berxwedên mijûl bike. Bi vegotina çîrokê re Berxwedên dîsa vegerî xew kir. Lê Lêlûn qet xew nekir, wî keser li pey keserê kişandin ta sibehê.

Li sibehê Lêlûn ji birayê xwe yê biçûk Hawar re got: Bira Berxwedan ji lîstoka gogapiyan hez dike xwezî tu tev hin zarokên penagehê bi wî re bilîzin da ku hinekî wî mijûl bikin da ku mirina diya xwe ji bîr bike.

Hawar hin zarok ji penagehê kom kirin û ew ji penagehê derketin. Li zeviyekî ku hinekî dûr bû ji penagehê ve wan hin tûr kirine hindir hev û wek gokê kirin. Du tîm çêkirin yek bi navê Berxwedana Serdemê û yek jî bi navê Penageha Serdemê. Berxwedan tevlî tîma Berxwedana Serdemê bû û Hawar jî tev tîma Penageha Serdemê bû. Ew bi qasî demjimêrekê lîstin lê yekî ji zarokan dema gog avête hevalê xwe wî gog dûr avêt. Berxwedan berve gokê ve bezî da ku wê wîne. Dema wî nêzî gogê kir û xwest wê rake dengek mîna birqan ji bin lingê wî derket, laşê Berxwedên kire pir parçe û mîna baranê xwîna wî di ser zarokên din de barand. Hemû zarokan qêrî kir û berve penagehê ve bezîn. Ji dest deng koçber ji penagehê derketin, wan dît ku zarokên wan bi ciline ku dilopên xwînî lê ne berve wan tên. Dara ji Hawar yê ku rûyê wî zer bûbû mîna rûyê hemû zarokan pirsî: Çi heye lawê min? Çi bi we re çê bûye? Ma ew çi deng bû ku ji aliyê we ve hat?

Lêlûn jî piresî: Ka Berxwedan? Çima ew ne bi we re ye?

Hawar nikarî bersiva wan bidaya ji ber ku ew ji roja şewitîna wî de li ser çiya lal û ker bûbû lê wî bi riya tevgera lêvan re gotin nas dikirin.

Zarokekî din bi zimanekî ku ji tiresê kekec bûbû got: Berxwedan mir.

Bi bihîstina gotinên zarok re Lêlûn bi lingekî birî berve cihê teqînê ve çû. Lê berpirsên penagehê ew vegerandin. Ji ber ku Fêfîn berê di dest çeteyan de bû wan piraniya cihên vê herêmê bi mayînên teqandî çandibûn. Yek jî ji wan di bin lingê Berxwedên de teqî.

Piştî ku cihê Berxwedan lê mirî baş ji mayînên teqandî hate paqijkirin Dara çû termê Berxwedên anî û ew li rex gorna diya wî di gornekê de bin ax kir.

Hawar ji vê bûyerê nexweş bû lewma Dara û Zeytûnê ew birine nexweşxaneya Fêfînê. Li nexweşxaneyê nojdara ku Hawar derman kirî ew Şîraz bû hevala Zeytûnê ya ku berê di nexweşxaneya Evrîn de kar dikir. Hawar piştî ku Şîrazê ew derman kir rewşa wî baş bû. Zeytûn û Şîrazê bi dîtinên hev şad bûn. _Zeytûnê ji Şîrazê pirsî: Ma tu niha li vir kar dikî?

_Şîraz: Erê hevala min ez û malbata xwe mîna pir malbatên Efrînî ji Efrînê derketin û hatin Fêfînê. Niha ez li vir kar dikim da ku alîkariya gelê xwe bikim.

_Zeytûn: Şîraz ma çima hûn venegerîn Efrînê?

_Şîraz: Du birayên min Milîtan û Şiyar di nav refên şervanan de bûn û ew şehîd ketin. Lewma çete ji gelê gundê me Şiyê re dibêjin eger em vegerin ewê bavê min bavê du şehîdan bikujin. Lewma em nikarin vegerin.

_Zeytûn: Milîtan û Şiyar birayên te ne? Ma tu wêneyên wan bi te re hene tu şanî min bikî?

_Şîraz: Ma tu birayên min nas dikî?

_Zeytûn: Wêneyên wan şanî min bike, Piştre ezê ji te re bibêjim eger ez wan nas dikim an na.

Şîrazê telefona xwe derxist û wêneya herdu birayên xwe şanî Zeytûnê kirin.

Zeytûnê bi dîtina wêneya herdu şehîdan re keserek kûr kûr kişand. _ Wê ji Şîrazê re got: Herdu birayên te tev birayê min bûn û navenda wan li mala me bû.

_Şîraz: Tu rast dibêjî Zeytûn! Te birayên min berî pakrewanbûna wan dîtin?

_Zeytûn: Erê min ew herdu dîtin. Berî ku ew biçin eniya şer wan li pêş mala me wêne girtin da ku ji we re û hevalên wan re bîranîn bimîne.

_Şîraz: Ma xwezî ez wan wêneya bibînim.

_Zeytûn: Tê bîra min ku çenteyên herdu birayên te li mala me bûn. Lê ez nizanim eger birayê min ew bi xwe re anîne yan na. Ezê ji birayê xwe bipirsim û agahiyê bidim te.

_Şîraz: Eger tu wan wêneyan ji min re wînî ez û diya xwe wê pir lavan li te bikin.

Zeytûnê xatira xwe ji Şîrazê xwest û piştre ew tev bav û birayê xwe vegerîn penagehê.

Li penagehê Zeytûnê li ser çenteyê Şiyêr û Milîtan ji Lêlûn pirsî.

_Lêlûn got: Li roja ku ez ji Efrînê derketim ez çûme mala me, min herdu çente bi xwe re anîn û niha ew li navenda me ne li gundê Soxenekê.

_Zeytûn: Bira xwezî tu ji hevalên xwe re lêdî bila ew wan çenteyan wînine vir ji ber ku îro dema me Hawar biribû nexweşxaneyê min nas kir ku ew herdu birayên hevala min in. Xwîşka wan niha di nexweşxaneyê de kar dike û malbata wan di malake nîv hilweşî de bê derî û pencere li Fêfînê dijîn.

Lêlûn telefona hevalên xwe kirin wan di heyama demjimêrekê de herdu çente gihandin Lêlûn.

Zeytûn tev bavê xwe ji nû ve vegerî nexweşxaneyê û wan herdu çente radestî Şîrazê kirin. Hîngê karê Şîrazê li nexweşxaneyê bi dawî bûbû lewma Şîrazê ew bi xwe re birin mala xwe. Li mala wan a ku bê derî û pencere bû diya Şîrazê çenteyê lawê xwe Şiyar vekir. Di çente de telefona Şiyêr tev cilên wî hebûn. Şîrazê telefona birayê xwe vekir û wan di telefonê de wêneya ku birayên wê li pêş mala Dara kişandibûn dîtin. Diya Şîrazê bi dîtina wêneyên lawên xwe şad bû û cilên lawê xwe yên leşkerî bêhin kirin da ku bêhina lawê xwe ji wan bêhin bike. Wê çenteyê lawê xwe Milîtan jî vekir û wê di nav çenteyê lawê xwe de nameyake rûpelî dît. Şîrazê ew name ji dest diya xwe girt û ew name ji gişkan re xwend.

Milîtan wisa nivîsandibû:

Dayê ez kurê te û Efrînê me. Tu û Efrînê bihuşta min in. Ji bo we herdiyan ez can û giyanfîda me. Dayê eger te bi pakrewanbûna min bihîst. Xwezî tu rondikan mebarînî rondikên ji çavên te biweşin ewê êgir di gorna min de vêxînin û dilê min bişewitînin. Dayê serbilind be lawê te ewê giyanê xwe bide da ku ew bihişta xwe di destê bênamûsan de nebîne. Dayê li pey min wek berê hertim li sibehê dara zeytûnê ya ku min di hewşa mala me de çandî av bide û eger wê zeytûn girtin tuyê wan zeytûnan biçinî û li ser belangazan belav bikî. Dayê tendirustiya xwe û bavo baş zanibe. Bila bavo piştî min pir titûnê nekişîne çimkî ew berê nexweş e. Xwîşka min Şîraz li anê û bavo balder be. Ez ji bo pêşerojeke ronakdar ji we re giyanê xwe didim. Ramûsanên min ji destên anê, bavo û ji dêmên te re xwîşkê.

Piştî Şîrazê nameya birayê xwe Milîtan xwend wê bi fêrmiskan name pêça. Diya wê jî name ji destê wê girt û da ser dilê xwe. Bavê wî jî bi weseka lawê xwe nikarî bikira ji ber ku barê xeman li wî pir bûn lewma wî tûrê titûnê ji berîka xwe derxist û titûn kişand.

Zeytûnê û bavê xwe malbat di nav bîranînên herdu pakrewanên wan de hîştin û vegerîn penagehê. Dema ew vedigerîn penagehê wan dengê du teqînan bihîstin. Zeytûn û bavê xwe berve dengê teqînan ve çûn li cihê teqînê milet kom bûbûn.

_ Li wir Dara ji kalekî pirsî: Apo çi çê bûye?

_Kalê ji Dara re got ku du malbatên Efrînî qaçax diçûn Helebê. Piştî ku bazirganan pere ji wan birin. Wan herdu malbat di riyeke ku bi mayînên teqandî çandiye de meşandin. Herdu malbat ku yek ji Hemamê bû û yek ji kolana Mehmûdiyê bû bi mayînên çandî mirin. Dema kalê ji Dara re çîroka herdu malbatan digot Zeytûnê nasnameyek li ser erdê dît û dema wê nasname rakir wê li ser nasnameyê navê Şîndar xwend. Hîngê hate bîra wê ku destgirta pakrewan Rêdûr navê wê Şîndar bû û ew jî ji kolana Mehmûdiyê bû. Hîn ew bi Şîndara destgirta Rêdûr diponijî Dara bangî Zeytûnê kir û got: Keça min binêre ma ne ev termên malbata Hemamê ne heman malbata ku di dikana xalê te Ferîd de bûn. Zeytûnê li terman nêrî û ji bavê xwe re got: Erê heman malbat e, Xweda dilovaniya xwe li wan bike û cihê wan bihuşt be.

Piştî rakirina termên herdu malbatan da ku wan bibin nexweşxaneyê Dara û keça xwe vegerîn penagehê.

Lêlûn bi mirina Berxwedên û bi bihîstina kuştina xalê Ferîd û Mesod pir bendor bû lewma dema Dara û Zeytûn vegerîn penagehê wî ji xwediyên xwe re got: Efrînî di kû de diçin mirin bi wan re diçe. Divê em vegerin Efrîna xwe da ku em li ser axa wê bimirin.

Dara bi ya lawê xwe kir û li roja din wî direktora xwe vêxist. Malbata xwe giş lê sîwar kirin, lê berî ku ew bi rê kevin xortê ku diya xwe dabû ser pişta xwe û di kaşê Çiyayê Xewnan re hildikişî hat ba Dara û jê re got: Ez û diya xwe jî dixwezin bi we re vegerin Efrînê. Dara ew jî tev malbata xwe li direktorê sîwar kirin.

Demsal Bihar bû, meh jî Gulan bû. Vê mehê pir baran ji ezmên dibarand da ku guldanka di nav zinarên çiyayê Lêlûn de ji gulan re tijî av bike. Agahî ji Dara re ji mervekî wî hat ku karwana vegerê di nav gundê Kîmar û Soxanekê de ye. Dara berê direktora xwe ji Fêfînê da herêma Şêrewa. Dema ew gihîştin Gundê Soxenekê rêbendeke rêjîmê direktor sekinandin û nasnamaya gişkan jê xwestin. Leşkerê ku nasname birinî wî nav dixwendin û li kesan dinêrî.

_Dema wî navê Lêlûn xwend wî pirsî kî ye Lêlûn? _Lêlûn got: Ez im.

_Leşker jê re got: Divê tu ji direktorê dakevî ji ber ku temenê te yê leşkeriyê ye.

_Lê Mizgînê got: Lawê min lingê wî hatiye birîn û leşkerî jê re nabe.

Bi dîtina lingê Lêlûn re leşker navê li ser nasnameya din xwend û got: Kî ye Demhat?

Demhat lawê pîrê bû, yê ku diya xwe dabû ser pişta xwe di kaşê Çiyayê Xewnan de. Demhat xortekî 19 salî bû. Ango temenê wî li gor zagona leşkerî ya surî temenê leşkeriyê bû. Leşker hilkişî direktorê û Demhat jê daxist û got: Divê ew biçe erka xwe ji bo leşkeriya dewletê bike.

Diya Demhêt her çiqas ji leşker re got: Ev lawê min tek e û ji bilî wî tune ye. Ji jiyanê ew ji min re maye, bavê wî bi mûşekên tirkan li nav zeviyê me mir û ez û wî tenê ji malbata me mane.

Lê leşker qet guh neda axaftina diya Demhêt.

Diya Demhêt nikarîbû li ser lingên xwe bimeşiya ji ber ku nexweşiya şêkir lingên wê pûç kiribûn. Wê xwe xişand û xwest xwe ji direktorê bavêje da ku lawê xwe ji dest wan leşkeran bibe. Lê Zeytûn berî wê ji dierktorê daket, wê diya Demhêt da ser pişta xwe û bir ba lawê wê.

Leşkeran Demhat birin kirin odeyekê û lêpirsîn jê dikirin. Zeytûnê diya Demhêt bire wir û Dara jî bi wan re çû wê odeyê. Li wê odeyê leşkerekî ji Demhêt re digot: Eger tu 150 hezar lîra bidî min ezê te berdem. Dema diya Demhêt wisa bihîst wê du bazingên zêrîn ên ku tenê jê re ji jiyanê mabûn ji destê xwe derxistin û dan leşker. Piştre leşker Demhat berda

Zeytûnê dîsa xwest diya Demhêt bide ser pişta xwe, lê Demhêt ew spas kir û jê re got: Ezê diya xwe rakim.

Giş dîsa li direktorê sîwar bûn û tevlî karwana vegerê bûn. Rêbenda gundê Kîmarê di destê Çeteyan de bû û wan nedihîşt ku gelê Efrînê vegerin Efrînê . Ji ber ku komeke din ji malbatên çeteyan derbasî Efrînê bûbûn lewma wan nedihîşt ku gelê Efrînê vegere da ku malbatên wan di malên Efrîniyan de bi cih bibin. Karwan pir mezin bû, lê dîmenên bi şewat ên di vê karwanê de dihatin dîtin û jiyan kirin ji karwanê mezintir bûn.

Hin ji gelê karwanê bûbûn hefteyek bi temamî di bin baranê de li ser rê li benda vekirina rê sekinî bûn. Ji dest barana Gulanê rê giş bûbû herî û gelê li wir cilên xwe bi heriya çiyayê Lêlûn a têravî reng kiribûn. Zarokan zinarên li rex rê ji xwe re kiribûn balgî, wan serê xwe dabûn ser wan zinaran û di bi baranê de xew kiribûn. Darên zeytûnê yên li rex rê ji hin zarokan re jî bûbûn sîwan û wan zarok ji şilbûna bi baranê diparastin. Kal û pîran jî bi dilên xwe gav berve Efrînê davêtin û bi dilên xwe derbasî Efrînê dibûn.

Di vê karwana vegerê de pir kesên nas hebûn, mîna malbata şivanê ku li ser çiya tev Hawar bû, Malbata şehîd Mehmud û jina wî Felek, malbata destgirtiyê xaltîka Sînor, malbata apê ew zaroka ku ji gundê Mabata ya ku Zeytûnê ew li qada Azadî dîtibû, malbata hevalê Zeytûnê Eyşa ya ku ji gundê Gubelê bû û malbata Binefişê û Heso ya ku cîranên mala Dara bûn û hersê zarokên wan bi mûşeka tirkan mirîbûn. Malbata Dara bi dîtina wan şad bûn û wan bîranînên xwe yên bi hev re li Efrînê derbas kiribûn anînîn bîra xwe. Wan dilên xwe bi dîtina hev germ kirin û sermaya Gulanê ji bîr kirin.

Li wê rojê Dara jî tev gelê karwanê şeva xwe li ser rê pêşwaz kirin. Dema ku hêrsa sarbûna şeva Gulanê bi hêz bû, hîngê dengê jinekê ji pişt zinarê ku ji direktora Dara ve nêz bû hat. Dara tev malbata xwe û Demhêt û diya wî di direkorê de rûniştibûn. Dema wan deng bihîst giş rabûn ser xwe ji bilî diya Demhêt ji ber ku wê nikarî li ser piyên xwe bisekiniya. Li rex wî zinarî mirovek sekinî bû. Dara ji direktorê daket, çû ba wî mirovî û jê pirsî: Çi heye?

_Wî mirovî got: Jina min ducanî ye.

Dema Dara çîrok nas kir. Wî çû bangî jin û keça xwe kirin.

Mizgîn û Zeytûn çûn cem wê jinê li pişt zinêr û piştre deng bi zarok ket.

Zeytûnê zarok kire hembêza xwe û ji diya wê re got: Pîroz be Xweda keçek mîna gulên Biharê da te. Zeytûnê cil li zarokê kirin û ji bavê wê re bir. Bavê zarokê yê bi navê Şemo û Dara li cem direktorê sekinîbûn. Herweha gelê karwanê jî li benda hatina zarokê bûn. Şemo keça xwe kire hembêza xwe û ew ramûsand.

_Dara ji Şemo pirsî ma tuyê çi navî li zaroka xwe bikî?

_Şemo: Ji ber ku ew di karwana vegera li Efrînê de ji dayîk bû, lewma ezê nav lê bikim Karwan.

_ Dara: Navekî xweş e. Pîroz be li wê navê wê û li we jî pîroz be hatina keça we.

_Zeytûn: Her çiqas felek bi me re setemkar be, lê dîsa di kêlîyekê de hêviyek ji me re ji dayîk dibe.

Gelê karwanê gişkan ji Şemo re hatina keça wî pîroz kirin. Dema Zeytûnê zarok ji dest bavê wê girt û xwest wê bibe direktorê da ku wê di nav betaniyekê de germ bike dengê qêrîna Mizgînê ji pişt zinêr hat. Zeytûnê zarok radestî diya Demhêt kir û berve zinêr bezî. Dema gihîşt pişt zinêr wê dît ku ji serma re diya zarokê jiyana xwe ji dest daye. Zeytûnê bangî hevjînê wê Şemo kir. Şemo hat hevjîna xwe dît, wî bi nîgarkirina ramûsanekê li ser serê hevjîna xwe, hevjîna xwe oxir kir.

Mêran li wê şevê gornek li pişt wî zinarî kolan û diya zarokê li wir bin ax kirin.

Şemo hat tev malbata Dara li direktorê sîwar bû. Wî zaroka xwe kire hembêza xwe û keserine kûr tev bayê Gulanê berdan.

Lêlûn li bavê zarokê nêrî û jê re got: Xemgîn mebe bira ji her gornekê jiyanek derdikeve û li cihê her mirinekê jidayîkbûnek heye.

Wan şeva xwe di direktorê de borand. Li sibehê hin ji çeteyan bi nav karwanê ketin û wan qurşîn avêtin. Gel ji wan çeteyan re got: Em dixwezin vegerin û tu kes nikare me paş de vegerîne. Dema gel bi ya çeteyan nekir, çeteyan rê kolan û wan rê kirine du parçe. Ango wan xendekeke kûr di nîvê rê de çêkirin da ku tirimpêlên karwanê berve Efrînê ve neçin. Bi zorê û bi lêdanên qurşînan karwan dîsa vegerî berve gundê Soxenekê. Lê kesên ku tirimpêlên wan tune bûn ew bi meş di çiyayê Lêlûn re berve Efrînê ve daketin. Ji wan malbatên ku bi meş vegerînî Efrînê malbata şivanê ku li ser çiya tev Hawar bû, Malbata şehîd Mehmud û jina wî Felek, malbata destgirtiyê xaltîka Sînor, malbata apê ew zaroka ku ji gundê Mabata ya ku Zeytûnê ew li qada Azadî dîtibû, malbata hevalê Zeytûnê Eyşa ya ku ji gundê Gobelê bû û malbata Binefişê û Heso ya ku cîranên mala Dara bûn û hersê zarokên wan bi mûşeka tirkan mirinî. Bi sedan malbat mîna van malbatan bi meş di çiyayê Lêlûn re daketin. Ango heman dîmena derketina bi meş ji Efrînê di vegera li Efrînê de dubare bû.

Kesên berve rêbenda Soxenekê ve vegrîn rêjîmê nehîştin ku ew vegerin aliyê wan û ji gelê karwanê re digotin: We çete xwestin dê ji nû ve vegerin ba çeteyan.

Gel li wan vedigerand û digotin: Em Efrînê dixwezin ne çeteyan. Lê dîsa rêbenda rêjîmê razî nebû ku karwan berve wan vegere. Lê piştre û bi saya pereyan rêbenda rêjîmê rê ji karwanê re vekirin. Dema karwan derbasî gundê Soxanekê bû telefona Dara lêda û kesê jê re lêdayî Dara agahdar kir ku riya di nav gundê Bênê û Cilbirê de ji vegera li Efrînê re vekirî ye.

Bavê Zeytûnê ev agahî ji gelê karwanê re got. Gelê karwanê îcar tevî ku ewqas birçî, tî û westîya bûn, wan berê xwe yekser dan gundê Bênê.

Îcar di direktora Dara de sê malbat kom bûbûn, birîn û êşa her malbatekê ji ya din girantir bû.

Dema karwan gihîşt gundê Bênê rêbendeke rêjîmê dîsa li vir hebû û wê dîsa xortên ku temenê wan ê leşkeriyê bûn ji tirimpêlan dadixistin da ku wan bibin leşkeriya rêjîmê.

Li vir dîsa vê rêbendê Demhat û Şemo ji direktorê daxistin da ku wan bibin leşkeriyê. Dara 250 hezar bi xwe re rakiribûn. Wî ev pere dan berpirsê rêbendê û herdu ciwan ji leşkeriyê rizgar kirin. Rêbendê rê ji wan re vekir. Direktora Dara li pêş karwanê giş bû. Wî rêbenda rêjîmê qut kir û berê xwe da rêbenda gundê Cilbirê ya ku di dest komên çeteyan de bû.

Zeviyên di navber herdu gundan de piranî bi gênim hatibûn çandin. Dema Dara gihîşt ba rêbenda gundê Cilbirê komeke çeteyan bi navê Şihêtat tev hin leşkerine tirk ev rêbend kontorol kiribûn. Leşkerên tirk nehîştin ku Dara derbasî Efrînê bibe herweha nehîştin ku tu kes ji karwanê vegerin Efrînê. Yekî ji çeteyên ku li ser rêbendê bû bi çavên xwe ji Dara re nîşan kirin. Çete berve Dara hat û jê re got: Eger tu 200 hezar lîra bidî min ezê te derbas bikim. Lê pere bi Dara re nemabûn ku bide wî, ji ber pereyên ku bi wî re bûn wî pê Demhat û Şemo ji leşkeriya rêjîmê rizgar kirin. Ji ber ku pere bi Dara re tune bûn çeteyan direktora wî vegerandin dawiya karwanê. Li wê şevê karwan derbasî Efrînê nebû. Wan dîsa şeva xwe di nav zeviyên di navbera gundê Bênê û Cilibirê de derbas kirin. Li wê şevê ji ber sermayê zaroka biçûk Karwan di nav destên Zeytûnê de mîna mirovên mezin dinalî. Da ku zaroka biçûk hinekî germ bikin Şemo, Lêlûn û Demhêt miltanên xwe ji xwe kirin û pê agirek vêxistin çimkî ji dest baranê pûş şil bûbû û pê agir nedihat vêxistin.

Lê dema wan agirek vêxist hin çete berve wan hatin û agir vemirandin. Wan çeteyan bi hêrs ji Şemo, Lêlûn û Demhêt re gotin: Nabe ku hûn tu agiran li vir vêxînin. Ma hûn nizanin ku hûn li herêmeke sînorî ne û nabe hûn tu agiran vêxînin.

Hêrsa Dara rabû û wî bi wan çeteyan re got: Ma eger gotinên we rast in! Ma çima we agir li ba xwe vêxistiye? Ango ji we re helal e û ji gelê karwanê re vêxistina êgir heram e. Bicehimin ji vir ey bênamûsino.

Çeteyekî dema gotinên Dara bihîstin wî xwe bi tivinga xwe ajote ser Dara, lê li vir hemû mêrên karwanê jî xwe ajotin ser wan çeteyan û ji nav xwe qewitandin.

Çeteyê ku xwe bi tivinga xwe ajotî ser Dara dema ku gelê karwanê ew qewitandin, wî ji gelê karwanê re got: Ez Casimê Pêxwas im, ez bi navê xwe navdar im û ez vê yekê ji were qet nahêlim. Ezê ji dermafê we derkevim.

Çete ji nav karwanê derketin. Zaroka biçûk jî ji serma re dilerizî.

Zeytûn ji bo ku hinekî zarokê germ bike, wê zincîra miltanê xwe vekir û zarok da ser sîngê xwe. Ji nû ve zincîra miltanê xwe girt, lê hinek ji bo nefesa zarokê vekirî hîşt. Lê dîsa zarok mîna şaxên nû dibişkivin ku çawa tev bayê rojavayî dilerizin zarok jî dilerizî. Li ber destê berbangê giş di direktorê de rûniştibûn, ango wan şev bê xew bi rê kirin. Li wê demê Zeytûnê hîs kir ku êdî zarok bê liv e. Dema wê zincîra miltanê xwe vekir wê dît ku zarok bi rûyekî ku mîna firişteyan berkenî ye. Lê ama wê jiyana xwe ji dest daye. Zeytûnê zarok ji nav miltanê xwe derxist û bi rondikên xwe termê zarokê şuşt. Dema Şemo li çavên Zeytûnê nêrîn, wî nas kir ku tiştek bi serê keça wî hatiye. Wî zarok ji dest Zeytûnê girt û hejand lê zarokê tu bertek nedan. Mêr û xortên di nav karwanê de bûn wan gornek ji zarokê re li rex rê kolan û zarok bin ax kirin.

Dema ku zaroka biçûk bin ax dikirin xişîniyek ji nav zeviyê gênim ê ku li nêz gorna zarokê bû hat. Gel berve wê xişîniyê ve çû, wan dît ku yên xişîniyê çê dikin du keç in û destê yekê ji wan bi xwîn e. Xuya bû ku yek ji wan keçan tewkelî bû ji ber ku serê wê hertim dilerizî û ew hertim dikenî. Herweha destên keça tewkelî jî bi xwîn bûn.

_ Dara ji wan pirsî: Hûn kî ne?

_Keça sax got: Apo me biparêzin, ez Xatûn im û ev jî xwîşka min Şîlan e. Xwîşka min ew tewkelî ye û hişê wê ne tam e. Em jî ji gelê Efrînê ne û em tev karwanê ne.

Apo me biparêzin berî ku bi me hîs dikin û tên xwîşka min dibin.

_Dara: Keça min hûn jî keçên min in. Ezê we bi giyanê xwe biparêzim. Bi apê xwe re bibêje ma çi bi we re çê bûye?

Xatûnê dest bi çîroka xwe û xwîşka xwe kir û hemû şêniyên li wir guhdarî li wê kirin.

_Xatûnê got: Di şerê hatî ser Efrînê de ez û xwîşka xwe tev dê, bavê xwe û gelê gund di şîkeftê de bûn. Me xwe ji mûşekan diparast. Ji ber ku şikeft sar bû û zarokên di şikeftê de ji serma re dilerizîn. Dê û bavê min çûn hin betaniyan ji mala me ji şêniyê ku di şikeftê de bûn re wînin. Dema dê û bavê min gihîştin mala me du mûşek li mala me ketin û dê û bavê min şehîd ketin. Bi derengbûna hatina dê û bavê min ez û xwîşka xwe pir tirsiyan ku tu tişt hatibe serê wan. Bi rawestandina mûşekan re, ez û xwîşka xwe tev hin kesên ku di hindir şikeftê de bûn berve mala me ve çûn. Dema me nêz li mala me kir, me dît ku mala me hilweşî ye. Ez û xwîşka xwe berve mala me bezîn û me kevirên hilweşî dan alî. Dema xwîşka min kevirek rakir, wê serê bavê min di bin wî kevirî de dît û wê bang kir bavo…

Ez berve wê bezîm, min dît ku serê bavê min ji laşê wî hatiye birîn û ji xwînê nayê nas kirin. Şêniyên gund ên ku tev me ji şikeftê derketibûn berve me bezîn, wan alîkariya me kir û termên dê û bavê min ji bin kevirên mala me derxistin. Me herdu term li ber serdangeha Şêx Reşîd a ku bi mûşekên çeteyan û Tirkan hatibû ruxandin bin ax kirin. Xwîşka min bi dîtina dîmenê serê bavê min re hişê xwe li nav hev ket û bû wek tewkeliyan. Bi zêdebûna avêtina mûşekan li ser gundê me, ez û xwîşka xwe tev cîranên xwe ji gundê xwe Bedîna derketin û me berê xwe da Efrînê. Ji Efrînê jî em hatin herêma Şêrewa û em li gundê Zaretê bi cih bûn. Cîranên me biryara vegera Efrînê standin û me jî bi wan re biryar da ku emê jî vegerin Efrînê. Tirimpêla cîranên me ya duyem e di karwanê de. Duh bi şev xwîşka min ji tirimpêlê daket û ji xwe re berve zeviyê gênim ve çû. Ez jî li pey wê çûm û ji xwe re ba wê sekinîm. Ji nişkav ve tiştekî bi lingê min girt û ez berve xwe kişandim. Çeteyekî rihdirêj û cilqirêj bû, bi qasî ku wî mey vexwaribû ew wek dînan bûbû. Wî digot ez Casimê Pêxwas im, ez hatim keçeke karwanê birevînim û vê karwanê riswa bikim.

Ji roja ku dê û bavê min mirîne de xwîşka min hertim kêrekê di berîka xwe de vedişêre û ew hertim dibêje: Ezê bi vê kêrê tola bav û diya xwe hildim. Duh xwîşka min kêra xwe ji berîka xwe derxist û li ser dilê wî çeteyî de lêda. Min û xwîşka xwe çete di nav xwîna wî ya pîs de li nav zeviyê gênim hîşt û me bi xişandina di nav zeviyên gênim re xwe gihand vir.

Piştî ku Xatûnê çîroka xwe û xwîşka xwe bi dawî kir. _Şêniyê li wir gişkan got: Hey tu hebî Şîlana tewkelî. Xweda te û xwîşka te bihêle.

_Dara jî ji Xatûnê re got: Divê em bilez we ji vir bibin cihekî bi ewle. Lewma wî ji Demhêt xwest ku Xatûnê û xwşîka wê berve gundê Bênê ve bibe ji ber ku ew nikare ji Lêlûn vî karî bixweze çimkî lingê wî birî ye û ew nikare bi vî karî rabe.

_Demhat: Serçavan xwesteka te apo. Xatûn û xwîşka wê ew jî wek xwîşkên min in û ezê bi çavên xwe wan bibim cihekî bi ewle.

_Şemo jî ji Demhêt re got: Hevalekî min li gundê Bênê heye, mala wî li qada gund e û deriyê mala wî şîn e. Navê wî Hesen e, ew û hevjîna xwe di mal de ne. Eger tu gihîştî gund herdu keçan bibe ba mala wî û ji wî re bibêje ku hevalê te Şemo ez şandime ba te.

Demhat, Xatûn û Şîlanê bi xişandina di nav zeviyên gênim re xwe gihandin gundê Bênê û herdu keç li mala hevalê Şemo bi cih kirin. Piştî ku Demhêt herdu keç bi cih kirin wî telefone Dara kir lê piştî pir hewildanan telefona Dara lêket. Bi lêdana telefona Dara re komek ji çeteyên koma Şihêtat bi lingênxwas, bi tivingên xwe bi nav gel ketin û qurşîn avêtin. Lewma Dara telefon ji Demhêt re venekir.

Çeteyê Casimê Pêxwas berî ku ew bi nav karwanê keve û keçekê bidize wî bi çeteyekî din re gotibû ku ew diçe keça ku di tirimpêla duyem de ye wîne. Ji ber ku termê çeteyê Casimê Pêxwas li nêz tirimpêla cîranên Xatûnê hatibû dîtin, lewma çeteyan guman kiribûn ku cîranên Xatûnê li pey kuştina çete ne. Lê dema çeteyan Xatûn û xwîşka wê li ba cîranên wan nedîtin wan nas kir ku wan çeteyê Casimê Pêxwas kuştiye. Çeteyan hemû tiştên tirimpêlên karwanê ji tirimpêlan çekirin û gotinên ne baş ji gelê karwanê re gotin. Tiştê gel giş çekirin nav heriya şil û pêlê kirin. Dema ku wan hemû karwan kontrol kirin û wan herdu keç nedîtin, çeteyan pir qurşîn avêtin û gel di paş de vegerandin. Bi avêtina qurşînên pir hin qurşîn ji wan berve rêbenda rêjîmê ve çûn, lewma rêbenda rêjîmê jî li çeteyan vegerandin û di nav qurşînên herdu rêbendan de qurşînek li Şemo bavê zaroka Karwan ket û wî jiyana xwe ji dest da. Piştî ku qurşîn hatin rawestandin, Dara tev hin mêran gornek ji Şemo re li rex gorna keça wî kolan û ew tê de bin ax kirin. Lê çeteyên koma Şihêtat serê xwe hişk kirin û nehîştin ku ev karwana derbasî Efrînê bibe. Lewma wan ev karwan bi zorê bi aliyê rêbenda rêjîmê de şandin.

Rêbenda rêjîmê jî şeveke din gelê karwanê di nav rêbenda xwe û ya çeteyan de hîştin. Gel bê xwarin û av mabû. Dengê pir zarokan bilind dibû û digotin em tî û birçî ne. Ji dest bilindbûna dengê zarokan Xweda ji wan re ji ezmên baran barand. Zarokan devên xwe berve jor kirin, ji sîngê ezmên dilopên baranê mêtin û pê tîbûna xwe şikandin. Baran barî tîbûna zarokan şikî lê cilên li wan şil bûn û ew bi sermayê ketin.

Gelê Bênê ev dîmene di dermafê gelê Efrînê de nepejirandin, lewma wan xwe gişkan kirine yek û di serî de Xatûn, Şîlan û Demhat bûn û ew berve rêbenda rêjîmê ve hatin. Li vir wan êrîşî rêbenda rêjîmê kir û di nav qurşînan re wan gelê karwanê di navbera herdu rêbendan de rizgar kirin.

Her malbateke Bênê hin ji gelê karwanê birin ba xwe û li cem xwe li wê şevê bi cih kirin. Malbata Dara jî li ba mala Hesen hevalê Şemo bi cih bûn. Hesen li hevalê xwe pirsî: Şemo kanî. Hîngê Dara çîroka pakrewanbûna Şemo di nav karwanê de ji Hesen re vegot.

Hesen dilovaniya Xweda ji giyanê hevalê xwe re xwest û wî pêşwaziya mêvanên hevalê xwe di mala xwe kirin.

Li sibehê her kesek vegerî cihê jê hatî. Malbata Dara jî tev Demhêt û diya wî û herdu keçan vegerîn Penageha Berxwedana Serdemê.

Ji nû ve vegerîn konan û vegera li Efrînê bû hesretek ji wan re. Lê wan dilê xwe berve Efrînê ve şandin û tenê bi termên xwe ve vegerîn penagehê.

Herdu keç jî di konê Şevînê de bi cih bûn û wan Dara wek ap ji xwe re dîtin.

Malbatên ku bi meş vegerînî Efrînê bi her yekê re çîrokeke cuda çêbû.

Hevjînê Binefişê Heso bavê hersê zarokan Hele, Hisên û Ferêt. Ew tev hevjîna xwe û zarokê xwe Reşît venegerîn gund, lê ew çûne navenda Efrînê û nemaze li mala mervên wan a ku li nêz goristana Evêste Xabur bû. Dema ew gihîştin wê malê Binefişê ji hevjînê xwe xwest ku ew berî ku derbasî malê bibin serdana goristanê bikin da ku ew ava ku bi xwe re ji çiyayê Lêlûn aniye li ser gornên hersê zarokên xwe bireşîne. Heso û hevjîna xwe tev zarokê xwe berve goristanê ve çûn, lê dema ew gihîştin cihê goristanê wan ne goristan dîtin ne jî gornên zarokên xwe dîtin. Goristan giş tev gornên xwe hatibû dûzkirin. Şûşeyê avê ji dest Binefişê ket û av jê rijî. Binefişê bi tijî dengê xwe bang kir: Kanîn gornên zarokên min?

Çeteyan dibistana Cîgerxwîn a ku li nêz goristana Evêsta bû ji xwe re kiribûn navend, lewma dema wan Binefiş û Heso li ber goristanê dîtin çeteyek li matora diloqî sîwar bû û hate ba wan.

_Heso xwe êrîşî çete kir û jê re got: Kanî goristan? Kanîn gornên pakrewanên Berxwedana Serdemê?

_Çete di nav destên Heso de got: Ev gornên gawiran e, gornên terorîstan e lewma dewleta Tirk ferman da me ku em vê goristanê dûz bikin.

Binefiş berve çete hat, wê sîlek li çete xist û tife nav çavên wî kir. _Wê ji çete re got: Hûn û Tirkan gawir û terorîst in. Hûn mirovan dikujin, malan talan dikin, gund û bajaran wêran dikin, cihên dîrokî û şûnwarî hildiweşînin, we girê Endarê bi tevahî tev şûnwarên dîrokî bombebaran kir. Hûn serdangehên pakrewanan talan û qirêj dikin, we serdangeha Henên kola û tiştên lê dizîn. Hûn ta termên miriyan didizin, we gorna Norî Dêrsimî kola û termê wî dizî. Hûn xwezayê dişewitîn, we çiyayê Hawar çiyayê darên zeytûnan bi agirê kîna xwe şewitand û we rengê Hawarê kesk kire reş. We girava Meydankê şewitand û dûmana reş û bêhina şewata xwezayê di ser gola Meydankê re meşand.

Çeteyek dema ji dibistanê derdiket wî dît ku Heso êrîş biriye ser çeteyekî û lêdide. Lewma wî çeteyî hin çete kom kirin û berve Heso û çete ve çûn. Çete bi qasî dehan li Heso kom bûn û wan bi qûndaxên çekên xwe li serê Heso xistin. Herweha dema Binefişê berevaniya hevjînê xwe kir wan zarokê Reşîd ji dest wê avêtin ser zemînê û serê wî jî birîn bû. Çeteyan Heso di nav xwîna wî de hîştin û berve navenda xwe de çûn. Binefişê zarokê xwe ji ser zemînê rakir û berve hevjînê xwe ve çû û hewil da ku wî ji ser zemînê rake. Hîngê dê û bavê pakrewan Siyamend destgirtê xaltîka Sînor rastî wan hatin. Ew jî hatibûn da ku serdana gorna lawê xwe bikin, lê dema wan jî goristan û gorn nedîtin ew jî bi tunebûna goristanê xemgîn bûn. Wan alîkariya Heso kir û ji ser zemînê rakirin.

Heso tev hevjîn û zarokê wî bi xwe re birin ba hin mervên xwe yên ku ji Efrînê derneketibûn. Wan nikarî ku Heso bibirina mala xwe ji ber ku mala wan çete tê de bûn û ji ber ku ew dê û bavê pakrewanekî ne çete ji mala wan derneketin. Ew neçar bûn ku li ba hin mervên xwe bi cih bibin.

Li mala mervên dê û bavê pakrewan Siyamend birînên serê Heso û zarokê wî derman kirin. Piştî ku hinekî hêmin bûn, Nazo xwediyê malê ji wan re li ser kiryarên çeteyan û Tirkan di dermafê gelê Efrînê de vegotin.

Nazo ji gundê Kefersefirê bû. Wê ji mêvanên xwe re çîroka diya pakrewan Lezgîn vegot. Ku çawa dema çete derbasî gundê Kefersefirê bûnî wan bênamûsan diya pakrewan Lezgîn ji mala wê derxistin û malbatên xwe tê de bi cih kirin. Diya Lezgîn ji pêş deriyê mala xwe nelivî. Wê li pêş deriyê mala xwe li ser zemînê xew dikir û razî nedibû ku ji pêş mala xwe dûr keve. Wê hertim digot: Giyanê lawê min hertim li mala min serdanî min dike. Ez bê serdana giyanê lawê xwe nikarim bijîm, lewma ez ji pêş mala xwe nalivim. Tevî ku diya Lezgîn pîrek bû, lê dîsa çeteyan rêzdarî jê re negirtin û ew ji mala wê qewitandin. Bi hebûna çeteyên gemar di mala diya Lezgîn de giyanê lawê wê êdî serdana mala xwe nekir û bê serdana giyanê lawê xwe diya Lezgîn li sibehekê li pêş mala xwe mirî hate dîtin. Hin ji kesên ku li gund vegerîbûn, wan termê diya Lezgîn ji pêş mala wê rakirin û ew birine li goristana gund bin ax kirin.

Bi bihîstina çîroka diya Lezgîn re dilê gişkan bi çîroka wê xemgîn bûn û wan dilovaniya Xweda ji wê re xwestin.

Herweha Nazo ji wan re çîroka pîreke Ereb ji gundê Dêrbelotê vegot. Ku çawa dema çete derbasî gundê Dêrbelotê bûn, wê pîrê bi lîliyan çete pêşwaz kirin û xwerin ji wan re amade kir. Ango li dawiyê xuya bû ku du xortên pîrê yên hertim pîrê digot ku ew li Tirkiyê kar dikin derketin ku ew tev çeteyan bûn. Pîrê hertim agahî li ser tevger û cihên şervanan radigahandin xortên xwe.

Gişkan bi hev re gotin: Naleta Xweda li wê pîrê hilê. Ew jî êşa kezebê bibîne wek ku çawa wê û xortên wê kezebên dayîkên Efrînî şewitandin.

Piştî Heso baş li xwe şiyar bû. Ew vegerîn mala mervên xwe ya ku li nêz goristanê bû. Lê çete di wê malê de bi cih bûbûn û wan ji Heso re gotin: Vegerin cihên hûn jê hatinî, ev ne mala we ye û zû ji vir herin. Lê Heso çete ji mal derxistin û tê de tev malbata xwe bi cih bûn.

Her çend rojan Heso hin ji çeteyan vedixwendin cem xwe bi navê xwarinê, lê wî jehir dikir nav xwerinê û pê çete dikuştin. Bi êvarê jî wî laşê çeteyan ji mala xwe derdixwestin û dibirin davêtin gemargehê.

Malbata şivanê ku tev Hawar li ser çiya mirî, ew jî vegerîn gund û dema wan ji çeteyan xwest ku ji mala wan derkevin. Çete razî bûn ji malê derkevin lê wan tiştek ji wan re di mal de nehîştin. Bavê şivên çû ji cem cîranên xwe malbata Mehmud çend îsfenc û betanî anînîn da ku ew û malbata xwe dabara xwe pê wînin. Bavê şivên dema ku ew ji Efrînê derket, wî pezê xwe bi erzanî firot lewma ji wî re tu kar namabû dema ku ew vegerî gund. Ji bo ku ew malbata xwe jiyan bike, wî tev cîranên xwe malbata Mehmud di nav zeviyan de kar kir, lê dema ku wî di nav zeviyekî de kar dikir mayînek di bi lingê wî de teqî, herdu lingên wî hatin birîn û îcar bê kar ma. Hevjîna wî îcar tev cîranên xwe çû nav zeviyan kar kir da ku pê malbata xwe jiyan bike.

Ji malbata Mehmud bavê Mehmud ji gund derneketibû, wî parastina mala lawê xwe kir û nehîşt ku çete derbasî mala lawê wî bibin. Dema ku malbata Mehmud vegerî gund, Xebêt baldariya xwe li malbata birayê xwe kir û ew xwedî kirin.

Zaroka Rengîn tev malbata apê xwe vegerî gundê xwe û dema ku ew gihîştin gund, zaroka Rengîn yekser berve mala wan a hilweşî ve bezî. Di bin kevirên hilweşî de wê li dê, bav û lîstoka xwe gerî. Lê wê li şûn dê, bav û lîstoka xwe lîstokek mîna gogê ku sîxek tê de bû dît. Yekem car bû ku ew lîstokeke wisa dibîne. Wê ew sîx ji wê lîstokê kişand û dengê teqîneke bi hêz hat. Dema apê Rengînê li mala birayê xwe nêrî wî dît parçeyên keça birayê wî bi ser kevirên hilweşî ketine. Bang kir Rengîn, lê Rengînê lê venegerand. Ew lîstoka di destê Rengînê de ne lîstok bû, lê ew topeke tenqandî bû. Dema Rengînê ew sîx kişand top di nav çavên wê de teqî û ew şand ba dê û bavê wê.

Lê ama malbata Eyşe hevala Zeytûnê ya ku ji gundê Gubelê bû. Çeteyan mayîn di mala wan de çandibûn, lewma dema ew derbasî mala xwe bûn giş di bin kevirên malê de yên di ser wan de hilweşînî mirin.

Dema ku malbata Dara û Demhêt tev herdu keçan Xatûn û Şîlanê vegerîn penagehê Zeytûnê li nêz konê wan hevala xwe Narîn tev herdu keçên wê dîtin. Zeytûnê li rewşa wê û keçên wê pirsî.

_Narînê got: Ku bûye du roj ez ji Efrînê hatime ji ber ku çeteyan tu xêr bi me nekir dema ku ez vegerîm gundê xwe. Wan mala min nedan min ji ber ku hevjînê min pakrewan e û herweha wan dê ez jî zîndan bikirima. Lê cîranên min alîkariya min kirin, wan ez li ba xwe parastim da ku riyek ji min re dîtin û ez tev keçên min ji Efrînê derxistim.

_Zeytûnê ji hevala xwe Narîn re got: Bê xem be hevala min, emê li vir baldariya hev bikin çimkî kesê me ji bilî hev tune ye. Emê baldariya hev bikin.

Herdu heval bi dîtina hev şad bûn û êşên li penagehê bi hev re di dilên hev de derman kirin.

Piştî du roj li ser vegera wan re li penagehê derbas bûn. Demhêt ji Dara re got: Ez ji te Xatûnê dixwezim da ku ew bibe desgirtiya min û di heman demê de jî ji bo ku ez baldariya xwe li wan bikim.

Dara bi xwesteka Demhêt şad bû û wî Zeytûn şand ba Xatûnê da ku biryara wê zanibe.

Zeytûn çû bin konê Xatûnê û xwîşka wê û ji Xatûnê re xwestina Demhêt ji wê re got.

_Xatûnê got: Apê Dara dibîne kîjan baş e bila ew bi wê bike.

Zeytûn vegerî ba bavê xwe û Demhêt û biryara Xatûnê ji wan re got.

Demhat bi biryara Xatûnê şad bû û wî çû biryara Xatûnê ji diya xwe re got.

Diya Demhêt jî bi biryara Xatûnê şad bû.

Piştî hefetyek derbas bû zamewanda Demhêt û Xatûnê li penagehê hat kirin, lê ew zemawendeke ne mîna yên ku li Efrînê dihatin kirin bû. Zemawenda wan bê şahî, bê lîlî û bê def û zirne bû. Ango zemawenda wan zemawendeke xemgîn bû.

Dara jî direktora xwe firot û bi pereyên ku ji firotina direktorê hatinî, wî lingekî çêkirî ji Lêlûn re kirî da ku pê bimeşe. Bi alîkariya lingê çêkirî Lêlûn îcar karî ku baş bimeşe. Ango îcar wî çov çekir û bê çov meşî. Lewma ew dîsa vegerî nav şervanan û li gor karîna xwe xizmet kir.

Mizgînê jî tev jinên li penagehê biryar standin ku ewê rîs bikirin û ji zarokên li penagehê re cilên rîsî çê bikin da ku ew pê sermê ji zarokan bi dûrxînin.

Zeytûnê jî li penagehê xwe kir mamoste, wê zarokên penagehê tev birayê xwe Hawar di bin konê wan de kom kirin û zimanê Kurdî fêrî zarokan kir. Di ber fêrkirina zarokan re jî wê dîsa dest bi berdewamiya nivîsandina romana li ser şerê Efrînê kir, lê ew hertim dudilî bû ku eger ew romana xwe bi dawî bike ewê çi navî li romanê bike.

Li rojekê dema ku wê li bin kon zarok komkiribûn û li ber wan zimanê Kurdî fêrkirin dida, Şîlana tewkelî derbasî bin kon bû û wê got: HÛN DIZANIN BERXWEDANA SERDEMÊ BÛ BIRÎNA SERDEMÊ Û GELÊ BERXWEDANA SERDEMÊ BÛ KOÇBER LI PENAGEHA SERDEMÊ!

Bi bihîstina gotinên Şîlanê Zeytûn yekser berve lênûsa ku romana xwe li ser nivîsandibû ve çû û wê li ser rûpela yekê ya ku şaxa dara zeytûna Evêste li ser bû bi pênûsa ku zimanê Kurdî pê fêrî zarokên penagehê dikirî wê navê romanê nivîsand BIRÎNA SERDEMÊ.

Bi nivîsandina navê romanê re Zeytûnê romana birîndar bi helbesteke hêvîdar bi dawî kir û ji nû ve vegerî li ber zarokan zimanê Kurdî da fêkirin. Bi nivîsandina vê helbestê re hêviya vegerê di dilê wê de geş bû û nema ev hêvî vemire da ku bi rastî vedigere Efrînê.

Emê vegerin

Heta ku hûn hemû riyan bi bombeyan biçînin

Emê dîsa vegerin

Emê dîsa vegerin

Riyan ji bombeyên we paqij bikin

Dar û gulîlkan li ser riyan biçînin

Em ê dîsa vegerin

Kul û xeman li ser dara zeytûnê daweşînin

Li ber gornên pakrewanên xwe

Emê fîdanên zeytûnê biçînin

Emê dîsa vegerin

Ken li ser rûyên çilmisî vejînin

Emê dîsa vegerin

teyrê baz

Teyrê aşîtiyê

Ala serkeftinê

Li esmanê Efrînê bifrînin

Emê dîsa vegerin

Çimkî

Zeytûna pîroz

Tamarên wê di dilê me berdayî ne

Emê dîsa vegerin

Çimkî axa Efrînê

Dest ji me bernedaye

Emê dîsa vegerin

Rûpelên hevpeymanan

Li bin darên zeytûnê biqetînin

Dîlanên şahiyê li qadan bigerînin

Emê dîsa vegerin

Bi hêza şervanên me

Emê dîsa vegerin

Emê dîsa vegerin

اترك رد

إملأ الحقول أدناه بالمعلومات المناسبة أو إضغط على إحدى الأيقونات لتسجيل الدخول:

شعار ووردبريس.كوم

أنت تعلق بإستخدام حساب WordPress.com. تسجيل خروج   /  تغيير )

Google photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Google. تسجيل خروج   /  تغيير )

صورة تويتر

أنت تعلق بإستخدام حساب Twitter. تسجيل خروج   /  تغيير )

Facebook photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Facebook. تسجيل خروج   /  تغيير )

Connecting to %s