bo daxistina pirtokê
https://www.4shared.com/web/preview/pdf/VeRND6wyei
bo daxistinê pirtokên çapxana komcivîna zanyarên Azad ya Elketronî
https://www.4shared.com/account/home.jsp#dir=h45exNMs
Navê Berhemê: Sê Doz–
Navê Daner: Zekeriya Dawûd–
cûreya Berhemê :Helbest-
çap:çapa Elkitroniya yekemîn ,28 Tîrmehê .2017 S-
Hijmara xelekirî: 25-
Hemo maf Ezber kirî ye ji daner re
Mafê weşan kirina Pirtokê Ezber kirî ye ji –
Nivîskar e û çapa Elkitronî Ya komcivîna zanyarên Azad re ye
https://reberhebun.wordpress.com/
bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin–
Zekeriya Dawûd
(gîvara Efrîn)
Ev helbestên nûjen
Hêz û nîgala xwe ji êşa
Vê heyamê wergitiye
Ji rastiya mirovên wendayî
Û ji keldûmana hêviyên ku
Xwe nixumandiye derbû ye ,
Hemû hestên xwe bi ser
SÊ DOZAN de diweşînim .
Ez Spasiya Mamoste Rêber Hebûn Dikim
Ez vê pirtûkê diyarî
Dikim ji boy :
Nêrgiza xûnavdiz… …
Keştiya dilê keç û xortên
Ku can gorî welêt kirin e…
Û dilên ku xwe kirin e
pira azadiya gelê xwe… …
Bi kulim axeke bê guneh
Ji axa pîroz diyarî zarok
Û jina azad ya serbilind dikim…
Û diyarî ew şêrê ku
di qefesa rizî de
Bendexan kirî dikim .
PÊŞGOTİN
Hemû peyvên nayên nivsandin, çiqas giranbiha bin, ew peyvên mirî ne. Peyva ku hatî nivîsandin, her çende ku li gorî hinek beşên civakê, ew qels û lawaz be jî, ew peveke zindî ye û di bîr û hişên civakê de, wekî dîmeneke zindî her li ber çavê wan dimîne û deng vedide. Girîngîya zindîkirina peyvê ji girngîya zindîkirina mirovan bihatir û watedartir e. Bi hezaran peyvên ku rojane li navbera mirov û civakê digerin, çiqas lihevhatî û şirîn bin, çiqas bi hostetî hatibin gotin, eger nehatin nivsandin, ew li cihê ku dibin hema di wî cihî de jî, di wê kêlîyê de, dimrin û êdî dibin peyvên jibîrbûyî.
Bêguman, civaka me yek ji wan civakên ku herî zêde dipeyive, lê çi heyife ku ew heya niha xwedan gotinên herî kêm e ku hatine tomarkirin û zindî hatine hîştin e. Ango em civakeke ezbere ne. Lewma jî, ji bilî çend pirtûkên nivisandî ji serdema kevin, hemû peyv û gotinên civaka me zû dibûn û zû jî, dimirin. Tenê gotinên ku di bîra civaka me de mayî, ew gotinên ku bi heza hestên helbestvanan e nazik hatî hûnandin, stranên ku bidengê dengbêjan î zelal hatî lorandin û çirokên ku bi xweşbêjîya çîrokbêjên me hatî gotin bûn.
Divê mirov vê yekê jî jibîr neke, her çiqas derfet kêm û qels bûn, çembereke bi têlan li hişên me gerandibû û stirî dixistin qirka me da ku dengê me bilind nebe, pênûsa me şikandibûn û li şûna wê şûrên xwe ye kevnar ên zangargirtî dixistin destê me, disan jî dengê helbestê bi qasî banga mele ku li ser minara mizgefta li her cihî dihate bihîstin, dengê helbest û stranan jî, ji devê her kurdekî bilind dibû. Di civaka me de, kesek nemaye ku parçak stran an qetek helbest jiber nekribe. Wê demê ne şaş e ku mirov bibêje; civaka me ji heft salî heya heftê salî dildar û aşiqê stran û helbestê ne.
Helbestvanê me Zekeriya Dawûd jibo ku peyvên wî nemirin , ew wan hest û bestên xwe wekî gurzek gul radestî we dike. Bêguman, ew ne berhema wî ye pêşîn e ku ew dîyarî pirtûkxaneya kurdî dike, berî vê berhemê jî, wî bi sê berheman pirtûkxaneya kurdî xemilandibû. Berhema wî ye pêşîn ku bi navê LÎLAV bû, di sala 2003 de, li çapxana Ronahî hate çapkirin. Berhema duyem ya bi navê PÊLÊN BİRÎNDAR, di sala 2004 de li çapxana Azadî hate çapkirin. Herdu pirtûk jî, li Herêma kurdistanê hatibûn çapkirin. Pirtûka sêyem ya bi navê PEYV DİBE BÎRANÎN, Di sala 2006 de li çapxana Neynewa li Sûriyê hate çapkirin.
Vê carê jî, helbestvanê me Zekeriya Dawûd, dixwaze bi berhema xwe ye nû ya bi navê SÊ DOZ dîyarî we bike. Sê doz, dixwaze reşmala wêjeya kurdî bi sê stûnên qalind hilde jor. Wî stûna evînê wekî her nivîskarekî di nava konê mezin de çikandiye. Lê, li rex wê stûna mezin jî, stûna welat û hezkirina jin û xwezayê wekî du palpiştên qayim jêre kirine hevale. Helbestên ku nivîskarê me hûnandine û konê wêjeyê pê hildaye jor, li ser van her sê dozên mezin e.
Erê … bêguman hûne li gelek helbestên di nava vê berhemê de rastwerin ku bi şêweyên jihev cuda hatine nivîsandin. Belê, jiber ew helbestên ku bi şêweya qafî hatî nivîsandin, êdî ew bûne strane, lewma jî, niviskarê me nexwestîye ku destwerdanê lêbike û wan bide guhêrtin. Hin ji wan helbestan wî beste û awaz jêre danîye û bi dengê xwe û hevjîna xwe DÎROK AMÛDÊ û keça wî FERÎŞTE hatine gotin û hin jî dane dost û hevalên xwe yên ku wan kirine stran. Nivîskarê me, ew mrovekî pir hinir e. Ew him helbestan dihûne û awazan jêre datîne û him jî bi xwe li gelek aletên mûzîkê dide û dijene. Ew him mirovekî hunermend û mûzîk jen e û him jî nivîskar û dengbêj e.
Nivîskarê me Zekeriya Dawûd, ew bi rengekî gelekî aşkere li xwe mukur tê û bi wêrekîyeke mezin hest û bestên xwe bi awayekî zelel rêdixe ber çavên we. Ew dixweze we bike hevparê hest û ramanên xwe. Ew bi zimanekî gelek zelal û sivik wekî xunaveke barbanga biharê, hestên xwe hêdî hêdi direşîne ser van pelên spî. Ew hevîdar e ku hestên xwe li ser van rûpelan zindî bihêle.
Tenê ma ku jê re bêjin ; mala te ava ku te em kirin hevparê hestên xwe.
Dilnas Berazî
Frankfurt- Almanîya
07.07.2017
JÎN
Îroj yara min
Xwe xemilandiye
Bisk bi ser milan de
Berda ye ….
Serî hildaye
Gulan diyarî
Mirovan dike…
Bi keske sorê
Xwe pêçaye …. …
Rû bikene …
Dil bi eşqe ….
Xwîn dikele …
Nêrîneke têr hest
Û hêviye …
Yarê destê min
Bigre da ku
Em bibin
Mêvanê roj ê .
WESTIYAM
Nema hedara
Min tê ……
Li benda te
Westiya dil …?
Nema li ser
Bayê derewinan
Xwe rawestînim …?
Bayê hênik
Di civînim ser dilê
Xwey bê guneh …
Belê li benda te
Çend dil û cîger
Bi mûmên nûjen re
xwe kirin qurbana
heyamên ne diyar ..
li benda
çaveriya yarê
gepên feybûnê
bûne mêvanê
hestên min …
bi hêviya
roj ê
da roj li we
bibe mêvanê
mirazan .
DIL
Di nav
Pêsîra reş malan de
dijîm ..
Li ser baskê
Kevoka hejar
Di xwînim …
Bi pêlên
Bayê welatê xwe
dinivisînim …
Navê te
Di şûşa dilê xwe de
Datînim .
WELAT
Buhare xweş û şîne
Kevoke dil perwîne
Li ba dil pir şêrîn e
Navê wê can evîn e
Nazîk û nazerîn e
Biskan li hev datîn e
Çav kilday û xemlîn e
Navê wê can evîn e
Bejin û bala vejîn e
Dest di nav deste birî
Bendewar û rêwîn e
Navê wê can efrîn e
Evîna mem û zîn e
Nav ferhad û şêrîn e
Gula her siruştîn e
Firîşta bihuştîn e
Keça rindik arîn e
Çend deriya hiltîn e
Vîna çem û kanîn e
Kurdistan e nav evîn e .
HÊVÎ
Çend dil çûn li hêviya me
Delala min ka evîna me
Weke tîr, awirê datîn e
Rindê evîna me bîn e
Were were yara dila
Destên bigre li baxê gula
Bê te nabe ava jiyan
Were were deriya dila
Carna dibim agirê dila
Dişewitînim qehra sala
Carna dibim ba û bager
Diweşînim pelên dara
Were were vîna dila
Destêm bigre li baxê gula
Bi evîna mem û zînan
Were were deriya dilan .
YARA MIN
Keziyên te ye hûnandî
Weke herd çemên
Dicle û firatê
Dimilmilîne hestên
Razayî …
Çavên te ye
Xumarî Amed û kerkûk e
Weke agirê
Baba gurgur
Dişewitîne dilê
Xêrnexwazan …
Milên tey
Nazerîn Mahabad
Û Qamişlo ye
Gul diyariya xweşewîstan e
Cerg û hinav
Hewlêr û kobani ye
Serbilind e
Ta Efrîna rengîn e
Dêmên hinarî
Duhok û silêmani ye
Evîn diyarî
Bi mêranî ye ….
Bask kevoke
Batman û Amûdi ye
Şilêr li asîmane
Botan û gulale ye
Bilbilan deng lê da ye
Her çar alî
Ala rengîn lê pêça ye
Mizgîniya mêrxwesa ye …
Yara min
Eşqa bê dawiy e
Nazîk û bejin
Li baniy e ….
Serhed, Agirî
Dil daniy e
Dikewîne bi vînê
Her dem sala
Diyari ye…….
Ji gola wanê
Ta Ormiyê…….
Silav dide deşta
Ruhaya berbext
Hey dilê jiyanê
Şengala yazdan
Perestiyê……..
Xeman dide
Her deman……
Yara min
Birîndar e……
Kûr kûr dinale
Lêêêê serî
Her liban e…….
Belê, serî her liban e .
DOZ
Pêl birîndar e
Çav hîna
Bendewar e
Ji kerba dilên
Şikestî pêldar e
Jan…!
Thel jiyan
Jeng e….
Hest lê merd e
Mîvanên nêrîna
Ser wext e
Çar alî dor
Her dinale
Berbext û lal e
Lê hundir
Peyva xende
Li gerdene
Fêrmêska xemdar e
Silav li dare
Evîna her demsal e
Lê em çi bikin?
Dil û giyan
Bendewarin
Evîna min
Kaniya jînwar e
Hebûna bav û kal e
Westiya hinas
Tevzî gotin
Lal dibe pênûs
Li ber navê te
Welatê min .
DELALÊ
Maçek ji rûyê hinarî
Dêm şêrîne lêv şekirê
Bejina yarê gulbarî
Pêsîr bihuşt nav biharî….
Bisk rêsayî mil milaniye
Nav bedewê can kaniye
Mêrg û zozan çavkildaye
Mizgîniya keç û xortaye….
Were were şêrîn yarê
Awir xweşê lê evîndarê
Naziyan neke xweş barê
Ji te hezdikim her carê .
BIHAR
bihar hat û keniya
mizgîn dide dundiya
evîn da her şahiya
xweşî dibû ji ariya
bihar hat û keniya
cejna ger sersaliya
şa kir dilê sêwiya
pîroz e li welatiya
bihar hat û keniya
befra spî heliya
zayîn ket berx û miya
dem borî bi tilîliya .
were keko
Were keko were
Were binêre
Çi li ser eniya min
nivîsiye…?
janek dinale
helbsetek bê nav
û giyaneke wenday…!
were keko were
bi mêranî dil lê bike
bext…..!
ne şêt û ne jî mêt be
weke ava evînê
navê min biherkîne
ser pêsîra waran…..
dem li xwe matmaye
demjimêr lê
mêvane….
temen digundire
desta hêviyan…..
peyvên toz girtî
hilma xwe
vedide .
tevzan dide rojava
hembêz dike
wijdana vê qonaxê….
de were keko
were roj li me dibe
qefdek ji tayên
ber mala
mal jî li me bûye
mal moristana xewna
xewn jî navan
li me dike…..!
rojavayê kurdistanê
dilorîne…..!
nalîneke kûr
ji hinavên sûtay
di landikê de dimil mile…..
were keko
navê min
hambêz bike
min bi tenê
nehêle .
ZEND AWAZA
Stran dibe girî…
Ji çavê dîrokê
Tê xwarê…..?
Daristan hêrsan
Dibarîne,
Hestên şikestî
Diyarî keça
Bê guneh dike…..!
Deng vedana
Têlên awaza
Awaza xembar
Dilorîne….!
Lorikên bê dawî….!
Stran bûye
Dayîka jan mêtî….?
Li ser kildana
Çavên bi hêvî
Peyv bendeware,
Helbest xwe
Dihilmişe ber bi
Lêvên qelişî…..?
Ji tihna tehtên
Bê av
Û eniyên qermiçî
Destê yara minî
Qerisî ji serma
Peyvên text rizî
Her li ser jan e….
Stran xwe
Dimal e
Û tîpên azadiyê
Dixwîn e .
PIŞTGEHIM
Gul firoşim
Ji berîka
Rojên wendayî
Xwe ber bi hev dikin…
Belê….
Li gepek nanê
Tisî dibim
Mêvanê xewnan..
Ji kûrahiya
Xwe didizim….!
Demên buhorî
Keviyên roxwandî
Didim ser
Pişta vê zemanî
Gulan diyarî
Dilên paqij dikim
Dil şa û merdim
Bi gulan re
Hevalbendim
Kenê lêvên xwe
Û rondikên cave xwe
Bi bihna xwîdana
Bedena xwe
Gulan diyarî
Hestên nemiran dikim
Gulfiroşim ez .
HÊLÎNA VEŞARTÎ
Pênûsa minî hêja
Serî dayîne
Ser pêsîra
Dilê hejara
Bibhîse dengên
Veşartî….?
Bibhîse hinasên
Bê tebat…
Cerg û hinava
Bicivîne ser
Hêlîn ê ..
Dabîn bike
Riya herkandina
Xwîna zelal ….
Bila bilive
Şanayên ne diyar ….?
Bila tevzan bide
Bedena nûhatî ..
Binivisîne navê
Min li ser
Dîwarê demê
Da ku bibînim
Nasnameya dilên
Wendayî .
BARANÊ
Baranê hûr hûr
Baranê….
Bibar baranê
Bê sekin û bê
Hedarê….
Baranê bibar
Li ser rûyê
Evîndarê ..
Bibar bibar baranê
Şîn bike
Gula kurdistanê
Da ku nelewite
Navê me bi derewînê
Yazdan li te
Bibe sîwana
Evînê ..
Belê ….
Xweda li te
Bibe parisgeh ..
Bilbil jî navê te
Bi xwîne bi fîxan
Baranê …..
Bibar bibar baranê .
EMÊ HÎN BIBÎNIN
Hebûna te
Hebûna min e
Dayîka me yek e
Bi vê axê re
Me çi dît û çi ne dît …?
de Li pêş her çavekî
Dayîka me bi zimanê
Bê bextan ve daleqandin ….!
Por bi peyvên
Derew hûnandin
Nefes bi kêndiran ve
Rêsan…..
Û xistin bin bandora xwe
Çavê me jî di qefesa
Bê nav de veşartin
Reşpembû
Dan ser guhê min
Destê me bi kelepçan re
Kirin yek tiştekî seyre
Însan bi birayê xwe
Însan bike …..
Xwezî dest hiladarî bi dar
Û daristana ba
Ba û barana ba
Bi teyîr û çûkan ba
Xwezî di destê
Werdekên gola ava
Zemzemê dabana …!
Xwazî têlê awaza
Min …;
Sultana vê erdê ba …
Minê wê çaxê
Mûyên spî
Ya serê xwe
Diyarî xûşka xwey
Nemir kira
Ne sargûn …
Ne jî nîron
Ne mardoxê goşt firoş
Û ne ser pelixiyên
Hetleran
Yên împiratorê
Hemdem …..!
Êdî …..
Zimanê ku
Pê hatî daleqandin
Di nav bihna
Tiliyên xûşka
Min de dilerize …..
Sar û germe
Temenê xwe ye dawî dijîn .
ÇI BÊJIM
bin siya li
Bejna te
Mêvanê kenê
Sêwiya me …..
Mîna te
Bayê hilm girtî
Diweşînim
Ser axê …..
Weke te
Dibim ax ..
Jîn didim beyara..
Li
Bi lojeva
Buhara rengîn …
Û hîn jî …
Li şûn wara
Digerim…
Li navê mirovan
Dipirsim .
JIYAN
Ev jiyan çi
Lê hatiye gelo …?
Mirov welê
Li wan hatiye
Ku ji xwe direve ….!
Êş û azar
Nema xwe
Hildigrin ..
Ewqas lewaz
Û qelsin ….
Stû xwar
Nema dikarin
Li berxwebidin….
Tengî di her demekê de
Xwe dide
Ber hinasa
Mirovên bextewar…..
Lê her çendî
Jiyan zor û tal be
Mirovan dihelîn e …
Hêlîna dildar
Û jên e …
Yara min
Kurdistan e…
Bisk bax
Û giyan e .
MERDIM
Biskên tey hûnandî
Çavên tey kildayî
Bejin û bala tey
Ta rîhanî …
Porê tey zêr barî
Keziyên tey
Rêsayî
Dilê minî
Bi eşq digundirîn e
Ser hêlîn ê ..
Dixemlîn e şînwaran
Hêviya bê
Dawî bûnê ye ….
Li ser te
Ristan dinivisîne
Pênûs
Diyariya evîndara ne
Welatê xweşewîstan e
Cih û warê
Merdan e .
ROJA ME
Roj li kurdistan ê
Hil tê ….
Tîrêjê xwe
Dilê mirovan
Bi tihna xwe
Kelegerim dike
Roj li welatê
Rojê roniya
Çavê hejaran
Hembêz dike
Dilê melûl
Geş dike
Bi eşqa edûl
Û dewrêşan …
Bi evîna mem û zînê
Siyabend û xeca
Zêrîn …..
Û bi sitrana
Ez kurdistanim
Ji lorikên xwe re
Dikin gepek
Ji agirê siwara
Da ku bê kenê
Lêvê zarokan …..
Roj li welatê me
Kurdistan her
Li bane .
PENABERÎ
ax ji derdê
penaberiyê ….
stû xwarî û perîşaniy e …
mixabin ji derdê
me kurdan …
derdekî pir giran e
mil dibin de
tê xwarê…!
ax ji eşqa
vê yar ê
birîn kûre
weke her carê
Mixabin ……. ……
Kurdo here
Bi hawar ê …
Yar tihne ji
Vê janê ….
Kurê jar her
Lê dibe mêvan
Dihilgire kar û bar
Mizgîniya
Her demsalan e.
BINIVISÎNE
Loooooo …. …
Helbestvano …
Ka kul û derdan
Binivisîne û bi ser
Rûyê bêbextiyê de
Biweşîn e …!
Da ku zelal zelal
Em bi ziman ê xwe
Peyvên resen
Bihûnin û diyarî
Xweşewîstan
Bikim … …
.
De rabe
Pênûsê bihejîn e
Bila tîpên kurd
Bedew jê darivin
Ser dilan ….
Destê evîndaran
Bighîne hev … …
Dê bixemile
Axa kurdistan ê
De were delalo
Helbestvano
EGÎDIM
Ez agirê
Rojên sar im
Lorî lorî
Dilêm lorî .. …
Çiroska agirê
Sermedî me
Engîzek û gabarim
Herekol û bask
Kevokim ….
Lorî lorî
Delalêm lorî …
Serî datînim
Ser pêsîra hêviyan
Hêsrê çav ê
Sêwiya me …
Agirim dişewitînim
Qehra salên
Bê bext … …
Silav dikim
Êşa birîn ê
Gebarim ez
Bihna şilêr
Û mazlûma me
Gulale me
EGÎDIM EZ .
XEMILA JÎNÊ
Navê min
Li xwe kirin
Pişt ra radestî
Xewnên ne diyar kirin …..?
Her du biskên
Minî zêrîn kirin
Gola ker û lala …..!
Hîn jî bedena
Min birîn dikin …..
Geh li jor
Geh li jêr …
Di nava tiliyan de
Tîre mareke har
Diperpite …
Sîwaneke ji ewrên
Tarî li ber hinasê min
Dimilmile ber bi riya
Hebûna min
Û ya te …
Şûnwaran dişopînim
Da bibînim navê
Yara xwe …..
Hîn jî li berxwe didim
Li nasnameya
Wendayî digerim
Da navê xwe
Ji xewnên
Ne diyar rizgar bikim ….
Pişt ra ezê
Destê yara xwe
Bi dilekî germ
Hene bikim …
Û li dawiyê
Ber bi roja xwe bimeşin .
AX ZEMANO
Bila xençera me
Di dilê neyaran de
Bi cih bibe …!
Destên bi qirêj
Wê neghên
Yara min …..
Yara min
Weke zarokekî
Biçûke xwe
Di hembêza
Dilê min de
Xwe tevizandiye ..!
Cihê xençerê nemaye
Ne li erd
Ne jî li asîman ..!
Delala min
Kurdistane …..
Mal zaroka mirovane
Evîna xwe şewîstane
Bihuşta mêrxwasane
Welatê …. …
Hemû
Bextewaran e .
NESEKINE
Were delalê
Were derman bike
Êş û jana dilê min
Were hembêz bike
Dengê birînên min ..?
Birîn kûrim
Mina bayê
Xwepînok dilê min
Dihejîne ..!
Were bibe
Mêvanê xewna min
Dilerizim …..
Diqefilim …..
Bi kedera hinasên
Xwe radimûsim
Germahiya bejna te ..
Were .. ..
Were bibe mêvana
Xewn û xeyalên
Veşartî …?
Were ….. ..
Ma min bi te
Çikiribû ..?
Gotinên min bi dara
Stewir ve dadileqînî
Were …..
Were yara min were
Roj hîn jî
Li benda meye .
AXA RISTÎ
Bila reng bedew be
Nav şêrîn be
Bejin çeleng be
Çav belek be
Rû hinarî be
Dêm şêrîn be
Kila siphanî be
Dil nazenîn be
Lêv şekirî be
Bisk xilxalî be
Kezî henekirî be
Tilî li hev hatî be
Lê çi dibe
Bila bibe …
Yara min
Ji her kesî balkêştire
Nav biha û rengîne …..
Mirovan dihelîn e
Hêlîna dildar
Û jîn e ….
Yara min
Kurdistane bisk
Û bax çaralî ne
Lê em çi bikin
Welate ji cerg û hinv e .
NALÎN
Birîna bê bexta
Pir dinale
Êşa lal
Lê bûye mêvan
Derman radizê ser birînê
Radimûse
Bê dengiyê
Radipêçe lehiya xwînê
Qêrîna bê guneh
Tevzan dide xwe ….
Ranaweste
Li ber lehiya
Vê janê …
Birîn kûre
Dil dinale
Li benda rojê
Dimilmile ber bi
Çavên belek .
ASÎMAN
Asîmanê welatê min
Ne weke her carê ye
Geh bi roniye
Geh tariye ….
Lê vê carê xemgîn e
Yar jê qeheri ye
Belê xeyêdi ye ….
Stêrk weke pelê
Payîzê xwe
Ji asîmanê vedidizin….
Xwe berdidin
Xwarê … …
Kelegiriye axa pîroz
Dest li ser birînê ye
Çav li hawîrdor e
Deng diperpite
Ji hilma têr hest ….
Lê dîsan jî
Navê delala min
Di nav de ne
XUYA YE .
NAVÊ RINDÊ
Navê rinda min jiyan e
Bejin zirav
Dil bijan e… …
Zemawenda keç
Û xortan e …. …
Navê rinda min dîlan e
Mil bi mil
Digre govenda bihar ê
Mizgîniya her demsal e …
Di pişt
Tava heyvê de
Navê xwe kolay e
Di roniya rojê de
Awireke kenok
Diyarî evîndaran
Dike … ..
Navê rinda min arîn e
Çav kildayî û şêrîn e
Bedew û têr hêvîn e
Di heman demê de
Mêvanê min û te ye .
EW HEYE
Di pişt
Wêneya te de
Ez heme
Û …
Di pişt
Nîgaş û xeyalên
Min de giyaneke
Nav wendayî
Heye ..
Mîna te
Serî daniye
Ser hêrsa derbûyî
Li ser dîwarê
Pûtê demê
Sing
Di eniya
Xemsariyê de
Dada ye …
Di pişt
Wêneya te de
Şêr dilek xwe
Dimal e
Biratiyê diyarî dike
Û di pişt
Xeyalên min de
Repiniya baskê
Kevoka dilbirîn
Dihilhil e ..
Banga wekhevî
Bi jîndarî
Merd dide di
Ruh û giyana Min de
Di pişt wêneya
Te de
Çavên narîn
Bendewarin …
Û … …
Girava ji bîrkiî
Heye …
Deng daye
Cîhana bê bext
Jîn kiriye
Dilên
Bêzar û text .
WERE
Çend salin
Di nava helbesta
Min de
Bayê bejna bedewiya te
Xwe … …
Belê xwe li hestên
Min dipêçe …!
Dilerizim,
Bi kenê temenên te …
Temen dirêjî
Ta bihuştê
Xwe di keviyên
Sînga te de
Bi cih kiriye Daristaneke
Bê dawiye …
Di giyana min de
Difire
Weke kevoka
Awir têr hest
Diweşîne hêviyan
Bi ser zarokên
Bê guneh de
Kenê bê tawan
Digerîn e …
Bila bileyîzin
Da ku
Bibêjin te
Bê xem be
Bê êş û jan be
Bê axîn û keser be
Belê li dawiyê
Dîsa bibêjin te
Hevala rê
Êdî bese were .
BILBIL
Bilbil dixwîne li ser darê
Fîxan evîndare lê yarê
Temenê min bi te boriya
Li nav van baxên zeviya
Rû şêrînê neke gaziya
Ez heliyam bi van guliya
Boy xatrê xudê tu nexeyde
Dilêm bi jane kûr dinale
Weke te bi naz bilbile
Deng awaze çav xezale
Kevoka min xweş şemale
Cana `m rinda kurdistane .
EZ LI VIRIM
Li ser pêlên deriya dilan
Li ser bê gunehiya
Çavên bendewaran …
Giyan diyarî
Rûyên bedew dikim … ..
Şervan im , jiyan im…
Hebûna mirovan im
Hêviya pîroz im…
Yazdan dibin sîwana
Xwe de bi rengê
Peyvên resen
Û sor gulan diparêz e …
Dest hembêz dike
Dest , dil bê tebate
Boy dil,
Buhar jî kulîlkan
Dipişkivîn e …
pêsîra wendayî
dinixumîn e
nasnameya bê nav
hil dide ser dilê xwe
bê minete ji rû reşan
Berbang rojeke
Nû distirîn e
Ber bi hêlîn ê … …
Divejîn e dêmen
Dahatûya hemdem
Divejîn e kenê
Li ser lêvê
Zarokên welatê me
Cangoriye bi rûkeniya
Çavên belek .
SEWDA
Ava evînê dibare ser min
Esmere ev gul buhara min
Nazan neke li vî dilê min
Ez dîn warê te me canê min
Çend salin li hêviya te me
Dil bi keser ez yara te me
Evîna min û te kevnar e
Şêrîn û ciwan diljan yar e
Ji te hezdikim lê can yarê
Çav kildayî ye jîn bihar ê
Destê xwe bi min de li vî warê
Ta bighêm mirazên dildar ê .
JINA SERBILIND
Em jinên kurdistan
Wek şêr û behlewan
Azadî boy me jiyan
Dişkînin zincîra koletiya hezar salan
Tîrêjên azadiyê kete nava şevên reş
Diqelêşe tariyê bi hêrsa karwanê şoreş
Zîlan ewye sûnda me
Ew e kîna dilê me
Bû berbanga roja me
Roj veda li welatê me …..
Em jinên azadin
Zane û serbestin
ji mirinê rizgarbin
jivê dozê bernadin ta serkeftinê herin
Hemû jinên kurdistan dest bidin kar û xebat
Şoreşa me dest pêkir bû berbanga her welat
Zîlan ewye sûnda me
Ewye kîna dilê me
Bû berbanga roja me
Roj veda li welatê me
Şagirtê delalîne
Ramanê her demîn e
Jîn dikin dara jînê
Me wê avda bi xwînê şaxa xwe da cîhaê
Bijî bijî herbijî şehîdên azadiyê
Sembola jinên cîhan çira û roniya jîn ê
Arîn ew e sûnda me
Ew e kîna dilê me
Bû berbanga roja me
Roj veda li welatê me .
BEDEWÊ
Li ser hêrsa evîna te
Dinixumin gotinên
Minî hejar ….
Geş dike dilê evîndaran
Giyan dide miriyan
Tîp bê tebatin
Xwe hildavêjin
Bê sekin sebrin … …
Bûk, zeriya di xemlîn e
Bi ser navê narîn e
Roja xweş kurdistan e
Nexşa hemû gelan e
Cih û warê kurdan e
Roniya herdu çavan e .
Ma gelo..?
Evîn ewqas bi êş
Û azare ….
Bê nirx û tewan e..?
Neçra û bê sînor e..
Xweziya ku şêt û
Dîn bim…!
Da ku bikaribim
Hezkirina te diyarî
Vê jîna bê guneh
Û bê zar bikim…
Wê çaxê
Wê buhar bibe
Mêvanê evîna me .
ROJAVA
Bijî bijî serhildana
Serhildana gelê rojava
Gelêm rabe roja felate
Dest bi dest …
Mil bi mil …
Serî hilde
Rabin rabin gelên rojava
Benda meye gulên azadiyê
Rabin rabin gelê kurdistanê
Roja me nû ye bi kenê zarokane
Li EFRÎNÊ serbilind e
Li KOBANÊ şox û şeng e
Mêvanê roja gelê xwe ne
Gul bihara me kurdane
Rabin rabin gelê rojava
Benda meye gulên azadiyê
Rabin rabin gelê kurdistanê
Roja me nûye bi kenê zarokane
Li QAMIŞLO bi evîn e
Li AMÛDÊ pir rengîn e
Li SERÊKANIYÊ zor bi kîn e
Dîroka nûdem divejîne
Rabin rabin gelê rojava
Benda me ye gulên azadiyê
Rabin rabin gelê kurdistanê
Roja me nûye bi kenê zarokane
Vaye şervanên nû hatin
Egîd ji me re xelat in
Weke şêr û pilingan jîr hatin
Pîroz be pîroz be hêza me kurdan
Rabin rabin gelê rojava
Benda meye gulên azadiyê
Rabin rabin gelê kurdistanê
Roja me nûya bi kenê zarokan e .
BÎRANÎN
Boyî evînê ez kûr dinalim
Li xerîbiyê ez digerim
Dilê min bûye derya xeman
Yarê were ez te bibînim
Rindê tu halê min nabînê
Ez nexwaşim ji boyî evînê
Xewên şeva tim diborînê
Yarê were ez te bibînim
Bîranîna zerdeştê kalim
Laleşîna cih warê şengalim
Awirê çavê mem û zînim
Yarê were ez te bibînim
Rindê tu halê min nabînê
Ez nexwaşim ji boy evînê
Xewên şeva tim diborînê
Yarê were ez te bibînim .
KURDISTAN
Kurdistan ….
Warê bextewariyê ye …
Hebûna mirovan e …
Kurdistan …
Gulgulîna her buhara ne
Kaniya temen
Dirêje … ….
Belê kurdistan
Dergeha xweşî
Û yek maliyê ye ..
Beybûn û reyhan e
Reşka maldara ne
Kurdistan …
Geryan û seyran e
Piyaseyî evîndara ne
Kurdistan …
Serwextê her deman e
Dergûşa nifşên rojên e
Welat ê min
Qefdê gulan e
Di destê zarokan de
Dixemile weke peyvên
Bav û kalan e
Kurdistan ..
Navê te di giyana
Min de deng vedaye…!
Welatê eşqa giran e
Çendî seran serî
Cîhanê bigerim
Ewqas bihna xwezaya te
Min bedew dike…
Welatê reseniyê
Bê xem be
Li ser pêsîra te
Dewrêşê evdî,
Mem û zînê,
Siyamend û xecê,
Û kilama evdalê zeynikê
Hînjî hûrhûr divejin .
WERIN ZAROKINO
Ezim ezim tac zêrîn
Ezim roja dêm şêrîn
Ezim stêrka xem revîn
Zarokino werin werin
Werne em bihev re bin
Bilîzin û belav bin
Bila her cih bi gulgul bin
Zarokino werin werin
Çîroka xezalê bêjin
Car bigrîn car bikenin
Di hêlanê de şabin
Zarokino werin werin
Werin werin de werin
Baxên gulan av bidin
Em zarokê dil pakin
Zarokino werin werin
Em ji jiyanê hezdikin
Hevala di civînin
Bê sekin û tebatin
Zarokino weri werin .
LALEŞA NÛRANÎ
Pêlên deriya
Dikelin …!
Biriq û birûsk
Deng vedidin ..
Û li ser peyvên
Paksaz dibin mêvan
Hembêz dikin
Kulim axeke pak
Ji axa yazdana pîroz …
Datîne toveke
Nûgîhayî …
Da ku bibe nîşana
Her bihareke serdem
Xwedawenda bihuşta
Wendayî ye …!
Bi navê kevana
Zêrîn helberîna jinê
Di afrîn e …
Cejna serê nîsan ê
Diyarî evîna
Dewrêş û edûlê dike
Da ku bibin
Siwarê hespa seklawî ..
Ji zagrosan ta torosan
Herekol û araratê
Cûdî û sîpanê xelatê
Ji çiyayê kurmênc
Ta miştenûr
Û girê şermola yê
Dixemilînin
Laleşa nûranî
Ronî didin
Şengala delal
Ji xwe dûr dixe
Peyvên reş û lale
Ewe malzaroka
Me kurdan e .
ROJA MIN
Ji tihna rojê
Zargotineke zîz
Ji tîrêjan hinaseke
Kişand …!
Germa ronahiyê
Seqema bê wext
Şikand û pife
Mûmên bê hêvîtiyê kir ..
Pêsîra henekirî
nifşeke nû datîn e
Nazîk û nazerîn e
Kel hilmeke sar û gerim
Divejîn e ber bi
Pêsîra bê guneha …!
Roja min
Hembêz dike
Keça wenadayî ..
Belê roja min
Xilxala eniya
Jiyanê ye …
Dihûne ristên
Lawkê xerîb …
Ji girê kurê jaro
Hêsreke evîn barkirî
Dibarîne ser
Nû giyan ê …
Vê axê çi dît
Û çi ne dît
Pir dil bi hesretan
Heliyan, û çûn….
Pir şop zûwa
Û hişk bûn …
L ê ê ê ê …
Riya ku hatî
Lêdan hînjî xuya ye
Di nava xwîn
Û xûdan ê de
Xwe dirêse …
Serî natewîne
Xudî hêz û tole
Merd û mêrxase
Egîd û cangoriye
Li dîwarê demê
Navê xwe datîn e
Û xwe li teşiya
Berbangê dixîn e
Roja min .
GORISTAN
Êdî miriyên welatê
Me gora xwe didin
Ser milan û bar dikin
Berê xwe didin
Cihekî aram ku tihna
Rojê lê bi de …!
Ey welatoooo
De ka bêje min
Çima tu divê rewşê
Û divê halê daye ..?
Ma ji bilî te
Ti kesî dî guneh
Ne kirin e ..?
Sînga tey bihuştî
Bûye lîstûkên
Ne merdiyê … …
Ax hawar welatoooo…
Ji kerba kulan ez bûme
Rêwiya riyên ne diyar..?
Mar û tîremar xwe
Radipêçin ser hêlîn ê ..!
Min hembêz bike delalooo
Di dergûşê de
Strana vejîn ê bilorîn e…
Rê nede bekuyê ewan
Bila destê
Zînê tiliyên
Memo hembêz
Bike … …
Da ku
Bi hevre
Ramûsin aramiyê .. ..
Jîn bi de miriyan
Li ser textê evînê
Welato, deng bi de
Cîhan ê …
De werin birano
De werin
Welat li benda me ye .
DÎLBERÊ
Ev çend salin
Li benda teme
Dîlberê dîlber …
Soza min bi tere maye
Dîlberê dîlber …
Xwetir xwestin
Ne biya teye
Dîlberê dîlber .. ..
Evîn xweşe dil
Li te ye
dîlberê dîlber.. …
Ez dildarê bejna te me
Dîlbere xweş rû bi kene
Yaram xûnava gulan e
Destêm bigre çav li min e… ..
Nav bedewê
Tu gula min e
Ji te hezdikim
Tu warê min e
Hêlîna stran
Û helbesta min e
De were canim
Dîlberê dîlber …
Tu ya vê diliye canê
Hêsrê çavêm te ye can ê
Li min bibe mêvanê can ê
Da bikim keyf û seyran ê
Ruh û canim tu dile yarê
Yaram ciwan e li her care
Dilêm nesojîn e gulbuhar ê
Ez perîşanim dîlberê dîlber .
TAKEKES
Mixabin dostino….!
Di bin quntara
Çiyan de
Siya meşa me
Xwe
Meyandî ye
Dem li xwe
Matmayî ye
Qêrîna fetisandî
Bêhn daye
Derme dor …
Mixabin nûnerino
Di pişt
Girên bilind de
Dengê me
Gewriya tûnebûnê
Çirandiye …
Û di gora ser vekirî de
Birçîbûn bê
Deng kiriy
Kefen di bin
Sifra têrbûnê de
Dijîn …
Mixabin hevalno…
Ji kê re
Bibêjim …?
Ji hinasên rûxandî re
An go
Ji hinavên şewitî re
Yan .. ..
Ji dilên bê maf
Bipirsim …?
Erê dostino … …
Erê nûnerino… …
Erê hevalino … ..
Tabûta siya
Bejna me ,
Gora bêdengiya
Êvarê û navê nasnama me
Ber bi mêvantiya
Rojê dihelin .
PÊNÛSA MIN
Peyvan didim ser hev
Gotinan hildibjêrim
Tîpan rêz dikim
Wateyan dinixumînim
Dilê xwe digivişînim
Çavê xwe li te digerînim
Bejin û balan dihejînim
Ristan xêz dikim
Li ser lênûskê
Bi pênûseke xembar
Navê te dinivisînim
Tevî her tiştî dîsa
Lêborînê ji te dixwazim
Dilê min westiya ye
Li benda nêrîneke
Tey têr can … …
Carekê tenê delala min
Carekê tenê bê hêsir
Ken lêvên xwe
Diyarî min bike …
Wê demê navê min
Wê bibe xêzek
Ji xêzên bê dawî
YARA MIN .
KEVOK
Delalê xwe
Ji xewê vediz
Bila bilbil bibe
Mêvanê te … …
Yarê … …
Çavê xwe veke
Bila deşta genim
Pê bixemil e …
Rindê … …
Tevzan bi te xwe
Da ku kevok bi hêlîn ê
Şa bibe …
Bila dilê te ne êşe
Li ber bayê bê bextiyê…
De were ,
Were rindê
Kenê xwe diyarî
Hestên şikestî bike …!
Min bihelîne
bi awirên xwe
ne tîran bavêjî
hinasên min
tu min dikujî
bi kêliyên bîranîna xwe…
hembêz bike
dilê min … …
Bila dûrbûn ji xwe
Fedî û şerim bike …!
Bedewê … ..
Dêm li kenê
Destê xwe bi de
Destê min rindê
Bila em bi hevre
Kêliyên azadiyê
Bi aramî bijîn .
NASNAME
Navê min li ser textê
Zulmê nivisîn …!
Piştra ji min re gotin :
Tu mêrkujî …!
Kêndir avêtin gewriya
Dengê min
Û gotin tu gunehbarî …!
Lê bi tevî ku
Destê wanî bi qirêj
Li ber siya bejna min
Mîna rûpelên dara
Payîzê dilerizin …
Doza min ,
Dozeke bê tewane
Tewanê min ew e
Ku hêviyên hejara
Xwe di dilê min de
Zindî dikin…
Li wê derê dilê min
Bi sêdara serdemên
Navîn ve dalaqandin…!
Û … …
Li vê derê ,
Gotin min daweziya te
Bi dawî bû …
Li bîrkiribûn…
Ku ez kurê kevana
Zêrînim …
Ji bîrkiribûn ku ez
Ji pişta zagros
Û torosan afirîme … …
Ji tirsên xwe,
Ne dixwastin çavên
Xwe li peyvên ku
Li ser dilê min nivisiye
Bixistana,
An go bi xwendana… …
Ji ber ku
Bi milyonan
Dil hene
Mîna min
Ji boy azadiyê
Xwe hildavêjin
Û hene .
PÊL
Pêl hembêz dike pêl
Dil ditepise ser dil
Giyan li benda xwe ye
Jiyan jî gazinan dike … …
Deriya diqulibe
Ser rûyê dergûşa
Gedeyên nû … …!
Kal li benda pîrê ye
Ku hembêz bikin
Bîranînên salên
Xwe ji bîrkirî… …?
Çav bendewarê
Ronahiyê ye …
Pirs dide pey pirsê…
Bersiv ji xwe matmayî ye …
Ji kê bipirsim
Û ji kê gilî
Û gazinan bikim…?
Ji kêre re kul
Û derdan vebêjim…
Kî guh dide …?
Kî dibhîse gelo…?
Êş bi ser birînê de
Dilorîne … …
Birîn çîroka demên
Bihorî hûr hûr
Diyarî bayê
Jiyanê dikê … …
Tenê li benda te me
Çave riya min
Tenê li benda te me .
XEMREVÎNÊ
Xemrevîna min
Kûr kûr diram e…?
Li ser biskên demê
Dirêse warê hejaran … …
Xemrevînê … …
Peyvên xwezayê
Dixwîn e …
Mirinê ji waran
Direvîn e …
Destare,
Çaxan digerîne …
Dîsa ez xembarê
Bûne mêvanê
Kul û derdan
Derd pife
Mûmê vê\î
Temenê dike …?
Erê xemrevîna min
Tu hînajî
Diramî …?
Birame bi ser evîna
Keça bê guneh de
De were delalê
Êdî bese,
Were vê serdema
Text rizî bimale…
Deriyê tunebûnê
Dax û dade..
Birçîbûnê bê
Deng bike … …
Hêsrên kenok
Diyarî çavên
Bê hêvî bike … …
Lêêêêê …
Li dawiya bê dawî
Dîsa ez û xemrevîna
Xwe … …
Mane bi ten ê .
AVA EVÎNÊ
Her ku roj diqulibe
Ser pişta şevê
Giyaneke nû dilive
Tevzan dide xwe
Zayîneke bilez dizê … …
Nifşeke xûdangirtî
Hilma keser şikestî
Dinava xwe de dinal e.. ..!
Dengê nalînê
Asîmanê ditengijîn e
Hinaseke kûr wext
Dirazê ser pişta
Nêrîneke berbext …?
Her çendî
Gotinên min bidoşî…
Bimalî yan biwestînî…
Ger rehet nebûyî bişewtîn e …!!!
Wê dil her tevzan bide xwe
Wê eniya qermiçî
Hembêz bike bihna
Peyvên xudan girtî
Û li ser rengê jiyanê wê
Biherike ava evîna veşartî
Bi nave min û te .
CAN GORÎ
Pife kirina mûmên jiyanê
Pife kirina ronahiyê ye … …
Bi dest min de qefdeke gul
Bi dest te de xençereke ji kul… …
Dîlber maye li ber…?
Matmayî û can parî
Çar reng bi çar alî … !
Ka em çi bikin li vî warî
Nalîna dil dane serî… …
Weke zarokeke biyanî…
Da ser min xema xanî
Mûma min maye sêwî… …
Bi bê wijdanî
Peyvên kujer
Lê anî … …
Lê dîsa ez çi bikim
Cangorî bo te
Diyarî .
WARÊ MIN
Efrîn cihê xweşî
Û bextewariyê ye
Egîdan di afrîne
Zerî û evîndaran
Hembêz dike…
Her hebek ji zeytûnê
Roniya hebûnê ye
Li ser waran di xemlîne
Dilên text û rizî
Silavan diyarî
Keliha dum dum
Xana lepzêrîn dike
Agirê baba gur gur
Dide rûyê tarîk bûnê…
Kurdistane …
Warê mêrane
Jîn û jîn ware
Rûpela dîrokeke
Nûye …
Lêêêê hînjî
Li ser pêsîran
Silav dike mirovan .
FÊRIMÊSIK
Min bêriya te kiriye
Yara min …
Di pişt fêrmêskên te de
Wêneya hebûna min heye ..
Belê min bêriya te kiriye
Di hinavê te de
Radizê kenê min î
Wendayî ….
Hînjî bêriya te dikim
Bi kulim axeke pak
Hinasên xwe dimalim
Yarê min bêriya
Te kiriye .
ÇAR GUL
Çar alî … ..
Çar çem û ronî …
Çar evîn …
Belê çar dil li hêviya
Hevin da ku ramûsin
Aramiyê …
Çar canin …
Li hev xerîbin
Hest birînin..
Lê dîsa jî li hêviya hevin
Da ku hembêz bikin
Azadiyê .
EFRÎN
Bajarek çi şêrîn e
Navê xwe xaş efrîn e
Gul û bax û rengîn e
Ciyê eşq û evîn e
Dîlana keç û xortan e
Warê bav û kalan e
Çem û av û kanîn e
Xem, xeyala direvîn e
Helbesta ser lêvan e
Awaza dihelîn e
Bûk, zeriya di xemlîn e
Bi ser navê narîn e
Roja xweş kurdistan e
Nexşa hemû gelan e
Cih û warê kurdan e
Roniya herdu çavan e .
ÇEND GOTIN
Di pêşketina serdemên dîroka mirov û çivakê de , gelek serpêhatî û guhertin hatin e pêşberî jiyan ê .
Geh reş , geh spî dibû , pir caran jî bê ser û ber dibû , hertişt di hembêza hevdu de diqewimîn ..?
Riyeke dûr û dirêje li ser rûyê zemînê gelek şop çûne û hatine ….
Vê erdê çi dît û çi ne dît …?!
Mirov û xweza hertim cêwîtî ji hevre kirin e , xwezaya bedew her çendî zehmetiyên xwe hebûn lê hertim mirov diparast ji serma, germa,tih û birçîbûnê û ji hemû bûyerên cur be cur û ta roja me îroj jî didome .
Xwezî ku mirovan jî , ev cêwîtiya xwe bi xwezayê re biparasta , berevajiya vê tiştê xwezayê dişewtînin …
Ev li milekê û li milê dîtir di nava xwezayê de giyaneke bedew û çeleng di her demê de xwe divejand…
Ew jî jina aştî pereste ,ku dilê xwe hertim kiribu pira azadkirina hemû jînwaran ji xweza bigre ta zarokên tey nûhatî , ew jî jina serbilinde ewjî weke xwezaya qeşeng li
berxwedaye û pir caranjî hatiye tunekirin.Mafê wê ji dest birin e û kesayetiya jinê di xwezayê de çewisandin.
Belê xwendevanên hêja …
Xweza , jin , zarok … …kulîlkên buharêne ger tu neparêzî ewê di metirsiyê de bin …
Belê pêwîste ku kevok ji ser hêlînê nefirin û bi aramî bijîn, hêvîdarim ku ev helbestên minî dil nazerîn û dil nizim bi dilê we hemiyan be .
Ez gelek û ji dil de spasiya her kesî ku hêz dane min û alîkariya min kirin e .
Zekeriya Dawûd
(Gîvara Efrîn)