BO DAXISTINê PIRTOKê JI VIR
https://www.4shared.com/web/preview/pdf/Y6SkWUQTba?
- Navê Berhemê: Mihemed HENÎFî Û.. gurzeke dîtir ji zargotina EFRÎN ê
- Navê daner: Pîr RUSTEM
- Cûreyê Berhemê: Daneheva
- Çap: çapa Elkitroniya yekemîn 24Sibatê.2017 S
- Hijmara xelekirî: 6
- Mafê weşan kirina pirtokê Ezber kiriye ji nivîskar e, û çapa Elkitronî ya komcivîna Zanyarên Azad re ye
https://reberhebun.wordpress.com/
bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin:
Mihemed HENÎFÎ
Bi navê Yazdan ê dilovîn û dilovan.
Hemd û şukir ji Xwedê re
selewat ji Mihemed Mistefa re
Elî û eshabê wî giştika re
royê heft hezar car jê re(1)
Xwedê û ya Reb ekberî
selewat û selam tim li serî
Jêre hat wehî û kîtab
wan jî da me weiz û xîtab
Açiqkirin eyb û îtab
beyankirin xeta û sewab
Rokê bi emrê Elah û muîn
derbaskir Cebraîl emîn
Emrê Reb elalemîn
pir hewas kir Cebraîl emîn
Ji ezman dahat rûyê zemê
hatî hizora Mihemed emîn
Ne emrê herb û xeza
hatî emrê ceng û ceza(2)
Go ya Elî elmurteda
emrê Xwedê ji te re soze(3)
Go ya Elah, Reb elxefar
bi emrê Mihemed çar yar
Hezretî ELÎ li Dindilê bû sîwar
raki şûrê xwe yî Zulfiqar
Go ya Elah ya sitar
go ya ezîz ya xefar(4)
Êkê here dîn ezar kê
kê qebûl kir bikê dost û yar
Berê xwe da diyarê kifar
kafira bike talan û tar-mar(5)
Wexta Elî ji Midînê bi rê ket
gelek eshabe rabûn pê ket
Çavê Mihemed Henîfî lê ket
ew jî rabû, ew jî bi pê ket
Go ya şêrê Xweda; “ebî”
dilê min rabû çare nabe
Mineta min li ser te be
tu kê min jî bi xwe re bibe
Elî xwe ji Dindilê çekir
herdu çavêd lawê xwe maçkir
Dest hilanî due lê kir
suhbet û tenbîh lê kir(6)
Got: tu yî bi çûkî, law can fîda
tu damîş nabî li ceng û ceza
Hîn ne ferze ji te re xeza
tu here ji xwe re nav yaxorza
Ey cîgerê minî ezîz û delal
tu vegere here rûne li mal
Eger sebra te netê li mal
ji xwe re xewke bi eşq û xeyal
Şev dirêjbû; bû meh û sal
netê çava xewa zelal
Seyda rabû bi husin û cemal
Quran xwend bi ismê Celal
Nimiya sibêkir bi kemal
got ezkê herim awa xezal
Siwar bû rakir tîrkevan
berê xwe da çiya û çolan
Ji xwe re kir ger û seyran
dike awa teyr û heywan
Di bin re deşt bû, di ser re çiya bû
xezal ji pîşê rabû
Heywan rabû ew winda bû
aqil ji serî bela bû
Hin şewitî, hin jî pir şabû
got Xweda û ya Reb çi belabû
Hesret kişand meraq rabû
bi emrê Xweda û Elah bû
Got: ya Reb carek din bibînim
bi xweşî bigrim lê nexînim
Hedya bibim li xelkê bibînim
sebra dilê xwe pê hûnim
Bi xweşî bigrim vê şêrînê
bibim bajarê Midînê
Jin û mêr kesek nemîne
her kes werê ji xwe re bibînê
Pir lê gerî çare nekir
îza xezalê wî winda kir
Xezal derê, pir lê gerî
kemend çekir lê kir qîrî
Ji kemendê filitî paş xwe nerî
aqilê Mihemed Henîfî firî
Dest avêt tîrkevanê
êkê lêxînê li wê heywanê
Qêmîş nabe, dest narinê
dibê ya Reb tu zanê
Kevan danî kemend rakir
dîsa xezal, wî winda kir
Pir lê gerî çare nekir
qoriya gêwir beyan nekir
Ket qoriyê, xezal sekir
xezal nedî çare nekir
Delxa eşqê lê zêdekir
di cih de rûnişt, gavek çenekir
Xewê li fikrê xelibkir
hespê xwe berda bi xwe jî xewkir
Mebê qoriya gêwir-şer
dused siwar begcî li ber
Di sere narê çûkî pere
bi şev ordî-ordî digere
Qoriya gêwir bi dar û biye
di bin re deşt û di ser re çiyaye
Mihemed Henîfî di xew de maye
bi serde hatî dewriya dijmine
Hatin li dorê sekinîn
li hev nerîn bi hev re kenîn
Fereh, fereh li dora wî gerîn
xayîn-xayîn li wî nerîn
Ji ku hatî ev lawikê dîn
ji me re hespê hişîn
Wexta husin û cemala wî dîn (dîtin)
ecêb man, aqil firîn
Li hev rûniştin, bi hev şêwirîn
gotin: me wek vî camêrî nedîn
Hev melîke ne însane
ne beşere, ev ruhane(8)
Çi ecêbe kes nizane
ya sitar û ya rihmane
Çaxa wan bi hev re dendikir
ji xew rabû li dora xwe nerî
Li dora xwe dît dused siwar
wek çêlikê şêra li dora xwe nerî
Vêra gotin: ey mehbob can
tu li çi digerî li van deran
Tu melîke lê însan
xwe ji me re bike beyan
Ew rabû ser xwe ji nav wan
got: ne melîkim, ez însan
Ji xwe re digerim li aw û seyran
hûn jî xwe ji min re bikin beyan(9)
Bi hev re gotin: huske, huske
virde were tu can xelaske
Hespê bide xwe xelaske
derb û teina tu derbaske
Mihmed Henîfî got: şorê zêde bi min re nekin
edebê xwe mehfezekin
Tiştî ji min omîd mekin
herin li îşê xwe hûn sekin
Mekin şorê ne bi ciye
heqê we li hespê min çiye
Li hembera we jî însane
biçûke pêlewane
Hew ewladê lawê şêrane
siniye û mislimane
Gotin: tu nizanî ev qoriye
ev ne ciyê her kesiye
Dused siwar li ber begciye
mezinê me tabotciye
Tebot got: tu were şorê zêde meke
qulaqê me ker neke
Tu were destê Tabot maçke
li ber biger ê te afkê
Mihmed Henfî got: ey gawirno mekin lafa
bavê min Eliye Elmurteda
Cidê min Mihemed Elmustefa
bi min mekin zor û cefa
Çaxa wan axnemîşnekir
dused siwar çêwirmîşkir
Mihmed Henîfî çi îşkir
di seetekê de îşê wan bêtmîşkir
Mihmed Henîfî şêrê bi nîşan
siwar bû bi heybet xwe berda meydan
Bi heybeta Elî Elmurteda
saykê gurek kete nav pezê
Dused siwar gî qurmîşkir
serê begê wan kêsmîşkir
Rêka Midînê wî dûzmîşkir
zikir, tewhîd lê olmîşkir
Serê begê wan hanî
li orta bajêr nîşandêrik danî
Ê ku dî ecêba xwe hilahnî
kesî nedîbû ji kuderê hanî
Elî ji cengê fitilî
serî li orta bajêr dî
Belê çi qoçe, çi seriye
yî qasî serî kerekiye
Got: ev seriya kê aniye
li orta bajêr daniye
Min pir serî gawira qutkiriye
weke vî serî min nediye
Gotin: Mihmed Henîfî
ji sê roya bi şûnda bi xwe re aniye
Elî hat rûnişt li mal
Mihmed Henîfî bi naz û delal
Hat hizorê bi edeba kemal
jê kir pirs û cewab û soal
Got: hev çi îşe cîger delal
doxir bibê bi ismê celal
Got: bavo weke te îzin dayî
ez çûm awê, min xezalek dî
Xezal çû li paş xwe nerî
aqil ji serê min firî
Çi xezal bû, çi xezal bû
pir şîrîn bû, pir delal bû
Hew ne xewn bû, ne xeyal bû
bavo bi emrê Rebê zo Elcelal bû
Wexta xezalê serê min dî
ji xwe wêde heywan revî
Eşqa dilê min li ser firî
ez sekinîm min li pê nirî
Xezal çû, ez diketim dû
di ser çiya re hew aşmîş bû
Di qoriya gêwir de hunda bû
aqil ji serê min bela bû
Li qoriya gêwir ez peya bûm
ez helak bûm, pir westiya bûm
Bi sewt û dengê wan ez şiyar bûm
rabûm ser xwe min deng lê kir
Bi hev re kirin huske-huske
virde were tu xwe xelaske