Pîr RUSTEM, Zarotiya NEYNIKEKÊ û tiştin din ROMAN

BO DAXISTINA PIRTOKê JI VIR

https://www.4shared.com/web/preview/pdf/c-5lsDVvce?

BO DEXISTINê HEMO PIRTOKêN KOMCIVîNA ZANYARêN AZAD JI VIR

https://www.4shared.com/account/home.jsp#dir=h45exNMs

 

 

 

  • Navê berhemê: Zarotiya neynikekê û tiştin din
  • Navê daner: Pîr RUSTEM
  • Cûreyê Berhemê: Roman
  • Çap: çapa Elkitroniya yekemîn 1,Avdarê .2017 S
  • Hijmara xelekirî: 12

Hemo maf ezber kirî ye ji daner re

  • Mafê weşan kirina pirtokê Ezber kiriye ji nivîskar e, û çapa Elkitronî ya komcivîna Zanyarên Azad re ye

https://reberhebun.wordpress.com/

bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin:

reber.hebun@gmail.com

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

      Pîr RUSTEM : Di sala 1963 an de û li gundê ÇEQELA; Gundekî EFRÎN ê ye, ji dayîk bûye. Ew çend salên pêşîn li wir dimîne û di dû re mala xwe bar Bajarokê CINDIRÊS ê dikin û heya ku, xwendina lîsê kuta dike li wir dimîne û ji bo xwendina bilind di zanîngeha HELEB ê de, ew çend salan li wir jî derbas dike, lê ji berî ku ew xwendina endeziyariyê kuta bike û di rêza çaran de berdide.

       Wî gelek çêrok û gotar di rojneme, kovar û malperên kurdî de belavkirine, wek: STÊR, PIRS, ZANÎN, ASO, A. WELAT, J. REWŞEN, ARMANC, DENG, PEYV, PÊNÛS, ZEVÎ .. hwd. Û mîna evan malperan; efrin.net, amude.com, rojanu, qamislo, tirej, kobani, penakurd, mehname û.. pirekên din û heya bi nuha çar berhemên wî yên çêrokan jî hatine weşîn, ew jî evin:

   1 – Çivîkên BERAVÊTÎ. Çêrok, ji weşanên kovara ASO ye, BÊRÛT- 1992.      

   2 – PILINDIR. Çêrok, ji weşanên kovara ASO ye, BÊRÛT – 1993.

   3 – PÛTVAN. Çêrok, ji weşanên MERX ê ye, BÊRÛT – 1998.

   4 – TÎRAV. Çêrok, ji weşanên SIPÎRÊZ e, DUHOK – 2002.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji … .

    STÊR   û   MAYA   re

                                    

                                Pîr

 

 

 

  Sipasiyeke xasma ji Dîno û Idrîs re; Erê ew du xortên dînin, lê 

                                                                  dikarin welatekî hilgirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

  Bi salekê Ji wî mezintire.

 

Sê tişt li ser rihela wê jê re kirîbûn; şalek, sekreton û neynikekê, digel çend bazin û gustîlên zêrî û ewê bihêlin ku mêrê wê bi fen û fûtan, wan jê bistîne û diyarî jina cîranê xwe bike û  rojek ê bê ku, sekretona wê jî bibe deriyê avrêjê. Di dawiyê de dê ji bilî neynikê, titiştî din, ji rihela wê nemîne ku, di rojên xwe yên dawî de diyarî kurê xwe yî bi tenê bike.

Ew bi hev re mezin dibûn, xewn û bûyer, çêrok û rojên jiyana xwe bi hev re dijmartin û di bîr û pelên jiyana neynikê de tomar dikirin; di hember wê de radiwestî û di danûstandineke dirêj de, jiyana xwe bi hev didan nasîn, qijmorekên riwê hevdu dijmartin û di rojekê de xwest zanibe ka bîra neynikan heye yan na, wî pir caran ev pirs ji xwe dikir: “ewê hemû roj û çêrokên min bi min re dîtin û jiya, çima ez lê venagerim û jiyana xwe bi şêweyeke nuh narêsim, ez dikarim li ber mofirkên pêwîst rawestim û li gor dilê xwe bi wan çêrokan bilîzim”.

Koçerê Başûrî derbas hundir neynikê dibe û rojên xwe tev dide, jiyana xwe diherikîne; çemekî zengîn bû û di pir mofirkên bive re derbas bûye. Zayîneke ne normal bû, pir çêrok û efsan li ser hatibûn ristin; di bîst û nehê sebata sala kebîs de hatiye dinê û evê yekê dihêşt ku, ew her çar salan çarekê zayîna xwe bi bîr bîne. Di roja zayîna xwe de kenî û bi kenê wî re çend caran gund tête hejandin û agirekî şîn, di çi pixareyên gund hebûn, gur dibe.

Di roja hatina wî de sê kes ji Başûr de hatin û mizgîniya zayîna pêximberekî bi xwe re anîn û dîsa di wê rojê de, sê bûyerên mezin çê dibin; kenê ewî zaroyêku, nuh ji dayîk bûye û vebûna du kefenan di odeya wan de; pêçeka Koçer û kefenê diya wî  û dîsa di ewê rojê de serleşker êrîşe avahiya serokê komarê dike û wî di gorepana bajêr de bi dar ve dike û ewê nuh jî di hevpeyvîna ku, telvizyon pê re dike de dibêje: Ji îro û pêve emê rojin sipî di jiyana we de biçînin, ev roj dê dawî be ji dîroka hêzên reş re û ji îro bi şûn ve emê evê rojê weke cejneke netewî binasin û eynî di ewê rojê de, dêla cîrana heftê cewrikî tîne û bavê wî, yekê jê re digre û ewê, pir caran, nanê devê hevdu birevînin.

Bayekî zirt radibe û bêndera pelên jiyaneke kefnikî hildiweşîne, li ba dike; “Ji mafê mine ku, ez jiyana xwe li gor daxwazên xwe bixwînim”. Dest davêje pelekî nîv şewitî û ji refên pelên ku, bi bayê zirt re difirîn digre û piştî xwendina ewî pelî, bi kenekî tijî kîn diqîre: “Ezê bihêlim ku her bûyerek, çêrokek û rojek ji rojên jiyana min bi hezar şêw û rengî bêne nivîsandin”. Û bi birûskên ku, ji çavên wî diherikin, neynik dibe hezar perçe û perçe û her yek, ji aliyekî ve, li jiyana wî dinire.

–  Koçer..  . tu îro ji bîr nekî û bêyî min neçî.

– Na mamosta. Û ew ji nuh ve vedigere ser hevalê xwe, ewê ku, li gor gotina wî, pênûs jê dizîbû. Dema dengê wan bilind dibe, mamosteya wan serî hildide, dengekî dudiwan li wan dike, lê gava dibîne ew ranewestin, ber ve wan tê.

–  We ji hevdu xêre, hûn çi ji hev dixwezin.

– Koçer pênûsê min ji min distîne. Ewê por qij û çav reş, bi girî bersivê dide.

– Te çima bir. Hêrsa wê ne li gor bihintengiya mamosteya ye, ku demên tiştekî wilo di navbera şagirtan de çê bibe.

–  Derewan dike, ev pênûsê mine û wî ji min diziye. Koçer bê girî û ne li gor dudilî û tirsa şagirtan, bersiva mamosteya xwe dide, di gotinên wî de nasdibe ku, wî tirsa şagirtan şikandiye.

– Bi Xwedê min.. . Bêyî ku, ew lawikê por qij, gotinên xwe bibe serî, dengê xwe dibire; girî nehêşt ku, hevoka xwe bi dawî bîne.

– Bes tu digrî; ji mêran re şerm e ku ew bigrîn. Ew li Koçer dizîvire û jê dixweze ku, pênûsê wî jê re vegerîne. Dema nuha em herin mal, ezê pênûsekî xweşiktir bidim te. Û ew ji kurikê por qij dixweze ku, here riwê xwe bişo.

Piştî nelihevkirina herdu şagirtan bi dawî kir, Raşêl a Mistê; mamosteya rêza çaran, bi destê Koçer digre û wî dibe û li ber maseya xwe radiwestîne, bêyî ku destên wî ji nav ên xwe berde û hêdî-hêdî, wî ber bi xwe ve dikşîne, heya hêşt hilma wî mîna çemekî ji kizotan di sîng wê de der bibe û di geliyê ku, di nav herdu memikan re, biherike.

– Tu dizanî ez çima îro te bi xwe re dibim mal. Mamosta dipirse û di qorzîka çavan re li wî dinire. Koçer bi pirsa wê re sor-mor dibe û bersiv jê nayê, lê di çavên wî de bi hezaran wêne û bûyer dibarin û li pêş giyanê wî asoyekî vekirî ava dibe.

Koçer radihêje hinek tûrên mamosta xwe û pêre-pêre dimeşe, bi pozbilindî li hevalên xwe dinire û carina çavan di wan de sor dike, ew dizane ku, meşa wî ya îro jî dê bikeve ser zimanan. Li ber derî ew hinekî bê deng radiweste û pir naçe dengê mamosteya wî ji hundir ve tê.

– Koçer.. , tu çima li ber derî maye. Gava ewê dît ku, ew hinekî dereng ma, ji xênî derket û ji wî dixweze ku, ew bide dû wê. Dema Koçer tûrên di dest xwe de datîne, dixweze derkeve û bide ser riya mal, lê mamosteya wan, wî dide rûniştin.

Ew dêst bi danîna cilên xwe dike, mîna ku ti kes li cem wê tinebe. Koçer hin caran bi dizî û di bin çavan re lê dinêre, belê wî ji berî evê carê jî memikên diya xwe û yên hin jinên din jî dîtine, lê ne wek ên mamosteya wî bûn; ewên ku dîtibûn giş mîna hev sisto-pisto û ji hevketî bûn, lê yên mamosteya wî du hinarin di nav zeviyên berfê de.

– A .. a, min ji bîr kir ku tu birçiyî; dê bigre û evê sêvê buxe, heya ku, ez cilên xwe datînim û emê, di dû re, bi hev re nên bixun. Dema ku ew li hundir dimeşe, herdu hinarên sîng bi meşa wê re, dimilmilin, lê gava ew hat û sêv da dest wî û hinekî wilo li pêş wî ma rûniştî,  hêşt sipîka çavên Koçer birije û her tişt ji pêş wî bête revandin.

Koçer bi xewnên xwe ve dûr çûbû û dema ku, ew şiyar dibe û dibîne ewî li hember, neynikê rûniştî û pişta xwe daye wî, kir ku ji odê bireve. Lê di ewê kêlîkê de ew li wî dizîvire û gava dibîne ku, hîne sêv li pêşiya wî ye, bêyî ku ew destan bidêyê, gotê.

– Te çima sêv nexwar, fedî neke.. ka ji min re bîne. Dema dît ku ew ji cihê xwe nelivî, ewê hat sêv bir û ji nuh ve çû li cihê xwe rûnişt, lê evê carê bervê wê ber bi wî ye û piştî sêv kire du beş, jê xwest ku ew bê nik wê.

– Na, ez naxum. Bi tirs li mamosteya xwe vegerand û bêyî ku lê binire.

– Were, emê bi hev re buxun. Bihna fermandariyê ji gotinên wê dihat, Koçer bi ustûxwar, li pêş wê radiweste û beşeke sêvê jî li ber lêvên wî yên dilerizîn, bû. Dengê giriyê wî jî mîna riswakirinekê di hundir xênî de, belav dibe.

– Tu çima digrî. Bi gotinê re wî bi sîngê xwe ve dike şima û piştî çend ramûsanan û dest xuşandina di ser porê wî re, Koçer hêdî dibe, lê şermeke giran wî komî serhev dike.

Dema wê dît ku Koçer bi lîstikê kêfxweş bûye, ew bi rihetî di nav ranên xwe de bir î anî û gava kela wê bi evê yekê narije, dest davêje pantironê Koçer û jê datîne. Lê gava Reşêl ewî bi tenê dihêle û dibîne ku, ew mîna dareke ziwa di hembêza wê de bê liv dimîne, bi nîvê wî yê jêr digre û ewî ber bi xwe ve dikîşne. Bi ewê yekê re hêsir, ji çavên reşik, tên xwar û ava şor û şêrîn tevlihev dibe. Lerzandineke pêdar  ji laşê wê der dibe û mîna ku, çawa darek bi lêdana devê dasê re bête xwar, ew li erdê vedimre.

– Tu çi dikî.. , de ka rabe emê herin mal. Bi gotinên mamosteya wî re, ew hest dibe ku, wî xwestibû xwe têxe hembêza wê. Dev biken û bi gavin lezok ji dibistanê dertên û çavan, weke hercar, di hevalên xwe de sor dike.

Radibe ser xwe û berve masê diçe, cixreyekê dikşîne û bi sê-çar hilmên li dû hev, pêt dighe nîviyê wê/wî. Ji dema ku wî xwe li ser têxt dirêj kirî de, katek derbas bûbû. Gulmeke çayê, ji piyala ku di nik xwe de ji bîr kiribî, hildide ser lêvan; çêjtiya ava sarincan jê dike û hilmeke nuh ji cixarê dikşîne.

– “Çima ev çêrok hate bîra min, nemaze piştî evqas sal û keçên ku, jiyana min nîgar kirine. Dive ku ew hezkirina min a bi tenê ye, bes heya navê wê jî nema tê bîra min..  na”. Koçerê Başûrî dinase ku, ev hevpeyvîn, l,stikeke ji yên mejiyê wî ye, da ku, ew bête xopandin. Belê, her tiştên wê demê tên bîra wî; ne bes tenê navê mamosteya wî, lê heya çi xalên li ser  gewdê wê belavkirî bûn jî, mîna ku, wî yeko-yeko bi destên xwe çandibin, li ber çavên wî ne.

Careke din radibe ser xwe û ber bi quncikê ku, kemance tê de daleqandî, diçe û bêyî ku dêst bidêyî, jê bi dûr dikeve. Di hundirê xênî de diçe û tê, her ku gava çaran davêje, ew ber bi paş ve dizîvire.

Di quncekî odê de textekî leşkerî ye û li nik wî hinik refên hesin ku, çend pirtûk li ser bela-wela bûne, cih girtiye. Li aliyê wî yê din maseyeke formîka û li ser wê jî çaydan û hinek zêtûn ku, di binê sênîkê de mor bûbûn, paldane û dema ku çav ber bi aliyê pencereya bi tenê de berdan, hest bû ku kemanceya wî hatiye dardakirin, gavek berve wê avêt, lê ji nuh ve vegerî û xwe li ser zik avête ser têxt.

Ew dizane ku, ev liv û netebatiya wî giş vala ne, her dive vegere û kela hinava xwe bi “gerdişa dizî” birjîne. Wî sûnd xwaribû, nemaze piştî ewê cara ku, xwîn bi piştê re hatibû ku; “nema ew vedigere ewê rêkê”. Û dema çavên xwe hildide qatê dudiwan û reşatiya ewê li piş dipelîne, ew bi nîvdengî taxêve: “bes dê û bavê wê winda bibana”. Lê dema ew têdighe ku, ev xwesteka wî xewnerojeke wî ye, dinase ku, ti riyên din li pêş tine ne.

Ket, mîna cilkeke rizyayî ji hev ket, wî her dizanî dê wilo bihin teng bikeve û bi geniyeke mirdar bête pêçandin, xwe kom serhev dike, bihna laşeyekî genî, kefnikî jê tê û heya piştî ketina serşokê jî, ew bihin jê tê. Ber bi masê diçe; ewê cixareyekê bikşîne û bi kişandina hilma pêşî re hest dibe ku, dem li ber êvarê ye û hîne pariyê nên neketiye devê wî.

– “Ma ezê çi bixum; hema nanê kevin jî li mal tine ye”. Dêst davêje beriya xwe, tê bîrê ku duh bi wan çend diravên dawî pakêtek û şûşeyekî mey kirî bû. Bi evê naskirinê re radihêje çakêtê xwe û ji odê derdikeve.

Li ber derî hinekî xwe digre, sîberina ew bir û hina anî; wî hîne bi rê ve, çend caran, ji xwe re gotibû: “ka vegere, tuyê herî çi bikî, tu çi jê dixwezî û ka tu dikarî çi jê re pêşkêş bikî”. Lê weke ku, lingên wî ne yên wî bin, meşa xwe didomand û bêyî ku li derî bide, ew ji ber vedigere.

Bêyî ku ew zanibe çiqas di ser derketina wî re, ya ji odê, derbas bûye, xwe di deriyê gulîstana mezin de dibîne. Ji westandin û valahiya fereh ku, di hinava wî de der bûbû, dinase ku demeke dirêj li zikakên Bajarê Mezin derbs kiriye. Ewî xwest zanibe di ku û kuderê re meşiye, lê valahiyek ji ya hinava xwe mezintir di mejiyê xwe de dît. Laşê xwe davêje ser danîştoka yekem, ji yên piştî pêpelokan. Bayekî hûnik diherike û dihêle dûpişkên ku,  mêjiyê wî dikolin, hinekî rawestin. Bi çavekî nîv vemirt, li der-dora xwe dinire, beriyê piraniya kesên rûniştî li male; piçekî din dê bi tena xwe bimîne û ji berî ku, ew rabe ser xwe, çavên wî bi du evîndaran ku, quncekî reş ji xwe re dîtibûn, dikevin û dihêlin ew hinekî berkenî bibe.

– “Dem jî dereng bû, ezê herim kuderê. Eger hinek nan li mal heba, minê digel piyaleke çayê, kurmên xwe pê bidana rewestandin”. Di ber xwe de kenî; nema tê bîrê ku di kuderê de çêrokeke wilo, di jiyana Van Gok de, xwendiye.

Bi gavine çelmisî ji gulîstanê derdikeve. “Ev cih ne ji yên weke min re ava bûye”. Li ber deriyê rojava, ji yên gulîstanê, çavên wî bi kesekî vemirtî dikeve ku, ewî rahiştî tûrekî ji evên semêd û derî bi derî dipîve; her ku ew dighe pêşiya deriyekî radihêje tûrê wan ê gemarê, dêv ji hev dike û dêst bi vekolîna xwe dike, vedibjêre û her tiştî dixe tûrê ser pişta xwe. “Di her jiyanekê de, şêweyeke berxwedanê derdikeve holê”. Koçerê Başûrî di nava xwe de dibêje û di cihê xwe de radiweste; ka evê han dê çi di ewan tûran de bibîne. Ew jî bi rola xwe carekê-diduwan û bi çavekî sar, tijî tirs û pirsa; “tu çi ji min dixwezî”, li wî dinire. Dema temaşekirina Koçer ji wî re dirêj dike, ew bi lez radihêje tûrê xwe û bi nîv bazdan ji wir direve.

– “Min devekî teze, ji nifiran, li ser xwe vekir”. Koçer xwest dêng li kalemêr bike û jê bixweze ku ji nuh ve vegere ser karê xwe, lê ew ji ber çavan windabûbû û di şûna wî de soleke dev tijî mîx dikenî.

Dema dikeve odê, dilê wî mîna laşekî werimî bû. Bi vekirna devê tûr re, bihna kefnikê dihêle verîşiya wî bê û avin kesk ji hinava wî dirje; dema ewî kalemêrî ew tûr li şûn xwe hêşt û piştî ku, Koçer çend caran li dora xwe nihirî, ew bi sivikî berve ewî derî çû û rahişte ewî tûrî û bi lez riya mal girt. Piştî ku xwe û hundir dişo, ew li ser têxt diçelmise.

– “Çima ez naçim û nanekê ji cem cîrana naxwezim”. Gava çavên wî li ronahiya pencera wan dikeve, ji xwe dipirse: “ewê li mal bin, dê çi xweş ba ku, dê û bavê wê di vê kêlîkê de winda bibûna; ezê bê dudilî derketama jor û minê nanek ji ewê keçkê bixwesta”. Bi dengê giriyê zaroyekî re ji ser têxt tête avêtin, deng nêzîkî wî bû û ewî ne dizanî ku, di xew ve çûbû û dengê zarokatiya xwe kiribû yan jî dengê zaroyekî cîrana bû. Lê dema çavên wî bi katijmêrê dikevin û dibîne ku tîra wê kata diwanzdehan nîşan dide; nasdike ku ew di xew ve çû ye û gunên wî jî giran bûne û ew bi xwe jî nîşaneke din bû ku, ew di xew ve çûbû. “Ez çiqas çayê vedixum, ewqasî jî dimîzim”. Û dema wî xwest deriyê avrêjê têvede, pêjna mirovekî di hundirê wê de jê ve xûya dibe. “ma bi şev jî.. , sibê û me fêm kir ku, yek dixweze ji berî yê din xwe bighîne wê, lê vê nîvê şevê”. Xwe hinekî da alî, pir naçe û Şêrîn; keça qata jor, derdikeve. Gava çavên wan li hevdu dikevin, herdu soro-moro dibin û ji berî ku, Şêrîn derkeve oda jor, ew di qorzîka çavan re li wî dinire û kenekî fedyokî li ser lêvên wê xwe ji bîr dike, Koçer jî evê keysê didoşe û dêng lê dike.

– Şêrîn. Dengekî sist û lerizî jê dertê, nizanî ewê çawa bihîst û rawestiya. Ez birçîme. Bi gotina Koçer re, keçik bervê xwe hinekî jê diguhêre û ji berî ku, ew seriyê xwe bade, dît ku çavên wê birûsîn. Eger ku nanek zêde hebe, bi xêra xwe bide min. Dengê wî hinekî vegerîbû xuristiya xwe, lê bi gotina wî ya dawî re, ew dengê giriyê wê dike û keçik bi bazdan derdikeve jor.

Ew ji evê tevgera Şêrînê hinekî şêt dimîne; “aya ew tirsiya ku, ez dêst bavêjimê yan jî cîran û di vê nîvê şevê de, me bi hev re bibînin, na.. na, ew hîne biçûke; bes ne çûktirî te di demên ku, tu bi mamosteya xwe re diçû malê”. Ramanên wî didn dû hev; pir caran Koçer didît ku, ramanên hêja û nirxbilind di avrêjê de bi wî re derdikevin û lewre wî ev ramanên xwe di bin navê “felsefeya avrêjan” de, bi nav dikirin. “Şêrînê nêzîkî li panzdeh saliyê kiriye, ne dûre ku ji berî.. , a nuha ez dikarim qeşagirtina wê di demên ku, seriyê min dibîne fêm bikim”. Û ev çêroka dihêle çêroka “Bûdele” ya Diyostofîskî bi bîra wî re, bêyî zanibe çima.

Dema ku ji avrêjê der dikeve û dixweze derbasî odeya xwe bibe, sênîkekê digel nanek ku, li ser wê hatî danîn, li pêş deriyê xwe dibîne. Ew çavan bi jor ve hildide, pêjna kesekî ku  ji piş perda pencerê direve dibîne, radihêje xelata Şêrînê û dikeve hundir.

Çend kabik pênêr, bacanekî sor û sê arû di binê sênîkê de ne, ewana hêşt ku hêsireke germ bi riwê wî de bête xwar. Girî, berkenî û xwarina wî bi rengekî dirametîkî tevlîhev dibin; Pir caran hêsirên wî û bêyî ku zanibe çima, tên xwar. Tê bîra wî ku, ew carekê li pêşiya neynikê rawestiya bû û çend mehên wî çêbûbûn ku, bi ser mal de ne çûbû; wêneya dê, xûşkên wî di ber çavan re çûn û hatin û bi xwe re ewrekî baranê anîn. Her ku diya wî didît, ew bê sedem digirî, digotê: “tu jî mîna ewê bûdelê ye”. Koçer dizanî ku, gotin li ser xaltiya wî ye.

Ev du mehên wî ne ku, hatiye di vir de odeyek ji xwe re girtî. Piştî ku deriyên dostan, di riwê wî de, nema vedibûn û pir şev jî di gulistanên bajêr de derbas kiribûn, -ewî hertim di evan şevan de, bi qeşmerî, ji xwe re digot: “Ma tu ji Malva çêtirî”-, ew hat û ev ode di vir de û di gel şeş malên din ku, cigurafiya wê nîgar dikirn, kirêkir. Di sibeyan de û mîna ku, qulên şana mêşên hinguv vebe, hewş ji kesan dixil-xile. Te dinirî ku ji hemû nifşan ketine nav hevda û ji qîr-qîra wan kela verîşiya yekî dihat, nemaze li ser dora avrêjê; pir caran du zaro bi hevre derbasî wê dibûn, yên derva jî li wan dikirin qîrîn ku, ew bilezînin. Evê yekê, rojên wî yên leşkeriyê tanîn bîrê.

Her şeş malên din bi zar û zîçin, bilî kale-mêrekî heftê salî û bî, wî jî mîna Koçer odeyek ji xwe re girtî û di van du mehên ku, ew bi hev re, ji bilî sê caran rastî wî nehatibû, hersê car jî di paşevê de bûn; demên ku dikir biçûya avrêjê, ew di quncikê herî tarî de, ji ber pecerê, didît ku ewî li hewşê temaşe dike. Îşev û dema ku ew derket, reşantiya wî di kûraniya odê de winda dibû.

Odeyên wan li hemberî hevbûn; eger tu ji deriyê derve de bihata û piştî kerîdorekî ji heft gavan û derbasbûna di pêşiya avrêjê re, yek dighêst hewşê. Li pêşî û ji ser destê rastê de, sê ode diçin, odeya pêşî kirine karxaneyeke tevayî û di ya rex de jî karkerek ji evên ku karên rojane dikin û digel jin û sê zaroyan bi cih bûbûn, oda dawiyê jî ya Kalemêr e û di mil wan de, di sîngê hewşê de du ode avakiribûn û xwediyê avahiyê tev jin û keçeke wî ya nîvbûdele, têde bi cihbûbûn û odeya li ser destê çepê, ewa di bin pêpelûkên ku derdikevin qatê jor, Koçer bi zora xatiran bi dest xwe ve anîbû. Qatê jor jî nêzîkî evê endezyariyê ye û di nîvê hewşê de jî kavileke avzêla gulan, zengîniyeke wenda, dide nîşan û di roj îro de zaroyên avahiyê, ew avzêl, ji xwe re kirine cihê lîstikên bi şev. Eger çiqas jî xwediyê avahiyê bi ser wan de biqîriya, ew ji wir nedirevîn û dihêştin ku, pîreka wî derkeve û wî bikşîne odê.

Koçerê Başûrî, îro ne li gor gerdişê ji xew şiyar dibe; tevî ku ewî dereng xewkiribû, lê dîsan jî di sibeya zû de çav di serî de dilîzin. Gava ew ji avrêjê derdikeve û li ber neynikê radiweste, sorxwûniyekê digel şewatekê di çavên xwe de dibîne û bi ketina hundir re çavên wî li masê dikevin; “çaya duh hîne maye”. Hinek av lê zêde kir, danî ser papora gazê û dema berda piyalê dît ku, rengê wê hîne mîna ava cilşoka maye, çend fir jê birin û cixareyek vêxist. Sênîka ku Şêrînê ji mal dizîbû li pêş wiye, di binê wê de du kapikên pênêr ma ne, lê dilê wî xwarin nedixwest. Ber bi pencera wê dinire, dibîne ku hîne perde bi ser de berdayiye; ”ez çiqasî zû ji xew rabûme”. Bi dîtina perda berdayî re, bi bîr tê ku şeva çûyî xewnek dîtibû û gava dixweze bîne bîra xwe, dikeve nav valahiyeke bê kenar.

Heroj Koçer li ser dengê wan radibû, sixêf dikire evan hêçên ku, nahêlin yek bi xewa sibê şa bibe û wî ji nuh ve serî dixist bin balîvê; ev yeka jî ji gerdişên wî bûn, eger ku xewa wî bireviya û weke ku, wî xew di bin balîvê de veşartibe, wî seriyê xwe dixiste cem. Îro cara pêşiye ku, ew zû radibe û temaşa tevgera cîranan dike, ew hinek riwên nuh dibîne, ev bû du mehên wî ne û hîne nizane kî pê re rûniştiye. Ewê karmend jî ji zû ve rahiştibû tevir û bêra xwe û çûbû, Kalemêr jî cihê xwe yê hertim girtî û dema ku, Koçer guleke sor di dest wî de dibîne, ew şêt dimîne; ji geşbûna wê xûya dibû ku, ew ji berî kêlîkekê hatiye jêkirin; “lê ji ku, di evê kavilê de mirov nikarin bijîn, ne gul”. Bi dengê daketina kesekî ji qatê jor, Koçer ji xewnerojên xwe şiyar dibe, çavên wî li yên Şêrînê dikevin û bêyî ku, zanibe dê çi bike, ew radibe ser xwe, lê ji berî ku ew bighe wî, Kalemêr dengekî li wê dike.

– Şêrîn.. , tu bêyî gula xwe dernekevî. Ew bi gotinê re, nirîneke reş li Koçer dibarîne.

– ji xwe re bihêle. Ewê bi qehreke ne li gor salên xwe vegerand. Yan jî bide Koçer. Û di vir de ew bervê  xwe ber bi wî dike û ji berî ku, ew karibe bersiva wan bide, Şêrîn derdikeve û komeke, ji zarokên avahiyê, didin dû wê, da ku, pêre derkevin dibistanê.

Kalemêr di cihê xwe de ziwa dibe û dema Koçer berve wî dinire, şopa hêsirekê ku, xwe di çavên wî de ji bîr kirî. dibîne. Gava ew ji mal bi dertê, dengê nalîneke bi jan dide dû wî.

Di dawiya zikakê de dît ku, Şêrîn li xwe zîvirî, mîna ku zanibe wî daye dû; hêşt ku ew ji rewşa xwe bikene: “min bawer ne dikir dê rojekê bê û ezê bidim dû keçeke ku, hîne rêza nihan dixûne”. Dema dighe wê û bêyî ku, titiştî jê re bibêje, di gel wê dimeşe.

– Tu yê vê sibê biçî kuderê. Şêrîn bi rovîtî jê dipirse û dihêle diranên wî yên kurmî bên xûyan û bêyî ku, dengê kên jê derkeve, keçik careke din jê dipirse: tu bi çi dikenî.

– Kê gote te ku, ez kenîm; bes pirsa te hin tişt anîn bîra min.

–  Çine ev tişt. Bi bergereke zarotiyan, ew dipirse.

–  Dev jê berde, nehêjayî gotinê ye.

– Ez  dixwezim  bibhîsim. Evê  zarotiya wê  hêşt  ew,  ji rewşa ku xwe bi xwe xistiyê de, şerm bike.

– Paşê, nuha wan bihêle û ka bêje: te çima vê sibê wilo kir. Dema Şêrînê guhdariya wî dikir ditirsiya ku, ew li ser şeva çûyî bi peyve û gava dît ku, gotin li ser negirtina xelata Kalemêr e, bi qehir li wî nirî û gotê.

– Çima ew nade ti kesî din, her roj wilo dike. Bi bihîstina hevoka dawî re, çav di seriyê Koçer de beloq dibin û meraqa naskirina çêroka wan gulan, li ba wî, bêtir dibe.

–  Her roj.. , her.. .

–  Erê .. ,  sibê   zû,  hema  nizanim   wan  ji   kuderê tîne û ew li hêviya min disekine, da ku, bide min. Heya ewê hîngê ew gihîştibûn nêzîkî dibistana wê û Koçer nexwest ku, hevalên Şêrînê wan bi hev re bibînin û bêyî ku, ew destên xwe bide wê xatirê xwe dixweze. Piştî çend gavan davêje, dengê wê dike û ew dipirse: dê kengî vegere mal. Lê bêyî ku deng bi wî keve, ew dizîvire û milên xwe dihejîne ku, ew jî nizane.

– “Ez  çawa   pêre  meşîm;  belkî  kesekî   nas  rastî   me  bihata”.  Çêroka Kalemêr, evê tirsa wî ya ku, ji nişkave jê re derketibû, winda dike;. “ew tê mêjiyan ku piştî evê rewşê, yek karibe hîne.. û bi kê re”. Kenê wî dihêle ku, çend kesên bi bazdan diçûn ser karê xwe, bi çavin nîv li xew û behitî, li wî binirin û bêyî ku, ew guhbide wan, di nava xwe de sipasiya Kalemêr dike; ewê ku hêştibû cara pêşî, piştî salin dirêj, ji dil de bikene.

Dema wî bidîta yek dikene dibehitî û dipirsî: “ma hîne karîn li cem wan mayî ku, ew bikenin”. Koçer di ewê baweriyê de bû ku, kenê wan bi xêra hêza gerdişan didomîne. Gava çavên wî li dikana katijmêran dikeve, xwe lê digre; “ezê çibikim jê, çiyê min ji demê û hejmartina rojan heye”. Piştî ku wan çend diravan distîne, bi bihintengî derdikeve û dizane ku, xwediyê dikanê bi wî kenîbû.

Piştî ku ew derketin, Kalemêr xwest bide dû wan, lê gotinên Şêrînê kabokên wî herifandibûn û axîneke reş di zimanê wî de şîn dibe; nemaze gava dêv ji hev dike, çend pêrçemok jê difirin û gula di dest wî de diçelmise, ew dibe marek û ber bi jor ve dikşe û xwe di nav beştên ban de vedişêre.

– Te çi di ban de windekirî. Dengê pîreka xwediyê avahiyê wî vedigerîne odê. De ka were taştiyê buxe.

– Dilê min nakşîne. Jinik bê bawerî lê dinire; ev cara pêşiye ji deh salên wî ku, ev ode li ba wan girtî û ew ji sozên xwarinê dimîne.

– Çima kalo nehat. Dema ku jinik dikeve hundir, keça wê ya nîv bûdele dipirse.

– Ez nizanim vê sibê çi bi wi hatî. Bi peyva dawî re, li ber serî sifrê rûdine.

– Çêtire. Pariyê ku, devê wî tijî kiribû, nehêşt ew bi axive. Tu bi ya min bikî, ew pereyên ku ji wî tên bila bi rêve birjên.

– Ne ji bo peran; ka ewê li ku, bi xwe, xwarinê çêbike? Marya li mêrê xwe vedigerîne.

– Ê.. ma ew bav-birayê me ye, an em xizmekarên wî ne. Ev bûbû çend carin ku, Agob dixwest evê babetê bi jina xwe re veke, lê hertim wê rê li pêş wi digirt.

– Ne eve û ne jî ewe, bes me carekê soz da zarên wî ku, emê xizmetî wî bikin.

– Bila pera bide min; ezê xwarinê jê re çêbikim.

– Tu nanê xwe buxe. Bav, keçika xwe azar dike û gotinekê, bêyî ku ber bi tikesî bike, dibêje: Eger ku yek, tiştek da, dê çima ne tiştekî hêja be.

– Dîsa te xêre, çi bir-bira teye. Keysek li pêş jinikê vebû ku, babeta Kalemêr bi nav lingan xîne.

– Ma ne ew jî ji te ye. Agob vedigerîne û dêst davêje piyala çayê, da ku, pariyê zêtûnê daqirtîne. Bi kut-kuta dêng re derdikevin derve, dinirin ku bahozek a dengan û tozê ji oda Kalemêr dikşe.

– Te çi di balîv de winda kirî.  Agob bi ketina derî re dibêje, lê dîtina ewê balîvê ku, bi lêdanên bastûn di dest Kalemêr de, hatiye perçiqandin, ew şêt dimîne.

– Divê  bimre. Bastûnekî nuh li balîv dide; “ev deh salên minin ku, ez te bi şîr û şêkir mezin dikim û nuha.. him”. Çovekî nuh, di nîvê balîv de di teqîne. Dema ku Agob dibîne çav di seriyê Kalemêr dilîzin û bi balîv re di axive, xwe hinekî digre.

Hîne ew û jinika xwe di derî de rawestiya bûn û nedizanîn ewê çi bikin, Kalemêr radihêje balîvê ku, ji hev êxistibû û dixe hembêza xwe û mîna ku, yek rahêje zaroyekî xwe, dêst di ser re dixuşîne û dema riwê xwe datîne ser, bi dengekî bilind digrî.

– Bes dînek ji evê malê kêm bû. Gava Agob dibîne ku, ew çû û di quncekî odê de rûnişt û balîvê perçiqandî li ser kapoka xwe danî, li jina xwe vedigere û dibêje: De ka em herin, xûya ye dixweze zaroya xwe di xewê ke. Rastiyek di gotina wî de hebû; piştî ku Şêrîn bi ewê şêweya vê sibê derketibû, divyabû wê vegerîne û gula di dest xwe de bide wê.. . Û gava ku, gulê berve wê dirêj dike û ew ji dest wî nagre, radihêje bastûn da ku wê bitirsîne, lê dema  dibîne ku, ew bê şerm û tirs xwe di ber ewê din re dirêj dike, nema Kalemêr xwe digre û bi lêdana pêşî re dihêle Koçer bi derve de bireve. Wî yê bi evê yekê bikra eger ku, wê jî nexwesta bida dû wî, evê yekê hêşt ku ew hêrs bibe û nema dizanî çi dike.

– Çima te ez hêştim û tu çû.. , na hûn derewan dikin. Tu guh nedî wan, ha.. ha.. birevin, bide dû wan, çima tu xwe vedişêrî. Min nebirî, bi Xwedê ne ezim, na.. na, min girênedin.. min li vir nehêlin.. . Yadê neçe, min berdin. Te jî pir tişt ji min dizîbûn. Dema ku dengê Kalemêr bilind dibe, cîran ji nuh ve li ber deriyê wî kom dibin. Ev ne cara yekê ye ku, ew dikeve vê rewşê, lê ev car bilindtirî her care.

– Ka derkeve cem wî û hinekî pê re bi axiv, belkî ew hêdî bibe. Jina Agob jê dixweze.

– Te nedît cara paşin çikir; tu dixwezî ku ew bastûnekî li qoqê min bidî. Lê gava ku dibîne kirêciyên avahiyê li ber deriyê Kalemêr kombûne, ew jî derdikeve û bi derketina xwe re dêng li wan dike: Wî bi tenê bihêlin, kombûna we dihêle ku, ew mîna gayekî berdayî har bibe. Agob bi nermî dikeve cem wî, ev deh salên wanin ku, ew bi hev re ne, kêmkasiyên hevdu nas dikin. Ew hinekî hêdî bûbû, balîvê ku ji hev xistibû daniye aliyekî û cixara tutûn di nav lêvan de dilerize. Bê axaftin ew hinekî dûrî wî rûdine, Kalemêr qutiya tutûn ber bi wî têve dide, bi vekirina devê wê re pişkeke bi hêz ji bêvlên Agob dikşe. Ev bêvlên segane, bawerim ku çewtiyek çêbûye; bes ku bihneke biyan dikim, eve rewşa min. Carekê zimên di ser lêva pelê cixarê re dibe û bi çend diranên nîv kefnikî, ewî pelî di çend ciyan de dikurisîne û bi hosteyî, tiliya xwe di ser lêva wê ya şil re dixuşîne.

– Tu hatiye da ku çêrokê bibhîse. Bêyî ku serî hilde, Kalemêr dibêje Agob.

– Dev ji çêrokan berde, eger ez neyêm ba te ezê bi kuve herim; hema rûniştina bi te re çêtirî mayîna bi Marye re ye. Wî dixwest li ser jina xwe bi peyve, lê tirsiya ku dengê wî bêtirî çend mitrên odê bimeşe. Te nan nexwar, ka rabe em herin û bila xwarinê ji te re çêbikin.

– Dilê min nakşîne, bes bila çayekê bidin me. Bêyî ku Agob ji cihê xwe bilive, dêng li keça xwe dike û çayekê dixweze. Ew hîne rûniştibûn, Koçer derbas, oda xwe dibe, bi hatina wî re madê Kalemêr zer dibe û hin gotin li ser zimanê wî şîn dibin.

– Çi di nav bera te û wî de çêbûye. Agob ber bi deriyê Koçer dinire û pirsa xwe mîna marekî reş davêje, dihêle Kalemêr komî ser hev bibe.

–  Ne tişt. Bi tiliyên rizyayî dêst davêje qutiya tutûn.

– Tu ji berî aniha rastî wî hatiye. Agob xwest di deriyekî nuh re êrîş wî ke.

–  Tu çima dixwezî dijmantiyekê têxe navbera me.

–  Ez..!

– Belê, ev bû çend  carin tu evê pirsê dikî û min gote te ku, ez wî nas nakim, ti tişt di navbera me de tine ye, vêca tu çima pirsa xwe dubare dikî. Agob têghêşt  eger ku hinekî din pêde biçe, dê têkeve rewşeke tehil, lewre bi nermî jê dipirse: Tu ji zûde bi ser zarên xwe de çûye. Kalemêr têneghêşt ka ew çi dixwez e, lê gotina; “zarên te” dihêle ew bikene û berve oda Koçer binire.

–  Zarên min, kê gote te zarên min hene.

–  Dîsa jî ji bilî xwe çêtirin, te yên xelkê nedîtine.

– Li ser çi, ev bû deh salên min in ku ez li ba we me, te ew carekê jî li vir dîtine. Eger ku kerekî yekî hebe û pîr bibe dîsa jî ew wî navêje û her çendekî bi ser wî dikeve, ka çi bi wî hatiye.

– Tu çima rindiyên wan winda dikî; her meh ew mizaxa te dişînin û .. . Kenê Kalemêr gotinên wî dibire.

– Belê, tu diçî û ew pariyeke nan davêjin pêşiya te û çend sêxuran ji min re jî dişînin.

–  Na, îro axaftin bi te re zore.

– Çima tu ji rastiyê direvî, ma ne wilo ye. Agob dizane ku rastî di gotina wî de heye, lê naxwezê nas bike. Piştî evqas ked, tuyî dibînî.

– Loma ji wan neke, ew nikarin dev ji karên xwe berdin û bên li ber pozê te rûnin.

– Agobê min, qet di ber dilê min re neçe û neyê; ez ne zarome, piştî evî temenî, yek dikare tayê reş û sipî ji hevdu derîne, bes ji bîr neke ku, çawa seriyê min li keviya îşkê xistin dê rojekê bê û zarên wan jî ê bi lingên wan bigrin û di cihê ku, ez têre xuşandime, ew jî yê bêtin xuşandin.

– Çêtire ku yek bi xortanî ji evê dinê barke. Kalemêr berkenî dibe; ewî naskir ku, Agob bi veşartî dêv davêje pîreka xwe.

– Bes ji bîr neke ku, dar bi berê xwe şêrîn e, lê xûya ye berê me tehle, gereke ji zû de ev dar bihata birîn, lê wer dixûye ku xwediyê wê merivekî bê kêre.

–  Te dest bi kifriyan kir.

– Gotinên pir bide aliyekî, tu çi dibêjî ku, em îro bi hev re piyalekê hildin.

– Bes di kalbûna şevê de; tu dizanî ku ez naxwezim cîran ji me aciz bibin.

– Cîran an Marî. Kalemêr dibêje û ji berî ku, ew kenê xwe bi dawî bîne, Agob derdikeve; tu çima çû, çêroka pîrê li dilê te nexweş hat.. ev kuve çû. Lê gava xuşînî ji nav beştên ban tê, bîr dibe ku marê reş di wir de cih girtî, ber bi wir ve dinire dibîne ku, pilindirê wî jî ji nuh ve vegeriye û konkê xwe di quncê berê de ristiye. Radibe û ber bi ewî quncî ve diçe: Tu yî mezin bûyî, di evê windabûnê de te kî daqirtandî..  belê ez dizanim ku, dora min jî nêzîk bûye. Dema bastûn ber bi ewî ve têve dide, ew xwe di nav beştên ban de vedişêre.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

– 2 –

 

 

 

– “Ez bi ku ketime; ev cara yekemîne ku, evê derê dibînim û ka kê ez anîm û kengî û ji bo çi û çima”. Pir pirs di seriyê wî de digerin, lê bi qasî ku li rê heyriye, li ewan pirsan napirse. Her ku ew ber bi pêş ve dimeşe, rêka ku ketibû ser de li wî teng dibe; pêkinên daran ketine nav hev de, dighe ku ew rê li pêş bigrin û dema bihin li wî teng dibe, bizavên xwe dike, da ku, xwe ji kemenda daran derîne, lê ew hatiye girêdan û ji nişkave lingên wî ji erdê têne birîn û ber bi jor ve hildikşe, ew dibe bazek û bi ezmên de difre û di bin re çiyayekî fireh û bilinde, deryayeke sinkayiyê ye.

Di gera xwe de dighe jorî gundkavilekî; malin ji tozê û di beyareke zer û ziwa de hatine fetsandin, ne ban û ne jî dîwar, titişt li ser hev nemaye. Ew hîne difrî, dengê keçekê bi ber guhên wî dikeve, dihêle dakeve û di zikakeke gund de rastî perwîneke buhiştê bibe. Ji berî ku, ew ti tiştî jê fêm bike, dinire ku komeke leşker dane dû wê û bi bazdan di wan zikakan re direvin. Koçer dike-nake ku karibe careke din bifre, lê bizavên wî bê sûde der dikevin û gava ti çare nedîtin, destê wê berdide û jê dixweze ku, ew xwe di deverekê de veşêre, da ku, ew karibe rêya leşkeran ji ser wê bişkîne û wê ji pêşiya serbazê leşkeran birevîne; bi hêştina ku bihêle leşker bidin dû wî bi tenê.

Piştî ku Koçerê Başûrî xwe ji pêş wan winda dike, vedigere cihê ku keçik lê hêştibû, lê ew bûbû pariyeke nan û winda bibû, çiqas rêk û quncikên wê derê hebûn giş tevdan, lê bêyî ku rastî wê bê û hîne ew di ewê sergêjiyê de bû navê xwe dibhîse.

– Koçer.. . Koçer, te xewkirî. Agob, serî di derî re dirêj dike; ev bûn çend deng ez li te dikim.

–  Keremke. Bi gotinê re ji ser têxt dadikeve.

– Sipas, xortek li ber deriye, ew li te dipirse. Agob ji nuh ve serî dikşîne.

– “Kiye evê ku, cihê min naskiriye”. Bûbû du mehên wî ku, ev ode girtî û hîne tikesî cihê wî nedîtibû. Dema deriyê zikakê vedike, dibîne ku Kamîranê Hemo bê aramî li hêviya wî rawestiya ye.

–  Êvar baş, tu razî dibî ku em hinekî bi hev re rûnin.

– tu nanînî ku, tu xwîna xwe giran dikî, dê derbas be û gotinên boş berde. Bes te ji kuve cihê min naskir. Piştî ku ew dikevin hundir Koçer dipirse.

– Eger ku yek bixweze, dê bighe “Odeya helbestvan” . Ez dikarim bibêjim ku, eve dawiya xewnên te.

– Ji berî her tiştî dawiya xewnan tineye û eger ku, bes dawiya wan heba dê ne xewn bana û nuha ka rûne û di piş re dest bi tinaziyên xwe bike. Koçer bi gotinên xwe re wan çend pirtûkên ku, li ser têxt belavkirî kom ser hev dike.

– Tenhayî dihêle yek bibe feylesof.. , biner ez gelkî namînim, tu bi çi dikenî. Dema ku dibîne Koçer ber kenî dibe, ew jê dipirse.

– Ez dikenim ku, kengî we bibîne hûn bilezin û ez nizanim çima heya bi nuha me gavek bi pêş ve ne avêtî.

– Tu  dizanî çima çavên dewêr, demên ku ewî dixînin  delûbê  yan jî cercerê, girêdidn; beza me jî wek ewê bezê ye. Koçer berkenî dibe, dinire ku dostê wî hîne weke berê maye; ew serast ber bi tiştê ku dixweze diçe, nikare tiştan bincil bike.

–  Ji berî her tiştî, tu yê çi vexî.

– Çayê yan jî çayê… , lê çayê.. Kamîran vedigerîne û diranên ku, ji cixaran reş bûne xûya dibin. Ka were rûne, titişt negereke.

– Çê nabe, ev cara pêşiye ku tu tê ba min. Ew radibe ser xwe û bi boneya hatina wî dixweze çayake nuh çêbike; ewa ku ji berî du rojan dirjîne û her tiştî bi hev re dixe çaydên,  datîne ser papora gazê û ji nuh ve vedigerê ser danîştoka bi tenê.

– Ji berî her tiştî rewşa te li ber çava ye û pirsê naxweze. Mîna ku min ji berî kêlîkê jî gotibû: te ev rewş dixwest, bi tenê û çend pirtûk, maseyek û.. . em kemancê jî ji bîr nekin.

– Tu çêrokê ji min çêtir dizanî, vêca çima tu dixwezî bibêjî ku, ev rewşa han xwesteka min bû.

– Ne ku ji ber dizanim, ez vê gotinê dibêjim, nuha ez nehatime ku em defterên kevin vekin; bi kurtî, hevalan ez şandime da ku, tu vegerî ser karê xwe.

–  Bes tu dizanî.. .

– Bihêle ez gotina xwe bi serî bikim û di pişt re tu çi dixwezî, tu dikarî bibêjî. Weke min got; hevalan ji min xwest ku, ez te bibînim.

–  Tu çawa dibînî.

– Ez vê yekê ji xwe re dihêlim û dive tu ji bîr nekî ku, ez hevalekî partî me. Ez dibêjim ku çaya te baş keliye. Bi dawiya gotinê re ew radibe ser xwe û gava ber bi pencerê diçe, çavên wî bi Şêrînê dikevin, dinire ku çavên wê li pencera odeya Koçer e. Xûya ye ku te guleke nuh di gulîstana xwe de çandî. Koçer gotina wî, di cih de, fêm nekir, lê dema dibîne ku ew ber bi oda jor ve dinire, hinekî riwê wî sor dibe.

–  Tu digel ramanên xwe dûr neçî. Piyala çayê ber bi wî dirêj dike.

– Cîranên te çawa ne; ez ne di wê baweriyê de me ku, tu karibî di vir de kemancê têxî destên xwe. Li Koçer dizîvire dinire ku, ewî serî xistiye ber xwe de. Hîne ji bersivê re zû ye, ezê nuha biçim û piştî sê rojên din vedigerim, tu dikarî wê hîngê nirîna xwe bidî.

– Çima wilo bi lezî, ka rûne; ez dixwezim em hinekî bi hev re bimînin. Ew nirîneke dilovan li hevalê zaroktiyê dike.

– Bihêle cara bê û niha bi xatirê te. Ji berî ku Koçer karibe, careke din, jê bixweze ku bi hevre bimînin, ew ji odê bi derdikeve û ji derva de dêng lê dike û dibêje: Kevok hîne nefiriye, tu dikarî nêçîriya wê bikî.

Piştî çûyîna Kamîranê Hemo, ew odê gelekî fireh dibîne. Radibe ser xwe û çend caran ji aliyekî dîwêr diçe yê din, li ber pencerê radiweste û ber bi oda wê de dinire; “kevok firiye”. Ji nih ve xwe li ser têxt dirêj dike û meşa xwe ya vê sibê bi Şêrînê re bi bîr tîne, lê axaftina wî ya bi Kamîrên re wî ji xewnerojan didize. “Careke din vegerim kar..  erê, bes kiyê vegere; Koçerê ku ro li şevê dixistin mir û têr mirin bûye”.

Tê bîra wî roja ku, hevalekî kevin tê cem û dibêjêyê: “navê te hat û ji îro û pêve tu hevalekî meye”. Evê yekê hêştibû ku, xew ji çavên wî bireve û heya ber destê sibê bi xwe re têkeve axaftineke dûdirêj; Dê çawa derbasî civînê bibe û wî pir tişt di jiyana milet û welêt de guhartin. Ji berî  ew hevalê ku, mizgînî jê re anîbû here, ew sozekê didin hev, da ku hevdu piştî sê rojan bibînin.

Koçer bawer nedikir ku, dem dikare evqasî xwe ji hevdu vezîlîne, lê ev sê rojên ji berî soza wan bi wî dane nasîn ku, carna rojek dikare şûna jiyaneke bi saxî bigire û piştî ew sê rojên dirêj derbas dibin, ew li ser soza xwe tên dîtin.

–  Mixabin.. , bibore. Ez hinekî dereng mam, ne. Bi dirêjkirina dêst re, wî gote Koçer.

–  Ne xeme, carna yek ne bi destê xwe ye.

– De keremke. Ew berê xwe didin geraca otombêlên diçin “Bajarê Mezin” û di navbera çend kêliyan de dikevin ser rê û gava hevalê pêre deng li wî dike, Koçer ji ramanên xwe tête birîn.

–  Tu bi çi diramî.

– Bi xweşbûna xuristê.. . Ew bi kurtî vedigerîne, daxwaza Koçer ewbû ku, wî digel xewn û temaşekirna rê, çiya, newal û darên zêtûnê bihêle û dema ku, ew digihên çaterêya “Kefir Cenê” û ji berî her tiştî çavên wan li “Miesker Telai” dikevin ku, bi kon û avahiyên xwe ve, ew di nav ewan darên çiyayî de hatiye çikandin.

– Her ku, ez dighêm evê derê baweriya min bilintir dibe ku, em miletekî korin. Bêyî ku ew çavên xwe ji ewî çiyayî bibire, Koçer dibêje.

–  Çima.

–  Bi dîtina evî cihî di nav çav û çiyayên me de.

– Ev yeke bi çûke, eger ku karibin dê me tevan ji herêmê derînin û li şûna me Ereban bi cih bikin.

– Kê gote te ku wilo nakin; ma “Kembera Erebî” çî ye. Ji berî ku, ew dawiya axaftina xwe bîne, Koçer rê li ber dibire.

– Belê, bes ew di demeke dîtir de bû. Koçer dinire ku, ew cihê xwe xweşdike û carekê-dudiyan, dêst di ser zikê xwe yê bilin re dixuşîne, bêyî ku hest bibe wî çiqasî cih û hilim lê teng kirî.

– Erê roja îro ew dem çûye, nema dikarin bi wan şêweyên serast derbasî herêmê bibin, bes wek em dibînin ku pir rê û şêweyên din hene û ewana hinek jî bi kar anîne, çi ji guhartina navên gundan û anîna malên Ereb û bi cihkirina wan. Bi belavkirina erdên “Îslah Zîraî”, nema ew ji vir diçin, ew bi pozbilindî dibêje Koçer.

–  Bes ji bîr neke ku ew ne ji ber xwe hatin; axayên me ew anîn.

– Raste, lê gava ku erd belav kirin, ên Ereb bûn xudiyên zevî û daran û li nik wan jî cotariyên Kurd; xudiyên rasteqîn, bê par man. Belkî tu negihêştê, lê gava belavkirina erdan ezî xort bûm; ji berî wê dîrokê tenê çend malên Ereban hebûn, lê gava dest bi belavkirinê bû, karwanên wan bi ser herêmê de anîn. Ji berî ku gotinê bi serî bike, du cixareyan ji beriya xwe dikşîne.

Heya wê hîngê ew dighên çaterêya Dêrcimêlê û nobedariya polîs dêst ji wan re hildide û ji berî ku, ajovan dakeve, kesek ji bînekan û bi dengekî bilind dibêjêyê: bîst û pênc diravan têxe nav kerta otombêlê û çûyîna te ya cem wan negereke, ewê bi xwe bên û temenan ji te re lêxin. Ev yeka dibe keysek ku bînek hinekî bi hev re bi axifin, lê bavê Memo û bêyî ku, weke her car xwe têxe nav wê danûstandinê de, vedigere ser babeta ku bi Koçer re vekiribû: weke ku min ji berî çîkê gotibû; ez gihîştim ser ewan bûyeran, ez dibêjim belkî tu Elî Kireyêm nas dikî. Bêyî ku rê bide Koçer û ew bi erê ya jî na bersiva wî bide, ew axaftina xwe dajo: Ji berî ku ew di Efirînê de bibe berpirsyarê Partiya Bes, ew hevalê Nasiriyan bû û Erebên Efirînê tev wilo bûn, heya parek mezin ji yên Sûriyê jî, eger ku em nebêjin giş, ew di navbera du pêlan de dimeşiyan; hinek hevalên Ebulnasêr bûn û hin jî hevalên “Îxwan Mislimûn” bûn, lê dema wan dît ku “Partiya Bes” hate ser hukim, bi zirba ketin nav wê û evê ku min gotibû jî yekî ji wan e û ewî, di belavkirina erdan de, roleke mezin lîst; ewî kesî, Ereb bi şev ji ji dora “Bajarê Mezin” tanîn û bi roj jî ew dibûn hemwelatiyên Efrînê û erd û zeviyên zêtûnan li wan belvdikirin.

– Ma ne Besiyên Kurd jî hebûn. Koçer dizane ku pirsa wî gevşe, lê ew dixweze wî hevalî bikole û nirîna wî nas bike û ji aliyê din ve jî, dive ew jî gotinekê bibêje.

– Em Kurd, hertim hilgirê barê bilî xwe ne, ji roja Selehdîn de û hîne ji berî wî jî, eger ku weke me ji xeynî xwe re kirî, me ji xwe re kiriba, nuha em jî xwedî dewlet bana û erê bapîrên me gotine: eger ku kurmî darê ne ji darê be, dar nakeve û di yeke din de ew dibêjin: Kurd hertim dijminê canê hevin, lê dîsan jî gereke em ranewestin û divê em evan pendan biguhêrin. Min seriyê te bi van çêrokan êşand.

– Na; ez dixwezim hinekî ji nezaniya xwe bi dûrkevim. Koçer bi riwekî êjdil, lê vegerand.

– Rê li pêş te vekiriye û ji îro û pêve tu yê pir caran axaftinên wilo bibîse, heya verîşiya te bê. Rast tu û kemancê çawa ne, weke min bihîstî meraqa te li ser mûzîkê pire. Pirsa dawî hêşt ku, Koçer hinekî sorûmor bibe û bi fedî vegerîne.

–  Carina ez wê dixim destê xwe û dikim tîng-rîng.

– Ya baş ewe ku, tu dersan li ser bigrî, ma saleke te, ku tu bê Bajarê Mezin. Koçer şagirtê bekeloriya ye û salek jê re ma bû ku, here di zanîngeha bajêr de bixwîne.

–  Ji berî her tiştî dive ez îsal bi ser kevim.

– “Bi sebrê yek dibe mîrê Misirê”. Heya wê hîngê ew dighên taxa Eşrefiyê û bavê Memo ji ajovan dixweze ku, wan peya bike. Dema dadikevin, Koçerê Başûrî heya bi demekê nikare li ser lingê tevizî bimeşe, wî hêdî-hêdî dabû dû bavê Memo.

Ev cara pêşiye ku derbasî nav evî aliyê jibîrkirî, ji bajêr, dibe; ew ji her tiştî bê parin, ne rêyên ziftkirî, bê av û kerîz, bê dibistan.. . bê nan, jîneke reş ku, bi tozê hatiye şûştin, derbas dikin. Ew li ber deriyekî, ji ewan malên ku, bi hevdu hatine hilpesartin, radiwestin û piştî pistekê, xortekî di temenê Koçer de derî vedike û ji wan dixweze ew derbaz bin.

–  Em  tirsiyan  ku tiştek  çêbûbe. Xort dibêje bavê Memo û rê dide wî, da ku, têkeve hundirê odê û dema ew derbas dibin Koçer dinire ku, komeke xort ji pêşiya wan radibe û piştî li dem û rewşên hevdu dipirsin, bavê Memo wan bi hev dide naskirin û dixweze dêst bi karên xwe bikin.

– Emê îro kar û barên we bidin naskirin, da ku, her hevalek berpirsiyariya xwe binase. Piştî ku bavê Memo çend hilman ji cixarê dikşîne û nirînên xwe li wan belav dike, dibêje, lê di cih de xortek lê vedigerîne.

– Me ji berî anuha hilpesarên xwe naskirin û ez dibêjim: ne gereke ku em careke din li vê movikê vegerin. Ewê rûtirş ku bavê Memo ew bi navê Kamîrnê Hemo dabû nasîn dibêje.

– Belê me kar belav kiribû, lê ji bîr neke ku hevalekî nuh tevlî we bû û dive ew jî nirîna xwe bide. Bavê Memo rê li ber wî xortî digre û riyeke nakokiyê di navbera wî û Koçer de vedike.

Ew bê bawerî seriyê xwe dihejîne û dêst bi bijartina berpirsiyariya şana ku, nuh ava dibe dikin. Ew weke berê dimînin û Kamîran, ji nuh ve, dibe berpirsiyarê şanê. Dema ku ew raporta rêkxirawî dinivsîne, Koçer dinire ku ewî gelek şaşiyên zimên xistinê de, lê wî nexwest di rûniştina xwe ya pêşîn de Kamîrên bi êşîne û du keviran di yek civînê de li wî bide. Civîna wan nêzîkî çar katan dirêj dike, ji rewşa rêzanî ve ketinê; çi ya hundir û derve, heya dighên a mewdanî û bêlikirina dem û cihê soza bê jî datînin, piştî ku di rewşa civakî û rewşenbîrî re derbas dibin. Di destpêka rûniştinê de ew bi ferehî li ser movikan radiwestîn, lê piştî demekê û bi dagirtina odê bi dûyê cixaran, her yekî dixwest bi lez tiştên li ba wî heye bibêje û barê ser pişta xwe dîne.

Li ser riya vegerê, wî her tiştên ku îro pêre derbasbibûn bi bîr tanîn û nemaze tiştên ku, di civînê de çêbûbûn. Koçer dixwest ku, bavê Memo pê re vegere, da ku, karibin hinekî bi hev re bi axvin, lê mixabin piştî ku ji civînê derketin, wî jê re got: tu yê bi tenê vegerî, hinek karên min hene. Wan ji zû de bi Koçer dabû naskirin ku, çi akama evê hevokê heye.

Gava ew nêzîkî li Dêrcimêlê dikin, careke din, gotin tê ser xwarina polîsan, dihêlin ew berkenî bibe û bavê Memo tê bîra wî; ew di civînê de yekî din bû, ne ewê ku Koçer naskiribû, wî serast gotinên xwe nedigotin, pir di dora bûyerê re digerî û mîna ewê ku, dest di dora seriyê xwe re gerandibû, da ku, nîşana guhê xwe bide, dikir. Di vir de Koçer kesereke kûr dikşîne; “tirsa min ewe ku, xewnên me dizîbin”.

– Çi ji te dizîne. Pirsa ewî kesê ku, di nik de rûniştibû, wî vediciniqîne û bi çavekî nîv vemirtî ku, yek kolên tirsê têde vebûne, li wî dinire. Dema ew destê xwe datîne ser milên Koçer û pê dide naskirin ku; ew berketiyê wî ye, Koçer têdighe ku pirsa çûye jê re bû. Axaftina wî ya bilind, bi xwe re, hêştibû ew wê pirsê jê bike, lê gava dibîne ku, bêyî bersiva wî bide, ew seriyê xwe bi aliyê din de diguhêre, dev jê berdide û babeteke din bi yê pêşiya xwe re vedike. Koçer bihn tengiyekê di axaftina wan de dibîne; wan dixwestin, bi çi rengî be, rawestandina demê bişkînin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

– 3 –

 

 

 

Dengê derî û hatina Şêrînê ya hundir, ewî heya bi demekê li ser têxt bê liv û vemirtî dihêle; ne dizane ku çêrokeke cinan dijî û Şêrînê mîna keçikên pêriyan postikê xwe avêtiye û li wî bûye mêvan, ne jî xewneke sare.

–  Şev baş, ez dikarim derbas bibim. Piştî kêlîkê ji rawestina di derî de û bi dengekî perçiqandî dipirse, dihêle ku Koçer bêtir di cih de biçe xwar. Lê dema dibîne ku, ew dike ji nuh ve vegere oda xwe, têdighe ku keça cîrana ye û ne xewneke cina ye.

– Keremke, tu çima derbas nabî. Bi gotinê re ew radibe ser xwe û gava li çavên wê dinire û golên fedîbûnê têde dibîne, dinase ku bi tena şort li pêşiya wê maye û bi wê têgihêştinê re radihêje fanêlê xwe û laşê tazî ji pêş çavên birçî vedişêre. Bibore min xwe ji bîr kir. Heya ewê gavê Şêrîn dighe nik masê û danîştokê ji xwe re dikşîne. Piştî ku ew bi cih dibe, çavan li hundir digerîne. Ev cara pêşiye ku tu derbas hundir dibe, ne? Bêyî ku ew çavan ji kemancê bibire serî dihejîne. Te çawa dît. Koçer, ji van liv û pirsên xwe, bi kêmaniyeke sar hest dibe.

– Ev kiye.. , bavê te ye. Dema Koçer dibîne ku, wê tiliya xwe ber bi wêneya Begenînî dirêj kirî, kenekî riswa bi wî digre û dihêle ku, keçik di pêleke xwêdanê de bête şûştin.

–  Bavê min.. , na. Dev ji ewê yekê berde. Dema sîbera pirseke nuh, li ser lêvên wê, dibîne dibêjêyê: De ka bêje tu çawa yî û çawa razîbûn ku, tu bê cem min. Ji berî demekê, diya Şêrînê jê re gotibû: eger dikare û derfet heye, ew hinek dersan bide keça wan. Lê wî di wê hîngê de, ew gotin, nekir bala xwe. Pirsên wî dihêlin Şêrîn bi fedîbûna keçikên ku, nuh vedibin, serî têxe ber xwe û di cih de pirtûka metmetîkê ber bi wî dirêj bike. A..  min niha fêmkir, bes kê gote te ku ez bi evan meseleyan fêmdikim.

– Te ji bîr kir ku vê sibê te gote min; ez xwendekarê zanîngehê me. Wê, hêdî-hêdî, rihetiya xwe distand û serast li wî dinire. Meşa evê sibê rê dida wê ku, wî mîna dostekî xwe bibîne û gava wê dest dirêj ser masê kir û xwest li cildê pirtûka ku, li ser danîbûn binire, dolemeya wê heya bi jorî kaboka gilover û sibehî dikşe û xala ku, di nav ewrekî sipî de danîne, bala wî dikşîne û dema Şêrîn dibîne ku, çavên wî dixwezin bi kûraniyê de biçin, bi keviya dolemê digre û rê- newala li pêş wî digre. Rast ewê li cem te kî bû. Piştî bê dengiyeke giran û bihin teng, keçik, dipirse.

– Dostekî kevine. Koçer ber bi refika textî diçe û kasêtekê dixe hundir tomargehê. Dema ku Şêrîn hinekî jê dibhîse, bi dudilî dipirse.

– Kiye evê distirê. Pirsa wê dihêle ku, Koçer hinekî bikene, lê dema dibîne ku, keçik li ber xwe ket, ew kenê xwe dibire û bi rewşa xwe dirame; çima ez wilo dikim, ne gunehê wê ye eger ku, bi Ciwên nebhîstibe”. Û pirsa wê ya di dû re ka; ew bi çi zimanî distirê, bi wî dide nasîn ku, ew gihîştine çi radeyê.

– Bi kurmanciye. Koçer xwest lîstika ku, wî dest pê kiribû, bighîne dawiyê; Sitrana tu dibhîsî bi navê “Sîh û Sê Gule” ye, ya helbestvan Ehmed Arif e. Gava ku Koçer pirsa netêgihêştina gotinan, di çavên wê de, dibîne, di cih de radiweste û li xwe vedigere; “Ez çi kesekî hêçim, ka ez jê re çêroka stranê jî bêjim û ji bo çi, kê ev kar ji te xwestî”.

–  Çima te bi serî nekir. Dema wê dît ku bêdengiya wî dirêj kir, dêng lê dike û dixweze dawiya çêrokê bibîse.

– Ez dibêjim: ev ne dema çêroka ye, tu ji bo tiştekî din hatiye. Kişandina hilmeke cixarê, ya ku di nav  tiliyên xwe de ji bîrkiribû, gotinên wî dibire; Dê rojekê bê û tu yê çêrokê ji min bibhîsî, ka bi min re rahêje masê; Weke tu dibînî ji bilî danîştokekê tineye û di vê yek, ji me, xwe bide ser têxt. Koçer ji Şêrînê dixweze ku, ew li ser têxt rûne û bihna wê têde bimîne. Ji berî ku em dêst bi dersan dikin, ezê çayekê ji te re çêkim. Gotinên wî dihêlin keçik ji cih bête avêtin; Ev cara pêşiye dibîne ku, mêrek dê rabe û çayê çêke. Ji roja-roj de bavê wê rûdine û diya wê heya bi lingên wî jî dişo. Tu çima rabû ser xwe.

– Ezê çayê çêkim. Dema wê xwest ji piş masê derkeve, Koçer bi milên wê digre û didê rûniştin.

– Çênabe; tu mêvana minî. Wî rahişt çaydên û hinek av berda ser çaya kevin, Koçer xwest yeke nuh çêke, lê hat bîrê ku, pença dawî bûbû para Kamîrên û nexwest, careke din, Şêrînê di ewê bizava wê rojê re derbas bike. Çaydan danî ser papora gazê û zilê şixatê davêjê piş derî.

– Te çima ew nexist xwelîdankê, kanî sibirga te. Ji dema ku ew ketibû hundir odê, dixwest xwe bi wî bide naskirin ku, ew yeke ji malê ye.

Ev livên Şêrînê ji Koçer re ne tiştekî veşrtîne, wî ev pênc salên dawiyê bi danûstandina bi keçikan re û çêrokên wan borandiye û ev livên wilo jê re aşkere ne. Belkî ji berî pênc salên çûyî ba, wî xwestekên Şêrînê, bi dilekî sipî bibrana; “Em giş kiribûn Ûsibê pêximber”. Bi bîrxistina dostekî kevin ku, di civînekê de gote wan: Dive keçikên kurdan giş mîna xûşkên me bin û hêştibû ku, Kamîranê Hemo bi tinazî lê vegerîne û bêje: Bes hevalê delal tu, bi min re, nabînî; eger ku em li ser baweriya te bimeşin û di navbera çend salan de, emê ziyaneke mezin bighînin tevgera xwe û tu yê kesî nebînî ku, alê ji dest te bigre. Koçer bi evê bîrxistinê re û bi dengekî bilind, dikene û dihêle ku, Şêrîn jê pipirse; Ka ew bi çi dikene.

– Çêrokeke bi riswa ye. Bes piştî demekê min bihîst ku, ewî hevalî nav bi ser keçikekê xistî û ketibûn dû wî, da ku.. . Dema Koçer dibîne ku, ew bê deng û dev ji hevkirî lê dinire, radibe diçe çaydanê ku, keliya bû û yek lekeyên çayê pijiqandibû, tîne û careke din li hember wê rûdine. Mafê te heye ku, tu şêt bimînî, gerekbû min çêrok ji destpêkê de ji tere bigota.

Şêrînê di nava xwe de got: “ev kesê ku, ez pê re rûniştime, yekî dîne” û ewê yekê hêşt ew hinekî xwe ji wî bi dûr bixe; Tu çawayî Şêrîn. Ev pirsa ku, Koçer bi şêweyeke şanokî jê kiribû, hêşt ew bi dengekî bilind bikene û piştî ku, ew kenê xwe dibire, Koçer careke din wê bi kenandin dide; dema ku bi şêweya berê jê re dibêje: Tu dizanî ku, bira nahêle xûşka xwe, bi dengekî bilind, bikene.

Gava ku wan çayê veduxar û xwestin dêst bi dersê bikin, Kalemêr ji oda xwe de temaşa deriyê Koçer dikir û bêyî ku, ew bi wî hest bibin, ew çend caran hatibû ber pencera oda wan. Û anuha çavên wî li koma zarên ku, li hewşê dilîstin, dikeve û dêng li Hêvî; keçika Beko ya neh salî dike. Wê ji zû de rola xwe lezberkiribû, nemaze piştî dûrketina Şêrînê ji wî. Pir dirêj nekir û Kalemêr wê ji hembêza xwe derdixe û cilên wê jî rast dike û  bêyî ku, mîna hercar, jê re bêje: “Ji kesî re salix nede”, ewê derdixe derve.

Piştî derketina Hêvî yê, Kalemêr dora katekê, bê deng, di cih de vemirtî dimîne. Di wê demê de marê ku, ketibû nav beştên ban, çend caran dadikeve û li dora wî digere û gava dibîne ku, ew bê live, wî dihêle û ber bi konê pîrê ve diçe, lê newêre xwe zû bi zû nêzîkî wê bike.

Bi qîrîna Agob re, Kalemêr ji bê hişiya xwe vedigere û bi çavekî tijî xwîn li wî dinire; “Ev çi ji min dixwezin, çima nahêlin ez bi tena xwe bijîm, bimrim”. Pîreka Agob bi dengê qîrîna wî re derdikeve, dinire ku ew li ber deriyê Kalemêr, mîna singekî venîştî, hişkbûye. Çend caran bi milên wî digre û dihejîne, dihêle ku, careke din xwîn di laşê wî re biherike, lê dema dibîne ku, ew nikare bimeşe dikeve bin milên wî û hêdî-hêdî, ber bi hundir ve dibe. Demeke dirêj, bê deng, di nav nivînan de dirêjkirî dimîne, wan çiqas xwest zanibin, ka çi bi wî hat, lê ziman di dêv de bibû perçeyeke kulav.

–  ji min re bêje çi bi te hatî, tu weke gurekî bû. Pîreka wî dipirse.

– Wî..  wî. Bêyî ku, karibe ti tiştî bi wan bide fêmkirin, tiliya xwe ber bi oda Kalemêr dirêj dike.

– Wî çi kirî, te çi dît. Marî dipirse,lêpirsa wê bê bersiv dimîne û gava ew dixweze ji Kalemêr bipirse, wî di odê de nabîne. Ew di ewê hêlhûşê de û bê deng, ji hewşê, derketibû.

Agob heya bi demekê û şûn de ku, karibû xwe ji bin siya tirsê derxista û dema Marî xwest zanibe; çi bi seriyê wî hatiye. Ewî newêrî, zû bi zû, tiştên ku dîtibûn jê re bêje, lê heya dema ku xeber dide jî, ew gotinan bi nav hev dixe û dihêle kesên ku, li dora wî civyabûn, têkevin ewê gûmanê ku, ew hîne di bin saya ewan xewnan de ye, lewre jina wî ji cîranên ku, kombibûn dixweze; wî bi tenê bihêlin, da ku, karibe hinekî xewke.

– Tu dibêjî çi bi wî hatiye û ewê din xwe kuve winda kir. Piştî ku, ew ji ber deriyê Kalemêr vedigere û dikeve hundir, Şêrîn dipirse. Herdu pirs di mejiyê Koçer de jî meyî bûn, lê dikir û nedikr bersiv ji wan re nedidît.

– Ma ne em bi hev re bûn. Bes di baweriya min de ye ku, Agob rastî tiştekî zêde biyan hatiye, wî saweke mezin xwarî heya hêşt ku, ew bighe evê pileyê. Ez dipirsim, dê çi li ba Kalemêr hebe û çima ew revî.

–  Belkî ew rastî şehnika Kalemêr hatibe.

– Na, li gor tu dibêjî; ev deh salên wanin bi hev re ne û sedî-sed di van deh salan de, wî gelek caran rahiştî Kalemêr û ya dudiwan jî eger ku, şehnik hatiba wî, meyê ew li hundir bidîta, ne ji mal bi derkeve. Bersiva Koçer diket mejiyê yekî û hêşt ku, Şêrîn hin ji pirsa xwe bireve û babetê biguhêre û hin jî li nirîna xwe ya di Koçer de biguhêre.

– Diya min çi digote te. Di kombûna cîranan de li ber deriyê Kalemêr, Şêrînê dît ku diya wê xwe nêzîkî Koçer kir û pêre peyivî.

–  Ji min pirsî; ka xwendina te çawa ye.

–  Te çi gotê. Koçer berkenî dibe.

– Weke heye, min gotê; ew başe, bes dive yek di hin tiştan de aliyî wê bike. Bi gotin û nirîna wî re, ew berkenî dibe û çavan dadimrîne.

– Ango ez dikarim, careke din, bêm û dersan bistînim. Şêrîn bi pirsa xwe re, bi dizî û di bin çavan re, li wî dinire.

– Eger ku tu neyî, ezê bêm û te bînim. Rûkenî û sorbûna dîmê Şêrînê bihin ferehiyekê bi wî re çêdikin û dema ku, dibîne ew kaxizên xwe komî hev dike, bi dilgermî dipirse: Tu yê herî.

– Ez ji mêj ve hatime û ditirsim bavê min bi ser min de bixeyde. Lê mîna ku, ew bixweze dilê wî rihet bike, gotê: Ezê siba dîsa bêm.

–  Rast ji berî ku, tu diçî, çi çêroka cîranê we ye.

–  Kîjan cîrana. Heya wê hîngê, Şêrîn pirtûkên xwe dide ser hev.

– Ewê li hemberî we ku, mêvan gelekî tên cem, ew ne hevale. Pirsa dawî bi dudilî jê dipirse.

– Ê..  ê, mebesta te bavê Delîl e. Belê û ew dixweze bavê min jî bike heval.

–  Û tu. Koçer dibîne ku, pirsa wî dihêle ew veciniqe.

– Ez?! Eger ku, bavê min tiştekî wilo li ser min bibîse, dê min bikoje.

–  Çima, ma qey tu ne kurdî.

–  Tu hevalî. Bi tirs, lê bi zîzî, dipirse û dihêle Koçer berkenî bibe.

– Ez nizanim, tu çawa dibînî. Bêyî ku, ew bersivê bide, milên xwe dihejîne ku, ew jî nizane. Wî jî di nava xwe de got: “îro tiştên ku, wê dîtine bese”. Û rê ji çûyîna wê re vedike, lê ji berî ku, bighe derî, Koçer dêng lê dike û sênîka ku, wê bi şev jê re anîbû dide dest wê, bêyî ku, ew titiştî jê re bibêje û gava li çavên wê dinire, keriyeke xezalan di wan de dibîne.

Piştî çûyîna Şêrînê, wî xwest xwe bi xwendinê mijûl bike, lê gava çend xêz ji şanoya “Deriyên Girtî” di bin çavên xwe re birin û dît titişt neket mêjiyê wî, bi pirtûkê digre û ji nuh ve davêje ser masê. Bi girtina derî re, çavên wî li Şêrînê dikevin ku, di pencerê de rawestiyaye û gava ew bi nîşanî jê dipirse; Dê kuve biçe. Koçer milên xwe dihejîne û ji mal derdikeve.

Koçer careke din xwe di kolanên Bajarê Mezin de ji bîr dike û dema ku, valahiyeke bi qasî mirina zarokekî ku, li şûna xwe dihêle, ew di jiyana xwe de dibîne û gupikên pirsa ku, hertim di mejî de derdibe, ji nuh ve dipişkivin: “çima ez dijîm û ji bo çi”. Lê mîna her car pirsa xwe di tariya şikeftên pêşî de winda dike.

Wê şevê, ji kolanên bajêr, dereng vedigere; zik birçî, çav ziwa û dil vemirtî dikeve ser riya mal. Ji berî ku, ew bighe ber deriyê mal û bi çend zikakan, çavên wî bi reşantiya kesekî dikeve ku, wî di kuncekî malekê de, ji yên taxa Cidêdê, xwe kom ser hevkirî, wî gûman kir ku, ew careke din rastî ewê ku, li tûran dinire hatiye. Lê dema nêzîkî li wî dike û bi firîna refeke pêrçemok, ji paşila wî kesî, hinekî bi tirs şûnde vedigere. Lê hezkirina naskirinê zora tirsê distîne û bi gavne di cih de ber bi wî dimeşe. Nişkabûn û tirs dihêle, qîrîna wî û dengê Kalemêr bibine yek.

–  Te xêre, tu çima di vê şevê de diqîrî. Kalemêr dêng lê dike, weke ku, ew dostekî wî yî kevin be û dengê wî jî ji Koçer re, aramiyekê peyda dike.

– Ka ew kuve çû. Dema Koçer dibîne ku, rewşa Kalemêr ne ya ku, tu pirseke wilo j. bikî ye, ew radihêjêyê û dikeve bin milên wî. Bi rê ve wî, ew dîtin ji seriyê xwe avêt û di nava xwe de got: “Ew ne bêtirî xewnekê bû, ji yên mejiyê minî nesax. Di durv û mezintirîna wî re xûya bû”. Ji berî ku Koçer bighe ser Kalemêr û rahêje wî, dît ku pilindirekî bi girsiya mirovekî li ser pişta wî ye.

Ew hîne bi rê ve diçû, Koçer çavan bi jor ve hildide û dema ji bilî ezmanekî gewr û bê stêr, titiştî din nabîne, çêroka hatina wî ya pêşî ji bajêr re tête bîrê; Rojekê di zarokiya xwe de, ew bi bavê xwe re tê Bajarê Mezin û piştî ew vedigerin gund, ji diya xwe re dibêje: Gundê me çêtirî bajêr e û gava dê dixweze zanibe çima ewî ji bajarê heznekir, ew bi pozbilindî vedigerîne û dibêje: Stêr li wir tine ne. Bi bîrxistina evê bûyerê re ew berkenî dibe û nizane çima dixweze bêje Kalemêr; “Jiyana me mîna ezmanê bajaraye, stêr jê diweşin”.

– Koçer wî li ber deriyê mal dide rûniştin û piştî bizavne xurt, dikare ewî deriyê dîrokî li ser çêrokên nuh veke. Rewşa Kalemêr gelekî kambax bûbû û dema ew xwe xwar ser dike, da ku, rahêjê yê, kela verîşiyê dihêle ew bi çend gavan şûn ve vegere. Piştî ku wî dixe hundir û dest U çavên wî dişo, bihin bi Kalemêr tê. Ev cara pêşiye ku, piştî du mihan ji rûniştina bi hevre, xwe wilo nêzîkî hevdu dibînin. Ew heya bi demekê, bê deng, li hevdu dinirin û bi derbekê re tirs û nakokiya di navbera wan de dişke.

–  Tu yê qehwekê vexî. Kalemêr ji mêvanê xwe dipirse.

– Tu rûniştî bimîne, ezê rabim çêkim. Piştî ku Kalemêr cihê her tiştî ji wî re xeber dide, ew du piyalên qehwê çê dike û cixareyekê ber bi wî dirêj dike.

– Sipas, ew bi min re nameşe. Dest davêje beriya xwe û qutiya tutûn jê derdixe, cixareyekê ji xwe re dipêçe û heya bi demekê bê deng dimînin. Koçer evê kêlîkê bi temaşekirina odeya wî diborîne û dema çavên wî bi balîvê ku, ji hev ketî dikevin, bê hemdî xwe jê dipirse.

– Çi rewş bi seriyê vî balîvî de hatiye. Koçer, bê zanîn, devê şikeftên kîn û dûpişkan di sîngê Kalemêr de vedike û dihêle lehiya wan ji çavên wî birije. Dema ku Koçer evê yekê dibîne, dixweze babetê biguhêre; ji wî dipirse: “Qehwa min çawa ye”.

– Destên te sax bin. Wî karîbû, careke din, deriyên şikeftên xwe bigirta; “Bi rastî min ji zûde qehweyeke wilo venexarî; çi carên ku Marî çêdikir, min bihna ava cilşokan jê dikir”. Koçer di gotinên wî de yên xwe dibîne, lê dengê xuşîniya ku, ji nav beştên ban de hat, hêşt ku ew bi jor de binêre û gava ji bilî konkê pîrê, di kuncekî odê de nedît, wî ew tirsa ku di çavên Kalemêr de derbûbûn fêm nekir.

Bêdengî, careke din, konê xwe bi ser wan de dirêse. Koçer nizanî çi ji rûniştina xwe ya bi wî re dixweze, ew rewşeke mirî dijî û çend caran jî di nava xwe de got: “Bese, dive ez biçim”. Lê dilxweziya xwe bicih ne di anî, Kalemêr jî bi rola xwe temaşa wî dikir û gava dibîne ew mîna yê ku, li ser sêla sor  rûniştî be, ew dixweze dîwarê di navbera xwe û wî de bi herifîne, dêng lê dike.

– Eger ku tu birçiyî, tu dikarî hinek xwarin ji xwe re bibînî, çê-xerap em dikarin hinek tişt bibînin. Bihna bapîran ji gotinên wî dihatin û Koçer hin wêneyên ji dîroka xwe ya berê, di çavên wî de, dibîne.

– Ez ne birçîme. Kalemêr ji bersiva wî fêm dike ku, ew nikare di cara pêşî de, zû bi zû rê bide xwe û rabe destên xwe bavêje veşartiyên oda wî. Dema ku ew ramanên Koçer dixwîne, radibe ser xwe û rê ji wî re vedike.

Ew hîne li ser xwarinê bûn, dema ku Koçer pirsa xwe di riwê wî de diteqîne û dihêle jiyana wan bi hev ve bête girêdan. Kalemêr piştî evqas sal û ziwabûna ku, di hindirê xwe de, didît bawer nedikir ku, kesê karibe kaniyin sayî di hundir wî de der bike û ji kê; ji evê ku, hêştiye di evan du mehên dawî de jiyana wî bête teqlekirin. Ew gihêştibû ewê baweriyê ku, ji roja-roj de, ew mirovekî ziwa û bê hestbû; jiyana sar hêştibû kaniyên evînê ji bîr bike, lê dema ku Koçer dibêje wî:

– Weke ez dibînim tu bi tena xwe yî û ez jî li bavekî digerim, tu çi dibînî ku tu bibî bavê min. Heya bi kêlîkê ew bê deng dimînin û herdu jî hest dibin ku, ev xwestek û têkilî, ji kevin de, di navbera wan de heye. Lê pir naçe û du hêsirên xiniz bi çavên kalemêr dikevin û piştî ku, ew dixweze bi destmala beriyê, şopa herdu hêsiran veşêre, bi dilekî sipî dibêje Koçer.

–  Belkî tiştê herî dawî ku, ez pê biramyama ev bû, min ticarî bawer nedikir dê ezê karibim bibime bav û weke te bihîstî jî ku, piştî xwedîkirina evqas zar, min hîne hestê bavêtiyê nasnekirî, vêca, ji nuh ve ezê.. . Bes çima te ez vebjartim û ne yekî weke Agob; bi kêmayî, dê kiriya odê  ji te re bima. Deriyê hestên wî vebûbû, pêlekê ew dibir û yekê tanî, çend caran xwest wî têxe hembêza xwe, lê tiştek di hundirê wan de mabû û ev rê ji wan re venedikir.

Wî, ji bilî tiştekî bi tenê, ti rê û şêw nedîtin ku, bi Koçer bide naskirin ew çiqasî ji wî re şaye û bi sebareta evê yekê, ew radibe ser xwe û ber bi sindoqa keça yekemîn û bi tenê, ya ku rojekê dil jê re kiribû kelek, diçe û piştî ku çend qatên cil û bîranînan dide aliyekî, şûşeyê enbîtê derdixe.

–  Ew ji kengî ve li ba te ye. Koçer bihna zarotiya xwe jê dike.

– Min ew ji roja mirina xwe re veşartibû, lê ji îro çêtir lê netê. Bavê min digot: eger ku ez mirim dixwezin min bavêjin binî sêrgû, weke heve. Ma çima yekê ji ser riya bavê xwe derkeve.

– Ez, bi vê, ne bi te re me; Gereke ji her mirovekî re riyeke wî hebe, ew bi xweji xwe re veke. Koçer dixweze wî bikşîne xefka ku, jêre vegirtiye. Lê Kalemêr têra xwe jiyabû.

– Belê .. belê, di gotina te de jî rastî heye, lê rê giş diçin ser êş û tiştê ku, hatiye nivîsandin mirovkê bibîne. Ji berê de jî hatiye gotin: Ji xezalê bezotir tineye, lê bêtirî gepa zikê xwe naxe.. û de nuha keremke. Piyala xwe hildide û noşîcan dixweze û bi mêtina dilopên dawî re, ji ser lêvan vedigerîne, bi bazinê kurtikê xwe jî simbêlan ziwa dike.

– Ez ne bi van pendên neyînî re me, mirov jiyana xwe bi destê xwe dinivîse, erê carna ew ne li gor xwestekan diçe, lê mofirkên mezin bi destên yekî têne girêdan. Piştî ku, Koçer dawiya gotinên xwe tîne, ew bi quretî radihêje piyala xwe û hildide ser lêvan û dema ku, dibîne Kalemêr berkenî bûye, ew hinikî tê guvaştin.

– Dema ku mirov xort be, dikare li her titştî siwar bibe. Tu dizanî çima mirov pişt xûz dibe; ne ji hilgirtina barên jiyanê ye, ev beza bi şev û roj li dû lehengiyê, dê bihêle pişta çiyan jî bişke.

– Belê.. , bes nirîna min jî eve; eger ku, tu bixwezî bighê sirtên jor, dive tu stiriyan ji ser riya xwe bide alî. “Ez bi wî dikenim an bi xwe”. Koçer hevoka dawî dibêje xwe, lê ji berî ku, Kalemêr ramanên wî bixwîne, ew berdewamiya gotina xwe dike: Rojeke reş di nav jiyaneke sipî de, tiştekî pêwîst û normale.

– Jiyaneke sipî.. , gotineke xweşe. Ez li rojekê .. , na li kêlîkeke sipî digerim. Dibêjin ku rojekê yekî weke min bi nav mezelê gundekî dikeve û dema dîroka jiyana wan dixwîne, pirseke mezin û serpêhatiyeke dîrokî têde dibîne, dihêle  ji kesê herî pêşî ku, rastî wî tê, bipirse: çima evan gişan di zaroktiyê de jiyana xwe wendakirî, çi bêtar bi seriyên zaroyên we de hatî. Ew mezel û goristan, bêtara bajarokê wî û şewitandina sînemê û bêtirî dused zaro û di nav de du keç û lawekî wî, tîne bîra wî.

Lê ew kes, di bersiva xwe de, nişkabûnekê bi wî re çêdike, dema ku, dibêje: Ev gerdişeke gundê me ye, em rojên xweş û şahiyan, bi tenê, ji jiyana xwe dijmêrin, lewre te dît ku li ser kêlikên wan hefteyek, rojek û yê bêtir miheke jiyan, ji xwe re bijartî. Bersiva wî dihêle ew têra xwe bikene û wesiyeta xwe bike ku, li ser kêla wî binivîsin: “Hesê Morê ji zikê dê çû gorê”. Û yek dikre bibêje ku, jiyan kenekî zere, di nav bera du giriyan de; giriyên zayên û mirinê de. Ew hevoka dawî bi riwekî sar dibêje.

–   Tu çi dibêjî; xwekuştin çare ye.

–   Mirin xeweke bê dawî ye û kêfa min ji xewê re nayê.

–  Û roja din, dojeh û buhişt. Dema ku Koçer dibîne Kalemêr ne rije, dixweze wî têvede kolanên baweriyan.

–  Di nirîna  min  de; demê ku tu û kesên dora te, ne li hevbin û ti riyên din jî li pêş te tinebin ku, tu pê de herî, ewe dojeh. Piştî ku wî gotin bi dawî kir, Koçer di nava xwe de got: “ka Sartir çiyî nuh aniye”.

Wê şevê û piştî ku, ji cem Kalemêr radibe, Koçer cara pêşî û piştî du mehan ji rûniştina xwe ya bi wan re, radihêje kemancê û dihêle Şêrîn çavan li ser du hêsiran bide hev. Kalemêr jî hîne rûniştibû û guhdarî li awazên ku, ji oda Koçerê Başûrî diherikîn, dikir û ji berî ku, yek karibe tayê reş û sipî ji hev derxe, ew ji mal derdikeve û piştî ku, ew çend gavan dûrî mal davêje, dêst dixe beriya xwe û sê mûyên hespê Bozê Rewan, jê derdixe û dema ku, wan li hevdu badide, şihîniyek bi hespekî ku, baskek ji êgir û ya din ji baranê, dikeve. Pir naçe û ew li pêşiya Kalemêr dadikeve û bi siwarbûna ku, li piştê siwar dibe, ew dibin stêrek û bi riwê ezmên ve diçin û hîne wî çavên xwe nekutabûn, ew di nav koma ewana de peya dibe.

– Hûn hîne nemirine. Kalemêr dipirse û ber bi wam diçe û bêyî ku, li cem kesî raweste ber bi keçika ku, nuh gupikên sîng pişkuvîne dimeşe, dêst datîne ser zikê wê, yê ku hindik-hindik diwerimî; çi çêroka vî zikî ye, çima naherike. Ew bûbû bîst salên wêne ku, ew bi ducana ye û Kalemêr li benda zayîna wê ye, lê ew zik ne diherikî.

–  Dê rojekê biherike. Keçik vedigerîne.

–  Dive ku ew yeka ji berî şiyarbûna xewarên şikeftê be.

– Ewên bi destên wî şiyar bibin, ji bîr neke ku, ji bilî kurê te ti kes nikare xewarên şikeftê şiyar bike. Rihsipiyekî civatê li Kalemêr vedigerîne.

–  We çima îro şandiye dû min.

– Naskirina te ji Koçer re. Ewê rihsipî bi Kalemêr re dikeve axaftinê.

–  Hûn çi jê dixwezin. Kalemêr bi tirs vedigerîne, ev cara pêşiye ku, ew li ser yekî ditirse.

–  Dive tu ti tiştî jê re nebêjî; hatina te ya cem me neghe wî û dive ew roja zayîna evî zaroyî nasneke.

–  Tu dibêjî; eger ku ez rojekê jê re bibêjim, dê ji min bawer bike.

– Belê, tu wî nasnakî. Ew ev gotinê dibêje û di bin re li çavên cvatê dinire; ka kesê ti gotinan berde yan na û da ku, ewê yekê veşêre ew careke din vedigere ser Koçer û dibêje: belê.. sîbera wî dûr diçe, lê anuha bi destê pîreka xwe bigir û here, katek li pêşiya teye ku, tu vegerî.

Piştî ku Kalemêr û keçika nuh per vê ketine diçin oda xwe da ku, rê têkeve wan û ew hinek kaniyên jiyanê derkin, lê sarbûna wê tiştekî nuh dibîne, ev cara pêşiye ku xwe dîrî wî dike; wê bihna Koçer jê kiribû. Kalemêr jî nexwest lê bîne zorê û dûrî wê, di kuncekî odê de, piştî ku postikekî dikşîne bin xwe, rûdine û heya bi demekê bê deng dimîne.

–  Ez dipirsim, dê kengî bavê te dawiya evê çêrokê bîne.

–  Çêrokê çi?.

– Çêroka standina min ji te re. Ji berî ku ji bîrdikim, pilindir gihêşte cem min. Dema ku ew hevoka dawî dibîse, tayeke sar bi laşê wê dikeve û bi tirs dipirse.

–  Ew ji kengî ve gihêştî cem te.

– Hefteyek bûye. Keçik nasdike ku, mirina wî û zayîna kurê wan dê di demeke nêzîk de be û bi dil zîziyeke germ xwe nêzîkî wî dike.

Kalemêr kûr li çavên wê dinire, germa havîneke rojhilat di wan de dibîne û bi morîka sisiyan re, herdu sêvên sîng ji xew şiyar dibin û tilî lîstika xwe nîşanî wan didin; di kefa destên Kalemêr de lûsdibin, lê dema ku, tiliyên wî ber bi xala nîvê gerdûnê dadikevin û bi firîna wan herdu kevokên sîng, ji nav tiliyên wî, dihêlin ku hespê wî bişîhe û xwe li sing û kemendan xîne û gava ku, destekî ji baranê dikeve peyika wî û seriyê hêsp ji hevsaran û merbendan berdide, ew dikeve ser pişta geliyekî bi merc û kanî, cirîdeke rewanî li wir dike û bi dawiya cirîdê re bihin li wî diçike û bi devgeza dikeve ser sîngê wê û guleke sor jê dike.

Koçer ji xew radibe ku, guleke sor li ser masa wî ye, bi qasî hijmara pelên gulê, ramûsanin ji avê ji Şêrînê re dişîne û heya ku, karibe xelata wê ji bê bextiyên demê biparêze û nehêlibe ew biçelmise, wê dadiqirtîne. Lê ewê, dereng, nasbike ku Kalemêr ew gul jê re şandî.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

– 4 –

 

 

 

Koçer îro, careke din, dereng ji xew şiyar dibe û dema çavan digerîne û dinire ku, ro bilind bûye û mîna kesê ku, li şûn sozeke pêwîst mabe, xwe bi hêz ji ser têxt çedike û bi lez ber bi masê dibeze û bêyî ku, çavên wî li ti gulan bikeve, li katijmêrê digere; Lê tê bîrê ku, ew ji berî çend rojan firotibû. Ji odê derdikeve, çend zarên cîrana yên naçin dibistanê di hewşê de dilîzin û dema ku, seriyê wî dibînin ew hinekî dengê xwe kêm dikin. Ev cara pêşiye ku, Koçer pê hest dibe û xwe yekî ji wan dibîne; “ka ji berî îro zaro li hewşê dilîstin û tîrêjên rokê xwe berdidan devê pencereya min”.

Wî ji zû de ev sinc û rewşa ku, evê sibê têre derbas dibe ji bîr kiribû, erê ew carna dighêşt nêzîkî ewê radekê, lê îro careke din kaniyên hezkirinê di dilê wî de derbûbûn; hezkirineke bêy, ku ti tiştî ji yê hember xwe bixweze, dinase.

Kêlîkekê bê deng li hember zaroyan radiweste û dema dibîne ku, ewana dest ji lîstikên xwe berdane û li wî dinirin, di riwê wan de berkenî dibe û dêst di ser porê yekî re dixuşîne û hêdî-hêdî ber bi avrêjê diçe.

Koçer hîne piyala yekemîn bi dawî nekiribû, dema zaroyekî cîrana dibeze odeya wî û jê re dibêje ku, mêvanekî te li ber derî ye.

–  Te çima ew derbas hewşê nekir. Wî got û bi zaro re derket.

– Min jê re got, bes wî got bila ew were. Bersiv û qujmirandina eniya wî dihêle Koçer bikene.

– Ne xeme, de ka em binirin ew kiye. Eger ku di rojeke din de ba û di evê dema ku, ew nuh ji xew rabûye de, yek bihata cem wî, dê gelekî ew acizkiriba. Lê ew evê sibê bi dilekî sipî ku, hin gangiliyên sor, gol-golî têde vedane, ji xew şiyar bûye.

– Tu yî.. , wey ser çava, tu çima derbas nebû. Ew bi hatina Kamîranê Hemo, di evê dema ku, her tişt gewre didît, bêtir kêfxweş dibe. Piştî ku dikevin hundir, piyaleke çayê jê re dadigre û datîne ber wî.

– Tu îro gelkî şahî, Xwedê xêrke. Koçer ji ewan kesên ku, her tiştê di dilê wan de li ser riwê wan aşkere dibêye, lê kê dikarî di liv û nirînên wî de, jiyana wî ya hundir nasbikira.

– Bi rastî tiştî bi nav tineye; lê ez xwe weke yekî ku, nuh ketibe nav mêrga keçikeke ku, nuh kevokên wê bi firê ketibin, xwe dibînim. Bêyî ku ew zanibe, wî ya dilê xwe digote Kamîrên.

– Tu bi min re nabînî ku, ew ji te re nabe; hîne bihna şîr ji dêv tê. Kamîran nirîneke rovîtî lê dike, dihêle Koçer deriyên dil bigre, lê piştî ku pêrçemok jê firî bûn, lewre dixweze babetê biguhêre.

– Ê..  de ka bibêj çi li ba te heye, tu ji kuve tê, çi dikî-nakî, çi li dinê heye. Pêlên pirsan î bîrîkirina dostê kar û xebatê bi ser de herikîbûn û ew dabûn ber xwe. Dixwest û bi gotinekê re, rewş û jiyana wî, di van demên çûyî de, nas bike.

– Tu nabînî ku, te li min weke ewê ku ji kompiyoter pirsîbû; ka ji min re bibêje: çi heye û çi tineye, kirî.

–  Bes tu neteqî. Koçer bi ken vedigerîne.

– Yek li çi bigere dê wî bibîne, mîna wan hersê hevalên ku, derketin bajarekî û her yekî çêrok û dîtinên xwe, bi rengekî cuda, salix dan.

– Ew hevalên girtî hîne bernedane. Koçer kilîtên devê mêvanê xwe nasdike.

– Ma di evî welatî de çi çû ye û ew ji nuh ve vegeriye şûna xwe ya berê. Ew her çend rojan carekê dibêjin: emkê wan daxînin dadgehê û ev bû çend meh, em li ser wê yekê, hêviyên xwe datînin. Lê her ku soz nêzîk dibe ew, careke din, bi şûn dixînin.

– Ev lîstika han ji we neveşartiye. Koçer bi tinazî vedigerîne, lê Kamîran û bêyî ku, li xwe xûya bike, dadiqurtîne.

–  Belê, ew dixwezin dilsariyekê bi avokatan re çê bikin.

– Ma avokatên ku berevedaniya ewan girtiyan dikin, ne ji aliyê wan ve hatine danîn. Koçer ev xal tiştekî pêwîst didît.

– Belê, bes em nikarin bibêjin; ku ewana gişan xwe firotî. Koçer nikarîbû evan çêrokan ji hev derxe; dê çawa yek dikare li hembrî dezgehên dewletê rawste û bervedaniya yekî bike û ew bi xwe jî ji dûvikên wan dezgehan e; “ew weke roviyên ku, em ji mirîşkên xwe re  xwedî dikine”. Koçer kir ku bibêje, lê gotineke din hate ser zimên.

–  Vala ye. Wî bi dilekî sar got.

–  Em zanin valaye. Ev gotin dihêle Koçer zirt bibe.

–  Eger ku hûn dizanin vala ye, çima ev pêkenîn.

– Gotinek wan heye dibêje: “bide dû yê derewîn heye bi piş derî”. Em jî dizanin çawa paşiyê li wan rût bikin.

– Birako ew ji roja-roj de tazî ne, bes me çavên xwe li ser ewê yekê damrandineî û em naxwezin ewê tiştî bibînin; nuha ku min destê te di beriya xwe de girtibe, çima tu yê ji min bixwezî ku, ez bidim dû çêrokê, da ku, zanibim ka tu silavê didî min an bêrîka min talan dikî.

– Eve polîtîk û ji ber evê yekê min gote hevalan ku, rêzanî ji wî re nabe. Bi çavne tijî lome li Koçer dinire, weke ku, ewî hêviyên wî beravêtî kiribin.

–  Bi rastî rîzaniyeke ji va ton-rengî, ji min re nabe.

– Ez dikarim bibêjim ku, ev bersiva pirsa minî ji berî demekê ye. çavan dikute yên Koçer û bêyî ku, ev çavên xwe ji yên wî derîne, dibêje.

– Belê. Kamîranê Hemo di evê bersiva Koçer de nasdike ku, ew hevalê fedyokî çiqasî, di vê demê de, hatiye guhartin: Bes ji berî tu diçî.. .

– Kê gote te ezê a nuha biçim, ma ji bilî polîtîkê, ti tiştî din, tineye ku bihêle em bi hev re bimînin û dostaniya me berdewamke. Koçer dinire ku, ew careke din, zora wî dibe.

– Bibore.. , merema min, eger ku tu çû û bi hevalan re rûnişt, ez dixwezim tu vê pirsê ji wan bikî; çima hûn nuha dixwezin wî vegerînin û hûn bûn ên ku, ji bo ramûsanekê we ew ji partî bi dûr xistibû. Heye bi demekê bê deng dimînin û Koçer ji nuh ve dêst bi rijandina kela xwe dike; Ji berî ku ez ji bîr dikim, hevalên perçê din jî hatin ba min, ew jî di der-dora evê babetê re gerîn û weke pirsa ku, te ji min kiribû, wan jî ji min kir. Peyvên paşin dihêlin ku, Kamîran hinekî ji giraniya xwe derkeve û bêyî ku, bersiva wî bide, dêst bi riswakirina wan kesan dike û piştî demekê dibêjêyê.

–  çima te hêşt ew derbasbin.

– Û çima na, tiştê ku dihêle tu derbasî cem min bibe, rê dide wan jî. Koçer di vê hîngê de dinase ku, dostaniya wan kirasekî rizyayî ye, lê hîne ew ji hev neketiye. Hatina rojên zivistanê, bi baran û sermayên bakur re, dê bihêle ew nasbikin ka ev dostaniya wan dikare ewana biparêze yan na, lê tevî wê yekê jî, ew gihêştibûn ewê baweriyê ku, nema ew dostaniya wan a berê dikare bihêle ev dilên ku, bi salan zingarê li ser girtî, careke din lêbide.

–  Bes di rûniştinên dawî de tu bi me re bû.

– Xwe nexopîne, em rûdiniştin da ku, em karibin nirînên herdu aliyan nêzîkî hev bikin, lê dema me dît ku, ewana ji zû de çêroka xwe ristiye û rûniştinên wan tenê bi boneya yên ku, li dû wan pir bibê ye û da ku, dengê çepikên wan ji yên din bilindtir bibin, em ji ewan meseleyan bi dûr ketim; ji ber ku, min dît çêrok ji ewan tevdîrên me û bi pirî, mezintire.

– Bes piştî ku tu bi dûr ket pir tişt ji bin hev bi derketin û ji hevalan re xweş xûya bû ku.. .

– Ewên din girêdayîne. Tu nabînî ku tu bi xwe dikenî, çawa dixwezî bi min bidî fêmkirin ku, hevalên heya bi duh em bi hevre bûn û ew di navbera roj û şevekê de, bûne kesin girêdayî.

– Min ne got tev, lê yên ku serkêşiya wan dikin kesine girêdayî ne. Û dema Kamîran dibîne ku,  hêdî-h.dî, cil ji bin lingên wî tête kişandin, dixweze careke din li çêrokê vegere û babetê bi dest xwe ve bîne; ew hetim hevlê serok bû. Lê gotinên wî dihêlin ku, Koçer bi kêmtêghîştina hevalê xwe bikene û bi carekê re dinase ku, dûvikî û çavkorkirin, heya bi kîjan pêpelokê, dikare yekî di kortan wer bike.

–  Lê hevalên te; yên serok, ne ew jî bi wan re bûn. Evên ku tu dibêjî wan; ew girêdayî ne, heya bi duh digel serokên teyî îro, xwediyên biryar û karûbar bûn. Ango herdu têde hevparin û tiştê din, serokatiya wan ji ku dihat; ma ne min û te dengê xwe dabû wan. Tu çima ya rast nabêjî ku, nelihevkirina wan, bi boneya ka kiyê yê yekê be. Mîna dibêjin: “seriyê du beranan di biroşekê de netê kelandin”. Mixabin piştî evqas sal ji kar, raman û bawerî, em roja îro bên û bibêjin ku, pasporta Îraqê bi ewî re derketî û em ewê yekê di dest xwe de bikin agahname, da ku, em rê bidine xwe û wî di nav xelkê de riswa bikin.

–  Tu çima tevlî wan nabî, eger ku, tu ji sayîbûna wî bi bawerî. Kamîran di keleke bê hişiyê de dibêje û piştî ku, gotin bi paş gewriyê dikeve dinase ku, ew careke din ket.

–  Tu  dihêl ku, yek bi zorê bikene, min bawer nedikir dê rojek bê û ezê te di evî kirasî de bibînim. Tu baş dizanî ku perçebûn, ji min re, herifandina baweriyan bû; ango ew kevirê ku hêşt, gol li hev bikeve û baweriyên min mîna cama bête herifandin, ji hev bikevin. Çêrok ne perçebûna partî ye û ne jî sipîkirina riwê evî hevaliye yan jî yê dine, partiyên wan hene û ew dikarin ji ber riwên xwe, yên sipî û reş ve, berevaniyê bikin. Çêrok, weke ku min ji te re got; çêroka herifandina bawerî û xewnên nifşekî bi temamiye, ew xewnên ku, me bi salan ji xwe re danîbûn e. Ezê çawa bi te bidim fêmkirin; binir, tiştê ku hate seriyê me weke xewnekê, lîskeke mezinan li ser seriyê zaroyekî bigere be ye; ku ewî di bavê xwe de lehengekî bê hempa didît û di rojekê de, ji nişkeve, tê derdixe ku, ew ne bes kesekî ji lehengiyê dûre, lê heya ew ne bavê wî ye jî.

Ew di vir de radiweste û dema dibîne ku, Kamîran bêdeng cixareya xwe dikşîne, careke din dêng lê dike: Tu çima bersiva min nadî. Kamîran bêtir bawer dike ku, dem dikare pir tiştan biguhêre, ji bilî evan dezgeh û dewletên rojhilat, ewên ku bi kevirên delûban ve hatine girêdan û her û her li dora xwe digerin.

– Tu ya rast dixwezî, axaftina me ya nuha û şerê ku, em li dijî hev dikin, dihêle yek bighe ewê baweriyê ku, destê dewletê di nav me de, heya tu dixwezî, dirêje û bes maye ku, di xirnika gewriya me kin.

– A nuha tu vegerî Kamîranê ku, ez nasdikim. Em hinek bûne gur, hin jî seg û bi canê hev, mihiyan ketine û li hemberê jî şivan bilûra xwe dikute.

– Bes eger ku, seg li hember, guran raneweste, dê dawiya mihiyan bête. Kamîran dizanê ku, kêfa Koçer ji evan babetan re tê û dema ew dawiya gotina xwe tîne, dinire ku ew berkenî dibe; her ku ewî dixwest ramanên xwe bide ser hev, da ku, ew karibe êrîşî yê hemberî xwe bike, ew heya bi demekê bê deng û berkenî dima.

–  Nêtşê rast çûye, jiyan lîstika sopêrmena ye, weke tu dibînî eger ku, rojekê mîh neman, wê hîngê bila gur û seg bi canê hev kevin, lê ne dibin sîh û kurkê şivên de, bila ew ji bo xwe şerbikin û heya ku, seg jî windabûn, li gura dimîne ku, hevdu tinebikin û ji bîr neke ku, gur û seg ji yek damarê ne û evê dawî sîxuriyê ji şivan re dike û ne ji bo xwe kar dike.

–  Tu yê me vegerînî sed salên pêşî, yasayên rêl û şikeftan. Kamîran deriyekî din vedike.

–  Ma ne çêtirî evê kirasê ji êgir ku, me li bejna xwe kirî ye û bila tu zanibî ku, hin caran, yasa û dazanên rêl û şikeftan çêtirî yên bajar û dewletan e.

–  Xûya dike ku tu gelekî pê de çûyî û nema baweriya te bi ti tiştî tê, lê ji bîr neke ku ew jî baweriye, bes bi rengekî dine û wilo em jî nêzîkî olperestane, lê ji me her yekî re riyek, Xwedêyekî cuda heye.

–  Bi bîrxistina olperestiyê; ez ji berî demekê vegerîm bajarokê xwe yê berê û digel bavê xwe çûme mizgeftê. Piştî ku Koçerê Başûrî ji partî bi dûrxistin, ewî xwest vegere wir û çend mehan digel malbata ku, ew xwedîkiribû bimîne. Lê ewî, di ewan mehan de, têderdxist ku nema ew dikarin rojên berê vegerînin, erê kesî jê re negot: ji vir here, lê roja ku wî xwe bi rêxist kesî jê re ne got; tuyê bi ku ve herî. Belê di ewê çûna minî wir de û di rojeke înê de, ew kete ser min, da ku, em bi hev re herin mizgeftê. Min çend caran got; na jî, lê gava min dît ku ew bi baweriyeke kûr ji min dixweze û di çûna min de xelasa xwe dibîne ku, ewê di bihuştê de cihekî ji xwe re bigre û belkî para wî ji horiyan zêdetir bibe, min bi ya wî kir û em çûn û mîna di demên berê de, gaveke wî li pêş û yeke min a li şûn, em çûn. Lê mixabin ew bihna ku, ji cilên mizgeftê dihat, min winda kiribû û ji berî ku, ez nimêja xwe bi serî bikim, ez derketim.

–  Tu çû û te nimêj bi serî nekir; tu di her tiştî de wilo ye; ewana nabî serî. Kamîran dixweze wî, careke din, vegerîne çêrokê û gotina wî ya dawiyê akameke kûr di hundirê wî de dihêle.

–  Riyeke ku berê, carekê, tu pêde çûbe, gereke careke din tu nebêjî: ka ez binirim ev rê dê bighe kuderê û hîne bi ser evê yekê de jî, tu rojekê xas ji mizgeftê vegerî be. Çûna minî dawiyê ji encamên windabûnekê tête fêm kirin.

–  Û li dawiyê. Ew bi dilê dostekî jê dipirse.

–  Eve dawî; ne ti tişt. Tu dizanî, carekê Ibin Erebî di rûniûtineke xwe ya bi şagirtan re, got: ez mezinim. Dihêle şagirtekî wî mezinahiya mamosteyê xwe nasbike, ew dipirse: tu feqeyî. Ibin Erebî dibêjêyê: na. Ew pirsa xwe dubare dike: tu şêxî. Lê mamosteyê wî, careke din, bi “na” bersiva wî dide. Û ew wilo didin dû hev, heya dighe ku, jê re bibêje: ma tu Xwedê yî. Lê bersiva mamoste dihêle çav di seriyê şagirtan de sorbibin, dema ku ew dibêje: na, hîne mezintir. Ewê hîngê ew şagirtê ku, barê naskirina wî hildabû ser milên xwe, bi zirtî, dibêje mamosteyê xwe: ne titişt ji Xwedê mezintire. Û bêyî ku Ibin Erebî xwêdanê bide, serî dihejîne û ji wan re dibêje: belê; “ne titişt” ezim.

Piştî evê dawiyê, ew bê deng dimîne û dema ku, Kamîran li katijmêrê dinire, di cih de radibe ser xwe û dibêje: em ji aliyê demê ve hatine dizîn. Û ji berî ku, ew ji derî derkeve, careke din, dêng lê dike.

– Em dikarin, carne din, hevdu bibînin. Ew bersiva xwe di çav û hembêzkirina Koçer, ji wî re, dibîne û bi dilekî sipî ji ba wî bi rê dikeve. Dema Koçer vedigere odê hestek bi wî re çêdibe ku, wî barekî giran danîbû ser milên xwe û piştî riyeke dirêj, karîbû barê xwe deyne. Wî nizanî ku, Şêrîn jî li benda çûyîna Kamîrên e; wê û ji bo ku, binire ka mêvanê wî çûye ya na, her çendekê radihişt misînê avê û derdiket derve û hinek av li çîçekan dikir, heya hêşt ku, diya wê jê re bibêje: te ew di avê de fetisandin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

– 5 –

 

 

 

Di demên ku, Şêrîn derdiket derve û dinirî ka hîne Koçer û mêvanê xwe rûniştîne, Kalemêr jî çend caran derketibû, da ku, dêng li wî ke û qehwa sibê bi hev re vexun, lê hercar jî, ji zarên ku li hewşê dilîstin dinasî ku, mêvanê wî hîne rûniştiye û piştî ku, dêst ji ewê daxwezê dişo, dêng li pîreka Agob dike û qehweyekê jê dixweze. Bi anîna qehwê re Kalemêr li rewşa mêrê wê dipirse û dema dinase ku, ew ji wê rojê de nepeyviye, dilê wî rûdine.

Wî hîne rûdanên xwe yên duh bi bîr nexistibûn, Şêrîn mîna kevokeke sipî di derî de radiweste û bêyî ku, ew di silavê de dirêj bike, jê re dibêje: Belkî ez îro bêm cem te. Û bêyî ku bersiva wî bibîse, ew derdikeve qatê jor. Bi derketina wê ya ser pêpelokan û bi hildana kirasê xewê re, Kalemêr bi dilgermî li rehên wê sêrdike; wî ji zû de gewdê wê di bin tiliyên xwe de nedîtiye. Bi bîranîna dîmenên wê, di demên ku, ew dihat û di hembêza wî de lûs dibû, du-sê caran toxmiya wî dilve û dema dixweze dêng li Jînê ke; Keça şeş salî, dibîne ku Koçer di derî de rawestiye. Ew her çend di cihekî de dilîstin, Jînê jî ji yên ku di hewzo de dilîstin bû, Kalemêr bi dîtina wî re mîna marê ku, seriyê bazekî li ezmên bibîne, ji nuh ve bi hundir ve dikşe û dilxweziya rûniştina bi wî re jî winda dibe.

Çavên Koçer bi wî dikeve û dema dike ku, here ba wî, Şêrîn derdikeve ber pencerê û jê re nîşan dide, dê anuha dakeve cem wî û dihêle ew ji nuh ve vegere û hinekî dora xwe bide hev; xwelîdank û piyalên çayê, yên ku bi dûvikên cixaran dagirtî, dişo. Dem jî bûye jiyana girtiyekî, her diçe dirêj dibe û bi gavne kûseyî dilve û da ku, wê ji hev biqetîne, ew  xwe li ser têxt dirêj dike û dêst davêje pirtûka li ber destê wî.

Piştî demekê radibe û cilên xwe datîne, xwe li ber tena şort dihêle û ji nuh ve vedigere ser têxt. Û pir naçe, Şêrîn jî pêpelok bi pêpelok dadikeve û hinekî di deriyê odê de radiweste û piştî çend nirînin bi kuzûr ku, li wî dike, ew li ser pozê tiliyan dimeşe, tê û di ber seriyê wî de radiweste û careke din nirînên wê dêst bi şûştina gewdê wî dikin; ji neynoka tiliya mezin ber bi jor ve hildikşe, çend caran di nav de vehesê didin xwe û ji berî ku, ew bighên nîvê wî, ew ji nuh ve bi şûnve vedigerin, lê ew bi sed hespî ve hatine girêdan û wê ber bi kaniyê ve dikşînin.

Bi siwarbûna Şêrînê li pişta hespê rewa û tevlihevbûna ava şor û şêrîn re, Koçer difre. Û ew jî dêst têve dide bin şortê wî, tiliyên wan mîna dîkan hevdu nikildikin û dema ku, ewî digre, ew weke kevroşkekê di nav lepên wê de dipir-pite. Di cih de bi şort digre û li binê kabokan radiwestîne, kevroşka ku di nav lepên piling de di pir-pitî, dibe marek û li keysekê digere ku, bi wê dade, Şêrîn jî bi dolemê digre û li nava xwe dalîne, derpiyê sêtilî yî davêje.

Siwareke çelenge; dizana seriyê hespê xwe kuve dişîne. Bihna siwêr û hêsp germ dibe, candekên wan jî di lîska cirîdê de dibin yek, geyîk di damarên wan de dibezin û bi qêrîna wê re Koçer çavan vedike, dinire ku Şêrîn hîne daneketiye.

Ew ji xew şiyar dibe, golên xwêdanê û derbûna kaniyên jînê dikin ku, wî bifetsînin, heya bi demekê bê deng û liv di nav nivînan de dimîne, derpiyê wî bûye warê hezar segî, di nav lingan de, newêre xwe bilivîne: “Tifî li rewşeke wilo. Bes, ev ji rojên zivistana siviktire, bi kêmayî avê qeşa negirtî”. Koçer radibe û ber bi quncikê ku cilên xwe yên binî têde veşartine diçe, derpiyekî paqij dertîne û piştî ku, derî û pencera odê digre, cilên xwe diguhêre.

Bi vekirina pencerê re, careke din, Şêrîn nîşanî wî dide ku, ewê piştî hinekî din dakeve cem wî; “Ji berî ew dadikeve, ez hinekî dora xwe paqij bikim û çayekê jî bidim ser êgir, min hîne nanê sibê nexariye”. Bi bîrxistina nên re, ber bi cihê ku tûrik avêtiyê de diçe, dema radihêjêyê dibîne ku, bihna kefnikê jê difûre û deziyên kuvarkan jî dûr çûne; “ewên bi êgir bêtin paqijkirin”.

Maseya xwe ya xwarinê û xwendinê di nav bera têxt û danîştokê de datîne, sênîka zêtûnên reş sîngê sifrê distîne; “ev çima wilo dibin, çima nerm û bihna kefnikê ji wan tê”. Koçer û mîna ku diya wî, carekê jê re, gotibû kiribû, lê dîsan jî kefnik ketibû hundir qetremîzê zêtûnan. Di nik wê sênîkê de jî, ya zêt û zeterê cih girtî ye, digel du piyalên çayê û du nanên şewitî; “me çiqas tûr, ji evî nanî xwar û ti rojan em bi ser qiroşekî de venebûn”.

Koçerê Başûrî xwest nemaziyekê bide sifra xwe ya îro, ew derdikeve û şiqnekî ji dara zêtûnê, ya ku tikes nizane çawa û kê çandî ye, jê dike û dixe devê şûşeyekî enbîtê û di nîvê masê de datîne. Bi kela çayê re Şêrîn dikeve deriyê odê, evê carê ew bê dudilî dikeve hundir û ber bi masê dimeşe. Piştî ku Koçer pêşwazîya wê dike, jê dixweze ku ew weke cara çûyî, li ser têxt rûne; ev lîskeke wî ya kevine. Lê Şêrîn pir dirêj nake û ji nuh ve radibe ser xwe.

–  Tu çima rabû ser xwe.

– Ezê anuha vegerim. Koçer dikir ku, rahêje sifrê gava dit Şêrîn vegerî û di dest wê de sênîka xwarinê ye. Hinekî ji piyan man û bê deng, careke din, sênîk danî ser masê.

–  Çima te anî, min xwar.

–  Û eger ku min got: Ji bo min. Bi gotinê re, ew çavên xwe dadimrîne.

– Ezê vegerim, bes ne bi tenê. Herdu li ber rûdinin û ji berî ku, pariyê sisiyan daqurtîne Koçer bi şûn ve dikşe; ewî di rewşên weha de nedikarî xwarin buxara.

– Te çima nexwar, xwarin ne li gor dilê te ye. Pirs û qehra wê dihêlin Koçer bikene.

–  Ez  naxwezim   bi  ser  xwarinên  xweş  vebim. Dive ez xwarinê bixum, ne ew min buxe. Dema ew dixweze rahêje sifrê Şêrîn nahêle.

–  Tu yê çayeke din vexî.

– Na. Ew cixareyekê vêdixe û dûyê wê xelekên vala di odê de pirtir dike. Şûştina firaxan ji min re bihêle, negereke ku cîran bibînin tu çidikî. Piştî ku Şêrîn firaxan datîne piş derî û vedigere ber masê, Koçer dipirse: em ji kuve dest pê bikin, lê tu ewê yekê ji min re dihêlî.

–  Cixara  xwe bi dawî bike û di dû  re  emê  binirin. Şêrîn xwe dide ser têxt, piştî ku dibîne wî danîştoka bi tenê ji xwe re girt. Dema ku ew rûdine, bermalka wê dikeve bin û heya bi jorî kabokan tazî dibe, lê heya dema dibîne ku, nirînên Koçer ji wir barnakin jî, ew ser xwe nagre: Koçer, dê û bavê te saxin. Pirsa ji nişkeve dihêle ku, ew xwe mîna zaroyekî di nav destên wê de bibîne. Wî ji berî nuha jî ev pirs, ji hevalan bihîstibû û evê yekê dihêşt ku, ew xelekeke vala di jiyana xwe de bibîne û wî çiqas bizavên xwe dikirin ku zanibe, ew dîroka ji bîrbûye di ku de winda kirî, lê hercar bê çare derdiket û vaye Şêrîn, careke din, wê dîrokê dikole.

–  Belê.

–  Çima ti kes nayên cem te û ne jî tu diçî.

–  Çêrok dirêj e.

–  Ez dikarim bibîhisim?.

–  Bila di rojeke din de be.

– Tu min bi çûk dibînî; ez ketime hefde saliyê û ez dikarim guhdareke baş bim.

– Ez naxwezim seriyê te bi çêrokên xwe bi êşînim û divê tu ji berî her tiştî guh bidî xwendina xwe.

– Tu jî weke diya min di axivî, ev gotinên wê ne jî. Ez çê dizanim; eger ku xwendina lîsê jî bistînim, dîsan jî ezê di mal de, li benda zaveyekî bimînim. Rewşa me li ber çavaye. Koçer bi çavekî girtî û yekî vekirî li wê guhdar dike; ev Şêrîn eke dine, rûçikekî nuh ji wê nasdike. Pirseke din li cem min heye.

–  Xwedê xêrke.

– Te çima heya bi nuha jin ne aniye. Bi kenê Koçer re riwê wê hinarî dibe û wî nasnekir ku, ew yeka ji qehrê ye yan jî ji fedîbûnê ye. Lê ew di cih de kenê xwe dibire û bi êjdilî lê vedigerîne.

– Tu di ewê baweriyê de yî, dê keçikek hebe ku, ew bi rewşa min razî bibe.

– Ev dihêle ku, em careke din vegerin ser pirsa berê; tu çima ji xwediyên xwe bi dûr ketî.

–  Ez jî te vedigerînim bersiva çûyî; emê ewê çêrokê bihêlin rojeke din.

– Ne xeme, tu dipirsî; dê kes bi rewşa min razî bibe. Eger ku hezkirin hebe û tu karekî ji xwe re bibînî, dê çima keçik razî nebe.

– Em gihêştin tiştê ku, tê xwestin; ez ji karan heznakim, nikarim yekî di ser seriyê xwe re bibînim, dîtina wî dihêle civaka koletiyê û jiyana segan bête bîra min. Koçer çend caran bizavên xwe kirin ku, karekî ji xwe re bibîne û du-sê caran jî çûbû ser kar, lê ti carî jî bêtirî rojekê têde nedima û bêyî ku, vegere û pereyên ewê rojê bistîne, dev jê berdida.

– Bes tu yê ji ku buxî. Pirsa wê dilopeke xwînê ji dil dadirivîne û dihêle Şêrîn lêvên xwe gezke.

– Ez ne li dijî ku, yek kar bikê, me. Lê ez  nikarim her karekî jî bikim û bawer neke ku, keçek dê hebe û bi rewşeke weke ya min razî bibe. Koçer hinekî gotina xwe nerm dike û bi Şêrînê re dadikeve lîska mişk û pisîkê.

– Çima na. Dilgermiya Şêrînê, dihêle pelê tiwiyê biweşe û paşî lê tazî bibe. Liva wê ya ser têxt jî kir ku, bermalka wê bêtir bi jor ve bikişe û heya bi kenara derpiyê sor bête xuyan.

Koçer û bi boneya tomarkerê radibe ser xwe, da ku karibe û ji ewî cihî ve, bi xweşkayî li nav rehên wê binire û Şêrîn jî, bi dûrxistina herdu rehên xwe ji hev, bêtir rê li ber wî vedike.

– Te ji berî kêlîkê got ku, temenê te hefde salî ye û tu rêza nihan dixwînî. Wî xwest bihna toxmiyê, di odê de kêm bike, lê rehên wê nêzîkî hev nabin û her diçe dengê wî qalintir dibe û ewî bêtir riswa dike.

– Ez du salan bi şûn ketime; heya bi heyşt saliya xwe ez mektûme mabûm û piştî ku, em hatin Bajarê Mezin, bavê min neçare mabû ku, îzlemê derîne, heya ku karibe li kargehê kar bike û wî xwest çend navên din jî li me zêde bike, da ku mehiya wî bilintir bibe. Lê nedizanî ku, devên dêwine din li ser xwe vedike.

– Xwendina te rinde; bavê te dizane bixwîne. Dema Koçer dît ku, ew bê deng ma, xwest zanibe çi li piş wê bêdengiyê heye: tu çima bê deng ma.

–    Na, bavê min nizane bixwîne.

–  Tu ji ber xwe wilo derketî, bêyî ku kes alî te bike. Koçer jê negerî û hespine rewan di çavên wê de dibîne.

–  Kalemêr alî min dikir. Bersiva wê dihêle ew dev vekirî bimîne; wî her roj tiştine nuh li ber xwe didîtin û nemaze li ser Kalemêr.

–   Ma ew dizane bixwîne.

–  Belê, ew bi firansî jî dixwîne; di demên ku Firansa li vê derê bûn, ew milîs bû. Bersiva wê dihêle çêrokeke wî ya kevin bi bîr bê; ku çawa hespên milîsan di hewşa wan de dişîhîn. Û ev yeka dihêle xelekeke din, ji yên ji bîrbûne, di mejî de cih bigre.

– Êh.. .h, te ewqas pirs ji min dikirin, de ka tu jî çêroka wî ji min re bibêj.

–  Çi çêrok. Şêrîn bi tirs di pirse û çavên wê tijî baran dibin.

– Ew gulên sor. Hinek lerzîn dikeve gewdê wê û Koçer banga ivetiyê di nirînên wê de dixwîne; eger ku tu naxwezî çêrokên kevin vegerînî, tu dikarî pirsa min ji bîr bikî. Ewî nedixwest seranser êrîşî wê bike û bihêle ku, ew ji ber xwe hemû tiştî li pêş wî rêxîne.

– Na, belkî ev cara yekemîne ku, dixwezim dilê xwe ji yekî re vekim; kesekî din hevpariya min, di raza min de, bike û bila tu zanbî ku, heya bi diya min jî titştî nizane û dê ya dawiyê ye di bîhistina evan tiştan de. Demek dirêj bê deng û çav damrandî dimîne û heya gava ku, wê ji nuh ve dest bi denkirinê kir, dîsan jî çav venekirin: çêroka van gulan ji rêza sisiyan de dest pê dike, ji berî wê jî min ew didît lê dîtinên min, jê re, hertim bi lezbûn û hinek tirs jî bi min re çêdikir, heya dighe ewê roja ku, ez û du zarên cîrana, bi hev re, ji dibistanê vegerîn mal û gava herdu zarên rêza yekem, ji bilî wî, ti kes, din di avahiyê de nabînin, ew dêst bi girîdikin, lê derxistina çend seriyên şêkir hêştin ku, ew giriyên xwe ji bîr bikin.

Şêrîn di vir de hinekî li derdora xwe dinhêre, weke ku yek bitirs be, ka kesekî din li wan guhdar dike yan na û gava ku, dilê wê hinekî rûdine, ew ji nuh ve vedigere çêrokê: û piştî hêdîkirina wan ew li min vegerî û got: Tu jî were alî min bike, da ku, em xwarinê çêkin. Û ji zariwan xwest ku, ew li hewşê bilîzin, heya xwarin çêdibe. Bi gaveke li şûn û yeke dilxwaz ez derbasî oda wî bûm, lê nişkabûneke din li pêşiya min bû; xwarina me li wê derê bû û dema dît ku, ez lê dinihêrim, gote min: Divê em hinek hêk jî biqelînin, ev têra we nake.

Wî hemû tişt danî ber me, lê ji nik min jî bi dûr nediket; An bi destê min digirt û di gote min wilo bike-neke, an jî ez.. . Şêrîn di vir de radiweste, rû-dêmê wê sor-gulî dibe û dema dibîne ku, Koçer li çavên wê dinire û li hêviya dawiya çêrokê ye, ewê xwest jê re bibêje; “nehêle ez pêde biçim û bila kaniyên kevzê  weke xwe bimînin”. Lê nirînên Koçer dihêlin ku ew, careke din, vegere bîranînên dûr; û cara ku ez xistim hembêza xwe, min nizanî ezê çibikim û tewka hêkên qelandî bi ser lingê min de rijî, şewat û giriyê min bûne yek. Lê piştî katekê û bi dest xistina sêvekê, min giriyê xwe û lingê şewitî ji bîr kiribû û ez û wî bi tena xwe di odê de mabûn; herdu zarên cîrana jî li hewşê dilîstin.

Şêrîn li evê derê radiwestê û piştî ku, hinekî bê deng dimîne, ew careke din li çêroka xwe vedigere, lê Koçer bala xwe didêyê ku, dengê wê hatiye guhartin û weke ku, çêrokeke ne bi wê ve girêdayîbe, ew bi gotinin sar salix dide: piştî me hundir da hev û bi dest xistina sêvê re, min jî xwestibû ez derêm û bi wan re bilîzim, lê ewî bi boneya şewata lingê min, rê li ber min girt û dema dît ku, dilê min û girî heye, ez bi mozekê razî kirim û di odê de girtim.

Keçik di vir de radiweste û yekî dikarî dengê lêdana dilê wê bijmarta, Koçer jî mîna ewê ketiye avsînê û nedixwest niçîra wî bireve, bi zor-zora, bihna xwe ber dide û dema bê dengiya wê dirêj dike, ew nasdike ku, ev gava dawiyê ye û ewê di binê benê wer bibe û gava dike ku, evê demê bi cixareyekê bişewtîne, Şêrîn yekê ji xwe re jî dixweze û piştî ku, çend hilmin kûr dikşînin, ew careke din vedigere çêroka xwe; Heya bi demekê ez di hembêza wî de mam û gava naskir ku, dilê min û çûyînê heye û bi boneya ku, ew dixweze li birînê binire û careke din derman ke, ez di hambêza xwe de girtim. Lê her diçû, hilm û bihna dûyê cixaran, kulma girî di çavên min de mezintir dikir û tiştê ku, hîne tirs di hinava min de ferehtir dikir, ewê ku.. .

Ew careke din gotinên xwe dibire û Koçer bala xwe didêyê ku, dilopên hêsiran nema ji dû hev kêm dibin û ew yeka dihêle ku, ew bi destekî wê bigre û bêyî ku, keçik bala xwe bide ewê yekê û weke yê mestketî, ew berdewamiya çêroka xwe dike: herçû tirsa min bi ewê tiştê ku, di nav lingên min de mezin dibû, pirtir dibû û her ku min dixwest ez jê birevim ew bêtir nêzîk dibû û bêtir ez diguvaştim ser hev, heya tirsiyam ku parsiwên min bişkîne û di kêlîka ku, min dikir ez bigrîm, wî destên xwe li ser min sistkirin û xwe li ser piştê dirêj kir. Şêrîn li vir cixareyeke din pêdixe û bê rawestandineke dirêj vedigere ser çêroka xwe; bi dîtina rehên xwe yên tazî re û lerzandina ku, ketibû laşê Kalemêr, tirsê ez hilînam û hêşt ku, ez birevim derve û bi derketina min re, herdu zariwan êrîşî ser min kirin û hêştin ez bêtir bitirsim, lê bi revandina mozê re, dilê min hinekî rihet bû. Dema bê dengiya wê dirêj dike, Koçer jê dipirse.

– Te titişt li ser gulên sor negot; ew ji ku tanîn. Pirsa wî nirîneke xemgîn û bê hêviyekê di çavên Şêrînê de diçînin; ewê hêvî dikir ku, ew bi xeyd, hinek sixêfan ji Kalemêr re bide. Û ev yeka dihêle ku, ew mijara pirsê biguhêre: Te ne got ew rûniştiyên vê avahiyê, çima di ewê rojê de, giş bi hev re windabibûn.

– Lawekî Agob bûdele hebû û di wê rojê de pê re derketibûn mezel, da ku, wî veşêrin. Bihîstina salixa bûdeliya lawikê Agob, pirseke fereh di mejiyê Koçer de derdixe; çi çêroka bûdeliya zarên Agob e.

Ew demeke dirêj û bê ku bêdengiyê biçirînin, li hember, hevdu dimînin û gava Koçer diçe û di nik wê de rûdine, ew ji cihê xwe nalive û ne jî bermalka ku, kişyayî û hêştiye rehên wê bi tevayî tazî bimînin, dikşîne ser xwe, da ku, li ber çavên wî bibire. Lê gava Koçer dêst datîne ser taziya wê,  ew dilerize. Û barandina hêsiran dihêlin, ew ji nuh ve vegere cihê  xwe yê berê.

– Bibore. Vêxistina cixareyekê dihêle dengê wî bête birîn. Wî careke din bi te re wilo nekir. Pirsa wî, kenekî tinaz li ser riwê Şêrînê belav dike.

–  Heya roja ku min tu li vir dîtibû jî, ez ji oda wî dihatim. Ev rûhişkî û bêfedîbûna Şêrînê, dihêlin Koçer ji keçik zir bibin.

– Te çima ji diya xwe re nedigot. Bihntengiya Koçer, asoyekî vekirî li pêş Şêrînê der dixe û ew bi qehra wî dilxweş dibe.

– Min jî dixwest. Keçik helwestê hildide pileya herî bilind û dihêle Koçer, di korta ku jê re dikola, wer bibe; bi evê ersivê re ewê hêştibû ku, cûbarên xwêdaneke sar di gewdê Koçer de derbibin.

–  Te. Ew asoyên vekirî bi hezar rengî têtin xemilandin.

– Tu çima şêt ma, belê min jî dixwest. Erê ez cara yekê tirsiyam, lê piştî ku ji oda wî derketibûm, min naskir ku bi vîna min bû jî, belkî min nedixwest bi wî re be, lê ew yeka di xewnên min de jî hebû.

–  Bes.. . Koçer ketibû xefka diltengiyê.

– çima, ji ber ku ez hîne zarok bûm ew jî kalemêreke; ew yeka baştirî, ji lîska bi zarên cîrana re bû, bi kêmayî ewî nedimîst û lehingiyên xwe ji tikesî re nedigotin.

– Ma zariwên cîrana wilo dikirin. Koçer nikarî rovîtiya xwe veşêre û vê pirsê hêşt ku, Şêrîn ji xewneke giran şiyar bibe û dema wî dît ku, ew di cih de rabû ser xwe, jê dipirse: Tu yê bi kuve biçî. Ewî dizanî Şêrîn dê biçe kuderê, lê pirsa wî bergerek bû, da ku, ew hinekî din bi wî re bimîne.

–  Ezê biçim.

–  Ez dikarim nasbikim, te çima a nuha fedî kir.

– Nizanim, bes gerek bû min ev çêrok ji te re negota, ez te hîne nasnakim û keçka bi ku, hinekî rûmetiya xwe bigre, evan tiştan ji xwe re dihêle.

– Bes ez jî ne her xortekim, an ez şaşim; tu min weke her yekî din dibînî. Wî xwest bi delewerî erêyekê jê bistîne. Şêrîn jî bi ya dilê wî dike û vê carê destê xwe ji bin ê wî narevîne, lê Koçer xwest ji cara çûyî sûdê bibîne, lewre ew bi evê serkeftinê naxape û wî dikir ku, hêdî-hêdî ber bi armancên xwe biçe û kelayên wê yeko-yeko dagirke, lewre dema ku wê got: Ezê biçim. Wî jê re negot; Ka hinekî din bimîne. Şêrîn çû, lê wan dizanî dê zû û pir zû hevdu bibînin.

Piştî ku Şêrîn derket, ew jî vegerî ser têxt û pozê xwe xiste nav mitêlê; cihê ku Şêrîn li ser rûniştibû û çend caran bi kizûr bihin kişand, heya hêşt ku kezeba sipî biçire û hinek ji bihna wê di sîngê wî de lûs dibe. Bi evê yekê re ew xwe li ser piştê dirêj dike û çêroka Kalemêr, hêdî-hêdî, di seriyê wî de dimeye; çima hertim destpêk ji dawiyê paqijtir û çêtire.

Ji dema ku Şêrîn bi derketî û heya piştî çar katan, Koçer xwe mîna laşekî mirdar, bê liv, li ser têxt dirêj kir. Çend caran kir ku rabe û ji mal bi derkeve; wî du caran jî cilên xwe li xwe kirin, lê di herdu caran de jî ji nuh ve ji xwe kirin û mîna kelhoyekî xwe li ser têxt dirêjkir. Pir ta û bûyer di jiyana xwe de vegerandin û çêrok li gor dilê xwe dirêstin; hin tişt ji wan kêm dikir û hineke din dixistin şûnê, lê carna jî di nav tiliyên wî de diqetiyan û ew tazî dima.

Koçer di konkê jiyana xwe de dipirpitî û deziyên wê li xwe dipêçan, heya dengê zaro jî, dê nikarîba wî ji wir bikşîne, eger ku neketa hundir û bi ser guhê wî de neqîra.

–  Te xêre, tu çi dixwezî. Bi çavne nîv damrandî dipirse.

– Agob te dixweze; jina wî gote min ez bange te kim. Zaro gotina dawiyê di derî de got.

Ev cara pêşiye derbasî oda wan dibe. Di derî de rastî keça Agob tê û ew bi kenekî berz wî pêşwaz dike û derbasî odê dike, ji berî bighe cihê Agob û li rewşa wî bipirse, pîreka malê ji piş ve dêng lê dike û kêf-xweşiya xwe, bi hatina wî ya li cem ewana, tîne zimên û ji Koçer re cihekî di nik nivîna mêrê xwe de datîne.

Piştî silavan ew hinek derfet didin Koçer ku, nirînekê li oda wan bike; ti tiştî zêdeyî gerekiya jiyana mirovekî, di hundir de, nabîne û dema dît ku, bê dengî gelekî giranbû, xwest hinekî jê bişewtîne.

– Ez hêvî dikim ku, hûn kêmasiyên min biborin. Koçer bêyî ku kesekî bi nav bike, hevoka xwe got. Divya bû ez li rewşa we bipirsiyama, lê weke min bihîst, we nedixwest bi tikesî re rûnin. Hevoka dawî gote Agob.

– Belê; lewre gava min hinekî xwe rihet dît, min xwest ez bi te re rûnim. Erê em hîne hevdu rind nasnakin, lê weke ez dibînim, tu yê bêtir ji min bawer bikî.

Koçer dinire ku hinek tirs di çavên Agob de şîn dibe û ji berî ku, gotina xwe bi dawî bîne, keça wî derbasî hundir dibe; di destên wê de cezwê qehwê ye, di gel sê fincana û di çaxa ku, ew fincanan datîne ber wan û dixweze tevlî rûniştina wan bibe, diya wê jê re dibêje: Me bi tenê bihêle. Keçik bi xeyd radibe û di derî de li Koçer dizîvire û qefteke ken li şûn xwe dihêle.

– Tu dikarî bi rihetî dilê xwe vekî û heya ji min bê ezê ti kêmasiyan nekim. Erê Koçer nedizanî babet dê çibe, lê di riwê Agob de bihna tirseke giran û kûr dibîne.

– Li min weke ewî cotariyê ku, piştî keda salekê, zîwan li şûna gênim çinîbû, hatiye.

–  Merema te ji evê gotinê çi bû. Marî dipirse.

– Ne tişt, gotinekbû û derçû. Koçer.. . Ew hinekî bê deng dimîne, dixweze giraniyekê bide gotina xwe û pişt ku, ew firekê ji qehwê dibe, ji nuh ve ber bi ban ve dinire û deng pê dikeve: weke ku tu dibînî; ji bilî evê nîv keça min, dê ti kes li şûna min nemînin. Salên min li dor heyştê ne û di jiyana xwe de min bi qasî mûyên seriyê xwe êş û tirs dîtine; bêtirî carekê ez ji devê tirbê vegerîme, lê weke tirsa ewê rojê min hîne nedîtibû. Dema ku Agob bihna gotinekê li ser lêvên Koçer dibîne, ew jê hêvî dike ku, axaftina wî nebire heya gotina xwe bi dawî dike û di pişt re tiştê ku, ew bixweze dikare bîne zimên.

Koçer hinekî ji evê dirêjkirina mijarê bihin tengbû, lê ji bilî rawestandin û naskirina dawiya çêrokê, ti riyên din li pêş xwe ne didîtin, lewre ew li xwe zor dike ku rûmetiya salên wî bigre, da ku, karibe gotina wî bibhîse û destora kişandina cixareyekê dixweze.

Bila hinekî bihna te fereh be, yên mîna min ku gihêştine pileya xerifandinê, dê ji bilî wilo ti tiştî din bi wan re dernekeve; heya ji min bê ezê babetê, bi kurtî, ji te re bibêjim.

–  Na apo; kêmasiyên min bibore, guhên min ji te re vekirîne. Koçer xwest bihintengiya xwe bincil bike û di kêlîka ku, du hêsir ji çavên Agob tên xwar, hestekî tenik bi wî re çêdibe û eger ku, ne ji şermiyê ba, dê ew têxista hembêza xwe û bizavên xwe bikirana, da ku wî hêdî bike.

– Na kurê min, em pîremêr tiştan pan û dirêj dikin. Neyse, ez di şerê 1915 an de, deh salî bûm, em sê bira û çar keçik bûn. Lê ez nizanim ka kes ji wan ma yan na.. . Em vegerin destpêka çêrokê, ka me çi dît û dît; ez di ewê baweriyê de me ku kuştin, talan, zikteraşkirin û serjêkirina Ermeniyan di ewî şerî de, te jî li gor xwe li ser bihîstî û xwendî û belkî tu niha di nava xwe de dipirsî: çima ev pîremêrê xerifî bûyerên ku, ji berî heftê salî tîne meydanê û çi hêviyên wî jê hene; xwesteka min ewe ku, ez karibim tirsên ku min dîtine bînim ber çavan û ji ber wê yekê û weke tu dibînî ku, ew tirs di zarên min re derket; giş nîv mirov dihatin û mirinê qalûça xwe di wan de bi kar tanî. Giriyê Marî hêşt ku, ew gotina xwe bibire û dema ku, Koçer dixweze di ber dilê wê re here û ew dibêjê yê: bihêle, bila ew kela xwe birjîne. Dihêle Koçer kûr bi gotinê birame; “evqas sal çûne û hîne ew kela nerijiye”.

– Bes te negot ka di ewê rojê de çi bi te re çêbûye. Piştî demekê, ji hêdîbûna Marî, Koçer dipirse.

– Bi du gotinan; tiştê ku min dîtî nakeve mejiyan û ne jî dive yek bawer bike, belkî di xewnên gawirekî de wilo çêbibe. Di virde Agob hinekî diraweste û weke ku, ew bixweze hinek mêrantiya xwe kom ser hev bike û ewan wêneyan bi heve ke, ew çend caran û di pencerê re ber bi odeya Kalemêr dinire û ji nuh ve vedigere ser çêroka xwe; di ewê rojê de û dema ku, min xwest ez hinekî bi wî re rûnim û çend katan, xwe ji pêş mirinê veşêrim.. , ez di deriyê wî de rastî heftê hezar rengên mirinê hatim û ez ji te bi hêvî me ku, tu ji min bawer bikî. Bergera Agob ji dil de bû û wî hêştibû ku, Koçer bi dil tenikî lê guhdar bike. Bi rawestina min a di deriyê Kalemêr de û bi dîtina pilindrê ku, nîvê odê girtibû, digel ewî marê reş ku, bi hev re ketibûn nav şerekî giran, çend caran min xwe qurmiçand û gote xwe; belkî ji xew şiyar bibim, lê ne xewn bû. Pêre-pêre riwê Agob berdavêje û dibe riwê miriyan, ziman jî giran dibe: ka tu dikarî vê yekê bawer bikî ku, wilo bibe û kanî ew pilindirê ku, ji kerekî mezintirbû bi kuve çû û ew çawa ket vir. Û deriyê Xwedê vekiriye; di ewê hîngê de gêjbûna min ez ji pêş lehiya evan pirsan revandim, lê a nuha û piştî ku, ji bin akama sergêjiyê bi derketime, ez nikarim ji pêş evê lêmiştê birevim.

Koçer ne dizane ku, Agob hişê xwe winda kirî yan jî xewneke xwe ji wî re salix dide; tiştê ku ew dibêje nayê bawerkirin, lê ew nesax ketina Agob û dîtina wî ya ji pilindir re, di kuncekî banê oda Kalemêr de, dihêştin ku Koçer guhê xwe bide ser çêroka wî,  nemaze dîtina wî ji Kalemêr re, ji berî demekê û wê şevê, di kolaneke bajêr de û bi wê rewşê, evê yekê bêtir di dilê wî de dimeyîne.

Piştî hefteyekê, zarokekî pênc salî ji yên avahiyê, dê winda bibe û birayê wî, yê ku pê re bû, nesax dikeve û ewê di nav nivînan de bipeyve ku; di nîvê wê şevê de, pilindirekî zer êrîşî ser nivîna wan kiribû û birayê wî ber bi oda Kalemêr kişand.

– Ez tênaghim ku, tu dixwezî bighî çi û ka ezê, ji te re, çi bikim. Koçer dipirse û ji berî ku, ew bipirse jî Agob eynî ew pirs ji xwe kiribû, lê ti bersiv nedît. Tenê dizane ku ji aliyê mejiyê xwe yê veşartî ve ew tête têvedan, da ku, tiştê dîtiye ji keskî din re bibêje û ew gihêştibû ewê baweriyê; eger ku wilo neke dê bighe diwêrînê.

– Ez dixwezim tu baweriyekê bidî min; ka tiştê min dîtibû xewneke min bû, an bi rastî min ew mar û pilindirê zer, di odeya wî de, dîtine. Ango tu derbsî oda wî bibe û ewê yekê nas bike.

–  çawa tu vê yekê jê dixwezî û te got ku, ew ne dostên hevin. Marî dipirse.

–  Na, em hinekî nêzîkî hevbûne. Koçer lê vedigerîne.

–  Bes kêfa wî ji te re nayê.

– Marî. Agob bi qehir dêng  li jina xwe dike, da ku, wê bide rawestandin û nehêle ew wê derî veke.

– Çi heye û çima kêfa wî ji min re nayê. Wan meraqek ji Koçer re çêkirin û xwest zanibe, ka çi ji wî vedişêrin.

– Ne tişt, gerdişeke wiye; her ku yekî nuh tê, ew di destpêkê de jê direve û gûmanên xwe tîne ser ku, belkî ew kesekî ne îsiz be, ji ba cina hatibe. Lê ev gerdiş demeke kin dajo û a nuha hûn bûne dostên hev.

– Ne xeme, ka ji min re bibêje; eger ku tiştên te dîtibûn rast derketin tu yê çibikî. Pirsa Koçer weke ku, yek marekî berde hundir odê, dihêle kesên rûniştî ji cihê xwe bêtin avêtin.

– Ezê, rojeke bi tenê jî, teve wî nemînim. Çawa û kî dê derkeve û kiyê bimîne, nexeme. Di cih de Marî bersiva wî dide.

– Ezê îşev biçim cem wî, belkî ez karibim tiştekî ji nav diranên wî derxînim û nuha ji berî ku, ez derdikevim hûn ti tiştî din dixwezin.

– Na, em saxiya te dixwezin. Lê ji berî ku ew ji derî derkeve, Agob dêng lê dike: Ji berî tu diçî, min bihîst ku, tu ji xwe re li karekî digerî.

–  Min ji wî re got. Marî dibêje.

– Ez ji xwediyê xwaringehê re çi bêjim; tu yê bi şev li şûna wî rûnî, ango weke osteyekî kar û barê wê derê bimeşînî, eger ku em ne bêjin weke xwediyê wê. Agob dixweze camêriyekê bi ser Koçer xîne; ew ji wî re pirsî bû û di riya pîreka xwe re, li cem dostekî xwe karek jê re dîtibû.

– Hinekî li min raweste, îşev an jî sibe, ezê erê-naya xwe bidime te. Koçer û bêyî ku titiştî din li gotina xwe bar bike, ji odê derdikeve û ji berî ku, ew bizîvre oda xwe, ber bi pencera jor dinêre, lê tikes tê de nedît.

Gava ew dikeve hundir şêt dimîne, di pêşî de gote xwe: “belkî ez ketime odeyeke cîrana”. Û kir ku, ji hundir derkeve, lê gava çavên wî bi kemancê û maseya ling şewitî dikeve, tê derdixe ku wî şaş nekiriye, bes destekî zêrîn di ser re çûye û hêştiye ku, can bi her tiştî de bête berdan û ew bibirûse û gava pelê ser masê dixwîne, xwediya destên zêrîn dinase û dihêle ew sed hezar sixêf û xeber ji çêrokên Agob û Kalemêr re bide; ewên ku hêştibûn ew ne li hundir be, di dema serdana xwediya destên zêrîn de.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

– 6 –

 

 

 

Di dema ku, deng bi derî ketibû, ewî li wênyê Şêrînê ku, di hevdîtina dawî de jê re hêştibû, dinirî û dengê derî dihêle, ew hinekî veciniqe û ji xwe bipirse: “dê kî be ewê li derî dide, belkî ew ji nuh ve vegerî be û dixweze akama nameya xwe bibîne”. Û gava ew hinekî dereng dimîne, ewê li piş derî dêng bi xwe dixe û bi naskirina wî re, Koçer dêng lê dike.

–  Tu çima derbas nabî. Ew ber bi derî ve diçe.

– Qey çêdibe ku yek, bê ferman, derbasî odeya pêximberan bibe; dive her tim yek hesabê xwe û nişkabûnekê bike. Lê tevî ewê yekê jî û eger ku, tu çiqwasî paçan di qul û qevîştekên derî û dîwaran kî jî, da ku, salix û durîşmên ku li cadê têne hildan, derbasî odeya te nebin û pozê te pê neşewte, dê riyekê ji xwe re bibînin û seriyê te pê bêşînin; heya yên weke min ku, bi gemara cadan mezin bûne, dikevin odeya te. Kamîran bi ken dibêje û destê xwe ber bi wî dirêj dike.

– Ka bighe hundir û di pişt re dêst bi tinaziyên xwe bike. Piştî ku ew da rûniştin, Koçer dinire ku, ew bi çavekî matmayî li dora xwe dimeyzîne. Te çi winda kirî û tu lê digerî. Pirsa Koçer, hinekî, çavdêriya wî sar dike.

– Min oda te şaş kirî yan tu ne ewê ku, ez wî nas dikime; ev ne bi destên te hatiye hilmaştin û ne bêje ku, te jinek ji xwe re aniye, çimkê ev tiştên han ji we ne dûrin.

–  Ev giş ji bo ku, oda min hinekî paqij bûye, ma ez evqasî yekî pintî bûm.

– Ne tu tenê.. , dive oda yê hunermend ser-binî hevdu bûbe, da ku, xwe nebîne  kêmtirî Sîlvedor Dalî ye, ev yeka bûye ji kesîtiya we. Ango yek ji we nabe hunermend, eger ku durv û cilên wî, odeya wî, jiyana wî ser-binî hevdu nebin; ew mirovekî nenormal û gereke ew çakêtê xwe têxe binê pantilon.

– Danehev û duristkirina mal û civakê, me ji we konevanan re hêştiye. Tu çima derfetê nadî min ku, ez li rewşa te bipirsim.

– Tu baş dizanî ku, ev pirs qerfa min tîne; rewşa me hertim ewe, ma çi di jiyana me de tête guhartin, çiyê nuh heye.. , hertim ew gotina ye; başim. Eger ku rewşa yekî gû be jî, ewê bibêje te: ez başim, bêyî ku ew zanibe çi merema gotinê ye. Hema ew nizane çi dibêje, eger ku ew mirî be û têr mirin bûbe jî, dîsan jî ew “başe”. Koçer bihintengiyeke bê kenar, di gotinên dostê xwe de, dibîne.

– Hema mirin û jiyan, du rûyin ji yek dozê re; baş bala xwe bide jiyanê, tu yê têbighî ku, çêroka me nêzîkî çêroka ewên ku, di bin qesra mîr de, şikeft û berqef dikolan; wan baş dizanî ku, piştî dawiya kar û cefa wan û bi dawîkirin û serîkirina kolanê re, mîr dê seriyê wan jêke. Lê tevî evê yekê jî, kesî seriyê xwe hilneda û ji mîr re negot: na. Û ne jî gote xwe: eger ku, îroye yan jî sibe, min seriyê xwe winda kir, dê çi cudayî hebe û ezê bi xwarina kêleke kepekî din bi kuderê gihêm. Tevî ku windakirina jiyaneke wilo, di rojekê ji berî ya din, dê ked û êşên yekî kêm bike. Û jiyana me jî wilo ye; ha yek îro miriye yan jî piştî sed salî din, dê her bimre û di van salên dirêj de, ewê bêtir êş û xeman bibîne, çima yek newêre bêje xwe: dê heya bi vir û bes.

– Te çêroka Manî xwendiye; ez pir caran, di demên ku bi xwe re rûdinştim, min ew çêrok di mejiyê xwe de vedigerand.

– Tu gihêştî çi tiştî. Koçer di pirse û radibe ser xwe ku, du piyalên qehwê çêke.

– Belê, ez ji zûde li benda evê pirsê me ku, yek ji min bipirse. Ez dikarim ramanên xwe, di çend hevokan de bînim zimên. Em dikarin bibêjin; erê Manî mirin dixwest û vexandina wê dikir, da ku, dawiya jiyanê zû bê û gerdûnê ji êşê û roniyê jî ji tariyê rizgar bike. Lê ew bi xwe lawê jiyanê bû û dijiminên ku, vexandina jiyanê dikirin, lawên mirinê bûn.

– Ew çawa bû; te ewê ku, jiyanê dixweze kire lawê mirinê û yê ku, mirinê dixweze jî kire lawê jiyanê. Xuyaye xwendina te ya ji helbestvanên sofî re, hinekî, mejiyê te celq kiriye. Hevoka dawiyê dihêle Kamîran berkenî bibe, lê ew sîme pir dirêj nake û ji nuh ve sîmeyeka tîr û giran, di çavên wî de şîn dibe.

– Ez dikarim bi van gotinan berevaniya xwe bikim; jiyan xewneke, ji yên helbestvanekî, Xwedêyekî. Lê çêroka me ne eve, em werin û li çêroka Manî û cîgir binirin ku, çawa Manî vexwendina mirinê dikir, lê destê xwe navêje şûr û seriyê wî jênake û li hemberê yê cîgir jî, vexwendina jiyanê dikir û dêst davêje qevda şûrê xwe û seriyê Manî jêdike. Bi şirovekirina wî re, Koçer bala xwe kûr dide dostê xwe ku, ewî bi akama çêrokê re dilerize; mîna ewê ku dest hatibe ser û têderdixe ku, di van çend mehên ku, ew ji hevdu bi dûr ketine, pir tişt di wî de hatine guhartin. Û wilo em tê digihên ku, ewê dibêje: jiyan, ewê yekê tenê ji bo xwe dixweze û yê ku dibêje: mirin, ew jiyanê ji yê din re jî dixweze û pir caran, jiyana xwe jî dide ser. Bi kutakirina gotinê re, Koçer weke şopa hêsrekê, di çavên wî de, dibîne.

– Bes te tiştik ji bîr kir; eger ku Manî di şûna cîgir de ba, dê dest avêtiba qevda şûr an na. Koçer di dilê xwe de got: “min ew girt û nirîn û dîtinên wî dê nuha hilweşin”.

– Belê.. , ez baş di ewê yekê de jî ramiyam û weke min got: hertim jiyan di destê yê serdar daye û helbet dê ji xwe tenê re bixweze û mirinê li dora xwe belav bike. Lê yê ku di bin pêyan de be, dê mirinê ji xwe re bixweze, bêy, ku karibe xwediyên “pêyan” tineyî bike.

–   Na.. aa, xûya dike ku, vê carê tiştekî nuh heye.

–  Na, bi seriyê min û te. Bes xûyaye ku, guhartin di min de çêbûne. Qerfa min ji hemû tiştî tê û hema ya kin, ez ji tere bibêjim: nema baweriya min bi ti tiştî tê.

– Bes tu nebî helbestvan; ev rewşa te ji gerdişên wanin. Koçer bi nîvhenekî dibêje dostê xwe û gava dibîne ku, sincê ewî li henekan tineye, ew vedigere û bi rengekî şanoyî dibêjêyê: hinekî bihna xwe fere bike û ezê nuha çayekê jî ji tere çê bikim ku, bihêlim tu ti car din çayê venexî. Koçer, bi kenê xwe ve, ber bi quncikê ku, firaq lê danîne, diçe.

–   Wek wê cara ku, te li cem Seleh Îbo çêkirî.

–   Dilovanî, li dê û bavê te; te hîne ji bîr nekirî. Koçer hevalê xwe baş dinase û ewî dikarî, zû-zû, deriyên wî vekirana.

–  Ma ew ça ya ku, ji bîr bibê ye. Bihêle, emê qehweyeke din vexun. Kamîran ewî tûrî dide dest Koçer û dibêjê yê: min hinek qehwa Razî bi xwe re aniye, tê bîra te.

–  Ma ew yeka jî, tiştekî ji bîr bibê ye. Tu, hertim, bavê feqîr û belengazan bû.  Bi vekirina devê tûr re, bihna qehwê li hundir belav dibe û Koçer mîna ewê ku, ji zû de tiştekî xwe winde kiribe û a nuha rastî wî hatibe; tûrê qehwê ber bi hembêza xwe ve dike û çend fincan dide xwe û dibêje: evê bête vexwerin, ne wek evên ku, em ji van firoşgehan dikirin; Xwedê zane û ez jî dizanim ku, di ser nîviyê wê re nok û cihe, an jî nanê hişke.

–   Dê li şûna ku, tu dilîzî, wê deyne ser êgir.

–  Îro ez te bernadim; ezê serî li te bikim dahol, belkî em karibin wî celiq bikin.

– Tu bi Xwedê dikî ne îro be; hema du gotinan û weke ku tê xwestin, ez nizanim li dû hevdu berdim.

– Ne tirse; axaftin dê ne di warê konevaniyê de be. Koçer, heya bi ewê demê, cezwê qehwê danîbû ser papora gazê û Kamîran jî ber bi refên pirtûkan ve çûbû.

– Çiyê nuh li cem te heye ku, bihêle yek hinekî bihna kefnikê ji bîr bike.

–  Ne tişt; ji zû de ez ne çûme pirtûkxanan û ne jî ezê biçim.

–  Çima.

– Çi çima, ne dive ji berî her tiştî ez pariyê xwarinê, di beriya xwe de, bibînim û di pişt re ez bi mejiyê xwe bi ramim, weke ku Markis digot. Ez ditirsim, bi çûna xwe ya pirtûkxanan, ez xwe negrim û destan bavêjim pirtûkan, wan bidizim û sedî-sed, ewê bi min re bêtin girtin.

– A ji te re Can Cînê yekî din. Ev roman a Selîm Bereket ya dawiyê ye.

–  Kîjan; el Rîş.

–  Ma ji bilî ewê ti tiştî din li cem te heye.

– Belê; sê berhemên wî yên din li ba min tên dîtin. Bêyî ku, li wî binire, Koçer radihêje du piyalên çayê û bi qehwê dadigre.

–  Na.. aa; ti kes nikare înkar bike ku, tu di çêkirina qehwê de, osteyî.

–  Ew jî başe ku, em bi kêrî tiştekî tên.

– Belê, tu dikarî di çayxaneyekê de kar bikî, bêyî tirsa ku ew bera te bidin. Gotinên wî, bi bîr Koçer tîne ku gereke ew îro bersiva Agob bide; dê di xwaringehê de kar bike ya na. Piştî ku, çend caran, ew çêroka dabû şûn, xwest nirîna Kamîrên, di evê yekê de, nasbike.

– Tu hîne jî dikarî ramanên min bixwînî; minê bigota te ku, xwediyê avahiyê bû çend car dibêje ku, karekî wilo, ji min re, dîtiye û ew bersiva min dixweze.

– Başe, ev salix hêjayî ku, yek ji bo wê ahengekê li darxe. Te negot wî çi kar ji te re dîtî.

  • Ezê di xwaringehê de karbikim. Mîna ku, yek zerkeke ava sar bi ser wî de ke, basik li Kamîrên dişkên.
  • Tu yê nikaribî ewî karî bi serî bikî. Ew bersiveke kin û kurtbirî dide wî.

–  Ne firax şûştine; ezê şûna xwediyê wê bigrim, ewê bi roj li wir be û ez jî bi şev. Koçer nihirî ku, siya kenekî qeşmerî, li ser riwê wî, belav bû.

– Te jî bawer kir, an te xwest tu bibêjî xwe: min ev tişt bawer kir. Nirîna yên weke dostê te; Xwediyê xwaringehê, ji yên ku, li ba wan kardikê re ku, ew bi pileyekê di bin seyên wan re ne. Ango, di nirîna wan de, di civakê de, du radek hene û divê yek fermanan bide û ji yên din tê xwestin ku, wan fermanan bi cih bîne. Koçer gotinên xwe dibîse û vê carê, bi rengekî hişk, cihê xwe, di nav pileyên civak.ê de, nasdike. Lê tevî ewê yekê jî, ew guh li ser hundirê xwe digre û dibêje wî.

–  Tu nabînî ku, tu nirînên xwe yên konevanî dixî hemû waran.

– Ez jî dibêjim ku, yên hunermend û eger, ji sibê  heya bi êvarê, tu Markisîzmê bi wan bidî lezberkirin, dîsan jî nikarin ji romantîka xwe bi derên. Evbû babeta ku, te dixwest tu li ser biaxifî.

– Na, ew di warekî din de ye. Koçer gotina dawiyê, bi dûyê cixarê re, berdide.

–  A, bi rast, ji berî ku, ji bîra dikim, silavên Siyamend ji te re hene.

–  Ew gihêşte kuderê.

– Xwendina xwe kuta kir û jineke xwe  anî,  nuha jî bi kirîn û firotina xaniyan de ketî.

–  Siyamend?!.

–  Çima na.

–  Wî nirîn û baweriyên xwe li kuderê veşartine.

– Bi hineke nuh guhartine. Tu çima dikenî, ew ne yê pêşiye û ne jî yê dawiyê ye, me tevan wilo kirî.

–  Merema te ji gotina “teva” çiye.

– Ne tişte, ji bîrbik. Ka te ne got babeta ku, te dixwest li ser bi axifî çiye. Kamîran dinire ku, riwê Koçer hinekî sert dibe.

– Ez nizanim ji kuve dêst pê bikim û ew bi xwe jî nayê bawerkirin, lê dixwezim nirînên te jî, di van çêrokan de, bibîsim. Piştî pêşgotineke dûdirêj, Koçer çêroka Agob ji wî re dirêse.

–  Tu heneken dikî yan tu xewneke xwe ji min re salix didî.

–  Na, ne eve û ne jî ew û weke ku, bûye min ji te re got.

–  Bi rastî tu nirîna min, di van çêrokan de, dixwezî.

– Biner, tu min xweş nasdikî; Baweriya min jî bi van çêrokan nayê, lê carina tiştin çêdibin dihêlin ku, zanîn, li hembera wan, bê çare raweste.

– Xûya dike ku, xwendinên te jî, yên ji mîtologiya re, akamî li mêjiyê te kiriye.

–  Bes Agob diçespîne ku, ewî ev tişt bi çavên xwe dîtine.

– A çêtir ewe ku, tu wî bibî cem bijîşkekî derûnî û hîne dê çêtir be ku, hûn herdu destên xwe têxin ên hevdu û bi hev re herin, ji berî ku, ew titiştî din li gotinên xwe zêde dike. Deng bi derî dikeve û Şêrîn dikeve hundir, gava çavên wê bi mêvanê Koçer dikeve, ew dixweze bi nermî şûn ve bikşe, lê ji berî ku, ew ji derî derkeve, Kamîran lê dizîvire û weke ku, ew xwediyê malê be, jê re dibêje: keremke, ez ji zû de rûniştime û dikim rabim. Bi dawiya gotina xwe re, ew li Koçer dizîvire û çavekî jê re dadimirîne.

– Tu yê kuva biçî û bi ra, ji berî tu diçî, te negot: tu ji bo çi hatibû. Ev pirsên wî dihêlin Kamîran berkenî bibe; çawa û heya ji berî Şêrîn bê, ewî digotê: dê îro ezê seriyê  te bi daholkim û bi hatina wê re ew dibêje: ji berî ku, tu diçî.. .

– Ma gereke sedemek hebe heya ku, ez bême cem te. Piştî ku, xweş hatina Şêrînê dike, ew xwetir ji wan dixweze û derdikeve.

–  Hatina min ne di dema xwe de bû, ne?. Wê di dawiya pirsa xwe de nirîneke kûr li Koçer kir.

– Ji bo. Koçer dipirse û bêyî ku, çavan ji yên wê bibire û ev yeka dihêle hinarûkên Şêrînê sorgulî bibin.

– Min hêşt ew here û eger ku, ez nehatama, ewê ne çûya. Koçer di bin simbêlan re berkenî dibe; erê wî dixwest hîne axaftinê bi Kamîrên re dirêj bike, lê sedî sed rûniştina bi wê re dê xweştir be.

– Ti kesî negote wî rabe here û eger ku, tu heya bi siba jî loman ji xwe bikî, nema tu dikarî ewê kêlîkê vegerînî şûna berê.

–  Bes. Keçik, hinekî, ji bersiva wî veciniqîbû.

–  A nuha wî bihêle, ew çû. Tu çawa daketî.

–  Te ne dixwest.

– Çêrok ne min dixwest, an ne dixwet. Bes dipirsim; çawa evê şevê hêştin tu dakevî cem min. Bi gotinê re birûsa çavên Şêrînê tîr dibe û da ku, karibe xwe ji xefkên çavên wî rizgar bike, ew û bi lez, gotina ku, ji bo wê daketibû cem Koçer, davêje navbera xwe û wî.

–  Bavê min te tekilifî ser şîvê dike.

– Bavê te?!. Bi gotinê re, bi milên Şêrînê digire, da ku, bihêle rûyên wan têkeve yên hevdu. Lê dema ku, çavên wan rastî hev tên, lerzandineke germ di pişta wan re diherike û lêvên Şêrînê ji ser hevdu dikevin.

Bi hembêzkirina Koçer ji wê re û bêyî ku, hesabên cîranan bikin û tirs serî hilde. Şêrîn, bê berxwedan, xwe bi dest wî de berdide, ew jî ji dilekî bi kuzûr, lêvên xwe bi ser ên wê de dadirivîne û destê xwe, di nava wê de, ji bîr dike.

Dema tiliyên Koçer ber bi hinarên sîngê wê ve derdikevin, Şêrîn dêng bi xwe dixe ku, bavê wê li hêviya wane. Lê gava dibîne ku, Koçer ker û lal bûye, ew li ber xwe dide û xwe ji hembêza wî derdixe. Bi lez sîngê xwe rast dike û ji berî ku, ji derî derkeve dibêje wî: “Dereng ne mîne”.

Piştî çûyîna wê,  Koçer xwe davêje ser têxt û çend caran lêvên xwe dimije; hîne çêja lêvên Şêrînê jê dihat û ode jî bi bihna wê hatibû dagirtin. Wî bawer nedikir, dê ramûsanek karibe, careke din, jiyanê di gewdê wî de vejîne. “Gereke mirov bi ya ku, jê hezdikê re nezewice, da ku, hezkirina xwe winda neke”. Di kêlîka ku, ramana zewaciyê di serî de digere, ew bi vê bersivê xwe, ji ewê kemenda lîska dil didize.

Koçer hîne di ewê sergêjiyê de bû dema ku, dengê kesekî li ber derî dike; cara pêşiye ku, ew û bavê Şêrînê pêrgî hevdu tên û gava ku, ew li ber derî dimîne û nayê hundir, dilê wî hinekî rûdine û di sîng de lûs dibe; tirsiya ku, ew bihna ramûsanan ji oda wî bike û ew riswa bibin. Piştî silavan ew ji Koçer dixweze ku, derkevin jor; De keremke, anuha şîvê sar bibe.

– Dema derbasî odê dibin, çavên Koçer bi ewê ku, radibe ser xwe dikevin, dêst ber bi wî dirêj dike, ew jî bi germî destê Koçer dihejîne û dibêjêyê.

– Ev bûn çend mehên mene ku, em cîranên hevin û me hîne hevdu ne dîtiye; ma ev yeka ji kesîtiya yê hinermend e ku, gereke bi tena xwe bijî. Koçer heya bi wê hîngê xwe dabû quncekî odê û guhdariya wî dikir; ew tê derdixe ku, yê hemberî wî dixweze xwe pê bide naskirin ku, ew ne kesekî rije.

– Hûn hevdu nasdikin. Bavê Şêrînê dipirse û bêyî ku, bersiva wan bibîse, tiliya xwe ber bi ewê rûniştibû dirêjdike û dibêje: Reşîtê Horo, ew jî cîranekî me ye; ew di maliya bajêr de kar dike. Ew jî.. . Dema ku, dixweze Koçer bi ewî bide naskirin, Reşît ber bi wî dinire û dibêje: Ez wî nasdikim û eger ku, ev keys çênebûba, ezê şevekê li wî bibama mêvan. Ew ber bi Koçer ve dinire; ka gotina wî çi akamî li wî kiriye û gava ku, Koçer nirînên wî dixwîne, di cî de dibêjê yê.

–  Hûn kengî kerem dikin ser çavan, tu jî û bavê Şêrînê jî.

Mîna ku, wê navê xwe bîstibe, bi gotinê re dikeve hundir. Rahiştina tepisiya xwerinê hêştiye ew duta bibe û gava ku, Koçer wê wilo dibîne, hêzekê dide xwe ku, rabe û tepisiyê ji dest wê bigire, lê bi çav lihevhatina wî û yê ku, ji berî wî rûniştibû, dihêle ew di cîde sar bibe û ew dixweze wê rabûna ser xwe, bi boneya ku, wî dixwest cihê xwe xweş bike, veşêre. Lê di dema ku, Şêrîn nirînekê li wî dibarîne, tu dibêjî belkî sed hesp di dilê wî de bezîn û ew tê derdixe ku, bizava wî beravêtî bû.

– Ka dêw jî, ji me re, bînin. Xwesteka bavê Şêrînê, bi hawarî wî tê û wî ji wê tengiyê bi derdixe û hîne keçik ji odê derneketibû, diya wê dikeve hundir û piştî ku, zerka dêw datîne ser sifrê, ew tê û silavekê li Koçer dike; “De kerem kin, we îro em ji nêza re kuştin”.

Koçer bala xwe dide bavê Şêrînê ku, ew ne li gor danasîna keçikê jê re ye; ew tersî tiştê ku, wê li ser digote, yekî dilvekirî û rû li kene. Dihêle yên dora wî, di kêlîka pêşî de, rihetiya xwe bistînin û weke dostekî kevin bi wî re bidin û bistînin. Rûniştin bê yekî wekî wî, dê xav be. Erê û belkî laşê wî yê gir û ew simbêlên ku, dev û lêvên wî veşartine, dihêlin tu hinekî bi tirs û dilgirtî bi wî re bide û bistîne. Lê piştî rûniştineke kurt, dê bihêle ew gûmanên te vemirin û ew cihekî fireh, di dilê te de, bigre.

– Tu hertim wilo xwe ji bîra dikî. Reşîtê Horo ji nişkava dipirse û bi bihîstin û dîtina ku, ew li benda wî sekinîne, da ku bi pêş ve bê û nanê xwe bixun, çilpikên xwêdanê di eniya wî de dipişkuvin.

–  Bi borînin. Koçer bi fedî dibêje û cobarên xwêdanê diherikin.

– Tu pir li min dinêrî, weke ku te ez bi kesekî nimûnandime. Bavê Şêrînê ji wî dipirse.

– Belê; Bavê min pir nêzîkî te bû. Koçer bi ken dibêjêyê û xelekeke din ji yên valahiyê di mejiyê wî de derdikeve û ew, heya ewê hîngê, xwe ber ve xwerinê dide. Lê gava dibîne ku, ji bilî wan hersiyan ti kesî din ber ve xwarinê nehat, ew bi nirîneke bi pirs, li dora xwe dinêre û dihêle xwediyê malê bersiva nirîna wî bide.

– Ewê paşê bixun. Bi gotinê re jî dêng li keça xwe dike ku, kasêtekî deynê ser tomargeha ku, di devê pencerê de danîbûn. Bi derbasbûna wê re, Koçer bala xwe didêyê ku, wê cilên xwe bi hineke nuh guhartine.

Bihna wî li ser xwarinê teng dibû û nemaze di cihên teng de û di nav kesine biyan de, lewre ew ji xwestina kasêtê re pir dilşa bû û bi nêrîneke sipasî ber bi bavê Şêrînê dinêre. Ev tirs û diltengiya ku, bi Koçer re, li ser xwarinê çê dibû, damarên wê vedigerin zaroktiya wî; di demên ku, li ser xwarinê rûdinişt û dibû çep-lepa diran û devê bavê wî, ew pê hest dibû ku, piçekî din dê wî jî bavêje nav diranên xwe û bihêre û pir şevan ev xewn didît ku, devê bavê wî aşekî mezine û ew jî mîna pariyekî di nav diranan  de tête hêrandin.

Weke ku, bavê Şêrînê ramanên wî bixwîne, wî heya bi dawiya xwarinê axaftina xwe ranewestand û pir caran jî ji qazî ve xwarin bi ser sifrê û xwe de dirjand, hêşt çêroka kalemêrê pir ji xwe razî û tentelîz, bête bîra Koçer; ku çawa ewî di mala xwe de û di rûniştineke weke evê de, bi mêvanekî xwe re, dihêşt tirşik an jî savar ji sênîka ku, jê dixwar û heya bi nav rihên wî, rêçikekê bajo, da ku, mêvanê wî, tiştek rijand, fedî neke. Erê ewî tiştî pêwîst ne digot û heya ku, gotibe jî, bala Koçer ne lê bû, lê ev karê wî cihê comerdiya wî bilind dikir û hêşt ku, Koçer bêtir rûmetiya wî bigre.

Rûniştina Şêrînê, di hemberî wî de, hêştibû ku guhên Koçer, tenê, li ser hundirê wî vebin û her ku çav ber bi yên wê hildidan û yên wê jî direvîn cihekî dîtir, tîna dilê Koçer bilintir dibû û kirîzeke tûj di gewdê wî re diherikî.

Piştî xwerina şîvê û danîna piyalên çayê ber wan û derketina Şêrînê ji odê, Koçer hinek aramî vedigerîne û ew dixweze ji ewê neyîniya ku, ji dema hêz dabû xwe de, da ku sifrê ji dest Şêrînê bigire, rizgar bibe û ji berî ku deng bi wî keve, cigareyekê dikşîne û ber bi Reşîtê Horo dizîvire û dipirse.

–  Te negot; tu ji kuve min nasdikî.

–  Çavdêrên wî pirin. Bavê Şêrînê bi ken vedigerîne.

– Ji vir û pê ve divê yek bi hesab gavên xwe bavêje û hinekî bi tirs pê re bide û bistîne. Koçer jî bi henekî dikeve nav axaftinê, tevî ku  dema wî xwestibû deriyê axaftinan veke, neket ser bala wî ewê di evî derî re derbasî guftûgoyê bibe, lê di rûniştinên bi yekî weke bavê Şêrînê re, dive yek hesabê her tiştî bike.

– Bavê Şêrînê henekan dike. Mamoste, yên ku te nas dikin pirin; ew karêd te digel komên hunerê, hêştî herkes te nas bike. Tevî evan gotinên wî jî, lê tenê çend roj bûbûn ku, hevalan Koçer bi wî dabûn naskirin û hinekî jê re li ser axivîbûn û wê yekê hêştibû ku, ew bixweze wî binase, piştî sê mehan ji rûniştina bi hev re.

– sipas ji pesnên te re, bes min ti kar nekirî heya ku, ez evqasî navdarbim, da ku bihêle tu hertiştî li ser min zanibî.

– Ez dibêjim dê ne tiştekî baş be ku, mirov hertim bi çavekî biçûk li xwe binire. Reşît l. vedigerîne û dêst davêje çaydên, da ku, piyala dudiyê dagire û piştî ku, firekê jê dibe gotina xwe dajo serî: lê ev nesaxî, ne ya te bi tenê ye, ew bûye nesaxiyeke sincî ji miletê me re û partiyên me jî bê zanîn, di evê çêrokê de, roleke neyînî lîstine; heya gihêştiye ewê pileya ku, miletê me xwe li vir tuneyî bibîne û eger ku, em hinekî dilgerm bin, emê bibêjin ku, ewana hêştiye ev milet xwe weke dûvik ji rêjîman û perçeyên din re bibînin.

–  Bes rola Kurdên me, yên perçên din, ji bîra neke ku ew jî û heya ji wan tê, dixwezin em peyên wan bin. Û di gel pir sedemên dîtir; çi ji surûşta herêman û evan hersê bêrîkên ji hev birî; ango heya ev hersê herêmên ku, bi para Sûriyê ketine jî, bi pir tiştan ji hev dûrin.  Û tiştê din ku hêştî.. . Koçer ne dikarî ewan ramanên ku, di mejiyê wî de derdibûn, bi rengekî hişmendî bîne zimên û wan bi hev ve girêde.

–  Bibore û peyva xwe ji bîra neke û ji berî ku, tu sedemên din jî dibêjî, ez dixwezim bipirsim: ka em û yên Cizîrê yan jî yên Kobanê bi çi ne weke hevin. Reşît gotina wî dibire û jê dipirse, dihêle Koçer bi bihntengî vegerîne û bersiva wî bide.

– Bi pir tiştan; ji zaravên ku, em tînin zimên de bigire, heya bi xwarinên me ne wek hevin, rabûn û rûniştinên me.. . Bi yek gotinê sinciyên min û yekî Cizîrê li hev nayên.

– Ez dibêjim; tu hinekî bi hestê kesê hinermend li ber babetê rawestiya ye û ne bi nirîneke mejiyê zanyariyê. Tu çi dibêjî bavê Şêrînê?.

–  Ez ji wan re venahesim, ew xwe di ser yekî re dibînin. Em çiqasî rûmeta wan digrin, ew ewqasî me biçûk dibînin. Gotinên wî nişkabûnekê dixe ber wan û Koçer dixweze gotinên wî bidoşe.

– Te bihîst; nirîna aşkere û açiq eve. Ne bes ji aliyê gundiyan ve, heya bighe xwendevanan jî ev nirîn e û herdu alî jî wilo li hev dinirin. Ez nizanim te dîtî yan na, eger ku di civakekê de çend kes rûniştibin û her çendek ji herêmekê bin, tu dibînî ku ew xwe didin nik hev û di lêqirdiyên xwe de dixwezin yên din tineyî bikin. Koçer, bi dawiyê gotinê re, pozê xwe bilind dike, weke ku wî qonaxek ji şêr bi dest xwe ve anîbe û têde serketî derketibe, nemaze piştî ku zanî nirîna bavê Şêrînê jî weke ya wî ye.

– Evqas salin ez karê konevaniyê dikim û çi di demên ku, ez endamekî Partiya Komonîst bûm an jî nuha û di gel evqas hevalên me jî hene, çi li Cizîrê yan jî Kobaniyê, me ev tişt nedîtiye. Koçer berkenî dibe û lê vedigerîne.

– Raste; di demên ku, ez hevalekî Hevgirtina Gel bûm, min jî nedidît. Lê di roja îro de ez dibînim, tu dizanî çima?. Ji ber ew perda ku, avêtibûn ber çavêd me, îro çiriyaye. Koçer bersiva xwe bi xwe dide.

– Tu di mafê polîtîkê de gunehkariyê dikî û gotina te li ser her partiyekê nayê pejirandin û ne jî di cî de ye, gereke tu wan tevan di zikhev de neşewtînî û tiştê din, weke ku ez zanim, pir dostên te di Cizîrê de jî hene.

– Xûyaye min nikarîbû nirîna xwe, bi te, bida naskirin. Demê ku ez dibêjim; cudayî di navbera her herêmekê û ya din de heye,  merem  jê ne  ewe ku, em dijîtiyê di navbera wan de derînin meydanê. Lê dive em, vê cudahiya  heye, ji bîr nekin, tevî ku em dizanin jî, ev yeka ji encama konevaniya ku, li ser miletê me, tête ajotin e. Û helbet ev cudayiya, ji ya ku, dihêle jiyana me ya çandî û ramyarî zengîn bibe, cihêye û gereke em wan ji hevdu derînin, da ku, em karibin şerê ewa pêşî bikin û ya din jî geş bikin. Gereke em, di bin evê nerînê de, bilivin; em ne newekheviyên erênî veşêrin û ne jî yên neyînî. Lê mixabin em bûne du par, hinek ketine şerekî herêmî, rew-rewkî û her tiştî reş davêjin ser herêma dîtir û bê zanîn raja konevaniya dewletê dikin û para dîtir jî her tiştî sipî dibîne û dibêje; Ti cudayî di navbera herêman de tineye û bi dîtina min ew jî raja ewê konevaniyê dikin.

– Ez wilo bi nirînên te re me, lê tevî ewê yekê jî, ez dibêjim; eger ku çiqas cudayî di navbera me de hebe jî, hêvî û girêdanên me, yên ku, me ji hevdu ve nêzîk dikin, ji ewan cudayiya bêtirin û divê em bi çavtengî li hevdu nenirin.

– Mixabin, di roja îro de, ev tişt çêbûye. Xasma di nav xwendevanan de û di nirînên min de; xortên Cizîrê di ber evê yekê de, bêtir, gunehkarin. Koçer li Reşît vedigerîne.

– Ez dibêjim; te zêdetirî mafê çêrokê dayiyê. Reşîtê. Horo dibêje wî û Koçer di zarava wî re tê derdixe ku, ew dixweze babetê buguhêre. Lê mîna ku, cinek li Koçer siwar bûbê, ew bêtir mijarê fireh û kûr dike.

– Na, eger ku, tu di roja îro de derbasî hundir zanîngeha bajêr bibî, tu yê evan tiştan bi rengekî berz bibînî. Wê rojê min bihîst ku; xortin Efrînê gihêştine helwestekê ku, ew komele yan jî partiyekê damezirînin, da ku, li hember xortên Cizîrê û derbasbûna wan, nav civaka Efrînê, rawestin.

– Ev tiştine bivene û eger ku, bêtir belav bibin, dê dijberiyekê derînin holê, eger em nebêjin dijmantiyekê û xwesteka dijmin jî eve ku, me ji hundir ve biherfînin; çi bi dijîtiya êlî, partî û nuha jî, weke ku tu dibêjî; eva herêmî. Bes, di dîtina te de, dê sedemên evê yekê çibin.

– Belkî sedem pirbin, lê û di nirîna min de, yek sedem roleke mezin dilîze û li piş sedemên din jî radiweste.

– Tu nabêjî ka ew sedem çiye. Bavê Şêrînê heya ewê demê bêdeng mabû û ewî guhdariya wan dikir, lê gava ku, Koçer ewê gotinê dike ew xwe nagire û dixweze bi lez ewan sedeman nas bike, lew re ew bi dilekî germ di pirse û radihêje pakêtê, da ku, cigaran li mêvanên xwe belav bike.

– Yek dikare bibêje ku, nesaxî di me de ye; lê ev yeka ne berhema roj û şevekê ye û Kurdên Cizîrê, evê nesxiya me didoşin; em ên Efrînê hertim xwe kêmtirî wan dibînin û ji ber ku, em giş di derûna xwe de bi evê yekê hest dibin û li keysekê digerin, da ku, girêk û aloziyên xwe tê re derînin, em ji bilî hevdu, ti kesî ji xwe qelstir nabînin, da ku, evê yeka xwe çareser bikin. Û bi evê awayî, Kurdên me yên Cizîrê ji bilî Efrîniyan li pêşiya xwe nabînin û em jî evê yekê di seriyê perîşanên Kobaniyê re dertînin. Û çêrok gihêştî pileya ku, xortên Efrînê gotinên kêm li ser keçikên herêma xwe belav bikin, tene ji ber ku, têkiliya hin keçikên me bi xortên wan re hene; pir caran li guhê min ketî ku, ji hev re dibêjin; “Law eger gi ti dixwezê qîzkik me Êfrîn bi dû te kevê û tu wê hûnê ser şeyî xwe, li şûnê tu vê re dibê; ti çoyî, vê re bibê; tu çawayî û tu ji xwe re bibîn gi ew ço didê dû te”. Gotinên Koçer dihêlin Reşît bi dilekî şikestî lê binire; ewî hêviya nîrîn û dîtineke hişmendî jê dikir ku, ew destê xwe deyne ser birînê û bide xûyan ku, dijmin heya kîjan pileyê kariye me ji hevdu bi dûr bixe û bihêle em şerê hevdu bikin û ewî jî ji bîr bikin.

– Bi Xwedê, gotin zêre. Ez hertim dibêjim ku, evên Cizîrê dixwezin weke axayên berê bijîn; eger ku, ti tişt bi wan nema be jî gereke ew temîz bin, hertim cilên wan paqij û kewî kirî bin û eger ku, ji bilî sed diravî wan tune be jî, ew bi pêncî pakêteke Malboro dikirin û bi pênciyê din jî qehweyekê veduxun. Ew û Qermîliqan weke hevin; berîka wan valaye û cilên wan ên begane. Bavê Şêrînê, careke din, gotina wan dibire.

– Nuha ev nesaxî, hêdî-hêdî, damarên xwe berdide nav endamên hinek partiyên me jî û ew dipirsin; dê çima, hertim, sikritêrên partiyên me ji Cizîrê bin. Helbet rola van partiyan, bi xwe jî, di evê çêrokê de heye. Her ku diçe, Koçer çêrokê firehtir dike.

–  Tu li ser çi bingehê evê nirînê didî. Reşît dipirse.

– Weke ku, min berê jî got; ew gihêştî pileya ku, heya hevalên komikekê jî li hevdu nakin, yên Cizîrê li xwe dinirin ku, ew ên pêşengin û herdu herêmin din hertim ên rêza dudiyane.

– Ka neyîniya partiyan di evê yekê de çiye. Heya bi ewê hîngê, Şêrîn tevî bihna qehwê dikeve hundir û dema ber bi Koçer dinire, riwê kesekî dîtir di wî de dibîne; ew rûdêmên wî yên tenik, xwe bi eyarekî guran, gihartiye û du çavên sor, di seriyê wî de, dibrûsin. Ew ji evê gihartina wî ditirse û bi nîv bazdan ji hundir dredikeve, pir raman û wêneyên reş êrîşî wê dikin. Lê kenê bavê wê, hinekî, dilê wê dide rûniştin.

– Nesaxiyên civakî dê, sedî-sed, derbasî nav partiyan jî bibin û ev endamên wan, ne ji cîhaneke din ji me re hatine, ew jî Kurdên me ne, bi girêk û nesaxiyên xwe ve hatine nav partiyan.

– Bes, ev kesin e bijartî ne û gereke zana bin jî. Bi ser de jî ji partî tê xwestin ku, hevalên xwe ji nirîn û sincên civaka kevneşop bi dûrxe.

– Di nerîna min de ev hişyariya ji me tevan tête xwestin û ew ne tenê rola partiyaye, tiştê din tu girdekî mezin dide mijarê. Reşît dibêje û ber bi bavê Şêrînê dinêre, belkî karibe piştgiriya wî bistîne. Lê ew ketibû bin akama Koçer û newêrîbû bê erêkirina wî ti gavan bavêje, lewre ew mîna pûtekî bê deng dimîne.

– Tenê di aliyê nirîn û dîtinan de, raste. Lê di aliyê kar û baran de, partiyên me nimûnene, jîndar û rastwqînin, ji civaka Kurd re. Ewana gavek jî bi pêş civaka xwe navêtiye û pir caran bêyî ku, zanibin çidikin, ew dikevin raja hêzên kevneşop û yek dikare hinek nimûneyan jî bîne zimên, da ku, nirîna yekî hinekî zelal û sayî bibe.

– Weke çi. Bavê Şêrînê dipirse. Wî guhdariya wan dikir û da ku, xwe kêmtirî wan nebîne, ewî her çendekî gotineke kurt davête nav wan, an jî deng li Şêrînê dikir, da ku, tiştekî jê bixweze û mêraniya xwe beloq bike û di vir de jî dêng li wê dike ku, ew piyleke din a avê ji wan re bîne. Lê hîne gotin di devê wî de bû, keçik dikeve hundir û bi dest wê de şerbikekî avêye. Bi hatina wê re dilê Koçer tête guvaştin, lê ew xwe digre û ji çavên Şêrînê direve mijara ku, ew têde gêj bûbûn.

– Pir tişt hene ku, yek dikare li ser raweste; nimûne, têkiliya evînî di navbera keç û xortên me de. Ji aliyekî ve, weke ku me dîtî xortên me li dijî têkiliyên keçikên Efrînê û xortên Cizîrê radiwestin û ji aliyê din ve jî yek dibêje; belkî ti meraqa wan xortan, ji bilî ku keçikan ji rê bêxin, nemaye. Tevî ku em dizanin, ev çêrok, di civaka me de, bi xwînê tête şûştin. Lê tevî wê jî xortên me wan çêrokan aşkere dikin, da ku, karibin rê li ber xortên Cizîrê bigrin, eger ku bi xwînê be jî, ne xema wan e û di vir de jî, careke din, partiyên me bi roleke neyînî radibin; li suna ku, ew cêrokê bi tepisînin, tu dinirî ewê herdiwan ji partî bi dûrxînin û navê wan di “Kutikê Istenbûl” ê re derînin û ji bo çi; ev giş, ji bo gûmanên wan ku, têkiliyeke evînî di navbera keç û xortekî de heye.

Koçer xwest bibêje; eger ku, bibhîsin hevalekî wan ramûsanek ji keçekê sitandiye. Lê tirsiya ku, ramûsana ji berî demekê ku, ji Şêrînê biribû, bihin bide. Di dawiyê de Koçer, ji wan, dipirse: ka ev ton sinc ji ku hatiye û gûmanên xwe datîne ku, ew ji bihneke olî û lahotî dikşe. Tevî ku, bavê Şêrînê tênagihe ew çi dibêje, lê li xwe danîne ku, li ser bête gotin; ew yekî nezane, lewra jî ew seriyê xwe, ji dîtinên Koçer re, dihejîne.

–  Bes ne hertim û ne her partiyek wilo li ser çêrokên civakî radize û bibore, ev çêrokên di navbera keç û xortan de ne ti meseleye ku, tu bikî xalek li ser partiyan, çareserkirina wan dem jê re dive. Reşîtê Horo têdighe ku, çêrok ne hezkirin an ne hezkirine, nirînên wî ji ewê yekê kûrtir û firehtirin, lê ewî ji tirsa civakê û da ku, endametiya xwe bi carekê re winda neke, wî nirîn û dîtinên xwe bi rengekî pêçayî tanîn zimên. Heya ew dighe ewê pileya ku, ew bi xwe jî, nikaribe ji raman û xwestekên xwe fêmbike. Lewra wî xwest Koçer ber bi kaniyê ve bikşîne û bihêle ew hundirê xwe hilweşîne û ji bo ewê yekê, evê pirsê datîne ber wî; “ka tu vê yekê çawa dibînî ku, roja îro keça Kurd ne bes ji xwaringehê bi derketî, lê ew derketiye ser çiyan û mil bi milên xortan ve, ew ketiye nav şerê çekdarî”. Berkeniya Koçer hinekî Reşît têşîne, lê ew li xwe xûya nake.

– Tu çima serast napirsî; ka nirînên te di PKK ê de çine. Ne ji ber ku, tu dostekî wan e yan jî tirsa min ji wan û bilî wan heye ku, bihêle ez pesnên wan bidim. Lê di nirîna min de û li gor heyama jiyopolotîk ya îro, PKK ê yeke ji hêzên ku, dikaribin tevgereke şoreşgeriyê û ne tenê di nav Kurdan de, na, yek dikare bibêje ku di herêma rojhilat tev de. Ango, hêvî di wê daye ku, ew karibe bi rola dîrokî ya tevgera şoreşgerî rabe û ji nuh ve hêvî û armancên me vejîne, eger ku ji hin nesaxî û şaşiyên xwe vegere û xwe ji wan rizgar bike. Koçer bi gotinên xwe re li çavên ewî dinire; ka çi akamê li ser wî dihêle û ka ev gotinên wî, dê bivetiyekê bighîninewî yan na, tevî ku, gotibû: ez natirsim jî.

– Weke çi. Reşît, bi dilgermî, dipirse. Piştî ku, Koçer ew, bi nirîn û dîtinên xwe, veciniqandibû.

– Têra wan jî nesaxiyên wan ên civakî û konevanî hene. Lê yek dikare li ser hin tiştine berz raweste û eger ku ew çareser bibin, dê yên biçûk ji ber xwe bipişifin û li gor dîtina min ên sereke evin; di pêşî de û ji berî hertiştî, dive biryara her partiyekê di destê wê de be, ango dîtin û nirînên wê ji derve de lê netên barkirin û di evê yekê de, mixabin, PKK ê ne xudiya biryara xwe ye. Tiştê din ku, dihêle yek ji pêşeroja PKK ê bi tirs be û weke ku, bi erebî jê re tê gotin: “nimêja ji kesayetiyê re; ji serok re” . Helbet em dizanin ku, ev yeka jî ji hin sedemên olperestî û li gor perwerdiyeke olî ku, hêştî em hertim li benda Xwedayekî bimînin da ku, me rizgar bike, tête û wilo PKK ê jî Xwedêyek ji xwe re daniye û eger wî gote wan bimir-bimir, bimînin-bimînin. Ev ton têkelî di konevaniyê de wêran û mirin bi xwe ye û helbet ev derd ne bes yê PKK ê ye, hemû partiyên me bi evî derdî ketine û lingê sisiyê ji evê nesaxiya ne pîroz, ewa ku, her yek xwe tenê dibîne û bi çavekî biçûk, eger ku em nebêjin, bi çavekî dijmantî li partiyên din dinire û wilo, ew şerên xwe û dijimin ji bîra dikin û wî şerî bi şerekî rewrewkî û birakujî dguhêrin. Koçer dixwest hîne pêde biçe, wî vehesiya xwe biribû û di rûniştinên wilo de axaftin û kişandina cigareyan bi wî xweş dibûn û di dema ku, dêst davêje pakêtê, Reşîtê Horo evê yekê weke derfetekê dibîne, da ku, berevaniya dîtinên xwe bike.

– Bes divê tu ji bîra nekî ku, di roja îro de, em ne di rewşeke surûştî de ne û heyama şer ji partî dixweze ku, yekxwedî biryar hebe û ew, çêroka demukrasiyê, hinekî bidin şûn; eger ku, ne ji Sitalîn ba, Şoreşa Oktoberê dê têkbiçûya.

– Girêk eve. Em ne li dijî serok û serokatiya partiya ne; ev şanîkeke dîrokê, gerdûnêye. Lê em li dijî ewê nirîna ku, dixweze doza miletekî bi kesekî ve girêde ne, erê nîşan û simbolên miletan hene, lê bi tinebûna wan ew doz tine nabe. Dive em li xwe nenirin ku, nema em dikarin serokekatiyeke şûngir derînin, ta ku em rabin û doza kesekî têxin şûna pirsgirêka Kurd. Ango bi dehan ên weke Apo hatin û çûn û dê bên û herin, lê ev doz û milet dê her bimîne û raneweste, heya ku dighe armancên xwe. Kişandina hilmekê ji cigarê, dihêle axaftina wî bête birîn û bi dûyê wê re ramanên xwe yên ku meyîne berdide. Weke evê nimûneyê li cem miletê Ereb jî çê bû û ew heya bi roja îro ji bin seriyê ewê yekê dikşînin û nema dikarin ti gavên din ji yên E. elNasir bêtir bavêjin, ji ber ku, ewana jî di nameya wî de tekûzî dîtin û te bizava rûs û Sitalîn anî, eynî ew jî weke ya Ereba bû û roja îro tu rewşa wan jî dibînî ku, ew ketine çi kirasî. Koçer xwest weke lehiyekê bi ser wî de bîne û bihêle ew hemû pêde biçin.

– Bes, di nirîna min de, ev ne gunehê Apo ye. Reşît û ji berî bavê Şêrînê, ew bi xwe li xwe matmayî mabû ku, çawa weke her car nepijiqî ser çavên evî jî, tevî ku, gotinên wî ji yên ku, di riwê wan de dikire qîre-qîr kûr û girantirin.

– Na, ew jî di evê meselê de gunehkar e û ev yeka li dilê wî jî, mîna hemû serokên rojhilat, xweş hatiye. Lê gunehên mezin ên milet û nûnerên wan e, ewên ku,  ji bilî hejandina serî û lêdana çepikan ti karî din nakin. Divê ji berî hemû tiştî ev nûner û di hemû waran de, xwe bi pêş xînin û xwedî pispor bin û bi rastî, bibin dengê evî miletî û wilo ew karibin pir dengan di yek sazûmanê de bi pejrînin.

Û heya ji berî Koçer bersiva wî bibîse jî, ewî dizanî tiştê ku, ew îro di rojhilat de dixweze, xewneke; ev rewş û heyama ku, ji hezarê salan ve tête meşandin, dê di roj û şevekê de û bi dîtin û hêviyên hin rewşenbîran, neyê herifandin. Lê tevî ewê yekê jî, ewî dengê xwe, di evê çêrokê de, bilind dikir û di wê baweriyê de ye ku, ne ji “Xwedê” de hatiye ku, ev milet demokrasiyê bipejirîne û ewê din na.

–  Ji bîra neke ku, li dû evê rewş û sinciyan, dîrokeke dirêj ji perwerdekirineke şaş radiweste û dîrokeke dirêjtir gereke ku, ew bête guhartin.

– Belê, bes tu jî ji bîra nek ku, milet dîrokê diguhêre û ne dîrok miletan boyax dike û rûçikên reng-rengî ji wan re çêdike.

– Ma evê nebe sedema ku, partiyên me, ji îro bêtir, ji hevdu bizên. Bavê Şêrînê dipirse.

– Na, eger ku demokrasî hebe, nirîn û nirîna yê din hebe, perçebûn dê tinebe. Reşît bersivê dide û li Koçer dizîvire û dipirse: Tu dibêjî, dê çawa ev zanyarên me bighên ewê radeyê. Bersiva wî ji Koçer re tiştekî nuh bû û belkî ji bavê Şêrînê re jî nişkabûnek bû. Lê Koçer ev nermbûn û pejrandina yê din, ji aliyê Reşît ve, vegerand du tiştan; an ew ji bingeha wî ya komonîste, yan jî ew dixweze dawiya çêrokê û bi çi ancamê be nexeme, bîne.

– Eger  ew giropên ku, yek di wan de hêviyê dibîne, hêza xwe bidin hev û têxin raja xwe û ne di ber yên mirî de birjînin, wê hîngê yek dikare bibêje ku, me gava destpêkê, di riya azadî û rizgarkirinê de, avêtiye.

– Ev nirîneke şûnketiye. Reşît dixweze wî, bi gotinê, bitevzîne. Lê Koçer têra xwe hatibû guvaştin û civlandin; nema gotinên bi evê rengî wî dikulînin, lewre bê dudilî û xwêdan lê vegerand.

– Na û ev yeka ji min re ne pêwîste ku, tu min dixînî bin kîjan konî de. Lê bi dîtina min û gava ku, miletek perçeyî du paran dibe; xwediyên raman, biryar û destlatiyê û yên mayî jî ji bo bi cihanîna ewan biryaran û xwediyên biryaran dibin kole, dê rewşeke weke ya me derxe holê û helbet dê di hundirê her perçeyekî de jî pile û radek hebin; mîna ku, di nav yên xwedî raman de hinek derdikevin û biryarê bi dest xwe ve tînin, tevî ku, hin caran lêhatin û keys dihêlin hinek derkevin pileya jor, bêyî ku, ewana ti kar kiribe yan jî ew li gor ewî cihî û radeyê bin. Koçer ji dûr-dûr kevir davêtin konevaniya PKK ê û weke ku, li tûjkirina Reşît bigere.

– Bi nirîna te, her yek nikare bibe xwedî raman. Reşît bi çavin sor li devê wî dinire.

–  Na. Koçer bersiveke kurt dide.

– Bi min nirînên te hinekî biyanin û ne dûrî felsefeya.. . Qêrîna ku, ji derve ve tê, dihêle hersê rabin ser xwe û bi derve de bibezin û ewana ji rawestina di riwê hev de bi dûr bixe.

– Dema ku, çavên wan li ewî ejdehayî dikevin, ew jî mîna yên li hewşê, di cihê xwe de, ziwa dibin û vemirtina wan ne ji mezinahiya mar dihat. Dîtina zariwê ku, di devê marê zer de, dipir-pitî, hêştibû xwîn ji damarên wan bireve û devê Dojehê li ser wan vebe û heya ku, ew lê kom dibin û wî dikujin, zaro bi tevayî di devê wî de winda dibe. Lê ew çend gotinên diya zaro, ji berî ku ew ji ser hişê xwe here, hêştin ku, zaro ji devê ewî ejdehayî bi derînin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

– 7 –

 

 

 

–  Koçer.. Koçer. Bi bihîstina navê xwe re, çend caran, li dora xwe dinire, lê ji bilî pozê xwe û çavên segekî reş, ti tiştî din li pêşiya xwe nedîtin. Gavek bi şûn de avêt, seg du gavan bi pêş ve davêje û bi evê yekê re, Koçer lingên xwe dide bê; her ku ew dibeze, seg nêzîktir dibe.

Piştî bazdaneke riswa û bi xwêdan ku, hêşt pişt li wî bişke, dinire ku, avahiyeke bilind di pêşiya wî de dertê û dihêle dilê wî fireh bibe. Bi ketina hundirê wê de, derî li dû wî tête girtin û bêyî ku, bihna xwe derîne, bizavên xwe dike ku, di ewan pêpelokan re derkeve qatê jor. Lê her ku, ew bi ewan kabokên şikestî ber bi jor de derdikeve, riya wî teng dibe û bêtir bihin li wî diçike û piştî çend mitran, laşê wî di hundrê ewê berqefê de tête guvaştin; her ku ber bi pêş ve diçû, ew ode divegerî û dibû berqefeke teng, dihêşt bihna wî bi carekê teng bibe û dil jî, bi xurtî, lêde.

Di dawiya berqefa teng û tarî de û piştî hin bizavên zikxuşê, çavên wî bi çirûskên ronahiya ku, ji dawiya wê ve diherikîn dikevin. Lê dengê segê ku, di piş guhê wî de direwe, dihêle dîwar bêtir li wî teng bibin û ew gurzê çirûskên ronahiyê jî bireve.

Bi hejandina milên wî û bihîstina navê xwe re, Koçer çavan vedike. Ew heya bi demekê titiştî ji hev dernaxe, lê gava çavên wî bi riwê Kamîranê Hemo dikevin, ew hinekî şiyar dibe û ji bin sawa ewê xewnê derdikeve.

–  Te çiqas xwêdan daye û tu çima heya bi nuha di xew de mayî.

–  Roj baş. Koçer silavê vedigerîne û bêyî ku, li pirsên wî vegere, ji ser têxt dadikeve û li şimikê digere. Piştî ku, dixe lingên xwe, ji odê bi dertê û heya vedigere, Kamîran jî cezwê qehwê digel du piyalan datîne ber xwe.

– Lavan  ji min bike û ji berî ku, qehwe sar dibe hinekî bilezîne û porê xwe ziwa bike. Gava ku, Koçer ji xew şiyar bûbû û nemze piştî xewna çûyî, wî bi hûrbûn li dora xwe nemeyzand, lê piştî vegerîna ji avrêjê û bihin kirina qehwê, dinire ku, wî ne bes qehwe aniye, lê heya xema taştiyê jî xwariye.

– Ez nizanim, dê çawa ji bin barê.. . Lê Kamîran nahêle ew hevoka xwe bi serî bike.

– Ez dikarim van gotinan ji tevan bibîsim, bes ji te na û ev rûmetgirtina ji kuve li ser te bariye, tu dûrî evan tiştaye. Kamîran bi rûkenî dibêjêyê û di dawiyê de û bi lêdana kulma di zikê wî de, li rewşa wî dipirse.

– Weke berê ye, titişt lê kêm-zêde nebû ye.. . Evê sibê Xwedê xêra te bide. Koçer piştî bihinderxistineke kurt dipirse.

– Xûya ye ev hatinên min ên li ser hev, hêştiye tu hinekî ji min dilteng bibî.

–  Kiye ewê ku, gotinên pûç dicû, tu baş dizanî ku, ez dixwezim hertim te bibînim, bes hatinên te bûne mîna mêvandariya cinan, yek nizane dê tuyê kengî postikê xwe bavêjî û li yekî bibî mêvan.

–   Yên cinan, lê pêriyan.

– Tu ji ya xwe namînî, lê tu ya rast dixwezî, yên pêriyan xweştire. Piştî ku, koçer cixareyekê, bi fincana qehwê re, pêdixe bersiva wî dide û dihêle Kamîran bi nîv henekî lê vegerîne û bibêje.

– Tu yê bi ewî derdî herî û tu ti pêriyan di nav nivîna xwe de nabînî û bi ra te negot: ka te karek ji xwe re dît lê na. Kamîran bi evê pirsê re dawiya henekan tîne.

–  Ez dikarim bibêjim ku, te karek ji min re dîtî û ji bo ewê yekê tu hatî?. Koçer ji zûde ew karê ku, Agob jê re dîtibû berdabû û li karekî digeriya.

– Him.. m, tu hîne dikarî ramanên ên hemberî xwe bixwînî. Belê, bes bawernakim ku, tu razî bibî.

– Ji neçarî yek goştê dîkan jî duxe. Kamîran dinire ku, kenekî reş li ser riwê wî belav dibe, dihêle yek têderxe ku, ewî di rojin teng re derbas dibe û ewî ev yeka hîne bi ketina hundir û dîtina cezwê qehwê ku, çawa tozê li ser girtiye, re naskiribû.

–  Kêfa min ji dawiyên tiracîdî re nayê.

– Kê gote te ku, jiyan ne qeşmertî û lîstikeke dînaye. Ez carina dibêjime xwe: belkî ev tişt giş xewn bin û ne dûre ku, rojekê..  yan jî kêlîkeke din, jê şiyar bibim û titiştî li pêş xwe nebînim; ango ne te û ne jî odê..  evî  bajarî, li pêş xwe bibînim, hertişt bi damrandin û vekirina mijangan re winda bibe. Bi gotineke din, em dikarin bibêjin: nedûre hebûna me, bi tevayî, xewneke mirovekî be.

– Naa a; min hertişt bawer dikir bes ku, ez rojekê te di vê rewşê de bibînim, ev ne di bala min de bû. Dîtinên olî û ramyarî bide aliyekî, bes pir rasteqîn hene ku, ti carî yek nikare çavan li ser damrîne, heya bighe zanyarên felek û biyologiya jî, ewana ti carî hebûna zemîn û jiyanê înkar nekiriye.

– Dîtinên wan jî di bin siya olî de pişkivîn. Koçer dibêje û ew radibe ser xwe da ku, taştiyê amede bike, lê dengê Kamîrên wî dide rawestandin.

– Bi ra te bihîst ku, duh berbangî, leşkerên Turkan êrîşên xwe birin ser Kurdistana bakur. Gotinên wî heya bi demekê di guhên Koçer de lûs nebûn û evê salixê gewrepana bîr û bûyarên ku, ji berî demekê lidarketibûn, vegerandin; çawa Ejdiha zaro daqirtand û rûniştinên wî yên li ber tilivzyonê û şirovekirina zanyaran ji ewê bûyerê re, heya dighe ewê xewna ji berî kêlîkê û piştî ku, ew hinekî ji bin akama evan bûyeran dertê û weke ku, yek bi xwe re bi axêfe, dipirse.

– Merema te, ew êrîşa ku leşkerên Turka birine ser cîgirên PKK e, da ku, wan cîgirên piştgir ji dest wan bibin.

– Û çima tu bi evî zaravî li min vedigerînî. Kamîran hinekî bi hişkî û piştî ku, bihna gunehkariyê di gotinên wî de dibîne, vedigerîne. Lê bêy, ku, Koçer bersiva wî bide, pirseke din jê dike.

– Helwesta hêzên wê derê çiye. Ew bi gotinê re vedigere cihê xwe yê berê û cigareyeke nuh pêdixe.

– Tu dibêjî dê çi be; radiyowa Kurdî û li ser zimanê herdu hêzên sereke got: dive Turkiyê leşkerên xwe, îro berî sibe, bi şûn ve bikşîne. Û gotin: ev tişt li dijî peymanên navnetewîne û ew destdirêjiyeke Turkaye. Lê Koçer şeva çûyî û li ser tilivizyona Sûryê dîtibû ku, çawa pêşmergeyên başûrî Kurdistanê û digel leşkerên Turkan di ser cendekên girêlayên PKK ê re rawestiyabûn.

Ev dibû cara dudiyan ku, Koçer ji ber Kurdayetiya xwe ve û bi rengekî beloq, fedî dikir; erê cara pêşî di dema serpêhatiya Helebçe dabû ku, di ewan rojan de heval bi xwe û karûbarên, ji ber Kurdên başûr ve, ketibûn nav keftelefteke giran û wî jî xwe dûrî wan kiribû û bi xwe û çêrokeke evînî de ketibû. Lê ew tiştekî wî yê xasma bû û bi kesîtiya wî ve girêdayîbû. Bes evê carê wî didît ku, ev fedîbûn bi hebûna wî ya netewî ve girêdyiye; “Cara çûyî min xwe bi ewê çêrokê ve girêdabû û ne kesekî din zinar danîbû ser zikê min”. Lê evê carê wî xwe weke çêlgurekî girêdayî ku, çend seg û di bin dîtinên gurên bira de ku,  êrîşî wî dikin û birînine nuh, di gewdê wî de vedikirin, didît.

–  Mal a wan e. Koçer bi qeşmerî dibêje.

– Te çi ji wan dixwest da ku, bikirana û wan nekir.. . Tu dibêjî dê çi gerek ba; destên wan maçîkirana da ku, ew ji herêma wan derketana.

– Eger ku, tu mirovekî dest salt bî û kesekî xwînî, bê fermana te, derbasî mala te bibî, tu yê nikaribî li pêşiya dijminê wî jî rawestî ku, ew jî derbasî hundir mala te nebî û wî bi darê zorê ji wir dernexî. Tu dixwzî evê yekê bibêjî. Koçer tinaziya xwe dubare dike.

– Em xweş dizanin ku, Hukometa Fîderal bizaveke nuhe û eger ku, Emerêka destên xwe jê bikşîne dê, di navbera roj û şevekê de, hertişt bête xwar û weke ku, dibêjin: emê li ber lingan herin, nemaze em baş dizanin ku, em di kîjan heyamê dene û helwesta ev rêjîmên li derdora me çiye, ji meseleyên Fedraliyê û di evê ortê de û di roja îro de PKK ê dixweze başûrî Kurdistanê ji xwe re bike meydana êrîşan, de ka em bipirsin; sûcê kêye û kî gonehkare.

– Li ser Xwedêye, eger ku, ew hebe. Tu dizanî ku, ez gihêştime ewê baweriyê ku, di demên Xwedê aferînên xwe û her yek ji tiştekî, dafirandin û piştî ku, titişt ji bilî pîstiyê di dest wî de nema, rabû em Kurd jê afirandin. Koçer bi qerfeke fereh van gotinan dibêje dostê xwe û cigara nav tiliyê xwe davêje nîvê hundir.

–  Gunehe ku, îro yek bi tera bi axife. Ew hinekî li ber xwe dikeve.

– Kuro.. aniha tu dikarî bi min bidî fêmkirin ku, ev serokên partiyên me, li ser çi bingehê ewana maf daye xwe û dikarin bibêjin: Ev perçê Kurdisanê yê meye û çênabe ti kes, partiyên din li ser hebin, bila ew herin perçeyên xwe. Tevî ku, dijminê me û her roj miletê me qir dike, ne tenê wilo, em hîne rê didin û li gor mentiqê wan, bi evê yekê re didin û distînin û rê didin ku, dijminên perçê din jî derbazî nav me bibin û şerê birayên me bikin. Tu bi min re nabînî ku, gotina “derkevin”, gereke ji dijmin re bête gotin û ne ji birayên perçên din re. Em bi evê ton konevaniyê û bi evan dîtinan, perçebûnê kûrtir dikin.

– Ev rewş rastiyeke û tikes nikare ewê înkar bike ku, di roja îro de, ji her perçeyekî re xasmayên wê hene û divê em evê yekê ji bîra nekin û di ser re hilnegavin. Tiştê din, ti kesî negotî ku, partiyên başûrî Kurdistanê ji kiryarên Enqerê û derbazbûna wan a hundir Kurdistanê re razîne, yan ew yeka bi dilê wan e. Lê divê em zanibin ku, wizeya wan heya bi kîjan pileyê ye.

– Tu bi Xwedê dikî tu dikarî bi min bidî fêmkirin; ka xasmayên me her perçakî çine. Koçer bi riwekî sar dipirse.

– Tu çima dixwezî, xwe di ser tiştan re bavêjî; tu nikarî çavên xwe li ser cigrafya îro damrîne û van sînorên ku, me ji hev cuda dikin, ji bîr bikî. Û weke ku, ji berî nuha jî min got: Em hîne biçûk û qelsin û di roja îro de û li gor sîstema cîhanê ya nuh, eger ku ne bi riya hêzên derve û piştgiriya wan be, emê nikaribin ti tiştî ava bikin. Lewra dive em bi hişmendî, bi evan meseleyan re, bidin û bistînin.

– Binir, mîna ku Nêtşê dibêje: “Gereke yê qelis nemîne, tuneyî bibe”. Ez bi evê dîtinê re me, tiştên ku bi destên wan ava bibin, dê bi destê wan jî bên herfandin.

– Ev nirîneke xurûye û li gor dem û civaka ku, Nêtşê tê de dijiyabû û li piş van nirîn û dîtinên wî hin tiştên veşartî, hebûn. Tiştê din, ev ne ew deme ku, yek her tiştî bi destên xwe bike û divê em sûdê ji dijberiyên dijminên xwe bibînin. Dema ewan gotinên girs, mîna kambiredor û Impiriylîzimê jî çûye ku, em hertiştî bavêjin sukra wan. Kenekî çêkirî û bê şerm ji Koçer derdikeve û dihêle Kamîran gotinên xwe bibire û amediyên xwe bike da ku, ji oda wî derkeve.

– Bibore, xûya dike ku, nebes çênabe em şerê şêw û rengê sîstema Emrêka, ya ku eşkere li dijî miletên cihana sêyem e, bikin, lê heya şerê sermiyandariyê jî, di roja îro de, bive ye. Ew salên dirêj û xebata di hember wan de, xewnek bû û bi ser evan tiştan de, tu loman ji min dikî ku, ez xwe di ser rasteqînan re davêjim û li gor dilê xwe daxêfim. Pêkenîn û qerf ji gotin û rûyê Koçer difûre.

– Eger ku emkê bi qeşmeriyan rabin hevdu, ez gotineke din li axaftina xwe zêde nakim.

– Anuha tu bi -ez nebêjim tu bi Xwedê dikî- hema tu bi çi dikî û sûnd duxî, bila bi wî be; Ev tiştên ku a nuha te gotine, baweriyên te ne yan dîtinên partiya te ye. Kamêran, careke din, bihna pêkenînê di gotinên wî de dibîne û eger ku, ne ji ewan demên dirêj û naskirina wî ya kûr ji Koçer re ba, ku ew ji dilekî kizirî bi evî rengî dirame û daxêfe, dê ji zûde ji oda wî derketiba.

– Ti cudatî tineye. Kamêran bersiva wî dide û ew dizane ku, ewê baweriya xwe pê neke.

– Mixabin; tenê ez li tiştekî şêt dimînim ku, çawa yek dikare, di navbera roj û şevekê de, baweriyên xwe biguhêre, mîna ku soleke xwe diguhêre; tu ji Markisiyekî hişk bibî çêlikekî birciwa. Koçer, hevoka dawiyê ser rast davêje ser Kamêrên.

– Ne weke tu dibêjêyî û tu yê bibînî ku, ew çend leşkergehên PKK ê, di Kurdistana Îraqê de, dê bibin belgeyek di destê Conta Tirk de ku, êrîşên xwe di bin siya ewê yekê re derbazkin. Û tiştê din, mixabin ji ewê ku, nayê guhartin re ye, ewê li ser yek bîr û bawerî bimîne û nebîne ku, cîhan li derdora wî tête guhartin.

– Demê ku, tu li ser derbasbûna PKK ê li başûrî Kurdistanê di axêfe, yek dibêje qey tu li ser hêzeke ji Emrêka Latîn di axêfî û ne hêzeke Kurdistanê ku, ji mafê wê ye; helbet ne tenê PKK ê, lê her hêzek ku xwe Kurdistanî dibîne, ew li her deverekê bêne dîtin û xaka Kurdistan jî cihwarê kar û xebatê bibînin.

– Axaftina te netewperestên Ereb tîne bîra min; hûn bi çavine girtî li dora xwe dinirin û ev bû pêncî salên Ereba ye ku, doza yekitiyê dikin û wan ti tişt bi ser nexistiye. Binir, ji roj roj de, konevanî bi kartêkirinê ve girêdayiye û ne tenê bi raman û baweriyan, lê mixabin me ev yeka fêm nedikir û me bi ewan meseleyan re dida û distand weke olperestekî û ne weke miletekî bindest ku, ew li mafê xwe digere û li gor dîtina me, di roja îro de, sûdeya me bi Emerêka û dostên wê re ye.

– Û di sîstema cîhanê ya nuh û golbalîzmê de ye. Her diçe Koçer qerfên xwe tûjtir dikirin, lê Kamêrên guhnedida ewê yekê û tê derxist ku, ev qerfên wî ji qelsiya helwestên wî tên.

– Çima na; ka ji min re bibêje te çi ziyan ji ewê yekê dîtiye. Tu ne bi min re yî ku, bidestxistina hinek maf ji tinebûn û konevaniya qirkirin û şewtandina ku, evan sîstemên herêm, li seriyê miletê me dimeşînin, çêtire û ka ji min re bêje, îro bi xêra kê, pirsgirêka Kurd gihêştiye evê radeyê.

– Belê, bes ji bîra neke ku ev konevanî ji mera nuhin, lê ewên din di evan rengan de û di evê konevaniyê de pîrbûne û divê tu dîsa ji bîra nekî ku, kar û sûdeyên Emerêka û dostên wê, bi evan rijîman bêtirî ewên ku, dê ji me bên û wilo yek tê derdixe ku, ev tektîk dê pûç be. Ew lîskeke aşkereye û em xwe nexopînin ku, ev rijîmên zorker, çavên xwe li ser evê yekê damrandine. Di dawiyê de û weke ku, min berê jî gotibû: Heya tu karibî şerê segan bikî, gereke tu gur bî û di nîvê şer de çê nabe ku, tu temaşevan bî.

– Ji bîr neke ku,  Kurdên başûr, têra xwe xwîn rijandine û hîne jî dirjînin û gereke yek înkar neke û ji aliyê din ve jî û piştî hilweşandina Sovyêt, nirîn û dan û standina bi evan meseleyan re hatiye guhartin û îro, ji raja welatên bakure ku, em bi pêş kevin; helbet ne ji bo xweşikbûna çavên me, na, da ku ew bêtir û bi lez gavine nuh ber bi pêş ve bavêjin û em weke çovan nekevin nav têlên dolaba pêşketina wan. Koçer kûr bala xwe dide dîtinên wî û di kûraniya mejî de têdighe ku, ew di nirînên xwe de rast çûye, lê weke ku, yek li zirtiyê siwar bûbe, nedikarî zû-zû ji ewan baweriyan vegere. Lê tevî ewê yekê jî, wî hinekî helwesta xwe nerim kir.

– Min negotiye ku, wan xwîn nerijandî, lê di roja îro de, şerekî bê namûs ji aliyê dijmin ve tê meşandin û çênabe em destên xwe têxin bin guhên xwe û em bibêjin; ti barî me li wê kerê tineye.

– Min nizanî ku, tu bûye dostê PKK e. Wî xwest hinekî Koçer bihejîne; ka çiyê nuh dê derkeve.

– Min jî nizanî ku, tu bûye yek ji ewên boyexa wan di destê wan de û li gor dilê xwe yên din boyax dikin. Bila tu zanibî; eger ku, ez bi yekî PKK e re rûnim, dê bibêje min: “tu hevalê PDK êye, yan jî yê YNK êye”. Carina ez ji xwe dipirsim: ji bo çi, ev rijîmên zorker, evqas polîs, çavdêr û hêzên asayêşê peydakirine û ji bo kê û çima; hingî ku, em şerê hevdu dikin, me ti caran wilo şerê wan nekiriye, de ka ew çima evqas pere û dem li ewan çêrokan mizaxdikin, bila me bi ser hevde bihêlin, emê, di roj û şevekê de, hevdu tine bikin û em wilo jî dikin, rêça kal û bavan dajon. Bi gotina dawiyê re, Koçer bê dil radibe ser xwe, da ku xwarinê çêbike.

– Ne gereke. Kamêran dibêje wî û gava ku, Koçer lê dizîvire, dibîne ewî rabûye ser xwe.

– Çi negereke. Koçer dipirse.

– Xwarin; dem derenge bûye û divê ez vegerim mal.

– Binir, eger ku axaftinên me êkê bihêlin em ji hevdu bixeydin, bila tu zanibî ku, evê axaftina me ya dawiyê be.

– Na; tu baş min nasdikî. Lê Koçer naskir ku, tiştê bête çirîn dê nema bi perspanan nuh bibe, erê xwarina wan a bi hev re pîneyek bû, lê mixabin dostaniya wan riziyabû û her diçû gewra reşbûnê, di navbera wan de, firehtir dibû. Wî hîne ew çend pariyên ku, bi sarbûneke neveşartî dixistin dêv, daneqirtandibûn, xatir ji Koçer xwest û bi dilekî şikestî ji oda wî dertê, dihêle Koçer bi çavine sor li wî û sifra ku, li şûn xwe hêştibû binêre û tê bîrê ku, Kamêran ji bo tiştekî hatibû ba wî.

Piştî çûna Kamêrên, ew çend caran ji xwe dipirse; ka min çi şaşî di mafê wî de kirine û piştî ku, nagihe titiştî, ew dibêje xwe: “eger ku, em bibêjin; nirîn û dîtinên min şaşbin jî gereke wî bi sîngekî fireh bibîsta; çima ew kesekî konevane”. Ev hevoka dawî dihêle ew hinekî berkenî bibe. “Ewî çiqas car di civat û axaftinan de gotiye; belkî ez û te, di nirînên xwe de, neghên hev, lê ezê seriyê xwe bi ser ewê yekê dim, da ku, tu gotina xwe bi serbestî bibêjî û bi ser evê yekê de jî û weke ku, Elî bin Ebî Talib dibêje: Ez li ser rastyiyê me heya em dighên û dibînin dîtinên min şaşin û yê din li ser çewtiyê ye heya ku, gotinên wî rast derdikevin”.

Dema ku, Koçer dighe evê encamê, hinekî dilê wî rihet dibe û dighe ewê baweriyê ku, wî ti neheqî negîhandî dostaniya xwe û Kamêrên; “Ew jî yê, rojeke, weke Keşe bighe ewê baweriyê ku, piştî em kumên şîn û sor ji seriyên xwe deynin, emê bibînin ku, seriyê me herduyan jî yê Kurdaye”. Bi bîrhatina evê bûyerê ji romana Kazantizakis, ew bi rûyekî melûl berkenî dibe û bi dengekî bilind dibêje.

– Xûya dike, dê jiyan pir carên din xwe vegerîne. Gotina wî dihêle Şêrîn, bi rûyê xwe yê li ken, di derî re derkeve.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

– 8 –

 

 

 

– Ji kengî ve, ev gerdiş, bi te ketiye ku tu bi xwe re bi axêfî. Bi rûniştina wê ya li ser danîştoka herî bi tenê, ew dipirse.

– Tu jî ji kengî ve hînî evê gerdişê bûye ku, tu ji piş deriyan ve li yekî guhdar dikî. Bi gotinê re wî çavek damirand.

– Ev bû demeke dirêj ku ez payîna çûna mêvanê te dikim, da ku, dakevim cem te; te bihîst çi bi Kalemêr hatiye.

– Na; ka emê çiyê din bibînin. Ewî, bûyera berî demekê, ewa ku hêştibû zaro di devê Ejdehade winda bibe, ji bîr kiribû û weke xewneke dûr, hinek tişt di bala wî de meyîbûn.

–  Kalemêr ji nîvî û bi jêrde pûç bûye.

–  Heya bi du ew saxbû.

– Belê; Û min gotinek bihîst. Şêrîn di vir de dengê xwe datîne û riwê xwe nêzîkî yê wî dike û bi tirs dibêje wî: çêroka wî dihêle dilê yekî bikeve.

– Tu evan çêrokan ji ku digirî. Dema Koçer jê dipirse, keçik hinekî şerpeze dibe û nizanê dê çi bersivê bide; nema tê bîra wê ku ew çêrok bihîstiye yan jî wilo bi wê re derket. Lê Koçer wê ji evan meseleyan derdixîne, gava vedigere çêroka Kalemêr û li rewşa wî dipirse û ka çiyê nuh çêbûye ku, bihêle dilê yekî bikeve weke ku ew dibêje.

– Dibêjin ku Kalemêr li ser jehra wî dijiya û hertim ciwan dibû; ew gihêştiye sedsalî û hîne jî weke xortan bû. Bi ewan nirînên bi gûman ji aliyê Koçer ve, keçik lêvan gezdike û tê derdixe ku, bala wî ber bi ewan çêrokên kevin ve şimitî.

Tiştekî din jî bala wî kişand û hêşt ew berkenî bibe; “hîne kes maye û baweriyên wan bi cin û pêriyan tê”. Lê dengê evê baweriyê di kûraniya canê xwe de jî dike û dihêle ew bi tirs ji xwe bi pirse; ka rastiya evê baweriyê heya bi kuderêye û heya bi kîjan pileyê akama wê li sinc û derûna wî dike.

– Çima tenê Kalemêr û ejdeha jiyana xwe bi hevdu diguhartin û ne kesekî din, mîna min. Koçer dixweze dilê wê biguvêşe.

–  Tu?! Na.. Xwedê neke; tu hîne ciwane.

–  Ma şer û mirin, bes bi ewên kalemêr re ye.

– Ez nizanim, bes tu na. Koçer naskir ku keçik ketî bin heyameke kûr û fireh ji dilxweziyan û gava  ku, ew destên wê dixe nav ên xwe de, dinire ku ew dilerize, lê wî heya bi demekê nasnekir; ka ew lerzandin ji tirsêye yan jî ji dilxweziyên wê tê.

Dema ku wê berve xwe dikşine, keçik bê berxwedan radibe û tê di nik wî de, li ser têxt, rûdine û bi xistina çena wê nav herdu destên xwe de, da ku, riwê wê bêtir nêzîkî xwe bike, Koçer dibîne ku lêvên wê ji ser hev dikevin û diranên wê yên sipî dibirûsin.

Bi gihêştina lêvan ji hev re, heya ji wan tê ew xwe bi hevdu ve diguvêşin û demê ku, Koçer zimanê xwe têve dide hundir devê Şêrînê, keçik mîna zarokeke ku ji zûde memikê dê winda kiribe û nuh ketibe devê wê, ew bi kerbeke tûj zimên dimije û dema ku, xwîna wan bi evê yekê sar nabe, Koçer bi milên wê digre û bi ser têxt de têxîne û bêyî ku, lêvên xwe ji yên wê derîne, destekî xwe jê re dike balîv û bi destê din jî pişkokên wê, yeko-yeko, dipişkuvîne.

Tiliyên wî mîna çiwîkên hec-hecîkan ku, dikevin nav baxçeyan û ji gulekê difrin a din, ew jî ji memikekê dibezin a din û heya bi demekê lîska wan dirêj dike û gava ku Koçer, bi kişandina Şêrînê jê re û destgirêdana wê di ser piştê de, xwe di nav rehên wê de dibîne, dêv dixe sîngê wê û bi keleke tîr li seriyê memikên wê digere û bi girtina yekê ji wan, heya ji wî tê ew dimije, dihêle ku bihna şîr bi devê wî keve û ew tênagihe ka bi rastî şîr mêt an sîbereke zarokiyêye.

– Hêdî-hêdî. Bi guvaştina ku ew xwe bi ser de diguvêşe dihêle ahîneke tenik bi Şêrînê keve. Ew jî bi porê wî digire û bêtir bi xwe ve diguvêşe, weke ku yek bixweze tiştê xwe yê herî biha di nava xwe de veşêre, da ku, çavên ti kesî din pê nekeve. Lê pir naçe û zendên wan li ser hevdu sist dibin û ew heya bi demekê bê liv û deng, di hembêza hev de, dimînin.

Bi rabûna Koçer, ji hembêza wê, dibîne ku dolemeya wê heya bi jorî kabokan kişiye û ew hatiye civlandin, wî xwest jê re dûz bike û bi jêrde bikşine, lê bi dest avêtina xwe re, ji ewê ramanê vedigere û dixweze tîbûna çavên xwe birjîne, lewre ew seriyê xwe datîne ser rihên wê û bihneke kûr jê dikişîne; “Min hîne weke evê bihna te nekirî”. Bi him-hima wî re Şêrîn jê dipirse” Ka ew çi dibêje. Lê Koçer bi ramûsan û xwe têmisdana di wê de, bersivê dide.

Koçer, di evê kêlîkê de, baweriyên xwe bi Xwedê anîn û hêviyeke tenê ji wî dixweze ku, zimbereka katijmêrê li ser evê kêlîkê rawestîne. Lê dengê zaroyan di nêzîkî deriyê wî de dihêle Şêrîn rabe ser xwe û cendekê ku, diqîre di bin dolemê de veşêre, ew jî radibe ser xwe û ji odê derdikeve, piştî ku, leka pêntiron di bin kurtikê xwe de vedişêre.

– Tu bi ku ve çû. Piştî ku, Koçer ji derve vedigere, Şêrîn dipirse û bi nirîn û kenê wî re, riwê keçikê sor dibe, lê hembêz kirina Koçwer jê re û bi ramûsana ku, ji nav porê wê distîne dihêle ew bi dilovanî seriyê xwe têxe hembêza wî û destên xwe ji nava wî re bike gerden.

– Xwedê..! Çi bihneke xweş ji gewdê te tê. Wî got û riwê xwe bêtir têveda nav porê wê.

– Kela çayê çû. Şêrîn dibêje û bi destên wî digre, da ku karibe bi wî bide fêmkirin. Lê titiştî nedikarî wê ji hembêza wî derîne û dema ku, Koçer radihêje tiliyên wê û radimûse, du hêsir ji çavên Şêrînê tên xwar û mîna ku, baran di nav qûmê de diçe xwar, ew jî di sîngê Koçer de winda dibin.

Bi çûyîna kela ava di çaydên de û vemirtina papora gazê re, keçik ji hembêzê bazdide û derçûna gazê dibire. Ewê hîngê çavên Koçer bi odê dikevin ku, Şêrînê text dûz kiriye û çaydan danî bû ser paporê.

– Destên te sax bin; ev cara pêşiye ku ez xweşbûna çayê nasdikim. Piştî mêtina pêşi ji lêvên piyalê, ew dibêje Şêrînê.

–  Ev pesin ji dil da ne an.. . Çavan bi nermî radike û dipirse.

– Na; Ji kezebê ye. Ew bi kenê xwe re hinek ça bi ser xwe de dirjîne û dihêle ku, Koçer ber bi qutiya destmalên kaxezî bibezê û çendekan jê bikşîne. Wî bi boneya paqijkirina dolemê, herdiçû ew bi jor ve hildida heya ku, ew gihande jorî ewan kabokên befrîn û ramûsanekê, ji xala ku di nîvê kaboka çepê de, distîne û heya bi demeke dirêj li şopa fedibûna ku, di riwê xalê de dertê, dinire.

– Te çi têde dît.

– Jiyan.

– Yek, bi gotinan, bi te nikare. Bi gotinên wê re Koçer destên xwe dixe bin milên wê û piştî ku, ew li ser têxt rûdinê, wê jî, mîna ku dayik zarokê xwe hembêz dike, li ser çokên xwe datîne û bi hevoka ku, ew di guhê wî de dibêje; “Demê yek li te binire bawer nake ku, tu evqasî bi hêzî”. Careke din, dêwê jiyanê di-ûre û careke dîtir, dibe zîrke-zîrka têxt.

Ji dema ku Şêrîn ji ba wî çûye, ew bi evê ramanê mijûl bû; “çima li şûna ku, yek jiyana xwe bijî, ew direve felsifandina wê”. Lê wî dikir-nedikir nikarî sedemên ewê yekê naskirina û dema xwest ji evê ramanê birevê, ew bi çûna cem Kalemêr dirame, lê gava dît ku,  hinekî sist bûye, ew raman jî da şûn û gote xwe; “ezê êvarî herim ba wî”. Ji berî ku, gotina xwe bi dawî bike û xwe têxe nav nivînan, ew ber bi tomargehê diçe. Dengê Şeyda dihêle zeviyeke gangiliyên sor, di dil de, bi pişkivin û refê dûmeqesokan dûr biçe.

Bihneke nuh ji mitêl û nivîna wî dihat, çêja lêvên Şêrînê jî ku, di bin zimanê xwe de dikir, bi hezaran wêne û bîranînên dûr û nêzîk di ber çavên wî re derbas dikirin û wî vedigerînin rojên zarotiya w û lîskên di hûnikiya şikeftan de. Û bi gotinên sitrana; “Dîlber heger te zanîba te çikirye bi dilê min” re, dûr diçe.

Ew her roj di hundirê wê de kom dibûn û rojê bi lîskekê tîrên rokê vedimrînin. Her diçû lîskên wan jî bi wan re mezin dibûn û dihatin guhartin, îro jî di kûraniya şikeftê de li seriyên hevdu kombûbûn, kesî biyan nedixistin nav xwe; kur û keçên amên hevin. Ew ji lîskên xwe  yên berê têr bûbûn û li lîskeke nuh digerîn. Lê ji demekê û vir de ve, keçika amê wan xwe hin caran ji wan vedidizî û eger ku, yek ji wan bi ser ewê de biçûya, ew ji quncikê tarî derdiket û dikir ku ewê aveke xwe li wir dirjîne, lê ti carî çavên wan bi şopa avrijandinê, li şûna wê, nediket.

Îro jî û di ewê tenêtiya wê de, ramanek di çavên wê de dibirûse û piştî ku, vedigere nav hevalên lîskê, ew pêşniyarî wan dike ku lîskeke nuh bilîzin. Hertim gotin a mezina ye û gotinên wan li erdê namînin, ew jî ya mezin bû û zaroyên din li ser şopa wê dimeşin; “Gereke em lîskeke xwe ya nuh bibînin, bes em bi lîskên xwe yên berê lîstin, emê îro lîska bûk û zêve bilîzin”.

Ew herdu jî amedebûn û ewê hertişt di seriyê xwe de rêzkiribû, dêng li xûşka xwe dike û pir nedixwest ku, tev têbighên, kuramê wan dê bi zave be; ew herdu di temenekî de ne û hertim bi hevdu re dilîzin û bi ser de jî çêdibe ku, ew li hevdu bêne mehirkirin.

Piştî ku, xwediya ramanê, xûşka xwe dibe quncikê herî paqij û weke sewkiyekê, bi hinek nêzîkbûn yek dikare bibêje: weke textekî, ji kayê çêdike û xûşka xwe li ser datîne, dêng li zêve dike ku ew derkeve cem bûka xwe û ew jî bi boneya ku, gereke li şûna dê raweste û paçikê bi xwîn bibîne, xwe dide nêzîkî ewî textî, da ku, ji ewî cihî de karibe temaşa wan bike û ji zaroyên din jî dixweze ku, ew derkevin û li derveyî şikeftê bilîzin û dengê stiran û lîliyan bibirin.

Herdu zaro xwe di ber hev re dirêj dikin û weke du cewrikan hevdu bihin dikin, keçik bi zikmakiya xwe ya mêyîtî xwe li ser piştê dirêj dike û piştî ku, herdu bi derpiyên xwe digrin û ji xwe dişimitînin, Koçer dikeve ser sîngê wê û bê mêtina lêv û sîng, cewrikê xwe dixe koza berxikan û pir naçe gewtinî bi wî dikeve û ava şor û şêrîn tevlîhev dibe. Keçika din jî di bîn ve diçe û heya bi demekê sergêjî dimîne.

Di dû re Koçer xwe li cihekî din dibîne; ew li hewşê rûniştiye û ji cihê ku, têde rûniştî; ji bin kevirê koşeyeke xaniyê wan kaniyek der bûye û ava wê jî ber bi jêr, di geliyê Zompa wer dibe, dengê sûlavê dihêşt ku, yek xwe bi dest wê de berde.

Ew di ewê xulmaşiya xwe de bû, dema dengê mêvanan ji gedûkê ve tê; roj roja Cejna Qurbanê ye û her çendekî hinek dihatin û hinek diçûn. Dema ku Koçer dike rabe ser xwe, lingê wî dişimite û ew bi sûlava ku di gêlê wer dibe re ber bi jêr dadikeve, ji berî ku ew di gola kevzê wer bibe û di nav keriyê reqan de cih bigre, ew dibêje xwe: “ezê çawa xwe bihêlim ku, ez di nav evê pîsî û qirêjiyê wer bibim”.

Gotina wî dibe hêzeke canbaziyê, radihêje wî û li ser kefa destên xwe datîne. Koçer, bê basik, di jorî geliyê Zompa re, di ser gund û baxçeyên hinar û sêvan re, di jorî rêlên merx û kizanan re difire, heya dighe qesreke ji ewên “Hezar şev û şevî” ku, di nav baxçeyên sêv û hinaran de avakirine û bi dîtina dostê xwe; Tengezarê Qilîç yê wênevan û meşa wî ya hêdî-hêdî di ser rê û şivîleyên bêxçe de, ew dixweze dakeve cem wî, lê gava ku çavên wî bi rêza pût û peykeran dikeve, ew wê dilxweziya xwe dide şûn û ber bi wan difire.

Koçerê Başûrî ji ezmanê xwe dadikeve û di nîvê xeleka pûtan de peya dibe, ji cihê xwe de li wan dinire; ew her yek Xwedayeke û ew tê derdixe ku, cihê lê rawestiyaye parêzgeheke kevine û ewî daketiye nîvê civata Xwedêyan û da ku, her yekî, ji wan, baş nasbike, ew bi çend gavan ber bi ewî diçû. Lê her ku  nêzîkî yekî ji wan dibe, ew di cihê xwe de dadirive û Koçer têderdixe ku, ev hemû Xweda ji mûmê hatine afrandin û bi tîna bawermendiya wî re, bi ronahiyê re ew têtin pişaftin.

Ew ji xew şiyar dibe ku, xwêdaneke tîr û zelqoyî ew pêçayî û çilpikên xwêdanê, ji enî û qirikê, darivîne ser balîvê wî û ewe ku, gunên wî naçirin. Bi lez ji nav nivînan dertê; êvar daketibû û ew bûbû pênc-şeş kat ku, di ser raketina wî re borî bûn, ber bi avrêjê dibeze û dema ku, deriyê wê vedike, laşê cerdûnekî bi darvekirî li şûna  lempa elektirîkê dibîne.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

– 9 –

 

 

 

Ji berî ku Koçer bê cem wî, Kalemêr xwest çayekê ji xwe re çêbike, lê nîvê wî yê pûç alî wî nekir, êşeke giran bi ser de girtî û du hêsirên bê şerm ji çavên wî diweşin. Ew dêst ji çêkirina çayê berdide û ewî ber bi kilîta radiyo dirêj dike; dengê bilûra ji berî azana şîva dihêle çend hêsirên din bêne xwar, ev cara pêşiye ku, dengê azanê dihêle ew bigrî û wî, bi heftê salî, bi şûnde vedigerîne; di demên ku bavê wî bi destên wî digirt û ew bi xwe re dibir mizgeftê, heya dighe ewê roja ku sola wî dizîbûn û xas ji mizgeftê vedigerî; diziya sola wî hêşt ku çavên wî li ser pir tiştan vebin.

Piştî çend caran ji lêdana derî, deng bi wî dikeve û Koçer derbas dibe. Rewşa wî, ji cara dawî ku lê bûbû mêvan û ta îro, pir li şûn ketî; cihê xwe ji koşê kişandî nîvê odê û li dora wî firaq, qirêjî û bihneke genî kombûye û Koçer dinire ku, yek kuvark jî di quncukên şil û tarî de derketine. Lê tenê, ewan tayên kefnikê ku, hêştine çermê wî sipî bike, dihêlin madê Koçer di dêv de raweste. Ji dema ku, Agob li ber deriyê wî pûç bûye, nema Marî derdora Kalemêr paqij dike, tevî ku, li evê dawiyê, wê hin caran xwarin ji wî re dişand.

– Şev baş, te çima derî girtî; ne toz li derve heye û ne jî zivistane, da ku,  yek xwe têxîne nav nivînan. Koçer got û li pencerê dinire ku, ew jî girtiye. Ev bi xwe jî cihê pirsê bû; ewî qet pencere nedigirt, nemaze di demên ku, Şêrîn li mal ba.

– Tu dikarî derî vekî, xûya ye bihneke ne xweş bi ser min ketî. Gotinên wî dihêlin Koçer şerm bike û ji berî ku, ew zanibe dê çibike, Kalemêr parekê ji nivîna xwe vala dike, da ku, cihê rûniştinê ji wî re çêbike.

– Ev kengî wilo bû û çawa. Koçer bi gotinê re, dêst ber bi nîvê wî yê pûç dirêj dike.

– Ez ewê rojê sibê şiyar bûm û dema min xwest ku, ez rabim ser xwe, min dît ku nîvê minê jêr guhnade min. Di pêşî de min gote xwe, belkî ez xewnekê dibînim. Kalemêr bi dengekî sar, weke ku li ser kesekî din dipeyive, dibêje wî. Koçer di evan demên dawî de, sibê zû ji mal bi derdiket û pirî caran ji nîvê şevê û bi şûnde vedigeriya mal ku, Şêrînê li benda wî ye.

– Ji berî a nuha ti caran êş neketibûyê.

– Belê; ji zû de, çi zû de, hema ez zaro bûm û li gor gotina diya min, carekê ez nesax ketim û nêzîkî mehekê ez pûç mam. Tê bîra Koçer ku ew jî carekê wilo nexwaş ketibû û yek dibêje belkî ew li ser wî di axife.

– Bibore, ez hinekî derng mam û weke tu dizanî, ez di evan demên dawî de li mal ne dimam. Koçer çavên xwe, ji ber ên wî, direvîne. Wî nedixwest ku wêneyên Şêrînê û derewan tê de bibîne. Te xwe pêşe ti bijîşkan kir.

– Çima bijîşk. Koçer, kûr, li gotin û dilsariya wî dimeyzîne; ew bê poşmanî û tirs li hêviya nefesa dawî rawestiya ye.

– Çawa çima. Gava ku ew dike rabe ser xwe, da ku, here û bijîşkê ku, li serê kolana wan,  bîne. Kalemêr bi destên wî digre û wî dide rûniştin.

– Hûn xort xûna germin; dema ez hîne weke te xort bûm, bapîrê min gotinek gote min; erê, belkî ez li deştê neghêm te û tu karibî piştê li min û deştê bişkînî, lê ji bîra neke ku ezê di berkaşan de piştê li te û çiyan bişkînim û niha de ka rûne; ez dixwezim.. . Wî hîne gotina xwe bi serî nekiribû, deng bi derî dikeve û Agob dikeve hundir û nişkabûna hatina wî, cem Kalemêr, dide ser a ewên hevvokên dawî ku, hêştibûn careke din jiyan û çêrokên wî yên xortaniyê bi bîr bên û jiyana xwe di ya evî Kalemêrî de bibîne. Ti riyên din li pêş wan tinebûn ji bilî ku, ew ji nuh ve vegerin çêrokên xwe yên berê û hîne ji berî wê rojê bi pirî, têkeliya wan, mîna berê vegerî bû, bêyî ku ti kes wan nêzîkî hevdu bike; ji bilî riya dostaniya li pêş wan tinebû.

– Şeva we baş be, ez dikarim derbas bibim, bêyî ku pozê kesî sor bibe. Wî jî cihek ji xwe re, di ser mînderekê de, dît û rûnişt: “ez dibêjim vê carê jî rola te ye; divê her yek hefteyekê pûç, di nav nivînan de, bimîne”. Gote Kalemêr û çavek ji Koçer re damrand; ewî  xwest bi Kalemêr bide fêmkirin ku, carna canbaziya yê canbaz li seriyê wî werdigere.

– Ew nahêle ku ez herim û bijîşkekî bînim. Koçer dibêje Agob û kêzika ku, ew bi pana xwe diceliqîne, dengê xirçiniya wê dihêle madê wî bêtir rabe, nemaze ewê dengî dihêşt ku bûyerke kevin bête bîra wî; çend û çend sal di ser re derbas  bûbûn jî, lê her ku çavên wî bi bastirmê hêkan diket, kêzika ku di nav dirnên xwe de pelixandibû bi pariyê nên re, dihate bîrê û ew roje, ev roje ku careke din bêstirme têxe devê xwe.

– Ma bi kêfa wî ye. Bes îro yekşeme û ez bawer nakim ku, emê kesî bibînin, ezê bihêlim ku siba zû, Marî biçe û evê ku, di seriyê koşê de bîne. Agob vedigerîne û hatina Koçer weke keysekê dibîne, da ku, li Kalemêr zorbikin û ew bihêle bijîşk li wî binire; wan çiqwas bizav kiribûn ku, ew biçe ba bijîşkekî, lê hertim ew bi serhişkiya xwe de diçû.

– Ewê Ermen, eger ku ew nasbike û helbet dê bi xêrza te be, ez kesekî Kurdim, ne dûre ku ji qehra cewrikekî re, ew tola xwe di seriyê min de biteqîne û derziyeke jehrê bi min vede. Kalemêr bi nîv êjdilî dibêje Agob û çêroka ewê Bijşîkê Ermen ku, ji bo xatirê cewrikê xwe yê ku, li ser destê hin zaroyan hatibû kuştin, nêzîkî heftê zaroyên Efrînê kuştibû û wî digot; min hîne tola cewrikê xwe hilnedaye.

– Tu bi min re nabînî ku, wilo ewê raja te bike û te zû ji nav lepên Ejdeha û Ezraîlan derîne. Gotinên dawiyê hêştin ku çav di seriyê hersiyan de gulok bibin. Û eger ku em karibin tola xwe hilînin, emê ne ji yekî weke te ku, ketî nav nivînan û li benda mirinê mayî, bistînin. Agob dixwest şopên hevoka çûye winda bike, lê her diçû ew bêtir di golê werdibû.

– Netirse, ez bê te naçim. Ma ez û kêyê emê, li wê dinê piyalan li hev xînin. Kalemêr vedigerîne.

– Hevalên ku ji berî te çûne û di biroşa herî mezin de bi cih bûne, pirin. Tu tenê jê mayî. Agob dibêje û kenekî sar, ji nav diranên amanet, diweşe.

– Ez carna dibêjim xwe; xweska roja din û dojeh û buhuşt heba, hema evê baweriyê, dê bihêşta hêviyek li ba yekî çêbiba ku, eger yek li evê dinê negihêşt daxwezên xwe, ewê li wê dinya din bighêje ewana. Gotinên Koçer, bêdengiyeke fireh li dû xwe dihêle û herdu kalemêr, çend caran, li çavên hevdu dinirin.

– Te bi evê yekê nerind kir; erê em ne mele û keşe ne, bes di dawiya dawî de, dive baweriya yekî bi hebûna Xweda û hatina lawê wû û pêxemberan hebe. Agob li Koçer vedigerîne û di qorzîka çavan re li Kalemêr dinire, da ku, erêkirina wî jî bistîne, tevî naskirina xwe ji baweriyên wî re.

– Çima ev pêwîstî, çima divê hebe.

– Ji ber ku ew rastiyeke û ti kes nikare dijî evê yekê biçe. Ji roja-roj de û pêximberek li dû yekî, ev rastî daniye ber me. Agob gotinên dawiyê nîşanî Kalemêr kirin, lê careke din deng bi wî nakeve.

– Em bêjin ku gotinê te rastin, bes tu ne bi min re ye ku, her pêxemberekî Xwedayê xwe, bi rengekî cuda, daye nasîn. Ji Kehenên Someriyan de bigre û heya em bighên Ola Îslamê, tu yê bibînî ku bi hezaran Xweda hatine û çûne û her yekî ji wan, li gor heyam û rewşa wê civak û dîrokê hatiye afirandin; ango û ji ber ku, Cihoya ji pêş Ferewin bazdida û ji bo rewşa wan a bindestiyê, Xwedayek bi wan gerek bû, da ku, di şer û cengan de alî wan bike. Lew re tu dibînî ku, Yaho weke lehengekî şerker e û emê bibînin ku, piştî ew bibin xwedî destlatî û zordariya hin çîna li ser ên din pir bibe, dê civakê bi hewceyî yekî mîna Yeso be ku, Xwedayekî dilovan ji ewana re bîne holê, da ku, civak karibe li ser piyan bimîne û jiyan berdewam bike.

– Bes tu baş dizanî ku, ewên din, Xwedêyên xwe bi xwe çêkiribûn û weke ku ji te neveşartiye, wan pir caran ji kêvir an jî ji xurmeyan çêdikir û eger ku, yek ji wan birçî biba, wî Xwedêyê xwe duxar. Lê piştî wan çar pirtûkên heq ku, daketine.. . Koçer xwe nagre û gotina wî dibire.

– Çima tenê ew pirtûk dê daketibin û  ewê jî ne weke yên kevin bi destên xwediyên wan hatibe nivîsandin. Û ne weke wan digot ku, ew ji ba Xwedê de hatine û eger ku, em gotina wan bawerkin jî, tu dikarî bibêjî min; ka pirtûka çaran.

– Ez nizanim, bes weke ku me bihîstî; pir Xwedê hebûn. Lê bi daketina Tewratê re, me Xwedêyekî bi tenê naskir.

– Ev jî nerastiyeke dîtire; weke ku hemû jêderên dîrokê dibêjin ku, hinek olên ji berî Tewratê jî hene ku digotin: Xwedê yeke. Gotinên wî dihêlin ku, Agob bi awayekî behitî bipirse.

– Olin ji berî yên asûmanî.

– Belê û em dikarin Ola Atûnî ya ku, li ser dema Axnetûnê çaran hatibû, weke nimûne bînin û heya ev yeka; yekaneya Xwedê, di ola Zeredeştiyê de jî heye û hîne E. Tiwînbî dibêje: Zeredeşt ê yekem bû ku, bang li yekaniya Xweda kir. Ew dibêje: ku piştî şerê Ehrûman û Ahoramezda, di çar qonaxên xwe re derbras bibe û di dawiya ewî şerî de, Ehrûman dê bişke û Ahoramezda yê Xweda dê bi ser keve, tevî ku, ew herdu hêzên şer û xêrê ne jî û ji yek derûnê derketibûn. Zaredeşt ne tenê wilo gotî, lê ewî heya bi roja din, dojeh û buhuşt jî di hozanyariya xwe de bi navkirî û hêştî ev olên ku dibin navê asûmanî de têne naskirin, li ser rêçika wî bimeşin.

– Eger ku wilo be, çima ev olên tu dibêjî jî neketin nav ên asûmanî. Agob dipirse.

– Hin rêvebirên olî ewan olan weke yên asûmanî dibînin, lê pirek ji wan evê yekê napejirînin û di nirîna min de, tiştekî tenê dihêşt û dihêle ku, ev hersê olên, bi asûman, hatine naskirin, bi hev re bêne girêdan, ew jî; nijada Samî ye ku, ew bi xwe cihê gûmanaye û evê yekê hêşt ku, Mihemed bi wan tenê bawer bike, da ku, evan êl û miletên bi navê Samiyan têne naskirin nêzîkî hev bike û ji aliyê din de jî, çi miletên din jî hebin, di hundirê wan de bêne pişaftin û em dikarin li evê têghêştina wî binirin, weke zanyariyeke  kovarkiyê û bêyî ku, ewî zanîbû, ewî bingeha nirîn û dîtineke nuh dantîne û piştî sedê salan, nirîn û dîtinên wî, dê bêne vekolan û li ser ewê yekê, ev nirînên nijadperest, dê rabin. Li gor dîtina me, zanyarî û têgihêştina Mihemed di vir deye û ne weke ku, dibêjin; Serketina zimanê Quranê hêşt ku, ew bibe ji kesên herî li pêş. Di dû evê dengkirina xwe ya dûdirêj re, Koçer dêst davêje pakêtê, lê dengê Kalemêr dihêle destê wî û ji berî ku, cixarê bikşîne, raweste.

– Bes di vir de te tiştek ji bîra kir; weke ku em dizanin, bêtirî carekê, Ciho û Îslama şerê hevdu kiriye. Cara pêşî bû ku, Kalemêr dipeyive.

– Tu cihekî pir mezin didî zanyariya Mihemed; ew li cihê lingekî xwe, di nav civata bazirganên bajarê Mekê de, digeriya. Lê di dû re çêroka wî mezin dibe û ji dest wî derdikeve. Agob jî nirîna xwe dibêje.

– Gotinên we rastin, bes hûn dikarin ji min re bibêjin ku, wî kengî dest bi şerê Cihoyên dora xwe kir; piştî ku nema karibû xwe ji wan û fûtên wan biparêze û tiştê din û ew a pêwîst û bivetire; gereke yek şerê hebûn-tinebûna olekê, ji şerê li dijî hebûna hinek kêmasiyan di hundirê olekê de, derxe û ewan herdu şeran weke hev nebîne; cudahiyeke mezin di nav van herdu şeran de heye. Şerê Mihemed bi hemû olên din re, şerê hebûn û tinebûnê bû, lê bi evan dudiwên din re, şerê wî bi hin tiştan re bû û bi ew kesên ku, li gor dîtina wî, ji riya rastiyê derketibûne re bû.

– Ez dibêjim tu hinekî dûrî rastiyê diçe, tevî ku, pir tiştên te gotine rastine jî; lê hema em bibêjin: Ciho bûn ên ku dest bi şerê Mihemed kirine, dê gunehkariyeke dîrokî be di dermafê Cihoyan de; em tev dizanin ku wî di destpêkê de û heya ku, li ser lingên xwe sekinî, ne tenê şerê Cihoyan nekir, lê şerê ti ol û êlan jî nekir û pirî caran pesna wan dida. Lê piştî ku darê wî hinekî qert bû, ewî dest bi şerê yên nêzîk kir û her diçu xeleka şerê xwe fireh dikir. Lê mijara me ne ev bû; me li ser cudabûnên ku di navbera olên asûmanî û yên berê de dengdikir û di vir de yek dikare bibêje ku, pir kêmasiyên olên kevin hatin tinekirin. Agob hinek gorepanin nuh bi dest xwe dixe û dihêle Koçer bi rûmetgirtineke bilind li wî binire û ji Kalemêr re jî, cara pêşî bû ku, têdighe Agob yekî ne rije.

– Weke çi. Koçer dipirse.

– Helal û heramî, olên kevin di evê yekê de pir tişt negotine û tiştên ku, gotine jî bê vacin; weke rêdana ku, yek bi dê an jî xûşka xwe re bizewce. Lê olên asûmanî, her tişt ji hev bi derxistî û ji yekî re xûyakirî, dê çawa xwe ji guneha bi parêze û çi yê te ye û çi li ser te ye.. . Hemû tişt ji yekî re aşkere kirî. Di vir de Koçer berkenî dibe û mîna ku, ew li benda evê pirsê mabû û ew di cih de çîkekê davêje navbera Agob û Kalemêr.

– Ne xeme, bes tiştin li ba we helalin û Îslam jî wam heram dike.

– Wek.

–  Vexwarina mey mînakeke û pir tiştin din jî hene; mîna baweriya we bi qudoşiya hersê aqanîma û baweriya ku, Yeso lawê Xwedêye.. û pir tiştên din. Hema we û heya bi roja îro, baweriya xwe bi Ola Îslamê ne aniye; ango we bi rengekî fermî û ji aliyê Baba û Keniştê ve, Ola Îslamê ne hatiye pejirandin û ew jî ji aliyê xwe de li ser we dibêjin: ku hûn ji riya Îsa ya durist derketine. Evan gotinan hêşt ku, çavên herdu kalemêran beloq bibin; ên Agob bi açiqkirin û agahiyên di destê evî xortî de û yên Kalemêr bi tênegihêştina wî ya heya bi roja îro ku, dostê wî tevî komele û civata xwe, hîne baweriyên xwe bi wî î Ola Îslamê nakin.

– Ez dibêjim ev tiştine biçûkin û ji nakokiya di navbera hinek sûdegirtinan de hatiye û ewê di pêşerojan de bêne çareserkirin, ango ti cudayiyên mezin di navbera baweriyên bingehîn ên evan olên asûmanî de, tinen e.

– Çawa tinene û wîn, heya bi roja îro, bi Îslamê ne bawerin ku, ew jî oleke asûmaniye. Ji berî ku, Koçer bi peyive, Kalemêr pirsîbû.

– Ne xeme, ezê ji te re bi cih bikim ku ew tiştên te li ser olên kevin gotibûn, dê li ser te bêne jimartin û ne li ser ewan olan û ev yeka dihêle ku, ez bi bîranînên xwe re vegerim ji berî nuha bi deh-dunzdeh salan. Ez hîne di rêza dehan de bûm, mamosteyê me jî mîna hemû mele û feqeyên ku, li ser diyarokan radiwestiyan bû, eger ku wan çi got gerek yekî seriyê xwe ji wan re bi hejanda û ji gotina wan re erê bikira, bi behana ku ew ji Quranê di axêfin û çê na be ku, ti kes dijberiya gotinên pirtûka pîroz bike, evî mamosteyî jî li me wilo dikir. Lê di rojekê de, ramanek di seriyê min de teqiya û min kir û nekir ew bê deng nema û gava ez jê pirsîm: “Mamoste ma çêdibe yek xûşka xwe bibe”. Evê pirsa min hêşt ku şagirt, tev, dev jihevkirî bimînin û mamoste jî bihin teng dibe.

– Ev ne ti pirse. Agob got.

– Wî jî wilo got. Bes min xwestibû ku ez çêroka helal û heramiyê, di evê gedûkê re, vekim. Û piştî ku wî rê da min, da ku, ez pirsa xwe ravekim, min bi zelalî gotê: weke ku em dizanin û me xwendiye ku, di destpêka peydabûna mirovantiyê de, ji bilî du kesan tinebûn û sedî-sed zarên wan xûşk û bira bûn û wilo em têdighên ku, bira xûşka xwe li xwe mehir kirî. Bersiva wî ji min re, weke ku yek gûman dike ku, di wê hîngê de ji bilî ewan, du kesan; Adem û Hewa, tinebûn da ku zaroyên xwe bi hevdu biguhêrin.

– Belê, ev rastiyek bû. Agob xwest zanibe; ka ev xort çi dixweze.

– Ezê pirseke din ji te bikim, weke ku min ji mamosteyê xwe kiribû; eger ku Xweda dizanî ew yeka, zewaca xûşk bi bira re, tiştekî gunehe, wî çima Adem û Hewayeke din ne afrandin, da ku, em neketana evê pirsgirêkê, tevî ku, weke wîn dibêjin: “eger ew bixweze çi bike dê bike”. Ew di vir de radiweste û gava dibîne ku, kesî li ewî venegerand, ew careke din vedigere mijara ku, rik li ser çêbûbû û dibêje.

Eger ku yek vegere evê pirsgirêkê û li gor dîtinên min, dê bibîne ku ji bilî sê riyan li pêş wî tinene; a yekê ku ev ton jinanîna, di destpêka mirovatiyê de, tiştekî normal bû û weke ku, civatzan dibêjin: hîne civata mirovatiyê ev perçebûnên civakî nasnedikirin, belkiya dudiwan jî dibêje me ku, Xweda û ne weke ku, li ser tête gotin; ewî nedikarî hertştî bikira, da ku, Adem û Hewayeke bidanai afirand û ya sisiyan jî ku ewî, ev jinanîna, di destpêkê de helal kir û paşê rabû gunehbarkir. Û weke em dibînin ev hersê rê jî me dighînin bê baweriya bi Xwedê; eger ku em bibêjin wî helal kir û me jî heram kirî, em wilo li dijî vîna wî diçin û eger ku, em a dudiyê bigrin û weke me dît, em dighên ku, Xwedê ne her tiştek xwest gereke bibe û yekî wilo ti cudayetiyên wî bi çi mirovekî din re nînin û ev yeka pesneke wî tineyî dike û ne heceyî em bibêjin ku, ew dihêle yek bibêje; hebûn û tinebûna Xwedêyekî wilo, dê weke hev be. Riya sisiyan jî me dighîne ewê baweriyê ku, Xwedê jî weke me dikeve şaşiyan û hin caran jê vedigere û ev Xwedê jî weke yê çûyiye. Piştî ku Koçer gotina xwe bi dawî dike, heya bi demekê ew ker û lal dimînin, lê pir naçe û Agob ewê bê dengiyê diçirîne.

– Yek dikare bibêje ku, ev jî hikmeteke wî ye.

– Em jî dikarin bibêjin ku, ev riya revêye. Kalemêr dibêje û ji Koçer dixweze ku, bi xêra xwe, çayekê çê bike.

– Ango tu dibêjî Xwedê tineye. Agob dipirse.

– Bersiva evê pirsê li ba min tineye û ezê nîvê jiyana xwe bidim ewê ku, karibe bersiva evê pirsê bide min. Lê tiştê ez têdighêm, ku evan dezgehên olî hêştin koma Xwedêyan di yek Xwedêyî de kom bibin û bi ewê yekê re destlat û diktetoriya wî bêtir û firehtir kirin.

– Çawa, min eva dawiyê fêm nekir. Di dema ku ew radibe, da ku, çaydanê çayê bîne, Agob dipirse û Koçer bi rûniştina xwe re û dagirtina piyalan bi çayê, vedigere mijarê.

– Li gor dîtina min û eger ku, Xwedêyek hebe, dê ne weke evî Xwedayê ku, bi me dane naskirin be.

– Ka pesnên xwe ji me re bibêje. Agob bi hevoka xwe re nimêjeke bi lez dike û beratê ji Xwedayê xwe dixweze.

– Pir netirse; bi rastî, ji her mirovekî re Xwedayekî wî heye. Yê min jî û weke ku, carekê, min ew di xewnên xwe dîtibû; kalemêrekî heyştê-nod salî ye, tevde sipî ye, reşî û tariyê nasnake, ne jî dizane şer û nerindî çiye û dilovaniya wî jî bê sînore.

– Ango, tu dibêjî hesab, kotekî û dojeh li cem wî tineye. Kalemêr, bi riwekî vekirî dipirse.

– Na, ev tiştên wilo, evan dezgehên olî derxistin holê, da ku, perîşanên weke min û te bitirsînin û ew hemû zor û sitema xwe li seriyê me bimeşînin. Ez hertim dibêjim, eger ku em karibin Xwedê baş nasbikin, ewê hîngê, ewê ji me re negerek be û di çêroka dilovaniya wî de û da ku, em nêzîkî naskirina wî bibin, em dikarin evê mînakê bînin zimên; yekî ji we ku bi salên xwe gihêştibe şêst-heftê salî û bibîne neviyekî wî, yê yek salî, mizeretiyek kir; em bibêjin ku bi ser postê nimêjê de mîst, dê gunehê kê mezin be, yê wî an jî yê te, dema ku tu rabî û em bibêjin, ewkê wî jêke, ne ku tu hîne bi wî bigre û bavêje nav êgir û wî bişewtîne û ne carekê, her ku ew bibe rejî tu wî vejîne, da ku tu, careke din, wî bişewtîne. Vêca were temenê xwe bi yê Xwedê re bipîve, tu yê bibînî ku, tu ne mendalekî yek rokiye jî li gor temenê wî, dê çawa ewê bi law û neviyên xwe bigre û ji bo hin mizeretiyan, wan bavêje nav êgir. Te Xwedê yê min naskir. Koçer dinire ku, care pêşîne, çavên Kalemêr dibrûsin û têdernaxe ku, ronahiyek di hundirê wî de der bûye yan hêsirekê xwe negirt û seriyê xwe di wir re derxistî.

– Bes wilo û eger ku, hesab û dojeh tinebe, emê wek guran bi canê hevdu kevin. Bi pirsê re, ronahiya di çavên wî de vedimre.

– Tu dibêjî qey em weke mihîyan bi hev re dijîn. Agob bi tinazî dibêje, lê Koçer li ber ewê yekê naraweste.

– Min kêlîka çûyî jî got: eger ku em Xwedê nasbikin, dê hebûna wî, ji me re, negerek be. Ango her yek dê zanibe çi yê wî ye û çi jî li ser wî heye, tu dikarî bibêjî dê her yek bi xwe Xwedêyek be, têkeve şûna wî û bi ser evê yekê de jî, weke ku Îslam û ji berî ewana Someriyan jî gotî: Xwedê her tişt, ji roja zayîna yekî û ta mirina wî, li ser enî û depreşê wî nivîsandiye û wî gotiye; Evê bawermend be û ewê din jî dê gunehkar be, vêca û piştî evê yekê çima ewê bê û hesaban bi min re bike, ma negereke ku ez hesaban bi wî re bikim, çima hêştiye yek di xêr û xweşiyê de bijî û ew li dawiyê ew kesekî buhiştî be û di depreşê yê din de jî nivîsandiye ku, gereke ew ji yên dojehê be, çima ev durûtî. Lê ev jî hikmeteke wî ye.

– Tu dibêjî; nimêj û karên me giş bê sûdene. Agob dipirse.

– Ew ne bi hewceyî nimêja min û te ye, weke ku tu ne li hêviya alîkariya mendalê yek salî ye ku, ew bê û di avakirina avahiyeke ji deh qatan de, alî te bike.

– Bes wilo nerindî, reşî dê pir bibe. Kalemêr, piştî dudiliyeke dirêj dibêje.

– Belkî mendal mûdî bin, lê her tim ken ji girî şêrîntire û heya bi ewî mendalî gihîne jî, evê yekê nasdike û giriyê wî jî ji bo ku, ew bighe kenekî sipî.

– Demên ku ez li piş xwe dinirim; li dîrok û rewşa xwe ya çûye dimeyzînim, ez dighêm ewê baweriyê ku ya çêtir ewbû ku ez bibama rahibek û di dêreke kenargirtî de, bi tenê û dûr bimama. Agob û weke ku, yek bi xwe re biaxive, dibêje wan.

– Bi kêmasî ev rê li pêş we heye. Di ola me de ev tişt jî tine ye. Kalemêr vedigerîne.

–  Ev yeka negereke û li dijî vîna Xwedê ye.

– Çawa li dijî vîna wî ye û yek dike ku, jiyana xwe gişî têxe raja wî. Agob bi bihintengî dipirse.

– Belê, tu dikarî bibêjî ku, ewî nerindiyekê dike û li dijî vîna Xwedê diçe. Binir, eger ku wî bidîta ev pariyê goşt bê sûdeye, dê ne afranda û demê ku, tu tê û wî dikujî, tu li dijî vîna Xwedê diçî.

– Tu dikarî evê yekê li ser mejî jî bibêjî. Kalemêr dibêje û her diçe pişta wî bêtir serrast û bi hêztir dibe.

– Ew jî rastiyeke û ji ber ewê yekê gereke mirov hertim bi karên sipî birame.

– Her yek li tiştê ku, gerekî wî ye digere. Koçer çavekî diqurçimîne û vedigerîne.

– Gotinên te xweşin. Lê weke ku, yek di kûraniya mejî de be, ew dibêje min: evan gotinan bawer neke. Agob dibêje û li Kalemêr vedigere; gerek sibe bijîşk bê û li te binire. Û bêyî ku ew guh bide bersiva wî, radibe ser xwe û şev xweşiya wan dixweze,  Koçer jî radibe û her yek ber bi odeya xwe diçe. Bi derketina wî re Kalemêr kûr bi wî dirame û ciwaniya wî bi rengekî din tê bîrê.

Piştî ku Koçerê Başûrî vedigere oda xwe û xwe li ser têxt dirêj dike, hestekî nuh di canê xwe de dipelîne û wêneyên Xwedêyekî nuh di hundirê wî de ava dibibn; Xwedayekî sipî ku ti lekên reş lê neketine û ne jî dilreşi, êşkenciyê nasdike. Xwedayekî dûrî yê ku bi wî dabûn naskirin, ewî hertim ev wêne û karên kuştin, serjêkirinê ji Xwedê re ne dipejirand û digot; ev wêneyên yekî şerker û xûnî ye, ev wêne bêtir nêzîkî dêwekî xwînvexare, ji Xwedayekî dilovan.

Ew piştî demeke dirêj xwe di beyabûneke fireh de dibîne; ji kengî ve wî xwe dirêjkiribû netê bîrê, lê di êşa pişta xwe re dinase ku, demeke pir dirêj di ser wî re çûye û dema ku, çavan ji hev dike û di deryayeke reş û tîr wer dibe, yek ji piş ve dêng li wî dike, ew xwe bi ewî alî de diqulbîne û bi ewê teqlê re çavên wî bi sûlava ronahiya ku, ji ezmên ve diherikî dikevin û ew yeka dihêle ku, Koçer di cih de şiyar bibe û dibîne êşeke zirav di pişta wî de ye û hin tîrên ronahiya lempa cîrana li ser çavên wî lûsbûne.

Bêyî ku ew ji cihê xwe bilive dêst davêje cixarê û piştî ku, çend nefesên kûr dikşîne û dihêle nîvê cixarê bi rejî be, ew mîna ku bi yekî re bi axife bi dengekî bilind dibêje xwe: “belê, gereke Xwda wilo be.. û ew li hêviya nimêj, gotin û lavêjên min nemîne, da ku, ew pê mezin bibe û ew dilovaniya xwe, piştî ewan bergeran, nîşanî min bide. Divê ev tişt ji ber xwe, ji derûn û surûşta wî bin û bêyî ku, yekî din bîne bîra wî û bi ser de jî, ewê ku berê ne mezin be dê bi van karên min mezin nebe.. . Gereke ew li karên min binire weke ku, yek li mûdiyên zaroyan dinire; ku ev hemû kar û gotinên me bê merm û armancin, hema jiyan hebûneke tewşe û bê mereme. Ew li van kar û nimêjên me, weke ku em li lîska zaroyekî xwe dinirin, binire û eger ku zaroyekî mirovekî çêbibe û ew di rojên xwe yên pêşî de, weke mezinan rabe û rûne, dê ti kes bi wî şanebe. Em jî zarên Xwedê ne û ew bi mûdiyên me şa dibe.. heya ku bibîne, me bi xwe de rîtî jî, dê dîsa bikene û ne bes wilo ..”.

Dê axaftina wî, bi xwe re, dirêj bikra. Lê dîtina Şêrînê di devê pencerê de û bi hejandina destên wê re û wan çend ramûsanên bi dizî, wêneyên Xwedê direvin. Ew demeke dirêj, bi van lîskên ciwanan, di devên pencereyan de, diborînin. Û çaxa ku Koçer dibîne dê nema karibe xwe bêtir bigre, bi ramûsana dawî re nîşanî wê dike ku, gereke ew razin û bi berdana perdê re, ew xwe li ser têxt dirêj dike û pişt, demeke dirêj ew, careke din, winda dibe.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

– 10 –

 

 

 

Bi tirs û di bin siya xewneke tîr de, şiyar dibe. Gewdê wî bi xwêdanê hatî şûştin û dike–nake ku, ew xewn bê bîra wî, lê deziyên wê di dest de dirizin û nikare titiştî bi dest xwe xîne. Bi çavlêketina li katjimêrê dinase ku, ber destê sibê ye û ji derketina, ji nav nivînan re zûye, nemaze ji yekî wekî wî re ku didît, xew karê herî bi sûdeye. Lê tevî evê naskirirnê jî xew ji çavên wî direve û ev bûye demeke ku, wilo sibê zû şiyar dibe û nikare careke din xew bike; xwe ji bin mitêlê dikşîne, bi hewceyî derketina avrêjê bû, wî xwest û ji berî ku cîran şiyar dibin, ew bi rihetî here û karê her sibe biqedîne, bêyî ku rêza wan mîna zincîreke bê dawî li ber derî dirêj bibe û her çendekî dengê yekî bilind bibe û bibêjêyê: “Tu çima xwe nakivêşî û tu zû naqedînî, qey îro şêkir belav dikin ku, hêştiye tu evqasî tê de bimînî”. Û ew bihêle kenê pîrek û zarokan bilind bibe.

Evê yekê dihêşt ku ewê di hundir avrêjê de bi ustûxûzî û rûdêmekî beravêtî û bêyî ku, ew xwe rihet bike, ji devê avrêjê bête kişandin. Lê eger ku, yê di hundir de, yek ji ewên ku, ava rûyê wan rêtî ba, wî jî ji hundirê avrêjê de vedigerand û digot.: “ne tirse, ew pire û ewê têra te jî hebe ku, bihêle zimanê te, hinekî, şêrîntir bibe”.

Ev bûyer du-sê caran bi wî re çêbûbû û hêştibû ku, ew dereng û piştî ku nema kes li ber deriyê wê dike qîr-qîr, derkeve avrêjê, tevî ku evê yekê dihêşt alavên wî yên mîzê bişewitin û di pêşerojan de dê binase ku, ew yeka bûbû sedama pêketina êşa gurçikan.

Piştî ku cezwê qehwê, yê dagirtî, di ber xwe de datîne, ew radihêje romana Elrîş a S. Berekat û xwe dixe nav nivînan. Ew hîne bi perê Selîm re difirî û bêyî ku, ew devereke paqij bibînin, da ku, dawiya koçeriya xwe bînin, qîrîn û hawarên keça Agob dikevin guhên wî û dihêlin du wêne di çavên wî de derbibin; mirina xûşka wî ya heft salî bi sedema wî û wêneya din jî bala wî bi ser Agob û Kalemêr ve dikşand, ka kî ji wan mir. Bi lez pirtûkê ji dest xwe davêje û ber bi derî ve dibeze.

Ew jî mîna ewên ku, bi qîrîna keçikê re kombûbûn, di deriyê Kalemêr de, û bi dîtina ewî pilindirê ku, nîvê odê girtî re, diqerime. Erê wî, pir caran, bihîstibû ku di hin rêlên Afrîka de mar û dûpişkin ne li gor girdên xwe yên normal dertên, lê ewî hîne bi gird û xişma mezinbûna evî pilindirî nedîtiye û ne jî pê bihîstiye; belkî ew bêtirî sed û pêncî kîloyî heye. Di ewê kêlîkê de û ji piş guhên wî ve deng bi şeşarekê dikeve û yeke din, kaniyên xwîneke reş di gewdê pilindir de derdibin û ew dixweze êriş wan bike, lê girdbûna wî nahêle ku,  ew di derî re derkeve.

Çêroka pilindir û Kalemêr, heya bi mehekê, dibe stûna her rûniştin û axaftinekê. Rûniştvanên avahiyê pê rojên xwe derbas dikirin, ew bûbû çêroka wan a rojane û nemaze windabûna Kalemêr di roja derketina wî pilindirî de, hêştibû pirs li dû pirsê di mejiyê wan de biteqin, geh digotin: pilindir ew daqirtandî û girdê ewî dihêşt ev bawerî nêzîkî rastiyê be, lê hineke din jî derketibûn û nirîna wan ji çêroka pilindirê ku, ne li gor baweriyan mezinbûbû, biyantir bû; ew bawerin ku, ev pilindirê gird, Kalemêr bi xwe ye û evê yekê dihêşt ku, çêroka Kafka bête bîra Koçer.

Çêrok ji hewşê dertê û dikeve devê rojnemevanan, bi sedan pênûs û neynikên kemîreyên tilvizyonan bi ser seriyên rûniştvanên avahiyê de dibarin û şevên wan kirin roj, heya gihêşt ku çend zanyarên biyolocî û li ser televizyona dewletê û bi baweriyeke kûr, dîtinên xwe yên olî bînin zimên û sedemên bûyerên wilo vegerînin nîşan û hinerên Xwedê ku, çawa ew, bi evan bûyeran, dixweze bi me bide fêkirin ku, ew carna hesêb bi derengî dixe, lê ti carî ji bîr nakê.

Serokê komarê jî, di evê çêrokê de, derfeteke gird dît ku, ew jî çend gotinan bike û bi bîr miletê xwe bîne ku, di bin serokatiya ewana ya hişmend de û bi rêdana Xweda, dê her tişt li cihê xwe be û bila qet ew ji evan dûpişk, pilindir û dijminan netirsin. Lê piştî mihekê her tişt mîna berê vegerî û ew çêrok û gotinan jî mîna bilî xwe, di bin siya pariyê nên, êşa dirana û toza kerikên qundereyên evî bajarî de winda bûbûn.

Di evê mehê de û piştî ku, rewşa wî gelekî teng û tenik bû, wî xwe avête bextê Agob ku, ew karekî jê re bibîne û soz da ku, ewê evê carê di kar de berdewm bike. Wî jî baweriya Koçer li erdê nehêşt, rojekê deng lê kir û ew bir cem dostekî xwe û ji ewê rojê de û her roj piştî nîvro, diçû xwaringeha nuh û di wir de jî karê jimartinî dikir û di roja pêşî de û bi xwesteka xwediyê xwaringehê re ku, gereke ew rihên xwe kur bike, Koçer naskir ku gereke ew rûmetgirtina xwe ji bîr bike; “zikê birçî û vala dihêle serî biçelmise û bitewe”. Koçer di destpêka rûpelê xwe yê nuh de dinivîse û jiyaneke nuh ji wî re vedibe.

Koçer hertim ji riwê xwe yê kurkirî direve, lê belavbûna ewan neynikên di hundirê xwaringehê de, hertim dihêştin riwê wî yê kurkirî û tazî bide dû wî. Di piş maseya xwe de rûdine û hestekî zîz bi wî re çêdibe, lê ew hestê xweş bi kişandina cixarê re dimre û riwê wî yê kurkirî bêtir reş dibe. Bêyî ku ew li neynikan binire û bi ustûxûzî, ber bi cihê destşûştinê diçe, da ku, qehra riwê xwe, hinekî, zelal bike. Lê ji berî ku maseya dawiyê li piş xwe bihêle û ji nişkeve, destek rêya wî digre û dihêle bala wî bi ser xwediya dêst ve bête kişandin.

Jineke; di salên xwe yên dilşikestiyê de ye, mantoyê reş ku avêtiye ser kirasekî xewê yê sor nikare jiyana wê ya berdayî veşêre û çavan, bêtir, bi dû xwe xîne. Keftika wê jî şimitiye bin nigên danîştokê û rû û lêvên ku, bi sorekî tîr hatine xêzkirin li şûn xwe hêştine, lê xala ku di qirika wê de, bêtir, bala Koçer kişand û hêşt ew mîna mêxekî di ber maseya wê de bête venîştin.

– Tu yê rûnî. Rûniştina wî dihêle rehên pîrekê, bêtir, ji hev bi dûrkevin û ew jî tev-hev bilerize, lê tirsa Koçer a herî mezin ji teqandinên ku, ji benîştê wê derdiket û di sîngê wî wer dibûn, dihat; ew tirsiya ku ew çivîka di sîngê wî de di dêv re bifre. Mêya di hemberî wî de jî, her diçû bêtir, bi nav lingên wî de diherikî û dengê benîştê xwe bilindtir dikir.

Ev bûbû meheke ku, hatiye û li xwaringehê kar dike û di evê mehê de riwekî nuh ji bajêr, nemaze ji mêyên bajêr re, didît; dihêştin ew bighê ewê baweriyê ku, çi mêyên evî bajarî hene tev kûndene. Ev pîreka di temenê pîrovî de, eva ku pir zaroyên weke Koçer di nav rehên xwe re derbaskirine, baş dizane çawa toxmiya wî dilop-dilop bimije û eger ku, hinekî din xwe bi nav ligên wî de berde, dê lehiya wî yê derbibe û ewê li ber lingan here. Destê Koçer, ji nav rehên xwe, vedigerîne ser masê.

– Em çi bixun. Koçer dengê xwe nasnake û dikeve gûmana ku, yekî din axifî bû. Jina pîrovî û bi dizî, bi xefka wî ya aşkere, dikene û ew evê mêtinê jî dide şûn û tenê du fincan qehwe dixweze. Mêtina wê ji lêvên fincanê re, careke din, lerzandina laşê Koçer bilind dike û lekeya reş-qehweyî, xasê sipî riswa dike û dihêle Can; xizmekarê xwaringehê, xasekî nuh li ser masê rêxe.

– Tuyê qehweyeke din vexî. Pirsa Can ewî biçûktir dike û bi ewî dide naskirin ku, ew ne yê ber masaye; ji her gorepanekê re peyayên wê hene û bêyî ku, ew seriyê xwe hilde, bi “na” bersiva wî dide.

Di evê demê de jî û piştî pîreka pîrovî dibîne ku; ew pêtên di çavên Koçer de vemirtin, dêst davêje sîngê xwe û bi axîneke avî re, pişkokeke din rizgar dike. Destê wî jî, mîna kelekeke winda ku, di rojeke serxweş de derketibû nîvê deriya sipî, carna bi jor; bi ser pêlên sîng dikeve û pir naçe, ji nuh ve di gelî û newalan wer dibe û gava ku, ew nêzîkî lêvên wê dibe, ew careke din dêst datîne pêş wî û rê lê dibire.

– Ne li vir. Bêyî ku ew titiştî li gotinê zêde bike, radihêje fincana xwe û tiliya xwe têve dike û bi şûnmayiya qehwa di binê ewê de mabû, vedişêre û dibêje wî: tu dizanî ev ji çira dibe. Ew tiliya xwe, ya ku di torta qehwê de windabibû, dide ber çavên wî.

– Na. Koçer bi nezaniya şagirtekî nuh bersiva wê dide û dike ku, ew ne pir tiştekî pêwîste. Lê camêr bi rengekî rast û êjdilî pê ramya bû, bêyî ku ew bighe titiştî.

– Eger ku mêr evê şûnmayiya qehwê di “Ewkî” xwe bide, dê bihêle alêstina ewî çêjtir bibe. Jina pîrovî, weke zanyarekê û bi zimanekî ne alîgirtî, li ser mijara xwe diaxife û dihêle kela verîşiyê di hinava Koçer de der bibe.

– Em kengî hevdu bibînin; Siba berî nîvro were Çiyayê Seydo, te mizgefta wê.. .

– Hêdî-hêdî, çima sibe û ne anuha. Jina pîrovî lehiya wî dibire û bi gûman li ewî dinire û dipirse.

– Ezê xwaringehê bi ser kê de bihêlim; ez û xwediyê wê, em şûna hevdu digrin, ew bi sibê û ez jî bi êvarê. Û sibe berî nîvro ezê li mal bim û em dikarin.. .

– Qey tu ne birayê.. .  Jina pîrovî têderdixe ku, Koçer jî ji xizmekarên xwaringehê ye û ne weke gûman kiribû ku, ew birayê xwediyê xwaringehêye. Bi evê têgihêştina xwe re, ew radibe ser xwe û bêyî ku, li pirsên wî vegere, ew ji xwaringehê dertê. Lê di devê derî de û piştî ku, mantoyê xwe li ser kirasê xewê, yê sor, dide hev û keftika reş bi ser lêvên xwînî de ber dide, bi kenekî tûj-kûndayî û dengekî bilind ji kerikên qundireya xwe, di pêpelokan re, der dikeve ser resîfê derve.

– Ew roj û ev roje û ev bû çend mehên din in ku, di ser karkirina wî re borîne û her ku, ew dikeve deriyê xwaringehê û keftikê ji ser lêvên xwînî hildide û kenê wê yê tûj-kûndayî li hundir belav dibe, dihêle Koçer bêtir ji nînikan bireve, da ku, nebîne, hinekî din, ji  pozê wî winda bûye; “ezê ewî perçeyê bilind di rûdêmê wî de bişkînim”. Ew her ku dihat û di pêşiya xwediyê xwaringehê de radiwstî û çav li pozê wî yê fireh û bilind diket û bi bîr dihat ku, pozê wî jî û herdiçe biçûktir dibe, Koçer ev hêviya xwe ji nuh ve avdide. Lê ji berî ku, ewî dikir hêviya xwe bi cih bîne, xwediyê xwaringehê digotê: “here qehweyekê ji mim re bîne”. Wilo derfet li wî dibirî û dihêşt ew bi ustûxûz, ji ber masê bi dûrkeve. Ev hêvî dê pir dirêj neke û ewê, di roja ku mamosteyê xwe di ber maseyeke xwaringehê de dibîne, evê hêviyê jî û bi carekê, bişewtîne. Û dê wilo bibe yek ji karkirên xwaringehê û ewê derengî şevê vegere mal û di êvarekê, digel Şêrînê, binase ku ewî bifna xwe windakirî.

Îşev jî pir dereng mabû û ew dikeve qisweta Şêrînê; her şev ew li benda wî dima, eger ku çiqas dereng bima jî, ew li ber pencerê, li hêviya wî dima. Evê yekê hêştibû her sê gavan bike yek û dema dighe ber derî hinekî bihna xwe derdixe û êşekê di sîngê xwe de di pelîne û bêyî evê carê jî, weke ku hercar digote xwe; “gereke ez cixarê berdim”, nabêje.

Vekirina deriyê derve dihêle ronahiya oda Kalemêr, di nav ligên wî re, bi derve de, bireve û dema ku ew ber bi deriyê wî ve derê, dengê pîrekekê dikeve guhên wî, dihêle ew bi şûn ve û ber bi odeya xwe ve bikşe û ji berî ku, ew derbasî hundir be, ber bi pencera keçika xwe dinire, ew jî û ji pişt perdê de destan jê re dihejîne û bi ewî dide fêm kirin ku, lempê pênexe, ta ku karibe dakeve cem wî û kes nizanibe ku, ew vegeryaye mal.

Di şevên ku, ewana bixwesta hevdu bidîta, Koçer bi dizî derbasî oda xwe dibû û Şêrîn jî bi veşartî dadiket cem wî û îşev, ronahiya di oda Kalemêr de, pêwîstiyeke din bû ku, wê bibîne. Bi bêdengî dikeve odê, bihna lihêm û kefnikê dihêle ew berve pencerê biçe, lê ji berî ku mendela wê bikşîne, tê bîrê ku Şêrînê jê xwestibû, ew, bê deng, li benda wê bimîne. Bi şûn ve tê û li ser keviya têxt rûdine, hinek şilbûn di çarşefê de dibîne, lê ji berî ku lerizandin têkeve hinava wî, derî vedibe û reşantiya wê dikeve hundir. Bi girtina derî re ew xwe lê digre û di hembêza wî de bihna xwe berdide û di tariya odê de, ji bilî dengên bihnderxistinên wan ti dengên din namînin.

– Çima dilê te evqasî lê dide. Şêrîn dipirse û seriyê xwe dixe sîngê wî.

– Ev bû ji demekê de ew wilo bi hêz lê dide; çi di derketina cihekî bilind de û çi jî ku bixwezim cixareyekê bikşînim û carna jî ji berî ku, ez razim, lê ew bêtir di helwestên wilo de bi deng dibe. Wî bihna revê di bersiva xwe de dît, lê dîsa jî bawer nekir ku ev yeka ji tirsê dihat.

Bi xistina ku, Şêrîn devê xwe dixe yê wî, nahêle ew gotin û ramanên xwe heya bi dawî bajo. Koçer guçilê mitêlê dide alî û bêyî ku, wê ji hembêza xwe berde, dixe nivînan. Heya bi demekê ew di hembêza hev de dimînin û piştî ku, qeşeya nivînan dişewtînin, Şêrîn dêst davêje kenzê rêsî û di ser seriyê wî re dişimtîne.

– Te çiqas çek li xwe kirine. Şêrîn bi ken dibêjêyê; wê her ku  yek datanî û digot ev ê dawiyê ye, yekî din derdiket. Di dawiyê de, ji bilî çovekî di hembêza xwe de nedît.

Ev cara pêşiye ku, ew xwe, bi hev re, tazî dibînin; gewdekî tijî û dagirtî, mîna caniya ku nuh dikeve buhara xwe, lê ne yeka siste û textê pişta wê dide xûyan ku, dehên weke wî nikarin axînan jê bînin, lê  dema ku ew her memikeke wê dixe destekî xwe û diguvêşe, axîneke zîz ji wê tê û terqîniyeke bilind bi têxt dikeve. Koçer xwe berdide ser sînga wê û dêv dixe qirika beyaz û dimije û hêdî-hêdî ber bi guhê çepê ve dimeşe û çend caran zimên dixe guhê wê ku; bi her carekê re jî kaniyeke kên, di bin nivînan de, derdibe û bi zîzî seriyê wî dixe nav memikên xwe.

Guh berdide û ber bi eniya kal û gewr de diherike û porê wê, hevde bi hevde, bihin dike. Ew ti deveran, ji gewdê Şêrînê, nahêle ku êrîşên xwe najo ser û lê nabe mêvan; çawa ku karikek nuh ji dê bikeve û ew bi zimanê xwe wê ziwa bike, Koçer jî zimanê xwe di ser her pareke gewdê wê re dibe û tîne.

Dema dighe nav rehên wê û dixweze derpiyê çar tilî jê bişimtîne, Şêrîn bi porê wî digre û ber bi sîngê xwe ve dikşîne, careke din, wî dixe hembêza xwe û lingên xwe li yên wî dalîne û heya jê tê Koçer bi xwe ve diguvêşe, dihêle bihna wî bête birîn. Lê Koçer bê çare namîne, ew careke din û ji destpêkê de, dêst bi lîska xwe ya çûye dike û evê carê bi dizî di nêzîkiya ewê devera bive re dadikeve, heya dighe tiliyên lingê çepê û zimên di nav bera herdu tiliyan re dibe û tîne û ji nuh ve ber bi jor ve hildikşe, lê careke din di rehê rastê re ber bi jêr ve diherike û şopa girîzekî zelqoyî li şûn xwe dihêle.. . Û dema ku ew nêzîkî devera bive dibe, rehên wê bêtir ji hev bi dûr dikevin û bihna buharê dikeve bêvilên wî û ji berî ku, ew titiştî bike, Şêrîn derpiyê xwe dişimtîne û davêje nîvê odê.

Heya  bi demekê ew xwe, bê deng, di rex hev re dirêj dikin. Koçer dêst davêje beriya çakêt ku, cixareyekê bikşîne, lê xwestina Şêrînê dihêle ew du cixaran bi hev re vêxe û gava ew dikuxe, Koçer cixarê ji dest digre.

– Tu yê bihêlî ku, ew bi me bihesin. Bi gotinê re wê ber bi xwe ve dikşîne û bi gihêştina herdu gewda ji hev re, careke din, gangiliyên sor di canê wan de dipişkuvin.. . Wê hembêz dike û bi dilovanî ramûsanekê ji nav birihên Şêrînê distîne.

–  Koçer.

– Him. Bêyî ku ew seriyê xwe ji nav memikên ewê derîne, deng pê dikeve û gava lêvegerandina wê dereng dimîne, Koçer dipirse: ka wê yê çi bigota.

– Tu ji min hezdikî. Pirsa wê dihêle ew bi lez seriyê xwe hilde û dema li çavên wê dinhêre, şopa giriyekî kevin têde dibîne. Ew xwe hinekî bilind dike û seriyê wê dixe sîngê xwe û heya bi demeke dirêj riwê xwe di nav porê wê de ji bîr dike.

– Eger ku ez hezkirinê zanibim, dê du tişt di jiyana min de hebin; tu û kemanca min, lê nepirs ku ez bêtir ji kê hezdikim. Koçer dixwest hinekî giraniya hêsrên wê sivik bike, lê keçik pirseke din diteqîne.

–  Ez a yekê me. Ew dihêle dilê wî bête guvaştin.

– Çawa?! Koçer xwest bireve, lê Şêrînê û her diçû, xelek li dora wî teng dikirin.

– Yeka din di jiyana te de tineye û ji berî ku, tu min nasbikî, te ji kesî heznekiribû. Tu ti caran li ser xwe nepeyiviye. Koçer şopa neynûkên wê di gewdê xwe de dipelîne ku, ew û bi her tîp û gotinekê re, bêtir di termê wî de têne çikandin.

– Tu çima dixwezî rojên çûne bikolî. Koçer dibêje û xwe duqilbîne ser piştê, ew jî seriyê xwe datîne ser sîngê wî û bi hevdeyên sîngê wî re dikeve lîskê.

–  Ez dixwezim bêtir nêzîkî te bibim.

– Ne xeme.. . Tu ne ya pêşî ye ku, ez jê hezdikim; cara pêşî ku min hezkirin naskiribû, min rêza çaran dixwend. Di ewê çaxê de dostekî min ê xwendinê hebû û birayekî wî jî li Libnanê kardikir. Ew hevalê min jî û di rojên havînê de, carna diçû cem wî û di carekê de, ji evan serdanên xwe, wî çend wêneyên keçikan bi xwe re anîn û şanî min kirin, dilê min ji yekê re vebû û bi zor-xatiran min wêneya wê keçikê jê stand. Heya bi çend salan, ew wêne, bi min re ma û ez nizanim çawa û kengî ew, ji min hate dizîn. Lê gûman dikim ku, diya min ji min dizî bû; ew têghêştibû ku hezkirina min a jê re, her diçe, lawiz û jar dibe û hêdî-hêdî vedimre. Min bi awayekî dîntî ji ewê keçikê hezkir, hezkirineke bi hêsir û bi dehê şevan û mîna p.rewekî, min lav û berger jê dikirin ku, ew ji hundirê wêne derkeve û li min bibe mêvan, lê mixabin. Di dû evê hezkirinê re, min pir keçik û pîrek naskirin, lê hertim ew hezkirina min, a pêşîn, dibû bendek di navbera min û ya nuh de.

– Te ew keçik tev, ji bo wêneya kesekê ku, te navê wê jî nizanî çiye, berdidan. Şêrîn bi xeyd dipirse, lê gava bihn germiya wî dipelîne, ew lêvên xwe kez dike.

– Ne hertim wilo dibû; pir cara wan ez li şûn xwe dihêştim, eger ku, em wan têkiliyan weke hezkirin bijmêrin û ne weke lêgerîneke li wêneyeke wenda, tevî ku hin caran, keçik haydarî min û hezkirina min a jê re nedibûn jî; û tê bîra min ku, nama evînî ya yekemîn, min ji keça xaltiya xwe re bi rê kir û wê jî bi tolazkirineke bilind bersiva min da û hêşt ku ez, heya bi demeke dirêj, newêribim li çavên keçikeke din binirim. Lê piştî ku ez derbasî zanîngehê bûm, kar û barên konevaniyê, em ji jiyanê dizîn û wan karîbû jiyanê, ji me, bidizin.

– Ango, te ji berî min ti pîrekên din nasnekirine. Şêrîn xwe bi gotinê re dixe nav rehên wî û dihêle, careke din, dêwê wî serî hilde û gava dike ku, wê biqulbîne ser piştê, da ku, têkeve  ser sînga wê, Şêrîn nahêle û pirsa xwe ya berê dubare dike.

– Belê.. Piştî ku min dev ji karê konevaniyê berda, min pir pûş kutan û ji berî ku, ez bêm û bibim cîranê we, dosteka min hebû.

–  Tu hîne wê dibînî. Keçik bi lez dipirse.

– Em ji hev bi dûr ketine; ji roja ku me hevdu windakirî de, min ew nedîtiye. Ev yeka dihêle wêneyên ewê roja ku, Nisrînê jê re gotibû; “Gereke tu çareyekê ji evê çêroka me re bibînî, ev bû çendek tên min dixwezin û ez ji wan re dibêjim; na û vaye bû hefteyek ku, hineke nuh hatine û deng li min kirine û xwediyên min jî li hêviya gotina minin, nema ez dikarim guvaştinên wan hilgirim, a rast rê û derew li ber min neman”, bêne bîra wî û di çavên Koçer de kom ser hev bibin û ewê bihêla lehiya kela wê bi gotina; “Ev cara dawiyê ye ku, emê hevdu bibînin”, birje.

Ew û bêyî ku jê bixeyde ji cem bi rê ketibû; ewê rewşa Koçer baş nasdikir ku, ew nikare û nemaze di ewan rojan de, here wê bixweze. Lê tenê dixwest hinekî giraniya li ser dilê xwe sivik bike. Û ew cara dawî bû ku, Nisrînê dibîne, lê ji berî ku ew bi rê keve û weke hemû keçikên evî welatî, ewê jî hemû wêne û nameyên xwe ji Koçer xwestin. Wî dikir ku jê re bibêje: ew rojên ku, me digel hev derbskirine ne tenê para yekiye, ta ku, ew hertiştî ji xwe re bihêle û eger ku, ew karibe wêne û hemû diyariyên xwe yên din jî vegerîne, dê nikaribe bîranînên wî jê bidize. Lê ewî baş dizanî ku, gotinên wî dê li ber dîwaran sêwî bimînin. Tenê du hêsirên ku ji çavên wê hatibûn xwar û li ser masa wî, du golên sipî hêştibûn, ne dixwestin ji jiyana Koçer bar bikin.

Gava Şêrînê dît ku, gewdê wî sarbû, wê naskir ku ew bi ramanên xwe re dûr çûye. Seriyê xwe datîne ser sîngê wî û destekî xwe dixe nav por, yê din jî têvedide bin seriyê wî û bê deng lêvên xwe bi ser ên Koçer de dadirvîne û careke din, giyanê bi gewdê wî de berdide.

Dema ku wê diqulbîne ser piştê, ew bê berxudan xwe bi dest wî de berdide û Koçer derbasî gulîstana gewdê wê dibe. Cara dudiwan bi derengî diqede û dihêle ew di xwêdanê de bêne şûştin û ji berî ku, ew rabe û biçe mal, Koçer jê dipirse.

– Evên ketine şûna Kalemêr kîne. Pirsa wî ya ji nişka ve, gûman û sawa bûyerine ku, hîne nehatine, di çavên Şêrînê de, derdike.

– Ez nizanim. Bersiveke ziwa dide wî û di cihê xwe de radiweste.

–  Dema ku wan tiştên xwe anîn, te ew nedîtin.

–  Belê. Keçik di kûna çavan re li wî dinire.

–  Hineke çawa bûn.

– Bi devekî û du guhabûn. Bersiva wê dihêle Koçer bi tijî dengê xwe bikene, lê di cih de jî ew dengê xwe dibire.

– Tu çima bi qehir bersivên min didî, qey tu wan ji berê de nasdikî. Koçer tê derxist ku, ewê bi zikmakiya xwe ya mêyîtî bihna bûyereke pêşerojê kiriye û dike ku, ji nuha ve, rê li pêşiya ewê yekê bibire.

– Na.. . Ew du kesin; Jin-mêrek û zarokek pê re ye. Tu dixwezî hîne titiştî din nas bikî. Koçer wê ber bi xwe ve dikşîne û bi hembêzkirinê re, porê wê li hev dixe.

Wî dixwest, hinekî din, li ser ewan kesên ku, nuh bûne cîranên ewan bipirse û nas bike ew pîrekeke çawa ye, lê tirsiya ku Şêrîn bêtir bixeyde. Lew re wî mase da alî, da ku, wê bighîne ber derî, lê ji berî ku, ew derî jê re veke, ewê jê xwest ku, ew vegere nav nivînan, da ku arsimî nekeve û ew bi xwe riya xwe nasdike. Ji berî ku ew ji derî derkeve û piştî ku, hinekî di reşiyê de rawestiya û li hewşê, derî û pencereyên avahiyê nirî; ka bihna payêbûna ti kesî li wan deran dişope yan na, destê çepê datîne ser lêvan û li şûn xwe ramûsan û  Koçerê ku, di nav bîr û ramanan de winda bibû, dihêle.

Piştî çûyîna wê bi demekê, Koçer ji bin mitêlan bi dertê, cilên xwe dide hev û laşê xwe dipêçe û dema ku, dibîne hîne lerzandina sermê ji ewî laşî neweşiye, kenzê rêsî jî bi ser de li xwe dike, da ku, here avrêjê û hineke av jî bi xwe re bîne û ew karibe xwe ji gunehan bişo. Bi derketinê re sîka Şêrînê di piş perdê de dibîne.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

– 11 –

 

 

 

Dîtina pîreka ku, nuh bûye cîrana wan, di roja din de, bi wî dide naskirin ku çima Şêrînê bi diltirsî bersivên wî didan; di çavên evê pîrekê de tiştekî nuh dibîne, tiştek di wan de dibrûse û hestekî biyan bi canê wî de berdide û dihêle bipelîne ku, ew ji berî nuha, di demeke dîtir de, di jiyan û zemîneke din de rastî hevdu hatine, tevî ku baweriyên wî ewqasî bi çêrokên vekoçandinê jî nedihatin. Ew jî û dema ku, dibîne Koçer di derî de radiweste, li cihê xwe dimîne û li wî dimeyzîne. Lê dengê kesê di hudir de dihêle ku, ew nirînên xwe bişkîne û vegere hundir odê. Koçer jî derbasî avrêjê dibe û piştî ku vedigere oda xwe, careke din, çavên wê bi bîr tîne; “ev nirîn û vebirûsa di ewan çavan de, ji min re ne biyanin, min ew ji berî nuha dîtine, lê kengî û li kuderê nema tê bîra min”.

– Koçer.. . Yek ji derve de dêng li wî dike û ji berî ku, ew bibêje keremke, riwê Kamîrên di derî re dertê û dihêle ku, ew xwe ji ser têxt bavêje û ber bi ewî biçe. Gava hevalê xwe hembêz dike, dibîne ku yekî din dikeve derî û bi naskerina ewî re, ya piştî kêliyeke dudiliyê, ka ewe yan na, dihêle bi dilşahiyeke mezin wî hembêz bike.

– Tu çiqas birevî, tuyê nikaribî xwe ji ber me veşêrî. Berhîmê Botanî dibêje Koçer û bêy ku, ew destên xwe ji yên hevdu berdin, heya bi demeke dirêj li çavên hevdu dinirin; ev bûbû çend salên wan in ku, hevdu nedîtine.

– Li ser seran, mal mala we ye. Ew di demeke teng de bi ser wî de hatibûn û Koçer virde-wêde dibeze, da ku, wan cil û firaqên bela–wela kom ser hev ke û cihekî, hinekî, paqij ji wan re bibîne; şeva çûye, ser û binê malê anîbûn xwar. Berhîm xwe dide ser danîştokê û herdu hevalên din jî li ser têxt rûdinin.

– Tu çima bi ser me de nayî û weke ku, ez dizanim, tu ne ji ewên kêm nan-xwê yî, de çima ti kes te nabîne. Berhîm dêng li Koçer dike.

– Ne bes cem te, camêr lingê xwe ji cem tevan biriye. Kamîran jî lê dadigre.

– Çima?! Em bibêjin hûn berê herdu hevalê partiyekê bûn û belkî nelihevkirina îro di warê polîtîkê de hêştiye ku, hinekî ji we dilgiran bibe û neyê cem te, lê ya min çiye. Berhîm dipirse.

– Ji berî hertiştî tu bi xêr hatî, bawerke ku min nebihîstiye tu vegeriye. Di dû xêrhatina ku, ji Berhîm re pêşkêş dike, ew vedigere dostê xwe û bi nîvhenekî dibêje wî: “hele bavê Mediya nizanê ku, ez di çi rewşê re bihorîm û dibihorim, ma tu jî nizanî. Ji berî ku ew gotina xwe bi serî bike, radibe ser xwe.

– Tu yê çibkî. Berhîm dipirse.

– Emê qehweyekê vexun, min jî venexwerî. Ew radihêje cezwê qehwê û dema ji derî derdikeve, da ku, ji binmayîn û dûvikên cixaran paqij bike, şopa riwê Şêrînê li ser cama pencerê dibîne û ji berî ku, ew ji xwe bipirse; ka çima neçûye dibistanê, tê bîrê ku îro roja înê ye.

Hatina wan û dîtina B. Botanî dihêle ku, ew di ser çend salan re gavke û vegere berî şeş-heft salan; şevên ku, digel kemenceya xwe, li wî dibû mêvan û dihêşt zemîn bi hemû reşî û êşkenciyên wê ve ji bîr bibe. Ew bi awazên xwe ve diçû qatê ezmênê heftan û titiştî, ji bilî çavên Medya, nedikarî ewî vegerîne ser riwê zemînê. Lê ewana û ji berê bêtir, ew serxweş dikir û dihêştin ku, ew xwe di wan de ji bîr bike. Di ewan kêlîkan de û bê hest, kemance ji dest wî diket û ber bi ewê diçû, da ku, fincanên qehwê ji dest wê bigre û bi destgirtina jê re rûdêmên Medya aravî dibûn û dihêştin ku, bav wê di bin simbêlên beloq re, bikene. Piştî ku ew vedigere hundir, careke din, dipirse.

– Te negot tu kengî vegeriye.

– Tu nepirsî.. , ev bû sê heyvên min in ku, ez vegerîme, bes mixabin ji dostên weke te re. Erê bîst sal di navbera wan de hebûn û ew di temenê keça wî Medya de bû, lê B. Botanî ew weke dostekî xwe yê pir nêzîk didît û li ser ewê yekê  bi wî re dida û distand.

– Te çima cara çûye negot ku, bavê Medya vegeriye. Ew bi lometî ji Kamêrên dipirse.

– Min jî nebihîstibû. Ew hinekî xwe nêzîkî tifekê dike.

– Tu çima derbas nedibû?! Bavê Medya dipirse û dihêle ku, Koçer bi dilekî şikestî bikene; Û ji berî ku, ew sedemên xwe bide xûyan, Berhîm bi wî dide naskirin ku, Kamêrên hemû tişt jê re sayîkirine.

– Vêca naxweze ku, ez ji te re dubare bikim û careke din seriyê te bi çêrokên xwe bêşînim. Ew fincana qehwê di ber wî de datîne.

– Bes û weke ku, Kamêrên ji min re gotiye; ev bû şeş-heft mehên te ne ku, tu derketî. Gotinên ewî dihêlin ku, ew vegere berî anuha bi çend salan; roja ku ew hatin û ew ji zanîngehê birine.

– Tu ne li vir bû û ya din jî, ewana pir tişt di min de kuştin û mîna ew zaroyê ku, nuh çavan li ser jiyanê vedike, min xwast ez hinek bersiv ji jiyana xwe re bibînim. Berhîmê Botanî, yekcar têdighe ku, ewî yekî nuh li ber xwe dibîne; ev ne ew Koçerê ku ji berî çend salan didît e, bi carekê ew hatiye guhartin, ji rûniştina ku xwe komî ser hev dike de bigre, mîna ku hertim cihê wî tengbe yan jî tirsa wî ji lêdana panekê di nav çavên ewî de, hebe û ew bixweze xwe di koşeyekê de veşêre, heya bigihe canê wî yê mirî û dema jê dixweze ku, ew hinekî li ser rojên xwe yên ku, di zindanê de mabû bi axife, Koçer bi lavêj dibêjêyê:

– Eger ku tu xûrijî nebî, min ji bersivê biborîne, bi kêmayî di dema anuha de. Di ewê hîngê de çavên wî bi destê Koçer dikevin û dibîne ku, ewî du tiliyên xwe winda kirine. Ji bilî kişandina neynûkan ku, li şûna wan hestiyê reş û şikestî şîn bûbû, ewî du tilî jî wenda kiribûn. Ev dîtina nuh dihêle ku, ew hûrnirînekê li gewdê wî bike û pir guhartin, birîn, şewitandin û şikestinan di laşê wî de bibîne.

– Tu gelekî li ba wan ma. Pirsa wî dihêle ku, ew careke din û bi rûkenî di gotina; “li ba wan”, bi rame û ji xwe dipirsa: ka nêzîkbûna evê pirsê ji ya ku, yek ji dostekî xwe bipirse; tu çiqasî li cem yara xwe ma û rewşa ku, ewana di zindanê derbasdikir, heye.

– Sê salan û tiştekî.

– Negotin te tu çima girtine û tu li ser çi bingehê berdan. Ev cara dudiyê bû ku, ev pirs jê tête kirin, cara pêşî dema ku, hevalê wî yê berpirsyar û di gel du hevalên din hatin serdana wî, ev pirs jê kirin û ewê hîngê Koçer gûmankir ku, ew ji bo mînekirinê hatine û gûmaniyeke beloq di çavên wan de dibîne. Lê û li gor bizavên wî bi partiyan re, ew tiştekî normal bû; hêzên asayêşê û ji zû de, ew hest û bawerî li ba wan çandibû; ku her yek bête girtin û piştî demekê, eger çiqws dirêj be jî, were berdan tenê meremekê ewê yekê heye, ku ewî camêrî, ji wan re, gotiye: “erê”. Helbet damarên evê baweriyê jî hebûn, li gor bizavên wan bi evê dezgehê re ku, ewê di destê wan keve, ji bilî gorê, ti kes nikare ewî ji dest wan derîne ya jî dive ji wan re bibêje; “erê”.

– Ez dibêjim: wan nexwest filîmê kelê û careke din, vegerînin. Teviza ku di zarava Koçer de, dihêle dilê bavê Medya bête guvaştin û di ewê hîngê de çavên wî bi kemenca bi dardakirî dikevin, ew radibe û wê datîne; toz bi sê-çar tilîyan bi ser ketiye û dema ku, dixweze li sazxe, têleke din diqete û ew dihêle bi çavekî xemgîn li wî binêre û di vir de ew baş têdighe ku, evê li pêş wî rûniştiye, netenê dixweze ji dora xwe bi dûrkeve, lê ew ji xwe û jiyana xwe ya berê jî direve.

Berhîmê Botanî digel kemanca mirî vedigere cihê xwe û ji berî ku, ew babeteke nuh veke Koçer jê dipirse; ka wî jiyana ewropa çawa dît. Û bi evê yekê re, wî hin derî li ser ewê mijarê girtin û deriyê mijareke dûdirêj, yeke bê êş û kişandina neynûkan, vekir û demeke dirêj pê borandin û ji berî ku, ew ji cem wî bi rêkevin, Berhîmê Botanî di devê derî de radiweste û bêy ku, destê wî ji yê xwe berde, bi sûndkirin dide; ku ew bê serdana wî û evê tenahîtiya xwe bişkîne.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

– 12 –

 

 

 

Piştî ku ew diçin, Koçer dixweze hinekî oda xwe bide hev, lê gava ewê qîretê di xwe de nabîne, dêv ji çêrokê berdide û bi ser de jî, ewan pirsên Berhîm ew pûçkiribû û pir derî li wî vekirin. Ev bûbû çend heyvên wî û her ku, rojeke din diborî ewî dîwarekî din li dora ewan dem û çêrokan bilind dikir. Heya xwe gihandibû ewê baweriyê ku, ew ti caran nehatiye girtin; ew dem ji jiyana xwe avêtibû. Lê vaye yekî ku, ne di bala wî de, dikare hemû dîwarên wî yên xwêyî biherifîne û careke din kaniyên şor derbibin.

Di ewê rojê de û ji berî ku, ew bên û wî bibin jî, ewî bihneke nexweş; bihneke miriyan di bêvilên xwe de dipeland û ew yeka vegerand ser nesaxiya bêrîkên pozê xwe. Lê tevî ewê yekê jî, hesteke veşartî di kûraniya mejiyê wî de dilivî ku, dê bi ser çêrokeke ne normal vebe. Di ewê kêlîka ku seriyê wan dibîne, tirkinî bi dilê wî dikeve; erê titiştî xasma ku, di wan de be û bala yekî bikşîne ser, nedît. Lê tenê ew nirîna wan hêşt ku, gavên Koçer giran bibin û bihêle hevalên wî jê derbas bibin, tevî ku, çendekan jî destên xwe li milên wî xistin; ka çima ew di devê derî de rawestiye û rê li derketina wan teng kiriye, lê bêyî ku li wan vegere di cihê xwe de tête mêxkirin û dema ku, bi tena xwe di hundirê holê de dimîne, ew herdu camêr û ji cihê ku, lê rawestiya bûn ber bi wî ve tên û her yek destekî xwe di yê wî re dike û weke ku, ew nikaribe li ser lingên xwe venîştî bimîne, ewî hêdî-hêdî didin nav xwe û ji dergehê zanîngehê dertînin.

Tenê û piştî ku, ew di cîbê de bi cih dibin, bi zimanekî kulavî dipirse: “hûnê min bi kuve bibin”. Lê weke ku, ew bi tena xwe rûniştibe, deng bi kesî nakeve û yek bê ji ber xwe berdide û bihneke nexweş li hundirê cîbê belav dibe.

– “Rojên xweş di sibê re bêline”. Koçer û piştî ku, ew bi panekê re xistibûn hundir cîbê, gotibû xwe. Lê ewî nedizanî dê bihêlin ku, ew rengê rojan jî ji bîr bike; camêran û heya ewî dighînin ber dergehê avahiyeke bilind, têra xwe li wî didin, ne digotin ev der bive ye û eger çi di destê wan de ba jî nedêvşand û bi pana dawiyê re, weke ku, çawa li cîbê siwar kiribûn, têwer dikin. Ji berî ku bighe û karibe tozê ji xwe dawşîne, panake din li deriyê kûna wî dikeve û bi xêra ewê ku, bi kepira wî digre, ew bi devgeza naçe qîrê.

Koçer pir caran, weke hemû bajariyên xwe, bi ustûxûzî di pêşiya evê avahiyê re borîbû; tirs û sawa wê nedihêşt ku, ti kes seriyê xwe li ber hilde û ti kesî jî nedikarî, bi baweriyeke rasteqînî hejmarên qatê wê bibêje.

Ew çend gavan di hewşê de davêjin, Koçer ber bi ewan gul û qurnefîlên sor ve dinire û bi riwekî sar berkenî dibe. Deriyê pola vedibe û ewî têwer dikin, bi çend gaza û weke gokê zarokan di ser pêpelokên wê zêrzemiyê re tol dibe û li bin pileya dawî radiweste. Ewana û her ku, yekî nuh tanîn, ev nişkabûna han pê re çêdikirin; dihêştin ew bi serbestî gava xwe bavêje û bi ewê têvedana xurt re û bê dîtina titiştî di bin lingên xwe de, dihêştin ew li dawiya pileyan û dev bi xwîn, xwe bibîne û çend diranan jî ji devê xwe velûke. Evê yekê dihêşt ew hinekî bikenin û jiyana xwe ya ziwa, heya bi demekê, ji bîr bikin.

Koçer ewan çend perçîmên diranan û bi xwîna ku, ji çend deveran derdibû re, velûdike û ew hîne li ser lingên xwe ranewestibû û careke din, ew herduyên ku pê re, wî didin nav xwe û bi teqandina kulmekê re, êşeke tûj di nava wî ya zirav de derdibe, lê rê nekete wî ku ew xwe bi ser xwe de kilor bike; reşiya ewê derê û kulemistên wan li ser pişta wî bibûn yek û rê nedikete wî ku, karibe xwe ji wan bibparêze.

Piştî pir êş û lêdanan, ewî dixin odeyekê û derî li ser digrin. Heya bi demeke dirêj, ew bê liv, di cihê xwe de dimîne û bizava berî kêlîkê bi bîr tîne, lewre û ji berî ku, ti gavên din bavêje, di cihê xwe de direwise û bîranîneke kevin ku, carekê dostekî wî gotibûyê: “di hundirê her odeyeke zîndanekê de, çalên pîsîtiyê hene û eger ku, yek hajî xwe neke û di her kêlîkê de, ewê di nav ewê pîsîtiyê û cerdûnan wer bibe”, bi bîr tîne. Evê yekê hêştibû ew di cihê xwe de vemre û nemaze dema ku, bihna pîsîtiyê bêvilên wî dadigre û dihêle baweriya wî bi evê yekê kûrtir bibe. Lê piştî ku hînî reşiya ewê derê dibe, têderdixe ku ne tenê ew di jorî çaleke pîsiyê re rawestiye, lê ewî bi xwe di hundirê çalê de ye û ava qirêj heya bi jorî gûzika wî bilind bûye û tenê êşa di gewdê wî de nehêştibû ku, ew bi ewê yekê hest bibe. Cihê ku ew xistibûnê de, gazek bi gazekê ye û ti kes nizane ku, pêsiya vir ji kengî de ye û ya çiqas kes û ode li ser hevdu kombûye.

Ev cara pêşî bû ku, kela verîşiyê evqasî bi hêz tête wî, lê Koçer heya û heya jê tê xwe digre, da ku, zikê wî vala nebe; tikes nizane dê heya kengî birçî bihêlin û nedixwest zû-zû û di roja pêşî de, ji  bo pariyê nên, xwe li ber wan deyne. Lê hinava wî dikele û her ku, cardûnekî ji derlingê pantronê xwe davêje, tiştê ku ji berî salekê xwarî jî di dêv re çedike, tu dibêjî qey avêtina cerdûnan û verîşiya wî bi hev re ketine cirîdê, di kêmî katekê de, ti der nehêştin ku bi verişiya xwe riswatir nekirin û piştî ku titişt di hundirê xwe de nehêşt, kabokên wî sist dibin.

Dîwarê hemberî xwe hembêz dike û gava derzandina ku, bi ber laşê wî kiribû zêdetir dibe, ew tê derdixe dê piştî kêlîkeke din bêhiş bikeve nav ewê qirêjiyê. Naskirina evê yekê dihêle dilê wî bêtir lêde, lê tevî evê zanîna xwe jî, ew li ber xwe û Xwedê digere, da ku, ew pêlên bêhişiyê di ser wî re bişon û wî ji bizava têwerbûna çalên avrêjan biparêzin. Lê xwêdaneke sar bi laşê wî digre û her diçe derzandina laş kûrtir dibe, reşiya hundir jî bêtir tîr dibe û bi zor-zor ew dikare bihna xwe derîne. Pir naçe û dengê şerpîniyeke bilind bi hundirê wir dikeve û jîndarên tariyê ji xew şiyar dibin.

Serleşker ji xewa dana şiyar dibe û piştî pir gotin û xeberan; bêyî ku xwesteka wî, ji evê yekê, kulandina berdestên xwe be, ew piyaleke qehwe dixweze û ordiyeke leşker bi ser ewê ku, nuh milgirtî de dişîne. Bi vekirina derî û qîrîna wan bi ser de, ew çavan vedike; xwe di nav golên pîsîtiyê û verîşiyê de dibîne û di asoyê nirîna wî de, pozê çend solên leşkerî dibirûsin. Serî hîne girane, wêneya wan solan hin caran winda dibe, lê sîtila ava qeşagirtî dihêle birûskeke tûj, laşê wî, bihejîne û careke din xeleka solan li dora wî bigere.

Piştî pir bizavan ew li ser xwe rûdine û bi zor-zor, seriyê ku bi ser sîng de qulibûbû hildide û li riwê wan dinire, pir naçe û yek bi temriya wî digre û bi tijiya dêv tifî ser riwê wî dike û gava ku, ew tif bi ser riwê wî de diherike, careke din, bulqiniya verîşiyê bi wî dikeve û çend solan di bin lehiya xwe de dihêle, pêre jî hin pan li nav riwê wî dikevin; “lawê dêlan, te sola min weke riwê xwe gemirand”. Bi gotinê re sîtileka ava din lêdibe û dihêle diran li ser hev ranewestin. Erê heyama derve hinekî sar bû, lê ne bi bêtara evê derê.

Careke din wî bi tenê û bê hiş dihêlin û gava ew şiyar dibe û xwe di nav golên pîsîtiyê û verîşiyê de dibîne, bizavên xwe dike, da ku xwe bighîne ewê quncikê hinekî ziwa. Bi gihêştina wir re û darvandina ava ku, ji wî diherikî, ew der jî weke hemû deverên din digemire, lê dîsa jî ji nîvê golê çêtir bû. Ew xwe di ewê quncî de kom ser hev dike û eger ku, ji ewî bihata dê pê û destên xwe daqirtandana û xwe di quleke mişkan de veşarta, hin bizavên xwe kirin jî, lê ew têde bi ser neket; “ev ne bû çend katên min in ku, ez li virim û ez xistim evê rewşê, eger ku bi dirêjî bide dê çawa bibe”. Ji xwe dipirse û bi ramanên xwe ve dûr diçe û pir çêrok, ji yên hevalên ku ji berî wî hatibûn evan deran û pozbilindiya wan di demên ku, bizavên xwe yên zîndanê tanîn zimên, bi bîr tîne.

Dengê derî, wî ji çêrok û bîranînên dûr verdigerîne û çavên wî li ser rastiyên evê deverê vedike. Li ewê ku di derî de rawestiye dinire û têderdixe ku, dudiyên weke wî dê jê çêbibin; simbêlên reş û stûr dêv vedişêrin û dema çavên wî bi şopa ewê birîna kevin ku, di riwê ewî kesê di devê derî de rawestibû, dikevin ew dibêje xwe; “mirov û hîne di zarotiya xwe de, riya jiyana xwe dipejirîne”. Rawestina wî, ya di derî de, pir dirêj nake û ew bi tijî devê xwe dikene. Kenê wî Pir naçe, ji nişkave dibire û tif ser riwê wî dike. Helbet rewşa ku ew têde û komên pîsîtî û qirêjiyê, yek ber bi ewê yekê têve didan; wan hin caran bê hemdî xwe tife ser wî dikirin.

– Te cewrikî diya xwe di bin kê de hêştî û tu hatî xwe di evê pîsîtiyê de digevizînî. Ew jî panekê bi wî vedide û dihêle qîrîneke kûr bi wî keve, bi pana dudiwan re reqiniyê bi seriyê wî dixe û pêre jî derî li ser digre. Demeke dirêj û giran diçe heya ku, ew xwe ji nuh ve kom ser hev dike û weke berê xwe bi ser hevde diguvêşe û di kêlîka ku, heşê wî sayî dibe, ew bizavên xwe dike ku, karibe hin tiştan ji hev derxe, lê deziyê ramanan zû-zû diqete; “ev çi ji min dixwezin.. çima napirsin, napeyvin û..”. Zincîrên pirsan di seriyê wî de der dibin.

Di ewê hîngê de çavên xwe li odê digerîne; ji bilî danîştokekê, di wir de, nabîne û gava bi hesinê wê yê cemidî digre tiliyên wî dişewitin. Eger ku kizotên êgir xistibana kefa destê wî dê ewqasî şewat bi laşê wî de bernedana, bi evê yekê re hişê wî şiyar dibe û têderdixe ku, cihê wî hatiye guhartin, bêyî ku bê bîrê kengî û çawa. Tenê bihna kefnikê û piştî ku, çend pişk ji wî berdan, hêştibû bi guhartina cih hest bibe, lê piştî kurtedemekê ew guh nade evê guhartinê jî û bi çavdêriyeke, bê-alî mîna yên kemîrê, li dora xwe dinire.

Odeyeke pan û rûte; dîwarên wê û di hin cihan de, bi lekeyên xwînê xemilandine. Nêzîkî seriyê xwe lekeyeke xwînê ya teze dibîne, bi tirs û dizî, weke ku yek nexwaze wê şiyar bike, tiliya xwe ber bi wê dirêj dike. Erê qeymêq di ser re girtibû, lê bi guvaştina ewê re, xwîn di du-sê çavan re davêje. Evan lekeyên xwînê û perçeyên eyêr ên ku, bi dîwêr ve, hinekî hovîtiya evê odê kokiribûn. Ew ji nuh ve vedigere lekeya nêzîkî seriyê xwe û bi xwediyê ewê dirame; “ew nekesekî dirêje, ew di dirêjiya min de ye û li gor evê yekê ew jî, weke min, rûniştibû dema ku seriyê wî bi dîwêr vedidan”.

Ew careke din tiliya xwe di ser ewê lekê re dixuşîne û di devereke qalind de, tiliyên wî sor dibin û dema wan bihin dike, têderdixe ku xwediyê wê mîna wî, sîh û pênc sal derbas nekirine û dibêje xwe: “wî jî weke min cixare vedixwarin” û bi dîtina tifeke kesk re jî dinase ku, xwediyê lekê û eynî weke wî bi êşa zirave û wî jî demeke dirêj, di bin-erd û zêrzemiyan de, jiyana xwe borandî.

Wî dixwest hîne lêkolînên xwe li ser cih û jîndarên wir bidomîne, lê vekirina derî û derbasbûna wan sê kesan, dihêlin ramanên wî birevin û ew, bê hemdî xwe, herdu destên xwe dide pêşiya riwê xwe û xwe kom ser hev dike; da ku, karibe xwe ji panên wan biparêze. Bi danîna destan li ser seriyê xwe, ew dinase ku, seriyê wî mîna kelekekî hatiye pelixandin û di çend deveran de, dipelîne ku perçeyên eyêr tevî porê wî hatiye rêşkirin û xwîn di çend golekan de meyî ye.

Dema bê dengiya wan dirêj dike, ewê hîngê ew çavan ji erdê hildide, solên wan jî reşin û ew dibirûsin, di îva pantironê wan re ber bi jor ve hildikşe, dighe nîvê wan; yekî ji ewana dest xistî bêrîka xwe û mîna ku, ewî tiştek di wir de girtibe, ew der werimandiye.

Sê tore ne û ewê di ortê de hinekî kintirî herduyên dine, lê ew jî du caran li wî heye. Dema li çavên wan dinire, nirîneke sar û bê wate di wan de dibîne, lê qirêjî û bihna ku, ji wî hildikele û badana riwê wan hêştibû ku, ew hinekî dilê xwe hûnik bike; “bi kêmayî ewê min heya bi demeke dîtir bihêlin, da ku, ez xwe paqij dikim”. Hevoka dawî dihêle ew berkenî bibe, lê nîşana ew kesê ku di ortê de rawestibû, berkeniya wî vedimrîne.

Ew bê peyvîn şanî wan dike ku, rê ji wan re vekiriye; mîna ku cewrikekî ji nav sêrgo derxin, wilo radihêjin wî û deriyekî nuh vedikin, cara pêşî bû ku çavên wî pê dikievin û ew dikevin odeyeke nuh ku, ji ya berê firehtire. Wî ber bi banyowê avê dikşînin, bê dil cilên wî jê dikin û wî jî davêjin nav avê. Dema ku jê dertînin û ew xwe weke çelemekî sor û tazî dibîne, bi lez, her destekî xwe datîne ser cihê yek şermiyê û ev şermiya wî dihêle ew têra xwe bikenin, lê pir naçe û ji nuh ve radihêjin wî û davêjin ser ewê cilika ku, xistibûn quncekî odê.

Gava ku ew dibîne, wan jî dest avêtin cilê xwe û ji xwe datînin, ew û bê hemdî xwe çend caran dibêje; “na, na.. naaaa”; ewî berê pir çêrok li ser evê yekê bihîstibûn, lê qet nedikarî pê biramiya ku, ew jî yê rojekê di ewê bizavê re derbas bibe. Nayên wî, di bin kenê wan de, digevizin û ew li ser pişta wî dibin girek; sîxeke êgir di pişta wî re dimeşe û ewê piştî demeke dûdirêj çavan veke, lê dê têdernexe ka çi û çiqwas di ser ewî re borîne û heya bi demekê titiştî nabîne û nejî dizanê ew li ku derê ye.

Piştî demeke dirêj û gava çavên wî bi wêneyê serok yê serkêl û dev li ken dikeve. Ew bi rengekî vizînî hin dikene û hin jî digrî û ev rewşa heya bi demekê bi wî re dajo. Piştî ku kenê wî ziwa dibe û di dû pir bizavan re, da ku, li ser xwe rûne, goleke xwîn di bin xwe de dibîne.

Ew hîne tazî bû û destê çepê bi wî ve li ba dibû, tayeke xwêdana sar bi laşê wî ve digre û heya ku, ew cilên xwe li xwe dike, çend caran, bê hiş dikeve û cara dawî dirêj dike. Gava ku ew li ser hinek deng şiyar dibe, xwe ji nuh ve di çala avrêjê de dibîne û di ewê kêlîkê de jî, kuleka di derî de vedibe û ji piş ve kesek nanekê davêje ser çavên wî, lê ji berî ku ew zanibe çi çêbû, dibîne ku nana firoke di nîvê pîsîtiyê wer dibe û çend cerdûn bi hev re êrîşî ser dikin. Erê ew dengê rûvikên xwe dike, lê dîtina nana di nîvê golê de û êrîşiya ewan cerdûnan û girtina wan jê re, dihêlin ew bighe ewê baweriyê; eger ku heyveke din jî nexe, dê ti carî destên xwe navêje pariyê di nav pîsiyê de. Lê piştî çend katan ew li şûna wan digere, ka ti pariyên nên li şûn xwe nehêştine û filîmê ”Ronahiya Bajêr”, tê bîra wî û ew dikene û dikene.

Ew heya bi demekê xwe digre, lê piştî wê hew dikare xwe li ser lingan bigre û destan ji ber xwe berdide. Dema ku derî li ser wî vedibe û hineke ronahî dikeve hundir, ew li xwe dinire û gava yekî din di xwe de dibîne, bê deng dibêje xwe: “nayê bawerkirin ku, ez di navbera roj û şevekê de evqasî bême guhartin.. . Tu dibêjî qey min porê xwe bi bênîşt hûnandî û ma ev cilên min, ji roja-roj de, cilşo nedîtine û bi min ve hatine şimakirin”.

– Rabe ser xwe. Lê ji berî xwesteka xwe jî, ewî panek pêvedabû û hêştibû ew mîna singekî di quncikê dûrtir de bête venîştin. Piştî ku ew navê wî nasdike, careke din, derî di riwê wî de digre û dihêle ew ji xwe bipirse: “çima wî jî ez bi xwe re nebirim û..”. Gava çûna oda duh tê bîrê, dilopeke xwîn dadirive ser sipîka çav û bê hiş dikeve.

Nêzîkî rojekê ew wilo bê deng dimîne û li ser êşeke tûj radibe; ku çend cerdûnan êrîşî laşê wî kirine û di hin cihan de ew bi birîn kirine. Di ewê gavê de kuleka derî girtîbû û tenê ew hêvî di dilê wî de derdibe ku, careke din vebe û ewê evê carê nehêlibe ev cerdûnên hov pariyê wî birevînin. Ev hêvî piştî demeke dirêj bi cih tê û eynî ew kesê duh nanekê davêje nav çavên wî, lê ji berî ku ew bikeve û di nav ava kevizgirtî wer bibe, ewê li banî digre û bi çavne sor li cerdûnan dinire û bêyî ku, guh bide kêza-kêza wan, nên dixe nav diranan. Lê êşeke kûr di wan de der dibe û dema ku, nên derdixe dibîne ku ewê di xwînê de maye. Bi zorê dikare pariyekî jê bişkîne û piştî ku, demeke dirêj di dêv de dihêle, da ku, nerim bibe, dikare daqurtîne û bi wê şêweyê û pişt çendekî, ew dawiyê li nana xwe tîne, lê çiyayekî ji xwê di hundirê wî de bilind dibe.

Birçîbûna hov nehêştibû ew nasbike ku, ewî çend kîloyên xwêyê bi ewê nanê re daqirtandibûn, lê piştî ku devê wî ji girîz ziwa dibe tê der dixe ku çima, di cara çûyî de û her ku cardûnan pariyek dişkandin, carekê seriyê xwe dixistin nav ava çalê û kulmeke av dadiqurtandin. Di ewê çaxê de ewî kenê xwe bi wan kir û gote xwe: “heya bighe cerdûnên evê derê ne wek yên derve ne”. Û dema evê yekê bi bîr dixe û têdighe ku tenê dikare bi ewê riyê tihin û ziwabûna hundirê xwe vemrîne, careke din, kela verîşiyê bilind dibe. Lê ji berî ku, di devê wî re dakeve, ew devê xwe dixe goleke çalê, lê ew ziwabûna hezarê salan venamre.

Demeke dijwar di ser re dibore û gava ku, ti kes bi ser ewî nakeve, hêza ku di laş de mabû kom serhev dike û çend kulemistan di derî de diteqîne.

– Ez tîme. Bi vekirina derî re dibêje ewê ku, di derî de radiweste.

– Lawê dêlan, qey ez li ber destên te danîme.

– Ez tîme. Bêyî ku ew guh bide gotinên nûbedar û zanibe ka ew çima û ji çi xeyidî ye, xwesteka xwe dubare dike û dema ew kes tif ser riwê wî dike, eniya wî weke her car naqujmire û nejî kela verîşiyê bi wî digre. Girîzê ser riwê wî jî hêdî-hêdî dadikeve û dema ku, dadirive ser lêvên wî, ew zimanê kulavî dirêj dike û lêvên xwe dalêse; belkî ew hinekî ziwabûna salan vemrîne.

Dema yê nûbedar dixweze ji nuh ve kuleka derî bigre, ew destê xwe dide ber û her çar tiliyên wî dikevin nav bera herdu keviyên hesin û bi kişandina wan re du tiliyên xwe winda dike û nîvê goşt bi kulekê ve dimîne. Lê êşa wan jî nikaribû bihêlin ku, ewê tîhbûna tîr ji bîr bike.

Dengê qîrîna wî dûr çûbû û ji berî ku, ew karibe dengekî din derîne, xwe li ser textekî leşkerî dibîne û dinire ku, şaşeke sipî tiliyên wî vedişêre û bi xuşandina destê din di ser riwê xwe re, ew dinase ku, pir roj di ser binçavkirina wî re derbas nebûne. Lê ew êşa di dêst de dihêşt bê tebat raweste û dema lê dinire, dibîne ku ew heya bi enîşkê reş bûye û mîna stûnekî werimiye. Jana dijwar dihêşt ku, ew hesinê sar têxe nav diranan û gezke.. . Dengê nalîneke sar dikeve odê, ev cara pêşî bû k,u ew dinale.

Demeke din a dirêj di ser wî re diçe û ti kes bi ser de nayên û gava dixweze zanibe dem li çiye, tê bîrê ku, di kêlîka ew xistin avrêjê de, hemû tiştên wî jê standin. Heya benikê solên wî vekirin û bi tinazî gotinê: “da ku tu xwe, bi wan, bidarvenekî”. Ewê hîngê ew tênegihêşt ka çima ew ditirsin ku, ew xwe bidarveke, lê piştî çend katan bi wan re, naskir ku camêr dizanin çi dikin û tirsa wan di cihê xwe de ye û wilo ewê riyê jî li pêş ewê milgirtî dibirin.

Xwe kom serhev dike; êşa dêst dijware, dirêj, ser hesinê têxt dike, hinek hûnikî pêde têberdan, lê heya bighe damarên porê seriyê wî têşin. Bi vekirina derî re, ew bêtir xwe bi serhev de diguvêşe û weke careke çûyî, dike ku xwe di koşeyeke têxt de winda bike. Lê ew kesê ku, derbasî odê bûbû û mîna ku, hay ji wî tinebe, ew ber bi koşeya ku, ewî xwe têde kom serhev kiribû tê û di jorî têxt de radiweste; zerika şorbenîskê digel nanekê davêje ser masa di nik têxt de û bêyî ku ew li wî binire ji odê dertê. Ketin û derketina ewî kesî û bi rengê çûyî hêştibû hestekî tenik li ba wî çêbibe û ne dizanî ev yeka ji akama liv û xwîna ewî kesî bû yan jî ji anîna xwarinê bû. Lê tenê û eger ku, wî carekê lê nirîba û destê xwe di ser seriyê wî re xuşandiba, dê bihêşta ku ew dûvê xwe derîne û hinekî ji wî re bihejîne û hemû tiştî ji bîr bike.

Ew nên dike parî-parî û davêje nav şorbê û piştî ku, ew nerm dibin bi destê ku, sax mabû, têvedide dêv û ava ku di zerkê de mabû jî bi ser xwe de dike û dilê wî çayekê dixweze. Ev cara yekê ye ku, bi vî awayî, çayê bi bîr tê û ta ku, karibe ewê xwestekê ji bîr bike, ew çavan li odê digerîne; her çar dîwar û heya bana wê jî, bê şopa yên ku ji berî wî di wir re derbasbûne, nemane û careke din, di jorî seriyê xwe de, çerm û porê seriyekî ku bi dîwêr ve mane, dibîne.

Lê di kêlîka ku, ronahiya lempê li odê belav dibe, ji nişkave û bê hemdî wî, qijîniyek bi wî dikeve û ew weke dînan çavan li dora xwe digerîne; lekên xwînê, eyar û porê seriyan li her deverekê belavin. Ewana ti der nehêştine ku, bi golekên xwînê nepêçane. Ev yeka dihêle ew bi lez çavan bigre, lê wêneya odê ne tenê di çavan de hatibû çikandin, ew heya bi kûraniya mejî jî çûbû û di wir de meyî bû. Gava çavan vedike û li banê odê dinire dibîne ku, çilpikên xwînê ji wir jî dadirivin û çêroka gundiyê wî ku, keçika xwe bi çovê şivantiyê kuştibû, tete bîra wî.

Ew bi xwediyên evan şopan dirame; “ka ew çi kes bûn, hevalê kîjan partiyê bûn. Ma ew hîne dijîn an hatine kuştin û çima. Ka ewana çi dixwest û çi kiribûn, da ku, evqas êşkenc, bi wan kirine; ma ka min çi kirî û çi ji min dixwezin. Hema êşkencî ji bo êşkinciyê û ne tiştekî din, xweska ji bo kêfxweşiya xwe wilo bikirana”. Pirsên çûyî çavên wî li ser rewş û dawiyên tenêtiyê vedikin.

Ji nuh ve çavan dide hev, dûr diçe û pir qonax û deman dişkîne. Li bajarê Birlînê xwendina xwe ya mîzîkê kuta dike û pirojeya wî ya ku pê diblomê distîne, li ser destaneke kurd bû. Piştî ku ew destana Eyşa Îbê dixe kirasê opêra û wê li ser şanogeha amojgehê pêşkêş dike, rexnevanên Alman ewê weke dibistaneke nuh di mûzîka welatê xwe de dinirxînin û hemû îzgeh, tilvizyon û rojname li ser dipeyvin, ew di navbera roj û şevekê de dibe xwedî nav û deng û hemû dezgehên aguhdariyê didin dû wî. Ew jî tevî koma Alman a niştimanî li kolanên bajarên Eowrûpa digerin û her diçe navê wî mezintir dibe.

Piştî çend salan û çend karên mûzîkê yên mezin di warê tore û kelepûra kurd de û alîkariya hin xêrxwazan, rêjîma welêt razî dibe ku, ew jî bên û di mehrecanê Bosre de pişikdar bibin, lê bi navê dewleta Alman û gereke ew, ewê hevoka ku bi kurdî li ser kerta danesîna wan hatiye nivîsandin, rakin û ew bi çi zimanî opêra xwe pêşkêş dikin ne xeme, lê tenê çênabe ku bi kurdî be.

Ew deh salên wî bûn ku, dûrî welêt ketibû û îro ew, di gel koma orkêstira ya ku, pêre bajarên Ewrûpa tev vekiribûn, vedigere welêt. Û ji berî ku, ew ji deriyê balefirê derkeve, mezovana herî xweşik çavekî ji wî re dadimrîne û dihêle, ew keçikên gundê xwe bi bîr bîne ku, bi damrandina çavekî ji wan re, çawa riwê wan aravî dibû û ew direviyan piş sincan. Dengê polîs wî ji ewan xewnerojan şiyar dike û dinire ku, ew li hêviya pasporta wî rawestiye.

Demeke dirêj diçe, tevî ku nûnerê wezareta rewşenbîriyê bizavên xwe dike ku, endamên komê bighîne ewê baweriyê ku, ew derkevin hotêlê û ewê kar û bizavên xwe bi polîsan û asayêşan re bike, da ku, pasporta wî ji nav lepên wan derîne û ewê bi hev re bidin dû wan, lê dîsa jî ti kes ji wir nalivî û hinek ji wan seriyên xwe datînin ser çenteyan û hesabê xwe û xewê dikin. Derengî şevê du kes ber bi ewan tên û bêyî ku, ew guh bidin an jî zanibin evên Alman çi ji wan dixwezin, ewî didin ber xwe û di deriyekî reş re dadixin qatên bin erdê. Bi vekirina derî re ew tê avêtin û avêtin.. . Ji ser têxt radibe û kûr li çavên wê dinire; zarotiya xwe û lîskên di piş mêwên tirî de, di wan de, dibîne.

dema ku, pîreka nuh bibû cîrana wan dibîne, Koçer weke bodelakî di pêşiya wê de radiweste û bi devekî ji hevkirî li wê dinire, bi pirqîniyeke ne li bîr, wî şiyar dike û ji xewnerojan vedigerîne. Kenê wê dihêle çilpikeke xwêdanê di piş guhê wî de derbibe û .. rê ji wê re vedike, da ku, derbsî odê be.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

– 13 –

 

 

 

Pîreka rûşuştî û weke ku, li mala xwe be, bi derdora xwe re dide û distîne; ewan çend cilên ku, li ser têxt bela-wela kirî, dide hev û şûna rûniştina xwe dûz dike, lê ji berî ku ew rûne jî û hîne wê ew der didan hev, çend caran bi kûna çavan li xwediyê odê dinire û bi dengekî bilind û weke ku, nasbûneke kevin di navbera ewan de hebe, dibêjêyê: “hûn çima evqasî hej gemarê dikin, ezê bi ewa derdî biçim û rastî m.rekî paqij neyêm”. Koçer gotinên wê tenê bi merema aşkere û serast, şirove dike û dûrbûna dudiwan nadêyê.

– Çima tu narûnî. Bi gotina xwe re, ew dêst davêje sîngê xwe û pakêtê jê dertîne, bi berdana dûyê cixarê re, careke din, deng li wî dike: Tu niha ji xwe dipirsî ev çi jineke rûşûştiye û te hezar hizir di seriyê xwe de gerandin. Erê ewê ramanên wî xwendibûn û tevî ku, ew xistibû bin akama zîrekiya xwe, lê dîsa jî û piştî kêlîka naskirinê, Koçer aramiya xwe vegerand û ew tê di hember wê de rûdine.

– Ez ji te venaşêrim ku, heya bi kêlîkê, te hêşt ez pûç bibim û belkî ew ne sûcê mine; di civaka me de, eger ku mêrek, bi rengê ku tu ketî hundir, derbas cem me bibe dê bihêle yek şerpeze bibe û ne hîne pîrekek û nemaze yeke di xweşikbûn û ciwantiya te de. Wî xefka pêşiyê li ber lingan veda, lê nêçîra nuh xwedî bizave û Koçer ev yeka di nirîna wê ya pêşîn de dîtibû, lewre ewî û weke ku, bi pîrekên din re dikir, ew bi gotinên romantîk nêzîkî wê nabe, lê tevî evê naskirinê jî, ewana nikarî xwe ji akama ewê sinciya ku, li ser hatine xwedîkirin ku, gereke yek nêçîr be û yê din jî nêçîrvan be, rizgar bikira û hertim ewê nêcîrvan be û ewa din dê niçîrvan be.

– Weke ji min re gotine û belkî ewana mafê te nedabin jî; yek zû-zû nikare te bigre. Ev cara pêşîbû ku, Koçer rastî pîrekeke wilo aşkere tê ku, ew gotina xwe seranser dibêje.

– Weke xûya ye ku, tu pir titştan li ser min dizanî. Ewî dixwest zûtir nasbike, ka ew çi ji wî û evê hatina cem, dixweze.

– Tu pir di dora tiştan re digerî.

– Mirov sinc û kesîtiya xwe ne bi destên xwe ava dike û pir gerekê me ye ku, em di rûyê hev de bibêjin: tu korî. Koçer xwest hinekî barê ku, ewê avêtibû ser milên wî sivik bike.

– Ne xeme, ezê çêrokê verşînim, tevî ku tu nepirsî ka çima ez bê rêdan û naskirin hatim mala te.

– Em cîranin û ji mafê cîrêne ku, li cîranê xwe bipirse û di êvarên înê de lêxwedî derkeve; şîv û xwarinê jê re derîne. Koçer di bin çavan re lê dinire û dinase ku, ewê nameya wî fêmkir, lê ewê guhê ker tê alkir.

– Bes gerek, hûn ên kevin, li me bipirsiyana û we bigota; ka evên nuh hatine kîne û çi gerekî wane.

– Bila hûn ên camêrbin û emê tola ewê yekê vedin û li şûna carekê, emê du-sê caran bên. Bes we dixwest çêrokekê ji me re salix bidin, de ka keremke. Koçer dixweze ewê dezî, careke din, bi dest xwe ve bîne û nasbike ka ew çi dixweze.

– Çêroka Kalemêr çiye, ez dixwezim jiyana wî ya li vir nasbikim.

– Çi çêrok û çima çêrokên wî ji min tên xwestin û tu çi .. .

– Hêdî-hêdî, ji berî her tiştî; çima ji te. Weke ku min ji cîranên we yên li vir bihîstî ku, di evê dawiyê de dostaniyeke kûr di navbera te û wî de çêbûbû, lê ne ev tenê sedeme, belkî sedema sereke û weke ku, ji min re gotine; nêzîkbûneke pir mezin di navbera te û wî de heye. Koçer bi evê gotinê re vediciniqe û tê bîrê ku, ewî berê ev gotin bihîstî, lê kengî û li kuderê nayê bîrê. Hema çi çêrok, çêroka ewî û gulên sor di zivistanê de û ev çêroka mirina wî ku, bibû pilindir, ka heya bi ku rastin. Jinik pirsên xwe aşkere dike.

– Qey ji te re gotine ku ez, kêlîk bi kêlîk, bi wî re bûm an ez veşargeha razên wû bûm. Pirsên wê û naskirina sedema hatina ewê hêştibûn ku, dest û pê li Koçer sar bibin.

Piştî ku ew hinekî din bi çêroka Kalemêr diaxifin, ew radibe ser xwe û rêdana derketinê ji wî dixweze, ewê hîngê tê bîra Koçer ku wan rûniştina xwe bê vexwarina titiştî qedandibûn û gava ji ewê dixweze hinekî din bimîne, da ku, bi erkê xwe rabe û qehweyekê ji wê re çêbike, ew destên xwe dirêj dike û dibêjêyê: “bila careke din be”. Di derî de çavên wan, careke din, li yên hev rast tên û dihêlin herdu di cihê xwe de, heya bi demekê, bê liv bimînin.

Gava ew vedigere oda xwe û xwe li ser kenebê dirêj dike, bi çavên evî xortî dirame, ka ew weke yên kê ne û kê bi bîra wê tînin û ji berî ku, karibe weke hercar xwe bi piyaleke mey winda bike û tif li riwê hemû mêranke, bûyerke kevin, weke ku xewnek be; “na, ew roj, dê ti carî ji bîra min neçe û ne jî ew herdu çavên wî yên reş”. Bi gotina xwe re ew ber piyala nîv dagirtî ku, hîne ji duh ve li ser masê mabû, diçe û her ku ew piyaleke nuh dadigre, bûyer giran û sayîtir dibe, tu dibêjî qey wê bi meya piyalan re vala hundirê xwe dike.

Ew hîne çardesalî bû û wan mala xwe ji gund anîbûn û li nêzîkî kaniya Betmanê, erdek kirêkirbûn û di gel malbatê li wir bi cih bibûn; bavê wan xwestibû û nemaze piştî ku, pirik ketibû nav pêz û ji bilî çend kuleka ji wan re nehêştibû, şansa xwe di çandiniyê de jî bibîne. Lew re wî ew erd bi ewan çend kulekan guhart û hinek şînkayî çandiye. Ew mîna gêrikan, ji berî ronahiyê û ta ku ro diçû ava û pir caran, li ber tava heyvê jî, ranediwestîn û her ku gorepana şînkayiyê firehtir dibe, hêviyên wan jî bêtir dibin. Û di rojekê de, ji yên ewê havînê, ew çend mirovên wan ên ji gund hatibûn, li wan dibin mêvan û dihêlin dilê keça çardesalî û mîna çivîkeke serjêkir, di sînga wê de bipirpite; bi dîtina hevalê xwe yê lîskê re, ew pir bûyer û çêrokan bi bîr tîne û eger ku, ne ji tirsa dê ba, ewêyê di cih de bi destên wî bigirta û ewê bi nav baxçeyên şînkayiyê de birevanda. Lê tevî evê tirsa xwe jî ew bê liv û tebat nema û her çendekî carekê û bi boneya tiştekî dihate hundir û ramûsaneke veşrtî ji hevalê zarotiyê re dihêle.

Lawik jî têra xwe diqij-qije û pir caran dike ku, hemû bend û zincîran biçirîne; ew li rê û derfetekê digere ku ji civata wan rabe û derkeve bi hevala lîskên zarotiya xwe re dûr bireve, lê çavên civatê tev îro li ser wî ne û wî bêtir bi cihê wî ve girêdide; ew îro paşayê rûniştinê ye û gereke li gor navê xwe yê îro bi giranî bilive, rabûn û rûniştinên wî giş bi bîrwerî bin û bi carekê birînekê têxe navbera lîskên zarotiyê û rewşa xwe ya îro.

Keçik diya xwe hembêz dike, dike ku parsiwên wê bişkîne, lê bi dîtina ewî golikî re, dê dihêle û ber bi ewî dibeze, seriyê wî dixe hembêza xwe û bi dengekî bilind di guhê wî de diqîre: ez ji te hezdikim. Dihêle hin ew û hin jî xortê ku, li hundir weke paşakî radibû û rûdinişt, ji cihê xwe bireve û dilê wî bête guvaştin.

Bi boneya derketina avrêjê, ji nirîn û bend û gerdişan bazdide, diya keçikê jî dêng li qîza xwe dike ku, ew were û avê li destên wî ke. Keçik ji hembêza ewî golikî derdikeve û ber bi yê derve ve dibeze. Bi rasthatina çavan re û girtina destên hev re, lîskên wan ên li ber karikan û di piş mêwên tirî de, di çavên ewana de derdibin. Wan pir caran xwarina xwe bi tevayî; bêyî ku pariyekî jê bixun, vedigerandin mal û dihêştin diya wan bi loman bi wan keve ku, çima ew nanên xwe naxun. Lîskên wan ên ku ji sibê de dest pê dikir ne dihêşt titşt bê bîra wan û ne jî dizanîn çawa ro diçe ava.

– Tu bi min razî yî.

– .. . Keçik dikene û hinek av li seriyê wî dike.

– Ez ji te hezdikim. Bi gotinê re destekî wê digre û diguvêşe.

– Tuyê îro li vir bimînî. Piştî ew li deriyê odê dinire û dibîne ku, birayê wê yê mezin li wire û bi çavne sor li benda vegera Êho ye, ew kenê xwe vedişêrin û bersiva wî nabîse. Lê ji berî ku ew di deriyê odê û reşiya wê wer bibe lê dizîvire û seriyê xwe bi jêr ve dihejîne, dihêle ew bi ken û careke din, diya xwe hembêz bike.

Dê, ew cara paşin be ku riwê Êsmê bibîne; bi ketina hundir re û vegirtina destên kesên rûniştî re, ew jî herdu destên xwe bi jor ve vedike û piştî kurtepistekê dibêje: amîn. Û bi pozbilindî ber bi cihê xwe diçe, lê dengê bavê wî û xwestina ku, ew jî alî zaroyan bike, da ku, tiştên şîraniyê bînin, dihêle ew hinekî bibehite û bi çavekî nerazîbûnê li wî binire. Lê kenê wî yê bilind dihêle ew wê tehliyê daquretîne û pîs-pîs sênîkên xwarinê li ber civatê rêz bike.

– Bavê Êho te nirîna kurikê xwe jî birî, yan tu li ser destên xwe  bi evê yekê radibî. Yek ji civatê henekekê berdide.

– Ê hîne dema min diya wî stand min raya wî nebir. Bavê wî vedigerîne û civat tev dikene, heya bighe Êho. Lê gava ku bavê keçikê dixweze fêm bike, ewê pîreka nuh bi ya berê re bide rûniştin an dê cihekî nuh ji wê re ava bike, çav di seriyê Êho de gilok dibin û pariyê xwarinê di gewriyê de dibe çiqina maran.

Ew hatibûn da ku Êsmê ji Êho re bixwezin, lê gava çavên Kalemêr li bejin û bala wê dikevin, nêta wî pîs dibe û navê zêve diguhêre; li şûna ku wê ji lawê xwe re bixweze, ew xwe dide pêş û bi bavê wê re dibêje: kêr a te ye û stû yê mine, tu çi dixwezî ez amedeme. Û wî berdana jinika berê; diya Êho û serjêkirina kurikan jî dabû pêşiya wan, ku ew amedeye ewan jî ji Êsmê re bike qurban.

– “Belê.. ewe”. Koçer dibêje xwe û bi bîr tîne ku, dema çavên wî bi bastûnê Kalemêr ketibû, ewê hîngê û tenê di bastûn re naskiribû ew kiye. “Ev çi lihevhatineke dîrokî ye; kê bawer dikir ku piştî bîst salan emê rastî hevdu bên û çawa. Êsme.. Kalemêr; Kalemêr an bavê min, ti cudayî nîne, herdu jî peyvin û ji hev ne dûrin”.

Ewî dikir hîne bi bîranînên xwe de biçe, lê reşantiya ku dikeve derî dihêle ew rabe ser xwe û pêşwaziya Stêrê bike. Ew cara pêşiye, piştî bîst salan, di riwê hev de radiwestin. Koçer reva xwe di çavên wê de dibîne, ku çawa ew bi boneya ku here û kuxa xwe li derve biqedîne û çareyekê lê bike, ew dide ser riya nevegerê û dîrokê bi hemû efsan û kesên wê li şûna xwe dihêle. Ew roj û ev roje ku ew dîroka wendakirî û heya dema ku, bastûnê bavê xwe, di des de dît ku wî çawa balîv ji hev êxistibû jî, ev dîroka wenda venegerand. Lê vaye çavên Êsmê û careke din, hertiştî bi bîr wî tînin û nîşandeyê katijmêrê bi şûn ve vedigerîne.

– “Na; ezê nehêlim ku careke din ew dîrok vegere.. . Tu îro Stêr e û dive tu bimînî Stêr”. Koçer gote xwe û bi carekê re ew dîrok û çêrokên wê ji bîranînên xwe bi dûrxistin. Wê jî tekûz kir ku, evê di pêş wê de rawestiye, ewê ku di rojekê de ling dane bê û li şûna xwe xewnin beravêtî hêştibû ye. Lê tevî evê têgihêştina xwe, ewê jî ew biryar girtibû, ku gereke çêrokên dîrokê ji dîrokê re bihêlin û ewî weke Koçer binase, ne weke ew xortê gundî ku, bi navê Êho naskiribû û pir şev di qurzîkên reş de bi hev re borandibûn.

– Koçer tu piyaleke av bi min re venaxî. Stêr jê dipirse û dihêle Koçer û mîna ewê ku, hezar piyalên mey bi ser xwe de kiribe, bê deng bide dû wê.

Di ro-nîvro de û di bin nirîn û dîtina hemûyan de, ew dikevin hundir. Şêrîn pir bizav kirin ku, karibe dakeve cem wî û rê li ber wan û riya windabûnê bigre. Lê diya wê, her carekê, kelemek li ber derdixist û rê li pêş digirt. Û dema ku dît Koçer daye dû wê, naskir ku ew bi carekê winda kir; ew jî bû wêneyeke rizyayî ji yên jiyana Koçer.

Ketina wan a hundir û di bin nirîna tevan de, li dilê piran zor hatibû û xwestin êrîşiyeke giran bajon ber deriyê pîreka rûşiştî, lê her yekî digot: “bila yekî din dengê xwe di pêşî de bilind bike”. Koçer jî bi derbasbûna xwe ya hundir re û dîtina ewî zaroyê sê mehekî, naskir ku têkeliya Kalemêr û bi kêmanî heya berî salekê jî, bi Stêrê re ajotiye. Koçer kûr li çavên zaroyê sê mehekî dimeyzîne, ew wêneyê xwe û Kalemêr di wan de dibîne û dema ku, Stêr rûbendê davêje ser wî, Koçer dipirse.

– Te çima çavên wî veşartin. Bi pirsa wî re, Stêr piyala xwe hildide ser lêvan û dikene.

– Ew dîroka mine û çênabe ku, yekî din bixwîne. Bersiva wê jî bihna bivetiyê bi wî dide naskirin, lew re ew jî direve piyala mey.

– Ava tirî şêrîne. Koçer dibêje û dihêle Stêr bi bîst û pênc salan bi şûnde vegere; ewan rojên ku li piş mêwên tirî rûdiniştin û teneyên tirî yeko-yeko diguvaştin ser lêvên hevdu û bi her teneyekê re şerbeta wan ji ser lêvên hevdu dimêtin, bi bîr anîn.

– Lê îro, ew hinava yekî dikewîne. Bersiva Stêrê jî dihêle ku, ew careke din jiyan î dîroka îro bi bîr bîne; reva ji mal û ji pêş lehiya bav, jiyana windabûnê û hevalan, naskirina bastûn û çûna Kalemêr, gulên sor û Şêrîn .. Û her diçe riwên neynikan pir dibin.

– Jiyan reveke, ji bûyînê ta winda bûnê. Belê jiyan reveke tisî ye. Koçer dibêje û dîke li çavên Stêrê dimeyzîne, lê gava ku wêneya Kalemêr tê de dibîne, ew çavên xwe li ser wê wêneyê dide hev û piyala mey hildide ser lêvan; kalemêr jî û mîna hercar, tilbijiya xwe derdixe û wan mûyan li hev badide. Bi siwarbûna li pişta Hespê Rewan, ew ber bi ezmanan ve hildikşe û li wê dibe mêvan. Na .. na; jiyan çemeke meye, her ku tu jê vedixî, tu bêtir tihî dibî. Di cara dawî de, Kalemêr rahişt gula herî xweşik û ji sîngê Êsmê kir û nîşanî wê da û piştî pir cixare û hêsir gote wê: “tu yê ewê bidî wî”.

Bi dîtina ewê gulê li ber xwe û weke ku, cinekî ew li ber ewî danî be, Koçer bi mestî lê dinire: “belê ewe; gula ku Kalemêr ji Şêrînê re tanî bi xwe ye. Bes heya nuha ew li ku bû û çima çavên min pê neketin”.

– Ew ji te re ye. Gotina wê jî wî bêtir ditevizîne û dihêle ku, Koçer rahêje wê û wan sê mûyên dûvê Hespê Rewan, ku li dûvikê gulê hatibûn alandin, li hevdu bade.. . Û bi siwarbûna li pişta wî, ew ber bi ezmanan ve diçin û .. diçin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

– 14 –

 

 

 

. . . . . . .

 

. . . . . . .

 

. . . . . . .

 

Ew û Hespê Rewan, di ezmanên tariyê

 

de, winda dibin.. .

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

فكرة واحدة على ”Pîr RUSTEM, Zarotiya NEYNIKEKÊ û tiştin din ROMAN

  1. http://biznplans.ru/
    Вчера разведал ресурс как открыть бизнес и понравилось

    hhruop

    http://hakochina.com/home.php?mod=space&uid=562
    Недавно создал сервер начни рабоать на себя на форуме

    http://bbs.vip66yy.com/space-uid-3558.html
    В апреле создал адрес со скидками на мобильные телефоны это уже не секрет

    http://www.vivaeclectic.ru/forum/viewtopic.php?f=1&t=48509&p=444276#p444276
    драма/мекс смотреть онлайн в хорошем качестве

    إعجاب

أضف تعليق