beşa sêyem,Ji kelepora kobanî , Bêçarê Kurd ; pend,Çîrok, metelok, Şîret

 

WhatsApp Image 2018-07-28 at 7.53.46 PM

bo daxistina pirtokê:
https://de.calameo.com/read/005270298416a771771c3
an:
https://www.4shared.com/web/preview/pdf/5xpeDf1hgm

bo xwendina pirtokê;

dakeve jêr

– Navê Berhemê: ji kelepora kobanî, beşa sêyem

– Navê Daner: BêçARê KURD

– Cûreya Berhemê :pend,çîROK,Metelok,Şîret

– çêkirina tablûyê,berhev kirin û rêxistin: Rêber Hebûn

çap: Malxana komcivîna Zanyarên Azad 29 -7-2018

  • Hijmara xelekirî: 48

Hemo maf Ezber kirî ye ji nivîskar re
Mafê weşan kirina Pirtokê Ezber kirî ye ji Nivîskar re û çapa Elkitronî Ya komcivîna zanyarên Azad re ye
/htps://reberhebun.wordpress.com
bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin;
reber.hebun@gmail.com

2

Pêşgotin?

Di wêje ya kurdî de pir tiştên veşartî hene.divê bêne lêkolîn kirin.
Pir tişt hene paş guh kirîne lê mixabin dixwazin bêne ser vekirin.
Ji ber ku zimanî kurdî bi xwe zimanekî zengîne û kevnare ji ezdam û hewda û xweda da tê her ku tu lêkolîn bikî wek tovlî pîvazê ji ber kev der dikevê?
Pirsek bi sedan pirs bi xwe re der dixînê lê mixabin wek dareke ku bê xizmet bimînê û bê xudî bê roj bi roj nexweşî dikevinê û kurm lê dikevê û tî dimîne ne germê û ne jî serma yê tehmûl nakê!!
Ew ne bese wek tirî ye pir dijmine.
Ku şîn dibe pelgên wê dikin pêçek,û dibe qorix digvêşin dikine tirşo,ku dikemile hîn dijmin pir dibin!
Mêş tên mûz tên rûvî dixwê û eftar dixwê û hd?
Ji wê bi şûnve dikin dimis û bastiq û ne hew dikin mey û pê mendehoş dibin?
Tevlî vî gîşkî jî xêr nexwaze li ber pirin zimanê me jî eynen wisa ye!!
Lê divê ku em lê bi xudî bi derkevin û baş xizmet kin ta ku biherike wek çemê firat û dicle bi ser hev de bikele û bend avan lêkin û zevî yan pê av bidin ji xêr û bêra wê bixun!
Ta ku bejî nemîne û nebe wek şîva rijî?
Mînak di vî beşîda ya sêyem de pend û şîret û çawa pêk hatine.çîrokek li du peyvan pêk hatî ye her tişt aşkere dibe û tête ber çavan..di kêm zimanên cîhanê de wisa he ye..lê dîsa vedgere ser milê me ku em lê bibin xudî û baş xizmet bikin ta fena nebe û nebe tine bûn?!.

3

Diyarî…


-Ji bo şîr helalên dayíkan.
-Ji bo ked karên vî zimanî.
-Ji bo şoreşgerên tewrî mezin

kal û pîrên welatê rojê?!
-Ji her kesê ku di hindir mala xwe de

bi zimanê dayîkê bi zarokên xwe re dipeyivin..

ji bo serxwebûna vî zimanî!!!

4

Pend û şîret..
-Arif ji irfanê dûrin,zahid ji meyxanê kûrin?
-Li min xist da girî,di pêş min da çû gilî?
-Go:tavê bi kuda;go:bi şûna dihu da?
-Ku axa bû ker,tu cila xwe çemeke ser?
-Bi hev ketin bi ziman;ta terrî dane guran?
-Ger tu bikî min bifroşî;va min tu kirî ye,hîn zoxa te li derlingê mine?
-Çite pita jinê,mêr ji hîm da dixîne?
-Dera ku nan dibirê,şûr navê?
-Ku te tîr avêt,kevanê biparêze?
-Derdî dilan,giran tire ji barî milan?
-Ku dêlik li ku dikevê;cewrik li wir dikine kûze kûz?
-Ken tê ji kêfan,xew tê ji qêxan?
-Bîna ê ku mal li mêlxe payî?
-Li şînan jî xudî geregin,li şayan jî xudî geregin?
-Xwedê meran bê xudî neke?
-Î bê xudî bînê tevrî bê dû ye?
-Ta kurd nebê xudî maf,wê xwîn birjê ta bi qaf?
-Rindî bi rinda re bawerî ye,bi pîsa re gunehkarî ye?
-Ferê atîyane rojekê tijine,û heftakî jî boşin?

5

-Go:kurikî bi çûke;lê yî bi zike?
Laqirdî?
Hejî mejî?
Ya gewen de çû koçerî yê derkete dest avekê rojekê bi jêrda nihêrî dît ku hevdê gewr ketine rovane?
Bi xwere got:
Hejî mejî
Têlê gewr
Ketne tejî
Siba li vegera koçera
Li vegera ser erd û milka
Eze te bibme ba xidir bejî
Bila berdê te qereqomakî
Di teda biçînê dendikê encûrî bejî?!

6

Şabûnk?
Nîno nîno nînayê
Meş em herne rihayê
Rûnin li îskembayê
Bixun guşt û dolmayê
Bikin kêf û zewqayê!

7

Çîrok mîrrok
Meimkê kîrrok
Pîrka te kete pînê
Kalkê mi na kûnê?

8

Xort û qîzik ji hev hez kirin.navî kurik xelîl bû navî qîzikê jî eyn bû dibê berê bi hev şadibûn qîzikê digot:xelo xelo xelîlo simêl reşî simêl kelîno?
Wê jî digot:eynê eyna eyin betê şêrîna weka şerbetê?!
Ku hevdu xwestin sal çûn hêdî ixtiyar bûn.
Go wê digot:xele pivo!
Û wîjî digot:eyn tirekê?

9

Mitil barhê nema?

Dibê jineke bî bû ê rojekê vêra lêxist kuda herê agirê xwe germ bû?
Dibê çû deng nekirî bi destê kor girdt û bire çeilê!!
Karê xwe pê qedand û xwe li hêlekê bada me’inê ku kor şopê najo yê?
Dibê:bû sibeda jinik kinca dişo ye dît ku korê xwe hêda hêda hat di dor çe’ilê ra dizîvirê ye û bilind bilid hilm dikê ye?
Jinikê banê kir got:koro koro mitil barhê nema tu li çi digerî ye here here?!

10

Şivanê mirîşka?

Bi rûvîra gotin:em dikê te bi şivanê mirîşka kin?
Rûvî giriya go:çirra tu digriye?
Got:ez ji dewleta xwe îna nakim!

11

Ê sofî?

Jinikê heft mêr kirin go:ê heyştan yekî sofî kir?
Sofî jê pirsî û got:ma te di van heftan de ti sofî hebûn?
Got:na?
Ê got:lese tê hîne qîzî?!!!!

12

Yek ne wekî yekî bû?

Dibê:jinikê sê mêr kirin?
Ê sisyan jê pirsî û got:jinik ez dikê tiştekî ji te pirskim wê tê ji minre rasti yê bibêjî?
Got:pirske?
Got:jinik bi minve bûn sisê;aji van hersiyan kîjan ji tera yi rind bû?
Jinikê got:ez jî rasti yê bibêjim tu jî naqeherî?
Got:na?
Got:wela ez di riya bavê wande birîm tiya rehim li min nekir ku ez bi ber kîjanî ketim xwest çîşkekî zêda gêrkê?!!!

13

Eftar û xir?
Eftar hat ber gunde kî çav li peyakî ket got:ez dikê te bixume?
Ku gez lêxist mêrik go:xirî min!
Eftar sekinî û got:va xir çiye?
Mi cara nebihîztiye?
Va ne makînê û nejî teyarê ne şûre ne rime min cara nebìhîzti ye va çi ye ecebê?
Jinikek wêda rûniştî bû got:tu mêrkê min berde tu were ez şûna derbê wî rabere tekim?
Eftar mêrik ber da û hat?jinikê derbpe daxist û got:binêr va şûna xir tam sî sale derb li vir xist û hînjî rehet nebî ye ku derbê li texê heta tî saxî birîn rehet nabê?
Dibê:eftar ji xwe wêda reviya û çû?

14

Kûçik û ezraîl?

Kûçik dibînê ku wextê ezraîl tê gund ew dizûrê dibê:ya rebî dûre gundî min?
Ku tê gund ew dizûrê dibêje:dûre malê ku ez lê dimînim?
Ku tê wê malê dizûrê dibêje:dûre nefsa min!
Bi dûva xwe digrê û direvê?

Şabûnk?
Tate
bavo ji heleb hate
Jêra pepek hanî
Li ser dûkanê danî
Ji xwe bîr kir û nanî!

Meyroka qundofî?
Meyroka qundofî
Da sêri şe’ir û kofî
Di gûna min ra bû sofî
Te go ele?min go wele?
Te go hise?min go mise?
Here were bi xwe bi hise?

Kêzikê keniya?
Kêzkek hebû?
Darkek hebû?
Kêrsekek hebû?
Ba hat darik firya!
Baran barya kêrsek hilya!
Kêzikê qula xwe da ser tehtê go:tîq tîq kenya?

Tirek?

Dibê:xortî bi destgirti ye û li ser bîrê hat bi keçikêre ser dewl girt lê xwe dirêje dewlê kir tirek kir?
Pîr jî ji xwere li wan temaşe dikê ye?
Pîrê got:tir tira tirekê
Berî xwe da siwêrekê
Tir tira wê kûnê
Mi da şopê bi istûnê
Tir hanî kire şûnê?

15

Hele yekê şîre veke paşê?

Dibê:bûk keni ya li ber xêzûr xwe leqand ba bi ber ket(tirek kir)
Lê xicil bû û pir fedî kir?
Xêzûr go:qîza min xwe teng meke berî nixurî”kure”!!!
Bûkê got:apo ez yeke din bikim?
Got:na qîza min hele ti vê şîre veke?
Dûra xwedê yi kirîme?!

Dora êş?

Dibê:rûvî çû êş bi rêda li kûsî rast hat?
Kûsî got:birakê rûvî kuda oxira xêrê be?
Got:ez darime êşe?
Got:min jî bi xwere nabî?
Got:ma qey tu bi nigê min bimeşi ye?
De ka were ez jî li hevalikî digerim?
Tev çûn heta gihîştine êş?
Dibê:wî got:dora min.
Wî got:dora mine?
Qeraş hat got:salê xwe bihesibînin kî mezin be dor ya wî ye!!!
Dibê:rûvî got:ez ê ku sala din ya çêbî xwedê ez dame?
Kûsî girya?
Rûvî got:birak tu çira digri ye?
Got:te xortlixi ya min di bîra min hanî?
Dibê:rûvî got:min di istî te yi qirtîş qirtîşî no?
Ji mine ku xwe ji te meztir kir mi nizanbû ku istî te qirtîş qirtîşî bû ye?!

Rûviyê gewrikê?

Dibê:rûviyek hobû li gewrikê gundekî girêda yî kobani ye.
Ê vî pîn reş kirin?!
Gund çito kir nikanibûn tu çare lê bikirina.
Kûçik ciqas hanîn feq hanîn,lê tu fayde nedîn?
Dibê:rojekê xwe dane ber girtin.
Êêê di virda hêdî îşê rûvî bû tirên.hinka got:em bigron?
Hinka got:em bi dardakin?
Dibê:kalek ji wêda hat got:hele ka benî wî bi min din.û herne mal we kê çi dît rakin û wînin ji paça ji kaxeda ji têla ji qazaxi yê ji mazotê û td?
Vana çûn hanîn kalê got de ji minra lê bigerînin û girêdin û gund tembe kir got:qapî û deriyan qewîn bigrin.
Û çi mazot û qazaxî ku hanîbún gî bi serde rijand û heste vêxist û ben berada û got:de here (ku te li ku şaqînî bi mirîşkê xisti ye..bila li wir waqînî bi tekevê)?

16

Hebeşê kûpê go:em çûne welatê jorîn me dît ku pîrek miriye û qîza wê şînê digerînê û jinê şênî li dorê civyane û ji xwere pê dikenine?
Go:min got:hele ez herim binêrim ka va ci dibêjê? Go:ez çûm û min dît yeke ser xorimîne û por gij gijîne digrî ye û bi xwere weha dibêjê:lê anê rov dirêjê bi du bihistanê
Mi salê carekê dirûçikand dikire tayê qirşanê?
Go:min got:xûşka min tu çirra wanî dibêjî?
Got:lê ez çi bibêjim?
Go:min got:bêje lê anê kebanî ya malanê
Destê çîn û qenewîçanê
Dew kilê
Pez hilêbê
Kebanî ya koz û perdanê?!
Go:mindî li min vegerand û got:ewrek reşbû bînê vî kurkî te
Zîpik bariyan bînê gunê te
Li srî te ketin vekirin bînê qulê te?!
Go:min got:xûşka min a xwe yê berê bibêje?!

Çîrok?…
Eceb ez nola xalo bibim,dîsa li dinê bigerim?.
Dibê:şêr bi rêde çû,pisîkek dît?rabû lêxist?
Pisîk got:tu çirra li min dixî?
Qey ne ez xalê te me?
Şêr sekinî matma yî ma û pirsî û got:tu işto!xalê minî.
Tî bi çûçikî?xalî minî girse çima tî hûrî?
Got:derdî minî girane?
Ji derdî însên ez wanî bi çûk bûme?
Şêr got:xalo!madem ku insan li te wanî kiri ye ji niha û bi şúnve şerê minî bi wî însanîra ye?
Dibê:hat nêzî gundekî dît ku yek cot dikê ye?
Irrínî bi şêr ket çiya vêra deng da!
Cotarî sekinî û li şêr meyzand dît ku şer jê dibare?
Got:te xêre!birakê şêr xwedê bikê ya bi xêr?
Şêr got:hazire xwe be va ez tême te û şer?
Cotarî got:şêrê min weku dizanim tu ne yî xayínî!gelo!ma tu tê ye min û şer û min jî hazirti ya xwe nekir ye?
Şêr got:haziri ya xwe bike va ez li bendî te me?
Cotarî got:ez dikê herme male ji bo darekî an çoyekî wînim ji bo bi tere şer bikim?
Şêr go:başe!tu here û ez jî wê li benda te bim ta ku tu vedgerî?
Cotarî got:başe lê ku ez herim û werim û ti birivî ez dikê çibkim paşê?
Şêr got:na ez narivim?
Cotarî got:tu!dikê bi min bikenî?
Ku wextê ti narivî de ka were xwe di vî çiwalî tov ke?
Ku e zanibim

tu narivî!
Dibê:şêr xwe kire çiwêl û cotarî derî lê girêda û bi misasekê hatê kê?
Ku her ku cotarî lê dixê go:ew bi xwere dibêjê:eceb ez hîcar jî bînê xalo bi çûk bibim û li dinê bigerim?

17

Sineta xoce?

Mêrik nikan bû kar bikirana rewşa xwe bi şûnve diçû?
Rojekê ji nikê gote:mêr xwe ku tu ji karan hez nakî û nikanî bikî jî tevî ku hebin jî?
Heger ku tu destûrê bidî min eze kare kî bikime lê ku min çikir wê tu deng nekî û wê tu gule min bikî?
Got:dibê?
Jinikê sibeda rabû ser xwe û xwe da ber dûzanê û xemiland kil kire çavan û xwe bihn û box kir û ebak bi ser xwede kir û derket çû ba firnecî li sirê sekinî milet gotin:hela rêk bidne vê êksigê bila nanê xwe bistînê eybe?
Milet rê danê ku gihişte ber qulikê hêleke rû yê xwe vekir û çavek bi firneçîra dagirt!firneçî go:derî vekin bila ew jina bê hindir.derbasî hindir kir û nanê biraştî û celeng di navre girt û dayêkê û jê pirskir tu çi ye
Got:wela mêrkê min çû hec û xeber hat ku li wir miri ye a wek tu dibînî ez jî gênce canim rûniştin ji minre nabê ez jî dixwazim yekî ku bi minra bisitire firneçî xwe ji hev berada û çi pere yê di qelê da hebû û nan dayê û soz da di seetekê da wê biçe malê?
Ev çû ji wir derket çû ba qesab got:kîlok goşt ji minre bipîve ku qesab koşt kire mêzînê vê got:eze bîme û bê xudîme û mêrkê min çû hecê û li wir mir nehat a ez jî li yekî wek te yi ibinilhelal digerim ku bi minre bizewice mala min hê bes min bisitirîne!li qesêb jî bû niure.wî jî soz da di seetekê da li dû firneçî bêt?
Ev çû malê û derket çû cami yê ba miftî û ma ku milet nimêj kirin û çûn vê xwe berda hindir cami yê?
Xocê cami yê got:tu kî ye tu çi dixaze derdê te cî ye?
Got:wela xoce efendî wek tu dibînî mêrkê min çû hec û xeber hat go:li wir miri ye a wek tu dibînî ez jî gênce canim a mala min hê û ez jî yekî neyi li riya xwedê bê ez naxazim?
Xoce rî mist dan got:ez?got:wela xoce ez jî ji te çêtir nabînim a hema filan seetê tî werî eme mara xwe bibirine û hew?!
Va hate mal zengilekî xwe bire xanî din û benekî xwe avêtê û bi mêrik re got:wê tu li vî xanîbî ku min zengil lêxist wê tu werî li derîxî a eme dûra yek bi yek ji heq wan derkevin?
Berî ku wext bibe mêrik çû xwe kire kulikê û dengî xwe nekir ku wext bû firneçî hat li qêpi xist jinikê çû qapî vekir û firneçî pêşwazî kir û derbase hindir kir û got:de zûbe rabe cilê xwe deyne,darê kes tê em karê xwe biqedînin?
Ku firneçî cil danîn xwe teizî kir vê ben kaş kir zengil kuta mêrik hat li derî da?
Kî ye?ezim!qizê derî veke?wey go:hecî tu bi xêr hatî?
Firneçî got:ez xwe di ku kim.got:xwe di bin kutêkê ke,firneçî xwe kire bin kutêkê?û vê çû derî vekir mêrik hat û xwe tevle hev kirin;ku rûnişt go:qizê min berî ku herime hecê perê xwe di bin kutêkê veşartin û ji bîr kir ku bêjime te,ma şalê te dernexistin?
Go:na min çi hay jê heye?
Dibê:ku mêrik perde rakir dît ku firneçî di binde xwe kemişan diye?
Got:qizê va çî ye?got:golike!min ji tirsê dizan re kirî bin kutêkê ye?
Dibê:derxist bi çokî dayêkê mest kir û çekire ziqaqê û çû şûna xwe?
Ti nema qesab jî hat kete hindir ew jî weka firneçî goşt biraştî ye û kebab li halîkî û pere xêr gole?
Go:de zûbe berî ku kes werê.li wî jî weka firneçî kirin ew jî avêtine derve û dîsa herkes çû cî yê xwe hewşek nema xoce hat li wî jî wek yê berê kirin ku derî kut mêrik xoce got:ez xwe di ku kim?
Jinikê got:tu xwe di bêşîgê ke û eze bêjim va kurkê me ye di pê tera xwedê da!!
Dibê:mêrik hat li ber bêşîgê rûnişt.dît ku yekî di bêşîgê daye?
Got:qizê!va çi bêşîge?

18

Go:ne ku tu çû yî bi şûnva xwedê kurek da me!!!
Dibê:mêrik ser vekir dît ku tûrek rî bi xoce dane?
Go:qizê!vî şelfûtî çi zû rî derketine.te nikarî bû jêre pak bikirana?
Go:pê digrê carê gurzekî hildikşînê xoce xwe kerr dikê newêrê bêje ay!!
Go:rabû wişit kir xoce vegixinî!go:qizê diran jî der ketine.go:ne diran zû derxistin.
Diranê wî jî weka hev kirin û rind kutan û birin di teqêra çekirin gotin:firneçî qesab ji wera xoce jî!
Hatin raketin.
Wexteke şevê va bi xwe hisyan dîtin ku di çi halîdane.rabûn gotin em herne ku nerne ku gotin:em herne xaniyekî xirabe yî li filan derê eme herin xwe têda kerr bikin heta ku êvar dibê?
Dibê:sibeda jinik rabû çû gerya li wan rast hat dît ku di wî xanî barkirîda ne.
Û tevdîra xwe digerînine û bi hevra weha dibêjine:eme herin di halî ji pare di wê teqêra emê qul kin û xwe berdine hindire û eme herduyan bi ser hevda serjê kin û derkevin.ne kes me dibînê û ne kes bi me dihisê?
Jinik vegeri ya hate mal kêreke xwe hanî tûj kir û xwe da ber teqê ku şev ji kest dît ku hatin gime gim bi wan ket û teqa qul kirin û firneçî xwe serî xwe kire teqê jinikê lêxist poz qut kir.go:zû min derxin law bihna genî ez fetisîm?!
Dibê:qesêb serî xwe kirê jinikê guhê wî firt û qut kir!go:zû min derxin ji zînge zîngê serê min teqî ya?
Dibê:xoce got:ne xêr di firneçî da hê û ne jî di qesêb da?
Dagerin xwe ji nigada berda yê ku şito nîvî kete hindir jinikê lêxist kîr qut kir?
Go:zû min derxin min di devî bavî we nano.
Mi nizan bû ku wîne li hêvi ya sineta xoce bû ne!!!

Heca rûvî?

Dibê:rûvî birçî ma hal lê xerab bû,kete nav xeyalan mirin jê ve nêzik ma?
Kete nav fikr û xeyalan çi tevdîrê bikê?
Dibê:hanî rîne xwe bi xwede kirin û fûteke xwe girêda û tizbiyeke xwe ye dirêj rakir û di ser rêra meşi ya?
Di ber dîkra derbas bû silav da dîk ecêb mayî ma?
Bang kirê got:hisênî yo kuda darî va çi bi te re çêbû ye?
Rûvî got:wela birakê dîk ez darime hecê;va min karê xwe yi berê terikand?
Dîk got:başe vê gavê got:divê ez jî herim heca xwe edakim?
Tu min bi xwere nabî birako?
Got:hele wawa ma ne şerme tu dikê bi nigê xwe bimeşî û hevalî jî hîn xweşe didi ji yekî çêtirin?!
Dibê dîk jî tevlê bû û tev hev meşiyan û çûn bi rêde li kewekê rast hatin û kewê dît ku dîk û rûvî bi hevre dimeşine ecêb mayi ma?
Bankir got:li ser xêrê be oxira weyi vekitî be va hun kuda darin berê we yi bi kuda ye?dibê rûvî got:wela em diçine hecê û deynê xuda bidnê?
Kêw go:başe hevalan qebûl nakin ev li ser me hemuyan ferze?
Rûvî got:bi xwedê em dikê her kes bi nigê xwe bimeşine û çiqas hevale pir bin çêtire çimkî riya dûre hezar çeyi û xerabî li ser heye?!
Dibê kew jî teve wan bû;wê de çûn li kund rast hatin?
Kund dît ku rûvî û dîk û kew bi hevre dimeşine bi ken bi misqere mat ma?bankir got:birano oxira xêrêbe va hun bi kuda darin çi heye hele bila em jî pê bihesin?
Rûvî got:wela em diçine hecê ji bo ferza xweda eda bikin!!

19

Kund got:baş!xwedê qebûl bike min jî qebûl nakin?
Rûvî got:tu şerm nakî ma ne tu dikê bi nigê xwe herî ji mera hîn baştire û siwab tire û em pir dibin?
Dibê kund jî tevlî wan bû,û çûn li wan bû êvar gotin:em ciyekî xwe yi aram bibînin lê rakevin û solix kin ta sibê ku em bimeşin?
Dibê:çûn işkeftek dîn ketnê kê!rûvî rabû derî qewîn girt got:birano xew mirin herdu jî yekin bila derî mezbût bê ji bo ku tiştek nêzîkî me nebe?û hatin dilê xwe de dikê solixkine rûvî rabû bi tizbiyê girt qetand û bi riya xwe girt avêt û bi fûtê girt çekire dera hanê û got:ma bav û kalê mine misilman bûn yan jî hecî bûn rovyê min hev xwarin ez ji nêvze mirim?!
Û bang kir got:dîk azanê bang dikin milet pê bi xwe dihesê û radibin nimêja xwe dikin?
Û kew jî bê zirare malan dixemilînin?
Lê kundî qul soro!tu tev hev bela yî ú li ku dikûkî tu wir xerabe dikî,hele tu virda were kuştinê te bi xwe heceke?
Bi serî kund girt ji govde da hilkişand?
Zîvirî ser kêw û got:tu sibê heya êvaré qûr qûr li ser xaniyan,diqûrî û te pêş malan tev genî kiri ye?
Kebani yê reben diecizin ku zîçê te damalin?
Serê wî jî firand?
Hate ba dîk go:ji heftê bavî da me berî xwe neda ye qulbe;ma niha gunehê xelkê gî ji min tê xwestin çavê te zer dikin tu ne bi roj û ne bi šev nahêlî ku kes reheti ya xwe bibî nê?!
Serê wî jî firand û zikê xwe tije kir?

Neyi xwendiye..lê hema pirî zanê?

Dibê:pîrê kurekî xwe hebû.
Û pîrê diçû xizmete mala hêkim dikir?
Rojekê kurê pîrê bi diya xwere got:anê bi jina hêkim ra bibêje bila rojekê di nav milet da hêleke rû yê xwe rabere min kê û hew?
Pîrê roja din hate mala hêkim nan kir û karê xwe qedand û bi jina hêkim re got:xatûn rûyê mine ji tê reş bin.
Kurekî min hê û tu zanî jê pêve kesekî min tine û wî jî tembak li min kir divê ez jî bi ci bikim?
Jina hêkim got:pîrê bêje çi ye?
Got:ji min xwest ku ez bi tere bibêjim ku rojekê tu di nav miletda halîkî rûyê xwe raberê kî?
Ê got:ev tew ne tişteke tê niha herî vêre bibêjî bê yi xwendi ye lê yi zanê!!!
Pîr hate mal got:kurê min jina hêkim got:kurî te yi xwendi ye lê yi zanê?
Got:anê tê niha herî bibêjî bê neyi xwendî lê hema pirî zanê?!
Pîr çû go:xatûn kurî mi neyi xwendî lê hema pirî zanê?
Got:rinde,bila hîşev werê xanî kerê eze xwe raberê kime?
Dibê:pîr hat go:kurê min jina hêkim got:bila werê xanî kerê eze wî bibînime?
Dibê:ku bû êvar kurê pîrê çû kete xanî kerê de jina hêkim jî gohdare dikê binêrê hele ka rastî zanê lê ne?
Dibê:deng li hêkim kir got:hakim efendî hele rabe xwedê zanê diz kete xanî kerê?ê tema hakimî westa ye zû keti ye xew rabû ser xwe û hema bi lez riv ya xanî kerê û deng lê kir
Got:tu kî law?
Go:hakim efendî axirî rû yê mine ji tê reş bin?
Mi nexwest ku ez deng li tekim vê êvarê te inzîac bikim.qantireke me hê dikê ji birçîna bimre a min got:ez hema êmek ka jêre bibim hele hetanî sibê em li dor xwe dinêrin?

20

Hêkim go:bibe babê bibe tûrek ka yi xwe û tenekak ce yi xwe jî bibe û veger ya?
Jinikê dî ku rastî zanê?
Roja din xeber şand go:bila werê xanî odê eze wî bibînime?
Wexteke şevê bû vî xwe berda odê?
Jinikê deng li hêkim kir go:hakim rabe diz kete odê?
Hakim riviya tu kî yî law?go:hakim efendî rû yê mine ji te reş bin.
Min yeke xwe kirbû qalên û me hîro jî çû hene kir ku em sibê dilê xwede derxin!
Dibê:kafirî kuştî ez nabime bûk?
Çira heta ku tu xaniyekî nolê odê hêkim ji minra lê nekî dirêji yê xwe peini yê xwe pencerê xwe qapî xwe ez deyar nabime bû?
Hema min jî got:ez bi şev herim bipîvim ta ku kes bi me nehise?
Hêkim go:bipîve babê tu serbestî?
Jinikê dît ku rastî zanê.şeva din xeber şand go:bila werê ser ciyan?
Dibê:ji

êvar da jinik kete xebatê û xarina ku hakim jê hez dikê çêkir û ku hakim hat di dorêra bû firfirk!
Ku bû wexta xewê go:hakim efendî ku ez tiştekî ji te bixwazim wê tu bidî min.
Got:bêje?
Go:hakim tu wîne hîro ez bi mêrkê te bim û tu jî bijinka min bî,hêkim xwe çekir got:çawa dibê ev!!!
Got:ma tiştek nabê kilê çavî min bes em dikê kincê xwe bi hev bighêrin?
Hêkim xwe kerr kir?
Kinc bi hev guherîn ú raketin.
Wexteke şevê çû kurê pîrê xwe berda hindir û bi nigê hêkim girtin û li xwe ranan!.
Jinikê got:hakim efendî rabe diz hate ser ciyan?
Hêkim çavên xwe vekirin go:tu kî ye lawo!
Got:hakim efendî melive,me hevdu bi sîla şewitand?
Milet gî dibêjin “gunê hêkim yeke û min jî go:didine”hema ez hatim binêrim gî li hêviya minin?
Hêkim xwe ji hev berada go:binêre bavê rind binêre?!.

Zerzûl û zimanê bilbil?

Dibê:zerzûl rojekê çû nav baxan guhdarî dengê bibil kir dît ku çiqasî xweşe?
Bi xwere got:dibê ku ez xwe hobikime vî zimanî?
Dibê:çû ba bilbil û got:bilbilê can ez dixwazim ku fêrî zimanê we bibim!
Bilbil got:dibê ku tu mehekê ji ba min neçî ta ku tu hobibî?!
Zerzûl got:dibê?mehek çû zerzûl xwe dayê nikanibû pirsek bigota ?bilbil got:wê tu meheke din jî li vir bî?
Meha didiyan jî çû honebû?got:meheke din jî bimînî?
Sê meh çûn zerzûl honebû zimanê bilbil got:ez vegerime zimanê xwe!
Dibê:hat xwe dayê kir û nekir zimanê xwe jî ji bîr kir?
Vê carê xwe dayê ku zimanekî xwe çêkê dibê hew vêra derket got:((Vîj Vîj)) a niha di nav teyrande zerzûl tenê bê zimane?!..

Çi tê ji rasti yê tê;î xar timî nikisî ye?

Rûvî birçî ma got:dibê ez herim avê qutkim û herim li nêzikî gundekî şêniyakî deynim belkî ji

21

birçînara nemirim?
Dibê:çû ta gihişte ber avê dît ku mar jî li wire.
Mar got:law kuda birakê rûvî?
Got:wela ez dikê ji vir herim ji xwera bigerim li rizqekî avê derbas kime herime ji vî welatî birçîbûnê?
Mar got:birako wela ez jî dixwazim der bas bim?
Lê ez nizanim ku çawa derbas bim?
Rûvî got:birako ez kanim te bi xwere derbas kim?
Got:çawa?got:wê tu xwe li pişta min bigerînî a hema ez jî wê avjeni yê bikim û eme biçin wî alî dinê?!
Got:dibê?mar xwe li nava rûvî gerand û serê xwe rakire jor û rûvî bi nava avê ket û çû ta ku gihişte nîvê çem;mar xwe li rûvî da hev û dev kire bin qirika rûvî û got:birako ez dikê bi te dadim?
Hele ka binê tembê te çi hene bibêje?
Dibê rûvî kete nav hişa û got:wele birako tembake mine tenê heye ku tu ji minre bi cîh bikî çe ya te ye?
Mar got:bibêje çi ye ka ez kanim lê na?
Rûvî got:tu kanî ger bikî?got:bêje?got:ku tu serê xwe ber bi minve bidî ez ramûsim,ez wekî din tiştekî ji dinê naxwazim?
Dibê:mar serî xwe dirêj kir got:ha de ramîse!
Rûvî got:ka devî mi naghêje,hele hebkî dirêjke ta devê min tê dighê?mar serî dirêj kir û rûvî hema dev têda çik kir û lê da hev û ber neda?!
Heta ku rih jê kişi ya hînga berada?
Bi ser avê ket bû tîr rast bû rûvî got:hê birak ku tu berê yî rast biya yî aniha halê te ne vabû?

Te kire kur here wir?

Dibê:yekî çû şivanî kir şeş mehê xwe qediyan çû ciyekî din dî lê şaş bû ku wê miaşí xwe deynê ku ye?
Dibê:xocekî wî bajarî heye pirî emîne milet gî malî xwe li ba datînê?
Go:çû camiyê ji bo perê xwe deynê ba xocê ku melê dibê mela serî xwe rakir dît ku yekî xerîbe.got:tu çi digerî?go:mela ez dikê amnetekî xwe deynime cem tê?go:kurê min çeke teqê!go:mela tu najmêrî?got:kurê min tu çeke teqê?
Dibê:vî çekire teqê û çû?ku şeş mehê xwe qediyan hat ku perê xwe rakê û herê mala xwe?
Va çû camiyê mele lê nihêrî got:çi heye kurê min tu çi dixazî?
Got:wela mela saxi ya canê te ye amnetekî minî li vir bû?
Go:te kire kur,danî kur?got:wela min kire teqê?go:temam binêre ka têda heye an na?
Şivan nihêrî dî ku tûrê xwe yi têda ye rakir û derket li derva tûrikê xwe vekir dît ku pîlikên teneke birîne û kirinê li şûna perê wî?
Li nig veger ya got:mela va ne yê minin?
Got:here şelfûto tu dikê min bi dizkî jî li qêf hato?
Dibê:va derket û ji xwere bi ziqaqê ket êmegê xwe yi şeş mehan li boşê here zore?
Lê bû wekî dîn û serxweşan.
Dibê:xatûn jî xwe çêkiri ye dikê dakevê bajêre ji xwere li kêfê û bazarê bigere.
Derkete çar daxê dît ku yekî mestî mezin pişta xwe daye dîwêr û ji xwere bînê jinan ure ure digriye?dibê bi cariyêra got:here ji minre vî camêrî han wîne hele ka derdê vî çiye?
Dibê:carî daket banê kirê û bire ba xatûnê sekinand?

22

Derket hate hamber xatûnê sekinî û xatûnê jê pirsî got:te xêre kurê min ji siba xwedê da ez balê xwe didime tê tu wer digri ye tu zanî girî ne karê mêra ye?
Got:xatûna min çi negrîm derdê min yek didu sisê?dibê:xatûnê
Go:ku ez ji tere perê te bistînim di çeyan da heye?
Go:hele wa wa heta yi saxim ez ji bîr nakim?dibê xatûnê
Got:eze herim ku te dî ku em rind berve hev hatin a tu were bê ka perê min?
Bi cariyêra jî go:tu jî xwe di têldeke ku te dî şivên perê xwe sitandin a tu jî hema bi zilxitan de û bireqise û were bê xatûn mizgîna min li te mêrkê te ji hec hat?
Dibê:xatûn çû feriqkir ku milet kes li cami yê nema berî ku mela bi derkevê kete hindir cami yê û mela dît ku yeke çeleng û kete hindir.
Got:xêre înşelah?
Got:wela xoce ez hatim bi te bişêwirim.va mêrkê min çû hec û xeber hat ku li wir can da te?
Wek tu dibînî eze gênce canim û bê zewac nabê?
Gelo!ji minre heq dikê ez bizewicim an na?!!
Mela got:na?şeri rê nadê?
Got:mela ez dixwazim yekî wek tebê li riya xwedê bê ez jî her kesî naxwazim?
Xoce go:dibê!
Got:çima ne tu bî mela?
Got:hema em meirê bibirin û mala min jî hazire?
Go:dibê!
Dibê:şivan hat go ka perê min.
Go:perê çi xoce?
Go:hanî perê sivên danêkê û kêfê şivên xweş bû?!
Cariyê dît ku şivên pere sitandin hema da lotokan û zilxitan û hat got:xatûn mizgîna min li te axê te hat?
Dibê:xatûn reqisî û şivan reqisî û carî reqisî xoce li wan nihêrî ew jî reqisî?!
Xatûnê got:hele ê min mêrkê min hat ez direqisime?
Û şivan perê xwe birin direqisê ye?
Û carî jî kêfe xweşe dikê baxşîşê bistînê?
Lê xoce kê radayê tê ku tu direqisî ye!
Xoce got:ez jî direqisime ku pak şebab ji we xelas bûm?

Bila bişiki ya lê neçîngi ya?!

Dibê:xort ji cimatê vegeri ya û bi ser xwede difikir ya û pir xom bibû xûşk hat li ba rûnişt
Got:keko te xêre
Got:wele xuşka min çi xêre li civatê şor bû nakeve serane?
Got:çibû keko?
Got:xûşa min dibêjin tiştî nebû yi dikine nakevê serî min!
Xuşkê got:keko dibê pir tê nefikire û serî xwe jî mêşîne?
Got:nabê?dibê û nabê?xuşkê deng nekir û derket dî ku birak pirî ser işke?
Rabû roj bi roj keji ya xwe di bin kincan da qalind kir hindik hindik weka jina bi hamile roj bi roj ta ku mehek didi sisê derbas bûn hanî taseke hecê paqirî kire bin piştanê an jî keji yê û girêda milet hevalên xwe yi bêri yê jê ketne gumanan
Gotin:ev keçik bi hamile ye an jî avise!!
Wer hasil xeber bela bû bi nav gund ket û xeber gihîşte xort ku xuşka te bi zari ye?

23

Dibê:banê kir hate hindir û biryar da ku bikujê?.
Got:xêre keko te ban min kir?
Got:erê xuşka min ez dikê te bikujim?
Got:başe keko ez dizanim ku tî min bikujî lê ku min ji tere got:nebû yi dibin te got:nabin a va bûn de ji hev derxe?
Got:çawa bûn ez bawer nakim?
Keçikê keji ya xwe vekir,tasê go:çîng li erdê ket!
Got:wax xûşka min xwezi ya bişiki ya lê neçîngi ya?dibê:ji wê çaxêda ev bûye meslê ta bi hîro di nav gelê meda didûmê.

Çan û çint?

Dibe:du birayê hev hebûn yekî kurekî xwe bû û yê din jî keçeke xwe bû!
Rojekê li cimatê herdiyan soz dane hev gotin:ev keçka ya vî kurî ye?
Bimrin bimînin ji hevre cimat kirne şeide?û ma demek çû bavê lawik xizan ket û vêre çep zîvirî hanî axelixi ya xwe da bira yê xwe û çû li malê rûnişt?
Dem çû bavê keçikê pir mal bû û deng da di nav miletê xwede lê xort û keçikê tev radibin xort dibin lê bavê keçikê dikê çiva bi xwedê lê nikanê.tema rû sipî gî şeidene li buyerê?
Dibê:rojekê bi cimata xwere got:ji min re çarakê ji vê buyerêra bibînin ev dikê çawa bibê.ez ne kanim bidimê û ne jî kanim nedimê?
Cimatê got:lawê bira yê tê û tu çawa bikî ew mafdare tu nikanî xwe badî?
Lê di virde tu dikê bibêjî qalan tu zanî tine lê tu kanî bi tiştekî bigrî ku pê birive û dûvre jî tu serbest dibî?
Got:em çibkin dibê cimatê got:wê tî bang birazi yê xwe bikî û wînî odê a eme cimat tiştekî ku nikanibe pêk bîne em jê bixazin hele belkî birivê tu û şansê xwe?!
Dibê:bû êvar apikê wesande birazi yê xwe hanî hate odê;û jê pirsî kurê min tu keça min dixwazî?
Got:belê apo?ê ka qelenê te tine?na tu zanî?got:başe wê tu li vir bisekinî û heta sibê bibêjî(çan û çint)li ser hev bê seknandin?
Got:ez amedeme?got:de here dest pêbike?
Dibê:xort sekinî û dest pê kir çan û çint çan û çint çanûçint…û pêda çû û ne sekinî û ne jî xwe şaş kir?cimatê li çavên hev nihêrîn û gotin:va çû nema disekinê wînin bane dayika wîkin belkî werê wî rawestînê?
Dibê:çûn bane dê kirin go:kurê te li odê dîn buye?
Dibê:pîr bi lez hat dît ku kurê wê ne lê dinêre û ne çavan qurç dike bi dest girt ew nesekinî bang lê kir va nesekinî pîrê bi xwere got:hikmetek hê pîrê jî xwe da teniştê û wê jî dest pêkir çan û çint?!!
Van dî ku bûne didiyan go:tew xerab bû?
Got:birive herin bane kalê kin
Go:çûn bang li kalê kirin gotin:kurê te û pîra te herdi jî li odê dîn bûne zû bighîne wan bîne?
Kal he.a bi lez rabû û hat dît ku çi hale hema deng nekirî ew jî li tenişt wan sekinî û wî jî dest pêkir û pêda çû (çanûçint çanûçint)?û t..d dibê bavê keçikê got:bese!
Herin sibeda werin û búka xwe bibin.
Ku meriv li îrada xwe bi xudî derkevê ku dil çi bixwaze wê pêk wînê?

24

Xweş dibê şûna xençera..xweş nabê şûna xebera?

Dibê:yekî êzingçî hebû sibê diçû bi qûçê diket;heta êvarê yella yella piştiyak qirş top dikir.li pişta xwe dikir û dihanî difrot û pê nan dikirî ji zarokê xwere û xwe pê xudî dikir?
Lê bi cefa û pir zor bû!
Dibê:li ber wî bajarî jî dexlek hebû tev dar û ber bû lê kes newêribû biçi ya bi wî halîda ji ber ku ji şêrva yi bi qorî bû;kî ku diçû şêr lê dixist dikuşt û davêt?
Lê êzingçî hêdî jiyan li ber çavan reş bû.
Rojekê bi ser xwede honijî û bi xwere got:ev

çi hale?ev ci heyate?
Mirin ji minre ji mayinê çêtire?
Ez sibê radibim û darim heta êvarê yela yela piştiyek qirş didime hev hêdî jênî bi min da neman?
De bila ez bimrim ji vî halî çêtir ji min re!!
Biryar da got:eze serê sibê rabim û herime nav dexile,yan wê şêr min bikujê eze herim ji vî halî xelasbime?
An jî wê êzinga ji minre berdê û eze pê debara xwe bikime?.
Sibeda zû rabû ser xwe û benê xwe rakir û paltê xwe rakir û berê xwe da çiyê got:yela ya xwedê û çû?
Ta gihişte dexel!
Şêr ji wêda himînî vêket û hat bêrgînê bi der ket û hirmijî û got:birawo tu bi xêr hatî?!
Min hetanî bi naha tu kes bera vir neda ye?.
Lê tu ez ji te hezdikim dexel ji tera berda ye?
Dibê:êzingçî pir kêf xweş bû û çû hema palte veweşand û dar xuşand û piştî şidand?
Li şûna piştiyekî rojê du piştî birin û îşê xwe pir xweş bû?
Çend roj çûn rabû çû kerekî xwe kirî li şûna piştê hîcar bi kerê kişand pir bi ser ket?
Dibê:rojekê hat darê xwe jêkirin pir westa bû bênekî rûnişt vêskir.
Dibê:şêr hat û li ber rûnişt û xwe tê da û pê şabû tecrîbeya birakê xwe kir?
Dibê:wî nexel li şêr nihêrî û got:birawo e nizam bihna genî ji devî te tê ye?!!!
Dibê:şêr di xwe hilçinî û rabû sekinî û got:birawo de rabe ser xwe û palte yî xwe bi çi hinirî te hê di navbera herdu guhê minda deyne!
Na ku tu nekî jî eze te bikujim û bavêjim newalê?
Dibê:va raman bû û bi xwere got:carê xerab bû û bû ku ez li ví nexim wê va min bixwê ye?
Dibê:rabû ser nigekî û palte li nav guhê şêr danî;û şêr iriya li erdê dirêj bû?
Û hema vajî rabû û ber bi kerê xweve bezi ya.çû barê xwe bar kir û çû malê?
Lê roja dinê newêrê werê
Dibê:dîsa bi qûçê ket rojek didu sisê demeke kin çû vî ker firot.û dîsa li piştiyan vegeri ya.çendak çû tiştek nema vegeriya kirasê berê?
Dibê:rojekê dîsa berê xwe da çiyê nava dexil got:ku şêr miribe wê dexil ji minre bibe milk.na ku nemiribe jî wê lepekî li min xe û eze herim ji vê jiyanê xilas bime?
Dibê çû lê nigan ra erdê dixê bi tirs darê?
Çû ta gihîşte dexil dibê:şêr derkete pêşî yê got:biraw tu bi xêr hatî!!
Got:biraw dîsa dexil ji tera yi ber daye?
Dibê:dîsa vî kişandin êzing.rojekê dîsa şêr hat li ber rûnişt hîcarê va ya rabû xwe tê da û got birawo ma bihna xweş ji te tê?
Dibê:şêr got:biraw binêre ka şûna palte hê?
Got:na?
Got:bira binêre şûna birînê rehet bû;lê şûna wê şora te hîne vekiri ye tew nayê hev?

25

Ji wê çaxêda ev pend bû ye mînak di nav milet da
Dibêje(xweş dibê şûna xençera;xweş nabê şúna xebera)??!

Emegê”kêzikê ye timî hêçe?

Kêzikê rêxê hene sibê radibin diçin digerin li rêxê yan jî ne paki yê top dikin giloverî dikin û hol dikin bi halekî xerab heta dighînine qulê..
Lê mixabin qule tenge û giluke mezine dikin nakin lê wer tên nakevê qulê roj diçe ava û dev jê berdide û dice li yeke din digere û weka berê?
Ji ber vê dibêjin:êmegê kêzikê timî hêçe?

Mîna ê tirkirî?

Dibê:yekî li cimatê tirkir?
Rabû mala xwe ji gund barkir û çû çel salî ma?
Dibê:rojekê got:hele ez herime gundê xwe qey naha ji bîr kirin ma va soxa çitobû?
Dibê:hat li wê şûnê rûnişt dît ku cimate mezine şore germe dibê pir şor germ bû yekî xwe çekir got:de here law bîna ê hanî li vir tir kirî de berde law?
Dibê:mêrik deng nekirî rabû û çû bi ser hevda çû û tew li gund veneger ya?
Ji wê çaxêda yek tiştekî bi fedî dikê dibê:bîna ê hanî tirkirî?!

Kêlê meina tiji nabin?

Mêrik li jinikê û meinan gerya.
Hat dît ku hêvîr distirê ye û dikê nanê xwe yi sêlê ku yê tenûrê ye bikê?
Mêrik got:jinik tu hêvîr distirê yi zirar nakê..lê çira(çima)tu qula xwe dihezînî?
Jinikê got:wela mêrko ez hêvîr distirê me?
Hele ka tu çito dixwazî.
Mêrik got:na?bila qula te nehizê?
Jinikê got:lawo ez hêvîr distirême dikê ile bihizê û ez tev jî bihizime?!
Hele ka tu çawa dixazî?
Mêrik min got:bistirê..lê bila tu nehizî?
Jinikê got:nabê?
Mêrik got:dibê?
Jinikê got:mêrko va yê te bû meine û kêlê meinan tiji nabê!!!!
Dibê ji wê çaxê da ev bû mesele û bi nav milet ket û heta bi roja hîro jî têye.
Ku yek li yekî li meinan digere dibêjin de here lo kêlê meina tiji nabê?!

Ya ser çû,bila ya bin neçe?

Hebeşê kûpê go:em çûne diziyê geryan di rojan me tiştek nedî em vegeriyan şeva sisyan em hatin li gundekî me dît yek li ser bênderan raketi ye?

26

Go:min bi hevalê xwere got:birawo dixazî mitêl ji tera doşeg ji min ra?
Na dixazî mitêl ji min ra doşeg ji tera tu zanî ez dikê şeltê vî bidizim a tu zanî?
Go:hevalê min go:bila mitêl a min be û doşeg jî ya tebe û emê li filan cî hev bibînine?
Go:min go:temam?
Go hevalê min çû mitêl rakir û bazda dilê xwe de ku cotarî rabe bi şopa hevalê min keve û ez jî doşegê rakim û yela?
Lê go:va rabû li ser ciyan rûnişt û bankir go:haho diz werne diz?
Go:milet bezyan hatin go:kanî diz go:a wada çû mitêl bir û çû?
Milet got:tu çima nadî şopê û tu rûnişti ye û bandikî ne tî dibê qedenî!
Lawo go:ez ji ê bin ditirsime a ser çû bila ew nere?
Got:weha ez li qetê ketim.

Min jî tiştek feim nekir?

Dibê:didu çûne dizî yê geryan rojek didu sisê tiştek feim nekirin vala vegeryan?
Bi rêve hatin dîtin ku li pêş gundekî yek cot dikê ye kêfî xweş bi xwere sêz dikê ye dinya gî a xwe ye!!!
Yekî bi yekîra got:birawo ez dikê gayê vî bidizime tu çi dibêjî?
Tu hevalê minî yan na?
Law go:ma dibê ro li nîvro mêrik pê cot dikê çito bû ev?
Got:ev ne karê tê tu bes bê erê?
Got:erê lê çawa?
Haha tu wê xwe li vir veşêrî û eze herim wî bibime bi paş qûçê xime tu hema bi lez were gakî vege û bi halî dinve herî û eme li filan ciyî jî hevdu bibînin?
Dibê:wî xwe veşart û ew jî çû li serî qeydimê sekinî ji xwere li cot nihêrî?
Cotarî xet bire sêrî ku zîvirî dît ku yekî sekini ye li serî qeydimê kêf xweş bû û lezand ku bighînê û nasbikê binê ka kiye û lepek şorî xwe bike û ka çi ilûmê dinya yê hene?
Hat bi lez ku nêzikê bû berî ku silavê bide va yî hema dest li bakir û got:min tiştek feim nekir û çû darê û meşi ya?
Lê li cotarî bû wek xewnan cotari yê reben di xwe hilçinî û matma yi ma deşe gayê xwe kir û da pê û bangkir lawo hê rêwiyo vî nig rakirin lezand vî jî da pê û bang kir lawo rêwiyo pismam la hela mere ka te çi feim nekir?
Vî ferq kir ku hevalê wî gak bir û dûr çû?
Sekinî got:xêre tu bang li min dikî;çi dixazî ji min ez dikê herim rêka min dûre berde ez biçim?
Law got:tu hatî li serê qeydimê sekinî ez pir kêf xweş bûm ku bi te bighêm em suhbeteke xwe deynin.ku ez gihiştime te mi hîn silav neda ye te hema destê xwe li ba xist û te got:min tu feim nekir te çi feim nekir?
Yaho go:tu min ji rê dixînî û min eware dikî riya min dûre tu kêf dikî lawo??
Raste go:tu bi xwedêkî te çi fêm nekir?
Go:tu nizanî mala te nekevê?
Çira ez hûr demekê hatim min zani bû çira ti nizanî..tu çito bi gakî cot dikî û cotî te ji î du gan çêtir bû?
Hahaha tu bi min dikenî yan jî zikî xwe bi min dişoyi?
Gayê min didine?
Haha yeke bavo yeke di here hişê xwe di serî xweke waw!
Na dibê ku em herin tev binê rin ka çendin?

27

Dibê:hatin ku gihîştine hêlet dî ku gake ne didune?
Dibê:hema bala xwe dayê ku ga bi aliyê dinde çû ye.
Hema vî pê girt û çû?
Û diz jî gayê din vekir û çû bi aliyê din da??
Dibê:va çû nedî vegeriya ku hat dît ku gayê dinjî tinene?!
Dibê:hat bi ser hêlet da sekinî û destê xwe li bakir û got:min jî tiştek feim nekir!!!

Ji kerê ji perê wê ji herdiyan yek werê ûzerê?

Dibê:rojekê yek rabû ku biçe bajêr;ew û jinka xwe li kera xwe siwar bûn û bi rê ketin.bi rêva dît ku korek darê gihiştin kor silav lê kirin û jê pirsîn koro kuda?
Got:wele ez dikê herme bajêre ji xwere bicivînim xud yê xêran li bajaran pirin?
Ê go:lese eme tev herin?dibê jinikê bi mêrkê xwere got:gunehe vî korî tu gule minkî bila kor werê li kerê siwar bê û tu jî bimeşe bila bi xêra me bê?
Ma gelo em ji ku bi nigê wî bimeşine!
Dibê:camêr bi ya jinikê kir û hanî kor li kerê kir li pêş jinikê siwar bû û çûn ta gihîştine bajêr?
Gotin:koro de peyabe?çira?
Ma ne em gihîştin bajêr?wax wax qey zihar çavê te min dibirrin?
Xêre koro!
Haho milet hukmat hele werin va dikê him jinka min bibê û him kera min bibê?
Law koro aman dexîl law min xêr kir.law min got:gunê?
bû qirre cirr?
Cendirme hatin tev girtin birne hebsê?
Îfada wan girtin û kirne hebsê heta ku mehkema wan bê?
Dibê yekî ji cendirman li kor kete gumanê.dil jê safî nebû?
Dibê:wexteke şevê çû xwe da ber hicra wî û ji xwere lê guhdarî kir dît ku kor bi xwere distirê ye gine gine?û dibêjê ye:welah xesara mafî xesara yan mera yan himara?û vedgerê hîca bi kurmancî dibêjê:ji kerê ji perê ji herdu yan wê yek werê ûzerê!!navê jinikê per bû?
Dibê cendirme çû ba mezinê xwe û mesele jêre
Got:ku kor li kerî ketî neelan digerê?
Dibê:hatin derî vekirin du sile li kor xistin û pînek bi qulê vedan û qewitan din ji hebsê û mêrik û jinikê û kerê jî bera dan?
Ji wê çaxê da di nav mede bû ye mesele dibê:ji kerê ji perê wê ji herdi yan yek werê ûzerê?ev li ser ku yek dikê karekî bê selmiyan bikê tê gotin.

Bi zimanî xweş merî maran ji qulan derdixê?

Dibê:yekî şivanî dikir;lê bilûr jî xweş lê dixist?
Dibê:rojekê çû li ser latekî rûnişt û bilûra xwe kuta ê pir xweş û hiznî lê hûnand bi ser hevde geland awaz ber dan?
Got:ew lê dixe bilûrê dî marekî serî xwe ji qulê der xist û ji xwere lê guhdarî kir?
Heta ku vî bilûra xwe qedand ku dikê rabê dibê:mar kete qulê û derket zêrek hanî da şivên û çû qulê û şivan jî çû şivani ya xwe heta roja din dîsa hate wir wek roja berê dî zêrekî xwe yî din bir?
Wer hasil dirêj kir dostani ya wan
Dibê:şivan niyet kir ku herê hec?

28

Dibê:bane kurê xwe kir û hanî ser wî latî û pê feim kirin da û got:kurê min tê sibe bi sibe werî vir li bilorê dî wê meir der kevê li te guhdarî bikê û wê dawi yê zêrekî bi te dê û herê şûna xwe ye û tu jî wê herî ber dewarê xwe?
Go:temam?
Va çû hec û kur jî bû şivan hate wir eynen wek bavê gotî:kir rojek didi sisê dibê rojekê hanî got:ez vî bikujim û ji xwere xezînê derxim û bibim?
Dibê:ku meir derket vî kevir lêxist dêla meir jêkir yanî dûva mar û mar jî lê zîvirî

pak pê dada di cida mir?!
Ma hecî hat ji hecê got:çibû çi nebû?
Gotin:wela kurê te li mar xist û mar jî pê dada mir?ma mîvanê hecî belav bûn hecî rabû rojekê pez berda û çû li ser wî zinarî wî latî rûnişt û li bilûrê xist lê xist pir dirêj kir dibê carekê mar ji qulikê derket û got:here biraw here tu bi tirba sor ez jî bi dêla qut?
Dibê ji wê çaxêda tê gotin (Bi zimanî xweş merî meiran ji qulan derdixê)?!

Girêdane bi dest rûvî bê û berdan jî bi dest mişk bê cî ji şêra namînê?

Dibê:şêr ji rûvî şor bihîstin û li rûvî hate xezebê û gurintî danê kê û lê gef xwarin.ku wî bigrê ferman lê rakir?
Rûvî bihîst got:berî ku şêr min bixwê ez jêra çarakê çêkim?
Dibê:şêr ire ire digerê ji himîni yê dexil deng didê hat çav li rûvî ket çav li sêrî sorbûn rûvî got:paşa ya ku min bihîstî dibê ku himînî bi te ket û çav li te sor bûn tu pir bi hinir dibî?
Şêr got:erê dada darekê xip ji kok da hilkişand?
Rûvî got:xweşe şahê min te va dara mezin hilkişand got:belê?got:zêre ez a niha vê dara bi çûk destê te girêdim ku te hilkişand xwîna min helal bû li te lê ku te hilnekişand
Got:eze te efû bikime?got:tmam rûvî çû çend dehif ji dûva hespekî jê kirin û hanî destê şêr dane ser hev û girê dan got:de hilkişîne başa?!
Şêr xwe dayê dehif di lepa da rûnişt dikê lep qut bine di cî xwede skinî?
Rûvî got:paşa bi xwatirê te;te kîjan çaxê dar hil kir wê tu min jî bikují?
Şêr girêda yi ma û rûvî jî çû lê kir şeetand bê çare ma?
Mişk ji wêda hat dît ku şêr keti ye çi halî?
Got:paşa ev çi hale?got:wek tu dibînî?
Mişk got:paşa ez te vekim di çeyan da hê?
Şêr got:hele wawa çeyê te şito ji bîr bikim?
Dibê:mişk bi darêde rabû û çû firt firt ew dehif qut kirin û daket şêr rabû ser xwe tezî kişand li halê xwe nihêrî li mişk nihêrî û got:(Welatî ku rûvî min lê girêdê û mişk jî min berdê rûnişkan dina min li wî welatî nema)?!!!

Rizqê!kurê pîrê sê çiwala zêde nabê?

Dibê:pîrê kurekî xwe hebû,diçû xizmete axê dikir salê bi sê çiwal ce?
Salek didi sisê her tim wisa çû?
Rojekê kurik biryar da go:hêdî ez kift bûm di ber karî vîda û çavê min derdikevin saleke sale wext û va zalima jî ji sê çiwal ce pêve nadê min ma derd bi min keti ye yan jî kulî li min çêrya ye ez nikanim sê çiwal ce derxim ku ez li mal rûnim û karekî nekim dîsa eze sê çiwal ce derxime?
Hêdî karê axê jî bese min jê têr xwar!
Dibê:çû li malê rûnişt ê ne pîrê teim tine bû pite pita wê?

29

Kurê min eme ji birçînare bimrin?
Eme biheyirin?
Eme perîşan bibin tu li malê rûnişti ye?
Bînê bergîrekî?
Wer hasil tu teim ji dest nedî rabû ji mal der ket çû li nav daran rûnişt bi xwere xeyal çêkirin lê kir şeetand li halê xwe û çite pita pîrê?!
Dibê:carê bi qasî qudrî xwedê bala xwe dayêkê dît ku teyrekî çeleng hat li ser darê venişt?
Vî çav lêket hiş ji ber çûn.rabû xwe da ber çalkir zîvirand girt?
Hanî hate mal çibkê çi nekê got:eze bibme ji axakî herême ke dinre belkî ji berve malekî pir bi medê em ji vê tega yê bi derkevin?
Bû sibe rabû teyrê xwe rakir û berê xwe da axa yê êleke din û heremeke din û çû cimatê silav kir û çû li pêş axê rûnişt û got:axa xwedê umrekî dirêj bi tedê min ev teyra ji herema me girt û min tu layiq dîtî û min ji tere diyarî hanî?
Dibê:axê çav li teyr ket dît ku hêja ye sipasiya wî kir û teyr ji dest girt û got:here li cî xwe rûne?
Ma êvarî cimata axê kom bûn hatin ji bo lê xêrli bikin?
Dibê:axê rî sipî kom kirin û got:cimat win dibînin aniha vî camêrî ev teyra ji minre girt û ra ji wêda hanî ku ez niha çi bidme vî camêrî dibe ku min kêmasî bikim binerin ka em çawa vî razî bikin ta ku ne em fedî bikin û ne ew jî fedî bike û xicil bibe?
Debê:cimatê got:axa ku tu çi bidî wê tim bêje hindike?
Tê peyê xwe bişînî wê ser devî çeelan şikêran çêkê û werê eme vî xortî bişînine a ku kîjan şikêra teqle kir ew çeila dibe rizqê wî çeilê te jî ji sê çiwalan da hê heta çel ciwalî?
Dibê:azep çû ser devî çeilan gî şikêr kirin û hat go:hazirin?
Axê bang kire l
Û got kurê min wê azep te bibê ser çeilan gî şikêr kirine a ku te kîjan teqle kir ew ya te ye tu û rizqê xwe?
Dibê:va çû kete nav çeilan û ger ya hat li ser yekê sekinî dî ku devî mezine pîna xwe lê xist teqle kir û hat?
Dibê:peyê axê çû nihêrî hat go:a sê çiwala ye?
Dibê:axê banê kir û got:kurê min te gunehe û bila siba nebêjin ku bi te keni ya?
Careke din şand dîsa çû ew teqle kir bi xwere jî dibê dikê bi min bikenê?dîsa xulam hat go:a berê ye dîsa axê şand û got:vê carê gunê te nema?
Dibê:dîsa çû ew ya teqle kir axê got:zû jêre vekin û bar bir hanî lê kirin birin gîhandine mala wî?
Dibê:bane diya xwe kir û got:dayê te ez kerr û gêj kirim a ji tera sê çiwalan zêde nabê?

Hîn hesp nanî êxur lêdikê?

Dibê:ê bêskî sibeda zû çû cot û kes bi serda neçû wê rojê ne taşte û ne jî navre yanî firavîn?
Em wî li cot bihêlin û veger ne malê ka çi li wir heye ku taşte û navre neçû ji cotarî re?
Dibê:xazgînçi yê qîzê hatin;dêyikê got:qîza min here ji bîrê avê wîne ku ji mîvanan re navrê çêkin isûla dinê ye di erf û edetên meda ye?
Qîzê çiti yê satilan rakir û berî xwe da ser bîrê,bi rêve xeyal çêbûn bi xwere got:wê niha eze bi bûk bime û herime wê kurekî min bibê û ku ez werme zê û kurik bi minra werê ser bîrê û bişemitê di bîrêkevê!
Go:rûnişt û li xwe xist go:haho li dêya te nemînê?
Dibê:jinê gund li dorê kombûn çi hê?
Çi tinê?

30

Go:hal mesele weha ye?
Jin hineke temaşecîne jî li dorê bûne xelek û vêre loran din?
Dibê:pir dereng ma dayikê got:hele ez herim binêrim hele ka va li kuderê ma?
Kete bîrê çi vêre çêbû?dibê:çû dî ku ha hî şîn digerê tirsî ya heya ku gihiştê dît ku li dor qîza wê kom bûne
Got:çi meselê?
Gotin işte hal mesele eve?
Go:ew jî rûnişt û got:wey li pîrikê?ê pir man kalê
Got:hele ez herim ka va çi çêbû?
Dibê:ew jî hat got:çi maselê?
Gotin:hal mesele eve?
Go:ew jî rûnişt û bi riyê xwe ket rûçikand go:wey li kalikê?
Xazgînçi ya dîtin ku ev çûn û nehatin gotin:hele ka em jî herin hele ka çi he ye?
Dibê:ku hatin dîtin hay hay şîn digere û jin digrîne?
Gotin:ev çi hê?çi tinê?gotin:wela mesle yek didi sisê?
xazgînçi ya li çavê hev nihêrîn û gotin:va îşa ji mera nebû?rabûn deşê kirin û çûn?
Ê lawik cot dikê ye ne taşte hat û ne jî navre roj qulibî esir?
Got:hele ez herim binêrim ka çi li mal hê.ille tiştek çêbû ye?
Dibê:cotê xwe ber da hate mal dît ku kes tine!pirs kir go:li ser bîrêne çû dît ku ha hî tamaşe gole?
Got:ev çiye?çi hê?çi bû ye?
Gotin:hal mesele va mesele viya ye?
Dibê:got:eze herime ku min ji we diwanetir dîn eze li we vegerim?
Na ku mi nedîn jî tî min û we tev hev nema?!
Dibê:serî xwe rakir û çû?bi rêve dît ku siwarek têye ser avê!
Dibê:vî xwe veşart di taldî darekê da,ku siwar hat peya bû hespa xwe avda hanî bi darê da girêda û çû ser avê dest û çavê xwe bişo yê û avê vexwê?
Vî bi dizî çû terkiya siwêr ji hespê rakir û bazda.ber bi êşva çû?
Siwar rabû hat ku dikê li hespa xwe siwar bê û bi riya xweda herê,dît ku terkî li ser pişta hespê tine,carekê ku serî rakir dît ku li ser mila xortekî ye û ber bi êşda direvê?
Vî hema li hespa xwe siwar bû û bi pê ket.çû gihîşte aş xort xwe avête hindir aş û va jî hema peya bû hesp bi darê da girêda û li pê çû kete hindir êş?
Hema lawik di ber destêr ra derket û hesp vekir û siwar bû û da xara çû?!
Dibê:va çû li nêzî gondekî pir birçî bû?
Dît ku yek cot dikê bi xwere got:hele ez dagerime ba vî cotarî belkî nan li ba hebe ku ez parîyekî bixum ji nêvza ketim?!
Dibê:va çû nêzî cotarî bû,cotarî jî çav li hêsp ket bi xwere got:balkî ez vî hespî ji vî rêwî bikirim!!
Dibê:ku hat gihîşte cotarî cotarî got:tu vî hespî nafroşî?
Got:ez difroşim?
Go:bi çi?
Got:bi satilek şorbe nîsk?
Go:tu cot zanî bikî?
Go:qey karê mine?
Got:başe!de were ji ber minva cot bike ku ez herme mal ji tera şorbenîskê werînim?
Go:dibê?
Dibê:hema vî kiras kire devî xwe û tevî kaşikê berî da mal û bezî ya?
Hate mal bane jinikê kir got:qizê zûbe şorbe nîskekê bi serde min hespekî xwe kirî,bi satilek şorbe nîsk.
Ku heta şorbe bikelê ez jî dikê êxur lêkime?!

31

Dibê çû av ji bîrê kişand û celb kir û kevir hanîn û dest pêkir axur lêkir ku qedand jinikê hat got:şorbe nîsk keliya?
Got:başe!tu satilê deyne wir û were dibê ku ez carna neyî li mal bim tu tê yî êm dikî.dibê ku tîzok bê hele ka ku dîz avêtin li te dikevin lê na?!!!
Dibê:ku jinik işto kete devê derî vî xwe çekir û zît avêt di zikî jinikê da lêxist û jinik jî li ser roj û mehane!
Di devê derîda ket ú qîrînî bi jinikê ket û dergûş ji ber çû!!!
Hema vî jî satil bi ser kaşikê xist û berî xwe da cot.bi riv çû gihîşte cot dît ku ne siwar hê û ne gayê xwe hene kor û poşman vegerî ya mal?!
Ji wê çaxêda dibêjin:hîn hesp nanî ye,êxur lê dikê?

Teresê heqê xweme?

Dibê:yek çû azepi yê bikê çû cem axa kî şivaniye ke xwe girt?
Dibê:axê jê pirsî kuro navê te bi xêr?
Go:terese!!
Dibê:ma!karê xwe kir bi navê teres heta ku şeş mehê xwe çûn û heqê xwe jî istand û li cimatê yî rûnişti ye axê banê kir go:teres vê suxrê bike?law go:ê teresê mezin tî!
Axê go:çima ma navê te ne teres bû?
Got:belê ez teresê heqê xwe bûm û min heqê xwe jî girt vê gavê ê teres bû ti?!
Ji wê rojêda dibê merî wê teresi yê bikê heta dighêje heqî xwe?

Belek wê di sîtilê kevê?

Malikê kûçkekî xwe hebû her ku diçû nav gund wê kûçkê gund bi yekbûna lê werbatana hema heywano dirivi ya xwe davite hindir malê?
Dibê rojekê roj li esrê ye ji siya xanî rabû û berve gund çû kal jî ji xwere li pêş malê yi rûnişti ye?
Dît ku belek çû bi nav gund da bang li pîrê kir û got:qizê deryan û teqan bigre wê niha belek werê xwe bavêjê hindire dîsa?
Pîrê hat derî girt û şûnbak jî girtin û çû karê xwede ket?
Kalê dîsa got:lê lê ser sîtila şîr bigre qewîn bike wexta belek werê?
Pîrê guhi dena kalê û bi karê xwede ket?
Dem tu neçû dît ku dêl lê biye sibirgê dereke xwe têke tine kûçikê gund li pê rêz bûne?
Dibê hat di dor malê ra zîvirî derek nedî ku xwe têke berî xwe da mixmela şîr li ser kuçkan bû hema xwe çekire sîtilê şîr jî heram bû kalê bankir got:qizê min bi tere got te guh neda min tema

ez fiilê bêlek zanim?
Dibê:ji wê çaxêda bû mînak di nav gelda dibêjin wê belek werê di sîtilê kevê?

Te hîn gun reş nedîne?

Dibê:yekî kurekî xwe hebû xortbû çend deware xwe hebûn diçû diçêrand li ber bi dûr nediket û her ku rêwiyek bata wê biçî ya ser rê ew rêwî ya bisekinanda û jê pirskira va bizinê min kijan kara kîjanê û kîjan maka kîjanê milet hêdî kereh dikirin heta xwe jê xelas dikirin bi halekî?!
Û her tim giliyê wî jî dihat ji bavêre?

32

Lê bavê digot:kurê min tu ji xelkê çi dixazî baqil be wê ti li gun reşa rast werî?!
Lê vayî avik di ber diranan gerya ye kesî nabînê?
Dibê rojekê dî ku yek ji wêda tê ye gopalekî di dest dê avitî ser istu yê xwê yekî rî qirxire?!
Dibê:va çû pêşî yê û bang lê kir law law ti kuda darî?
Tu ji ku tê?
Hele were binêrim?
Dibê:vî lê vegerand û got:te go çi birazê guhê mine giranin?
Hele virda were ka tu çi dibêjî?
Lê kekê tew hesaba nakê bê tirs bervê çû û got:ne ez bene te dikime tu çima guh nadî min?
Law birazê tu ji min çi dixazî karê min hê ezî ecele me ji min biger?hele wawa xwe şito feqîr dikê tew hesaba nakê ku ez niha gîhiştime te eze rabere tekime?
Hat ku gihîşte kalê kalê gopalek bi kokê istira xuşand li erdê dirêj û bein bû hîro mirî duh mirî av û şirik bi dêv ket û rêwî çû nigî xwe da ser istî û vêre got:tobe ne tobe?
Tî vî karî biterkînî an na
Meina xwe tu hobû ye li rêwiyan vî karî bikî kesî ku te terbiyakê tine?
Dibê:vî di jor xwere nihêrî dî ku bavo çi gun bi serda li ba dibine didiyê reşin her yek kîlok hê bi xwere got:bavo!go:tî li gun reşa rast werî mi bawer nedikir meina xwe gun reş va ye?!
Tobekir û sond xwar ku mêrik ew berda.ê rabû çû mal bi halekî bavikê hat dît ku elelele halî xwe ne ti hale!
Got:kurê min va çî ye va kê li te wakirî ye?Got:bavo huske çavê min di mistê tekevin te go:tê li gun reşan rast werî min bawer nedikir?
Lê hîro min gun reş bi çavê xwe dîtin?!
[19:53, 28.7.2018] Bêçarê Kurd: Mîrata kûçik?
Sê birayê hev hebûn û malekî wanî pir hebû pezekî pir hebû û şivanekî wan jî hebû?
Lê ku her şev şivan diçû şeve deri yê yek ji wan bi şivanre diçû heta sibê û sibê jî dihat û herkes diçû karê xwe?
Lê şevekê gurekî xwe bera pez da û pezek girt û bir û çû van çiqas li pê kirne wele wel û qurşîn avêtin lê vî mal mîratî ew peza ber neda?
Lê kûçikê pez jê nema ta ku gihiştê kê gur kuşt û ew peza bi silametî vegerand?
Hersê bira mat man û ecêb dîtin û gotin ev peza bû para vî kûçikî ji ber ku bi xwîna xwe anî?
Ew pez bû para kûçik û ma sal di sera çûn jê bû keriyek pez?
Ma li istuyê kûçik ket mir lê bira li hev nakin li ser mîrata wî ji ber ku pir bû û çavê însên jî tiji nabin illa bi kulmek ax!
Rabû gotin:em biçine ba xocê gund wê ew ji mere ji hev derxê?
Rabûn û çûne ba xoce û silav lê kirin û rûniştin û mesela xwe ji xoce ra gotin:ji serî da ta binî?
Dibê xoce hirmijî û rî mist dan û got:ev wanî nabe divê yek ji we xwe bighînê kûçik bikê merivê xwe ta ku mîrat jêre bikevê?van bi hevre got:em hersê jî naghêj ne kûçik nabin merovê wî?
Ev dikê çawa bibe xoce efendî?
Xoce hirmijî û pingijî û got:wê çaxê ji we hersiyan re nakeve mîrat?
Mîrat ya şerêye!
Ji ber ku şerii dibêje heçî kesê ku bimre û bê kes be malî wî ê şrêye?
Bi vî awayi xoce mîrata kûçik li xwe helal kir?!
[19:53, 28.7.2018] Bêçarê Kurd: Siltan û koşkar?
Dibê:siltan esir bû derkete ber pencerê dît ku koşkar ji xwere rûniştiye û bi ser xwede difikirê ye?
Rabû eskerekî xwe şand got:here ji min re koşkêr wîne û were?
Êsker çû banê kir û hat got:keremke ez benî!
Got:kurê min ez dinêrime kar li pêş te hê û tu ji xwere ketiye fikran?

33

Ma kulfet di situyê teda tine?got:belê!ma kirya dukanê tine?got:belê?
Got:kurê min lê tu di çi difikirî?
Got:bi xwedê siltan ez difikirîm ku ez bimrim kefenî min abû irdên be min dîye,lê kefenî te dikê çibe?
Gelo ku xasbê min diye.lê ku herîr be mi nedi ye ji minra bûye derd û meraqa min ev bû?
Siltan-got:kurê min here dikanê bigre û were?
Hanî li ba xwe kire wezîr û zordariya xwe jî berda?
Ji ber ku berê pir zalim bû!

Li rîya rî hînga qeherî?
Jinik û mêrik bi hev şabûn û kêfê xwe kirin.jinikê bi mêrik ra got:mêrko!ez li şeyi nigî te birîm?
Mêrik haha keniya?
Roja din go:li gozkê?ya din li çongê?
Hêda hêda gihîşte qirikê?
Mêrik tim keniya û deng nekir?
Ta gihişte nav riya!
Jinik dîsa hat pê şa bû û xwe têda û rî mist dan û got:mêrko?
Got:ha dilê?
Got:ez li rîyê te birîm?
Vî xwe ber jor çekir got:qîzê kûçka bi riyê bavî xwede birî?
Got:hûş hûş xeberan mebêje tu ne peyayî û hîro ji tera heq nakê tu biqeherî?
Ku tu peyabiya yî roja ku min bi şeyî nigî teda rît wê tu biqeherya yi?
Ne hîro ji ber ku canî te gişkî da min rît te deng nekir!
Tu ji ber riyava jî nikanî deng bikî ne dilo!

Dizê kerê me nas kir?

Dibê sê bira hebûn û kereke wan hebû?
Dibê rojekê sibeda rabûn ku ker tinene go:bang kirin li hev civiyan û gotin:va kera me kê bir?dibê:yekî got:î ku kera me birî navî xwe hemike?
Yê din go:kinikî topike?
Yê sisyan go:mala xwe yê li ser tilike?
Hersiyan bi hevre got: me nas kir meş em herine mala diz!
Dibê:çûne tilik pirs kirin mala hemikî kinikî topik?
Çûn gihiştinê silav li hev kirin û der bas bûn hindir malê rûniş tin hal kêfê hev pirsîn û hemikê got:birano xêre înşelah?ma şalê tiştek tine?gotin:na wela lê kera me hatî dizîne û me jî guman kirye te û em hatin kera xwe bibin?
Dibê:hemikê got:temam?madam hun dikine istiyê mine şertekî min jî hê ku we tê derxist hune kera xwe bibine na ku we tê dernexist meina xwe kera we nê li ba mine?go:dibê?dibê va çû hindir û purteqalek kire hindir desmalekê lê gerand û hat got:birano!ku we zanibû çî di hindir desmalê daye hunê kera xwe bibine?
Dibê yekî go:gulovere?
Yê din go:zere?yê sisiyan go:derxe pûrteqale?ku vekir rast pûrteqale?!kera xwe jî birin û çûn?!!!!

34

Pîr û dîk?

Çi hebû,çi tinebû,pîrek hebû?
Rojekê hindir mala xwe damala?
Seriyek çortanî xwe dî,danî ser kutêkê?
Dîk hat nikulek lêxist!
Pîrê sibirge di dula dîkda lêxist?
Dîk zîçek bi çavê pîrê da kir?
Rabû çûne çem xoce bişêwirin?
Pîrê got:xoce!min mala xwe damala?
Xoce go:te pakî kir?
Pîrê got:min seriyek çortanî xwe dît?
Xoce go:te rizqî kir?
Pîrê got:min danî ser kutêkê?
Xoce go:te veşartî kir?
Pîrê got:dîk hat nikulek lêxist?
Xoce go:nefsanî kir?
Pîrê got:min sibirkak li qula wî da?
Xoce go:te ayilî kir?
Pîrê got:wî zîçek bi çavê minda kir?
Xoce go:dermanî kir?!
Çîroka me çû li birekê rehme li bavê tirekê?

Dîk û kurê paşê û xoce?

Dibê dîkek hebû,rojekê çû ser herîşkê vebijand zêrekî xwe dî?
Kurê pêşe di bera derbas bû çav lê ket dît ku dîk zêrekî di dêv daye?da şopê zêr jê istand?
Dîk bi nav gund ket û bang kir qîqî mi zêrekî xwe dî kurê paşê ji min istand!!
Kurê paşê çû cem xoce û xoce ferman da go:dîk bigrin û ji minra serî jêkin?!
Dibê dîk haje fermanê tine hanîn girtin û serî jêkirin?
Ku kêr avêtine istu go:çi kêreke tûje?
Ku av xweşandin û pê vepirtikan din?
Got:pakî çi xweşe?
Ku kelandin dane ser gêrmî yê?
Go:çi qûçeke bilinde?
Xoce hat xwar û çû çolekê?
Dîk firya bang kir go:qîqî min kîr û gunê xoce dîn?
Xoce xwe çekir da şopê got:min bi xwe bi serê xwe kir?
Çîroka min çû li diyara rehme li bavê guhdara?

Gîskê şewro?

Go:şewro şivanî dikir?û dişivanî ya xweda yî jêhatî bû!
Pezî xwe bi bilûrê diçêrand?
Go:rojekê axê hat dît ku çi kêfî dewêr diçêrînê ye?got:tu çito vî dewarî bi bilûrê diçêrînî û pezî te jî

35

ez dinêrim ji î hevalan çêtir û têr tire?
Ez ecêb dibînim?
Go:şewro go:axa tu dewêr xwê de hîro û siba jî were ser bîrê û avê dewlê bikşîn û rake jor û bane dewêrke û ez jî li bilûrê xim ku min dewar venegerand şeş mehê min belaş û ez şeş mehê din jî li ba te şivanî yê bikime?!
Go:axê jî got:ku te vegerand şeş mehê te bi dazde mehan?
Go:dibê?
De here xwê wîne bi destî xwe pêde û siba va çaxan jî tî werî ser bîrê û ez jî wê dewêr ji jorda berdim?
Go:dibê hanî dewar xwê dan û bû roja din sira avdana pêz bû lê vî heywanî bû di roj av nedîti ye û xwê jî xwarî ye cerqe cerqê kezebê ye ar vêketî ye?
Dibê:axê dewil tiji kir û berada rêza û bang kir tirrî iûha!û pez kişî ya?
Û şewro xwe da ser zinarekî bife bilûrê kir û lêxist dibê dewar di cî xwede sekinî wek nîzamê eskerî yê?
Lê soxe yî gîskekî xwe zep nekir çû di rêzada lêxist av vexar?.
Axê bang kir go:şewro ha gîskê te xwe zep nekir?
Dibê:şewro got:axa mejî di serî vîda tine ye ser jêke ku mejî di serî da hebû ez dîsa qebûl dikim?
Ku wexta serjêkirin serî şikandin dî ku rast mejî tine ye çilkek avî tenê ye?

Xoce û jinikê û kurik?
Kurik heroj tê mal dinêrê ku xoce li ba dê rûnişti ye?
Got:anê va tê ba te çi?
Ez wer ji hatinê vî heznakim?
Go:kurê min dua bike bila xwedê lêxê?
Kurik rojekê xoce çû ser minarê azanê bang kê;wî çû bêriyek nok hanî û li ser nêrdewanan reşand ku xoce azan qedand û vegeriya ku peyabê li ser noka şemitî kete xarê nig ji kest?
Kurik hate mal dêyikê got:kurê min te dî ku xwedê işto li xoce xist nig ji kest?
Go:erê yadê ku min bi xwedê ra yardim nekira wê qul li te biqetanda!

Ez ancax nola ê wasilî bikim;ku ez ji bin çeyê te der kevim?

Dibê ê şixî etarek ji halî babê vêre bû bira!
De etar her ku dihate gund xarinê malê wî ku çi pê gereg bû?û heta xercî wijî didyikê;ji ber ku rewşa wî ye abûrî ne baş bû?
Dibê rojekê va pir fikirî bi xwere got:ez ancax vî bikujim bila va herê cinetê û ez jî ji berva herime cihennimê ku ez ji bin çeyê vî derkevim!
De!etarê berê gî bi kera bûn?
Ji dûrda dît ku tê;hema vî tifinga xwe rakir û çû di devî feydê da rûnişt li ser rêya wî?
Etar hat dît ku birakê xweyi li ser rêkêye got:bira roj bi xêr?bira ma şalê tiştek tine tu li ser vê rê û li vê çolê bi tenê rûnişti ye?
Got:biraw!tu hatî bi xêr?
Ez li hêviya te me?got:xêr îşela?
Got:wele ez dikê deynî te bi tedim?
Deynî min işto midî?
Got:wela biraw!xwedê hey nadê min ku ez perê te bidim.lê ez pir fikirîm ku ez te bikujim tu herî

36

cinetê û ez jî ji ber teva herme

cihenmê!
Got:keko vê yekê meke?
Ez deynî xwe ji te naxazim û ez wê cinetê jî naxazim?
Bes tu vê yekê meke.bila ker û bar jî gî ên tebin birawo ma qey ne em birayê hevin!
Got:bira tiştek fayde nakê?bi roj û şev xewê mi nayê?ez dikê barê xwe sivik bikim hîro?
Da tenga etêr û çerpand li ci ket mir?
Ji wê çaxêda ku yek çeyakê ji yekîra dikê û nikane ji bin derkeve dibê ez ancax nola ê şêxî bikim ku ez ji bin çeyê te derkevim?!

Beleka ji belekê..siwar kurê eyş kulekê?

Dibê şewro hebû xudiyê gundê şewran bû?girêda yê sirûcê bû yanî pirsûsê bû!
Karê xwe seyis bû bi hespa zanibû?
Dostekî xwe hebû rojekê lê bû mîvan?
Êvarî ku şîv hate danîn dît ku pênc kure xwe hebûn dît ku her pênc bi kevçiye kî şorbê dixune?
Dibê mîvanê wî dengî xwe nekir sibeda ku rabû dikê herê şewro vêre rawestî ya heta derva yî gund ku dikê hêdî xatir jê bixazê mîvan fertilî ser û vêre got:birawo ocaxî te yî kore?
Ku tu kule minkî wê tu bizewicî min bala xwe da pênc kurên te min dît ku xêr di yekîda dîsa tine çiku her pêncan bi kevçiye kî şorbe dixarin?
Şewro got:ê başe birawo ka ez dikê bi çi bizewicim qey tu dibînî ez nikanime van xudîkime?
Got:birawo ku tu bêjî erê ez ji tera gî dimeşînim ji kîse xwe ma em bira yê heve çine?
Dibê şewro got:birawo tu zanî ku te çawa layiqe min dîtî min jî qebûl kirî ye!
Dibê birakê xwe çû jêra yek dît kuleke navî xwe jî eyşe jêra qedand û qelen da û hanî?
Piştî ku zewicî çendek neçû dibê:şemeran êrîşe ser gund kirin û talan kirin û şewro jî bi xwere hêsîr girtin û birn û çûn dibê ku gihîştine ciyê xwe hanî şêxê şemeran herdo çavê şewro bi derxistin got:meinê nerê bila korbê ku nikanibê birevê?ew çû?di pê wîre xwedê kurek dayêkê?
Çû kurik xort bû umir bû sêzde salî rojekê çû nav zariyan dilistin dibê li zaryakî xist diya wî zarî go:hat kurê xwe girt û vêre got:kurê min ma kes nema tu bi vî tevrî bê dûvre şer dikî!!
Dibê:kurik hema deng nekir û hate malê lê pir xeyidî dikê hema biteqê ji qehrare?
Go:bane diya xwe kir û got:dayê!tu dikê ji minre bibêjî kî bavê mine?û li kuye?û çi kar dikir?
Ku filan jina bi minre bibêjê (tevrî bê dûv)ne ku ez bimrim ji mayinê min çêtire?
Got:kurê min bavê te şemeran bir?
Ku niha yî saxe mirî ye jî ez nizanim?
Dibêjin çav derxistine?de hîcar ma tu çira wa xwe pir didêkê qey ne pênc birayê te hene û ji te mestirin çira ew naqeherin çira tu wa zêde diqeherî?
Got:dayê ma ku birê min hebûna hetanî niha wê rojekê bigotana ka bavê me û hîro xelkê bi minra wanî nedigot?!
Dibê ku bavBeleka ji belekê..siwar kurê eyş kulekê?
Dibê şewro hebû xudiyê gundê şewran bû?girêdayê sirûcê bû yanî pirsûsê bû!
Karê xwe seyis bû bi hespa zanibû?
Dostekî xwe hebû rojekê lê bû mîvan?êvarî ku şîv hate danîn dît ku pênc kure xwe hebûn dît ku her pênc bi kevçiyekî şorbê dixune?
Dibê mîvanê wî dengî xwe nekir sibeda ku rabû dikê herê şewro vêre rawestiya heta dervayi gund ku dikê hêdî xatir jê bixazê mîvan fertilî ser û vêre got:birawo ocaxî teyi kore?ku tu kule minkî wê

37

tu bizewicî min bala xwe da pênc kurên te min dît ku xêr di yekîda dîsa tine çiku her pêncan bi kevçiyekî şorbe dixarin?
Şewro got:ê başe birawo ka ez dikê bi çi bizewicim qey tu dibînî ez nikanime van xudîkime?got:birawo ku tu bêjî erê ez ji tera gî dimeşînim ji kîse xwe ma em birayê heve çine?
Dibê şewro got:birawo tu zanî ku te çawa layiqe min dîtî minjî qebûl kiriye!
Dibê birakê xwe çû jêra yek dît kuleke navî xwejî eyşe jêra qedand û qelen da û hanî?
Piştî ku zewicî çendek neçû dibê:şemeran êrîşe ser gund kirin û tlan kirin û şewro jî bi xwere hêsîr girtin û birn û çûn dibê ku gihîştine ciyê xwe hanî şêxê şemeran herdo çavê şewro bi derxistin got:meinê nerê bila korbê ku nikanibê birevê?ew çû?di pê wîre xwedê kurek dayêkê?
Çû kurik xort bû umir bû sêzde salî rojekê çû nav zariyan dilistin dibê li zaryakî xist diya wî zarî go:hat kurê xwe girt û vêre got:kurê min ma kes nema tu bi vî tevrî bê dûvre şer dikî!!
Dibê:kurik hema deng nekir û hate malê lê pir xeyidî dikê hema biteqê ji qehrare?go:bane diya xwe kir û got:dayê!tu dikê ji minre bibêjî kî bavê mine?û li kuye?û çi kar dikir?ku filan jina bi minre bibêjê (tevrî bê dûv)ne ku ez bimrim ji mayinê min çêtire?got:kurê min bavê te şemeran bir?
Ku nihayi saxe miriye jî ez nizanim?dibêjin çav derxistine?de hîcar ma tu çira wa xwe pir didêkê qey ne pênc birayê te hene û ji te mestirin çira ew naqeheri çira tu wa zêde diqeherî?
Got:dayê ma ku birê min hebûne hetanî niha wê rojekê bigotana ka bavê me û hîro xelkê bi minra wanî nedigot?!
Dibê got:anê tu ji minre têrê dagre ji xwarin û avê,sibê ku xwedê bêje erê eze rabim û bi pêyî bavê xwe kevim?
De ku berî bav herê hespeke xwe hebû belek bû?
Di pê wîre ce’inî jê girtin ew tova winda nekirin.
Dibê va sibêda rabû û li hespa xwe siwar bû û çû.
Pirsî li vir li wir çû gihişte ebrê!
Çú li bin konê şêx rûnişt go:tu kî?
Tu ji kuye?
Got:ez rêwîme li şopa koça xwe digerime?
Ez dikê ber bi bakurda herime.
Lê kurik bi xwere tim çavan diçêrînê,belkî bavê xwe bibînê û ka çawa xwe bighînê kê..ta karibê çarakê bikê wî birevînê?
Dibê:dinya sape bû vî xwe berda ba bavê xwe û çû hespa xwe pêşî kir.
Û got:ji min ra vê vê hespê binêre.
Dibê:kalê destî xwe di sera xuşand û got:ma kes hê lê na?
Got:kes tinê?
Go:ez ne yî şaş bim va hespa beleka ji belekê,û siwar jî kurê eyş kulekê?!!
Got:rast?
De ka em şito birevin?
Got:kurê min ji min bi dûr keve bila bi me nehise ku şev ji kest eme rabin û siwar bin.
Dibê:ku şev ji kest vî rabû çû hespa xwe derxist û kal avite terkiya xwe û bi rê ket?
Ku ji ebrê bi derketin go:bavo!ti hesp di ebrêda hene di me bighêjin.
Got:kurê min didu hene yeke şê û yeke kimête.wakî din tiyê ku di me bighêjin tinene?
Dibê:ku dinya zelal bû kalê go:kurê min binêre ka kes li pê me hê?
Kur nihêrî got:bavo siwarekî li hespeke şê û tê ye?
Go:kurê min xwe bade kepirê?
Dibê:kur xwe bada kepirê hinekî çûn dît ku siwar winda bû ji ber ku hesa şê di kepirê da nikare bireve çong sist dibin!
Hinekî çû got:kurê min binêre.kur nihêrî dît ku siwarekî li hespî kimête û tê ye?

38

Got:bavo siwarê kimêtê tê ye?
Go:kurê min xwe bade qerêc.ji ber ku hespî kimêt di qeréc da sim difirin û nikare bibezê?
Dibê:hatin gihîştine celêb ku xwe di sera çekir xupînî bi hindirî hespê ket.kalê got:kurê min bisekine ma şalê tu bikî bi êrebre bighêrî?
Ji ber ku gurçik filitî?
Dibê:ereb gihîşte cilêb got:kurdî!tu hespa naghêrî?
Got:ez dighêrim?
Dibê:go:tu hefsar bi ser rimê xe û ez jî bi ser rimê xim,werga dirêje hev kirin vî li hespa xwe xist û wî li hespa xwe xist bi hevra guhêrîn.
Ku şito hespa kalê xwe çekir li aliyê dinê ket û ranebû?
Û vana siwar bûn û hatin.
Ji wê çaxêda dibêjin va beleka ji belekê û siwar jî kurê eyş kulekê?

Topa qirikê?

Mêrik zewicî û bûk jêre hanîn û me’ira wî birîn û çû daweta xwe kir ma wexteke şevê derkete derva û vegerî ya kire nirçe nirç?
Û dest bi xwere li ba kir şev çû lê bûk hîn fedî dikê ku jê bipirse bêje ka çi heye?
Lê vî neterkand dibê bûkê go:bismam em bibêjin malxê min tu çû yî derva tiştekî te tine bû ku tu hatî tu ne yî li ser hevî gelo çi bi tere çêbû?
Got:qizê deng meke nê gotin?
Me’ina xwe pir çetin bû û kire nirçe nirç?
Bûkê dîsa jê pirsî gelo:xwedêkî çi çêbû va du pare şevê çûn hindik ma sibe bê û te ji mera qêxe çêkirin hele bê ka çi ye belkî em tev çarekin?
Got:ma ez dikê çi bibêjime nayê gotin?
Lê ez mecbûrim bêjim!
Ez çûme derva çolekê rûniştim ba bi ber min ket wek topekê ji min ket bû qirikekê û bi jor ket û firya?!
Hema serî xwe danî û raket?
Sibeda rabûn kelle kirin bane jinan kirin ku jin hatin li ser nên rûniştin hate bîra bûkê pîq pîq bûk kenî ya?
Jinan bi hevra go:xûçê bûke dîwanê?wê go:dîwanê?xwasî yê bihîst hat li ber rûnişt go:qîza min çi hebû ku tu keniya yî?
Ma ken ji tera dibê?go:xaltî tiştek tinene lê filan kesê me êvarî derkete derva di top jê ketin bûne du qirikan bi jor ketin û firyan?
Jinan çû li mal kirne sisê?
Gerya bûne heyşt gihiştine hêkim?
Hêkim wesandê?
Va çû mehkemê hêkim jî yek kire ser got:kurê min filan şevê filan se’etê tu derketî derva neh top ji te ketin bûne neh qirikan û firyan?
Go:hakim efendî ku ez rast bibêjim tu naqeherî?
Got:na?got:hakim efendî ku gihîştine te heyşt bûn te jî yek kire ser bû nehan?
Hêkim go:ti işto zanî min jî yek kire ser?
Go:tema min tecrîba bûka xwe kir min go:yek wê kir didu heta gihîşte te heyşt bûn te jî yek kire ser bû bû neh?
Hêkim got:kurê min here mal te rast got?!

39

Fatka nebalix?

Go:yek hebû pire nebalix bû?
Mêrkê reben tu te’im jê nedî?lêxist çito kir û pê nikan bû?
De sarûnceke li nêzikî gond bû ejdiyakî mezinî têdabû?
Mêrik rojekê pir fikirî bi xwere got:ez herim vê çekme sarûncê ku ez ji vê xelasbim.ji vê pêva çare tine?
Dibê:şevekê hanî dest û nig girêdan û dev girêda û kire çiwalkî û bir û çû çekire sarûn cê?û got:ejdiyawo ji tera?û vegerî ya malê du roja ma roja sisiyan got:hele ez herim binêrim ka saxe lê ejdiya pê dada ye mirî ye?
Çû dî ku ejdiya xwe li hev gerandî di quncik da û wê jî pile pile bi xwera dev dibê û guh nabhîzê?
Go:ejdiya go:biraw ku tu min ji vir xelaskî eze çeyake mezin bi tera bikime?
Dibê:vî hanî ben bû ku paç bûn bi ser hevda girêdan û beradan ejdî ya xwe lê gerand bi derket?
Go:biraw te ez ji vê xelas kirim.va ez diçim xwe li qîza paşê bigerînim ku kî werê ez ber nadim tu metirs were a eze berdim tu û şansê xwe ku paşa çi da te?
Dibê:çû wê rojê roja din delal bi bajêr ketin gotin:kî vî ejdiya yî ji qîza bêşe vekê ku çi bixwazê wê paşe bidêkê?
Ku kî darê boş vedgerê î ku venekê jî serî wan darê?
Dibê:vî bihîst hema çû go:eze vekime law go:tu gunehî wê serî te herê go:xem nakê?eze vekime!
Dibê çû go:biraw berde?
Ejdî ya xwe bera da û got:biraw biner ez dikê herime xwe li qîza şahê misrê bigerînim darî tê yî ha ha eze bi te bigrime?
Go:temam!
Ejdî ya çû û va jî birne ji paşêra û paşa kêf xweş bû?
Hanî bane meclîsê kir got:win ji heqî vî camêrîra çi dibêjin û win çi layiqî wî dibînin?
Dibê:meclîsê got:paşa qîzik ji para wî ye ji ber ku ji mirinê

rêzgar kir bi xwîna xwe tî te têda nema?!û wekî dinjî tu çi bidêkê dibê zavê te?
Paşê dawet çêkir û qîza xwe lê me’ir kir û li ba xwe jî kire lelikçî?!
Cendek derbas bû mektûb ji şahê misrêda hat go:piştî silavan ew ejdîya yê ku xwe li qîza te gerandî li qîza min jî gerandî ye?
Ew kesê ku qîza te xelas kirî ji minra jî bişîne?
Ê paşê wesandê nikanê bê na jî dikê bereder bibê nebû?
Got:rabû û çû bi rêva çi tevdîrê bigerîne ku ejdî ya pê danede?
Go:çû ku kete hindir?ejdiya vêre got:keko ne min bi tere got:mê tu hatî çi?
Got:biraw ez natime ji bo te?go:lêê?got:ez dirivime ji ber ya binî sarûncê da li pê min tê ye?
Go:ejdî ya hema xwe vereşand ji keçikê û yek ser çû go:biraw bira deng neyê min?

Cizdanê reş?

De berê koçeran kerekî xwe hebû rojê ku koç dikirin meşka mêst û eyar şîrk lê dikirin?
Dibê:koçê barkir û meşk û eyar şîrk lê kirin û çûn bi koçêda ketin.
Go:ker bi çêrê ket li vir û li wir qûç teqle kir çû li zozanekê qelibî diçêrê ye carekê dî ku gur tê ye?
Gur het dî ku yekî mezine bê semte ku tu çî law û tu kî?navî te çiye?
Go:bi minra dibêjin ker oxli ker?
Û got:ez kanim mêjî erdê der xim?
têr xwarî ye dibê:zîtek avêt da lotikan meşk û eyar şîrk ketin ji ser piştê û kire angînî zirriya û rabû

40

ser herdu nigê paşi yê û nigê xwe di meşkê da lêxist mast bû ku dew bû bijiqî ber berî serî wî rabû?
Cara din zîvirî di eyar şîrk da lêxist şîr firya berjor?
Gor:qul kola saw girt?û kêr xwe berada ji hev kişand di bin zikî xwe de lêxist?
Gur go:ew çiye?
Got:va cizdanê reşe ez dikê binêrim ka navî te jî di nav mehkûma da hêye lê na?
Dibê:gur bazda rivî ya çû li şêr rast hat?
Şêr got:gurî gurrî tu çi direvî ye?
Çi heye li pê te?
Got:paşayê min ez hîn dihatme pê te?
Min girekî goştî li dera han dî ye û hema bi lez min got:ez herim bane paşê xwe kim?
Şêr got:gurrî ez bi te emelî yê nakim lê hema yek ku em herdu dûvê xwe bi hevda girêdin me’inê ku tu nerivî ji ber ku tî zexelî?
Dûva xwe bi hevda girê dan hatin.kêr carekê serî rakir dî ku gur û şêr herdu jî têne?
Go:bankir û got:gurî gurrî eslen tu ji bav û bapîrê xwede meryakî xayinî?
Te got:ku eze serî sê şêra wînim xwîna bavê te ku em silih bibin!
Niha jî te çû şêrekî gurrî ji minre hanî?
Ku şêr werga bihîst got:gurrî dêmeg tu min ji ber xwînan da dibî ye?
Şêr çimkir û gur li pê rabû li erdê ket heta ku mêjî rijya?!

Ê ereb û naqê?
Ê ereb bi rêda diçû.û naqe vêra bû?
Lê bi rêva kêf hatê dikê işto bikê.ku tevleşî naqê be!
Rabû seknan dî negihiştê.û xiyan kir nizim bû?
Rabû çû benekî xwe hanî avite milikî naqê û textekî xwe jî hanî bi teşkan da girê da û rabû li ser sekinî û tevleşe naqê bû?
Hinek rêwî hatin dîtin. gotin:tu çidikî ye law?
Go:karê şeytêne?
Go:şeytan di bera derket got:vî tiştî ku ti dikî ez rê nabime ser?
Min dikê ben ji ku banî ya û va texta ji ku banya û min tew feime milik nedkir ku nolê te bikira?

Kerê nezirriya yi?
Dibê:kerekî nêxircî pîsik hebû di nav naxirêda ne dizirriya û nêxircî tu ricî jê nedkirin?
Lê bû wexta zayina keran sîpe-kurrî gî dolê wî ketin?!
Ji wê çaxê da ku yek karekî bi dizî dikê û di pêra jî aşkere dibê?
Dibê tu bûye kerê nêxircî yê neziriya yî!

Rûvî bû mîrê cinawira?
Dibê:yek hebû di malda pirî bi qîmet bû ji ber ku bi tenê bû û bav û dê jî pir jê hez dikirin?
Lê tim bavê dixwest ku berî mirinê wî bizewicî ne û bi zarokên wî şabe?û li dora xwe bibîne!lê lawik her tim digot:na ne wexta min û zewacê ye?
Wer hasil tu teim nedî rojekê serî xwe rakir û bi çolê ket?
Dibê çû pir çû hindik çû lê bû êvar dagerî ya ber çiyakî dît ku işkefteke li wire çû işkeftê bi xwere got:eze hîşev xwe di virde derbas kim heta sibê hele ka çi çêdibe?
Raket li wir sibe bû rabû dît ku çi zozane pêşî ya işkeftê.

41

Got:eze hespê xwe li vir twilkim û ji xwere herme nêçîrê hele ka dar dikeve berî bi kuda?!
Dibê werga çendek çû sibê darê nêçîra xwe dike û tîne ji xwere dibrêje dixwe û hespê xwe jî diçêre serê xwe yî rehete?
Dibê:rojekê rûvî di wire derbas bû dît ku hesbek diçêrê ye û kes li ber tine bi xwere got:hikmeteke vî hespî hê eze hefsarî vî bigrim û biçêrînim hele ka ci jê derdikevê?
Dibê:bi hefsarê hêsp girt û çêrand.de wêrojê jî xort nêçîrek zêde girt hat dît ku rûvî hêsp diçêrîne hanî nêcîrek çekire wî û ya xwe jî ji xwere bir?
Roja din gur hat dît ku rûvî û hesp diçêrînê got:hisênî yo tu cidikî va tu ketî ye xêrê me hay ji te nîne?
Rûvî got:erê bi xwedê hema tu jî were bi minre têkeve vê xêrê?
Gur got:lo hele tu dagere em di newqa vî hespîda lêxin eme heftakî goşt bixune?
Rûvî got:qey tu dîn buye hele ka were bi minre biçêrîne goşt bi xwe ji tera werê?
Dibê:gur jî bi alîkî hefsar girt û çêrand wê rojê lawik nêçîreke din zêde girt hanî dît ku gur jî hatî ye her yekî yek dayê kê û çû gur dît çi kêfe ne tirs ne westa bûn goşt bi xwe têye?
Dib:roja din çeqel hat?
Ya din eftar hat?hêdî hêdî sewalên cinawirî gî li wir kom bûn?
Dibê rûvî got:wanî nabê divê ku em şahekî xwe çêkin?
Got:çawa?rûvî got:kevirekî bilind hanî sekinand û got:kî ku xwe çekê û qûna xwe bi ser vî kevirî dê ew wê bibe paşê me hemuyan?
Lê rûvî bi xwere dibêjê ez ji kesî natirsim lê ji soxeyî çêqel ditirsim!
Çû xwe da ber kêvir ku bû sira çêqel wî ji parra dûva xwe di bin hilda çeqel di ser kêvir ra tot bû çû li erdê ket û rûvî xwe çekir qûna xwe da ser kêvir bû padîşahê cinawira?!
Dibê:rûvî rojekê civîneke awerte li dar xist hemû dawet kirin kom bûn ka çi heye rûvî hat go:birano hun dizanin ku em bi xêra padîşhê xwe yî mezin li vir kom bûne û em bi keda wî dijîne ku naha ew ji vir herê gelo ma eme kes li vir bimînine?
Hemuyan bi hevre gotin:na?
Divê em wî bizewicînin?
Lê gotin:başe ka eme kê jêre bînine?
Rûvî got:birano wek win dizanin vî bajarî nêzî me keçeke padîşahî wan heye pire bedewe divê em wê jêre wînin!
De ka em tevdîrê bikin ku em çawa wînin?
Dibê:rûvî got:wê qertel herê xwe di nav darê da li nav baxê paşê li hamber qonaxê veşêrê?
Û gur û eftar jî wêhalet kaş kine û ez jî bibim cotarî û wê çeqel jî liqatê bikê?
A wê milet derkevê tiştekî bi ecêbe cotî cinawiran caran kesî nedî ye wê milet rabê temaşê û xeberê bi qîzikê dine a ku işto der kete çar daxê wê qertel tê veçînê û rakê wînê?
Dibê:sibeda rabûn berî cotarî werne cota van çûn li nêzikî bajêr haletekî xwedîn hanî gur û eftar ta hev kirin kirne bin nîr û rûvî bi mistikê girt û çêqel jî tûrê liqatê kire istuyê xwe û liqat kir û kaşik jî avitine hirçê?!
Û cot kirin bajar gî li wan rabû temaşê cariyan xeber dane qîza paşê go:hele derkeve xatûn ji xwere li cotî cinawira binêre?
Qîzik derkete çar daxê ji xwere li cot temaşekir mal mîratî qertel tê veçand û bi jor xist çû vana dîtin ku qertel qîza paşê hanî hema cotê xwe ber dan û reviyan hatine işkeftê?
Û paşê bihîste rewşa awarte li dar xist?
Piştî sê rojan gotin:pîreke sol kesk hê ku wê hanî hanî na ku ew neyinê em kes nikanin wînin çimkî em kes nizanin ku bi kuda çiye?
Dibê:pîr hat got:paşa eze herim lê hema dibê ku ez kanim bî nim?
Lê hema nîşanên min eze deynime wê bi were xuya bikê ku werim an bimrim?

42

Dibê:leganek hanî tije şîr kir û şiveke işk têda danî û got:paşa ku te dît şiv kesk bû wer zanibe ez hatime?
Na ku te dît xwîn jê niqutî wer zanibe ku hatime kuştin?û bi rê ket?
Em werne ser xort û keçikê sê rojan bi hevre man lê eşqek bi wanre çêbû lê hema nêzikî hev nebûn?!
Dibê:pîr hat û wê rojê jî qapidar hirçe û hirçê jî ku şev ji kest wê serî xwe danî û xuşande xewê!
Pîr hat bi dizîka kete hindir hema bife ser çavê qîzikê kir û qîzik kire kûp û qûna xwe da ser devê kûp û şivika xwe lêxist û yela ya xwedê got:bi jor ket firya çû?û dara pîrê çilo da li qonaxê kêfa paşê hat bû dawet?
Lê kevir û kuçikê çol û baniyan li hirçê bariyan û gunehê xwe kişand?
Û rûvî reşek bi lez li darxist û gote:teyir tu bi lez here li hamber qunaxê li ser darê vene ku dilê qîzikê li paşa yê me hebê wê bi xwe derkevê derva ye û tî wê rakî û wînî na ku dilê xwe jî tine be binê ka em çi çarê bikin?
Teyr firya çû li ser darê venişt û keçikê di şûnbakê re dinêrî dît ku teyr hat,hema buxça xwe ye kincan rakir û derkete derva teyir tê veçand û yela ya xwedê bi jor ket û çû?
Paşê dîsa gazî pîrê kir û pîr şand û pîr hat lê wê rojê jî nobet dar rûvî ye?
Dibê:rûvî hanî darikekî xwe hanî serî qelem kir kire şûjin û kire nav lepê xwe ji bo ku her ku di xewva çû di pozra herê ranekevê?
Go:şev ji kest rûvî dît ku pîr hat peyabû rûvî xwe li mirnî na?
Ta ku pîr kete şikeftê waqînî bi rûvî ket û pîr girtin û pîr şeqe şeqe yî kirin avêtin?
Paşê fe’im kir ku pîr mir.
Ferman da eskerekî mezin komkir wê şevê û bi rê ket?
Rûvî jî ferman da hevalên xwe û got:win dikê her kes herin malbata xwe li vir hazir kin ji ber ku şerî mezine?
Dibê ew jî çûn di kûn şevêda her kesî malbata xwe kom kirin û teyranî çûn her kesî yên xwe hanîn.
Paşe hat lê bû êvar go:rakevin ku em sibeda bi carekê da êriş kin yan bidin yan bistînin?
Dibê rûvî bane çêqel kir û got:ku şev ji kest ez ji we dixazim ne navtengê hespan û ne quzqûnê hespan û qeytanê cîzman û benî şûra win gî biqetînin?
Ku şev çû çêqel basqûn da tiştek li ser hev nehiştin?
Sibeda paşe rabû ji xewê û bala xwe da halî eskerê xwe dît ku ne ti hale?
Û rûvî sibeda rabû got:ji minra paytonekê anjî texte rewanekê çêkin û çû ba lêwik û got:ji minra mektûbekê binivsîne bike(paşa me qîza te ji paşê xwere hanî bi erf û edet û bi razîbûna qîza te,heger tu vedgerî vegere na ku tu venagerî bila kes nizanibe ku tu hebû yî an na)?
Dibê textek dane ser pişta hirçê û eftêr û rûvî xwe li ser tit kir û mektûb kir devî xwe û eskerê xwe bi hamber ket û di sera teyran kevir rakirine?
Rûvî hat li nêzî wan sekinî û mektûb da eskerekî û şande ji paşêra?
Ku mektûb gihîşte paşê û paşê bala xwe da eskerê rûvî dît ku çêtirî xwe rezîl bikê biryar da vegrê?
Û xort û kecikê çûne ser mirada xwe û rehme li dê û bavê we?!

Gilî yê kêçan?

Kêça go:em dikê herin li ba hezretî silêman li qûl gilîkine?
Go:çira sipiya dipelêxin û mejî mist didin?
Ixtiyarê xwe gotin:ku

hun çûn berê li dor xwe binêrin ku kesî kose li cimatê hebû gilî mekin wê gilî we vala derkevê?
Go:temam?
Çûn li civata hezretî silêman rûniştin û li dor xwe nihêrîn dî ku kesekî kose tine ye,lê yekî xwe li

43

nav solan kome hev kirî ye û serî kirye nav destê xwe?
Goti:va ne tişteke?
Gotin:pêxemberê xwedê em hatine li qûl gilî kin ji ber ku pir zilmê li me dikin?
Got:çima ma ci dikin?
Gotin:çirra ku me digrin mist didin didin tî di meda nahêlin?
Çirra ku sipî ya digirin dipelêxin!
Dibê ew ku di nav solada rûniştî serî rakir got:tema heya ku we di nav neynûkê xwekin wine bi deh mitra xwe çekine û dûrajî nêne girtin?
Gilîyê wan vala çû?
Wexta ku bala xwe danê dîtin ku nîv kosê?!
Dibê poşman vegeryane mal?
Kalan go:we cikir?
Go:wele em li yekî nîv kose rast hatin û gilî yê me vala çû?

Wê ji yekê bi didiya bê?

Dibê yek çû li malekê bû mîvan?
Zivistan bû pûk bû sar û serma bû?de berê kozî hebûn û çirê îdarebûn li ber koziyê rûniştine ê ne derpî jinikê yî qetya ye û mêrikê jinikê dikê bibêjê jinik ser xwe bigre nabê mîvanî rûniştî ye û xerîbe?
Hanî go:şîşa xwe kire kozî yê û bi mîvanê xwere got:mîvan va dîregê me daketine nêta min hê ku ez ser xênî vekim û van dîrega teqlekime û bi xwere li jor jî dinêrê ye ku mîvan jî li jor binêrê ta bi şîşê jinikê daxkê ku ser xwe bigrê?!
Mîvên rewş fe’im kir û got:tu gulle min kî tî dev jê berdî?
Dinya zivistane şûrê xwedê yî di deve merî nizanê çê tê xerab tê dibê ku fersendê nadê tew tu ji yekê dikî didiyan?
Wê tew xerabi be wê tî paşê biheyirî jê gerîbe çêtire!
Dibê me’izûban guh neda yê şîş bi dizî bi soxeyi jinikê dana?!
Jinik veçiniqî xwe berjor çekir virq tirek jî kir?
Xicil bû fedî kir?
Mîvên vêre got:ne min ji tere got:jê gerîbe wê tî ji yekê bi didyakî te gule mi nekir?
A te rind kir?!

Apê heso temaşo?

Go:qîzikê û xort soz dane hev li feydê bêrgel bi hevra suhbetê dikine di bilanî ya feydê da?
Hesê hengê jî li kera xwe yî siware di rê ra darê ye de qîzikê dît ku hesê hengê ew dîn?
Go:eme herin xwe di dorê ra çekin ku em dîbin wê bi mera bibêjê?
Na ku em nedîtibin jî emê vegerin karê xwe bikin?
Dibê:çûn xwe di dor kerê ra çekirin û gotin:apê heso temaşo!
Go:hesê got:yawrim temaşê li ba wê di binî feydê daye ma çi li ba min heye?!

44

Azep?

Go:yek hebû rojekê? got:divê ez herme welatê jorîn ji xwere bişixulim li karekî xebatekê bigerim?
Rabû û çû dibê ber êvarî bû nêzikî gundekî bû dî ku yekî bi umir mezin cot dikê gihiştê kê û silava xwe kir?
Cotarî got:piştî silav vegerand jê pirsî birazê tu bi kude darî oxira te ya xêrê be?
Got:wela apo dibêjin li welatê me yî jorîn kar heye a ez jî dikê herim ji xwere karekî bikim?
Got:birazê ne niha tu nikanî herî ji ber ku çemê me rabûne ancax tu bimînî hetanî der biharê çemê me dakevin wê karwanê me werin ez te bi wanra bişînime?
Kurê min şalê tu cot zanî bikî?
Got:erê apo qey karê mine?
Go:başe hele xetekê here were?
Xort çû û hat xet kire tîr?kalê got:kurê min lê navê te çi ye?
Got:apo navî min hesene?
Go:heseno kurê min tî li ba apî xwebî heta ku karwanê me tên eze te bişînime?
Dibê cotê xwe berdan çûne mal kîsê hesen tije titûn kir û şîv xarin û raketin sibeda hesen rabû çû cot?
Wer ma heta demekî rojekê dikê kal herê êşe Got:heseno kurê min ez dikê herme êşe?
A tî li ber malê bî kurê min va gundî me sinetî xwe yî pîse feriqdikin ku yek neyî li male xwe li namûsê hev datînin dibê ku ez dereng têm darî derî ji kesîra vedikî ha ha miqayit be?
Ku kî hat go derî veke tu vemeke kes navî te nizanê ji min pêva kîja çaxê ku min bangkir û got:heseno kurê min derî veke hînga tu veke?
Go:ku wexteke şevê çû dît ku yekî bang kir law azep derî veke vî xwe kerr kir cardin bang kir law ne bi tera dibêm derî veke law kûcik lawê kûçik ku ez werme hindir ez di sî û di zo bavî tenime?
Tu venakî ez herim silimê wînim?
Dibê:hesen tirsiya go:ya sebûr ya elah eze vî berdime hindire ma kê haje min hê niha ku rastî herê silimê wînê xwedê zanê ku wê ci werê serî mine?
Çû derî vekir bera hindir da?
Hewşek nema dî ku yekî din hat bang kir law azep derî veke kelp lawê kelp mi di qebrê bavî teno?
Ew jî bera hindir da ku wexte ke şevê çû dît ku kalê bang kir heseno kurê min derî veke?
Dibê:bi xwere dibêjê:te di tirbê bavî hesen no qey zihar te peya dîn û mal pê hilpesart qey ne hesen hindir tiji kir?
Go:kurê min ji tera palte li vir bisekine kî hat tu lêxe?ez jî dikê herme hindire?
Şeve reşe tiliyan di çavê hevrakî naxewinê?
Ku kal çû hindir bi hevda ketin vî dît ku reşayak tê ye hema palte rakir û di nav çavan da lêxist orînî vêket dît ku gayê kalêyî cote?
Go:ma rûnişkandina min li vir ma?
Hema paltê xwe çekir û serî xwe rakir û ji gund derket û çû?
Dibê çû nêzikî bajêr bû lê ne berî ke boşe û birçî bû dikê çawa bibe nizanê nêzî bajêr gerya dî ku haletekî danî ye?
Bi xwere got:eze gîsin vekim bibim li bajêr bifroşim ji xwere pê nanekî xwe bikirim hele ka xwedê çi dibêjê!
Hema gîsin vekir û çû li bajêr da hesin karekî bi mejdiye kî û got:ez herme firnê pê nanekî ji xwere bikirim ez ji birçîna re mirim?
Va çû li bajêr dimeşê hîn li firnê digerê dît ku jinekê dergûşekî di dest dê û li pê tê û bi xwere dibêjê hele tu lê binêre çî dibê yî bergîre zariyê xwe di situyê min da terikand û tew xwe li mi nakê xudî jî bê namûs hey kurî bê namûsa te nabê va jina bi çi dikê xwe û vî pîncî te xudîkê ji para gihîştê û

45

dergûş da dest û got:bigir hey pîl pe’in!
Ne ez se’eteke bane te dikime tu kuda dariye ji tera pîncî xwe jî bi xwere bibe û tu kuda diteyi sî biteyis!
Aman dexîl haho hawar milet li sêrî kom bûn çi ye jinikê got:çi ye va mêrkê mine hîro ku va zarî me bû dikê tirek deşe min kê û herê ez jî dibêjim dergûşî xwe jî bibe û bi kuda darî here?
Milet go:dergûşî xwe bigir kur ê bavê ye ne ê dê ye nabê ku tu herî û xelk jî ne mecbûre zarî te xudîkê?
Derkûş lê hildan va bi bajêr ket we’ije we’ijê dêrgûşe yarebî va çi bela bû ez ketmê kê?
Bi xwere go:ne zariya cedikine camî yê û hink ji xwere dibin xudî dikin got:wela ez jî herim vî deynime camî yê ma ez dikê çibkim nahewê?
Go:çû camî yê dît ku zarokek berê danîne ku va xarbû ku dikê dêrgûş deynê xoce silav da dît ku yek dergûşe kî datînê ye?
Hema banê kir go:de zû rake te hîro camî tiji zarî kir me nizanî bû nimêj kira te em li hev şaş kirin rake herdiyan rake?
Law aman va ne ê mine law go:bi tera dibêjim rake ne hewce ye ku ez bane pûlisa kim bila te rezîl û
Riswa bikin zû rake binêm?
Go:vî yê din jî rakir û bi bajêr ket bû şaqe şaqê herdu zarokan di desta de yarebî dikê çawa bibe va çi bela bû ezketmê kê?
Pîrekê dît ku yek bi bajêr ketî ye û di zaroke di destda ne got:law ez te ji van xelas kim tî çi bi mindî?
Got:wela pîrê hema ez he me û mejdiye kî min hê jê pêve tiştek tinene?
Got:ka bi minde?
Mejdiyê xwe derxist da pîrê û her du zarok jî danêkê û nigno bi qurban tirsa ku pîr jî lê vegerînê ma kiro yê berê dîsa rezîl bû?

Ku ne ji kalan bê di xortan da xêr tine?

Dibê rojekê siltan li civîna xwe civiya bû?dît ku gote got pir têne kirin hinek dibêjin xêr di xortan da hê?
Û hin jî dibêjin na xêr di kalan da hê?
Dibê:roja din siltên ferman da got:her kesê ku kal di malêda heyî wine kalan bikujin?
Dibê yekî bavê xwe yî pê bi qîmet bû çû nebedîrek kola û bavê xwe tê da veşart!
Bû roja din got:xort hemû werne qonaxa siltên?go:xort civiyan go:siltên got:hunê palê li vî erdî vala neçandî bikin bi das û kefê weku meriv çawa palê dikê?pala bê bikine?
Dibê:pale kirin heta êvarî û hatine malê bûn ji hal ketin?lawik hate mal û çû ser nebedîrê vekir?kalê got:kurê min tu hîro kude çû yî?ez ji birçîna mirim?û mi ne nimêj kir?got:bavo deng meke em jî mirin bûn ji hal ketin?çira kurê min we çikir?got:bavo mejî pale kir?
Pala çi wexte kurê min?got:ez çizanim?ê go:xem nake kurê min de ti ka misîn ji minre tije av ke ez nimêja xwe bikim û pariyek nanî xwe bixum sibe tê xêr vêre!eze te ji palê xelas kim?
Got:kalê destnimêj girt û nimêja xwe kir û têr nanê xwe xar hiş hatine serî?û got:kurê min sibeda ku tu çû yî palê tî jina xwe jî bi xwere bibî?
Bila ew jî li pê te başax kê!ku got:va çî ye bêje wela siltan vajî dikê başaxan bike ji ber ku arvanê me tine?
Em dikê ji xwere bi dan û nan kin eme xizanin?a wê siltan we ji palê berdê?
Dibê:sibeda rabûn çûn vî jina xwe jî bi xwere bir û çûn ku van ber girt pale kir jinikê jî li pê başax

46

kirin wek ku merî li pala beraskîn başaxan dike û vî jî herku çend dase xwe lê xistin xare erdê bû û çend simile xwe rakirin û mist dan û pif kirin û çekirine devî xwe û çûn û xarin?
Siltên dît banê kir û got:kurê min va çi jine bi tera hatî ye?got:wela siltan xwedê umrekî dirêj bidê te wek tu zanî em xizanin û arvanê me qediya ye min got:jinik meş xêra paşê pire tu jî başaxan bike ku em ji xwere bi dan û arvan kin?!
Got:ma çira tu çi diçiní ye?got:wela siltan ku ez çi diçinime wî jî başax dikime?
Got:başe dev ji palê berde?
Sibeda ez sê tiştan ji te dixazim?
Yek î di bin emrî teda?
Didu dostî te?
Sisê dijminî te?
Ku tu neyinî serî te jêkime?
Dibê:va hate mal bi lez çû bavê xwe derxist û got:bavo!te pergala min belakir?
Got:çibû kurê min?
Got:çi çibû sibeda dikê serî min jêbê?
Çirra kurê min?sê şert ji min xwestin yek çî di bin emrî minda ye?
Didu çi dostê mine?
Sisê çi dijminê mine?
Got:kurê min va a tewre qolaye hele tu nanekî bi min de?
Go:nan ji kalêra hanî kalê têr xar û got:kurê min sibeda wê tu li kera xwe siwar bî û kûçikê xwe jî benekî di sêri kî bi xwere bibî û jina xwe jî bi xwere bibî?
Wê siltan bibêjê ka te çi hanî?bêje siltan tiştê te xastî min hanîn?wê bêjê:ka?tî bibêjî:siltan va kera mine di bin emrî min daye ez pê karê xwe dikim û ku jinik li min bixeyide ez pê îşê xwe jî diqedînim û xwe lê jî dikim?
Va kûcikî min jî dostê mine ez lêdixim diqewitînim nên nadimêkê sibê radibim ku li ber qapî min veketî ye qorîn dikê ye?
A vajî jinka mine ew jî dijmina mine ku fersendê min têkeve rehmê li min nake?
Go:sibeda rabû xwe li kera xwe kir û kûçikê xwe ben isti kir û jinka xwe bi

xwere bir û çû?
Siltan derket got:ka te çi ji minre hanî ye?got:siltan ên te xwestî min hanîne?got:kanî?
Got:siltan kerê min di bin emrî minda ye?ez lêdixim pê karê xwe dikim û carna îşê xwe jî pê diqedînim û xwe lê jî dikim?
A kûcikî min jî dostê mine diqewitînim nên nadimê sibê radibim ku li devî qêpî ketî ye qorîn dikê?a jinkê min jî dijmina mine?jinikê go:erê erê ti bavî xwe li mal veşêre ez jî dijmina teme?
Go:siltan binêre hîn tiştek tine?
Siltên got:here bavî xwe ji minre wîne û were?
Çû bavê xwe hanî û siltên kire wezîr li ba xwe?

Me’imela file û misilmên?

Yekî fileh ji yekî misilman re çen bizin me’imele kirîn qaşo dostê hevin dikê fileh pêre alîkar be ji bo debara xwe bike ta dostê xwe mihtac nebe?
Ma bû der bihar file rabû keskayine kirî û got:ez herim seryakî li me’imela xwe xim û bihare ji mastekî penêrekî an hink rûn em ji xwere bînin.
Go:va çû rûnişt koçerê xwe hat pêrgînê û şah bû û weha got:tu bi xêr hatî birawo bizna kol min da bi cotek sol?
Ya ron min ji fatêra da bi hîzek don?

47

Ya hemis tew lê me pirs me da bi kûpek dimis?
Ya kirr ce xwar xir û mir?
Wey birawo tu bi xêr hatî wê tu du zêra bidî min ez dikê pê şakî û hepoyekî ji fatêra bikirime wê sibeda koçerê me vegerine û wê hirî li istiryan da li kêleka rê bigrê û fate komkê û şekê a wê etarê babliyan werine a eme bifroşine wê perê te jê derkevin?
Fila li derî nihêrî û got:hele tu rê bide min hînku kera min jî ji bin min neçûye?

Bûm û baz?

Bûm çû ba baz got:hîsal çêlikê min ê hiranin?
Baz got:başe banke bila bifirin bêne ba te ku bi carekê da firyan hatne ba te me’ina xwe hirrin?
Dibê:bûm bang kir çêlikan xwe çekirin li nîvî rê daketin gotin:kûk?
Baz got:yilen umek û ebûk!

Meyrevani ya anûşirwan?

Dibê:ji zilma wî kesî newêribû di bera derbas biya?
Lê vî taşte û navra xwe jî diçû li nav gulîsta nê xwe dixar?
Go:rojekê ew û lelik çiyê xwe darine nava gulîstanê bi rêda lelikçî keniya!
Dibê:ku keniya vayi dît ku ew keniya?
Got:tu bi çi dikeniya yî?
Got:qet?
Got:qet işto?
De lelikçî bi zimanî teyran zani bû?
Bi rêda dimeşiyan dît ku kund bi peytik ra got:tu qîza xwe bidî kurî min?
Beytik jî lê vegerand got:tu nikanî qalanî wê bidî?
Got:ma çirra qalanî xwe çiqasa ye?
Got:hezar gundî xerabe ye?
Kund keniya?
Go:tu çirra dikeni ye?
Te qalanekî pirî sivik ji min xwest?
Got:çawa?
Got:ku heta anûşirwan qeralê vê axê ye mexaze gundên xerabe?
Li şûna hezar gundî eze du hezarî bi tedim!
Lelikçî got:qeralê min ku ez kenî xwe ji tera bibêjim bi rastî tu teide mi nadî?
Got:na?
Çima?
Got:qeralê min mesele ev bû ez pê keniyam?
Got:niha kund û peytikê bi hevre wanî gotin?go:erê?
Got:temam eze ji vir û bi şûnva meyrevaniye kê bimeşînim ku bila ne di pê minra û ne jî di pêş minda kesî nemeşan dibe?
Ji dadmendiya anûşirwan?
Dibê rojekê yekî arvanê xwe bar kir li pişta kerê?
Jinikê banê kir got:mi nan danî ye were bixwe û here rêka êş dûre wê tu birçî bibî?
Dibê:va çû hindir ku nên bixwê û ker jî ji bîrkir werga berda yi û ker çû li têlên dora kelê qelibî

48

zengil li hindir lê ket go:hele binêrin ka va kî ye?
Ku hatin dîtin kereke û çiwalekî li ser piştê ye?
Çûn go:qeralê min kereke û barekî li ser piştê ye?
Got:herin bar ji pişta kêr deynin û êmekî di ber kin heta ku xudî tê?
Dibê:çûn bar ji ser pişta kêr danîn û êm kirne ber heya ku xudî hat?
Gotin:meşe ba qerêl?
Ka çi di der heqê tede dibê?
Go:çûn anûşirwan jê pirsî?
Got:kuro ev kerê te çawa ji ber te winda bû?
Got:ez benî ku min arvanê xwe barkir jinka min ban min kir got:were nên bixwe rêk dûre û dibê ku tu heta êvara dimînî wê tu birçî bibî a hema min jî ji ecelbûna re ker ji xwe bîr kir girêneda yî hîşt kerê min jî şeqiya di vira der ket?
Got:bi eskerê xwere herin barî ser pişta kerê deynin bi ser pişta vî mêrî din û êm bi ber kerê din heta ku êmî xwe xelas dikê û hînga kerî wî pêdin bila herê?
Dibê:kurê umer ibnilxetab û hevalekî xwe ticarê hespan bûn.
Hesp ji girava erebî yê dikirîn ú dibirin li îranê difrotin?
Dibê:van çûn hespên xwe firotin.li dawiya bazarê ku hêdî dikê bi rêkevin kurê anûşirwan û kurê wezîre kî hatin ew jî dikê hespan bikirine?
Gotin:hesp?
Go:hesp neman me tev firotin?
Got:hûnê hespê xwe bidin me ji ber ku em nikarin heroj bêne mezatê?
Go:dibê û nabê?
Hespên wan ji dest girtin ú qewitan din!
Dibê:va bi bajêr ketin û bi girî derekê nas nakin xerîbin dikê kuda herin pêşi êvare rêk dûre?
Dibê:hatin li yekî rast hatin dît ku ev xerî bin û bi xweda ketîne,li halê wan ecêb mayî man?
Got:we xêre lawo?
Çi qewimî ye bi serê we da hatî ye?
Gotin:bi xwedê hal hewalê me eve?
Got:xema nexun hunê herin û destî xwe li têla dora kelê xin wê zengilê anûşirwan lê bidê wê bi lez leşker werin we bibine hindire a hûne derdî xwe jêre bibêjine wê ji wera çarekê?
Dibê:van çûn destî xwe li têlê dan hema çitek leşker hatin bi destî wan girtin û birine hindir?
Çûn li hamber anûşirwan sekinîn got:we xêre çi derdê weye?
Tecimanek ji wan re hanî dibê terciman got:şahê min evna dibêjin:ku em ji girava erebiyê ne û li vir qut bûne bi mere pere nemane hîcar em nikarin vegerin?!
Dibê got:her yekî kulmek zêr bidnê bila pê vegerine welatê xwe.
Hanîn her yekî kulmek zêr danê û got:de herin?
Va derketin bi çavê hevde nihêrîn çima vî weha kir li me?
Dibê:dîsa li wî dostê xwe rast hatin.got:ha we çikir?
Go:hal mesele wisa kir?
Got:car din herin?
Dibê:dîsa vegeriyan got:hîcar çiye?
Got:terciman got:evna dibêjin hindike?
Go:her yekî kulmekî din bidnê?
Dibê:dîsa derketin dostê xwe dîtin.got:dîsa vegerin?
Dibê:ku vê carê vegeriyan terciman dîsa go:dibêjin hindike?
Got:terciman bigrin bavêjin zîndanê?
Û tercimanekî din wesand û yekî din ta bû yanzdeh tercimana şora gîşkan li hev hat?

49

Got:herin yê berê bi darvekin?
Û gote:wan hûnê rakevin li vir û hespê wan jî ji wanre hanín û got:hûnê sibê bi hevre dernekevin ji kelhê.hûnê her yek di derîkî re bi derkevin?
Dibê:sibê van rabûn kurê umer di deriyê rastê re bi derket.û hevalê wî jî di deriyê çepê ra bi derket?
Kurê umer dît ku kurê anûşirwan bi derîda yî daliqan dîye û hevalê wîjî dît ku kurê wezîr bi derîda yî daliqan diye?
Dibê:van li derva hev du dîtin wek ku dîtî bi hevre gotin!
Dibê:kurê umer hat bi bavê xwere got?
Dibê:umer got:ku ev bes bêje la îlahe ilelah wê ji berî pêxemberan di bihuştê keve!

Nermo xarî işko hîştî?

Çi hebû?
Çi tinebû?
Kal û pîrek hebûn?
Rojekê hanî gotin:wîne em xaniyekî xwe yi benîştî lêkin?
Go:dibê?
Hanîn xaniyê xwe lêkirin qedan din kalê got:hele ka ez herim li ser bimîzim ka dilopan dikê an na?
Çû bi serda mizt kîrê kalê pêda zeliqî?
Got:pîrê kêrê wîne min çûçikeke xwe girt?
Pîrê kêr hanî?
Kalê pak kîrê jêkir?
Pîrê got:ez herim bi serda bimîzim hele ka dilopan dikê an na?
Pîrê ku çû mîzt quzê pîrê pêda zeliqî?
Bang kir got:kalo zû kêrê wîne min çûçikeke xwe girt?
Kalê kêr bir?
Pîrê firt û quzê xwe qut kir?
Daketne jêr?
Kalê çû qirşne xwe beref kir û hat arekî xwe dada û quzê pîrê biraşt û xwar?
Pîrê jî çû qirşne xwe beref kir û arekî xwe dada û kîrê kalê biraşt û xwar lê kîrê kalêyi sert bû pîrê li vê hêlê cû şemitî di eniyê da lêket li wê hêlê cû şemitî di poz da lêket nate xwarin pîrê ti jê feim nekir?
Rabû girya û got:i i i nermo xwarî işko hîştî?!!!
Çîroka min çû li qatê rehme li bavê cimatê?

Gotne:rûvî ku em mirîşka bi te hilpesêrin gelo tu nêzikê nabî?
Got:na?
Gotin:kî kefîlê teye ku tu nêzikê nabî?
Rûvî li dor xwe nihêrî û got:dûva min wê bibe kefîlê min?

Qird û hirç?

Berê li gunda digeriyan û qird û hirç bi pera direqisan din?
Lê çaxê bên vedanê dibû xudî diçûn an firavînê bixun yan jî taştê bixun?
Qird diçû çiwalî êrd vedikir û jê dixar ku feriq dikir xudî tê hema destî xwe tiji dikir û di dor devî

50

hirçê dida û destê xwe dadweşand û diçû wêda xwe kom dikir?
Xudî dihat dinêrî ku çiwalî êrdî vekiriye û gî li hindir rijan diye?
Li dor devî hirçê dinêrî ku gewir dikê a wê bi zînçirekê pêda dibû ire irê hirçê û qird jî wêda dibû pixe pixa wî dikeniya?
Ji ber wê dibê hink dixun û hinek jî çokan dijmêrin?

Ji hev bixe bi bin bixe?

Xudiyê gê û hêşti û kerê?
Go:sisê bi hevra bûne heval bi rêda darine yekî gayê xwe hê û yekî jî hêştirekî xwe hê û yekî jî kerê xwe hê?
Bi rêda çûn bi rêva westa bûn gotin:em bênekî xwe vêskin dibê rûniştin û sewalê xwe jî berdane zadekî çêriyan?
Ne xudyê zad ew dîtin û hat dît ku sisêne bi xwere got:ku ez li van xim ez bi hersiyan nikanim ez van ji hev cihê bikim ku ez heqî van bidmêkê!
Dibê got:hele ga ku zad xariye xem nakê naxira gund hê wê bi çêlekan geregbê siwaba xwe hê,û çêlekê gund istewr namînin?
Û hêştirjî sibeda wê pê şela bikşînin?
Lê xudî kerêwo ma pezê minî li kuye ku te bibim di dewlê kim yanjî te bi kerî bêriyê kim hey kelpît oxli kelpît ma ti hisene te tev mi hene?
Go:bi çokî dayêkê mest kir û berda!
Zîvirî ser xudî gê û got:hele pêşiya me palê û eme şela bikşînin lê tu xudî gêwo ma naxira diya mine li kuye an jî milkekî minî pir hê ku ez pê cot bikim yanjî hisa te tev min da heye ku te bera vî zadî daye kûçikî ji kûçkan bi çokî da wî jî ew jî rep kir û li şûn xwe hîşt?
Û dageriya ser xudî hêştir law go:tu çiqasî bê feimî hey kûçik lawê kûçik ma ez li ku pale li ku ku tu dikê ji minre şela bikşînî hey malê bavî te şewityo?
Eceb ez heta wê çaxê dimrime dimînime bi çokî da wî jî ew jî têr kir û berda û tarşê wan jî da ber xwe û bir û çû?
Ku merî hev negre şite a waniye yek bi sisya kanê?!!

Î ku zimanî xwe negrê wê şelwerî sor li xwe kê?

Dibê şêr nexweş ket?
Gur bihîst got:ez herim seryakî lêxim!
Bi rê da li rûvî rast hat rûvî got:kuda birakê gur?go:şêr nexweşe ez dikê herim seryakî lê bidim û xweşiyê jêre bixwazim?
Birakê hisênî tu jî naçî em tev biçin hevalî xweşe?
Rûvî got:dev berde ji wî zalimî ew şahekî sitem kare?
Gur çû gihişte şêr û xweşî jêre xwest şêr got:ka rûvî naxewinê gelo ma qey nebihîztî ku ezî nexweşim?
Gur got:şahê min hajê heye min vêre

got:şahî nexweşe birakê rûvî meşe ser xweşiyê got:ew meriyekî zalime dev jê berde?
Şêr hirmînî vêket û got:ku we li kur dît ji minre bînin eze wî bihêrime?
Dibê:rûvî bihîzt rabû hema çentakî xwe dît û çend kodike xwe kom kirin ji ser herîş kan xiste çente

51

û xwe da ber gur ku roja din gur çû ew jî li pê çû kete hindir û silava xwe kir şêr got:rûvî rewiqiyo te va gotina di der heqê minda kiriye?ne ez li ezmanan li te digeriyam xwedê tu li erdê dayi min!
Rûvî got:şahê min gotin ne wisa bû?got:lê çawa bû?got:gurê pîr bi minra got:şahî nexweşe em herne ser xweşiyê lê bikin?û min jî got:heta ku ez dermanekî jêra nebînim ez naçim va min çû ji tera derman hanî?
Got:ka dermanê min ci ye?
Got:paşa ku ez te mi’ane nekim ji ku ez bizanim derman çi ye?
Got:başe were min mi’ane bike?
Rûvî çû got:palde?şêr palda?rûvî qutîk da ser zik û jê pirsî û got:gelo! ma rovyê te dikine qûr qûr?got:belê?
Got:ma çavê te sor dibin ku tu diqeherî?got:erê?got:qula te birûska dide?pîç beran dike?got:erê?
Got:paşa gunê gurekî pîr wê tu bibrêjî û bixwî dermanê te hewe?
Hema şêr got:wayi li ber xwe bigrin û guna hilkin dibê gur girtin û gun hilkişan din dane şêr û rûvî derket û gur jî der ket û xwîn bi nav niga da rêz bû?
Gur got:birako te çira li min ev yeka kir?
Rûvî got:karê î ku zimanî xwe negre wê şelwerî sor li xweke?!

Çêlikê rûvî heroj jê dipirsîn digotin:bavo eme esîlin lê kûçik û teijî?
Rûví digot:eme esîlin lê xwedê koça me li hev rast neynê?
Dibê rojekê koçeke qereçiya derbas bû û kûçik û taijî û bocî bi rahêlê keti bûn û çêlikê rûvî ew dîtin gotne:bavê xwe bavo wane derbas dibin de di pêş mede û em êrîşî wan bikin ku wextê em ji wan esîltirin?
Dibê rûvî got:yawrim raste em ji wan esîltirin lê min ji were negot:ku xwedê koçê me li hev rast neyine?
Li cî xwe giran bin û bila we nebînin?

Kire pîpik?

Dibê yekî çêlekeke xwe hebû bire mezatê?
Bi rêva berî bi mezatê gê dît ku yekî nêriyekî di dest dê got:tu naghêrî?got:ez dighêrim?
Hanî çêleka xwe bi nêrîra guhêrî?
Ku wêda çû çîşkî meşiya dît ku yek têye û dîkekî di dest dê got:tu naguhêrî?
Got ez dighêrim?
Hanî nêrî bi dîkra guhêrî?
Hinkî dinê meşiya yekî pîpikeke di desta ye hat go:tu naghêrî?
Got:ez dighêrim?
Dîk bi pîpikêra guhêrî?
Çîşkî dinê meşiya dît ku yekî eynikeke di dest dê hat got:tu naghêrî?
Got:ez dighêrim?
Bi wîra jî guhêrî?wêda çû dît ku yekî kumekî di dest dê hat go:tu naghêrî got:ez dighêrim?eynik bi kumra guhêrî û vegerya mal?bi rêva kum da serî xwe got:ez herim xwe di bîrêra binêrim ka bi min dikevê lê na?
Ku çû bi ser bîrêda xar bû kum şemitî kete bîrê?boş xwe li bakir û hate mal?
Bi rêva bazirganekî li nêzikî bajêr danî bû ser bazirgan dît ku yek di rêra têye bi xwere got:wela va

52

hîro mezat û vajî ji mezatê têye hele ez banê kim jê pirs kim ka mezate şitonî bû?
Go:banê kir hat silav kir bazirgan çî li halê wî pirsî silav lê vegerand û jê pirsî keko tu ji ku têye?
Got:wela ez ji mezatê tême?
Hah başe te çi kirî?
Çi firot?
Got:bi xwedê mi nekirî lê min bir firot?
Go:te çi bir firot?
Got:min çêlek bir?
Go:te bi çi da?
Got:min bi nêrîra guhêrî?
Got:ka nêrî?
Got:min bi dîkra guhêrî?
Got:ka dîk?
Go:min bi pîpikêra guhêrî?
Got:ka pîpik?
Got:min bi eynikêra guhêrî?
Got ka eynik?
Got:min bi kumra guhêrî?
Got:ka kum?
Got:wela ez hatim min bi ser bîrêda xwe xar kir ku ez binêrim ka bi min dikevê an na ew jî şemitî kete bîrê?
Got:başe mala te hê?
Go:erê?
Got:tu niha darî male jinik tiştekî bi tera nabêje?
Go:na çima wê bêje?
Got:başe!eze niha du leşkere xwe bi tera bişînime male ku jinikê tiştek bi tera negot eze barî di qantira bi tedim?
Lê ku tiştek got:?
Go:ez benî ku tiştek bi minra got:ezjî wê şeş mehan bi tera belaş bişixulime?
Go:tmam!bane du leşere xwe kir û got:hun dikê bi vî camêrîra herne malê ka jina wî çi vêre dibêjê û hew?
Go:va çû ku nêzike malê bû jinik derkete pêşiyê û got:tu bi xêr hatî?
Go:qizê min çêlek firot?
Got:li ser xêrê be?
Go:min bi nêrîra guhêrî?
Got:xwedê min bi heyrane serê tekê ji berêda ji xêra hez dikî qeno wê bi xêra te biznê gund werne nêriye?
Go:min nêrî bi dîkra guhêrî?
Got:ê ma ji vê çêtir hê camiya gund tinê wê qene balo gund bi xêra te bi wextê nimêjê bihisine?
Go:min dîk bi pípikêra guhêrî?
Got:te tew xweş kirye li şûna tu sibê se’etekê rabî deng li zariyan kî wê tî li pîpikêxî a wê bi xwe ji xew rabine?
Go:min pîpik bi eynikêra guhêrî?
Got:xwedê meran bi heyrane însanê baqilkê ne ku roja tu riyê xwe kurdikî em diheyirin li cîranan digerin heta ku eynikekê dibînin?
Go:min eynik bi kum ra guhêrî?
Got:te tew xweşkir dinya germe û serî tejî por lê sêrek biye tu damîşe royê nabî qeno tî bi serî

53

xwedî?
Go:qizê ew jî kete bîrê?
Got:wey xwedê min bi heyrane serê tekê bila gî bi qurbane tebê ma ne tu silamet hatî şukur ya reb!
Go:vana vegeriya ne cem ser bazirgan got:ha çibû?
Gotin:bi xwedê mesele yek didu sisê halo bû?
Dibê:hanî ser bazirgan barî du qantiran dayikê û got:here li te helal be?

Gotina çûçikê?
Goştî min pariya ke!
Xwînê min kevçiya ke!
Gunehê min xanya ke?

Meimo yê ebûd ji kortika sansûlyan bû!got:ez rojekê çûme şêxalî dawetê de nimrê nigî wî 48nimre bûn?go:ku ez rabû min dî solê min tine lê cotek keşkûl li şûnê hîştine lê go:mi nas kirin?
Go:ez rabûm ketme serî govendê û min dît yeke reşike si’îfe ji wê da têye lê ez wê nas dikim hema min banê kir û weha got:lê lê xudya xeftanî qirmizî
-Ji minra bang ke wî arsizî
Ez neyi şaşbim solê meimo yî ebûd wî teresî dizî?
Û go:min dî ku didi têne bi hevra dimeşine her dujî hêwiyê hevin.herdu jî razeke hev dikine û bang li wan kir?
-Ji minra bangkine gewrê û rindê
Ez neyi şaşbin solê meimo yî ebûd çûne cindê!
-Kurdistan gula bi darda
Solê meimo yi ebûd çûn bi carda?!

Her kesî kezebê xweyi pê şêrî ne?

Go:berf bariya kurik rabû çû ser xênî berf rêj kir?
Kal der ket dî ku dinya sare dev û diranên meran dikine leqe leqe?
Go:kurê min peya be?
Dinya sare?
Kur peya nebû?
Dibê kelê çû qundaxa kurê wî hanî danî ser berfê?
Go:bavo ne ew dergûşa qefilî?
Go:kurê min çibkim?
Go:bavo kezeba min şewitî?
Go:kurê min şito kezeba te şewitî a min jî dişewitê?
Ew kezeba tê û tu jî kezeba minî ez jî bi ber te dikevim.
Di çav minda tu jî weke wî ye!

Gumgumok mirdale?
Dibê ku wexta nemrûd agir berda dergûşa hezretî ibrahîm (s.x.l.s)gumgumokê çû pife agir kir!
Ji ber wê mirdal kirin û kuştina wê helal kirin di pirtûkên ezmanî de?

54

Rî qirxir?
Go:dê û qîzê li ser bîrê girtine hev lê qîzê teim di dê neda?
Dê got:ey ma qîza min tibî ti bi dest yekî rî qirxir kevî!
Qîz pir di xweve çû ev nifirek nû ye û bi ecêbe jêre bû meraq pir bi pêket ji diya xwe pirsî got:dayê va çi nifir bû te li min kir?
Go:qîza min ku wexta min bavê te xwest umrê min di heyjde û bîstan dabû û ê bavê tejî di çelî dabû ku şeva sifteh hate ba min heft rojan çilka xwe nedî roja heyştan ancax min poz dî?
Ji ber wê min ew nifir li te kir?

Dê bi qurbane vî kurî?

Dibê:pîrê kurekî xwe hebû mezin bû bû xurtekî xwe werde temam bû?
Pîrê heroj bi kalê re digot:kurî me bûye peyaye dibê ku em sermiyanekî pêdin bila ji xwere karekî bikê hobibê vaye hevalên wî gî ticarin bazirganin?
Kalê hanî hespa xwe dayêkê û got:pîrê ez zanim kurî te ne ti ocaxe! Lê eze ji çite pita te xelas bim?
Tu vê hespê bidêkê bila ji xwere pê ticaretê bike?
Dibê:kur sibeda rabû çû mezatê hespa xwe firot û ceinyake xwe kirî û hate mal?
Bû mezata din çû ce’inî firot:pê mî kirîn çendakî çêran din hat got:anê ez dikê mihan bifroşim û gî bi gisk bidim ku her yek cotek kar wînê di salekê da eme zengîn bibine?
Pîrê got:kurê min tu zanî raste jî bizin zû pirdibin wek dibê ku tu xizan ketî bizina xudîke
Dibê:vî çû mezatê mî firotin û gî bi gîsk da û hate mal kêfê pîrê pê xweşe û pîrê meşk çêkir û eyar şîrk çê kir tevdîra xwe û koçeriyê kir?bû zivistan serma hat di heyva subatê da reşe mehê da gîsk gî sermê lêxistin virikî bûn gî mirin?
Pîr û kur va bi ser hevda ketine fikrane kal hat û li rewşa wan nihêrî?û wanî got:
Dê bi qurbane vî kurî
Hesp firot ceinî kirî
Çû ji diya xwere mî kirî
Mî firot pê gîsk kirî
Dê ne dot û ne birî
Tirek kir li vî xirî?

Rizqî gurî kor di binî işkeftêda jêre darrê?

Dibê:yekî pez diçêrand lê pir li pezê xwe miqayit bû?
Lê her navî çend rojan ku sibê radibû dinêrî ku pezeke xwe tine;va pir ecêb mayi dima bi xwere digot:ez li pezî xwe miqayitim gelo ku va dizbiya me çima wê yekê bibe?
Ku gurba bi yekê nedisekinî?
Hikmetek di vî îşîda hêye!
Dibê:xwe da bendê dît ku şev ji kest ji nişkava mîhekê bariya û serî xwe rakir û bi ser heva çû!
Vajî hema rabû û deng nekir ji xwere li pê çû?
Dît ku mîya xwe çû kete işkeftekê?
Va li pê çû dî ku gurekî kore dev kire qirikê fetisand û li ser rûnişt û xar!!!
Vî deng nekir û paşda vegeriya û bi xwere got:dêmeg bi xwedê ye ku rizqî vî gurî di binî vê şikeftê da dişînê?
Ji wê çaxê bûye mesele û bi nav milet ket dibêje:xwedê rizqî gurî1 kor di binî işkeftê da dişîne?
Ev ji baweriya kurdane?

55

Pir nave?
Go:didi bi rêda diçûn di jinan şer kirin yekê bi yekêra got:min kîrî van peyan di quzî tevakirê!
Go ya din lê vegerand got:ez di quzî teva kim?
Di çilikê teva kim?û di zîlikî teva kim?û di gilikê teva kim?
Dibê yekî bi yê dinra got:law hele mere mere mi di rûyî vîda mîzto va çiqas def deraxî di hindirî vîda ye?
Çiqas navî vî heye?
[19:53, 28.7.2018] Bêçarê Kurd: Kefen diz?
Dibê yek hebû ku her ku miryak dimir wî bi şev diçû ew gorna vedikir û kefen di ser mirîre dişiqitand û ser digirt?
Dibê:milet jê acizbûn gotin:em işto ji vî xelas bûna.
Ma rokê li istu ket mir.
Milet rehetiya xwe dît
Go:kurekî xwe hebû.rabû got:ez karekî bikim ku bir milet rehmê li bavî min bikê?
Dibê vî çû kefen didizîn û kevirek di qûna wî mirîda dikuta!
Milet hîcarê gotin:rehme li yê berê bê qeno kefen dibir û teide li miriyê me nedkir?
[19:53, 28.7.2018] Bêçarê

Kurd: Çî girane?
Go rojekê yekî kal ji xwere esrî bi esrî li bajêr digeriya?
Rojekê di ber qonaxa paşê ra derbas bû,paşê banê kir?
Kal derket çû qonaxê got:silav li tebe paşa?
Got:silav li tebe?
Fermo paşa ez benî?
Got:ez çar tişta ji te dixazim?
Yek çi di dinê dayi bi bîhne?
Didi çî bi hinire?
Sisê çî girane?
Çar çî şêrîne?
Got:paşa xwedê umrekî dirêj bi tedê divê tu mihletekê bidî min?
Got:here çel roj ji tera?
Dibê kal hate mal û bi xwere ife ife û li xwe dixêye bi xwere dibê ma ez li çarşiyê çi bigerim ku va tişta werê serê min?
De qîzeke kalê ber bext hebû şîv hanî kalê nexar av hanî venexar?dît ku bavê xwe neyi li ser heve!
Hat li ber rûnişt û jê pirî bavo te xêre?
Çi bi serê te hatiye?
Got:qîza min deng meke belake mezin bi ser minda hat hîro?
Çibû bavo?
Wela qîza min hîro hal mesele ev bela bi ser min da hat paşê ev şertana dane min û ku ez jêre nebim jî dikê serî min jêkê!
Qîz keniya got:bavo xema nexwe va gî ne tişte kin?
Got:qîza min şito ne tiştekin û dikê serî min herê?
Got:bavo rojê ku tu çûyi eze ji tera bibêjime?
Lê kalê bawerî nekir sibeda rabû çû ji xoce pirsî ji kê pirsî kesî tê dernexist?
Lê roj bi salan di sere darine?lê tu çare nedî rojê xwe çûn sibeda dikê herê qîz hat taşta wî jêre hanî nanê xwe xar û got:qîza min de were ka te got:ne tiştekin va ez darime?
Ez dikê niha herim çi bibêjim?
Got:bavo tî niha herî derbas bî cem paşê wê ji te pirskê bêjê te şertê min hanîn,tî bibêjî erê paşa?

56

Wê bibêjê çî bi bîhne?
Tî bibêjî nanî gênim?
Wê bibêjê çî bi hinire?
Tî bibêjî hespî nêr?
Wê bibêjê çî girane?
Tî bibêjî ayilî?
Wê bibêjê çî şêrîne?
Tî bibêjî helalî?
Dibê kal çû lê bawerî nekir gewriyê qûrçe qûrçe!
Çû gihişte qonaxa paşê derbasî hindir bû silava xwe kir?û paşê jê pirsî û got:ha te çikir?
Got:wela paşa min hanîn?
Got:çî bi bîhne?
Go:nanî gênim?
Got:çî bi hinire?
Go:hespî nêr?
Got:çî girane?
Go:ayilî?
Got:çî şêrîne?
Go:helalî?
Got:rinde lê kê ti hokirî?
Go:miz miz dev li ber hev geriya?
Got:rast bibêje yan eze serî te jêkim?
Go:wela qîzeke min hê ez hokirim?
Got:de here wê qîza xwe ji minra bîne?
Dibê kalê çû qîza xwe hanî.paşê banê kir û jê pirsî û got:tu işto zanî ku nanî gênimî bi bîhne?
Got:paşa xwedê umrekî dirêj bi tedê ku malek li şerqî gund nên dikê em li xerbî gund ji bîhnê gêj dibin?got:raste!
Got:lê tu işto zanî ku hespî nêrî bi hinire?
Go:paşa carna em li mala xwe raketine em dinêrin ku gime gim tê em radibin derdikevine derva dinêrin ku siwareke derbas dibê?got:raste!Got:lê ti işto zanî ku ayilî girane?got:paşa bavî min meryakî feqîre ji xwere li bajêr dimeşê pê wext lê herê?
Tew çî teyi jê ewarê ku tu van şertan jê bixazî ma ne bû pê kanbûn vayê te?got:raste!
Got:ti hîne qîzikî tu işto zanî ku helali ye şêrîne?
Go:paşa eze bi çûk bûm ku wextê raketinê dibû bav û diya min bi min şadibûn û ez di ortê xwede dikirme xew.ku wexteke şevê ez bi xwe dihisiyam û min dinêrî ku eze wêda bi tenême û wan jî dest di istî hevra birî û raketîne?
Ez niha zanim ku helalî şêrîne?got:!raste!
Dibê:paşê hanî meira xwe lê birî û bav jî li ba xwe di qonaxê da bi cih kir û tev jiyan

Jinikê derkûşê xwe bi navê ketibû çû ba melê got:mela ku tu niviştekê bikî va dergûşî me bi navê ketiye mele haşe riyê te bînê va riyê teyi gewre?
Mele got:qîzê kûçka berê dûre riyê mine ti tînî dikî nav riyê min?

57

Go:yek çû nav xalanan yek ji wan nexweş ketiye çû serxweşiyê bike?
Çû go:kurê xalê nivînê xêrê bin?
Go:xarzê!ji nefsa te dûr îro sê rojin ez qebis bûme xarzê min hîro çû xwe dayê dayê heta sê bişkul derxistin lê çavê min derketin lê hema xarzê ku tu di nav diranê xwekî naşkên?

Hebeşê kûpê rehmetî go:ez çûme malekê li nav bêskan ê go:ez ji êvarda digerime ji birçînan ra jênîyê min jan didine?
Go:ji minra dasek dew û nan hanî ez dixume ji mine ku kibabê dixume?go:mi dî jinikê destî xwe kirî zikî xwê qirço mirço yi dikê go:min go:birazê nivînê xêrê bin ma şalê tu nê nixweşî?
Go:apo ji nefsa te dûr ez bi nêvekê ketime apo bînê vî dewî ku tu dixwî darê werga gewre?ê go:xarin li ku ma tev hev heram bû?

Hebeşê kûpê got:em çûne malekê li nav bêskan.
Taşte ji mera dims û kuncî hanîn ne nan û ne kevçî û ne tiştek ê go:me li çavê hev nihêrî law!em dikê işto vî bixune?
Go:zaryakî şeş heft salî li hindir bû go:min go:birazê were bi mera bixwe?
Go:wela hat şelfûtî tilya xwe di dimis da kir û di kunciya da gerand û xwar me dît hey la çî qolaye.go:min sîlak li lêwik xest go:min go:şelfûto te gî xar?
Go:lawik wêda çû go:erê erê tema va tasa pîro têda dimîzê ji wera dimis kirinê kê?
Ê go:me li çavê hev nihêrî û me bi hevre got:ma eze çirra li vî umir qut bî xime?
Wê çirra ew jî wanî bibêjê ku xarin li me kire jehir?

58

Naverok…
1-Pêşgotin
2-Diyarî
3-Pend û şîret
Laqirdî..
4-Hejî mejî
5-Şabûng
6-Çîrok mîrok
7-Xort û qîzik
8-Mitil barhê nema
9-Şivanê mirîşka
10-Ê sofî
11-Yek ne wekî yekî bû
12-Eftar û xir
13-Kûçik û erzaîl
14-Şabûnk
15-Meyroka qundofî
16-Kêzik keniya
17-Tirek
18-Hele yekê şîre veke
19-Dora êş
20-Rûvî yê gewrikê
21-Hebeşê kûpê go
Çîrok…
22-Eceb
23-Sineta xoce
24-Heca rûvî
25-Neyî xwendî ye lê hema yî zanê
26-Zerzûl û zimanê bibil
27-Çi tê ji rasti yê tê,î xar timî ji nikisî ye
28-Te kire kur here wir
29-Bila bişkî ya lê neçîngî ya
30-Çan û çint
31-Xweş dibê şûnê xeçera;xweş nabê şûnê xebera
32-Êmegê kêzikê ye timî hêçe
33-Mîna ê tirkirî
34-Kêlê meinan tiji nabin

59

35-Ya ser çû;bila ya bin neçe
36-Min jî tiştek feim nekir

37-Ji kerê ji perê wê ji herduyan yek werê ûzerê
38-Bi zimanî xweş merî meiran ji qulan der dixê
39-Girêdane bi dest rûvî bê û berdan jî bi dest mişk bê cî ji şêr ra namînê
40-Rizqî kurê pîrê sê çiwala zêde nabê
41-Hîn hesp nanî êxur lê dikê
42-Teresê heqê xweme
43-Belek wê di sîtilê kevê
44-Te hîn gun reş nedîne
45-Mîrata kûçik
46-Siltan ú koşkar
47-Li rîya rî hînga qeherî
48-Dizê kerê me nas kir
49-Pîr û dîk
50-Dîk û kurê paşê û xoce
51-Gîskê şewro
52-Xoce û jinikê û kurik
53-ez ancax nola ê wasilî bikim
54-Beleka ji belekê siwar kurê eyş kulekê
55-Topa qirikê
56-Fatka nebalix
57-Cizdanê reş
58-Ê ereb û naqê
59-Kerê nezirya yî
60-Rûvî bû mîrê cinawira
61-Kilîyê kêça
62-Wê ji yekê bi didya bê
63-Apê heso temaşo
64-Azep
65-Ku ne ji kalan bê xêr di xortan da tine
66-Meimela file û misilmên
67-Bûm û baz
68-Meyrevanî ya anûşirwan
69-Nermo xarî işko hîştî
70-Qird û hirç
71-Ji hev bixe bi bin bixe
72-Î ku zimanî xwe negrê wê şelwerî sor li xwekê

60

73-Çêlikê rûvî
74-Kire pîpik
75-Çûçikê
76-Meimoyê ebûd
77-Her kesî kezebê xweyê pê şêrîne
78-Gumgumok
79-Rî qirxir
80-Dê bi qurbane vî kurî
81-Rizqî gurî kor di binî işkeftêda jêre darrê
82-Pir nave
83-Kefen diz
84-Çî girane
85-Jinikê
86-Go
87-Hebeşê kûpê
88-Hebeşê kûpê

61

 

أضف تعليق