Şîna Helbestê ye
Hesen Xalid…
” Helbesta Evînê
” Bê sûc …
bê gunih …
Biryara Kuştinê Hat …
Ji derdora
” Parisvanê xwedan “
Hewldan…
Bin AX Bikin …
Bê kêl û bê nîşan ..
Birîn Ji Jiyana Pîroz …
Her Serê Xwe Ra dike …
Qîr dike …
Bang dike …
” Ezim Xewna Nemir ” …
Ezim ew Hêviya Hatî Dizîn …
Ezim ew Keça …
Ji Pêsîra ” Qamişlo ” …
Fêrî helbest Û Lawikan Çîrok û lorîkan Bûme ..
Bê dibistan û pirtûk Bê mamoste …
Bê Pênûs ..
Di Şevreşa de …
Di qurçikên bê deng de …
Roniya Kolanê ” Qamişlo ” …
Çav û guhê wan bûn …
Lewre tim dixwestin ..
Tim hewl didan Qurçik û kolanê me bigrin…