-Bêçarê Kurd,Helbest,Pîlana Kobanê

bo daxistinê vê pirtokê bidewsînê ji vir

https://www.4shared.com/web/preview/pdf/Qj0aKEWFca

bo daxistinê pirtokên çapxanê , ji vir

https://www.4shared.com/account/home.jsp#dir=h45exNMs

IMG-20170508-WA0004

– Navê Berhemê: Pîlana Kobanê

– Navê Daner: Bêçarê Kurd

-cureyên Berhemê :Helbest

– çap:çapa Elkitroniya yekemîn ,28 Gulanê.2017 S –
Hijmara xelekirî: 18

Hemo maf Ezber kirî ye ji daner re
Mafê weşan kirina Pirtokê Ezber kirî ye ji Nivîskar e û -çapa Elkitronî Ya komcivîna zanyarên Azad re ye

https://reberhebun.wordpress.com/
bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin

reber.hebun@gmail.com

2

Pêşgotin?
Min ev dîwan nivîsand li koçberiyê?
Ji ber ku pir tişt hatin der rûyê me li vê biyaniyê.
Pir tiş me li ser ekranan didîtin em pir pê xemgîn dibûn?
Lê ne wek ku bêne serê merivan;wê çaxê meriv bihtir di”êşê!
Wek tê gotin:te bihîztiye;lê te dîtiye?
Min berya her tiştî li ser (pîlana kobanî) daniye û gelek rûpel bi taybet jî li ser buyerên rojan hatin xemlandin.
Tiştên ku me dîtî û yên me bihîztî di jiyana xweyi rojane de.
Min ji xwere kirye wek pirogram û nivîsan diye?
Ji ber ku em ji bîr nekin wê rojê her tim bimîne di xeyalên mede.û ji alîyê dinvejîta ku em zanibin kê ev war li me herimand û ji bîr nekin warê bav û kalan bila nebe pergen de ji neyaran re nemîne!!
Û ya herî girîng jî ewe ku ev tişt bibin wek dîrok ji zarokên mere bêne parastin ta ku dîrok vanên bê bext pê nelîzin û me nekin tineyi ji warê me?
Roj ku bên wê dîrok berî vaca bibin lê ev tiş wê li hember wekî merala bin ta ku neyin guhertin.
Ev armanca minî serekeye?
Ya duyem mebest ku min nikarîbû di şerde alî kariya xurt û keçên cengawer bi kira û ewên ku sînga xwe kirin mertalê zindî li hemberî êrîşa hovane bi tang û topên giran êrîş kirin ji çar alîde û bi alîkariya heyştê û çar dewleta da hatin ser gelê me û keç û xurtan canê xwe bi kilişkova dane ber!
Lê hêviya me nebirîn ji berxwedana bê hempa ku çawa keziyên xwe kirne kevan û lîlînê xwejî kirne tîr li dilê wan hova didan û sama xwe kirne hindirê wan û pişt girên wan?
Di saya wanda em li cîhanê bi rûmet bûn ji nûve vejîn bûn!!


30/04/2015z

3

Diyarî!.
Diyarî

şervanên azadiyê dikim.
Diyarî

hisên dayikên şengal û kobaniyê dikim.
Diyarî

bê bextiya dinyayê

ku çav qurç kirî ma li şengal û kobaniyê?
Diyarî

bernavên ku ji nûva jiyayî?

Bêçarê Kurd

Pêşgotin?
Min ev dîwan nivîsand li koçberiyê?
Ji ber ku pir tişt hatin der rûyê me li vê biyaniyê.
Pir tiş me li ser ekranan didîtin em pir pê xemgîn dibûn?
Lê ne wek ku bêne serê merivan;wê çaxê meriv bihtir di”êşê!
Wek tê gotin:te bihîztiye;lê te dîtiye?
Min berya her tiştî li ser (pîlana kobanî) daniye û gelek rûpel bi taybet jî li ser buyerên rojan hatin xemlandin.
Tiştên ku me dîtî û yên me bihîztî di jiyana xweyi rojane de.
Min ji xwere kirye wek pirogram û nivîsan diye?
Ji ber ku em ji bîr nekin wê rojê her tim bimîne di xeyalên mede.û ji alîyê dinvejîta ku em zanibin kê ev war li me herimand û ji bîr nekin warê bav û kalan bila nebe pergen de ji neyaran re nemîne!!
Û ya herî girîng jî ewe ku ev tişt bibin wek dîrok ji zarokên mere bêne parastin ta ku dîrok vanên bê bext pê nelîzin û me nekin tineyi ji warê me?
Roj ku bên wê dîrok berî vaca bibin lê ev tiş wê li hember wekî merala bin ta ku neyin guhertin.
Ev armanca minî serekeye?
Ya duyem mebest ku min nikarîbû di şerde alî kariya xurt û keçên cengawer bi kira û ewên ku sînga xwe kirin mertalê zindî li hemberî êrîşa hovane bi tang û topên giran êrîş kirin ji çar alîde û bi alîkariya heyştê û çar dewleta da hatin ser gelê me û keç û xurtan canê xwe bi kilişkova dane ber!
Lê hêviya me nebirîn ji berxwedana bê hempa ku çawa keziyên xwe kirne kevan û lîlînê xwejî kirne tîr li dilê wan hova didan û sama xwe kirne hindirê wan û pişt girên wan?
Di saya wanda em li cîhanê bi rûmet bûn ji nûve vejîn bûn!!


30/04/2015z

4


****
Pîlana kobanî?

Pazdehê êlûnê reşe
Dijminî gûrr û serxweşe
Biryare distandin dîsa
Li pay text enqere geşe!
Hesabekî şaş wan danî
Wan kir pîroziya şaşe?
Hin ji mirûdên xweyî pîs
Dest pişt kirin gotin:başe
Lê hatin wekî gurane
Di şevên xweyi çi reşe
Ji sê alîda piçikîn
Li me wek diz û geleşe
Reş kirin wan dîsa jiyan
Ji hevra dikin şabaşe?
Keç û xortên me sîng dan ber
Top û agir bi dil meşe!!
****
Li şazdehê vê êlûnê
Serzorî bû gola xwinê
Ew dibîstan dor pêç kirin
Yazde bibilê evînê
Şer dirêj kir du rojan
Ketne berxwedana jînê
Wan şervan tev soz didan
Sond dixwarin lê bi xwinê
Wan xelas kir gel ji hovan
Bi canê xwe çûn mizgînê
Navê wê kirne dîrokê
Ma kî kore wê nabînê
Gel rêzgar kirin hemû tev

5

Ji dest hovên dev bi xwînê
Bêçar hîro danî çîrok
Ew dil êşe pir xemgînê!
****
Hevdehê eylûn hîn dijwar
Teva derketin ji cî û war
Li pey xwe hîştin bi carek
Bûn pergende pezû dewar
Lê bêr kirin ew perîşan
Ji hev dûr ketin dost û yar
Lê bela bûn bûne rêwî
Hina sond xwari bûn diyar!
Agir barandin li ser me
Neman talde neman sitar?!
Ketin warê me hey lolo
Wekî hovan”wek gurê har?
Te li wan dinêrî çi pîs
Ji bakur kenek bû diyar
Me berî da ji mecbûrî
Hatî fermana kenê sar?!
****
Nozdehê mehê dan ber hev
Kal pîr jin hemû wekî hev
Bi bakurde çûn reviyan
Xwe sipartin dijminkî tev
Çi dijware ev aîlî
Em ji tirsa ketin nav hev
Lê belabûn ji hev reşiyan
Bir bi birbûn çûn dûrî hev
Li me reşbû ev dinya me
Roj tarî bû li me bû şev
Hêsir barîn bi ser rûda
Gotin nema têne ji dev
Gilî û gazîn fayde nakin

6

Qemîş nakim bêjim derkev
Sipas ku li me bû ev hal
Dost û dijmin nasbûn ji hev?
****
Bû bîst û yek tev bû agir
Li pê me man gelek nemir!
Kobaniya mine rengîn
Top û tangan têde cîkir
Şêr û piling xwe dane pêş
Wan sond xwerin û sîng vekir?
Erdoxanê diran bi xwîn
Li cîhanê mizgînî kir!
Got:kobanî ketiye qey
Sînorê xwe wî tev vekir
Wî nizanî ku şër hene
Şekir devê wîda tal kir
Kêfa wî û dosta nehat
Kobaniyê ser xwe vekir!
Arîna min bûye leheng
Cîhanê tev temane kir!!
****
Bîst ûpêncê meha qirêj
Me ji bîrkir rojî û nimêj!
Ji ber dijmin bi navê ol
Gefan dixwê li me ji mêj
Dilo bese xwe li sîng nede
Were rûne dewran bibêj!
Van dijminên bê bav û seg
Deng naçinê çi guh dirêj!
Bajarê me çi şêrîne
Serda bêtin toz û qirêj
Wêran kirin ji berekî
De van derdan jêre birêj!
Qey têr nabin çavên wen tew

7

Ji destê wan mam kerr û gêj?!!
Ma kî li mal;ma kî li hal
Rêka meye gelek dirêj!!!
****
Roja bîst û heft ketin bajêr
Qey jê revyan tev jine mêr
Heyfe ku warê minî xweş
Ket destê rûvî û keftêr
Ew xanî û qonax tev
Qulkirin li jor û li jêr?
Kes nedîn li pêş xwe tew
Ji hemu cîhanê tên têr
Kobanî bû çîroka dîn
Wekî hev nebû duh û pêr
Gel xwe da hev wekî sêwî
Li agahiya bûn guh dêr!
Ka kengê wê vegerin ew
Qey li nava cih û nav wêr
Lê kes bawerî pê nema
Bi şûnda beyirîn dem ijmêr?!!
****
Bîst û nehê maha bi şîn
Li kobanî meşiya xwîn
Daiş hatin wek mûriyan
Milet hemû bû dil birîn
Me dinêrî li wî warî
Em diman bi ax û hizrîn
Kesî negot çi dibêye
Welatê min xwîn vedreşîn!!
Ah û keser li pey hev tên
Gelo werin wîn nekin şîn
Dest pêka wê jiyanek nû
Tevnek waye têye raçîn

8

Dezgevanê wê dirust bin
Wê xweşî lê bide neqşîn!!
****
Vaye cot meh ketiye rê
Roj wek salan ser mer darê!
Kes nizanê wê çi bibê
Baran reş ser me dibarê
Qey felekê em xapan din
Ta ku li me dike karê?
Xêre dinya tu kor maye
Tu deng nake bi yek carê
Ma me çikir li me wabû
Werne min û vê bêtarê!
Ev bû meha yek bûneyê
Dîlan gerya li vê şarê!!
Her kes hatin li meydanê
Bûn bazirgan li bazarê
Pir buhabû temenê wê
Xwîn erzane ji bo yarê!
****
Hev peymana biryafe dan
Bi ser wanda bombe baran
Li dihokê kurd civiyan
Wan bi hevre soze ber dan
Berlemana kurdistanê
Biryara wê pir deng vedan
Pêşmerge wan kirne rê
Sînor rabû ji nav kurdan!
Bi çek û sîlehê giran
Bi rê ketin ji bo tol hildan!
Bi pêşwazî û bi şahî
Ser bilind çûn wek comerdan
Ta kanibin rakine wê
Dageriyê bi berxwedan

9

Milet bi hevre bang kirin
Bijî biryara me kurdan!
****
Xelk çandinî kir ce genim
Ê me yeketî diçan dim
Destek dane cîhanê tev
Xweşî ku pê tê nagehim
Ji kobanî derket wek hev
Biratiya kurd gihîş tim
Li dijmin bû wek xewnekê
Heyfe ku ser destê kurdim
Tar filitî ji dest wana
Ku kurd bûne yek canim
Ji hev pirsîn lome kar bûn
Çû ji dest me pê nizanim
Ji niha bi şûnva wê tim

Li wan bê xewne qey zanim
Fermo de werin meydanê
Wê binêrin pê nikanim!
****
Cejna qurbanê şanî mah
Hatin nimêjkin bûn belah
Ew ketin feqê nema tên
Wê çawa derin dawî mah
Xelk qurban dan pez û dewar
Me wekî berhîm însan dah!
Elahû ekber wan digot
Lê a xerab bi wan dimah
Va işto sîlebû da wan
Lê çeyake wan bi me mah!!!
Raste xerabî kirin pir
Va welatê me li cih mah!
Dijmin poşman bûn li wî kar
Mafê me derket ji siyah

10

Pêşmerge diçe ber koban
Ji ser me rabû tirs û tah!
****
Bi çepik pêşwazî kirin
Sê rojan bi rêde birin
Li yekê mijdar peya bûn
Tevî şervanan şakirin
Lê wê buyerê vejîn da
Wan tev hev berxwedan kirin
Ew pêşda çûn li meydanê
Dijmin revî gelek mirin!
Bankirin gotin rûvîne
Ger nekujin em ne gurin
Roj bi roj ferebû li şer
Li wan teng bû pirjî mirin!
Welat ne ê tebê nabê;
Ku te têda qey veşêrin!
Wê biteyisin tew herin
Nema li dinê ew vegerin!
****
Bi çepik pêşwazî kirin
Sê rojan bi rêde birin
Li yekê mijdar peya bûn
Tevî şervanan şakirin
Lê wê buyerê vejîn da
Wan tev hev berxwedan kirin
Ew pêşda çûn li meydanê
Dijmin revî gelek mirin!
Bankirin gotin rûvîne
Ger nekujin em ne gurin
Roj bi roj ferebû li şer
Li wan teng bû pirjî mirin!
Welat ne ê tebê nabê;
Ku te têda qey veşêrin!

11

Wê biteyisin tew herin
Nema li dinê ew vegerin!
****
Roj bi roj sist bû kember
Li dora xwe şikan din çember
Bila mizgîn be gel li we
Vane girgîn bûn wek ejder
Pîlane şikan din dîsa
Rê girtin li kûçikê kerr
Dinya li me rabû bira
Ji mere dan rêkû tevger
Buhar qey xweşbe lê belê
Xwîna şervanan jê ezber
Emê vegerin li nava war
Roj nêzîke li me bê der
Eger tim wa biçe bira
Emê serkevin bi yek ser
Bese va çû dem kanî ew
Bi hevdu wîn bibin bawer!
****
Gelê koçber ta çûn başûr
Li pey xwe hîştin welat dûr
Ahû keser tev kul û êş
Şerme ku dem ne dema şûr
Hîro tirsonek pêşda hat
Lê ew xwe dibîne gelek istûr
Ma we dî ku beq dixwê mar
Wê rojkê qey derkev ji tûr
Wextê ku tinebe ew şêr
Rûvî li meydan gûre gûr
Şerme ji tera bê serî
Te çi li meydan zûre zûr
Biteyis tu li xwe binêr
Here xebat ke ji bo hûr

12

Li pêy te zarî û zêçik
Qet natirsî nakî qûr qûr
****
Meh bi dawîbû şerpezebûn
Ketina bajar pir kepezebûn
Qîr qîra fayde nekir li wan
Li nav kolana çiqas genî bûn
Lê gelberve hev hatin û çûn
Tirsa xwe nema serbest go:yek bûn!
Lê veger çêbû hîn neçû serî
Vane civyan dest pêka yek bûn
Bixwazin nexwazin gel wê zorkê
Nîşan avahî ji nûve çê bûn
Pêşmergê me çûn tofek nû hatin
Ji wan nemirin yek jê birîn bûn
Ji rojhilatê kurdistan hatin
Hin bûn can gorî hin jê şehîd bûn
Welatî bê temen nabî welat
Piştî vê gişkî çi xweş lê jîn bûn!
****
Meha mijdarê xweş biryar
Pêşmergê nû lê bûn diyar
Bi xwere hanîn mizgîn
Ji hevalên xwe yadî gar
Bi dil germî wan digirîn
Şervana soz dane biryar
Wê rêzgar kin warê min xweş
Ji wan hovan ewên gemar
Ew çek darin rêberê gel
Paras vanin li her cî war
Dijmin ji sama wan bi tirs
Nizanê ku bikê çi kar
Tombîlê milet didizîn
Xuyane ku tev hev gemar

13

Wê bişkên ew;û wê birevin
Li ser piştê bi istî xwar!
****
Lê wan şêxê reh bi gemar
Sûcdarê mirîne sitar!
Wan serê xurtan dişiştin
Wîn bi kuştinê bûne bar
Lawên xelkê ßandin mirin
Gunehê wan te li xwe bar?!
Lawê kurdan va wek şêrin
Teslîm nabin;kûçikê har
Î ku tibe kola ji hevalra
Wê ew bi xwe tê herê xwar!
Wê rastî tim serkevêye
Her têk biçe ew kesê xwar!
Kurd berê da dostevanin
Qet ji kesîra nabin neyar!
Şer ku netê; ji heq tê der
Wekî mertal tu li wê dar!
****
Lê mirûdên dûv bi kemêl
Wekî deleme bûne mêl
Dane berxwe ji berekî da
Çi ji eşîr tevî wan êl
Nehîştin ku bê biraştin
Nanê xavî ku li ser sêl
Talan û teraş dikirin
Ji bizin û miyan ga çêl
Lê xwedê dibîne giyan
Her kes tembûra xwe bi têl
Ma qey ebe be lêket bin
Ji dirûn vereşandin kêl
Van keçê me gulî hûnan
Lê wan xortan badan simêl

14

Her kes hîro li dangiya xwe
Li wan kûçika kirin wêl wêl!!!!
****
Eynul islam kirin hejyan
Çavê wan ji serî rijyan
Gûrr gûrr kirin û dihatin
Lê zû revyan û diqijyan
Welato tu xema nexwe
Wan ji tirsa digij gijyan
Va hîn şehîd ji me têne
Dil di sîngda dihonijyan
Arama me nema qey tê
Volqanê dil dikelijyan
Wê bipeqê ew bi carek
Av di benda dipin gijyan
Xema nexwe va tê behar
Tav û birûsk dimij mijyan
Va çiqas tên bila werin
Kurd bûne yek û ponijyan!
****
Textê romê wê bihejê
Ji wî şekirî bimijê
Tişta ku bi mera ne xweş
Merî li heval nabêjê!
Dev di birîna xwekê wê
Bi destê xwe we bikujê!
Lê ev derdê meyi giran
Ma wê kî lo lo bibêjê
Lê hîrojî bar girane
Lokê girgîn dihir mijê
Ji berêda pak û zelal
Dijmin saxî me dikujê
Mişoyê beke bûrê kanî
Dîsa li me dewran bibêjê!

15

Î ku bêjê tirk kurd bira
Ew bê bave;ne rast bêjê!
****
Dijmin ji mera ne bira
Li xwe nekin derew vira
Ne tirk ne ereb ne faris
Ew dijminin qey bi mera
Bi kenê wan xwe nexapîn
Nabine dost tew ji mera
Bê derew û kenû vir vir
Dest bidne hev winin bira
Hev nefroşin lo lo keko
Ne bi dirav ne bi pera
Welatê xwe biparêzin
Ta rêzgarkin win ji gura
Bila perîşan nemîne
Çi ji heval çi ji hogira
Bese bibin kenê cîhan
Heta kurr hêdî ji wera!
****
Vaye berçele dawî bû
Heyştê ji bajar rêzgar bû
Ser sale hat bê agahî
Daiş hêdî ew genîbû
Wê lê vegerê hîn hev nedî
Av gola da ma genî bû!
Dibê çare win lê bikin
Ewin carê şemitî bû!
Kî şemitî ew şewitî
Ev gotina bapîra bû
Fersend carê ji wan stan din
Win ber medin pişte pû bû!!
De zû bajon dera hatî
Milet pişt we sekinî bû

16

Çav li riya vegerê ne
Zanin hîro bi xudî bû
****
Pişte vaniya sêyemîn
Ewna wek şêrên dev bi xwîn
Ketne riya kobaniyê
Ser bilindin tev bi evîn
Wê paqij kin ew vî warî
Ji gemarî û dernexwîn
Yepege û yepeje tev
Çav li rêne bo serxwebûn
Bijî herbijî yeke kurd
Ji kobanî da bû nervîn
Berxwedanek bê hem paye
Ji bo kurdistanek şêrîn
Bila geljî serbilind be
Va ji wera hîro mizgîn
Ey can gorî rehet razê
Va ji tera peyman bi dîn!
****
Çarsid şehîd me daye te
Û hînjî wê em bidne te!
Te ber nadin ta yek hebin
Em hûr û gir fêdayê t!
Wek em dijîn li cîhanê
Têne nasîn bi navê te
Lê sêwî man belê hîro
Jiyan xweşe li ser axa te!
Pê reşiya tim xweşî ne
Şahî û vîn wê bêne te?
Tirsa min ji wê tirsê ye
Ku lîsk bibin ser sînga te!
Beşar vaye dikê gur gur
Zane ku çûne bi dest te?

17

Dawî li wîjî xuyaye
Wexta wî lîst nervîna te?!
****
Hîro sibe ev bû çar meh
Di ser mere derbas dibin
Xwedê zanê wekî salan
Her rojek xwe weha diçin
Roj bi roje birîn dar tên
Vêra şehîd ewjî çêdibin
Dilê dayik û bavane
Disojin û dişewitin
Fermane qey dîsa li me
Pîlane tim li me bibin
Me hokirin ev cîhana
Karê qurban wê ji mebin
Ahî felek qey ne bese
Çavê te ji me têr nabin!
Ma xêra te ji cîhan ra
Siwabê te li me nabin!
****
Çavê mi li rê li hêvyêne
Wê roja xweş li bendê ne
Ta vegerin nav wî warî
Em sipasiyê xwedê ne!
Hêvîdarê rehma tene
Ma li ba te çi gunene?
Va koçber û dîl ketin em
Wek asok hizrîn li pêne
Ev erdoxan ew gulene
Beşar xumeynî kolene
Qey tu kanî wanjî rakî
Ma evjî daxwazê tene!
Tu xwudakî meyrevanî
Em hemû tev qûlê tene

18

Bawerya me bi te heye
Li hêviya rehma tene!
****
Ez çi bibêjim dawî nê
Ser û binê şorê tinê?!
Hinek li ser piştê ticar
Hinek jî bo xwîn mitinê
Malê hevjî erzan birin
Hin jê çûn dizî kirinê!
Karê dij min wan ji bîr kir
Hev du dane ber talanê?
Çûn li qampa tev bela bûn
Dijmin çikir hajê tinê!!
Wana digot qey dûre min
Kesî nedigot ê din gunê
Qey kar ji berêda eve
Rehma me ji hevra tinê!
Ta ku ev kara ê me bê
Qet şana bin em li dinê!
****
Roj bû şeşê wê çeleyî
Êrîşek hat ji du alî
Ez qurbana tebim kuro
Xêre tu wer kû dinalî!
Tirko dîsa ew berdane
Xweşkir bi wan ev gal galî?
Serê me bi we bilinde
Ew keça kurde dlalî
Raweşandin bi ser hev da
Gemirîn ew li çar alî?
Sed û bîst terme ji wan çûn
Bav û diyên wan dinalî
Kurdo li te mizgînî be
Ji kobaniya delalî

19

Xwedê zanê kî maf dare
Yên tirsok xwe dane alî!
****
Ev bû pênc rojin ku aram
Digerin mey û dane cam
Şor û gote darin û tên
Ne ji nezanan ne ji xam
Di dor hevre çin û têne
Wekî cercer û wekî gam
Tirsim ku windakin dîsa
Ji dest xwe firset û eyam
Me bi zor gir tiye dijmin
Lê kirî ser poz bi bilam!!
Win hiş zû têkine serî
Nêzîke ku derkevin dam!
Hev bemedin mebine par
Berî nedin bexda û şam!
Wek xwe herin bi oxirê
Ji wera pîroz sed selam!
****
Me tim xwarî hew nan û av
Minet nekir ji dê û bav!
Lê meriv bê bawer nabê
Ji ber ku wî xwrî şîrê xav!
Ey kurdê min win hiş mend bin
Bêçar li we dikê silav
Win tev hevdu wek birane
Ji yek dayikin û yek bav
Goştê hevdu qey win nexun
Winin roniya herdu çav!
Gotinê vala nebêjin
Li ser hevdu;win nekin dav
Ûda hevdu bikşînin hê
Ji xeynî xweda nekin lav!

20

Bawerya we bila ji wî
Her li pêş bin wîn gav bi gav!
****
Hîro beşî sêyem berdan
Pêşmerge tên ji kurdistan
Wan berî dane kobanî
Çadir û sêwane vedan
Qut qut hanîn wan li dijmin
Meydan qey zû ji wan derdan
Wê rêzgar kin wî warê xweş
pê şabibin gelê kurdan
Ta vegerin li warê xwe
Wê hildin tola me ji wan!
Ey şervanê kurd ku li wir
De zû bigrin şû ji dimin
Bila saxî qet ew neçin
Wan bavêjin nav goritan
Ta ji cîhan bibî ibret
Venegerin ên wekî wan!
****
Lê xwe teqînek pêk anîn
Pênc lehengan ser danîn
Bûne nemir ji boynî te
Ji kobanî ew hila nîn!
Ew tola we wê zû rabe
Wan nîşana revê anîn
Ser wan bigrin û berne din
Va gemara ji kur hanîn
Wek nexweşiya merxurê
Ewên pîs û ewên xayin
Gel bi we serî bilinde
De pakbikin ew dernexwin
Bijî bijî sed car bijî
Yek bûna kurd da peyda bîn

21

Berê pirs a pêşyane
Ta nebin yek kes me nabîn!
****
Hîro du roj bûn şer giran
Daiş ketî nav hawil dan
Ereb hanîn ji herêmê
Êrîş kirin dawî werdan!
Ew nêzîk bûn qey li mirin
Tirsin berdin taxê dest wan
Lê li pêş wan ew hêzên me
Mil bi milin xuşk û biran!
Wer şiyarin çav vekirî
Wê bikujin çêlkê guran!
Wan xwîna xwe erzan kirin
Ji bo welat nej-bo peran
Xwedê hêza xwe bidî we
Hêzên kurdî çêlên şêran?
Welat bê we ava nabe
Ey nivîyê mîd û mîtan!
****
Îro sê roj qey tu zanî
Şer dest pêkir bi giranî
Ma kî zanê ku çi pûye
Tenha zanim tu wêranî!
Welatê min nav agirda
Bilaj-tera bim heyranî
Gelê te va perîşane
Tên firotan bi erzanî?
Em hatin welatê teres
Serokê wan pîlan danî
Dê vegerin welatê xwe
Bêçar bibe tu qurbanî!
Heger rast xwe banedî
Ger çi bikî tew tu kanî

22

Li pişt mêran bisekine
Pêşda herin bi mêranî!
****
Dengê baş ji te herî tên
Lê ferebûn tenge bên
Wê deng veda li cîhanê
Vane keç û xort bi ref tên!
Silav li we û sed silav
Mizgîn wê her ji te tim bên
Bêhna xwe ragrin penaber
Kurd her yekin bi xwîn û cên!
Ew berxwedan li lawê sê
Ev di situyê meda dên!
Ger ku bi rastî hev bigirin
Ji rojava kare çê tên?!
Dijmin zanê berê tirse
Lawê mîtan di banga tên
Cîhan şerab jê vexwarî
Zanê ku tew nakine fên!
****
Tevna ku we raçandiye
Va hîro kurd lê xudiye
Ez çi bêjim bar girane
Li amedê silav biye!
Kenokek ji dijmin tê we
Nizanê ku guh vebûye
Qe ji ber xwe fedî nakê
Çavê kobanî maç kiriye!
Kurdên bakur win mexapin
Wî xwejî hilbijartiye
Weku bi van gotinane
Wî serkeftin ji we diye!
Bêçarim ez qey ji bo we
Derdê we tev hilgirtiye

23

Guh medne wî wek rûviye
Dehfik li we vegir tiye!!
****
Bist û çarê çele mehê
Şer giran bû danê sibehê
Danê nîvroj wê deng veda
Li me bû bihar vê mehê!
Lê kobanî ji nûve ger
Li me wek cejnek sibehê
Kanî daiş û gur gure
Bila bimrin wekî sehê!
Ma ji xelkêre hê welat
Çima li me tim qedehê
Tîra xwedê va li wan ket
Ew rast hatin li reş mehê!
Bijî ji were ser bazno
Bêçar ji we bidê ahê
Ta ku welat tev rêzgar be
Da tev biçin wê xweş şahê!
****
Hîro du roj şahî diçûn
Pişkî bêne fere dibûn
Dijmin nerazî xwe dida
Xuyaye ku tew şanebûn
Bila bişkên yek ser herin
Veger ji wanre qe nebûn
Gel vegerê wekî berê
Hîmê kurdistan danî bûn!
Ger ku pişta xwe nexrînî
Bi dedt xelkê honik nebûn?!
Ma kî zanê bi hindirê
Ku ji dsrê kurm çê nebûn!
Qey ji berêda kurd parin
Ê ku bûn yek ew serxwebûn

24

Bijî yeketiya kurda
Li hamber dinê vedibûn!
****
Ey dev li kenî dest bi xwîn
Tu xwe dibînî wek muimîn
Dev ji gotinan tu berde
Nema hêdî em dixapîn!
Li du benan tu melîze
Wê tu bi çavan weha bîn
Paşê çiqas poşman bibî
Kesek nema te dihe bîn
Şûna silavê bihêle
Fayde nakin li te axîn!
Bar bara te çiye lo lo
Rojê ji pê şev dernexîn
Belê te kurd gî kirne yek
Va ji tere evjî mizgîn!
Wek tu hatî bi nigê xwe
Wê tu biçî bi girî şîn!
****
Gund bi gunde rêzgar kirin
Yeko yeko pak dikirin
Bang dane li miletê xwe
Go:divê hêdî win werin!
Milet hemu li ser piyan
Tev dxwazin ku vegerin
Lê dosto qey wan bernade
Di pişt wanda pere pirin
Çi faydake mezin bû ku
Lê wan ji mejî dikirin?
Welatê me ku vegerê
Bila ewjî pê bimirin!
Bêçar gelo mizgîn hanî
Ji bo welat fêda kirin!

25

Vî dijminî ji me kîn girt
Ew jehra xwe bi xwe birin?
****
Hîro mizgîn li kobanî
Honkayek ji bo me hanî
Zanim ku ew birevin jê
Şêr hîro rûvî hilanî!
Li hesîka li qamişlo
Pîlanek nû li wir danî
Xuya kirin ku ew yekin
Ma kî dîne pê nizanî?!
Ji bo kurd hemû yekin
Dijmin pirin bi jiyanî
Kurdo bese baş binêre
Şerme ji ter ku nizanî?
Bese bêçar nemîne tu
Ka yeketiya te kanî
Şerme ku em kursî bigrin
Xwînê bikin bo qurbanî!
****
Em vegeryan teko teke
Bê bermalî keç û bûke
Li nav gundan di şevê reş
Bê xarin û çarşî sûke?
Bê sobe ar arvan û dan
Hîna zivistane pûke
Dijminê meyi pir mezin
Li ber lehengan pir çûke
Dane ber xwe wan ajotin
Bi ser wanda çûn palûke!
Ew reviyan gotin danger
Zû birevin lê talûke?
Kurd zaveye li we mizgîn
Kurdistanek dibî bûke

26

Temaşeya me li dare
Dijminê me bû pepûke!
****
Va em hatin qey ji nişka
Bajar bûye warê mişka
Ew qonaxê ku reng rengî
Xuya dikin wek komrîşka!
Ma kî zanê mala wî ka
Pirs kê ji mar yan dûvmişka
Tofek rabûn ew ji mene
Wekî nûtik anjî rişka!
Dizî kirin wêran kirin
Kî bibêjê diran işka
Gulyê”keça bin sibîka
Xuyane ew wekî meşka!
Heyfa min tê bi ciwanan
Bûn şhîdê wan xiş xişka
Şerme ku win bên em kurdin
Herin xwe bidin enîşka!
****
Hinek rabûn ew ticarin
Xwîna şehîda bi karin
Ew diz û xiniz û bê bext
Çi ji wan bê ew bi karin?
Bila welat tev wêran bê
Ew herî jê hiset darin
Namûs wana daye filûs
Heger ku li wan bibarin?
Ew keçên me temrî zelal
Can fêdane ji bo warin
Gelo rabin hev bigirin
Ma çi maye ew bê debarin!
Welat waye qey dinalê
Ji lomê hev tim bi parin

27

Em ji hevra qe nabin dost
Ta bi hîro wek neyarin!
****
Beş caremîn hatine ew
Me digot:ranawestin tew
Lê mexapin em nizanin
Ku tev bû lîstek û derew!
Ew di cîda rawestiyan
Te digo:qey sînore hew!
Milet hemî mat dimane
Kes nizane ku çiye lew
Zimanê sor ew dileyizê
Her kes têre ji got:û sew!
Belê bi xwe şemtan dine
Qe kesek nemaye di xew
Lo birano haj xwe hebin
Nêçîra hev nekin wek kew
Bes dijmin bi we dikenê
Mekin lava ji wana tew!
****
Pir şehîd bûn herêmiyan
Hinek bi ken hink giriyan
Kes nizane kê çi bibe
Li debara xwe geriyan
Dijmin lîstok hîna xurtin
Wek hev kirin sax û miryan
Ê bê bawer karê xwe kir
Xudî bernav dil êşiyan!
Neyaran tu fayde nekir
Wekî keran ew ziriyan?
Keko bi hev win bawer bin
Dinya bi dest lê geriyan
Dijmin ji nav wê birevê
Gur nema têkevê keriyan!

28

****
Lê veger bi serî nebû
Kula me ji nûva derbû
Dijmin şabû bi him himî
Ew dihat û li me gurrbû
Gel perîşan bû ma du alî
Qey nervîna mejî wer bû
Ey serok û rêberê me
Xurt û keçê me li şer bû
Bese hêdî fedî bikin
Kula dilê me nû der bû
Ma kursiyê çi daye we
Namûs nema pergende bû
Ta kengê ji hev belabin
Dîroka reş para we bû!
Hêdî li xwe bibin xudî
Şerm û fedî ji we nebû!
****
Beraziyo tu qe şerim nakî
Li dinyayê rû reş fedî nakî
Tu bi doza tiştê malê ketî
Vê xwina sor tu xwe qurban nakî
Ev bajarê bi ser hevde ketî
Gulyê keçan ji axê ranakî
Xwezî tu naba ji kurda yetî
Tu hîn nizanî û xwe nas nakî
Xêre bi ramanê naçe ser
Vê gemarê ji nav xwe ranakî
Çare nema ji te hil bijê re
Vî dilî ji xewê şiyar nakî
Xelk hatin ji dûrda xwina xwe dan
Tu ê berê qe tu ar nakî
Milet neman gî bûne dewlete
Heta kengê tê bi doza tiştakî!

29

****
Xwin dane te nêr û mêyik
Pir sêwî man zar û zêçik
Sipas ku hîro em dibînin
Lê xuyane qîz û dayik
Belê raste em vegeryan
Lê peyda bûn hinek beyik!
Hin paldayî nav axêda
Gelek asok şêr û geyik!
De rê bigrin win şopa wan
Bidûmînin wê dû mayik!
Ba birêsin win romanê
Bineqşînin navê dayik
Bêçar nebin wekî berê
Serxweş nebin win bê meyik
Hatin nasîn li cîhanê
Xelk dizane ku em heyik!
****
Me ji we divê hev girtin
Heta gengê em bimirin
Mozeyika berdin win lo
Ta welat bê avakirin!
Bese lîstokên dijminan
Li pîlana wek hev kirin
Dijmin me dibînin wek hev
Çima win xwe cuda digrin?
Biryar bidin gel vegerê
Heya kengê penaberin
Bi yekitî meriv nasbê
Ta bi dijmin hesab kirin
Bi wek hevî bi biratî
Rêça welat bê vekirin
Destek tenê çepik nadê
Herdu desta kar tê kirin!

30

****
Dijmin bi lîstok têne we
Lê çiqasî wîn dil pakin
Xêre win guh nadine hev
Baweriyê bi hev nakin
Ev xwasteka ji neyare
Dîsa jî çav lê venakin!
We teva bi hevre xwîn da
Şerme ku win bê çalakin
Qey ji ber xwîna ku sor bî
Tu carî fedî jê nakin?
Xizmet karê neyarin win
Ji xwere xizmetê nakin
Gelê we maye perîşan
Derdê wî win çare nakin
Ev guneha li ser weye
Armanc li dijmin pûç nakin!
****
Bê xatir xwestin ewna çûn
Kul û birîna nû vebûn
Lê welat ket metir siyê
Dangerî hîn li ser hebûn

Gel mat ma nişka dan biyar
Kobanî tev lêv gestî bûn
Bû wek volqan û teqiya
Pîsk reşandin û belav bûn
Milet nema ew vegerê
Gund li dijmin vala dibûn
Fermo bixwin hûn bê hesab
Derd û kulan çare nebûn
Ji bê dengî şûnda ketin
Ne kesin qey werga ketin
Pişta hevdu we şikandî
Rêzgariya xwe şinda bûn!

31

****
Bi kongira me avakin
Belê tolê win ranakin
Şora me çî tew pê nakin
Em yeketî li hev nakin
Bira kujî bi meda kin!
Biryare dan me jê nakin
Çare bû ew derman nakin
Istu xwarim tew sêr nakin
Diqîrim ez lê guh nakin
Mala min derî venakin
Bi navê min parsê dikin
Lê nabînim dizî bikin
Para min hus çima wakin
Ne pîsim qey wana lêkin
Min dimeyzand ka ew çi dikin
Roj nêzîke wê dest pêkin?!
****
Pîlan ji kestin li ber te
Bira bilind bûn li pişt te
Dijmin bazda ji meydanê
Kursî berdan ji boynî te
Serxweş bûn ji dîn derketin
Li ber kînû wê şewqa te
Tu bi çûkanî beyarî
Mezin dîz çong bûn li ber te?!
Lê wan nizanî wê wa bibê
Ew ketin tora xewna te
Li wan hat ev çerx û gerdûn
Çer pande wan nervîna te
Bila herin xwe beilêsin
Teyisîn ketne şelpê te
Hatin bi zorê ser ji kestin
Ji hev ketin ji rastiya te!

32

****
Mizgînek ji kobanî hat
Daye nîşan daye xelat
Serkeftina kurdan teva
Roja me ji nûva hilat
Kurd serketin li çar hêlan
Dengê wana çûye felat
Xwîna keç û xortên delal
Bûye volqan kela xwe hat
Hêrs û kîna dijminê gûrr
Ji xwîna me dawî nehat
Hêdî bese neçar nebin
Şermû fedî ser wanda hat
Bêçar dibê win bidin deng
Keske sora me kir lebat
Ji mişte nûrda şewq hilat?!
****
Li bîst pêncê vê haziran
Birûk ketî ye li koban
Gel hemû tar û war bûne
Dane wan basqûna kewan
Bê lomebê ya sitare
Çi şelpeye ev bêtare
Xezeb bû qey dîsa wanî
Şîn geriya li kobanî
Ev xinizî gelo kê kir
Pergala gel tev belakir
Malbat ji bin da fena bûn
Gulfet nav ji dîrok rabûn
Jiyan teva bû metirsî
Kesek nema doza kursî
Serê meriv jêkir erzan
Ev kara ji ên misiman!

33

****
Ji te dîsa têye hawar
Fersendek ketiye neyar
Dane ber xwe ji çar alî
Wekî gur têkeve dewar
Bi sedan kuştin ew ji me
Kal û pîr zêçik û zîwar
Cîhan li me kir temaşe
Dengê me çû da ser dîwar
Ew bajarê minî xemgîn
Dîsa egîd bûne siwar
Bêçar bese bitebite
Tu hem dûrî ji nava war
Parasvanê meyi hêja
Dil şad bibûn mabûn xewar
Terî dane gura dîsa
Hînga rabûn bûne ejdar!
****
Hîro dîsa di wan hilnan
Agirê te bi xuşkê ket?
Qîr û girîn belav bûye
Li persûsê teqîn derket
Milet mat ma bû perîşan
Dinya ser û bin li hev ket
Lê gelê me bi arame
Dijmin ji tela xwe dûr ket
Em bi tirsê tew nayên rê
Ala me li banê dar ket!
Va belabû qey li cîhan
Navê kurdistan bi der ket
Babara wan guh nedinê
Mizgîn li we çira vê ket!
Ta ku av li hev nekevê
Serê masî hînga der ket!

34

****
Tevle hevî wê çê bine
Wê pir serî hîn jêbine
Li her malê şîn bigerê
Hingê welat dest pêbine
Bila kesek kêf xweş nebe
Dîwar xanî wê lêbine?
Kevir timî li cî raste
Zalim dawî qey hilbine
Helbet rojê xweş wê werin
Her kes bi war û cibine
Îzna xwedan wê vegerê
Ê li şûnê pir qenc bine!
Bêçar dibê wek dibîne
Xudî mafbe wê bibîne
Bindestî wê herê bimrê
Kole rabin nav cîhane!
****
Ev pîlana pir dirêje
Gel ji ber ma kerr û gêje
Ev bû çar sal gêj gerînke
Ma bê rojî bê nimêje!
Werin rûnin belê li hev
Derdê xwe ji hevre bêje
Ev bahoza ne ya nûye
Belê evya tê ji mêje
Win nizanin ku çi dibe
Wekî volqan dikelije!
Da em yekbin dest bi hevdin
Ta ku mejî pê nebrêje
Bêçar vaye lê diqîrê
Bila nebin tim nan pêje
Bar girane nê hilgirtin
Bi tenha”lo lo”mebêje!

35

****
Girê sipî rêzgar kirin
Dijmin li xwe har dikirin
Çaxa dest bi zêrînê bû
Neyar ji xwere pir kirin
Biryara şer dane meşîn
Bawerke ku wê wergirin
Ji hev ketin kirin barbar
Xwe ji bîr bûn ku dad gerin
Ser rûçikê xweyi qirêj
Ji nûve qey vedikirin
Ew kesê ku dostê wanin
Bi rastiyê ew naskirin
Divê ku emjî bibin yek
Ji bêçarî xelas kirin
Nefes berda te ji (neksê)
Tisa ji ser te rakirin?!
****
Jana te ketye cizîrê
Wê jê rakin heyfa mîrê
Mem û zîn sembolên mene
Rast hatin ew xeşmû tîrê
Ger çiqasî bi barbar bin
Em bernadin taca mîrê
Belê baş dizane kuro
Ciyê wî tine feqîrê
Lê belê em ser danaynin
Ji xwedêre tu esîrê
Serî me bi we bilinde
Gola zanoka ya şîrê!
Vaye gel dikin tev gere
Hawil danê wê tevdîrê
Bêçar waye diqîre can
Amed gîha devê bîrê?!

36

Ezim.
Ez yek ji gelê kurdim
Di1963da xwedê dam
Li gundekî rêncberan
Ji nava du cot karan
Navê min jî hesene
Perîşan û rebene
Min xwendî li ber xoce
Di pêra mekteb moce
Dibîstana sereke
Min xwedî reş beleke
Gondê minjí kazikan
Ezim bêçarê kurdan
Pişra çûme leşkerî
Min bar hilgirt yek serî
Min kir karê nivîsê
Ez ketme pê pênûsê
Helbest û çîrok u got
Mi ne kirî û ne firo
Zewaca min bîst salî
Derdê min bûn pir alî
Kesî ji min fêm nekir
Derd bi minre par nekir
Karê min cotkarî bû
Ne têr nejî birçî bû
Xêr xwazê gelê xwebûm
Birçiyê mafê xwebûm
Ta ku daiş di me gihişt
Me her tişt li şûn xwe hîşt
Heta hatim qirşehîr
Nûve geryam li tevdîr
Da em bidin nîşanî
Ta ku nebin poşmanî
Hêvîveme zû vegerim
37

Tirsim li vir bimirim!
Navê bavê min eyûb
Da ku çêkê ew mehbûb
****

Di dem salekî bê dawî da?
Û di payizeka reş da?
Koç beriyekê dest pê dikir.
Ku vala bûynek

bi destê lawên wê ku bûyi pergende.
Ji hirç û hovên bê bawer û çav birçî re?
Yê ku perwer bî li ser xwîna mirovan.
Ew qîlênku sor bî

ji mejiyên mirovan

û ji xwerina goştê însanan?
Lê dîsa emê bibêjin nervîne

ji felekê da qey xwuda

em weha dane ku tim bibine qurban

ji berjewendiyên xelkêre?
Lê sed heyf û mexabin

ku tim û tim cezayê dîktatora bi me tên sax kirin.

û dinya li ser pişta me li hev dikin

û bi xwina me li ser kursiya xwe dimî nin!.
Û dibin wekî pêxembera li me

ta ku evjî pêk tê bi alî kariya me

û bi destê me.

ji ber ku em wekî kewin hevdu dixin davan

û dikin nêçîrvanin ji xelkêra

ev hatî ispat kirin di dîrokê da?
Wekî bapîrê me dibêjin:kurdî halê xwe wer dî?
38

Gelo ma evjî qedere yanjî bêçariye?
Yanjî xiniziya me pire?
Lê ez çi bêjim bê wateye?
****
Di qije vijeke pir de weku mehşer daket

û qamet rabû.çi bû kes nizanê?
Ji mine ku çerxa felekê eware bû

;û jiyan rawestiya?

Dem êjmar dikê bi şûnda biçik çikê!
Siltan tên guhartin;

û roj hilata navîn sero bino

dibe û zemîn hilweşiya?
Qonax bûne kavil?
Wêranî dakete ser qadê?
Guneh û bê guneh;

ter û işk bi hevre dişewitin?
Dûyê kêsê hêdî hêdî radibe

wek ewrekî reş xwe girte ser asîmanê min;

reş kir bi min gerdûn?
Lê di navda çend tîrêjên rojê xwe berdane ser xaka min

û şewq dan lê min zanî bû

ku wê tiştek çê bibe li serê min?
Wê buyerek deng vedê li ezmûnê min

lê belê mi nizanî

ku wê felek dîsa xwe bidê alîkî dûr kevê ji min

û bikê temaşe li min.nervînê dîsa nûjen dikê.

weku nîrek ji nîrekî dizê sirûştiye?

39

Ku bi jan û êşîg bête afira din!

Dem sal têne guher tin.
Û kevne war têne şopan din

û li ser wê bin gehê war tên avakirin?
Lê ku derbê ciyê xwe dî

tu wer bigazîne bê faydeye.
Lê carê em bûne biyan û penaber

û di van welatê biyanra derketin?
Dil bi kul û hizrîng û keser û ahu xem.
Hinek ji me çûn di awropara der ketin

û hin jî bi rêve bûne taşta masiya bin av bû

ji wan hink li ser piştê li welat

bê deng vegeriyan?
Lê hinek jê vegeriyan bi kêf xweşî

li axa xwe jiyan.

û hinek çûn bûne rênc ber

li kolanên bajarên tirkan

û hink man di qampada

li benda nanekî û heskek şorbe

çav berdane atiyan û li benda xêrekê man

çav li riya xêr xwazekî bi minet man!
Lê nihajî em dibînin ku rewş pir zore

li yên ku ta xwe derbas kirî?
Li ya me hînû dest pêkir;

me dîsa dijmin bi xwe hisandin û gî li serê xwe kirne ar.

û bi hêz kirin ji xwere wek tê gotin:

(Çoyê ji serê xwere xeritan dî)?

40

yanjî kûçikê ji hebinê xwere xudî kirî?
Lê dîsa jî em ji hope hopa xwe namînin

em tu ar û hisetê jê nagrin!.
Ta ku ev kar ê mebe eme tim ketîbine

û bin dest û kole bijîne?.
Û eme hînjî perçe parçeyî bibine

her tim û tim li pê hevala bine?
****
Ji çar aliyê cihanê d
e

şêwir mend li hev civiyan

û rewşa rojhilata navîn dinirxan din.

lê hemu bi hevre diketin matirsiyekê

ku nema kanin çare seriyekê jêre bibînin?

ji ber ku agir pêxiistin pir xweşe,

lê vemrandin pir zore?

wek pêşiyan hanî ziman:

pêşiyê şerane xweşe,lê dawiyê şerane reşe!
Lê divê ku agir hînî dûre tu di bangê herî û vemrînî;

ne ku bi mala tekeve

tu bikî hawar û bêjî kes di hewara mi nayê

wê çaxê nayê vemran din wê gî bişewitê?
Lê hîrojî weku em dibînin

ewropa û emerîka û rûsiya hemu cîhan

li xwe dixin piştî ku agir kete nav zeviyê wan

dikin bar bar û dibêjin

werin em kirîza sûriyê çare ser bikin.

41

ev bû pênc salin

ku em vî derdî dikşînin

û di nava hewqas zor û sitem karî

yê da ku we di me kirî.

û li ser pişta me win bûne

bazirgan û we bi xwina me bazirganî kir.

ma ev ne bese û we çi gemara dinyayê hebû jî

we topkir û bi ser meda şand?
We ji vê rojêre hesab nekir

ku wê gemara we li we vegere

û bibe bela serê we?

****
wê çaxê winjî nikarin çare ser bikin.
Winê bi xwe

xwe di nava agirê xweda bişwitînin.

berê pirsa pêşiyane dibêje:

î ku tirb ji hevalî xwere kola wê bi xwe têkeve?
Wek ku bi awakî dinjî tê gotin:

rasto risto;xwaro zû ji kesto?!
Û wehajî tê gotin:

bi hevalî xwere rast be;

ji qeda û bela xelas be?

xuyaye ku bavpîrê me li ser jiyana xweyi rojane

bi her awayi peyivîne û gotin gotine.

û dane zanîn ji mera kirine wek pergalekê nimûne

42

li ser her tiştî danîne.

û bi zelalî dane feim kirin

ji bo ku em newestin li pey wan?

lê mixabin em li ser gotinên wan narin.

ji ber ku ne dibistanên me hebûn û nejî xwendin hebû.

lê zimanê me timî qedexe bû bi zimanê zik makî.
Lê zanîn geha me bi devkî bû ji gelê mede mayin de hewbû?

û felsefeya meyi herî baş

ji dayikên meyi ne xwendî da ji mere ma.
Ev tor û wêje ji hinera me ji mere maye?
****
Di nava tevleheviye

kê da û metirsiyeke

bê deng da rastiyek tê holê!

lê belê tu kes pê nezane.

wek çirûzek di şeva reş da

ji rêwiyekî rê wendakirî re bête xuya kirin?
Lê dijmin vê yekê dibîne û dizane

û baş dizane lê belê xwe lê nake xudî,

yanjî xwe li korî dine.naxwaze ku em bibînin û bibîzin?
Rast wek pêşiyan gotî:

(Kevir ku çiqas holbê,wê li cî rast bisekinê?)

avjî ile di şopê xwere dimeşê!

ku ço li ço kevê her kes dangiyê xwe zanê?

û tu çiqasî ji kur re rindiyê bikî gur postî xwe navê.

û herkes bi refî xwere difirê!
Ev babilîsk wê pir tiştên nû

43

bi xwere biafrînê û wê pi guhartin bêne holê

çi di warê sirûştî de

û çi di jiyana rojane da

û çi biragmatîkê da?
Ev gêj gerînk tev ji bo aboriye

û berjewendiya emperyalîzmêye?

di deste ser kirina welatê bi xêr û bêr de;

û parçe kirina roj hilata navîne?
Û bi çûk kirina welatên misilmanan de.
****


Li hember israîl nabe ku tu dewlete mezin û bi hêz hebin di herêmê da.
Lê mixabin ew qas kuştin û mirin çê dibin û koçberî û talan û wêranî ji mal û milkên xelkê re di bin navê îslamê da.çibkim ew navjî reş kirin li ber çavê cîhanê û xistin lîsta terorîsta.bi destê kê bû ev kar bi destê şêx û melayên sexte yên misilmanan bi pera ewên ku derdikevin ser telefizyonan û fitwa kuştina bira û bira didin û helal dikin.û gelek kesjî baweriya xwe bi wan tînin û xwe pê dixapînin û pergala xwe û birayê xwe tev bela dikin?
Lê li vir tiştekî din jî balkêş heye ku ewjî dewrekê dilîze ewjî yekitiya netewayên miletane ku bûye sebema evqas kuştin ji vî xelkê han li seram serî cîhana meyi bê bext çi li evxanistanê çi li iraqê li sûriyê û yemenê û lîbiya û libnanê û..t.d
Wekku em dibîni hîro li çar parçê kurdistanê rojane bi sedan gelê me tên kuştin û bi hezaran gel koçber dibin û wehajî têne talan kirin û wêran kirin û namûs tê bin pê kirin û tê deste ser kirin li ber çavê cîhanê wek du rû kirine rûyekî cengawer fêdekar welat parêze xudî mafe?lê rûyê dinjî terore bê ole bê bawere kuştina wî helale eynî ew insane ev tişt çawa tê qebûl kirin

li dinyayê ez nizanim.yek ji were bêjim bi hawakî ku berî min hate başûr ez xudî mafim têkuşerim marivim?lê ku min berî da bakur ez terorim bê mafim?eve dirûtiya cîhanê.ev çi mafdariye û meyrevaniye û biryar danîna cîhanêye?û çawa li ser vî xakî tê meşan di ez nizanim?min tiştek ji bê

44

bextiya dinê feim nekir yê ku dinya afiran dî ew divê jê feim bikê û hew!!!
Ewjî lê temaşe dikêye?û ew kanê ji hev derxê?lê belê ewjî baldare bên fereye û aram kêşe ne xema wiye ji ber ku zik tine bi kesî bişewite?û nejî pişta xwe hê ku bêşe?!
Ev herema meyi xweş kirn herîşk û ciyê gemara dinyayê çi hebû tev top kirin û hanîn lê ber dan.vê carê derman tine ku pê derman kin ji ber ku ji herîşk û zibilgan nexweşî peyda dibin û mêş û gelmêş jê pir dibin û dibine sedema belav kirina êş azaran û nexweşiyên pîs û bêhna pîs û gemirî ji wan deran tê û ewjî belav dibin li herêm û li der dorê ta bi sînorê dûr jî diçin?
Hela ka werin binêrin ewên ku ev êş û nexweşî anîn wê çawa çare ser bikin ku gihişte wan û çi derman lê wînin?
Volqan dikelje hêdî hêdî dûman radibe û roj bi roj derî lê fere dibe.lê belê xudî berjewendiya karê xwe dike û vê yekê jî nabîne,kî mir kî ma ne xema wane.çimkî ew di berjewendiyên xwede dirame.lê ew nizanin ku gava volqan biteqe wê berê ew di bin agir de bimînine.evjî bila tew xwe dûrê nebînin.çima ewjî tê wateya yê ku bi agir lîst wê berê destên wî bişewitin?!
Lê weku em dibînin çawa nihajî li hev dicivin û dibêjin em çareseriyekê ji kirîza sûriyê re bibînin.
Lê ta ku gur birçîbin;pez bê şivan û kûçik naçin şeve deriyê!
Û ta ku diz malxê malê bin tu carî ew mal dirust nabe;ji ber ku malxe bi xweyi dize!lê gava ku em li rewşa xelkê herêmê dibînin dibêjin û dibêjin tu çarê nabînin û li dawiya dawiyê dibëjin(xwedê çê bike)?gavê ku gotin ne a meye û dawî jî eve,xuyadike ku girêdan berdan ne bi dest meye.bi dest xel kêye û wê çaxê xelk jî tu carî rehmê li me nake?
Ji aliyekî vejî alozî her ku diçin mezin dibin û pir dibin û dijberî fere dibin li hamber hev roj bi roj zêde dibin û kongir ava dibin beyan tên xwendin û daxuyanî tê xwen din û gotin xweş derdikevin.emê wa bikin û wa bikin.lê li ser zemîn tiştek pêk nayê?li dijî gotina xwe dikin wek dibêjin:ji serva sar dikin;û ji binva ar dikin?!
Li dijî gotina xweyi baş dikin wek dizî.tirs.revan dina xelkê û koçberî herî diçin zêde dibin?
Lê ji alîkîve jî komîte tên ava kirin,li dijî hev.hêdî nav nema ku li xwekin û hemû li dijî gelê reben û perîşan tên meşan din?
Weku dest pêk bi rûxan dina otorîtê bû;lê xuyakir ku li dijî gele wek belav kirina gel û wêran kirina welate û bi hil weşadina bajar û gund û navçeyan

45

hat meşan din?!
Bi salane berdewam dike û bë çareser kirine a nihajî hêdî hêdî tê xuyakirin ku roj hilata navîn wek beretakî qelew ku bikeve nav birek kûçik wê çawa li hev bikin li ser wî berateyi.siruştiye ku bi hev bigrinta ku yek li dawiyê gî zep bike?kîjan hare,wî xwariye?!
Ji bêl vêjî wê pir tiştine nûjen bi xwere bîne û wê dakevin holê wê di navberê da hinek kêm netew hene bên tune kirin û bêne perçiqan din û rabin ji holê?
Û hinek dîrok van wê rû reş derkevin ji ber ku derewên ku bi salane ji milet ra dikirin wê aşkere bibin.ew tiştên ku berûvacî dikirin ji milet ra?û wê hinek dirustî dakeve bête sere rast kirin,wek ji nûve xwe vejîn bike û xwe bi gel û milet bide qebûl kirin?
Da ku şênahî û avahî li ser bêne avakirin ji nûve ji ber ku karê dinyayê weha pêk tê ji dest pêkê da ta bi hîro? Her tim kîjan bê bernav bûye û bûye otorît wî tim kiriye ku dinyayê gí bi dest bixe li gor daxwaza xwe bide meşan din û berjewen diyên xwe pê bîne ger bi zor be anjî bi daxwaza kesên ku teslîm karî qebûl kirin li ser pişta wan taca xwe ava dike?!
Di nav gurin tiyê da û çav soriyê da xelkê sivîl û belegaz li ber piyan diçin û baceyê didin.wekku tê xuyakirin ku dinya ber bi dawiyê ve diçe û zemîn wê raweste?
Lê di virde tiştekî pir bal kêş dide xuya kirin ewjî ku bala meriv dikşîne.hewe ku xwîn bûye av nema kes li ser kesî dişewite?ev nîşana qiyametê ye?wek tê gotin ku roja qiyametê wê her kes bêjê ez?kes xwd li kesî nake xwudî?wek tê zanîn ku dê wê dergûşa xwe bavêje?û wë bibêje xwedê wo ez û ne kesî di bila ne li min be li kê dibe bila bibe?.
Eynî li mejî wer biye kor li kulek nasekine?merovanî nemaye.qedir qîmet nemane.û aencî û rindî nemane.û her nîşana xerab daketiye li şûnê?milet mat mayi maye nema zanin çi karî bikin ta ku ji birçîna ra nemirin û çawa debara xweyi rojane bikin?û kê çi ji dest tê dikê bê veger û tirs û ne dibêje gunehe an na yan jî herame?
Di navda ew kesên welat parêz û şoreş ger ku canê xwe qurbana gelê xwe û welatê xwe kirin û yên ku şehîd ketin û yên mayijî ji welatê xwe riviyan û çûn bi dûr ketin.lê welat di nav lepên gur û rûviyan da hîştin û berdan?.
Her tişt di şûna xwede ma û kuştin û koçberî hîna berdewame?

46

Lê agir belav bû pêtî gurr bûn?

Her ku çû fere bû kê ku ar gurr kirin hîro ji destê wan jî tên şewitan din û rî û simêlên wanjî dikuzirin!lê nikanin xwe jê bidin rêzgar kirin?
Lê çi nehfe poşmanî nama di kêr tê ji ser kuniva?bila wer bibêjin ez neyi tême û neyi jême?
Ma qe nafikirin ku çawa agir gurr bû,wan jî qirş bi ser dikirin û pifê dikirin xwestin ku gur bikin lê wan nizanibû li wan vegere ku ba bizîvire?wê belav be.
Lê hîro jî ya ku tê xweştin ku hemu alî li xwe vegerin û lê borîna xwe bixwazin.û dest bi hevdin.û bi hevra li çare seriya xwe bigerin bêyi ku ji derva de şêwira xwe bigrin bila ji gel bigrin ji yên ku temen dayi?
Lê belê di virde carna hesabê mal û çarşiyê li hev nayê?dîsa wekku ew dibêjin nabê?
Ji ber ku kesne raketî hebûn ewjî ji xew rabûn û nema radikevin hêdî? Û ewjî dozek
ê dimeşînin?
Sebeba vî karî hemû çiye.ji ber ku ên bûyi rêber ji gurûpên şoreşê ra ew kesên ku şagirtên otorîtêne û ji bermahiyê beesiyanin ku ev çel sale li ber destê wan perwerde bûne û li ser xwin mitina vê miletî jiyane û bi dest hilat darê re bûne hev parê zor dariyê hemû diz û xinizin?
Ew kesana yên ku ji wê dibistanê perwerde girtine?
Gelo ma dikê rêber tiya gur û rûvî ji pez û mirîşkan re çibe ji bilî xwarinê?!heger win dixwazin ev şoreşa hanê bibe şoreşek rast wek tê nasîn di pergalên xwe de divê bi salan kar bête kirinta ku ew mejî yê kevne perest yê ku di zordariyê da perwerde bûyi ku serî wan bête şiştin ji qirêja bi çel salane ku zeng girtiye di serê wan de û ji nûve bête vejîn kirin û li ser pergaleke resen û rast teqîn bête meşan din wê çaxê em dikarin bêjin ev şoreşe?
Lê tişta herî girîng û bal kêş ewe ku çi tundirew di cîhanê da hebûn tev top bûn û hatin ketne herêmê bi daxwaza nicad perestan û xudî berjewen diyan û yên ku li ser otorîta zilmê rûniştin ji bo xwe parastinê ji bo ku bimînin dest hilat dar ta ku ji ser kursiyê nêne avêtin?
Lê mixabin ne ew çûn,nejî ev çûn?
Lê dozek dûr û dirêje ku bi sed salane dor pêç kiriye.wek pezeke ku têkeve nav çar gure birçî?û her yek ji wan dixwaze ji xwere başqe bixwe?lê ji tirsa

47

hevra newêrin?.

Va hîro jî em dibînin ku hêdî hêdî tirs û sama wan guran ji ser wê rabine û radibêjî û yek bi yek jê bi dûr dikevin û ew mîjî ber bi rêzgar kirinêve diçe?!
Lê mixabin ew reben ji aliyê xweve li benda şivanekî bi hêsane û ji xwe razîye û ji xwe bawere ta careka din ta careka din nekeve dest gura yanjî diz bibin?û karibe biçêrîne li zozanên xweş û bi xêr û bêr ta ku xudî bixun ne diz û nejî gur.ta ku rûmeta wêjî bidinê?
Lê em çibkin ev daxwazî hîna pêk ne hatine?lê hêdî hêdî nîşan tê dayin ku kesne dixwazin xwe pêşda bidin ji bo ku xudî lê der kevin li wê û ne wekî daxwzên wê lê hîna nikanin pêk bînin amancên wêyi sereke wekku tê zanîn wê hêdî hêdî bi amancekê gav bi gav pêk werin ev tişt û daxwazê wê?!

****


Di welatekî bi çûk da wekî sûriyê da pir netew û pir olda ev tişt tên qewiman din?
Xerab bûn û şeitan din û wêran kirin û talan kirin û bi her awayi tûnd û tûjî lê tên bi kar hanîn û roj bi roj gurûpên çek darî lê çê dibin çi li dijî hev û çi li dijî otorîtê û çi li dijî mirovahiyê?.
Xuyaye ku bûye wek goleke genî bibê ji her tebabî mêş û kelmêş û beq masî lê bicivin û bihna genî û nexweşî jê peyda bin û ji wirjî belav dibin li hawir dorê.û nema tête çare ser kirin ev dixwaze ku tu berî her tiştî wê golê bidî miçiqan din?
Û pişre derman bireşînî. Û di pêre nexweşiyan bidî derman kirin û ber çav bikî ta ku derman lê peyda kî lê hîro em dibînin ku berê li dermanî nexweş digerin bêyi ku bizani bin çi nexweşiye û ji kur hatiye.û dibêjin eme kelmêşan pak bikin.
Weku meriv bi xwe bikene?!

49

****

Ez çi bêjim dil sare wî
Ji derdê we bêçare wî
Ez nizanim çi bikim lo
Ger we bi xwe nekir fedî!
Penadol û pîtîfol…
Çi em bûne bizna kol
Gemar bi me rêjkirin
Buhayê me ferek sol!!
Ger ku win hev rane kin
Kesek nê we ranakê
Ger ku win hev çekin
Kî rabê pêle wekê!!
Dil birêse ji hestê min
Da bizanî bi qestê min
Were rûne li meyxanê
Serî dagire ji mestê min!!!
Para min?
Gulê megrî
Bo min parek
Min tu gitî
Cîhan yarek!
Şermû fedî
Rakir ji rû
Min ramûsa
Gul bi carek?!
Min dî?
Min di dil da
Buharek dî
Di biharê
Da yarek dî
Ji wê yarê
Min çarek dî
Lê ew çare

50

****

Maye li dar
Bişkivîn gul der bûn kanî
Rê dinêrim yara mi kanî
Çav li rê me li bendî wê
Kê mizgînek ji mir hanî!
Hink li vir û hink li wir
Hevdu dane ber kevir
Ji min mir û ji te mir
Wekî peza bixwe gur!!
Meryê hevin di merya da.
Mêjû nema di serya da.
Ilmû zanestiya demê
Hemû ketin di berya da!!!

51

****

Wêran bûm?
Me koçberî nedîbû
Teimek;ji wê min vexwar
Bila qe”li kesî neyê
Van em kirin tar û mar
Hemû ji hev belabûn
Pişta me dane dîwar?!
Dayika dergûş hîştin,
Kal û pîrên ber dîwar
Canê şêrîn xelaskin
Bê lomebê ya sitar!
Tevan hev winda kirin
Kes nizanê çi bêtar?
Hîn li şengal diramîn
Ezman li me hate xar
Deng vedaye li cîhan
Ji nişka bûye ev kar
Kê zanîbû wê bibê
Gel tevde bûye bêçar
Em ketne rêça bê dawî
Bi carda filitî tar?!
Wê kî wê bendê bigrê
Pez li pêbê gurê har!!!

20/09/2014 Qirşehîr

52

****

Min kir û xelkê xar?.
Pir mal da hev pêra bezyam
Tî û birçî wer radbezyam
Lê hîro min hîşt tev li pê xwe,
Min lê nerî û ez bezyam!!!
Bû pergende ma bê xudî
Min li pêş xwe kesek nedî?
Şerpezebûm li vê biyanî
Ji axe ofê;dil leriziyam.
Xwudya li min xwe der nexist
Ne bi peytî;nejî bi sist?
Te digo:qey ez li vir bêkesim
Wekî zarokek tim dinazyam.
Wek tê gotin:a berêye
Barê ketyan barê xwêye
Kes newêrê rahêjêye
Bêçare qey can ditezyam!
Xudî mirî laş dikêşe
Dinya eve li paş û pêşe
Digere qey dora êşe
Geh sekinîm û geh bezyam?
Dîsa wê dewre qey vegerê
Çerxa me wê helbet werê
Em çêtirbin hîn ji berê
Ne şerme ku hîro kizyam!!
Madem ku ez qandî xwebim
Van rojana tew ji bîr nebim
Wê ez qurbanî axa xwebim
Şerm û fedî çaxê razyam?!
Divê rabin em palnedin
Çav li atiyan;peina vedin
Dem nêzîke dest bi serdin
Wê ez bankim te di sazyam?!!!

53


****

Bang li gora wekim?
Dîsa omdî mi neman
Ez banga xwe di kê kim
Bêlî ziyaretên te…
Îmdadê di xwedê kim?
Kanî miştenûrê pak
Ku li wan deynî çalak
Wê fatenûra wek xak
Kengê wanjî qey rakim.
Ey kalê min temîdar
Wek li taybet daye dar
Sirûcîra bike kar..
Qey hûnjî li hev nakim!
Ka xan mamed xana dîn
Ez bang dikim bûb lawîn
Qere berkel ka mizgîn
Ji bilî we bangnakim?!
Ma qîrîna gel nayê
Va em tev ketne tayê
Cîhan di kêr me nayê
Ta kengê ezê bangkim!
Ger hun di banga mi nên
Wê kî di gazî me bên
Gotî:ker ket xudî medet
Hêvî ji we qut nakim!

Qirşehîr
08/12/2014

54

****

Dayê megrî?
Megrî megrî dayê megrî
Va em bûne axû herî
Dayê heyran de tu negrî
Welat va çû bese bigrî?!
Dikê herim serê çiya
Nav karkeran û gundiya
Nav hevala û xudiya
Dayê heyran bes girî!
Em bin destin em erzanin
Lewma em timjî xizanin
Lê rastiyê em gî zanin
Çare nakin hêsr û girî?!
Zanim ku kezeb girane
Parek cîger dil û cane
Heger dixazî jiyane
Dayê divê tu tew negrî!
Dayê divê tu middi rêkî
Ji çak û rext xemil çêkî
Min di riya wê cengê kî
Ta hat xwestin tujî herî!
Ta ku emjî tev geş bibin
Li civata kêf xweşbibin
Wekî dînan serxweş bibin
Ta ku ser bilind bigerî!
Ta ku dayik serxwe bijî
Wek ê xelkê têrû tijî
Boz bilindî be a mijî
Va em bûne wekî tirî?!
Tirî xweşe lê pir dijmine
Dijminê tejî ê mine
Tu cudahî têda tine
Bijî dayê taca serî?!

55


****
Ger hebê xweşî
Wê dane însan.
Ta nebine yek,
Tim emin mîvan!
Xelk;giştin heyvê.
Va em li şûnê man
Roja me nêzîke,
Me divê sermiyan?
Taybetî,nemaye.
Rastî tên xewan
Helbet wê hildin
Tola me ji wan,
Wê çare bikin.
Vî derdî geran?
Ta ku em bijîn;
Tevde wek însan!!!!

56


****

Payiza reş?
(1)
Eylûna reş
Dest pêka payizê
Toz û kulxane
Ecac dilîzê?
Were min û fermanê
Li hawara dê û qîzê
Bi navê xwudan.
Cîhan dibhîzê?!
Bê bave rabûn..
Xwe”dan”ser dîzê
Talûke mezine!
Ji tirsa,da mîzê?
Bêtarek dîsa
Wek ceinî dilîze
Qey pir xweşe hingiv,
Tev rûnê hîzê?.
(
2)
Hefe,ji mere.
Ku em berazîne
Tev merovê hevin
Pismam;xal xarzîne?
Ji serî ta bin
Ap û bira û birazîne.
Van tiştên ku dibin
Ma kî pê razîne.
Loma ji mi nekin
Tew jî ne gazîne
Ma kî bê bexte
Ji van tiştan razîne
Ev ne xudî olin

57

Ne rist û sazîne
Va lîstoka cîhanê
De were bibazîne?!
(
3)
Lîstoke mezine
Bê ser û bê bine
Va dora me hatî
Emjî qey dimrine!
(Yên ku jê bimînin).
Serbest bi gerine?
Li cîhana rû reş
Poz bilind binêrin
Her kes wê bizanê
Ku kurd tew narine.
Em dest pêka jîne
Ta dawî herine,
Ta wekî çirakê
Tew venamirine
Her bijî kurdistan
Kurd lê bigerine!!!
(
4)
Pesna tu bidî
Ey bêçarê min
Baş nasbike tu
Ji dost û dijmin.
Wê dara nerind;
Tu hilke ji bin?!
Dîroka rû reş
Derew bû ji bin.
Bavêjin qirêj
Ji rûpelên din.
Heyfe,ku wabû
Koleye dijmin?
Nervîn keniya

58

Sozek wê damin
Felekê bi xweşî
Kenek berda min?!!!

——77——
Rû vekirin?
Me ne kir û nejî dişişt
Daiş hatû tiştek nehîşt
Malûmilke tev wêran bû,
Bav û bira ji me dikuşt!

Ma me çikir;û em kîne
Gunê me ku em kurdîne
Zor û sitem lê barîne
Dil û hinav li me birişt?!

Ev welatê me şemitî
Wa cîgera ku feritî
Bi bernavê ku lipitî,
Axa wê ji mere bihuşt!

Wek bihuşta ku rengîne
Awaza bilbilê vîne
Bêçare li ser dixwîne
Ji xema wê dil bûye mişt!!

Ne xemê ku sirûştîne
Hem û kulû kerbê jîne
ji xwe berê veşartîne
Hew bûn hîro;dest tê gihişt?
Hîro ku wan bereder kir
Rûçkê qirêj ser xwe vekir
Pesna xwe cîhan şek”kir
Xuya kirin;ku ne tu tişt?!

Xuyakirin ku gemarin
Li dinyayê pîs dibarin
Ji sirûştê ew tew narin
Felek dîsa ji mera hîşt?

Bi desttê me wê pak bibin
Ji cîhanê qey wê rabin
Nervî wê bi kurd şabin
Hîro di maf kurd va gihîşt?!

Kurd bi alê da berjorin
Li cîhanê got:û şorin
Ser bilindî li hawir dorin
Veşartî nema tu tişt!!

28/12/2014 Qirşehîr

60

****

Tu mekev?
Me dest hîn negîştî dev
Dijmin hatû go:derkev
Em ji hev tev belav bûn
Weka hev bûn roj û şev!

Em hemû raweşiyan
Hin reviyan û hin xuşiyan
Wek pelê dar daweşiyan
Perîşan bûn hemû tev.

Gotin:herin deng mekin
Axa welat j bîr bikin
Ji ber xwe fedîbikin
Kirim konan go:rakev?!!

Kirme xewa bêçarî
Sar û seqem dibarî
Ji vê dinyê dil sarî
Va ez ketim;tu mekev?.

13/01/2015 Qirşehîr

61

****

Buyer?
Raste dibên dijmin nabe dost
Ta ku tu li wî nedî li post
Min dît ku çawa;çend xortên me
Wan li dest bûn,reng alê me…
Daketin ew ser yênî çarşî,
Partiya kûçik hate qarşî
Lê êrîş kirin ew bi sedan
Kesî nepirsî ne persîv dan
Lê ew reben çûn istu xarî
Qey piranî mêranî xarî!
Xuyakir li min ku ev ne war
Dijmin tu car ji mer nabe yar
Kurdên me li vir bi teresî
Ser xwe girtin wan bi wê pîsî
Ji bo zarokê mir li cizîrê
Siloganek li wê da mezrê
Ew qatîla ji lawê kûçik
Lê wan nexwest ku bibê pûçik
Ey H-D-P tu tim bi hiş be
Ta ku her tim tu wer li pêş be
Ev tişt hîro min bi çavan dî
Dîsa bêçar mam;min kir fedî?!

25/01/2015 Qirşhîr S 2/15D

62


****

Vedlewirin?.
Welat dan ber agire
Jê çûne keç û kure
Bese serî hun rakin
Li me piçikin gure

Tevan li me hêwirîn
Bi kenê berî girîn
Xortno werin raperîn
Dijmin wa vedlewire?!

Di wê xêrêda qut bûn
Sere jêr û wer pit bûn
Wek mişkê li ber mitbûn
Ala me berjor fire!!

Vê carê ew natewê
Kurd nema dikin xewê
Dev berdin ji wê lewê;
Xwîn dan tev ji wêre?!

Kobanî xwîn meşiya
Ji çar parça de xuşiya
Hefsed ciwan raweşiya
Tev hev bûn wekî bira.

Nema ew bêçar dibin
Hêz dane xwe radibin
Dijmin bila şah nebin
Bi sondê girtin sire!

Ev sir wê bi ser keve
Kurdistanek darkeve
Dijmin ser berjêr keve
Li dinyayê bê çire?!!!

63

****

Nasbû?
Îşê me pîs û pas bû
Dost ji dijmina nas bû
Mizgîn li webê gelo
Welatê me xelas bû!

Bajar va rêzgar kirin
Ê bi namûs bang kirin
Derî li wan vekirin
Ê bi jehir derbas bû?!

Vaye îro meydane
Ji bo keç û kurane
Xortno werin dîlane
Konaî lê sipas bû!!!

Cejn û şahiyû cenge
Awaz û qîr û denge
De rabin lê derenge
Hîro dinya gî nas bû.

Dijmin wane direvin
Radibin û dikevin
De zû hûn bi pey kevin
Ew li meydana sas bû?

Meydanê vala bikin
Wan tolî çalan bikin
Welat ji wan pak bikin
Şeva me ji nûve yas bû!

Ew şev hîn dest pêke
Wî bigre serî jêke
Gorna tu ji wî çêke
Bêçar bi we rênas bû?!

Em bûn babet?

64

Hîro em ketine
Piyasê bê zanîn
Em dikin temaşê
Nirxê me buhaye.
Lê em ser hizînin
Pir bilind bûne em
Xêre dadixînin?!.
Biryara didine
Ra ji me nastînin
Me li hev tûj dikin.
Lê em xwe dikenînin.
Xwîn mozîk xaneye
Bê rûmet rijînin
Armanc ew bira;
Me ji hev bitirsînin?!

****

Newêrim?.
Ez newêrim bêjim
Dil çi leme leme
Wek lehiyû bahoz
Dagirtî ji xeme!…
Tirsa mij bira kujî
Lê li bendî teme.
Eve heft heyvên şer
Dîsa bê çare me
Koletiya dijmin.
Lo qey tew ne şerme
Bin destiya biran
Va daket li ser me
Bi rastî bigrin;
Dinya tev ne xeme?!

65


Bê”ûdin ew?
Ey erdoxanê paşverû
Wa esedê gûyê xwe cû
Xamînaê pêda rîkî
Koban ji dest we çû?!

Va we kuştin am û tame
Me qey rabû qiyame
Serxweş ketin bê mey came
Kurdistanek vaye çêbû!!

Ji ber biryan xweşî derket
Pîrik şaş bû bi xweda ket
Pîroz bahî çi xweş pêket
Ew bi xwe nîşana mebû?!

Nîşana serkeftinê ye
Dijmin haje xwe tinê ye
Rehma wana li me nê ye
Kurdistan tev ji dest wan çû!!!

Ewan bi xwe wekî kûçik
Bê bawerin weka dûmişk
Wê li holê bibin pûçik
Hew bêjin wan oşt”anjî”dû?

Bi xweşiyê tew nizanin
Wê me bixwun lê nikanin
Şaşbûne hemjî poşmanin
Wekî serxweş di xewva çû?!

Hola wan ya birc û keye
Ew li serin pepûke ye
Gîhan dawîya sûkê ye
Ber bêkevin wek pirç û mû!!

Di ser mere tek holek hê
Dem û wexte sire ya tê
Îmdada me ji wî xwedê
66

Dema mejî hatiye zû?!

****
Wextê?
Pate kuta vê dinyayê
Gelo dawî tewjî netê?

Welatê me yek parçebû
Da bûn ser xet û bin xetê

Ma di umran da we bihîst
Neynûk ji goşte naqetê

Av wê vegerê şopa xwe
Helbet bighên wê dewletê?!!

Warê şrîn ći xemgîne
Bihna xwînê dîsa jê tê

Kes nema qey di xewda
Gelo çima xewa te tê!!

Ev wêranî heta kengê
Kur û bav ji hev biqetê

Ev qîr û deng ma ta kur
Ji hêz û hiniru taqetê?!

Lê va dinya bi hev ketî
Hew yek deng ;ew ji te tê!!

Bi tevdîr û hiş û raman
Zû derbaskin vê ser wextê

Li amedê şahî deyne
Serok rûnê li paytextê?!

Ta ku bijîn emjî li dinê
Dûr kevin ji bê bextê

Bêçar nemîne li xakî
Xêr û bêr gî ji meta tê!

67

Kêf û seyran her li darxin
Nema kesî jê minetê

Welatê me pir rengîne
Cîhan zane wek cinetê

Wekî berê da bin jiyan
Li hev binêrin xîrettê?!

Warê şêr lê biqûre
Rûvî nema lîsk pê tê

Wê çaxê tew ne xeme
Ku em bighên qiyametê

Kefen çi dibê bila bibê
Çaxa ku ji destê te tê?!

Ew zordarî biteyise
Ku li hev bikin hurmetê.

****

Firat bijî?
Ey feratê bi kul û xem
Bi şev û rojan dihejî

Kar û barê vê dinyayê
Wer bi qehrî tu pikijî!!!

Bi hêrs û kîna pir salan
Arama dil ji min dikujî

Dijmin jê têr nabe tew
Da wek xwînê te dimijî

Ji kûraniya sîngda tu tê
Weka volqan dikelijî?

Didî ber xwe dajoyî tu
Bi lem lem her bi guj gujî.

68

Li sicûda xwudayê xwe
Her bi rojî û nimêjî!!!

Ji awirên teyin dijwar
Bi wê samê dil dikujî

Neyar zane çi dijwarî
Di ber wanre ku dihejî

Min ji awazên te hezkir
Dil bi serda diqaqijî?!

Bêçar wekî te bi derde
Bi ser teda dihonijî.

Ta kengê wê wehabe
Welatê me

vaye birijîKurdistanek

wê avabe

Belê ew ji xwîn û mejî!

11/07/2015 Bêçarê kurd Sidiqlî Qirşehîr

69

أضف تعليق