PIRTOKA :Hêluna wêran,Bêçarê Kurd,Helbest

BO DAXISTINA PIRTOKê JI VIR:

https://www.4shared.com/web/preview/pdf/vD3wilhSca

BO XAXISTINA PIRTOKêN çAPXANA KOMCIVîNA ZANYARêN AZAD JI VIR:

https://www.4shared.com/account/home.jsp#dir=h45exNMs

– Navê Berhemê: Hêluna wêran

– Navê Daner: Bêçarê Kurd

– cûreyê Berhemê:Helbest

– çap:çapa Elkitroniya yekemîn ,26 Gulanê.2017 S

– Hijmara xelekirî: 15

Hemo maf Ezber kirî ye ji daner re

Mafê weşan kirina Pirtokê Ezber kirî ye ji Nivîskar e û çapa Elkitronî Ya komcivîna zanyarên Azad re ye

https://reberhebun.wordpress.com/


bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin:

reber.hebun@gmail.com

IMG-20170510-WA0000
Di sala 1963/03/05 ez li gundê kazikan girêdayi bajarê kobanî ji dayik bûm ,navê min hesene lawê eyûb.
Û di salên 1969-1970min li ber xoce xwend û ji wê bi şûnde di sala 1974 ez çûme dibistanê li gunfê tilsofî, di rêza sêyemîn da bûm ji ber ku temenê min mezin bû ta sala 1979 da min di rêza heftan de para yekem ji salê qedand û di para diduwan de min dev ji dibistanê berda ji ber tevlî nebûna min di telaih el behis da û ez bi karê candiniyê li tenişt malbata xwe xebitîm di rewşeke xirab de?
Ta sala 1983 da zewac bi pê min ket û di wê salê dajî ez çûm leşkeriya dewleta sûriyê min sê sal û nîvan leşkerî kir.
Lê leşkerî ji minre bû dibistana herî mezin û bi wate li wir min dest bi nivîsê kir û xwe bi xwe fêrî zimanê kurdî kir?!
Û di sala 1984 de min dest bi nivîsan dina helbesta kurdî kir û ta bi hîro ji minre bû hevala mirinê ji ber ku ez ciqas xwe dûrê didim lê nikanim ji xwe veqetînim?
Ew yek û cixare didu bûn heval bi minre dermanê kul û derdan.
Û ji ber kiryarên ku li ser vî gelî dibin ,min navê xwe kir bêçarê kurd
 

 

3

Dil çima…

Dil tu çima dilikumî

Bi ser yarêda dilihimî

Piştî te girtim bi dava Xêre

tu hîro wehimî?!!!

Ma ne te kirim belayê

Te gîhandim vê tayê

Lê hîro deng ji te nayê

Tu wek kevirê sisimî!!!

Te li nava gund dîn kirim

Te bi ciwanî pîr kirim

Te bi eşqê ez jîr kirim

Hîro tu qe nakêlimî?!

Bêçarim ez ji dest te

Bûm helbestvan li ser te

Evîna min ji navê te

Lê hîro tu nahim himî?!

07/05/2017z

4

Em ji wê yara istu xarin
Em sêwiyê ber dîwarin
Em ji gelê bêçarin
Li çara yara xwe digerin
Li zimanê xwe tevgerin
Li jiyan kesên wek te digerin
****

Min qelem çêkir ji kelem
Pê diristin va derd û xem
Wek çek û sîlah çûn dem
Bû şifa derman û merhem?!
****

Ji kurdê tê….
Ev ax û kovan..ji kê tê
Ev qîr û alan..ji kê tê
Hizrînga giran..ji kê tê
Zanim hemû..ji kurdê tê?!

Bi çar felek..Bi çar nervîn
Bi çar dijmin..Tev har û dîn
Bi çar gurên..Dev bi xwin
Ji car biran ..jî xiniz tê!!!

Bi çar yarên ..Bê tevdîr
Wek evîndarin..Ji xwe bîr
Çar aşiqên..Zû bûn pîr
Çare nema..Li yarê tê?!!

Bihna xwinê..Ji vînê tê
Dengê bilbil..Jê mirin tê
Pir hêsanî..Ji biskê tê
Mirin bi xweşî..Ji bo wê tê?!

06/05/2017z

5


****

Yarê çû nav miriya
Li rewşa xwe
geriya
Çaxa li dor xwe nêrî
Yaro xiniz pê keniya!
Roj li me va çû ava
Em man li bendî zava
Kewê çûn bi delava
Dîsa girtin bi dava!
Ta ku bi zimanê min fêrnebî
Ji peyvên şêrîn têr nebî
Bese bikenî bi min
Kurdistanê ji bîr bibî
Çimkî te berê firotiye
Lo lo dîno/ê
****

Dil firotî bê temen
Di ber min re rû li ken
Te ne şerm û fediye
Ev perwaza te çiye!
****

Ger tu ji min bi riciye
Ev yûxurta te ji çiye
Ma ez bi xubiz çizanim
Zimanê min yê kurdiye?!!
****

Çarşma sor li wexe
We ji nav me bi derxe
Wek zûrî di nav xwînê
We ji zik me bi derxe?!!!

6


****

Dara min….
Dara min li payiza şîn bû!
Di zivistan da sî kir..
Ku bû bihar pel weşand..
Li havînê ber avêt..
Hizrîng mane qurq..
Her tişt ma wek berê
Kê kir jêre ma!!!!.
03/05/2017z
****

Ta dil wekî volqan nekelije
Ta yar hestên xwe pê nebrije
Vî dilîjî bi awira nekuje
Ne bêje ku ezjî evîn darim?!!
****

Ne xaneda û mamosta me
Ez hêsîrê axa xwe me!
Karker gundî cotkar im ez
Deyindarê zimanê xwe me
****

Ji me hene li pişt wan
Xwîna me naçe erzan
Ta ku nepelêxin wan
Emê her bibin qurban
****

Dilo?
Dilo de rabe vê sibê
Rêka te pir dirêj dûre
Berê xwe bide cî ware

7


Here kaşê mişte nûre
Di sera girtî bûsuleylan
E
z nizanim jî xwîn bî nûre
Birîna deştê ne hindike
Dijware û gelek kûre?!
Dilo ku şêr dakevin deng
Çeqel û rûvî nazûre
Dijminê bê bext li vir bû
Serî kete ber dikûre
Dilo de rabe rêk dirêje
Kes namîne ta dawi stûre!!!!
****

Dîsa li me dan û me erê kir
Sûdar emin me wek berê kir
Hete kengî emê xwe ne nasin
Dîsa me dev berda û bar li kerê kir?
****

Derî veke ev çi dade
Dil ji te nabê azade
Te çi pê kir;ew feryade
Bi kiryaran gelek şade?!
****

Dil meşkîne çi zik dire
Bi ser minda gire gire
Dinya me tev dixapîne
Hemu kene xap û vire?!!
****

Dil bişkivî bi vîna te
Ew miriye bi xwîna te
Bi helweste ji kîna te

8


Şemendeye ji bîna te?!!!
****

Enfal?
Hîro ji min derbûn xeyal
Di bîrê hat roja enfal
Ew ayetên herî pîroz
Kuştina me pê kir helal?!
Kurdo bese rabe ji xew
Vê qirêjê ser xwe vemal
Heta kengê nuxamtî bî
Bese bigir rêça zelal?
Kesek nema wek te mirî
Li cîhanê bê dos heval
Roja me va hilatiye
Bes tu bikî her nale nal!!
Bêçarim va ji derdê te
Tu dev berde ji qîl û qal
Xebata te bi rastî bê
Wê biherke ava zelal?!!!

Bêçarê kurd 14/04/2017 z

9


****

Şêr li dexlê dimire sêwî
Rûvî diçe gornê bi temaşe?!
****

E ji bîr nakim wa lava
Wan hêstirën ji çava
Wa hizrîgên dê û bava
Wî kenê ku wek dava?!!
****

Dijminê ne wek merov
Çêlê rûvyan hirç û
hov
Bi destê me,me dikujin
Lu me bûne kêra kov?!!!
****

Hoge hoge
Dijmin toge
Kî beloye
Ew bi loge
****

Ew nezanê ji bira
Bûne hev parê gura
Lê nizanin ji xwere
Ez çi bêjim ji vî derdî?!!!
****

Ew nezanê ji bira
Bûne hev parê gura
Lê nizanin ji xwere

10


Ez çi bêjim ji vî derdî?!!!
****

Êrîşke dil bi xeçerê
Bi wa tîra wek leşkerê
Bê qurnazî vîn perwerê
Belkî dema sozê werê?!!!
****

Kurdistan welatê teye
Kurd hemu birayê teye
Yê li hamber te birayê teye
Tu kê dikujî hey korbiyo
****

Heger ku ez tew kurd nebim
Xizmet karê dergê tebim
Ji zimanê xwe bi dûr bim
Ma tirk ereb faris bibim?!!!
****

Ta ku em hev bifroşin
Wê xelk me tim bidoşin
****

Ji derdan derde mestirin
Kulê biran dijwar tirin
Yên dijmin meriv namirin
Bi yên bira dil dibirin!!
****
Bişkojan veke ji ser dil
Da bixwînim ez ji hungol
Birêsim çend awazên dil
Pê çare kim van derd û kul!!
****

11

Ji kazikan diqîrim ez
Ne maldarim feqîrim ez
Çû ciwanî va pîrim ez
Ji nezana esîrim ez!!!
****

Di ilbika teda hêvan bûm
Di hembêza teda mezin bûm
Di zimanê teda xwe nas bûm
Roja te pîroz be
****

Çi bibêjim bê werîsin
Gelek başin raman pîsin
Xwîn dirêjin ji bo xelkê
Temen dayê tim ji kîsin
****

Şerme ku em hev bikujin
Xwîna hevdu jî birêjin
Gotina ne baş bibêjin
Bese dijmin me bimijin!!
****

Vê gula te reng daye
Bi xwîna te av daye
Çima te dev jê berdaye
Tu ne korî xewdaye!!!
****

Dijmin berdin;bi hev kevin
Winê helbet bi ser kevin
Biştre wekî kore mişk
Di kavilan da rakevin!!
****

12

Gul bişkine wa biska
Jê biweşîne fermiska
Bila şakî tu bibil
Biborîne bablîska!
****

Ji çavên bi kil..ji dêmên ku şil..rondikên bi sor
Ji rengê sor gul..bi dilekî kul..ez bûme bilbil!!!
****

Dilê te naz û delale
Wî ji eşqê bû hevale
Mecbûre bê şêweyane
Her di cengê ma bê hale
****

Xwedê tim rindî dane
Lê qûlî jê dûr mane
Ya wan bi xwe xapane
Wê rojek bê meyrevane
****

Em li bendî tavêne
Wêk tiyê li avê ne
Sêwiyê dê û bavêne
Ji yezdan bi lavêne
****

Ez ji dilda mirî me
Li ser yarê girîme
Loman ji min tew nekin
Biçarê vî gelîme!
****

Ta ku dûvpişk nekujî
Ji paşûlê navêjî

13


Êş û azar naqedin
Loma ji min nebêjî!
****

Dil ji kerb û kîna te
Hilgirtiye vîna te
Li hêviya bihna te
Girêdaye jîna te
****

Dev li kenin rû xweşin
Lê ji dilda tev reşin
Li jiyanê ser xweşin
Ewjî dibêjin merov!
****

Min li rûpelên dilê te wêneyek çêkir
Min di qurzîka wî dilî de hêlûnek lêkir
Lê çiqas got:te biya mi nekir!!
****

Pirs?
Pirsê ji min neke zimanê teme!
Ez kurdim kuro ji kurdistana teme!
Ez kobanî û dahokî me
Nuseybîn cizîr û amedîme.
Ezim çarcira mihabada delal.
Kerkûkî me bi awirên dijwar.
Divê tu bi bizan mardînî me ez
Ji dêrsim û wan dîlokîme ez
Ji afrîna rengî çavê kurdistanim
Qamişloka vînê zaxoya ciwan.
Silêmanîme law sîne ormiya

14


Tev welatê min ciyê bav û diya!
Qet nekin cuda ji hev nabirin
Dijmin xinize me ji hev dibirin!
Lê zimanê me hebûn û nebûne
Tu rabe ji xew wî baş bixwîne!
****

Hîro roja zimane
Kurdo ziman jiyane
Herin kal û pîrane
Zanîngehe li ba wane!!!
****

Keko?
Keko ji min dûr neçe
Di birînê kûr neçe
Tu ji dest xwejî neçe
Va bi tenê bê halim!

Ji dest te vî zimanî
Ma bi rewşê nizanî
Tu çiqasî erzanî
Lê dîsa ez dinalim!

Zimane hajero da
Şerme ku te ew berda
Tu wek dijminê xweda
Heyran bim pîr û kala!!!
****

15

Ez nexweşê zimanim
Bêçarê we kurda nim
Gelo ma ev ji kêra
Bi derdê we nizanim!!
****

Gur di pezda bûye har
Wî ji pezî ziman xwar
Nemaye çêr ne bar bar
Ka mast û şîr dewê sar!!
****

Maçek?
Min li rûyê da maçek
Li gerdenê da xaçek
Pê saxkir kevne bacek
Wê sipasî mi neda!
Deryê sîngê xwe vekir
Şerm û fedî wê çekir
Dîsa wê bi ya min kir
Min çû têda pal da!
Min û dil hev tewirand
Me hevdu vedlewirand
Gazinca ji hev gerand
Lê me soze bi hev da!

14/02/2017z s1,32d
****

Ger bi vînê bigrim ez
Divê pêde bimrim ez
Dev berdim ji kar û bar
Wêran bikim bax û rez!!
****

16

Hîro roja evînê
Were min û birînê
Çîroka min dirêje
Tê ji xwere bixwînê!
****

Lê lê gulê mey prestê
Kêr di canda gîha hestê
Tu xweş zanî bi vê qestê
Dil vekirî ji mebestê
****

Ê ku zimanê xwe berd
Weku bingeh bi derda
Pirske ji dê bavê xwe
Ka çiriyan çi erda!
****

Min xwe daye ber temen
Lê diborîn ez reben
Hemu bi şîn û girî
Têde kêm bû yên bi ken!!!
****

Ez giriyam dayê
çima dil qerimî
Va bû behar dayê
Hêlîn li min herimî
Ez bezîm li dinê
Kapû çong werimî
Çiqas zor û sitem
Felek nakelimî!!
****

Ez qîriyam ber gulêda

17


Deng miçiqî di gewrîyêda
Xel ku alem bi hev şah bûn
Bêçar ketim di dinê da!!
****

Min girt rojî û kir nimêj
Ji bo bavêjim ev qirêj
Hewremezda li pişt mine
Zerdeştîme ez ji mêj!


****

Dil pir dijware
Kirim bêçare
Dikim heware
Kes ne gudare
Dil ez pîr kirim
Weku jîr kirim
Wî esîr kirim
Lê kanî yare!
****

Min tu girtî ji bo dil
Tu tev bûye derd û kul
Va ji tere bûm bilbil
Çima tu nebû ye gul!
****

were meydana pênûsê
Tu derkev ji nav bûsê
Ji ser xwe bavê kabûsê
Bila rengê te bibrûsê!
****

18

Tu ji bîr nabî
Ta ku roj û şev
Cî bi hev dugherin!!
Û geştiya evîna te
Wê derbaskê sînorê bê bexta û erd nîgariya dil raweste!!!
Û lê niştên wê bêhna xwe bigşînin ji guliyê
Dara jiyana te.
Bi kerb xwe bavêjin
Ser bêhna axate!!!
Weku biyanekî li xwaka xwe vegere.
Û bila gula te
Û bilbilê tere awazan
Bixwînin bi şêranî
****

Apê elî?
Ev bû du şev xew nakin çav
Dî ji te ez dikime lav
Tu giranî wek dê û bav
Min biborîn roniya çav

Tu rêberî tu hosta yî
Tu ji min re mamosta yî
Tu wek welatê winda yî
Ma ez kor bûm wê dem û gav

Bi dilê kul dilalijim
Ez şaşiya xwe dibêjim
Kanim xwe jêre bikujim
Va ji tere dikim silav!!!

19

Qetand dezî?
Te ji dil qetand tayê dezî
Felek gulok zû ji min dizî
Li welat nema mêrî mîzî
Bûme koçer ji dest ez ezî!

****

Şer barandin wan bi ser minda
Ser bajar û navçe û gunda
Hatin wawîk rûvî û gunda
Perîşan bûn dîsa xal û xarzî?!

Sîng dane ber wa top û tanga
Dest dane hev wek şêr pilinga
Leheng bûn ew ap û birazî!!!

Gelo ji min tew nekin lome
Wê li we vegerin wek gome

****
Bi xwejî were pêvajo me
Şerme ku tu lêva digezî!

20

Xwezî
Xwezî bi ew dil..çaxê ku hezke
Xwezî bi lêvan..ku yare gezke
Dîmen li dêman..ku bi soz kilke
Vîna rasteqîn..xwe di nav dilke?!
Wê çaxê vîn dar
Diçe ta mirin
Ne xeme jiyan
Çi reş bigerin
Bilbil bi awaz
Li gul dinerin
Bi hevre li jîn
Yek çav dinerin?!


****

Hat?….
Dîlber hat û kir sinet
Wê ferze kir bi minet
Çûme sicûa enî
Wek mest û gêj bê taqet!

Wek wê bi min kir eda
Dehfik li min çi veda
Ji ser xwe avêt qeda
Çiqas li min kir şîret?!

Şîret ji dilin gidî
Çi rastîbû li te dî
Dil bêyi min lê xudî
Gelek min girt jê ibret!

21

Gelek min dî bi wefa
Wê pir kişandî cefa
Ta gihişte ber qefa
Dil ku li ber be bi xîret!

Kirasê wê sor û zer
Xemlandiye kesk û gewr
Gelek giyan çûn li ser
Xwîn ji wêre bû sîfet?

Ger dixazî bihuştê
Bêçar xwe da teniştê
Barê giran da piştê
Bi pênûsê kir himet!!!

Va dinale wek bilbil
Kazikiye ew ji dil
Temen çûye li ser gul
Daxaza wî selamet?!!!

22

Mela…
Mela tu ci nezanî
Mal neketo erzanî
Ji ber wê tu xizanî
Ji baxanre rezvanî?

Te bi miaaş çend pera
Em kirin para gura
Tu bû bilama kera
Ma dijmin wek te nizanî

Wek li neyar bûye ker
Mal xirabo zû veger
Tu bi mera dikî şer
Ka ji axret çi zanî!

Te gel kirî tar û mar
Kurmî dar te hanî xar
Tu ji xwere tev zirar
Xapînokê pezanî?!

Xelk bi te diz û henşer
Li ser pişta te bûn per
Tu yê korî lal û ker
Gotina xwedê ne wanî?

Mela dere ji nîfaq
Peyda bike itîfaq
Bi gelre bibe wîfaq
Dijmin te dibizînî!

Bike xizmeta xuda
Tu goh nede ne merda
Te axîret tev berda
Xwe firotî bi zanî?!!!

23

Enfal?
Hîro ji min derbûn xeyal
Di bîrê hat roja enfal
Ew ayetên herî pîroz
Kuştina me pê kir helal

Kurdo bese rabe ji xew
Vê qirêjê ser xwe vemal
Heta kengê nuxamtî bî
Bese bigir rêça zelal?

Kesek nema wek te mirî
Li cîhanê bê dost heval
Roja me va hilatî ye
Bes tu bikî her nale nal.

Bêçarim va ji destê we
Tu dev berde ji qîl û qal
Xebata te bi rastî be
Wê biherke ava zelal?!!


****

Rafirandom?
Min go:hayir
Te go:evet
Vaye reco
Bi xwe derket?

Min got:na na
Te got:erê
Ew ma şivan
Ker wek berê!!!

24

Biner cawa
Tev bûne yek
Kerr û kora
Zana û kulek?

Hişa bikin
Dîsa serê xwe
Baş binasin
Win şûna xwe?

Lo tereso
Tirkmanc biyo
Tu bû qurbane
Kurmanciyo!!!

Xwe firoşo
Pereçiyo
Va xizmeta
Ji bo çiyo..

Te berdaye
Zimanû al
Te firotî
Xwîna zelal?!

Dimin li te
Bûye siwar
Piştî ketî
Werke bar bar?

Tu bûye wek
Cêcel hindî
Hêk li xelkê
Zîç li indî?!!!

Şerme ku tu;
Ji warê şêrîn

25


Pîstirî tu
Ji pepûk û kundî?

Tu li warê
Xwe belengazî
Dijmin têda
Wek efendî?

Çima bi hev
Nakin bawer
Lê tu dijî
Va bê serwer..

Ji xelkêra
Leşkervanî
Li ser sînor
Dibî çeper?!!!

26


Barkir…
Tenê hîştim lê vê
Yarê ji vir barkir
Dil qurincand da ber tîra bi xwere rakir
Lê nizanim
Ku wê çima
Li min wakir?
Pir giran bû
Ew natirse
Dil ji kevir!
Kengî bata dîsa bihar wekî berê
Ew yara min li beriyê biba koçer?!
Ez şivanim
Ew bêriy
e
Pez doşekir?
Dengê bilbil
Li nav gulan
Dil şadikir?!


27

Hêlûnên wêran…
Ji hêlûnên wêran kirî
Ji hêkên derizî..
Ji çêlikên ku perçiqî
Qîrînek bê deng tê…..
Ji bazên bi cola ketî
Ji qulingê koç ber
Ew kewên ku davika de diqeb qebin..
Ta ku nêçîr bikin birayên xwe
Bikin taşte û firavîna nêçîvan
Bê hamber..bê temen
Ku nabêjin çi gunehe
Ku fêrî koletiyê bûyi
Bêçarê wanim ez..
Diqîrim..dinalim.
Lê sûd nagrin jê?!!!

28

****

Ev du malik dûv mahîkin
Ji ber vê em bêçarin
Li dinê bê cî warin.
****

Zerzûl û bilbil?
Rojek ji rojên bihar…
Ew zerzûlê dil hejar
Firek da xwe cû nav gul
Guhdarî kir li bilbil!
Ći bi awazên pir xweş
Gul pêre dibin serxweş
Guhê xwe da wî dengî
Li gulistan ci rengî?!
Firek da xwe çûye wir
Bilbil lê kirin awir
Got:bilbilo bixwîne
Ev dinya derewîne!!!
Dixazim fêrî ziman bim
Wekî te bi viyan bim
Bilbil got:tu rebenî
Nizam bi xwe dikenî?
Zerzûl got:min da ferman
Çûna min tine bê ziman
Bilbil got:başe belê
Çare bikim meselê!
Divê bimînî mehekê
Rewş li te çi sehkê.
Zerzûl ma cûye meh
Ew fêr nebû ji sî”seh
Got:bimîne mehek din

29


Ta fêr bibî qey ji bin?!
Meha didu wisa çû
Lê zerzûl fêr nebû..
Da biryara meha sê
Zerzûl hîna cû ji pê.
Dît ku ew tew fêr nabê
Lê ziman wî çênabê?
Da biryara vegerê
Ku bibê wekî berê..
Hat kir û nekir ji bîr
Çû zimanê diya pîr!!!
Xwe dayê nedayê qîj
Vêre derket “vîje vîj”
Li dinyayê zidî man..
Ew tenêjiya bê ziman.
Ewjî wekî me kurdan
Ji zimanê dê mehrûm man
Ew ma li nav teyr û tûyan
Emjî man li nav însan
Meriv bi çi nas dibe
Bi zimanê xwe dibe?!!!

****
Tenê hîştim ji bê nefsî?
Tenê hîştim te ji xwe nepirsî
Bi
hêsanî ser işkê tew natirsî
Carek were li ber serî de rûne
Bi ser minda bixwîn ayetelkursî!!
An lavija verêje tu ji dil
Te dinasim ku tu ne wer girsî?
Te xapandim bi lavan lê delalê

30


Tu guh nede dijîn bi teresî
Wan ji bîr kir zar û ziman yek car
Xwe firotin ew çûn ji bê nefsî?!
Ji ez ezan dinalim ta hîro
Jiyan reşbû li min ji bê kesî?!
Zagona dinyayê jê bimîne
Ku li ser min dimeşe bi tersî!!
Bêçar kirim ji dinya derewîn
Va ez çûme bi ahîm wek meksî?!.
****
Fêdayê teme?
Mela û feqe herîrê teme
Xanî û tîrêj cizîrê teme
Bê kes û bê war hesarî teme
Zerdeştê bi nûr feqîrê teme
Şêxê li pîran rizayê teme
Meydana çarcira qaziyê teme
Kerkûk û hewlêr berzanê teme
Kobanya wêran arîna teme
Şengala birîn laleşa teme
Zimanê delal wêran bi xweme
Bi ol û poletîk qurbanê teme
Ta bijî zemîn fêdayê teme?!
****

Mefroşe min?
Çar bira ji dê û bavekî
Têne nasîn bi navekî
Ne li hevin kulavekî
Keko tu min zû difroşî!

Te bazara min bi kê kir

31


Tu simsarî li hirç û gur
Firotîme ez bê awir
Keko çi”hê”tu bi coşî?

Tu zanî ku tu bû elçûn
Qûna xwe da ser lepek rûn
De ji xwere derdan bihûn
Helbet wê xelk te bidoşî?!

Berê pirsa pêşiya bî
Bila çêlê ji gurabî
Ne ku çûkê şê birabî
Tu xwîna min qey dinoşî!

Min di wede temen dida
Gulî mora qurbanî da
We li ser piştê palda
Lê hîo tu pir serxwuşî.

Ger ez biçim tu bi xwe çû
Berê ziman te ji bîr bû
Ji derdê we bêçar pîr bû
Mixabin tu fingur boşî!

32

أضف تعليق