Erê keko erê,Zekeriya Efrin

Erê keko erê
Were binêre
Çi li ser eniya min
Nivisiye…?
Janek dinale
Helbesteke bê nav
Û giyaneke wenday..!

Were keko were
Bi mêranî dil lê bike
Bext …!
Ne şêt û ne mêt be
Weke ava evînê
Navê min biherikîne
Ser pêsîra waran….

Dem li xwe matmaye
Demjimêr lê mêvane
Temen digindire
Deşta hêviyan
Peyvên tuz girtî
Hilma xwe vedide
Tevzan dide rojava
Hembêz dike
Wijdana vê qiraxê…

De were keko de were
Bila xîret li me bibe
Mertal….!
Were roj li me dibe
Qefdek ji tayên
Ber mala
Maljî li me bûye
Mal moristana xewna
Xewn jî navan
li me dike…!
Rojavayê kurdistanê
Dilorîne…
Nalîneke kûr
Ji hinavên sûtay
Di landikê de dimilmile….

Were keko
Nevê min hembêz
Bike …
Min bi tenê nehêle .

Zekeriya Efrin

أضف تعليق