Ilham evîn bê dawî – Pêşeroj Cewherî – Helbest

:ji bo daxistina pirtûkê
https://www.calameo.com/read/0052702988475cd596771

https://www.4shared.com/web/preview/pdf/LjfB_1lCge?

https://drive.google.com/drive/my-drive

https://books-library.com/read/1588744237

:ji bo xwendina pirtûkê dakeve xwarê

Navê berhemê : Ilham evîna bê dawî

Navê daner : Pêşeroj Cewherî

cureya berhemê : Helbest

hijmara çapê : 94

Dîroka çapkirinê : 02.03.2023

hemî maf ji nivîskar re parastî ne

Kombûna zanyarên azad KZA

https://reberhebun.wordpress.com/

Baran çendî
Pêşeroj Cewheri

Baran çendî her bê bibar
Ev warê dil nabe buhar
Gul ú giya ji bo çine
Bidestê te bihnekim yar

Buhar ji ber te bêbîne
Li himber wê dil bêvîne
Cotkarê kul û keseran
Were diê min biçîne

Were dilê min bike bax
Ji kul û derda bike sax
Îro çend roj birîndare
Derman nabe bihêsra ax

Hêsir ji çavan dihere
Agirê dil venamire
Bigirî xem nebûn şahî
Xewnên borî lê megere

Bila herdem biherike
Dermane dil jê fir bike
Çemên xewn û xeyalên te
Zozane bo min hênike

Evîna te bo min delal
Jiyan û kaniya zelal
Bawer bikin nizanim yar
Rastî bû yan hizr û xeyal

Pêşeroj Cewherî

Kezî marê

Ey zeriyê kezî marê

Newêrim li te binêrim

Xeml û kemla te dibînim

Nema zanim bi kud herim

Bûye çend sal dilbera min

Peristîê evîna te me

Mixabin bi ser kula de

Dil bernade evîna te

Ez dipirsim ji dilê xwe

Heta kengî ev peristî

Dilê min hey jaro dilo

Bese xizanî û mestî

Dilber ne wek yar ate ne

Tu hêlaya ser vî halî

Yar wek zîna cezîrî ye

Li ser memê tim dikalî

Mane bese lê zeriyê

Ji sozên te min tişt nedît

Ji bil axîn û firyadî

Ji bil sitem min jî nedît

Newêrim ez

Maçê herdu lêvên di sor

Harin dilo newêrim ez

Destê xwe Nadim guliyan

Du reş marin newêrim ez

Du reş çavên te kanîne

Çemê evîn jê di here

Newêrim jê vexwim ji dil

Tirsim dilê min bihêre

Sînga te bax û bexçe ye

Çar cûre rengê gulan e

Behn û bala te lal û gul

Ware dildar û gula ye

Ji male gava bi der tê

Şeva gundê me dike roj

Lê dinêrim bi ax û of

Kî zane di dil deye doj

Derdê dilber

Gava min dî dilbera xwe

Erd û ezman li min hejîn

Çav û dilê min tev girîn

Dilbera min dilbera min

Digrîm jibo evîna xwe

Ji bo lan û hêlîn û war

Dilhejar bûm ji bot e yar

Dilbera min dilbera min

Dil her deman xeman dixwe

Dest û pê ketine dava

Mixabin her dem û gava

Dilbera min dilbera min

Ev dil çiqas dike bo xwe

Lê bi evînê nikare

Tew yar ji bîra min nare

Dilbera min dilbera min

Pêşeroj cewherl

Şîna xwişka min

Di baxê jîna min de

Lalek hebû hîn bişkoj bû

Ji dilê xwe min av dida

Ew şîn dibû roj bi roj

Roja gula min pişkivî

Roja çû dibistana xwe

Roja yekem ji sala yekem

Pirtûkên xwe nû standin

Lê bextê bê oxir û rûreş

Nehişt gula min bîn vede

Li bûyerek hatûçûnê wê jiyana

Xwe ji dest da agir xiste nav dilê min

Axîna min şehrezad bû

.şehrezad bû .

Buhar çima nayê

Li nik me şîn nayê buhar

Her li pey berf û baran

Gul û sosin rûgeş nabin

Di nav baxan û şîlan

Buharî nayê rezê me

Çilmisîn gulên sor û zer

Bihna gulavê nayê me

Ware me hişk bû der bider

Ji baranê gelek kanî

Der bûne li welatê min

Şepêlên çeman û derya

Bi pêl dane her ware min

Çiya û giya di pirsin

Lehiya berf û barabê

Li ser me gelek bariyan

Çima şîn nake jiyanê

Dîsan buhar li pey nehat

Hedem mij û zivistane

Li ser baxên sorgulên min

Bilbil bi zar û fîxane

Bilbil gazî da sorgula

Ji baxê cîhanê va têm

Çima lro li we tenê

Çimislne reng û rêdêm

Sorgula tev gotin ji dil

Berl wan baxan em hebûn

Lê bahozek ji herêmî

Ji ber rehê n=me sûxar bûn

Bilbilê min bêbuhare

Baxê gula lê bûne xar

Awazên kovan û kula

Ji bilbilê jar têne xwar

Sorgul dibên rezvan hêçe

Dîwar û bend ava nekir

Da rehê me bi parêze

Sûxar û sermê li me kir

Sorgula min ey jiyanê

Ez bilbilê te dilsozim

Ji bo te sed sûnd û peyman

Li rezvanê te li dozim

Netirsin cîhan buhare

Sorgula min ey ciwanê

Sar û sermê berê tev çûn

Şîn bû buhara jiyanê

Bayê hênik ji rojava

Va dest pêkir sorgula min

Ezê li ser hêlîna xwe

Ava bikim delala min

Dil û mêlak

Dilber dil û mêlake

Bi xemla xwe meleke

Di civaka xwe dîle

Pir bêzar û melûle

Dema yarê dibînim

Ji rewşa wê çi dînim

Serxweş û mest û gêjim

Nizanim ka çi bêjim

Evîn pêt û agirim

kes nizane çi sirim

yar derya bê keviye

kelekvan bê hêviye

çavim ji xew bê parin

li benda wê şiyarim

bitirsim wer bimlnim

dilbera xwe nebînim

ka destê xwe bide me

nemaye kes mîna me

em herin kurdistanê

rabe ser xwe lê cane

bila zanibin

bila zanibin dijmin û çi bêdeng

rojava me dikî berxwedan û ceng

me têper kir gelek demên tar û reş

ronî daye rêka me sitrka geş

destan bidin hev da hûn bibin hevrê

keç û xortên kurd kevna bidin xwarê

emê dîrok û zemîn û çi ziman

rastiyê diyar bik bo xelkê cîhan

doza azadî av didim bixwînê

da ji berê wê derman bikim jînê

çawa binivîsim

nizanim çawa binivîsim ez

van axîn û kovan û keserêt xo

dilber bicarek hejar kirim ez

lê carek napirsê li yarêt xo

li govend û şahiya xemgînim

li geryan û seyrana dilsarim

hey şêrîn şengî tu tu xweş vê zanî

ji çavên kal diljar û bijanim

evînim rojek xweş neda min

belê ez kirim bilbil û şa ir

li baxê eşqa dilber dinalim

lê canê hişke ew mîna kevir

yara min

dilbera min evîna min

gelo carek nayê ba min

dibê çavberim nikarim

bawe bike dilyarê min

kevnetorin pir kelemin

yaro çi nerazî demin

gel pêşketin tenê man em

eman tenê dilbera min

dem dive serê xwe rake

baş binêre çava veke

ji bo roja şadî şeke

pora şitî çav reşa min

were bêje gotina dil

kat bide wêran û kavil

pela diweşîne sorgul

xemgîne bot e zerya min

were civet û jiyanê

bixemlîne bejnê cane

tuwî keça kurdistanê

bi te ser evrazim xanê

were bişkîn hemî bendan

biçînin em tovê jiyan

li şax û baxên niştiman

were delal û rinda min

dîtina yarê

dîtina te agire

pêkve ew min disojî

xwîna te min şekire

pêta di lar û dojî

vîna te lê zîna min

ez kirim derya xema

xwezî li min te yarê

bipirsî carek hema

kanî destê xwe yarê

bişkîne bend û lela

da dilxweş û aza bin

li pesar û li mila

çi bibêjim bê pesne

her ziman best û lalim

dil ji bîra te nabim

her tim bi ax û nalim

ten as nakim

buhara can û dilê min

kula serdane hale min

lê çi mest û dîn dibim ez

yarê dibê ten as nakim

dibêjim wê roja dema

daniştin ber siya xema

me dixwend dîroka evîn

yarê dibê te hiş nakim

ezim ew dildarê te me

dilkuştiyê vîna te me

îro birîndarê te me

yarê dibê ten as nakim

belê derdan tu dizanî

wêran meke dilxopanî

noşdara dilê evîndar

bes bibêje ten as nakim

pêşeroj cewherî .

em azadî olin

em kurdin azadî olin

xwedan dîrok û sembolin

şervanin him aştîxwazin

hey neyar yekê bijêre

ew xapên we hew diborin

rojên reş hew nazîvirin

ji wekhevî yan berberî

hey neyar yekê bijêre

rêka dijmin korerê ye

ji mirovatî derê ye

lê car ne carên berê ye

hey neyar yekê bijêre

em kurdin vîna serbestin

yên wekî me ne bindestin

ji cengîn û agirbestin

hey neyar yekê bijêre

pêşeroj cewherî

barzanî

erê barzanî barzanî

hemî pêkve me soz danî

rista te ,j mer ol û jîne

veger jê nabe barzanî

çirak j.çar çirayên mihabad

bizavkarê her dem û qad

govaye rûbarî aras

çendîn balaye barzanî

damar û cergê netewî

cîhanrojê kurdan tuwî

xarê çavê ba,s û bîrya

sembola aştî barzanî

hebûn bo her kesî pêşew

tac û şan û al û pertew

ne şaşim dama ku bêjim

dîroka kurd barzanî

sembola kurd û Kurdistan

pêşengê aylûlan giran

îro xêr û xweşî meya

hemî Bi saya barzanî

Her hebî

Her hebî yara min

Her hebî tim bo min

Bawer nekî ticar

Tê biçe ,j bîra min

Dilê me şa nebûn

Ewan li me pir bûn

Di gel vê her tiwî

Yar û dilvîna min

Agir dil disojî

Her gav û her roji

Rûgulav û rindê

Hînga tê bîra min

Yarê şekir mizê

J,birînê xwîn dizê

Kes j,te pêve nîne

Şemala roja min

Pêşeroj cewherî .

Bejna resen

Çavê reş têla rêsaye

Ji tenya topa kil dayee

Mixabin bejna hilalî

Li bindestê dimina ye

Bi min re wê gelek sozdan

Yek bi tenê bicî nedan

Li bager lîskan kuştim

Evîna dilê şehîdan

Nizanim çawa bixwlnim

Baweriya wê biçînim

Sedsala bîstan jî borî

Hîn li nik xwe wê nabînim

Bawer bikin îro yare

Ew ji min gelek bêzare

Demsala zivistan borî

Çima li me ne buhare

Zimanê kurdî

Kurdo bixwîn zimanê xwe

Kurdo bixwîn dîroka xwe

Da binûse peyama me

Bê zimanê xwe ne kurdî

Bê zimanê xwe ne merdî

Ziman hişê di mejyan de

Mîna şanên di xwînan de

Giya şîn tê ji kokan de

Kurdo bixwîn zimanê xwe

Kurdo bixwîn dîroka xwe

Ger zimanên xwe ne xwînin

Çi rûmeta xwe bibînin

Bizanibin ne zindînin

Kurdo bixwîn zimanê xwe

Kurdo bixwînin dîroka xwe

Koda jîn û hebûna me

Ku nexwînin gelek şerme

Çi dimîne ji navet me

Kurdo bixwîn zimanê xwe

Kurdo bixwîn dîroka xwe

Ne tazî ne tirk û faris

Ma qey genim dibe garis

Teşyê bi kurdînî birês

Kurdo bixwîn zimanê xwe

Kurdo bi xwîn dîroka xwe

Erê ez amûdê me

Erê ez amûdê me

Her çi kesê dîrokzan bin

Bila bêtin bo min bêjin

Bo çima buhara dil û kulîlkan

Bi narîncokên agirî sotin

Da ku bersiva min bidin

Bo çima sotin

Erê ez amûdê me

Her çi kesêt hûnermend bin

Bila bêtin bo min bêjin

Da ku bizimanê gunehkaran

Ji bo min stranan bibêjin

Da ku ji xwe re bibînim ew bi çi

Hestî û çawa dibêjin

Erê ez amûdê me

Her çi kesê konevan bin

Bila werin bo min bêjin

Û doza min ji tawanên giran

Bila bijmêrin û xalek reşî din

Li dîroka mirovatiyê palvedêr bikin

Di lênûska mirovhezan de binûsin

Lê dimînim ax û av û agirim

Balindê sîmirim xetîrim venamirim

Hemî heyvên sale me rewanî û heyberim

Eger xweda ku bi pirsî sernavê kurdim

Belê ez amûdê me……..

Pêşeroj cewherî .

Serêkanyê

Serêkanyê serêkanyê

Rûmet îro serêkanyê

Yan dê hebe yan dê nebe

Dilê min ax serêkanyê

Kurdo îro şer pîroze

Welate ne partî doze

Çavê wan li ax ate ye

Dilê min ax serêkanyê

Hemî nepak û xinizin

ketin ware me didizin

koletirkin çûk û mezin

dilê min ax serêkanyê

komê çetan û nijdene

hemî dixsin dijî mene

dinav wan de hin ji mene

dilê min ax serêkanyê

pêşeroj cewherî .

sê perperîk

dinav baxên buhiştê de

sê perperlk di firln

tevn û hêviya mirovatiyê

dirêsîn

bi hemî xeml û xêzên xwe

bi nîşan û hêmayên heyberî

pirsa hebûn û nebûna xweda

dibersivandin

lê paytexta bîko ya zikreş û pûştan

derewker û sextekaran

ji kîna dilên xwe

hemî kulîlkên dibaxan de jehr kirin

hersê ferîşteyên min

hersê perperîkêt min

li encamê de nemir bûn

ma qey bêhoyî bêsincî ewqas

li ba we tixûbin

dema hûn xwe weke şaristanî

li berdem cîhanê diyar dikin

ma qey çekxorî bêmirêsî xerabî

ji dab û nêrîtên we ne

îro ew mejiyên bav û kalên we

tejanekên wan bes nakin ji bo we

ji berk u ew kurdên bermahiyên dîroka rûreş

îro nemane li ba me

lê min nizanî bû min nizanî bû

hû ji kulîlk û perperîkan di tirsin

dema hêlînên xwe digel hevdu

dirêsin hûn di tirsin hûn ditirsin

y p g

y p g hêza me ye

parêzvanê miletin

aldara doza meye

navnîşan û rûmetin

de bêjin bijî y p g

navekî bernase ye

îro her kes dizanî

bizava wan rewa ye

kes nine vê nizanî

de bêjin bijî y p g

bergirê xaka me ne

parêzvanê welatin

dostê hemî gelane

netewa demoqratin

de bêjin bijî y p g

şêr û pilingê kurdin

li her derê dibazin

xwîn ji devê wan dizê

rojava diparêzin

de bêjin bijî y p g

ji atmê ta gir koçer

teşya jînê di resin

li ser kanya xwîna sor

serbestiyê dipêjin

de bêjin bijî y np g

derefşa biratiyê

li herêma rojava

dîroka reş rawestî

roj hatiye delava

de bêjin bijî y p g

pêşeroj cewherî .

şîna ismaîl hogir

hogirê welat ismaîl hogir

ji bo jîna gel te jîn gorîkir

hogirê welat ismaîl hogir

peyama orkêş bo serêkanî

dîroka kevnar ji nû ve danî

hogirrê welat ismaîl hogir

kurên mîna te rêberên kurdan

ji xwe şerm dikin çi bext û wijdan

hogirê welat ismaêl hogir

mirin dimire jîn pê dikeve

zivistan diçe buhar d ,pişkive

hogirê welat ismaîl hogir

ez û pênûsa xwe her birabûn

bo pesnê şehîd ji hev belabûn

hogirê welat ismaîl hogir

bi helbesta xwe ev dil bi derda

pesnê şehîdan min nikarî bida

hogirê welat ismaîl hogir

lêborîna xwe dixwazim şehîd

min nizanî bidim pesnê we şehîd

hogirê welat ismaîl hogir

pêşeroj cewherî

çar şema sor

îro cejna çar şema sor

xweza rengîn li hawîr dor

roja tawisî melek hat

daket ji izmanê jorî

îro cejna çar şema sor

xweza rengîn li hawîr dor

ev roj dîrokek pîroze

li ser xaka heyva zêrîn

rêgeha zerdeştê kalim

hêjaya her tişt bigorî

îro cejna çar şema sor

xweza rengîn li hawîr dor

mehrecan û buhara dil

bilbil dibe civanê gul

li ser sînga şax û baxan

kevneşopên xweş diborî

îro cejna çar şema sor

xweza rengîn li hawîr dor

kevneşopên bav û kalan

di dergûşa xwe , dhejînim

tirafa mogê zagrosan

di fêrgeha min de borî

îro cejna çarşema sor

xweza rengîn li hawîr dor

landika wan şaristana

bi destê xwe min hejandin

welatê min pêşinde bû

li pey wê misr û somerî

îro cejna çarşema sor

xweza rengîn li hawîr dor

herdem di dîroka xwe de

gelê kurd wek dicle û ferat

li ser nave mirovatî

şewqa xwe da çar hawîr dor

îro cejna çar şema sor

xweza rengîn li hawîr dor

pêşeroj cewherî .

şehîdên me

tu,b xwedêke welatê min

herdu çavên xwe negrîne

şehîdên me temîn dikin

evê dozê bi şopîne

şehîd şehîd şehîdên me

dama hêsran li ser dêman

dibînim ez diherişim

wek pelên dara payîzê

rizyam ez her di weşim

şehîd şehîd şehîdên me

di demsalên zivistanan

izman hêsiran dibarîn

buhar sersaxiyê dike

li şîna xem gul dibarîn

şehîd şehîd şehîdên me

dîrok herdem welatê min

şoreşan ji me dixwazin

rûmeta her mirovatî

şehîdên me diparêzin

şehîd şehîd şehîdên me

pêxemberan welatê min

dema pesnê buhiştê dan

pîlana wan hemê tibû

ji hinga şer tê Kurdistan

şehîd şehîd şehîdên me

dais û bahsî bi hev re

êriş dikin welatê te

kurdo îro li kobanê

şer tê li ser rûmeta te

şehîd şehîd şehîdên me

xwedawenda şehîdan

arîn mîrkan li kaşê miştenûrê

bi çi zimznî te nave xwe nivîsî

ez dikim nakim tênaghêjim

dem ate destana xwe danî

miştenûrê dikeniya

arîn pêre dikeniya

gelo çima dikeniyan

ez dikim nakim tênaghêjim

min ji hemî xwedawenda pirsî

ji reben û damizrînerên zîqoratan

ji hemî mog û zaradeştan

da bixwînim destana te û têbighêjim

lê zor mixabin tênegihiştim

arîn velorînên çi ayînan bixweînim

ji bo zanibim û bidim zanîn

ez dikim nakim tênaghêjim

xwezî xwezayê caraka din

jiyan diyarî te bikira

hîngê dê peyxember nemana

arîn tiwî xwedawenda

star koç kir rêza duyemîn

îro xwedawenda şehîdan arîn

li kobanê ye erê li kobanê ye

ew dojjeha ehrîman dabaşa wê dikir

îro li gel birayên xwe yên tirkên terrorist

têde dişewitin

ew dîroka reş û derew

li kobanê îro tazî bûye

binêrin , binêrin

ehrîman û birayên xwe

li ber dergehê keleha berxwedanê

çawa mirar dibin tirk û tazî mirar dibin

ji bo bizanibin ev der kobanê ye

evder kurdên berxwedêrin

tava helbestê

tava helbestê li ser xaka jîna min

ji mêjde zûde nebariye çol û çiya zinar û Nizar

li pesarên xaknîgara jîna min

çima ji mêj de îro hişkesaliye

ez dilê kurdperweriyê bixwe me

dîrok bi destê xwe min çikiriye

ez kevnarim û kevnarî ji min venijiye

ev rewşa hişkesalî li ser min

belê ev tengezariya li ser min

ey mirovatiya bêbext ji bo çi kesî ne çêberiye

tava helbestê çima li ser xaka jîna min

ji mêj de zûde ne bariye

mane ez welatê kesk û sorim

ew şoreşa çandiniyê me

şaristan û dîrok bûm ez

kanî ji dilê min diherikîn

îro va bûm hişk û sarim

bê cobar û celalî me

tava helbestê li ser xaka jîna min ji mêj de

zûde ne bariye

ez wek dicle feratê bûm bixumxum tim diherikîm

hemî gund û şar jiyan li ber perê min ava bûn

çim hemî tevgerên min karwan û koç û koçerên min

li qiraxa jiyanek bê maf û bê wate ,rewşek barketiye

tava helbestê li ser xaka jîna min

ji mêj de zû de nebariye

dîrok zane , min genim çand

ji nanê min her kesî xwar

îro jîna min talane her kes parek jê biriye

xaknîgar û hebûna min ji dîrokê derketiye

tava helbestê li ser xaka jîna min

ji mêj de zûde ne bariye

şîna bêdawî…..[ilham]

hevjîna min dema koç kir

jiyan li min bi dawî kir

gurên xeman goştê min xwar

bi qîlên tûj hêdî hêdî

min hewar û gazî lê kir

ewê dengê min hîç nekir

jiyanê gef li min dixwar

gerdûn rawestiya hêdî

hêdî hêdî

divê bihna xwe hin vekim

eger bibe ji vir bar kim

da ku kulên xwe lê bar kim

ezê barkim hêdî hêdî

tenê rojek ji bîr naçe

ji dine ez bûm parçe

bê hêvî bûm ji xwe bêzar

xemsarî bûm bêkesûkar

kovandar bûm hêdî hêdî

hêdî hêdî

şehîdên evîna min

delal min serbara min

evîn rewş û bara min

tiwî û dê herdem tu be

egera jîn û vîna min

evîna min li gel yarê

mina gulan li buharê

weke bilbil li ba sorgul

ciwan û xweş cînara min

ez û dicle ferat û yar

xaknîgara bê dost û yar

sêgoşeya bê miradan

nalîna kûr ma hizra min

asîmanê evîna me

naçirisin sitêrkîn me

cobar û çem na xuşxuşin

bêkulîlkin buhara me

bêbuharê serêkanî

dildarê selwa botanî

siyabendê li sîpanê

her şehîdên evîna min

li amûdê

min canek dî li amûdê

wek wê nine l vî welatî

xirabe mala bêbextan

hergav û herdem û wextî

gelek ji cane hezdikim

dilan diyarî wê dikim

bila xênexwazî bimre

çi gav û çi dem û wextî

li şeva evîn û dilan

rûdêma ji şewqa çiran

here wek sîbera wê me

hergav û herdem û wextî

hizr û hestê min li bendê

xanzad û nazik û rindê

xeman û derdê te xwarim

gulbuhara vî welatî

pêşeroj cewherî.

Şehîd amed amûdê [tolhildan]

Îro şehîd heval amed

Bûya hêma dîroka med

Welatê agir û rojê

Ji bo te xemgîn amed

Hûn vî welatîne

Xewza wê bi we zengîne

Zarokên me l, dibistana

Wê dîroka we bixwîne

Ta lehengê wek te hebin

Wê gelê ne blindest bin

Ji ber win agir û rojin

Dijmin her dê li bin pê bin

Axa we bixwînê lêkir

Neyar nema wêre bê ser

Ew dilên we hêvî lê çand

Hevrê yên we xwedane ber

Heval amed bo şehîdan

Min û pênûsa xwe levdan

Dikim nakim bê zimane

Naxwêne tamarê hestan

Efrîna min

Ey çiyayên kurmanca xewdawenda baxê zeytûnan

Peristgeha welatê agir û rojê

Dibistana avista xabûr û barîn kobanê

Hemî destan û berxwedan li himber te şermokin

Ey efrîna min dayika xwebexşan

Rûgeha xwedawendan…..

Îro neviyên wan tazî û toran

Di nav tîna kela vîna te de bê şûn û ser dibin

Ey şaha berxwedana serdemêma

Mane tiwî kîna dilê hemî kurdan e

Ey efrîna min

Diserdema rûmet û azadî ji hêla

Her kesî ve bê rêz û bê mires dibû

Te aldara rûmet û berxwedana serdemê

Ji hestiyê şehîdên xwe li pênava hemî mirovatiyê

Te li ser çiyayên kurmanca da çikand

Ey hêviya hemî karwan û rêwiyên ber biroja

Azadî Û rûmetê ve diçin

Ey gemiya hestê mirovatiyê efrîna min

Li ser derya bêdengiya hemî mirovatiyê

Ey efrîna min

Ezê herim ser lotika çar çiyayan

Da ji bo te çar sorgulan bi çinim

Ezê birûmet û rêza hemî xwedawendan

Ên gelê arî û mezra botan

Ezê xeml û xêzan ji te re çêkim

Da ku karibim bi dilekî hîn nerazî

Diyarî bejn û bala te bikim

Diyarî berxwedana serdemê bikim

Ey efrîna min

Gelo ne şerme ji bo min

Ez bi helbestekê beşdarî

Evê govenda te bibim

Ez bawer nakim , eger tu vê webala min

Biborîne tica ez karibim evê şermê

Ji ser xwe hilînim, ez gunehkarim efrîna min

Efrîna min

Ez bi serkevtina te bawermendim

Egr bi ahê zarok û dayikan ma be

Ege bi ahê darên zeytîna pîroz ma be

Efrîna min tiwê biserkeve .

Mirada bê war

Ez hîn dilbend û sozdarim

Çavim li bendî yarê me

Belkî carekê miradan

Xwedê şa bike ware me

Were hey mirada bê war

Evîna lê nebûm civan

Gelek şerme bihar were

Nebînim te li nav gulan

Her êvar ku bayê xweş tê

Birînên kul di axivin

Wk deşt û zozanên bê av

Dar û ber lê napişkivin

Kevirên çiyayên felek

Gula li ber dil şikandin

Hêviya destê xwe şûştin

Jiyan li min wergerandin

Şira jiyana bi delal

Herdem şewqa wê ji te bû

Hêlîna heyîna min lê

Bersîka mijankê te bû

Êro li dora roja min

Dunya nema dizîvire

Maye hêsir ji çavê min

Bênavber tên xwîn jî pêre

Ezê bigrîm ta ku bigrîm

Bila kwîrbim bê te yarê

Lava dikim mekin gazin

Ji hemî lank ul tên xwarê

Tubaya min

Hêsirên dil û herdu çav

Jî li benda te va borî

Hema weke gulnesrînê

Salê carek ber mid werî

Dema çavim te dibîne

Baran ji xweza dibarî

Gul û rîhan pê vedibin

Xunav biser dil dibarî

Ma gelo tê her hisret be

Wek birînek tim axivî

Herdem xwîn wê ji te bizê

Xew bi çavê min ne kevî

Ger ji eşqa te dil tîbim

Venaxum ava kewserê

Tasek ava dîtna zelal

Can ji min bistîn himberê

Ezê kengî li gel te yar

Bibim mêvanê vîna dil

Hîngê bihar bixemile

Li nav daran gul û bilbil

Li ser baxên evîna dil

Zivistan ne bê dawiye

Nêzîk bûye tubaya min

Dara wê va xunc girtiye

Payîzek xem

Min digo qey ev dilê min

Herdem wê bi te,r bimîne

Lê min nizanî bû cane

Rojkê tê min bixapîne

Min bi teşya evîna te

Gelek xewnên xwe pê rêsî

Lê Mixabin min nizanî

Sozên te weha bêrêzî

Dema sozên xwe bê rêz kir

Pişta xwe da min û meşî

Ez jî bûm wek pelê çilo

Berî wexta xwe de weşî

Bîranên te yara min

Payîzek xem bê dawiye

Ji ber êşa te dilê min

Bihar tê de vemiriye

Bawer nakim careka din

Bihar li min bipişkive

Heta xem û xeyalên te

Bi ber çavê min bikeve

Şivanim ez

Şivanim ez evîndarim

Pezê xeman diçêrînim

Mêvanê heyva şevê me

Wêneyên yar tê dibînim

Dema xelk di kevin xewê

Xemên xwe dibim şevînê

Bi şev pêde biheyvê re

Birînên kul dikewînê

Ji ber êş û tîna rojê

Ketim bextê şev û heyvê

Min rizgar bik ji ber rojê

Kî guhdare li vê peyvê

Berê ez lawê rojê bûm

Îro hezkiryê şevê me

Ji bo eşqa te dilberê

Penaxwazê tariyê me

Şivanim ez birîndarim

Dermanê min dektor zana

Kengî dora min dê were

Nesaxim pir derd û jana

Pêşeroj cewherî

Piştî deh sal ji evînê

Piştî deh sal ji evînê

Yar dibêje mi tu kî ye

Îro li ber min di meşe

Xwe dikî min tu ne diye

Ey ho yarê ev çi bexte

Ev ne rêkarên dostane

Bikuje min bi van derdan

Naxwazim bê te jiyane

Gava dilber bibin bê soz

Dildarên xwe bixapînin

Bihar çima bipişkive

Bilbil ji bo kê bixwîne

Bi sûnda wê bisk û gulî

Evîna xwe bi parêze

Jana te xwe berda dilî

Çima sozên te bê rêze

Evîn li nik te ne raste

Da li min guhdarî bike

Hêvî tevde bûne xwezî

Yar konê xwe ji dil rake

Pêşeroj cewherî

Li xurbetê

Tirsim li xurbetê bimrim

Welatê xwe ez ne bînim

Dil bibe gora hisretan

Nebînim ware şermolan

Dema bixurbetê ketim

Bûm kerengê ber bê ketim

Dil û cane min şikestin

Hêsir ji xwe tên bê rawestin

Kes hêsirê min nabîne

Dil û hinavim digrîne

Li xurbetê birîndarim

Tenê me bê kesûkarim

Kê em çol û bêlan kirin

Bê welat û xerîb kirin

Welatê me xêr û bêre

Bo her kesî lê nej me re

Lewra îro em bê warin

Xerîbin bê kesûkarin

Xwedê ne hêle zorkeran

Felek serê me wergeran

Pêşeroj cewherî

Dîmen zêrê

Awir şêrê dîmen zêrê

Çiqas pesnê xwe zêrîne

Li ber bihna min gulave

Delal û çak û şêrîne

Gava ew li min dinêre

Awirên wê pir bi tirsin

Hest û nestê min dinêre

Goşt û hestî me ne hesin

Tê bimîne armanc min

Birîna kûr a dilê min

Her ji bo min bûye hisret

Li vê dine serbara min

Ger ti bikarî bijmêre

Van sitêrkên li ezmane

Hîngê tê bikarî canl

Vîna min bo xwe bizane

Ger ti bikarî bijmêre

Masiyên van çem û deryan

Ew çax tê bawer bike can

Gul û rîhan bot e weşyan

Pêşero cewherî.

Çi bikim ez

Ger dibaxan de bê gul bim

Ji her kesî ve bê mil bim

Hîsir û kovan û kul bim

Gelo çawa çi bikim ez

Li warê min bê kene buhar

Ne bi roj û ne bi êvar

Gazin li bê rê nake têkar

Gelo çawa çi bikim ez

Ger bira ne birasoz be

Tiştek li ba ne pîroz be

Bê soz û cejn û Newroz be

Gelo çawa çi bikim ez

Rêberê me ne rêzan be

Pêşnimêjê me nizan be

Kelekvan ne melevan be

Gelo çawa çi bikim ez

Li gundê me tê zivistan

Dixemilin çol û çiyan

Lê nameye şîrê mihan

Gelo çawa çi bikim ez

Pêşeroj cewherî.

Bawer nakim

Bawer nakim careka din

Bihara dilê min were

Wek çemê ku diherike

L,kaniya xwe venagere

Bawer nakim serbare nin

Jiyan dîsan bigirnije

Wek pelên dara biweşe

Dil maye kul bê dilbere

Bawer nakinm delala min

Bi çavên xwe te bibînim

Mîna gulan te bîn bikim

Li min ew hisret serwere

Hisreta min zor girane

Kesek derdê min nizane

Ezê barkim ji vî warî

Madem yarê ne li wire

Ezê barkim şevek bê heyv

Guhnadêrim çi got û peyv

Vehêlim welatê derdan

Bila çi,b serê mid were

Pêşeroj cewherî.

Min xêr nedît

Li vê jînê min xêr nedît

Ne ji dê û ne ji bava

Roj biyek carê hilnebû

Ta ku li min biçî ava

Min xêr nedît bextê reşim

Pelên payîza di weşim

Ji xelkê re bihar û bêr

Şivan pez anî delava

Min xêr ji bo her kesî xwest

Tenê îro bê parim ez

Li gel biratiya me xwest

Nedan me rêz û silava

Ger bixwaze rastiya min

Bi xwîne vê helbesta min

Hêvî dikim tê bighêjî

Kê em xistin xap û dava

Ger tu ji min bi pirsî

Çawa ristê min bi xwînî

Gelo ke ez çi dibêjim

Pêncsed sal piştî silava

Pêşeroj cewherî .

Naxwazim ez

Naxwazim ez te bibînim

Ji ber çavên xwe bitirsim

Ew raza dil bo te bêje

Ez li heber vê berpirsim

Li gundê me tu dizanî

Gelek xêrnexwazên me ne

Mane rind û delala min

Bi vî derdê xwe bê kesim

Ji serdama min nas kir tû

Yek kul û derdê min tu bû

Îro ji ber te lala min

Çibkim biqels û nebesim

Gelo çima dij vîna me

Dinya tev radibe ser xwe

Berê ez dildarê te me

Ji eşqa te teşîrêsim

Ezê ji bo evîna te

Şev û rojan bigînim hev

Rizgar bikim te yara xwe

Xemla biXwînê birêsim

Pêşeroj cewherî .

Pênûsa min

Pênûsa min pê nikare

Helbesta dil binivîse

Xwedê tenê zane yarê

Rista vîna min birêse

Li bende te ,emir borî

Dîtina te her xwezî bû

Lê mixabin evîna min

Îro çima bê hêvê bû

Helbesta min nayê nivîs

Ji vî dilê min der nayê

çibkim ji vê hisreta xwe

derman li derdê min nayê

li himber vê evîna te

ziman lalim ji ber çendê

tiwê derdê min li jînê

naz û rindê xwedabendê

dema nave te dixwênim

çar alî pê dilerizin

hey dergûşa evîniyê

cîhan bê te mij û tozin

pêşeroj gewherî .

evîna xelkê

egerên xem tên serê min

hemî ji ber dilê mine

her çi rê ku dane ber min

derketin tev korerê ne

evîn ji bo xelkê geşin

li esmanê evîndara

dema bi şev di çirisin

li pêş karwan û rêdara

li gundê me evîn şerme

gidyano bo , ji mir bêjin

bawer nakim mebesta dil

kesek ji me têbighêjin

belê li gundê me yarê

şîrê miya jî nameye

gelo roja li esmana

dibe ew jî ne ya me ye

divîna min xema nexwe

gava kulên xwe dijmêrim

bawer bike evîna min

jiyanê bot e dibhêrim

pêşeroj cewherî.

Birîna kul

Evêna dil birîna kul

Bo min her şadî û şîne

Herkes pêzane kula min

Bes haye te ji min nine

Kî nizane li vê dine

Evîna dil ji bo te yar

Bawer bike ji bê y ate

Dil bêwarim bê kesûkar

Yekem pirsa xelkê ji min

Gelo ma ji te hez dikim

Ew ditirsin ji eşqa min

Nemaze ku diyar bikim

Dilber îro neyarên me

Dixwazin ware te berdim

Ware min ew sînga te ye

Tak ji pora te bernadim

Divên dûrî te bikevim

Dîtina te bikin xwezî

Li vê dine penaber bim

Bê xwedî weke pezkovî

Pêşeroj cewherî.

Dem bihurî

Dem bihurî jî qediya

Xwezya li bendê bûm nehat

Roja li nik min hêvî bû

Ew li ku ma gelo nehat

Ji mêj de ez li bendê me

Li dil dîsa roj ne hilat

Xeman û hisretan sotim

Wek mendê sîpanê xelat

Nema zanim bûye çend sal

Bi vî rengî jî bihurî

Delala min gelek bo min

Bi hêsirê min re girî

Kesî weke min bimerdî

Ji bo yara xwe neda pêş

Lê mixabin dil bidawî

Bû warê kulmal û xemkêş

Ez bûm xemkêşê cana xwe

Delal û naz û rinda xwe

Belê bûm gemiya derdên

Xemên derya ilhama xwe.

Pêşeroj cewherî.

Rêwiyê du çavên reşim

Rêwiyê du çavên reşim

Bi şev û roj bê rawestan

Dev û çînên garden bixal

Li nik min pir buhane can

Min gelek xwazgînî şandin

Bo xwedana du çavên kal

Lê mixabin cegerxwîn bûm

Yan jî dilbirîn bûm delal

Gava ketim rêya çavan

Sawa evînê çi girtim

Îro ji bo vê eşqa dil

Revendekî bê welatim

Firarê herdu çava me

Ji ber vê çendê bêzarim

Dixwazin dûrê wê herim

Lê vê yekê ez nikarim

Ew dixwazin mem û zînê

çarenûsa her evînê

evîndarên me bêmirad

bimrin bi hisreta jînê

pêşeroj cewherî.

Ezê li kur te bibînim

Ezê li kur te bibînim

Bêje min da ji bo herim

Îro ji ber dûrî te me

Serxweşim bê ser û berim

Serxweşê evîna te me

Ji xwe ev dil tijî xeme

Tu,b xwedêkî were nik min

Dil bikul û bikeserim

Çima ez wek hevalên xwe

Naghêjim ya ber dilê xwe

Ma qey nifir li min bûye

Li jîna xwe bê sîberim

Jiyan bê wê gelek zore

Weke xweda ew li jore

Xweda bixwe hezkirine

Di vê rê de sofîgerim

Di vê rê de pir bi sozim

Wek rewşa bê mij û tozim

Ji xwe ji mêj de sozdarim

Ji vîna xwe venagerim

Pêşeroj cewherî .

Jiyana bê Kurdistan

Vîna dilê min tu kes nizane

Çavê min digrî hêsir nemane

Lê çi bibêjim ji kur dest pêkim

Dawiya dinê li min fermane

Dawiya dinê li min rabûye

Kêfa neyaran bi min şabûye

Axîm û gazî li dû guraye

Kul û derdê min nehênî mane

Kul û derdê xwe çi car nabêjim

Ezê barê xwe bi xwe rahêjim

Hey feleka min dijmin û xayin

Bare xwe danî li ser barane

Kesûkarê min pût û latê min

Bi serde evîna welatê min

Gelo bo çi kes dengê mi nake

Ji ser min rakin xem û kovane

Roja evîn me nekir karê xwe

Derketin em tev her ji warê xwe

Îro dibêjin me bê welatin

Mixabina jîn bê kurdistane

Pêşeroj cewherî .

Ji xemên ilhama dil

Ew hêza dil bê hêvî kir

Gelo kare ava bike

Careka din hêviya min

Bi jiyanê ve şa bike

Heger min zanîba xape

Kêfa dil tê bike girî

Min gul û bax ne diçandin

bi ser de bê bayê kurî

ew hêza dil bêbihar kir

gul ji baxê min weşandin

ketim derya bê rex û pî

çeng û perê min şikandin

bîrdariya te cana min

xeman hestê min givaştin

xwezî te zanîba yarê

çawa kula venehiştim

aho xwezî te zanîba

te çi,b serê min aniye

ji xemên te ilhama dil

hemî rojê min giriye

pêşeroj cewherî.

Ezê çawa

Ezê çawa demên berê

Careka din vegerînim

Bihn bikim wê heman gulê

Li ber pozê xwe bibînim

Daxwazek min bi vî rengî

Gelo ji kê ve bixwazim

Can û hestê xwe melûkim

Perda çi şêxî,b hejînim

Buhara min bûye kavil

Bilyane jê çûk û bilbil

Xem û bê dengî serwerin

Payîzek reş pel weşînim

Îro dem bê delala dil

Mîna xweza bê rez û gul

Rastî bixwe nema zanim

Gelo saxim yan bê jînim

Rojên bê yar ew ne demin

Bi ser hev de kul û xemin

Jiyan dibe mij û mûran

Helbet nema xwe dibînim

Plşeroj cewherî.

Xanima dil

Xanima dil temen borî

Evîn ji xwe bo me şerme

Eger em behsa xwe bikin

Wê kî guh bidêre li me

Xanim çiqas jî diborî

Dil pêre hestiyar dibe

Lê mixabin civata me

Li gel dil ew ne hevdeme

Emê ji kê bikin gazin

Da vê doze jê bixwazin

Li benda kê bikin hêvî

Hêvî ne bê tov û leme

Xanim bixemla mîtanî

Were carek bi serdanî

Ger li me hûn bikin loma

Hîngê ji bo me ne xeme

Evînî her wek kaniye

Dil çendî jê vxwe tiye

Bihara her kesk û şêne

Tim bi dilê xwe pê re me

Pêşeroj cewherî.

Hesekê bajarê[ 121] şehîd

Hesekê eş û birîna dile

Birîndar ji xwe êşa xwe zanî

Bo parastina xelkê cîhanê

Sed û bîst û yek şehîd me danî

Hesekê bixwîna xwe nivîsî

Helwesta xwe bo her kesî ron kir

Peymana dais û tirk û behsî

Bigurzên gelên xwe tar û mar kir

Hesekê banga hemî gelên me

Bi her zimanan wê çepik lêdan

Dayik bigirî hem bi tilîlî

Bimre koletî bijî Kurdistan

Hesekê dê her û her bimîne

Xar û stiriyê çavê dijmin be

Bîrdarî ji bo wan şehîdên me

Bîstê çileyê paşî bik şîne

Hesekê xwîna bav û birên me

Hisirên çavên hemî gelên me

Serdem zivistan bager û barîn

Miçiqîn kanî û delavên me

Pêşeroj cewherî.

Dema ilham

Dema ilham çav kil dikir

Dinya hew têra min dikir

Gava dîrok li me pirsî

Derî me lê venedikir

Şadî ji bo me tenê bû

Buhar herdem li bejnê bû

Destê me,l hev em dimeşîn

Gula ji me fedî dikir

Buhara me gelek xweş bû

Bîst û çar sal li pey hev bû

Felek li me çep zîvirî

Payîz ket şûna dest pêkir

Lê vîna me cejna dilan

Bûye mezara bilbilan

Li pêjna me van bilbilan

Evîna xwe pîroz dikir

Evîna me weke cûdî

Gemya nûh lê cihê xwe dî

Em wek axa pak û evra

Peyxemberan lê nimêj kir

Plşeroj cewher.

Gelo kê dil

Gelo kê ev dil kuştiye

Hiş û sewda tev biriye

Ji her kesî bêtir zane

Xwedana bejna periye

Tiwî êşa hinavê min

Gelek hejar bû hale min

Bûye weke şevek bê heyv

Ronahiya dil biriye

Ronahiya dilê xemgîn

Yarê nabe bê te evîn

Jiyanek bê kêf û şadî

Şev û rojê min giriye

Were hey naz û şêrînê

Pîroz bikin vê evînê

Peyman bide biguliyên

Gulav biser de kiriyê

Gulav bihilma te xweşe

Wek buhara gul bi weşe

Lê mixabin ji dest min çû

J,Du hezar ,hivdê boriye

Pêşeroj cewherî.

Bila piştî te wêran be

Pêla xemên te danabe

Dikim nakim ra lê nabe

Ku ne,b destê te be canê

Cane birîn derman nabe

Pêla xemên te mezine

Weke derya bê keviye

Bihurmîne bê hedare

Bi çavan xew nakeviye

Derman xemên te bêkêre

Wek rêka dirêj û dûre

Kes napirse li bare min

Barê min birîna kûre

Barê min ew dilê xemdar

Dê çibkin hekîm noşdar

Mesîhaya dilê min bû

Lê ji destê min derket yar

Îro ,j ber çavan ketiye

Dest û hestê min rixuye

Bila piştî te yara min

Cîhan tev de wêran bûye

Pêşeroj cewherî,

Hefta lehengî

Li kurdistanê du nave şêran

Mezlûm û egîd Bûn şan û mînan

Herkes nikare rahêje navî

Bilinde mîna du rêze çiyan

Rêzeçiyayên zagros û toroz

Himber wenizme kawayê Newroz

Heyva adarê bo we hêmaye

Pîroz be li we dîrova şêran

We ji nebûnê hebûnek da pêş

Welat roja xwest bi can we da pêş

Xelkê serdemê hin bêbawerin

Navê rastiya we dikin efsan

Hefta lehengî hersal li ba tê

Dijmin ta niha maye li mate

Gulla yekemîn we berdaye kê

Kurdên kevneşop yan sînga toran

Toranên îro ketin axa me

Xwezî bi axê ketin mejyê me

Ev reng koletî weke mirine

Rêya me kore tev mij û mûran

Pêşeroj cewherî.

Sê perperîk

Di nav baxê biheştê de

Sê perperîk di firîn

Tevn û hêviyên mirovatiyê

Di rêsîn

Bihem û xeml û xêzên xwe

Binîşan û hêmayên heyberî

Hebûna xwedê ji ne bûnê

Diçesipandin

Lê paytexta bîko ya zikreş û qehpan

Derewker û sextekaran

Ji kîna dilê xwe yê reş hemî baxên

Di biheştê de jehr kirin û her sê perperîkên

Min nemir bûn

Ma qey bê hoyî bê sincî ewqasî

Li nik we bê sînorin

Dema hîn dibêjin em mafê mirovan

Di parêzinma

Ma qey çekxorî bê mirêsî û xerabî

Ji nirxên we ne yan ji dab û nêrîtên we ne

Bizan ew mejiyê bav î kalên we

Nema bes dikin ji bo we

Ji berku ew kurdîn dêroka reş

Îro nemane li ba me

Lê min nizanî bû hûn ji kulîlk û perperîkan

Ditirsin dema hêlînên xwe

Bi hevdu re dirêsin hpn ditirsin

Pêşeroj cewherî .

Xemên ilham

Derya xemên te pêl bi pêl

Ji hembêza te dûr kirim

Min diviya li ba te bim

Lê pêlan ber pêlan birim

Derya xemên te pir kûre

Dikim gazî ,gazî dûre

Ma qey kesek mi nabîne

Di jîwera xwe de mirim

Derya xemên te hêsirin

J,herdu çavên min dibarin

Bûya çend sal bi vî rengî

Dilo bese ne kevirim

Ezê çawa bibim kanî

Da ku her kes pê bizanî

Li ber kulên xwe biçînin

Berî ji vî warî herim

Ware bav û kale mine

Dilber wêran kir li mine

Gelo hêvî li ku maye

Biçim li xwe da bigerim

Pêşeroj cewherî

Ilhama min bû

Dilgeşê xortê gunda bûm

Dildarê hemî dila bûm

Bihna giyak û gula bûm

Bi kenê me dibû bihar

Bi kenê me,r di pişkivîn

Baxê gula deşta evîn

Çem û kanî di herikîn

Bilbil dixwend bo min û yar

Bilbil dixwend awazên me

Bi çanda herdu dilên me

Di xemilî dîmenên me

Bi dengê pezçêr û cotyar

Pezçêr û cotyarên me ne

Rencberên welatên me ne

Belê ax û latên me ne

Min û yarê me çandin dar

Dara evîna mezin bû

Yarê eşqa min û te bû

Nave wê ilhama min bû

Çi bêjim wê bar kir ji war

Pêşeroj cewherî.

Şûnwarên me

Canê zelal û şirînê

Kaniya av diherike

Sûlava şîrê sipiye

Têr nabe çendî fir bike

Baran dema li payîzan

Dibare bihna axê tê

Canê evîna me çima

Ji dilên me sed axîn tê

Kaniya me jê fir kirî

Nema pêjna te lê dikim

Raz û xewnên me têkel bûn

Gelo ezê bê te çibkim

Bikîjan avan de herim

Şûnwarên me diponijin

Hîn ji bihna min û te yar

Velorînên me dibêjin

Velorînên dilbera min

Delal û xemrevîna min

Heta saxim li vê dine

Dê her kul be birîna min

Pêşeroj cewherî.

Ez nizanim

Bawer bikin ez nizanim

Gelo saxim yan mirî me

Çima ji min bawer nakin

Bê yara xwe bê xwedî me

Bawer bikin ev rewşa min

Ne gotinên helbesta min

Çima wilo bê guhdêrim

Ma qey mirovê kovî me

Bawir bikin hêviya dil

Bû bar û piştî li ser mil

Çima ji min bê bawerin

Mirada bextê ketî me

Berê pîşiya gotîne

Gir bi destê xwe buxrîne

Dilê min hey kurê jaro

Piştî yara xwe sêwî me

Piştî çavê wê reş bînim

Dikim nakim xwe nabînim

Dixwazim ji xwe birevim

Lê teyrê bê bask û pî me

Pêşeroj cewherî .

Têlî xan im

Têlî xanim hêviya dil

Jiyana bê te kesere

Cîhan ji xwe bê te nabe

Wek payîza kal û zere

Têlî xanim bihara geş

Berî dama xwe hilweşî

Jiyana ku ti bixwe bû

Mixabin tev de herişî

Têlî xanim çivîka me

Nema tê ser hêlîna xwe

Li pey we bêkesûkar man

Tenê digrî li hale xwe

Têlî xanim tê bîra min

Gava bi hev re di meşîn

Sorgul ji bo me vedibûn

Ava îeman ne dixuşîn

Têlî birîna bê derman

Xwediya çavê reş bê kil

Îro bê dil û mejî me

Jiyana min bûye kavil

Pêşeroj cewherî .

Bê dilim ez

Bê dilim ez bê rewanim

Mîna ji bo kula warim

Piştî cana xwe bê canim

Civata bê kesûkarim

Jiyan xweş bîn û bibîne

Gelek şirîn û pir çake

Çavê min hawîr dibîne

Tiştek dilê min xweş nake

Dê çi hêvî bipişkivin

Dem û dewran ne zîvirin

Ger bigirî ez pir girîm

Diyare jîn pûç û vire

Çem bigirî biherikin

Agirê xem venamirin

Yarê pêla hizr û bîrên

Te hinavê me tev sotin

Li ser textê birîna kul

Evîndarê te nexweşim

Mesîhayê were ser min

Bawer bike gelek dêşim

Pêşeroj cewherî .

Nikarim ez

Nikarim ez xweş bikim dil

Ku li dine hêvî maye

Ma dibe xwe bixapînim

Dermanê derdê nameye

Ma neyarê jîna xwe me

Ji hêviyan bikim hêvî

Yan neyarê zîna xwe me

Ji bîr bikim bi çi hêvî

Agirê nav dil vêketî

Zerya hêmin pê nikare

Ji ber vê çendê binalim

Dil bi sed êşa pêkare

Dipirsin bo çav digirî

nizanin bo kenê dawî

çavê şil ji dilê kulin

axîn ji destê bedewî

axîna min bê wijdane

ketî laşê min dêşîne

gelo li kê bikim gazî

derman ji bo min bişîne

pêşeroj cewherî .

Geşxewn

Bêjin ji bo xwe çi bikim

Yara dil da ji bîr bikim

Bîst û çar sal ji emrê xwe

Ezê çawa jêbir bêkim

Bîst û çar sal birastî re

Bi jiyana xwezayî re

Ez têr nebûm ji çavên wê

Mam bi hisreta xwezî re

Can bê evîna dil tiye

Pêta evîn dil sotiye

Sîbera hizr û bîra min

Bi dû geşxewna ketiye

Periya biheşta jînê

Ciwana dil sitya zînê

Tu,b xwedêke were ser min

Da sax bike vê birînê

Birîna min bi destê te

Dirust nabe bê destê te

Ava kewserê venaxum

Bila wêran be jîn bê te

Pêşeroj cewherî.

Eger bihar

Eger bihar bê te were

Bizane bê şerme yarê

Çawa kulîlk bê te vebin

Bihna te jê nekim yarê

Buhar ji xwe bê te nine

Herdem payîze xemgîne

Tev ku rewşa min tu zanî

Hîn ji ya xwe nayê xwarê

Sûnd bi bisk û guliyên te

Ji bîr nabe evîna te

Pêla êşa li dilê min

Bilind dibe her êvarê

Her ji ber êşa te gêjim

Dikim nakim bi tenaghêjim

Pirsa min wê sermedî me

Kê em ji hev kirin yarê

Erê hewnaz û rinda min

Perwîn û gula gunda min

Te ez wer bitenê hiştim

Çima gidyano hawarê

Plşeroj cewherî .

Xwedawenda min

Xewdawenda mine herdim

Bi ola wê bawermendim

Heta rojek jiyana min

Evîna olî neberdim

Evîna min ne ji rêze

Rengê ayînek pîroze

Tewtema bo min birêze

Bi male dinê tev Nadim

Ilhame pêjna xwedê ye

Periya nav biheştê ye

Weke gula ser latê ye

Ez bi hilma wê çi şadim

Evîna wê weke raze

Dilê reben bê amraze

De were tim bixem raze

Zanibe ez bê miradim

Pêşeroj cewherî.

Bexrreşim

Birîndarê te me yarê

Bljna te bon ema tê min

Warê pêjna te lê nekim

Nama dibe welatê min

Yarê bê te biyanim ez

Li tenişta dê û bavan

Naxwazim kes min bibîne

Rênekin bo min silavan

Perîşanim bê sewda me

Demên min tev de çep gerîn

Hindo bawer bike ji min

Hemî rojên min bê kêrin

Gava te tine bîra min

Hêsir xweber diherikin

Bê zanînim xwe nabînim

Li hember min rê hirikin

Dilber wer ji min diyare

Ezê her xemgînê te bim

Bila xelkê me çi bêjin

Ez dê her bextreşê te bim

Pêşeroj cewherî .

Min nizanî

Min nizanî min nizanî

Wilo bê vîna te nabe

Min nizanî li cîhanê

Jinek din wek te çênabe

Min nizanî ev dilê min

Wê bitenê her bimîne

Dê kes nebe derman bike

Kuştiyê te çavêt kale

Min nizanî ez nexweş bim

Wê kes bi ser min ne kevî

Wê şevên min pir dirêj bin

Bibin wek derya bê kevî

Min nizanî piştî te yar

Malim li malan bigerî

Xewnên şirîn bi dawî bin

Min ev ne dikir bawerî

Min nizanî ezê bê te

Bibim diljarê vî warî

Yarê kê nifir li me kir

Xwezî têkevin vî halî

Pêşeroj cewherî .

Zimanê dil

Ferhenga te zimanê dil

Têra evîna wê nake

Ezê ji ku bînim bêjan

Besî bejn û bale bike

Şemala wê xwedaniye

Weke roje dema hiltê

Li hizreta wê de lalim

Bihar ji xweş bihna wê tê

Yarek wilo birêz û naz

Bê xatir bê vîna min çû

Bar li cane min wê bar kir

Felek bê bext û kavil bû

Bi hisret û nalîna te

Dilsozê te her bimînum

Bicare te ji bîr nakim

Heta roja serî dînim

Ez dê çawa ji bîr bikim

Rûdêma te qitik çava

Yarê derdê te giran in

Sûnd bişehîdên rojava

Pêşeroj cewherî.

Dil û dilber

Ketim navber dil û dilber

Li min herdu diçînin xem

Dikim herim penaber bim

Warekî bê zor û sitem

Dil maye wê bibîr bîne

Kavilên me li şûnwaran

Li gundê evîna me yar

Tenê mam li ber dîwara

Ber dîwarên bê can û dil

Buhar û hêvî kizirîn

Bûye çend sal bi vî halî

Bûm ware xem lê hêwirîn

Belê ez bûm warê bêdil

Hew biken jîn dipişkive

Wek gundê ku bê şênî be

Jiyan bê pijin û xave

Lê mixabin pênûsa min

Nizane ya dil bibêje

Ji ev kul bêjimarin

Wê bêdem bêj û biblje

Pêşeroj cewherî .

Gelo heye

Yarê çavên min nabînin

Yan ti bixwe ne diyarî

Mane ji bo xatirên te

Rûniştî me li vî warî

Eger ku ti ne li vir be

Kengî sebra min bê te tê

Cihê pêjna te lê neyê

Xerêbim ez li xurbetê

Felek wê li bextê me da

Destê min û te ji hev kir

Buhara li pesarên me

Nema hûr baranê lê kir

Sorgulên me bidesta çand

Îro ji dîtna te tînin

Lê mixabin delala min

Neya li hîn bi kîn in

Îro ejî nema zanim

Canê êdî bi ku,d herim

Gelo heye careka din

Li wê xewna xwe vegerim

Pêşeroj cewherî.

Dikim ji derda

Dikim ji derda birevim

Bi çol û polan rêkevim

Belkî ji hiş xwe bikevim

Ji bîr bikim te periyê

Ez nizan im bi çi rengî

Bimîne hiş heta kengî

Ji xwe dem pir ne giringî

Li jîna bê te zeriyê

Li nik min herdem ho yarê

Xunava rijtî buharê

Bihna kulîlkên êvarê

Xeyala derdê zeriyê

Çavên min li hawîr dore

Hergav li bendê me were

Lava dikim ji xwedê re

Dîsa bibînim bêriyê

Bêriya min gula rez bû

Şivana ber dil û pez bû

Gelek dilpak û nebez bû

Jiyan û sewdan biriyê

Pêşeroj cewherî.

Tê bîra min

Tê bîra min li nav baxan

Bilbil ji bo me serxewş bûn

Pênexweşên me dinêrîn

Li me herdem çav nebar bûn

Têbîra min delala min

Li nav zadan em dimeşîn

Sira bayê hinik dihat

Kulîlk bi ser me diweşîn

Tê bîra min te digot min

Binêrin şalûl dixwînin

Govenda şilêr û gulan

Ji kêfa me bi evîn in

Canê îro ev canê min

Ji bo bîrhatina tiye

Qulingê bask birîndarim

Dûrî refax we ketiye

Pêşeroj cewherî.

Bihna yarê

Canê,j bihna te buhare

Gul ji rengê te guldare

Sorgul ji lêva sordare

Çibkim pesin têrê nake

Gava ku ez wê dibînim

Kul û xemên min namînin

Biheşt û mêrg û solîn in

Di nava dil di herkie

Bayê bihna wê pir xweşe

Dema ji kezya bi weşe

Sibeha ku jê baweşe

Destê min jê ne.d bû rabe

Lê îro bê dil û çavim

Çong şikestî me bê gavim

Ji bo hemî derda ravim

Gelo hey ekes min rake

Na kes nîne bê hêvî me

Ji her alî ve sêwî ma

Ji dora xwe re şahî me

Yarê çûye min his nake

Pêşeroj cewherî .

Buhara bê gul

Çendan xunavî bikeve

Bê te xweza napişkive

Herdem ev dil biaxêve

Weke bihara bê gule

Gelo heye bi te bighêm

Têra xwe ez te bihn bikim

Hisreta dil pê ve bikim

Bexçê gula bê bilbile

Dil ji ber evîna tiye

Mirad û her xwezî tiye

Bi xemên xwe te kuştiye

Hêla me bê pişt û mile

Îro ez dîn û bê dîn im

Dilbirîn û cegerxwîn im

Digerim lê te nabîn im

Dermanê birîna kul im

Ez li cîhanê bigerim

Bi her alî ve de herim

Li her çi jinê binêrim

Tenê tu xwestiya dile

Pêşeroj cewherî.

Çima yarê

çima dilê bê guneh yar

Bi evîna xwe sotiye

Carekê ne gotî bine

Vîna mi, j ar û pêtiye

Çima yarê çima yarê

Çima yarê hêviyên me

Ne pişkivîne carekê

Belê ware xemkêşa me

Mem û ebdalê zeynikê

Çima yarê çima yarê

Çima yarê newêrim ez

Dil û hestê xwe bibêjim

Gelo ezê çawa bikim

Welatê lê ker û gêjim

Çima yarê çima yarê

Çima evîna jiyanê

Li pêş çavên me reş dikin

Lê bes viyana mirinê

Li ber dilê me xweş dikin

Çima yarê çima yarê

Çima xelk çûne merîxê

Hîn li me çarçefa reşe

Mixabin rojhilata me

Rênasî qiralka reşe

Çima yarê çima yarê

Pêşeroj cewherî .

Ne ji dil

Ne ji dil ji te hez dikimç

Ne bi mejî hizra te dikim

Dil û mejî têrê nakin

Bi rihê xwe , j te hez dikim

Rojekê dil wê raweste

Hişbîra mejî bi beste

Lê rih dimîne her û her

Evîn bi sermedî raste

Evîna me diherike

Kaniya tî jê fir dike

Bi her zimanî pesnê te

Çiqasî bêjim hindike

Dema ku min pirsa te kir

Pênûsa min xwe darvekir

Ji ber xewn û xeyalên min

Besî bejn û balê nekir

Ezê çibkim xewn û xeyal

Ketim derya du çavên kal

Pora reş biser milan de

Wek sûlavên çemê bê xal

Pêşeroj cewherî

Şeva dilê min

Şeva dilê min zîz bûye

Çima sitêrkên wê ranazin

Dibe îşev mem û zîne

Eger heye ne bê razin

Yarê yarê herdem yarê

Eger îşev mem û zîne

Dilo yek tika min heye

Qurban serpêhatiya min

Bila biserê gura neyê

Yarê yarê herdem yarê

Serpêhatî even û yar

Tenê hiştim bê dilovîn

Nema bihna yarê dikim

Çiqasî ev gul pişkivîn

Yarê yarê herdem yarê

Şeva dilê min bê denge

Sitêrkên wê ker û mestin

Yarê çi heyfa min û te

Erd û ezman şîn xweristin

Yarê yarê herdem yarê

Jiyan bê te ber çavê min

Îro bê reng û bê bîne

Bawer nakim ev çavê min

Yeka dî wek te bibîne

Yarê yarê herdem yarê

Plşeroj cewherî

Hewnaz

Dema hewnaz li nik min bû

Gelo xewn bû yan rastî bû

Ez vê pirsê ji kê bikim

Dilê xwe da bi cî bikim

Hewnaz bihna dar û baxan

Gula bilinda ser şaxan

Çiqasî gul bêjimarin

Her birengê te guldarin

Hewnazê ne li ba mine

Kêf û xweşî bida mine

Ten û tena li vir neman

Firyadî ji destê xeman

Kengî gul wê bipişkivin

Gezo li dara bikevin

Hîngê ezê herim baxan

Biçînim wê gula şaxan

Dilo bese heta kengî

Bide xeman bi sed rengî

Bilbil ketine zêmara

Bê te hewnaz mam li wara

Pêşeroj cewherî.

Dilketiya min

Çima te ez hiştim yarê

Li vî gundê bê dost û yar

Ezê li kê bikim gazî

Kul û xeman dilê min xwar

Çima te ez hiştim yarê

Ji sînga te çemê kewser

Evîna me di herikî

Mixabin jîna me bû wek

Ewrê havîna ferikî

Çima te ez hiştim yarê

Tiliyên te dilketya min

Roniya heyvê di dotin

Lê îro piştî te jarim

Şevên reş xwîna min mêtin

Çima te ez hiştim yarê

Li ser rêya evîna te

Mîna wî rêwiyê kalim

Bi gopalê desta bi meş

Ne poşmanê çavên kalim

Çima te ez hiştim yarê

Em dûrî hev du sêwîne

Kêfa neyara li me tên

Hevdîtina me buhara

Mêrg û kanî bi xuşxuş tên

Çima te ez hiştim yarê

Pêşeroj cewherî.

Ne pêkane serêkanyê

Ne pêkane serêkanyê

Hêlîna bilbil û lega

Wer bimîne li bin destan

Bibe warê gur sega

Nepêkane……….nepêkane

Nepêkane serêkanyê

Kaniya koka me kurda

Dîroka mîtan û horî

Bibe ware kul û derda

Nepêkane……….nepêkane

Nepêkane serêkanyê

Xelkên ew penaber bin

Keryê çetan li şûna wan

Xwedyê malê û serwer bin

Nepêkane……….nepêkane

Serêkanyê bajarê min

Hîn xeyala min azade

Li kolanên te digere

Dev ji lîskên xwe bernade

Nepêkane……….nepêkane

Serêkanyê delala min

Nixurya dê û bavê xwe

Li ber pîkê kaniyên te

Kurda vekirye çavê xwe

Nepêkane……….nepêkane

Şûnwar û kaniya jînê

Jiyan bê te êş û jane

Bindestiyê sirgûn bike

Azadî bi te ciwane

Nepêkane……….nepêkane

Pêşeroj cewherî .

Feleka bêdilovan

Du roj dijîna min de ne

Giran in pir bi wate ne

Sûndxwarî me ji bîr nakim

Madem ev dil pê dijene

Yekem roja min gewrê dît

Duwem roja ne bedî bît

Hey feleka bê dilovan

Axînên min ji ber te ne

Temîna min li her kesî

Dunya xayin lê napirsî

Birînên sorxwîn vekirin

Ev dil seba wê dijene

Ketim ber bayê felekê

Bahoz û ber gerînekê

Jiyana min bê hedare

Hêvî bûn got bêjene

Min çi rê girt çi gigihiştim

Mam li ber lehyan lêmiştim

Gerdûnê bi sitem kuştim

ji pîsan re bûm pêkene

pêşeroj cewherî.

Pezçêrê xeman

Ez dê rêkim ji bo xwedan

Sed peyaman ji bê dilya xwe

Ez bûme pezçêrê xeman

Ji ber koça dilyara xwe

Eger xwedê li ser erdê

Wek peyxember tev dibêjin

Berpirsê xêr û şera ye

Dê bo min bide bersiva xwe

Ez dixwazim wê delalê

Ya ku herdem dil li bale

Ew kevoka fîq sipiye

Dîsan bê ser hêlîna xwe

Ez dixwazim mîna berê

Şîn bike eyn wê buharê

Dinav baxên heman gulan

Bigrim destê dilbera xwe

Ez dixwazim wan miradan

Cardin vegerîne jiyan

Lê nizan im gelo xwedê

Kare bike vî karê xwe

Da bibîn im ilhama xwe

Pêşeroj cewherî.

Xwezî

Xwziya dil herdu çavan

Bidîtna te ronî bikim

Yarê ez bûm ware xeman

Xeyalên te kedî bikim

Xwezya wek pelên payîzê

Li ber bayê te biwama

Ew çax bextê me dê yekba

Ji dîtna te wer newama

Xwezî roja hevala min

Bi hatina te dil şaba

Yar biketina destê min

Bila bê mal bi kon bama

Xwezî îşev leyl û mecnûn

Herdu nêzî hev bibana

Min dê yek vîn bikra hêvî

Berxê ber make dan bama

Kê li çavên te yara min

Darçîn û sosin çandine

Dilşa nekî bigotek xweş

Wê here tev serûbine

Yarê bawer bike îro

Balindê bêper û çengim

Li kolanên jîna bê te

Heta bê nav û bê rengim

Pêşeroj cewherî.

Mirada bêwar

Ez hîn dilbend û sozdarim

Çavim li bendî yarê me

Dibe ku carkê miradan

Xwedê şîn bike warê me

Were hey mirada bêwar

Evîna lê nebûm civan

Gelek şerme buhar were

Nebînim te li nav gulan

Her êvar ku sira ba tê

Birênên kul di axivin

Wek deşt û zozanên bê av

Dar û ber lê napişkivin

Kevirên çiyayên felek

Guldana ber dil şikandin

Hêviyan destê xwe şûştin

Jiyan li min wergerandin

Çira jiyana min delal

Herdem şewqa wê ji te bû

Hêlîna dilê min yarê

Bersiya mijangên te bû

Îro li dora roja min

Dunya nema di zîvire

Maye hêstir ji çavên min

Bênavber tên xwîn jî pêre

Ezê bigrîm ta ku bigrîm

Heta Kwîrbim bê te yarê

Tika dikim mekin gazin

Ji hemî la kul tên xawrê

Pêşeroj cewherî.

Evîn û welat

Dilber îro welatê dil

Ez çi bêjim bûye kavil

Dar û zevî deşt û beyar

Navên bê te kincên buhar

Welatê ku dil ne lêbe

Wê çawa jin li wir lêbe

Evînpîroz û lata min

Dilber hey rojhilata min

Şewqa welatê evîne

Birêz û naz û şirîne

Li piştî te şahî nema

Dilber ketim lehî xema

Ketim ber lehya xemên te

Barana gij ber kulên te

Çavên te bo min welatim

Bêdilim bê te bê latim

Bixwîn û hêsrê me sotin

Lê ji dilê me derxistin

Evîna te welatê min

Birîna te kula tê me

Tenê ji te …

Tenê ji te man xem û kul

Herdem hêsir û çavên şil

Lê binrûye birîna min

Têkel bûye bixwîna min

Tenê ji te man bîrhatin

Kovan û xem dilgivaştin

Lê yar nizane êşa min

Îro ev bûye kêşa min

Tenê ji te man dilên tî

Bûm pepûkê vî welatî

Ne bawerim te bibînim

Perda çi şêxî , b hejînim

Her dirim nav gul û giya

Berî didim çar aliya

Ji bo ku li xwe bigerim

Divê ji vî warî herim

Ezê berdim vî diyarî

Dûr bikevim ji vî warî

Yarê kesek li vir nema

Bêje kulek jê re hema

Jiyan li min bûye hove

Tu, dbê nemane mirove

Da yek biser min venebî

Ezê herim hêdî hêdî

……………

https://drive.google.com/drive/my-drive

أضف تعليق