Pelan Bikşîne Vir,Roşen yûsiv

Were em demê bi hev re parvekin..
Roj para te…
Şev ya min…
Bi serê hevdeyên porê xwe…
Zêrîna têrêjê…
Hempêz bike..
Ez jî…
bi roniya çavên xwe..
Zîvbûna heyvê..
Bibrqînim…
bihêzbûna germahiya Rojê..
Dilê xwe geş bike..
Li ser têlên tîrêjê..
Wê bireqsîne..
Ez jî…bi şemala şevê..
Dilê xwe bixemlînim..
Tu di rojê de..
Bi çivîkan re bicive..
Bi bilbilan re..
Li ser şaxa gulên jînê…
Bixwîne..
Ez ê govendekê bi stêrkan re..
Li ber Awaza bê dengiyê…
Bigerînim..
Biçe nav zevî û newalan..
Li ber reqreqa ava kaniya dil..
Vebêje sirûdên evînê…
Ez jî…bi asîman re bistirim..
Efsanên hez û xeyalan..
Bi agirê bîrêkirinê…
Vêxim mûm û findan..
Li ser xwarê raxim..
Stêrkan…
Li darxînim..
Şevbûhêrkan…
Li keviyên şevê…
Bigerînim…
Şox û şengiya xwe..
Rojên xortaniyê..
Vegerînim..
Li paş beydera helbestê…
Veşêr im gewdeha  evînê…
Li ser têlên tembûra ŞÊXO..
Bireqsînim awazên evîn û welat…
Tevlî tembûra PERWER..
 semakim awazên êşa netew..
Li ber dengê DÎkRAN..
Bireqsînim bîranînên bav û kala..
Li ber tik…tika demjmêra zaroketiya xwe..
Binivîsim..çîrok..helbest û destan..
Niha..
De bêje…
Roja te bextewar bû..?!
Yan şeva min…
Nemir bû…?!
 Lînkan/Pelan Bikşîne Vir
Pelan Bêhêle Li Vir
Girêdanê Bikişîne Li Vir

أضف تعليق