Li vir Efrînî me.zekeriya Dawûd

LI VIR EFRÎNÎ ME

Li ser pelê zeyîtûnê
Di nava hestan de
Hêsir weke çemê firatê
Diherike nava zeviyên wendayî…?

Belê li vir….
dîsa weke xwe me
Tamarên giyana min
Li benda herikandina
Xwîna sore
Da zindî bike dilê hejar
Û texit….
Hîna jî li vir im
Çîroka xwe kolan bi kolan digerîn im
Li ser zimanan bi lêv dikim
Bi tîpên keskesoran dixemilîn im
Hêlîna xwe bi nav dikim
Ji dil xirapan diparêz im
Warim….wijdana vê heyamê me

Belê birano
Dostino….
Li ser eniya me nivisiye
Egîd û mêrxwasin
Jîr û jêhatîne
Lê mixabin …..!
Em mane li şûn waran
û mirîn e….. ……. ……
Wê roj vegerê
EFRÎNA min
Li welatê rojê
û wê şîn bibe
Dara evîna çelmisî.

Zekeriya Efrîn………………..Amûdê 27.03.2018

أضف تعليق