Cotkar im,Mihemed Ehmed

Ez
Ez cotkar im
Avdana şanîkê
Li ser pişta te dikim
Ez şeveder im
Sînga te ya spîsedef diparêzim
Ramûsanan li memikên gulover
Belav dikim
Ez rêger im li hember rû yê te
Yê bedew çong ketin ber min
Ez jimaryar im
Her şev şanikên li ser laşê te
dihêjmêrim

Mouhemed Ehmed

أضف تعليق