Karkirê mijînî û kera jin.Memûd Hesen Berazî


KARKIRÉ MIJÎNÎ Û KERA JIN..
Karkirê Mijînî yek ji Fermandarên geríla bû. Ew di dema şeré başûr yê di sala 1992 de qewimî، berpirsê yekèneya Tenînê bû. Di dema şer de jî her fermandarekî li dora herèma şer anku herèma Hefetnînê dihat xwestin ku ji pişt ve li dijmin bide daku hinekî fişar dijmin li ser cihè şer kèm bike.ji xwe dijmin hèza gerîla li Heftenînê ji sê alîyan ve kiribú çenberé , ji alîyê din vê jî hèza pèşmergeyèn Yeketî ú Partiyê tevî beşek ji leşgerèn Tirkan ve èriş dikirin..piştè 33 rojan ji şer, lihevhatin çè bú ú li gorî lihevhatinê divè hêza Gerîla ji wir derkeve ..
Lè piştè çend mehan disan hinek ji hèza Gerîla bi dizî vegeriyan pègehên xwe ú dest bi perwerdeya zivistanê kirin..
Bè guman di dawiya perwerdeyè de, berî ku hèz disan belav bibe hinekî hesab tè xwestin ú şaşî ú kèmanîyèn ku hatine kirin divè bèn pirsîn ..li vir hin fermandar ji erkê wan tèn dúrxistin ú li cihê wan hineke nú tèn destnîşankirin..kesê serkeftî ew e ; yè bi zirareke hindik pir şer kirî ye..anku pîvana şer ev e: hindik bimir, pir bikuj..ev serkeftina herî mezin e..Jixwe Karkir xelkè wan gundan bú, şarezayè wan çiyan bú..Ew berè milîs bú ú alikarîya Gerîla li gelîyè Qilıbanè dikir, ew zewicî ú mèrè du jinan bú. Lè Piştî ku ji aliyê dijmin ve hate nasîn, bi neçarî herdu jinên xwe hiştin ú di sala 1989 de tevî Gerîla bú..her çende ku jina wî hin caran li hèstirè siwar dibú ú bi dizî dihat ew li wan çiyan dibú mèvana Karkir jî, lè him ji şerman re ú him jî li gorî derfetèn li wan çiyan destnedida ku ne Karkir ji wè re mèranîyè bike ne jî ew ji Karkir re jintiyè bike..Her demekê ku ew dihat Karkir tèrî çend mehan çavèn xwe kil didan..
Piştè serhildanèn 91 ú 92 yan gelek xurt ú keç ji her çar parçeyèn welêt tevî refèn Gerîla bibün..Het kesekî ku bi salan li wan çiyan mabú ú şer dîtibú, bibú xwedan ezmún ji van xort ú keçèn nû hatî re dibú fermandar..
Jixwe bejin ú bala Karkir wekî ya girènalekî pîr bú. Salêm temenè nèzikî du bîstan bibún. Bejna wî dirèj, pişta wî pahn, singè wî bilind, gumguma serè wî mezin, simbèlê wî ye tapanî di bin pozè wî yî beranî de ser lèva wî jèrîn niximamdibú. Tenê rúyê wî yè liken dihîşt ku tu diranèn wî bibînî.. Destè wî ye qalind ú tilîyèn dirèj heybeta mirovekî Botanî ú mèrxazekî wan çîyan nîşanî te dida.. Ez bawerim ku te wèneya Karkir nîşanî leşgerekî Tirk bida wè ji tirsan re heft şevan xew ji çavèn wî biriviya…
Karkir, bi şîr ú rúnè pezè zozanan hatibú xwedîkirin, wî ji pincara ter ú kanîyèn sar av vexaribú, ne diwestiya ,ne jî ditirsiya.
Dema sibehê li pèş refè Gerîla radiwestiya ú sirúda sibehè dixwend, dengè wî tenê bi qasî yè wan koma Gerîla teven bú ú zime zim ji wan çiyan dianî..Berî ku ew bibêje: şîyar bin ..rawestn..şîyar bin rawestin..di bin simbèlèn xwe ye reş e qalind re dikeniya, koma Gerîla neçar dikir ku wè sibeha sar ú qeşagirtî tev bi dengekî bilind bikenin..
Wè bi dengè xwe yî çiyayî bigota: bila heval cidî bin..jè şún ve , digot : bi can ..bi xwîn..em bi te re ne ey serok..
Jixwe di dema kombúnê èvarè, berî rojava de, berî ku kesekî bipirsıya, Karkir digot: heval dîlan serbest e..ú dengê strana ..bablekan bablekanè ha wernè bablekan e, li wan teht ú zinaran belav dibú..
Erè, iroj roja hesabè Karkir bú. Pirsa herî girıng: çima di dema şer de Karkir ji pişt ve li dijmin nedabú ú berî wè jî di şer de li Çiyayè Tenînè dema ku ketibún şer, hevalekî Şehîd li şûna xwe hîştibú?..
Karkir li pèş koma Gerîla ku ji zèdeyî 150 î xort ú keçan pèkdihatbú, wekî dareke sipîndara ziwa rawesiyabú. Pirs ú tawan mîna berfa çiyayè Nizmo li serserè karkir dibarîyan..ji xwe Karkir ne dizanî wan pirsan binivîse ú ew rojeke tenè jî neçúbü dibîstanè, wî tenê serè xwe bi pirsan re dihejand ú dîsan mîna hercar di bin simbèlèn xwe re dikenîya..
Wî baş dizanî ev gotinèn zivisatanè ne, biharè disan ew fermandar e. Ew ji her kesî bèhtir van gund ú Newala , van çıya ú zozanan dinase, ji her kesî bèhtir dikanê bar bide ser pişta xwe bú berî wan xwe bighînè cihè belîkirî..Ew ji xwe bawer e ku li gorî pîvanèn heyî ew şervanè herî xurt e..
Piştè pirs ú rexne bi dawî bún, èdî gotin bibú ya Karkir ku betsîv bide ú parastina xwe bike..çawa ku devè xwe vekir père ken ji devè wî firiya…
Wî parastina xwe bi dúrbúna herèmè ve girda ú ji xwe me berî ku şer li vir destpèbike çalakî li wir kiribú ú hevalekî me şehîd ketibú ú me nikanî em termè wî jî xelas bikin ji ber dijimin têrî çteyan da ser şopa me ú ú ú..ú gotina xwe qut kir…
Hevaleke keç, disan ji wî pirsî : çima wè termè havalè şehîd li şúna xwe hîşt?..
Karkir got:
Piştè ku heval şehîd bú me hinekî ew hilgirt dijmin da ser şopa me, me li wir kerek dît ú heval li ser bişta Kerè kir ..em hinekî meşîyan û ker ú ket ú ker ..
Disan hevala keç rabú ú got :
Erè, we termè şehîd li kerè kir, we çima neanî?
Karkir berè xwe da wè hevala keçik ú bi dengè xwe yî qerase heya ku kanî bi dengekî qalind xeyîdî ú got:
Tema ker ..ker ..ker , kereke jin bû.
Û Piqînî bi her kesî ket ú nezanîn çawa bikenin..

Agahî Karkir hîn sax e ú li gel herdu jinèn xwe li Başúr dijî..

أضف تعليق