Kêliyên Reş.Diyala Elî

Di van kêliyên reş de
Dilê te ji min re dibe jîngeh
Xwe di her qurçikeke dilê te de
Vedişêrim
Ne ji ber ku ez bê mal im
Lê dilê te ji min re aştî ye
Xwe di kesayeta te de dibînim
Ka ew roja ku ez û tu
Bibin wek kulîlk û biharê
Hev temam bikin
Tevî tarîtiya şevê
Tu ji min re bibî mûm
Berya te tu kes nebû
Piştî te jî tu kes nîne
Ez yeqîn nakim ku tu ji axê çêbûyî
Dibe ku yezdan te ji xwe re çêkiribe
Wekî wî pîroz û binirx.

أضف تعليق