Zivistan.Rêber Hebûn

Zivistan

zivistan , gilêza xwe yî zuha efyûnkêş kir, li ser lêva kubêzê de hilperikî, ta xewekî li ser lutkeyê wî bikşîne, ligel wê, frindeyên koçber , di her payîzê de ,rêwî dibin, ta nûçeyên evîndaran ,li her cihên din , ê têde germahî, aramî û azadî bêhtir aram e, berev dikin.

Di şeveke reş de, bênîşa aştiyê , li ser evîna xwe yê çepandî , ragihand, evîna xwe yê, girawa dêrên efroz dibû, di demê ku zarokê berşîr, geşbîniya xwe , dema mezin bibe , ragihand, û hêviya xwe, di guhertina cîhanê , û wergerîna sazûmanê desteserkirina felekê , anî ziman, lê dema ku cîwerên çavdar , azweriyên wî bihistibûn, gelek metirsîdarbûn ji vê geşbîniya kor, û zarok berî bergehê xwe mir, û ta niha jî , rastiya mirina wî nediyar e.

Ma evê mişextê penaber, dikare tiştekî bike , an sererast bike, an şêwe bike, an vexewndarî bike, an pêlan bike, an biguhêre û bilîze di neqşeyên dewletan û çarenûsên wan û pêşerojê herêmên wan, lê ew bes parsekek an paswanekî ye, li dergehên sînorên xemgîn de, em di feleka boçûnan de dijîn, ji ber ên di sala par de girîn, wê şad bibin îsal, û ên evîndarbûn di sala par de, wê jibîr bikin di vê sala zêrîn de, ev guncanên aşkere ne , ê vê salê.

Ey giryayî yê ji dema dêrînî de. Ey ewirê , ez raza xemê te fam dikim, tu û êşê di yek şevî de, jidayik bûn, ji ber vê jî, hêsirên te, bûn baranek şerpîn, riwê te şil dikirin, û ev roçûna tenik ê di nav pîçiyên te de , ew jî hema cankêşî dibe, min li ser laşê xemgîniyan , depên bi wate nîgar kiribû, û min li ser camên pencereyê dîmenek hevdîtin bin baranê nivîsandibû, ma bi çi binefş , dema te di cara yekem de dibîne , dirame ?!
Ma çi rê li ser te nivîsandibûn?!
Wê ji kê re sibehê ,di cejina findên ronavêj de ,ahengê çêbikin?!
Min ji awanteyê vê rojê de , depên birîna kûr, di eniya daristanên dûr de ,nîgar kiribû, ji ber hêsirên te , ey zivistan , bi tenikbûn , bi ser porê yara min ve dibariyan, ta ku bi bihinvedanekî kurt şad bibin, berî erd û axê destlêdayîn bikin, sirûşt ji te hez kir, û te xist padîşahekî li ser kulîna asîmanê, ta tu şad bibî, û çivîk te bibînin, berî koç bibin.

Wê çawa şev bawer bikin, ku êdî tu metirsiyên wê gur dikî, di dilên stêrkên evîndar de dihejin, wê çawa li ser vê yekê binivîsin?!, ta ji gerdûnê re dirkandin bikin, ew dizanibû çawa te wek birînek rastî hilbijêre, û hêsirên çavên te ey ewr ezê çawa wan qayîlkirin bidim , ku ji çavên te êdî derneyên û rawestin, ta ji dewsê wan , ji çavên min derbikevin, wek ku ropel , êdî gelek rijandina pênosê bîr nabe,ji ber vê , xwe radestî jibîrkirinekî kûr kiribû.

Wek ku ropel, asta bêdengiya xwe zêde kiribû, û êdî nedixwest, ku bi pênosên me re xwe xweş bike, ji ber ku wî çilekîkirî, û tengasîkir hiştin, ji razana wê ya tebitî re ,awazek nexweş saz kirin, û em bi peyvên xwe li ser dimeşin , û peyvên me pê re dan û standinê dikin, hemî nîşankirinên ketinê ezber dikin, di warên wê de, rêkdan kirin, û niha dest bi serdadanka peyvan kir, û nepenîkirina wan e, ew dawiya peyv, pênos û êşa mirovî ye , û hestkirin bi çi tiştî .

Wêrekî çiye?
Wêrekî ewe , ku em li ser hespên qêrînê siwar bibin, ta ku em dûrahiyên nevêtinê binasin û rastiyê nas bikin.

Newêrekî çiye?
Newêrekî ewe : ku em seriyên xwe, kêlek qûnên xwe ve veşêrin, û heta navên xwe jî jibîr bikin, dema bilêvkirina rastiyê.
Ez wek xwe me, li ezekî ji bilî eza xwe digerim, heta ku nebe jî, lê ez lê digerim, ez çendîn bi ên din ve , mijolim, nemiqatbûnê min li ser eza wî, min dihêle ku ez bi serve eza xwe bibim.

Ez çendîn xemgîn im , mîna qora payîzê, ê herqek ji bê û pelên darên fereh re, dirêj kiribû,li ser erdê , bi zerbûnekî xemgîn, ligel wê jî , ez xewinên xwe , mîna ewrên sipî dirêj dikim, û çavê xwe digrim hinek xulek, belkî ez bi derbekê bibim gulek, di xwe de xemgîniyên asoyê embar dike.

Wisa reng, kend û koş bi min de , derbas dibin, aliyên baranê ,bi ser min ve dibarin, min ji xwe re diafirînin, û ez bê ez im.

أضف تعليق