Ilham- Pêşeroj cewherî

Ilham…ṣîna bêdawî

Hevjîna min dema koç kir
Jiyana min bi dawî kir
Gurên derdan goṣtê min xwar
Biqîlên tûj hêdî hêdî
Hêdî hêdî hêdî hêdî
Hawar û gaziya min hat
Lê ser li min nekir hilat
Jiyanê gef li min dixwar
Gerdûn teng bû hêdî hêd
Hêdî hêdî hêdî hêdî
Eger bibe ji vir barkim
Da ku kulê xwe lê barkim
Dibe bihna xwe lê vekim
Ezê barkim hêdî hêdî
Hêdî hêdî hêdî hêdî
Rojek tenê ji bîr naçe
Ji gerdûnê bûme parçe
Bê hêvî bûm ji xwe bêzar
xemsarî bûm weke bêwar
Kovan kombûn hêdî hêdî
Hêdî hêdî hêdî hêdî
ṣerbet û jehr bûne çêjek
Dunya biçûk bûye xêzek
Sersaxiya min nesaxî
Xeman xwarim hêdî hêdî
Kedera min hêdî hêdî

Pêşeroj Cewherî

أضف تعليق