Cenga çaldîranê – Biradost Mîtanî

Biradostê Mîtanî
Cenga Çaldîranê 1514z û bandora wê li Ser kurd û Kurdistanê

Di qonaxa destpêka çerxê (16)an de derfetek zêrîn ji kurdan re hat ku xwe li hev bidin hev û destkeftiyek netewî bi dest bixin . Ji ber ku desthilata Dewleta Ebasî qelis bû û ji hev berda ,ji encama şerê Sefewî û Osmaniyan . Kurdistan bi giştî û Bakur bi taybet ji dagirkeran ma vala . Osmaniyan bi serokatiya Siltan Selîmê Yekem (Yawûz) dixwestin dewletek mezin çêbikin .Lê Dewleta Sefewî li Tebrîzê bi serokatiya Simayilê Sefewî yên bi koka xwe kurd weke hêza yekem bû di riwê wan Osmaniyan de . Her du alî bûne du hêz . Yek li rojhilatê Kurdistanê û yek li rojavayî Kurdistanê û di navbera wan de mîrekên kurd di Kurdistanê de ,yên ku bi hêza xwe ya leşkerî û gelêrî heyî . Hijmara wan ji bîst mîrekan bihtir bûn .
Ji xwe ya balkêş ew bû ,bê ka ew mîrekên me di wê rewşê û wî derfetê zêrîn de wê çi bikin ?
Ya giring ew bû ku ew keysê li wan dagirkeran bînin û xaka xwe rizgar bikin û dewleta xwe ya kurdî ragihînin .
Mîrekên me li hev rûniştin û babetê ku ka ew aliyên kê ji Osmaniyan û Sefewiyan bigrin . Negotin ka em li xweseriya xwe biranimin . Biryar dan ku aliyê Sefewiyan bigirin û şanda xwe rêkirin cem Simayilê Sefewî ,lê wî mehne li wan kirin, ji ber ku ew ji rê’ola Şî’î ye û ew kurd ji Sinî ne . Êvarî ew şanda kurdî girtin û avêtin zindanê de . Piştî demekê henekan ji wan xwe xilas kirin û revî .
Mîrekên kurdan piştre xwe dane aliyê Selîm Yawûz ê Osmanî . Endizyarê vê ramangêrî û siyasetê em karin bêjin ku Idrîsê Petlîsî bû.
Dema şerê giran di navbera osmaniyan û Sefewiyan de dest pê kir ,meydana wê Herêma Çaldîranê ,ya li baniyê Bakurê Kurdistanê bû û cenga Çaldîranê 1514z pêk hat. Artêşa kurdî ya hemû mîrekên kurd ardûyê wê bû . Osmanî bi ser ketin û artêşa Sewfewî şikand û dane pey wan ta paytexta wan Tebrîzê ya li baniyê rojhilatî Kurdistan ye û dagir kirin. Piştî wê cengê dewleta Osmanî bi demê re bû impiratorî, bi taybet bi serokatiya sultan SELÎMÊ YAWÛZ yanî yê yekem .
Hêja ku em diyardeyek nerênî ,ya kurdan ,a berya cenga Çaldîran bêjin :
Dema ku wan mîrekan fedresiyona êlên kurdan ava kirin , di cihê xemgînî û aciziya me de ye dema ku Sultan Selîm dixwest hêza xwe xwert bike û kurdan ji Sefewiyan dûr bike , gelekî li ber daxwazên kurdan dihat, ta girêka xwe ber bi werîs bixe . Lewra wî mafê xweseriya xwecihî dabû wan û ji wê fedresyona kurdî re pela spî bi hemz û muhra xwe rêkir ji wan re û ji wan xwest nûnerekî xwe bibijêrin, di dewleta OSMANÎ de ji layê herêma KURDÎ ve . Lê dema ku mîrek û serokêl û axayên kurd lev rûniştin ,yek li ber ê din nehat ku bibe nûner. Yekî ji yê din re nedanî , herkesî nûnerîtî ji xwe re xwest , ta lev nekirin û di cihê mixabiniyê de ye ku ew pel wilo vala û spî vegeriha ji Sultan SELÎM re .Lê Selîm Yawûz têkilî bihtir bi bi IDRÎSÊ PETLÎSÎ re di şerên xwe de girêdan û wilo dijî şah SIMAYILÊ SEFEWÎ jî.
Hêjayî gotinê ye ku ew serokatiya IDRÎSÊ PEDLÎSÎ ne bi nûnerîtiya serok êl û axayên KURDAN bû, ji ber ku hema wî xwe kir biryardarê Siltan Selîm di bakurê KURDISTANÊ de û wilo bêy yekîtiya kurdî her mîrekekî hêza xwe rêkire ji Selîm Yawûz re û wilo artêşa KURDÎ kete xizmeta OSMANIYAN de ,bêyî tu hevrêziya kurdî .
Ji wê demê ve kurd mane nav leşkerên Osmaniyan de û ew serkeftin pêkanîn di cenga ÇALDÊRANÊ 1514z de dijî SEFEWIYAN .Ji xeynî Cenga Çaldîranê jî ew mîrekên kurdan bi artêşa kurdî ve bûn beşdar bi Osmaniyan re di dagirkirina SÛRÎ de 1516 z bi Cenga MERCDABIK,li ROJAVAYÊ Kurdistanê û wilo ta bi MISRÊ di Cenga RÊDANIYÊ de, di 1517 z de ya ji encamên wê MISIR jî dagir kirin di dema MEMALÎKAN de û wilo ta bi Nîvgirava erebî tev de .
Ya herî balkêş ew jî bû ku Idrîsê Petlîsî bixwe beşdar bû di wan şeran de û milê wî li mile Selîm yawûz bû, bi erkê şêwermend jê re .
Lê me kurdan çi sûde ji wê siyasetê girt? .
Ya xirab ew bû ku ew welat bi arîkariya kurdan hatin dagirkrin û di nav wan de welatê wan bi xwe Kurdistan
jî ,jiErzromê ,colemêrgê ,Sêwasê ,Amedê,Mêrdînê ,Dihokê ,Silêmaniyê,Mûsil,Şingalê ta bi Efrînê û wilo giyanê kurdan bûn ardû ji şerên Osmaniyan re ta bi Ewrupe .
Piştî cenga Çaldîranê di peymana Amasiya de 1555z Osmaniyan û Sefewiyan li hev kirin û wilo di peymana Qesirşêrînê de jî kurdistan di navbera xwe de dabeş kirin û 404 salan man bindestî dewleta Osmanî û bi wê demê re kurdiyetê di bin stemkaraiya wan Sefewî(Îranê) û Osmaniyan (Tirkiyê) de gerewên mezin dide ,ta îro û mane bindest.
Jêder :
1-Rojhilata erebî – Evdilkerîm Rafiq.
2- Kurtahiya dîroka kurd û Kurdistanê-B2- Mihemedemîn Zekî.
3- Pirtûkên dîrokê-R9 û 12 ji rêbazên Desteya Perwerdê ,yên Rêvebiriya Xweser.
4-Şerefname – B1- Şerefxanê Petlîsî.
5- Ibin Eca-Iraq di navbera Memalîk û Osmaniyên tirk de

أضف تعليق