Yildiza min – Evdo Mistefa

Yildiza min

Nikam ji bîr bikim hevaltiya te
Nikam ji bîr bikim bedewiya te
Nikam ji bîr  bikim kubariya te
Nazik û nazdariya te
Dem û dewranê te
Dêm zera min meş ordega min
Ey rîhana li devê pencera min
Ey hevala dilovan
hest nazik û mehrîban
Ey hesreta dilê bi kovan
Dem derbas bû û tu nebû mîvan
Ezê bimrim û tu nehatî can
Ey atûna canê min
hevala ciwaniya min
Heyva şeva bajarê min
Nêrgiza zozanê min
Sterka jîna min
Yildiza min
Hevala min

Evdo mistefa (Dil wêran)

أضف تعليق